• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. DAXUYANÎ

BAHARÎN Û MIZGÎN BÛN MANÎFESTOYA ME YA JIYAN Û TÊKOŞÎNÊ

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Weke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di vê pêvajoya ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û azadiya gelê xwe şerê herî dijwar dimeşînin de, em şahidiya şehadeta hevrêyên xwe yên pir giranbuha dikin û vê weke berdêla azadiyê dibînin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 14 Kasım 2023
Görüntüleme: 316

Devamını oku …

EM Ê BI RENGÊ BÊRÎTAN BIJÎN!

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di sala 31'emîn a şehadeta hevrêya me Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ku sembola artêşbûna me ya jinê ye, em bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hêjayî bîranîna wê ya qedirbilind bin. 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 23 Ekim 2023
Görüntüleme: 325

Devamını oku …

EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERÊ XWE MISOGER BIKIN

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em komploya navneteweyî bi hêrseke mezin şermezar dikin ku di şexsê Rêberê me de li dijî gelê me, li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hate kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Ekim 2023
Görüntüleme: 331

Devamını oku …

ŞEHÎDÊN ME CEWHERA HEQÎQETÊ NE

Çapemenî û Raya Giştî Re! Em rojnamevana şoreşger Gurbetelî Ersoz a ku di afirandina kevneşopiya çapemeniya azad de kedeke mezin daye di salvegera şehadeta wê de bi hezkirinek bê dawî, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em şehîdên xwe yên çapemeniya jin ên ku şopdarên rêya heqîqetê ya Gurbetelî ne bi bîr tînin û em soz didin ku em ê bi dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re asta çapemeniya azad hîn bilindtir bikin. Di salên 90’î de dema ku li ser navê gelê Kurd her karekî siyasî û polîtîk weke sûcekî mezin dihat dîtin Gurbetelî Ersoz; Di desteya rêveber a Rojnameya Ozgur Gundemê ya li Tirkiyeyê de cih girt, wêrekiya xwe nîşan da ku bibe dengê lehengiya gelê xwe û bû semboleke girîng a pêşengiya jinan. Gurbetelî Ersoz ku li hemberî qîrîna gelê xwe bêdeng nema, berpirsyariyeke rasteqîn a rewşenbîriyê girt ser milê xwe û bû dengê qêrîna gelê Kurd a azadiyê. Rojnamevana şoreşger Gurbetelî Ersoz, ku ji ber karê rojnamevaniyê li qada Tirkiyeyê ji aliyê faşîzma Tirk ve hat girtin û demekê di girtîgehê de ma, piştî ku hat berdan derketina xwe ya mezin a şoreşgerî li qada Rêbertî pêk anî. Gurbetelî Ersoz ku di derbarê pirsgirêka çînayetî, pirsgirêka netewî û pirsgirêka zayendî de gihîştibû hişmendiyeke girîng a rewşenbîriyê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Lêhûrbûnên rojnamevana şoreşger Gurbetelî Ersoz a mezin hişt ku di xeta jina azad de hê bêhtir kûrtir bibe, di nava xebatên endamtiya navendî ya YAJK’ê de cih girt û hem di şerê azadiya gelê Kurd de û hem jî di têkoşîna azadiya jinê de mîsyoneke mezin girt ser xwe. Dema weke endama navendî ya YAJK’ê têkoşîna xwe ya şoreşgerî dimeşand, di 7’ê Cotmeha 1997’an de dema bi komek hevrêyên jin re ji herêma Zapê derbasî Garê dibû, li Tengava Sergelê şehîd bû. Îro li qadên ku Gurbetelî Ersoz lê şehîd bû, bi hezaran mîlîtanên azadiyê li dijî faşîzma mêtinger bi awayekî fedaî li ber xwe didin. Ji hêzên ku bûne sedema şerê birakujiya Kurdan hesap tê pirsîn û şerê mezin ê azadiyê didome. Li aliyekê fedaiyên azadiyê li dijî çekên qedexekirî û gazên kîmyewî li çiyayên ku hemû sûcên şer lê rewa tê dîtin berxwedaneke bê hempa dimeşînin û li aliyê din jî di dilê Enqereyê de ji hemû cîhanê re tê ragihandin ku di şexsê fedaiyên Rêber Apo Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de ti sûc bêbersiv namîne. Tevî van hemû geşedanan jî, ji israra îxanetê ya kesên ku xeta îxanetê temsîl dikin tê fêmkirin ku avzêya ku ketine navê gelekî kûr e û xeniqîna wan meseleya demê ye. Dîsa faşîzma mêtinger bi bombeyên fedaiyan diheje, li Kurdistanê mêtingerî û faşîzm têk diçe. Encamên ku derketine ji berxwedana Rêber Apo bingeh digire. Rêbertî 31 meh in bi tecrîda mutleq re rû bi rû ye. Ev jî nîşan dide ku berxwedan dewam dike. Di van rojên ku yên ji berxwedana Rêbertî îlham digirin nêzî serketinê ne, bîranîna şehîdên çapemeniyê pêwîstiyeke girîng e ku Rêbertî girîngiyê dide şehîdan û bi taybetî jî qada çapemeniyê. Di vê wateyê de em careke din di şexsê Gurbetelî de şehîdên çapemeniyê bibîr tînin. Şerê Fedaiyan nîşan dide ku meşa serketinê ya Gurbetelî ku bi Rêbertî re dabû destpêkirin, nesekiniye. Berovajî, yên ku li ser şopa Gurbetelî dimeşin; Bi pênûs û kamerayên xwe rastiya mêtingeriya li Kurdistanê nîşanî civakê didin. Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Hindîstan Penaber, Zelal Sîdem, Ekîn Wan, Jiyan Amargî, Amara Ronahî, Avrîn Mahsum, Axîn Amûdê, Roza Amed, Koçerîn Dîgor, Şaristan Asmîn û bi dehan lehengên din; Her yek ji wan jî weke şervanekî mezin ê heqîqetê karîbû lîstikên qirêj ên şerê taybet eşkere bike. Nûjiyan Erhan; Eger reva pêşmergeyên PDK’ê û radestgirina Şengalê ji DAÎŞ’ê re bi belge nekiriba, wê şerê taybet gelê me yê Êzidî kor, kerr û lal bihişta. Eger Jiyan Amargî gerîlayê Botanê nekişandiba, şerê taybet ê mêtinger, faşîst a Tirk; Dê bi operasyonên xwe yên psîkolojîk manîpulekirina gel bidomanda û derewan bikira ku li Botanê gerîlayek jî nemaye. Eger Avrîn Mahsum, Axîn Amûdê, Roza Amed û Koçerîn Dîgor ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser erka xwe çekên qedexekirî û gazên kîmyewî yên li dijî gerîla hatine bikar anîn neşopandana, dibe ku haya kesî ji vê şerê bêexlaqiyê ku li çiya tê meşandin nebûya. Eger ku Komara Tirkiyeyê sûcdareke şer e, bi saya hewila bêhevta ya van hevalên me ye. Her yek  kedkareke egîd a çapemeniyê bû ku bi kamera û pênûsa xwe rûyê qirêj ê faşîzmê nîşanê her kesî da. Her yekê bi wêrekiya xwe ya bêhevta kamera li ser mil, çek li milê din, bûn mîlîtanên pêşeng ên çapemeniya şoreşger. Ji Sakîne Cansizan ta bi Gulnaz Karataşan, ji Mîne Çelebîleran ta bi Gûrbetellî Ersozan, ji Denîz Firatan ta bi Arjîn Amedan, ji Şîlan Araslaran ta bi Hebûn Azadlaran, ji Avaşîn Irmaklaran ta bi Rojînda Adalaran, ji Sarya Onûran ta bi Tamara Zînleran, ji Armanç Goşkarlaran ta bi Jiyan Amargiyan, ji Gulnaz Egeleran ta bi Amara Ronahiyan, ji Avrîn Mahsûman ta bi Axîn Amûdêyan, ji Roza Amedan ta bi Koçerîn Dîgor û Şaristan Asmînanan, şehîd çapemeniya azad ên jin guh, çav, dil û wijdanê rastiya şoreşê bûn. Bi têkoşîna xwe ya rastîniyê, sekina bi rûmet û rûyê spî yê jinên Kurd bûn. Şehîdên jin ên çapemeniya azad, di rêya rastîniyê de xwe ji ber dana bedelan neda alî û bûn pîvana bingehîn a çapemeniya rastîn. Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji roja dest pê kiriye heta bi îro li dijî dîroka serwer a Kurd tên înkarkirin, pir têkoşiyaye. Rastiniya Kurd ji bo cihê heq dike di dîrokê de bigire, dana bedel bi hezaran şervanên rastîniyê, ji xwe re wek rûmet dîtiye. Eger ku îro Kurd bûne hêza pêşeng a Rojhilata Navîn, bi saya ewqas bedelan e ku hatiye dayîn. Bi hezaran şervanên azadiyê ku di xeta çapemeniya azad de tê dikoşin bi derxistina holê ya xiyaneta dîrokî de ku li Kurdan hatiye kirin, bi rolekê giring rabûne. Car hebûye bi pênûsa xwe car hebûye bi kameraya xwe, car jî heye ku bi çekên xwe ji bo rastîniyê şer kiriye. Şehîdên jin ên çapemeniya azad bûne hêza afirandina rastiyê ji nû ve. Şehîdên jin ên çapemeniya azad li rastiya li ser vê axê hatiye wendakirin geriyane. Şehîdên jin ên çapemeniya azad nûnerên bîreweriya azadiya jinan û nîşaneya vîna jinan in ku pêk hatiye. Kevneşopiya çapemeniya azad mîrateya gelek kedê ye. Berovajiya çapemeniya klasîkî ya bi tenê bûyerên rojane dişopîne, çapemeniya azad saziyek ji saziyên herî demokratîk ên hemû bindestan e ku hêza xwe ji perspektîfa dîrokî ya bindestan girtiye. Bi vê bîreweriyê îdiaya me jî ew e ku li ser xeta çapemeniya azad a jinan baş bisekinin û pratîkeke liyaqê wan ji xwe re bikin esas. Şehîdên jin ên çapemeniya azad ku çirayên rewnak ên rêya rastîniyê ne, ji bo biserxistina şerê xwe yê rastîniyê jêderka sereke ya moral û hêza me ne. Wan ku şoreşgeriya şertên herî zor dikir, dev ji kamera û pênûsa xwe berneda. Bi famkirina ji wan, anîna bîra xwe, derketina xwedî li nirxên ku afirandine, em di meşa xwe de hêj xurt dibin. Em ku hene bi saya têkoşîna wan e. Wan di ber rastiyan de canê xwe da. Îro li çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi dehan sazî û dezgehên çapemenî û weşanê bi rengê jinan weşanê dikin, têkoşîna jinan radigihînin hemû cîhanê. Hem di pêşkêşkirina rastiyan di têkoşîna Kurdan de, hem jî çêkirina gotinên xweserî jinan di têkoşîna zayendî de, di derxistina holê ya vîna wan de keda şehîdên me daye, ji bîr nabe. Şehîdên me, nûnerên rastîn ên ya xweşî û rastiyê û cewhera têkoşîna me ne. Naskirin û bibîranîna wan, nejibîrkirin, hatina ba hev a dîroka têkoşînê ya jinên azad e bi cewherê xwe yê rastîn re. Li ser vî esasî wê roniya têkoşîna me şehîdên me her bi bîr bîne û em ji rêya rastîniyê ku nîşanê me dane, veneqetin. Soza jiyandin wan di têkoşîna xwe de em dubare dikin û dibêjin ku em ê li israra xwe ya birina lûtkeyê ya ala wan di têkoşîna xwe ya azadiyê de heta bi hetayê dewam bikin. BIJÎ ŞEHÎDÊN ME YÊ CEWHERA HEQÎQETÊ! BIJÎ XETA ME YA JINÊN ÇAPEMENIYA AZAD! BIJÎ RÊBER APO! 7’ê Cotmeha 2023 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YJA Starê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 07 Ekim 2023
Görüntüleme: 640

EM ŞEHÎDÊN AMEDÊ BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN

Çapemenî û Raya Giştî Re! Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Hevrê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) di heybeteke çiyayî de xwedî ruhekî mezin e, di heman demê de sade, mutewazî û xwedî entelektueliyeke kûr e. Herî dawî Fermandar Eyaleta Amedê bû, di pevçûna ku di 17'ê Îlona 2023'an de li bejahiya Licê derketibû de tevî Rohat Pasûr (Cihat Ay), Egîd Berxwedan (Habîb Karakoç) û Demhat Setkar (Çetîn Temel) berxwedaneke bêhempa meşandin û şehîd bûn. Weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, gelê me yê leheng, fedekar û berxwedêr ên Serhed, Amedê û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din di şexsê heval Axîn de şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin û bi serketinê tola wan hilînin. Heval Axîn yek ji nirxê gelê me yê delal Serhadî ye ku bi qasî erdnîgariya xwe ya bilind, bêber û dijwar li Serhedê jiyaye, bi welatparêzî û nirxên çandî mezin bûye. Heval Axîn li Qibrisa ku bi kîlometreyan dûrî vir e, hatiye dinyayê. Her zarokê Kurd ên ji êrîşên îmha û înkarê reviyabû nikarin hînî deştên aram ên Behra Spî a ku berovajî erdnîgarî çiyayên Serhedê ne bibin, her tim berê wê her tim li erdnîgarî û nirxên bû, mezin bû. Bi dilsoziyeke mezintir a ku ji dûrbûn û nebînê afirandibû, di temenekî ciwan de hestên xwe yên welatparêziyê di kûrahiya dilê xwe de xêz kir û her tim kîna bênasnamebûna Kurdbûnê di dilê xwe de zindî hişt. Ji ber vê çendê di temenê biçûk de Tevgera Azadiyê nas kir. Êşe qetandina ji nasname û çanda xwe, xeyal û lêgerîna wê ya ji bo dîtina xwe ya jinê bû sedem ku bi Tevgera Azadiyê re tevbigere. Ji ber gelek sedeman çû Îngilistanê û firsend dît ku Rêbertî ji nêz ve nas bike û xebatên Rêbertiyê yên li wir bişopîne. Heval Axîn asta bandora xwe ya ji Rêbertî girtiye wiha pênase kir: “Wekî min xwe dîtibe û min lêgerînên xwe yên ku nikarîbûm bi nav bikim, bi nav kir.” Piştî demeke kurt di sala 1997’an de bi awayekî fermî tev li Partiyê bû û li wir demekê di çalakiyên Ewropayê de cih girt. Axîn ku weke keça berxwedêr a Serhedê ava bûye, lêgerîna azadiyê ya bênavber wê her tim xwestiye ku biçe çiyê û di her firsendê de vê daxwaza xwe tîne ziman. Hevrê Axîn mîna çiyayê Kartevîn e, dema mirov ji derve ve lê dinihêre, heybetekê bi mirovan re çêdike, Di hundirê wê de bahoz û volqan diqelişe, lê ew bi vê yekê rehetî hîs nake. Ev volqan piştî dîlgirtina Rêbertî teqiya û tu kesî nikarîbû hevrê Axîn bi hincetên cuda rê li ber wê bigirta. Di sala 2000’î de bi feraseteke mezin gihişte xaka welat û bû gerîla. Armanca wê ew e ku tola komploya li dijî Rêbertiya ku belkî hêviya dawî ya bidestxistina nasnameya Kurd e û jin bi cewher û nirxên xwe anîne cem hev hilîne û nehêle ev gel careke din heman êşê bijî. Bi vê armancê hat tev li çalakiyên Hêzên Taybet bû û bi tevlêbûna xwe ya jidil, rast û fedakar a li wir yekser bal kişand ser xwe. Di beşdarbûna xwe de bi îdia, hişmendî û îradeya xwe bandor kir û di demeke kin de bû fermandar. Helwesteke parçebûyî tê de nîne. Hemû heqîqetên ku dizane û dijî, yên ku jê bawer dike û ji bo wan têdikoşe yek in. Tevlêbûna wê ya di her kêliya jiyanê bi ruhê fedaîtî bû. Felsefeya nanek û xirkayek herî zêde di kesayeta wê de cih girtiye. Axîn her çend bi helwesta xwe ya sade û nerm li hemberî hevrêyên xwe û bi helwesta xwe ya jiyanê derdikeve pêş jî, di nava hevalên xwe de li hemberî dijminê qirker xwedî hêrseke bêrawestan e. Ji ber vê yekê yek ji armanca wê ya herî mezin ew bû ku tola xwe hilînin û ji wan tiştên ku hatine kirin hesab bipirse. Ji ber vê yekê jî dema ku pêvajoya pêngava 1’ê Hezîranê dest pê kir, bi coşeke mezin berê xwe da Botanê. Heval Axîn ku li herêma Gabar a Botanê ma, tecrubeyên xwe yên ewil û mezin ên gerîlatiyê di vê qadê de girt, îradeya xwe ya ji ava wergirt û bi hêzkirina xwe re vîna kir ji pola û li vir paşnavê Gabar girt. Di pênaseya xwe û nasnameya Gabarê de qonaxeke girîng bû û niha weke Axîn Gabar profîla xwe ya gerîla xêz kiriye û ber bi vê armancê ve dest bi pêşketinê kir. Bi tecrubeyên ku li vir bi dest xistibû vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi giştî di nava xebatên YJA Starê de bi taybetî jî bi çalakiyeke mezin tev li xebatên xwe bû. Di şerê şoreşgerî de ji bo profesyonelbûna gerîla, ked û hewldaneke mezin da. Hevrê Axîn ku bi dilsoziyeke mezin beşdarî van xebatan bû, bû yek ji fermandarên pêşeng ên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ava kir û pêş xist. Hevrê Axîn ku xwest vê zanebûn û ezmûnê li xaka Bakur, li Amedê ya dilê Kurdistanê têxe xizmeta têkoşînê û careke din xwesteka xwe ya ku weke fermandareke fedakar her tim di refên herî pêş de cih bigire nîşan da. Heta sala 2018’an çû Amedê û weke fermandeyekê çû Amedê û heta dema şehîd ket, hewl da van erkên xwe bi rêk û pêk bi cih bîne. Hevrê Axîn hem di jiyana xwe de, hem di xebata xwe de, hem jî di nêzîkatiya xwe ya li hember hevrêyên xwe de, hevrêyek pir dilnizim û sade û her wiha xwedî hestên dagirtî bû. Ew li her xebat û cihê ku lê diçû, bi hebûn û sekna xwe, xwe dida hîskirin. Ji kêliyên ewil a tevlêbûna têkoşînê ve hate hezkirin û rêzgirtin. Hevrê Axîn di dayînê de bêsînor e, li hember hevrêyên xwe, doza xwe û gelê xwe bi berpirsyariya xwe dizane. Dema mirov ji derve ve lê binêre, di bin rûyê wê yê nazik de, îradeyek ji pola, ezîm û biryardariyek ku ji aliyê hişmendiyê ve hatiye afirandin dibîne. Mîna navê xwe, dilsoz, rast û raşikestî ye. Lê ew jî wek avê aram, zelal û kûr e. Bi van taybetiyên xwe her tim ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya jiyan û hebûnê. Hevrêyek tune ku pê re bimîne û xwe pêşde nebe. Bi her hevrêyekî xwe re yek bi yek eleqedar dibe, guh dide pirsgirêkên wan, hewl dide fêm bike û bibe hêza çareseriyê û têra her kesî bike. Yek ji taybetiyên wê yên herî mezin ên ku balê dikêşe, girêdana wê ya kûr a ji bo têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna wê ya bênavber a di vê mijarê de û rê nedana taybetmendiyên paşverû ye. Hevrê Axîn têkoşer e û di rêgezên xwe de dijwar e. Ji ber ku dizane dixwaze jiyaneke çawa bijî û azadî çawa pêkan e, di vê wateyê de pîvanên qebûlkirin û redkirinê jî zelal e. Mîna ava ku ji kûr ve diherike. Nade hîskirin lê hebûna wê heye. Xwe nade ferqkirin, lê her tim bi te re ye, xuya nake lê her tim li piştê mîna çiyayekî ye. Hevrêyekî ku demekê li gel hevrê Axîn mabû, gotibû, "Eger firîşte mirov bûna, wê hevrê Axîn bibe namzeta yekemîn a vê mîsyonê" û bi vê yekê re balê kişandibû ser taybetmendiyên wê. Ew temsîla jina firîşte ya mînak ku Rêbertî qala wê dike, ye. Bi rastî her çendî gelek jêhatîbûna wê ya di qadên xebatê yên cuda de hebe jî, taybetmendiyên heyî yên hevrê Axîn her tim ew hiştiye ku li çiya bimîne, di gerîlatiyê de israr bike û wê pêş bixe. Hişmendiya parastina jin û gel kûrtir kir, vebûna wê ya ji nûbûnê re, israra di berfirehkirina taktîkî de, hewldan û giraniya pêşengiya gerîlatiyê li deşt, bajar û çiyayan li ser esasê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û avakirina artêşa jinê kir fermandara lêgerînê. Her çendî bi performansa taktîkî ya ku îro di YJA Starê de zêdetir xwe dide der, di vê kêliyê de li her cih û xebata ku çûye girîngî daye pêşketina jinê û bi xwe jî pêşengtiya wê kiriye. Hevrê Axîn ku heta nefesa xwe ya dawî bi vê astê îddîa, biryardarî û hişmendiyê beşdar bû, ji bo me hevrêyekî pêşeng bû, hevrêyeke xwedî dil û hêza kûr a wateyê bû, çiyayekî ku mirov pala xwe bide û di heman demê de bi nasnameya xwe bû nûnerê vebijarka jiyana azad a jinê. Di vê wateyê de bîranîna wê wê her tim veşarî bimîne û serketina ku em ê bi dest bixin dê bidome. Hevrê Egîd û Demhat ku bi hevrê Axîn re şehîd bûn, hevrêyên ciwan ên ku ji hemû bandorên xapînok û qirêj ên pergalê dûr ketine û di têkoşîna rûmetê de azadî û bedewî dîtine. Van hevrêyan li hemberî hemû şert û mercên zexta faşîzmê di nava rêxistinên ciwanan de cih girtine, li dijî êrîşên dijmin yê li ser ciwan û gelên me parastinê kirine û bûne hêza ku hişmendî dide qezenç kirin. Piştî demekê têkoşîna xwe têrker nedîtine û xwestin bi çûna çiyayan şêwazê xwe yê têkoşînê berfirehtir bikin. Bi wê hişmendî û dilî berê xwe dane çiyê, di demeke kûrt de hînê jiyana gerîlatiyê bûne û bûn navê israra berxwedanê ya li dijî êrîşên faşîzmê. Tevlîbûna van hevrêyan a di pêvajoyên bi vî rengî yên bi êş de ku komploya navneteweyî bi konsepteke berfireh ji nû ve dihate jiyîn, tevlîbûna wan a di israra gerîlatiyê de ye. Hevrê Demhat û Egîd bi tevlêbûna xwe peyama "hûn nikarin gerîla biqedînin" dan dijmin û her tim bi vê hişmendiyê beşdar bûne. Dîsa hevrê Rohat Pasûr, zarokê leheng ê gelê Amedê, tevî ku di nava çalakiyên curbecur de bû û beriya ku tevlî bibe hate girtin jî, ji hişmendî û helwesta xwe ya welatparêziyê tawîz neda û bû xwedî seknek ku di her şert û mercî de di nava têkoşînê de weke rûmet dihesiband. Ji sala 2013’an û vir ve tevlî gelek xebatan bûye û bi taybetî jî bi roleke aktîf di pêşxistina xebatên YPS’ê de, ji bo hişyarkirina gel ya di vê mijarê de xebateke xurt daye meşandin. Ji bo ev îdiaya xwe her tim zindî bigire, piştî vegeriya Amedê gelekî xebitî û heta kêliya dawî ya şehadeta xwe têkoşîna xwe domandiye. Her çar hevrêyên me yên ku bi ti awayî serî li ber êrîşên dijwar ên dijmin û bangên teslîmiyetê nedan, mîna nûnerên xurt a ruhê hevrêtiya PKK-PAJK’ê, îradeya fedaî ya Apoyî careke din nîşan dan. Rêya ku em layiqî Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelê xwe yê birûmet bin, tacîkirina şerê gel ê Şoreşgerî bi serketinê ye. Bi vê hişmendiyê em careke din weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê hevrê Axîn Gabar Mûş, Rohat Pasûr, Demhat Setkar û Egîd Berxwedan ku mînakên fermandariya jina azad in, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û ji malbat û gelê xwe yê hêja yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Weke hevrêyên şer ên şehîdên xwe em soz didin ku em ê hesab ji dijmin bipirsin, tola wan hilînin û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin. 23’ê Îlona 2023 Fermandariya Bîryargeha Navendî Ya YJA Starê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 23 Eylül 2023
Görüntüleme: 637

