Sedsalî ye ku Sibat di dîroka Kurdan de mizgîniya çarenûseke tarî ye. Di 15ê Sibata 1925 ‘an de, komploya li dijî Şêx Seîd bi rêya wî gelê Kurd hedef girt, di encamê de komkujiyek li ser Kurdan pêk hat.
Berxwedana xweparastinê ya Şêx Seîd û hevalên wî li dijî vê rewşê sedsalek e ku wekî "serhildanek" di bîranînê de hatiye nivîsandin. Her çend gelê Kurd bi komkujî, kuştin û darvekirinan rastî çavtirsandinê û hewldanan hatibin jî û wan neçar bikin ku mafê xwe yê hebûnê berdin jî, vê serdemê di dîroka Kurdan de peymanek tolhildanê ya navxweyî derxist holê, peymanek ku dê hesab jê were xwestin. Bi salan beriya derketina holê ya Rêber APO, daxwazên gelê Kurd ji bo mafên neteweyî û nasnameyê, lêgerîna wan a ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê, carinan bi berxwedana girseyî wekî li Dêrsim, Agiriyê û carinan jî bi bêdengî û veşartî, bi xwînrijandinê û hewldanên veşartina Kurdan dibin betonê de hatin pêşwazîkirin. Derketina Rêber APO li ser dika dîrokî, ji bo Kurdan, hejandina axa mirî, destpêka vejînekê bû. Ji ber vê sedemê her Kurdekî ku dixwaze bibe û Kurd bimîne, daxuyaniya Rêber APO wekî xalek werçerxê dîtiye û di her warî de ew hembêz kiriye. Rêber APO bi hêvî, bawerî û veguherîna ku di her kesê dest lê daye de afirandiye wekî garantiya hebûn û pêşeroja Kurdan hatiye pejirandin. Ji ber vê sedemê dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bûne şîarên jiyanê yên navxweyî mîna refleksek ji bo parastina xwe bikaranîn e. Sibata duyemîn a çarenûsa tarî ji bo gelê Kurd 15ê Sibata 1999 ‘an e. Ji bo her Kurdekî ku hebûna xwe di hebûna Rêber APO de dibîne, 15ê Sibata 1999’an wekî dîrokek lanetkirî cihê xwe girtiye ku ew naxwazin bibîr bînin, hem ji hêla dîrokî, civakî û hem jî ji hêla takekesî ve hevwateya hilweşandin û komkujiyê ye. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO di 15ê Sibatê de bi pergala tecrîda taybet a li Îmraliyê gihîşt lûtkeyê û pergalek tecrîda giran ku heta roja îro jî berdewam dike, hate sepandin.
Bingeh, şert û mercên avakirina Komara Tirkiyeyê li ser înkar û tunekirina Kurdistanê û gelê Kurd ku li dilê Rojhilata Navîn e, hatine danîn. Hem armancên hegemonîk û kolonyal ên hêzên derve yên ku dixwestin li Rojhilata Navîn serdest bibin û hem jî xwesteka Tirkiyeyê, bermahiyên dawîn ên Împeratoriya Osmanî ku hebûna xwe misoger bike, tenê bi rêya parçekirina Kurdistanê û tunekirina gelê Kurd mimkun dihat dîtin. Ji bo armancên hevpar ên îstismarkirinê, erdnîgariya Kurdistanê ku yek ji deverên pêşîn ên pêşketina mirovahiyê ye, hate perçekirin û talankirin; gelê Kurd ku wekî şaneya bingehîn a hevgirtina civakî roleke girîng lîst rastî komkujî û qirkirinan hat. Dibe ku ji ber vê rola wekî şaneya bingehîn, xala destpêkê, gelê Kurd karî li berxwebide û bi awayekî hemû rêbazên tunekirinê têk bibe, bi vî awayî hebûna xwe ya domdar misoger kir. Bi têkoşîna azadiyê ya ku li kêleka Rêber APO pêş ket, ew wekî kevneşopiyeke girîng a azadiyê li ser sehneya dîrokî pêş ket û mezin bû. Rêber APO bi rêya nasnameya dîrokî û civakî ya Kurd a ku temsîl dike, kadroyên Tevgera Azadiya Kurd veguherandin şandiyên vê kevneşopiyê û gelê Kurd jî veguherandin nûner û parêzvanên wê yên hemdem. Ji ber vê sedemê ew ji hêla dewletên netewe-kapîtalîst, nûnerên nûjen ên kujerê qestî ve wekî tehdîda herî bingehîn dihat dîtin û ger gengaz be ew dixwestin ku wî bi awayekî fizîkî ji holê rakin an jî eger negihîştiba wê rastiya hebûnî, semantîk û rêbertiyê ya ku ew temsîl dikir ji holê rakin. Ev çarenûsa Kurd ku di çarçoveya wateya ku ji dîrokê re hatiye dayîn de dubare dibe, armanc ew bû ku careke din li ser darvekirinê were temam kirin. Lê belê, şiyana bihêz a întuîtîv û hişmendiya kûr a îdeolojîk, stratejîk û siyasî ya Rêber APO ku bikaranîna ezmûna dîrokî, di gel înstînta Tevger û gel a parastin û berevaniya Rêberê xwe ava bûye, ev komplo têk bir. Ji roja yekem a komployê ve bi dehan şervanên azadiyê û welatparêzan bi dirûşmeya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" xwe şewitandin ku girîngiya Rêbertiyê ji bo wan diyar dike. Belkî cara yekem di dîrokê de, mirovek bi vî rengî fedakarî, bi çembera agir a ji laşan pêk hatî, hat parastin. Wateya ku Rêber APO ji bo Kurdan temsîl dike ewqas zelal bû û hîn jî zelal e ku cîh ji bo fikar, guman an hesaban nehişt. Dema ku dor tê ser Rêber APO gelê Kurd bi rêya kiryarên navxweyî û refleksên xwezayî li dora wî bûne yek û fonksiyonên wan ên jiyanî li ser vê bingehê hatine şekildan. Pênaseya Rêber a ji bo habitusê, ku ji Bourdieu vedibêje, eşkere dike ku habitusa Kurdan Rêber APO ye.
Her çend komplo li Tirkiyeyê gihîşt lûtkeyê jî, gelek hêzan di serî de DYA û Keyaniya Yekbûyî, her wiha gelek welatên Ewropî, Yewnanîstan, Rûsya, Îsraîl, Kenya û hevkarên ji Başûrê Kurdistanê, bi çalakiyên hevgirtî di pêkanîna wê de rolek lîstin. Rola ku ji hêla vê komployê ve ku li dora Rêber APO bû, ji Tirkiyeyê re hatibû destnîşankirin ew bû ku biryar bide ka şerekî Kurd-Tirk dikare bi dehsalan an jî belkî bi sedsalan bidome, dê pêş bikeve an na?. Ji ber vê yekê Serokwezîrê wê demê Bülent Ecevit got, "Ez hîn jî fêm nakim çima wan APO radestî me kirin." Ji ber ku her nêzîkatiyek li hember Rêber APO ji bo gelê Kurd wekî meseleyek jiyan an mirinê dihat hesibandin, Tirkiye neçar ma ku li gorî vê rastiyê nêzîkî Rêber APO bibe. Di encama biryarek bi gelek sedeman de ku di vê gotarê de nayê vegotin, cezayê darvekirinê yê ku ji Rêber re hatibû dayîn veguherî zindana heta hetayê ya girankirî û tecrîda giran a ku ew hîn jî lê ye, hatiye bicîhanîn. Bi pêvajoya komployê re ku bi awayekî berbiçav bi derketina Rêber ji Sûriyê dest pêkir, Rêbertî bi xwe gelek vebijarkan nirxand û li ser gelek rêbazên berxwedanê sekinî da ku komployê têk bibe. Paşê dema ku vê mijarê dinirxand, Rêbertî digot, "Berdewamkirina vê kevneşopiyê bi berxwedana mîna Kemal Pir re jî vebijarkek bû, lê min fikrî ku hin rastî dê veşartî bimînin û ji bo têkbirina vê lîstikê, min biryar da ku ji bo aştiyê bijîm." Îro tê dîtin ku Rêbertî hîn jî heman nêzîkatiya xwe di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de digire. Nêzîkatiya li hember Rêberekî ku bi salan di şerekî mezin de ye û dixwaze ev şer bi rêya aştî û siyaseta demokratîk were çareser kirin, lê nêzîkatiya li hemberî wî ew bû ku rejîma tecrîdê ya Îmraliyê bi awayekî plankirî û sîstematîk were kirin.
Îmralî, bi hemû rastiya xwe, pergalek qirkirinê ye
Bê guman, gelek tişt hene ku mirov dikare li ser pergala Îmraliyê bibêje. Îmralî bi bêqanûniyekê tê birêvebirin ku ji hemî pergalên din ên girtîgehê derbas dibe, qanûn û edaletê ji hemî qaîdeyên gerdûnî cuda û taybetî ji bo kesek û cîhekî bicîh tîne. Bi vê wateyê, Îmralî ne girtîgehek normal e. Zindana Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya bêhempa ye ku bi cih, şert û merc, sêwirandin û yên ku tê de têne girtin ve têde diyar kirin. Her çend dîroka wê ji destpêkê ve siyasî bû jî, piştî hatina Rêbertî, ew veguherî sîstemeke siyasî ya bi temamî. Li Îmraliyê ne qanûnên cezayî, ne qanûnên dewletê û ne jî qanûnên mafên mirovan ên gerdûnî nayên sepandin. Rêber APO bi xwe ji bo vê sîstemê gelek ravekirin û analojiyan kiriye û gotiye ku "Îmralî ji zindanekê wêdetir e; ew odeyeke îşkenceyê ye. Rewşa min li vir rehînegirtin e, û Îmralî wekî sîstemeke qirkirina Kurdan hatiye plankirin." Îmralî bi tevahî wekî sîstemeke qirkirina Kurdan hatiye xebitandin. Her nêzîkatiya ku li Îmraliyê pêş ketiye wekî nêzîkatiyek ji bo Kurdan hatiye pênasekirin. Rewşa hesas û girîng a Rêber APO ji bo gelê Kurd ji hêla dewleta Tirk ve hatiye amûrkirin, her gav armanc ew bû ku li dijî Kurdan were bikar anîn. Rejîma qirkirina Kurdan ji Îmraliyê dest pêkir li Kurdistanê belav bû, Îmralî kir xala destpêkê di plana tasfiyekirin û qirkirina Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd de. Bi vî awayî hewl hat dayîn ku hem Rêbertî li dijî gelê Kurd û hem jî gelê Kurd li dijî Rêbertiyê were bikar anîn. Bêgûman hem berxwedana domdar û bêhampa ya Rêbertiyê û hem jî têkoşîna tevger û gel van pilanan hemû pûç kirin.
Tevî hemû taktîkên înkar, îmha û şerê taybet ên Komara Tirkiyeyê ku hebûna xwe li ser înkara nasnameya Kurd û berdewamiya xwe li ser pêkanîna qirkirina Kurdan ava kiriye, Rêber APO qet ji armanc, meqsed û têkoşîna xwe ya ji bo wê neqediyaye. Her çend armanca destpêkê Kurdistaneke serbixwe ji bo Kurdan û stratejiyeke şerê gel a demdirêj li ser vê bingehê bû jî, Rêber APO qet ji fikra jiyana hevbeş dûr neketiye û bi demê re dilsozbûna wî ya bi dîrok û pêşerojeke hevpar re hîn zelaltir bûye. Hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingehek siyasî ku bi agirbesta sala 1993’an dest pêkir, ji wê demê ve bi berdewamî berdewam kirine û wî qet dudilî nekiriye ku fersenda herî piçûk jî bikar bîne. Dîrok şahidiya ked û hewildanên Rêber APO dike. Agirbesta ku wî di 1ê Îlona 1998’an de wekî lêgerînekî nû ragihand, bi komployek navneteweyî re rû bi rû ma; Rêbertî bi fîzîkî hate tasfiyekirin û armanc ew bû ku Kurd bi tevahî werin tunekirin. Her çend bi rêya vê komployê hate revandin û radestî Komara Tirkiyeyê hate kirin jî, gotinên wî yên yekem ew bûn ku ew amade ye ji bo aştiyê bixebite. Ev helwest û sekn îro jî bi heman biryardariya roja yekem berdewam dike. Rêber APO ku pêvajoya Îmraliyê veguherand ji nûve zayînek û cihekî mezin ê berxwedanê bêguman di 27 salên borî de guhertin û pêşketinên girîng afirandiye, Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd, Tevgera Azadiya Jinan û hemû gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin bi berdewamî kiriye beşek ji vê pêşketinê. Têgihîştina Rêber APO ya rastiyê dişibihe wê rastiyê ku guhertinek piçûk jî di gerdûnê de bandorê li tevahiya gerdûnê dike. Bi balkişandina xwe ya tund a li Îmraliyê, Rêbertî ji ber hesta berpirsiyariyê ya li hember gel, dîrok û mirovahiyê pêşkeftinek mezin a rewşenbîrî bi dest xistiye, her pêşketinek ku di hundurê xwe de afirandiye bi parvekirina wê bi gel û mirovahiyê re kiriye faktorek girîng a guhertina gerdûnî. Bi vê pêşketinê re ew ji bo her kesê ku li rastiyê digere û bi pirsgirêkên dîrokî û civakî re eleqedar dibe, bûye çavkaniya îlhamê û hêzek kişandinê. Bi berdewamî hilberandin, berfirehkirina hêza wateyê, bilindkirina hestan û hevrêzkirina wan bi ramanê re, wî di vê serdemê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd guhertinek paradîgmatîk afirand, gelek parastin amade kir, nexşeyên rêyan çêkir, û herî dawî bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk asoyek nû vekir û hêviyên nû kir. Rêber APO bi kişandina magnetîkî ya ku afirand, di cîhana ramanê, zîhniyetê û şêwaza jiyana her kesê ku ketiye nav rêça wî de, guhertinên mezin çêkiriye û berdewam dike. Rêber APO ku bi salan li Îmraliyê bi armanca qelskirina hêza xwe ya giyanî û exlaqî tecrîd û marjînalîzekirî ma, bi rêbazên xwe yên bêhempa rêyên derketinê afirand, mîna tevgerek, mîna gel tevdigere. Wî xwe bi awayekî pratîkî li hemî şaneyên xwe dabeş kir û her yek ji wan organîze kir, xwe veguherand milyonan û di kesayetiya xwe de hêzek civakî afirand. wefabûna Rêber APO bi dîroka hevpar a Kurd-Tirk a hezar salan û biratiyê re her gavên wî ber bi afirandina derfetên nû ji bo çareseriyek aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd ve biriye. Di dawiyê de pêvajoya ku wî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê dest pêkir jî encama vê lêgerîna berdewam e.
Me got ku di sedsala dawî de meha Sibatê di dîroka Kurdan de her tim bi neyînîtiyê ve girêdayî ye. Rêber APO her wiha 15ê Sibatê wekî "Roja Qirkirina Kurdan" pênase kir. Her kesê ku van pêvajoyên dîrokî, heta hinekî jî şopandibe, dikare bibîne ku Dewleta Tirk bi dîrokên ku girîng dibîne ve mijûl e. Rêber APO bi têgihîştina nêzîkatiya Komara Tirkiyeyê ya ku dixwaze dîroka qirkirina Kurdan di 15ê Sibata 1925’an de dest pêkir, bi dîlgirtina xwe ya di 15ê Sibata 1999’an de temam bike, bi hemû hêza xwe şer kir û berdewam dike da ku vê dîrokê berevajî bike. Belkî ji sala 1999’an vir ve û heya Sibata 2025’an, digel şermezarkirina komployê, bendewariyek cûda afirand. Her kes li ser daxuyaniya dîrokî ya ku Rêber APO dê bida, bi înîsiyatîfê re mijûl bû. Û ew daxuyanî bi matmayîbûna xwe destpêka serdemeke nû hem ji bo Tevgera Azadiya Kurd û hem jî ji bo gelê Kurd û Tirk nîşan da. Çarenûsa Kurdan di dawiya sedsalê de bi Rêber APO re guherî; Nasnameya Kurd ku li ser darvekirinê bi dawî bû, anîn ser maseya danûstandinan. Dema ku em Sibateke din dijîn, di heman demê de amadekariyên şermezarkirina komployê careke din dikin, em wekî Kurd xwe ji bo parastin û bidestxistina banga dîrokî ya 27ê Sibatê ya Rêbertiyê birêxistin dikin. Tê fêmkirin ku Sibat dê di dîroka Kurdan de bi girîngiyek cûda were hesibandin û dê her gav hesas be.
Ji bo ku erkên Rêbertiyê werin bicihanîn, azadiya mutleq pêwîst e.
Her çend ji 27ê Sibatê vir ve di hin aliyan de pêşketinên girîng ên dîrokî çêbûne jî di şert û mercên Rêbertiyê de ti guhertin çênebûye. Rêbertiya ku behsa wê tê kirin ew e ku bi berfirehkirina têkoşîna hebûn û azadiyê her roj hebûna Kurdan di kesayetiya xwe de misoger kiriye û her dem ji bo azadiyê şer dike. Kurdan bi tevahî eşkere kirine ku danûstandinkarê sereke Rêber APO ye. Ev rastiya li ser Rêber APO xuya dike ji hêla Dewleta Tirk ve jî hatiye fêmkirin. Lêbelê, tevî vê yeke di warê dabînkirina azadiya fîzîkî ji bo jiyan û xebatê de ti pêşketin çênebûye. Her çend tecrîda giran hatibe şikandin û di şert û mercên hevdîtinan de hin guhertin hatibin kirin jî, sîstema tecrîda Îmraliyê nehatiye rakirin. Heta pêkanîna mafê hêviyê jî li gorî gelek nêzîkatiyên siyasî tê ziman. Bifikirin ku Rêbertî di nav vê sîstema tecrîdê ya bi taybetî hatî pêşxistin de, bi awayekî azad û serbixwe nêrînên xwe bi raya giştî û kesên ku dixwazin guh bidin wî, bi dilxwazî û dema xwe radigihîne, tê wateya şaşfêmkirina sîstema Îmraliyê û armanca wê. Lêbelê, her çend dilsozî dubare tê tekez kirin jî, divê şert û mercên kesê ku wekî danûstandkarê sereke di çareserkirina pirsgirêkan de tê şêwir kirin bê şert û merc werin baştir kirin. Azadî ji bo ku bibe nûnerê sereke û danûstandkarê sereke teqez pêwîst e. Ji bo ku Rêbertî erkên xwe bicîh bîne jî azadiya mutleq pêwîst e. Bi vî rengî bêyî di daxuyaniyên ku li ser navê Dewleta Tirkiyeyê di dema danûstandinan de bi Rêber APO re hatine kirin de werin gotin, heya ku Rêber APO bi fîzîkî neyê azad kirin, ti pêşveçûn ji bo Kurdan bi rastî wekî dilsoz û mayînde nayê hesibandin. Ceribandina dilsoziya Dewleta Tirkiyeyê di nêzîkatiya wê ya banga dîrokî ya Rêber APO de rasterast bi van şert û mercên azadiyê ve girêdayî ye.
Her çiqas em vê Sibatê bi girîngiya wê ya dîrokî dijîn jî, pêşketinên li Rojava jî balê dikişînin. Çeteyên DAIŞ'ê ku xwe wekî modern nîşan didin lê bi zihniyetek barbarî, bertek û komkujiyan, êrîşî Şoreşa Rojava û destkeftiyên Kurdan dikin ku bûne sembolên parastina rûmeta mirovan. Ew vê yekê bi piştgiriya gelek hêzên herêmî û cîhanî dikin. Bi rêya El Colanî ew armanc dikin bigihîjin armancên ku sedsalek e negihîştine û bi vî rengî sêwiraneke nû ya ji bo Rojhilata Navîn plankirî bicîh bînin. Hêzên ku Kurdistanê parçe dikin û Rojhilata Navîn vediguherînin xwînrijandina rojane dê bi têkoşînek ku dê bi şerê Kurd-Ereb dest pêbike û bigihêje şerê Kurd-Tirkiyê yê ku bi salan dom dike, derfeta birêvebirin û bikaranîna vê herêmê bi dest bixin. El Colanî di vê pêvajoyê de wekî faktorek kukla hatiye amadekirin û pêşkêş kirin. Her çiqas her kes gelek nirxandin û texmînan li ser êrîşên li ser Rojava dike jî, Rêber APO jê re gotiye "Komploya Duyemîn a Navneteweyî". Her çend rast be ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hate pûçkirin jî, rastî ew e ku komplo bi şêweyên din jî berdewam dike. Ev hişyarî ji bo Kurdan pir girîng û jiyanî ye. Komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê ku armanc dikir qirkirina gelê Kurd ya bi Rêbertî temsîl dikir, pêk bîne û komploya navneteweyî ya duyemîn ku bi rêya Rojava pêş ket armanc dike ku qirkirina Kurdan temam bike. Armanca her du komployan jî di bingeh de yek e. Her du komplo li Sûriyeyê, di nav de Rojava jî, dest pêkirin. Armanca her du pêvajoyan Rêber APO û paradîgmaya jiyanê ya ku wî pêşxistibû bû. Şoreşa Rojava şoreşek e ku bi hewldana berbiçav a 20 salan a Rêbertî hatiye amadekirin û hîn jî perspektîfa xwe ji Rêber APO digire. Rojava ew cih e ku zîhniyet û paradîgmaya APO lê pêk tê, hêvî lê tê pêşkêş kirin û jiyanek azad û wekhev lê geş dibe. Di vê wateyê de, parastina Rojava tê wateya parastina Rêber APO. Parastina Rojava tê wateya parastina nasnameya Kurd, hişê Kurd, jina azad û civakîbûna wê ango komînalîteya wê ya nûjenkirî.
Gelê Kurd ku bi refleksa parastina Rojava û Kurdistanê ve daketine qadan di ruh û hestan de yekîtiya neteweyî ya Kurd bi dest xistin. Şervanên YPJê, sembolên pêşengiyê di berxwedanê de û têkoşîneke hevpar a jinan di porê xwe yê bi pêçayî de hunandine. Di encama vê berxwedan û têkoşîna hevpar de, tifaqeke hevbeş hatiye îmzekirin û ev pêvajo berdewam dike. Ger ev tifaq li ser bingeha lihevkirî were bicîhanîn, dê derfetên demokratîkbûnê li Sûriyeyê biafirîne û Kurd dê li Rojava hemwelatîbûna wekhev bi dest bixin. Her çend ji ber nezelaliya rewşa heyî, zîhniyeta DAIŞ'ê ya HTŞ'ê û bê guman, fobiya berdewam a Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan hîn kes newêre bi eşkereyî bibêje jî, bi awayekî statuya Rojava dê were qebûlkirin. Bê guman gelek fikar hene li ser mayîndetiya vê tifaqê. Ji ber ku zîhniyet paşverû ye, îdeolojî DAIŞ e, karakter baviksalar û dijminê jinan e û kiryar jî komkujî ne. Di vê wateyê de, parastin û berevaniya Rojava berpirsiyariyeke dîrokî ya bingehîn e ku hestiyarî û hişmendiyê hewce dike.
Vejîn Roj Serhet


