• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. PÊŞENGÊN ME

Canfedaya azadiyê: Viyan Soran

 

Fermandara YJA Starê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) ku di sala 2006'an de li Heftanînê, li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, biryardarî û vîna têkoşînê û evîndariya azadiyê weke mîrateyekê ji hemû jinan hişt.

 

Viyan Soran girêdanbûna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd re di nameya li pey xwe hişt de ev gotibû: “Ev çalakiya min bersive li siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.”

 

Soran keça malbateke ji eşîra Caf e. Ev eşîr yek ji mezintirîn eşîrên li Başûrê Kurdistanê ye. Soran li Silêmaniyeyê ji dayik dibe.

 

Leyla Walî Huseyîn (Viyan Soran) sala 1997’an li gel xwişka xwe biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Malbat dixwaze vegerîne û li ser vê Viyan wiha dibêje: “Ez bi ti awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim.”

 

Soran hê salek bû tevlî gerîla bûbû, di demek kin û nava zorî û zehmetiyan de giha asta fermandariya Yekîneyên Jinê yên Azad (YJA Starê). Soran di her kêliya jiyanê de, di mijara hişmendiya jinê de bi israr û biryardar, bi rola pêşengiyê rabû. Di heman demê de bi fermandariya xwe ya li nava YJA Starê re, di nava PKK'ê de jî bi sekna xwe deng veda.

 

Salên ku Viyan Soran li çiyan di nava têkoşînê de bûn, komplo li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan gerîla û welatparêzî li dijî komploya 15’ê Sibata 1999’an di ser de li girtîgeh û derve bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ çalakiyên fedayî hatin kirin.

 

Di sala 2006'an de rêyeke cuda hilbijart. Soran li ser girankirina tecrîa li ser Rêberê Gelê Kurd û bûna parçeyek ji çalakiyên fedayî yên ‘Hun nikarin roja me tarî bikin’ destpêka meha sibata 2006’an li Hefanînê bedena xwe da ber agir û şehîd ket.

 

NAME JI BO MALBATA XWE NIVÎSÎ

 

 

Soran di şeva çalakiyê de nameyekê ji malbata xwe re dinivîsîne û wiha dibêje:

 

"Beriya her tiştî ez silavan li dayik, bav, xwişk, bira, xizm û hemû dostan dikim. Hêvîdar im wê her tim baş bin û yek bi yek çavên hemûyan maçî dikim.

 

Malbata min a xoşewîst;

 

Nêzî deh sal in, ji ber şert û mercên têkoşînê, her wiha ji ber hinekî aciziya xwe ya ji we, min name ji we re neşand. Mijara tevlîbûna min a li nava tevgera azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Serok Apo û PKK'ê, tevlîbûna min a li nava tevgera azadiyê ya jinê, me bi hev baş nedan fêhmkirin, lewma hin pirsgirêk derketin. Hêvîdar im hûn ê piştî deh salan vê rêyê û vê têkoşîna ku bi hezaran jin û xortên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe didinê, fêhm bikin. Hûn bixwazin jî nexwazin jî hûn malbateke vê şoreşê ne. Li we nayê ku hûn derî û dilê xwe li hevalan, li nêrîn û armancên bi mîlyonan mirovan bigirin, ku keça we jî dildara van armancan e!

 

DEM HATIYE HÛN JÎ BIRYARÊ BIDIN; EM HENE EM Ê JÎ XIZMETÊ BIKIN

 

Di nava civakê de cihekî we yê rêzdarî û hêja heye. Hûn ji wan Kurdan e ku Helebçe, Enfal, qurbanî û welatparêziya li sirgûnê dîtine. Hûn ji wî gelî ne ku bi felseya 'şêr şêr e, çi jin e çi mêr e' têdikoşin e. Lewma nabe ku hûn tevlîbûna jinekê ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî û hebûna vîna wê, weke cihê şermê û mijara namûsê bibînin. Girîng e hûn êdî nedin dû aliyên paşverû û kevneperest ên civakê û mikur bên ku jin hebûneke civakî ye. Ji ber ku qebûlkirina jinê weke mirovekê tê wateya erêkirina vîna gel û civakê. Eger bi vî rengî nebe, wê jiyan nîvco bimîne. Êdî dem hatiye hûn jî biryarê bidin. Divê hûn jî xwedî li dîrok, berxwedan û lehengiya gel û mirovahiyê xwedî derkevin û mîna her Kurdekî bi şeref û namûs bêjin, 'em jî hene û li gorî hêza xwe em ê jî xizmetê bikin'.

 

'PIRTÛKÊN SEROK APO BIXWÎNIN; WÊ DEMÊ FAM BIKIN ÇIMA RÊYEK WIHA HILBIJART’

 

 

Dema ez ji we qut bûm 15 salî bûm, niha jî 24 salî me. Rica dikim, hinekî objektîf bifikirin û vê pirsê ji xwe bikin; 'Ev keça me çi dike û çima û çawa têdikoşe. Gelo ew jî mîna Awaz, Xalit û hinekî din nikarîbû vegeriya û ji bo xwe bijiya?' Bila ji niha û pê ve heval karibin bên mala we, bên serdana we. Hûn jî biçin serdana hevalan. Nameyên min bixwînin û li jiyana min û ya hevalên min bipirsin. Timî li ROJ TV temaşe bikin û li Dengê Mezopotamyayê guhdarî bikin. Pirtûkên Serok Apo bixwînin. Hûn ê hingî fêhm bikin bê çima keça we serî li rêyeke bi vî rengî daye û fêhm bikin, bê çima di nava vê jiyanê de me. Ez nabêjim bi vî rengî yan jî wî rengî bikin, tenê dibêjim destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bi xwe biryara xwe bidin.

 

'EZ ROJEKÊ JÎ LI NÊRÎNA XIYANETÊ NEFIKIRÎM, MIN GELEK TIŞT JI PKK’Ê GIRT; SERBILIND IM’

 

Têkildarî xwe ez ê tenê tiştekî bêjim. Ev 9 sal in, ez rojekê bi tenê jî li nêrîna xiyanetê û poşmaniyê nefikirîm. Min gelek tişt ji PKK'ê girt û ji ber vê yekê jî serbilind im. Yek ji rastiyên bingehîn ên min jê fêhm kir; hezkirina dê, bav, xwişk, bira û tevahiya mirovahiyê ye. Ez wextekê gelekî ji we aciz bûbûm û min digot, 'çima min şaş fêhm dikin, çima xwe li derveyî PKK'ê dibînin'. Bi demê re min fêhm kir ku yê sûcdar ne tenê hûn in. Ji ber ku helwesta we, ji pirsgirêka zîhniyetê û siyasî ya sedan salan, ji kevneperestiya sedan salan dihat. Ji ber ku min îmkan çênekir ku bi we re nîqaş bikim, ez jî di vî warî de kêm mam. Ji ber vê yekê lêborîna xwe ji we dixwazim. Dixwazim hûn zanibin, hem weke malbatê hem jî weke mirovên Kurd di dil û mejiyê min de ne. Ji bo afirandina jiyaneke bextewer ez amade me jiyana xwe feda bikim. Bersiva min a li keda we ji bo min dane, wê ne xiyaneta li xwîna şehîdan be, wê xwedîderketina li wan be û fedakirina xwe be.

 

'ÇALAKIYA MIN BERSIV E J BO ÎNKAR Û TECRÎDA LI SER SEROK APO YE; XWEZÎ JI CANÊ MIN HÊJATIR TIŞTEKÎ DIN HEBÛYA KU MIN BIDA'

 

Ev çalakiya min bersive li siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.

 

‘PÊŞIYA KEÇ Û XORTAN NEBIN ASTENG’

 

Dil dixwest ji bo we hemûyan gelek tiştan binivîsîne û yek bi yek ji bo we tiştna bêjim. Lê belê ji bo pêkanîna çalakiyê çend saet man e. Ji ber wext kêm e, ji vê zêdetir nikarim binivîsînim. Ji ber ku xwişk û birayên min, mirovên me yên ku divê ji bo wan, bi qasî we û ji we bêhtir tiştan binivîsnim, hene. Herî dawî dixwazim tiştekî bêjim. Eger hûn li ser bingeheke rast ji hev hez dikin, rica dikim ji we ku armanc û rêbaza min rast fêhm bikin û şaş nenirxînin. Ji ber ku ez ji bo vê jiyam û ji bo vê jî di destê min de plana min a şehadetê heye. Wasiyeta min e ku Awaz careke din tevlî nava refên gerîla bibe, rahêje çeka min û li hembêza çiyayên azad veger. Ji ber ku ez gelekî jê hez dikim. Ji ber ku ew hêja ye ku di nava hevrêyên xwe de be. Wekî din li pêşiya keç û xortên din jî nebin asteng ku xwe û siberoja xwe nas bikin û bibin xwedî vîn. Herî dawî silav, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî we dikim, hêvîdar im hûn ê her tim bextewer û serbilind bin.

 

Bi silav û hurmetên xwe... Keça we Leyla Walî Huseyîn - Viyan Soran 01 Sibat 2006."

 

NAMEYA JI BO RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN

 

Nameya Şehîd Viyan Soran ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsiye wiha ye;

 

‘HESRETA WÊ BÛM KU ROJEKÊ KÊLIYEKÊ TE BIBÎNIM….’

 

“Ji roja ku min navê te bîhîst û naskir, jiyanê hîs dikim, dizanim ku ez kîme û divê çawa bijîm. Yanê hizir û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim. Di dibistana te de çi qas min zahmetî jî kişandibe, tu rojek ji rojan min dudilî û poşmanî jiyan nekir. Ji ber ku min ji te hêza wateyê kifş kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje armanca xwe. Min wek jinekê û wek Kurdekî azadî kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî te ji nêz ve bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim.

 

‘TU BÛ MÊHVANÊN XEWNA MIN’

 

Lê belê di sala 1998’an de komploya qirêj a navnetewî ji hundur û derve de ketin navbeyna te û min û bi hezaran kesên wekî min ku ji bo dîtana te di heman hest û heviyê de bûn. Dîl ketina we di min de zêdetir hejandineke bi hêz û biryara azadiyê çêkir, min hêvî û bêrîkirina dîtina we tu car winda nekir. Lê min her dem hewl dida ku pir ji nêz ve te hîs bikim. Lewma min gelek caran di hundurê xwe de bi te re diyalog dikir û min hîsdikir ku tu wek deng û enerjiyekê dikeve hinavên min û min jê îlham digirt. Çend car jî tu bûyî mêvanê xewnên min û ez pir pir pê kêfxweşbûm. Bi rastî jî ez nikarim bi tevahî hest û ramanên xwe di derbarê we de bilêv bikim.

 

Lê belê ji sala 1999’an şûn ve her dem rastiyekî di mejiyê min de deng vedida ew jî ev e ku min nekarîbû dîl girtina mirovekî mezin wekî we dahurînim û min digot ev mirov ew der heq nekiriye. Bêguman ez berpirsiyarên dîlgirtin, tecrida rêbere gelekî û rênasê mezin yê mirovatiyê tenê dewletên rûreş ên cîhanê nabînim. Bi qasî sextekarî, durûtî û xiyaneta dewletên desthilatdar lewazî û nebesiyên hevaltiya xwe û hevalên dîtir jî berpirsyar dibînim. Lewma her dem li hemberî we, gel û jinên ku bengiya xwe ya azadiyê bi we ve girêdane, xwe şermezar didîtin.

 

‘BI AGIRÊ BEDENA XWE DIXWAZIM PEYAMEKÊ BIDIM’

 

Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd vala derxin û pir eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê Rêber Apo, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê Kurd li her çaraliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser Serokatî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna şagirtekî we li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinekê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şaristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidekî ji bo dest nîşan kirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.

 

‘HÛN BÛNE MALÊ DÎROK Û CIVAKÊ’

 

Rêberê min! Ev çalakiya ku ez li dardixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê dê her bijî û serkeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku birdoziyê di kesayetiya we de tunebikin û nehêlin. Lê ez vê pir cidî nagirim û wekî îdîayeke pir vala dibînim. Ji ber ku êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne. Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn.

 

Îro jî ruxmê hemû kêmasî û lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û pradigmaya nû de nîşan bidim. Pir kêm jî be peyamekê bidim paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; “Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira” Piştî girtina we di sala 1999’an de jî her dem biryara li darxistina çalakiyeke wisa di mejiyê min de hebû. Lê ji ber ku şert û merc ji tiştekî wisa re ne guncaw bûn, bi taybetî jî ji bo ku we aciz nekim min hewl da di jiyanê de duristbûyin û girêdana xwe ya bi we re nişan bidim.

 

‘EVÎNDARBÛNA MIN JÎ EV E’

 

Îro jî dizanim ku dibe hûn vê çalakiyê nepejirînin û rexne bikin, lê çi bikim Serokê min? Hinek evîndar dibin destê hevûdu digirin û direvin, ê evîndarbûna min jî ev e. Dilê min bêyî we, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên welatê min, rehetî nabîne û nahewe. Ji ber ku min biryara xwe di pêvajoyeke wisa hesas de heta sala heştemîn a dîlketin û dûriya we dereng xist, lêborîna xwe dixwazim.

 

‘PIR BI HÊVÎ Û MORAL IM’

 

Dixwazim vêya jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im. Bi taybetî jî dema ku ji bo diyarkirina komîta ji nû ve avakirina PKK de te navê min anî ser zimên û pirsa min kir, min hîs kir ku te xelata herî mezin daya min. Ez vê wek rûmetekî pir mezin dibînim. Her dem perspektîfa we ji bo şoreşa başûr ku we nola ‘şoreşa jinê’ behs dikir, di min de moralekî mezin çêdikir û meyl dida têkoşîna min.

 

‘DIXWAZIM WEKE JINEK BAŞÛR DEYN Û BERDÊLA KED Û QENCIYA WE BIDIM’

 

Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ku li Başûr heye de, dixwazim wek jineke ji başûr pir kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên we bidim. Pir şad dibim ku encamekî serkeftî bi destxînim. Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pir bêriya we dikin, pir bêriya we dikin…”

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 10 Nisan 2022
Görüntüleme: 1250

Xwe parastin Bi Tekoşînê Pêkane

Dibe ku her kes ango her civakek, têgeha parastinê li gor nêrandina xwe ya jiyanê an jî li gor şert û mercên di nava demê de tê avakirin şirove bike. Di nava hemû zindiyan de xweparastin weke hêmana bingehîn ya domandina jiyana xwe ye. Di mirov de parastin, zekayê aqil û ya hestan ve tê bi wate kirin. Di zindiyên din de jî, zeka hestiyar bi bandore. Em dema ku behsa civaka xwezayî dikin, mirovahiyê xwe di wê demê de jî parastiye.

 

Ji ber em pirî caran parastinê, wekî tenê li hemberî şidetê tê ava kirin digrin dest, ev jî nêzîkatiyek gelek şaş bi xwe re derdixe holê. An jî em pirî caran tenê bi hêza lêşker, an kesên çek girtine destê xwe re dibêjin ew parastinê dikin. Ger wisa ba, beriya leşker an jî mirovên bi çek derbikevin wê însanan pêwîstiya xwe bi parastinê nedîtiba. Xwe parastina mijareke kûre. Li her cihê ku mirov palpişta xwe dide, lê jiyanê ava dike li wê derê xwe parastin dikeve dewrê.

 

       Her çi dibe bila bibe, ger zindiyek an jî hebûneke madî yan jî manewî, ne xwediyê parastineke rastteqîn bin wê mahkûmî xirakirin û ji holê rakirinê bin. Ji roja ku mirovahî bi heyîna xwe hesiya û vir ve her tim pêwîstiya xwe bi parastinê dîtiye. Em dema li heyîna xwe ya jiyanê binirin, gav bi gav parastin xwe li mirovan ferz dike. Xwe parastin, ji takekes heta koman, ji koman, heta civakan û ji civakan, heta netewan dikare werê pêşxistin. Bêguman şêwazê parastinê cur bi cur hene. Dibe ku em gelek caran di wateya hişk ango teng de lê dinirin. Ev nêrandin pirî caran me dibe encamên şaş.

 

       Rêbertî, têgeha parastinê bi tewriya gul û striyên wê hîn zêdetir di warê felsefî de nêrandinek nû bi me re da ava kirin. Rêbertî, di hemû dahurandin û parêznameyên xwe de cihekî fereh daye mijara xwe parastinê. Aliyê xwe yê dîrokî gelek berfirehe. Gelek kesan li ser mijara parastinê pirtûk nivîsandine, an jî gelekan pênaseyên cuda cuda dane pêşxistin. Em weke gelê Kurd, bi sedsalan ji vê peyîvê biyanî man. Em ji zanebûna vê bê par man. Ji ber wê Rêbertî dibêje, tenê hebûna xwe ya fizîkî parastin pir pêşketina wê civakê ango heyîna wê civakê îfade nake. Ev rastî, di şexsê jinê de hîn bi awayekî kûr dest girtin pêwîste. Rêbertî dibêje; li ser rûyê vê erdê hebûna herî ji parastinê dûr hatiye xistin jine. Bi rastî jî dema em, li heqîqetê dinirin, pir vekirî tê dîtin, ka bê çiqas em mahkûmî jiyana bê wate hatine kirin. Jin bi rastî jî birçiyê parastinê ne.    

 

       Pergala ku xwe dispêre hezarî salan, jin aniye rewşekî wisa, li şûna parastinê, deriyê mirinê pêşkêş dike. Mirov dikare bêje, civakê, ji roja ku pergala xwe ya jiyana xwezayî, ji dest da, ew dem parastina xwe jî ji dest da. Ev jî bi awayekî herî eşkere di şexsê jinê de mirov rihet dikare bibîne. Roja îro de, tişta ku dibe sedema bingehîn ya jin, dawî li jiyana xwe bînin, xwe întîhar bikin, rastî her cûr lêdan, îşkenceyê werin, bên tecewuzkirin, nebûna xwedî hişmendiya xwe parastinê ye. Ev rastî li tu welatî nayê guhertin. Li welatên ku qaşo xwe xwediyê mafên mirovan dibînin, li wan deran herî zêde jin têne qetilkirin û rastî her cûre lêdanê tên. Li gelek welatan bazara jinan tê kirin.

 

       Mînak li Meksika salê çiqas jin têne revandin û rastî her cûre rewşên dij ehlaqê civakê tên. Dîsa li Îran, Avganistan, Japonya û her wiha li gelek welatên din jin ne xwediyê tu mafî ne. Li Tirkiyê jî heman rastî tê jiyan kirin. Roj derbas nabe û li tirkiyê jinek neyê kuştin. Ev jî weke bûyerên gelek ji rêzên têne dayîn û wisa derbas dibin. Eger li hember pergala mêrê serdest di roja îro de, jin xwe di warê hişmendiya parastinê de kûr neke ewê her tim mahkûmî jiyana erzan bê kirin. Ji ber ku di roja îro de herî zêde li ser jinê êrîşêkî di her warî de heye. Ji hebûna fîzîkî bigire heta nava malbatê, ji malbatê bigire heya taxan, ji taxan bigire heya dibistanê, ji dibistanê bigire heya qadên kar, ji qadên kar bigire heya qada siyasetê, ji qada siyasetê heya fikirî, bidozî û exlaqî êrîşkariyek pir dorfereh tê kirin. Ji xwe di qada medaya de, hed û hesapê xwe tuneye. Qada medyayê, di ev dema ku em nav lê dikin serdema teknolojî û sanalê, di şexsê jinê de li ser navê çand û exlaqê civakê tiştê heyî modernîze dikin heqîqeta wê berovajî dikin. Pêşî girtina vê rastiya ku mirovahiyê ser berjêr dike jî hişmendiya parastinê ye. Di serî de parastina fikirî pêk werê wê pêre hemû qadên jiyan lê tê neqişkirin werê parastin. Li gel van hemû aliyên parastinê Rêber Apo, li Kurdistanê destpêkek ava kir ew jî artêşa jin bû. Yek ji çavkaniya xwe parastinê bûyîna hêzê ye. Di dîrokê de bi hezaran mînakên jinên şerker, li awrûpa, Rojhilata Navîn û li Kurdistanê hene. Lê bi awayekî rêxistinkirî, avakirina hêzek leşkerî ya jin tuneye.