JI TEVAHÎ ŞERVAN Û FERMANDARÊN EYALETA ROJAVAYÊ ZAPÊ YA ŞEHÎD DELÎL RE

Hevrêyên Hêja! Rejîma şer a AKP-MHP'ê ya faşîst ku nêzî sê sal in hewl dide çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, bi 20'ê Tîrmehê re ji bo hewldanên xwe yên dagirkeriyê dewam bike careke din li ser Rojavayê Zapê bi taybetî jî Girê Cûdî dest bi pêleke nû ya êrîşê kir. li hemberî van êrîşên faşîzmê ku ji exlaq û rûmeta mirovahiyê bêpar mane, ji bo jiyana azad û bi rûmet, ji bo israra di mirovbûyînê de we hevrêyên hêja bi berdêlên giran berxwedaneke mezin kirin û bi şerê xwe armancên dijmin têk birin. Bi kelecan û morala ku berxwedana we dane me, em we silav dikin. Di şexsê hevalên Yildiz, Robîn û Kawa de şehîdên vê berxwedana pîroz hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikin. Paradîgma û felsefeya Rêbertî dermanê hemû nexweşiyên serdemê ye. Faşîzma AKP'ê ku weke encama tirsa ji vê paradîgma û felsefeyê hate afirandin, beriya her tiştî êrîşî Rêbertî kir. Li ser Rêbertî, tecrîdeke mutleq a ku mirovek zû bi zû nikare rake hate ferzkirin, li gel vê yekê piştî birîna têkiliya navbera Rêbertî û gel û tevgerê, xwestin bi êrîşên giran gerîla biqedînin, bi tunekirina Kurdîtiya azad re careke din êrîşî Rêbertî bikin. Rejîma faşîst ji bo vê plana xwe pêk bîne, bi taybetî di nava sê salên dawî de bi hemû derfetên xwe dest bi êrîşên bêeman kir, hewl da Berxwedana Îmraliyê ya bêhempa ya Rêbertî û gerîla têk bibe, teslîm bigire. Ev hewldan bi berxwedana lehengî ya li ser xeta fedaî ya Apoyî hate têkbirin, bi saya vê berxwedanê AKP a ku weke projeyekê hate afirandin, negihîşt armanca xwe. Cografyaya Kurdistanê careke din ji seknên leheng ên di dîrokê de kêm hatine dîtin, ji fedakariyên mezin ên heta nefesa dawî li ber xwe dan, ji fedakariya bi ken a ber bi şehadetê ve dimeşiya, şahidî kir. Li vê xakê careke din bi dehan Zîlan, Kemal, Hayrî, Egîd, Bêrîtan û bi dehan Sara rabûn. Gerîlayên ku xwe ji aliyê taktîk û rêbazê ve nû kirin, nîşan dan ku jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin û wê azadiya fîzîkî teqez pêk bînin. Li hemberî teknîka herî pêşketî ya serdemê ya artêşa Tirk, gerîla xwe ji nû ve bi rêxistin kir, bersivên welê da ku teknîk têk bir, nîşan da ku di oxira azadî û mafê gelê Kurd, gelan, jinan û tevahiya mirovahiyê wê têbikoşin û hêvî ne. Ji ber ku li hemberî hemû derfetên teknîkê yên zaliman hate ispatkirin ku hêza herî mezin mirov bi xwe ye û şerê vê yekê tê meşandin. Faşîzma AKP-MHP'ê ku li hemberî vê îrade, biryardarî û seknê têk çû, hewldana dagirkeriyê ya ku nekarî salên derbasbûyî bi ser bixîne, ji bo karibe pêk bîne li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl careke din dest bi êrîşê kir. Ev êrîşên ku 20'ê Tîrmehê destpê kirin, heta îro bênavber û bi rengekî giran dewam dikin. Nêzî 50 roj in di şexsê we de berxwedaneke mezin tê nîşandan. Beriya her tiştî em vê berxwedana we ya mezin silav dikin ku ji bo bilindkirina ala berxwedanê û hêjabûna li şehîdên me nîşan dide. Di nava 50 rojên derbasbûyî de bi tîmên bi tevger rêbazên êrîşê, serdegirtinê, lêdanê, sûîqestê, sabotajê û çekên giran bi taktîkên afirîner hatin bicihanîn, di berxwedana tunelan de di serî de sûîqest her cûre taktîk hatin bikaranîn û her roj derb li dijmin hate xistin. Di her roja vê pêvajoya 50 rojî de çalakiyek hate kirin û li hemberî hêza we ya êrîş û lêdanê dijmin poşman bû ku careke din dest bi êrîşeke bi vî rengî kir. Di şexsê we de bi aqlê jinê çalakiyên xurt hatin kirin ku detayên wê yên herî zirav jî hatin hesabkirin, bi van çalakiyan îrade, huner û hêza şer a gerîla hate nîşandan, di hêza şer de ji aliyê taktîkî ve nûbûnek pêk hat. Lİ hemberî van êrîşan ku bi hevkariya AKP-PDK'ê ya ku aliyê herî qirêj ê aqlê serweriya mêr temsîl dike û bi piştgiriya navneteweyî dewam dikin, berxwedana we ya ku bi sekneke bi biryar misogeriya serketinê nîşan da, ji bo gelê me, ji bo jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo hemû hevrêyan bû moral û kelecaneke mezin, daxwaza têkoşînê hîn mezin kir. Performansa serketî ku weke hêzên YJA Starê di vê berxwedanê de nîşan dan, dewama Nalîn, Delîl, Avzem, Dîdar, Mizgînan e, di heman demê de dengê xwe tevlî dengê Leyla, Hêjar, Rojbîn, Ardem, Eylem û Asya Karadenîzan kir ku di nava salê de rê nedan dijmin. Her wiha careke din nîşan da ku Artêşa Jinê ya Azad ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û serketinê tiştekî ku nikaribe bike tune ye. Lewma weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em hemû şervan û fermandaran pîroz dikin ku di nava 50 rojî de bi rêbaz û biryardariya Zîlan çalakî plan kirin û pêk anîn, bi vî rengî sekn û aqlê jinê ya azad nîşan dan. Têkoşîna me wê heta bicihanîna paradîgmaya Rêbertî ku rêya yekane ya jiyana jinan û gelên bidest e, dewam bike. Di vê têkoşînê de jî ji we re serketinê dixwazin. 6’ê Îlona 2023 Fermandariya Bîryargeha Navendî Ya YJA Starê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 06 Eylül 2023
Görüntüleme: 452

ZÎLAN PÛSÛLAYA AZADIYÊ YA JINÊ YE

Çapemenî û Raya Giştî Re! Em di salvegera şehadeta wê de Xwedawenda xwe Zîlan ku navê banga li jiyanê ye, bi rêz û minet bi bîr tînin. Li ser xeta şerê rast ê Zîlan fermandarên me yên pêşeng Sema Yuce, Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), Gulçiya Gabar, Leyla Sorxwîn, Hêjar Zozan, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Kînda Zîn, Leyla Wan bûn fedaî. Em ê xwedî li mîrateya azadiyê ya van fermandarên xwe yên pêşeng derkevin, di şexsê Zîlan de soza serketinê didin şehîdên xwe yên azadiyê, ji bo bîranîna wan heta serketinê em ê di vê rêyê de dest ji têkoşînê bernedin. Em xwedî vê îdîa û biryardariyê ne Her civak xwedî xweda, xwedawend û pîrozmeniyan e ku dikeve bin fermana wan. Di nava rastiya me ya gel de jî şehîdên me pîrozmendiyên me ne" û wiha dewam kir, "Şehîdên me di oxira nirxên xwe de canê xwe feda kirin, lewma ji aliyê gelê me ve pîroz têne dîtin. Gelê me ku gotineke xwe nehatibû hiştin ji bo xwe bibêje, zimanê xwe hatibû jêkirin û ji mêtingeriyê xerabtir hatibû talankirin, bi saya şehîdên me careke din nirxên xwe bi dest xist. Gelê me nirxên xwe yên herî pîroz dane şehîdan. Di şexsê şehîdan de xwe ji nû ve pênase kiriye, di nava alema mirovahiyê de bi rastiya şehîdan xwe gihandiye cihê ku mafê xwe ye. Her şehîd ji bo gelê me nirxekî nû ye ku hatiye bidestxistin. Rêbaza Rêber Apo, nêzîkatiya wî ya li şehîdan û şehadetê ev nirx afirand. Rêbertî her şehadet bi xurtî bi wate kir, veguherand nirxekî zindî. Her nirxê ku di kesayetiya şehîd de hate destnîşankirin, rêya serketinê da ber gelê me. Ji ber vê yekê li hemberî komployên li dijî Rêber Apo, şervanên azadiyê bedena xwe şewitandin, bombeyên xwe bi mêtingeriyê teqandin û dilsoziya xwe ya bi xeta Rêbertî nîşan dan. Pêşenga me Zîlan jî ev rêbaza Rêber Apo nirxand, ji xwe re kir esas û bi têgihişan ku Rêber Apo afirînerê nirxê mirovahiyê ye, xwedî li Rêber Apo derket. Di 6'ê Gulana 1996'an de li hemberî êrîşa bombeyî ya dewleta Tirk a mêtinger a li ser Rêber Apo, xwe bi rêxistin kir, di dilê mêtingeriyê de xwe kir bombe û teqand. Zîlan ku di nava her şert û mercî de bi pîvanên milîtaniya Apoyî dilsoz bû, bi çalakiya xwe bû fermandarek ku ehr kes kete bin fermana wê, veguherî nirxekî pîroz ku her kes sondê li ser bixwe. Zîlan bi çalakiya xwe ruhê xwedawendiyê yê ji neolîtîkê ve ji nû ve zindî kir, bû sembola dîrokî ya jin a Kurd ku di xeta fedaî de jiyana nû afirand. Zîlan nîşaneya wê yekê ye ku jin ên li ser xeeta Apoyî bi hêza bombeya atomê dikare bi pêş bikeve. Têkoşîna me ya azadiyê bi hêsanî negihîştiye vê astê. Di nava rastiya Rojhilata Navîn de ku sînorên xwe rastekê hatine destnîşankirin, şerê li dijî artêşa herî barbar a cîhanê û mayina li ser piyan tenê bi keda bêhempa ya şehîdan bûye. Hêza ku em bi rê ve bir her tim rastiya me ya şehîdan bû. Di dema zor û zehmetiyê de şehîdên me xwe dan pêş, di rakirina astengiyan de canê xwe feda kirin. Di rastiya Zîlan de feraseta jiholêrakirina astengiyan di asta herî bilind de bû. Xeta fedaîtiyê ya Zîlan di têkoşîna me ya azadiyê de rêbazeke nû, di feraseta gerîlatiyê de navê asta herî bilind bû. Zîlan tê wateya hevgirtina fikir û çalakiyê. Zîlan kesayetiya serketinê, fermandara xeta fedaî ya di şer de ye. Zîlanê weke afirînereke azadiyê şopdarên xwe afirand û bi hezaran aşiqên azadiyê li ser xeta Zîlan gihîştin hev, ber bi azadiyê ve meşiyan. Yên ku îro li çar aliyên Kurdistanê li dijî çekên dawî yên teknolojiyê, li hemberî kîmyasalên li dijî mirovahiyê şer dikin, ji xwe re xeta fedaî ya Zîlan dikin esas. Zîlan ji bo jin a şerker xwedawend e, mabed e, ruhê ku jê hêzê werdigire ye. Zîlan ji bo jinên ku li çeperan şer dikin, li metropolan têdikoşin, li zindanan li ber xwe didin, li kolanan bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' rabûye serhildanê, pûsûlaya azadiyê ye. Weke gerîlayên YJA Starê ji bo bicihanîna manîfestoya azadiyê ku banga Zîlan a ji bo me ye, em ê heta dawiyê li dijî faşîzma mêtinger şer bikin. Dilsoziya bi Zîlan re bi vî rengî ye, em bi biryar in ku heta dawiyê xwedî lê derkevin. Jinûve bûyîna gelê me, ji zîldana şitlekê ya ber bi rojê wêdetir bi wate ye. Li welatekî ku axa wê jî nehate hiştin, bi betonê hate nixumandin, zîldana azadiyê, bi gotina Rêbertî tê wateya şînkirina kulîlkê ji nava kevir, jinûve şînkirina dara hişkbûyî. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya bênavber, di nava şert û mercên herî giran ê tecrîdê de jî wê kulîlkê û wê darê hîn jî şîn dike. Yên ku Rêbertî fêhm kirin bûn hêza vê têkoşînê ya bi rengê Zîlan. Ev jiyan û têkoşîna hebûnê li gel lîstikên qirêj ên hêzên hegemonîk jî her roj bêhtir mezin dibe, xurt dibe û reh berdide nava kûrahiya dîrokê. Bila gelê me zanibe ku bangên Zîlan ên di nameyên xwe de kir, hîn jî derbasdar e. Û her kesên ku di nava doza azadiyê de li ber xwe didin divê guh bidin vê bangê, ji bo gelê Kurd bigihêje cihê xwe yê bi rûmet ê di nava dîrokê de têbikoşe. Rastiyeke ku yên li ser xeta Zîlan şer bikin teqez bi ser dikevin. Serketin wê bibe ya rêbaza Rêbertî û yên ku ev rêbaz fêhm kirine û bûne mîna Zîlan. Em weke YJA Starî careke din di şexsê Zîlan de şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di vê pêvajoyê de ku em di demeke dîrokî de ne, weke milîtanên azadiyê yên jinê, haya me ji berpirsyariyên me hene. Em ê felsfeeya jiyanê ya Rêbertî li ser xeta Zîlan bixin meriyetê û bi vî rengî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Weke