Çi qasî formên cuda hebin, ew qasî jî serwextbûn û bîrbirinên cuda hene. Çi qasî bûyîn, form û şêwe (hemû di heman maneyê de ne) hebin ew qasî jî serwextî û bîrbirin heye. Di çarçoveyeke gerdûnî de serwextî cudatî ye, serwextî jî weke kategorî rewşa giştî ya gerdûnî ya tevahiya serwextbûnên cudabûyî ye. Lê bêdawîbûna di forman de tê wê maneyê serwextbûn û bîrbirin jî bêdawî ne. Serwextbûn û bîrbirin bi formên fizîkî, biyolojîk û civakî hem xwe piştrast dike, hem jî xwe nas dike. Serwextbûn û bîrbirina li cem mirov ew serwextbûn û bîrbirinek e ku li xwe hayil dibe. Zanîn bi heyîna gerdûnî re têkildar e. Nîzama gerdûnî ya heyî bi tenê bi têgîna zanînê mirov dikare rave bike. Ya balkêş şêwazê zanînê yê xwe anîna ziman e. Wer tê fêhmkirin ku bi tevahî cûrbicûriya gerdûnî encama xwesteka xwe anîna ziman a zanînê ye. Em derbarê zanatiya zanînê de ti tiştî nizanin. Hema hema lêgerîna zanînê ya li cûrbicûriya bêserûbinî pirseke sedemê dide fikirîn. Pirsa çima gelekî şîlo û nediyar dimîne. Hin fîlozofên navdar, heta hin ji Pirtûkên Pîroz van pirsan bi arezûya gerdûnê ya dixwaze bi bîr were yan jî bi arezûya( Hewes) xwedê ya dixwaze ji aliyê evdên xwe ve were zanîn girê didin. Gotina hayjêbûn ji bo min hê bi heybet û raveker e. Ji zerreya herî piçûk heta bi hebûna herî kozmîk hayjixwebûn, dikare bibe bersivên pirsên çima û sedemê. Maneya em ê li hayjixwebûnê bar bikin, ji bilî jiyanê bi têgînên din nayê terîfkirin.

Mirov dikare terîfa jiyanê ya herî nêzî rastiyê weke hayjixwebûnê diyar bike. Ji vê jî girîngtir, hayjixwebûn çima evqasî girîng dibe? Em dizanin bêyî hayjixwebûnê jî jiyan mumkîn e. Lê wexta em bi kurî hewl didin pê bi his in, em fêhm dikin ku ev mumkînbûna zêde mumkîn xuya nake. Mirov dikare bibêje dema dirêj a jiyanê ya hay mirov jê nabe û dibihure nirxê wê yê jiyanê kêm dibe, heta dihele diçe. Diyardeya mirinê jî ji sedî sed hayjêbûna ji jiyanê ango ji bo mumkînkirina jiyanê weke hostatî yan jî lîstikeke xwezayê xuya dike. Ji bilî hayjêbûnên derbarê jiyanê de zanîn nayê maneyek din. Tişta tê zanîn, tişta hayjêbûyî ye. Em ji bo hebûnên fizîkî nikaribin tiştekî bibêjin jî ma mumkîn e ku mirov hîs neke di hebûnên biyolojîk de çûneke eşqî ber bi zanînê ve heye. Em wexta ber bi cureyê mirov ve tên mîna ku ev eşq pêk hatiye. Rewşa gelekî pêşketî ya zanînê herî baş gotina eşqê dikare terîf bike. Civak weke dîrok, jê re asteke mejî divê. Asta mejiyê cinsê mirov civakbûna wî diyar kiriye. Civakbûnê jî ev asta mejî di rewşa zîhniyetê de neçarî xebitandin û pêşketinê kiriye. Xwezaya civakî avahiyeke nerm a asta zîhniyeta wê pêşketî, pêşkêş dike. Mirov di kîjan qonaxa zihnî de şekil wergirtiye, mijarek e, hê jî girîngiya xwe dewam dike. Bi vê ve girêdayî, divê pêştir mirov cih bide zîhniyetê, yan jî avakirin û amûran? Bersiva vê pirsê girîng e. Tevahiya dîrokê, di binê lêgerîna felsefeyên materyalîst û îdealîst de ev mantiqê dualî heye. Zîhnê mirov gelekî di asteke nerm û qayişokî de ye, ev yek jî dike ku xebatên me manedar bibin. Mirov xwezaya zîhnê insên nas neke, îdeayên heqîqet û rêbazê tewş in. Em têdigihin, eger bêyî ku em pêkhatina zîhnê xwe baş nas bikin sîstema rêbaz û zanînê bisewirînin, encamên serketî jî êdî xweber û tesadûfî ne. Lê em zîhnê xwe rast û bi kurahî nas bikin û bigihînin pozîsyona azad-hilbijartinê (azadiya civakî), ji bo têgihiştineke rast, rejîma zanînê û rêbaza me wê bersivê bidin. Di van şertan de xebatên me yên li gorî rêbazê tevî agahiyên rast ên gihiştine hev, wê îhtîmala ku em bibin ferdên azad û civakeke azad mezintir bikin. Xisleta yekemîn a zîhnê me ew e ku gelekî nerm û qayişokî ye. Em dikarin bibêjin, ji bilî zîhnê me bi tevahî tiştên di gerdûnê de çêbûne di warê hilbijartina azad de şensê xwe pir bi sînor in.

Mirov mumkîn e ku qadên azadiyê bi neqebên teng bifikire. Em nizanin di pêkhatinên gerdûna makro û perçikên jêr-atoman de hilbijartina azad çawa diqewime. Lê belê em dikarin li curbicuriya gerdûna heyî binêrin û vê yekê bi encama cîhana perçikan, bi tevgera nerm a di gerdûna makro de û bi qabîliyeta hilbijartina azad a mumkîn dibe, fêhm bikin. Di mejiyê mirov de jî ev neqeba nerm û qayişokî ya bi hêsayî ditewe gelekî fireh bûye. Herî kêm em di warê potansiyelê de xwedî asteke tevgerê ya azad a bê sînor in. Bêguman em jibîr nakin ku ev potansiyel tenê bi civakbûnê re wê çalak bibe. Xisleta duyemîn a zîhnê me ew e ku nermbûna zîhniyeta me bi qasî ku li têgihiştinên rast vekiriye, li têgihiştinên şaş jî vekiriye. Li ser hîmê vê xislet û taybetmendiyê, di tevna his, zext û nermbûnê de her kêlî dibe ku ji rê derkeve. Ji ber vê bi mekanîzmayên êşkence û zextê yên armanca wan nêçîra hisan e polîtîkayên gêzerê esas têne girtin û ev yek jî bi xapandin û kirinên çewt re têne meşandin. Nîzamên hiyararşî û dewletê yên bi hezaran salan e, li ser zîhna mirov zordestiya xwe danîn e, bandorên gelekî mezin lê kirine, hema bêje zîhniyeteke li gorî xwe ava kirine. Yek ji xisleta zîhnê ew e ku pirî caran bi xelatdayînê dibe nêçîr. Li hemberî vê,zîhnê me xwedî xisleta berxwedanê ye, ji bo dîtina rêya rast û xwe gihandina heqîqetên mezin jî taybetmendiyên bêhemta nîşan dide. Di van wesfên mirovên mezin de rola zîhna wan a serbixwe diyarker e. Hilbijartinên azad herî zêde kengî zîhn serbixwe dibin, pêk tên.

Di navbera têgihiştinên dewlemend û serxwebûnê de têkiliyeke nêz heye. Ji serxwebûna zîhnê mebest ew e ku hîn zêdetir dikare bi pîvanên adil tevbigere. Xisleta mirov a di karektera metafizîk de ji aliyê sîstematîka agahî û rêbazê ve mînakeke bê hemta ye. Rêbaz û zanista xwe gihandina agahiyê(epîstemolojî) kengî xisletên mirov ên metafizîk hatin analîzkirin dikarin hîn bi kêr bên. Ji bo avakirin û afirandina metafizîkê serwextbûna li mirov dibe mijareke girîng a lêkolînê. Yek ji pirsgirêkên civakî ya herî kêm hatiye analîzkirin ew e ku em negihiştine wê astê; em mirovê metafizîk nas bikin. Zîhniyeta civakê bi xwe weke têgîn divê baş were fêhmkirin. Mirovatiyê wexta rahiştiye kevir û çoyê pêşî û xistiye destê xwe, ev yek fikiriye û kiriye. Ev çawa jê hatiye ango bi xerîzeyên hundir nekiriye, gavên pêşî yên fikra analîtîk têne avêtin. Tecrûbeyên di vî warî de çiqasî dikevin serhev û kom dibin civak pêşdikeve û ev bixwe zêdebûna fikrê îfade dike. Civakek çi qasî tecrûbe û ezmûnên xwe ango fikra xwe zêde bike, ew qasî jî dibe xwedî hêz û qabîliyetê. Dikare xwe baştir xwedî bike, bergiriya xwe bike, xwe biparêze û zêde bibe. Ev pêvajo, ka pêşketina civakî çi ye nîşan dide û ji ber vê yekê gelekî girîng e. Kengî civak xwe timî bide fikirîn, rêûresma exlaqî ya em jê re aqlê hevpar an jî wijdan dibêjin ango fikra kolektîv pêk tê. Ji ber vê sedemê exlaq gelekî girîng e. Pêşveçûnên di bîr û baweriya mirov, bi asta civakî re têkildar in. Bêşik ji bo pêşveçûnên mêjîkî yê di cureyê mirov de, ev yek pêşemerce ku gewriya mirov were asteke fîzyolojîk. Lê ev jî bi gelek tecrûbeyan hatiye rastkirin, çi qas ku raman û organên deng pêşve biçin jî, heta ku neyên rewşa heyîna civakî, yê bêkêr bimînin û ji prîmateke pêşveçûyî zêdetir, derbasî wî alî nabin. Derbasbûyina zimên a ji raman û dengan, bi mîsogerî bi jiyana civakî pêşve diçe û qevastinên wesifdar pêktîne. Di vî warî de, tişta ku bûye nesîbê bavikên (klan) ku şêweya civakê yên herî teng in, çend nîgaşên (îmge) bisînor û anîna van a zimên bi şêweya jest, mîmîk û işaretan e. Şêweya zimên a pêşî bi işaretan e. Hê gelekî dûr e ku jest(nîşan) û mîmîk derbasî sazûmana deng a di rewşa peyvan de bibin. Ev tê zanîn, çi qas ku hêz û jênegeriya jiyana civakî xwe dide çespandin û çi qas ku pratîkbûn di mêjî de vedide, ji ramanê ber bi zimên ve pêşveçûnekî bilez dibe. Ev pêşveçûn di dîroka mirovatiyê de, şoreşa herî mezin û ya yekemîn e. "Heyîna çandî" ya berhema pêşveçûnên civakî ku em dikarin bibêjin hemû tişt e, piştî çêbûnên fîzîk, rîwek û cîhana ajalan, weke çêbûneke çaremîn çi qas ku mîsogerî bidest xist, ji bo raman û zimên mîna zemîneke daringî ye û dibe bingeh. Şêweyê ramanê yê herî domdirêj ku spartî heyîna bîr û baweriyê, dema ku mirovan her tişt weke xwe zindî û heyînên bi raman didîtin e. Di wê baweriyê de ne ku fîzîkî, rîwekî û ajalî her tişta li xwezayê, heyînek zindî û bi raman e.

Ev mijara baweriyan dema ku tiştekî ne zindî be dibe "fetîşîzm", di merhaleya pêşî de hemû heyînan digire nav xwe û heta bigiyan werîtiyê, "anîmîzm "ê berfireh dibe. Eslê wê ev ramana mirovan a pêşî, ne ew qasî jî çewt e, lê ji bo ku ji ber xwe ve, ji her tiştî re gelemperî kirine, ketine nava çewtiyeke mezin. Cîhana zîhniyeta civaka xwezayî, xwe dispêre têgihîştina xwezayeke zindî û ruhber. Her hebûna di xwezayê de xwedî ruh tê qebûlkirin. Ruh wek sedemên zindîbûnê dihatin zanîn. Di têgihîştina dînên totemîk de hê têgihîştina xwedayekî ji der ve hukum bike pêş neketiye. Bi nazenînî hewl tê dayîn, ji bo bi ruhên di xwezayê de ango bi hêzên wê re li hev were kirin. Ji ber ku rewşeke berovajî maneya wê mirin e. Wexta têgihîştin ev bû, hewceyî bi lihevkirineke awarte heye. Li gorî pîvana bingehîn a ekolojiyê, em bi jiyanê re rû bi rû ne. Ji bo jiyana civakî bi hêzên xwezayê re neyê dijberî hevdu, hewldaneke girîng heye. Wexta exlaq û dînê xwe pêş de dibin, prensîba bingehîn a lihevkirina bi xwezayê û hawîdorê re li ber çav digirin. Ev prensîba jiyanê, ew çend di mejî û zîhnan de bi cih dibe, wek kevneşopiyeke exlaq û dîn li ser seran tê girtin. Ya esas, ev prensîbeke herikînê ya jiyana xwezayî ye, di nav civaka mirov de bi cih bûye. Ti hebûn nikare hawîrdora xwe li ber çav negire. Ji rêderketinên demkin, bi herikînê re bi şert û mercên der ve û hundur ên nû re tevlî pêvajoyê dibin. Naxwe bi tevahî li derveyî sîstemê dimînin, hebûna xwe wenda dikin. Girîngiya prensîba ekolojiyê di civaka mirov de ji vê taybetiya bingehîn a xwezayê tê. Di civaka xwezayê de hemû endamên komê di tevahiya jiyanê de bi awayekî organîk cih digirin. Her kes ji dil û durust parçeyekî civakê ye. His û baweriyên wan hevpar in. Têgînên xapandin û derewê hîç pêş neketine. Weke ku bi xwezayê re bi zimanê zarokan bipeyivin. Li gorî qanûnên civakê yên kirine dîn û exlaq, hukumkirina li xwezayê û xirab bikaranîn, gunehekî herî mezin û xirabî ye. Di civaka dewletparêz a koledar de ev têgihîştina bingehîn a exlaqî û dînî hatiye beropaşkirin. Zindîtî bêşik pêşveçûna xwezayî, encameke organîzasyona tevlîhev a daringa di bin mercên diyar de ye. Bi vê wateyê mirov dibe daringeke ku dirame. Lê belê qezenckirina wî ya organîzasyonê, pêvajoyeke gelekî dirêj e ku ji daringa herî piçûk a bi enerjî kuars, ji kuarsan galaksî, ji galaksiyan stêrk, ji stêrkan gerstêrk, ji gerstêrkan atmosferên berbihev, av û perçeyên jêçêbûne, ji wir heta bi candarên yek şane û heta bi cîhana rîwek û ajalan, piştî dîroka peresaneke mezin, heta bi çêbûna bûyera civakê, bi pêşveçûna bi mîlyaran sal, heta bi berhema dawî heyîna ku dirame "mirov", digire nav xwe. Bi vê wateyê, mirov daringeke (made) ku gihaye hêza zindîbûn û ramanê. Nayê gotin ku mirov daring e, lê belê tê gotin ku mirov daringeke ku dikare birame. Her wiha mirovên pêşî çewt naramin, li gorî ku ew zindî ye û dikare birame, hêmana wî ku her tiştî weke xwe bibîne ye. Ev hêman bi awayekî ku xwe diguherîne berdewam dike. Ev hêmana ku em dikarin bibêjin hêmana "eznavendparêzî", bi cureyên "bavikîtî" (klantî), "qebîletî", "şêfîtî", "xanedantî", "dewletperestî", "xwedîtiya taybet", "olperestî" "her cureyê takekesîtî" berdewam dike. Vê ramana bi vî şêweyî, "şamanîzm" û sêrebendî derandiye holê. Bingeha şamanîzm û sêrebendiyê, ceribandinên ku bûyer û qewaman, bi rêkûpêkiyên rîtuel (cureyekî îbadetê, merasim) li gorî daxwaza xwe têxin rewşeke din e. Zanistiya ku guherînan li gorî zagonên têkberan (tiştan) pêktîne, şaman û sêrebend dixwazin van guherînan bi dilsafiyeke zarokatî, bi lîstikên ku pêşê xistine, pêkbînin. Sepandina şêweyê vê ramanê, dibe ku bi we tewş(fişar) were. Lê belê ji ber ku vîna guherînê datîne holê, merhaleyeke pêşveçûnê ya mezin e.

Li ser têkiliya di navbera bûyeran de diram e, destkarî (mudaxale) lê dike û bawer dike ku wê encamê jê bigire. Dema em bibînin ku şaman û sêrebend di nav civaka xwe de, yên herî bi ramana sift û bi giyaneke pêşketî, kesên ku di pratîka xwe de bi taybetî di nêçîr û danehevê de serkeftî bin, em ê fêhm bikin bê çawa xwedî erkeke (mîsyon) zor û girîng in. Em ne li gorî xwe, li gorî şert û mercên giran ên wê demê ku dibûn hêviyek û her wiha civak li ser lingan digirtin, wateyekê bidinê, em ê bibînin ku peywireke girîng anî ne cîh. Bi awayekî din em bibêjin ev rola zanist û pratisyenên yekemîn dilîzin. Taybetiya vê şêweya ramanê ev e ku hê negihaye merhaleya xwedê û her wiha ya ol. Ev şêwe, ji sedî nod û heşt temenê mirovatiyê yê di bin bîr û bawerî, raman û sazûmana qebîleyên hoveber de, digire û olê yekem teşkîl dike. Di vî babetî de, dikare were nirxandin ku şamanîzm û sêrebendî, di warê pêşveçûna ramanî de saziya bi rêxistinî ya yekemîn e. Di nûkirin û meşandina van saziyan de, rola pêşevaniyê dike. Çi qas ku çûye, şamanan di nav civaka xwe de, weke malbateke li pêş bi qedr û qîmet dibin, ev rol, dema ku derbasî sazûmana qebîleyan a bavikanî yan a dayikanî dibin jî, faktorekî li pêş e. Asta civakê ya wekhevî û mercên hilberînê, derfetê nade serdestiya mêr an jî ya jinê. Di jiyana xwe de tişt, rîwek û ajalên ku zêde pê re têkildar in, nîşane dikin (sembolîze). Ev navlêkirina ku dibe paşnav û nasnameya qebîlê yan jî bavik, bi totem tê binavkirin. Giramgirî û baweriya ku ji totem re dikin, îfadeya sembol e ku bi kesayetiya xwe û bi kalikên xwe ve girêdayî ne. Bi vê yekê bi nasnameya xwe û bi hêza xwe dihisin.

Di heyîna baweriya vê dema dirêj de, baweriyê tînin ku di her tiştî de bi gelemperî zindîtî heye, di pratîkê de tişt, rîwek û ajalên ku têkiliya xwe bi wan re çêdikin pîrozwer dibînin û vê bi "mane" binav dikin. Mana bi awayekî din, di tişta ku li ser dixebitin de, nirxê ku bi keda wan ketiyê de ye. Vê bi totem nîşane dikin, lê xwedî derdikevin û jê re îbadetê dikin. Piştî totem, derbasî olên pir xweda dibin. Ferd û civaka mirov, civaka zîhniyet û baweriyê ye. Ti carî civakeke mirov a bê zîhniyet û bawerî nebûye. Eger wisa ye, hingî mijara li pêş her tiştî zîhniyet û bawerî ye. Mirov di vî alî de serketî nebe, nikare civakê bixebitîne. Divê mirov baş zanibe ku metafizîk jî cureyekî diyarkirina heqîqetê ye. Nirxê heqîqetê yê mîtolojiyan jî heye. Di xwezayê de nedîtina berdêla wan, tinebûna nirxa wan a heqîqetê piştrast nake. Divê mirov ji bîr neke ku her tim têkiliya heqîqetê bi pêkhatina zîhniyeta mirov re heye. Mirov heta li zîhniyeta insên weke şêweyê heqîqeta herî pêşketî ya tê zanîn serwext nebe, xebatên ji dil ên zanistî, hunerî û felsefî nabin. Bêguman şertê zîhniyeta mirov civakîbûna wî ye, lewma di heman demê de ev yek têkiliya heqîqetê bi civakê re ferz dike.