Axîn Avaşîn
Wekî ku tê zanîn, yên ku rêbazên şerê taybet bikar tînin û pêş dixin; hêzên desthilatdar û mêtînger in. Yanê, ew hêzên ku civakê biçûk dixin û dixwazin wê bixin bin kontrola xwe ne.
Dema ku vê dikin jî, rê li ber mirovan digirin ku vê yekê fêm bikin. Armanca wan ew e ku bi awayek guncaw derûnî û çanda wê civakê pasîfîze bikin. Bi van rêbazan, ew modela mirova ku dixwazin biafirînin, di wan kes û civakan de ji eslê xwe tiştek nahêlin. Ji ber vê yekê, ew polîtîkayên şerê taybet bi destwerdana exlaqê civakê, bi bikaranîna ol, bi tirsandina mirovan re, ya herî girîng jî bi hedefgirtina jinan ve pêk tînin. Ev rêbazên şerê taybet pir caran li dijî netewên cûda, gel, jin, ciwan û bi taybetî li hember Tevgera Azadiyê tên bikar anîn. Wekî mînaka herî berbiçav a vê yekê, em dikarin zilm û mêtîngeriya li ser gelê Kurd ji hêla dewleta Tirk ve bidin. Her çend dewleta Tirk van tiştan înkar dike û îdia dike ku ew dewletek demokratîk û wekhev e, ew ji van têgînan gelek dûr û xerîb in. Hetta hikûmeta AKPê ji bo pêşxistina polîtîkayên înkar û îmhayê li dijî gelê Kurd bi piştgiriya hêzên mîna Amerîka, Îngilîstan û Îsraîlê hat ser desthilatê. Ji ber ku ev dewlet dizanin ku bêyî saziyên şerê taybet, ew nikarin tenê bi şerê leşkerî bandorê li tevahiya civakê bikin. Ji ber vê yekê, di demên dawî de, ew hewl didin ku ciwanan bi rêya rêbazên ku exlaqê civakê xera dikin, wekî tiryak û fihûş ji daxwazên azadî, demokrasî û civakek wekhev dûr bixin. Ji bo bidestxistina van hemûyan, ew hewceyî bi saziyên şerê taybet dibînin û ew di bin sîwana van saziyan de civakê organîze dikin û êrîşî wan dikin.
Şerê Taybet Di Heman Demê De Şerê Xapandin Û Bindestkirinê Ye;
Armanca şerê taybet ew e ku kîjan komê hedef girtibe wê bê îrade, bê çand û bê nasname bihêle. Ji ber vê yekê, herî dawî, dema ku dayikên Kurd xwestin di komîsyona aşitî û demokrasiyê de bi Kurdî biaxivin, ew hatin astengkirin û gotin qedexe ye. Heta di vê serdema ku jê re pêvajoya aştiyê tê gotin de jî, astengkirina axaftina bi Kurdî tê vê wateyê ku di polîtîkayên îmha û înkarê yên li dijî gelê Kurd de ti guhertin çênebûye. Ev polîtîkayeke mêtînger e. Ew beşek ji polîtîkaya şerê taybet e. Gelê Kurd û tevgera azadiyê bi her cûre amûrên şer rastî êrîşê tên. Em ji dîrokê heta roja îro mînakên vê yekê dibînin. Di dîrokê de tê dîtin ku rêberên ku pêşengiya gelê Kurd kirine her gav ji hêla hêzên mêtînger ve hatine hedefgirtin, ji holê hatine rakirin û bi vî rengî gel hatiye tirsandin û îradeya wan hatiye şikandin. Wan her gav hewl dane ku gel bêdeng bikin, peyama "Ger hûn serî hildin û li ber xwe bidin, ev ê dawiya we be" bişînin. Bi baweriya ku ew ê her gav bi vê rêbazê bi ser bikevin, van hêzan hewl dane ku heman lîstikê li dijî Rêber Apo bilîzin, pêvajoyek komployê dan destpêkirin. Vê carê, wan armanc kir ku di şexsê Rêber Apo de tevahiya gelê Kurd tune bikin. Lê Rêber Apo bi kiryarên xwe komployê pûç kir û gelê Kurd ber bi pêşketinên mezin ve bir. Çembera ji agir ya li dora Rêber Apo ku bi slogana "Hûn nikarin roja me tarî bikin" pêş ket nîşan da ku gelê Kurd ji xewa xwe ya kûr şiyar bûye. Gelê Kurd bi awayekî zelal peyamek şand ku ew ê destên ku dirêjî rêberê wan dibe bişkînin. Polîtîkayên şerê taybet, bi qasî ku li ser gelê Kurd têne sepandin, li ser gelê Tirk jî têne sepandin. Di bin navê welat de, leşkerên Tirk dişînin seranserê Kurdistanê didin şerkirin. Em rastiyek gelê Tirk yê ku bêdeng dimîne û îradeya xwe winda dike jî dibînin. Her roj, ew bi nûçeyên derew gel dixapînin, îdia dikin ku wan ewqas gerîla kuştine ku li vir û wir gerîla nemaye, bi vî rengî mirina leşkeran normal dikin. Ew cenazeyên leşkeran jî nagirin; wan dişewitînin da ku miriyên xwe veşêrin. Lê dîsa jî, divê jiyana tu mirovê bi vî rengî neyê bêqîmetkirin. Dewletên faşîst, ji bo berjewendiyên xwe, dikarin bi gelê xwe re jî bi vî rengî bêrêz tevbigerin. Hikûmeta AKP-MHPê gotinên Rêber Apo yên "Ez stratejiya têkoşîna çekdarî diqedînim" wekî amûrek şerê taybet bi kar anî, ji gerîlayên ku bi salan di tunelan de li ber xwe didan re got, "Werin û teslîm bibin, rêberê we teslîm bûye", û hewl da ku bi derew û xapandinê gerîlayên azadiyê bixapîne. Lêbelê, ew gerîla bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ve hatibûn çekdarkirin, xwedî îradeyek hesinî bûn û teslîmî çekên kîmyewî û qedexekirî yên dewleta Tirk nebûn; berovajî vê, wan bi çekên xwe yên takekesî li dijî dewleta Tirk şer kirin. Wekî ku em ji vê yekê jî fêm dikin, şerê taybet şerê xapandinê ye.
Jin Bîra Civakê Ne;
Ê ku herî zêde rastî şerê taybet û derûnî tên jin in. Şerê taybet destpekê jinan hedef digire. Vê bi bikaranîna rêbazên zextê yên derûnî û fîzîkî re dike. Jin bîra civakê ne. Ji ber vê yekê, yên ku desthilatdar in, dizanin ku heke hûn dixwazin civakekê biguherînin û veguherînin, divê hûn êrîşî beşa wê ya herî bi bandor bikin. Ji ber ku beşa ku Rêber Apo dixwaze bihêz bike jin e, dijmin herî zêde êrîşî jinan dike. Hişmendiya baviksalar jinan dike meta, tiştek aîde wan nahêle. Ji cil û berg û meşa wan bigire heya rabûn rûniştandina wan û heta çend zarokên wan dê hebin û rêbaza zayînê, hikûmet biryar dide. Ew dixwazin bi van rêbazan jinan di bin kontrolê de bihêlin. Ew hewl didin ku jinan ji eslê xwe, nasname û çanda xwe dûr bixin, taybetmendiyên xwe ên yekgirtî, afirîner û mîna xwedawend hilweşînin û bêqîmet bikin. Rêbazek din a kontrolkirina jinan ol e. Bi îlankirina hin tiştan wekî guneh, jin dibin milkê mêran. Ew nikarin li kesekî din binêrin an pê re biaxivin ji bilî mêrê xwe. Zarok jî aîde bav in. Di civaka xwezayî de, bav nayê zanîn, û zarok di bin kontrola dayikê de têne mezin kirin. Piştî vê rastiya civakî, rewşa ku jin niha tê de ye cihê xemgînî ye. Em bandorên mezin ên şerê taybet ya li ser bedenên jinan dibînin. Heta di reklamên otomobîlan, an şampuanê yên mêran de jî, laşê jinê dikare wekî amûrek were dîtin. Şerê taybet di heman demê de sektora seks e. Pêdivî ye ku, bi rêxistinbûnek xurt li hember van rêbazên şer baldar bin û hevgirtina jinan were avakirin. Jin heke van tiştan pêk bînin wê bihêz û têkneçûyî bibin.
Şerê Taybet Rêbazek Çînayetî Û Dabeşkirinê Ye;
Wekî ku di nirxandina Rêber Apo ya ji bo ciwanan de mîna "kevirên dînamîk ên civakê" de tê dîtin, komek din ê ku dikare nirxên civakî biparêze ciwan in. Yek ji sedemên êrîşên li dijî jinan ên ku li jor hatine behs kirin nêzîkatiya Rêber Apo ya ji bo jinan e; ev ji bo ciwanan jî bi heman rengî derbasdar e. Ji ber nêzîkatiya Rêberê me ya ji bo ciwanan, hêzên dewletê hîn bêtir êrîşî wan dikin. Ji bo ku ciwanan ji rastiya civakî û exlaqê dûr bixin vê wekî rêbazek bikar tînin. Bi girêdana ciwanan bi fuhuş û narkotîkê re, ew dixwazin wan bi xwe ve girêbidin. Ew vê yekê bikar tînin da ku wan ciwanan re çi dixwazin bidin kirin. Ew hewl didin nifşek ji ciwanan biafirînin ku dema pêwîst be, dê malbatên xwe jî ji bo van madeyan paşguh bikin. Ji ciwanên serhildêr, meraqdar, şerker û zîrek tu şop nehatiye hiştin. Lêbelê, ciwanî ew serdema ku mirov herî meraqdar û di nav lêgerînê de ye. Em dikarin vê encamê jî bigirin ku ev şerê taybet kesayetên wek robot jî diafirîne. Wan bê refleks dike. Ew jin û mêran ewqas parçe dike ku rengê jinan ji mêran cuda ye, pêlîstokên kuran ji keçan cuda ne, navê yekî ji yê din cuda ye - em dikarin gelek mînakên din ên vê parçebûnê lê zêde bikin. Şerê taybet jî sedemek ji bo dabeşbûna çînî ye. Wekî li hemû warên şerê taybet, qirkirin û asîmîlasyon li vir pir bi tundî têne dîtin.
Şerê Taybet; Şerê Di Nav Şer De Tê Meşandin E;
Şerê taybet ne rêbazeke şer a normal e. Ew şerek di nav şer de ye. Û ev rêbaza şer berhema şaristaniya kapîtalîst e. Ger dewleta faşîst a otorîter xwedî rêbazên şerê taybet û psîkolojîk be, Rêber Apo jî xwedî îdeolojiyeke bêdawî, bi qasî okyanosan fireh û kûr e. Rêber Apo hem rûyê qirêj û kirêt ê dewleta Tirk ji her kesî re eşkere kiriye, hem komplo pûç kiriye û hem jî hişyariya gel, jin, ciwan û bê guman tevgera azadiyê li dijî van rêbazên şerê qirêj bilind kiriye. Jin û ciwanan jî daniye herî destpekê. Di demekê de ku jin di civakê de, û hema hema li her derê cîhanê, têne paşguhkirin û di taritiyê de têne hiştin de, Rêber Apo jinan ji wê tariyê derxistiye û wan kiriye xwedî îrade. Di demekê de ku ew wekî mirov nayên hesibandin û hebûna wan bêwate tê dîtin de, Rêber Apo di civakê de roleke pêşeng da jinan û nirxek mezin lê bar kir. Ji bo sûcdarên kuştina jinan û fihûşkirina ciwanan ji hêla mêran û dewletê ve tu ceza nayê dayîn. Çima? Ji ber ku ev bi zanebûn wekî polîtîkayek bi hedefa bêvînkirina civakê têne kirin. Lê Rêber Apo rûyê qirêj ê dewletê deşifre kirye. Pêwîst e hemû gel, ciwan û jin ji vê yekê haydar bibin û neyên van lêyîstokan.


