Ger em dixwazin vê yekê bikin û serbixin, wê demê wek rastiya Rêbertî çima ez bi ferasetek bîrdozî, felsefîk tevdigerim û di nav partiyê de şer û têkoşîna bîrdozî, rêxistinî evqas dijwar û kûr didim di wateya rast de divê bê fêmkirin. Jina Kurd; ne tenê li Kurdistan’ê, li Tirkiye, Rojhilatanavîn û bi şoreşa Rojava re li cîhanê pêşketin û bandoriyek çawa avakirine, tê dîtin. Di encama îradebûn û azadbûna jinê de; di pêşengtiya tevgera azadiya jin a Kurdistan de jina Kurd bûye pêşenga hemû jinên herêm û cîhanê. Pêşketina azadiya jin û bilindbûna ast û pîvanên azadiyê, serîde li Kurdistan, li Rojhilatanavîn û cîhanê di vê astê de bandorî avakiriye. Vê hêza bandorê hiştiye ku jin zêdetir di kûranî de beşdarî têkoşîna siyasî û civakî bibin. Vê rewşê pergala siyasî, têkiliyên civakî, pergala civakî a heyî serûbin kiriye. Piştî vê jî ev rewş wê pêş bikeve û bi kûranî bidome.

PAJK di merheleya heyî de bala cîhanê dikşîne. Ez rojane li ser vê mijarê difikirim. Jinên li çiya, jinên li Rojava hemû pêwîste vê bizanin ku, ez ji bo şoreşa jinê têdikoşim. Pirsgirêka civakî pirsgirêkek kollektîf e. Min ji bo vê etîk-estetîk pêşniyar kir. Bedewiya jinê min wek estetîk diyar kir. Ji bo meseleya estetîkê jî hûnê bêjin “Ez ezim”. Hûnê bibin ya xwe. Hûn pîvanên xwe çawa dibînin? Di çanda me de bi feraseta “tu yê bibî milk” nêzî jinê dibin. Dema li hember vê berxwedan çêdibe jî tu tê kuştin. PAJK pêwîste ji van pirsan hemûyan re bersiv û çareserî ava bike. Jin dikarin bi ser feraseta etîk-estetîk lêhûrbûn bikin. Bêyî ku moralê xwe xira bikin, pêwîste hevpar bibin, di akademiyan de xwe pêş bixin. Nêzîkbûna hevalên jin di mijara şoreşa jinê de zêde pirole ye. Heçko şoreş çêbûye diaxivin, dinivsînin. Ez ditirsim ev nêzîkbûn bibe sedema xwe xapandinê. Hîn negihîştine wê astê. Feodalek bi hêz derkeve pêşiya wan, wê di heman kêliyê de pir ji wan bigre bin serweriya xwe. Pêwîste ji yên ku di şoreşa jinê de bibiryarin re ev pirs bê kirin: te zilamek azad derxist holê an jî tu dikarî derxî holê?  Ger nikarin zilamek wiha derxînin wê demê îddaya şoreşa jinê çîrok e. Min vala vala negot wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê. Veguhertina jinê tenê têrê nake, pêwîste pirsgirêkên veguhertina zilam jî bigrin dest. Dikarin endamên zilam jî bigrin partiya xwe, lê pêwîste hinek pîvan hebin û pîvanan jî ew bixwe deynin. Hêza parastina rewa ya xwe dispêre hêza cewherî pêwîste hebe. Ji bo wan sê xebatên bingehîn pêşniyar dikim; ya yekem dîroka jin, ya duyem şoreşa jin, yanî azadbûn, ya sêyem jî hevpeymana civakî a jinê.

Dema bi kûranî nêzî diyardeya jinê bibin, wê fêmbikin ku jin ji bûyîna zayendek biyolojîk wêdetir rastî nêzîkbûna binyatî, çînî û netewî tê. Lê wek netew, çîn û binyata herî bindest. Ti binyat, çîn ango netew bi qasî jinbûnê rastî koletiya bi pergal nehatiye, divê ev baş were zanîn. Em hertim dibêjin dema jin û jiyan, ji jin û jiyanbûnê derket wê jihevketin û hilweşîna civakê dest pê bike. Heya ku ev rastî neyê dahûrandin, nekeve rêya azadiyê, ne pêkane ku hêmanên ku em jê re dibêjin şoreş, partiya şoreşger, pêşeng, milîtan û rola xwe bileyîzin. Divê mirov bibe azadîxwazê jinê. Ez têşedayîna jinê wek bêexlaqî dibînim. Jin tenê û tenê divê bibe ya xwe, xwebûn be. Divê bizanibe bêxwedî ye, tekane xwediyê wê ew bixwe ye. ‘Xweda’ ya jinê hewce ye. ‘Xweda’ xwe bixwe zayîn e. Jina azad wek rojê diwelide. Peyvên jin, jiyan pir watedar in. Jin pêwîste bihêz û xwedî biryar bin. Jin pir bi min ve girêdayî ne. Evqas girêdayî nebin. Jina ku sedî sed bi min ve girêdayî nabe. Jin hebûnek binirx e. Peyvên jin, jiyan ji ber vê watedar in. Pêwîste hûn formûla sêhr a Jin-Jiyan-Azadî bidin fêr kirin û nûneriya wê bidomînin.

Dema me bi hewildanek mezin di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî pêş xist, me giranî da ku em rola tevgera me ya jin derxînin holê, ji bo em bi qasî şer hêza jiyana azad jî pêş bixin me giranî da pêşxistin û hûndirînkirina asta dahûrandinê. Em difikirin ku pêşketina serkeftî bi vê re girêdayî ye. Jiyana azad tenê wek ferd an jî cins bi xwe re mijûl bûn nîne. Jiyana azad ji bo jin jî, ji bo zilam jî berî her tiştî pirsgirêkek teorîk e. Mînak ger hûn li çiyayan bin welatparêzî, girêdana bi çek ve ye, ev jî çeka rêxistinî ye, çeka bîrdozî ye. Pergal dixwaze vê jiyana azad daqurtîne, tune bike. Di vê mijarê de tişta pêwîste bê kirin bi kûranî û baldarî nêzîkî têkoşîna jiyanê bûyîne, amadekarî, perwerde û herkes anîna rewşa yekîneya şer e. Yên ku bala xwe nedan dahûrandinan çûn kûderê, yên ku xwe pêş nexistin çawa xwe mehf kirin, pêwîste baş bê zanîn. Ger hûn bi gotina ez seranser mam, min kûranî de fêm nekir xwe seranser bihêlin, hûnê winda bikin û bidin winda kirin. Hûnê dijî rastiya zehmetiya şoreş û azadiyê bibin, bi vê jî hûnê winda bikin. Di asta milîtan de êdî divê ev pêk were. Divê hemû têkiliyên we zelal, zane û di xizmeta azadiyê de be û xwe bilind bike. Pêwîste ev di bûyera hezkirin û hestan de jî bi we re bibe yek. Bi taybetî jinên ciwan, jinên nezan, jinên kole pêwîste teqez bên pêşxistin. Azadiyê bi wan bidin naskirin. Ev jî di zilaman de, ji rêvebirên zilam zêdetir erka şervanên jin in. Kesê ku armanca xwe mezin bike wê teqez amûr û rêbazê xwe gihandina wê jî bibîne. Ger di vê mijarê de hûn lewaz bin, bizanin ku lêhûrbûna we ya armanc lewaz e, di gotin de hûn girêdayî armancê ne. Her tişt pir vekirî ye.

Ezê hinek têgînan vekim. Bizanibin ku pirsan bikin. Berê xeyalên we pir hatine şikandin. Êdî bi şêwazê “ez nikarim zêde bikim” firsend nedin tengezarî, xilasiyan -kî têkiliya vê bi avahiya civakî a birjuwaya biçûk re heye-. Yên ku ji bo şoreşê rabibin her tim ciwan in, zindî ne; armanc û amûr hildibêrînin. Azadî ji pirskirina pirsa “Çawa Bijîn” destpê dike. Hem hûnê vê pirsê pirs nekin, hem jî hûnê bêjin ez dijîm. Ev nakokiyek balkêş e û divê ser bê sekinandin. Li gor min, di kesayeta we de xetaya tê jiyîn hûn pirsa “çawa bijîn” ji xwe pirs nakin ango dema hûn pirs dikin jî bersiva wê nadin, şêwazê jiyana kevneşop, nav pergalî dijîn. We jiyana xwe bi şêwazên cuda ava kiriye û serde jî hûn şêwazê vê yê şoreşgerî dixwazin. Yanî hem hûn di nav jiyanek hingof(saplantılı) de ne, hem jî şoreşê dixwazin, ev nakokiyeke! Bi taybetî ji bo hevalên nû ez dibêjim jiyana xwe ji nû de berçavan derbas bikin. Ger rast be jiyana berê bijîn, ger şaş be sererast bikin. Ji pirsa “Çawa Bijîn?” re ez jî her roj hewil didim bersiv bidim. Heya hûn pirsek wiha nekin, hûn nikarin îdda bikin ku jiyana we rast e.

Heke di nav we de pêşengên azadiyê ê bihêz dernekevin, hûn nikarin xwe biafrînin. Tîpê jina azad biafrînin. Bi qasî bûyîna xwedî rêgez, hûnê xwedî pratîkek zelal bin. Ger hûn pêş nekevin, wateya jiyana we jî nabe. Hewildanên afirandina rêberên azadiyê li ku derê ye? Kesê ku armanca xwe mezin dike rê û rêbaza wê, amûrê gihandina wê jî dibîne. Rêxistina jin a bihêzbûyî, jiyana bihêzbûyî ye, şerê bihêzbûyî ye. Lewma zilam bihêzbûye. Ev, sebir dixwaze, ji jiyana kevneşop dûrketinê dixwaze. Ev jî ji helwestên exlaqî ê kevin dûr mayînê pêwîst dibîne. Ev li gor şêwazê partiya me ye, şer tenê çek şixûlandin nîne. Ger pêwîst bike di vê mijarê de emê bi xwe re jî şer bikin û vê astê îspat bikin. Erk ev e û dikeve ser milê we.

Ji bîr nekin ku rûxmê ku em ewqas berxwe didin, hewildanên dîrokî didin jî di esas de tişta bi me dide windakirin, ev girêdanên paşverû ê civakî ne. Bêçaretiya civakî heya ku wisa be, bi sedemên ku dendikekê tije nake ters nêz bibin, wê bibe sedema pêş neketin û erzan windakirinê. Em dibêjin me ev derbas kiriye, di wateya partîbûna kadroyî de me astek girtiye. Çavkaniya hêza herî mezin ev e. Çawabûna vê ji we re nabêjim. Ji yê herî nû heya yê herî kevin, ji asta herî bilind heya yê jêr hemû şervanên me bi teybetî fermandarên me pêwîste wate bidin asta dahûrandinan û para dikeve ser milê wan bi veguhertinek mezin pêşwazî bikin. Pêdiviya we bi jiyan û serkeftinê heye. Em sirra vê didin we, dersên wê fêrî we dikin.