Şehîdên şoreşê heya dawiya emrê xwe bi jiyanê, bi hezkirinê ve girêdayî bûn. Ew xeyalên xwe, kenên xwe, mêzekirinên xwe li pey xwe hiştin.

Her yek ji wan bûn destan û  bi xwîna xwe av dan axa welatê xwe. Tekoşîn kirin, berxwe dan û bûn şehîdên nemir. Bi her parçeyên bedenên xwe ve azadî ava kirin, nîşandan ku azadî çiqas nêz e. Axa Kurdistanê parçeyên laşên wan xist hûndirê xwe.                                                                                                                                                                                                                       Dema em bi Rêber Apo re li ser çiyayên Kurdistanê bigerin wê demê di nav vê axê de wê kulîlkek şîn bibe. Wê ji ve kulîlkê bêhna evîna şehîdan ya li beranberê Kurdistanê were.

Kurdistan, bihûşta evîn û serfiraziyê ye. Di nav xwe de gelek warên tekoşîn û berxwedaniyê dihewîne. Di wateya gerdunî de azadî, biratî û wekhevî di vê axê de kok berdaye, şîn bûye û berbelavî her derê bûye. Mirovên vir li hember êrîşên herî hovane, li ber xwe dan û cejnên azadiyê pîroz kirin. Yek ji wan waran jî warê serhildanê, Gever e. Gever di hundirê xwe de pir keçên çeleng û xortên mêrxas xwedî kiriye. Warê ku xwe dispêre nirxên dîrokî û civakî, di kesayet de jî çand û nasnameya xwe diparêze. Û van nirxan belavê giştî Kurdistanê dike. Ji ber wê jî li Kurdistanê de cihekê wê ya cuda heye.

Ev der Kurdistana rengîn e. Gelê me yê Kurd ji ber ku bi Kurdî axivîn rastê dijminahiyê hatin, dema ku bêdeng man mirin, dema ku serî rakirin û heqê xwe yê mirovbûnê xwestin bûn terorîst, hatin kuştin an jî hatin mişext kirin. Jina vê axê bi hezaran sal hêviyên xwe yê azadiyê mezin kir, hêza xwe ya jiyanê di hûndirê xwe de veşart û bi vê hêzê kom bi kom berê xwe da nava refên azadiyê. Bûn şervan û dilsozên welatê xwe, bûn çemberek ji agir û hêviya azadiyê mezin kirin. Ew bûn evîndarên welatê xwe, evîndarên axa xwe. Ew, ji ber ku ji jiyanê pir hez dikirin, xwe feda kirin. Vaye, her yek ji wan bûne destanek.

Keça dilsoz û bi rûmet Bêrîvan; yek ji jinên ku hêza wê di hûndirê wê de veşartî. Di nav PKK de wek gulekê vebû û bi xweşikbûna jiyanê re, bi tekoşîna xwe re her roja ku derbas bû xweşiktir bû. Ji bo ku her kes tekoşîna wê fêm bike, evîna wê bibihîze, ew jî bû lêgerînvana heqîqetê. Evîna Bêrîvan ya li beramberê jiyanê, evînek wisa bû ku, şer û tekoşîna azadiyê re pir xurt tevlî bû. Bêrîvan, li hember hemû paşverûtiyên pergala kapîtalîst bû derbeyek mezin.

Rena Atîla, li Geverê di nav malbatek welatparêz de çavê xwe li cîhanê vedike. Li Geverê mezinbûyîn di kesayeta Rena de çand, manewiyat û girêdanbûnek xûrt  li beranberê kurdayetî pêşdixe. Ji ber hinek xizmên Rena jî tevlî nav refên gerîla bibûn, di zarokatiya xwe de rêxistinê nas dike. Bi taybet jî piştî sala 2011, pêngavên şoreşgerî yê ku pêşketine dibe sedem ku Rena tevgera Apoyî ji nêz ve bişopîne. Piştî vê pêvajoyê hîn bêhtir dikeve ferqa êrîşên dijmin ê qirkirina çandî û fîzîkî. Li ser vî esasî hîn bêhtir wate li tekoşîna gerîla bar dike û biryar dide ku bibe helwesta mirovahî ya li hember êrîşên li ser gel. Biryar dide ku tevlî nava refên azadiyê bibe. Di sala 2013 li Parîsê di êrîşek namerdane de şehadetên H.Sara, H.Rojbîn û H.Ronahî bandorek pir mezin li ser Rana çêdike. Hîn bêhtir fêm dike ku bersiva herî mezin ku ji van êrîşan re bê dayîn li ser şopa şehîdan bûne. Ji bo xwedî li bîranîna wan derkeve rêya gerîla buyînê hildibijêre. Ser vî esasî 2014’an de beşdarî nav refên azadiyê dibe. Berê xwe dide çiyayê bi heybet; çiyayê Cîlo. Rena, navê xwe dike Bêrîvan û ew jî dibe yek jî tekoşînvana heqîqetê. Heval Bêrîvan, di dilê gel de jî dibe hêviyek mezin.

Heval Bêrîvan piştî ku tevlî nava refên gerîla dibe jiyana gerîla ya bi komûn û hevaltiya gerîla ya li ser esasê pîvanên azadiyê û wekheviyê pir bandor dibe. Her ku diçe tempoya ya xwe di nav jiyanê de xurttir dike.  Ji bo ku li hember vê jiyanê ew jî bibe bersiv û xwedî li bîranîna şehîdan derbikeve, ji bo ku rêhevaltiyek xurt bide meşandin, dibe xwedî fedakariyên bêsînor. Hevala Bêrîvan, bi tevlîbûna xwe ya cewherî û bêhesap re di nav nêvenga hevalan de pir tê hezkirin û di dilê her hevalekê de cihê xwe çêdike. Ser vî esasî serweriya xwe ya di nav jiyanê de her ku diçe xurttir dike. Bi sekna xwe ya têgîhîştî re rêzdariya her hevalê qezenc dike. Ew,  bi keda xwe yê di nav jiyanê de û di nav perwerdê de, girêdanbûna xwe ya li beramberê şehîdan nîşan dide. Li ser vê esasî Bêrîvan jî dibe gerîlayê azadiyê, yê mînak û bi sekna xwe baweriyek mezin di hevalan de avadike. Piştî perwerdeyên xwe yên bîrdozî û leşkerî derbasê qadên herî dijwar yê tekoşînê dibe.

Heval Bêrîvan, li çiyayan de dibîne ku, çiyayên Kurdistanê yên bi heybet warên herî nêzê heqîqetê ne, herî nêzê azadiyê ne. Bêrîvan dibe mînaka rast jiyan kirin, vîn, biryar û hêza pêkanînê ya jiyanê. Bêrîvan, li hember pergala koletî û xiyaneta bi hezaran sale ku jinê ji buyîna çavkaniya jiyanê dûr xistiyê re dibe bersiva mirovahiyê.  Bi lêhûrbûnên ku jiyan dike re dîroka têkoşîna azadiya jin  û berdêlên giranbûha ku hatiye dayîn hîn bêhtir derdixe zanistiyê. Di xeta PAJK de bi felsefe û bîrdoziya azadiyê ya ku Rêber Apo diyar kirî de dibe mîlîtanek serkeftî, xurt ya Rêber Apo. Diyar dike kû çiqasî bi bîranîn û hêviya azadiyê ya ku fermandara me ya pêşeng Şehîd Sara-Sakîne Cansiz re girêdayiye. Di vê wateyê de hem di aliyê bîrdozî de xwe pêş dixe, li kêleka vê di aliyê leşkerî de jî xwe pêşxistinê wek pîvanek digre dest. Li ser vî esasî tekoşîna xwe ya şoreşgerî dide domandin. Bi perwerdeyên pisporî ya ku dîtî re dixwaze derbasî qadên herî germ yê şer bibe.

Di herêmên parastinê  Medya de bi wêrekiya xwe derdikeve pêş. Perwerdeyên ku dîtiye di qadên şer de bi şêwazek serkeftî dixe pratîkê. Dibe  mînaka herî berbiçav ya mîlîtaniya azad. Hêrsa ku di dilê xwe de li hember dijmin kom kirî ve ji bo tolhildanê dibe xwedî çalakiyên pir xurt. Bi serkeftinên xurt ên çalakiyên xwe re; moral û hezkirina jiyanê di xwe de bilindtir dike, ji bo hevalên li gel xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Di hemu kêliyên jiyana xwe de wek namzetê fermandarek serkeftî, asta xwe ya biryar û tekoşînê xurttir dike.

Şehîd Bêrîvan, di kanûna 2018 an di êrîşeke hovane ya dijmin de digihîje şehadetê.                                                                                   Zaroka bihûştê, ji bo ku xwedî li bihûşta xwe derbikeve xwe ji hemû bedelên giranbûha re amade kiribû. Ev sekna esil di serdema herî zehmet ya dîrokê de dîsa careke din di şexsê Şehîd Bêrîvan de xwe da diyar kirin. Ji bo ku azadiyê ava bike, derfetek herî piçûk yê berxwedanê jî zivirand serhildêrî û tekoşînek bêsînor. Ev sekn bi kok û cewherê xwe yê dîrokî re her tim di nav ahengekê deye. Rêhevala Bêrîvan bi şehadeta xwe re di dilê her hevalekê de şopên ku qet winda nabe hişt. Xwedî li bîranînê wan derketin, wan hevalan dayîna jiyan kirin, layiqê wan derketin rêgeza jiyanek bi rûmet e.

Rêhevala Wê