• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. PÊŞENGÊN ME

JI DEŞTA GEVERÊ ŞILÊREKE APOGERÎ

Sal 1988’e, li Gevera berxwedêr  dengê qêrîna zarokekê radibe di tarîtiya şevê de. Bi wê qêrîna xwe, perda bêdengî û xemgîniya ku dijminê mirovahiyê bi ser Kurdan de berdaye diqetîne û dike du parçe. Wê şevê ji malbata Tekîn re rûperiyeke ku serê wan bilind bike esîmanan tê dinê, Şehla Tekîn tê jiyanê. Gundê ku Şehla tê de mezin dibe di hembêza çiyayan de ye. Dengê qlêşa Gerîla dema digre bi ser dagirkeran de her tê guhê wê. Dema li bilindahiya çiyayê dora xwe dinêre, tenê dîmenê Gerîlayê Azadiyê bi çek û rext di rêza meşê de tê ber çavê wê, wiha bi heyranî dinêre û pêre xwe jibîr dike. Te digot qey Şehla hatiye diniyayê ji bo bibe gerîla. Ji xwe şeva tê de ji dayika xwe re çêdibe bi qêrîna xwe gotibû ‘’Ez li vê sîstemê jiyan nakim, ez ya welatê xwe me, ya gelê xwe me. Ez ya PKK’ê me û ti car nabim a vê pergala rizî’’ Evîna wê bi hatina wê a dinyayê re diwelide û roj bi roj pê re mezin dibe. pir caran di wî dilê xwe yê biçûk de hezkirinên bi deh qatan girantir lê bar dike. Rêber Apo bandoriyeke pir mezin li ser dide avakirin û dibe xala merkezî di jiyana wê de. ji bo azadiya Rêbertî tekoşîn kirin tevlî Partiya wî bûyin, tiştê herî esasî bûn ku, ji bo girêdana xwe ya pê re şênber bike. Ji bo vê di sala 2010’an de biryar dide derkeve serê çiyê. Lê ji ber hinek astengiyan di wê demê de rê li ber çûna wê tê girtin. Bi evîna xwe re jiyana xwe dewam dike û her lêgerînê xwe didomîne. Di sala 2013’an de dema Qetilama Parîsê çêdibe, Pêşenga Tevgera Jin Sakîne Cansiz bi du rêhevalên xwe re, Ronahî û Leyla re digihîjine şehadetê, Şehla mayina xwe ya nav wê sîstemê deqeyek din tehmûl û qebûl nake. Bi hêza vîn û îrada xwe, di ser her cure astengî re derbas dibe û berê xwe dide asoyên heqîqetê.Li Xakûrkê Şehla hesreta evîna xwe ya zaroktî tîne cih. Êdî ew jî dikete rêzemeşa gerîlayan de, ew jî xwedî çek û rextê lêgerîna jiyana azad bû. Li wir perwerda xwe ya bingehîn dibîne û ji nêz de rastiya PKK’ê û Rêber Apo dinase û fam dike. Hezkirina wê a ku berê bi dil dihate bi rêve birin, bi hestan dimeşiya, piştî perwerdê û nasîna felsefa Rêber Apo, bi fêmkirina ramanê wî re, bû hezkirineke rêxistinkirî û bi hêza dil û aqil bi hevre edî dihate bi rêve birin. Vê evînê êdî berhemên bi bandortir û mezintir bi xwe re ava dikir. Dewleta Tirk a qirker di dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd de, ti car sînor nenasiye. Ji xwe tenê di êrîş kirinê de Kurdistan dibe yek parça li gel wan. Vê carê bi navekî cuda bi navê çeteyên Daîşê êrîşî ser xelkê wargeha Mexmûr û bajarê Musilê dikin. Ji xwe Partiya Karkerên Kurdistan mîna hewariyan li her cihî diçûn bi hewara gelê herêmê ve. Ji bo gel ji bindestî û zilma wan hebûnên sosret xilas bikin her cure fedekarî kirin. Di nav wan karwanê hewariyan de Şehlaya ku navê xwe kiribû Ezda jî cihê xwe girtibû. Ezda bi siwariyê kêleka xwe re li hespê egîdiyê siwar dibin û bi çeka îdeolojiya Apoyî berê xwe didin deşta Musilê, wargehê evîna Derwêş û Edûlê. Heval Ezda jî weke hemû kadroyên HPG’ê û YJA Starê ji bo rizgar kirina gel ji wê zoriyê, çi ji destê wê hat bi comerdî anî cih. Şer kir, xebitî, li berxweda û têkoşiya. Weke ku li Şengalê, li Rojava jî çêbû Gêrîlayên Azadiyê piştî qedandina erkê xwe yê wijdanî û însanî berê xwe carekedin dane çavkaniya jiyana bi wate, berê xwe dane wargehê li çiyayê bi heybet. Piştî wî şerê giran û dîtina rastiyên dermirovî ku derdiketin pêşbirî wan, bi lêhûrbûneke kûr, di çarçova parêznameyên Rêber Apo de, wan pratîkê xwe dinirxîne, gelek  wane û ezmûnên bi sûd jê werdigre. Êdî di aliyê tecrûbê leşkerî de fermandar Ezda bibû xwedî qezenceke ber bi çav. Ji bo xwe bigihîne armanca xwe û riya xwe ya şoreşgerî bi serkeftî domdar bike, li kêleka leşkertiyê pir girîngî dide avakirina kesayeta xwe ya ji hêla bîrdozî de jî.  Bi taybet di eksena xeta jina azad de dikeve nav nakokî û lêgerînên dijwar de. Hem bi kesayeta xwe re, hem bi cinsê xwe re û bi zihniyeta zilamê serdest re tekoşîneke bi zanist û li ser hîmên felsefa Apo’yî dide meşandin. Yek ji lingên esasî ji bo pêkhatina Şoreşa Rojhilata Navîn, bi rengê îdolojiya Apo’yî azadiya jine. Wekhevî û demokrasiya di navbera herdu zayenda de ye. Ji bo vê Ezdaya şehreza her dixwaze xwe di van xalan de perwerde bike û bibe xwedî bandoreke erênî di tetbîqkrina vê regezê de. Dema mirov heyecan û moralê di nêvenga ku Heval Ezda tê de didît, bi hesanî mirov tê digihişt ku ev mirov çiqas eşqeke mezin li hember jiyanê û hevaltiyê, di fuadê xwe de radike. Dema hevalên wê lê dinerin di çavên wan de wê biriqînê ji te re digot ew hezkirin du miliye û hevpare. Bi lehengiya xwe, bi fedekariya xwe ya şer û jiyanê wê dilê hevalê xwe dîl girtibû û nirxekî mezin jê re dihate peşkeş kirin. Di  sala 2016’an de, tekoşera asî bi pêşinyar û xwesteka xwe ya mezin dikeve ser riya Bakûrê Kurdistan û berê xwe dide qadê cenga giran, dide Botana bi nav û deng. Piştî berxwedana xweseriyê li Bakûrê Kurdistanê, piştî nivîsîna destanên dîrokî yê bi destê Çiyager, Zeryan, Nûcan û bi dehan qehremanên bi wan re, bi biryaya ku biçe bibe dewamî ji wê destanê re, ew berê xwe dide Cûdiyê miradan. Bi dirêjahiya şeş salan Ezdaya şerker li ser xaka pîroz, li warê Egîdan û Delalan, li warê Çîçekan gêrîlatî dike. Nahêle yek bihust ji axa Botanê dilê xwe jê bigre, li her derê digere, bedewî û resentiya çiyayên kevnar di hafîza dil û çavê xwe de qeyid dike. Ezdaya çiyayî mîna ku zû bi jiyana çiyê re bibû yek, pir zû bi erdingariya Botanê re jî dibe yek û hevaltiyek ji dil û can pê re datîne. Şeş salan bi kanî, dar, gul,asîmanê Botanê re bi hevaltiyeke watedar jiyan dike. Ji bo parastina wan manewiyatan kete pir şer û cengan. Bi neyarê mirovahiyê re kete gelek hesaban û pir caran ew ceza kir. Ezda bibû xeyalê xof û tirsa  di dil û rihê leşkerê artêşa dagirker. Di roja 7’ê Îlona sala 2022’yan de, li herêma Mistê Elî a girêdayî çiyayê Cûdî, artêşa dagirker bi operasyonekî dixwaze serweriya xwe bavêje ser xaka pîroz. Li vir heval Ezda bi rêhevalê xwe Mahîr re, dikevin cengeke giran bi wan re û rê nadin pêla xwe ya dagirkeriyê pêk bînin. Di wê cengê de Ezdaya leheng bi heval Mahir re heya gula xwe ya dawî bi dagirkeriyê re şer dikin û digihîjin jiyana ebedî bi şehadeta xwe.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 22 Ağustos 2024
Görüntüleme: 501

Fermandara Pêşeng û Dilwêrek: Berçem Roj

Ewladên Mezopotamya ya zêrîn ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet bê navber di rêka azadiyê de têdikoşin. Berdêla vê rêka pîroz giran e. Lewma lehengên vê axê, di oxira vê rêkê de fedekartiyeke mezin dan ber çavên xwe. Keç û xortên Kurd tevî di zanebûna vê yekê de ne dîsa jî bê dudilî dest avêtin çekê û derketin serê çiyayên azad. Ji ber ku hêviyên herî azad di dil û mejiyê wan de lêdida. Lehengên vê serdemê xwedî vê îdayê ne ku wê ji bo gelê xwe siberojên azad biafirînin. Yek ji van lehengan ku ji bo azadiya gelê xwe, berê xwe dide çiyayên azad Berçem Roj e.

Di berbangê de bi hilatina rojê re Ayşe Ayhan çavê xwe li dinê vedike. Ew di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Bi çanda Kurdewarî teşe digre. Her ku mezin dibe dikeve ferqa dagirkeriya ser welatê xwe. Bi ketina zanebûna dagikeriyê re bi gelek nakokiyan re rû bi rû dimîne û dibe xwedî lêgerîn. Di encama van lêgerînên xwe de tenê tevgera PKK’ê weke rêka azadiyê dibîne. Ji bo wê jî di sala 2009’an de berê xwe dide nava refên gerîla.

Ayşe Ayhan bi navê xwe yî nû Berçem Roj, çavê xwe li jiyaneke nû, li jiyaneke bi rûmet, li jiyana Apoyî vedike. Ev jiyana ku berê xwe dayiyê, wê jê re bibe bingeha têkoşîneke rast ya li hember dagirkeriyê. Lewma ew pratîka xwe ya yekemîn li Xakûrkê dimeşîne. Rêber APO di nava nirxandinekî xwe de dibêje: “Eger hûn gavê xwe yên yekemîn di nava tevgera azadiyê de ser bingehekî saxlem biavêjin, heta dawiyê çi zor û zehmetî derkeve pêşiya we jî hûnê bi serkeftî van astengiyan derbas bikin.” Berçem ev perspektîfê Rêber APO ji xwe re esas digre, ew jî gavên xwe yî destpêkê li ser bingeheke saxlem davêje, lewma ti zehmetî li pêşiya tekoşîna xwe nake astengî û bi gavên serkeftî dest bi meşa xwe ya li Xakûrkê dike. Ew di nava salekê de pratîkeke têr û tije dide meşandin û ji Xakûrkê berê xwe dide Zap’ê.

Bi heyecan û kelecaneke mezin ve ber bi Zagrosan, Eyaleta Zap’ê ve dikeve rê. Evîndara azadiyê li eyaleta Zap’ê, di nava asîbûna çiyayên Zap’ê de, di nava zor û zehmetiyên pratîkên Zap’ê de kesayeta xwe mîna asîbûna van çiyayan ava dike. Kesayeteke wiha asî di xwe de ava kiriye ku ti bahoz û bager nikarin têleke ji porê wê jî bihejînin. Ew her dem bi xizekê ve di nava pêşketinên bê navber de ye. Taybetmendiyên mîna dilnizmî, ji xwe bawer, fedekar û şerkerî di kesayeta xwe de ava dike. Ev xisûsên ku di şexsê xwe de daye ava kirin yekbûyinekê di navbera wê û rêhevalên wê de dide ava kirin. Ji ber ew dibîne ku ev têkiliyên hevaltiyê yên di nava PKK’ê de xwedî girêdanbûneke xurt û yê ku wan dibe zafere jî ev têkiliyên hevaltiyê ne. Bi hevalê xwe re bûyina heval, bi Roj ê re bûyina heval pîvanekî milîtanên Apoyî ye. Gerîlaya azadiyê, dildara welatê rojê li xakên Zagrosan yê asî derbasî eniya Cîlo dibe.

Cîlo bihûşteke li ser rûyê erdê ye. Bi xweşikbûn, asîbûn û dewlemendiya erdnîgariya xwe ve di dilê her gerîlayekî de xwedî nirxekî giranbûha ye. Her zinarekî wê ji lehengên dilwêrek re malovanî kiriye, hembêza xwe ji gelek keç û xortên leheng re vekiriye. Şikêrên asî yê Cîlo bi bedewiya xwe ve dilê gerîlayên azadiyê germ dike. Hêza serxistina hemû zor û zehmetiyan di gerîla de ava dike. Jina pêşeng Berçem her bi xwesteka tolgirtina êşên salan yê gelê xwe jiyan dike û bi îddaya serkeftinê tevlî gelek çalakiyan dibe. Di van çalakiyan de rol û misyoneke giring dilîze û serkeftinên mezin bi dest dixe. Cîlo qehremaneke dilwêrek û pêşeng dike mêvana lûtkeyên xwe. Berçem li qada Cîlo şerê azadiyê bilind dike û lehenga dikwêrek weke şerkereke fedaî di şer de cihê xwe digre. Her ku dem derbas dibe di nava şer de pêketinên mezin di kesayeta xwe de ava dike û ezmûnên hîn mezintir bi dest dixe. Bi pratîka xwe ya serkeftî û sekna xwe ya jiyanê ve dibe fermandareke pêşeng ya YJA Star’ê. Fermandara ciwan piştî vê pratîka xwe ya serkeftî, ji bo bûyina milîtaneke xurt di xeta jina azad de û ramanên Rêber APO ji nêz ve nasbike berê xwe dide akademiya jina azad ya Şehîd Bêrîtan. Ji bo wê di akademiya Şehîd Bêrîtan de li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan perwerde dîtin rûmeteke mezin bû. Di nava perwerdê de her dem fikrên Rêber APO yê ku nirx dide jinê pir bala wê dikşîne. Ew di nava vê perwerdê de dixwaze taybetmendiyên jinê yê ku Rêber APO radixe ber gerîlayên jin ew jî para xwe jê bigre. Ji bo wê jî ew di nava perwerdê de hêza guhertin û veguhertinê ji xwe re dike bingeha tevlîbûna perwedê. Bi dawîkirina perwerda xwe ve û qezenckirina van taybetmendiyên jina azad ve berê xwe weke fermandar dide qadên pratîkê. Fermandar Berçem li qada Garê, bi îrade, cesaret û zanebûneke hîn bilindtir tekoşîna xwe didomîne. Bi sekna xwe ya berxwedêr li her qadeke tekoşînê ji xwe re xeta Apoyî esas digre û ser vê hîmê dimeşe.

Fermandar Berçem bi biryardarî û baweriyeke mezin ve dixwaze bigihîje hesreta di dilê xwe de. Di xeyalên bedew yê fermandar Berçem de çûndina Bakûrê Kurdistanê heye. Ji bo bigihêje vê hedefa xwe, ked dide û her roj îddaya xwe ya serxistina şerê azadiyê mezintir dike. Di dilê wê de kelecan û germahiya xakên bedew bilind dibe û dilê dildara welatê rojê bi eşqa azadiyê lêdide. Êdî dem hatibû ku ew bibe rêwiya rêyên dûr û bighêje hesreta dilê xwe. Gerîla Berçem bi vê heyecanê ve dibe rêwiya Bakûrê Kurdistanê.

Li ser axa Bakûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran şerkirin û agirê azadiyê bilind kirin ji bo her gerîlayekî rûmeteke. Li ser her çiyayekî Bakurê Kurdistanê yê bi heybet meşandina tekoşîna azadiyê di xeyalê her gerîlayekî de cihê xwe digre. Êdî Berçema dilderyayî ji bo çûndina Bakûrê Kurdistan di sala 2016’an de dikeve rê. Ji ber ku xwedî xeyalên mezine, hemû zor û zehmetiyan derbas dike û di xaçerêyên dirêj de baweriya xwe ya jiyana azad her dem nû dike. Bi ketina xaka Bakûrê Kurdistanê berê xwe dide qada Botanê, herema Wanê.

Fermandar Berçem bi îddaya zaferê, weke gerîlayeke têgihiştî û pispor tekoşîna xwe di asteke hîn bilintir de dide meşandin. Li herema Wanê bi sekna xwe ya ji xwe bawer weke fermandareke pêşeng dibe bersiveke mezin ji dijminê mirovahiyê re. Ji bo azadiya gelê xwe û derxistina dagirkeran ji ser axa qedîm beşdarî gelek çalakiyan dibe. Berçem weke fermandareke YJA Star’ê ya şerker, ji xwe bawer û asê di eyaleta Wanê de tê nasîn. Ew fermandareke fedekar, kedkar û cesûr e. Ew fermandareke ku ti caran ji pîvanên şoreşgertî tawîz nade. Ew fermandareke ku bi heybeta xwe çiyayan dihejîne.

Dewleta Tirk ya dagirker di Hezîrana sala 2017’an de ji bo dagirkirin û xelaskirina gerîla ji axa Bakûrê Kurdistanê operasyonekê li herema Wanê didin destpêkirin. Gerîlayên Azadiyê fedaiyên gelê xwe ji bo pûçkirina vê operasyonê bi xizekê ve dikevin nava tevgerê de û bersiva van dagirkeran tûj didin. Rojeke wiha ye ku çiyayan bi hemû heybeta xwe ve bejna xwe li hember fedaiyên şerker ditewand. Gerîla ji bo parastina rûmeta gelê Kurd bi qehremantiyeke bêhempa ve şer dikin û agirê ji namlûyên çekên wan derdikeve li asîmanên Kurdistanê vediguherî agirê azadiyê. Dengê şerê her sê fedaiyên axa pîroz li tevahî Kurdistanê deng vedida. Di vî şerê dijwar de, di berdêla ku dagirker van çiyayên azad dagir nekin fermandar Berçem tevî du rêhevalên xwe, xwe feda dikin û digihêjin bêmiriniyê. Fermandara welatê rojê Berçem Roj bi cesaret, vîn, çalakvanî, şerkerî û sekna xwe ve mîras û şopên hêja li pey xwe hişt ku wê dîkor ti carî vê fedaiyîtiya wê jibîr neke.

Rêhevala Wê ya Têkoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 19 Temmuz 2024
Görüntüleme: 497

WÊ TEŞIYA JIYANA XWE BI KED Û HEZKIRINA RÊHEVALTIYÊ VE DA RÊSANDIN

Ger ku jiyana PKK’ê bi deryayê re were şibandin, mirov dikevin nava lêpirsînên ku ewê bi çi rengî cihê xwe di nav de bigirin? Li ezmanên deryayê, ewrên şîn, li ser rûyê wê keştiyên zîvîn, di hundirê wê de masiyên zer û di binê wê de kevzên kesk hene. Gelo ez bibim ewr, an keştî, gelo bibim masî, an jî bibim kevz. Bi bersivên cuda cuda ve her kes cihê xwe diyar dike. Lê ger ku jiyan ji kuranî ve were fam kirin û mirov wêrek bin ewê bibêjin ezê bibim derya, bi ewr, bi keştî, bi masî û kevzên wê ve. Yek ji van kesên ku biryara bûyina deryayeke ku jiyana PKK’ê bi her tiştê wê ve di hundirê xwe de bihewîne daye rêheval û fermandara kedê Axîn Seydo ye.

 Ew ji Botana dîrokî û dilê Kurdistanê ye. Botana ku malxweyî jî gelek împeratorî û mîrnişîniyan re kiriye û xwedî mîrateyeke dewlemend e. Bi deşt û çiyayên xwe, bi gel û çanda xwe ve, ew warê berxwedanî û serhildanê ye, warê cengên girane, ew cihê ku şoreşa me ya çekdarî lê destpêkiriye ye, ew malzaroka guleya yekemîne ku mejiyê dagirkeriyê perçe kir û bi roja 15 Tebaxê ve mizgîniya rizgariyê û hatina cejna vejînê daye gelê Kurd e. Çi serbilindiyeke ku mirov di bajarekî bi vî rengî de ji dayik bibe û mezin bibe. Belê di sala 1989’an de caneke nû bi ruh dibe û bi navê Menfiyet Elçîçek mizgîniya hebûn û hatina xwe dide gelê Botanê. Li ber ronahiya find û çirayan bi kilçîva kildanka hêviyê ve çavên wê kil dikin. Ew ji eşîreta welatparêz ya Sorî ye. Menfiyet weke pîvokeke zozanan bi çanda Kurdîtî di nava jiyana koçeriyê de mezin dibe. Ew weke her koçerekê, dilpak û zaroka xwezayê bû. Li zozanan weke xifşeke nûgihayî li ser lat û zinaran dibeziya, jiyan nas dikir. Ew xwedî dilekî tije hezkirin bû û bi kedê mezin bibû.

Ji ber welatparêziya malbatê, Menfiyet ji zarokatî ve partiya azadiya Kurdistanê nas dike. Partiyê ji nêz ve nas dike û xwe weke perçeyeke ji wan dihesibîne. Ev mezinbûna li ser çand û exlaqê Kurdî her wiha ji sîstemê dûr, di çiyayan de jiyan kirin, dihêle ku hîmê jiyana xwe bi awayekî saxlem deyne.

Bihara Jiyana Xwe Bi Haveyna Azadiyê Ve Meyand

Her roja ku Menfiyet mezin dibû bêhtir bi hevalan ve dihat girêdan. Her wiha di malbata wê de gelek tevlîbûn çêdibûn, ev li ser wê bandoriyek ava dikir. Lê tevî temenê xwe yê ciwan jî xebatê milîstiyê dikir û kedeke pir mezin dida. Wê jiyana xwe bi kedê dida rêsandin, weke ku pêşiyên me dibêjin ‘’Heya ku kefa dest reş nebe tama dev jî xweş nabe’’ Felsefeya jiyana Menfiyet jî bi ked dayinê, jiyan xweşik kirin bû. Êdî hatin û çûyîna hevalan bibû perçeyek ji jiyana wê. Lê dema ku cara yekem şehadeta hevalên ku wana nas dikir û dihatin gel wan dibihîze, di kûraniya dil û mejiyê xwe de pê dêşe û bandor dibe. Ev şehadet dibe nuqteyek li pêşiya jiyana ku heyanî wê demê jiyan kiribû û dihêle ku bi şêweyekî nû hevoka jiyana xwe ya nû binivîse. Şehadeta hevalan kîna wê li hember dijmin pir mezin dike û biryara ranewestandinê ta ku tola wan rake, dide. Bi vî rengî bi haveynê biryara bûyina gerîlayeke azadiyê ve bihara jiyana xwe dimeyîne.

Wê Carekê Berê Xwe Dabû Germahiya Tavê, Pê Re Keniya Bû û Pê Re Bibû Yek

Menfiyet di rojeke pîroz de, roja 15’ê Tebaxa sala 2011’an de bi navê Axîn Seydo ve tevlî nava refên gerîla dibe û vejîneke nû pêk tîne. Her çendî ji jiyana li çiyan ne dûr be jî, lê niha ne weke koçerekê li ser wan çiyayan jiyan dike, êdî ew şoreşger e. Heval Axîn di her rojeke ku derbas dibe de, dixwaze Rêbertî ji nêz ve nas bike, ji ber ku wê xwe gihandiye wê qinyatê û di ferqa vê de ye ku ancax bi naskirina Rêbertî ve dikare bibe ya xwe, dikare bibe pêşengeke rasteqîn û kesayeteke serkeftî. Di jiyanê de her dem di nava ked û hewildana qezenc kirina vê rastiyê de ye. Ji ber ku wê berê xwe dabû germahiya tavê û dixwest pê re bibe yek. Heval Axîn di dibistanên pergalê de nexwendibû, di vê mijarê de xwe pir bi şens didît. Ji ber ku di asteke pir jor de mejiyê wê neketibû bin nîrê dibistanên sîstema faşist û di devê keftarên sîstema lîberalîzmê de nehatibû cûtin. Wê weke zarokekê bi çavên tije meraq û hêvî ve dest bi xwendina xwe ya bingehîn di dibistana PKK’ê de kir. Ji xwe jiyana PKK’ê bi her kêliyeke xwe ve ji bo wê mamoste û fêrkera herî mezin bû. Heval Axîn her roja ku tiştekî nû fêr dibû, dixist nava jiyana xwe û bi vî awayî kesayeta wê bi taybetmendiyên zêrîn ve teşe digirt. Taybetmendiya ku herî zêde di heval Axîn de bi awayekî berbiçav derdiket û her kes jê bandor dibû, kedkariya wê bû. Kê bidîta wê bigota qey ev bi salane tevlî bûye, lê ji ber ku ew keçeke koçer bû, her tişt bi kedê bi dest xistibû. Yek ji felsefeya jiyana wê jî ev bû ku çêja jiyanê kede, ked jî hezkirin û mezinkirina jiyanê ye, jiyana mezin jî buyîna xwedî armanceke mezine, armanca mezin jî xwe gihandina azadiyê ye. Li ser vî esasî tevlî civata pkk dibû.

Ramanên Xwe Bi Destara Felsefeya Azadî û Xwebûnê Ve Hêrand û Li Bêjinga Heqîqetê Da

Rêheval Axîn piştî ku tevlî bû, Mawayê sê salan li qada Botanê gerîlatî kir û di nava pratîkê de pijiya. Êdî şitla wê hinekî din mezin bibû û dixwest ku hîn xurtir û geştir bike. Ji bo ku koka dara wê bi berfirehî xwe berde nava axê û berheman bide, di sala 2014-2015‘an de berê xwe dide herêmên Parastina Medyayê û derbasî akademiya Şehîd Bêrîtan a jina azad dibe. Bi tevlîbûneke xurt ji tevahî hevalan re dibe mînak, her wiha xwe di gelek lêpirsînan re derbas dike, da ku bikaribe di şerê gelê şoreşgerî de rolê pêşengtiyeke rast hilgire ser milên xwe. Wê bi xwendina pirtûkên Rêbertî ve ramanên xwe di destara felsefeya azadiyê de hêrand, li bêjinga heqîqetê da û bi vî rengî bi awayê jina azad xwe ji nû ve vejand. Bi girtina bawernameya xwe ya fermandartiyê perwerdeya xwe bi dawî kir. Ew ne tenê fermandara jiyan û şer bû, esas ew çavkanî û avzema manewiyatê bû, di nava dil û mejiyê her rêhevalekî xwe de bi leza xezalekê cih digirt. Wê bi xwe jî herdem ev tişt tanî ser ziman ku di nava PKK’ê de tişta ku herî zêde wê bandor dike û dihêle ku bi benên tu carî nayên qetandin ve were girêdan, mijara rêhevaltiya di nava partiyê û hezkirina hevaltiyê ye. Ji ber vê yekê, herdem weke rêhevalekê dûv re jî weke fermandarekê tevlî dibû. Rêheval Axîn di nava salên tekoşîna xwe de bi erka pêşengtiyê ve rabû û li alanên Botan, Garê, Qendîl, Zap û Şengalê gerîlatî kir û şerê bi dagirkeriyê re bi awayekî hostane da meşandin .

Ew Abîdeyeke Kedê Bû

Piştî tekoşîneke çend salan, Axîn dixwaze careke din berê xwe bide Botanê û xeyalên gelek rêhevalên xwe pêk bîne. Bi pêşniyara xwe ve di sala 2017’an de, dibe xwedî wî şensî ku careke din bikeve ser riya Botanê û xeyalên xwe hembêz bike. Ewqasî kêfxweş dibe ku wê careke din reşkên çavên wê bi dîtina zozanên Feraşînê ve xwe ronî bikin û dilê wê li ber bayê çiyayên Gabarê azad lêbide. Rêheval Axîn çûyîna xwe wisa pênase dikir ‘’Raste çûyina Botanê xeyalekî mine, lê esas xeyalê gelek rêheval û pêşengên me bû, ew hogirên ku nebûn xwedî şensê ku di Botanê de gerîlacîtî bikin, ez jî şopdareke riya wanim û dixwazim bibim bilêvkirin û pêkanînera xeyalên wan ’’Her wiha her dem digot’’ Ezê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikim û emê hêviyên tevahî zarokan pêk bînin, da ku di Kurdistaneke azad de bijîn’’.

