Çiya xwedî hêzekî kişandina manyetîkî ya bêhempa ye. Mirov her tim dixwaze bigihîje lûtkeyên wê, keşif bike. Ev hewldana domdar a xwe gihandina wî rewşeke ku çiya bi xwe di mirovan de diafirîne ye.

Heke mirov bixwaze bi tevahî  xweza fem bike, ev di çiyayan de îfadeya xwe ya herî zelal dibîne. Tenê kesê ku li çiyayan dijî, dizane çawa li çiyayan bijî û digihîje wateya vî; dikare vê ferqê bibîne. Ji ber vê yekê, 'hatina çiyayan' rêwîtiyek bêdawî ye. Her ketina ferqê, her meşek mirov tîne çiyayan. Wek naskirina mirovên cûda, keşfkirina cîhanên cûda… Ev hemû hatina çiyayan hewce dike. Hatina çiyayan tê wateya lixwekirina cilên çiyayan, tê wateya wergirtina rengê çiyayan.

Dema ku em li wateya hatina çiyayan digeriyan, fêrbûna ku ew tê wateya gihîştina jiyanê ye, keşfek mezin bû. Me her tim li çiyayan re wekî cihên naye gihîştin, mêze dikir. Ew çiya ewqas dûr, ewqas xweşik, ewqas bi heybet bûn kî… Sozên ku me dane hev, xewnên ku me bi hev re ava kirine, hemû ber bi çiyayan ve bûn. Cihê, meş, sohbetên li gel agir, henek, bîranînên tal û şîrîn ên nayên bîrkirin û gelek hestên din ên xweşik hemû ji bo me li çiya kom dibû.

Min bi salan fikirî, "Gava ku ez bigihîjim çiyayan, gava ku ez bigihîjim wir, her tişt dê bikeve cihê xwe." Dilê min mîna dilê sîvuriyekê dibû, her tim ditirsiya ku tiştek xelet bibe û ez negihîjimê çiya. Yanê dilê min dikaribû carek de raweste. Li ser vê rêya nû ya ku ez dimeşiyam, her kesê ku min nas dikir mîna hilgirê qerenfîlan ya ji dîrokê ve veqetiyayî bû. Û bi her gavekê re, wekî ku ez di nav bêhna şîrîn a qerenfîlan de dimeşiyam. Her şev ez bixeyala bigihîjim çiyayan re diketim xewê lê di nav rojê de jî, bêsebrî min bêaram dikir, li cihên bêserûber de min ji xwe re kar peyda dikir û ji cîhekî ber bi cîhekî din ve dibeziyam, ev jî westandinek şîrîn dida min. Dema ku min xwe ji bo meşa herî dirêj -meşek ku dê bi rojan bidome- a jiyana xwe amade dikir, ez bi rêyek kurttir û xeternaktir ya ku min hîç texmîn nedikir gihîştim çiyayan. Min hîn jî bawer nedikir ku ez gihîştim; min hîs dikir ku hîn rê neqediyaye.

Bi salan, cilên ku min di sîstema kapîtalîst de li xwe dikirin ne min têr dikirin û ne jî bala min dikişandin; edî wextê guhertinê hatibû. Tiştê ku kapîtalîzm pêşkêş dike, zihniyeteke her tim li ser xerckirinê ye. Bikar bîne û bavêje, biqedîne-tûnebike, ji ya ku hewce dike bêtir bixwe, dema ku ne hewce ye xerc bike; bi gotineke din, teslîmbûna hesteke domdar a netêrbûnê mîna ketina nav çalek bêbinî ye. Nekarîna dîsîplînkirina egoya xwe, nekarîna gotina "BİSEKİNE" li hember vê rastiya lewazker, dibe sedema xwe tunekirinê. Mirov encax bi veraşandina vê pergalê re, yê nû yê heqiqî peyda bike û xwedî lê derkeve, dikare xwe ava bike. Tenê bi qebûlkirina felsefeya "cilek sade û perçeyek xwarin" û jiyana li gorî pêdiviyên wê mirov dikare mezin bibe û hebûna xwe watedar bike. Divê em cilên leşkerî re hêsan nêz nebin. Bi hezaran wate û hestên ku jê re hatine barkirin heye, dîtina wan ya tenê wekî perçeyek qumaş, paşguhkirina nirxên ku ew temsîl dikin dibe.

Her çiqas min jî kelecana li xwekirina cilê gerîlla hîs kiribû jî zêde neketibûn ferqa wateya wî. Min wisa fikirîbû ku, "Bila ez tenê bigihîjim çiyê, biçim cem hevalên xwe, û yên mayî jî wê li pey wî werin," lê min gelek tişt li ber çavan negirtibûn. Yek ji wan jî lixwekirina cilên çiyê bû. Çiqas çiya dûr dihat, ewqas jî cilên wî lixwekirin ne gengaz xuya dikir. Di heyecana hatina xwe ya yekem de, hêj şûşeyek av di destê min de, min tenê navê xwe ji hevalên re gotibû, her çend min ji wan re got ku tenê şalek hewice ye jî, wan ji min re gotin ku taximeke cil amade ye. Wan destê min girtin û bi lez min birin mangê. Min hîs kir ku ez xewn dibînim; bi her gavekê re, min meraq dikir ka tiştê ku ez dibînim rast e an hîn jî xewnêde me. Dema ku ez hîn jî di nav van ramanan de bûm, heval alîkariya min dikirin ku ez cilê xwe li xwe bikim; yekê nîşanî min da ka meriv çawa şal li xwe dike, yekî din gomlek û yelek rast kir, û yekî din jî şutika min rast kir. Di nav çend saniyan de, êdî kinc li ser min bû. Ew cilên gerîla yên bikamuflaj bûn, ku ji bo şert û mercên nû yên şer hatibûn çêkirin. Ew cilê ku min her tim li ser TVyê didît, niha li ser min bû.  Berê, dema ku hevalên min ji min xwestin ku cara yekem cilên gabardîn li xwe bikim, bersiva min ev bibû: "Ez ê wê li xwe nekim heta ku ez biçim çiyayan; cihê wê ew der e." Lê ew roj hatibû û min yekem cilên xwe yên gerîla li çiyayan li xwe kir. Ez demekê cemidî mam, min serê xwe xwar kir, li cilên ku min li xwe kiribûn nihêrîm û dû re li hevalên xwe nihêrîm. Ew tenê li min mêze dikirin, meraq dikirin ka ew cil çawa li ser min xuya dikirin. Di wê gavê de, min got, "Heval, ez hatim, ne wisa?" û dest bi giriyê kir. Sê hevalên din ên di mangê de jî bi min re hestiyar bûn. Di çavên her kesî de hêsir hebûn. Dema ku hevalek jin ji derve de hat ku me mêze bike, me wisa dît, got, "Hûn çima bi vî rengî digirîn?" û wê jî dest bi girîyê kir. Ev lehiya hestan, ku nêzîkî deh deqeyan berdewam kir, ji bo min û hevalên li wir bîranînek bêhempa afirand. Piştî ewqas salan, ez ê wê roja yekem, wan hestên yekem û destpêka hemû van yekeman qet ji bîr nekim; ew kêlî qet zindîtiya xwe winda nekirin, ew tenê xurttir bûn.

Hevalên ku ez li bendê bûm ku bibînim, cih û gelek tiştên din, her gav dida hîskirin ku ez hîn negihîştime. Min hîs dikir ku ger ez hinekî din bimeşim, ger hinekî din dem derbas bibe ew ê temam bibe … Lê wisa nebû; rastiya şer hebûna xwe di her kêliya jiyanê de dida hîskirin. Gelek ji hevalên ku me soz dabûn wan di têkoşîna xwe ya ji bo rastiyê de gihîştinbûn bêdawîtiyê. Bi wê hestê ku hevdîtin bi awayekî fîzîkî nebe jî bi awayek manewî dikare bibe re, min di her derfetê de dixwest ku biqîrim, "Heval, ez jî hatim, min qebûl bikin!" Ger min çiyayekî bilind bidîta, min dest bi qîrîna navên wan dikir. Ger hevalek min nas nedikir,li gel min hebûya ewê bi ecêbî li min dinihêriya û derbas dibû. ‘’Avzem, ez hatim ba te, Barış, Nûda, ez hatim ba te.’’ Dema ku me li deştên bêdawî yên Rihayê, avabûna rojê temaşe dikir, me xeyal dikir ku emê vê yekê li çiyayên xwe jî bikin.  Mîna ku hun li kêleka min bûn; Min xwe tenê hîs nedikir. Lê dîsa jî, ji ber ku mirov li vî welatî qet nikare bi tevahî ji tiştekî kêfxweş bibe, kêfxweşiya me ya li çiyayan jî ne temam bû; her car tiştek nivço dima.

Lêgerîna me ya domdar a ji bo temambûnê, her gav me ber bi afirandin û avakirinên bêtir ve dibe. Lêgerîna me yê ji bilî cihên ku em lê ne, ji tevliheviya jiyanê pêş dikeve. Dema ku meraqa li ser cihên hêjayî dîtinê û hesreta tiştê ku li dû xwe maye hevdû xwedî nakin, tiştê ku derdikeve holê tenê hestên nîvçomayînê û birînên hindirîn in.  Ji van rizgarbûn, her gav bi hestên rêxistinkirî li çiyê nêrandin re dibe. Dema ku hestên me li gorî felsefeya çiyê rêxistinkirî nebin, em nikarin bingehên afirîner ên hevaltiyê bibînin. Dîtina cihên ku; tu jê hatî, tu jê derbas dibî, cihên ku tu bibînî û giredanbûna mirovan ya bi wextê re femkirin girêdayî çavê ku mêze dike ye. Femkirin ji guhdarîkirinê tê û têgihîştin ji hişek sade tê.

Her gavekî ku ji bo gihîştina rastiya çiyê tê avêtin mirov mezin dike, û her ku ew mezin dibe, diafirîne jî. Gihîştina vê rastiya ku hevdû diafirîne, pêkanîna yekîtiyê bi Rêber APO re ye. Rêber APO di yek ji dahurandinê xwe de dibêje, "Bêyî hevaltiya we, hûn ê 5 deqîqeyan jî li van çiyayan nemînin, bihêlin salan." 5 deqîqe mîna emrekî ye… Nirxên ku di 5 deqîqeyan de têne afirandin, têkilî an êrîşên ku di 5 deqîqeyan de dixwin û wêran dikin… Nirxa wan kêliyên ku em hewl didin ku di her kêliya jiyana xwe de bicîh bikin, ew kêliyên ku me dimeşînin û me xurt dikin in. Ya girîng ew e ku em çawa wateyê didin wê, em çawa wê pênase dikin. 'Hatina çiyayan' tê wateya ku meriv ne tenê bi fîzîkî lê di heman demê de bi ruhî jî bikaribe were. Ev tê wateya ku xwe ji bo wê amade kirin hewce ye. Çiya cihên ku hatin qet bi dawî nabe ne. Rewşek domdar a hatinê, rewşeke ku mirov xwe tim nû dike ye.

Ji Pênusa Gerîlayekê…