Cîhanê vê pirsgirêkê çareser nekiriye ev nayê wateya ku di çareseriyê de qet pêşketin nabe. Pirsgirêka jinê di tu welatî de qasî ya me giran nebûye. Ew bûne dewlet di aliyê civakî de bûne netew û gelên pir pêşketî. Ji bo me ya pêwîst û girîng li gor mercên xwe yên şenber çareseriyek e, eşkereye ku wê di hemtaya cîhanê de bandora vê çêbibe. Me vê jî got em civakeke jinoyî ne yanê zexta li ser jinê hatiye meşandin wêdetir em civakekin ku li serê wê mêtîngerî hatiye çespandine, di vê wateyê de rizgarî tam rizgariyeke jinê ye, tam şoreşeke jinê ye.
Şoreşa Kurdistanê cara yekem di hemtaya navnetewî de dikare bibe şoreşeke jin. Ger ku ji van dahûrandinan re bal bê kişandin şoreşa Kurdistanê tam azadiya jinê, şoreşa jinê ya cavakî ye. Teoriya xwe jî, piratîka xwe jî heye. Yên ku di zanebûna vê de ne, wê wisa bi dest bigirin û ber bi çareseriyê ve bibin. Ger ku bê bibirin, wê ji rizgariya jinê ya li cîhanê re jî tevkariyekê bide peydakirin. Heke ku em şêwaza me derxistiye rastê li partiyê serdest bikin, ji bo gelê me wê çareseriyeke erjeng bibe mijara gotinê. Her kes di rewşa pir zanebûn û diyarkirina çarenûsa xwe de ye. Paşdemayîneke her biçûk a ziman û ya jinê nabe bi vî awayî çespandin nabe. Jin dikare têkûz derkeve rastê, zilam jî dikare têkûz derkeve rastê û şûnewarekî îdeal ê wekhevî û azadiyê dikare derkeve rastê, lê ev tenê dibe armancek.
Rojane ez ji bo çareseriyê vana çêdikim. Di nava refên xwe de em dikarin vana pêş bixin, ger ku hêza me pê bigihîje emê zêdetir jî çêbikin. Di rêjeya ku em xwe dadihûrînin de em karibin mirovatiyê jî bidahûrînin. Şoreşeke bi serkeftina Kurdistanê, şoreşeke baş a mirovatiyê ye. Pêwîste em encamên vê jî biçûk nebînin. Bêgûman divê em nebêjin şoreş pêk hat, pirsgirêk çareser bû. Niha jî çareserî heye û piştî serkeftinê jî, wê bidome, lê di hundirê merc û teşeyên cewaz de wê bidome. Di bingeh de me pirsgirêkê çareser kiriye. Ez ji bo xwe didim diyarkirin ku ji bo çareseriyê di şungeheke xurt de ya ku min di xwe de çareser kiriye, ji bo mirovatiyê jî dibe çareseriyek. Em şoreşan tim wisa dibînin. Têkoşîna ku komunîzmê di hundirê xwe de dihewand beriya deh hezar salan jî hebû niha jî heye, wê piştî deh hezar salên din jî hebe. Beriya deh hezar salan jî çareseriyên pir xurt hebûn, niha jî hene wê di demên pêş de jî hebin. Pirsgirêk wê dem jî hebû, niha jî heye wê pêşdetir jî hebe. A girîng ew e ku di nava qasê de di pozîsyona rast de peydabûn e. Pisrgirêkê derxistina rastê û derfeta çareseriyê çespandin e. Bêgûman em vê di PKKê de pêk tînin, pêl bi pêl ji bo gelê xwe jî pêktînin û ya girîng jî eve.
Şoreşa me mirovanî ye. Di mijara jinê de de jî şoreşa herî mezin e. Teoriya wê jî, piratîka wê jî baş pêş dikeve. Pêwîste em çareseriyê hindek wisa bibînin. Nexwe gotineke mîna ‘Me li Kurdistanê şoreş çêkir, gelo emê neşibin welatên din’ nêzîkatiyeke rast nîne. Ma ji xwe şoreşên din pirsgirêkê çiqas çareserkirin? Ew jî gelşeke cuda ye. Di şoreşa Firansa de, di şoreşa Îslamê de, di şoreşa Rusya de ev pirsgirêk di pîvanên cewaz de pêk hatiye. Ji ber vê yekê li wan deran ev pirsgirêk tam nehate çareserkirin. Divê em nebêjin hat spartin. Hêza çareseriya wan ewqase, ev jî nayê biçûk dîtin.
Bi kurtasî hunê di vê mijarê de kûr bibin, têbigihîjin. Hunê kesayetiya xwe bi tevahî bînin halê kesayetiya ku ji pirsê ‘Çawa tê jiyandin’ re dibe bersiv. Milîtanê rastîn hemû raman û çalakiya xwe ji bo bidestxistina ciyekî, ji bo zoriyekî zivirandina hêsaniyê, bêserkeftiniyekî zivirandina serkeftinê, bê derferiyekî zivirandina derfetê, serleşker ev e. Hun çawa nû û nû bi vê dihesin? Hun di rêjeyeke mezin de şêwaza serokatiyê bi rengekî çewisandin, bi sertujikî xwe avêtin, dizîkirin, bi qirika hevdu ketin, li ser keda hevdu bi erzanî runiştin, qiymet nedayîn û bi keda xwe tênegihîştin disepînin. Hun nabînin ku tevahî encamên vê yên xapînok di giyanê de ji ketîbûnê re di tevgerîn û libatê de ji têkilheviyê re rê vedike. Çi, çawa tê jiyandin, çawa tê bidestgirtin, çawa tê temsîlkirin? Hun qet ji van pirsan re bersîv nadin. Hun hizir dikin ku hun wisa dijîn. Ev jiyaneke xefletê ye.
We tewan, ceza, xeflet û xiyanetê dît. Hemû karên ku ez dikim ji bo ku xwe ji kesayetekî tewanber û xefîl derxistinê ye. Ev bi çi gengaz dibe? Bi kesayetekî ku dikare şer bike, ji raman û pratîka vê re hindek derfetan bide qezenckirin ve gengaz dibe. Ma heya şêwaza jiyaneke din ku me bi her awayî ji xeflet û tewanê rizgar bike nebe emê çawa di jiyane xwe de gavên rast bavêjin. Ji bo ku em van derbas bikin em dibêjin bibin welatparêzê mezin, bibe azadîxwazê mezin. Ji bo wê jî hindek weke min bixebitin. Ez çima ewqas qiymet didim hêza axaftinê? Ji bo baş rêxistinê ye. Heke ku rêxistin nebe, şer nabe, tu nikarî mirovan bigihîninê hevdu. Heke te bi hev negihand tu nikarî bidî şerkirin. Heke ku te neda şerkirin, tu nikare li navê xwe jî xwedî derkeve. Wê demê berde bûyîna çavkaniya jiyanê, tu yê di destê hinekên din de bibe haletekî ku bi erzanî tê karanîn. Ma ev li hember jiyanê bêrêzdariya herî mezin nîne? Van hemûyan ne ku em hema wisa dizanim û dibînim, qas bi qas di ramanê de, di piratîkê de dinirxînim, li hev dixînim û pêş de dibim. Em bibêjin ku di nava me de şoreş bûyereke kîmyawî ye, pê re em dixwazin gelê me yê ku ketiye halê tenekeyeke pir zengarbûyî derxînin û vegerînin lajwerdekî ku weke zêr diçirise. Şoreş di wateyekî de jî ev e. Ji bo kesan jî ev gihandina kesayeteke ku diçirise wisa tê pêkanîn. Va çalakî, hesinê ku dixebite ye. Em xwe mîna ku dibin mehed û sindanê de didin kutandin, dikin pola, diçirisînin, didin şerkirin û dighînin armancên xwe.


