Ey Milîtan!

Tu li welatekî wiha û ji bo gelekî wisa şer dikî ku her tişt bi terorekî hov ji destê wî hatiye girtin. Heta mafê mirovbûnê jî ji destê wî girtine. Welat û azadî ji te re bi qasî nan û avê pêwîst in.

Pêwîstiya te bi rûmet û şerefê heye. Hemû van tiştan ji bo te ji aliyê dijmin ve hatine tunekirin. Te ji bo qezenckirina wan gav avêt nav partiyê. Û tu ji ber vê yekê ewqasî bi hêrsî ku ji bo van bidest bixî, tu çekê digirî. Ger şaşiya te di vî alî de tune be û biryara te teqez be, şêwaza te ya lêdanê hatiye diyarkirin. Mirovekî dozeke wiha, pir bi bandor lê dixe. Kesê ku bi çekên PKK’ê bi awayekî rast çekdar bibe, parêzvanê mirovahiyê ye. Yekîneke biçûk a PKK’ê ger derfetên lêdanê bi rastî baş binirxîne, wê ji bin herêmekê bikeve û ji jorê derkeve. Wê bikeve bajarekî, dijmin wê tarûmar bike, ketina wê ya gundekî ji bo fethkirina gund e. Li herêmên gundewar, li çiyayan, gelo ew bi xwe dikeve kemînê? Gelo ev gengaz e? Gelo ew ê dijmin li wir ewqasî bi hêsanî bimeşîne? Ger kar û barê xwe ji lêdanê re bide bike, gelo ev gengaz e?

Serpêhatiya Bi Rojê Dest Pê Kir û Bi Baranê Dawî Lê Hat

Rojbaş, rojbaş gerdûn, rojbaş çiya, rojbaş welatê min, çûkên biharê, dar, avên ku bi dilgermî ber bi azadiyê ve diherikin rojbaş, çi rojeke bi aramî ye… Bedewiyên welatê min li çiyayan bûne hêvî. Û bi bêhna giha û kulîlkan tijî ye. Kulîlk biharê mizginî didin. Bihar bêhnên xwe yên xweş li lûtkeyên heybetî û serhildêr ên çiyayan berda. Bi xêr hatî bihar!

Îro bi bêhna biharê şiyar bûbûn û me amadekariyên xwe yên ji bo çûndina ser erkê kirin, bi hatina biharê re me kefiyeyên xwe yên reş û spî yên ku me zivistanê çêkiribûn, danîn ser serê xwe, em çar hevalên jin ji bo ku biçin kampeke me ya kevn, ji nuqteyê derketin. Erkên destpêka biharê pir xweş dibin. Me xwest em dema rêwîtiyê ya ku me bi tijî derbas kir, kêlî bi kêlî bikişînin. Lê ji ber ku hevala Bêrîtan makîneya wêneyan li wargehê jibîr kiribû, me nikarîbû bikişînin. Dema ku em ji wargehê derketin hewa pir xweş bû. Dema vegera ji erkê de, hêsirên welatê min bahozan çêdikirin. Dema baranên serhildêr ên çiyayan rê nedan, gihîştina wargehê pir zehmet bû.

Çiyayên birûmet, tevî serhildana xwe, tu carî hembêza dayîkê vekirinê ji bîr nakin, dawiya dawîn cihê ku me dixwest em lê bin li pêşberî min bû. Lê cihê me yê şil nebûyî nemabû, piştî ku em li dora agirekî ku me dadayî hinekî germ bûn û ziwa bûn, me şevê li araziyê derbas kir. Hevala Hîra hinekî nexweş ket. Dema ku ew hat ser hişê xwe, em rûniştin û me kêliyên xweş ên ku me di tevahiya rojê de jiyan kir, vegotin û keniyan. Sibehê em gihîştin wargehê. Heval pir meraq kiribûn û bi fikar bûn ku tiştek bi serê me hatibe. Ji bo ku me bibînin, sê heval şandibûn araziyê. Dema ku em dîtin, pêşî kêfxweş bûn û paşê jî em bi qasî wê xweş rexne kirin. Ev jî bedewiya gerîla ye!

 Şewqa Ronahiya Hilala Zêrîn

Carinan berf, carinan baran û carinan jî bahoz dibarîne, carinan jî kenekî masum e, awaza dilê me. Efsûnên azadiyê li ser zozanên çiyayan çêdibin, mîna stranekê dest didin her dilekî. Bi zehmetî, hesret û bi baweriya azadiyên ve têkoşîn tê dayîn. Zarokên welatê min ên ku bi lingên xwe yên tazî mezin bûn, hêviya xwe bi çiyayan mezin kirin, her ku mezin bûn, nasnameya xwe nas kirin. Dema ku tîrêjên yekem ên rojê çiyayên berfî yên Kurdistanê ronî dikin, qêrînên azadiyê li asîmanan deng vedidin. Bi dengên guleyan, ronahiya berxwedanê Hilala Zêrîn digire û li asîmanên wê deriyekî şîn ve dibe. Keça têkoşînê, bahozên zer çêdike û dibêje, 'bahozê min ê tije hêvî'. Evînên wan di dilên pîroz de dibin sembola berxwedanê. Azadî li asîmanên me tê neqşkirin, keça têkoşînê tovên azadiyê li her bihûstekî axa Hilala Zêrîn direşîne. Ronahî digire hemû dilên masum, êdî tovên ku li axê hatine reşandin şîn bûne. Hêvî di welatên azadiyê de dibînin, rojê bi strana azadiyê dest pê dikin. Navê nû li rûpelên toz û bi wate yên ku şahidî dikin, tê nivîsandin. Bi navê ‘Keça rojê, keça berxwedanê, evîndara azadiyê.’

Ev rûpel bûne şahidê bi hezaran kêliyan û rûyê xwe yê spî jî bi hezaran dilan re vekirine. Divê ev dîrok bê nivîsandin, ji ber ku gelek dilên mezin hene ku ji bo jiyîn û jiyandina vê dîrokê navê xwe li ser berxwedaneke mezin nivîsîne. Têkoşîneke bêdawî, gaveke mezin. Dîrokê mirovên dil mezin nas kirin. Dîrokê lehengên berxwedanê bi dilên wan nas kir. Yên ku dîrokê nivîsandin ew bûn, azadî di dilê wan de bû. Kîn û hêrs, soza tolhildanê ya wan bû. Ew stranên evînê bûn ku ber bi azadiyê ve dimeşiyan. Şehîd di dilê min de mezin dibin, di dilê min de bayê çiyê bilind dibe. Çiya bi têkoşînê watedar dibin, jinên ku pêşengiya vê têkoşînê dikin mohra xwe li dîrokê dixin. Gotin û hestan bi jiyanê re kirina yek e wateya jin e, lewma evîna wan a ji bo jiyanê bi pîroziyên wan ve di sadebûna xwedawendî de ye. Çiya bûbû wargeha hevdîtina jinan ya bi azadiyê re. Ruhên wan ên xurt, ên ku jiyanê ji kûrahiyê hîs dikirin, azadî di dilê wan de neqş kiribû. Rêber Apo ji cewhera civakî ya jinan fêm kiribû ku azadiya jinê wê bibe pirek ji azadiya civakê re. Ji ber vê yekê ked da û bêyî ku westiya, wê zincîra koletiyê ya jinan bi fikra hevjiyana azad bişkîne û wan bi jinên ku îradeya xwe bi çiyayan nas dikin, bine gel hev.

