• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. PÊŞENGÊN ME

Fermandara Pengava Şoreşgerî; Nûda Evîn

 Li welatê Kurdan, hemberî dehaqên serdemê hêrsekî mezin ava bibû. Zarokên agir û rojê bi hilhatina rojê re dest bi govenda azadiyê kiribûn. Li quntara çiyayên Zagrosan hem li eniya Cîlo û hem jî eniya Çarçella xwe amade kiribû li hemberê her tiştê. Ji bo başî jî amade bûn, ji bo ne başiyan jî. Ji bo biratiyê jî amadebûn ji bo hemberê xiyanetê xwe parastinê jî. Ji bo aşitiyê jî amadebûn ji bo şerekî dijwar jî. Kêliyên wiha dijiya çiyayên Zagrosan. Cîlo her çiqas negihaştibû Çarçellaya xwe jî, lê dîsa jî tu caran hêviyên xwe qut nekiribû. Ji ber ji dil da hezkiribû Çarçellaya rengîn. Bê berjewendî dilê xwe dabû destê Çarçella. Her çiqasî Belkız û Çeko ketibû di navbêra wan de jî, lê dîsa jî Cîlo dest ji Çarçella berneda bû. Ji ber ku ji dilda heskiribû ji Çarçellaya xwe, ji dilda pê ra hatibû girêdan... Zarokên agir û rojê jî pir bi şans bûn ku li ser axek wiha bi nirx, li gel heskirinêk wiha bi wate cîh digirtin. Li ser evînên wiha bi nirx ew jî evîna xwe hîn mezintir dikirin. Yek ji wan zarokên rojê ku fermandara pengava şoreşgerî a Şehîd Reşîd Serdar de cîh girt  fermandar Nûda Evîn bû.

   Sala 1988’an de li Mêrdîn Nusaybînê li gundê Çalê zivistana Çileyê de zarokek por xelek çavên xwe li dinê vedike. Dayika Rahîme navê Emîne li vê zaroka xwe dike. Emîne bi şans bû ku di nav malbatek welathez û bi çanda Kurdêwarî ve girêdayî her wiha li dorhêlek nîştîmanperwerde mezin dibe. Ji mezinên xwe dîrok û tekoşîna gelê xwe gohdar dike. Êş û azarên gelê xwe temenêk ciwan de nas dike û ji dil de dijî. Emîne bi malbata xwe re li gundê xwe jiyanek sade û pak dijî. Ji gelek xirabiya neyaran dûr, ji her cûre sextekarî bê par û qomployan bê agahî jiyana xwe didomîne. Ta ku heta êrîşên li ser gundê wan didin destpê kirin. Emîne dema ku bi çavên xwe dibe şahîdê hovitiyên dewlêta Tirk, wê demê her çiqas wate nede jî dema mezin dibe soz dide xwe wê êrîşên li ser gundê xwe bê bersiv nehêle. Emîne bi malbata xwe re neçar dimîne ku berê xwe bide metrepolan. Malbat berê xwe dide bajarê Îzmîrê. Emîne vê yekê her çiqas nava dilê xwe de nahewîne jî, lê ji ber neçarin diçin, lê gundê xwe jî bi dilê xwe re dibin...

Emîne tu caran fêrî jiyana bajaran nabe, herdem bêriya gundê xwe, herdem bêriya axa xwe û mala xwe dike. Ew jî ferqê de ye ku ne aîdê van deverane. Dema ku tê emrêkî tegihiştî wê demê ji bo tolhildana gundê xwe û gelê xwe berê xwe dubare dide welatê xwe û tevlî tevgera azadiyê dibe. Ji ber ew tu caran ew êrîşên li ber çavên wê pêk hatibû ji bîr nekiribû...

Sal 2011 Emîne bibû xwedî vînekî ji pola, zana û jineke têgihîştî. Ew êdî jiyana xwe ya nû de bibû Nûda Evîn. Tevlîbûna xweya di nava refên gerîla bi navê Nûda, mîna jinûve dayîkbûna xwe girtibû dest. Ji ber vê navê Nûda li xwe kiribû. Ev jiyana xwe ya nû de pir bi kelecan bû. Bi kelecan û evînek pir mezin dimeşiya. Li qada Garê perwerdeyên xweyên sereke dibîne û wiha tevlî kar û xebatên pratikî dibe. Nûda ji ber atîkbûyîn û jêhatîbûna xwe yekser derbasî qada Zagrosan dibe. Çiyayên Zagrosan bi bilindahî û xweşikbûna çiyayên xwe ve, çavên Nûda dadigre. Nûda li vir fêrî jiyana gerîla dibe. Nûda jiyana xweya şoreşgerî de pir bi meraqe ji ber vê pir zû ferî her tiştî dibe. Ji bo ku bibe gerîlayek xurt bi heskirin û zanabûnek ve tevlî jiyanê dibe. Di her kêliyê de xwe perwerde dike û hevalên li cem xwe jî fêrî vê yekê dike. Gavên wê yên destpêkê li Zagrosan, jê re dibe hîmê gerîlatiyê. Li Zagrosan mezin dibe û dibe gerîlayeke jêhatî. Dema ku bi vê zanabûna xwe bi perwedehiya Rêber Apo re temam dike, edî tu kes nikare li pêşiya pêşketin û pêşveçûnên Nûda bigre. Nûda dibe jinêk şerker, Nûda dibe tirsêk mezin li dilê neyaran de.

Şerê Dijwar De Dibe Fermandara Cengê

   Sala 2015’an de dema ku pevajoyê bê çalaktiyê bi dawî dibe êrîşên topyêkûn a dewleta Tirk a metinger despê dike. Hemberî gerîlayên azadiyê êrîşên dijwar û êrîşên bê ser û ber her roj xwe dubare dikir. Gerîlayên Kurdistanê hemberî van bêbertek nediman. Ew jî bi hêrs û kînêk mezin berê xwe didan dijminê xwe. Dijminê ku welatê wan dagir dikir, pewîst bû ji ser axa welatê xwe biqewitan dana. Nûda ji vê bawer dikir. Bi vê baweriyê ve hevalên li cem xwe di milê leşkerî de xurt dikir û berê wan dida li ser dijminên hov. Dijmin operasyonên berfireh dabûn despê kirin. Armanca wan ew bû ku çiyayên Zagrosan ji destê gerîlayan bigrin. Lê hesap nekiribûn ku ew kesên ku li Zagrosan cih bûne, fedaiyên Rêber Apo ne. Ew kesên ku li çiyayên Zagrosan cih bûne fedaiyê gelê Kurd e. Dijminê xwînxwar bê ku vê hesap bike berê xwe dabû Zagrosan. Vê pevajoya ku şerê dijwar diqewimiya de Nûda jî li çiyayê Zagrosan li eniya Cîlo hatibû erkdar kirin. Wek fermandara şer ew di nav vê cengê de cih girtibû. Şer dikir û dida şer kirin. Sond xwarî bû wê dijminên xwe ji ser axa Zagrosan biqewitanda. Nûda tevlî gelek çalakiyan dibe. Pêşengtî dike û her carî bi serkeftinêk mezin vedigere wargeha xwe. Serkeftinên ku dest dixist çavên wê de ronahiyek mezin dida ava kirin. Ew ronahî nîşanêya serkeftinên wê dida dest. Ger Nûda ji çalakiya vegeriya bê ku biaxive te çavên wê bimêzanda te fambikira ka encamê çalakiyê çi rengî ye. Xweşiya dilê wê derbasî rûyê wê bibû. Nûda herdem rûken bû. Rûkenî gelek li wê dihat.

Rûbiken dayîk bû, rûbiken jiyanê û rûbiken gihaşt bêmiriniyê. Nûda Evîn sala 2015’an li çiyayê Zagrosan de li eniya Ciloyê mezin çalakiyek êrîşê de dema ku diçe li ser dijminê dagirker digihîje asta şahadetê. Dema ku dîrok 28’ê îlona 2015’an nîşan dide Nûda Evîn bi awayêk qehremanî digihîje asta şehadetê. Nûda dibe yekemîn şehîda pengava şehîd Reşîd Serdar...

Ev bi wate jiya, ew jiyana şoreşgerî de hewreyên xwe re bû fermandarek herî berbiçav. Ew li pey xwe de mîrateyek tîr û tije ya tekoşînê hîşt...

Ew jî bû yek ji xwedawendên Zagrosan...

Rêhevala Wê Ya Tekoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 15 Şubat 2024
Görüntüleme: 484

KEÇA ROJÊ, PÊŞENGA DEMÊ; ‘VIYAN’

