Min serê xwe danî li ser singa welatê xwe ya wekê meha Hezîranê yê germ. Dîrok pora min a hevrîşim ku bi bayê hatiye şeh kirin dike kêzî û berî ku birazim vedibêje çîroka welatê min.
Di nêvenga xeyalên xwe de, bi tilîlî û qêrînan, ji brûska di kûrahiya giyana min de lêdide re ez digihîjim xeyalên xwe yên nîvço mayî. Bi dengvedana vê qêrînê re çavê min gihîşt rastiyê. Û heçkû dilê min bi agir re direqise. Di wê kêliyê de tenêtî diperçiqe, di bin ronahiya stêrkan de dibim bezvanek çavnetirs. Qonaxa ku ez bigihîjim, hevalên bawerî û cesareta ku yên ji heman giyanî de ne ku li derdora Rêber Apo de yek bûne. Ji ber wê ji ezê jiyan bikim heya ku bigihîjim.
Divê mirov behs bike, jibîr neke axa Kurdistanê. Nifşê nû wê vî axa Kurdistanê binivîsîne. Em ê binivîsînin tevahî dîrokê de, ka çiqas xwîn hatiye rijandin. Şopên lingên bi hezaran hevalên me yên şehîd li ser vê axa pîroz e, di bin her kevirekê de, di bin her darekê de, li her derê ye. Bîranîn, giyana dîroka me ne. Ji ber wê, bîranîn wê neyên ji bîr kirin. Divê mirov tiştên ku hatine jiyankirin vebêje, ji ber ku çiqas behsa hevalan were kirin ew qas xweşikbûna wan zindî dibe. Kêliya herî xweş jî dema ku mirov ji erkê tê, hevalek direve pêşiya te û dibêje “qûwet be”,barê te digire, wê demê tu westandina xwe hemû ji bîr dikî. Piştî çayek germ di bin ronahiya tavaheyvê de rûdinî û behsa bîranînên xwe dikî. Dîsa di meha Avrelê de di nav dilopên baranê kû xwe gîhandiye erdê de bi hevalan re em çûbûn li ser erkek. Piştî vê erkê destpêkê min destpêkir behsa meşa me ya di bin baranê de kir. Ez û hevalek emê biçûbana erkekê, wê demê nû du mehê min tijê bibûn. Hevala kû li gel min jî nû salek xwe di nav gerîla de tijê kiribû. Piştî baranê erd bibû herî, lê hevala kêleka min qet pê li cihê herî nedikir ev rewş pir bala min dikişand lê min qet jê pirs nekir. Ez ji ewqasî westiyabûm ku min her pê li cihên herî dikir û hêjmara pêlava min di nav heriyê de xwuya dikir. Yekî bixwesta me bişopîne dikarîbû şopên lingê min re vê bike. Erka me halê normal de rêya saetekê bû, lê em 3-4 seetan li derdora xwe zivirîn e. Piştre hevala min a rê, berê xwe zivirî û ji min re got “me rê winda kir, peyda nakim”. Saet qederek dereng bibû. Wextê ku em 2-3 seetan de nagihîjin noqtê heval fêm dikin ku em winda bûne. Ji ber ku em li derdora xwe pir zivirîn em pir westiyan, bi wê westandinê em li kêleka kevirekê rûniştin. Nîv saet şûn de hevalan me dît. Fermandara me ya taxima me em hembêz kirin, ji tirsan hinek aciz bûbû, lê dema ku me dît aciziya wê derbas bû. Me hembêz kir û şûnde berê xwe zivirî min keniya û got “gerîlayê ecemî, min şopê lingê we şopand û we dît û ger ku dijmin ba, wê rehet we peyda kiriba”. Piştre em çûn noqtê, min pir li ser vê bûyerê fikirî û piştî wê dema diçûm erk, her tim li ser keviran dimeşiyam. Ji ber ku hinek kevir ji hevdû dûr bûn ez diketim erdê. Dema ku ez diketim heval dikeniyan û digotin “cihek te êşiya?” , min jî digot na, lê laşê min pir diêşiya. Min dema ku li hevalan mêze dikir wek pezkoviyan ji çiyayan hildikişiyan zinaran. Vekirî bêjim min pir xweziya xwe pê dianî. Dema kû fermandara me ya taximê ev mijar fêm kir, ji min re got kû “ hîna tu ciwanî, tu yê bikevî û rabî fêr bibî. Çawa ku mirov ji pelekana destpêkê nikare gavê xwe biavêje pelekana dehan, tu yê jî di jiyanê de wisa bi qedeme qedeme pêşve biçî”. Ev bîranîneke ku ez tu car ji bîr nakim. Di tarîtiya şevê de dema ku min behsa vê bîranînê dikir min fêm nekir ku saet çawa derbas bûye. Me di carekê de mêze kir ku saet wek avê herîkiye. Piştre em hemû derbasî mangayên xwe bûn. Îşev ev sohbet jî bi vî awayî xilas bibû.
Çembera azadiyê ya jinên Medyayî û zarokên wan ên egîd
Rojekê li mal ber televîzyonê rûniştîbûm, hevdû hemêz kirin û parve kirina du hevalên jin bala min pir kişand. Di serê min de her nişeya pirsan çêdibû, di PKK de girêdanbûna hevaltiyê çiqasî dilsoz e û bi hezkirinê re dagirtiye. Gelo di çiyayan de hevaltiyek çawa dihat raber kirin û çawa jiyan dikirin? Her roja ku derbas dibûn min lêkolîn dikir û dişopand, piştre min xwe dît, erê min wan çiyayên pîroz de xwe xeyal kir û dît. Û ber bi azadiyê ve meşiyam. Mijûlbûn û hembêzkirina hevalên jin ên destpêkê ku min dît, min pir kêfxweş kir. Her ku min xweşikbûnên xwezayê bêhn dikir û digîhîştim tama wê, min digot wateya vê azadi ye. Min ji xwe re got ku divê ez jî di van çiyayên azad de çemberek ji azadiyê ava bikim û ev çember jî bibe cihê hevditina jinên Medyayî. Em li van waran, xwe ji hemû taybetmendiyên qirêj yên pergalê paqij dikin û dibêjin “em hene”. Em paqij dibin û dibînin ku destê me ziviriye kulîlkek lotusê. Ez wisa bi refên PKK ve hatim girêdan. Fêrî girêdanbûn, rûmet û dilsoziyê bûm. Min dest bi naskirina mirovê zana yê Rojhilatanavîn kir, ya rastî zanayê me bû ku min bi van fikran da naskirin, ji kabûsek mezin şiyar kir û di dilê gerîla de cîh çêkir. Ez çiqasî behsa xweşikbûnên jiyanê dikim zêdetir pê ve têm girêdan. Dema ku hevalên jin dirûnin û sohbet dikin, bermahiyên Neolîtîkê tê bîra min. Di Neolîtîkê de jiyana komûnal, giştî bi hevre rûniştin û nêrînê komûnê girtin li pêş bûye. Her hevalek jin ji cihek cûda ji jiyanek cuda hatiye û di stare ya PKK de hevdû dîtîne. Her ku roj derbas dibin ez bêhtir jiyana PKK hezdikim. Rêbertî difikirim û her ku difikirim bi xeyal û ezma Rêbertî li Sûrên Amedê dîtinê re mezin dibim. Ez dixwazim wek Zîlan bibim fermandarek mezin. Ji ber kû ez êdî qetilkirina jinan û zarokan ji aliyê dijmin ve nikarim tehemûl bikim. Min îro dîsa di televîzyonê de dît ku zarokek ji aliyê çeteyên Tirk ve hatiye qetlkirin, wê kêliyê wekî ku avek kel li ser min de rijiya. Ew zarok bi kîjan xeyalan razabû. Beriya ku biraze xewnên ku dikir kî wê hesabê wan xewnan bide? Ez ê bibim xewnek bi tirs ji bo dewleta ku wek kabûsek ketî xewna wî zarokî de. Ez ê bibim xewna bitirs ya dijmin. Bi dengê bombeyan û bi hezaran pirsên serê xwe re şiyar dibin, zarok çavê xwe vedikin bi xeyalên kû berî birazin re. Di şeveke reş ya bi stêrkan hatî xemilandin de di bin nivîna xwe de fikirî ku zerar nayê jê re û çavê xwe girt. Dema ku şiyar bû dît ku bombe bûne sedemê ku xeyalên wî jê bêne dizîn. Heyanî dûh ji mermiyên ku pê re xar dilîst û wisa dizanîbû ku bêlîstok e, bû sedemê hevalên wî yên herî nêz çavê xwe bi awayek bêdawî bigirin û careke din venegerin.
Dema ku dît ser esasê ku careke din venagerin hevalên wê oxir dikin, wek şopa sor bûna şimaqek neheq ya rûyê wê, şopê wê her bimîne, di çavê wî de…
Li kuncikek dema ku qêrînên dayika xwe temaşe dike, hîs dike ku ba li rûyê wî dialêse, derbas dibe, wê kêliyê çavê wê dizivrîne li ser ezmanan. Stêrkek li ber çavê wê dikeve, diqîre û soz dide çiyayan, keviran û dayîka xwe.
Di Şopa Fermandar Zîlan de
Ey Zîlan, fermandara mezin û xwedawenda min ya xweşik. Min dixwest ku ji te re kulîlkên herî xweşik yê cîhanê kom bikim û bînim. Wekî din rixmê ez dizanim jî kêm e, dîsa jî dixwazim gotinên herî xweş kom bikim û diyariyê te bikim. Dema mijar dibe tu hemû peyv bêqîmet dibe, wekê ku hemû tîp ji hev xeyîdîne bêdeng dibe û mirov ji mirovbûna xwe şerm dike. Dema ku mijar dibe tu, hemû dayîk bi zimanekê, strana jiyanê dibêjin û hemû zarok ji bi çîroka te dest bi jiyanê dikin. Tu bûyî xwedawenda me ya jiyanê û pira azadiyê. Ji bo ku li pey te de bimeşim bi hemû hêza xwe ve ez ê xwe fedayê ji bo jiyanê fêm kirinê bikim.
Ji ber ku ez dizanim bûyîna Zîlan re ez ê bigîhîjim cewherê xwe, xeyalên xwe. Û te, jina hûndirê min de pîroz kir û derxist asîmanan. Ger ku ez bêwestan meşandinê, hemû kûlîlkên ku min dîtî de, axa ku min destê xwe lê dayî de, dilopên xwidanê yê li ser ruyê xwe de û berfîna ku ser serê zinaran de vedibe de hêvî dibînim, ev tê wateya ku azadî nêz e. Bi qasî ku hemû rastiyên jiyanê re şer dikim. Bi hêza hebûnê ya ku min ji Rêbertî girtiye re, ezê bibim Zîlan, ji bo ku bibim jinek egîd ya gelê xwe.
MEDYAYIYÊN KU SÎNOR NAS NAKIN
Bê sînor in hemû demên azad
Wek jiyana me ya ku sînoran nas nake
Çi qas kiribin çar perçe jî welatê me
Kevirên ku ketine ser sînoran
Nas nake dilê me
Em hemûyan wek qaçaxek derbas bikin jî
Rastiya heyî nikare bigûhere
Ji bo wan gotin
Sînoran nas nakin
Keç û xortên Medyayê
Zarokên Medya yên xweşik
Li ber evîna Medya ya azadiyê ketin
Evîna ku bi kaniyek piçûk re diherike
Dibe çemek mezin
Jibo Pêşerojên Azad


