Zeryan Deniz
Xaka Mezopotamyayê ku warbûn û civakbûn lê pêşketiye, di dilê xwe de xwedawendên pîroz her xwedî kirin.
Ji Înana heta Zenûbiya, ji Sara heta Asyayan, li ser xaka xwe xwedawendên serdemê her da jiyankirin. Yekgirtina xwe ya bi Rêberê xwe re, hezkirina welatê xwe, daxwaza jiyaneke azad û wekhev mîna hunandina keziyên xwe, bi şerê xwe dan îsbatkirin. Dilên wan ên ji pola, li hember zîhniyeta hezaran salan şer kirin û li ber xwe dan. Rastî zehmetî û rojên tarî hatin, lê belê bi fikrê Rêberê xwe her tim rêya xwe ronî kirin. Meşaleya azadiyê di her dem û kêliyê de di destê xwe de ba kirin. Bêyî ku destûr bidin tu kes û hêzan, xwe li hev girtin û di cîhana ku jinê qebûl nake de, xwe bi nav û deng kirin. Ji her kesê ku wan biçûk, bêhêz û bê îrade didîtin re, xwe kirin îrade, hebûn û rengê xwe derxistin. Yek ji wan jinan jî Kadriye Özlü bû.
Kadriye ku navê Ruken Mamxûrî li xwe kir, li welatê rojê, li cihê şoreşgerên mezin lê jiyan dikin, geriya. Tevî ku dizanibû wê rêya wê rêyeke ne ji rêzê be, bi israr bû ku xwe bighîne dawiya rê. Li Cûdiyê Miradan, warê nebî Nûh, şûtika şidandî li nava xwe digerîne û xeyala xwe ya zarokatiyê tîne cih; dibe gerîla û çekê birayê xwe bi rûmet diparêze.
Jina Çeleng û Zelal: Rûken
Yek ji bedewiyên Colemêrgê Ruken Mamxûrî, bi navê rast Kadriye Özlü di nava eşîra Mamxûrî ku bi hestên welatparêziyê têne naskirin de mezin dibe. Di nava malbat û dorhêla wê de tevlîbûn û şehadet hene; ev yek dike ku Rûkena delal bi hestên welatparêziyê mezin bibe. Çanda Kurdewarî, ziman û kevneşopiya Kurdîniyê di pîvanên xwe yên jiyanî de diteyisîne. Dema ku mirovek pê re têkilî deyne, dizane ku xwedî dilekî Kurdînî ye; wekî jineke esîl a welatê xwe mezin bûye û daye mezin kirin. Girêdanbûna wê ya bi xakê re di birîqana çavên wê de dihat dîtin; kenê şêrîn ê li ser her du lêvên wê xêz dibû, hesreta wê ya welatekî azad diyar dikir.
Liv û tevgera gerîlayên Kurdistanê ya li ser wan herêman dike ku heval Rûken rastî vê yekê were. Bi çavên xwe dibîne ku gerîla ketine yek rêzê û bi meşa azad ve berê xwe dane wergeha egîdiyê. Şûtikên girêdayî yên li ser navê wan gerîlayan, pêlavên bi dest hatine dirûtin, biskên badayî ji çavên wê re dîmenekî gelek xweş çêdikin. Ji ber vê yekê, hîna zarok bû her xeyala wê ew bû ku bibe neferek ji wan çelengên hêja yên ku di oxira azadiyê de ketine ser rêya dirêj.
Heval Rûken bi hezkirin û dildariya vê yekê mezin dibe; dema ku digihêje temenekî ciwan, êdî biryara xwe ya tevlîbûnê zelal dike. Di sala 2009’an de li Cûdî beşdarî nava refên gerîla dibe. Li Garê di perwerdeya bingehîn re derbas dibe û dibe xwedî zanisteke kûr. Ji ber ku ji hevaltiya Apoyî bandor bûbû, herî zêde têkilî û danûstandina gerîlayan dişopîne; her ku bi şênberî didît, dildariya hevrêtiyê di kesayeta xwe de xurtir dikir. Tevî ku ji jiyana gerîla re nû bû jî, bi hezkirin û fedekariyê heta dawiyê bû xwedî ked û tevlîbûneke mînak.
Heval Rûken hîna gerîlaya salekê ye, rastî şehadeta birayê xwe Mazlûm Mamxûrî tê ku di sala 2010’an de şehîd dikeve. Ew hem birayê wê bû hem jî rêhevalê wê yê heman bîrdoziyê bû; ev têkilî dike ku heval Rûken ji her demê zêdetir rastiya dijminê qirker nas bike û bihêrs bibe. Hêrsa ku bi salan li hemberî dijmin girtibû, bi şehadeta birayê xwe re veguherand bersivên dijwar. Helbet li hemberî vê yekê xwedî zanebûneke kûr bû ku dê bi çi rengî û çawa tola xwe ji dijmin hilîne. Her ku çavên xwe li rojê vedikir, bi xwîna şehîdan soza afirandina welatekî azad dida.
Her Dem Dildara Welatê Xwe Bû
Piştî ku demekê li Botanê dimîne, derbasî Herêmên Parastina Medyayê dibe. Li qadên cuda têkoşîna xwe dimeşîne. Di her civakekê de ku lê dimîne, bi dilnizmiya xwe hurmeta hevalên xwe qezenc dike. Wekî jineke mîlîtan di xeta hevrêyên xwe yên şehîd de meşîn, xwedîderketin û parastina nirxên ku hatine destxistin ji bo xwe kir pîvanên jiyanê. Rûkena delal ji bo ku erkê xwe li hemberî gelê xwe pêk bîne, berê xwe da Kerkûkê û li wê qadê beşdarî şerekî giran bû. Kerkûk ku bibû cihê şer û cengên giran, ji bo Rûkena delal bû qada serfirazî û şahnaziyê. Li wir şer kir, têkoşiya û cesareta xwe bi serkeftinên mezin ve îfade kir. Ne gengaz bû ku li cihê ew lê be, moral û coş lewaz be; bi kenê xwe yê zarokane ve dibû xwedî kelecaneke bêdawî.
Rûkena delal a ku ji hevalên xwe hez dikir, bi wan re her tim dildar û girêdayî bû; bi xwezaya welatê xwe re jî her girêdayî bû. Bi dîtina her devereke welat dilê wê geş dibû, bi wê bedewiyê re diherikî. Çavên xwe li dar û pelên welatê xwe digerandin, lê dimeyzand û soza rojeke aram û bêşer dabû. Bi vê evîndariyê ve dilê wê li deriyê Botanê dixe; dixwaze ku careke din li wan deveran vegere û hesreta dilê xwe bîne cih. Botan warê gerîlayên destpêkê bû, cihê Egîd û Bêrîvanan (Binfiş Agal) bû. Gerîlayên jin xwe li wir gihandibûn; lewma dixwest ku lê vegere û ezmûnên ku qezenc kirine bi serkeftinên dîrokî pratîk bike. Rûkena delal bi van gotinan hestên xwe ji bo çûyîna Bakurê welat tîne ziman:
“Bakur ji bo her gerîlayekî cuda ye, ji bo min jî ewqas bi nirx û hêja ye. Gavên min ên destpêkê li wan erdîngariyên pîroz hatin avêtin; ez li wir fêrî jiyana birûmet bûm û beşdarî gerîla bûm. Dema ku li Bakur bim, ez xwe zêdetir nêzî Rêber Apo hîs dikim. Ji ber vê yekê, bi îdiaya azadkirina Rêbertiyê ve ez ê vegerim Bakur, ango Botanê. Me bi çav dît ku zarok li pêş çavên dayikan hatin qetilkirin; dilê wan dayikan mîna agirekî şewitî û loriya. Ji ber vê yekê, ez di çûyîna xwe de bi biryar û israr im; tolhildana wan yek ji erkên min e û divê ez vê erkê xwe pêk bînim.”
Bi vê biryar û evînê ve berê xwe dide Botana serhildêr. Dema ku digihêje Botanê, bi nêrîneke azad li wan çiyayên biheybet dinêre. Bi hezkirina salan li ser wan latan dimeşe û hinaseyên xwebûnê digire. Dibe yek ji fermandarên ciwan ên YJA Starê; her tim cidî nêzî erkên xwe dibe. Nirxandina Rêber Apo ya ku dibêje “Yê ji min hez dike bila berê xwe bide Botanê”, ji bo xwe dike esas û tevlî karên girîng dibe. Çîrokên berxwedanê yên ku li wan deran hatine jiyîn, werdigerîne fedekariyeke mezin û xwe ji bo tolhildan û hesabpirsînê amade dike. Dengê zarokên ku hatibûn qetilkirin ji bîr nekiribû; lewma ji bo heyfa wan hilde, çalakiyên bibandor pêş dixe. Dibe fermandareke stratejîk a serdemê; li hemberî dijminê dagirker rol û misyona berxwedanî û şerkeriyê raber dike.
Di wan salên ku ew li Botanê ye, dagirkeran pîlan dikirin ku gerîlayên Apoyî tune û bêbandor bikin; lê belê şervanên mîna Rûkenan xwedî biryardariyeke bêhempa bûn ku li her derê bûn lê li tu derê nedihatin dîtin. Mîna kabûsan li pêş dagirkeran derdiketin. Ew planên dijmin bi sekna xwe vala derxistin û ji cîhanê re îsbat kirin ku gerîla tu carî namirin û her dem dijîn. Rûkena delal jî yek ji wan gerîlayên ku her dem dijî û qet nemiri ye. Bi hezkirin û girêdanbûna xwe ve cihê xwe di dilê her hevalekî xwe de hîşt. Jina bedew, dema ku li ser peywira xwe bû, di 15’ê Hezîrana 2017’an de gihîşt asta nemiriyê.


