• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. DAXUYANÎ

JI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK Û GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE

Di destpêkê de cejna vejînê a 15’ê Tebaxê li RÊBER APO, gelê Kurd, li gerîlayan, weke jinên Kurd vê li rojê li hemû jinên ku li himberî zihniyeta serdest a mêr di nava tekoşînê dene pîroz dikin. Di destpêkê de rêheval û fermandarê mezin Egîd (MAHSUM KORKMAZ) ku pêşengtî ji pêngava 15’ê Tebaxê re kiriye û hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînin û soza xwe ya ku em bi biryarekî mezin tekoşîna wana berbi serkeftinê de bibin diyar dikin. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li himberî dagirkeriyê guleya yekemîn ya hatî teqandin, ji bo gelê Kurd bi qasî ji nû de dayîkbûn û zindîbûnê îfade dike, ji bo jinên Kurd jî bûye destpêka gava ku di tekoşîna azadiyê de were avêtin. Guleya destpêkê li zihniyeta mêr a serdest ku dibe çavkaniya pergala dagirkeriyê ketiye. Jinên Kurd bi vê re serî li himberî zihnniyeta desthilatdar rakiriye, ketiye ferqa nasnama xwe ya zayendî û bi gerîlabûyînê re tekoşîna azadiyê birêve biriye. Di vê wateyê de, di Kurdistan ê de ji bo ku bi nasnameya xwe bi hebûn bibe, jinên ku ji derveyî şer ti alternatîfên xwe yên din tine ye, di hundirê tekoşîna rizgariya netewî de bi gerîlabûyînê re tekoşîn kirinê fêr bûye û bi doktrînên (öğretisi) RÊBER APO re artêşa xwe ya xweser damezrandiye. Artêşa jin a Kurdistanê îro binavê YJA STAR (Yekîneyên Jina Azad) hem ji bo tekoşîna netewî a Kurdistanê pêşengtî dike, hem jî di destpêkê de weke jinên Kurd, ji bo azadiya zayendî a hemû jinan tekoşînê dike. Gava tekoşîna ku bi şehîdê me yê yekemîn Besê Anuş’an hatiye destpê kirin û îro bi Zîlan, Bêrîtan, Sema, Viyan, Nuda, Dîcle, Çîçek Rozerîn û bi gelek şehîdên artêşê yên fedayî di hundirê berxwedaniyekî mezin de bûne, bi bilind kirina tekoşînê re azadiyê bi dest xistine. Bi ketina salvegera 29. a pêngava 15’ê Tebaxê, bi şerê gel yê şoreşgerî re di vê pêvajoya ku em pêvajoya çareseriyê jiyan dikin, tekoşîna me ya gerîla gihiştiye qonaxekî nû. Di operasyonên Oremar, Şitazin, Şemzînan û herî dawî jî li Çelê operasyona şoreşger ya li Rindikê hatiye pêşxistin, hêzên me yên gerîla yên YJA STAR bi hêz û morala mezin ya ku ji şehîdên fedayî girtine, xwe bi mîsogerî bi serkeftinê re dayîna kilît kirin re, di asta pêşengtiyê de tevlîbûn nîşandane. Herî dawî li Çelê di operasyona şoreşgerî ya Rindikê de rêhevala me Jîn bi ruxmê ku bi giran birîndar bûye jî, xwe dixe narincok û di dijmin de diteqîne. Bi vê berxwedaniya ku rêhevala me Jîn daye nîşandan, tê fêm kirin ku bi şêwaz, textîk û ruhê fedayî re wê tekoşîna azadiyê bigihe serkeftinê. Di vê tekoşîna şoreşê de hêzên me yên YJA STAR bi leyîstina rol û misyona pêşengiyê re, pêkhatina azadiya RÊBER APO û di Kurdistanê de ava kirina çareseriya xweseriya demokratîk mîsoger kirine. Weke hêzên gerîla yên YJA STAR, em biryara xwe ya serkeftina tekoşîna şoreşê diyar dikin û di tekoşîna hemû jinên berxwedêr yên têkoşînê dimeşînin re serkeftinê dixwazin. 14-08-2012 Fermandariya Biryargeha Navendî Ya YJA STAR ê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Ağustos 2012
Görüntüleme: 331

JINA AZAD A SERKEFTÎ WÊ JI HEMÛ MIROVAHIYÊ RE BIDE QEZENCKIRIN!

Ji Gelê Me yê Welatparêz Re

Di gava destpêkê ya avabûna mirovahiyê û civaka xwezayî ya komunal de jin bi rola sereke rabûn.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 29 Nisan 2022
Görüntüleme: 323

Devamını oku …

ŞOREŞA ME YA AZADÎ WÊ BI TÊKOŞÎNA JINÊ SERKEFTÎ BİBE

Em di demeke dîrokî de ne ku bi taktîkên gerîla yên afirîner ên Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi me dide qezençkirin. Em bi ruhê serketinê yê xeta berxwedanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî dikin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 07 Nisan 2022
Görüntüleme: 340

Devamını oku …

NEWROZA SALA 50. WÊ BİBE CEJNA SERKEFTİNA GELÊ ME!

Em, Newroza ku gelê me weke cejna vejîn û azadiyê pîroz dike bi dirûşma 'Dem dema serketina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye' pêşwazî dikin. Di serî de Rêberê me yê ku agirê azadiyê diyarî me kiriye, di şexsê hevrêyên me Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema yên ku bi vî agirî bûn Newroz, Nerozê li şehîdên me pîroz dikin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Nisan 2022
Görüntüleme: 319

Devamını oku …

RÊBER APO, RÊBERÊ JIYANA AZAD A SEDSALA 21.AN E

Ji raya giştî û gelê me re; Em roja rojbûna Rêberê xwe ya ku bi wate dayîna jiyanê re rêya di heqîqetê de meşandinê û ji bo mirovahiyê nirxên pîroz avakiriye rojbûna wê bi heycanekê mezin pîroz dikin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Nisan 2021
Görüntüleme: 323

Devamını oku …

BILANÇOYA ÇALAKIYÊN YJA STAR Ê SALA 2012’AN

Ji bo gelê me û raya giştî!

Me wek tevgera azadiyê sala 2012’an bi rihê berxwedanî û tekoşînê pêşwazîkir. Ketina me ya sala 2012’an li ser esasê misogerkirina azadiya Serokê xwe û ya gelê xwe bû. Di vê bingehê de em ketin nava çalekiyên aktîv de.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Şubat 2012
Görüntüleme: 310

Devamını oku …

Sayfa 6 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • JI Gelê Me Yê Welatparêz  û Raya GIştî ya Demokratîk re

  • ROJBÛNA RÊBER APO, ROJBÛNA VÎNA AZAD E

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere