Şeva tarî qulibî û dengê buharê xwe da ser rûçikên zarokên sêwî. Kanî herikîn, gul vebûn, çûk baskên xwe ji bo firandinê amadekirin û di ezmana şîn de ketin rê.
Darên hişkbûyî pelên xwe jîndar kirin û li dora xwe civata ji heftrengan komkir, civatekî ku bi xwe re hebûna gelekî xêzkir. Ciwanên Kurd peyder pey xwe gihadin wê civatê û nasnameya şoreşgerên welatê rojê li xwe barkirin. Li ser teht û latên çiya di ber ronahiya Heyvê de kirin meşa dirêj, bê westan tifinga xwe hilgirtin ser milan, xwe kirin mertal ji wan zarokên sêwî û bê ziman re. Ew bûn şoreşgerên Apoyî ku bûn hêviya tevahî zarokên Kurdistanî. Yek ji wan zarokên ku dûrî welatê xwe jiyan kiriye, Zeryan Denîz Sarya ku bi eslê xwe ji bajarê Meletîya ye. Ew jî mîna hemû zarokan li bendê bû ku tîrêjên rojê xwe berde dilê wê û li esilê xwe vegere. Li bendê bû ku bibe dilopek ji kaniyê xwendwandên Mezapotamyayê.
Esra Temel bi navê tevgerî Zeryan Denîz Sarya li Stenbolê hatiye dinê. Di dibistana pergalê de fêrî alfebeya Tirkî dibe û zimanê xwe ya zikmakî Kurdî jibîr dike ango pê napeyve. Sekna malbata wê ya ji pergala Kapîtalîst re deriyê xwe vekirine, dike ku vê yekê lêpirsînan bike û têkeve nava nakokiyan. Wê dizanîbû yê ku bi eslê xwe jiyan dike tamê jiyanê dihese û dide hîskirin. Ji bo ku ew jî tema jiyanê hîsbike, bi wate jiyan bike her tim li dûv rastiyê de bazdide. Dema ku şagirtê zanîngehê ye pirtûka Parastina Gelekî dixwîne, jê bandor dibe û rastiya ku lêdigeriya di nava wan hevokên zêrîn de dibîne. Ji wê pirtûkê hînî wateya jiyanekî azad, dûrî koletiya jin û cihê çînan lê nîne, dibe. Ronahiya ku ji wê pirtûkê digire berê wê dide xebatê ciwanan û bi şêwazê xwe ya îknayê dike ku ciwanên dorhêla xwe rêxistinbike û aktîf wan tevlî xebatan dike.
Hestên wê yên xwedî derketinê, wijdana wê ya her dem li Kurdîtiyê digeriya bi şoreşa Rojava re ji bo xwe rêyekî nû, rêyekî veger lê nîne peyda dike. Nîsana 2015’an de li Cûdiyê, miradê xwe ya bi salan pêk tîne û beşdarî gerîla dibe. Botan jê re dibe wergeha yekem a gerîlatiyê, cara yekem li wir cilê gerîla li berxwe dike, girêdana pêlavên sor li wir dişdîne. Dengê lingên şevê ku mehkûmî meşa dirêje, ji wê re xweşhal tê, lewra ew jî tevlî wê meşê dibe. lê belê meşa wê li ser axa egîdan li Botanê bû. Heval Zeryan bi çavê Botanê ve xweşkibûna Kurdistanê dibîne ji kûr de hîsdike û bi wê xweşikbûnê ve tê girêdan. Salên ku ji dîtina Kurdistanê mehrûm maye bi meşa li Botanê re çavên xwe têr dike, bi sedeqat û zelaliya dilê xwe ve tevlî piratîkê dibe. Hevrêtiya xwe ya destpêkê bi fermandar Zeryan Denîz re dike, ji dil de wê hemêz dike û jê hezdike, bi sekna wê bandor dibe. Lewma piştî şehadeta heval Zeryan heman nasnameyê li xwe dike û dibe Zeryan Denîz a ku li ser şopa heval û fermandarê xwe dimeşe.
Xwînmijên gelan ji bo firehbûna serweriyê xwe, çeteyên bi navê Daişê avakirin. Heya dawî destek û hemû derfet ji bo wan pêşkêşkirin. Lê belê nezanîn ku ewê rastî gelekî kevnar ku bi çanda berxwedêrî û ramanê Apoyî ve rabûye werin. Çeteyên Daişê yên ku ji mirina bidestê jina Kurd ditirsin bi wê hovîtiya xwe ve rastî şerê Heval Zeryan Denîz tên. Ji bo ku Heval Zeryan erkê xwe ya li beramberî gelê xwe pêkbîne bi hemû hêza xwe ve berê çeka xwe dide sîngê kujerê gel û jinan. Tevî ku nû fêrî şer dibû jî, lê belê cesareta xwe heya dawî di ruhê fedayitiyê de dide raberkirin. Bi reşandina guleyên xwe ve tola hezaran salan ji dijmin hildigire û dibe yek ji parêzvanên xaka xwe. Ruhê xwe ya bi serkeftinê ve kilît kirbû, bi têkbirina Daişê re digihîne armanca xwe. Heval Zeryan piştî ku erkê xwe pêktîne carek din li çiyayên Kurdistanê vedigere. Lê belê dema ku vedigere êdî dibe Zeryanek ji zeviyên gulan a ku bi pîvanê Zîlanan ve hatiye xemlandin.
Di sala 2017’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet dibe. Di perwerdeyên bingehîn re derbas dibe, asta lêhûrbûna xwe kûrtir dike. Zanist û zanebûna jina azad di kesayeta xwe de avadike û roj bi roj pêşdikeve. Heval Zeryan a ku di xeta fedayetiyê de xwe perwerde kiribû, di her kêliyê jiyana xwe de bi fedayîtî tevdigeriya. Di nava Hêzên Taybet de tevlî xebatên girîng û stratîjik dibe, bi baweriya ku hatiye dayîn dibe yek ji milîtanên dilsozê xebatê xwe. Ji bo wê tenê yek hedef û aramc hebû, ew jî bibe jinek dildara jiyana azad û wekhev. Paradîgmeya Netewa Demokaratîk ji bo xwe dike şîara rojê û bi vê yekê hişmenidiya pergalê di ser xwe di davêje. Her rojê ku derbas dibû, di rastiya jiyana azad de fikrê xwe dewlemendtir dike. Heval Zeryan di wê ferqê de bû ku bi şer û fedayîtiyê ve dikare dawî li komkujiyan bîne. Ger ku bi kesayet û zihniyeta pergalê re şer neke wê nekaribe bibe milîtanek mezin a gelê xwe. Dema ku derbasî Hêzên Taybet dibe jî bi wê berpirsyartî û armancê ve xebat dimeşîne.
Rêber Apo di hin nirxandinên xwe de wiha anîbû ziman ‘Ger azadî hêsanba wê Ronahî û Bêrîvan xwe neşewitan dibana’ da ku vê hevokê cewherî bike her dem di lêpirsîn, nakokî û lêgerînan de bû. Dema ku têdigihêje ku çawa mirovên azad avadibin, di serî de xwe digihîne xelaka Rêber Apo û bi mirovên azad re têkiliyê xwe xûrt dike. evîndariya xwe ya ji bo Rêber Apo re her tim bi tevlîbûnek dirost dinirxand. Çawa ku Zîlanan got ji can buhatir heba minê bida serokê xwe, Zeryan jî bi heman ruh, dil û fikrî ve xwe di rastiya Rêbertiyê de mezin kir. Çavên wê, dilê wê, zimanê wê tenê û tenê ji bo xwe gihandina gerdûna Rêber APO mêyze dikir û hîsdikir. Ne xembû ku zehmatiyan bijî, ji bo wê xembû ku felsefeya jiyana azad yê Rêberê xwe fêm bike. yek ji perspektîfên mirovên azad zikir û fikira kirina yek bû. Lewra jina delal û bawermend jî gotina xwe di piratîka xwe de kiribû yek ruh û beden, bi vî awayî gavên ji xwe bawer davêt. Wê ji pirtuka Parastina Gelekî ve destpêkiribû û bi gelek nirxandin, analîz û şîroveyan ve dewam kiribû, mîna stêrka gelewêj çavê wê bi peyv û hevokan re dibiriqî. Ji bo ku bibe layiqî keda Rêber APo weke gerstêrkan xwe li dora gerdûna wî digerand. Ji gava xwe ya destpêkê heya gava dawî dildariya bi Rêber APO re dewam kir û ji bo pêkanîna wî her tim di nava şerekî dijwar de bû.
Heval Zeryan li gel heval Sara Tolhildan û Asya Alî ve hevrêtî dike. Ji wan hevalan fêrî jiyana xwedewandiyê dibe, ji zimanê Sara hînî hêrs û tolrakirinê dibe, ji Asya fêrî meşandina hevrêtiya azad a mîna Rojgeran dibe. li gel wan her du lehengan xwe mezin kir, perwerde kir û kesayetekî kamîlbûyî di xwe de avakir. Ne ziman hebû bipeyve ne jî çav hebû ku bibîne, ji wan lehengan çiqas bedewî di xwe de komkiribû. Ew bedewî tenê di xwe de komnekir belavî hevrê û hogirên xwe jî kir. Bi pîvanê ku ji wan lehengan fêrbibû bi hevalên xwe re nexşerêya jiyan azad xêzdike. Bi jinê re jiyankirin ewqas hêja ye ku mîna tîrêjên rojê şewqa xwe li her derê belav dike. kenê her jinek, paqijî, dilnizîm, zelalî û sedeqatê îfade dike. Heval Zeryan jî bi hevalên xwe yên jin re her tim rêhevalê rojên herî giran bû. Dema ku li gel hevrêyekî xwe ya jin dimîne, xwe aram û parastî hîsdike. Ji ber ku ew di wê zanebûnê de bû ku bi jinê re jîn jîndar û bi nirxe. Ji ber vê yeke mezinbûna xwe bi ya hevalên xwe re dibine.
Sala 2022’an de yek ji wan salên ku di asta lukteyê de şer û berxwedanî dihat kirin bû. Ev sal sala fedayitiya Ruken û Sarayan bû, bi wê ruhê ve li her deverê welat sekna birûmet dihate jiyîn. Heval Zeryan ji bo ku bibe layiqî hevrêtiya wan lehengan bi isar û pêşniyara xwe ve diçe qada ku şer lê girane ango qada Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê. Du sal li wê qadê bi awayekî aktîf kar û xebat dide meşandin. Sînge bi sîng li hember dagikeran şer dike. Tevlî gelek çalakiyên serkeftî û bi bandor dibe. Di her çalakiyekî de bi ruhê Apogeriyê derbên giran li dijmin dide. Heval Zeryan xwedî kesayetekî wiha bû ku ne tang û ne topên dijmin dikarî wê ji biryara jiyanek azad vegerîne. Tevî ku şer dijwar bû û dijmin her dever dûrpêçkirbû gerîla rastî gelek bê derfetiyan hatin jî, lê belê li beramberî vê yekê xwedî helwestekî birûmetbûn. Hevrê Zeryan jî yek ji wan milîtanên girêdayî doza xwe li hember her şertî xwe ragirt û heya dawî sekina pîroz da raberkirin. Hezkirina wê ya ji bo Rêber Apo û Rêhevalên xwe re bi sekinekî xûrt ku di her demê de bersivê giran dide dijmin, îfade dike. ji ber ku girêdanbûna Rêhevaltiyê girêdanbûna bi jiyana rûmete. Hemû cesareta ku ji Asya û Rogeran ve girtiye mermiyê xwe di dilê dijmin de diteqîne. Ji ber ku dilê wê, ruhê wê, fikir û mejiyê wê li gel Asyayan bû, bi wê hevrêtiyê ve hatibû girêdan di şerê xwe de jî heman ezametê dide raberkirin. di 28’ê Cotmeha 2024’an de ku nêzî dîroka fedayetiya Asyayan bû, li Rojavayê Zapê heval Zeryan bi qehremanî tevlî kerwanên nemiran dibe.
Rêhevalên Wê