Hebûna Kurdan heta roja îro, bi her cûre êrîşan, bi her cûre dagirkeriyê re rû bi rû maye. Dî kêleka van qirkirinan gelê me dîsa jî bi azweriyekî mezin xwe li jiyanê pêçaye û hertim ser lingan maye. Gelek berdêlên giran dabin jî, bi van berdêlan serî netewandine berovajî bi serbilindî meşiyan e. Di nava van rastiyan de rastiyek din heye ku di axa Kurdistanê de hindek herem, hindek bajar bi berxwedan û serhildêriya xwe derketiye pêş. Yek ji wan bajarên ku bûyê navê berxwedanê, remza serhilderiyê Nisêbîn e. Bêguman pêşengtiya van hemû serhildanan jinên ciwan û dayîkan kiriye. Lewma zarokên vê axê dem tê her yêk dibin fedaî û qehremanên gele xwe. Jina Biheybet a Nisêbîna Serhildêr Leyla Leyla jî wek jineke Nisêbînê di nava rastiya dijmin û welatparêzî ya malbat û hawîrdora xwe de çavê xwe li dinê vedike. Hîn di demên xwe yê zarokatiyê de, her çiqas wate ya wê nezani be jî; bi çavên xwe şahidiya howîtiya dijmin û serhildêriya gele xwe dike. Ji ber vê hîn di wan deman de tovên jina azad di dile wê de tên çandin. Ji ber ku di malbatê de tevlîbûn çêbû ye, PKK’ê hîn temenê biçûk de nas dike. Piştî şehadeta xale wê Abdullah di malbatê de têsîrek mezin ava dibe, ev bûyerekî destanî ye û malbat bi zarokê xwe nade jibîr kirin. Ji bo her di hafiza wan de bimîne her dem vedibêjin. Leyla bi van destanên qehremanan têşe digire û kesayetiyekî şerker tê de tê çandin.  12 salan li dibistanên dijmin de bi zimanê biyanî dixwîne lê belê ti carî dev ji çanda xwe, zimanê xwe, Kurdbûyîna xwe ber nade. Tovê dile wê de hatî çandin hêdî hêdî zîl didin, dema ev hîs dike, bi bandoriya şehadeta xalê xwe Abdullah ve dikeve nava lêgerînên tevlîbûnê. Demek dirêj dixwaze tevlî bibe lê belê rêya derketinê peyda nake. Piştî hin bûyerên ku dibîne, dibihîse şûnde tevlîbûna xwe de tam bi biryar dibe. Yek ji şehadeta Şehîd Akîf yê ku li Nîsêbînê bi fedaîtî şer kirin û şehîd ketina wî, yek ji şerê Rojava bandorî li ser çêdike û sala 2014 an 6’ê Tebax ê tevlî nava refên azadiyê dibe. Bi navê Viyan soza doza Kurd dide. Piştî perwerdeyek dem kin derbasî sengerên herî pêş dibe. Di nava rastiya şer de zû têdigihîje. Jixwe kesayetek şerker e, di nava PKK de jî wek jinek zane û şerker têşe digire. Di çeperên pêşde keleka rêhevalên xwe li hember dijminê mirovahiyê DAÎŞ ê şer dike. Di piranî pêngavan de cîh digire, pêşengtî dike. Di kêliya pêvçûnan de ti carî gav paşde nade. Di her guleya xwe de hemû êşên gelê xwe, berdêlên ji bo şoreşê hatiye dayîn dihizire, çeka xwe hîn şidandî digire û di mejiyên dagirkeran de lê dide. Viyan, tenê ne li Rojava li hember çeteyan şer dike, dema şer de diçe hawara jinên Êzîdî, dayîkên Êzîdî jî. Li wir jî bi erka xwe yê demê radibe û ji bo rizgarkirina gelê Êzîdî şer dike. Bi pêşengtiya xwe, bi hez û wêrekî ya xwe ji bo tevahî jinan dibe çavkaniya hêz û vîn ê. Li van qadan de him di aliye leşkeri him jî di aliye birdoziya Rêber APO de dibe xwedî danehevên pir xûrt. Keça rojê Vîyan rûxmî pratîkên dijwar jî ti carî xwe ji perwerde kirine qut nake. Her derfetê de kesayetiya xwe perwerde dike, Serokatî dixwîne. Pêşenga xeta jina azad Viyan di her qadê de di her erkê de pêşengtî dike, lê belê ti carî vê seknê ji xwe re têrker nabîne û ji bo bibe fermandara serkeftinê dixwaze xwe hîn bêhtir kûr bike û hertim hewildana wê dide. Pêşenga Demê Gihîşt Xeyalen Xwe Jina şerker, jinek çiyayî bû dema hîn di civakê de bû bi xeyalê lûtkeyên çiyayan de jiyan kirine dikir. Ji ber çiyayî jiyîn di rihê wê de hebû. Her tim bi xwesteka bigihîje xeyalê xwe, xeyalê xwe pêk bîne jiyan dikir. Bi xwestek û îdayek pir bilind di sala 2019’an de berê xwe dide wargehên xwedavendan, meskenê jinên azad. Dema derbasî çiya dibe bi rêhevalti, fedakarî, pêşengtî û coşa xwe bala hevalên xwe dikişine. Di nava hawirdora diçe de bi van taybetmendiyên xwe derdikeve pêş. Ji ber van taybetmendiyên xwe pir tê hezkirin û di dilê her hevalê xwe de cihek taybet digire. Dema Viyan tê gotin; ken dikeve ser lêvên hevalên wî. Di pir demekî kinde fêrî derfetên çiya, rêbazê çiya dibe pir aktîf tevlî dibe. Ji bo ku van tevlîbûnên xwe bizivirîne hêzê, pêşengtiyek rast a demê derbasî akademiya fermandartî a Şehîd Mahsum Korkmaz dibe. Di destpêka perwerdê de hedef û armanca xwe tîne ser ziman û li gorî gotinên xwe, bi soza xwe tevlîbûnek serkeftî ava dike. Hemû danehevên xwe dike malê giştî û enerjiya xwe diherikîne nava derdorê xwe. Pêşenga demê Viyan dema derbasî akademiyê dibe; lêhûrbûnên xwe, hedef û armancên xwe wiha tîne ser ziman; ‘’Piştî pratîkên min dîtî şûnde min pêwîstî dît ku ez perwerdeyekî birdozî re derbas bibim. Di vir de ez hîn bêhtir lêhûrbûn bikim. Ji bo şaşitiyê xwe, kêmaniyê xwe derbas bikim an ji wek şervanek, qadroyek Serok APO di vê pêvajoyê de ji min çi tê xwestin li gorî wê tevlî bibim. Hevala jî ev derfet da min ku ez werim di perwerdeyek re derbas bibim. Ji bo vê jî hatina min a Akademiya Mahsum Korkmaz derfetek pir bi nirx û mezine ji bo min. Ez xwe ji bo pratîkên herî giran amade dikim. Dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî ser qadê me dike, li beramberî vê şerekî pir bi qehremani derdikeve pêş. Lêhûrbûnên min hemû ser van tiştane, kurtasî di her dem û her qadê de ez dixwazim rol bilihîzîm. Ez dizanim em çiqas xwe perwerde bikin ewqas em nêzî Serok dibin. Ji ber vê jî ji bo nêzî Serok bibim ezê di her milî de xwe perwerde bikim. Bi taybet wekî jineke ez dixwazim xwe bigihînim xeta jina pêşeng, dixwazim bibim wek fermandar Şehîd Delal Amed.’’ Di van gotinan de jî diyar dibe ku Viyan xwedî armancên mezin in. Mirovên ku armanca xwe mezin û zelal be teqez dawiya wê ji wek armanca wê bi heybet û bi nirx dibe. Piştî perwerdê derbasî qada Garê dibe. Di vê qadê de erk û berbirsyariyên dikeve ser milên xwe bi cîh tîne. Dû salan bê navber ked dide, pêşengtî dike. Dile wê ji bo qadên şer lê dide û dixwaze biçe qadên operasyonan. Keça tolê pişt re derbasî tîmen bi tevger dibe û diçe qada Metîna. Demên şer herî giran de tevlî gelek çalakiyan dibe. Fedaiyane şer dike, derb li dijmin dide. Bi lêdana xwe dijmin dixe pêxirtengiyek pir mezin de. Soza ku dabû armanca ku dabû pêşiya xwe pêk tîne. Xwedî soza xwe, xwedî doza gele xwe û keda Serokatî derdikeve. Viyan bi her awahî bê dûdilî tevlî cenga azadiye bû. Bi sekna xwe bû xwedavenda şerê rûmetê. Viyan, di 1’ê Tîrmeha sala 2023’an de di êrîşên dewleta Tirk de digihîje şehadetê. Keça rojê heta hinasêya xwe ya dawî her bi vîn û eşqek pir mezin jiyan kir. Demên tekoşîna xwe de mîrateyek pir bilind rêhevalên xwe re hişt. Piştî şahadeta wê wekî rêhevalên wê me xeyalên wê dewirgirtin û li pey şopa wê em ber bi armancên wê ve dimeşin. Heta ku gelê Kurd û PKK hebe wê Viyan hertim jiyan bikin. Hevalên Wê Yên Tekoşînê                                                

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 30 Ocak 2024
Görüntüleme: 324

Pêşenga Welatê Rojê; ‘Avesta Tekoşîn’

Milîtanên APO’yî ji bo avakirina jiyaneke azad bê navber di rêka azadiyê de dimeşin. Berdêla vê rêka pîroz gelek giranbûha ye. Dil dixwaze, hiş dixwaze, can dixwaze. Ev rêk rêkeke wisaye ku di oxira wê de hêjayî hemû berdêlan e. Keç û xortên vî welatî ruxmê di zanebûna vê yeke de, dîsa jî bere xwe dan rêka azadiyê. Ji bo hêviyên herî azad di bexçeyên herî berhemdar ê dilê wan de hatibû çandin, da ku şîn bibin. Ew in yên ku ji şerê azadiyê re pêşengtî kirin, ew in yên ku bûn lehengên welatê rojê, ew in yên ku tevlî meşa azadiyê bûn. Yek ji van lehengên pêşeng jî, Mizgîn Aşkara e. Mizgîn Aşkara di sala 1993’yan de li bajarê Sêrtê çavên xwe li dinê vedike. Di nava malbateke welatparêz de bi çanda Kurdewarî ve li ser axên qedîm mezin dibe. Ji ber zextên dijmin yên ser gelê Kurd dibîne, hêrs dibe û dibêje; ‘’Hûnê hesabê van kiryarên xwe bidin’’. Mizgîn bi vê zanebûnê ve roj bi roj mezin dibe. Di dilê xwe de her dem xeyalê gerîlatiyê jiyan dike. Di sala 2014’an di bihara rengîn de berê xwe dide Xerzanê û biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla dide dide. Bi jiyaneke nû ve di nava refên gerîla de navê xwe dike Avesta Tekoşîn. Bi heyecan û eşqeke mezin ve ber bi wargehên gerîla ve dikeve rê. Li Xerzanê pratîka xwe yê yekemîn dike. Xerzan bi bilindahiya çiyayên xwe ve û xweşikbûna xwe ve, Avesta digre nava hembêza xwe. Li wir fêrî jiyana gerîla dibe, ji bo ku bibe gerîlayeke xurt û pêşeng bi zanebûn û hezkirineke mezin ve tevlî dibe. Gavên wê yên destpêkê li Xerzanê jê re dibe hîmê gerîlatiyê. Li Xerzanê dipije û dibe gerîlakî jêhatî. Avesta ji bo tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla wiha dibêje: ‘‘Nava partiye de tiştê ku herî zêde min bandor dike, tiştê ku dihêle ez bi vê jiyanê ve werin girêdan ev e; di vê jiyanê de her tişt bi wate ye, jiyakirina te bi wate ye, şehadeta te bi wate ye. Di nava partiyê de tiştekî ji rêzê nîne her tiştek wateyeke wê heye. Yanî tu dizanî tu ji bo çi jiyan dikî, ev tişt jî min hîn zêdetir bi jiyanê û Rêbertî ve dide girêdan.’’ Piştî ku li Xerzanê piratîkek têr û tijî ya ku jê re bû bingehek meşand, ber bi Heftenînê ve dibe rêwî. Li Haftenînê jî ji bo bûyina gerîlayeke xurt û pêşeng çi pêwîst dike pêk tîne. Di meşa xwe yê azadiyê de pêngavên mezin davêje. Ew di demeke kin de gelek taybetmendiyên milîtanên APO’yî di xwe de ava dike. Avesta bi van taybetmendiyan ve di nava hevalên xwe de dibe mînak. Herwiha ji bo ku bibe jinek pêşeng û asêbûyî mîna çiyayên Kurdistanê, xwe di bîrdoziya rizgariya jin de kûr dike. Xwe hînî dîroka jina berxwedêr û pîvanê jina azad dike. Ew xwe bi van pîvanên azadiyê ve dixemilîne û dibe şopdarê Sara û Bêrîtanan. Avesta, li Heftenîn bi hêza xwe tevlî jiyanê dibû. Ji bo wê hemû rojên bi nirxin, ji bo vê jî her roj ji roja beriya wê zêdetir bi eşqeke mezitir tevli jiyanê dibû. Di hemû aliyên jiyanê de bi hevalê kêleka xwe re dibû alîkar. Ji ber ku ew bi wate li her tiştî meyze dikir. Bi hevalê kêleka xwe re hevaltiyeke xurt dida meşandin, ji ber dizanî ku hevalên wê her tiştin ji bo wê. Di rojên herî zehmet û kirîtîk de ew ê jî hevalên xwe li kêleka xwe bibîne. Ji bo bûyina bersiveke xurtir ji pêvajoyê re û deha zêdetir bi hevalên xwe re bibe alîkar, pêşniyarê perwerdeyeke leşgerî dike, pêşniyarê wê tê qebûl kirin û di akademiyên leşkerî de perwerdeya leşkerî dibine. Perwerda xwe bi baldariyeke mezin guhdar dike û xwe di warê pisporiyê de pê dixe. Perwerdeya xwe serkeftî bi dawî dike û dibe xwedî gelek zanistin leşkerî. Ji ber ku hemû kêliyên jiyanê weke perwerde digre dest. Dibe gerîlayeke şerker ku di hemû şert û mercan de, di hemû zor û zehmetiyan dibe xwedî meşeke serkeftî. Avesta’ya dil wêrek weke jineke pêşeng êdî erkên dîrokî hilgirtibû ser milên xwe. Ji ber di armanca azadiyê de bi biryar bû. Bi vê biryardariyê re soz dabû ku wê nehêle gaveke dijminê dagirker ser axa zêrîn bimîne. Ji bo wê jî berê xwe dide Xakûrkê. Li Xakûrkê jî dibe xwedî piratîkek ku bi danehevên dewlemend ve dagirtiye. Di jiyan û şerê xwe de pêşengeke ku mînak dihate girtin. Di gelek çalakiyan de cihê xwe digre û dibe xwedî gelek tecrûbeyên leşkerî. Avesta, di sala 2022’yan de ji bo ku bersiveke xurt bide dijminê Kurdan, ku careke din cesaret neke were ser axa pîroz, ji bo tekoşîneke mezintir ber bi Metîna yê ve dibe rêwî. Li Metînayê ve bi hevaltiya xwe ya dilpak, bi jîrbûn û zanebûna xwe ve li qadê dibe gêrîlayeke jin ya pêşeng. Di nava operasyona cenga Xabûrê de cihê xwe digre. Di nava gelek çalakiyan de weke fermandareke çalakvan cihê xwe digre û ji hevalên xwe re pêşengtî dike. Derbeyên giran li dijmin dide û gelek kuştiyên wan çêdibe. Ew ji bo azadiya gelê xwe canê            xwe kiribû dike feda. Avesta’ya dilwêrek di Hizêrana sala 2023’yan de digîje bêmiriniyê. Ew li welatê rojê tevlî karwanê şehîdan dibe. Li Xerzan, Heftenîn, Xakûrkê û Metînayê dibe xwedî kedekî mezin, dibe fermandar û pêşengek ku wê dîrok ti carî wê jibîr neke. Ji ber ku wê ji bo heqîqetê û azadiyê şerkir û xwe fedakir, ewê ti caran neyê jibîr kirin. Hevalên Wê Yên Tekoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 30 Ocak 2024
Görüntüleme: 321

ŞOREŞGERA KÊLIYÊ DEVRÎM HÊJAR

Tovên hebûnê reşandin li welatê agir û rojê. Her ku roj hilhat evîna azadiyê şîn bû. Rêyên ku digihîjin xeyal û hêviyan wek Dîcle û Firat zelal bûn. Wê demê li ser axên herî pîroz, dildarên agirê azadiyê bi şerê jiyanê re pêşeroja xwe di hembêza çiyayan de risandin. Lewma ew demên ku tê de jiyan dikin derbas dikin, nexşerêya jiyana xwe bi xwe xîz dikin. Ji bo zayîna xwe her dem di nava şer de ne. Carna di zinaran de digihîjin heqîqetê carna jî bi xeyalên xwe yên azad re berê xwe didin heyînek bêdawî. Çawa ku wênesazekî hestên xwe yên herî ji dil zindî dike û ew wêne dibe zimanê dilê wê, mirovên ku dil didin azadiyê jî di berbangê de digihîjin lûtkeyên çiyayan û di bilindahiyan de resmê evîna xwe xîz dikin. Devrîm Hejar yek ji wan jinên esîle ku bi cesaretekî mezin li hember zordariyê serî radike û gavên xwe jixwebawer davêje. Wê bi vê meşa biheybet Devrîm re deriyên herî binirx ya çiyayan heta dawî vebin û  avên herî zelal bi wê re xwe bigihînin kulîlkên li ser zinaran. Vaye ev e evîneke efsûnî, ev e wateya jiyana wê. Sedemê wê yên şerê azadiyê gelek in. Hîna di demên kevin de fêr dibe ku ji bo parastina welatê xwe divê şer bike. Lewra Devrîm zarokê dayîkeke şerker û serbilind e. Di serdemên ku tarîtî dixwaze li welatê herî qedîm de tarîtiyan belav bike, xwişka wê dest bi rêwîtiyeke herî watedar dike û nav li xwe dike dibe Devrîm. Îrade û cesareta jinên Kurd di qadên şer de nîşanê dijminê xwe dide û bi şerekî nav û deng digihîje şahadetê. Lê ew ne ya dawî ye, li pey xwe de gelek dildaran dafirîne. Lewma rêwiyên rêya heqîqetê dil didin hevdu û xwe digihînin dilê hev. Di hembêza vê dayîka serhildêr de jineke din ya serhildêr mezin dibe, dide pey şopa Devrîm. Ew şîrê helal ya dayîka xwe vexwaribûn, ew ji axa xwe fêrbûbûn rastiya gelê xwe. Ji ber vê ti carî nabe li hember zilimdaran serî bitewînin, nabe tufana mezin ya li ser welatê xwe nebînin. Ji ber vê Devrîm jî bibaya tovekî jiyanê ya welatê xwe. Ji xwe ji roja roj ve gerdûn ronahiya xwe nîşanê wê dabû ji ber vê ew sînorê dem û sînorên cîh derbas kiribû. Dixwest bigihîje wateya hebûna xwe lê bendêye ku gerdûn nîşaneyek bigîhîne dilê wê. Rojek ji rojan tîrêjên berbangê xwe digihîne dilê wê, bayê welat bang dike û edî meşa Devrîm destpêdike. Her ku lêgerê heqîqetê de kûr dibe û di nava çiyayên Kurdistanê de nêzî cewhera xwe dibe zêdetir zimanê gerdûnê nas dike. Ji bo bigihîje rojê soz dide ku hesreta di dilê xwe de pêk bîne, xwe bigihîne latên herî asî ya welatê xwe. Lewra Devrîm ti carî jiyanek ji rêzê qabûl nake, ger jiyanek hebe diviya coş û kelecana şoreşê tê de habûya û hemû dîwarên zilimkaran hilweşandibaya. Ji ber vê bi wate jiyan kirin di hemû kêliyên jiyana wê de armanca wê ya sereke ye. Dema ku soza xwe pêk tîne û digihîje navserê çiyayan navê Devrîm li xwe dike. Lewra ew di hinavên xwe de heskirina Devrîm, di şîverêyên dirêj de jî şopên Devrîm dibîne. Dibe ku bêhna çiyan di heman deman de nekişandibin hinavên xwe lê ew dizane ku bi heman armancê re girêdayî ye û di serxistinê de ew jî wek yên berya xwe bibiryar e. Ji bo hebûnek birûmet bijî û bigihîje cewhera xwe ya rast dibe Devrîm û di nava şoreşa azadiyê de wek giraniya navê xwe jiyan dike. Di berbanga gerîlayan de rojekî biharê ya sala 2011 an berê xwe dide asoyên welat. Pirsa çawa bijîn wek efsûnekî ku benda bersivê xwe bû ji bo Devrîm. Dema digihîje lûtkeyan û têkoşîna azadiyê di hemû şaneyên xwe de hîs dike wê demê zelal dibe ev pirs. Ne rengekî hezar rengên heyînê di dilê wê de zindî dibe. Di dilê xwe yê ciwan de hêviyek bi qasî gerdûnê mezin kiribû û ber bi heyînek nû bibû rêwî. Veger an jî sekinandin nînbû di vê zayîna nû de. Ji ber ku wateya jiyanê di roj û stêrkên asîmanan de her tim ber bi bilindahiyan ve diherikî. Her ku diherike ew dibe jineke bihêz ku li hember hemû tarîtiyan serî radike. Çawa ku di hembêza dayîka xwe de çîroka egîdên gelê xwe gohdar kiribû vê carê jî ji çiyayên asî destanên qehremanên welatê xwe dibihîst û ji bo ku bigihîje wana her roj ronahiya dilê xwe de zêdetir dike. Ne di kêlekê de, Devrîm her tim di nava şerên herî dijwar de cîh digre. Ew Devrîm e, li pey eşqa bêdawî dixwaze xwe bigihîne kûraniya heqîqetê. Bi dilê xwe yê tije heskirin ve bêtirs dimeşe. Dibe rêwiyek evîndar ya rojê. Bi bedewiya dilê xwe tovên nû direşîne li ser axên berxwedêr. Devrîm dizane, her ku ked bide bi çiyan re bibe yek wê çaxê bigihîje wateya demê. Ji ber vê hestên azadiyê ji kûr de hîs dike. Berê xwe bide kîjan qadê têkoşînê li wê derê resmê azadiyê bi hestên xwe yên bedew xîz dike.     Ew gerîlayek xwedî evîna azadiyê ye. Ji bo vê Devrîm di çiyayên asî de dibe gerîlayek asî û serhildêr. Li qadên Metîna, Garê, Xakurkê û Zapê bi evîna xwe ya tije hersa tolhildanê ve di sengerên ku şer herî dijwar dimeşê de cîh digre, ji rêhevalên xwe re pêşengtî dike. Di salên ku şer bi dijwarî tê meşandin de çekê xwe digre ser milên xwe û bi meşa xwe ya bi heybet re şerê rûmetê li hember dagirkeran dimeşîne. Li çiyayên asî ya Zapê dibe şerkerekî nekeftî ku ti hêz nikare wê bin bixe. Li zinarên Xakurkê yên dengê Bêrîtan jê te de goh dide dilê Bêrîtan û dibe tofanekî li ser neyaran. Di cenga Xabûrê ya Metînayê de jî  dibêje ez qirîna Bêrîtan, şopdarê Delal im, şerê xwe bi qasî wan mezin bikim û mezin jiyan bikim. Bi qasî ku şer dike, têdigihîje wateya heyînê. Çiya mamosteya jiyana wê bû, rêhevalên wê fêrkerên şerê hebûnê bû, lewma ji her hevalekî xwe fêr dibû ku çawa bimeşe, çawa jiyan bike û wek jineke çawa dikare bibe xwedî jiyanek mezin. Di vê wateyê de yek ji rêhevalên wê ku herî zêde bandor li ser jiyan û meşa wê ya şoreşgertiyê dike fermandar Delal Amed e. Ji ber ku ew bi girêdanbûna xwe ya ax û gelê xwe re baweriyek bêdawî jiyan dikir. Ji ber vê heta dawî xwe deyîndarê gelê xwe hîs dikir û ji bo ku vê deynê xwe bide bêhênase têdikoşiya. Ango sekna biheybet ya fermandara efsanewî Delal dibû rênîşana Devrîm. Lewma êdî ew jî her kêliyekî jiyana xwe da xwe deyndarê gelê xwe hîs bikira û ji bo azadiya gelê xwe ji şerên herî dijwar derbas bibûya. Ji bo ku pêşengtiya gelê xwe bike her toj bi heyecanekî mezintir berê xwe dide rojê lewra ew şervaneke dildar ya fermandar Delal bû. Di şopa fermandar Delal de dibe xwedî meşekî biheybet. Dibêje ‘Min her tim xwest wek Devrîman, wek Delalan jiyan bikim ji ber vê bi xwe re her dem di nava têkoşînekî pir dijwar de bûm.’  û diha didomîne… Devrîm, di tevahiya jiyana xwe de serkêşiya govenda azadiyê ku ji agir e dike. Di her govendekî de stranên evîndaran vedibêje. Di hembêza çiyayan û bilindahiyan de dilpakiya xwe digihîne dilê herkesî. Lewma rukeniya wê xeyalên herî jidil ya herkesî wekî ku di asîmanan de nîşanê gerdûnê dide. Kenê Devrîm bi bayê welat re diherike nava dilê herkesî. Ev hezkirineke bêdawî ya Devrîm e. Bi qasî bedewiya stêrkan ronî dike şevan, bi qasî bedewiya şîlêran rengîn dike çiyayan. Ji ber ku ew di her şert û mercî de li pey xelayên xwe yên mezin û watedar de bê tereddût dimeşe. Di qadên herî dijwar wa şer de xwedî têkoşîna azadiyê derdikeve lewra ew xwedî armancên mezin e. Kesên ku xwedî lêger û armancên mezin bin dikarin mezin jiyan bikin. Devrîm jî dizane ku şoreşgertî xwedî wateyên gelek giranbûha ye ji ber vê her dem bi xwe re di nava têkoşînekî pir dijwar de ye da ku mezin bijî. Dibêje; ‘Wê ev şer dîrokê de gûhertinên mezin û bi kok çêbike’ Dema ku vê hevokê bi lêv dike hezkirin û baweriya xwe ya li hember Serokatî tîne bîra xwe. Di Rêber Apo de azweriya azadiyê ti carî bidawî nabe ji ber vê xwe gihandiye dilê herkesî. Her jineke ku berê xwe daye şewqa rojê bi azweriya bêdawî ya jiyanê ve têgirêdan û bi heyînê re soza bêdawîbûnê dide. Devrîm jî yek ji wan jinên pêşeng e ku çavkaniya xwe ya jiyanê ji rojê digre û hezkirina xwe wiha tîne ser ziman… Vegotina armanc û meşa şoreşgerên dil pola ne hêsan e. Lewra PKK, warê kesên berxwedêr, şerker û xwedî cesaret e. Yên PKK’yî wek Delalan jiyan dikin, wek Devrîman li pey şopa fermandarên xwe dimeşin. Ji ber vê herkes dixwaze xwe bigihîne asta herî jor ya berxwedêran. Ji ber vê her qehremanekî wekî yên berya xwe dibêjin ‘Ewê dawî bi heybet be’. Şoreşgera dil wêrêk Devrîm jî her bi vê biryardariyê re jiyan dike. Ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe herî dawî di pêngava Cenga Xabûrê de pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike. Li hember dagirkeriyê hêrsa xwe ya bi salan ya dilê xwe de bi biryardariya xwe ve nîşan dide. Sengerên xwe dike kelehekî berxwedanê û qadên cengê de şerekî mezin dimeşîne. Di gelek operasyonên şoreşgerî de li hember dagirkeriya dewleta Tirk şer dike. Di 27’ê cotmehê sala 2022 an li qadên berxwedanê ya girê Hekarî digihîje bêmiriniyê.   Ew dibe jiyan, lewra dil dabû rojê. Ew dibe sitranên li navsera çiyan, lewra her diherike nava dilê xakên kurdistan. Her gotinekî ku ji dilê Devrîm diherike jiyan dide û hembêz dike.  Ev vegotina evînekî bêdawî ye lewra di xwe de heqîqeta heyînê radigre. Ev şer ne yê dawî bû lewra di nava bêdawîbûnê de jineke tolhildêr û rêhevalên xwe dibûn perçeyek heyîna azad. Di qadên cengê de dem û wext êdî hatibû. Wek Egîd û Delalan şer dikin. Devrîm, bi rêhevalên xwe re digihîje bêmiriniyê.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Aralık 2023
Görüntüleme: 320

SEMBOLA XETA FEDAÎTÎ YA JINA AZAD: ‘DESTAN’

PKK’ê şoreşê di nava şoreşê de hûnand û heta roja me anî. Vaye nêzî pêncî salin Rojhilata Navîn di agirekî İbrahîmî de dişewite û di van salan hemûyan de PKK bi hemû hêza xwe li ser linga ye. Lê yê vê hêzê avakiriye çiye, çawa di vê dojehê de PKK’ê dikarî ewqas hêz bixûliqîn e? Teqez tenê bersivekî vê pirsê heye. Ew jî Rêber Apo û mîlîtanên wê yên can bexşane ne. Emê behsa yek ji wana bikin; ’Destan Botan’ Beriya her tiştî ev rastiyekî ku di şexsê Destan Botan de jî cardin hat diyar kirin. Mirov di jiyanê de çawa be, di şer de jî bi heman rengê ye. Taybetmendiya yekemîn ya ku di xisletê Destan de xwe dida der; sekna wê ya fedaiyane bû. Ev sekin di jiyanê de di karekî herî bîçûk de heta karekî herî mezin de dixûya. Ya din Destan her tim vê tiştê digot; ‘’ Em di nava partiyekî wisa de ne ku naşibe ti tiştekî din. Ev partî bi xwînê hatiye ava kirin. Ji bo wî divê em nirxê her tiştekî bizanibin. Divê em yek mermiyekî vê rexistinê jî vala xerç nekin, divê em libekî xwarina wî, dilopekî ava wî jî nerjîn in’’. Bi zanistekî pir mezin Destan nirxên partiyê diparast. Lewra wê xwe bi felsefeya Rêber Apo xemilandibû, xweşikbûna wê diteyisî her tiştî. Ji xwe wê perwerdehiya xwe ya parastina nirxan yekemîn ji dayik û bavê xwe, dûyemîn jî ji Rêbertî girtibû. Destan hên di biçûkaniya xwe de bi nirxê kedê hesiyabû. Dema di kolanên Cizîrê de diçû dibistana asîmîlasyonîst haya wê ji her tiştî hebû. Dizanibû van dibistanan dixwazin wê ji çanda wê dûr bixin. Lê ji ber malbata wê mesref lê dikirin, ked li ber didan ji bo wî jî di van dibistanan de binkeftinê ji xwe re qebûl nedikir. Hên di wê temenê xwe de ji xwe re kiribû pîvan. Dest biavêje çi wê serkeftî be û qîmeta kedê bizanibe. Parazvana Nirxan Bû Dema Destan hat nava partiyê van taybetmendiyên xwe yên xweşik hên xûrtir kir û kesayetiya xwe dewlemend kir. Di dahûrandinekî de Rêbertî behsa çeka despêkê dikir û wisa digot; ‘’ Me bi demançeyekî despê kir. Wê demançê jî me di nava hezar potan de diveşart da ku tiştekî lê neyê’’. Ev gotinên Rêbertî Destan pir bandor kiribû. Di roja îroj de bi hezaran çekên PKK’ê hebûn. Dîsa jiyana Heqî Karer wekî pîvanekî di jiyana Destan de hatibû rûniştandin. Ji ber Heval Heqî ji bo partiyê diçû di înşaatan de dixebitî û pereyên qezenç dikir bê ku li ser hesaban bike radestî partiyê dikir. Wê vê sozê dabû, hem ewê çeka xwe biparêz e, hem jî di nava van derfetên dewlemend de hewil bide ku ji partiyê re derfetan bide ava kirin. Çûndina Wê Ya Akademiya Leşkerî Ji bo di asta herî bilind de çeka xwe bişûxîlîn e, berê xwe da akademiya leşkerî ya Şehîd Mahîr. Li wir wekî sekvanekî xûrt derket û ji ber pir serkeftî bû vesaziya wî wekî perwerdekar ji akademiya Şehîd Mahir re çêbû. Ev serkeftin Destan pir kêfxweş kir. Ji ber hên di temenekî pir ciwande bû lê barê partiyê radikir. Hîs dikir ku ew êdî dikare ji partî û gel re hên karên mezintir jî bike. Di vê akademiyê de gelek şervanan perwerde kir. Ne tenê wekî sekvan di heman demî de ji bo bibin mîlîtanên xeta Apoyî gelek ked li ber wan da. Lewra çiqas ked da ewqas jî hat hes kirin. Di demekî pir kurt de xelekekî evîndaran li dora wê kom bibûn. Hem hevalên jin, hem jî hevalên xort pir nirx didanê. Ew bi sekna xwe rêzdarî dabû ava kirin, bi keda xwe jî bibû çavkaniya evînê. Mirov Ji Çi Vexwe Dibe Ew Ji ber keça Cizîra Botan di hemû kêliyên xwe de bi Rêbertî re, bi şehîdan re bû, her roj wekî avê zelal dibû, her roj wekî bayê bi lez dibû û her ku diçû wekî rojê şewq dida li dora xwe. Ne xwe mirov ji çi bixwe û vexwe ewê bibe ew. Destan jî ji kaniya Rêber Apo û şehîdan vedixwar her roj dişibiya wan. Ewqas xweşik bibû mirov dema lê dinêrî dizanî ku êdî ew ne aidê vê dinyayê. Mîna pîroziyekî li ser rûyê erdê bi şemal dimeşiya. Wekî nûwazekî dilê herkesî qezenç dikir. Dema dest bi gotinê dikir, lawirên ku dibên ji gotinê fêm nakin jî lê baldar dibûn. Dema bê deng dibû kevir dest bi axaftinê dikir ku tenê wê dengê keviran jî dibîst. Bi enerjiya gerdûnê re bibû yek. Xwe gihiştandibû leza atomê ku wê di demekî nêz de ev atom bigîştina armanca xwe. Gotina Wan Yek e Gelo çima wisa ye, çima hindek kes hên dema jiyana dikin ewqas pîrozî dixwe de kom dikin? Gelo çima ev kes heta îro tenê di nava PKK’ê de hatine peyda kirin? Rastî jî em niha nikarin bersiva van pirsan bidin. Lê em dibînin û dizanin, ji Zîlan heta Berîtan, ji Doğa heta Sara û Ruken, ji Mazlûm heta Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn, hemû jî nîşaneya vê tiştê ne. Ew cûda ne, naşibin ti kesekî din. Di dilê xwe de heskirinê kom kirine, nefsa xwe biçûk kirine û xwe razandine xeta fedaiyan. Bê ku kes ji wan re bibêje, ew di dilê xwe de vê rastiyê hîs kirine. Ji wan kîjan bê gohdar kirin heman tiştê dibêjin;’’ Pirsgirêka gelê Kurd tenê dikare bi xeta fedaî ya mîlîtantiya Rêber Apo bê çareser kirin’’. Wan hev nedîtine, bi hev re ne axifîne, lê çawa dikarin di heman gotinê de bigîjîn hev. Gelo ev nepenî di navbera fedaiyan de ye lewra ji bo wî tenê dilê wan pê dihese? Destan Botan jî heman tiştan digot, mîna Zîlan, mîna Berîtan, mîna Sara û Ruken. Wê jî digot; ‘’Roja me di nava çar dîwaran de ye. Gelê me, jin û dîrok ji me serkefetinekî bi rûmet dixwaze. Ew mafdarin. Ji ber me xwe ji bo vê berpirsiyar dît û em tevlî bûn. Wê gavê hêjayê berdêla canê me ye em serkeftinê diyariyê wan bikin’’. ‘’Divê Jin Çeka Xwe Bernede’’ Ji bo vê armancê pêk bîne şev û roj di nava kedekî pir mezin de bû. Wê li Şengalê êşên jinên bindest di dilê xwe de hîs kiribû. Bi taybetî dema jinên ji destê DAİŞ’ê dihatin rizgar kirin didît bi wan re diaxifî. Dixwest fêm bike. Çima pirsgirêka jina ewqas kûr e, ev xelekên koletiyê kengî li ser beden û rihê jinê hatine ferz kirin? Li pey bersiva vê gihiştibû hindek rastiyan. Ketibû wê zanistê ku jinê dema şûrê destê xwe berda ango şûrê destê wê şikiya wê gavê jin ket rewşa koletiyê. Ji bo wî pêwiste jin ti caran xwe bê çek nehêle. Çeka li pişta jina gerîla rûmeta xilas kirina jinê ji koletiyê ye. Wê bi vê zanistê qlêşa xwe bi heskirin diavêt pişta xwe. Dema keziyên xwe li ser çeka xwe badida ji heybeta wê erş û asîman radibû ser piyan û silav didan vê keça azad. Jina hatî parastin jina herî xweşik bû, jina ku xwe ji koletiyê rizgar kiribû bi hezaran caran xweşiktir dibû. Gelek caran Destan  vê tiştê digot; ‘’Baş e PKK heye û baş e me PKK’ê naskiriye. Gelo ger PKK nebana wekî jin me yê çi xweliyê li ser xwe kiribana’’. Ev gotina wê ye û bi dehan caran ev gotin ji devê wê dihat bîstin. Çûndina Bakur Di zanista azadiyê de, bi felsefeya Rêber Apo dervayê jiyanekî azad li xwe heram kiribû. Çûndina wê ya her erkekî bi vê zanistê pêk dihat. Dema çû Bakur jî pir kêfxweş bû. Kelacana wê di hinarokên rûyê wê de dilerizîn. Bi salan bû xwe ji bo vê erkê amade dikir. Fîzîkî be jî hindek din xwe nêzî Rêbertî kirin, ji bo şikandina tecrîdê ketina nava şerekî bê eman dabû ber çavên xwe. Dizanibû ev çûndina wê, wê berdêlên pir giran jê bixwaze. Lê ji bo azadiya vî gelî, ji bo azad kirina Rêber Apo di roja roj de xwe amade kiribû ku wê berdêlê bide. Bê dûdûlî, bi biryardariyekî mezin çû qadên Bakur. Dostan Ji Sekna Wê Şanazî Jiya Dema hat bîstin ku Destan li Nisêbînê ketiye dorpêçê û heta gûleya xwe ya dawî şer kiriye, yên wê nas dikirin, gotin; ‘’Ji xwe sekna jê dihat hêvî kirin ev bû. Destan kesayetiyekî wisa bû ku ti caran wê rêyekî din hilnebijartina’’. Ji ber Destan wekî cihê wêrekî û baweriyê dihat naskirin sekna jê dihat hêvî kirin bi şemal pêk anî. Wê çawa di girên herî bilind de, di kaşê herî hewraz de barê xwe nedanî, di dorpêça herî dijwar de jî wê barê xwe nedaniya. Dizanî ew barê ku radike barê Kurdistana azad, Rêbertî û gelê azad e. Nabe ew bar di zehmetiyan de li neverasta dijmin bê danîn. Ger wisa be wê dost ji kerba biêşên, wê dijmin ji kêfa coş bikin. Lê wê dosta nekiriband, kêfa dijmin li xwe û hevalên xwe neanî.  Dost ji sekna wê kêfxweş bûn. Dijmin ji sekna wê qehir bûn. Jinekî din yê Apoyî ala fedaîtiyê li ba kir bû mîna Berfîna ku di şerê bajaran de li Amedê bombeya xwe di mêjiyê dijmin de teqand, bû mîna Ekîna ku li naverasta Vartoyê hat qetil kirin serî da lê sir neda, wê jî ev sekna jina azad ye fedaiyane kir para xwe. Dîsa derket holê ku ev kevneşopî ti caran namire, wê di sekna Berfîn, Ekîn û Destanan de her carî bi koktir zindî bibe. Ew jinên fedaî rûmeta me ya azadiyê ne. Emê jî her bibin şopdarên wan. Hevalên Wê Yên Tekoşînê  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Aralık 2023
Görüntüleme: 324

