Di serdema ‘civaka xwezayî’ ya berî niha bi hezaran salan, jin ji ber taybetmendiyên xwe yên beden, kesayet, hîsiyat, enerjiya xwe ya herikbar, peywendiya xwe ya exlaqî-polîtîk li hember civak, jiyan û xweza, ji ber têkilî û girêdanbûna bedena jin bi gerdûn û xwezayê re, zanînên wê yên derbarê sirrên gerdûn û jiyanê, taybetmendiya wê ya zarokanînê û ji ber gelek sedemên din di civakê de pîroz hat dîtin. Her wiha wê demê gelek şoreşên mîna şoreşa teknolojî, çandinî, gund, kedîkirina sewalan, dewlemendkirin û pêşxistina ziman, aborî, polîtîka, çand, hûner û mûzîk, şoreşa zanistên mîna bîrkarî, kîmya, stêrknasî, kosmolojî û hwd. ji aliyê jinê ve tên pêşxistin. Lewma Rêber Apo wê demê weke ‘Dema Şoreşa Jin’ û jiyana ku di derdora jinê hat afirandin pênase dike. Lewma civak nasnameya ‘Xwedawendî’ li jinê kir û jin erk û berpirsyariya rêveberiya civakê pêk anî. Bi pêşengtiya jin civaka ahlaqî-polîtîk bi rêgezên demokrasî, wekhevî, aşîtî û azadî ava bû. Bi felsefa ‘Yek ji bo hemiyan û hemî ji bo yekî’, civakbûn û nirxên civakbûnê çand û wateya pîroz a jiyanê ya wê civakê bûn. Dîroka koletiya jin bi tundiya li ser jinê destpê dike. Li gor lêkolînên Rêber Apo dîroka tundiya li ser jin diçe heta di dema civaka xwezayî û hîna di wê serdemê destpê dike. Bi destpêka serdema Sumeran (zilamsalarî) ya B.Z 5.000 sal êrîşên li ser çanda xwedawendî zêdetir û dijwartir dibin. Di kêleka xwedawendên jin yên; evînê, bereketê, jiyan û mirinê, çerxa jiyanê-çerxa felekê, ronahiyê, xwediyê zanistê, parastinê, ax, av, ba û hwd… Ango hemû tiştên ku jiyanê ava dikin û temsîla başiyê ne. Hêzên mêr yên bi taybetmendiyên; şer, ceza kirinê, destdirêjiyê, xwedî hêzên bahoz, lehî, birûsk û hwd. derdikevin pêş. Ango hêzên mêr yên xwedî hemû taybetmendiyên ku zirarê didin jiyanê, civakê û xwezayê. Wê demê 104 zanistên aîdê STAR’Ê jê tên dizîn û dikevin destê zilamê desthilatdar. Zanista ku ji aliyê Xwedawendan ve hat pêşxistin û li ser esasê pêşxistina jiyana civakê yanî ‘ji bo civakê’ û ji bo başiyê hat bikaranîn, piştî ku kete destê mêrê desthilatdar ‘li dijî jiyanê, xweza û li dijî civakê’ bi awayekî xirab hat bikaranîn û ev rewş heta roja me îro jî hîna dewam dike. Zanista heyî ya di bin bandora zîhniyeta desthilatdar a mêr heta roja me îro di her alî de zirarê dide jin, jiyanê, civakê û xweza yê. Cîhan aniye rewşekî ku ber bi tunebûnê ve diç. Lewra Rêber Apo vê dîrokê weke ‘Çanda destdirêjiyê’ bi nav dike. Di encama bandora desthilatdarî de têkiliya wekhev û azad a di navbera jin û mêr xira bû. Heman demê de têkiliya di navbera mirov bi xwe re, têkiliya mirov û xweza, mirov û civakê jî xira bû. Li hember vê pergala desthilatdar yê mêrê serdest û ji bo pêşî li qirkirina jin, civak û xwezayê girtinê, Rêber Apo paradîgma ya civaka demokratîk û ekolojîk (xwezaparêz) ya xwe dispêre azadiya jin pêş xist. Xeta Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk ku bi felsefa ‘Jin Jiyan Azadî’ mîsoger dibe çareseriya qeyran û kaosa serdemê ye û dawî li nîzama desthilatdarî tîne. Armanca felsefa Rêber Apo azadiya jin û vejîna şoreşa jin di sedsala 21.mîn e. Yanî bi pêşengtiya jina azad mîsogerkirina azadiya civakê û jiyana azad e ku di derdora jin ava dibe. Ji bo vê Rêber Apo Jineolojî weke zanista vê xetê diyar kir û bi keda dehan salane pêş xist. Di nîzama xeta Modernîteya Demokratîk de Jin û Civak tên esas girtin û li gorî pêdiviyên jin û civak, parastin û ewlehiya xweza tevgerandin çêdibe û biryar tên girtin. Berhem, bermahî û şopên şoreşa serdema civaka xwezayî ya jinê ku di xebatên kolandina bin erd de,hatine derxistin, şop û bermahiyên wan di civakên çanda kevnar, destan û çîrokên aîdê wê çandê ku heta roja me îro hatine parastin, qewl û dengbêjiyên ku xwe dispêrin wê, lêkolîna zimanê civakên çanda kevnar û gelek tiştên din ji Jineolojî re dibin rêbazên lêkolîna heqîqeta jin û dîroka jin. Ji ber ku dîroka jin li ser axa Rojhilata Navîn destpêkir, gelek berhemên wê dîrokê li seranserî vî welatî û derveyî welat hatine dîtin ku ji Jineolojî re dibin çavkanî. Dîsa, her çiqasî zîhniyeta desthilatdar bandor li ser civak, çand û bawerî kiribe jî, civakên xwedî dîroka vê çanda kevnar gelek heqîqet û berhemên wê çandê parastine û ew jî ji Jineolojî re dibin rênîşandan. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurd û bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jin, ew axa Rojhilata Navîn ya bi berhem cardin bû tov û ji nû ve şîn bû. Rêber Apo bi taybet zanista civakî ‘civaknasî’ rexne dike û dibêje, ‘Ger zanista civakî ji bo civakê be, çima lêkolînên li ser jinê nîne? Lêkolîn û jiyana heyî ne weke hev e. Çareseriyên ku pêş dixînin çareser nakin, berovajî pirsgirêkên heyî kûrtir dikin. Di dîrokê de destpêkê Cihû dest bi xebatên lêkolîna kolandina erd dikin. Heta wê demê bi israr bûn ku cîhan bi wan destpê dike. Dema lêkolîn kirin peykerên Xwedawend ‘ÎŞTAR- STAR’ dibînin û ji ber ku STAR tazî ye wê weke ‘jineke wehşî’ bi nav dikin. Lê di cewherê xwe de peykera STAR bereketê temsîl dike. Bi vî şeklî wate û rastiya gelek berhem û şopên dîroka kevnar berovajî kirin û ji bo ku heqîqet û dîroka jin di tarîtiyê de bimîne û neyê zanîn şîrove û pênasekirinên li gor hişmendiya mêr pêş xistin. Ango zanista roja me îro a heyî bi çav û bi nêrîna mêr tê rêvebirin û di bin bandora desthilatdariyê de ye. Dîsa di dîrokê de feylezof Nietzsche yek ji wan kesan bû ku, vê zanistê rexne kir û got, ‘Tiştên ku ji me re tên gotin hemû derewin’, got; ‘Yê ku dixwaze xwe bigihîne heqîqetê divê ‘kok’ lêkolîn bike.’ RêberApo ji bo vê gotina Nietzsche dibêje, ‘Lêkolîna ku xwe naspêre rastiya jinê nikare bigihêje heqîqetê. Têkoşîna ku xwe naspêre azadiya jinê nagihêje serkeftinê.’ Nietzsche dibêje divê em kok lêkolîn bikin û xwe wisa bigihînin rastiyê, ew gotina wî, di rêbazê Rêber Apo de dizivire; ‘Di kok de rewşa jinê lêkolîn bike. Rewşa jinê destpêkê çawa bû û piştre çawa bû lêkolîn û fêhm bike. Wê demê mirov dikare xwe bigihîne heqîqetê.’ Ango di rêbazê Rêber Apo de, kok lêkolîn kirin rast e, lê koka dîroka jinê lêkolîn kirin esas e. Ji hebûna ku herî zêde nehaqî û derew li ser wê hatiye kirin, wê lêkolîn kirin û bi wî rengî derketina rêwitiya heqîqetê li pêş e. Lewma Jineolojî weke peyv wateyeke xwe ya pir felsefîk jî heye. Çavkanî: Jîneolojî