Sema Agirî
Di Pêvajoya Guhertin-Veguhertin û Ji Nû Ve Avabûnê De Rola Ciwanên Kurd
Ev pêvajo ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê werçerxeke ye, binketin an serkeftin girêdayî gavên were avêtin e, ev jî girêdayî hişmendî û polîtîka ye. Her gavê xwe li gor rastiya ‘dîrok niha ye’ avêtin xwedî girîngiyeke mezin e. Li gorî ku ‘gavên me çarenûsa gelekî dirêse’ tevgerandin ewê hem dîrokê re hem jî ji roja me ya îro re bide qezenckirin. Ya herî girîngtir jî ewe ku mirov bizane şexsê me de çi tê temsîlkirin û em dikarin bibin nûnera kîjan aliyê.
Piştî Rêber Apo banga xwe ya dîrokî kir, di hevsengiyên Rojhîlata Navîn û cîhanê de jî guhertin çêbûn û planên li ser herêmê veguheriya merheleyeke nû. Rêber Apo xwe spart têkilîyên stratejik yên hezar salan. Ji bo vê jî bi cesareteke mezin û bi însiyatîfa xwe ve bû aktor û mûhatabê sereke yê pêvajoyê. Navê pêvajoyê jî wekî “ Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk” diyar kir. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jî peyama Rêberê xwe girt û li gor vê diyar kir ku ewê her tim li pişt biryar û gavên wî bin. Wekî ku tê zanîn di vê pêvajoyê de ji hêla Tevgera Azadiyê ve gelek gavên girîng û stratejik hatin avêtin: Rêxistina nîvsedsalî hat fesixkirin û pê ve girêdayî gavên dîrokî hatin avêtin.
Niha jî mijarên ku di rojevê de ye û tê nîqaş kirin, îşaret bi rola ciwanên Kurd dike. Mijara entegrasyon, pergala jiyana azad, serdema nû de pêşengtiya jinên ciwan û hwd. Hemû jî rasterast girêdayî kar û xebatê ku dimeşe, berpirsiyariya li hember gel û dîrokê ye.
Zanebûna dîrokê jî di vê pêvajoyê de diyarker e. Ciwanê ku dîroka xwe bizane, ne xeflet jiyan dike ne jî tê xapandin û gavên şaş diavêje. Ji ber ku ji dîrokê dersan derdixîne, dijminê xwe nas dike, şaştiyan dubare nake û li gor vê pêşeroja xwe saz dike. Mijara pêşerojê jî divê were nirxandin. Yek jî mijar û peyva herî zêde dijmin bi rêbazê şerê taybet pê dilîze mijara ‘pêşerojê’ ye. Çi ye pêşeroj, çawa ava dibe, kengî dibe xwedî wate û kî ava dike? Ji bo rast fêmkirinê em destpêkê li hember vê mijarê nêzikatî û argûmanên dijmin bigrin dest: Ji hêla pergala kapîtalîst ve gotinên ku di vê mijarê de em her tim dibihîzin hene: Bo mînak tê gotin “Pêşeroja xwe bi xwe înşa bike, ji bo pêşerojeke ronî…, ji bo tişt û kesên ku tu jê hez dikî…Pêşeroja xwe tarî neke…Tiştên ku li ser pêşeroja te xeter in dûr bisekine…” û hwd. Em jî mafdar in ku ji bo armancê fêm bikin çend pirsan li xwediyê van nêzikatiyan bikin. Pêşeroj çawa tê înşakirin, çawa ronî dibe? Ez kî û çi, çima hez dikim? Di encama çi de pêşeroj tarî dibe? Û ya herî girîng jî ev pirse: Çi li ser pêşeroja min xeter e? Ger em berdewam bikin, bêguman li hember van pirsan bersivê pergala kapîtalîst û lîberal jî heye. Xala ku divê herî bi baldarî were şopandin û mêzekirin jî ji vir û şûnde destpê dike. Çima? Bêyî ku nakokî were jiyan kirin, lêkolîn werin kirin, analîz were kirin ji wan bersivan bawer kirin, ne li gor xisletê ciwantiyê ye. Çi ne ev bersiv? Îzah û argûmanên ku bi giştî mohra lîberalîzmê lê ye, wekî bersiv ji ciwan û jinên ciwan re tê pêşkêş kirin. Tê gotin ku pêşeroj bi bûyîna xwedî pîşeyekî ve ava dibe û bi aboriya takekes ve tê ‘ronîkirin’. Mijara xeteriya li ser pêşerojê jî wer tê pênase kirin: Bi karên siyasî re mijûl nebe, ne civakê; bi kesayeta xwe bifikire, bûyerên ku di welatê te de diqewimin paşguh bike û hwd.
Baş e, emê wisa qebûl bikin û serî bitewînin? Emê ji van bersivan qayîl bibin? Emê bêjin ‘temam’? Ger wisa qebûl bikin û bêjin ‘temam’ emê wîcdana xwe re çawa hesab bidin û çawa jiyan bikin? Belê dest girtina me ya pêşerojê yekgirtî ye, divê wisa be. Ango em têgîna pêşerojê encex bi têgînên wijdan û azadiyê re dikarin bigrin dest, pênase bikin û watedar bikin. Berî her tiştî emê bi vîna xwe ya azad pirsan li xwe, li wijdana xwe bikin. Kîjan pirs mêjiyê me mijûl dike, kîjan pirs dihêle ku em di warê wijdanî de nerehet bin, kîjan pirs bi me dide hîskirin ku em ne azad in, emê van pirsan bi awayekî wêrek li xwe, li wijdana xwe pirs bikin. Emê bêjin di pêşeroja ku ez ji bo xwe ava dikim de gelê min jî heye. Ger ez çavên xwe ji bûyeran re bigrim, ezê nebim kesayeteke tirsonek? Kesayeteke wisa çawa dikare bi exlaq be? Kesayeteke bê exlaq çawa dikare azad be? Em dikarin wan pirsan hîn jî zêdetir bikin. Ger em zêdetir jî bikin, emê bibînin ku rewş wekî ku tê xuyakirin ne hêsan e û ne pêkan e ku mirov çavên xwe jê re bigre. Ji bo vê jî wekî ciwan û jinên ciwan ji me re destpêkeke paqij û azad pêwîst dike. Emê çawa destpê bikin?
Em dikarin bi xwe re monologekî wêrek bikin: Bo mînak; ez ciwanekî Kurd im. Endamê gelekî ku pirsgirêka azadiyê jiyan dike û welatê wê di bin dagirkeriyê de me. Divê ez çi bikim çawa tevbigerim?
Ger em endamê gelekî wisa bin ew tê wê wateyê ku çarenûsa me û ya gelê me yek e. Ji bo vê jî her gavê ku em diavêjin wek çarenûsa gelekî di bîra dîrokê de tê tomar kirin. Pêşeroja me û ya gelê me yek e. Gelê me çiqas azad be, em evqas azad in. Em dizanin ku gelê me ne azad e û em jî ne azad in. Em dizanin ku bi kesayetên ku tenê jiyana xwe ya şexsî difikire re, pêşeroja gelekî nayê saz kirin. Emê dev ji xapandinên pergala kapîtalîst berdin û di giştî jiyana xwe de li pey ‘pîşeyekî’ nebezin. Emê demê rast bixwînin û gavên xwe rast biavêjin. Emê bi hilbijartinên xwe yên şaş ve bi qedera gelekî re nelîzin. Emê bersivên rast ji pirsên xwe re bigerin û bikevin pey lêgerînên xwe. Niha em dizanin êdî pêwîste em çi nekin. Wê demê emê çi bikin?
Di heyama nû de, gelê me di ezmûneke pir dijwar re derbas dibe. Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk gelek berpirsiyarî li ser milê ciwanan bar dike. Ciwan bi dengê xwe, bi rengê xwe divê di nava pêvajoyê de cihê xwe bigrin. Didin nîşandan ku xwedî dîrokeke berxwedaniyê û ezmûnên siyasî ne. Ji bo vê jî pêwîste pêvajoyê rast bixwîne, rast analîz bike û hetta rêve bibe. Ciwan û jinên ciwan di vê hêze de ne ku rêveçûna dîrokê bigûherînin. Ango ciwan, hêza guhertinê ye. Ev yek wekî ku ji hêla me ve tê zanîn ji hêla dijmin ve jî tê zanîn. Ev agahî di dijmîn de tirsekî ava dike bêguman. Lê belê li hember vê jî tedbîran digre, serî li rê û rêbazên cûda dide, bi taybet stratejî û taktîkan diyar dike. Rojane destwerdana her kêliyê jiyana ciwanan dike ku ber bi heqîqetê ve neçin. Bo mînak, rojevan, nûçeyan û agahiyan, yan vedişêre yan jî berovajî dike. Gelek caran bûyerên ku cîhanê dihejînin ji hêla ciwanekî Kurd ve nayê zanîn. Li çiyayên Kurdistanê de şerekî bêeman dimeşe, lê ev têra xwe nayê zanîn. Ev hemû lîstokên şerê taybet in. Ji bo vê jî divê ciwan pirsên xwe rast pirs bikin, nakokiyên xwe xurt jiyan bikin û bizanibin ku yekane rêya azadiyê û pêşerojeke azad di çiyayên Kurdîstanê re anga refên gerîla re derbas dibe.


