"Jina ku çavên xwe bi her rengî xemilandibûn, Hêlîn Kobanê"
Zarokê ku nû çavên xwe li cîhanê vedike, bi mereqa ku her rengî bibîne çavên xwe digerîne.
Dema ku werz tên guhertin jî, êdî çav xwe ji dîtina her reng û dîmenê re amade dike. Bihar bi kirasê rengûreng, Payîz bi pelên zer, Zivistan bi mij û barana şevê, Havîn bi hilberînê ve xwe ji çavan re dixemlînin. Jinên leheng ku di fikira Apogeriyê de li azadiya xwe digerin, mîna guherîna demsalan her roj bi rengekî ve xwe bedew û xweşik dikin. Heval Hêlîn Kobanê yek ji wan jinên leheng bû ku li çiyayên azad çavên xwe ji rojê re hilanîn. Bi şer û têkoşîna xwe ve navê xwe di rûpelên lehengiyê de nivîsî.
Dildarên Rêberê Xwe
Rêber APO ji bo jinan jiyaneke nû afirand. Jiyaneke bi îrade, bawerî, dilwêrekî û xweseriyê ve pêşkêşî tevahî jinan kir. Bi vê re hem tola jinan hilanî hem jî girêdanbûna xwe ya bi jinan re nîşanî cîhanê da. Bi Sarayan re dest bi hevaltiyê kir, bi Zîlanan re xeta azadiya jinê diyar kir, bi Bêrîtanan re artêşbûna jinê YJA Star ava kir. Ji her netewe, ol û mezhebî bi hezaran jin li dora hevdu wek xelekekê kom kirin. Ji ber vê, jinan mîna perperîkan baskên xwe li dora Rêberê xwe vekirin û ber bi çiyayên azad ve firiyan. Bi her firînekê de dengê azadiya xwe kirin çîrok, stran û destanên bîrneçûyî. Êdî her kes di civata şevê de cih didin lehengiya YJA Starê û bi qehremaniya wan dilwêrekan dawî li şeva xwe anîn. Navê her lehengekê bû navê zarokekî nû ji dayikbûyî. Ji dehan bûn sed, ji sedan bûn hezar û milyon. Ala rengîn a navê Kurdistanê lê xêzkirî, di destê her jinekê de li ba bû. Êdî her kes xwe di nav de pêça û bi çengê ve govend gerandin. Şemse Feyad bi navê tevgerî Hêlîn Kobanê, yek ji pêşengên jinên Ereb, li ser şopa Rojbînan meşiya û navê xwe di dîroka Tevgera Azadiyê de bi cih kir.
Evîndara Azadiyê, Lêgerînvana Heqîqetê
Heval Hêlîn Kobanê bi eslê xwe ji bajarê Minbicê ji neteweya Ereb e. Dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê zêde dibin, malbata wê jî para xwe ji wan êrîşan digirin û bi destê wan neyaran ve tên qetilkirin. Hîna di zarokatiya xwe de rengê netewebûnê dîtibû, lewma nijadperestiya ku didît pê re nakokiyan ava dike. Hestên wê yên welatparêziyê rê li ber teknijadiyê girtibû. Lewra sekna ciwanên Kurd a li hember çeteyên DAIŞ’ê bala wê dikişîne. Çavên wê ji wan dîmenan têr nabin; hez dike û meraq dike. Her ku jineke ciwan di destê xwe de çekê parastinê hildigire, ji bo heval Hêlîn eşqa jiyaneke nû pêşwazî dike. Li hemberî dagirkeriyê serî netewandin, ji dengê zarokên sêwî re xwe ker kirin, ji lorîna dayikên dilşewat re xwe kor kirin ji hestên heval Hêlîn re zûrê dide; qebûl nake û bihêrs dibe. Ji ber vê sedemê di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas dibe. Dema ku xwe di leşkertiyê de pispor dike, ew jî destê xwe davêje çeka xwe û li dijî çeteyên DAIŞ’ê tevlî operasyonan dibe. Her ku çeteyekî ceza dike serfiraziyê jiyan dike.
Serfiraziya wê rê li ber rêyeke nû, armanc û jiyaneke nû vedike. Dikeve ser rêyan û bi taveheyvê re dibe rêhevala şevê; gav bi gav ber bi jiyana gerîla ve dimeşe. Lê wê nezanibû ku wê rojekê bibe gerîla û li serê çiyayên biheybet bibe rêwî; ji bo xwe tenê wekî xewnekê pênase dike. Her roj bi berxwedanî û qehremaniya gerîla ya li hember çekên qedexekirî, rojeva xwe ya rojê tijî dike. Bi kenê gerîla re dikeliçe, bi meşa wan re diherike ber bi jiyaneke serfiraz ve. Têkoşîna gerîla li serê çiyayên azad riya jiyaneke nû jê re vedike. Di sala 2023’an de berê xwe dide stargeha gerîla û tevlî refên berxwedanê dibe.
Çiya Wergeha Qehremaniyê, Şoreşgertî Nasnameya Jîna Demokratîk e
Dîtina çiyayên Kurdistanê ji bo hevrê Hêlîn, kelecaneke bêsinor ava dike. Cil û bergên gerîla, tevger û jiyana wan, meş û lebatên wan ji bo wê pênaseyên eşqê bûn. Xweşikbûna çiya, av û kaniyan di dilê wê de mîna bahozê radibe. Meşa ku li serê gir, tepe û xaçeriyan dike jê re îfadeya meşa azadiyê dike. Xwêdana ku di eniya wê de diherikî, westan û bêxewî ji bo hevrê Hêlîn biryardariya jiyaneke birûmet bû. Ji ber vê yekê di her şefeqekê de, çavê xwe ji dîtina rojê mehrûm nedikir. Nasnameya YJA Star hilgirtin, hênaseya xwebûnê girtin e. Di nava refên Star de weke perperîkan rengê xwe dide. Bi keziyên xwedawendan ve xwe gurçûpêç dike, digre û girê dide. Di rêya azadiya gelan, Neteweya Demokratîk a ku Rêber APO diyarî tevahî gelan kir de têkoşîn kir. Heval Hêlîn xweşikbûna cudahiyan dîtibû, lewma xwe di wê fikirê de avakirin û afirandin dike rêgeza jiyanê. Hevrê Hêlîn berê xwe dabû heqîqetê û bi hilhatina rojê re sejde dike.
Hevrêtiya Herdemî
Bi her hevalekê re hevaltî kirin ji bo wê pîvana jêneveger bû. Xwebûn û zanebûna xwe bi hebûna hevalên xwe re dibîne. Heval Hêlîn bi wê durustiya xwe ve, hêlîna hevrêtiyê ava dike û pê re dimeşe. Di kenê her hevalekî de wateya jiyaneke nû dibîne û xwe pê re dike xelekek ku tu carî qut nabe. Bi hezkirina hevaltiyê ve xwe nû dike, mezin û bedew dike. Her hevalek ku di berxwedaniya li hemberî çekên nûkleer de şehîd ketine, ji bo heval Hêlîn hestên tolhildanê bilind dike û dike ku hesabên dijwar bipirse. Kîn û nefreta li hemberî dijmin zêde dibe. Sekna hevrêyên wê ji bo wê dibe dibistana têkoşînê. Qêrîna Baz, kenê Helbestan mîna xewnekê dihat şeva wê. Bi dîmenê wan hevalan re, wijdana tolhildanê ji xwe dipirsî. Bi gotina "Êdî em dereng mane; her ku em dereng bimînin wê dîrok hesab ji me bixwaze" re barê şoreşê hildigre ser xwe. Ji bo heval Hêlîn jiyana hêsan, jiyana ku divê neyê jiyîn e; lewma barê herî giran ji bo xwe tercîh dike. Sivikbûna barê xwe tenê bi tolhildanê ve pênase dike. Di jiyaneke rast de mayîn tenê fedayîtî dikare wate lê barke. Heval Hêlîn jî ji pêşengên xwe yên weke Sara û Rukenen fêrî hunera fedayîbûnê dibe. Awayekî aktîf û çalak tevlî jiyana hevalên xwe dibe.
Şefaq bi rengê zelal xwe li dar û beran dixe; çavên Hêlînan bi nêrînek sadiq ji rojê re dibe temaşevan. Dengê çûkên berbangê mîna awazekê di guhê wê de olan dida. Di her hilkişandineke xwe de ya ber bi lûtkeyên çiyan ve, bi gihêştina azadiyê ve pênase dike. Heval Hêlîn ku hêlîna hevrêtiyê di dilê her hevalekî xwe de bi cih kiriye; ji ber vê sedemê berxwedaniya ku li Rojavayê Zapê dihat meşandin, nedikarî xwe dûrî wê bibîne. Dil û mejiyê xwe di berxwedaniya wan hevalan de dihelîne, diherikîne hêrsê. Lewra bi dilxwazî pêşniyara xwe ji bo çûyîna qada şer dike. Bi wê eşqa hevrêtiyê, wekheviya dil û mejî ve xwe dighîne qada çengê.
Jiyana Nemir Tercîha Wê Bû
Her roja ku derbas dibû berxwedanî geştir bû, gihîşt lûtkeya serkeftinê. Di wê berxwedaniyê de heval Hêlîn gav bi gav tevlî bû û helwesta şoreşgerî di her lêdanekê de raber kir. Bi tîlîliyên xwe ve dijmin şaşwaz dikin. Tevî dorpêçiyeke dijwar û dûrbûna ji hevalên xwe, di berxwedaniyê de israr kirin ji bo wan pîvana jêneveger bû. Di dilê heval Hêlîn de bi salan bû hêrsa tolhildanê kombibû; lewra di her lêdana guleyekê de serfirazî jiyan dikir. Bi wê ruhê fedayî, şerkerî û wêrekiyê ve bi ser dijmin de diçe. Tu carî gav paş de navêje û ji biryardariya xwe venagere. Tovê dilsozî û durustiya hevaltiyê ji roja roj de di dilê wê de hatibû çandin; lewma şehadeta hevalên xwe bi ezameta jiyaneke nû pêşwazî dike, lê tu carî qebûl nake ku dijmin cenazeyên hevalên wê desteser bikin. Dema ku heval Hêlîn dixwaze ku biçe cenazeyên hevalên xwe bîne, bi hevala xwe Lêgerîn Canfeda re di 20’ê Mijdara 2024’an de dighêje stêrkên welatê xwe.
Heval Hêlîn bi rihetî çavên xwe digire. Ji ber ku rojên azad di jiyaneke nemir de tercîh kiribû. Dizanibû ku li dû wê îradeyeke ji pola, jiyaneke destanwarî heye ku li ser lêva her zarokekî rojê de bibe çîrokên şeva tarî. Dizanibû ku bi milyonan ala serxwebûnê bilind kirine, wê nehêlin tu hêz wê alê daxe; wê têbikoşin, li ber xwe bidin û wê tevî Rêberê xwe bi hemû rengan ve bighêjin komînên azad.
Rêhevalên wê yên têkoşînê