şopdarên Zîlan em ê vê jiyana mezin û bi wate ya ku ji me re hiştiye heta dilopa dawî ya xwîna xwe biparêzin. Zîlan ew hêz e ku destên dixwestin dirêjî Rêbertî bibe parçe parçe kir. Zîlan ji bo me talîmat e. Divê bê zanîn ku heta tecrîda bêexlaq a li ser Rêberê me dewam bike, em ê jî bi rengê Zîlan, bi rêbaza Zîlan di dema nû de hîn bêhtir lê bixin. Her roja ku em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin, hêrsa me bêhtir xurt dibe. Zîlan nîşanî her kesî da ku têkoşîna li hemberî vê yekê divê çawa be. Destên ku dirêjî Rêberê me dibe zû yan jî dereng wê teqez bi rengê Zîlan bersivê bibînin. Rêbertî her tim ji bo me pûsûlaya jiyanê ye, rastiya me ya şer e. Em artêşeke jinê ne ku amade ne di vê oxirê de her berdêlê bidin. Li ser vê bingehê em dubare dikin ku weke YJA Starê em ê hesabê her êrîşeke li ser Rêbertî û gelê me bipirsin. 28’ê Pûşber 2023 FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 28 Haziran 2023
Görüntüleme: 611

Şoreşgera Kêliyê û Pêkhînera Heqîqetê Şaristan Asmîn

Ji Ragihandin û Raya Giştî Re Em di serî de milîtana pêşeng, gerîlaya Apoyî û şopdara heqîqetê, rêhevala xwe ya dildar Şaristan Asmîn bi rêzdarî bibîrtinin. Di şexsê rêheval Şaristan de, em soz didin ku di hemû deman de bibin şopînerên rast yên Hîndîstan Penaber, Arjîn Amed, Sarya Onur, Ekîn Wan, Amara Ronahî û tevahiya şehîdên xwe yên çapemeniya azad ku li çiyayên Kurdistanê de ew bûn rênîşanên têkoşîna me. Em soz didin ku bi ronahiya wan ya ku bûye dengê gelê me, bûye dengê jinên şerker û bûye rûyê herî rast ya çiyayên me ve, emê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Rêhevala me ya pêşeng û kedkarek dilsoz ya axa xwe Şaristan Asmîn, bi welatparêziya gelê Botanê ve mezin dibe û rastiya êşên gelên xwe wek her ciwaneke Kurd ew jî jiyan dike. Hîn di temenekî ciwan de rûyê dagirkeriyê ya herî kirêt ve rûbirû dimîne û wek jineke Kurd soz dide ku hesabê her bihostekî axa xwe ji neyarên xwe bipirse. Bi vê armancê re berê xwe dide rastiya Rêber Apo ku heta dawî jêbawer e û di sala 1999’an dest bi meşa xwe ya şoreşgerî dike. Ew di tevahiya jiyana xwe de kedkar, fedakar, rêheval, pêşeng û girêdayî nirxên gelê xwe ye. Nav li xwe dike Şaristan û di meşa xwe ya têr û tîjî de dil û mejiyê xwe herdem bi felsefeya jiyana azad yê Rêber Apo ve dadigre. Lewra wek jineke dilsozê welatê xwe 24 seatan ked dide û di nava tevgera azadiya jin de dibe milîtan û fermandarek pêşeng. Ew di her demî û her cihî de pêşengeke xurt ya rêhevalên xwe, kedkarekî jidil ya welatê xwe, çavkaniya coş ya rêhevalên xwe ye. Lewma rêheval Şaristan di meşa xwe ya şoreşgerî ya 24 salan de ti carî ti astengî, zor û zehmetiyan li pêşiya şerê xwe ya azadiyê nekir asteng, di rûyê xwe den ken, di dilê xwe de baweriya serkeftinê kêm nekir, di tevahiya jiyana xwe de li ser zehmetiyan de meşiya û herdem zaferê esas girt. Serok Apo dibêje; ‘Jina azad bûyî di jiyanê de tê wateya Serkeftinê’. Şoreşgera Apoyî Şaristan wek jineke pêşeng bi şerekî mezin ve gav bi gav romana jiyana xwe dinivîsine û ji bo jiyana azad têdikoşe. Dibe xwedî hêz û afrîneriyek xurt lewra rastiya windabûyî ya dîroka xwe derdixe holê û di parastina nirxên gelê xwe de dibe pêşengeke nekeftî ya şerê azadiyê. Ji Qendîl, heta Zagrosan, ji Heftanîn heta Garê, ji Şengalê heta Maxmur û Kerkukê wek jineke şerker dil dide çiyayên asê ya welatên xwe û dil dide şerê jiyana azad. Di çapemeniya me ya YJA Starê de salên dirêj bênavber ked dide, hewl dide reng, deng û şerê azadiyê ya jinên şerker nîşanî herkesî bide. Lewra gav bi gav di hemû qadên têkoşînê de; her şopekî ku şehîdên qehreman hiştîne vedibêje, her jineke ku xwedî serpêhatiyên cuda ne dinivsîne û li ser heqîqeta gerîlayên Apo’yî bernameyan pêşkeş dike. Di bernameyên Jinên Çiyayî, Stargeh û gelek bernameyan de cewhera çiyayên Kurdistanê û dildarên wê radigihîne. Armanca Şaristan jî wek Berîtan jiyan kirin, wek Zîlan şer kirin û şoreşa jin de hêza birêxistinkirî ya jin xurt kirin e. Lewma ew carna wek pêşengeke şerê azadiyê çek li dest da, li Zapê di sengeran de bû, carna jî wek kedkarek çapemeniya azad kamera di dest de, ji Zagrosan heta Şengalê li ser erkên xwe yên dîrokî de bû. Rêheval Şaristan kesayetê zaferê di jiyana xwe ya şoreşgerî û sekna xwe ya Apo’yî de heta dawiyê jiyanî kir. Her ku ked da û jibo şoreşa gelan têkoşiya xwe azad hîs dikir. Di serdemên herî dîrokî ya tevgera me ya azadiyê de heta dawî di rastiya Serok Apo de birêgez jiyan kir û di lêgera heqîqetê de xwe û dorhêla xwe birêxistin kir. Ew di her kêliyê de rastiya jiyana xwe afirand û bi gelemperî kir. Wek fermandarek YJA Starê û wek rêhevaleke me ya çapemeniyê, rastiya şerê azadiyê dost û dijmin nîşanê herkesî da. Milîtana demê Şaristan Asmîn vegotina jiyana azad car bi şerê singesing ya li beramberî dagirkeran, car bi nivîsên xwe, car bi bernameyên gerîlayan ve, esas jî bi girêdanbûna xaka xwe ve raber kir. Em wek şopdarên Arjîn, Xelîl û Hindîstanan de soz didin ku heta azadiya gelê xwe wek Şaristan jiyan bikin, şer bikin û heqîqeta şerê azadiyê nîşanî hemû cîhanê bidin. Emê heta dawî xwedî li bîranîn û keda ku heval Şaristan di Navenda Çapemeniya YJA Star’ê de dayî derbikevin, cihê mayî de berdewam bikin. Emê wek rêhevala xwe ya Şaristan, ti astengiyan nasnekin, li ser tarîtiyan de bimeşin, ronahiyê bibînin û di rêya şoreşê de rastiya azadiya jin belavî hemû qadên jiyanê bikin. 14 Hezîran 2023 Navenda Ragihandin û Çapemeniya YJA Star

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 17 Haziran 2023
Görüntüleme: 596

TÊKOŞÎNA HEVRÊYA ME GULÇIYA JI BO ME MANÎFESTOYA TÊKOŞÎNÊ YE

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Fermandara leheng a wêrek a gelê me, mirova esîl, pak, jin a azad, Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û ji Fermandarên me yên Biryargeha Navendî hevrêya me Gulçiya Gabar û hevrêya me Pelşîn Newroz 29'ê Nîsana 2019'an li qada Çemankê ya Garê di êrîşê de şehîd bûn. Ev êrîş di encama îxbar û hevkariya ajan û nokerên xwecihî yên bi dijmin re pêk hat. Fermandara me ya mezin hevrê Gulçiya ku piştî jiyana azad bi îdeolojiya Apoyî nas kir, temenê xwe da jiyana azad a gelê me û jinên Kurd, mixabin bi îxbara ajan û nokerên dewleta Tirk a qirker mêtinger, şehîd bûn. Ji ber şehadeta fermandara me ya mezin Gulçiya Gabar û hevrê Pelşîn, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz, xelkê me yê Mêrdînê yê welatparêz ê gelek ewladên xwe yên bi rûmet daye vê dozê, serê malbatên hêja yên Aydin û Orçûn sax be, bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em sersaxiyê dixwazin. Weke hevrêyên wan em soz didin ku em ê hesab ji dijmin bixwazin, tola şehîdên xwe teqez hilînin û xwîna wan li erdê nehêlin. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne: Nasnav: Gulçiya Gabar Nav paşnav: Servet Aydin Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Rahîme-Sabrî Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2019 / Garê       Nasnav: Pelşîn Newroz Nav paşnav: Gulistan Orçûn Cihê jidayikbûnê: Mersîn  Dayik-Bav: Selîme-Abdûllah Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2019 / Garê       Fermandara me ya leheng Gulçiya Gabar li bajarê jinê Mêrdînê ku kevneşopiyeke xwe ya xurt a berxwedan û welatparêziyê heye, li Mîdyatê ku gelek çand, ol, ziman û gel bi hezkirin bi hev re dijîn, li nava çanda malbateke welatparêz mezin bû û sala 1992'an tevî hevalên xwe yên zarokatiyê tevlî nava refên azadiyê bû. Di demekê de ku serhildanên Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Amed û Hezexê diqewimî, têkoşîn nas kir. Ev yek jî bû sedem ku bi ruhê asî û serhildêr tevlî têkoşînê bibe. Hevala me Gulçiya Gabar di jiyana xwe ya şoreşgerî de ya nêzî 30 salan, li qada Botanê ya dilê Kurdistanê li Gabar, Besta, Herekol, Kato û Colemêrgê, ji Amedê heta Kobanê, ji Erzîromê û Garzanê heta bi Garê li her bihosta xaka welatê me ked da, ji kaniyên wê av vexwar, di rêyên wê de meşiya, pê li her kevirî kir û di her çeperê de şer kir. Hevrêya me Gulçiya Gabar di pêvajoya serhildanê tevlî bû, di avakirina artêşbûna jinê û pêşvebirina Tevgera Azadiyê ya Jinê de, li qadên herî zehmet ma û bi tevlîbûneke xurt bû xwedî danheviyeke têkoşînê. Têkoşîna sih salan a hevrêya me Gulçiya ji bo me bû manîfestoya têkoşînê. Ji roja ku tevlîbû û pê ve bi ked, fedakarî, wêrekî û dîsîplîna xwe bû yek ji fermandarên me yên pêşeng. Hevrêya me Gulçiya bi taybetmendiyên xwe yên fermandariyê di nava têkoşînê de li pêş bû. Her tim di demên herî zehmet û krîtîk de bi berpirsyarî rabû. Herî dawî cihê xwe di nava Fermandariya me ya Biryargeha Navendî de girt û hunera xwe ya fermandariya leşkerî bi danheviya rêxistinî û îdeolojîk bi xurtî gihand hev. Hevrêya me Gulçiya ku di temenê ciwantiyê de tevlî nava têkoşînê bû, bi ked û pêşketina xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin, hurmet û baweriyê. Di rastiya hevala Gulçiya Gabar de serketin nêzîkatiya bingehîn e ku divê tqez bi ked û hişmendiyê bê pêkanîn. Xwedî nêzîkatiyeke welê bû ku çiqas hunera xwe, çiqas enerjiya xwe hebû hewl dida tevlî bike. Fermandara me hevrê Gulçiya bû navê fedakariya li vê têkoşînê, navê xwedîderketina li Rêbertî, Partî û têkoşînê. Ji karekî herî biçûk ê pratîkî heta bi pirsgirêkên leşkerî-taktîkî-rêxistinî ku her kesî zehmetî dikişand çareser bike, bi her tiştî ve mijûl dibû, xwe bi pêş ve dibir û bi asta xwe ya pêşketinê nedima, hewl dida hevalên xwe tevlî bike, jinê perwerde bike, dîsîplîn bike. Her wiha yek ji taybetmendiyên xwe yên girîng jî ew bû ku ti carî serî li ber serweriya mêr û kevneperestiya jinê neditewand. Kêmasî ji nedîtî ve nehat, nerazıbûn û helwesta xwe nîşan da. Fermandara me ya leheng xwe bi pirsgirêkên rojane bi sînor nekir, lê belê ti carî çareserkirina van pirsgirêkan jî taloq nekir, her tim bersiv da kêliyê. Weke jin û fermandareke jin ti carî jirêzêbûyîn qebûl nekir. Bi jiyan, têkoşîn, rêbaz û kesayetiya xwe neşibiya kesî. Ew miroveke bedew bû ku xwedî taybetmendiyên xweser û sade bû. Mîna navê xwe ew gula çiya bû. Dema ku mirov li hevala Gulçiya dinihêrî bersiva ji pirsa 'jin a azad kî ye, çawa dijî' şênber dibû. Di kesayetiya wê de azadî veguherîbû karakterê. Ruhê xwe teslîmî vê sîstemê nekir û bû 'xwebûn'. Bi wê re fikir, zikir û çalakî yek bû. Hevala Gulçiya Gabar mîna diaxivî dijiya, mîna dijiya dianî ziman. Ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve ji gelek aliyan ve xwe bi pêş ve biribû. Lê belê taybetmendiya herî diyarker a hevrêya me Gulçiya ew bû ku di têkiliyên mirovan, guhertina mirovan û bandora li mirovan de pêşketî bû. Dema ku Gulçiya dihate gotin, biryardarî, rûmetdarî û têkoşerî dihate bîra mirovan. Biryardariya ji bo azadiyê û hişmendiya azadiyê pê re gelekî pêşketî bû. Serbilindahî û rûmeta milîtanbûyîna PKK û PAJK'ê di rû, çav û jiyana wê de xuya dikir. Têkoşerî, şerkeriya di oxira rastiyên pê bawer dikir û afirîneriya eşqa azadiyê ya di dil û mejiyê xwe de, di kesayetî û jiyana xwe de şênber kir û vê taybetmendiyê ew hîn bêhtir bi bandor dikir. Ya ku ew bêhtir balkêş dikir ew bû ku xwe bi rastiya Rêbertî û Partiyê re kir yek. Sadebûn û otorîteriya wê, henek û coşa wê, rûyê wê yê li ken mîna guleke xwezayî, hunera xwe ya pratîkî, berpirsyariya ji xwe ya perwerdekirinê, dîsîplîna xwe, hêza parvekirinê ya bi mirovan re taybetmendiyên karakterê wê bû ku li pêş çavan bû. Bêyî ku mirovan aciz bike, bieciqîne û biçûk bixîne, hîn dikir. Hevala Gulçiya Gabar hezkirina ji çiyê, xakê, welat û gerîlatiyê hînî gelek hevrêyên xwe kir. Em ji wê hîn bûn ku jiyana weke jinekê li çiyê çawa mirovan bedew dike û kêfxweş dike. Di kesayetiya wê de em hîn bêhtir bi bedewiya Xwebûnê hesiyan. Bi jiyan û kesayetiya xwe hînî me hemûyan kir ku gerîla bi felsefeya jiyanê, zor û zehmetî û bedewiya xwe karakterekî jiyanê ye. Di salên destpêkê de ku tevlî nava têkoşînê bû, piştî şerekî ji hevalên xwe qut bû, tevî ku bi rojan dûr mabû jî bi israra xwegihandina hevalên xwe û bi îradeyeke mezin, xwe gihandibû hevalên xwe. Mîna ku helbestvan dibêje; birçî mabû, tî mabû, lê belê evîna wê ew neterikandibû. Ew dileke evîndara Rêbertî, welat, çiya, gerîla û hevalên xwe bû. Hevala Gulçiya jineke azad bû ku ji sînorên xwe derbas bû. Fermandareke wêrek bû ku dema ji sînorê xwe derbas dibû ji xwe nedibihurî, her ku hêza xwe didît xwe winda nedikir. Ji fermandariya mangayê heta bi Fermandariya Biryargeha Navendî di her astê de tevlî bû. Di her şert û mercî de sadebûna xwe, dilnizmiya xwe, kesayetiya xwe ti carî winda nekir. Pîvanên xwezayî yên hezkirinê, taybetmendiya azadiyê di kesayetiya xwe de ava kir û hînî me kir. Her gotin, hevokên wê bi zor û zehmetî, bi parvekirinên herî bedew û bi jiyanê bi wate bû bûn. Şoreşgerî bi wê re rêbaza jiyanê bû, ne mecbûriyeteke bû, lê tercîhek bû. Her ku bi rastiya Rêbertî re bû yek bêhtir bedew bû, bêhtir bi wate bû û wate tevlî jiyana xwe kir. Dilê wê bedew bû, mejiyê wê azad bû, kenê wê ji dil bû û nêrîna wê kûr bû. Jiyana bi keda mezin a fermandara me ya asî û bi rûmet di wê astê de ye ku dikare bibe mijar ji dehan romanan re. Ya ku hevala Gulçiya ewqasî zîrek kir ew bû ku dema jiyan û pratîka xwe bi rêxistin dikir, jiyana bi Rêbertî re timî ji xwe re dikir pîvana bingehîn. Hevrê Gulçiya bîst û çar saetên rojê dixebitî, enerjiya xwe tevlî dikir, derdora xwe bi xwe re bi jiyanê ve girê dida, pîvanên hevaltiya bi Rêbertî re di jiyana xwe de şênber dikir. Ya ku bû sedem di nava têkoşînê de ewqasî zîrek be, li hemberî zor û zehmetiyan bi îrade rabe û li hemberî dijmin bi wêrekî tevbigere, baweriya wê ya ji bo dîtina Rêbertî bû. Hevrê Gulçiya ji bo dîtina Rêbertî bi rê ket, lê belê komploya navneteweyî bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêbertî bi encam bû bû. Ev rewş di dilê hevala Gulçiya de timî mîna birînekê bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezin kir, eşqa xwe ya ji bo Rêbertî xurtir kir. Fermandara me ya wêrek û leheng hevrê Gulçiya di têkoşîna xwe de li her qadê û di her karî de ji xwe re kir pîvaneke şoreşgerî ku li ser xeta Apoyî zelal be, bi pêş bikeve û li ser vê bingehê jî kedê bide. Di kesayetiya xwe de kûrbûna îdeolojîk, di jiyana xwe de ked û di têkoşînê de jî serketin temsîl kir û ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Ew weke yek ji pêşengên tevgera me ya azadiyê, yek ji fermandarên me yên pêşeng ên artêşa me ya jinê di dîroka me ya têkoşînê de wê neyê jibîrkirin. Em careke din soz didin ku hêjayî bîranîna wê bin û meşaleya azadiyê ya ku radestî me kiriye bi ser bixînin. Hevala me Pelşîn Newroz ku tevî hevrê Gulçiya şehîd bû, bi çanda welatparêziyê ya Mêrdînê mezin bû, piştî ku felsefeya Rêbertî û têkoşîna azadiyê nas kir, ev çand bi hestên şoreşgerî re kir yek. Bi bandora berxwedana li Kobanê û Rojava, wê demê mîna gelek ciwanên Kurd hevrêya me Pelşîn jî berê xwe da têkoşînê û di sala 2015'an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Ciwanên kurd, jinên Kurd û enternasyonalên ji gelek gelan bi piştevanî û têkoşînê DAÎŞ têk birin. Hevrêya me Pelşîn jî bi rengekî çalak tevlî gelek pêngavên li dijî DAÎŞ'ê bû. Li vê derê wezîfeya xwe ya dîrokî ıya ji bo mirovahiyê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî hêja bi cih anî û piştre berê xwe da çiyê. Ji bo cihê xwe li nava gerîla bigire ku bi hesreteke mezin armanca wê bû, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Artêşbûna jinê, şerê jinê û hêza îradeyê ya jinê gelekî bandor li hevrê Pelşîn kir. Li ser bingeha pejirandina milîtaniya PKK û PAJK'ê, xwe zane kir, perwerde kir, jinûve afirand û ji xwe re kir esas ku bibe jineke azad. Bi eşq tevlî gerîlatiya jinê bû, bi sade û cewherîbûna xwe, bi sekna xwe ya ji dil û rû li ken, rengê xwe da jiyanê. Hevrê Pelşîn bi rengekî bêteredût, bi daxwaz û eşqeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû, li nava hevrêyên xwe hemûyan bi cihê hezkirinê. Bi sekna xwe ya ku berê xwe li fermandarîbûneke mezin bû, bi tevlîbûna xwe ya cihê baweriyê, bi kesayetiya xwe ya kelecanî beşdarî nava karên me yên li Biryargeha Navendî ya YJA Starê bû. Ji bo vî karî bi serketî bi encam bike kedeke mezin da. Hevrêya me Pelşîn di nava têkoşînê de bi Rêbertî, hevrêtî û pîvanên jiyana azad re dilsoz ma û bi rengekî sade, kedkar û dilnizm tevlî bû. Rêya hêjabûyîna li Rêbertî, şehîdan û gelê me yê bi rûmet bi serxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî dibe. Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em destnîşan dikin ku bi fermandariya mînaka fermandariya jin a azad û leheng Gulçiya Gabar û li se xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê ber bi serketinê ve bimeşin. 29 Avrel 2023 Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star’ê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 01 May 2023
Görüntüleme: 454

DEMA JIYANA AZAD A BI RÊBERTÎ RE HATIYE

Çapemenî û Raya Giştî Re Bi rojbûna Rêberê me re ji bo jinan, ji bo her kesên li azadiyê digerin hêviyek çêbû. 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê me di şexsê Dayika Uveyş de li dayikan, gelê me yê welatparêz, li girtiyên azadiyê yên di bin êşkenceya giran û tecrîdê de li ber xwe didin, pîroz dikin. Di vê roja nû ya rojbûnê de ku em bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin em ê têkoşîna xwe dewam bikin û weke hêza fedaî ya Rêber Apo em ê azadiyê pêk bînin. Rojbûn zimanê hêviyê ye. Di her jidayikbûnê de ya ku pêk tê, hêvî bi xwe ye. Ji ber vê yekê jidayikbûnên mirovahiyê li gorî wateya xwe bi coş û kelecaneke mezin hatiye pêşwazîkirin. Her jidayikbûn di esasê xwe de mizgîniya coşa vegera li cewhera xwe ya mirovahiyê ye ku bi hezaran sal in winda kiriye. Jidayikbûna 4'ê Nîsana 1949'an a li Amarayê mizgîniya vegera li vê cewherê ye. Di serî de gelê me bi milyonan mirov li dora vê mizgîniyê civiyan û îro bi coş û kelecan pîroz dike. Rêberê me pênaseya herî bedew a jiyanê kir, destnîşan kir ku jiyan tenê bi rengekî azad bi wate ye. Rêberê me ku hezkirin, çavkaniya sûdwergirtinê û hilberîn da jiyanê, pênaseya herî bi wate ya bûyînê ye. Rêberê me bi têkiliya xwe ya jiyanê û felsefeya xwe ya azadiyê rêya şikandina zincîrên koletiyê da ber bi milyonan mirovan û bi sed hezaran kes jî kir şervanên azadiyê yên herî berxwedêr li nava refên azadiyê. Rastiya me ya bingehîn a ku dibe sedem gelê me li bajaran, hevrêyên me li zindanan û em jî li çiyê şer bikin, felsefeya jiyana azad e ku bi jidaykbûna Rêberê me hatiye afirandin. Jidayikbûna Rêberê me vejîna gelê me ye. Bi jidayikbûna Rêberê me re jinê xwe gihandiye cewhera xwe. Jidayikbûna Rêberê me vejandina hêviyê ye ji bo tevahiya mirovahiyê. Lêgerîna li jiyana azad a Rêberê me hîn di heft salî de destpê kir û ev lêgerîna li jiyanê ku weke sê bûyînan pênase kir, gav bi gav bêhtir dewlemend kir û dewam kir. Rêberê me di her qonaxa bûyînê de bû hêvî ji mirovahiyê re, ji bo gelê me, jinan û hemû civakê çareserî ji pirsgirêkên azadiyê re afirand. PKK ku rastiya vejînê ya gelê Kurd e, YJA Star ku hêza xweparastinê û xwerêxistinkirinê ya jinê ye, Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya li Rojhilata Navîn pêk hat û felsefeya jiyanê ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku li tevahiya cîhanê jin rakir ser piyan, nirxên berxwedana azadiyê ya Rêberê me ne ku hîn di heft salî de da destpêkirin. Jinan xwe bi Rêbertî nas kirin, xwe gihandin wateya rastî ya navê xwe. Jinan Rêbertî weke rêberekî bûyînê pejirandin û bi canê xwe xwedî li nirxên jiyana azad ên Rêbertî derketin. Her nirxên hatine afirandin ji bo me nirxên Rêbertî ne ku weke navê jinûve bûyînê divê xwedî lê bê derketin û bêne parastin. Weke gerîlayên YJA Starê haya me ji berpirsyariya me heye ku van nirxên Rêberê me emanetî me kir biparêzin, ku em gihand nasnameya me. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Rêberê me bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk bersiv da nakokiyên navbera mirovan, mirov û xwezayê, jin û mêr de û paradîgmaya jiyanê ya ku Rêberê me destnîşan kir, ji niha ve bala bi milyonan mirovî dikişîne. Aktîvîstên civakê, akademîsyen, rewşenbîr li ser paradîgmaya Rêbertî nîqaş dikin, konferans û sempozyûman lidar dixin û li rê û rêbazan digerin ji bo felsefeya Rêbertî pêk bînin. Ev eleqeya zêde ya ku ji bo Rêberê me tê nîşandan, hêzên dewletperest ên hegemonîk ditirsîne û ji bo gotineke bi tenê ya Rêberê me negihêje derve li Êşkencexaneya Îmraliyê her roj hîn bêhtir bêhiqûqî tê kirin. Du sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Li gel şert û mercên giran ên tecrîd û îzolasyonê yên hêzên dewletperest ên hegemonîk jî Rêberê me ji bo me dengê herî bilind e. Berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê ji bo me peyama şênber a biryardariya li ser berxwedanê ye. Rêberê me beriya niha gotibû, 'Ez mîna dareke berû ya panzdeh hezar salî me. Şaxên min bêne birîn jî koka min li kûrahiya dîrokê ye, ez ê ji nû ve şîn bibim'. Weke gerîlayên YJA Starê girêdana me ya bi Rêberê me re mîna koka dara berû kûr û bi hezaran salî ye. Mîna xwezaya ku her Nîsanê şîn dibe, em jî hêviyê şîn dikin û bi dirûşma Rêberê xwe 'Her derê bi darên berû şîn bikin' bang li gelê xwe dikin ku di 4'ê Nîsanê de her derê şîn bike. Em di wê baweriyê de ne ku di her dara berûyê de ya bê çandin wê gelê me nû bibe, jin wê xwe ji nû ve biafirînin. Li hemberî operasyonên dagirkerî û îmhayê yên ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li çar aliyên Kurdistanê dewam dikin, çavkaniya me ya herî mezin a berxwedanê sekna berxwedêr a Rêberê me ye. Rêberê me zext û ferzên rejîma şerê taybet a dewleta Tirk û şefên wê qebûl nekir. Rêberê me emrê xwe da azadiya mirovahiyê. Em jî weke milîtanên Rêberê xwe faşîzmê, dagirkeriyê, mêtingeriyê, tecreîdê, êşkenceyê red dikin û soz didin ku bi têkoşîna xwe em ê dawî li wan bînin. Gelê me îro dengê xwe li her derê bilind dike û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê me li her derê diqîre. Em li çiyê, li çeperan li hemberî çekên ji teknolojiya dawî yên neqanûnî û gazên kîmyewî, bi hêza ji Rêberê xwe wergirtî bi xurtî li ber xwe didin. Cîhan tev fikrên Rêbertî nîqaş dike. Jidayikbûna Rêberê me her kes nû kir û mirovahiya azad êdî ji dayik bûye. Li gel zext û zordariyê jî eger gelê me û jin bi kêfxweşî dibêjin 'Jidayikbûna Rêberê me jidayikbûna me ye' hingî Rêberê me bi ser ketiye. Dengê ku bi vê dirûşmê bilind dibe wê di 4'ê Nîsanê de hîn bêhtir gur bibe û tola gelê me wê careke din ji rejîmê faşîst bê hilanîn. Bi vê wesîleyê em bang li jin ên ciwan dikin ku berê xwe bidin çiyê ku Rêbertî weke warê azadiyê yê jinan pênase dike û jidayikbûna xwe pêk bînin. Pêşveçûna civak û dîrokê jiyana azad a bi Rêbertî re ferz dike. Dem hatiye ku bi Rêbertî re bi rengekî azad bijîn. Û ti hêz nikare li ber tiştên dema wê hatiye bisekine. Jinên Kurd ku bi jidayikbûna Rêberê me re xwe gihandin nasnameya jin a azad û gihîştin asta pêşengiyê ji jinên cîhanê re, pêşengên vê serdemê ne. Weke gerîlayên YJA Starê ku çiya ji xwe re kirine warê azadiyê û di vê oxirê de şer dikin, em bi biryar in ku bi pêşengiya jinên Kurd ên azad, bi felsefeya Rêbertî xwe bigihînin Rêbertiya azad. Bi jidayikbûna Rêbertî re jinan li ser bingeha xweparastinê xwe gihandin nasnameya xwe. Bi rûmeta nasnameya ku bi dest xistiye, em ê heta serketinê jidayikbûnê ji xwe re bikin esas û bi enerjiya xwe ya jiyanê ya nûbûyî xwe bigihînin şoreşa azadiyê ya mirovahiyê. Weke YJA Starê ku artêşa fedaî ya Rêber Apo ye, bi hêrsa mezin a ji tecrîda giran a li ser Rêberê xwe, em soza tolhildanê didin.   2’ê Nîsana 2023 Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star’ê  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 02 Nisan 2023
Görüntüleme: 604

Sayfa 3 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • JI Gelê Me Yê Welatparêz  û Raya GIştî ya Demokratîk re

  • ROJBÛNA RÊBER APO, ROJBÛNA VÎNA AZAD E

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere