Bi daxwaza jiyanek azad roja têkoşînê li hemû jin û dayikan pîroz dikim.

Her çendîn Rêber APO pîrozbahiya 8’ê Adarê weke neheqî û kêmayînekî dinirxîne û tenê rojek ji bo jinan red dike, lê di encama keda bi salan a Rêber APO de hemû dem bûye dema jinan û ev yek jî weke serdema lehengiya jinê da pênasekirin. Carek din şerê cîhanê Kurdistan kiriye navenda xwe û ev vegeriyaye şerekî pir kûr. Her çend gelek hêz cihê xwe di vê şerî de bigirin jî, lê di esasê xwe de ev di nasnameya bîrdozî de weke eniyekî were destgirtin wê zêdetir wateya xwe bigire. Bêguman ev jî di cewhera xwe de şerekî li dijî paradîgmaya Rêber APO ye.

Di Serdema Qehremantiya Jin de felsefe û pîvana jina azad weke encam bi xwe re afirand û ev jî bi neteweya demokratîk ku weke nasnameya jina azad hate destnîşankirin. Li beramberî vê yekê di şexsê jin de giştî pirsgirêka civakê dayîna çareserkirin esasê têkoşînê ye. Modela azad ya ku em qalê dikin li Rojavayê Kurdistanê hatiye rûnişkandin; beramberî vê pergal bi her awayî êrîşên xwe pêş dixe, ev êrîş jî beramberî jiyana demokrat e. Di sala 1998’an de jî Rêber APO bîrdoziya rizgariya jin weke diyarî ragihand. Di wê demê de jî Rêber Apo êrîşên li ser jin û qeyranên ku wê rû bidin anîbû ziman û xelasiya civakê bi ya jin re pênase kiribû.

Hêzên hegemon bi tepsandina jinê ve dikarin civakê teslîm bigirin, bi tepsandina jinê ve dikarin temenê xwe dirêj bikin. Ev jî hem ji pêşeng û serdema jinê, hem jî ji gelê ku xwe li ser vê hişmendiyê bi rêxistin dike tolgirtin e; her wiha pergala xwe di nava şerê cîhanê de ferzkirin e. Ji bo ku ev vala bê derxistin jî bi jina ku xwe avakiriye ve pêkan dibe. Weke baskên parastinê, hebûn û nirxê xwe encax bi parastina cewherî ve dikare bi encam bibe. Sedema jin pîvanên serkeftinê daye diyarkirin lewra em ê carek din nebin qurbaniyê tu kesî. Felsefeya me ji êrîşkarên jinan tolgirtin e. Bi pergala neteweya demokratîk ve xwe avakirin ji bo me bingeha têkoşînkirinê ye. Soz û peymana ku me daye şehîdan em ê bi afirandina jina azad ve bînin cih; bi dilsoziya Rêber APO ve hemû jinên ku bûne qurbanî tola wan rakin. Heya ku em jiyanek azad nedin avakirin emê tu carî têkoşîna xwe nedin rewastandin.

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî Şafak Aryen