Fedaîtî di dil û mejî de ji dîrokê qet qut nebûye û heta roja me ya îro hatiye. Welatê me de jinên ku fêr bûne agirê biwêrekî û fedakariyêke di dilê xwe de hildigirin hene.
Ew parêzvanên axên xwe yên dagirkirî ne. Heval Arjîn bi zindîtiya vî agirê ku ji dîrokê mîras girtiye, nêzî jiyanê bûye. Jina berxwedêr a Bedlîsê fêr bûye ku li dijî her cûre zordarî û dijminatiyê bi hêz bisekine. Berxwedan û ruhê têkoşer yê ku ji malbata xwe mîras girtiye di wê de veguheriye nasname yê. Her çend xwezaya wê bêdeng be jî, her tim lêgerîna wê bersiva neheqiyan dayînê hebûye û vêya her ku çuye kûrtir kirye. Wê neheqiyên ku didît qebûl nedikir û her gav xwe dixist lêpirsînê. Ev taybetmendiya wê bû ku herî zêde Heval Arjîn mezin kir. Wê hem di şer de û hem jî di jiyanê de qet dev ji lêgerîna xwe ya azadiyê berneda. Pirsên wê her gav wê ber bi Rêber Apo ve dibir. Ew milîtaneke ku kêmasiyên xwe dixist lêpirsînê û hewldida ku wan derbas bike bû.
Heval Arjîn li navçeya Norşîn a Bedlîsê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di nav malbata xwe de bi serbilindiya Kurdbûnê mezin bû, wê nirxên xwe parast, êşa gelê xwe dît û çavdêrek ji nêz ve ya zilma dijmin bû. Dema ku bavê wê di girtîgehê de bû, her çiqas fikara debara zarokên biçûk kirin ya dayikê, malbatê re zehmetî dide kişandin jî lê ev di heman demê de wan berxwedêr dike. Her çend welatparêziya malbata wê ji hêla derdora wan ve nedihat qebûlkirin jî, wan qet ji nirxên xwe tawîz nedidan. Wê zehmetiyên dayika xwe dît û ev wek bîranînek ku di hişê wê de nayê jibîrkirin ma. Welatparêziya bavê wê û nirxê ku wî dida jinan, ji bavên din ên di civakê de cudabûna wî, rêzgirtina kûr a ji bo wî di dilê wê de çand. A rastî yê ku Arjîn kişand ber bi xeta jinê ya Rêbertiyê û tevgerê ve, ev nêzîkatiya bavê wê ya welatparêz bû. Tevî zehmetiyên aborî yên malbatê, wê perwerdehiya xwe li saziyên asîmîlasyonê yên dewletê de domand û heman demî de beşdarî xebatên ciwanan jî bû.
Ji ber ku nêzîkatî û helwesta Heval Arjîn her tim pîvana jineke azad temsîl dikir, malbata wê ew birin Amedê, da ku jiyanek biafirîne ku tê de bikaribe wekî çûkek azad bifire, û li wir hiştin ji bo xebatên jinan bimeşîne. Dema ku wê Rêber Apo dixwend, hevaltiya ku ji hevalên xwe didît û perwerdeya ku digirt her roj zêdetir wê nêzîkî haqîqetê dikir. Girtin û binçavkirin, her çend Heval Arjîn dixe tengasiyê jî, hêrsa wê jî zêde dike. Xwe wekî berpirsiyar dibîne û dixwaze bibe bersiv. Wê hîs dikir ku tiştê ku wê li Amedê dikir têrê nake û dixwest pratîka xwe berfirehtir bike. Ji bo Heval Arjîn, tolhildan evîn e, li ser wî têkoşîn xurtkirin e. Şehadeta Heval Arjîn Garzan (Leyla Altan) û hevalên wê ya li Garzanê di sala 2012 an de bandorek mezin li ser Heval Arjîn kir.
Wê gavên xwe yên pêşîn ya di jiyana gerîla li Garê diavêje û hêdî hêdî dibe kadroyek ku rol û berpirsiyariyên cûda li deverên cûda yên Herêmên Parastina Medyayê digre ser xwe û xwe bi berdewamî pêş dixe. Wê bi nêzikatiya ku pêşengbûn tê wateya berpirsiyariya li hember jiyanê, nêzî jiyanê dibû. Ev helwest bandorek kûr li ser hemû hevalên wî dikir. Ji ber vê yekê, ew bi qasî ku ji hevalên xwe hez dikir, dihat hezkirin jî. Dît ku hezkirin civakîbûnê pêş dixe, xwedî li jiyana gerîla derket. Nivîsên wê yên dilsoz ya di rojnivîska wî de mirov dikişîne nav cîhana wê ya hestyarî. Vê yekê wiha tîne ser ziman: "Ez hêdî hêdî bi vê jiyanê ve têm girêdan û jê hez dikim. Ez ji kêmasiyên xwe dersan digirim û gavên pêş diavêjim. Min dît ku beşdarbûna min a jiyanê lewaz e. Lê jiyana me nikare bi vî rengî berdewam bike. Pêwîste ku em hem ji jiyanê û hem jî ji hevalan xwe berpirsiyar bin. Ez xwe dixim lêpirsînê ji ber ku min heta îro xwe berpirsiyar nedîtiye. H. Cuma di civînê de ji me re got, "Her kesê ku gavekê bavêje nav PKKê berpirsiyarê PKKê ye û divê berpirsiyariyê bigire ser xwe." Piştî Şervanên nû, du mehên min jî derbas bûn. Çiqas zûtir em xwe ji jiyanê berpirsiyar bibînin, em ê ew qas pêş bikevin û xurttir bibin."
Ew hatina çiyayan ji bo xwe wekî derfeteke mezin dinirxîne. Û nêzîkatiya wê ya jiyanê her tim li ser vê bingehê dibe. Ew derfetên perwerdeyê yên ku rêxistin pêşkêşî wê dike bi xurtahî bikar tîne. Ew xwe wekî gerîlayeke jêhatî ya modernîteya demokratîk birêxistin dike û pêş dixe û dibe nûnera gerîlayeke jin a azad ku bi pratîka xwe derdikeve pêş. Rastiya çalakiyê ya Heval Zeynep Kinaci-Zîlan û xwedî derketina Rêber Apo bandorek mezin li ser Heval Arjîn kir. Hestên wê, hember vê rastiyê wê digihîne heqîqetek mezin.Name û ramanên wê ji Heval Zîlan re; "Ji bo Xwedawenda me Heval Zîlan;
Keça serhildêr a Dêrsimê ya ku wek avêk zelal, barê tevahiya cîhanê li ser milên xwe hildigirtiye, yê ku têkoşîna min xurt kir, ê ku dema ez di rêya azadiyê de asê mam rêberiya min kir, ê ku min bilind kir, ê ku îradeya min xurt kir, ji Xwedawenda Dêrsimê re; Ez nizanim çawa behsa te bikim. Ez dizanim ku ez çiqas te vebêjim jî, ez ê her gav mileki kêm bihêlim. Di şexsê te de, girêdanbûn û hezkirina min ji bo partî û Rêber Apo hîn xurttir bû, ji bo min Ş. Zîlan pir tişt îfade dike. Zîlan rastî ye, ew ê ku hatiye afirandin e, Zîlan sadeyî ye. Dema ku bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne yê ku berxwe dide ye, yê ku qet xwe têr nabîne û lêgerînvanekî ku her gav tiştek di xwe de kûr dike ye.
Di şexsê Zîlan de, min her roj xwe li ber çavan derbas kir, îdeolojî û Rêber Apo femkirin de çi qas kêm mame min vê dît. Yek ji tiştên ku min bi têkoşînê ve girêdide û dihêle ku ez bifikirim gotinên H. Zîlan in: 'Bi vê çalakiyê jiyana xwe dayîn têrê nake; Xwezî min bikariba xwe bi awayên din jî feda bikira, heta jiyana min jî têrê nake, xwezî tiştên ku em bikaribin ji jiyana xwe bêtir bidin hebûya.'
Jinek ku agirê fedaiyan di dilê xwe de hildigirt, gerîlayek, fermandarek; Arjîn. Xwe afirandin, hêzdayîna hevalên xwe û bi xwe re dayîna meşandin kesayetiyek bihêz dixwaze. Heval Arjîn xwe di agirê fedaiyande paqij kiribû û her tim lêgerîna xwe ya xurtkirina girêdana bi rastiyê re zindî dihişt. Di tevahiya jiyana xwe de, ji ber xwezaya xwe ya berxwedêr kariye bibe fermandarek asî.
Li Rojava, li Şengal, li hember êrîş, komkujî û revandina jinan ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi taybetî firotina jinan ya li bazaran hêrseke mezin di wî de ava dikir. Xwesteka wê ya xurtkirina xwe û jêhatîbûna di şer de zêdetir dibe. Bi baweriya ku pisporiya di şer de ji bo bersiva van êrîşên hovane bide wê perwerdehiya pisportî wergirt û di branşa xwe de bû şervaneke jêhatî. Piştî ji perwerde wekî sabotajvanek bihêz derket, di qada xwe de xebatên xwe domand. Bi xebata xwe ya bidîsîplîn û rêkûpêk, kesayeta xwe û sekna xwe ya bawerî dida re, Heval Arjîn di xebatên stratejîk de jî cihê xwe digre. Ew her tim yek ji hevalên pêşîn bû ku dema dor tê ser ked û fedakariyê, tê bîra mirov. Dema êrîşên Dewleta Tirk li ser Herêmên Parastina Medyayê zêde bûn, Arjîn israr kir ku biçe wan deveran, û pêşniyara wê hate pejirandin. Berî ku biçe van deverên ku şer lê heye, pêdiviya perwerdehiyek îdeolojîk ji bo xwe dibîne. Ji ber vê yekê, wê li Akademiya Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan perwerde dît. Li vir bi hevalên xwe yên jin re yekîtiya rih avakirin, zanebûna cîns di xwe de avakirin û vê wek nasnameyek dayîna peş de lêhûbûnên wan pêşket. Ji ber vê rêgezên jina azad ya Rêber Apo diyar kirî di xwe de avakirin re lêhûrbûnên xwe şenber dike. Arjîn fêm dike ku azadî tenê bi lêgerîn û têkoşîna domdar re tê bidestxistin. "Dibe ku Rêber Apo rojek were navên me nizanibe, lê ew ê were koma me û bi me re biaxive, fêm bike ku em çiqas wî hîs dikin û jê hez dikin." Min ev nêrînên hevalan pir eciband. Carnan li cihekî hevalên din re heman şiklî lêhûrbûn pêş dikeve. Heman ramanan dijîn. Lê agahiya me ji hev çênabe. Çima em nikarin bedewiya di hundirê xwe de derxin derve û parve nakin? Hestên me yên pir xweşik hene. Lê agahiya me bîle ji me nîne, gotiye rojnîvîsa xwe de. Hem rexne hem jî hestên wê her tim di Heval Arjîn de reseniya xwe parastiye.
Piştî ku bi serkeftî ji perwerdeyê mezûn dibe, Heval Arjîn diçe deverên ku şer lê dijwar e; bi coş û heyecanek mezin re beşdar dibe. Bi çalakiyên xwe yên bi bandor yê ku derbên giran li dijmin dixe re di herêma xwe da, deynê xwe yê beranberê şehîdan dide û wek mîlîtaneke jin xwe di felsefeya Rêber APO de helandinê serdixe. Wê karîbû ji bo hevalên xwe bibe mînak, û îrade û baweriya wê ya bi jiyana azad di şewqa çavên wê de xuya dibe.
Heval Arjîn mîlîtaneke jin a bihêz mîna Şehîd Arjîn Garzan û Heval Gurbet Aydın-Mizgin bûyînê ser dixe. Di dîroka jina azad de wek fermandarek jin û beriya her tiştê wek şervanek Apoyî cihê xwe digre. Rêhevaltiya xwe ya ku herkesê dilê xwe de dihewîne û tempoya xwe ya bilind tu car tavîz nade, heta keliya xwe ya dawî jî bi hezkirin, berpirsiyartî ya xwe ya beranberê hevaltî jiyan dike.Di Çileya 2018an de, di encama êrîşeke hewayî ya dijmin de li herêma Geliyê Reş a Xakurkê, ew ligel hevala me Zenda Avesta tevlî karwanê şehîdan bû. Wê ji bo me, giyanek berxwedanê ya bêhempa û mîrateyek têkoşînê ya bihêz hişt.
Rêhevala Wê Ya Têkoşînê


