Komploya 15ê Sibatê dê hetahetayê wekî xiyanetekê were şermezarkirin ku bi hezaran salan ji bîra Kurdan nayê jêbirin.

Ev pêvajo dê wekî yek ji neheqiyên herî mezin ên li dijî gelê Kurd hatine kirin were bîranîn. Ev komploya ku di sala 1998’an de hatiye plankirin û di sala 1999’an de hatiye bi cîh anîn, ne tenê li dijî Rêber APO, lê bi rêya wî li dijî tevahiya gelê Kurd êrîşeke kûr û berfireh bû. Dema ku em li du sed salên dawî yên dîroka Kurd dinêrin, em dibînin ku xiyanetên navxweyî û xiyaneta hêzên ku wekî "Dost" xuya dikin gelek caran çêbûne. Gelê Kurd di demên berê de ji ber van pêkanînan derbeyên giran xwarin e; wan demekê dirêj nekarî ji van birînên kujer ên girêdanên dostanî û hevaltiyê ku aliyên giyanî yên herî bingehîn ên mirovbûnê ne, xwe rizgar bikin.

Tevî vê yekê, Kurdan ku ji ber hesreta xwe ya kûr a ji bo serxwebûn û azadiyê ketine rê her tişt xistine xetereyê, wan qet dev ji berxwedan û lêgerîna azadiyê bernedan e. Pêvajoya tepeserkirina serhildanên Kurdan bi komkujiyan heta salên 1940’î berdewam kir, piştî wê "Bêdengiyeke mirinê" bi qasî 30 salan serdest bû. Heta radeyekê ku êdî kesî newêrîbû navê Kurdbûnê jî bi lêv bike. Wekî ku Rêbertî diyar kir, Kurdbûn bibû têgeheke "Lanetkirî" ku her kes jê dûr diket. Girînge roja ku ji bo komployê hatiye hilbijartin bi roja ku serhildana Şêx Seîd, yek ji mezintirîn serhildanên dîroka Kurdan hate tepeserkirin û Şêx Seîd hate îdamkirin re, hevdem bû. Dijmin dixwest bi vê dîroka ku ji bîrê nayê jêbirin careke din "Dersekê bide", lê belê tiştê ku wan li ber çavan negirt ev bû ku ev Rêber ji Rêberên din cuda bû.

Kmpanyaya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" Analîzên Rêber APO ên li ser koletiya neteweyî, gerdûnî û xeta azadiyê ya ku wî wekî alternatîfek ji bo wê pêşxist, di hemû gelan de, nemaze di nav Kurdan de, ronakbîriyeke mezin afirand. Vê hişmendiyê di komploya 15ê Sibatê de giyanekî mezin ê fedakariyê eşkere kir. Gelê Kurd û dostên wan li çar aliyê cîhanê bi kampanyaya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" rabûn ser piyan; bi sedan mêr û jinên welatparêz li dora Rêbertî çembera agir çêkirin da ku li hember vê êrîşê bisekinin. Bi milyonan kesên ku derketin kolanan û bandorên ku ji hêla şervanên fedakar ve hatin afirandin, hêzên komploger şoqkirin. Vê asta hevgirtinê bi giranî komploya pêşveçûyî têk bir. Rêbertî û fedakariya destanî ya jinan di vê pêvajoyê de bi taybetî pir mezin bû. Ji hevala me ya Rûsî Elefterya dayika du zarokan, bigire heya Rahşan, keçeke ciwan a Kurd li ser dîwarên Amedê, bi sedan jin bi ruhekî bênavber tevlî vê berxwedanê bûn.

Îdeolojiya Rizgariya Jinan û Berxwedana Îmraliyê ya Rêbertiyê, dîroka jinên ku di tariyê de hatibûn hiştin ronî kir; wî hewldanek mezin da ku jinan ji pergala mêrêserdest rizgar bike. Yek ji sedemên sereke yên komployê ew bû ku armanc jê derxistina jinan ji pergalê û pêşxistina hişmendiya wan a aîdiyeta civaka xwezayî û pergala komunal bû. Ev komplo, bi awayekî tolhildana pergalê bû, lê belê helwesta ku ji hêla gelê Kurd û jinan ve bi berdêla jiyana wan hate girtin, ev pilan têk bir. Tevî tecrîda dijwar û teslîmbûna bi darê zorê li Girava Zindana Îmraliyê, Rêbertî li şûna ku paşve gav bavêje, paradîgmaya dewlet-navendî derbas kir; wê rûyê qirêj ê hegemonya kapîtalîst eşkere kir. Bi veguherandina Îmraliyê bo dibistanek û qadeke şoreşa rewşenbîrî, careke din hemû hêzên komploger têk bir. Yên ku difikrîn ku ew dikarin bi rêya NATO, Gladio û hin hêmanên paqijkirina navxweyî (wek Osman û Botan) tevgerê kontrol bikin, nekarîn asta hişmendiya ku gel û kadroyên Kurd gihîştinê fêm bikin.

Tasfiyekarî li hember pabendbûna bi Rêbertiyê û xeta azadiyê re têk çûn. Wekî jinên milîtan û pêşengên gel, em berpirsiyar in ku Rêbertiyê di her dem û li her cihî de bi awayekî rast fam bikin û bi pêk bînin. Tenê bi vî rengî em dikarin ji bo komplogeran bibin kabûsek û ji bo gel û jinan bibin çirayek hêviyê. Di dawiyê de, em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin heya ku em hevdîtineke fîzîkî di navbera Rêbertiyê, jin û gel de pêk bînin. Ev soza me ya herî mezin e.  Li dijî hemû komplogeran, roj û jinên rojê dê bi serbikevin serdest jî wê di germahiya vî agirî de bimirin.

ZÎLAN AYDIN TURAN