Di wan salan de li Bakur êrîşên dijmin pir zêde bûn, gel koç dikrin, ev êrîş, careke din hestên tolgirtinê ku tu carî di dil û mejiyê wê de kêm nebibû, hîn zêdetir kûr dikir gur dikir. Êdî di çavên wê de alavên agir geşbibû û li her devera ku dijmin tê de didît de, bi wî agirî ve bi ser de diçû û dişewitand. Ji ber wê asta êrîşan, rêxistin di sala 2018’an de li Qadê pêngava şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Besta’yê da destpêkirin. Di vê pêngavê de gelek derbeyên giran li nava qereqolên dijmin hat xistin. Fermandar Axîn jî bi awayekî aktîf tevlî van şeran bû, di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe girt û di 15 Îlona sala 2018‘an de li qada Kato Marînos ya girêdayî navçeya Beytûşebabê, di nava pevçûnên bi dijmin re li gel hevalên xwe heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer kirin û gihîştin mertebeya şehadetê. Ew jineke azad bû ku bi keda xwe, bû abîdeya jiyana bi wate.

 

Rêhevala Wê ya Têkoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 18 Temmuz 2024
Görüntüleme: 313

EDESSA CEJNA; FERMANDARA CENGA AZADIYÊ YE, NAVÊ JIYANA BI RÊGEZ Û WATEYE

Li Mezopotamya yê û bi taybet li ser xaka Kurdistana kevnar tovên bedewiya jiyana xwezayî, jiyana bi exlaq û azadiyê xemilandî vehatiye avêtin. Jiyana bi heqîqetê bi rastî û duristiyê honandî li ser vê xakê û bi destê jina esîl hatiye avdan. Lewra her çiqas bigere çerxa zeman, her çiqas bizivire dem û dewran weke ku her nebatek li ser koka xwe şîn dibe, jinên vê erdingariyê jî li ser tovên ku dayika pîroz ji wan re hiştiye mezin dibin. Jiyana bi sexte û fîlbaziyên zilamê hîlekar hatiye alandin napejirînin, bê nirxiya jin û xistina wê ya ji her aliyê ve red dikin û li hember disekinin, civaka ku bi pîvanê wê hatiye lîstin û bi cewherê xwe re berovajî bûyî qebûl nakin û pişta xwe didinê. Ew berê xwe didin bilindahiyan, berê xwe didin hêlînên azadiyê û kelehên tekoşînê. Di sedsala 21ê de û di serdema şerê desthilatdar û pêşbirkên hikumraniya li ser mirovahiyê de, dîsa li ser heman xakê ala keske sor bi destê afrînerê jiyana nû bilind bû. Lewra her dilekî ku bi heyacana vê jiyana nû hildavêje berê xwe dide vê nîşaneyê û xwe lê digre. Mîna ku ûmmeta Îslamê ji her deverê berê xwe didin Kabeya şerîf, ji her devera Kurdistanê jî keç û xortên herî bijarte berê xwe didin vê axa pîroz. Ji Êliha Egîdan jî çelengeke bi navê Ece Yilmaz dikeve ser xaçerêka vê heqîqeta ebedî.

Di sala 1986an de li ser xaka bav û kalan Ece silav dide jiyanê, heya deh saliya xwe ew bi malbata xwe re li hember zordariya neyarên gelê Kurd, li berxwe didin û dev ji xaka xwe bernadin. Lê dema zilm û zordariya Romiyan ji hed û sînoran derbas dike, Ece bi malbata xwe re neçar dimînin berê xwe bidin bajarên Tirkiyê. Lê me gotibû jinên vê xakê bi mîrasên xwe ve girêdayîne û bi tovên dayika xwedawend mezin dibin, lewma Ece di navdila bajarên mezin de, di singa xwe de her eşqa xaka welatê xwe xwedî dike û ti caran jê dûr nakeve. Di ciwaniya xwe de bi çavekî analîzker li dorhêla xwe dinêre û bi ziravî li ser rewş û rola ku ji jinê re hatiye veqetandin diponije, ev lêhûrbûn deriyê gelek nakokiyên kûr di mejiyê Ece de vedike. Lewra ew li ronahiyekê digere ku pêre xwe ji tarîtiya van nakokiyan rizgar bike. Ece Yilmaz di vê ronahiyê de tîrêjên felsefeya Rêber Apo dibîne û çirisîneke ji gelawêjê di dilê wê de belav dike. Dûv re komploya namerdane ya ku li hember afrînerê vê felsefe tê pêkanîn bi nakokiyên Ece re dibe yek û dibe xaleke biryardayinê ku berê xwe bide nava refên têkoşînê.

Li cîhana Ece tîrêjên tavê edî bi dijwarî hiltên, dengê çivîkan, hejîna şaxê daran, nesîmê pêlên bayê diguherin. Her tiştî bi rengê wî yê nû dibîne, her tiştî hîn bêhtir kûr û tîr hîs dike, edî gerîlaye ew. Cil û bergên şoreşgerî, çek û rextên li ser milan, siharan çavê xwe li heybeta çiyayên Zagrosê vekirin di hest û keyanê Ece de erdhejekê ji nûbûyînan çêdike. Bi nûbûna cil û bergan re, bi guhertinên di hest, hizir û meyzekirinan de, Ece navê xwe jî nû dike û bi navê Edessa Cejna dikeve rêza şerzanên azadiyê.

Zagros bi asîbûna xwe, bi îhtîşam û zengîniya xwe dibe mamosteyekî fêrker û yekem ji Edessaya leheng re. Ew jî dibe şagirteke gelekî şareza û jîr ji mamostê xwe re. Usûlên jiyana gerîlatiyê, şêwaz û şeklê jiyan û tevgerîna gerîla ji bo wê dibin waneyên bingehîn di dibistana Zagrosan de. Li Xakûrkê, Xinêrê, Avaşîn û her bihosteke wê xaka muqedes digere û bi her yekê re dueloyekî bi awazên azad saz dike Edessa.

Rewana Kurdan bi cewherê xwe yê pîr û pak, bi kesayeta xwe ya hindirîn dibe xwedî qezenceke xurt ku di demeke kurt de bi çand û exlaqa civaka PKK’ê re bibe yek. Dilnizmî, fedakarî, di kar û xebatên xwe de bi berpisyarî û hesas nêzbûn dibine navê taybetmendiyên ku Edessa pê were nasîn di nava hevalên xwe de. çawa ku ji her hevalê xwe re dibe mînak, ji her yekî jî ji bo xwe mînakekî digre û bi vî awayî ew dibe mîna qadeke Buharê û bi her xisleteke wê ya xweşik dibe guleke rengîn di taca serê wê de. Lewra bi wate jiyan kirin, hevaltiya bi rêgezên Apo’yî û avakirina têkiliyên şoreşgerî çawa dibe Edessaya jîr baş fêm dike, fêr dibe û baş pêk tîne.

Zagros tenê mamostetiya jiyanê ji Edessa re nake, li serê lutkeyên xwe yên bi ezemet wê fêrî qûral û qayideyê şerê gerîlatî dike, tarz û taktîkên ku teknîka dewletan vala derdixe çi ne, li ser sînga xwe, wan bi şênberî û bi tecrûbeyên têr û tije fêrî wê dike.

Ji sala 2001an heya 2006an Edessaya çeleng 6 salên têr û tije bi xwezaya Zagrosê re derbas dike,di hembêza wê de fêrî gav avêtinên yekem dibe, xwe nas dike û avadike, li ser xaçerêkên wê fêrî rijandina dilopên kedê dibe, di dijwariya şerê li hember xeta tesfiyekar de fêrî rastiya tekoşînê û sekna zelal û radîkal dibe, di pala lat û zinarên wê de fêrî şer kirin û xwe parastinê dibe. Weke şervaneke nû silava destpêkê dide, niha jî weke gerîlayeke pijiyayî, ji her aliyê de xwedî danehev û hêz xatir jê dixwaz e.

Sala 2006an qehremana cenga azadiyê ji Zagrosan ber bi qadên Bakûrê Kurdistanê ve, ber bi çiyayê Dêrsimê ve dikeve rê. Vê carê Dêrsim, Edessa hildigre nav bihuşta xwezaya xwe û erka mamostetiya ku Zagrosan destpê kiribû dewir digre û bi asteke hîn dijwar û mezintir dewam dike. Li Dêrsimê Edessaya wêrek di nava zorahiya mercan de dibe tekoşereke dijwar, dibe palpişt ji her hevriyê xwe re, dibe xwedî hêzeke mezin ya afrîneriyê, li pêşiya hedefên wê asteng û kelem çi ne ew nenas e.

Tecrûbeyên jiyanê fêrî mirovan dike ku; her mekan û zeman, her şert û merc însanê xwe ava dike. Edessaya berxwedêr jî li Dêrsimê dibe qadroya zor û zehmetiyan, qadroya manewiyat û hevaltiya kûr, ew dibe qadroya şerê herî giran li hember dagirkeriyê.

Xuşîna ava Mûnzûrê, lat û zinarên li jora wê, her dengê qêrînê jinên Dêrsimê vedidane guhê Edessa, lewra wê her soza xwedî derketina li sekna Zarîfeyan dida, soza tolgirtina kezî dirêjên ku xwe avêtine nav wê avê li xwe dibirî. Sozên xwe jî bi tevlîbûna xwe ya bi bandor û çalakgeriya xwe pêktanî. Her ku roj û şev derbas dibin sal û meh li paş dimînin tekoşera azadiyê bi xwendina ramanên Rêber Apo re, dibe xwedî kûrahiyeke diyarker û di paradîgmeya jiyana demokratik de dibe xwedî serwerî. Bi avakirina yekîtiyeke xurt wê dikarî fikrên Rêberê azadiyê derbasî jiyana xwe bike û wê kurahiyê bi awayekî domdar bi parêz e. Li Dêrsima asî Edessa Cejna asta şerê xwe di her eniyê de girantir dike, di serî de şerê li hember xwe mezin dike, ji ber wê fêmkiriye ku qezencên din di serkeftina vî şerî re derbas dibin. Lewra ew her şer dike ewqas xwe nas dike, her xwe nas dike ewqas zayendê xwe nas dike û ewqas hêz digre.

Di sala 2015an de vî şerê xwe bi awayekî akademik û bi pergal li dibistana jina azad ya Şehîd Bêrîtan dewam dike. Di wir de pratîka salan datîne ser dika tehlîlan û bi hevalên xwe re bi mîchera paraznameyên Rêber Apo tehlîl dikin, tespîtan dikin, kêmahiyan rexne dikin û alternatîfên û planên nû pêşdixin. Bi vî awayî qehremana gelê xwe bi hêzeke hîn mezintir berê xwe dide ser erk û berpisyartiyên nû. Li qada Garê encamên ku ji perwerdê girtiye di asta serxistina erkê xwe dide nişan dan.

Piştî qedandina pratîkeke serkeftî vê carê gernasa gelê Kurd bi îdîaya xwe gihandina kuraniya xeta jina azad derbasî akademiyên PAJK dibe. Bi avakirina lêhûrbûneke berfireh û ji her aliyê ve rast nirxandina perwerdeya xweser de, Edessaya dilwêrek di asta avakirina kesayeta jineke azad de gelek gavên mezin û ber bi çav davêje. Erkên ku dikevin li ser mile wê, berpisyartiyên demê yên ku jê têne xwestin çine hemûyan carekedin di ber çavan re derbas dike û peymaneke xurt bi kesyaeteke hîn xwegirtî û xwedî hêza çareseriyê ji akademiye berê xwe dide qadên pratîkê. Şagirta Rêber Apo hewildanê wê hemû ewin ku bi felsefa PKKê jiyan bike, bi pîvanê vê felsefê hevaltî bike, hez bike ,kar bike û bi van pîvanan bigihîje serkeftinê. Lewra ew di her gaveke xwe dikarî pileyekî hilkişe ber bi azadiyê ve.

Bi hilgirtina erk û misyoneke girîng fermandara demên giran gelek kar û xebatên girîng dide meşandin, ew fermandara pir alî û pir rengiye. Bi her karkterî re bi her temen û kesayetê re xwedî baxekî fêmkirinê û avakirnê ye. Cihê ku fermandar Edessa hebe li wê derê manewiyata hevaltî bilind dibe û hevgirtina wê mezin dibe, pîvanê hevaltiya rast şênber dibe. Mîna Zagrosê, Dêrsim û Garê, Edessa dilawer li Geverê jî bi xurtkirina xeta partiyê, bi parastina rêgezê jina azad, bi pîlan û koordînekirina xwe ya çalak dikare bibe barhilgireke xurt ji erkên şoreşê re.

Di sala 2022an de li perestgeha Şehîd Berîtan careke din di bin sîwana ramanên Apoyî de meşa xwe ya nav şoreşê digre dest û bi xwe re dikeve nava hesaban de. Hesabên mezin bi xwe re dike Edessa ji ber ew xwedî armancên mezin e. Ew li hember bê heqiya li ser jinê di nava şer deye, li hember sîstema Îmraliyê di nava şer deye, li hember bê exlaqî û bê nirxiya li ser gel û civakan tê ferzkirin di nava şer deye. Lewra ji bo xwe avakirineke mezin, ji bo meşeke mezin, hesabên mezin bi xwe re dike ew. Bi vê nêzîkatî û sekna xwe weke ku di her nêvengê dibe mînak di akademiyê de jî ji her hevala kêleka xwe re dibe çavkaniya îlhama lêhûrbûnên kûr. Fermandara egîd bi xisletên xwe yên rêxistinî, bi terz û şêwazê têkiliyên xwe, bi sekna xwe ya bi pîvan û radîkal dibû dikarî bibe sedema bandorkirina hemû nêvengê. Lewra dema heval Edessa dihate gotin li wêderê nirxên partî parastin dihate bîra her kesî, zelaliya xetê û rakirina jinê dihate bîra herkesî.

Bi vê tempoya xwe çalak û xwe nû kirina daîmî ya ku heval Edessa di şexsê xwe de dide avakirin dibine sedemê bi pêşde çûyînên mezin di rêwîtiya wê de. Lewra ew piştî qedandina perwerdeyê careke din berê xwe dide warê evîna xwe ya mezin, berê xwe dide çiyayên Dêrsimê. Piştî dûrketina salan ewê careke din berê xwe bide hembêza mamosteyê xwe, lê vê carê ewê ne şagirt be ew jî mîna mamosteyeke zane, mîna hostayeke mahîr biçe hevdîtinê. Bi daneheva tecrûbeyên mezin di warê leşkerî û bîrdozî, bi hêza zanista ku ji fikrên Rêber Apo girtiye vê carê Edessa ya qehreman bi soza tolrakirina mezin, bi soza hilweşandina tarîtiya îmraliyê berê xwe dide pratîkê. Ew careke din xwezaya Dêrsimê hembêz dike û û jêre sedaqeta xwe dibêje ku ew careke din lê vegeriya. Bi ezim û baweriyeke mezin dikeve nava xebatan û tekoşîna xwe li ser wê xaka pîroz mezin dike. Di dîroka 14 Cotmeha sala 2023an de lehenga Kurdistanê di encamê êrîşên nemerdane yên dagirkeriya Tirk de digihije merteba bêmiriniyê.

Di alema stêrkan de di nava rêza egîdên Kurdistanê de cihek jêre tê veqetandin, li wê derê Edessa soza xwe ya bi Rojê re pêktîne, ew li ser rêka tekoşîna azadiyê gihişte pakrewaniya pîroz, rêka fedayitî û fedakariya mezin hilbijart, lewra ew di dil, giyan û di çav her hevalekî xwe de, di dilê hemû gelê Kurdistanê de bi vî sernavî wê were bi bîranîn ‘’EDESSA CEJNA FERMANDARA CENGA AZADIYÊ YE, NAVÊ JIYANA BI RÊGEZ Û WATEYE’’

                                                             Rêhevala Wê Ya Têkoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Haziran 2024
Görüntüleme: 495

Beybûnek Di Nav Lat û Zinarên Cûdiyê Mirada De Şîn Bûyî: Şehîd Çavrê Gelhat Cûdî

Şîlan Bakşî, bi nasnav Çavrê Gelhat. Di dawiya hefteya qehremantiyê di 29ê Adara sala 1996an de li deşta Silopiya di quntara çiyayê Cûdî  de çavên xwe li cîhanê vedîke. Ew zaroka yekemîn a dê û bavê xwe ye. Şîlan jî mîna gelek zarokên welatê xwe dema nû dest bi axavtinê dike bi gotina Apo zimanê wê digere. Ew di dergûşa dayîka xwe de ne bi lorikan, bi çîrokên lehengiya Kemal û Şerîf Spertî yan mezin dibe. Şîlan her ku mezin dibe hezkirina welat a di dilê wê de, ji wê zêdetir mezin dibe. Ew ruhê xwe herdem bi manewiyata hevaltiya gerîlayan ve têr dike û bi evîna welat dipêçe. Lewra dilê wê pîr û pak e, keçekî esîl, fêmbar û rêzdare Şîlan. Şîlan 11 salan di dibistana pergalê de dixwîne, lê ti car navbera wê bi wan helînên pişaftinê re baş nabe. Pergala ku tecawizî hemû nirxên Kurdwarî dike, xwe mîna şerbetê li ber Şîlanê radixîne, lê ew yek rojê qîma xwe bi dilopeke ji wê şerbetê nayine.

Dibêjin ku li Kurdistanê zarok zû mezin dibin. Dema strana ‘’Gerîla me ez evîndarim’’ digot 7 salî bû, dema ji girtîyên azadiyê re name dinivîsand 13 û dema paraznameya Rêber Apo girt destê xwe 15 salî bu Şîlan. Ew di derûbereke welatparêz de mezin bibû. Wê welatperwerî  ji serî de bi pîvanên rast naskiri bû. Fermandarê wê yê yekem Salih Yîgît, bi nasnav Gelhat Pirosî bû. Gelhat pêşengê rêveberîya xweser bû, li beramberî polîtîkayên dijmin yên tepisandinê, di bajarê xwede dest avêti bû qilêşê û bi ser tang û panzêran de çûbû û bi vî awayî gihiştibû merteba şehadetê. Bi vî rengî wî ferman dabû şervanên xwe. Şîlan jî wê biba rêheval û şervanê herî dilsoz ê Gelhatan.

 Li Rojavayê welat û Şengala Êzîdxan ferman hebûn wan salan, Derwêş û Edûleyên hemdem ji çiyayên bi qudret, li ser hespên spîboz xwe berdidan deşta kevnar. Ji bo zarokên welatê xwe, xwe bê didûlî feda dikirin. Gelek ji wan lehengan bi ala xwe ya serhildanê ve, ji deriyê sînor ê Xaburê re derbasî Silopiya dibûn. Şîlan fêmkiribû ku girêdana şehîdan ne di merasîman de rondik barandin e, ji bo wê girêdana şehîdan bi şehîdan re, xeyalên wan pêk anîn bû. Evîna welat û hersa tolhildanê a di dilê Şîlanê de her ku diçû hîn bêhtir bi tundî lêdida. Edî tehemûla wê nemabû, lewra Şîlan di 18 saliya xwe de biryar da ku bibe Çavrê. Wê biryar da ku çavê wê her dem li yek rêyekê be; ew jî rêya şeref û rûmeta mirovatiyê, rêya heval û hogirbendiyê, rêya azadiya Kurdistan û Rêbertiya wê…

Çavrê Gelhat di roja aştiya cîhanê di 1’ê Îlona sala 2014’an de, berê xwe da çiyayê Cûdî û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt derbasî herema Metîna bû. Cara yekem li vir cilên leşkerî li bejn û bala xwe kir û qileş da pişta xwe. Wê ew soza ku heta dawiya jiyana xwe her kêlî pêk anî li vir da. Rêheval Çavrê mîna ku ji nûve çavên xwe li cîhanê vekirî be xwe tevlî birdozîya PKKê kir. Ew bû keçeke PKKyî, ew bû rêhevaleke dilsoz ya Reber Apo. Ji xwe ew di destpêka jiyana xwe de ferî navê Rêberê xwe bibû. Salên dûr û dirêj li herêma Metîna yê ma. Di hembêza dar û berên çîyayê Metîna de raza, ji zelaliya kaniyên wê av vexwar, şopa pêlavên xwe yên sor li her şîverêyeke wê hişt û dilop dilop xwêdana xwe rijand bin darên berûyên wê. Herî zêde jî dîroka wî çiyayî berda hinavên xwe. Li heman heremê di Akademiya Şehît Rojîn Gewda ya leşkerî re derbas bû. Li wir di demek kurt de xwe bi xisletên gerîlayên modernîteya demokratîk gurçûpêç kir û bû fermandarek jîr û jêhatî. Bi salan bi fermandarên mezin Leyla Amed û Peyman Bagokan re rêhevaltî kir. Ji wan gelek ezmûnên jiyanê û şer fêr bû. Çavrê şagirtê wan fermandarên bi qudret ên artêşa jin bû, ne gengaz bû ku ew ji xwere tevlîbûnek ji rêzê qebûl bike.

Heval Çavrê, di sala 2017an de di Akademiya Şehîd Bêrîtan de perwerdeyek birdozî a bingehîn dibîne. Li wir di sekna Şehîd Bêrîtan a bi rûmet û pêşeng de xwe kûr dike, di felsefeya Rêber Apo û birdozîya rizgariya jinê de bi berfirehî diponije. Ew dibe şervan û fermandara şerê azadiya jinê, dibe fedayiya rûmeta mirovatiyê. Rêheval Çavrê piştî vê perwerdê êdî bi biryardariyeke mezin xwe ji bo qadên Bakûr, bi taybet jî ji bo herema Cûdî pêşnîyar dike. Cûdî xemla hemû xeyalên wê ye, xeyala wê ya zarokatiyê ye û wê ti car pişta xwe nedaye wan xeyalan. Çavrêya zane çanda PKKê di xwe de hindirîn kiriye, her çiqasî pêşinyazê wê hebin jî lê dîsa ew biryara dawî ji nerînê rêxistinê re dihêle. Lewra ew li her derî bi watedar tevlîbûna xwe ya xebatan didomîne. Lê Cûdî bi hemû heybeta xwe ve xwe kiriye xemla dilê Çavrê. Piştî demekê li ser esasê israra xwe ya pratîkên qadên zehmet ew vê carê derbasî ji Metîna derbasî qada Heftanîna heft reng dibe. Ew vê carê nobedar û parazvanê herema Partîzan û Girê şehîd Canşêr e. Rêheval Çavrê li wir fermandara wî girî ye. Ew li wir bi fedakarî tevlîbûna xwe a kar û nezîkbûnên xwe yên baldar ve di dilê heval û şervanên xwe de cihekî pir mezin digre. Ji Gulaberan re dibe hevrê û fermandar. Bi kenê xwe yê beybûnî û fermanên xwe yên pîrozî ve hemû erk û berpirsyariyên xwe bi awayek helbestwarî pêk tîne. Lê ew eşqa Cûdî ya di dila de hîna jî zindiye. Ew li vir careke din hemû fikr û ramanên xwe bi hestên xwe ve disitrîne û pêşnîyara xwe, ji bo çuyîna Cûdî dike. Vê carê hemû hevalên xwe jî îqna kiriye ku edî ew bi qasî bikare vî barî ragire di agirê çiyayan de pijiyaye. Pêşinyara wê vê carê tê qebûl kirin û ew dibe rêwiya Cûdiyê Miradan. Heval Çavrê dema li ser rêkêye rastî êrîşên dijmin tê, li vir bi awayek lehengî li beramberî neyarê xwe disekine û şer dike. Heval Çavrê ji ber ku li vir birîndar dibe, bi hemû hersa dilê xwe ve neçar dimîne paşde were. Lê di wê keça Botanî de bes kirin tuneye. Piştî demeke kurt tedawî dibe û carek din tê û dibêje ez ji bo çuyîna Cûdî amade me. Careke din dikeve nava karwana rêwiyên Bakûr. Ew li Heremên Parastina Medya, ji aliyekê ve amadekariyên şer dike, ji aliyekê ve jî amadekariyên rêka Cûdî dike. Dema di encama qezayeke bextreş de gihîşte mertebeya şehadetê jî rêwiya Cûdî bû…

Mîna sosina avê bû Çavrê. Dilpakiya wê ti caran şîlo nedibû. Wê fermandara efsunî, bi taybetmendiyên xwe yên dirûst, fedakar, rûken, dilgeş, fêmbar û dilsoz ve di hiş û dilên şervan û rêhevalên xwe de cih digirt. Yê ku wê nasdikir, ne gengaz bû ku ji dilpakiya wê ya hevaltiyê bandor nebe, ew miroveke wisa bû ku nedihat jibîr kirin. Ew, her dem bi çavên xwe yên di biriqîn, rûyê xwe yê sayî ku mîna heyvê bû her ku tarîtiyek diket wê cardin di her şevêde riya hewrêyên xwe ronîbike. Rêheval Çavrê ji bo gelê xwe û hevalên xwe her dem kakilka şanazî û bextewarî yê ye. Ew timsala xweşikbûna rast a keçên Kurd e, ew beybûna çiyayê Cûdî ye.

Berjîn Onur
Ayrıntılar
Oluşturuldu: 12 Haziran 2024
Görüntüleme: 488

XWEDÎ LI SOZA XWE DERKET

SERPÊHATIYA ‘HAVÎN ÇIRAV’

Kenên wê yên ciwan dilê mirovan li xwe dipêça, mîna şewqa rojê diçirîsîn çavên wê yên xweşik, ji roja tevlîbû ve her hêmanekî bingehîn ên jiyanê bû. Bê wê şer, bê wê jiyan ne dihat fikirandin. Li pey xwe gelekan hişt, gelek keçên herî bedew navê wê rakirin û ber bi azadiya xwe ve meşiyan. Ew keça ciwan, keça Kurdan digot; ‘’Navê Min Havîn Çira ye, ne Çirav ha Çira!’’. Piştî wî erd û ezman ji coşa kenê wê radibûn dîlanê, dil germ dibûn ji rûkeniya wê. Wê wiha hûnandibû hevaltiya herî rast di navbera xwe Rêber Apo de.

Rastiya Dagirkeriyê

Havîn Çirav di temenekî pir ciwan de bi du tiştan hesiya  bû. Ji vana yek bindestiya gelê wê ya din jî wekî jin hêza wê ya guhertina vê rewşê bû. Her du tişt bûn rêzanên jiyana wê û wê dan meşandin. Di vê meşa xwe de gelek şopên payîdar hiştin li pey xwe, ji gelek şeran derbas bû, jiyana xwe ya şoreşgerî bi gelek serkeftinan têrî û tijî dagirt. Ji ber vê ye ti caran nehat jibîr kirin, di tekoşîna azadiyê de gelek caran mînaka sekna wê hat dayin, gelek caran keç û xortên delal li ser hêmanên fermandartiya wê xwe perwerde kirin. Niha jî kî berê xwe bide Gabarê destpêkê ewê Havîn Çirav nas bike. Ji ber hin jî lat û zinarên Botanê bi dengê wê diqîrin, av û kaniyên wê bi xweşikbûyina zelaliya wê diherikin, gelê Botanê hîn jî navê keçên xwe dikin Havîn, navê kurê xwe dikin Çirav. Lewra yê Havîn Çirav ewqas balkêş kiribû çibû gelo?

Du Bijartêkên Polîtîkayên Helandinê

Havîn Çirav dema dibe şahidê gelek ne heqiyan hêna deh salî ye. Li ser bavê wê zexta wî kirina cerdewan heye. Salên 90’ye û şer giran e. Li ber îşkenceyên der mirovî gelê Kurd di nava du bijarteka de hatiye hiştin. An ewê cerdewaniyê, ajantiya dewletê; bûyina Mît, Jîtem, kontra û hizbûllatiyê qebûl bikin an jî ewê bikevin rêya sûrgûnê, ewê ji mal û axa xwe, ji dewlemendiya welatê xwe bên qut kirin û  li xizaniyê mûxtacê parîkî nan bibin. Tenê du bijartek hene ku her du jî ji mirinê xiraptir in. Ew gelê ku bi hezaran salin li ser axa xwe serwerbûn, bi eşîrtî malovaniya dîrokê dikirin, ewê ji kokên xwe yên rêzdar bên qût kirin û li ber bêhna koletiyê defê jiyana bê nirxbûyinê bibin. Ewê ji xwe derbikevin, ew kesên ku ti kes nikare ji wan re bibêje; ‘’Siya te xware’’ bi gotinên herî çors re rû be rû bên. Bibin xûlamên herî erzan, karkerê bê nirx ên ber destan ku keda wan jî ti caran nayê dîtin. Ewê ji kokên xwe bên qut kirin ku roj bi roj wekî gulekî bi çilmisin, mirina kêliyê di giştî jiyana xwe de kêlî bi kêlî bijîn. Havîn di nava vê atmosferê de şahidiya şewitandina gundê xwe de dike. Di vegotina jiyana xwe de wiha behsa wan kêliyan dike; ‘’ Dema gundê me hat şewitandin, min pêlîstokên xwe hemû kom kirin û li cihekî veşart, ew kêlî ji bo min pir bi êş bû. Ez hîn pir biçûk bûm. Temenê min neh an deh sal hebûn an tinebûn. Lê min êşa şewata welatê xwe di rihê xwe de hîs dikir. Gundê me dan ber agir û heta bû xwelî min li şewata gundê xwe temaşe kir’’.

Wiha destpê dike çîroka jiyana Havîn. Di wan kêliyan de biryar dide ku ewê vê êşê jibîr neke û li ku derê dibe bila bibe lê ewê rojekî wekî şervanekî li vê axê bizivire û wan pêlistokên di bin kavilan de maye ji wir rizgar bike.

Gavên Destpêkê

Di sala 1998’an de dema tevlî refên gerîla dibe di bîra wê de wan sozan hene. Gerîlatiya xwe ya destpêkê li warê Egîdan li Gabarê dike. Ji ber temenê wê hîn biçûk e, hevalên wê, wê naxin nava şerê dijwar, salên wê yên li vir bi perwerde û fêrbûna jiyana gerîla ve derbas dibe. Li vir tiştên herî zêde bala wê dikşînin yek jê hevaltiya partiyê ye. Rûxmê wan salan li Botanê şerekî pir dijwar jî heye hevalên wê mîna dayikekî wê di paxila xwe de vedişêrin û nahêlin ku neynoka wê jî xwîn bibe. Ne pir di demekî kurt de derbasî Herêmên Parastina Medya dibe. Ew çiyayên ku her behsa wî dihatin kirin Qendîl dibe wargeha wê ya azad ya destpêkê. Her wiha li vir tevlî şerê Qendîlê yê yekemîn dibe. Hevalên nû nas dike, asoyên dilê xwe bêhtir berfirehtir dike, strana jiyanê bi wan re disitire. Ji azmûnên pir hêja re ku dibin bingeh jê re derbas dibe. Azweriya wê ya jiyanê ewqas xurt e ku di demekî pir kin de di nava hevalên xwe de pir tê nas kirin û digihîje asta fermandariyê. Di wan salan de fermandarî kirin jî ne pir hêsan e. Lewra ji bo kesekî bibe fermandar divê bi salan di qadê şer de mabe û perwerdehiyên xwe yên bingehîn temam kiribe. Lê Havîn van merhaleyan pir zû derbas dike. Hevalan li dora xwe kom dike, bi enerjiyekî mezin wan dixe dorhêla xwe. Di wan salan de hevalekî ku pê re maye Heval Axin wiha behsa fermandartiya wê dike;’’ Min di sala 2004’an de wê nas kir, bi naskirina destpêkê re hevaltiye xurt di navbera me de ava bû. Rûxmî me cara yekê hev didît wiha min hembêz kir û min nezanî ez çi bikim. Min dilê xwe de got, ev çi hevalekî dil germ e. Gelo rûxmî min nasnake çawa dikare vê baweriyê bide min ku wiha ji dil min hembêz bike? Bi demê re min naskir ku taybetmendiya wê ya herî xurt naskirina însana ye. Di kêliya didît de biryar dida ku ew kesatetekî çawa ye. Ji ber vê yekê jî şervanên li dora wê kom dibûn, her wê hêz didîtin. Dizanibûn ku hewildanekî pir cuda li gel Heval Havîn pêwist nake. Wekî xwe tevgerin bes e. Her wiha cihê ew lê bû de cewherê kesayet derdiket holê û bi hêz û moralekî mezin tevlî jiyanê dibû’’. Kurt be jî wiha behsa wê dihat kirin. Têkiliya wê bi jinê re, bi xweza re, bi herkesî re pir xurt û germ bû. Wê dema digot; ‘’Ez herî zêde ji hevaltiya PKK’ê bandor bûm’’. Di esas de ew jî bibû ew kesa ku hevaltiya PKK’ê di xwe de dihewîne û herkesî ji hevaltiya xwe bandor dike. Dema berê xwe dida Botanê tecrûbeyên Qendîl, Xakurkê û Zagrosan di tûrikê wê de bû. Hevaltiya Delîla û Hebûnan di dilê wê de bû. Pir bi îddîayekî mezin diçû ser wargehên pîroz yê Botanê ku gerîlatiya xwe ya destpêkê li wir kiribû.

Got: ‘Êdî Bes e’ û Berê Xwe Da Bakur

Di pêngava bi pêşengtiya gelê Bakur de hatibû destpê kirin, pêngava; ‘’Edî Bes e!’ de bibû rêviya Botanê. Ew xeyala ku ewê pêlîstokên zarokên Kurdistanê ji bin kavilan rizgar bike de bi hêz û bawerî, bi dil wêrekî û rûkenî ber bi çiyayên Botanê ve meşiya. Digot; ‘’Em wekî gerîlayên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku wê dijminê qirker li ser axa xwe tine bikin. Niha dijminê me hindek ceribandina li ser me dike. Dixwaze Botanê bê gerîla bihêle. Lê emê wê derfetên nedinê, heman demî de dijminê me hêvî dike ku ew êrîşê gelê me bike lê em ê jî bêdeng bimînin. Lewra ev ne gengaze. Ji ber em di xeta parastina rewa de şer didin meşandin emê ti caran seknekî pasîf qebûl nekin. Dijminê me yek li me bide em du caran li wan bidin. Ew hêza me heye ku em bi gelê xwe re mil bi mil dijminê xwe têk bibin’’.

Mîlîtanekî Mîna Bizot

Kesayetekî wiha bû Havîn, bi rik, bi îddîa, xwedî bawerî bû. Mîlîtanekî mîna bizotê bû. Hevalekî dilderya xwedî heskirina gerdûnê bû. Fermandarekî ku bi tena serê xwe jî bimîne dikaribû plansazî çêbike, bikeve nava çeperên dijminê xwe û bi derbên mirinê ve wan tar û mar bike bû. Ew kesayet bû ku ew soza xwe ya zarokatiyê di vegera xwe ya Botanê de pêk dianî. Xeyalên zarokatiya xwe ji bin kavilan derdixist û bi lorîkan dixist xew ew zarokên di agirê dagirkeriyê de şewitîbûn. Wê ti caran wan rojan jibîr nekir û her du bijartekên ku ji mirinê xiraptir yên xwînmijan li nava rûyê wan da. Got ku; ‘’ Ez ne mecbûrê sîxûrtiyê me, ne jî mecbûrê xizmetkariya we me. Ez her du rêkan jî qebûl nakim. Ez rêya xwe bi xwe vebikim. Di rêya sêyemîn de, di rêya şeref û rûmetê de bimeşim’’ . Ji bo wî dema koçberê Edenê bûn, li wan deran salekî jî nema û hat tevlî refên azadiyê bû. Dayika wê ya şanaz bi çûndina wê jî, bi şehadate wê jî serbilind loriya. Ji ber bi qasî tevlîbûna wê çalakiyekî li hember dijminê rûmeta Kurdan bû, bi ewqasî jî di gerîlatiyê de her xwedî seknekî çalakvan bû. Şehadeta wê jî di nava şer de, di nava çalakiyê de, di kêliya ku li dijmin dida de pêk dihat. Li wargehên egîdan di sala 2010’an de wê jî navê xwe di egîdiya jin de li dîrokê zêde kir, ew xeyala wê ya zarokatiyê wê rojê, di wê kêliya şehadeta wê de pêk dihat û dibû fermandarekî nemir ên jinên Kurdistanê. Ji ber vê ye ku ewê ti caran neyê jibîr kirin û strana jiyana wê her ewê li ser lêvan bê vegotin. Em wekî hevalên wê yên tekoşînê wê sozê didin ku em ê nehêlin hevalên me bên jibîr kirin û em ê her tim şopdariya bîranînên wan yên bê hempa bikin.

Hevalên Wê Yên Tekoşînê

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 27 Nisan 2024
Görüntüleme: 314

JI PÊNÛSA RÊHEVALÊN WÊ: ‘FERMANDARA FEDAÎ DOGA VIYAN’

Ji bo mirovên bi hêz demên zehmet hîn dijwartir in. Ji ber ew sedema di demên zehmet de jiyînê bêtir fem dikin û êşên wê demê bi kûrahî hîs dikin. Her wiha bi heybet derketina wan ji kûrahiyan û firîna wan a li asoyan. Ew kesên mezin in ku fikir, gotin û çalakiyên wan rêveçûna dîrokê digûherîne. Yek ji wan kesên mezin fermandara fedaî Doga Viyan. Hevalen ku pê re jiyan û şer parvekirine di lênûska xwe de wiha ji bo wê nivisandine. Em vê bi we re parve dikin.

PERÇEYEKÎ JI XWEZA

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê Çarçel Gilîdağ

Tiştên Xweşik Ti Carî Nayên Ji Bîr Kirin.

Dîrok bi gelek qehremantiyan hatiye dagirtin. Ew qehremanên ku bê emsalin di astekî mûezem de hêz dide mirovan. Lê ya girîng qehremanên ku di keleka me de bi me re jiyan dikin, bi me re parvekirina dikin jî hene. Hin caran berpirsiyartiyên herî mezin hildigirin ser milên xwe û bê ku xwe bifikirin bi mirinê re şer dikin. Bi cesaretek mezin di armanca xwe de kîlît dibin û diçin ser de. Mirin ji bo wan dibe destpêkirina jiyanekî nû. Ew ji bo zayîn û paşerojên nû canê xwe feda dikin. Bi van qehremanan re jiyan kirin, meşa wan a bê dûdilî, bê tirs, bi cesaret û di armanc te kîlîtbûna wan hêz û moral dide mirovan. Behsa van qehremanan kirin jî deynê me yê sereke ye. Fermandara fedaî Doga Viyan yek ji wan rêhevalanaye ku mirov her behsa wê bike. Dibe ku peyv nebes bimînin, ti peyv peyda nebe ji bo penasekirina wê. Lê belê kêm jî bimîne, vê xweşikbûnê mirov dixwaze biherikîne dîrokê. Em hemû jî baş dizanin ku tiştên xweşik ti carî nayê ji bîr kirin wek navê Doga. Rêheval Doga kesayetekî sade û bi hevaltî re heta dawiyê girêdayî bû. Ne mimkine ku mirov hêrsa wê ya li hember dijmin pênase bike. Ji ber carek dil dabû axa xwe û gelê xwe ji bo vê bê tirs bû. Dayika xweza ew bi sadebûnekî herî xweşik bi baldarî wê afirandibû. Rêheval Doga bi xwezayê re yêk bû. Ew çalakiyên xwe yên bi nav û deng jî bi vê yêkbûnê li darxist û encam girt. Bi fedaiyane tevlî bû, jiyan kir û gihîşt bê mirinî yê. Warê xwedavendan Zagros di şexsê Rêhaval Doga de xwedavendek din qezenç kir. Hem jî xwedavenda herî xweşik…Bi Rêheval Doga re jiyan kirin şansek cuda bû ji bo me. Lê belê hevalên ku perê jiyan nekirine jî, ji hemû xweşikbûnên wê agahdarin. Ji ber ku Doga wekî navê xwe, bi enerjiya xwe di dilê hemû hevalên xwe de ji nûve rih dît û zindî bû.

GULA ÇIYA NAÇILMISE

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê Sorxwîn Avesta

Ew ji nava hembêza gelê Sêrtê yê herî welatparêz de hatibû û li ser axa fermandarên Egîd jê dayîkbûyî de meşiya bû.

Kurdistan wisa ye ku bi hemû xweşikbûn û berhemdariya xwe bala herkesê dikişine û mest dike. Hemû xweşikbûn û berhemdariya vê erdnigariyê yek bi yek di hemû zarokên vê axê de hatiye neqş kirin. Heval Doga wekî ewladekî ku di axa Kurdistanê dayik dibe û hemû xweşikbûnan di xwe de dihewine mezin dibe. Jiyanê di destê dayika xwede fêr dibe, bi soza girêdanbûna dayîkê re ti caran îxanet berhemdariya dayikê nake. Her ku wext diherikiya ew jî di hûndirê xwe de diherikiya û şîn dibû. Madem ku ev ax azad bûn çima niha mecbûrê di vê halê de jiyînê bûye. Van pirsan di serî wê de hêza derketin û şer kirinê dabû ava kirin. Di demekî kinde rewşa heyî, xeterîya heyî ferq kir. Dema ferq kir, ket lêgerîna xwe peyda kirine. Dîviyabû ev bindestî êdî biqediyana. Kurdistan gihiştibana  mirasa xwe ya berê. Diviyabû dîsa biba welatê ‘NAN’. Lê ev rewş berdêl, ked û xwîn dixwest ango ji xwe de pêşnediket. Dema gihîşt vê heqîqetê berê xwe da çiyayên azad.

Di sala 2015’an de tevlî gerîla bû. Di çiya de gavên yêkem yê gerîlatiyê ji bo wê dibe herema Çarçela. Pir bi heyrantî û bi têgihiştî rêhevalên xwe temaşe dikir. Rûxmî kesayetek bêdeng bû lê dîtina yekem de hevalên wê fem dikirin ku di hûndîrê wê de bahozên pir mezin diqewimin. Yek bi yek destê xwe her kevirekê, axê, kulîlkekê da û wek pepûleyek di dile hevalê xwede xwe da hîs kirin. Di stuyê xwe de laçika dayika xwe radikir. Dema ji bo laçikê hevalê wê pirs dikirin wiha bersiv dida; ‘’Em zarokên dayîkên xwe ne. Tiştên wan dane me hemû ji bo me rûmete. Ez niha bi vê rûmetê bûm gerîla û ez dayîka xwe tacîdar dikim’’.

Doga, di qadê Zagrosan de dibû gerîlayek jêhatî. Di nava çiya de rengê çiya digirt. Eniya wê ya qemer bûyî de lib lib xwêdan hebû. Bi xwezayê re bibû yek. Xwezayê hemû bêhnên xweş diyarî wê dikir. Ronahiya di çavê wê de bi hêviya paşerojê pêdiket. Doga bi Zagrosan re, Zagros bi Doga re ewqas li hev hatibûn ku wan ji hevdû cûda kirin ne gengaz bû. Niha di stuyê wê de tenê laçika dayika wê nebû. Êdî bi gelek lehengan re jiya bû, wan di dilê xwe de kola bû. Lewra tolhildan bibû deynê wê. Doga ketibû nava lêgerîna herî baş a ez vê deynê li kûderê bidim. Her ku lê geriya, pirs kir navê cihê ku biçe bihîst. Her ku pirs kir nêzî bersivên pirsen xwe bû. Çiya derbas kir, di şîvereyan de bîranîn jîyan kir û derbas bû û gihîşt cihê ku dixwest. Hat keleha fedaiyan Girê Cudî. Li ser fedaibûn fikirî. Tevlî dîrokê bû, piştre bû lêhî û herikî. Her ku diherikî Doga zêde dibû. Her ku zêde dibû xwe di hevalên xwe de didît. Navê Şehîd Doga rakir. Ewê jî wekê wê bibûya fedaî. Ewê wekî wê azad bibûya. Ewê wekê wê dilsozê jiyanê û tije heskirin bibûya. Wek wê lê bi rengê xwe cewherê xwe Dogayek din mezin dibû di van mekanan de. Di serîde perwerdeya bingehîn dît. Piştre ji bo karên girîng dem kurtî ji qadê derket. Piştî ku erkê xwe bi serkeftî cîh anî şûnde dîsa berê xwe da Girê Cudî. Ew ketibû nava lêhûrbûna bibe fermandarek çawa? Vê carê ewê ferî rêhevalên xwe kiriba, wan perwerde kiriba. Rêhevalên wê ewqas bi wêre bibûn yek lê temaşe dikirin û fêrî dibûn. Ew, fermandar û şervanên şerê gelê şoregerî, yên tûnelên şer û zaferê bûn. Doga di nava van amadekariyan de bê hesap tevlî dibû. Fermandar bû û di hemû xebatan de pêşengtî dikir. Tûnelên şer hemû bi desten xweyê xweşik amade kir. Derbas kirina kêmasiyên xwede jî di nava hewldanan de bû. Doga bû ya temamker, ya dike, fêr dike û ya fedakar. Her ku pêş diket, xeta jina azad de xwe ava dikir xweşikbûna wê hin berbiçav dibû. Him jiyanê de him di şer de her tim cihê xwe herî pêş de girt. Her tim pir hesas û cîdî nezî hemû karan bû, ji ber wê di hemû karên xwe de serkeftinê bi dest xist. Dema ku Doga di tûnelên şer yê Girên Cudî de bû; dewleta dagirker a Tirk di 25’ê Gulana 2022’an operasyonekî berfireh da destpêkirin. Rûxmî hemû zor û zehmetiyên jî wê di sala 2022’an de ji şer re pêşengtî kir. Şer kir û da şer kirin. Ev ax gelek pîroz bûn. Ji bo wê bibûn dayik, her hîs dikir di nava vê axê de ji dayîk bûye. A niha jî zalim hatine û dixwazin vê axê dagir bikin. Hêrsa wê zêde bû, berê xwe da dagirkeran. Di her ser çûyîna dijmin de bê ku derb li wan nede gavek paş de neavêt. Di her çalakiyê de mora xwe li serkeftinên mezin da. Hevalên xwe parast, cihê ku hevalê wî bikeve xeteriyê de xwe her da pêş. Di pir karan de wekî çiyayek bû û hevalên ku pêre bûn jî dizanibûn pişta wan ti carî nakeve erdê. Di gelek çalakiyan de ji mermî avêtinê bigire, heta dîmen kişandin û heta koordine kirinê de her li pêşiya me meşiya Doga. Ev sekn lê dihat û yê ku wê xweşik dikir, heyrantiya hevalan mezin dikir ev sekna wê bû. Keda ku dida her tim kêm didît, ev tişt bi çavê xwe ve di jiyanê de ji me re diqêriya. Digot; ‘’Divê em hînê zêdetir li celadan bidin, lêdanên me divê pir bi bandor, tûj û hejîner be’’. Bi van lêhûrbûnan ket sala 2023’an. Operasyona 20’ê Tîrmehê jî bi van îdîa û fikirandinan pêşwazî kir. Kêliya ku bi dijmin re rû be rû hatiba, wê ti carî efû nekiriba. Ji ber deynê hevalên xweyê şehîd tevdigeriya. Diviya bû tola Şahînan, Adaran, Heqiyan, Yilmazan, Medyayan û Rênasan rakiriba. Dema ku di 9’êTebaxê de wekî fermandarê baskê êrîşê çû çalakiyê bi vê armancê şer kir û hevalê xwe da şer kirin. Di wê çalakiyê de dersek dîrokî dan dewleta dagirker a Tirk. Wekî wan digot; ‘’Doga û ekîba xwe lêdanek tacîzê kiribûn’’. Ji ber vê 5 kûştiyên xwe didan. Lê belê ew roj Doga û ekîba xwe him di tûnelan de him dî arazî de ketibûn pey leşkerên Tirk. Bi pêşengtiya rêheval Doga ve di rojekê de bi 44 çalakiyan de leşkerên dagirker tarûmar kirin. Heval Doga heta ku gihîşt şehadetê jî bi heman rihî tevlî bû, şer kir. Di 12’ê Cotmehê dema leşker dixwestin bikevin tûnelên şer de dîsa heval Doga ket nava tevgerê de. Li hember van leşkeran herî pêşde di çalakiya êrîşê de cihê xwe girt. Wê rojê herî zedê bi qasî hejmara tiliyan leşker xilas bûn, yê din hemû di xezaba gerilayan re derbas bûn. Wisa tûj hatibû lêdan leşkerên man jî tiştên xwe hemû li pey xwe de hiştin û reviyan. Di vê çalakiyê de heval Doga di kelîya êrîşê de dema diçû ser dagirkeran gihîşt şehadetê. Heval Doga dibe ku fîzîkî ne li gel me be lê bele tarzê lêdana wê, biryardarî û israra wê ji bo me hemûyan bû pîvan. Emê di şopa wê de wekî şervanên wê tola wê bigirin û bimeşin.

YÊN DI DÎROKÊ RE ŞOP DIHÊLIN

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê Arjîn Mîrza

Hindek kêlî hene ku kêliyên xwe guhertin û veguhertinê ne û ev demên çebûnê wiha pir hêsan nînin. Kêliyên kedên mezin tê dayin, di nava şertên giran de bi xwere şer kirine û demên mirov rih û mejî de yêkbûnê heman wextî ava dike ev pêkan dibe. Ji bo vê ji danehevek, fikirandinek kûr û hişmendiyek xûrt ya berbirsyartiyê pêwîst dike. Ji bo di xwe de hişmendiyekî wisa avakirin, pêwîst dike ku mirov ji xwe bide û taca hezkirinê bikaribe li xwe bike. Tiştê ku em nikarin di xwe de pêk bînin, serbixin ev rastî ne. Bi rihê Apoyî mîlîtanbûyîn bi hûnandina heqîqetê re pêkan dibe. Ji ber vê di nava PKK’ê de fedayîbûn mertebeyek çêbûnê ye. Yên ku digihîjin vê mertebêyên ku kêlî bi kêlî xwe avakirinê de serkeftî ne. Hezkirinê dizanin û bi vê zanînê ava dibin. Ji ber tûjbûna têkoşînê, di tûjbûna hezkirinê de ye. Heval Doga bi efsûna eşq û hezkirinê ve meşiya. Di tûnelên Şehîd Çekdar de ya ku ev şer di destpêkê de pêşwazî kir ew bû. Bi qerîna azadî û sonda tolhildanê meşiya ser celadan.  Wek şervanek YJA-Starê şer kir da şer kirin û hevalê xwe parast. Sengerên herî pêşde xwe xist mertal. Bi hişmendiya azadiyê, xaka xwe parastinê bû nezîkatiyên wê. Ji ber vê bi berpirsyartî tevlî jiyanê bû, dîrokê bû. Li hember keliyê xwe berpirsyar di dît. Ti carî baweriya xwe de dudilî ne jiya, di meşa xweya şorêşê de bi eşq û azwerî ber bi serkeftinê ve meşiya. Ew herî zêde ji parvekirinan hezdikir. Danehevên xwe ji hevalên xwe teqsîr nedikir. Carna bêdeng dibû lê ya ku bi bêdengiya xwe herî zêde diaxivî ew bû. Heger pirs bikin mêze kirinên herî tûj yê kê bin, yê mirovên herî kûr dibe bersiv. Ew qehremana dema xwe bû. A niha qehreman do, îro û sibê ye ew. Xwedî bîrek kûr, baweriyek bilind û cesaret bû ji ber hêza xwe ji birdoziya xwe digirt. Baldar bû di hemû kêliyên jiyanê de şopa wê hebû. Ji ber hûrmet û heskirin da avakirin bi wê rengî hat bîr anîn, hîn ji tê bîr anîn. Xwe bi felsefeya Rêbertî ji nûve avakir. Bi qehremantî şer kir û bi egîdî tevlî karwanê şehîdan bû. Taca bê miriniyê, bi sonda tolhildanê li xwe kir. Ew her hebû û ewê hertim jî hebe. Lewra wê ji sûlava azadiyê vexwar bû xwedavenda me ya şer.

 

RIHÊ ŞEHÎDAN RONAHIYA RÊYA ME YE

 Rêhevalê Wî Yê Têkoşînê Abbas Baran

Ev demek bû dijmin hem ji aliyê Şehîd Savuşka hem jî ji aliyê Şehîd Şilan dixwest xwe nêzî tunelên şer yên Şehîd Çekdar bike. Lewra bi taqtikê xwe yê nû dixwest vê merama xwe pêk bianiya; ji bo vê hem  sengerên xwe yê sala derbas bûyî berda bû, hem jî li ser tûnelên şer yên  Şehîd Çekdar bi dronên bombe barkirî teqîn pêk diani. Me jî hem li ser esasê dijmin li Girê Cuûî paqij kirinê guftûgo dikir û hem jî pilansaz û vesazkirinan çê dikir. Li aliyê din jî li hember hewildanê hatina li ser tunelan ya dijmin hem vesazî hem jî cîhê tîman ji bo dest werdanê hatibû diyarkirin. Şeva 12’ê Cotmeha 2023’an, di seat 21:50’an de di zêrevaniya hevalan de hevalan ji nişka ve hem hevalên zîrevan hem jî hevalên Şehîd Yunus agahdar kirin ku; ‘’Dijmin li ser neqeba Şehîd Çekdar e û berê wî ber bi zîrveyê ye’’.

Dijmin vê carê ji bo xwe mayînde bike hatibû. Ji bo vê jî bi komên ji 40-50 kesan pêk tê ve bi teqemenî û amadekariyekî mezin ve ber bi zîrvê ve dihatin. Armanca wan li ser tûnelan bi çekên xwe yê qedexekirî ve teqînan çêbikin. Hemû hevalên di sengerên şer yên Şehîd Çekdar de xwe amadekiribûn û ji xwe ev demekî bû li benda dijmin bûn. Ev rewş karên hevalan yên her roj bû. Tîma yekem ya heval Doga bi şeklekî 2 tîman derketin derve. Perspektif ev bû kû her du tîm, dijmin bixin nava xwe û bi bandor lê bidin. Heval Doga, bi tîma xwe ve yekser derketin derve.

Hevalên Wargeha Şehîd Yunus bi çekên navin û sekvanî dest bi gulebaranê kirin. Pisti lêdana hevalan dijminek hate kuştin û ber bi jêr va gindir bû. Yên din jî rev bi revî xwe avetin bin dara nêzî neqeba Şehîd Çekdar. Ev koma reviyabû bi daran pir bê şans bû. Ji ber ku Heval Doga û hevalên pêra di neqeba Şehîd Çekdar de kemîn avetibûn û li hêviya hatina wan bûn. Dijmin hem li milê çep hem jî li yê rastê yê neqebê xwe bi cih kiribûn. Dengê wan dihat hevalan. Heval Doga û hevalên pêre plansaziya xwe ya lêdanê bi dengekî nizim çêkirin û dest bi bombebaranê kirin li ser serê dijmin. Bombeyek çep, yek rast, sê, çar, pênç û şeş bombe... Heger lêdana bi bandor teoriya wî bê kirin pratika wê di tarzê vê tîmê de dihat xûya kirin. Bi taybet Rêheval Doga hem tîma xwe ji êrişa dijmin diparast hem jî bi azametekî mezin ve lê dixist. Li kêlaka vê lêdanê jî xwe di çuyina li ser cenazeyên dijmin de kilît kiribû. Tîma hevalan bi bombeyên destan û çekên ferdî heger gotin di cîh de be dijmin perîşan kirin. Di vê navberê de ji koma di bin darêde xwe veşartibûn de sê, çar kes mabûn.

Sekin û keseyata Heval Doga hem bi bandor bû hem jî pir balkêş bû, çavên hemû hevalan li ser balkêşiya Heval Doga bû. Balkêşiya Heval Doga çibû? Di hizrê wê de rêya şikandina tecrida li ser Rêbertî di binxistina dijmin di Girê Cûdî de derbas dibe, hebû. Ewqasî bi bîranina şehîdan ve girêdayî bû ku her kêlî xwe li hember giyana wan lêpirsîn dikir û bi sonda tolrakirina wan xwe tevlî şer dikir. Di piratîka wê de xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derketin esas bû. Ev jî fedayîtî bixwe bû. Heval Doga hem di jiyanê de hem jî di şerde mamosteyeke hînker bû. Bi hurmet, aram û dilnizim bû. Her çiqasî têgehên delal hebin hemû jî layiqên wê ne û heta peyv jî têrê nakin mirov bine li ser ziman. Heger mirov di yek hevokê da heval bîne ser ziman; ‘’Ew hemû wateya gotinê xweşik bû’’. Di çalakiya ku wê pêşengtî kir de dijmin ji komek 40-50 kesî encax dikaribû sê, çar kes bifilitîne û bireve. Ev çalakî ji aliyê rexistinê ve hate piroz kirin. Weke hilweşandina planên dijmin hate nirxandin. Rihê Heval Doga talimat dide me û dibêje; ‘’Demê we yê xemgîniyê nîne, min ala azadiyê dewrê we kiriye. Bi hemû hersa tol rakirinê bi ser dijmin de biçin û bi moral tevlî kar, xebat û jiyana xwe bibin’’. Ji bo me hevalan jî ev talîmatê bibe bingehê rêveçuyîna jiyana me û sonda me jî ewe kû emê tola şehîdên xwe rakin. Hêviyên wan li erdê nehêlin. Bi bîranînê wan ve heta dawiyê girêdayê bimînin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 26 Nisan 2024
Görüntüleme: 315

FERMANDAREK CIWAN JI KELAHA BERXWEDANÊ YA BOTIYAN; KURDISTAN ROJ

Bihar mîna navê xwe nûbûyînê bi xwe re daniya. Bayê demsalê bi xwe re hemû nebaşî û xirabiyan belav dikir, şuna wan kelecan, evîn, hes kirin bar dikir hemû dilan. Zivistan ber bi qedandinê ve bû. Ewrên reş û giran êdî dûr diket ji ezmanên bedew. Dîsa şuna xwe ewrên şîn û spî cih dikir dayika xweza û heta salêk din xatirê xwe dixwast ji ezmanên bê dawî. Gelê Cizîra Bota jî bi hatina biharê ve dest bi amadekariyên xweyê zozanan dikirin. Çiya û newalên Botanê îsal jî li benda wan bû. Çiyayê Mirada wê îsal jî gelê Cizîra Bota re malowantî kiriba. Li Cizîra Bota cihêk welatparêz û nîştîman perwer bû. Piraniya Botanê ji xwe wiha bû, lê ji bo Cizîra Bota ji bo girêdanbûna xweya axê û girêdanbûna xwe ya tekoşîna azadiyê heremêk mîna ‘‘dilê Kurdistanê’’ tê bi nav kirin. Ev pênasekirinek cih de ye. Lewra gel ê heremê bi girêdanbûn û bi dilsoziya xwe ya tekoşîna azadiyê de qasî ku bi biryare ewqas jî ji bo serkeftinê bi israr e. Lewra salên 1990’an de gelek berdel dane û êş kişandina. Yek ji wan malbatên ku dilê wan bi êş û keser hate barkirin jî malbata Acet e. Malbata Acet rûxmê ewqas êrîş û zextên dijmin dev ji axa xwe bernedaye û heman demê de li dijî gerîla nebûne xwedî çek. Sala 1996’an de dema bihara rengîn xwe nîşanê rûyê erd kiri bû, wê çaxê dayika Azîme, keçêk por xelek û çav zeytûnî anî dinê. Navê vê keça por xelek û bedew dibe Şehrîban. Bêyî dayik bibe çarenûsa wê hatibû diyar kirin. Dayika wê vê fermanê dabû. Ser vê esasê Şehrîban li gorî vê rastiyê tê mezin kirin. Temenêk biçûk de bi çîrokên lehengan, bi rastiya dijmînê xwe û bi rastiya gel ê xwe tê mezin kirin. Hîn di biçûkahiyê de bi awayêk wêrekî tê mezin kirin. Fêrî dilmezinî, fêrî çavsorî tê kirin. Bi jêhatî bûn tê mezin kirin. Ew jî zanabûna vê rastiyê de ye. Roja kû dema wê hate wê berê xwe bida çiyayên xwe, wê roja hesap pirsinê destpê kiriba ji neyaran... Roja Xatir Xwestinê Bi coşa pêşwazî kirina pengava 15’ê Tebaxê jinên heremê bi kiras û xiftanên xwe bejn û bala xwe xemilandi bûn. Kilên reş li derdorê çavên xwe gerandi bûn û egalên kesk û sor û zer li derdorê porê xwe pêçandi bûn. Xortên heremê jî bi şal û şapik bi egalên xweyên reş û spî berê xwe dabûn qadên pîrozbahiyê. Rojêk wiha bi wate de Şehrîban jî bejn û bala xwe bi kiras fistanê xemiland, kilên reş li derdora çavên xwe gerand û egala kesk û sor û zer li serê xwe pêçand. Govenda xweya azadiyê digerine. Destê dayika xwe ya delal ramûsand û xatirê xwe jê xwest. Dayika Azîme dema wê oxir kir jê re got; ‘‘Here keça min, here delala min, şîrê min helale ji te re...’’ Şehrîban, 15’ê Tebaxê sala 2013’an de berê xwe dide Cûdiya Mirada. Dema ku digihîji hevalên xwe ji coş û kelecanê gulpa gulpa dilê wê ye. Keyxweşiyê dilê wê çavê wê yên mîna zeytûnî de xwe dide der. Şehrîban re gelek nav dibêjin hevreyên wê. Ew li hemberê peşniyara her hevalê xwe bi dilnizmî û bi kenêk şermokê mîna bêje; ‘Na!’ serê xwe dihejîne. Herî dawî bi xwe dibêje; ‘‘Bêyî ku ez dayik bibim, çarenûsa min hatiye diyar kirin. Dayika min gotiye; ‘Keçik be jî, ger xort be jî ezê diyariya welatê xwe, ezê diyariya Kurdistana xwe bikim.’ Lewra ji ber vê gotina dayika xwe ez dixwazim navê xwe bikim Kurdistan!’ Şehrîban dema van gotinan dikir bi serbilindî û serfiraziyêk dijiya. Jiyana xwe ya nû da navê Kurdistan xwe dike û ji bo azadiyê bîne welatê xwe paşnavê Roj bi xwe dike. Şehrîbana Cûdiya Mirada edî dibe ‘Kurdistan Roj’, dibe parçeyek ji rastiya Kurdistanê... Gerîlatî û Fermandartiya Kurdistan Kurdistan pir zû fêrî jiyana gerîlatiyê dibe. Lewra bi xwe jineke Botî, jinêk çiyayî û li zozanên Cûdî mezin bûye. Lê yekbûna wê bi jiyana gerîla re demêk kin de pêk tê. Kurdistan bi zîrekbûna xwe, bi jîrbûna xwe zû dikeve çavên hewreyên xwe de. Her erkê ku derdikeve xwe pêşniyar dike, her karê zehmet de destpêkê xwe dide pêş, herî karê ku herkes bêje nabe de Kurdistan bi hêrsa xwe wê karê ser dixe. Kurdistan perwerdeyên xweyên destpêkê li qada Garê dibîne. Bi jîrbûna xwe hevalên xwe re dibe mînak. Bi sekin û tevlîbûna xwe hevalên xwe dide îqna kirin ku li Zagrosan dikare gerîlatî bike. Ser vê esasê sala 2014’an de berê xwe dide Zagrosan. Li Zagros’an de vesaziya wê ji bo qada Çarçella tê çêkirin. Kurdistan dema ku derbasî Çarçella dibe, hemberê xweşikbûna Çarçella hayî dimîne. Çarçella sedan nebatan û gelek ajalan di nava xwe de dihewîne. Ger mirov saetên demdirêj jî behs bike têra xweşikbûna Çarçella nake. Gerîlayên ku li wê qadê mane, bi salan jî ji behs kirina erdnigariya wê têr nebûna. Lewra Çarçella bi gotinan nayê pênase kirin, ji ber tu gotin li ber xweşikbûna wê têrker nabe. Xweşikbûna wê na yê gotinê, ya jiyan kirinê ye. Kurdistan jî dibe gerîlaya qadên wiha. Çiyayê Zagrosan bi qasî xweş bû, ewqas jî qadên zehmetbûn. Qadên Zagrosan vîn, jîrbûn û zîrekbûn dixwest. Ev taybetmendî hemû jî Kurdistana delal de pêkan bû. Her karî de cih digirt, her karî bi awayêk serkeftî pêk dianî. Cihê ku Kurdistan lê ba ya li wê derê karên serkeftî derdiket holê. Hevalên xwe hez dikir, bawerî dida û dihat hezkirin. Hemberê her hevreyê xwe bi awayêk rêzdar, dilnizm, rûken bû. Ev taybetmendiyên wê di bû sedem ku dilê her hevreyê xwe de cih bigre û bibe xwedî baweriyêk mezin. Kurdistan ji ber jêhatîbûna xwe zû dibe fermandar. Mîna ku ciwane û rûxmê ku gerîlayek pir kevin nîne, fermandarên wê guncav dibînin ku wê erkdar bikin. Ji ber ezmûnên ku wê nav çend salan de dest xistibû gelek bû. Ji ber wê fermandarên wê jê bawerbûn ku erka ku dan ser milên wê bi awayêk serkeftî cih bîne. Şerê Fermandar Kurdistan Sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirkirinê li ser welatê me Kurdan didin destpê kirin, wê demê Kurdistan li Zagrosan tevlî şerê germ dibe. Kurdistan vî şerê de fermandar e. Hevreyên xwe re pêşengtî dike. Çalakiyan de herî pêş de diçe û hevreyên xwe re êrîşê dagirkeran dike. Fermandar Kurdistan bê tirs li ser neyarên xwe de diçe. Li Çarçella çalakiyên ku li Mergê, Şehîd Fîkret, Şehîd Hozan û gelek çalakiyên din tevlî dibe û piraniyan de jî mîna fermandara şer cihê xwe digre. Her çalakiya ku tevlî dibe de bi hevalên xwe re serkeftinên mezin dest dixe. Ew li hemberê neyarên xwe xwedî hêrs û kînekî gelek mezine. Ew sonda zarokên Cizîrê ye, ew tolhildana Dêrgûlê, ew diyariya dayika xwe ye... Fermandar Kurdistan Roj sala 2016’an de dîsa li ser neyarên xwe de diçe. Çalakiyêk mezin tê plansaz kirin. Kurdistan jî yek ji wan fermandaraye ku cihê xwe li vê çalakiyê de bigre, şer bike û ferman bide hevreyên xwe. 29’ê Tirmehê sala 2016’an de çalakiya ku li hemberî girê Şehîd Hozan tê lidarxistin de, heta fişeka xwe ya dawî şer dikin, gelek leşkerên dagirker ceza dikin. Encamê vê çalakiyê de bi rêhevalên xwe Dicle, Med, Cesûr, Mazlûm, Canfeda û Nûman re digihîje asta şahadetê. Kurdistan Roj jiyana xwe ya şoreşgertî de zû fer dibe, zû fam dike, zû dibe fermandar û zû digihije rastiya heqîqet ê. Rêhevala Wê Ya Têkoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 11 Mart 2024
Görüntüleme: 316

JI SERHEDÊ HETA AMEDÊ FERMANDAREK BIBIRYAR; ZINARÎN ÎNTÎKAM

Zinarîn Întîkam (Guler Yarıcı) li Agirî Bazîd’ê li gundê Ortîlî (Örtülü) yê çavên xwe li cîhanê vedike. Gundê ku heval Zinarîn lê mezin dibe her dem dengê fîşêkên gerîlayê azadiyê tê bihîstin. Deng û rengê fîşêka gerîla tarîtiya şevê belav dikir û şewq dida taritiyên herî kûr. Di malbatek çand û nirxê xweyê Kurdistanî ve girêdayî mezin dibe. Ji ber her dengê ku ji namlûya gerîla tê bihîstîn bi dayik û bavê xwe, bi xwişk û birayê xwe ve serkeftina gerîla bi çepik û tilîliyan pêşvazî dike. Ew hesreta dilê wê ya ku rojek bibe gerîlayê Kurdistanê hîn zêdetir tîne li ber çavên wê.

Gundê ku lê dijî hemberî gerîlayan, evîn û heskirinek pir mezin hildigrin dilê xwe de. Lewra her ku berê xwe dide rêzê çiyayan, xwe mîna gerîlayek xeyal dike. Milê wê de çeka wê, pişta wê de rexta wê û bê westan dimeşe. Çavên wê ji gerîla cudatir tiştêk din nabîne, guhên wê ji dengê namluya gerîla zêdetir tiştek din nabîhise ji ber wê çavê wê herdem rêzeçiyayan dinêre ka wê gerîla derkeve were û bibe mêvanê mala wan... Hîna di temenek ciwan de biryara jiyana azad dide. Bendê hewrêyên xwe ye ku ji bo berê xwe bide jiyana xwe ya nû. Dema ku demjimêr sala 1998’an nîşan dida êdî amade bû ku li pey legerên xwe de bimeşe. Ew di turikê xwe yê hêviyan da pişta xwe û berê xwe da rêzeçiyayên ku herdem li wan dimêzand...

Kelecana Bûyîna Şoreşger

Navê Zinarîn Întîkam ji bo heyînekî nû radike. Ew neviyê  Brahîm Heskiyane lewra paşnavê tolhildan ji bo xwe hildigre. Ew ê bibe tolhinerê Serhildana Agirî, ewê bibe dengê gelê Geliyê Zîlan û ewê bibe dengê Bazîdê, lewra ew neviyê Celaliya ne. Zinarîn gavên xwe yên yekem davêje xaka pîroz a herêma Xinêrê. Perwerdeyên xwe yên bingehîn dibîne, fêrî jiyana gerîla dibe. Bi coş û kelecanek mezin tevlî jiyana gerîla dibe. Ew jî êdî dibe gerilayên ji rêzeçiyayên bê sinor. Jiyana gerîla de tu caran sînor nîn bû, ji xwe ji bo gerîlayên Kurdistanê jî sînor bê watebûn, lewra ew ji bo rakirina sînoran canê xwe bexşandi bûn. Zinarîn bi vê zanabûnê derbasê qada Xakûrkê, meskenê fermandara mezin Berîtan dibe. Qada Xakûrkê jî bi heman tevlîbûna xweya bi coş û kelecan çavên hewreyên wê diçe ser wê. Xweşikbûna dilê wê dabû rûyê wê jî. Di nav gerîlayan de gotinêk mîna; ‘‘Dil rast bifikire xweşik dibe, dil xweşik bibe teyisandina wê rûyê mirovan de xwe dide der’’ heye. Ev gotin wekî ku bi taybetî ji bo Zinarîn hatibû gotin. Dilê Zinarîn xweşik difikiriya, dilê wê xweşik dibû û xweşikbûna dilê wê jî derbasê rûyê wê ya mîna dişibe heyvê dikir. Mîna heyvêk ronî dida derdorê xwe û hevreyên xwe ronî dikir. Zinarîn salên 1999’an heta sala 2000’an li qada Xakûrkê dimîne dûv re dubare berê xwe dide Xinêrê. Sala 2000 heta 2001’an li Xinêrê dimîne û piştre berê xwe dide Qendîlê. 2001 heta sala 2003’an li Qêndîl’ê dimîne û piştre berê dide Bakurê Kurdistanê derbasê eyalêta Dersîm’ê dibe.

Zinarîna Dersîmê

Ew jinek ji hembêza axa kevnar a Serhedê ye, lê hevreyên wê ji bo wê dibêjin Zinarîna Dersîmê. Lewra ew bi keda xwe ya salan a ku li Dersîm’ê dide dibe evîndara Dersîm’ê. Dersîm ji bo wê dibe perçeyek giyana wê. Zinarîn dema berê xwe da Dersîmê ew êdî gerîlayek têgihiştî ye. Gerîlayêk xwedî ezmûn, xwedî zanabûn, xwedî pîvanên jiyana azad e. Zinarîn mîna rojên xweyên yekem di ferqê de ye armanca xwe çiye. Qada Dersîmê jî ji bo wê dibe mamosteyek baş. Cihên ku Zinarîn lê kêm di ma dayika Dersîm jê re dibû rêzanek baş. Rênîşana wê ya yekem hevreyên wê, ya duyem çiyayên Dersîmê bû. Zinarîn salên 2003 heta salên 2007’an li Dersîm’ê gerîlatî dike. Bi deşt û zozanên Dersîmê re dibe heval, gelek ji Dersîmê hez dike û Dersîm jî  mîna heskirinek bêdawî Zinarîn dilê xwe de dihewîne. Lewra ew dibe Zînarîna Dersîmê.

Bi Heskirinek Pir Mezin Girêdayî Jin û Jiyanê Bû

Di xeta jina azad de pîvan û rêgezên sereke heskirina zayenda xwe ye. Heval Zinarîn jî ji jinê hez dikir û bi nirxên azadiyê re girêdayî bû. Ferqa zanabûna zayenda xwe de bû. Di milê birdozî de jî heman demê de milê hestan de jî girêdanek wê ya xurt bi rêgezên jina azad hebû. Hezkirin, hîs kirin û fam kirin hestên herî pêş a fermandar Zinarîn de bû. Xwedî hestên mezin bû, fermandarek dil mezin, hevreyek dilnizm bû. Bi heskirinek pir mezin jin hembez dikir, dilê xwe berdida nava jiyanê. Gotin di cih de be mirov dikare bêje dilê wê mîna deryaya hêstan bû. Xwedî hestên bi aqilane bû. Ji ber wê tu cara nedihîşt ku navbera jin de perçebûn çêbibe. Herdem ji bo yekbûna jin hewil dida û li ser vê diponijiya. Ew zanabûna azadiyê de bû. Ferqê de bû ku jinek tenê dikare nava rastiya PKK’de bi wate û azad bijî. Di bingeha rastiya Rêber Apo de rastiya jin bi taybetî jî rastiya jina Kurd dest digirt û hewil dida mîna jinek azad para xwe ji vê rastiyê bigre.

Dizanî bû ku girêdana bi Rêber Apo re, ji girêdana jiyana bi wate û azad re derbasdare. Lewra heta hêza xwe ya dawî bi hewreyên xwe re û bi jiyana PKK re girêdayî bû. Ev felsefeya jiyana Apociyan bû. Li kû derê têkoşîn bisekini li wê derê jiyan disekiniya, lewra herdem di nava tekoşînêk dijwar de bû. Fermandar Zinarîn tû caran nesekinî, herdem mîna pelên çeman bi awayêk dijwar her di nava herikînê de bû. Her ku herikî xwe zinde kir û pêlên xwe meztir kir.

Fermandar Zinarîn Întîkam ji ber fedakariya xwe ya jiyanê derbasî xebatên hêzên taybet dibe. Mîna fedaiyek Rêber Apo, mîna fermandarek fedaî tevlî jiyan û şerê demê dibe. Fermandar Zinarîn sala 2010’an de tevlî perwerdeya Akademiya Jina azad a Şehîd Zîlan ango Zeynep Kinaci dibe. Piştî perwerde navbera salên 2011 û 2013’an de qada Garê tevlî kar û xebatên rêxistinê dibe. Piştre demek kin li Heftanînê dimîne û sala 2014’an de berê xwe dide Bakurê Kurdistanê li qada Amedê wekî rêveberiya qadê tê erkdar kirin. Sala 2014’an heta sala 2016’an li Amedê tekoşînek bê hempa dide meşandin. Şer dike û li hemberê dagirkeran çalakiyên ku tê saz kirinê de hem koordîne dike hem jî bi hevalên xwe re tevlî çalakiyan dibe.

Sala 2016’an de dijminê xwînxwar li Bakurê Kurdistanê operasyonên berfireh ên dagirkirinê dabûn destpê kirin. Amed jî yek ji wan qadên operasyonê bû. Operasyonên ku navbera 18 û 30’ê Tirmeha 2016’an de pêk hatî de Fermandar Zinarîn bi hevreyên xwe; Agir Amed, Egîd Kahraman, Masîro Yûnûs, Şervan Penaber, Zinar Firat re digihîjin asta şehadetê.

Fermandar Zinarîn fermandara şer û cengê bû. Ew li Amedê bû xwedî deskeftiyên mezin, ewê herdem bi heskirina xwe ve dilê hevreyên xwede bijî...

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 04 Mart 2024
Görüntüleme: 319

Fermandara Dil Mezin Şehîd Dîcle Avaşîn

   Dîroka tekoşîna azadiya jînê, dîrokek bi hezar navên lehengan hatiye ava kirin. Her rûpelên dîrokê de em bi wan lehengan dibînin, dibihîsin û dibin şopdarê wan. Navê salan, mehan, rojan û kêliyan bi navê wan tên nasîn û zanîn.

Dîrokê de navê xwe wiha neqş kirine ku, ne salên dûv û dirêj, ne jî demên derbas dibin qet ji wan ji bîr nakin. Bi awayêk fizîkî dur ketina wan, tenê ne wan keliyan de heta dawiya emrê mirovan mîna agirêk sotîner dibe roniya dilên gelên xwe. Rêka wan ronî dikin û dibe rênîşanêya wan a herî zelal. Rastiya wan di her keliyê jiyanê de herdem tê bîra mirovan, lewra wan bi sekna xwe, bi vîn û tekoşîna xwe bûn rêzanên herî berbiçav. Rêber Apo dibêje; ‘‘Ji bîrkirin xiyanet e.’’ Raste bi awayêk zelal mîna pênase kirina Rêberê me ye. Lewra kesên ku ji bo tekoşîna azadiyê û ji bo gelê xwe berdêl daye, xwîn û canê xwe dane tu caran nayên ji bîrkirin. Lewra şehîd ew kesin ku tu kesan û tu pirsgirêkan nekirina navbêra xwe û Rêber Apo de. Lewra wan bê dudilî û bê tirs canê xwe razandin rêka Rêber Apo. Jinên ku bi îddaya azadbûyînê dijîn tu caran ji rastiya şehîdan xwe qut nakin. Lewra kesên ku gihaştine heqîqet û azadiyê şehîd bi xwe ne. Her yek ji wan rengêk cûda, her yek ji wan perçeyêk cûda lê heman rêkê de dibin yek reng û yek dest. Ya girîng ew e ku, kesên azadixwaz dibin şopdarê wan û ew jî dibin yek ji wan rengan, ew jî dibin perçeyek ji vê heqîqeta bê sînor. Her şehîdek dibe temsîla pîvanên azadiyê, dibin remza wateyê. Hilgirtina barê şehîdan jî dibe watêya berxwedan, îdîa û hêviyên azad.

Kî bûn şehîd? Kesên çawa re digotin vê peyvê? Şehîd çawa jiyan kirin? Ji bo çi canê xwe kirin mertal? Bersiva van pirsan mirovan digihijîne lêgerînên azad. Ev lêgerîn dibin bingeha jiyanê û jiyan dibe wateya hebûna te. Ango şehîd dibe rênasêk baş û pêşeng. Dema mirov fêrî jiyana wan a bi nirx dibe mirov dikeve ferqê ku çiqasê deyndarê wan lehengan in. Lewra pêkanîna deynê xwe erka her şoreşgerek e. Bi taybetî xwedî derketina xeyalên şehîd, girêdayî mayîna şerê wan deynêk herî mezin a hevreyê wan e. Ya herî girîng jî lehengên ku nehatine nasîn, şerkerên ku navê wan nehatine bihîstîn danasîna wan ji bo me ya herî esasî ye. Em jî dixwazin îro behsa jineke leheng bikin. Ew jina ku ji bo gihaştina azadiyê tevlî meşa heqîqatê bûye, ew jina ku ji bo azadiya gelê xwe û ji bo pêşeroja zarokên gel ê xwe, xwe feda kiriye ew jina Kurd Ezîze Onkol’ê.

Ezîze Onkol ango bi navê xwe yê tevgera azadiyê de Dîcle Avaşîn sala 1991’an de li paytexta Kurdistanê  Amedê di nav malbatêk tekoşîna azadiyê de gelek berdêl dane li gûndê Çemê Alîkê de dayîk dibe. Ji ber welatperweriyê malbat û ji ber tevlîbûnên malbatî, Ezîzê temenêk ciwan de rastiya gelê xwe dinase û bi çîrokên lehengan re mezin dibe. Ew jineke bedew a Amedê bu. Zanabûna Kurditiya xwe, hîs kirina êşên gelê xwe ji bo şer kirin û tekoşîn kirinê zanabûnên têrker bûn. Li kolanên Amedê mezin bûyîn jî şansêk mezin bû ku, rastiya dijmînê xwe re pir eşkere rû bi rû werê. Ew jî temenêk ciwan de zanabûnêk mirovan de ava dike, hêrs û kînêk bi zana li hember neyar derdixîne holê. Ezîze jî bi van rastiyan re pir zû tê rûyê hevdu û bi van rastiya dijminê xwe tu caran dilê xwe de nahewîne. Ew zarokek ji Amedê bû, lê dîtina leşker û polîsên dewletê di nava taxa xwe û di nava Amedê de tehemmûl ne dikir. Li ser vê esasê Ezîza sala 2008’an de ji bo ku dijminê xwe têk bibe bi awayek zanabûn berê xwe da nava tekoşîna azadiyê. Navê Dîcle Avaşîn li xwe dike.

Di nava tekoşîna dijwar da ji bo ku mîna çemê Dîcle zelal û mîna çemê Avaşînê wêrek be bi awayêk zanabûn vê navê li xwe dike. Salên 2008 û 2009’an de li qada Amed û Xerzanê perwerdeyên xweyên bingehîn dibîne û tevlî karên pratikê dibe. Dawiya sala 2009’an de berê xwe dide herêma Behdînanê û heta 2010’an li qada Garê dimîne. Navbêra sala 2011 û heta 2014’an li qadên Haftanîn û Metîna tevlî pratîkan dibe. Heta demekî dirêj di nav xebatên perwerde kirina şervanê nû da tê erkdar kirin. Vê erka xwe bi awayêk serkeftî cih tîne û bi sedan hevreyên xwe perwerde dike. Ezmûnên ku dest xistine re hevalên xwe fêrî jiyana gerîlatiyê dike. Sala 2014’an de berê xwe dide aqademiya jina azad a Şehîd Bêrîtan. Dîcle li aqademiyê de xwe perwerde dike û ji bo şerên demê pêş xwe amade dike. Bi awayêk aktîf tevlî jiyana aqademiyê dibe û ji aliyê hemû hevreyên xwe ve tê heskirin.

Piştî perwerdeyekî serkeftî vesaziya Dîcle ji bo qada Xakûrkê gûncaw tê dîtin. Dîcle mîna fermandara yekîneyê derbasî qada Xakûrkê dibe.

Çiyayên Xakûrkê di nava sîlsîleyê çiyayên Zagros – Torosan de cih digre. Ew jî perçeyêk ji wan çiyayên pîroz e. Heman demê de çiyayên Xakurkê di nava tevgera azadiyê de xwedî dîrokêk mezin e. Lewra çiyayên Xakûrkê wargeha fermandara mezin Berîtan ango Gulnaz Karataş e. Fermandar Berîtan li hember hevkar û xiyanetkaran, li hember bangavaziya teslîmiyetê mîna kevokek azad di zinaran da bi bask bû. Bi vê helwesta xwe hemû dijminê xwe kiribû nava şermek mezin. Fermandar Berîtan bi vê pratîka xwe jinên pêşerojê re tarzê berxwedanê nîşan dabû. Lewra wê Dîcle û 4 hevreyê xwe jî mîna fermandara xwe Berîtan wê hemberî xiyanet û neyaran berxwedaniyêk mezin raber kiriban.

Sala 2016’an de şerekî pir dijwar li qada Xakurkê diqewimiya. Jin û xortên Kurdan, mîlîtanên Rêber Apo hemberî dewleta Tirk a dagirker sond xwaribûn ku, wan qadên pîroz ji dijminê xwe re nehêlin. Cengek mezin, şerekî dijwar hebû. Dîcle jî yek ji wan fermandara cengê bû. Hevreyên xwe perwerde dikir, cesaretek mezin dida û bi hevrêyên xwe re berê xwe didan neyarên li ser axa xwe. Gelek çalakî pêk anî bûn, gelek leşker ceza kiribûn û gelek çekan ji ser dijminê xwe rakiribûn. Serkeftin ya gerîlayan bû, serkeftin ya fermandar Dîcle û ya hevreyên wê bû.

Sala 2016’an de fermandar Dîcle û hevreyên xwe meha Tebaxê plan dikin ku dîsa berê xwe bidin ser dijminê xwe. 5’ê têbaxê 2016’an de çalakiya girê Genîş (Genîş Tepesi) pêk tînîn. Di vê çalakiyê de mîna fermandarek, mîna jinek şerker erk û berpirsiyartiya xwe cih tîne. Heta hêz û gule xwe ya dawî şer dike û bi çar hevalê xwe re digihîje şahadetê.

Fermandar Dîcle herdem perwerde kirin û peşxistina hevalên xwe esas girtibû. Lewra jiyana xwe de jî wiha bû, şerê xwe de jî. Ji ber ew xwedi dilekî mezin bû.

 

Hevalên Wê Yên Tekoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 15 Şubat 2024
Görüntüleme: 324

Sayfa 4 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • FERMANDARA FEDAIYAN: SARYA QAMIŞLO

  • NEFEREK JI YEKÎNEYÊN YJA STARÊ: RÛKEN MAMXÛRÎ

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere