Helbest Welat

Di zanistê de pênaseya gerdûn pir hatiye kirin. Ji ber ku gerdûn di hûndirê xwe de zîndîbûnek dihewîne.

Ev jî nahêle ku tenê bi pênaseyekî were nas kirin. Ev hêza xwezayê bi xwe ye. Gerdûn her tim pêwîstiya xwe bi îfadekirinê dibîne. Ev jî girêdayî hêza fikrandina mirov e. Naskirin, pênase dixwaze; ev ji xwe dispêre aqlê însan, ji ber ku nûnertiya xwe ji aqlê însan digre. Bi taybet jî ji jin digre, ji xwezaya jin digre. Ev pênaseyekî dîrokî û sosyolojîk e. Di gerdûne de her tişt bi hevdu re biwate dibe û xwe mayînde dike. Ger em jinê bigrin dest, hêza jin bi qasî gerdûnê ye, vê hêzê naskirin û derxistina holê hişmendiyekî derveyî hişmendiya desthilatdar ya zilam dixwaze. Ev di jin de heye. Xwe naskirin, xwe bihêzkirin û xwe û zayenda xwe hezkirin pêwîstiyek zedêtir, mecburiyetek e. Di lêgerîna heqîqetê de hindek tişt wekî mecburîyet in, ger bixwazî bigerî, bibînî, bibihîzî pêwîste hemû pevjiken (duyarga-Dış dünyayı, olup biteni algılama yetisi) xwe vebikî.

Zeman tenê serê xwe ne paşeroj e ne jî pêşeroj e; zeman niha ye, tiştên ku di wextê de tê jiyankirin e. Heke em bixwazin zeman  pênase bikin pêwîste em mekan jî di hûndire wî de penase bikin. Ji ber ku ev her du têgîn bi hev re giredayî ne. Rêber Apo dema pênase dike, bi hevre penase dike û wiha tîne li ser ziman: ‘‘Nûbûna herî girîng ya felseleya diyalektîk pêk aniye di derbarê cewhera peşketina gerdûnê de ye. Mekân û zeman encex bi hebûn re gengaz e. Gûhertin encameke xwezayî ya hebûna mekan û zeman e. Ji bo zeman û hebûn guhertin şert e. Gûhertin zeman û hebûnê piştrast dike. Dahûrîna naveroka têgeha guhertin girîng e. Ji bo guhertin pêk were tişteke ku naguhere pêwîst e. Guhertin girêdayî tişta ku naguhere ye.’’ Yanê ger em li cîhekî guhertinek bibînin ev dibe îspata mekan û zeman. Hebûn bi xwe wekî têgîn girêdayî madde û enerjî ye. Ji bo mirov, dema em dibêjin hebûnekî metafîzîk e, ev bingeha xwe ji vir digre, form digre û wateya xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî wekî penase zeman û mekan di gerdûna jinê de zêdetir li pêş e. Enerjiya jin ya bi gerdûnê re cûda ye, hîskirin û empatî kirina wê zêde ye. Ev jî di wateya civakî û dîrokî de bi vî şiklî ye. Dema em ‘zeman’ digrin dest, hêza wê ya pir zêde di jiyana mirov de heye. Pirsên ku em ji bo jiyan dipirsin bersiva xwe hemû wekî cîns ji jin jî digre. Avakirina civaka exlaqî û polîtîk bi destê jinê hatiye çêkirin. Ev enerjiyek zêde, fikrandinek mezin dixwaze; ji bo vê jî ev hêz di jin de zêdetir derdikeve holê. Heke jin hêza xwe ji nû ve derxîne holê wê baştir rastiya xwe bibîne.

Jin wekî zayend piştî pergala dewletperest zêdetir hatiye paşguhkirin, lê dîsa jî hêza xwê ya afirandina jiyanê hîç winda nekiriye. Ev hêz di genetîka jinê de xwe parastiye. Hertim civakbûyînê avakiriye, nirxên civakê parastiye û bi hezaran salan ji hev re veguhestina van kiriye. Wekî kevneşopiya jiyanê jiyana komûnal, têkîliyen hevpar, parvekirina kolektîf di hundirê xwe de parastiye û aniye heya roja me ya îro. Ji bo hêza jin û taybetmendiyên wê were zanîn zêde çavkaniyên nîvîskî nînin, di derbarê jinê de pirtûk nehatiye nivîsandin. Ev sedema xwe ji hişmendiya baviksalar digre. Hişmendiya baviksalar her tim xwe li dijî jin  bi cîh dike, şerê ku li cîhanê xilas nabe jî sedema xwe ji vir digre. Lê dema bi ziravî em dîroka jinê mêze bikin di nav pelên dîrokê ya desthilatdaran de wê baştir were dîtin. Li vir herî zêde şewazê dest girtina dîrokê girîngiya xwe diparêze. Di dîrokê de jinên ku li beranberê serdestiya zilam berxwedane hene. Ev hejmarekî zêde ye jî. Rêber Apo bi awayekî dîrokî şêwazên fikrandinê de lêgerîna heqîqatê jî digre dest û vedike; di nêzîkatiyên mîtolojî, ol, felsefe û zanistê de em dibînin ku nirxên ku ji alîye jin ve hatiye avakirin çiqas hatine tunekirin. Lê jin her tim di nav têkoşîneke de bû. Wekî mînak, serhildana İnanna ya li beranberê Enkî, ya Haîpatîa li beranberî nerînên dogma, ya Hz.Ayşe li beranber Hz.Alî, ya Marîe Crue li beranber zanistan re… Ger em dirêj bikin mînakên wisa bi hezaran in. Lê mijar ev ê ku jin wekî zayendekî çiqas ketî were nîşandan jî rastî bi tu awayî naye veşartin. Desthilatdaran çiqas xwestibin ve rastiyê manîpûle bikin jî ev enerjiya ku di jin de heye her tim derdikeve holê. Ya herî girîng ev hêza jin wê çawa were bikaranîn?

Xwe naskirin, hêza xwe naskirin her tim lêgerîneke dixwaze. Di xweza de mirov tim xwestiye jiyana xwe biparêze. Li beranberê ajalan, li beranberê bûyerên xwezayê, li beranberê êrîşên klanên din, li beranberê desthilatdaran û hwd. Pêwîstiya xwe parastin, xwezayî ye. Xwe zêde kirin, heta cîhekî watedar e; lê di vir de nêzîkatî ji bo jin dema tê guhertin ev edî dibe pirsgirêkek civakî.

Bi hezaran salane nakokî ya ku di nav civakê de tê jiyan kirin bingeha xwe ji nêzîkatiyên şaş ya li beranberê jin digre. Nakokiya ku em destpekê jiyan dikin, têkîliyên bi dê û bav re ye, yanê bi saziya malbatê re ye. Zayendperestî bi hezaran sale hewil dide xwe saz bike. Ev sitavê xwe ji malbat digre. Hêz her tim bi zilam re tê pênase kirin. Hêza jin wekê tune tê dîtin. Her roj ev bi şiklêkî derdikeve pêşiya me. Jin xwe li gor vê mecbur dimîne ku eyar bike. Ev wekî rastiya jiyanê tê ferzkirin, lê rastî de ne wisa ye. Peywendiya jinê bi jiyanê re dide nîşandan ku hêza afirandinê çiqas hebe evqas xwedî nirxeke exleqî û polîtîk e. Di pergala modernîteya kapîtalîst de nirxên civaka exlaqî û polîtîk hatiye tepisandin. Ev di şexsê jin de hatiye kirin; bi awayek fîzîkî û fîkrî nasnekirin û tune dîtin her ku diçe kûrtir dibe. Fikrên wê, çalakiyen wê tune tê hesibandin. Jin her tim bûyê qurbanê hişmendiya zilamsalar. Rêber APO dema vê rastiyê dinirxîne li ser zilamê bihêz disekine. Zilam, jin wekî objeyekî cinsî dibîne, ji ber vê yekê jî her tim dixwaze gotinên wî guhdar bike.

Nêzîkatiya zilam li beranberî jin tu carî neguheriye. Niha di civakê de êrîşekî pir mezin heye, ev êrîş bi zimanekî zayendperest tê meşrû kirin. Li beranberê van êrîşan sekînandin erkekî dîrokî ye. Armanca modernîteya kapîtalîst jî ev e ku di nav civakê de perçebûyîne çêke û li ser vê esasê jî  nirxên ku bi hêzaran salanê hatine avakirin li gor berjewendiyen xwe bi kar bîne. Ev nirxên ku bi destê jin hatine avakirin çiqas were parastin wê ewqas wateya jiyanê kûr bibe.

Gûhertin ji bo jin çi qas pêwîstiyek be, ji bo mêr jî pêwîstî ye. Li ser bingeha bi hevdu re jiyan kirin de tiştê herî girîng nasnameya azadiyê di xwe de avakirin û hewldana jiyana azad e. Ger ji bo jiyana azad xwestek û gav avetin nebe, wê demê gotin cîhe xwe nagrin. Bi objektîfî niha roja me ya îro de tiştê herî zêde derdikeve li pêşiya me ev e; li ser gotinen xwe nesekinandin. Divê zimanê serdest dev jê were berdan. Di nav civakê de çand û exleqê komûnal û demokrasî pir zêde hatiye xirakirin. Li beranber vê hişmendiya baviksalar xwe parastin tekoşînekî mezin dixwaze, ev jî tenê serê xwe nabe. Azadî, azadbûyîn bi tenê serê xwe nabe, ji bo herkesê  pêwîstî ye. Ji ber vê yekê jî xwe azadkirin civakbûyîn dixwaze. Bi civakê re xwe azadkirin, xwe brexistinkirin re gengaz e. Derveyî ve lêgerîna azadiyê nabe. Lêgerîna azadiyê re bersiv çi dibe bila bibe xwe guhertin, têkoşîn û pêşengtî dixwaze. Geremoliya di nav têkîliyan de, jiyanê de, axaftinê de derdikeve pêş bingeha xwe ji hîşmendiya baviksalar ya modernîteya kapîtalîst digre. Li ser navê piştgirî dayînê de zilam jinê dixe. Li beranberî ve jî jin ji bo xwe bide qebulkirin mecbur dimîne ku tişten nelayiqê xwe ye bike. Ev jî nahêle ku pêşketin çêbe.

Niha li ser jinê faşizm tê meşandin. Li beranberê vê sekinandin, rexistinbûyîn, hevdu hêzkirin, watedayîneke mezin dixwaze. Tekoşînkirin ewe ku; fikr û zikr de yekbûn avakirine. Erk û berpirsiyartiya jinê ew ê ku çi dibe bila bibe hevdu kişandina rastî ye.