Em îro wekî şervanên azadiyê û gerîlayên jin ji bo ku 8’ê Adarê bi hev re pîroz bikin hatine gel hev. Hemû heval dizanin yê ku hişmendiya 8’ê Adarê bi me da nasîn û wateya 8’ê Adarê ji bo me derxist pêşberî dîrokê, Rêber APO ye.

Em berî her tiştî minetdarên Rêber APO ne. Berî her tiştî em 8’ê Adarê li Rêber APO pîroz dikin, em silav, hezkirin û girêdanbûyîna xwe ya bêdawî ji bo Rêber APO dişînin. Bêguman roja 8’ê Adarê bi berxwedaniya jinê ve hatiye qezenckirin. Rêber APO got ku ne tenê rojek ji bo jinê hemû roj bibin ya jinê. Bi vê manê em minetdarê Rêber APO ne. 

Di şexsê pêşenga xwe Sakîne Cansiz, Besê Anûş,Binefş Agal, Azîme, Bêrîtan, Zîlan, Sema Yuce, Rehşan, Zekiya, Bêrîvan û Ronahî, Delal, Armanc, Leyla, Rojîn, Gulçiya, Berwer, Edêsa, Berfîn Nûrhaq, Asya û Rojger, Fikrî û Mordem, Ziyad û Faraşîn de hemû şehîdên xwe bibîrtînin û bi wesîleya 8’ê Adarê soza xwe dobere dikin. Bi qasî ku 8’Adarê rojekî pîrobahiyê ye li gel wê rojekî berxwedaniyê ye. Li hember pergala kastîk di sala 1857’an de li bajarê Newrok dema ku jin bi keda xwe kar dikin, tevî ku bi kedkariya xwe ve kardikin jî li hemberî vê yekê mêrêserdest xwe li ser wê kedê dide jiyandin. Li hemberî vê tehemûla jinan ne dihat cîh û bi vî awayî biryara serî rakirinê didin. Mêrê serdest ji bo ku carek din koletiya xwe ferz bikin jinan bi awayekî zindî 129 jin qetil dikin. Em weke hêza parastinê van jinan bibîrtînin û roja berxwedaniyê pîroz dikin û em xwe weke mîrasjiyê wan dibînin. Em bi pêşengtiya Rêber APO ve ne tenê ji bo jinên kurd ji bo tevahî jinan têkoşîna azadiyê didin meşandin.

Me bi têkoşîna heval Sara ve dest pêkir îro li seranserî welat û Rojhilata Navîn denê Jin Jiyan Azadî tê bilindkirin. Bi vê têkoşînê ve wê her roj bibe roja jinan. Hun jî dizanin ku dîroka têkoşîna me dîrokekî dirêj a berxwedaniyê ye. Me bedelên pir giran dan heya ku em gihêştin roja xwe ya îro. Ev yek ji aliyê Rêber APO ve weke serdema qehremantiya jin hate binavkirin û em bi mîrasekî wisa ve hatine pêşberî dîrokê. Em karin bêjin ku êdî me hebûna xwe qezenc kiriye û êdî dem dema pêşengtiya jinan e. Hişmendiya ku jinê qezenckiriye ve serkeftin mumikine.

Kurdistan carek din bûye navenda şer, îro li Kurdistanê şerekî hevparkirinê tê meşandin. Her kes dixwaze ku xwe li ser vê erdnîgariyê bike hêz û desthilatdar. Û êdî ev li cîhanê belav dibe û mirovatî kiriye nava tarîtiyeke mezin. Ji bo ku ev şerên heyî bê rawestandin Rêber Apo pêvajoyek nû da dest pêkirin û navê wê kir Aşitî û Civaka Demokratîk, ev qonax sal li dûh xwe hêla. Ev ji bo gelan bû hêvî û ronahiyeke nû. Pirsgirêka gelan bi şer çareser nabe Rêber APO jî bi hişmendiyê ve carek din ferqa xwe danî holê. Siyasetên heremê ku naxwazin paradîmga Rêber APO pêk were êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê hat kirin, ev helbet êrîşek ji rêzê nîne weke komploya duyem hat pênasekirin. Siyaseta ku tê meşandin jî dest dewleta Tirk tê de heye, em weke hêza parastinê jî ev yek dike ku di me de gûman bên avakirin. Ji nezde em van pêşketinan dişopînin. Bi vê pêvajoyê dîrokî de bi ruhê Jin Jiyan Azadî bi têkoşîna xwe ve em biçin serkeftinê. Ev yek jî bi xwe rêxistinkirinê ve gengaz dibe, bi rêxistinbûna jinan ve emê azadiyê misoger bikin, bijî azadiya jin û civak, bijî serok APO.  

Fermandara Biryargeha Navendî Zozan Çewlîk