EZGÎ WELAT
Di van axên pîroz de kesên wisa hene ku rihê xwe ji nû ve avakirine. Ew rih tu caran zîndîtiya xwe winda nakin, berovajî vêya hebûna xwe her tim diparezin.
Ji ber ku ew rih maneviyata xwe ji dîroka hezar salan digirin. Ev wekî taybetmendî di hemu mirovatiye de çiqas hebe jî di her kesayetek de bi heman awayî dernakeve peş. Kesayetên ku derdikevin peş jî dîrok jî bîr nake û kesên ku naxwazin ve qebulbikin her tim bi ve rastiye re rû bi rû dimînin. Fermandar Sarya jî fedaîyekî wisa bû ku di van axên pîroz de bûye mîna fedaîyên Mezopotamya ye Hallac-i Mansur, Manî û kesayetên ku têkoşîna azadiye de bûne pêşengên me yên mîna Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Berîtan û Zîlanan ku ewan navên xwe di nav ve rastiye de kolandine.
Qamişlo bajarek wisa ye ku ji gelek kesên di berxwedaniye gelê Kurd de bi nav û deng bûne re dergûşiya jiyanê kiriye. Rêheval Sarya ji zarokêkî vê axê pîroz bû. Sala ku Rêber APO gavên xwe ji Rojavayê Kurdistanê diavejê çavên xwe li dinê vedike. Zarokatiya xwe bi ve rastiyê re derbas dike. Malbata Rêheval Sarya bi nirxên Kurdayetî ve bi ax û welatê xwe ve girêdayî ne. Zarokên xwe ji bi wan taybetmendiyan mezin dikin. Ji ber ve jî her ku Rêheval Sarya mezin dibe bi ve taybetmendiyê ku ji malbata xwe girtiye xwe bêhtir nêzî azadiye dibîne. Rêheval Sarya di salên 90’î de tevgera azadîye bêhtir û ji nêz ve nasdike. Gerîlayên azadiye naskirin, Rêber APO dîtin, ji bo Rêheval Sarya dibe keyfxweşiyekî mezin. Her xeyala wê ewe ku rojek ew jî bibe şervanê azadîyê, bibe gerîlayekî li ser çîyan û ji bo gelê xwe şer bike. Ji ber ku ew nekû bi çîrokên gerîlayan re tenê mezin bûye, ewê bi van çîrokan re jîyan kiriye, naskiriye û hezkiriye. Ev hezkirina xwe di giştî jîyana xwe de rojekî jî kêm nekiriye, berovajî her çûye hezkirin û giredana xwe zêdetir kiriye.
Ev yek dibe sedem ku xwe zêdetir bixe di nav kar û xebatên şoreşgerî de. Edî di temenê ciwantiya xwe de wekî ciwanekî berpirsîyartiya şoreşgerî digire li ser milên xwe û bi felsefeya APOGERÎ re xwe nasdike û dixwazê bi awayekî çalaktir bibe bersiv. Rêheval Sarya di çîrokên serhildana Şêx Saît û Agirî de fêm dike ku di rastiya Kurd de windakirin nîne, li gor rastiyên xwe tevnegerandin xwe rexistin nekirin dibe sedema windakirine. Lê Rêber APO ji bo gelê Kurd dibe çavkaniya hêviye. Ji ber ku ew bi salan bu antî-propagandaya li ser gelê Kurd dihat kirin piranî li ser paşdemayine û biçûk dîtinê bû. Bi derketina Rêber APO re ev pêşdarazî hat şikandin û rastiya gelê Kurd bêhtir eşkere bû. Bawerîyekî cewherî a pir mezin da avakirin, bi nasnameya xwe re rumetî jiyan kirin derkete pêş.
Rêheval Sarya dema di nav civakê de rewşa jin dibîne nakokiyen wê zêdetir dibe. Têpisandina ku li ser jin tê kirin bandorî li wê dike û ew dixwazê vê rewşa heyî biguherîne û kevnêşopiyen civakê ên paşdemayî ji bo xwe qebul nake. Ji bo ku wekî jinên axa xwe serbilindiya xwe zêdetir jiyan bike dikeve di nav lêpirsînekî kûr. Li vir rastiya jinan nasdike û di nava Tevgera Azadiye de cîhê jinan dibîne. Nêzîkatiya Rêber APO ya li hemberî jinan li gorî civaka heyî pir cudatir û bi nirxtire. Dema vê yekê dibîne xwe nêzî azadiye dike. Biryarê xwe dide û ji bo bibe jinêkî bi hêz, xwe tevlî xebatên tevgerê dike.
Dema di nav civaka xwe de wekî jinêkî xebat dide meşandin, hêz û îradeya xwe zêdetir dibîne. Li hemberî xwe baweriyekî mezin bidest dixe. Ji ber ve jî meşa xwe her diçe xurt dike. Rêheval Sarya wer hîs dike ku her hilma ew dikişîne aîdê jinên beriya wê d tevahî dîrokê de ji bo azadiyê berdelên giranbiha dayîn e. Dîrok di meşa Rêheval Sarya de zîndî dibe û berdelên ku hatine dayîn ji bo xwe dike pîvanê jiyanê. Di hindirê xwe de hêza xwe ya veşartî dibîne û dikeve ferqê xwe. Dizanê ku ferq kirin gava yekem a fêmkirinê ye. Ev newaya bablîsokan a wateyê ku zîndîbûyînek dide, dibe sedema meşa azadiya Rêheval Sarya.
Çalakîyen Rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) û Sema Yûce di hîşmendiya Rêheval Sarya de cîhêkî bi kok avakiriye. Ew dibîne ku li Kurdistane jinên wisa bi kokên xwe re giredayî encax dikarin xwedî çalakiyekî mezin û bi bandor bibin. Ev jinên qehreman bi çalakiyen xwe yên mezin ve nehiştîne sîya dagirkeriyê bikeve ser welat û ew li dora Rêber APO bûne xelekên fedaîtiyê. Ji ber ve jî dema di şexsê Rêber APO de xwestin ku gelê Kurd îmha bikin, ewan dîtin ku dîwarekî bi fedaîyan li her devera Kurdistanê bersivekî tund didin. Wateya jiyanê ji bo hemu jinên Kurd êdî giredayî rewşa Rêber APO bûye. Ji ber ku Rêber APO di rih de çiqas veşartî be jî di jiyanê de zîndîye û mayînde ye. Çavên ku nabînin dizanin ku di wateya manewî de ji dil de tê hîskirin. Rêheval Sarya jî heta gîyanê xwe Rêber APO hîsdike û li gor ve xwe avakirine de gavên berbiçav diaveje.
Ji bo Rêheval Sarya xwe mezinkirin, xwe avakirin encax bi berpirsîyartiyen mezin girtinê re çêdibe. Ji ber ve yekê jî ew her dixwazê bi îdeolojîya APOGERÎ re xwe di nav şer de bide peyîtandin. Lê ji ber ku Heval Sarya xebatên rexistinkirina civakê bi berpirsîyartiyekî mezin û encamgir dike heta demekê ev daxwaza wê nayê qebulkirin. Dema di sala 1999’an de li ser Rêber APO komploya navnetewî hat kirin êdî Rêheval Sarya tebat nake ku bi heman şêwazî tekoşîn bide meşandin. Hêzên hegemonîk ji bo Kurdan tasfîye bikin, bi awayekî xayînane Rêber Apo dîl girtibûn. Ji xwe di dîroka Kurdan de her tim komployên ku ji bo tasfîye bikin hatiye kirin. Xwestin Şex Saît û Seyît Riza jî bi komployan tasfîye bikin. Lê dema komploya navnetewî de Rêber APO hat girtin di nav gel de qehremaniyên mezin derketin pêş. Ji zarok heya kal, gelê Kurd bi çalakîyên xwe ve dan nîşandan ku wê vê carê komplo neçe serî û ew angaşta mezin a ku dibêje ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi vî awayî derket holê. Pir kesên ku dixwestin li hemberî komplo bersivekê mezin bidin hêzên hegemonîk, xwestin xwe bikin mertalê bi bomba û di nav dijmin de biteqinin. Li ser ve esasê Rêheval Sarya ji dema komplo li ser Rêber APO pêş ket biryarê xwe de zelalbûn da avakirin û di sala 1999 tevlî Tevgera Azadiye bû. Piştî tevlî bû bi awayek çalak xebatê rexistinkirina gelê Rojava kir.
Rêheval Sarya, 2002’an de bi israrê xwe hat çîyayên azad. Dema hat armanca wê dîyar bû; ewê dixwest li hemberî komplo çalakiyekî mezin bike. Kar û xebatên heta ve demê kiribû têrker nedidît, pêwistbû tiştekî mezin bike û bibe bersiv. Ew destpekê li Qendîlê perwerdeya bingehîn dibîne. Li milê îdeolojîk, rexistînî de bingehê wê yê xurt berê de hebû ji ber ve jî exlaqê APOGERÎ de xwe bi zelalî da jiyana gerîla û çîya. Komplo her diçû giran dibû pêdivîyen pêşketinen eskerî hebû, ji ber ve yekê jî xwest xwe li milê leşkerî de pêş bixe û bibe gerîlayekî pispor. 3 sal li Başûrê Kurdistanê xebatên şoreşê dimeşîne, lê her tim israr û pêşnîyarê wê çûndina Bakurê Kurdistanê ye. Rêheval Sarya wekî jinekî bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bîne, çi ji destê wê tê dixwaze zêdetir bike. Bi çalakiye fedaî têkoşîna azadiye mezin kirin û Rêber APO ji Îmraliye derxistin hedef û armanca we bû. Wekî mîlîtanekî pêşeng pêşerojê rexistine temsîl dikir. Ji ber vê yeke ji rexistin ji bo Rêheval Sarya bi perwerdeyekî berfireh dîtin guncav dît. Bi pêşnîyarê hevalên xwe bi mektebe kadrotiye perwerdeyên leşkerî-îdeoljîk re derbas bû. Vê perwerdê bi awayekî herî baş dinirxîne û tevlî dibe. Ji bo Rêheval Sarya ev perwerde bû naskirina dîroka jina azad û dîroka têkoşîna azadiye. Li wir şexsê wê de taybetmendiyen herî balkeş ev bû ku sadebûn, kamilbûn, xwezayî tevgerandin bû. Perwerdeyên ku didît dixwest fêm bike û di pratîka xwe de derxîne holê. Bi ve coşa jiyanê li milê hevalên xwe ve jî hat hezkirin. Armanc û îdîaye Rrêheval Sarya xurt bû, tevlîbûna wê ya jiyane; biryardariya xwe mezin kirin bû. Ji ber vê yekê jî Rêheval Sarya tevlî xebatên Hêzên Taybet dibe.
Rêheval Sarya piştre di bin sîwana Hêzên Taybet de perwerdeya ku dibîne fedaîbûnê dike şewazê jiyanê xwe û xwe di nav têkoşîna azadiyê de, di xeta Rêheval Zîlan(Zeynep Kinaci) de dihelîne. Taybetî paraznameyên Rêber APO dema dixwîne hewildana xwe guhertine hîşmendiya paş de mayîne zêdetir dide. Pevajoya ku têkoşîna azadiye derbas dibe meylê tasfîyegeran dixwaze ji holê rabike behtir şerê têkoşîne îdeolojîya jîyana azad dide. Pêşnîyarê xwe ya çûndina Bakurê Kurdistanê ji nû ve dike û dixwazê têkoşîna azadiye fikrên Rêber APO bigihîne li Bakurê Kurdistanê. Her tim xwe bi pratîkekî xurt re amade dik. Dema di 1 ê Hezîrana 2004’an de tevgera azadiye xwest tevlî pengav pêşbixe, Heval Sarya bi bawermendiyek mezin xwe tevlî vê pêngavê kir û rista pêşengiyê ve rabû.
Di sala 2006’an de lêhûrbûnên Heval Sarya gihişt asta ku êdî encam jê derxîne şansêkî mezin dikeve destê ve. Ev pêşnîyarê ve hat qebulkirin û bû rewîya rêya Dersîmê. Cîh û warê Seyît Rizayan êdî bibû dergûşa gerîlayên azadîye. Ji bo her gerîlayê azadiye Dersîm wekî xeyalêkî bû. Rêheval Sarya ji ev xeyala xwe pêkdianî. Wekî gerîlayêkî di nava şer de mayîn tiştekî pîroze. Ji ber ku şer bi xwe dil de paqijbûyînek çêdike. Fêrbûna şer heta dawîye bi fedaîbûn de çêdibe. Rêheval Sarya jî bi dilê xwe ye paqij ve rastiye fêrbibû. Qada wekî Dersîm û Bakur bandriyek kûr di dilê Rêheval Sarya de çêkiribû. Tecrûbeye ku Heval Sarya ji qada Dersîmê girtibû jiyana wê ya gerîlatî de dibe ezmûnekî mezin. 8 sal li qada Dersîm wekî gerîlayekî tekoşîn meşandin tiştekî ji rêzê nîne. Her çendî bi taybetî ji bo gerîlayên jin zor û zehmetî hebin jî li hemberî van xurtbûna îradeyê, bi bilindkirina armancê re re giredayî bû. Heval Sarya wekî fermandara YJA-Starê mîsyona xwe ya pêşengtî di asta herî baş de pêktîne. Di her milî de çi leşkerî dibe çi jî îdeolojîk û pratîk dibe ew xwe pêşxistina di her qadê de ji xwere girîng dibîne. Dizanê ku gerîlayê azadiye encax bi xwe pêşxistinê ve dikare serbikeve. Rêheval Sarya ji li gor ve tevdigerê.
Li Dersîmê 8 sal erka xwe bi fedakartî û bi awayek serkeftî tîne cîh û ji nû ve vedigerê Qadên Parastinê Medya. Li vir tevlî perwerdeye bîrdozî dibe. Tecrûbeyen ku girtiye bi hevalên xwe re parve dike û derfetê nirxandina pratîkên xwe ye berê dibîne. Taybet jî li ser bîrdoziya rizgariya jin lêhûrbûnen xwe kûr dike û di kesayetên xwe de veguherînen kûr çêdike. Li ser ve bingehê hewildide hemû hevalên wê yên jin di jiyanê de xwedî îradebin, pêşengtî bikin, berpirsiyarî rakin û ji bo ku pîvanê azadbûnê bilindbikin kedêkî mezin dide. Li ser ve esasê dema çeteyên DAÎŞ ê li Rojava û Başûrê Kurdistan’ê li hemberî gelê Kurd êrîş dikin bi sekna fedaîtî xwest parastina gelê xwe de cîhê xwe bigire. Piştî ku Heval Sarya demekî li Qadên Parastina Medya dimîne û tevlî pengavên şoreşgerî bibe ew derbasî qadên Şengal û Kerkûk dibe. Rizgarkirina Şengalê a ji destê çeteyan de rolê xwe ya şoreşgerî pêk tîne û vê serketine wekî serketina gelê Kurd li dest digirê. Dema li Kerkukê xebat dimeşîne, Kerkuk dibe qalêya berxwedanê. Bi rolê xwe ya giring û coşa xwe ya jiyanê di asta jor de gelek jinên ciwan ji Rêheval Sarya bandor bûn û tevlî têkoşîna azadiye bûn. Rêheval Sarya kesayetek wisa bû ku li her deverê rengê xwe dida. Çiqas di milê leşkerî de xurt be jî xebatên qadê civakî de jî xurt bû û di nav gelê me yî Başur de xebatêkî bibandor da meşandin.
Erka xwe ya li hemberî gelê me yê Başur pêk anî dîsa vegerîya Qadên Parastina Medya. Rêheval Sarya gelek qadan û gelek xebatên leşkerî û bîrdozî de cîhê xwe digire û dixwazê tecrûbeya ku bi salanê di nav tevgera azadiye de girtiye bi hevalên xwe re parve bike. Rêheval Sarya wekî pêşengekî fedaî fermandartiya şer de dixwazê bibe bersivê artêşên dagirkerî li ser ve esasê bi israrê xwe ev berê xwe dide tûnelên berxwedanê rêhevalên ve yen ku li vir şer dikin, bihevre li hemberî dagirkerî îmhaker re şer bike. Xwe ji bo cihê ku herî zêde şer lê giran pêşniyar dike. Ji ber sedema tecrûbeyên we, cîhê ku li berxwedan êdî gihiştiye asta lûtk. Li wir qada berxwedanê Girê Cûdî de tûnelên şer li dijwarê cîhê xwe digire û bi fedaîyanê bilindkirina têkoşîne de kedêkî bêemsal dide. Wekî fermandara eyaletê li herema rojavayê zapê a Şehîd Delîl rolêkî giring dilîze û erka xwe bi rihê serkeftine dike.
Rêheval Sarya tevî jiyana xwe ya Tevgera Azadiya Jin de her tim bi erk û berpirsîyartiyen mezin digire li ser milên xwe. Rehaval Sarya wekî erkên ku Konseya Komutaye YJA-Starê û endamê fermandarê eyaletê dike. Herî dawî li Zapê di sala 2025 meha Sibatê dema li ser erka xwe bû gihişt şehadetê. Têkoşîna we ya 26 salê bi ked û fedakartiyen mezin tijî kir. Bi hezkirin û coşa we ya jiyane mîlîtanekî fedaî, fermandarêkî dîrokî ya şer û bû rewîya rîya heqîqetê. Gotina derweşekî ye “Ey Dostno, min gulên we baxê ji we re reşand, hûn jî min bi xêrê bibîrbînin.” Em ji wekî şervanên Rêheval Sarya mîrasa ku ji me re hiştiye xwedî derbikevin, armanc û hedefên wê bigihînin encamê û azadîya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin.


