Sara Ruken
Gerdûn û xweza di hemû deman de guhertin û veguhertinê pêktînin, dema ku em vê yekê bi xwezaya jin re tînin gel hevdu em heman fonksyonê dibînin.
Jin bi beden, fikr û afrîneriya xwe ve her tim nûbûnê dixûqlîne û ev nûbûn teysandina xwe li ser xwezayê jî çêdike. Ji ber vê yekê jiyana bê jin, jiyanekî bê wate ango xwedî naverokekî pûçe. Bêgûman dema em behsa jiyana bê jin dikin em di warê hêjmara zayendî de nagirin dest cewhera gotinê ew e ku jiyan bê jina azad nabe. Helbet jina azad bi pîvanên ku civak ferzdike ve nayê qezenc kirin. Ji bo ku ev pîvan bên avakirin divê ku zanebûnekî cins û hebûnê hebe. Heya em zanebûna xwe ya cins nedin avakirin emê nekaribin rêya xwe ya azadiyê jî bidin diyar kirin. Em hinekî li paşroj û niha bimeyezînin emê bibînin zanebûna cins di çi astê de tê dest girtin ango pêkanînin.
Pergala Kapîtalîst ku ji dirêjahiya dîrokê de xwe aniye roja îro her car bi navekî cuda derketiye ser dika dîrokê û ji bo ku temenê xwe dirêj bike jin ji bo xwe kiriye hedefa tunekirin ango pûçkirinê. Bi her awayî êrîşî jin dike û jinê weke makîneyekî kirîn û firotinê dide karanînin. Kîjan rêbaz ji bo berjiwendiyê wan encamgir be wê rêbazê kartîne û êrîşên xwe dijwartir dike. Dema ku em qada mediya civakî bigirin şiroveyan herî zêde emê jin û êrîşên li ser wê bibînin. Bêgûman ev jî heye ku her qadek cudayî qadên din êrîşî hebûna jin dike. Dixwazim bi hin mînakan ve nivîsê xwe dewlementir bikim, Dewleta Îranê bi navê Şerîatê hemû qadên jiyanê ji bo jinê asteng kiriye û her roj bi navê guneh jinê dibe ber sêdarê, dewletên cîran ên mîna Tirkiyê, Sûrî û Îraqê jî herî zêde bi rêya fihûşê ve jinê dide cezakirin ango mehûkmî vê yekê tê kirin. Li gel vê yekê gelek kes şaştiyan dikin û weke ku Ewropa hebûna jin qebûlkiriye wisa şîrove dikin, lê ger ev nêrîn berdewam bibe emê xefletan jiyan bikin û şaşiyan jiyan bikin. Ya ku herî zêde êrîşê jin dike û bi her awayî ji hebûna jinê ditirse dewletên Ewropî ne. Bi navê ku jin di hemû qadan de cihê xwe digire û xwedî mafê hebûnê ye, hişmendiya xwe ya serdest bi ziraftî dide meşandin. Li ser vê esasî em dibêjin ku bê zanebûna cins azadî ne pêkane. Ji ber ku zanebûna cins dibe bingeh ku xwedî derketinek li hevdu çêbibe û li gel wê dibe bersivek ji êşîrên ku li ser jinê tên kirin. Li hemberî vê yekê ji bo em têkevin ferqa cinsê xwe idîaya azadiyê lazim dike heya ku di azadiya civakî de israrkirin nêyê kirin negengaze ku hezkirin û zanebûna cins pêşbikeve. Rêber APO jî di nava nirxandinên xwe de wiha anî bû ziman ku ‘Azadiya kesayet bi azadiya civakê re pêkan dibe’ divê em vê hevokê wisa fambikin ku azadiya kesayet û ya civakê bi hevdu ve girêdayî ye. Ger ku em jin di azadiya xwe de israr bikin emê karibin civaka xwe jî ji kaos û qeyranên pergalê rizgar bikin. Ji lewra ya ku me jinan bîne gel hevdu idîaya me ya azadiyê ye. Helbet pergal di ferqa vê yekê de ku azadiya jin û civak girêdayî hevdu ne, ji ber vê yekê her tim dixwaze ku rêxistinbûna jinan belav bike û destûr nade ku jin li dora hevdu kom bibin. Li beramberê vê yekê felsefeya Rêber APO jin ji her netewî anî gel hevdu.
Rêber Apo bi ragihandina Bîrdoziya Rizgariya Jin ve bersiva van êrîşan da. Her ku jin vekişand qada berxwedaniyê derbên giran li pegalê xist, ev jî kir ku êrîş li ser Rêbertiya me zêde bibe. Li gel vê yekê Rêbertiya me di azadiya jin de her tim û dem israr kiriye û gelek analîzên giranbûha diyarî me jinan kiriye. Di sernivîsa Bîrdoziya Rigariya Jin de xwebûna jin esas hatiye girtin. Bi xwebûna xwe ve em weke jin dikarin zanebûna cins jî bidest bixin, mînak ger ku em jinan nekişînin qada azadiyê û ji jinan rêya pêşengtiyê venekin emê nekaribin xwebûna xwe misoger bikin. Dixwezim bêjim ku em bi komî dibin hêz û îrade, ger ku em kesayeta xwe di giştî de kilît nekin emê nekaribin mezin jiyan bikin. Di rêgeza ku Rêbertî daye diyarkirin jî kom û civakbûn di serkêşiyê de cihê xwe digirin. Ji lewra xwe nasîna cins û hezkirina cinsê xwe (JIN) xalên heyatî ne ku tu carî divê lewazî neyên jiyîn.
Emê Çawa Hezkirina Zayend Di Kesayeta Xwe De Bidin Rûnişkandin?
Me li jorê jî dabû diyar kirin ku bi her awayî êrîş li ser jinan tê kirin û ev yek di kesayeta jin de bandoriyek hatiye avakirin. Ji ber ku her tim hatiye gotin ku jin bi jinê re nikare jiyan bike ango jin bi tena xwe nabe hêz ev yek di hişmendiya me de jî bandorî avakiriye. Her çendîn Tevgera Apoyî ev polîtîka vala derxistibe jî, lê belê heya niha çiqas kêm be jî bandoriya xwe li ser me ajotiye. Ji bo ku em van pirsgirêkan bi temamî ji holê rabikin û di hemû qadan de bi hevdu yek ruhê têkoşînê bidin meşandin pêdiviya me heye ku em hevdu hêz bibînin. Dema ku em di qadên jiyan û têkoşînê de palpişta hevdu bin êrîşên ku li ser hebûna me tên meşandin emê bidin şikandin. Mînak ger ku li kolanekî jin lêdan dixwe ango rastî tacîzê tê divê ku jinên wê kolanê destûra vê yekê nedin. Di nava taxa xw de bibin dengê hevdu. Anjî li qada xebatê jin biçûk tê dîtin û karê ku heq dike jêre destûr nayê dayîn jinên ku li wê febrîqê (Şîrket) kar dikin gerek ku xwedî helwestên tûjbin heta bibe her kes karê xwe betal bikin. Di mijara paratina hebûna jin de divê nêzîkbûna şexsî tu carî dernekevin pêş. Di wateyek fireh de ji bo ku em hebûna xwe weke însanî biparêzin li beramberî hişmendiya qirker têkoşîna hebûna xwe berdewam bidin meşandin. Li cihê ku rêhevaleke jin hebe bila pêdiviya me bi zilam nebe ne ku em zayendperestiyê pêşbixin, lê belê yê ku ji bo me esas be her tim rêhavala jin be. Divê em di wê ferqê de bin ku li cihekî jinek tê lêdan wê roja din ew lêdan ji bo min jî were kirin. Tacîz, tecewûz, lêdan û biçûk xistina jinekê di heman demê de nêzîkbûnekî li beramberî hemû jinan e.
Ji ber vê yekê li beramberî êrîşên heyî em bi hevdu re bibin hêza parastinê. Dema ku em li dora hevdu kombûn û me xwe di felsefeya jiyana azad de kilît kir emê karibin civakeke azad û jiyanek aram biafirînin. Çawa ku dîroka me xwedî berhemên binirxin, bi hilweşandina bandor sîstemê ve em dîroka xwedewandiyê ji nûve jiyan bikin. Bi rastî jî dîroka me jinan dîrokekî dirêj û xwedî berhemên pir dewlemdin, afirîneriyên ku jin bi destxistiye divê ji nûve vegere û keda me jinan nebe nanê tu kesî. Bi hişmendiya azadiyê ve berhemên xwe ji nûda bidestbixin û bê ku bibin yên kesan jiyanek birûmet bijiîn. Heya ku em di vê yekê de xwe îkna nekin û nebin yên xwe ne mumîkne ku karibin polîtîkayên heyî binbixin. Ji ber vê yekê bi rêxistinbûna jinan carek din destê gelan, netew û mezheban bihgînin hevdu jiyanek bê şer û talan diyarî nirxên xwe bikin. Em bi hevdu re dibin ruh û beden, em bi hevdu re jî bibin dengê azadî û xilasiyê.


