(Beşa Yekemîn)

Viyan Mêrdîn

Em nikarin avabûna hebûnê tenê ji zindiyê însan bigirin dest, hemû zindî di nava vê hebûnê de hene. Ev yek weke xwezaya civakî dikare were pênasekirin.

Ji ber ku hemû xweza bi civakbûna xwe, bi zindîbûna xwe, hemû xweza bi hebûna xwe di nava hebûnekê de xwe ava dike û xwe tîne ser ziman. Ger ku mirov bêje civak an civakbûn tenê xwezayî ye û ew civaka xwezayî tenê di serdema Neolîtîkê de hatiye jiyîn were destgirtin, wê demê em xapandinekî mezin jiyan dikin. Ji ber ku însan her tim di nava lêgerîn û hişyarbûnê de ye. Dema ku mejiyê însan dilepite û dikeve nava tevgerê de, li wir lêgerîn destpê dike û di encama wê leptandina mejî de ew lêgerîn êdî derbasî meşekî dibe, ew jî meşa heqîqetê ye. Rêber APO jî di encama lêgerîn û leptandina mejî de dest bi meşa heqîqet û azadiyê kir.

Însan bi zihniyetê xwe heye û civak jî bi zihniyetan ve tê meşandin; kîjan zihniyet serdest be civak jî li gorî wê zihniyetê tê rêvebirin û teşeyekî digire. Di civaka me ya îro de jî zihniyeta baviksalarî serdest e û ev yek li ser civaka me jî bandoriya xwe avakiriye. Destpêka mirovbûn derdiket zihniyeta baviksalarî ne serdest bû. Li gel vê, ger ku em dixwazin xwe bigihîjînin heqîqeta mirovbûnê divê em destpêkê zihniyeta xwe lêpirsîn bikin. Ji ber ku ger em bi fikrandin û meyzekirina xwe ya roja îro mirovbûnê lêbikolin, em ê nekaribin keşfa heqîqetê bikin. Li ser vê bingehî divê ku em zihniyeta xwe di eksena ramanên Rêber APO de bidin ber lêpirsînan û xwe ji nû de bigirin dest. Mînak di gelek mijaran de em dibin xwedî nêrîn û şîroveyan, lê belê zihniyeta baviksalarî li ser van meyzandin û nêrînan hakim in an jî bandoriya wê zêde ye.

Em karin zarokatiya xwe jî bînin bîra xwe; dema ku em di temenê zarokatiyê de ne, em ji dayikê xwe dipirsin ku em çawa çêbûne, şêwazê ku bersiv tê dayîn dide diyar kirin ku li ser dîrok û derketina xwe de weke mirov hakîmbûnek nîne, her wiha guhertinên ku çêdibin jî parvekirinên wan di nava civakê de çênabin. Ev jî bingeha xwe ji ola Islamî digire; ji bandoriya zêde dike ku vegotina dîrokî nebe û weke ku her tişt ji xwe ber çêbûne tê şîrovekirin û ev yek dibe sedem ku lêgerîna mirovan di sînorekî teng de bimîne. Dema ku lêgerîna mirovan di çarçoveyekî teng de dimîne ev yek li pêşiya derketinê jî astengiyê ava dike. Beramberî vê yekê divê ku mirov bikeve nava pirs û lêgerînên xwe; dibe ku hinek kes astengiyan ava bikin û sînorên pirsan ji me re deynin, lê belê ev yek wê bihêle ku lêgerîn bi temamî bê seknandin, dema ku lêgerîn hatin seknandin wê demê jiyana mirov rotînî dibe. Ji ber ku bi pirsan ve meş û têkoşîn tê kirin. Rêber APO dema ku dest bi meşa xwe kir bi gotina "Kurdistan Mêtîngeh e" meşa xwe da destpêkirin. Dibe ku gelek ji me dema ku vê gotinê bilêv bikin jê re normal were, lê belê Rêber APO dibêje dema ku min ev gotin bilêv kir ez ji hişê xwe ve çûm. Em dikarin ji vê yekê çi fam bikin? Tiştê ku em fam dikin ew e ku Rêber APO bi van her du peyvan ve digihêje heqîqetê û dema ku ji hişê xwe diçe carek din ji tiştê ku pergal ferz dike, hişyar dibe. Û bi vê re dest bi meşa xwe dike, lewra hişyarbûna mejî pir girîng e.

Rewşa civakê ya îro, di warê mejî de tevizandinek heye. Ji ber ku pergala Kapîtalîst nahêle ku civak bi xwe bifikire. Lewra her pirsek dibe wesîleya hişyarbûnekê, ya esas jî ew e ku em pirsan ji kesayetên xwe bikin. Dîroka xwe pêwîste em bizanibin û li ser vê yekê pirsan ji xwe bikin; ger ku em wisa nekin em ê nekaribin dest bi meşa xwe ya azadiyê bikin. Pirsên weke mirovahî ji ku derket? Mirovahî çawa çêbû, ez kî me, zindî çawa çêbû û belav bû? Dema ku ev pirs werin pirsîn wê demê zanebûn û serwextbûna dîrokê jî bi mirovan re ava dibe. Lewra divê em van pirsan her tim ji xwe bikin. Ger ku pirsên me nebin wê demê lêgerînên me jî tune ne û lêgerîn li wir disekine. Tişta ku dihêle pirs derkevin jî, yek zihniyet fikrandina me ya din jî dihêle ku tevger çêbibe. Em jî divê ku ji dîrok, zindî û hemû mirovahiyê pirsan bipirsin û dest bi meşekî zanistî bikin. Helbet her meşek nabe meşa zanistê, hemû rastî jî ne rastî ne. Ji bo ku em bigihêjin rastiyê divê ku em pirsên rast ji kesayetên xwe bipirsin. Mînak rastiya ku pergal dide pêşiya me gelek ji wan ne rast in. Ji ber ku zanista îro bi azadî nafikre, di bin nêrîna pergala kapîtalîst de lêkolînan pêş dixe. Ê ger ku zanist jî di bin vê bandoriya pergalê de be, wê demê kes azad nafikre û azad bersiv nade pirsên kesane. Rêber APO bi zanista xwe ve hemû sîstem xiste ber lêpirsînê, ev yek jî bi parêzname û analîzên xwe ve danî holê. Di wateyekî din de Rêber APO pergalê heyî red dike û li gel vê alternatîfekî azad derdixe pêş û ji hemû mirovahiyê re ev yek pêşkêş kir, her tiştê ku rexne dike teza wê jî datîne holê. Mînak şaristaniya kapîtalîst rexne kir û li beramberî vê yekê şaristaniya demokratîk weke alternatîf diyar kir. Ev jî modela ku mirovahî xwe li ser wê daye jiyan kirin e; gelek caran em dibêjin ku em nikarin weke wê demê jiyan bikin, ger ku em qalibên zihniyeta xwe yeko yeko bişkînin helbet em ê xwe bigihîjînin rastiya ku mirovahiyê di esil de çawa jiyan kiriye û bi vê rastiyê re kesayeta xwe ava bikin.

Ji dîrokê re divê meyzandineke rast hebe, ji ber meyzandina me ya dîrokê parçe ye. Ev jî ji zihniyeta parçe bingeh digre. Em hinekî kesayetên xwe bînin ber çavên xwe em ê hîn kûrtir karibin zihniyet û pirsgirêkên wê fam bikin. Mînak kesayeta me rojekî kêfxweş e roja din xemgîn e, ev yek di biryara jiyankirinê de jî bêîstîkrarbûnê derdixe holê. Lê belê ya Rêber APO meyzandinekî pir kûr û hûr e, ji dîrokê ta roja me ya îro bê ku ji hevdu qut bike weke xelekan şîrove dike û gelek analîzên heqîqî derdixe holê. Sedema vê jî ji ber ku Rêber APO kesayeta xwe ji hemû qalib û zihniyetên pergalê rizgarkiriye. Derbarê vê yekê de em karin mînaka Marks jî bidin; Marks ew jî dîrokê lêkolîn dike û daxwaza azadiyê dike, lê belê qonaxên dîrokî hemûyan ji hev cuda digre dest û weke ku mecbûr e her car qonaxek were jiyan kirin, hîç rastiyek bi vî awayî nîne. Dîrok hemû weke xelekekî bi hevdu ve girêdayî ye. Beramberî vê Rêber APO ev nêrîn rexne kir û got ku duh îro ye û îro jî pêşeroj e. Pê ve girêdayî zeman û mekan jî pir girîng e. Cihê ku hebûn hebe li wir dem heye, cihê ku hebûn lê nîn be li wir dem jî nîne. Helbet cihê ku hebûn lê hebe divê ku guhertin jî hebe.

Weke tê zanîn di gerdûnê de her tişt bi made û enerjiyê ve dest pê dike. Made û enerjî jî di encama guhertin û veguhertinekê ve tê pêşxistin, ev guhertin jî dihêle ku dem bê diyarkirin. Wê demê hebûn bi herkandinê tê qezenckirin. Cihê ku hebûn lê hebe û guhertin tune be, wê demê hebûn nîne. Ji ber ku hebûn bi guhertinan ve çêdibe. Ev guhertinên ku divê werin çêkirin jî, divê guhertinên fîzîkî û fikrî bin; ger ku fîzîk bê guhertin û mejî an jî fikr neyê guhertin wê demê ew guhertin bêwate ye û xwedî pênaseyekî pûç e. Hemû zindî her tim di nava çêbûnê de ne, lê belê însan carina di warê zihnî de seknandinê çêdike û hemû guhertinan dide seknandin. Çêbûna însan weke form, hebûna însan jî di warê zanebûn de ger were destgirtin wê pênaseyekî rast li xwe bar bike. Ger ku me hebûna xwe bigihîjînin zanebûnekê wê demê çêbûn jî destpê dike. Yanê hebûn û çêbûn dema ku dibin yek wê demê zanist pêş dikeve. Tiştekî ku zanebûna wê çênebe, têkoşîn û şerkirina wê jî wê negihêje armanca xwe. Em bala xwe bidin civakê bi milyonan kes hene, lê belê ne di ferqa hebûnên xwe de ne. Lewra em dibêjin ku hebûn û zanebûn divê di zik hevdu de bin û di heman armancî de bi hevdu re bimeşin. Helbet ger ku em weke însan xwe nas bikin em ê karibin gerdûna xwe jî nas bikin, bi kurtahî naskirina gerdûn û zindiyan girêdayî naskirina kesane bi xwe ye.

Rêber APO pênc qonaxan ji bo dem diyar dike; dema herî dirêj, dema dirêj, dema navîn, dema kin û dema herî kin e. Rêber APO ji bo dema herî dirêj got ku sosyolojiya giştî ye, ji bo dema dirêj jî weke çanda bingehîn ya civakê digre dest; bi taybetî ji bo vê qonaxê dibêje ku ji dema qeşayê ya çaremîn destpê dike heya roja me ya îro didome. Di wateyekî din de hemû bûyer, feodalîzm û şaristaniyên ku çêbûne cihê xwe di vê dema dirêj de digrin. Dema dirêj tê wateya ku hafizeya civakê; hafizeya civakê çiye û em ê çawa karibin pênaseya wê bikin? Ji hemû berhemên ku hatine afirandin jê re hafizeya civakê tê gotin. Dema ku Rêber APO dîl hat girtin got ku ez ne bi tenê me, ev tê wateya ku hafizeya civakê bi Rêber APO re ye. Însanê ku hafizeya xwe neparêze nikare hebûna xwe jî biparêze. Çanda kapîtalîst ji bo ku civakê li gor berjewendiyên xwe birêve bibe di serî de êrîşî hafizeya civakê dike û hemû bûyeran berovajî pênase dike. Ev yek jî dibe çeka wî ya êrîşkirina civakê û li gor xwe teşedayîna ciwan û nifşan. Rêber APO bal kişand ser polîtîkaya civakê jî, got ku di vê dema dirêj de exlaq û polîtîka jî di vê demê de hatiye jiyan kirin. Polîtîka ji bo civakê fikrandin e, exlaqê ku tu li ser difikirî tu ji bo civakê jî bikartînî, yanê polîtîka û exlaq bi hevdu re di yek eksenê de kar dikin.

Dema dirêj jî weke sosyolojiya pêkhatinê tê pênasekirin. Di vê qonaxê de jî Rêber APO dibêje ku tişt bi destê însan ava bûye û bi destê wî hatiye hilweşandin. Mînaka wê jî weke şaristanî û dewlet e; ji ber ku ev yek bi mirovan ve hatiye pêkanîn, ev yek dibe ku were hilweşandin jî, mesele gelek dewlet ava bûn lê hatin hilweşandin. Di cewhera gotina me de tiştê ku di dîrokê de ava bûne û hatine hilweşandin jê re dema dirêj tê gotin; mînak împaratoriya Asûr ava bû, ev împaratorî bi xwe re çi ava kir, ev jî ji bo ku mirov di dîrokê de hakîmiyeta xwe ya ji bûyeran re qezenc bike dibe alîkar.

Dema kin û navîn jî weke bûyerên ku di wê demê de pêk tên hate pênasekirin. Ev jî bûyeran digire nav xwe de; mînak qezayek çêbû, qeyrana aborî û hwd. tenê vê yekê digre nava xwe de, hemû dîrokê nagire dest. Em dikarin hereketên civakî jî di nava vê qonaxê de bigirin dest û lêkolînên xwe pêş bixin. Yanê dema dirêj ji bo lêkolînkirina bûyeran e. Her wiha dema herî kin weke sosyolojiya azadiyê, yanê di dema herî kin de xweavakirin hate pênasekirin. Dema herî kin dibe dema çêbûnê. Ew kêliya çêbûn an jî afirandinê dibe azadî, yanê dema ku kesek xwe diafirîne, sererast dike dibe kêliyên wî yên azadiyê. Sosyolojiya azadiyê weke zihniyeta civakê jî mirov dikare bide pênasekirin. Helbet sosyolojiya azadiyê tu carî teqlîdkirinê nagire nava xwe de, ger ku teqlîd pêş ket wê demê tiştekî bi navê afirandinê nîne. Rêber APO destnîşan dike ku afirandina ku dikeve bin xizmeta civakê de dibe azadî. Ji ber vê sedemê divê em di ferqa tiştê ku dikeve bin xizmeta civakê de bin. Dema ku pêxember derketin tiştên nû afirandin, em karin ji vê yekê re bêjin ku ev nîşandayîna îradeya xwe ye. Pêvajoyên ku pêxember derketine jî dema koletiyê bû, lewma derketina wan xuliqkariyê ye.

Ya herî dawî jî Rêber APO dema pêncemîn weke dema astronomîk da pênasekirin. Astronomîk jî hemû tiştên ku di fazayê de ne, ji destpêka derketina wan de lêkolîn dike. Mînak sîstema rojê, avabûna stêrkan û hwd. Divê em van hemûyan nas bikin; ji ber ku naskirina wan ji bo naskirina dema niha pir girîng e. Ev jî girêdayî zanistê ye, lê belê zanista roja îro zanistekî desthilatparêz e. Li beramberî vê Rêber APO zanista jinê ku weke Jineolojî tê binavkirin pêşkêşî me kir. Bi taybetî bedena jinê dişibe gerdûnê, lewra Jineolojî dikare zanista astronomiyê jî bixe nav lêkolînên xwe de. Di cewher û kurtasî de em karin bêjin ku her demek navarokekî digire nava xwe de û li ser wê lêkolînan pêş dixe. Dema ku lêkolîn û serwextbûn pêş ketin wê demê ji xwe gihandina heqîqetê re dibe rêyek.

Wê bidome…