Bihara her gelan heye lê hemû bihar yê me jina ye. Çawa ku Sibatoka reş xwatir ji me xwestinê re êdî bihara rengîn, Adara cejna jinan serê xwe hilda û şewqa xwe da li her derê, dar û ax bi wê şewqê dest bi zindîbûyînê, kûlîlk vedanê kirin.

Rêhevala xwezaya yekem, dayîka hemû zindîyan jî bi biharê re dest bi xwe nû kirinê dike. Jin jî kirasê xwe yê zivistanê diqetînê û bi biharê re dibe rengûreng. Ev diyalektîkek timî ye ku em dizanin jin parçeyekî jêneveger yê xwezayê ye, xweza bi xwe jine. Çawa ku zindî li ser singa xakê diwelide û bi xwe re jiyanê diafirinê jin jî bi hezaran salan wan xwedî dike. Ango jin jiyane, jiyan jî jin e. Rêhevalê herî durûst yê jinê Rêber Apo ku herî bi mane nêzî jinê bûye û xwe wek ewladekî xwedawenda digire dest wateyekî herî bi nirx li jinê û hebûna jinê bar dike. Û bi gotina jin jiyan azadî formula bi sihir a sedsala me radixe berçavê me. Ji ber wê ji ev tenê gotinek, şîarek nîne ev manifestoya serdemê ye ku ji hemû jinan re bûye çavkaniyê nefes girtinê, azad jiyan kirinê û di oxira wê de serî hildanê. Aha ev hêza Rêbertî ye ku ew rêhevalê herî rast yê hemû jinan, karkerê heskirinê ye. Em wek şervanên jin ên ku di rêça mirateya hemû jinan de dimeşin û vê mîrateyê bi fikrê Rêber Apo re dihûnin, roja 8’ê Adarê bi hêviya hemû roj bibe yê tevahî jinan serî de li Rêber Apo, hemû jinên têkoşer û berxwedêr pîroz dikin. 

 

8’ê Adarê ku wek sembolekî bûye roja jinan bêguman maneyekî bi kok û dîrokî din nava xwe da hildigire. Lê wek afirênera jiyanê, xwediyê berhemê yêkem, dayîka xwedawend ku her roj bi destê xwe neqîşandî ye, tenê rojek xistina ya jin bêheqiya herî mezin e. Ji ber ji avabûyîna mirovatiyê de, yê ku jiyan domdar kiriye, jiyana komûn parastiye, li dora xwe civakbûyîn daye avakirin jin e. Lê piştî dest avêtina berhemên jin, hişmendiya baviksalarî xwe li ser jin xist serdest û xweda. Xwedawend perçe kirin û zilamê serdest, kastîk wek xweda xwe bilind kirin ser asîmanan. Bi vê re jina pîroz, xwedawend, çavkaniya berheman bû keybanûya metayan, jina mala giştî, karkera erzan a malê. Lê ev ji bo jinan ne qeder bû, ronahiyek bes bû ku jin carekedin vegere koka xwe, xwedawendiya xwe. Ji ber koka jin qayîme, kok digihîje destpêka mirovahiyê. Ger her jin vê bihese û bizanibe avaker ewe yê vegera cewherê çêbibe. A niha tişta Serokatî jî dike û dixwaze her jinekê de avabibe eve ango xwe zanîn e. Em wek jinên Kurd gelek mirateyan ji xwe re dixin bingeh û dimeşin. Yek mirateyekî jinên cihanê, yek ji dîroka kûr a jinên berxwedêr ê Kurde. Ji ber wê qasî ku koka me dîroka me ji wek jin xwe dispêre çanda dayîk xwedawend ku civak li ser lingan girtiye.

 

Di şoreşa Fransa de pêşengtiya jinan a meşa Bastîlle û Versaîlesê heta Komûna Parîsê de berxwedaniya jinan, şewata jinan a li febrîqayan û heta Şoreşa Cotmehê jin li her dem û mekanê bûye xwedan seknekî bi rûmet. Her çiqasî hatibe tepisandin, biçûk xistin û ji cewhera xwe hatibe lidarxistin lê di her çirûskekî serhildanê de vegeriye koka xwe û pêşengtî kiriye. Dîsa her çiqasî di febrîqayan de zindî zindî hatibe şewitandin, di engîzîsazyonan de derbas bûbû, bi navê namosê di her kuçekî, kolenekî de hatibe kuştin û bi mirinekî faîlî meçhul wek beden û di zihîn û rih de her roj hatibe kûştin jî, lê ger hebe civakek azad û komûnal di rihê jin de veşartiye. Ji xwe derketina vê rojê ango 8 Adarê jî encama vê berxwedaniya bi rûmet a jinê ye. Mane ji bo bîranîna şewitandina jinên fabrîqayê jinên sosyalist, civakhêz yên wek Clara Zetkîn û Rosa Luxsemburg bû ku sala 1910’an de ji bo bîranîna wan jinan roja 8’ê Adarê dîyarî hemû jinan kirin. Li gor şert û mercên wê demê ev yek kirin rojek xistina ya jinê û ev jî cîhanî kirin ne hêsan bû. Ango mirov dikare bêje ku wan jinên têkoşer bi xeyala mafê jinan jiyana xwe feda kirin. A niha em jî wek jinên APO’yî bi saya Serokatî li ser şopa wan dixwazin xeyalê wan pêk bînin û hîn mezintir bikin. Tenê ne maf bi gîştî azadkirina jin armanca me ya sereke ye, hebûn û tûnebûna me ye. Serokatî bi xwe jî wek xebatekî herî pîroz xebatê jin dibîne û li ser van bingehan ji her tim mîsyonekî cûda li me jinan bardike. Bi pênaseya Serokatî ya ‘Azadîya jin dîrekê bingehin yê tekoşîna ma azadîyê ye’ ve mirov dikare fêm bike ku Serokotî çi mane li me jinan bardike.

 

Gelek emsalên vê jî hene ku wan xwe bi xemla azadiyê re pêçane û giyana xwe diyarî jinan kirine. Bê ku rojek bikevin fikara canê xwe di şopa jinên serhildêr de meşiyan û yên pişt xwe re jî bûn meşaleya serkeftinê. Ji rêhevala Serokatî Sarayan, heta xeta berxwedanê Bêrîtan, xwedawend Zîlan, pêşengên demê Berwar, Sarya, Emîne, Berfîn û heta pêşeng û fedaiyên serdemê Denîz, Doga, Zeryan nûnerên herî şênber yên vê heqîqetê ne. Ev jinên rojê hêza ji Serokatî, baweriya ji jinan girtî re tim berê wan li jiyana azad bû. Bi vî awayî ew bûn jinên di her biharê de careke din zindî dibin, xweşikî ya xwe belav dikin û dibin jinên biharê.

Em jinên ku biharê di xwe de dihewînin emê hemû rojan jinan re bikin bihar. Emê wek hezkiriyên rast yên jiyanê, jinên sewdalî divê bibin ewladên herî bi nirx yên dayîk xwedawend. Ji ber wê tekoşîna me, heskirina me ne şexsî civakîye, gerdûnî ye û bi xwe re azadîyê tîne. Bûyîna şopdarê vê nirxê jinan dayî avakirin û azadiya Serokatî erkê me sereke yê jinên Apoyî ye.

 

AKADEMIYA ŞEHÎD BÊRÎTAN DEWREYA ŞEHÎD EMÎNE ERCIYES