Rêber Apo li ser axa Kurdistana ku ji destpêka dîrokê ve bûye navenda civakîbûna komînalîst, exlaqî û polîtîk jidayîk bû. Lewma Rêber Apo weke şopdar û ewladekî sadik ê dayîka xwedavend her xwe siparte heqîqeta koka xwe.

Gotina Rêber Apo ku dibêje; ‘’Her giya li ser koka xwe şîndibe’’ jî balê dikêşîne ser çavkaniya vê heqîqeta civakî û dîrokî. Rêber Apo di manîfestoya Civaka Demokratîk de jî got; yên ne komînalîst bin nabin sosyalîst. Lewma jî Rêber Apo ji destpêka meşa xwe ya şoreşgerî ve bû xwedî jiyan û têkîliyeke komînalîst. Wisa jî karî bibe kesayet û Rêberekî sosyalîst. Di hemû baweriyan de kesên xwedî bawerî hene û bi bawerî jiyan dikin. Lê kesên wê baweriyê ji bo berjewendiyên xwe bi kartînin hene. Rêber Apo ne tenê bawermendekî baweriya sosyalîzmê bû. Na, Rêber Apo di heman demê de afirînerê îdeolojî, fikir, felsefe û baweriya Sosyalîzma Zanistî ye. Bêgoman em hemû jî dizanin ger fikir, felsefe û îdeolojiyeke xwe bi beden neke şensê wê yê domandin û kirina malê dîrokê nîne. Bi bedenbûna fikr, felsefe û îdeolojiyeke wisa jî divê pêşî bibe şexsiyeta kesê ew afrandî û bibe ruh bedena rêxistina kesê-kesa ew afirandî. Ya Rêber Apo di kesayeta xwe û rêhevalên xwe yên dawayê de biserxistî jî ev rastî bi xwe ye. Koma xwe ya destpêkê weke komeke rêhevalên xwedî jiyaneke komînalîst avakir û bi xwe pêşengtiya vê kir. Rêber Apo piştî salên dirêj û dijwar ên esareta îşkencexaneya Îmralî jî koma xwe ya felsefeya jiyana komînalîst avakir û bi xwe bû ferdê vê komînê yê herî fedakâr, dilnizm û pêşengê wê. 

‘Rêber Apo bû nûner û pêşengê rastî yê parastina nirxên civaka komîn’

Rêber Apo dîrokeke wisa ya di nava pençên zilamê zalim, dewleta mêr û nûnerên wan qatîlê kastîk de diperpitî û li ber windakirinê bû bi têkoşîna xwe bû navê rûmeta gelan, jinan û dîroka civaka komînalîst careke din zindî kir. Got; ‘Dîroka mirovahiyê ji rastiya dîroka qatîlên kastîk îbaret nîne. Dîrok çemekî du çetel yê diherike ye. Dîrok şerê di navbera civaka Komîn û qatîlê kastîk dewletê de ye. Ma, xwedawenda jin pêşeng û afirînera civaka komîn e. Zilamê zalim û kastîk jî pêşeng û afirînerê sîstema emperyalîst û kujer e.’ Rêber Apo bi vî awayî rûmeta jinan û gelan ji nûve zindî kir û ber bi çav kir. Meydan ji qatîlên kastîk re xwend. Bû nûner û pêşengê rastî yê parastina nirxên civaka komîn ya di siya zilamên qatîl û kastîk de mayî. Lewma astengiya herî mezin a li pêşiya planên emperyalîstên komploger Rêber Apo bû. Bi rastiya xeta jina azad, bi rêxistinkirina nasnameya gelekî şerker, bi avakirina milîtanên xwedî vîna ji pola, bi zindîkirina tovê civakeke komînalîst û bi hemû nirxên afirandin ve Rêber Apo tehdîteke mezin bû li pêşiya planên dagirkeran. Yek jî Rêber Apo biqasî peşengekî sadiq yê Gelê Kurd û Kurdistanî bû ewqasî jî pêşengekî rast yê gelên Mazopotamya û bi giştî gelên Rojhilata Navîn bû. Vê jî nefes li qatîlên kastîk ên xwedî planên li ser Rojhilata Navîn teng dikir. Lewma komploya 15 Sibatê bi destê qatîlên kastîk li ser hêviya jinan û gelan, Rêber Apo de pêkhat.

Di vê komployê de ne tenê hêzek gelek hêz hebûn. Ev plana tarî ji aliyê nûnêrên qastîk qatîl ên 33 dewletên netewe ve hate plankirin. Plana stratejîk a vê komployê ji aliyê dewletên weke Îngilîstanê ku tu car naxwazin gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bibin xwedî statû û nasname ve hate çêkirin. İstîxbarata İsraîl-Mosad ya ku ji salên 1982 an ve di takîba Rêber Apo de bû, kêlî bi kêlî tevgera Rêber Apo şopandin û hevkariya hêzên herêmî û xiyaneta Kurd jî di komployê de rist lîstin. Hêzên hegemon ên weke ABD yên ku dewlemendiyên Rojhilata Navîn iştaha wan vekiribû jî di pêkanîna planê de erkdar bûn. Bi gotina Rêber Apo rista ji dewleta Tirk re mayî jî, gardiyantiya plana hêzên Komploger bû. Bêguman dema ku berjewendiyên hêzên hegemon û dagirkerên ku Kurdistan di nava xwe de parçekirin her wiha xayînên Kurd bigihêjin hev wê xeteriya rastiya komployeke wisa mezin ya di dîroka mirovahiyê de nehatî dîtin derkevê holê. Komploya li ser Rêber Apo jî di encama îtîfaqeke wisa qirêj û mezin de çêbû. Bi hevokekê komploya 15 Sibatê di encama hevkariya hêzên hegemon ên cîhanî, statukoparêzên Rojhilata Navîn, dewletên Kurdistan dagirkirin û xiyaneta Kurd de pêşket.

‘Rêber Apo li hember hişmendiya kujer, jiyaneke bi berxwendan û rûmeta gelê xwe mezinkirinê hilbijart’

Komploya 15 Sibatê encamek bû, ne destpêkek bû. Tevgera Apoyî ji destpêka derketina xwe heta komploya 15 Sibatê di şexsê Rêber Apo de bi gelek komployan rû bi rû hat. Girtin, suyikast, sîxur şandin, qetilkirina rêhevalê Rêber Apo, Heqî Karer ku digot ‘Ew ruhê min ê veşartî bû’ çend ji van in. Her wiha suyîkasta 6’ê Gulana 1996’ an li Şamê ku bi seyareyeke bombebarkirî hate teqandin û hîna gelek planên din ên qirêj li ser Rêber Apo pêşketin. Rêber Apo hîna li Ankarayê ye sûyîkastek li ser wî çêdibe. Lê belê dîsa bi tedbîrên ku digre vê yeke vala derdixe. Lewma Rêber Apo di ferqa hebûna hêzên komploger de bû. Digot; Bi vê berpirsiyartiya dîrokî hişyarî û pêşdîtinên xwe ve planên komplogeran vala derdixistin û serkeftî derdiket. Lewma Rêber Apo weke hemû planên din plana komploya 15 Sibatê jî beriya wê ferq kir. Bi rojan ji hevalên wê demê li qada Rêber Apo bûn re analîza komployê kiribû. Gelê Kurd hişyar kiribû û kiribû ferqa mezinahiya komployê. Ji 9 cotmeha 1998’ an heta 15 sibata 1999’ an Rêber Apo bi dehan caran tevlî bernameyên MED TV bû ji tevgera me, gelê me û raya giştî re xeteriyên komployê vegotin. Lê diviyabû ne wê dema komploya 15 Sibatê hîn ji dema Rêbertiya me derkete derveyî welat û derfetên şoreşê li wir çêkirin, heval perwerde kirin û şandin welat me jî li welat cih ji Rêber Apo re çêkiribûna. Raste me gelek fedakarî kirin û bedelên giran jî dan ji bo em telafiya vê rêhevaltiya kêm bikin û azadiya fizikî ya Rêber Apo pêk bînin. Lê em hîna jî negihiştine wê armancê û em hîna di têkoşîna wê de ne.

Belê Rêber Apo di nava şert û mercên 27 salên sîstema îşkencexaneya Îmralî de jî berxwedan û têkoşîneke bêhempa da. Rêber Apo gelek caran got; ‘’Destpêka esaretê min biryareke wisa da ku ez wekî Kemal Pîran li berxwe bidim û min xwe di her warî de motîveyî vê kir. Lê pişt re ez hizirîm û min got; Ez Rêberê gelekî wisa me ku di dîrokê de cara yekeme hemû hêviyên xwe bi min ve girêdane. Jin hebûn û azadiya xwe di fikir û ramanên min de dibînin. Rêxistineke ku ruhê wê di rastiya Rêber Apo de şênber bûyî heye. Ez dikarim wekî Kemal Pîran li ber xwe bidim. Lê wê ew berxwedan demekê dirêj bike û dawî wê ev gel, tevger bê Rêber û pêşeng bimîne. Komplo mezin bû. Lewma min biryara têkoşîn û berxwedaneke wisa da.’’ Û bi gotina Rêber Apo ew sîstema ku kesên ne xwedî armancên mezin bin nikarin 24 demjimêran xwe lê ragirin bi salane wergerand qadeke hilberîna hizirî, paradîgmayî û herî dawî jî bi komek rêhevalên xwe re xwe wekî ‘’Komîna Felsefê’’ pênase kir. Rêber Apo di hevdîtineke xwe ya pêvajoyên dawî de gotineke wisa gotibû. ‘’Ya motîvasyona mirov xurt dike berpirsyariye.’’ Bi rastî berpirsiyariya Rêber Apo ya dîrokî û mezin bû sedem ku bibe xwedî motîvesyoneke wisa mezin. Lewma di wan şert û mercên giran de jî karî xwe bigihîne asteke wisa kûr a analîza dîrokî, sosyolojîk, felsefîk û di encama wê de paradîgmayeke ku ne tenê ji gelê Kurd û Kurdistanî re, ji hemû gelên herêmê, cîhanê û ji tevahî jinan re bibe çavkaniya asoya azadiyê pêşxist. Bersivdana Rêber Apo ya ji hêzên komploger û komployê re bi vî awayî bû. Raste ev 27 sale Rêber Apo di nava şert û mercên esareteke wê îşkenceyê de tê ragirtin. Lê Rêber Apo tu car ruhî, fikrî û pîskolojîk nekete nava wan şert û mercên esaretê. Ew qad vegerande hilberîneke wisa bêhempa ya mînaka wê di dîrokê de nehatiye dîtin. Çima dibêjim; mînaka wê di dîrokê de nehatiye dîtin. Ji ber raste gelek pêşengên gel, bawerî û şoreşên civakî ketine bin şertên giran ên esaret û îşkenceyan de. Gelekan ji wan li berxwedane û rûmeta xwe, gelê xwe û baweriya xwe parastine. Lê kesekî wekî Rêber Apo ew şert û merc venegerandine hilberîneke wisa mezin a fikrî, dîrokî, sosyolojîk, felsefîk, pratîk polîtîka, zanista siyaseta demokratîk û bi giştî negihandine formuleke xurt ya paradîmasal. Rêber Apo ev bi serxist û careke din mohra xwe li dîrokê da. Bi vî awayî Rêber Apo li hember hişmendiya kujer a hêzên komploger a mirinê, jiyaneke bi berxwendan û têkoşînê ya rûmeta xwe û gelê xwe mezinkirinê hilbijart. Ev felsefeya jiyanê ya Rêber Apo li hember mirinê jiyaneke azad hilbijartin bû.

‘Komplo bi helwesta Rêber Apo ya dîrokî, bi têkoşîna kolektîf a di pêşengtiya jinên Kurd de hat vala derxistin’

Ji ber vê bû dema komploya 15 Sibatê pêkhat kesayetên weke rêheval Rojbîn Ereb, Berwar Çelê, Şaristan Botan, Teyhan û dehan fedaiyên Apoyî û sedan welatparêzên hêja bi çalakiyên ‘’Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’’ bersiv dan komployê û peyameke zelal dane hêzên komploger û gotin ew destê dirêjî Rêber Apo bibe emê wî destî bişkînin. Dîsa hem bi pêşdîtin û keda Rêber Apo ya ku beriya komplo pratîk bibe gel amade û hişyar kiribû û çalakiyên fedayî yên xwe li derûdora Rêber Apo kirin xelekeke ji agir, Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê û her cihekî Kurd lê dijîn herikîn qadan. Bi dirûşmeyên ‘’Kes Nikare Roja Me tarî bike, Bê Serok Jiyan Nabe’’ bi milyonan daketin qadan. Ji 7 salî heta 70 salî bi sedan welatparêzan, hevalên girtîgehan bedena xwe dane ber agir û xwe kirin gulokeke ji agir û ji hêzên komploger re gotin wê ev agir we jî bişewitîne ne tenê bedena me. Gelê Kurd di pêşengtiya Jina Kurd de dizanî ku cara yekeme bûne xwedî şensekî ku Rêberekî weke Rêber Apo û ew şens careke din nakeve destê wan. Lewma wan bi hemû hêz û hebûna xwe ve xwastin li vî şensê xwe yê dîrokî û mezinahiya ked û fedakariya Rêbertiya xwe xwedî derkevin. Lewma meheke weke meha Sibatê ku di dîrokê de jî gelê me jê re dibêje; ‘’Reşemî’’ ango di sir û seqema meheke wisa de jî roj, şev û mehên xwe li kolanan derbaskirin. Di wê seqemê de bedena xwe bi agirê şewata di dilê xwe de germkirin û kolan bernedan. Pêşî lİ Bakurê Kurdistan û Tirkiye û li seranserî Kurdistanê qad li dagirker û komplogeran kirin dojeh. Her tişt dan ber agir. Tirkiye şewitî. Cîhan serûbinî hev kirin. Di sir û seqemê de bê xwarin, bê xew û bê rawestan bi yek dengî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re anîn ziman bi wî ruhî têkoşîn û serhildana xwe domandin. Lê vê carê bi hêrseke mezin ya weke lehiyeke ji agir daketin qada. Ev herikîna hêrsa gel nîşane û asta girêdana wan a bi Rêber Apo re bi zelalî nîşanî hêzên komploger da. Ew tirsiyan û berhem û asta hêrsa gelekî rêxistinkirî yê bi keda Rêber Apo hatî avakirin dîtin. Dîsa artêşeke gerîla bombe li bedena xwe pêçan û her yek bû fedaiyek ku dikarî qadan bi ser dagirker û komplogeran de hilweşîne. Lewma dîtin ku Kurd ne ew Kurdên di dema peymana Sewrê û Lozanê ne û êdî Kurd li xwe xwedî derdikevin. Lewma hêzên komploger gotin; ‘’Em li benda bertekeke wisa mezin nebûn.’’ Û peyama xwe ya dîrokî girtin. Rêber Apo, Kurd û jinên ku di rastiya Rêber Apo de bûne xwedî nasname afirandibû. Berhema wê jî wisa derketibû. Komplo bi vî awayî bi helwesta Rêber Apo ya dîrokî, bi têkoşîna kolektîf a di pêşengtiya jinên Kurd de serhildana gelê Kurd û bi girêdaneke kûr û mezin hate vala derxistin. Komploger negihiştin armanca xwe. Nekarîn Rêber Apo fizikî tune bikin. Nekarîn hêviya Gelê Kurd û Jinan bişkînin. Nekarîn tevgera Apoyî têk bibin. Lewma Kurd di kendalê mirinê wernebûn.  Berovajî wê li ser qeraxa kendalê mirinê di pêşengtiya Rêber Apo de weke refekî bi bask bûn û firiyan. Her çû ew ref mezin bû û ji hemû gelên azadîxwaz û jinên têkoşer re bû asoya serketinê. Kurd li ser kendalê mirinê bi bask bûn û firiyan, mirin bi binxistin, komploger bibinxistin. Ferqa gel û rêxistina Rêber Apo avakirî jî ev e.

Bêgumane ku li hember vê helwesta Rêber Apo û gelê me, hêzên komploger jî bêkiryar neman. Komplogeran jî bi sîstematîka îşkenceya Îmralî ve bersiv dan ku ev 27 sale didome. Nekarîn Rêber Apo fizikî tune bikin. Lê xwestin Rêber Apo dîrhem bi dîrhem di wê îşkencexaneyê de bihelînin. Bi gotina hegemonan xwestin Kurdan her birîndar bihêlin û hêzên statûkoparêzên herêmî yên hevkarên komploya xwe bi vê rêkê di venêrîna xwe de bihêlin. Çawa Rêber Apo weke gulokeke ji agir avêtin hembêza Tirkiyê, heman awayî ew aqir her di hembêza wê de hiştin û ji aliyekî ve jî her derfet dane dewleta Tirk da ku şerekî qirêj li hember Rêber Apo, tevgera azadiyê û gelê Kurd bimeşîne. Ji bo bigihêjin armancên xwe hemû hiqûqa xwe ya navneteweyî jî binpêkirin. Ango deriyê hemû maf û hiqûqan li Rêber Apo û gelê me girtin. Lewma bi salane ruxmê biryara mafê hêviyê ku deriyekî azadiya fizikî li Rêber Apo veke heye jî esaret di şert û mercên giran de didome. Ev 27 sale lingê Rêber Apo negihiştiye axê. Di nava xwezayê de meşeke azad nekiriye. Ev hemû jî ji ber dîsa hêzên komploger di dewrê de ne. Ji ber dema mijar dibê Rêber Apo hemû hişmendiyên qatîlên kastîk û komploger digihêjin hev. Ev rastiya sîstema Modernîteya Kapîtalîs a bûye Levîathanê modern e. Çawa esareta Rêber Apo di encama komployeke navdewletî ya ku destê 33 dewlet û hêzan tê de heye pêkhat, heman awayî esaret û sîstema îşkenceya li ser Rêber Apo jî bi biryara heman hêzên komploger tê meşandin û domandin. Ji ber azadiya fizikî ya Rêber Apo tê wateya statûya Kurd qebûlkirinê. Lê ji ber hêzên komploger hîna di hişmendiya xwe ya komploger de îsrar dikin û hemû planên xwe yên li ser herêmê pêk neanîne vê polîtîka xwe didomînin. 

Lewma ev nîvê sedsalekê derbaskir Rêber Apo di nava sîstema tecrît û îşkenceyeke mîsoger û girankirî de ye. Rêberê Gelekî, pêşengê gelên azadîxwaz di nava çend metrekare de ku nefes girtina wê jî bi têkoşîne tê ragirtin. Lê ne tenê ev sala 2007’ an jehir dane Rêber Apo. Dareke ku di pencereya Rêber Apo re dixuya û çûkan li ser didanî birîn. Gîha-kulîlkeke li ber pencere û cihê hewagirtina Rêber Apo de çêbûyî jêkirin. Ango nehiştin Rêber Apo dest bide tiştekî zindî. Xwestin Rêberê xwedî Paradigmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ji zindîbûna jiyan û xwezayê qut bikin. 16 salan Rêber Apo bi tena serê xwe di Grava Îmralî de ma. Piştî 16 salan nû 3 heval birin gel Rêber Apo. Lê ew jî dîsa di nava hefteyê de tenê çend demjimêran bi sînor karîn hev bibînin. Lê ew jî di bin venêrîna bi dehan kamera, gardiyanan şert û mercên tecrîtê de pêk tên. Nêzî 10 salan tecrîteke girankirî li ser Rêbertiya me pêkhat. Di encama ‘’Çalakiya Mezin a Rojiya Mirinê’’ ya di pêşengtiya Leyla Guven û hevalên wê ku 9 çalakiyên fedaî kirin de çend çaran hevdîtin çêbûn û dîsa hevdîtin qût bûn. Me weke tevger û gel bi salan agahî ji Rêbertiya xwe negirt. Ev hemû hêrsa mezin a li hember xeta Rêber Apo û Kurdên ku xwe bi bîrdoziya Rêber Apo birêxistinkiriye ye. Hêzên komploger û dagirker xwastin Kurdan bi vê şêwazê terbiye bikin. Lê ew plana wan jî di nava hişmendiya wan a komploger de fetisî û pûç bû. Lê rastiyeke ku li hindur Rêber Apo, li derve jî artêşa fedaî gerîla û gelê me yê xwedî rûmet têkoşîn û berxwedaneke mezin a serdemê bi vîneke ji pola meşandin.

‘Rêber Apo sîstemeke îşkenceya Îmralî de bi hizir û paradîgmaya afirandî hemû sînorên komplogeran derbaskirin û xwe gihande 7 parzemînên cîhanê’

Dîsa Rêber Apo ruxmê wê sîstema îşkenceya Grava Îmralî jî heta niha 9 parêzname, yek neqşerê, nêrînên ku dibin 5 pirtûkên analîza pratîk polîtîka û rêxistinkirina civakî yên di her mijarê de bi rêka hevdîtinan kirin û herî dawî jî bi Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk nivîsandin mohra xwe li dîrokê da. Her pirtûkeke Rêber Apo ya nivîsandî bi serê xwe hêzekî bêhempa ya dîrokî, sosyolojîk, felsefîk û zanistî ye. Kombûna hemûyan jî mûcîzeyeke mezine û Rêber Apo bi vê hêza bêhempa derzeke mezin di dîroka Modernîteya Kapîtalîst û nûnerên wê yên xwedî hişmendiya qatîlên kastîk de vekir ku ew ê tu carî nikaribin wê derzê bicebirînin. Pênaseyeke nû ji dîrokê re anî û di rastiya dîroka Ma Xwedawendê de dîroka jinên têkoşer ên xwediyê nirxên herikîna dîroka civaka komîn jî jinûve pênase kir. Lê di heman demê de hemû rûpoşên li ser rûyê xweda-qralên serdemê jî rakirin û got ew ne xweda-qralin, ew qatîlên kastîk’in û hemû sirên wan ên bi xof hilweşandin û dîroka civaka komîn a di rastiya jin de di tariyê de mayî derxiste ronahiyê. Vê asoyeke gelekî mezin da jinan, gelan û Gelê Kurd. Lewma heta niha parêznameyên Rêber Apo li 22 zimanên cîhanê hatine wergerandin û ji aliyê deh hezaran dîrokzan, sosyolog, zanyar, fîlezof, şoreşger û bi milyonan gel û jinên azadîxwaz ve hatine xwendin. Parêzname wekî aso-veker ketine nava kulyat û mufredatên bi dehan zanîngeh û bi sedan akademiyên perwerdekirina pêşengên civakan avakirinê. Parêznameyên Rêber Apo derî li hemû xitimandinên nêrînên dîrokî, sosyolojîk û felsefîk vekir û aso û cesareteke mezin ya nû da hizirandin û lêkolînên di qada zanistê de kûrtir kir. Gel û jinên dîroka wan, hebûna wan di nava pençên qatîlê kastîk de diperpitî û di siya tarîtiya wan de mabûn jî bûn xwedî hêz û wêrekiyeke lêgerîna heqîqeta xwe. Ji ciwanên di nava sîstema kapîtalîst de bêwatebûn û windabûn jiyan dikin re bû ronahiya di dawiya tûnêlê de dixuyê û ciwanan xwe li şewqa di wan parêznameyan girtin û zihnê ciwanan vekir. Çavê wan vekir ku karibin rastiyê bibînin. Û di dilê ciwanan de çirûska hêviya jiyaneke bi wate û heqîqî ronî kir. Bi cewherî parêzname û bi giştî kulyata teorîk û paradîgmatîk a Rêber Apo li Îmralî avakirî altarnatîfeke herî xurt a li hember sîstema Modernîteya Kapîtalîste. Êdî civak, gel û jin ne bê model û alternatîf in. ‘’Kulyata rêber apo hunandî altarnatîfa civaka komîn a li hember sîstema modernîteya qapîtalîst e. Ango ev kulyat di kesayeta jina şoreşger û têkoşer de manîfestoya civaka komîn û azad de ye.’’ Dibe ku parêznameyan deriyekî hiqûqî ji azadiya Rêber Apo û azadiya gelê me re venekir. Ji ber yek saziyên hiqûqa navneteweyî ji wê hişmendiya komplogeran serbixwe nîne. Lê belê dengvedana parêzname û Manîfesto ew çend mezin çêbû û bandoreke mezin li gelan, civakan, jinan û qada zanist û lêgervanên heqîqetê kir. Li 7 parzemînên Cîhanê qad ji hevkariya gelan û dostaniya bi gelê Kurd re vekir. Bû çavkaniya rastî ya asoya azadiyê ji hemû jinên lêgerînvanên azadîye re û li seranserî herêm û cîhanê bi dehan platformên jinan di pêşengtiya tevgera me ya jina azad de hatin avakirin-damezirandin. Cara yekeme gel û jin li hember Levîathanên Modernîteya Kapîtalîst bê perspektîfa têkoşîna kolektîf û komîn neman. Mezinbûna felsefeya jiyana azad a Rêber Apo afirandî di vir de ye. 

Lewma hemû ramanên ku Rêber Apo ji destpêka meşa xwe ve afirandî lê bi taybetî jî têgihîştinên Rêber Apo di Grava Îmralî de hilberandî têra perspektîfa azadiya hemû gelên cihanî, têra azadiya jinan û gelê me dike. Ev heqîqeteke wisa ye ku asoya azadiyê dide. Zanebûn û ruhê têkoşîna li hember hovîtiya levîathanên serdemê dide. Pratîk polîtîkaya wê û rêbaza wê ya xwe gihandina heqîqetê bi zêdehî dide. Mezinahiya Rêber Apo yek jî di vir de ye. Rêber Apo di nava tecrîdeke girankirî, sîstemeke îşkenceya Îmralî û çend metrekerayan de bi hizir û paradîgmaya afirandî hemû sînorên komplogeran derbaskirin û xwe gihande 7 parzemînên cîhanê. Bi esasî ya komplo vala derxist ev bû û ev jî encama dahatiya Rêber Apo ye.

‘Rêber Apo, bi milîtanên fedaî û gelê birêxistinkirî ve têkoşîna hebûna Kurd, avakirinê da’

Rêber Apo avakirina PKK ê bi gotina ‘Min bi derziyê bîr kola’ pênase kir. Rastî jî ew e. Lê belê ne tenê avakirina PKK ê, lêgerîna dîroka çareseriya pirsgirêka Kurd a Rêber Apo jî di heman wateyê de ye. Ango Rêber Apo bi rêxistina avakirî, bi milîtanên fedaî yên perwerdekirin û gelê birêxistinkirî ji aliyekî ve têkoşîn, şer û berxwedana nasnameya hebûna Kurd, avakirin û dana qebûlkirinê da. Ji aliyekî ve jî her xwest bi têkoşîna xwe ya pêşî li çareseriyeke demokratîk vedike jî mûxetaban ji xwe re çêbike. Ji bo vê gelekî serê xwe êşand. Bi gelek derûdoran re têkilî danî. Bi hezaran nirxandinên analîza rastiya vê pirsgirêka dîrokî pêşxistin. Bi sedan peyam gihandin aliyê dewletê yên di demê xwe de mûxetab bûn. Lê di nava dewleta Tirk de desthilatî û nûnerekî dewletê yê xwe ji wê hişmendiya faşîzan û înkarê rizgar bike û bibe mûxetabekî cidî yê ku li rêbazên çareseriyeke bêyî politîkaya înkarê bigere peyde nekir. Di sala 1993’ an de bi navê Serok-komariyê Özal bersiv da û niyet kir ku riyeke diyalogê vebike. Lê hîna di gava niyetê de bû wan mêjiyê faşîst ve Serok-Komar û serfermandarê artêşa xwe jî kuştin. Encam dîsa bê mûxetabî û îsrara di înkar û şer de bû. Jixwe piştî wê sala 1994’ an Rêber Apo analîzeke ku pirtûka bi navê ‘’Li Mûxetabek Digerim Pêşxist.’’ Beriya komploya 9’ê Cotmeha 1998’ an jî dîsa Rêber Apo weke gaveke niyet başiyê agirbesteke yekalî îlankir. Lê bersiva wê bi komploya 15 Sibatê hate dayîn. Piştî komplo û xiyaneta herî mezin a dîrokê de di şexsê Rêbertiya me de li Gelê Kurd hatibû kirin jî Rêber Apo sala 1999’ an dîsa agirbest îlan kir û weke gaveke pêşîvekirina şensekî bide aştiyê û diyaloga di navbera Kurd û Tirk de komek hevalên gerîla ji Çiyayên Zagrosan şandin Tirkiye. Ger ev gav li walatekî xwedî hiqûqek û xwedî hişmendiyeke diyalogê hatibûna avêtin wê bi mîsogerî bûbane riyeke saxlem a xwe gihandina aştiyek mayînde û çareseriya pirsgirêka Kurd. Lê wan bi hişmandiya faşîzma dewleta Tirk ew koma hevalan girtin û hin ji wan hevalan di girtîgehê de bi nexweşiyê şehîd bûn. Vê jî birîneke kûr di dilê Rêber Apo de vekir. Lê ruxmê vê Rêber Apo riya şensê ji aştiyê re negirt û sala 2009’ an vê carê jî biryar da komek ji Çiya û Maxmûr û komek jî ji Ewrûpa weke komên aştiyê werin Tirkiye û her du kom jî çûn Tirkiye. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran ew komên fedakar pêşwazîkirin. Lê dîsa piştî demeke kin dewleta Tirk ew heval hemû komkirin û xistin girtîgehan. Rêheval û jina şoreşger a şopdara Sakîne Cansizan Aysel Doğan jî yek ji wan hevalên koma ji Ewrûpa hatîbû. Ruxmê hemû nexweşiyên wê jî ew avêtin zîndanê û piştî derket bi demeke kin heval Aysel bi nexweşiya pençeşêrê şehîd bû.

Ruxmê vê hişmendiya faşizan jî piştî xitimandina dewleta Tirk a li hember Şerê Gelê Şoreşgerî yê sala 2010’ an heta sala 2013’ an, gerîla serweriya gelek qadên Bakurê Kurdistanê xistibû dest. Bi bandora vî şerê gerîla re serhildanên li Bakurê Kurdistanê pêşketin û piştre jî gava dîrokî ya Şoreşa Rojava dîsa qeyrana aborî ya li Tirkiye, van tevan êdî dewleta Tirk xistibû nava pêxîrtengî û çiraveke ku nikaribe jê derkeve. Lewma bi xwe çûn gel Rêber Apo û pêvajoya 2013 û 2015’ an wisa destpêkir. Lê ji ber di hişmendiya wan de çareseriya pirsgirêka Kurd nebû ew şensê Rêber Apo dayî wan dîsa nenirxandin. Li cihê çareseriyê plana çokdanînê ya ku şerekî 10 salên dawî yê ku hemû teknîka serdemê ya hêzên Komploger û NATO tê de seferber kirin bi tevgera Apoyî re meşandin.

‘Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîdeke girankirî de bi fedakariyên mezin vê pêvajoyê dimeşîne’

Bêguman di van deh salan de şer, zext û tecrîta herî mezin jî li ser Rêber Apo bû. Operasyonên siyasî yên ku hejmara girtiyan bû bi deh hezaran, oparasyonên leşkerî yên li seranserî Bakurê Kurdistanê, qereqol û qaraqolên li ser her çiyayekî Bakurê Kurdistanê çêkirin. Operasyonên li ser qadên Parastina Medya ji Xakûrkê heta Heftanîn, Avaşîn, Zap û Metîna bi dijwarî hate meşandin. Bê tahamûliya li hember Şoreşa Rojava û rêxistinkirina êrîşên DAIŞ ê yên li ser Rojava û dargirkirina Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û heta bi Minbicê, ev hemû her yek parçeyekî ji plana wan a çokdanînê û plana tesfiyekirina tevgera Apoyî û qirkirina gelê Kurd bûn. Di van êrîşên qirkirinê de bedelên giran hate dayîn. Lê xeleka berxwedana rûmetê ya van 10 salan li derûdora berxwedana Rêber Apo hatî avakirin ev plana wan jî pûç kir. Lewma dîsa çûn gel Rêber Apo û piştî van hemûyan Rêber Apo careke din bi daxuyaniya 27’ê Sibata 2025’ an şensekî din da aştiyê û dewleta Tirk. Vê carê Rêber Apo xwest pêşiya hemû hêcetên wan bigirê. Lewma di daxuyaniya 27’ê Sibatê de him PKK fesix kir û him jî dawî li têkoşîna şerê çekdarî anî. Lê bi şertê ku dewleta Tirk zemîna zagonî-hiqûqî ji vê re çêbike, veke. Niha em dîsa di meha Sibatê de ne û vaye salek di ser vê bangawaziya Rêber Apo û gavên piştî wê hatin avêtin re derbas bû. Lê ruxmê beriya vê daxuyaniya dîrokî nûnerê faşîzma dewleta Tirk Bahçelî got; bila Öcalan were meclîsê di koma Dem Partî de biaxivê û mafê hêviyê were bi cih anîn jî heta niha Rêbertiya me di nava şert û mercên tecrîdeke girankirî de bi fedakariyên mezin vê pêvajoyê dimeşîne. Bi îsrara Rêber Apo û gavên gelekî bi wêrekî yên riskên mezin dan berçavan û berpirsiyariya dîrokî ya Rêber Apo hildayî ser milê xwe; dîsa hemahengiya tevgera me ya bi Rêber Apo re, pê re jî lidarxistina kongreya 12. û fesihkirina PKK ê, her wiha dewama wê şewitandina çekan a di pêşengtiya Hevseroka KCK’ê Besê Hozat de, her wiha vekişandina ji Bakur, tevahiya van gavan bi zêdehî wêrek û gavên pêşî vekirina pêvajoyê bûn. Li hember van tevahî fedakarî û lêgerîna çareseriyê yên Rêber Apo û tevgera me, gelo dewleta Tirk çi kir? Heta niha zimanê faşîzan ê îsrara di înkarê de bernedaye. Lewra zimanê medya zimanekî bi jehre. Di mijara xîtaba hestên faşîzan di civaka xwe çêkirinê de gavek bi paş de neavêtine. Dijminahiya ji Şoreşa Rojava re her çû zêdekirin. Lê tenê û bi tenê gavek avêtin ew jî nîvço bû. Komîsyonekî li Meclsia Tirk bi navê ‘Hevgirtina Milî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê’ çêkirin, lê ew komîsyon jî heta niha neketiye rojava xwe ya esasî. Qet nebe komîsyonê dikarî bi raporeke bê alî û radîkal destê xwe deyînê ser pirsgirêka sedsalekê û bibe xwedî çend pêşniyarên ku riyekê ji çareseriyê re veke. Lê heta niha ev nekir. Ev jî xeteriyeke mezin li pêşiya pêvajoyê çêdike. Jixwe me dît di dema şerê li ser gelê me yê Şexmeqsûd-Eşrefiyê û tevahî Rojava de serokê Meclisa Tirk ku di heman demê de serokê Komîsyonê ye jî ji zimanê çareseriyê zêdetir berdevkiya hişmendî û hestên faşîzan kir. Ev hemû niyeta dewleta Tirk nîşan didin. Ango hîna her kêliyê zengilê xeteriyê bi dengekî bilind lêdixînin. Kesekî nikarê vî dengî ji nebihîstî ve bê. Lê dewleta Tirk hîna jî ji Kurdan re dibêje; em ê li zengilê xwe yê înkarê lêbixin, lê hûn dengê zengil nebihîsin û bêjin dengê awaz-melodiyeke xweş tê. Na Kurd êdî ne ew Kurdên li ber melodiya mûzîkekî înkarê bireqisin e. Kurdan ji zûve awaz-melodiya xwe ya govenda azadiyê çêkirine. Jinên Kurd ên têkoşer û kezî hunandinê jî serçopiya govenda azadiyê dikin.

‘Hêzên emperyalist û dagirkerên herêmê xwestin bi destwerdana Şoreşa Rojava re pêvajoya Rêber Apo dayî destpêkirin sabote bikin’

Rêber Apo bi berpirsyariyeke dîrokî û nêzîkatiyeke stratejîk gava Aştî Û Civaka Demokratîk avêt. Tevgera me bi hemû jidilbûn û baweriya xwe bi Rêberê xwe re ye. Dîsa gelê me bi hemû dilsoziya xwe bi Rêberê xwe re ye. Gelê me ji dijminê xwe bawer nake. Lê ji Rêberê xwe bawer dike û ji bo wê xwe li derûdora projeya Rêber Apo a Aşitî û Civaka Demokratîk birêxistin dike. Gelê me hewl dide bi perspektîfa Rêber Apo sîstema xwe ya komîn a parastina xwe ya cewherî ava bike. Di rastî de ya bi gelê Tirk jî bi gelê Kurd jî bide qezanckirin ev projeya Rêber Apo ye. Ger ev gav bi ser bikeve wê Kurd û Tirk bi hev re biserbikevin. Lê ger ev gav biser nekeve wê gelê Kurd berdelên giran bide, lê dewleta Tirk bi awayekî dîrokî winda bike.

Ji ber ev pêvajo li gor hatî plankirin ji aliyê dewleta Tirk ve nehate birêvebirin. Ji serê meha Çilê ve hêzên HTŞ yên bermahiyên DAIŞ ê di çarçoveya plana hêzên emperyalîst ên destê wan di komploya 15 Sibatê de heyî bi hovane êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî kirin. Lê dîsa bermahiyên DAIŞ ê HTŞ e ne bi tenê bûn. Vê carê jî weke hemû êrîşên beriya vê dîsa ev êrîş bi koordîne, teknîk û bi sed hezaran hêza çete ya dewleta Tirk perwerdekirin ve hate kirin. Êrîşan ji Helebê destpêkir û heta gihiştin ber peravên bajarên Kurdan Hesekê, Çilaxa û Tiltemir dewam kir. Dewleta Tirk di demeke ku Rêber Apo bi ked û fedakariyên mezin pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk birêve dibe de Kurdên ku biratiya gelan û feraseta neteweya demokratîk bingeh digirin kirin hedefa êrîşên bi armanca qirkirinê. Berovajî Kurdan, ew DAIŞî yên bi qirafet û rih tercîh kirin. Ev jî hişmendiya dewleta Tirk a nêzîkatiya ji pêvajoyê re raber dike. Di van şeran de berdêlên mezin hatin dayîn. Lê ev ne planeke ji rêzê bû. Êrîş li ser destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî hatin kirin. Komployeke duyemîn a 15 Sibatê bû û dîsa hedef destwerdana projeya Rêber Apo û qirkirina gelê Kurd bû. Hedef mezin bû. Ji ber destpêka pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo got; ‘’Rojava Xeta Min A Sor e.’’ Hêzên emperyalîst û dagirkerên herêmê jî xwestin bi destwerdana Şoreşa Rojava pêvajoya Rêber Apo dayî destpêkirin sabote bikin. Gelan bi hevre bixin nava şer û ew di nava wê kaosê de planên xwe pêkbînin. Lê berxwedan û biryardariya parastina destkeftiyên xwe ya gel û şervanên Rojava di peşengtiya YPJ ê û Tevgera Jin Kongra Star de bend li pêşiya êrîşan danîn û êrîş şikandin. Berxwedaniya Gelê Kurd a di çarçoveya seferberiya neteweyî de li çar parçeyên Kurdistanê û her cihekî Kurd lê dijîn ya ku bi milyonan Kurd daketin qadan di astekî de pêşî li vê komploya mezin girt.

‘Rêber Apo got: Êrîşên li ser Şoreşa Rojava êrîşên li ser pêvajoya min a Aştî û Civaka Demokratîk in û versiyoneke komploya 15 Sibatê ye’

Piştî serhildanên li dijî komploya 15 Sibata 1999’ an cara duyem bû Gelê Kurd di pêşengtiya jin û ciwanan de di vê astê de û bi ruhekî neteweyî û hişyariyeke polîtîk, dîrokî herikî qadan û bi dirêjahiya mehekê zêdetire gelê me di serhildaneke rêxistinkirî de ye. Dîsa siyaseta Kurd cara yekem bû di astekê de guh da dengê gelê xwe û ne bi temamî be jî gotineke yekpere kirin. Her wiha dostên gelê Kurd weke her carê gelê me û şoreşa Rojava bi tenê nehişt. Lewma hefteya dawî hin dewlet û hêzên navneteweyî jî hin daxuyaniyên erênî dan. Lê weke dema komploya mezin a 15 Sibatê dîsa pêşî Rêber Apo ev komploya mezin dît, analîz kir, bi nav kir û got; ev êrîşên li ser Şoreşa Rojava êrîşên li ser pêvajoya min a Aştî û Civaka Demokratîk’in û versiyoneke komploya 15 Sibatê ye. Di dirêjahiya 23 rojên şerên giran de jî Rêber Apo şev û rojên xwe kirine yek da ku vê komploya mezin asteng bike û şerekî mezin ê di navbera Kurd-Turk, Kurd-Ereb û gelên din de bigire. Şerekî wisa wê bibane şerekî bi deh hezaran ciwan û bi sed hezaran gel tê de werin qetilkirin. Rêber Apo di nava tecrîteke giran de şerekî wisa hovane asteng kir û zemîna agirbestê û pişt re jî peymana 30 Çile di navbera QSD ê û HTŞ ê de çêkir. Niha xeterî bi dawî nebûne. Lê bi peymaneke ku Rêveberiya Rojava û desthilata demkî ya Şamê li hevkirin çêbû. Ger baldariya pêwîst were raber kirin ev peyman dikare destkeftiyên şoreşa Rojava fermî û mayînde bike. Lê bi şertê parastineke saxlem û sîstema xwe ya cewherî û komîn saxlem hunandin-avakirinê evê pêk were. Dîsa şoreşa Rojava Şoreşa Jinê bû û divê bi hemû destkeftiyên xwe ve weke Şoreşa Jinê bimîne. Ango Rojava encax dikare bi têkoşîn û berxwedaneke demokratîk a kêlî bi kêlî xwe biparêze. Jin divê xeteriya vê ji kûr ve hîs bikin û bi hemû hêz û enerjiya xwe ve pêşengtiya avakirina civakî û destkeftiyên xwe parastinê bikin. 

‘Rêber Apo ji bo me şensekî dawiye û divê em bi hemû hêza xwe têkoşîna azadiya fizikî ya Rêber Apo mezin bikin.’

Komploya 15 Sibatê ya di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî Gelê Kurd û Jinên Kurd hatî kirin û heta niha jî dewam dike û her wiha komploya duyemîn a 15 Sibatê ku dîsa paradîgma û projeya Rêber Apo a Aşitî û Civaka Demokratîk û hemû destkeftiyên şoreşa Rojava û tevahî destkeftiyên gelê me kirin hedef, ji bo ev komplo vala derkeve pêwîstî bi têkoşîn, berxwedan û serhildanên bê navber heye. Ango divê gelê me, pêşengên gel û tevahî îradeyên siyasî yekîtiya neteweyî di ser hemû îradeyên siyasî re bigirin; û zanibin ku ger Kurd vê sedsalê bi berxwedaneke neteweyî bi awayê herî xurt pêşwazî nekin wê careke din şensekî wisa nekeve destê me Kurdan. Ango pêwîste gelê me zanibe ku Rêber Apo ji bo me şensekî dawiye û ji bo wê divê em bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedana azadiya fizikî ya Rêber Apo mezin bikin. An na pêşî em şoreşgerên vî welatî piştre gelê Kurd emê li hember wijdana dîrokê werin darizandin û emê nikaribin bibin şopdarên rastî yên deh hezaran şehîdên xwe yên leheng. Lê ger em bi ruhê xwedî-derketina Şoreşa Rojava serhildanên bi ruhê yekîtiya neteweyî mezin û domdar bikin, emê di demeke nêz de Rêber Apo di nava xwe de di nava gelê xwe de bibînin. Wê demê emê bi serbilindî derkevin hember dîrokê û şehîdên xwe yên leheng. Emê bi îddîa û biryardariya azadiya fizikî ya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin û pêşengtiya berxwedana neteweyî bikin. Bawer dikin gelê me jî xwedî heman îddîa û biryardariyê ye. Ji ber êdî kêliyekê jî tehamûla me ji sîstema îşkenceya Îmralî ya li ser Rêber Apo re nemaye. Em ê bi têkoşîna xwe her kêliyê hişmendiya hêzên komploger lanet bikin û azadiya fizikî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Batufa Çekdar