Sema Agirî

Li ser rûyê erdê jiyanek heye ku her kêliyê wê dibe dîrok. Belkî qederek şêwaz û wateya civakî ya dîrokî hebe, lê bi her kêliyê xwe ve, ya ku dikeve pelên dîrokê jiyana PKK ye! Çima wisa ye?  

Ji ber ku gerîla paşerojê tîne roja me ya îro û roja me jî bi pêşerojê re hemaheng jiyan dike. Ev hûnereke ku herkes nikare bibe hunermendê wî. Lê bele gerîla hûnermendê jiyana xwe ye. Ev hûner jî hem dibe dîrok û hem jî pêşerojên nû diafirîne.

Gerîla bi xwe diyardeyeke dîrokî ye, ne jirêzê ye. Nikare jirêzê jî bibe. Ger wisa bibe ewê wateya xwe winda bike, nikare jiyan bike. Dema jiyana gerîla bi yên heyî re tê mûqayesekirin ev yek bi rehetî tê dîtin. Jiyaneke awarte çawa jirêzê were jiyan kirin? Gerîla jî di ferqa wê de ye û ji bo vê jî li gor vê jiyan dike. Ji ber ku dizane ev jiyan dibe dîrok. Dîroka gelekî, dîroka şer, dîroka berxwedanê, dîroka jinê, dîroka têkoşîna azadiyê… Çiroka ku li ser van pelan tê nivîsandin de, hem nivîskar hem jî yê ku tê nivîsandin heman kes e. Bêguman bi mêzekirineke ji derve de jî, dibe ku ev çîrok were nivîsandin. Ev jî xwedî nirxeke mezin e. Ji derve de mêzekirin re jî mirov dikare li ser gerîla, li ser jiyana gerîla binivîsîne, fîlm û belgefîlman çêbike. Bi vê awayî jî mirov di derbarê gerîla de dibe xwedî agahî û belkî di însanan de hêstên germ jî ava bibe. Lê belê vegotina şer ji şervanan baştir kî dikare bêje? Ji yê ku jiyan dike baştir kî dikare behsa jiyana gerîla bike? Ji bo vê jî divê gerîla bi xwe binivîsîne, bikşîne, vebêje… ji bo ku ê ku wî/wê nas nekiriye, wî/wê rast nas bike û bizane.

Gerîlayê Azadiya Kurdistanê beriya her tiştî nivîskarê dîroka xwe ne. Bişer, bixwîn, bixwîdan, biked û  biberxwedaniyek  bêhempa dinivîsînin. Westandin, meş, ken, stran, bîranîn, hembêzkirin, hevaltî, helbest... Wisa dîtiye, wisa jiyan kiriye, wisa serxistiye…

