Wekî tê zanîn ku dîroka nivîskî ji aliyê serweran ve hatiye nivîsandin. Îcada nivîsê xwe dispêre dîroka 3100 salî û li perestgehên URUK’ê hatiye dîtin. Di mîtolojiya Yewnanan de ji bo nivîsê, kurê xweda Zeus ê bi navê Toth ji Zeus re gotiye “Êdî mirov nema tiştekî ji bîr dikin”, Zeus jî bersiv daye û gotiye “Berovajî wê kurê min, êdî mirov wê her tiştî ji bîr bikin”. Lewra nivîs, dibe malê elîtekê û heta ku çînên cûda dikarin xwe bi nivîse îfade bikin, sedsal derbas dibin. Jinan heta serdema nêz jî ji mecbûrî hemû berhemên nivîskî bi navê zilaman derdixist. Tevî ku nivîs beşekî giring a ji îfadeya dîrokê ye, ew heman demî de amûrek herî bi bandor ya ku asta zilm û dijwariya desthilatdariyê dide nîşandane jî. Ji hemû alanên ku jiyanê pêktînin derve hiştina jinê; siyaset, civak, ol, hûner û her wiha ma em dikarin wekî şens binirxînin? Helbet na! Nexwe wekî ku Rêber APO pênase kirî, jina ku “Mêtîngeha yekemîn e û dîroka wê a koletiyê jî nehatiye nivîsandin”, mîna ketina nav tarîtiyeke nayê çirandin de lêgerîna li cewherê jinê tê maneya peyda kirina sirrên mirovatî û gerdûnê. Rast e, heykel û peykerên wê hene. Li hin cihan jî pênase jê re danîne. Ji pêxemberan, fîlozofan heta zanistvanên serdemê behsa wê hatiye kirin. Lê hemû jî bi zihniyeta baviksalar rabûne. Di vir de a ku bala mirov dikşîne û dibe cihê pirsê ewe ku; çima pêwîstî hatiye dîtin ku ji destpêke ewqas veşartin, berovajî kirin, heqaret û pêlîstina bi rastiya jin bê kirin? Hinek belkî bêjin mirovatî her dem di lêgerînan de ye û ev xwezayî ye. Lê ji bo gihîştina tespîtekî zanistî hewceye mirov hûrtir li mijarê binêre. Jin di destpêka têşegirtina civakbûna mirov de cihê xwe ê taybet hebûye û ev bi rêya daneyên arkeolojîk hatiye pişterast kirin. Li derdora jin, jiyanekî bêhempa hatiye afirandin û ew jiyan bûye çavkaniya pêşketina çand, huner, ziman û amûrên ku bingeha şaristaniya îro danîye. Di tevahî dîrokê de tê dîtin ku dema mirov di aramiyê de dijîn, pêşde diçin. Rêveberiya ehlaqî, demokratîk û bi ewle, dibe sedema ruhê afrîner. Eger em bala xwe bidinê, mirov ji ber ku mirov in, ber bi azadî, edalet, empatî û watedayînê ve diçin. Xwe nêzî jin dikin û Rêbertiya wê jî, ji ber vê mihrivaniyê pêşdikeve. Jin bi balansa(denge) civak û xwezayê re dighîje xwedawendîtiyê û bi hemû hebûna xwe ve civakê hembêz dike, diparêze û mezin dike. Wekî qirkirina sîstematîk a desthilatdariyê ji bo ku ev cewherê jin a ku malovanî ji şaristaniyê re kiriye, were berovajî kirin, her tişt hatiye kirin. Tifî rûyê wê hatiye kirin, hatiye şewitandin, di malbatê de hatiye heps kirin, gotine “cin e”,  ji ber têkiliya xwe a bi nebat û heywanan re hatiye reş kirin û ên ku wekî dîrok ji me re hiştin ev in. Ji xwedawendî daketina çanda cariyetî, xizmetkarî, bi pêşketina îndustrîalîzmê re kirin ‘dayika baş ku hemwelatiyê baş tîne dinyayê’. Di lutkeya kapîtalîzmê de jin anîn astekî nayê nasîn û bi pênaseya Rêber APO ve; ew kirin “qralîçeya metayan” ku ev bê guman tolrakirina ji serdema beriya wê, ji Olympe de Gouges’an ji Roza’yan û hwd bû.  Pêwîst nake ku em ewqas dûr jî biçin ji bo ku em vana bibînin. Di sînemaya roja îro de, jin timî mijara guman û tirsnakîyê ye, zarok dema ji dayik dibin nebaşiyê dihewînin. Ev tev esasên îdeolojîk ên sîstemê ne ku mejiyê me dagir dikin. Mirov kole nayên cîhanê, tên kole kirin. Ji  ber vê, serî tewandina mirovekî bi proseyekî gengaz e û êşa vê a sedsalan ji aliyê jin ve hatiye kişandin. Koletiya jin ji destpêkê de fîzîkî nebû, îdeolojîk û zihnî bû. Taybetmendiya herî berçav û xweserî a jinê, bihêzbûna wê a hestan, li hember wê hatiye şuxulandin û piştre jî ev yek di teslîmgirtina civakê de mîna çekekî hatiye bikaranîn. Hebûna jin, mîna pêhesînekî dîrokî hîna şopên xwe ên kûr dide der. Di raperînan de, di hîsan de, di awiran de, di kaosa ku dijî de dijberiyek hebû û her heye. Li dijî çi disekine, pir caran bêyî ku di ferqê de be, li dijî êrîşa li ser xweza, şîddet, zilm, zorî û desthilatdarî disekine. Di cewherê jin de hest tê maneya hezkirin, parve kirin, hîs kirin, xwedî kirin û alîkarî dayîn. Wê zêdegavî be ku em têkiliya jin bi jiyan û azadiyê re wekî ontolojîk binirxînin? Bersiva vê bi dîrok û kêliyê ve girêdayî ye. Rêber APO pir zû bi van xisletên cewhera jinê hesiya û ji bo derxistina vî cewherî û zindîkirina xwezaya jinê bi salan têkoşîn meşand û rêhevaltî kir. Jina ku di tarîtiya dîrokê de dihat fetisandin  û dixwestin li ser wê binixumînin, careke din rihê wê ji nuve hate vejandin. Ya ku tê qetilkirin, ya ku tê tunekirin bedene. Rih, hest, mejî tu caran nayên tunekirin. Ger em îro behsa dirokek ewqas bi xweşî û şanaziyan dikin, tekoşîna carekedin vegera li cewher dikin ev bi sere xwe nîşaneya zindîbuna rihî ye. Jiber wê yekê ger tişta ku nemire û poçnebe, helbet di taliya talîde carekedin şax vedide bi zindibuyîna xwe. Di rastiya jin de jî ya ku tê jiyan kirin mirov nikare jê qut bigre dest. Hebun, rih û mejiyê ku hatibu cemidandin, di despêka gavên Rêber APO de sebeba şoreşa zihniyet û mirovî bû. Lewma jî iro dema em lê dinêrin tişta ku morvahî bi taybetî jin, her ku diçe mina tenê şaxek yê jiyanê xwe lê digrin û li derdorê kom dibin; ramanên azadin. Ramanên Rêber APO îro bûye mifteya xelasbûna ji koletî, zordarî û serweriyê. Di heman demêde nexşe rêya xwedî derketina li cewherê xwe, vegera hebûna xwe. Lewma iro jin li her aliyekî cîhanê di nav lêgerîn û xebatan de ne, îdeolojiya rizgariya jin bi slogana JIN JIYAN AZADÎ, li dijî sîstema kapîtalîst, serkêşiya wê dike. Îradebûn, rêxistinbûn û xwebûna jinan wê dawiya sîstema baviksalar û desthilatdar bîne. Bi vêya re jin wekî jin, zarok wekî zarok, ciwan wekî ciwan, netew wekî netew, wê wekî xwe bijîn; ne bi zora hineke din. û wê dawî li xewa trajedîk a ku hezar salin mirovatî dijî, were anîn. Ji Pênûsa Jin