Têkoşîn bi nasîna xwe dest pê dike, dema ku tu xwe nas dikî, tu fêm dikî ku tu ne tu yî, ji ber ku tu şoreşgereke ku xwe ji bo azadiya civakekê feda kiriye. Şoreşgerî hişmendiyê dixwaze. Zanîna ku tu ji bo çi şer dikî, feda kirina xwe ji bo her saniyeyekê ya vê jiyanê ye. Min dilê xwe di nav evînên hevrêtiya ku PKK'ê afirandiye de mezin kir. Ez divê bi fedekarî û bi dilpakî tevlî bibim û sekna jina Kurd di têkoşîna azadiyê de nîşan bidim. Hevrêyên şehîd di jiyana xwe de ji bo ku bibin milîtaneke ku li Rêbertiyê û şehîdan tê, kedên mezin dan. Ez jî ji bo ku bibim milîtaneke ku layiqê şehîdan û Rêber Apo, min xwe feda kir ji bo vê jiyanê. Zarokên welatê min wê bi berxwedana destanî ya gerîlayan mezin bibin, wê tola şehîdên xwe hilînin. Mirovên çiyayî, çiqasî xweş tê guhê mirovan. Zarokên welatê min wê welatê xwe bi hişmendiya ku mirovên çiyayî ji bo siberojên azad çiqasî berxwedane, çawa bi lehengî şer kirine û destan nivîsîne, ewê bizanin û biparêzin. Wê nasnameya xwe biparêzin. Di van çiyayan de ev dîrok bi hezaran şehîd nas kir. Di her xaçerêya ku em lê gav davêjin, li kêleka her dareke ku em li ber disekinin, li ser her çemeke ku em lê avê vedixwin, şopa bi hezaran şehîdan heye. Ev şop wê wateya xwe di dilan de bi agirê tolhildanê bibînin. Her gava ku ez derdikevim ser lûtkeyan, mîna ku ez bibask bibim û ber bi azadiyê ve bifirim. Bi rastî jî ez dixwazim bibim çukek û li ser pencereya girava Îmraliyê rûnim û ji Rêbertiya xwe re helbestê bixwînim. Ez dixwazim bibêjim, “Ez hatim Rêberê min, ez hatim we bigirim.” Ez dixwazim bibêjim, “Ez ê we bibim li gel milîtanên we yên ku li çiyayên Kurdistanê li benda we ne.” Rojekê ev roja ku ez xeyal dikim wê bê, em ê bi Rêbertiya xwe re li çiyayan bigerin.

Divê ez xwe feda bikim, ev doz hişmendiyê dixwaze, divê ez hê bêtir hişmend bibim û ji bo azadiya gelê xwe, Rêbertiya xwe, li dijî dagirkeran şeqama herî mezin a dîrokê bidim. Ez hîs dikim ku azadî nêzîk e, ez xeyal dikim roja ku şoreş pêk hat. Gelê me diherike çiyayan. Rêbertiya me li bin darekê rûniştî ye û li gel temaşe dike. Dengên şahiyê yên gel dibihîze û bi aramî dikene. Ez dixwazim şahidî vê kêliyê bikim, ez dixwazim van kêliyên tije hêvî bijîm. Ez hîs dikim ku ew roj nêzîk in. Divê çiya bibin deng, divê bibin dengê azadiyê. Ez divê bibim melodiya vî dengê azadiyê. Divê ez ji nûve ji agir biwelidim û ji axên xwe re bibim sembola hebûnê. Divê ez bibim navê vê hebûnê. Li dijî hemû zaliman em şerê hebûnê didin. Dilên me bi îdeolojî û felsefeya Rêbertiyê mezin bûn, her ku mezin bûn, bûn destan. Her şehîdekî li pey xwe mîraseke mezin a manewî û bihêz hişt. Min dixwest ez bibim ronahiya di nav çavên hevrêyên xwe yên şehîd de. Çawa ku Rêbertiya me piştî şehadeta heval Hakî ji ber girêdana xwe ya bi şehîdan re partiyê ava dike, em jî ji bo ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin, ji bo her şehadetê divê soza xwe ya tolhildanê xurt bikin û gavên mezin biavêjin.