Dîroka Gerîlayê Kurdistanê, xwe dispêre dîroka beriya zayînê ya gelê qedîm yê Mezopotamyayê heta têkoşîna nîvsedsala borî ya li ser çiyayên azad. Hesabê her gavê xwe kiriye. Ji ber ku dizane gavên ku niha ew diavêje ewê sibê bibe dîroka gelekî. An wê bibe dîroka serfiraziyê an jî wê bibe serhildaneke binketî. Derbaskirin û diyarkirina encama vê dûbendiyê di destê gerîla de ye. Di roja me ye îro de gerîlatî bêguman ji her serdemê cudatir e. Ji ber ku edî xwedî pergalekî ye. Êdî jiyana wê/î hatiye birêxistinkirin. Jiyana ku hatiye saz kirin de bi kêmaniyan re çarenûsa gelekî re lêyistin nepêkan e. Êdî gerîla ne gerîlayê serdema klasîk e. Ew zane ye, rêxistinî ye û xwedî raman e. Ev yek jî deyndarê Rêber APO ye. Rêber APO naşibe tu serok û rêberên ku derketine ser dika dîrokê. Ew bi felsefeya xwe ya azadiyê ve rêxistin û hebûneke wisa ava dike ku êdî peyva ‘binketinê’ nayê li ser ziman. Berê her tiştê Rêber APO bi pirsên rast ve derketiye rê. Dîtiye ku Kurdan di kesayet û jiyan de windakirine. Ji ber ku kesayet, kesayeta kole; jiyan, jiyana mêtingeriyê ye. Ji bo vê jî bi ked û xebateke bêdawî, di Kurdan de kesayeta azad û jiyana azad avakir. Bi van kesayetan re li çiyayên Kurdistanê de artêş ava kir, jiyanek birêxistin kir. Navenda vê jiyanê jî her tim bi perwerdeyên xwe re xurt kir. Di saha ya akademiyê de bi keda salan pirsgirekên kesayetî re mijul bû ku biçin çiya û dîrok binivîsînin. Wan dahûrandin kir, di platform û rexne-rexnedayinan re derbas kir, her tim ji bo perwerdekirina şervanên xwe asta herî jor de xebatkirinê esas girt. Hêviya xwe tu carî ji wan qut nekir. Ruxmî hemû zehmetiyan jî di perwerdekirin û amadekirina gerîla ya ji bo welat de israr kir. Her ku temenê PKK’ê mezin bû, şerê azadiyê pêş ket; encamên kedên Rêber APO jî di şexsê fermandarên mezin, şervanên dilsoz û şehîdên bêmirin de xwe da der. Rêber APO jî bi vê gotina xwe ve ev tişt piştrast kir: “Ruxmî hemî rexneyên min jî ez mirovê ku herî zêde diecibînim di nava PKK’ê de dibînim” Ev gotina Rêber APO hêz û moral dide gerîlayan û dihêle ku gerîla tu carî asta xwe ya heyî têrker nebîne, hertim xwe pêş bixe û di azadiyê de israr bike. Pîvanên Rêber APO yên ecibandinê ne weke pergalê ye ne jî weke rêberên tevgerên klasîk in. Kesayeteke azad, jixwe bawer, dirûst û girêdayî be. Ango bikaribe bi pirsgirêkên gelê xwe re bibe bersiv, hesretên gelê xwe pêşwazî bike. Ji bo vê jî dibêje “Ez mîlîtanên mirî naxwazim” Di vir de qest ewe ku gerîla pêwîste di şer de bi awayekî erzan şehîd nekeve.  Bêguman azadî bi şer tê bidestxistin. Û ev şer jî di dîroka gerîla de xwedî cihekî pir girîng e. Gerîla dema şer herî zêde dijwarbû jî şerkirin tenê bisîlah negirt dest û her tim kesayeta xwe wekî şûrekî tuj kir. Ev jî hişt ku di şexsê fedaiyan de kesayetên zaferê bên afirandin. Ev yek ne hêsan jî bû. Ji ber ku di bin bombebaranan de zafera gelekî, hesreta azadiyê  temsîl kirin ne tiştekî jirêzê ye. Gerîla ji bo vê şer kir, xwîdan da, xwîn rijand. Her wiha destanên lehengiyê nivîsand.

DÎROKA ŞER

Awazek ji dûr de tê û xwe digihîne guhên ku bi hezaran sale kerbûyî. Wekî aveke zelal xwe digihîne guhdarvanan, dengê şerê wan wekî stranek azadiyê tê. Şerê gerîla wekî efsaneyekî herikî nav dilê gel. Taybet jî bi exlaqê xwe yê şer re gerîla ve sedsalê de cudabûna xwe nîşan da.Bû dengê wîjdanan, bû dengê bêdengan. Lê ev çar salên dawî de peyvên ku ji bo pênasekirina gerîla hatiye bikaranîn pir lawaz man. Heta niha peyvên ku hatibûn bikaranîn têra vegotina berxwedana gerîla û artêşa şehîdan nekiriye. Peyva awarte jî êdî jirêzê bû. Heta ew jî têrê nekir. Şerên ku di tunelan de hate meşandin tu car bi awayekî têrker û layiqî keda ku li wir hatiye dayîn nehate vegotin. Gotin têrê nekirin ji ber ku. Ne bi roj û mehan, bi salan şerekî bênavber hat meşandin û li hember vê jî gerîla bênavber berxwedanî kir, şer kir, rêhevaltî kir, xwe perwerde kir. Ev şerê ku hişê mirov dida sekinandin, di gerîla de kesayetên wisa ava kir ku gerîla xwe li hember hemû zehmetiyan îspat kir. Dît  ku tu hêzê ku karibe wan têk bibe nîne. Bi rojan tî û birçî ma, birîndar bû, şahîdiya şehadeta hevalên xwe kir, her roj bi bangawaziyên teslîmiyetê re rû bi rû hat, lê tu carî dev ji doza xwe ya ku pê re girêdayîye berneda. Ev yek di dijmin de tirs ava kir û nîşan da ku ka gerîla xwedî îradeyeke bi çi rengî ye. Di saya şerê gerîla de gelê Kurd bûn xwedî hebûn û nasname. Gotina Rêber APO bi şerê gerîla yê tunelan re hate îspat kirin: “Êdî tu qudrêt, hêza înkarkirina ziman, nasname û çanda me, di xwe de nabîne”