WÊ HER BI MÎRATEYA EGÎDIYA AMEDÊ TEKOŞERÎ KIR

Fermandar Sema Amed ango Leyla Gündoğdu, di sala 1984’an de li navdila bedena Kurdistanê, li Ameda paytext çavê xwe yê xemalî li dinê vedike. Di nava kevneşopiya malbatke welatperwer de mezin dibe û bi şîrê dayika xwere hezkirina xaka welatê xwe berdide hinavên xwe. Hîn zaroke Leyla, lê hêzek di dil û giyana wê de jêre dibêje dest bavêje keviran û xwe bi parêze,dayik û xaka xwe ji dagirkeran bi parêze. Ew jî mîna her zarokeke Kurdistanê çavê xwe li nava zilim û zora neyarên hov vedike. Bi taybetî piştî ku ji neçarî dev ji Ameda rengîn berdidin û berê xwe didin bajarên Tirkiyê, ew hêrs,kîn û kerb di dilê Leyla de hîn bihtir zexim û  mezin dibe. Bi xwere dikeve nava monologan de û dibêje; ‘’Ev derketina min ji Amedê wê ne dawî be, wê destpêkeke nû û muhteşem be, destpêkeke tolê be ji evqas barbarî û zilmê re’’. Li zirbajarên bi nexweşiya qapîtalîzim û desthilatî werimandî her kêliyeke bi dirêjahiya salekê bi ser Leylayê de derbas dibe. Mane ew ji şeydayê xwe, ji xaka ejdadên pîroz hatiye dûrxistin, tam,deng û rengê her tiştî li ber çavên wê dibin reş û sipî. Ji wan bajaran dûr, ji nav wê jiyana qerebalix dûr, Leyla dikeve nav lêgerîna jiyana bedew, jiyaneke bi rûmet ku têde bi ser bilindi, bêyî ku mecbûr bimîne bi zimanekî cuda hestên xwe îfade bike, li jiyaneke bi çand,exlaq û nasnama Kurdî lê ne qedexe be digere. Welatparêziya malbata wê serê ta ji zaroktiya wê ve xistibûn deste wê, tene mabû Leyla vî tayê ji hêviyê bi şopîne û xwe bigihîne evîna xwe, warê Leylayên egîd. Di sala 2004’an de bi biryardarî û meraqeke mezin, li ser şîveriyên azadiyê di bilindahiya çiyayan de, gavên xwe yên destpêkê davêje. Piştî Leyla bi navekî din ji bilindahiya asîmanan, bi navê fedayiya rojê Sema jiyana xwe dewam dike. Salên ku têde Sema tevlî tevgera azadiyê dibe, salên mîna ezmûnan e, xeta tesfiyekar di nava gelek tevlîheviyade dixwaze nirxê jiyana Apoyî wenda bikin û ji holê bidin alî, li hember vê qadroyên xweragirtî, girêdayî armancê xwe û bi vîn ev îmtîhan bi serkeftî derbas dikirin û di riya tekoşînê de îsrar û zelaliya xwe raber dikirin. Semaya bîrewer tevlî her şert û mercê zehmet bi şewqa evîna xwe ya ji ax û welatê xwe re, ji Rêbertiya xwe re karî riya heqîqetê rast hilbijêre û rast bi şopîne. Bi awayekî herî zelal û radîkal tevlî nûbûna xwe, li hember xeta paşverû dibe xwedî helwest û sekinke milîtanwarî. Bi vî awayî ew bi teşe girtineke qewîm dest bi meşa xwe dike. Pir zû fêr dibe ku çawa jiyana partiyê bi parêze, çawa xwe û hevalên xwe yên jin ji zihnyeta zilamsar bi parêze. Ev jîr û jêhatîbûna xwe roj bi roj bi xwendina ramanên Rêbertiyê re bi zanist û rêzxistin dike, hîn bihtir dike xwedî berhem û bandor. Bi vê tevlîbûna xwe Sema Amed ji nêvenga xwe re dibe rêncbereke şehreza di riya azadî û serkeftinê de. Bi hezkirin û cewherê xwe yê xwezayî, bi berpisyartiya xwe ya bilind li hember jiyana Partî, di çavê hemû hevalên xwede fermandara jiyanê ye. Ev taybetmendiyên bi esil û behremendiyên rengîn yên di kesayeta Sema Amed de, wê di demeke pir kurt de dixîne bin barê pêşengiyê. Her qada ku berê xwe didiyê bi heman moral, coş û viyanê tevlî dibe, li gelek qadên çiyayê Kurdistanê, li Qendîl, Zagros û Xinêrê dimîne û bi kedeke mezin, dilopên serkeftinê dinuqutîne ser xaka pîroz. Sema  Amed îstiqrar û pêşveçûnên di meşa xwe de, ji perwerdeya bi parêznameyên Rêber Apo qezenc dike, ti wextan na fikre ku van perwerdeyan weke agahî komkirinê bigre dest û têrker bibîne, hevok hevok dixwîne û dikeve hewildanê ku terzê jiyana xwe bi van ramanan bi alîne û bedew bike. Bi van hewildanê xwe re, Fermnadar Sema dibe mîna awazeke tije wate li ber guhên hevalê xwe, diba bayekî nazenîn û ji ser dilên wan zor û zehmetiyan dide alî, li hember neyaran jî dibe mîna bahoz û bablîsokeke bi xezeb. Bi hostatiyeke leşkerî di qadê cengê de dibe xwedî roleke diyrker, her heval bi xwesteke ku bi heval Sema re û bi koordîna wê bikeve çalakiyan, ji ber hevriya Rojê bi şêwazê jiyana xwe, îrade û cesûriya xwe mînaka hevaltiya rast, egîdiya jina Kurd û şergeriya wê dabû nişan. Sema dibe pirtûkek bi gelek navan, dibe pirtûka bedewiya ruh, şeydaya azadiyê, gernasa cenga zeferê û her kes wê dibîne û pêre dijî bi dem kurtî be jî, ji çavên wê yên deryayî vê pirtûkê dixwîne û fêmdike. Roja ku nêrgiza Amedê berê xwe dide asoyan, bi armanc û hedefa tolgirtinê dide rê. Tola mehrûmkirina Kurdan ji jiyankirina ser xaka welatê wan, tola qêrînên jinan yên di navê dest û lepên zilamtiya desthilat de radibin erşê li ezmanan, tola dilopên xwîna zelal ya ji bedena keç û xortên leheng hatî rijandin, Sema bi van sond û peymana dide rê. Di her kêliya jiyan xwe de bi asta tevlîbûna xwe, pêşengtî û sekna xwe dide nişan ku ew çendîn li pey van sozên xwe ye. Ji bo vê çelenga Amedê li kuderê cengeke gerim heban, wê pêşinyazî dikir biçe wêderê. Bi hêrseke mezin, bi kîneke rêxistinkirî bi ser dagirkeran digre û wan li poşmaniyê datîne ku fikirîne vê axê bi potînên xwe yên qirêj dagir bikin. Bi heman mebest û niyetê sala 2008’an Fermandara çalak vê carê berê xwe dide wargehê eşqa zaroktiya xwe, berê xwe dide Ameda hoşeng û şepal. Bi cil û bergên gabardîn, bi çek û rext û weke fermandareke bi nasnameya YJA Star, vedigere xaka ku lê ji dayikbûye, xaka ku bi darê zorê jê hetye dûrxistin. Gerdûnê êdî ew wext û zeman saz kiribû ku Sema li ser heman xakê bi celadan re bikeve hesabên kevnar. Şergeşa Apogerî bi lehengî û hostane dikeve nava gelek darbelêdanên bi bandor de, di nav gelek çalakiyan de cihê xwe digre û mil bi milê hevriyê xwe leşkerên metînger ceza dike. Bi şerkerî û coşa xwe gelek bandoriyên erênî avadike, hem li ser hevalên xwe, hem  jî li ser asta şerê li qadê. Fermandar Sema Amed, lehenga cengên giran, her bi  vî ruhê xwe yê esîl, bi hestên xwe yê resen û xweşik ji bo azadiya welat û gele xwe tekoşîn dide meşandin. Navber,westandin û beskirinê ti carî na nase. Di dîroka 27’ê Mijdara sala 2010’an di salvegera damezrendina Partiya Karkeran de, şoreşgera dilwêrek bi dilşahî û serfiraziyeke bê hed û sînor, li ser rêya şerefê, rêya hezkirina durust û azadiya rasteqîn berê xwe dide dinyaya bê miriniyê. Li şûna xwe, di giyan û dilê her hevaleke/î xwe de, li ser her buhustek axa çiyayên welatê xwe, nîşaneyên mizgîniya rojên  bi zafer û serkeftin dihêl e, nîşaneyên ew çendî bi dil û can hiştin ku, heya roja îro û her roja were wê her bibin çavkaniya hêz, moral û îradeyê  ji bo hemû hevalên Sema.    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 30 Kasım 2023
Görüntüleme: 316

JI ÇAVÊN WÊ TÎRÊJÊN HÊVIYÊ ŞEWQ DIDAN

Di sala 1974’an de li gundê Helêq yê Dêrika Hemko yê, şoreşgereke hemdem bi rûyekî firîşteyî çavê xwe li dinê vedike. Qehremana ku ti car wê ji dil û giyana hevriyên xwe derneyê, lehenga bi navê Hediye Cuma ango bi navê xwe yê tevgerî Nejbîr Qehreman silaveke tije hêvî dide dinyayê. Heval û fermandara gerîlayên azadiyê heya sala heyştemîn diçe dibistanê, lê di nava hestên bi hezkirina welat û axê tije mezinbûna wê, dibû dîwarekî parêzer ku ew bi giştî aqil û zekaya xwe nede dibistanê sîstemê, hezkirina wê ji welatê wê re, meraq û lêgerînên wê yên li ser azadiyê û fikrên Apoyî li hember wê jiyana heyî bi serdikevin, birayra wê ya dawî û herî xurt û zelal dibe tevlîbûna nava refên tekoşînê. Lewra ew di sala 1993’yan de tevlî nava kar û xebatên şoreşa Kurdistanê dibe. Bi hişyariyeke mezin dikeve ferqa meznahiya şensê ku jê re hatiye dayîn û li gora wê dikeve nava hewildanên kûr ku, bi awayekî herî bi sûd û avaker ji vî şensê xwe qezenc bike. mezinhaiya şense wê di veride bû ku wê li qada Rêberê azadiyê û di hizûra wî de perwerde dibîne. Ew li qada Rojê bi germahiya tîrêjê fikrê wî, qeşaya ku pergala qirker bi ser hest û aqilê jin de berdabû dehelîne, herwiha dizivirîne enerjiyeke herikbar û xwedî berhem. Di sala 1996’an de Fermandar Nejbîr ji bo ku bêrîkirin û  hezkirina xwe ya li hember lutkeyê çiyayan derbas bike, rûyê xwe dide ser rêça wan û bi heybeta Zagrosan re dest bi meşa xwe ya gerîlatiyê dike. Ji heybet, şanazî û şemala Zagrosan gelek taybetmendiyên azad di şexsê xwe de ava dike. Neviya xwedawendan bi çiyayan re, bi Zagrosan re rastiya xwe ya parçebûyî carekedin di hembêza xwezaya welatê xwe de peyda dike. Hevpariya giyanî ya di navbera Nejbîr û axê de, di navbera wê û lûtkeya de bala her kesê ku didît dikşand, ji her kesî re hestên wê yên tije eşqa azadiyê diteyisîn. Bi vê yekîtî û hezkirinê re Nejbîr di huner û jiyana gerîlatiyê de bi qasî ku ti kes texmîn nake, zû fêrî jiyan û şerê gerîla dibe, di nav her xebatî de, di her çalakiyê de navê Nejbîr tê zimanan. Ew bi çavkaniyeke tije viyan û dildarî fêrî wê jiyanê dibe. Lewra di serî de di milîtaniya Apo yî de dibe xwedî sekin û roleke diyarker, di pey re jî weke fermandar destê xwe dixe bin giranya barê doza Kurdî. Gernasa Kurdan dibêje ku’’Erkê me yê destpêkê em pîvanê milîtaniya Apoyî di şexsê xwe de ava bikin, eger em di pêkanîna vî erkî de serkeftî bibin, emê bi nêzîkatiyeke bi tendurust û rasteqîn nêzî her cureyê xebat û erkî bibin’’ Nejbîra Egîd beriya her tiştî bi berpisyartî û hezkirina xwe ya cewherî li hemberi rêgezên PKK’ê , bêyî ku peyva fermandar bikeve pêş navê wê, ew dibe fermandara jiyanê. Ji aliyê jiyanî, leşkerî de bi ked û xwêdanê  xwe pêşdixe û pêşengtiyeke bi bandor ji nêvenga xwe re dike. Lê şagirta mamosteyê azadiyê ji her aliyî zêdetir bi xwesteka xwe pêşxistina di warê bîrdozî de dikeve nava hewildanan. Ji bo gihiştina kesayet û fikrekî bi azadiyê û heqîqetê re peywendîdar, xwe kûrkirina di ramanê Apogerî de şertekî binyadiye bê goman, Nejbîra zana jî vê sirrê fêm dike û lin gor wê xwe bi rêxistin û pîlan dike. Ji xwendina xwe ya ji parêznameyên Rêber Apo re van hevokan bi lêv dike’’   Parêznameyên Rêber Apo di hindirê xwe di her hevokeke xwe de wateyên dîrokî û felsfî dihewîne, gelek pêşbîniyên dûr û kûr bi lêv dike, lewra ji bo fêmkirina van hevokan pêwîstî bi xwe westandin û ponijînên dijwar heye, ji ber fêmkirina me dema ku em vî fikrî bi piratîk dikin çêdibe’’ Di nav şert û mercên tecrîda li Îmraliyê de nivisîna Rêber Apo ji parêznameyên xwe re ku, bi riya wan ji nûve mirovahî li rastiya wê hayil kir, barê Nejbîr hîn girantir dike, dibêje’’ Eger Rêbertiya me di nava zor û zehmetiyê, di bin her cureyê îşkenceya psîkolojik de, ev fikrên giranbuha ji mere peşkeş kirine, ji erkê me yê  herî wijdanî ew ku em her ziraviya jiyana xwe bi vî fikrî bi pêçin û pê nefes bigrin, bi xwe re jî em van ramanan bidin jiyan kirin û belavkirin li hemû gerdûnê’’. Zeriya zagrosan bi gelek pirensîb û rêgezên zêrîn tevlî jiyan gerîla dibe û hevaltiyek ji dil û can bi şerkerê welatê xwe re dide meşandin. Dema navê Nejbîr tê pirsin, bersiva li ser zimanê her hevalê ku wê dinase nazenîniya rihê wê û meznahiya hezkirin û dilê wê tînin ziman, tuyê vê hevokê ji hemûyan bibhîzî ‘’Dema ku heval Nejbîr dikeniya pêre gerdûn, cîhan û çiya hemû dikeniyan’’  bi dil nizmiya xwe, fedakarî  û cesûriya xwe di nav  hevalê xwe de dibe cihê moral, hisyat û hezkirina rast ya di hevaltiiya Apoyî de. Ji xwe ev  taybetmendiyên bi nirx hemû çavkaniya xwe ji fêmkirina Nejbîr ya ji felsefa jiyana Rêber Apo diwelidîn. Lewra ew bi van serkeftinên xwe, xwe amade dike bibe hevaleke rast bi Serok Apo re, bi tekoşîn, şer û xebatê xwe dawî li pergala tecrîdê bîne. Bi vê mebestê berê xwe dide nava saziya Hêzên Taybet. Fermndara cenga rûmetê mîna li her qadê xebatê Partiyê, li saziyê jî di nav gelek karên serkeftî de cihê xwe digre û rengê bandoriya xwe lê zêde dike. Ew her bawer dike ku ancex mirov bi şer û tekoşînê bikaribe bigihje azadî û xweşikbûnê, bi xweşikbûna xwe re jî bigihije hezkirina rast û heqîqî. Lewma di sala 2008’an şergeşa çiyayan carekedin berê xwe dide warên xwedawendan, berê xwe dide quntarên Zagrosê. Dildara heqîqetê ti carî wateya tirs û terdûdê na nase di meşa xwe de, lewra di tekoşîna xwe de jî her serkeftiye. Xwezayîbûna jin, hestên wê yên bilind û pîroz, bi zanistê re dihûne û keziyeke bi fikrê Apoyî xemilandî dertîne holê. Ew bi hevsengiya di navbera herdû zekayên xwe de dijî û biryaran dide, ango ew bi perspektîvê Rêber Apo jiyan dike û tevdigere. Dilgeşa welatê rojê bi van xisletê xwe yên hemû wate û manewiyat dikare bibe şervaneke jîr û zane, hevaleke muxlis û wefî, dikare bibe fermandareke mînak û hevriyeke rast bi Rêberê gelan re. Ew bi mirasa Zerdeştê kal dijî rast difikre, xweş vedibêje û baş pêk tîne. Keça xwedî eslên resen bi dilekî pir rengî ku têde cesaret, hezkirin û li hember desthilatan tije kîn û kerb şerên pir mezin dide meşandin, bi xwe re jî hemû hevalên li gel xwe bi moral û motîveke mezin dixe nav şer. Li Zagrosê li herema Gerdiya weke fermandara  yekîneyê gelek çalakiyên bi bandor bi rêxistin dike. Bi  ser dagirkeran de digre û hesreta di dilê dayikên Kurdistanê de hênik dike, mîna ku biçe şahiyê, di her cengê de serkêşiya elwenda azadiyê dikşîne Nejbîra çeleng. Di sala 2009’an de li heman qadê li herema Gerdiya yê, di encamê êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk de Nejbîra qehreman digihije merteba şehadetê. Dema roj diçe ava fermandar Nejbîr silav dide cîhana nemiran, ji bo zayîna seharên bi tîrêjên azadiyê ew canê xwe feda dike, diçe û li pey xwe şopên ronak neqiş dike. Kanî, ber, dar û zinarên Zagrosê bi serfirazî sînga xwe bilid dikin asîmana ku fermandareke egîd mîna Nejbîr Qehreman di ser wan re derbas bûye, ava wan li rûyê xwe kiriye û ji bo wan canê xwe gorî kiriye.    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 30 Kasım 2023
Görüntüleme: 310

Ji Warê Serhildanan Pêşengeke Dilpak:  Şehîd Şîndar Eser

Pêşengeke dildar ya gelê xwe Şîndar Eser (Halîme Baş) di sala 1984’an de li Mêrdînê çavên xwe li dinyayê vedike. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û ti carî qabul nake ku ji dûrî nirxên pîroz yên gelê xwe bijî. Ji ber vê ew bi girêdanbûna nirxên têkoşîna azadiyê re herdem jiyan dike û di nava van rastiyên gelê şerker de dipije, bi vî awayî tevgera azadiyê ji nêz de nas dike. Bi ruhê xwe yê zindî hîna di temenê xwe yê biçûk de li hemberî zilma dijmin serî hildide û ji bo ku êrîşên dijmin bê bersiv nehêle, bi ruhê serhildan û berxwedanê serde diçe. Lewra ew jî zarokeke serhildana ye, di nava germahiya serhildanan de mezin bûye. Di bingehê welatparêziyekê bi hêz de heval Şîndar di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Weke her milîtaneke APO’yî ji bo ku rexnedayînekî rast bide çêkirin, dikeve nava lêgerînê. Bi vê lêgerînê ve meşa xwe ya di nava rêxistinê de dide destpêkirin. Daxwaziya wê ya herî mezin jî ewe ku li ser xakên Bakûr vê tekoşînê bilindtir bike.  Bi vê xeyalê re gelek qadên têkoşînê de rêwîtiyên dirêj dike, di van rêwîtiyan de hevaltiyên pir bi nirx jiyan dike, di gelek kadên dijwar de pêşengtî ji çalakgeriya gerîlayan re dike. Ji xwe ew hîna di gavên xwe yên yekem de baweriya xwe ya bêdawî bi hêza hevalên xwe anîbû lewma bingeha serkeftinên jiyanê de li kêleka rastiya Rêbertî û şehîdan, hêza hevaltiyê hebû. Bi qasî ku ji serkeftinê bawer dikir, ji wê zêdetir dibû xwedî ked û hewldan da ku bikaribe deynê xwe yê li beramberî Serokatî û hevalên xwe yên şehîd bide. Ji ber ku heval Şîndar di nava nirxên pîroz yên welatparêziyê de mezin bibû û tevlîbûna xwe jî di vê bingehê de bi gavên xurt ve dabû çêkirin, ji bo vê di meşa xwe ya gerîlatî de jî her dem di wê hewldanê de bû ku, wek qehremanên dîrokî nirxên mezin ava bike. Ev yek jî hêz û coşekî mezin di jiyana wê de ava dikir. Ji ber ku ‘Kar kirin, ked dayîn azadî bû’ Bi qasî ked dida hîs dikir ku nêzî Rêber Apo dibe. Ji ber vê armanca wê her kêliyekî xwe dagirtî derbas kirin û pêşketin ava kirin bû. Heval Şîndar ji ber van taybetmendiyên xwe yên pêşengtiyê, jineke bihêz bû, ji ber vê sekna xwe ya bihêz hevalên wê jê re digotin ‘Tu jineke serhildêr e’ Ew jî digot ‘‘Raste. Ez jineke li warê serhildanan de mezin bûme. Ji ber ez ji Nisêbînê tevlîbûme. Ji bo vê min vê taybetmendiya xwe ji malbatê girtiye.’’ Lewma di xwezaya xwe de heval Şîndar xwedî sekneke rêxistinî ye û her dem xwedî cesaretekî pir mezin e. Ew li hemberî hemû nêzîkatiyên paşverû ya dijmin yên ku li ser civaka Kurd dide meşandin, ruhê serhildan û berxwedaniyê di cewhera xwe de ava kiribû. Ew wek jineke serhildêr bi ruhê xwe ya ciwan tevlî jiyanê dibe û bi kelecana xwe ve di dilê hemû rêhevalên xwe de cihê xwe çêdike. Bi tevlîbûna xwe ya cewherî û zindîbûna xwe ya jiyanê re di kijan karê de cih bigre teqez serkeftin bi xwe re ava dike. Lewra her dem dixwaze pêşketinan ava bike, wek jineke bibe xwedî hêz û îradeyek ji pola. Her ku di karê xwe de serkeftinan bidest dixe rûkeninya wê zêdetir dibe, ji xwe ne gengaz bû ku mirov heval Şîndar bê moral an jî kêliyek jî bêyî rukenî bifikire lewra Rêber Apo jî digot; ‘Ken, ji azadiyê tê’. Heval Şîndar jî her dem dixwest li gorî vê tespîtê Serokatî tevbigere, ji jiyanê hez bike, bi qasî wê jî ji dil de tevlî bibe. Wek jineke pêşeng di tevahiya jiyana xwe de tevlîbûneke çalak ji xwe re esas digre lewra ew soz da bû gelê xwe. Ji ber vê ewê her dem di dilê dijmin de bibe hêza lêdanê û di têkbirina dagirkeran de bibe xwedî rol. Bi vê armanca xwe ya mezin ve ji Xakurkê heta Heftanînê li gelek qadên Behdînanê û herî dawî jî li qada Botanê de dibe xwedî meşekî serkeftî. Heval Şîndar her bi hêviyek mezin ve xeyalê çûyîna Bakûrê Kurdistanê dike û di sala 2009 an de ev xeyala wê pêk tê, derbasî Gabarê dibe. Ji bo ku li qadên Bakûr de pratîk bimeşîne, li dijî dagirkeriyê helwesta herî tund raber bike, tola salan rabike dibe xwedî ked û hewldan. Dema ku pêngavên xwe ber bi Bakûr ve davêje, di bin ronahiya stêrkan de hêsirên kêyfxweşiyê dibarîne. Lewra ev xeyaleke wê ya mezin bû û waye pêk dihat. Ev kelecana dilê wê mezintir dikir, gavên xwe zêdetir bilez davêt. Êdî ti zor û zehmetî nedikarî wê bide sekinandin. Ji ber ku ew dildareke jin, pêşengeke bibiryar bû, ger xwestek gihîştina xeyalan pêkan be wê demê ti hêz nikare wê bide sekinandin. Wekî ku ne şev be, ronahiya rojê pêçandibû hemû bedenê wê. Wê çaxê ew fêm dikir ku di vê meşê de bêdawîbûn heye. Li Gabarê di demekî kin de gavên pir xurt davêje, fêrî erdnîgariya wir dibe. Ew jineke çalakvan e, ji ber vê dixwaze di dilê dijminê xwe de derbên tinebûnê lêde. Ji ber vê di her rêwîtiyekî de pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike, di hemû erkên girtî de tenê serkeftinê esas digre. Lewma kêliyekî jî nasekine û hêrsa xwe ya li beramberî dagirkeran bi meşa xwe ya bi heybet re dibersivîne. Heval Şîndar  ji bo ku di xeta azadiyê de milîtaniya Apo’yî bicîh bîne, temsîla xeta azadiya jin bi serbilindî pêkbîne, li ser zor û zehmetiyan de dimeşe. Weke jineke sewdaliyê azadiyê wê hertimî danî li ser ziman û digot; ‘‘Ger ku evqas sal min xwestekê xwe ji rêxistinê re anî ziman û ez hatim vê qadê, pêwîst dike ku di her qada jiyanê de bibim xwedî tevlîbûneke xûrt.’’ Bi vê sekna xwe ya bibiryar ve nîşan da ku ger xwestek û biryardarî hebe li pêşiya mirov de ti astengî namîne. Ji ber vê sekna xwe ya bi biryar, di demekê kin de li qada Botanê de jî erkên  fermandariyê digre ser milên xwe da ku bikaribe pêşengtiyeke hîn xurtir bike. Çawa ku artêşbûna jin li qada Botanê de pêşketiye Şîndar jî di şopa fermandarên qehreman de dimeşe, wek bahozekî hêza jin bi çalakbûneke serkeftî ve nîşanî dijmin dide. Bi vî awayî nirx li ser nirxên artêşbûnê zêdetir dike. Bi vê sekna xwe re ew herdem dibe çavkaniya hêzê. Heval Şîndar ser kîjan karî de bimeşe teqez ew kar weke avekî ku biherike digihîje zelalî. Lewra ew di feraseta xwe ya kar kirinê de heta dawî zelal e. Bi nêzîkatiyekî ku; karê xwe ez ê çawa baş bikim, ez ê çawa xizmeteke dilsoz ji bo jiyana rêxistinê bidim çêkirin, bi ser kar de diçe. Ji ber vê ew di hemû qadên jiyanê de pêşengî ji rêhevalên xwe re dike. Yek ji pêşengên şerê gelê şoreşgerî heval Şîndar, her di nava wê hewldanê de ye ku ji pêvajoyê re bibe bersiv. Li qada Botanê ew jî wek yên berya xwe di serxistina doza azadiyê de heta dawî şer dike, dibe jineke çalakvan. 14’ê Adarê sala 2011 an derbên wiha li dijminê xwe dide ku erd û ezman bi dengê çeka wê deng ve dide. Piştî ku şerekî mezin li hember dagirkerên xaka xwe dimeşîne şûnve digihîje bêmiriniyê. Biryardariya heval Şîndar ya jiyanê, hêz û coşa wê ya bêdawî, bi xwe re şopdarên xwe jî ava dike. Em wek rêhevalên wê xwedî li bîranînên wê derbikevin. Amadekar: Navenda Ragihandina YJA Star

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 09 Ekim 2023
Görüntüleme: 317

Jineke Serhildêr û Şerker: ‘Newal Mêrdîn’

Şoreşgera dil mezin Newal Mêrdîn (Emîne Şen) li warê serhildanan de, li navçeya Mêrdînê Dêrikê tê dinyayê. Di nava nirxên welatparêzî ya civaka xwe de dîroka gelê xwe nas dike û hêj di wan deman de diyar dibe ku meşa wê gelekî bi heybet be. Hîna di nava malbatê de wek jineke ciwan bi aliyên xwe yên cewherî ve bala mirovan dikişîne. Ji ber vê yekê, ruxmê temenê xwe yê ciwan hemû berpirsyartiyên malbatê digre li ser milê xwe. Wek jineke dixwaze bi cewhera xwe jiyan bike, bi vî awayî êrîşên pergalê beralî bike. Bi van taybetmendiyên xwe yên xurt ve di dibistanê de jî bi jîrbûna xwe derdikeve pêş. Lewra gelek zû têdigihîje û fêm dike. Ji ber vê sedemê di dibistanê de her demî yekemîn e. Bi sekna xwe ya jêhatî ve gelek bal dikşîne û li derdora xwe her demî kombûnê ava dike. Lê belê xwendina dibistanên pergalê her dem wek birînekî kûr di dilê wê de dimîne ji ber ku ew nikare bi zimanê xwe yê dayîkê ve baxive û xwe îfade bike. Ji ber vê êdî naxwaze biçe mektebên dijmin. Di wê temenê xwe yê ciwan de biryarekî radîkal digre û malbat çiqasî israr dike jî êdî naçe mektebê dagirkeran. Wek jineke Mêrdînê ev taybetmendiyên xwe yên bi înad ji axa xwe girtibû. Wek axa xwe ti carî zordariya li ser xwe qebul nake. Piştî vê yekê zêdetir dibe xwedî lêgerîn û nêzî tevgera azadiyê dibe. Sekna gerîlayan ya bi heybet gelekî bandorî lê dike û bi vî rengî biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla dide. Li ser vî bingehî jî, di payîza sala 2006’an de berê xwe dide çiyayên azad yên Kurdistanê.   Wargeha wê ya yekemîn qada Botanê ye. Heya zivistana 2006’an li Botan ê dimîne. Yekem warê fêrbûnên gerîlatî Botan e ji ber vê gelekî bi kelecan e. Di warê meş û tevlîbûna jiyanê de hevala Newal gelek çalak tevdigere. Di meşên dirêj de, fêrbûna jiyana gerîlatî de gelek jîr e. Dema ku hevalên wê, vê sekna wê dibînin dibêjin; qey bi salane di hundirê çiyan de dimeşe. Li ser vê yekê hevalê Nurhaq (hevalekî şehîde) her demî jêre dibêje, ‘‘weke ku te perwerdeya meşê dîtiye û bi vî rengî tu tevlî rêxistinê bûye. Tu di meşê de gelek jîr î, wer xuya dike ku tu qet nawestî jî.’’ Lewra heval Newal mîna hevalekî kevin bê rawestandin dimeşe û ji vê yekê gelekî hêz û moral digre.   Di her kêliyekî jiyanê de bi zindîbûnekî asta herî jor de tevlî dibe, wekî ku nizanibe di cihê xwe de bisekine lewra enerjiyekî wê ya zêde heye û dixwaze bi derdora xwe re parve bike. Ev enerjiya wê ya bêdawî di mirov de jî xwesteka tevlîbûna jiyanê û têkoşînê hîn zêdetir dike. Piştî ku demekî kin li qada Botanê dimîne şûnve derbasî qadên Başûrê Kurdistanê dibe. Ji ber ku heval Newal bi cewhera xwe ya dilpak re tevlî jiyanê dibe biçe ku derê jî heman germahiyê ava dike. Lewra bi zûtirîn jiyanê re dibe yek, dikare bi hemû hevalan re germ bibe. Weke ku berê jî di nava vê jiyanê de mabe, pir lê şareze ye. Di hemû qadên jiyanê de gelek çalak e lewra tevlîbûnekî herî ji dil raber dike. Ji bo fêm kirina ramanên Serokatî xwedî hewldanên mezin e da ku bikaribe meşa xwe ya şoreşgerî de serkeftinên mezin bidest bixe. Ji ber vê dibêje: ‘‘Min partî her demî di pirtûkan de nas kiriye. Di vê ez partî ne di pirtûkê de, di jiyanê de nas bikim. Bi pirtûkê jî nas kirin, hinek aliyên xwe yên erênî heye. Lê, ne bi qasî yê jiyanê ye.’’ Ji ber vê yekê di warê xwe pêşxistinê de qet guman jiyan nake. Ji bo pêşbikeve, hewldanên wê yên mezin pêşdikeve. Piştî ku demekî li qada Garê dimîne şûnve derbasî qada Zapê dibe. Di yekîneyên çekên giran de cihê xwe digre. Wek jineke jêhatî her xwedî wê hewldanê ye ku di warê pisporî de gavên xurt bavêje ji ber vê meraqa xwe pir zêde ye. Hem hakîmiyeta wê li ser çekan çêdibe û hem jî bi îddayekî herî mezin daxwaza pratîkê dike. Ji bo ku di aliyê birdoziya rizgariya jin de zêdetir kûr bibe derbasî Akademiya Parastina Jina Azad ya Şehîd Bêrîtan dibe. Di nava dorhêla akademiyê de jî tevlîbûna xwe ya çalak bi her awayî dide nîşandan. Di perwerdê de her timî bi kesayeta xwe re dikeve nava lêgerînan. Nîqaşên wê yên cewherî sadebûn û dilpakbûna dilê wê raber dike. Ji bo ku ji nakokiyên jiyan dikir re bersivê bibîne, pir hewl dide. Bi qasî ku xwe di hêla felsefeya Rêber Apo de kûr dike, heman awayî di warê wêje de jî xwedî hêz e. Ji ber vê heval Newal hevaleke pir alî ye lewra sekna yek alî ti carî ji xwe re napejirîne. Bi sekna xwe ya fedakar, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, di hemû xebatan de û li her deverî pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike. Dilê wê tije hezkirine, lewra xweza, ax, çem û kaniyên Kurdistanê, hevalên wê jê re dibûn çavkaniya hêzê. Ji ber vê ev hezkirin hemû sînoran derbas dikir, xwe digihand dilê herkesî. Ev hezkirineke kolektîf bû lewra biçe ku derê jî hêza hevaltiyê di asta herî jor de ava dikir, bi vî awayî dikaribû li beramberî hemû rewşên zehmet bisekine. Lewma hevaltiya wê bawerî di rêhevalên wê de ava dike. Erka ku Newal biçûya ser de teqez gumanê mirov çênedibû lewra ew her dem bi îddaya serkeftinê re nêzî hemû kar û berpirsiyartiyan dibû. Lewra ew jineke pêşeng bû ku dikare biçe ku derê li wir ruhê fetih kirinê ava bike. Serkeftinên mezin bi dest bixe. Ji bo gerîlayên azadiyê yek jî sirrê serkeftinê hevaltiya xurt û bawerî ye. Heval Newal jî wek pêşengeke xeta azadiya jin di asta herî jor de bi hevalên xwe re girêdayî jiyan dike. Her dem ji xwe re dibêje; “di vê ez tu carî dilê hevalên xwe nêhelim. Raste ji bo pêşketin û başiya hevalên xwe ezê her tiştî bikim lê ti carî dilê hevalên xwe nehêlim.’’ Lewra ew, hevaltiya rast û cewherî ji dil de hîs dike. Ji ber vê her xebata ku bi ser de diçe, ji dil û cewherî ye. Lewra ew wek jineke serhildêr cewherê xwe ya dûrûst diparast. Bi keda xwe ve mezin dibe. Lê belê ti carî xwe bes an jî têrker nabîne. Her dem dixwaze li qadên herî germ de li hember dijminê xwe şer bike, hêrsa tolhildanê ya di dilê xwe bi çalakiyên xwe re nîşanî dijmin bede. Ji ber vê xwesteka wê ya çûyîna Bakûr her tim wek xeyalek mezin kelecana dilê wê zêdetir dike. Lê heval Newal jineke wiha ye ku li kîjan qadê be bila bibe seknekî fedaî, tevlîbûnekî herî xurt raber dike. Li gorî pêwîstiyan vê carê ji qadê Zapê berê xwe dide Zagrosan. Ew di erdnîgariya asî ya Zagrosan de wekî ku ji nûve dayîk bibe bi kelecan dibe lewra xwe nêzî xeyalên xwe hîs dike. Ji bo ku bibe çalakvaneke xurt ya xeta paradîgmaya jiyana azad yê Rêber Apo her tim xwe kûr dike. Çav û dilê wê her di serkeftinê de ye. Ew soz dide ku, çi dibe bila bibe, ewê bibe xwedî meşekî nekeftî û di xeta fedayî ya Zîlan de bibe jineke xwedî armanca azadiyê. Di armanca xwe de zelal e ji ber vê xwe ji her demî zêdetir xurt hîs dike. Li Zagrosan de jî di vê astê de tevlî dibe pêşengtî dike..   Li Zagrosên bi heybet de jineke bi heybet dibe xwedî meşekî nav û deng. Li wir dibe fermandar û di pêşxistina şerê li dijî dagirkeran de erkên girîng digre ser milên xwe. Wek jineke şoreşger ti carî ji meşa zaferê tawîz nade û dilê xwe wek çiyayên Zagrosan bihêz dike. Heval Newal bi vê sekn û meşa xwe ya bi heybet ve bi lûtkeyên çiyayan re dibe yek. Di Îlona sala 2011’an de li Cîlo di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd dibe. Çawa ku heval Newal di hemû jiyana xwe de bû pêşeng emê jî wek wê jiyan bikin û  armanca wê ya gihîştina azadiyê pêkbînin.   Amadekar: Navenda Ragihandina YJA Star  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 09 Ekim 2023
Görüntüleme: 328

KULÎLKEKE BOTANÎ BI BÊHNA TEKOŞÎNA XWE HEMÛ AXA KURDISTANÊ ZINDÎ KIR!

Tê gotin xweşikî û başî li kûderê bin hevdû dikşînin, di salê 1980’yan de dema ku li çiyayê Kurdistanê bi ramanê Rêber Apo tekoşîna jiyana nû û xweşik dihate destpêkirin. Li Cizîra Botan dilekî bi xweşikî û başiyan tije vê tekoşînê pir nêzî xwe hîs dike û dikeve hewildana xwe gihandina wê. Gerdûna dayik jî, rê vedike û destê keziya bedewiyan li serê çiyayê Kurdistanê dihûnîne. Bê gûman dilê ku qala wê tê kirin ya fermandara mezin Çîçek Gabar ango Guhar Çekîrge ye. Guhara bedew zaroka xaka berxwedan û serhildana ye. Dema hevala Bêrîvan (Binevş Agal) kar û xebatan li nav gelê Cizîrê dide meşandin, Guhar hîn zaroke lê ji ber sekin û gav avêtinê hevalan hîs dikir  ku, ew mirovên esîl û dûrustin, lewma pir zêde bala wê dikşînin û her xwe dide dora wan. Tevlî ku giftugoyên ku tên meşandin zêde tênagihije lê dîsa bi saetan dirûne û li hevalên jin temaşe dike. Bi mêyzekirina xwe re di ûtopiya xwe de, dest bi avakirina xeyalên xwe dike û bi meraq difikire kengî ewê jî mezin bibe û bibe mîna van mirovên xweşik, ji bo gelê xwe şer û tekoşîn bike. Di wan  civînan de hevokê herî di bîra Guharde dimînin, dema ku heval ji jinan re hêz û îradeya jin şîrove dikin, wê çaxê girêdana wê li hember tevgerê xurtir dibe û tevlîbûna nav refên gerîla di dil û aqilê xwe dimeyîne. Sala 1989’an di nav germahiya agirê serhildanê li Bakûrê Kurdistanê dihat jiyîn, Guhar wê zilim û zora hovane ku dijminê dagirker li sere gelê wê dida meşandin, nepejirand  û serê xwe li hember jop û çekên wan netewand. Ji bo hesabê wan komkujiyan ji dewletê bixwaze, bi serfirazî û hezkirin berê xwe dide lutkeyên çiyayê azad. Guhar Çekîrge nunereke herî sade û xurte ku mirov têde xwezayîbûn û resentiya jinên Botanî bibine. Ji bo ku Guhar bi cewhera PKK’ê re bibe yek, ew kesayeta wê a safî û paqij pêre dibe palpişteke xurt. Guhar ji hindir û dervede xwedî bedewiyeke dilbir bû, lewra ancax navê Çîçek ji sipehiya ruhê wêre biban bersiv. Keça Cizîrî wan dîmenê qetil û îşkenceya ku dewleta Tirk bi hovane li ser gelê wê dida meşandin yek xulekê jibîr nake, bi hêrs û kîneke mezin dixwaze xwe bike gerîlayeke xurt û bi awayekî aktîv bikeve nav hesab lêpirsînê bi dewleta Tirk re. Çîçek bi jîr û jêhatîbûna xwe pir zû baweriya nêvenga xwe qezenc dike, her kes wê şahidî û baweriyê dide ku dikare di sengerê herî pêşde bi dagirkeran  re şer bike. Lehenga gelê xwe bi hêrsa tol rakirina xwîna bi sedan ciwan û zarokên bê guneh, bi zekayeke leşkerî ya bilind ve bi nûbûna xwe darbên pir giran li metîngeran dixe. Tevlîbûna heval Çîçek a nav jiyanê û şer dibe cihê hêz girtin û moral ji hemû hevalên wê re, herwiha gelek ji hevalên derdora wê  di raporên xwe de, ji Rêbertiyê re pêşniyar dikin heval Çîçek derbasî qada Serokatiyê bibe. Çîçeka şerzan wî şensê dîrokî qezenc dike û di sala 1993’yan de li qada Rêber Apo dibe şagirteke doza azadiyê. Bi hêza enerjî, zanist, manewiyat û nirxdayina mezin a Rêber Apo dide hevalê jin, Çîçeka dilêr gelek pêşketinên mezin di kesayeta xwe dide avakirin. Bi baweriyeke mezin û dilsoziyeke bilind ku bibe bersiv ji keda Rêber Apo û hevalê şehîd re, Çîçeka dilgeş carekedin berê xwe dide wargehê xwedawendên pîroz. Bi sekneke hîn ji xwe bawer, bi zanisteke zayendî û kîneke rêxistinkirî li hember neyar, vê carê Fermandar Çîçek mîna lehiyeke ji vîn û azweriyê bi ser dagirkeriyê  de diçe. Ji bo artêşa Tirk navê Çîçek Gabar(Kiçî) dibe tirsa şev û rojan. Bi vê sekin û biryara xwe ya bi istikrar, Çîçeka çeleng, li gelek qadên Çiyayê Kurdistan digere û her dem bi rol, misyon û berpisyartiyeke bilind tekoşîna xwe û hevalê gel xwe bilind digre û bi rêve dibe. Herî zêde li  Botanê, herwiha li Mêrdîn, Zap, Metîna, Qendîl, Xinêrê û li qadên Behdînanê salên dirêj gerîlatî dike û têdikoşe. Çavên ku Femandar Çîçek di nav xwezaya Kurdistanê didîtin, yekser ev gotin dilê wan de dihat ser ziman ‘’Ti dibe qey Çîçek ji bo çiyayan hatiye dinê, çiya jî ji bo wê hatine afirandin’’ewqas bi çiyê re û bi jiyana xwezayê û gerîlatiyê re yekpare û dinavhevdebûye Çîçek.  Milîtana Rêber Apo  tenê bi dijminê derve tekoşîn nade meşandin, di rojên nû ku artêşbûn û partiya jin têde tê avakirin, Çîçek mîna mertalekî ji pola li hember her cureyê paşverutî û zihniyetê zilam disekine. Ew dema hîn zarokbû axaftinê gerîlayên jin di bîra wê de mane ‘’jin xwedî hêz û îradeyeke gerdûniye’’ Lewra  Çîçek ji bo parastina xeta jina azad û xweseriya jin dibe xwedî kedeke diyarker û mezin. Ji bo vala derxistina gelek ferasetên çewt, Fermandar Çîçek her pêşengtî kiriye. Di şer de û di jiyanê de ji her kesî re dide nişan ku, jin xwedî wê hêzê ye ji bo welat û gelê xwe şer bike û têbkoşe, ev şer û tekoşîna wê jî hêjaye di bin navê partî û artêşeke serbixwe de were meşandin, ne girêdayî tu baskan be, ne jî dibin sîwana giştî de be. Bi vî awayî Çîçeka şerker her xwedî li perspektîf û gotinê Rêber Apo derdikeve û hewil dide pratîze bike û bike rêgezên esasî di jiyanê de. Çîçeka şehreza dibêje ‘’li hemberî Rêbertiya me, li hember dîrokê erkên ku dikevin li ser milên me divê em tavilê bînin cih, ji bo em bibin layiq ji nasnameya Apo’yî re, pêwîste em bibin xwediyê jiyan û mirineke bi wate û bi rûmet’’.  Çîçeka dilpak li ser esasê van lêhurbûnên xwe yên kûr û tije wate, herdû perwerdeyên xwe yên li dibistana navendî ya PKK’ê, herwiha ya  ku li akademiya jina azad a şehîd Berîtan dibîne, dike binyadekî nehej ji bo ku xwe bigihîna kesayeta jina azad û militana demê a ku, ji bîrdoziya Rêber Apo fêmkiriya û pêktîne. Bi ruhê Apogerî ji nû ve xwe diafirîne û bi sekna jina azad her ziraviya di jiyana xwe de bi wate dike. Di dîrokê de her dema ku xetimînê mezin li hember desthilat û zilmê qewimîne jin bi fedakarî û cesûriya xwe ev xetmîn çareser kirine, di dîroka PKK’de jî di şexsê Bêrîtan û Zîlanan ev rastî xwe carekedin  dûbare dike. Bi baweriyeke mezin ji vê hêza jin û ji vê kevneşopiya pîroz, Çîçeka qehreman bi dilêşî û wijdanekî hişyar li hember rewşa Rêber Apo, pêşniyaziya pêkanîna çalakiyeke canbexşane dike. Zimanpakî, sozdarî û girêdana milîtana Rêber Apo wê digihîne nîrvanayê, ew dibîje ‘’yê ku me afrandiya û em kirine Roja me bixwe ye’’. Çîçeka dilxwaz ji afrînerê jiyana azad re bi ked, tekoşîn û ruhê xwe ve dixwaze dilsozî û girêdana xwe bide ragihandin. Salên dûr û dirêj Fermandar Çîçek di nava refên PKK’ê de weke fermandareke herî diyarker tekoşîn dike, şer dike, ji bo avakirina avahiya Partiyê û bilindkirina çawaniya artêşê, kedeke giranbûha dide. Heval Çîçek fermandareke pijiyayî a şerê gele Şoreşgerî bû, bi serwerî û tecrûbê xwe  ya salan di qadê şer de, koordîna gelek pêngav û çalakiyên merkezî û  bi bandor dike. Ji bo ku paradîgmaya jiyana demokrat, ekolojîk û azadiya jin were pêkanîn, heval Çîçek her fedekarî û xizmetê peşkeş dike, bi şer û jiyana xwe ev her dem raberdikir. Wê bi xwe ev paradîgma jiyan dikir û di barê pêkanîna wê de jî rolekî mezin di leyist. Heval Çîçek bi şexsiyeta xwe ya rêxistinî û bi taybetmendiyên xwe yên azad, dibe endama konseya leşkerî ya Hêzên Parastina Gel. Mîna ku bi dilgeşî û azweriyeke mezin di roja destpêkê de tevlî jiyana PKK’ê bû, di hemû erk û berpirsiyartiya xwe de bi derbasbûna ewqas sal re hîn heman heyecan, azwerî û xwestek ji rûyê heval Çîçek diteyisî. Bi giraniya erkê li ser milê xwe, bi perpirsiyariya nasnameya jina azad û milîtaniya Rêber Apo Fermandara mezin bi ked û xwêdan şev û roj dixebite. Fermandara şer û jiyanê bi dirêjahiya 22 salan, her deqeyek ji temenê xwe di xizmeta doza azadiyê û pêşxistina wê de xerçdike. 22 salan hesabê qirkirin û zordestiya li ser gelê xwe ji dagirkeran dixwaze, 22 salan bi hemû hezkirin, bawerî û  hêza xwe ji bo fikir û ramanê Rêber Apo şer û tekoşîn dike. Roja 29’ê meha Îlona sala 2011’an di encama êrîşên dewleta Tirk yê dermirovî de digihîje mertebeya şehadetê. Şeydaya xweşikî û başiyê berê xwe dide nav karwanê mirovê herî bedew. Çîçek Gabar(Kiçî) di jiyana xwe de ji bo hemû hevalên xwe mînaka milîtana azad û bi Rêbertiya xwe re jî dilerî dikir. Bi şahadeta xwe re dibe sembola jina dilawer, egîd û dilsoz bi gel û axa xwe re.   AMADEKAR: Navenda Ragihandina YJA STAR  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 09 Eylül 2023
Görüntüleme: 309

Sayfa 5 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • FERMANDARA FEDAIYAN: SARYA QAMIŞLO

  • NEFEREK JI YEKÎNEYÊN YJA STARÊ: RÛKEN MAMXÛRÎ

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere