Li Dijî Mêtingeriyê Ji Dîrokê Heta Roja Me Derketinên Jinên Kurd Ên Li Ser Bingeha Parastina Rewa
Sedsala 16'an, sedsala parvekirina axa Kurdistanê ya di navbera dewletên Osmanî û Sefewî de bi Peymana Qesra Şîrîn e; ku sedsala şerên herî dijwar e ku ji bo vê parvekirinê hatine meşandin. Ev şerên ku mîrnişînên (beylik) Kurd jî tê de bibûn alî, bûn sedema gelek qirkirinên li ser axa Kurdistanê. Eşîr, mîrnişîn û gundiyên ku parvekirina axa xwe qebûl nekirin, sedsalên serhildanên li dijî mêtingeriyê dan destpêkirin. Şêwazê têkiliya Împaratoriya Osmanî ya ku bi rêzgirtina li otonomiya Kurdan ava bibû, bi avakirina Komara Tirkiyeyê re veguherî têkiliya red û înkarê ya li dijî gelê Kurd. Sedema vê siyaseta red û înkarê jî avakirina dewlet-neteweyê ye ku ji destpêka sedsala 19'an ve bi fermanên Tanzîmatê hatibû destpêkirin. Kurdên ku heta wê demê xwedî hêza xweparastinê ya çekdarî bûn, di pergala perwerdehiya medreseyan de serbixwe bûn, bac nedidan û di siyaseta derve de bi rengekî serbixwe tevdigeriyan; bi pirsgirêkên wekî bêçekkirin, bacgirtin û bi rêya dibistanên eşîran kişandina nava pergala perwerdehiya serdest re rûbirû man. Sedema belavbûna serhildanên sedsala 19'an, parastina otonomiyê û rawestandina dagirkeriyê bû. Lê belê, bersiva ku ji bo helwesta yekitiya demokratîk a Kurdan hat dayîn -ên ku di Şerê Cîhanê yê 1'emîn de pêşengiya şerên berxwedanê yên antî-emperyalîst kiribûn- parçekirina Kurdistanê di navbera çar dewletan de bû. Halbûkî gelê Kurd li dijî dagirkeriya emperyalîst li herêma Mereş, Riha û Dîlokê berxwedana yekemîn dabû destpêkirin û bi beşdariya di şerê Çanakkaleyê de bibû hêzeke ku şerê rizgariyê ku bi serkeftinê encam dabû.
Gelê Kurdistanê yê ku bi Peymana Lozanê di navbera Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê de hat parvekirin, serdemeke nû ya serhildanan da destpêkirin. Di her serhildanê de jinên Kurd ne tenê cihê xwe girtin, bi berxwedan û têkoşîna xwe ya mezin navê xwe di dîrokê de kolan.
Hinek Jinên Kurd Ên Qehreman Ku Bi Têkoşîna Xwe Navê Xwe Gihandine Roja Me
Guher Xanîm û Kelha Dimdimê
Yek ji destanên herî girîng ên dîroka Kurd, Destana Dimdimê ye ku di serdema hikumdarê Sefewî Şah Ebbas (1587-1629) de pêk hatiye. Şah Ebbasê ku dixwest Sefewiyan bike dewletek yekparçe, ji bo xistina bin destê xwe êrîşî Kurdistanê kir û li hemberî vê, serhildana gel a Dimdimê pêk hat. Ev serhildana ku di navbera salên 1608-1610'an de derket, yek ji serhildanên herî xeternak bû ku hebûna dewleta Sefewî tehdît dikir. Şah, ji bo tepisandina serhildanê, Kelha Dimdimê ya ku Guher Xanîm û kurê wê Emîr Xan li ser Girê Gozanê dabûn avakirin, dorpêç kir. Di vê serhildana ku bi salan ajot de gelek eşîrên wekî Mukrî, Celalî, Biradost, Dimilî û Şemskî cih girtin û kelh bi pêşengiya Guher Xanîm û Emîr Xan hat parastin. Lê di kêliyeke lawaz a şer de leşkerên Şah ketin kelhê.
Bûka Guher Xanê, Viyan jî yek ji wan jinan e ku di vê berxwedanê de roleke girîng lîstiye. Jinên ku birîndar derman dikirin, hewcedariyên cebilxane û lojîstîkê pêk dianîn, bi rijandina avên kelandî yên di qazanên mezin de li ser leşkerên Şah Ebbas hewl didan dorpêçê bişkînin. Di dema dorpêçê de jin civînekê pêk tînin û biryara herî girîng a ku digirin ew e ku bi saxî nekevin destê leşkerên Şah. Jinên ku dibînin serhildan ber bi tepisandinê ve diçe, mirinê li ser dîlbûnê re hildibijêrin. Viyan Xanîm, ji bo ku cebilxaneya leşkerî nekeve destê dijmin, qata herî jêr a ku cebilxane lê bû dide ber agir. Viyan Xanîm a ku ducanî bû, di vê teqînê de jiyana xwe ji dest dide. Guher Xanîm a ku xwedî zanisteke mezin a stratejiyê bû, beriya niha li binê kelhê depoyên avê û borî dabûn danîn. Ji ber ku bawer dikir dorpêça kelhê cidî ye û her kêlî dikare bikeve, hemû depo bi fîçeyên barûtê tije kiribûn. Lewra di êrîşeke muhtemel de gava çare nemana, wê kelhê biteqandana. Rêça şerê ku heft salan ajot, bi dîtina riya avê ya veşartî ji aliyê Şah ve guherî. Ji ber ku kesên di kelhê de tî man, kelh ji aliyê Şah ve hat girtin. Di wê kêliyê de, Guher Xanîm derket ser barûtên ku berê hatibûn bicihkirin û barût teqand. Kelh bi erdê re bû yek. Guher Xanîm a leheng dema leşkerên Şah ên ketibûn kelhê difirand hewayê, xwe û zarokên xwe jî feda kir û bû afirînera destaneke nemir."
Xanzad
Mîr Silêman bin Şakelî Beg, hevjînê Xanzadê ye. Dema bi hikûmeta Bexdayê re dikeve îxtîlafê, Mîr Silêman tê girtin. Xanzad derbasî ser mîrnişîniyê dibe û navenda rêveberiya Soran a li Kelha Diwînê vediguhêze Herîrê. Ji bo parastina li dijî êrîşan, Kelha Gelasûyê li ser Çiyayê Herîrê ava dike. Xanzad a ku di dema rêveberiya xwe de gelek medrese, weqf û kelh ava kirin, di dabînkirina ewlehiyê de jêhatîbûneke mezin nîşan da. Xanzad fermandariya artêşekê kir ku ji dozdeh hezar peyadên çekdar û deh hezar siwariyên tîravêj pêk dihat û bi rengekî çalak di şeran de cih girt.
Zeyno (Zeyneba Kalkî)
Zeyno ji eşîra Kalkî ye û hevjîna Reşoyê Silo yê navdar e ku ji eşîra Bekiran bû. Di serhildana Agirî ya salên 1925-1928'an de tevî Reşo beşdarî êrîşên li ser qereqolan bûye. Jêhatîbûna wê ya di bikaranîna çekan de û wêrekiya wê bandoreke awarte li ser berxwedêran dike. Di êrîşa li ser Qereqola Çakir Beg a li Geliyê Zîlan a Erdîşê de roleke girîng lîstiye. Dema berxwedana Agirî berdewam dikir, Zeyno û hevjînê wê Reşo dema li şikefteke li herêma Devetaşê ya li ser sînorê Muradiyeyê veşartî bûn, bi îxbarekê di şerekî de tên girtin. Reşo ji ber ku gule di lûleya çeka wî de asê dimîne, nikare xwe biparêze. Reşoyê ku teslîm dibe, hewl dide Zeyno ya ku di şikeftê de şer berdewam dike îkna bike ku teslîm bibe. Zeyno li hemberî banga hevjînê xwe, wî rexne dike û gotinên wê yên ji bo hevjînê xwe, wekî straneke şînê (kilama kilê) ji aliyê gel ve tê nemirkirin. Li ber çavên Zeyno serê mêrê wê tê jêkirin. Piştre Zeyno pêşî ji devê xwe tê gulebaran kirin û piştre serê wê tê jêkirin. Serê vê jina Kurd a qehreman ku bûye sembola Berxwedana Agirî, gund bi gund tê gerandin û tê teşhîrkirin.
Perîşan
Yek ji serhildanên Kurd ên herî berfereh, serhildana Şêx Seîd e. Serhildana ku li dijî hewildanên dewleta Tirk ên ji bo rakirina otonomiyê hatibû destpêkirin, li herêmeke fireh belav bû. Berxwedêrên ku li çiyayên Licê bi cih bibûn, bi saya berxwedêr Perîşanê hêza xwe ya berxwedanê demeke dirêj parastin. Perîşanê çek ji bo serhildêran peyda dikirin, karên rêveberiyê dimeşandin û bi jinên ku birêxistin kiribûn re piştgiriya lojîstîk peyda dikir. Ev jinên Liceyî, hinek serhildêrên dîlkirî bi zêr û pereyên ku berhev kiribûn dan berdan; ew ketin qada giştî ya ku li ser jinan qedexe bû û bi bertîlan hinek rayedarên leşkerî îkna kirin û mêrên dîlkirî dan berdan.
Eyşeya Dîn
Eyşeya Dîn yek ji wan jinan e ku tevli serhildêrên Licê bûye. Sedema ku jê re digotin "dîn" (deli) ew bû ku bi şev bi tena serê xwe derdiket gelî û riyan, hêzên dijmin kontrol dikir, keşif dikir û agahî berhev dikir. Bi agahiyên ku didan, berxwedêr ji gelek xetereyan diparastin. Di nav gel de xebatên propagandê dikir, bi israr diket meclîsên ku ji jinan re girtî bûn û bi ramanên xwe yên balkêş bandor dikir. Di rojên ku serhildan hat tepisandin de, mêrên Licê bi komî dihatin birin û bi dizî dihatin înfazkirin. Lê ji ber tirsê mêrên ku aqûbeta windayan nedizanîn û ditirsiyan ji dewletê bipirsin, bi îknakirina wê li miriyên xwe geriyan. Ji ber ku wê bi şev mêrên hatibûn birin dişopandin û bûbû şahida înfazên wan. Bi saya wê, mêrên ku li miriyên xwe digeriyan, rêberiya wê qebûl kirin.
Rindêxan
Rindêxan tevî bavê xwe, di sala 1926’an de li Sasonê tevgera serhildanê didin destpêkirin. Têkoşîna li çiyan bi mehan didome û şer li qadeke berfireh belav dibe. Rindêxana bedew û wêrek, pêşengiya berxwedana Sasonê dike û bi xwe beşdarî şeran dibe. Ev serhildana ku demeke dirêj ajot, bi alîkariya hêzên xayîn bi rengekî hov tê tepisandin. Di vê serhildana ku di dîrokê de wekî "Komkujiya Sasonê" cih girtiye, Rindêxan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarekî artêşa Tirk ku di bin bandora bedewiya wê de dimîne, dixwaze destdirêjiyê lê bike. Rindêxan li hemberî vê hewildana qirêj a fermandar re dibêje: “Ez hêsîr im. Li ser bedena min her cure mafê we yê tasarrufê heye, lê li ser axa ku di bin serweriya malbata min de ye, ne gengaz e ez bi we re bim. Heger di nav van sînoran de hûn destê xwe dirêjî min bikin, ez ê xwe bikujim.” Fermandar jê dipirse: “Sînorê serweriya malbata we li ku diqede?” Rindêxan dibêje: “Çemê Batmanê sînorê me ye. Piştî Pira Melabadê hûn dikarin bibin xwedî min.” Fermandar vê pêşniyarê qebûl dike. Gava digihîjin Pira Melabadê, Rindêxan berê xwe dide fermandar û dibêje: “Ez dixwazim cara dawî li axa bavê xwe binêrim” û destûrê dixwaze. Rindêxan li ser pirê hêdî hêdî dimeşe, ji nîşka ve lez dide xwe û di bin nêrînên şaş mayî yên leşkeran de, bi berzkirina dirûşman xwe diavêje nava pêlên Çemê Batmanê.
Zarîfe
Di berxwedana Koçgiriyê de, Besê û Zarîfe di refên herî pêş ên serhildanên Kurd de xwedî cihekî taybet in. Ji bo jinan, ew ne tenê mînakên welatparêziyê ne, di heman demê de mînakên bûn-hêz û şervaniya biryardar a li dijî serdestan in. Zarîfe, jineke Kurd e ku di serhildana Dersimê de cih girtiye. Ew hevjîna Alîşêr e, ku navê duyemîn ê mezin ê serhildana Dersimê ye. Zarîfe çekê xwe her tim li gel xwe digerîne. Têkiliya wê û Alîşêr li ser bingeha hevaltiyê ye. Di şer de jî heta dawiyê bi hev re ne. Di bûyera ku Alîşêr ji aliyê Rêber ve tê kuştin de, Zarîfe çeka xwe dikişîne û yek ji xayînan dikuje. Li ser vê yekê, Rêber Zarîfeyê şehîd dixe. Zarîfe ku li Dersimê wekî keçeke Kurd a bêhempa tê naskirin, bi hevaltiya şer û welatparêziya xwe jineke bêemsal e. Di erdnîgariyeke mîna Kurdistanê de ku paşverûtiyên feodal mîna bîrên kûr in, jiyîna wekî jin çiqas zehmet be, beşdarbûna şer a ku wekî "karê mêr" tê zanîn hîn zehmettir e. Tevî vê yekê, Zarîfe enerjiya di hundirê xwe de derdixe holê, di dîrokê de roleke girîng lîst û mîraseke mezin ji bo pêşerojê hişt. Berî her tiştî, ew bû çavkaniya bawerî û hêzê ku jin ji xwe bawer bike û bikaribe şer bike.
Besê
Besê, hevjîna Seyîd Riza ye ku serokê serhildana Dersimê ye. Lê ya ku Besê dike "Besê", ne tenê ev e. Her çend ev rewş bibe sedem jî, Besê wekî jinekê bi hêza xwe ya cewherî, bawerî, welatparêzî û biryardariya xwe di serhildanê de rolekê dileyize. Çapemeniya Tirk xwest Besê ji bo antî-propagandê bi kar bîne, lê belê Besê li Dersimê bû efsaneyek. Di rojnameyên Tirk de wekî "navê li pişt perdê" yê serhildana Dersimê hat nîşandan. Ew pir şervan, fedakar û di bikaranîna çekan de hosta ye. Heta nefesa xwe ya dawî şer dike. Rojnameger Barbaros Baykara di pirtûka xwe de ji bo Besê dibêje: “Jineke çavnetirs e ku heta dawiyê li ber xwe dide.” Baykara diyar dike ku Besê li ser zinaran, bi destek mirov re li dijî artêşekê û ya herî girîng jî li dijî balafirên ku ji ezmên mirin dibarandin, heta guleya xwe ya dawî şer kiriye. Gava guleyên wê diqedin, kevirên li dora xwe diavêje leşkeran. Dema fêm dike ku dê bê girtin, diqîre û dibêje “Hûn nikarin min bi saxî bigirin” û xwe ji zinaran diavêje. Besê li dijî pergala serdest jineke bi hêrs û bi berxwedana xwe jineke bi hêz e. Şerê wê, şerê azadiyê ye. Wekî jin, qedera xwe bi qedera gelê xwe re kiriye yek û di şerekî de şênber kiriye.
Leyla Qasim
Leyla Qasim, keçeke Kurd e ku di nav Kurdan de jina yekem û di cîhanê de jina çaremîn a girtiya siyasî ye ku hatiye sêdaredan û di têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdan de bûye sembol. Ew ne tenê semboleke neteweyî ya Kurdan e, di heman demê de li cîhanê sembola berxwedan, azadî, antî-kolonyalîzm û rûmetê ye ku ji ber ramanên xwe hatiye sêdaredan. Leyla Qasim di jiyana xwe ya kurt de nîşan da ku azadî û serxwebûn ne sedeqe ne, berevajî vê nirxên jêneger in. Leyla Qasim di sala 1952’an de li Xaneqînê, wekî zaroka sêyemîn a Dalaho Qasim û Kanî ji dayik dibe. Di nava 5 zarokên malbatê de yekane keç e. Dema Leyla 4 salî ye malbat bar dike Hewlêrê û di nav xizaniyê de dijîn. Piştî xwendina navîn, di sala 1958’an de malbat koçî Bexdayê dike. Dalaho Qasim her çend bi zehmetî debara xwe bike jî, dixwaze keça wî bixwîne. Leyla di temenekî pir ciwan de, ji bo rizgariya ji dîlatiya rejîma BAAS a hov, biryar dide ku ji bo Kurdistana serbixwe bixebite.
Leyla Qasim a ku li Bexdayê lîse qedand, di 20 saliya xwe de Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) nas dike û piştgiriyê dide wan. Piştre biryara tevlibûna Pêşmergeyan dide. Di vê serdemê de ku Leyla tevli Pêşmergeyên I-KDP’ê bûye, Kurd, bi taybetî li Başûr di pêvajoyeke hesas de ne. Di bihara 1974’an de rejîma BAAS li dijî Kurdan şer dide destpêkirin; malbatên Kurd ji Bexdayê derdixe û bajarê Qeladizê bombebaran dike. Di vê demê de Leyla Qasim ji bo ku dengê gelê Kurd bigihîne cîhanê, wezîfeya revandina balafirekê digire ser xwe. Lê belê ev çalakî bi ser nakeve. Leyla Qasim tevî 4 hevalên xwe di 24’ê Avrêla 1974’an de tê girtin. Bi fermana Saddam, Qasim û 4 hevalên wê di 13’ê Gulana 1974’an de tên sêdaredan. Leyla Qasim dema diçû sêdarê, sirûda neteweyî ya Kurd "Ey Reqîb" dixwend.
Leyla Qasim ku nûnera berxwedana gelê Kurd a li dijî hêzên mejûnger e, li hemberî pirsa êşkencekaran a ku digotin “Te çima ev rê hilbijart?”, dibêje: “Ez neketim vê rêyê, ez di vê rêyê de ji dayik bûm.” Leyla Qasim di parastina xwe ya dema darizandinê de wiha diaxive: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanibin ku bi mirina min re dê bi hezaran Kurd ji xewa giran şiyar bibin. Heger di vê cîhanê de poşmaniya min a tenê hebe, ew e ku ez zû dimirim berî ku ez zêdetir xizmeta gelê xwe bikim. Heger kesek hebe ku ez jê lêborînê bixwazim, ew gelê min e; ku min di doza têkoşîna rizgariya neteweyî de ji bo gelê xwe kêm xebat kir. Ez şanaz im ku ez canê xwe di oxira azadiya Kurdistanê de feda dikim.”Di hemû serhildanên ku li Kurdistanê pêş ketine de, asteke beşdariya jinê û heta pêşengiya wan a di berxwedanê de heye. Lê belê, bi navê azadiya jinê daxwazeke wan a taybet nîne; geşedaneke hişmendiyê ya bi vî rengî hîn ava nebûye.
WÊ BIDOME.