 

       Di nav şoreşan de jinan heya radeyek xwe di warê xweser de bi rêxistin kiribin jî lê eviya pir demdirêj domdar nebûye. Me îro li her çar perçên kurdisanê xwe li ser vê mîrasa dîrokî ava kiriye. Lê li gor şert û mercên Kurdistanê, Rêbertî hêzek jin ya bi çekê, parastina xwe, welat û gelê xwe dike weke tiştekî nebe nabê li kurdistanê ava kir. Em roja îro girîngiya vê rastiyê baş dibînin. Rêber Apo ev meş bi hevalekê dest pê kir îro em bi hezaran jin di eniya şer ya pêş de cih digirin. Me di her warî de erka parastina hemû jinan girtiye ser milê xwe. Her wiha erka herî bingehîn jî ewe em hişmendiya xwe parastinê karibin di hemû jinan de ava bikin.

 

         Bi derketina çeteyên Daiş'ê re hişmendiya êrîşkar, dagirker, şerxwaz û desthilatdar xwe gîhand mertebeyek herî hovane di dîroka mirovahiyê de. Li hemberî vê hêza terorê jî em weke hêzên parastina hemû jinan bi vîneke mezin û bi baweriyeke xurt sekinînin. Çeteyên daiş'ê di hemû kiryarên kirinî de jin û zarok kirine qurbanî. Ev jî dide diyar kirin ger jin parastina xwe xurt neke metirsiyek mezin li ser wê heye. Bi hezaran jin revandin û di meydanên mirinê de îşkence kirin û piştre bi awayên herî hovane kuştin. Gelek hêzên mezin yên xwedî teknîk bûn, li hemberî Daiş'ê şikestin. Lê li Rojava, tevî hemû kêm derfetiyan jî şikandina hêzekî weke hêza daiş'ê serkeftinek pir mezin bû. Ev serkeftin bi zanebûna xwe parastinê hatin bi dest xisitn. Şoreşa Rojava beriya her rêxistinkirineke cuda avakirina hêzekî ya parastinê dida ferzkirin. Yekîneyên parastina jin YPJ'ê, ava bû. Dûre hêzên parastina cewherî, hêza jinê ya asayîşê û hêzên antî terorê hatin avakirin. Avakirina van hêzan heya astekî bandora xwe li ser hemû gelên Sûrî û tevahî jinan kir. Rastiya ku tekoşîna me bi xwe re derxist holê tevahî dinya hejand. Tevî em di gelek aliyan de hîna jî nebesiyan dijîn, lê ji ber me xeta xwe parastinê bawer kiriye em bi serdikevin.

 

Em her çiqas weke jinên kurd kêmek bejî bûne xwediyê hişmendiyek ya parastina cewherî, lê hîna tekoşînek mezin ji me tê xwestin. Di her qada jiyanê de êrîş heye, kuştin û revandina jinan heye. Rêbertî bi qasî deryayekî berhem ji me re daye ji bo em xwe li ser perwerde bikin. Ji bo wê em çiqas xwe baş perwerde bikin emê ewqas karibin ferasetek rast ya parastinê di bi xwe re ava bikin. Rêber Apo dibêje ya azadî ji xwarin û avê zêdetir ji bo we hewcedarî pê heye. Ev ji bo parastinê jî wisa ye. Ger em weke jin xwe di rêya gîhandina zanebûnek têrker ya parastinê de kilît nekin wê hêj bi hezaran jin bibin qurbaniyên hişmendiya mêrê serdest. Ev zanebûn bêguman di serî de ji me her şevanekî jin yê parastinê tê xwestin. Rêya vê jî di tekoşînkirinê re derbas dibe. Em jî niha li ser wê bingehê xwe perwerde dikin û bi perwerde kirinê re jî zanebûna xwebûnê û xwe parastinê dixwazin ava bikin. Zanebûna her jinekî çeka herî mezin ya parastinê ye. Em ji bo vê çekê hîn bi bandor bi kar bînin û ji bo em bikin malê hemû jinan tekoşîn meşandin ji bo me weke ferza nimêjê ye. Roja îro jî li hemberî van hemû xeteriyan tenê rêyeke me bibe serkeftinê heye, ew jî bilindkirina tekoşînê û avakirina hişmendiya parastina cewherî ye. 

 

Şaristan Nurhak

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 07 Nisan 2022
Görüntüleme: 809

Sayfa 7 / 7

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • HEVALA DEMÊN ZEHMET

  • ŞOPDARA HEQÎQETÊ: ZÎLAN AMED

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere