RÊBER APO Ez şekerekî balkêş ê hesta me. Jixwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwestek, bi qandî dijbertiya kirêtiyan, bi bingehgirtina bedewiyan ve bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn. Min xwest ez feraseta herî paşverû û kirêt a gundê me jî fêm bikim. Hîna tê bîra min zarokên gund, xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Ligel wê belkî jî di kirêtiyê de tu kes weke wan tunebû. Lê digotin, “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin. Ev îdeolojiyek e. Îdeolojiyek e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku, hebûna mijara gotinê ew e: belkî xwedî çend bost erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kuçik û yek- du zarokan e. Wan dixe cihê welat jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan weke din tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye. Xebatên zewiyan girîng bû. Min di zewiyan de xebat kir. Pale ji bo me barekî giran bû. Min digot pale pêwîst e û min paleyî dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, ez wisa difikiriyam. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwêdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana biked çawa dibe, dihate fêmkirin. Min baş kar kir, lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim. Ez bi xwişk û birayên xwe re pêv diçûm. Lê dîsan jî xwişk û bira bûn. Her tiştên wan de kirêtî jî hebe dîsa xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawer im min xebatek li ser wê dida sepandin. Belkî jî zehmetî dikşand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawer im di xebatê de min çalaktî jê dixwest. Wê jî digot; “encax hêza te digihêje min”. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband, lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her wiha ez bawer im piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîna ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min eşkere derkete holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du biran wisa bi lingên wî digirt li kerê siwar dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexwaş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê kir. Min lîstok jî dilîstin, lê zêde ne. Lîstika bi lingekî, lîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwest ez bi keçan re jî bilîzim. Keçeke ku min dixwest ez pê re bilîzim, lê zû zewicî bû gotineke min a weke; “ka were em bi te re lîstika xwe bidomînin” hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîn e, lê wê gotiye dibe ku hebe. Heke hêrsa min a bêyî encamiya lîstika bi keçên gund re nebaya, min nedikarî ez keçan wisa bikşînim ev lêyîstika azadiyê û tekoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, xiyanetê li xeyalên zarokatiyê nekirin. Bi bingeh nakokiya mezinan çi ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwast ez li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa dest pê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pê ve girêdan, têkîliyeke rast e. Pejirandina zilamê Kurd ê ji rêze û kevneşop gelekî xeter e. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heke min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min. Li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîrekê malê ve girêdane. Û dîsan digotin: jinê werîsê xwe qetandiye û reviyaye. Ji ber çi reviya ye, wisa bala min kişand. Lê rexmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pê ve tên girêdan. Baş e, ma ez ê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim? Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm textêreş tê bîra min. Mamoste ez rakirim got; “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmûneya herî girîng bû, hîna di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawer im min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmûneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn; zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Jixwe min di malbatê de tu aramî nedîtiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîna di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Yanî rewş wisa bû. Rastî, bi qandî ku te aram neke bêeman e. Ez bawer nakim ku tu zarok li hember van rastiyan evqas xafil bimîne. Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawerim qenciya wê jî çêdibe. Di ew temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heke ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi ihtimaleke mezin ez dê di xeteke cewaz de pêşbiketibama. Vaye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem a bûyîna min a xwedî xetekê ye. Mamosteyê yekem... ez bawerim mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribû. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibe ku, ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi wî re xwarî hîna di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hember rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwast ez bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîna di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû. Wê Bidome.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 531
Rêber Apo Di Avrêla sala 1973’yan de, li peravên Bendava Çûbûk a Enqerê geh li şipiya û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku ger weke komeke cûda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî yekem car weke sirekê danîn ser ziman û digotin ‘Kurdistan welateke mêtingeh ê klasîk e.’ Ev koma piçûk a ku ji şeş kesan pêk dihat, bi eşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê weke destpêkekê binirxîne. Taybetmendiyeke vê şêwazê hebû, wê komê ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom, di salên 1974, 75 û 76’an de, li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ) hat pêşxistin. Min di Adara sala 1977’an de ji Enqerê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Riha û Dîlokê geriyam û min rêzeke civîn lidarxist. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez paşê vegeriyam Enqerê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê çêbû (piştî civînê bi sê rojan) em qet li bendê nebûn û em matmayî kirin. Me bi avakirina partiyê bersiva vê şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir. Di 27 Mijdarê de li gundê Fîsê koma me ya amator a ku ji 22 kesan pêk dihat soza partîbûyînê da. Piştî ku hat fêmkirin, wê bi navê partîbûyînê tenê li bajaran xebat neyê meşandin, em him li ser alternatîfbûyîna çiyê û Rojhilata Navîn rawestiyan û di dawiyê de mîna duyemîn Hîcreta Hz. Îbrahîm, me di 1’ê Tîrmeha sala 1979’an de ji Rihayê berê xwe da Sûriyê û ji wir jî ji bo lêgerîna azadiyê me berê xwe da welatê kevin ê Kenan. Şensê polîtîkbûyîna xeta PKKê ji nêz ve bi taybetmendiyên wê yên birdozî ve têkildar e. Lewra gelê ku dê bibe zemînê wê pir zû dikare xwe bigihînê û ev vê rastiyê ispat dike. Ger ew jî biketa nexweşiyek çînî yan jî netewetiyeke teng, ew ê jî weke mînakên din nekarîbûya ji marjînalbûyînê xilas bûbûya. Baş tê zanîn polîtîkbûyîneke kûr heye. Divê mirov vê yekê bi pirsgirêka kadrobûyînê ve girê bide. Kadro ji ber rengwergirtina xwe ya heyî, di rewşa astengbûyînê de bû. Pirsgirêka kadro heta nehata çareserkirin ku di hilweşîna sosyalîzma reel de yek ji hêmanên bingehîn bû, hemû tespîtên siyasî yên bihata kirin û hemû rêxistinbûyîn wê nikarîbûna xwe ji bêkêriyê xilas bikira. Bi qasî xeta polîtîk, modela wê ya rêxistinê jî ji bo pêşketinê di cîh de bû. Di wateya xweparastinê de parastina rewa ya çekdarî li gorî demê dibû ku bihata parastin. Pirsgirêkên ku mirov dikare ji wan re bibêje krîza rêxistinî, hat xwestin li dawiyê werin hîştin. Hin pêşketin bi sînor bûn, ya rastîn ev sedema xwe ji girseyîbûyîna tevgerê digirt. Ji bo xet rê li ber pêşketinên hîn mezintir veke profesyonaltiyê xwe ferz dikir. Di xeta polîtîk a PKKê de mijara herî girîng a divê were ronîkirin mijara dewletê ye. Gelo, di xeta polîtîk a PKKê de avakirina dewleteke cûda hebû yan na. Tevî ku dirûşmeya ‘Kurdistana Serbixwe’ pir dihat bi karanîn jî, pir zehmet e ku mirov bibêje ev dihat maneya avakirina dewleteke serbixwe. Ez weke şexsekî ku herî zêde nêzî mijarê ye, nikarim bibêjim; ‘bi giştî dewlet û bi taybetî jî têgîna dewletê ya Kurdistanê me bi kûrahî guftûgo kiriye û em fikirîne.’ Her çend meyleke ûtopîk bû jî ji aliyê realîstî ve aktualîzekirinê zêde bal nedikişand. Ez di wê bîr û baweriyê de me, ev yek ji xwestin û nexwestinê wêdetir di aliyê wê yê çareseriyê de zelalbûna wê nînbû. Pir zelal nebû, bi dewletbûnê re çareserî dibû yan na? Baş dihat zanîn ku ev mijar di teoriyê de bi nîqaş e. Pirsa; gelo sosyalîzma demokratîk an jî dîktatoriya proleteryayê, timî di hişan de dibû sedema tevlîheviyê? Di hişê me de bû. Dewlet, pirsgirêkên gelan û kedkaran çareser nakê. Ev dîtin jî bi bandor bû. Van hemû xalan bal dikişand ser hewcebûn û ponijandina(dalmak) li ser dewleteke cûda, lê di heman demê de, vê yekê bi xwe re dida hîskirin, wê pirsgirêkên ku kes nikaribe ji bin ve derbikeve rû bidin. Her wiha tevî zehmetiyên avakirina dewleteke Kurdî li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pirsgirêkên nû yên bi xwe re bianîna jî dihatin zanîn û vê yekê mijar hîn zirav dikir. Weke encam, şûna dewletê têgîna niştimana dayik Kurdistan hat tercîhkirin ku çendîn statuya wê tam zelal nebû. Ji slogana bingehîn ‘Kurdistana Sosyalîst, Demokratîk û Serbixwe’ tê fêmkirin ku tercîheke vekirî ji bo dewletê nîne. Mirov dikarîbû texmîn bikara ku wê slogana rastîn û şoreşgerane bi awayekî berçav Kurdistana Azad bûya. Ger mirov Şoreşgerên Kurdistanê=Alîgirên Kurdistana Azad werger bike hîn şîroveyeke rast e. Girîngiya vê pirsgirêkê wê paşê derketiba holê. Bi taybetî dewleta ‘Kurdistana Federe’ ya di serê salên 1990’an de hat îlankirin û di berxwedana PKKê de îlankirina ‘herêmên azad’ di mijara îqtîdara dewletê de dida fikirandin. Ji ber ku pirsgirêka dewletê di birdoziya sosyalîst de jî tam nehatibû çareserkirin, lê di giranbûna mijarê de -her netew mafê xwe yê çarenûsê heye- fikra ji bo her netewî, dewletek rola bingehîn dilîst. Dema dewlet jî dihat gotin zor û şer diket rojevê. Şer, weke pêdiviyek parastina rewa nebû, ji bo armancên polîtîk bi giştî şer mûbah dihat dîtin, ev jî bi serê xwe mijareke girîng a pirsgirêkê ye. Weke fikreke stratejîk dihat qebûlkirin ku ger şer nebê, him jî şerekî demdirêj, netew nikarin rizgar bibin, netew jî rizgar nebin, çîn nikarin rizgar bibin. Pirsgirêkên îqtîdar û şer ku di tevahiya dîroka têkoşîna azadiyê de pêşî ji rê derketinên mezin re vekirin, her ku biçûya wê di rojeva PKKê de cih bigirtana. Di vê pêvajoyê de dewlet ser me de hat, lê ji xwe di vê demê de bi giştî bi ser Kurdîtî û çepgiriyê ve diçû. Weke parçeyeke vê êrîşê ser me de jî dihat. Jixwe rewşeke ku statûya cûda bixwaze nebû. Fikir nedihat kirin ku ev tevger bibe navendeke berxwedanê ya xweser û demdirêj. Du helwestên ku bihatana nîşandan hebûn: Yan derketina serê çiyê yan jî derketina derveyî welat, xwe vekişandina Rojhilata Navîn. Ya esas, di ser her du helwestan de jî hatin. Di dawiya sala 1979’an de tevger xwedî derfet û îmkan bû. Xwe vekişandin û herikandina di van cokan de pir hêdî bû. Ji bilî hin girtinên bêşens ên mîna Mazlûm Dogan û Mehmed Xêyrî Dûrmûş wendahiyeke cidî nebû. Tevger çêbûbû, partî hatibû îlankirin û bûbû xwedî statû ji bo ku karibe hebûna xwe demeke dirêj bide meşandin. Lewra darbeya 12’ê Îlonê bi pêşbîniyeke mezin hat pêşwazîkirin û darbeya leşkerî ya sala 1980’ê hêj nebûye, hemû pêdiviyên hewce bi cih hatin anîn. Mayîna li derveyî welat ji bo demeke dirêj nedihat fikirîn. Hin kadro wê bihatana perwerdekirin û bi şerekî demdirêj ê gerîla wê xeta rizgariyê şer bihata meşandin; ev weke ‘qanûna şoreşê’ dihat şîrovekirin. Bawerî hebû, wê her tişt li gorî planan bimeşe. Piştî salên 1980’yan weke ku hatibû plankirin çend komên hatin perwerdekirin ji bo welat hatin şandin. Hinek xebatên siyasî yên bereyî -Eniya Berxwedana Yekbûyî Li Dijî Faşîzmê- hatin kirin. Ji ber ku, kar û xebat weke dihat xwestin nedimeşiya, hewceyî bi hin karên teorîk derdiket holê. Bi vê armancê ji sala 1981’ê û pêve analîzên ‘Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê, Taybetmendiyên Milîtanên Şoreşger û Jiyana Partiyê’ tavilê li pey wan ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ û ‘Li Ser Rêxistinbûyînê’ li kasetan hatin qeytkirin û weke pirtûk hatin çapkirin. Bi Konferansa Yekemîn a PKK’ê (1981) û Kongreya Duyemîn (1982) xebatên bingehîn û mayînde ji bo qada welat hatin kirin. Şerê Îsraîl-Filîstînê di sala 1982’an de ev pêvajo bi leztir kir. Ya bingehîn, bi Şoreşa Îranê re li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji bo rêvebirina xebat û baregehan şert û mercên baş derketibûn holê. Ne ku nehat fikirîn. Li wê deverê heval Mehmed Karasungur hebû ku ji şerê li Siwêregê xwedî tecrûbe bû. Dikarîbû ya hewce jî bikira, lê di Gulana sala 1983’yan de bû qurbanê durustiya xwe û şehîd ketina wî bêşensiyeke cidî bû. Ji bo cihê wî yê vala bûbû tijî bikin, di sala 1982’an de Dûran Kalkan û Alî Haydar Kaytan hatin şandin. Ji wan hatibû xwestin ku xetê li Başûr rêve bibin û bidin rûniştandin. Beriya vê jî di sala 1980’ê de bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz zevtkirina xeteke berxwedanê ya ji Botanê heta Dêrsimê hatibû xwestin û ji bo vê yekê jî bi giştî xwedî perspektîf bûn. Girtina bêşens a Kemal Pîr - Tîrmeh 1980 - wendahiyeke cidî bû. Bi qasî ku tê bîra min, min wiha digot; “Li Rojhilata Navîn tiştên bûne mirov dubare bike, weke mirov kerê xwe boyax bike û careke din bifiroşe.”. Li Zindana Amedê Ferhad Kurtayan xwe şewitandin û Kemal Pîr, Mazlum Dogan û M. Xêyrî Dûrmûş ketin rojiya mirinê û wexta me şehadetên wan bihîstin, rewşa me ya berpirsiyariyê û fikarên me wergeriyan hêrsê.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 355
Rêber Apo Ji ber ku zilam nekariye di lêgera dîtina wateya jiyanê de, wek endamekî civakê bi têgihîştina hebûna xwe û bi qasî ku hêza wî têrê bike li gor berpirsyariya xwe têkoşîn bike, vê yekê ew ji vîna cewherî ya bihêz bêpar hiştiye. Lewma jî ji ber ku li beramberî rastiya pergala serdest vîneke bihêz derneketiye, ev jî di zilam de îdeal û îsrara azadiyê sînordar kiriye. Di vê wateyê de valatiyên di mijara xwe ava kirin û lawaziyên xwe derbaskirinê di zilam de hene. Lêgera ku tirs û lewziya zilamtî derbas bike qulipiye. Çavkaniya milk-kirinê pergala îteatê ye. Nexasim milk-kirin bi tevna mentiqê hiyerarşîk re, kombûyîna desthilatiyê di yek destî de tîne ziman. Li ser vê jî xwe navend kirin, ji bo xwe hewla pêşxistina bitûniyê, li ser bê vîn kirina mirovan re serdestî û desthilatbûyîn pêş ketiye. Qebûl kirina cudatiyan, ji van re di nava xwe de cih veqetandin, rêzdarî ji mafê yê dîtir re tê wateya hilweşîna pergalê. Jina bi destên zilam bûye milk, di wateyekê de bi xwe re metabûyîn û ketina zilam di nava pergalê de aniye. Jin anîne asteke ku îteat bike û wiha jî bûye nesneyeke ku zilam bixîne, zilam jî li beramberî pergalê anîne asteke ku îteat bike û hesta xwe ya serweriyê li ser jinê bi mentiqê milk-kirina jinê hevseng bike, ev jî bi xwe re sazîbûn û kûrbûyîna vê ferasetê aniye. Zilamê ku ji hêla pergala desthilat ve bê vînbûye û ji cewherê xwe derketiye, ji ber nizane ku ew bi xwe jî kirine kole û pîrektiyeke mezin dijî, li ser jinê serdestiyeke berfireh pêk tîne. Zilam di zext, şîdet û serdestiya li dijî jinê de, xwe pir zêde bihêz dibîne, ev jî xala zilam ya herî lewaze. Ji ber ku li beramberî pergalê binkeftî ye, nikare vî ruhê binkeftî, bêçaretiyê tehlîl bike, an jî ne di wê hêzê de ye ku wê bihêz bike; herdem bi şaşitiyan re dijî. Li ser vê bingehê jî nabe xwedî îrade. Jin ji hêla pergala desthiladar ve tê kole kirin û ji nirxên jinbûyînê tê tecrîd kirin. Zilam jî bi taybetiyên zilamtiyê tê amade kirin. Zilam, weke desthilatekî teşe didinê û wî fêrî hemû rêyên ku bikaribe tê de serdestiya xwe bide ferz kirin, vîna yên dinê bişkîne û bikaribe hemû hebûnên pêre dijî, dabeşî çînan bike. Karakterê zilam di temenek biçûk de bi rêya çavlêkirinê û bi zorê bi zarok didin fêr kirin û qebûl kirin. Zarokê kur di nava pergala desthilat de di temenekî piçûk de wekî desthilatekî şekil digre. Aliyên ku di karakterê zilam de qels û bê hêzin, dibin aliyên herî zêde yên ku zilam xwe têde bi hêz nîşan dide. Zilam xwe dispêre lewaziyên xwe, ji ber derbas kirina van lewaziyan weke bi tevahî xwe bihorandinê fêm dike. Zilam di vê mijarê de bi awayek hişk muhafezekare. Ev nêzikatiya şaş a ji xwe re, dema bi quretiya zilam re dibe yek, lêgera pergalî derdikeve holê. Sedema bingehîn ku zayendîtî ji bo zilam weke esasê desthilatiyê tê dîtin, ji ber ji hêla pergalê ve zayendîtî yek ji zewqên ku pêşkêşî zilam hatine kirine. Desthiladariya zayendî ya ku zilam li ser beden û ruhê jinê dide meşandin, weke ku vedugehere amûra şidetê, dibe amûra zewq girtinê. Zilamê ku di binya hegemoniya dewletê de diperçiqe, nabe dijberê pergalê, li beramberî pergalê ne metirsî ye, ev bi dayîna hin payeyan ji wî re mumkun dibe. Hakimiyeta li ser jinê, qismê vê payeyê yê herî giran û bingehîne. Zayendîtî jî diyardeyeke her ku rojane bixwaze vê bijî, di her kêliyê de wî tetmîn bike ye. serdestiya zayendî, hestyarî û hizrî ya li ser jinê, dagirkeriya zilam a li ser beden û giyana jinê, bingeha desthilatdariya pergala dewletger a hiyerarşîke. Ango diyardeya ku wê dayîmî dike ye. Zilamê ku xwezabûna xwe wenda dike, ji rastiya xwe dûr dikeve û xwe dixe navenda her tiştî, ji hêla pergalê ve tê xapandin. Zilamtiya ku bûye kole, bi vê xapandinê re nikare xwe û statûya ku li wî hatiye ferz kirin, tehlîl û çareser bike. Di cewher de, kesayeta zilam a stewr kirî li beramberî jinê har dikin, ev stewrî bi xwe jî dibe belavbûna desthilatdariyê. Desthilatiya li ser jinê, zilam li beramberî pergala dewletger a hiyerarşîk dike kole, lê weke sawiyana azadiyê ya ku zilam dest jê naqere, xwe dide pêş. Biruxmî ku ne ayîdê cewhera wî ye jî, her çiqasî zilam li gor vê statûyê tevbigere, dikare hebe, bijî û hebûna xwe bidomîne. Zilam xistine haleke ewçend bêçare ku berovajî vê, wê nekaribe heta azadiya xapînok jî bikar bîne. Vê rewşê jî zilam li xwe biyanî kiriye. Di roja me de qeyran û teqînên di asta civakî yên ku di zilam de diqewimin, mînakên vê biyanîbûnê ne. Zilam, bê bawer nêzî jinê dibe ku di cihêkirina kirde-heyber (ozne nesne) de xwe dike kirde, jinê jî dike heyber û bi vî awayî wê derdixîne derveyî pergala siyasî û civakî. Bi qasî ku vê rewşê di jinê de pêş bixîne, di cîhana zilam de cih dide wê û bi wiha cewhera jinê tê înkar kirin, wê demê jî tinekirinê ferz dike. Nêzîkatiyên zilam ên bi tirs, bigûman, dudilî yên ku ticar jinê tenê nahêle, ger were jêpirskirin, li pêşberî me tirsa ku hêza jinê ya ku dema zexta zilam ji holê rabe wê jin tola serdemên borî bigre, veşartiye. Ev jî dibe sedem ku zilam hakimiyeta heyî biparêze, ji bo domdariya wê jî her rê û rêbazê bikar tîne. Mekanîzmaya civakê ya ku hakimiyeta zilam li ser jinê pêk tîne û berfireh dike ‘malbat’e. Li jêra banê malbatê, jin tê elimandin ku “ew lewaz û kêm e, divê ji bedena xwe şerm bike” her tiştê xwe li gorî zilam teşe bidê û ev jî yekane rêya jiyanê ye. Fêrî keçên zarok û ciwan dikin ku dive sekn, şeklê lixwe kirin û tevgera wê li gor zilam be. Dihêlin ku ji xwe û her tiştê derveyî xwe re, bi pîvanên zilam nêzîk bibe. Ev dersên civakî ewçend bihêzin ku heta şêwazê rûniştina zayendan jî diyar dike. Bi vê re ‘zayendîtî’ ji bo tiştên ji zilam dixwaze bidest bixîne, wek yekane rêya ku ji jinê re hatiye hiştin, seyra wê ya xwezayî ya ji jiyanê re ye. Li ser mijara ‘zewacê’ kombûyîn, xala vê ya herî dawî ye. Bi rêya avakirina cewazên nû ku bi tevahî tê wateya fahîşe kirina zayenda jinê re tevlî ya heyî dibin, ev jî bi qasî ku nasnameya jinê dixîne, zilam jî diavêje nava vê geravê. Ji aliyekê ve civakê ber bi tengasiyên aborî dixirikînin, ji aliyê din ve zilamtiyê sor dikin; bi hemû amûrên perwerde, medya, siyaset û rojaneyî ber bi jinê ve dajon, ev jî fuhuşê derdixîne holê ku êdî bûye sektor. Di van têkiliyên ku bedena jinê tê firotin de, bi qasî ku jin weke heyber tê hesab, lê ew çend jî zilamê ku kirde tê hesab gemar dibe, bi qasî fîzîkî ewqas jî nexweşiyên civakî bi vê rêyê zêde dibin. Ev û têkîliyên wiha her diçe di nava malbatê de perçebûyînê pêş dixîne, ev jî di navenda mîkro a desthilatiyê de hejînan çê dike. Di vê rewşê de tişta tê kirin ji bo hejandinê asteng bike, sererast bike û pirsgirêkê çareser bike, an jî malbatekê ji mudaxeleyên pergala dewletê û dadweriyê re vekirî û muhtac e, saz dike. Wiha dixwaze encam bigre. Ji bo zilam xwe û zilamtiya li wî kirine, yekdengiya civakî û teyisîna karaktera xwe di jiyanê de tehlîl û çareser bike, divê dakeve çavkaniya derbasnekiriya avaniyên kesayetên tund ên cir nexweş, bêhuzuriyên civakî, xwe fêm bike û bi vî awayî jinê fêm bike. Bi asta kolebûyîna jinê re koletî hatiye belavkirin û daketiye hundirîn, divê van aliyan bibîne, bûyîna jin tê çi wateyê; fêm bike, ev jî bingeha vê ye. Heke ev mijar neyê fêmkirin, zilam ne dikare azad yek henase bikşîne, ne jî wateyekê bide hebûna xwe.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 350
Di cihekê de dîrok tê çareserkirin, jiyana berê tê çareserkirin û asoya pêşerojê, azweriya jînê diyar dibe. Lehengiyên dîrokî bi taybet bi çalakiyên Zîlan û herî dawî jî Sema Yûce -ku ew hemû rêgezên mezin in û em bi bîr tînin- li ser vê bingehê ronî dibin. Ji bo jîna mezin fedakariyên mezin têne kirin. Kesayetên çalakgerên herî mezin ava dibin. Li ser bingeha vê çavkaniya hêzê ya muazam, xwe dîtin, tiştekî ji vê binirxtir jî tine ye.\n\nDi şênberiya YAJK’ê de dahûrînên ku me pêşxistine, çendî kûr bêne fêm kirin û bi xûliqkarî xwe diyar bikin, wê di jiyanê de jî ew çend nûbûn xwe nîşan bidin. Divê ew ji bo me weke destpêka jiyanê bê dîtin. We bi xwe jî dît aciziya ji jiyana kevin di nava partiyê de jî heya demeke kin di kîjan astê de bûn. Hûn niha jî vê yekê dibînin. Bêguman ev nêzîkatiya rêgezdar, divê weke encama şêweya rast ya têkoşîna çînayetî û zayendî ku demeke dirêj me hûn li ser vê bingehê perwerde kirin, bê dîtin. Ango ji xwe ve hûn nehatin vê astê, hûn bi têkoşînekî pir tund di xeta Rêbertî de ber bi vê xalê ve hatin. Têkoşîna zayendî û çînî ku belkî bi hezar salan an jî tena serê xwe têkoşîna zayendî bi dehan, heta sed salan dom bike, bi şêweyekî herî rêgez, lê pir tûj di rastiya Rêbertî de bi têkoşîneke gur derketiye holê. Ev pêşketin ne weke ku nav daye ji ber xwe ve ne jî pir zêde jiyan daye zorê. Tam berovajî wê bi kedeke mezin, wêrekî, vîn û ewqas jî encama nêzîkatiya fedakar û xûliqkariya mezin bi rêgeza azadiyê ye. Nêzîkatî di bin navê pirsgirêka jinê, bi rastî jî pir wêrekî dixwest. Herkes herî zêde şaş nêzîkê vê pirsgirêkê bûye û di rastiya civaka me de herî zêde di vê mijarê de wendakirin çêbûne. Him zilam û him jî jin dema dest bi jiyanê dikirin di vê zemînê de wenda dikirin. Em di wê baweriyê de ne ku çareser kirina me ya bi vî awayî û xebata kuştina zilam û jina kevin pir bi nirx e. Em ewlene ku ger bê fêm kirin wê rolekî mîna teqîna pêşketinên pir mezin bilîze. Em baş jî dizanin bê vê jî jîn nabe û pê re girêdayî şer pêş nakeve.\n\nPirsgirêka me têkîliyên di asta zayendî, an jî weke hinek dizanin nêzîkatiyekî daxistî li ser ajoyên zayendî nîne, ew hemû jiyanê di nav xwe de digire. Xebata me ewe ku gelê me ew jiyana ku ji mêj ve wenda kirî ye, careke din qazenç bike. Em dixwazin jin û zilam jî ew girêka kor a jiyana ehmeq ku mehkûmê wê bûn, biçirînin. Têkoşîna me ew jîna di bîra tarî de, ew jîna tarîtiya reş de derxistiye roniyê. Kevneşopî, pêşdîtin, nêzîkatiyên erzan ku xwe dispêrin ajoyên bê nirx, çemkên pir seretayî ku bi xilasiyê encam digirin, çendî bêne xemilandin dîsa jî nirxên wan tine ne. Berdin jiyana azad, şerê wê têrê nake rojekî jî xilas bikin. Divê hûn van mijaran baş fêm bikin. Çi bi nirxandinên zanistî, çi felsefîk, çi jî aliyê wê yê moralê, em heya îro hatin. Ger birastî jî bawerî û azweriya we bi azadiyê hebe, wê demê ev xebatên me ya herî bi nirx û ya hewce ji bo jiyanê ye. Ji xwe pêşkeftinên pratîkî jî vê nîşanî we dike, niha kêmeke din hûn bihêz in. Jina ji hêza fêmkirinê bêpar bû, xwe gihande hêza fêmkirinê. Jinên, berdin derkeftina serê çiya, berderî jî bê destûr nedikarîn derbas bikin îro bûne xwedî pêngavên meşa bêdawî. Ya rast xebatên me jê ve re hêz da. Ev jî pêşketinên girîng in. Divê ti kes bê ku şerê mezin a vê bibîne, nekeve xefleta ku van tiştan weke ku bi serê xwe çêbûne binirxîne. Divê jê re rêz û mînet bê dîtin û her tim têkarî bikin ku dema jiyana wendakirî bê ser xistin bibe xwedî têkarî.\n\nJi kîjan alî lê binêrin bila binêrin, divê hûn vî şerî di heman demî de weke encamekî azadiyê, her wiha dijberê jîna gemar û xirab, weke şerê azadî û başiyê bibînin. Armancekî şer jî pêşxistina başî û xweşikî ye. Hûn dibînin ku ev jî pêngav bi pêngav pêşdikeve. Ji bo me jiyan nû, nû şitil dide. Kes wiha hisab neke ku wê bi pêşdîtinan, bi rêbazên ji bavê û kalan mane, bi taybet bi nêzîkatiyên ji eniya zilam mane wê ji jiyanê tiştekî fêm bikin. Dîsa nêzîkatiyên bê hizir, bê vîn li ser bingeha ferasetên jina klasîk ku bi her tiştên xwe ve teslîmiyetin, bi xefletê weke jiyanê ferz nekin.\n\nWeke nimûne heval Sema heya demekî dirêj li hemberî nêzîkatiyên zilam bê çare dimîne. Heya daxuyaniya me ya 8‟ê Adarê ne hêza gehiştina asta erênî ne jî hêza derbaskirna ya neyînî nîşan dabû. Dibêje “ev çareserkirin her tiştê ez lê digeriyam dide min û rewşa ez di nav de heya dawî ronî dike, lêgera min a Rojeke din bêçine bû, Roj tek e. Di vir de bilindahiya jiyanê, azwerî heye, azadiyê jinê bi vegotina wê ya herî têgehiştî min li vir dît.” Li wir tam vîna partîbûyînê bi derkeftinekî şoreşgerane û ji 8‟ê Adarê heya 21‟ê Adarê sekneke pir vîndar, hişk, bibiryar û çalakîwar pêş dixîn e. Di derdora wê ger yêke hişyar heba dibû ku jiyan bike. Ruxmê vê xwedî çalakiyeke mizin e û ev hêza wê diyar dike.\n\nEv rêhevala me, bi nêzîkatiye jîrwar nimûneyeke herî berbiçave ku nîşan dide divê ji rêgezên azadiyê dest neyê berban û ger tewîz bên dayîn ew zehmetiyên dikevin navde wê çawa bên derbaskirin. Ew rêhevaleke ku divê bê lêkolînkirin û encam jê bên wergirtin. Ligel vê rêheval Zîlan pêşengtiya vê kiriye û nirxandinên wê pir zelal in. Ya em dikin kêmekê jiyandina wan, kêmeyê pêkanîna rêgezên wan e.\n\nEv jî kêmekê pêşketiye. Dost û dijmin vê dibînin. Ji wê ku em jê vegerin û teng bibin, em şerê serwerkirina van didin. Di vir de zilam jî ser dikeve. Bi şûna her carê zilam xwe ferz bike, çawa jin û jiyan yekbûnê rave dike, di qazançkirina nû ya vê jiyana hevbeş de divê hinek jî azwerî (tutku) hebe.\n\nHest û heta evîna herî mezin; afirandina vê yekgirtinê ye. Hevgirtina jin û jiyanê ye ku ev jî azadiye. Derbaskirina ew jina bi şêweyeke herî ketî bi zilamê pûç ku ji welat û civaka xwe qût bûye ve girêdayî ye û hevgirtineke nû ya herî bi rêgez û bihêz bi jiyanê re ye. Evîn eve ye! her pêngava di vî milî de bê avêtin binirx e. Ti aliyeke wê ya neyê derbas kirin jî tine ye. Gotina “teqez di bin serweriya min de be” belku di xuyaniyê de xweş tê, lê binê wê bikolî wê dîkteya çîna desthilatdar a sed- hezar salan derkeve holê. Çawa di sosyalîzma Rel de jî hate dîtin, tu sosyalîzmê ava bikî jî di dawiyê de wê hilweşe. Pirsgirêk divê ew çend ji rêzê neyê dest girtin. Xebat û têkoşîna me ya azadiyê gerdûni ye. Tenê ji bo çareserkirina pirsgireke teng a herêma we, an jî netewî nîne. Jixwe hewce dike wiha be jî.\n\nLewma berpirsyariya me ya sereke ne tenê rizgariya zayendeyekê, asta azadiya hemû civakê û şerê ji bo wê derdikeve pêşberî me. Ji zilam bêtir divê hûn xususên dîsîplîna şer, rêxistinbûyîn û kûrbûyîna taktîkî ber çav bigirin. Jin zêdetir muhtacê vê ye. Ger rêxistin û dîsîplîna rêxistinî tine be wê we peremperçe bikin û weke guran we parve bikin. Ev pir eşkere ye. Qet hewce nake ji vegotina vê yekê bitirsin an jî şaş fêm bikin. Jin bi rêxistinê re heye. Her rêxistin li gorî rêgezên rêxistina xwe ye, ji bo jin ev tiştekî jiyanî ye. Ji xwe ger ew nebe wê ji hev perçe be. Jiber wê pêşengtiya rêxistinkirin û jiyana li gorî tektîkên wê, ji bo we sedemên jiyanî ne. Ger bi şûna vê yekê hûn tiştekî din bidin rûniştandin, hûn xwe bi hindekan bispêrin, ev ketineke bêsînor e. Divê bi aliyê vê yê rêxistinî ve girêdayî, aliyê wê yê siyasî û leşkerî jî baş bê fêm kirin. Ji ber ku dema we ev aliyê xwe pêş xistin, hûnê bihêz bibin. Hûnê li hemberî her metirsiyekî bibin bersiv.\n\nŞer û siyaset ne tenê karê zilam e. Her çend civaka klasîk her wiha dibêje. Weke jin di leşkerî û siyasetê de tine ye. Jin di civakê û aboriyê de di karên ebeboz (ayak takimi) de tê şixulandin. Hûn li vir hesabê vê jî dipirsin. Çekê di destê we de pir binirxin, zanista siyasî jî pir binirx e. Azadî bi rêyeke din nayê bidest xistin. Bi şêweyekî din jixwe zilam jî nikare ji belaya ser wêdetir biçe. Me ev bi şerekî mezin heya vir anî. Vê weke pêşkeftinekî ji rêzê nebînin. Rastî nabe ger behsa tengbûn û xitimînan bê kirin. Niha sedemekî we ya ji çekên azadiyê binirxtir jî nabe. Ji bo jîneke azad nirxa vê weke cejnê ye. Weke mînak Rêheval Zîlan dibêje “ez dema ber bi vê çalakiyê ve dimeşim di rewşeke bi coş a nayê bawer kirin de me û ew çend jî xwe bi şens dibînim” ev rast bû. Ji ber ku çûna mirovekê ku xwe bi ewqas bombeyan ve girêdaye pêkanîna meşa jiyaneke ev çend azwer, birastî jî bûyereke bêhempa ye. Kûrahiya wateya wê di vir de veşartiye: di milekî de dizane xwe bi çalakiyekê ew tiştên wê dîl digirin – ku ev mêtîngerî, emperyalîzm, başverûtiya zilam, girtîbûn û gemariya jinê ye- dişewitîne, hildiweşîne. Pê re girêdayî dibêje “ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke biwate, kesayetekî çalakger. Ji ber bi durustî dizanî wê bibe raveya (ifade) jiyana biwate, berdin teng an jî bixetim e, şerekî wiha coşeke bêhempa dide wê. Dibe çavkaniya jiyan û kêfxweşiyê. Di çalakiyên herî bê eman de jî wisa ye. Ger ev rast bê têgiştin (özümseme) ti kes teng nabe, naxetime û di jiyanê de bêhêvî na be. Tam berovajî vê wê pratîkekî bicoş, bihêvî û serkeftî derkeve holê. Ya rast jî eve ye.\n\n
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 372
Rêber Apo Wekî di tevahî şoreşan de heye, di şoreşên roja me de jî û bi taybetî di şoreşên Kurdistanê de, mijara yekemîn ku pêwîste tê de were serxistin; çareserkirina jiyana li dorhêlê jinê ye. Pirsgirêkên herî pêşketî yên şer, heta pêşketinên di bingehên azadî û aştiye de jî, ev mijar di navenda tevahî xebatan de cîh digire. Di derdorê jinê de, zîhniyet, birdozî, rêxistin, zordarî, mijokdarî ya ku hatiye honandin ve neyê dest girtin, çareserî di vê bingehê de neyê kûrkirin, heger şoreşê (her wiha şer) ji jinê qut bê destgirtin, çi bi gengaze ku şer bibe şerê azadî, çi jî bi gengaze ku aştî wê bibe aştiyekî bingehîn. Mercên vê yên yekem çareserkirina peywendiyen ku li derdorê jinê hatiye hûnandine. Hem pêşxitina şer, hem jî li ser wateya wê a rast, pêdivî dibînim ku bi awayekî cidî vê pirsgirêkê bigirim dest. Tê gotin, “Bê jin şoreş û jiyan nabe.” Ev rast e. Lê di roja me ya îro de jiyanekî bê jin di bin statukoya zilam de, ez hîn jî li hember pejrandina wê bi hêrs dibim. Heger ez bêjim min, şoreşa xwe bi armancên guhartina jiyanê ve pêşxistiye, ezê rastiye bi awayeke berbiçav bînim zimên. Civaka bi çînayetî her ku pêşket, hêz di zilam de kûr dibe. Dema hêz di zilam de kûr dibe, di hêza jinê de tunebûnek tê holê. Wekî di rastiya Rojhilata Navîn de tê zanîn; bi klan derbasbûna civaka ku li dorhêla jinê tê afirandin –ez bawerim qada ku dîrok yekem lê pêşketiye Mezopotamya ye- hêza jinê bê nîqaş e. Berî her tiştî Ol(dîn) bi şêwazekî xwedawendên jin tê ser zimên. Hîn jî navê ku pir bi bandor e, di Kurdî de “İştar” wateya wê stêrk e. Di roja me de “Star û Stêrk” xwedawendiya jinê tîne ser zimên. Xwedawend xwedî dîrokekî wisa ne. Afirînerên civaka yekemîn in. Em ji avakirina komên gund bigirin, di şoreşa civakî de asta herî girîng, pêwîst e em bipejirînin ku derdorê çalekiyên jinê de pêşketiye. Em dikarin pênasa xwedawenda İştar wisa bikin. Civaka jinê di pêvajoyên yekemîn de mezinbûyînek bû. Serdemên piştî wê derbasbûna civaka bi çînayetiye. Derbasbûna civaka bi çînayetî, derbasbûna bin zexta zilam e. Pêşketina bi dagirkeriya zilam, wekî bê sînor e ku, xwedawendî tunebû û tevahî xwedayên ku pêşketine hemû zilam in. Tevahî împarator zilam bûn. Hinek jinên ku derketin, ew jî jinên wek zilam in. Tevahî fermandar, brokrat ji sedî not û neh zilam in. Ev jî dagirkeriyekî bê aheng dide xwiyakirin. Bêguman civaka bi çînayetî ve girêdana wî heye, lê rastiya pêşketina yek a mirovatiyê ye. Tu bê jî, “Bê desthilatdariya zilam jiyan nabe” ev ji tê wateya zîhniyeta bi zext û mijokdarî bingeh digire. Heger em di sosyalîzmê de îsrar dikin, pêwîst e em tê bigîhêjin ku, di pêşketina dîroka şaristaniyê de, tunebûna jinê ne bûyerekî xwezayî ye. Em dibînin ku, ev rastî, bi cûrên pêşketina civakî û çînayetî ve girêdayî, di roja me de gihîştiye asta çavkaniya pirsgirêkan. Her ku em vê pirsgirêkê çareser dikin, bi vê re wê şoreş kûr bibe û di vê wateyê de, ji navbera zilamtiya zilam û jiniktiya jinê de ev bê ahengtiya heyî pêwîst e em rabikin. Ez li ser vê pir kûr dibim. Ji bo min pirsa ku, pêwîst e zilam bibe zilamekî çawa û pêwîst e jin bibe jinekî çawa jî, pir dijwar e. Tedbîra yekem ku min girt, artêşbûna jin çi bû? Herî kêm ev rastî avakir; “Ez jî dikarim bi silah bim. Li ser lingên xwe, di çiyayên ku berê min cesaret nedikir de, ez dikarim serbixwe bim, bipeyvim û ez dikarim bibim xwedî hêz.” Ji bo jin ev pêşketin heta dawî pir girîng e. Hîn wateya vê dernexistibe jî, ev pir vekiriye ku jinê bi hêz dike. Herî kêm fîzîka wê pêşdixine. Jinên ku di panzdeh an ji di bîst saliya xwe de ku wekî pîra bibûn, niha dema digîhêjin sîh salî jî, seknandinekî pir dijwar raber dikin. Dîsa di manewiyatê de hêz digire. Ev pir balkêş e ku, ne tenê di me de, di tevahî qadên navnetewî de pêşketinên jinê diyar dibe. Ev li ser berkîkirina me pêşdikeve. Belkû têgîhên paşverû her tim wisa dibêjin; “Dema jin tê gotin, mêyzekirinê min, hestên min, namûsa min. Êmin, êmin, pêwîst e êmin be.” Ev felsefe pir bi xeter e. Dema ku jin ji sedî not û neh bû ya te, gelo wê çi bide civakê? Wê ji welatparêziyê re çi bike. Wekî leymûn an ji qedehêk şarab, girtiye nav kulmên xwe diperçiqîne û her dem vedixwe. Bi rastî jî jin jî wisa ye. Jinekî wisa, tu tiştekî ku bide civakê û netew nîne. Tiştekî zilam jî bidê nîne. Zilam ku carna aqilê xwe wenda dike, car caran kuştina jinê, bingehê vê felsefê derdikeve holê. Heger bal kişandiye, evindarên me, gihîştine karakterekî ku evînê dikujin. Ev rastiyekî bi êş e. Ji sedema têgihên vê felsefeyê, hêz û mezinbûna jinê tune ye. Di wir de kuştin heye û di dawî de jî, wekî sembol bi xençerê ve encam digire. Her wiha bi awayekî aktîf pêwîst e jin bi xwe bikeve nav vê xebatê. Herî kêm tişta ku ez dixwazim bikim, pêşiya vê vekirine. Pêwîst e em vê fêmbikin. Ez ji bo kêyfa bavê xwe nakim an jî ji bo xwe jî nakim. Bi têgihên min ê cîhanê ve girêdayî dikim. Ji bo hinekî jinê kêyfxweş bikim jî nakim. Meseleyekî bilindiyê ye, meseleyekî têgihê, meseleyekî cîhanê ye. Em ji kîjan milî ve lê binêrin, pewîstiya milîtantiya jin li holê ye. Ez van peyvan pir tînim ser zimên. Ên ku rola jinê, di şer û jiyanê de înkar dikin ew bixwe ne. Giranî di vî bingehî de derdikeve. Jin heger kevneşopiya xwe derbas neke, wê xwe bigihîne rewşa giranî. Her tim li bendê ye, zilam bê destê wê bigre û wê bike malê xwe. Rewşa ku giranî tê gotin wisa derdikeve. Jina ku hûn dibêjin giranî ye, niha gihişt qiraxa azadiyê. Berî her tiştî pêwîst e em bidin xuyakirin ku; jin ne giranî ye, hem di şer hem jî di jiyanê de bi awayekî dijwar xwe pêşxistiye. Li vir me kesayetiya Zîlan nirxand. Her çiqas fîzîkî zorî jî dikişand derxist holê ku, çi di jiyanê de çi jî di şer de giranî nîne. Ev bûyer ji bo me ferman e. Wê demê di milê zagonên rêxistinê de, zêde mafê axaftinê wan nîne, jin jî xwe di rewşa giraniyê de nehêle. Jin û zilamên ku bi vê rastiyê re di nav nakokiyê de ne, naye pejirandin. Rastiya Serokatî di vê mijarê de heta dawî bi rêgez e. Di vê mijarê de tu tavîzan nade. Wekî tê dîtin, tevahî keçên me, bê hempa keçên şer in. Di vê wateyê de napejirîne ku destê zilam nêzîkî wê bibe. Bi dagirkerî, bi xirabî, azadiya wê ne berbiçav be, napejirîne. Rastiya rewişta (ahlak) PKK ê jî ev e. Niha ev biçe ku, wê bibe jiyana azad. Her zilam bi cureyekî dijîn, ez ji hinekî wisa dijîm. Ew qas jinên baş nînbe, ez nikarim bijîm. Niha zilam dibêjin; “Jinek heba, ji sedî sed a min ba, ezê bi wê jinê re bijîm. Ez jî dibêjim ku; “Artêşa jinê ya azad nebe, ez nikarim bijîm” Azweriyek (tutku), evînek, jineke egîd, jineke bi rêxistinî û xweşik, bi vîn (irade) û zimanê wê jî hebe. Ez bawerim egîdî, ji nav vê nêzîkatiyê derdikeve. Zilamekî heger dibêje; “Jin bila ketîbe, ya min be, lê bidim, bikujim, bila male min be” ev ketîbûnekî herî mezin e û di milê mafê mirovan de bê mafbûnek e. Çima ew ewqas dibe yê te, çima tu nabe yê wê? Ev nêzikatî pir bi vekirî, dagirkeriye. Zilamek pir bi zext, ne wekhev, pir bê hûrmet.. Jin bi hêz be, jiyan xilas nabe. Hinek kes dibêjin, jin xurt û bi hêz bibe, emê bitirsin..! em jî dibêjin, jina bi hêz , li beramberî wê tirs nabe, jina ku lewaz be pêwîst e em jê wê bitirsin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 644
Rêber APO Rêhevalên ku di şerê Başûr de şehîd bûn, rêhevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di milê azadiyê de xwediyê hewildaneke mezin bû. Ev heval, beriya ku şehîd bibe ji bo min raporek rêkiribû. Min şehadeta wê ne bihîstibû. Lê, timî di bîra min de bû. Gotibû; “Ezê ji tehlîlatên Serokatî sûd wergirim û dixwazim ceribandina romanekê bikim.” Li gel me heya niha kesî gotinek bi vê awayê nekiribû. Rêhevaleke gelekî pêwender bû. Min di got; ez vê hevalê bibînim û nîqaş bikim wê baş be. Dûvre agahiya şehadeta wê hat. Keçikek pir leheng bû. Di asta fermandariya taximê de diçe li ser qereqola Rûbarok û birîndar dibe. Ruxmê ku birîndare jî di şerê Başûr de di eniya xwe de di pêş de cih digre. Li wê derê jî, heya guleyên wê xilas dibe di mevziyê de dimîne. Dûvre jî hêzên noker ên xayîn derdorê wê dorpêç dikin û dibêjin; “radest be em tiştek li te nakin.” Lê, helwesta vê hevalê jî ev e, dibêje; “we bi neyar re nokertî kiriye, hûn li Başûr êrişî şoreşa Bakûr dikin, hûn xayînin, ez xwe radestî we nakim.” Ji bo Serokatiya partiyê Dirûşme davêje û xwe ji zinaran davêje. Ev çalakiyeke pir watedare û wêrektiyek e. Di asta teorîk de jî bi hêz e. Ev tenê çavkaniya xwe ji welatparêztî û berxwedêrtî nagre. Her wiha tehlîlatên wê ji pir kûrin û li ser esasê fêmkirinê ne. Ji ber ku dixwaze wan hîn bêhtir kûr û firehtir bike. Ev rewş dide diyar kirin ku wê ji vê hevala me kesayeteke xwedî çareserî derketiba. Kesayetên ku ji bo fêmkirinê bi biryar û ji bo vê jî her cûrê berxwedaniyê didin meşandin derdikevin. Pêwîste mirov nirx bide van rêhevalan. Pêdivî heye ku mirov ji bo bîranîna vê hevalê bersivên xurt bide. Ev kesayetane ne kesayetên ku mirov hêsanî nêz bibe ne. Ji bo vê şehadetê, heval dibêjin; “em bi bîranîna vê hevalê re girêdayîne, emê navê wê bidin tabûrê.” Pirsgirêk ne ewe ku mirov navê wê bi de tabûrê. Ya girîrng ewe ku, helwesta ku mirov daye raber kirin jiyanî kirina wê ye. Ji xwe yê ku gihişt vê encamê jî helwestên ku dane raberkirin e. Em vê giring dibînin. Ya rastî jî, ev rêhevala me ji bo pêşketinê bi biryar e, her wiha pir şaşîtiyan re jî rûbirû maye. Dibe ku şaşitî jî kiribe. Lê belê, her diçe di xeta rast de kûr dibe, encameke pir bi bandor jî digire. Tişta ku ez dixwazim bêjim ev e; ger em rê vekirî bihêlin pir kesên leheng û yeman wê derbikevin. Her wiha berê digotin; “ jin giranî çêdikin, em çi ji wan bikin?” Min ji wan re digot; yên ku dibêjin jin giranî çêdike ew bi xwe giranî ne, jin hêzeke mezin ya fedaî ye. Asta ku ev hevala me xwe gihandiyê jî dide diyar kirin ku piraniya wan de derdikeve li gel feraseta xwe fedakirinê, vegotina wêrektiyê jî heye. Hûn vê nanirxînin, bi nêzîkatiyên kevnar ê feodalîzmê û nêzîkatiyên civakî nêz dibin. Ev nêzîkatî rast nîne. Dibe ku hêza we têrî nekê, nêzîkatiyên rast dane diyar kirin jî dibe ku zehmet be, lê belê feraseta min jî wisa ye. Her wiha derket holê ku ev feraset rast e. Pişt re jî pir kesan got; hemû di sengeran de berxwedan e, kes ne reviye. Weke ku me dizanî ne wisa ye. Xeta Şehîd Bêrîtan ji bo min pir giring e. Ez dibêjim xet û bîranîna Bêrîtan. Em jiyana Şehîd Bêrîtan bikin xet. Ji bo min nameyek wê hebû, ez bawer dikim yek name bû. Hêza wê ya entelektûel û kûrbûna wê jî hebû. Xwe radest nake. Xwe radestê netewperestiyên paşverû nake. Ferhat xwe radest dike. Ev xetek e. Xwe ji zinaran davêje. Ev ne xwekujî ye, xeta azadiyê ye. Ev mezinbûna rûmeta jin û berxwedaniya wê ye. Ev pir girîng e. Formûla min a pênc hezar salan heye. Ji neolotîkê heya roja me ya îro çanda xwedavendî em rojane dikin. Ez jê re dibêjim “şoreşa zayendî.” Tevgera azadiya jin bila jiyanî bikin, bila jin bi tenduristî bisekinin. Bila ti qisaweta(endişe) jiyan nekin, heya dawiyê ji xwe bawer bikin. Ewê Rojhilata Navîn çareser bikin. Bêrîtan, ji bo xwe radestê Kurdên paşverû nekê xwe ji zinaran avêt. Ji gundekî nêzî Qereqoçanê bû. Pêşmerge pir hêvî jê dikin, ji bo ku xwe radest bike dibêjin; “em tiştek li te nakin.” Xeta azadiyê ya ku ez hîm digrim ev e. Ew jî ji bo xwe azadiyê hîm digire. Parastina rûmeta wê keçikê deynê me yê mezin e. Ev rêgeza min e. Ez Bêrîtan bi vî awayî dinirxînim. Min vala vala negot xeta Bêrîtan. Berxwedaniya Bêrîtan di nava me de wek şêwazek e. Heval xwe radest nekir û ji zinaran avêt. Neh keç hebûn, govend girtin û xwe bi narincokê(el bombası) şehîd kirin. Ji bo ku nekevin destê neyar bi vî awayê kirin. Ev hemû ji bo me lehengin. Rêhevalên jin ê pir zadegan(soylu) û berxwedêr hene. Her wiha rêhevalên ku xwe şewitandine jî bibîrtînim. Kesên ku dixwazin bibin hemdem bila biçin xwe bikin hemdem. Ev diçin Avrûpa diçin ku bila biçin. Bi zimanê magazînê nabêjim. Ev çand yê werê zindî kirin. Zilam naxwaze fêm jî bike. Ji derveyî vê jiyaneke azad nabe. Ez keçên me hişyar bikim. Divê jinên me divî mijarî de çavvekirî bin. Fersendek pênc hezar salî hatiye bidestxistin. Ji bo her yek ji we an ji bo we hemuyan qesir jî bidin, tif bikin rûyê wan. Bila keçik qiyamet rakin, dixwazin dîsa we bixin cendereyê. Lîstokek mezin li ser jinan heye. Her kes ji çiya dakeve jî, heta ku aşitiya wan ê birûmet pêk were ew têkoşîn bikin û danakevin. Hûn berxwedana Berîtan dizanin. Ji Dersîmê bû. Dema li kêleka kendalê ye, pêşmerge gazî dikin û dibêjin “were em te nakujin.” Lê ew ji bo ku teslîm nebe xwe ji kendalê berdide. Wê xeta Berîtan bişopînin. Ez neferek vê xetê me. Heta ku aşitiya birûmet were vî xetê bidomînin. Jinên ku min dişopînin hene. Ji bûyîna keç û jinên vê hişmendiyê hîn rezîltir tiştek din tine. Ji bo bîranîna bisedan şehîdên me divê keçên me xwe di siyasetê de bihêz bikin, nekevin jinikbûnê û kesayetên xwe biparêzin. Pîrekbûna(karilaşma) jin pîrekûna gel e, pîrekbûna jin pîrakbûna welat e. Jina ku bibe pîrek dibe ji hindek kesan re dibe malê qirêj û nirxek wê jî nîne. Divê bi tenê jiyan kirinê bidin ber çav, divê mirinê bidin ber çav. Wesîyet û şîreta min ev e. Berîtan ji me re wesiyet e. Ma em dikarin wê keçikê jibîr bikin? Ew peyam e. Ew ji me re bangawaziye. Ew ji bona me Jeanne D’Arc e. Bisedan yên wek wê hene. Em wê bingeh bigirin, ew rûmeta me ye. Çalakiya wê, çalakiya evîn û rûmetê ye. Cîhê ku ew lê ye, em li wir in. Em heta kesê dawî bimîne şer bikin. Em ji bo namus û azadiyê, em ji bo rûmetê şer bikin. Ji bona min bitenê keçek Kurd an go xortek Kurd yê ku bi xetê ve girêdayî û durist bimîne bes e. Ji bona min Têkoşîna Azadiyê girîng e. Têkoşîna min azadîxwaz e, xwe spartina hêza xwe yê cewherî ye û ji kesek re leşkerî nekirine. Têkoşînek wisa ku bi pere, dolar û jinê were firotin nîne. Ez şehîdek me bînim bîra we. Şehîd Berîtan. YNK yî di zinarekî de, li kêleka kendalekî derdora Berîtan dorpêş dikin, digirin nav çenberê. Dibêjin, radest bibe, dema dibêjin radest bibe jî dibêjin ne ji bona ku em te radestê Tirkan bikin, were em xwişk û bira ne, em îşkence li te nakin, were bitenê di nav me de bimîne. Lê Berîtan dizane ku birastî jî ev ne wisa ye, girêdayê azadiya xwe ye, vî rewşî nikare birûmeta xwe bide xwarin û xwe ji zinaran diavêje jêrê. Bêrîtan xwedî xeta Rêbertî û azadiya bêdawî bû. Ji bona min ya girîng, têkoşîna xeta Berîtan e.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 658
Rêber APO\n\nCihê ku cara yekê ez li çarmixê kirim, peytext Atîna ye. Atîna, bi ruhekî tirsonek û çandeke paşverû, xwest ku êşa windakirina desthilatiya xwe ya sê hezar salan li ser Anatolyayê derxe; bendewariya serfiraziyeke erzan û bêrêgez a li hemberî Tirktiya Anatolya ji min hatî kirin. Dema ku fêhm kirin ev yek ne gengaz e, weke ku xwediyê min ew in, ji bedêla hinek tawîzan li Kibris û Ege weke pakêta diyariyê yan jî miheke qurbanî, xayîntiya pêşkêşkirina ji hikûmeta Tirk re ketîtiya ku di dîrokê de wekî wê nehatiye dîtin û bêşereftiya ku di tu kitêban de cihê wê nîne daye nîşandan; wekî endamê YA, li hemberî PMMA sûcê hiqûqê kiriye. Bêyî ku tu mehne (bahane)ya dijber li darîçav were dayin, bê exlaqiya di vê bûyerê de û sûcê li hember hiqûqê misoger e. Ger ku hewce bike, bi gelek şahîdan re ev yek dikare were îspatkirin. Nivîskarê Yewnanî Kazancakis, romana “Ji Nû Ve Çarmixkirina Îsa” ji zû de nivîsandiye. Lê ya min rewşa min ne takekesî ye. Çalekiya çarmixê li ser milyonan Kurdê vîna wan azad û bi mirinî girêdayî serokatiya xwe ne, hatiye kirin. Dibe ku Yewnanî ji Zeus û virde xwe pir qurnaz bihesibîn. Xwedawend Athena ya keça Zeus a ku ji enya xwe çêkiriye, bi hîle dikare xwe bixe dewsa Deîphobosê birayê Hektorê ji Troyayê û bavêje nav şerê agir tasfiye bike. Wê çaxê dikare deryê Anatolya veke. Ev rastî di mîtolojiyê de derbas dibe. Lê di sedsala 2 hezaran re mabû salek, dema ku di sedsala 20. de dijîm xistim vê xefkê. Ger ku wan bi xwe ez bikuştama, komplo be jî rengê qezayê dabanê û ev pêk bianiyana min xem nedixwar. Weke pêwîstiya çanda wan wê biba û biqediya. Lê bi usula weke diyarî paketkirina ku di tu kitêbên insanetiyê de û di tu rêgezên exlaqî de cihê wê nîne, di nav êşên nêzî 30 hezar şehîdan û hesirê dayikên şehîdan de, di demeke herî krîtîk ku ez hîç ne hazir bûm û hîn hêvîya wanî tiştina ji min hebû, çawa diwêrê min radestî tîmên şerê taybet bike? Li pişt wan serokwezîrê DYA Clînton hebûye, wî emir daye.(Şewirmendê wî yê taybet Blindkend ev di çapemeniyê fermî daxuya) Hikûmeta Yewnan jî bi leystoka dostaniyê ev pêk aniye.\n\nÎsraîl, ji bo ku di ser Tirkiye de dengeya stratejîk ava bike ne dibû xwedî heqê ku min bike qurbanî. Yê ku cara yekemîn qurbankirina mirovan rakiriye jî pêşiyê me, Hz. Îbrahîm pêxember e. Tenê ji bo bîranîn û rêzdariya ola wî jî bana, diviya bû ku MOSSAD neketana vê çalekiya qurbaniyê. Divê ji bo mezinahiyê sînorekî exlaqî hebe. Hîç neba jî diviyabû hikûmeta Yewnan nebûba amûrê vê leystika qirêj. Bi van leystikê zirav yê ku li ser Tirkiye dileyizin û li hev dikin wan bi xwe jî ji akilmendiya vê bawer nedikir dîsa jî. Diviya ku hesab bikira wê rojekê hişê Kurd jî werê serê wî û tolahildana xwe birêxistin bike. Ji hezarî yek be jî diviyaba ev îhtîmal hatiba hesabkirin. Ev sûcê ku li Navenda Xirîstiyaniya Ortadoks di her alî de ji nû ve çarmixkirina rihê Îsa Mesîh diviyaba evqasî erzan nehata kirin. Diviyaba nebûba muştaq(turev)ê Yahuda Îskarîot ê hemdem. Ya hîn xerabtir, bi van daxuyaniyên sexte bi vê bêexlaqî tirsnak sûcdarî nehata sergirtin. Ez zêde dirêjnakim. Wateya mîxê destpêkê li çarmixa min yan jî tabûta min a ku li Atîna hatî amadekirin hatiye xistin ya însanî û dîrokî di vê çarçovê de ye. Heger dirust nêzîkbûn bê esasgirtin, rexê wê yî siyasî û hiqûqî divê bênin ber çav.\n\nBizmarê duyemîn li Moskovayê hate lêxistin. Ez hîç ji vê şaş nemam û aciz nebûm. Gilîkirinê jî zêde bi mane nabînim. Min îhtîmal neda ku qaygiyên Rus û Hikûmeta wan a ku bi şiklekî herî xerab bi xemsarî nêzî nirxê xwe yî herî bavçê (soylu) dibin, yên însanî û exlaqî hebin. Rusan di vê donemê de zêde zêde îspat kirine ku nirxekî ji bo pera feda nekin nîne. Weke endamê Konseya Ewrûpa Rusya, girêdayî Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa ye. Her wekî din bi piştguh kirina xwesteka min a îltîcaya siyasî ku Duma ya di cihê parlemento de bi 298 rayên li himber yek rayê hate qebûlkirin, bi zorê avêtina min a ji Rusya dervî hiqûqê ye. Ev jî YA û PMMA elaqedar dike.\n\nBizmarê siyemîn jî li peytexta Awrûpa ya pîroz Roma li ber çavê papa hate kutandin. Her çiqasî di destpêkê de mirovê mezin Aziz Paol xirîstiyanê ku cara yekê li Romayê hatibe kuştin jî, divabû pêvajoyeke ji mirinê xerabtir ji bo min nehata inyatkirin(dayatma). Awrûpa û Roma di wê îdeayê de ne ku nûnertiya şaristaniya hemdem dikin. Ji 2000’an re salek mabû Roma divabû tişta ku li Saint Paul kir cara diduwa neceribandibana. Eynî weke wî ez jî ji Şamê dihatim. Ez î bi qasî ku zimanê min zîvirî hinek rastiyên li ser şaristaniyê bêjim. Ji bo çi hatin rewşeke ku ewqas qebûl nakin? 66 rojan weke ku di qefeseke hesinî de bigirin, li her aliyên min polisê weke pola danîn û bi xedarî nêzî min bûn. Min ê hebûn û azadîxwaziya gelekî dîrokê yê herî kevn ku mafê mirovatiyê jê re nehatî naskirin, hîna navê xwe jî nedaye qebûlkirin bianiye ser zimên. Vekiriye ku ev daxwaza demokratîk û heq li gorî nirxê Ewrûpa yên hiqûqî û siyasî ye. Ji vî heqî re hîç rêz nehate girtin. Ji bo ku ez bêm revandin her tişt hate kirin. Ji bo çarmixkirinê hemû fonksiyonên psîkolojîk hatin bicihanîn û ez hatim postakirin. Divê PMMA li ser vî aliyê rastiyê bisekine, hesap were pirsîn çima li Romaya ku teşe û giyan daye YA’yê rewşeke wiha pêşket û tişta hewce werêne ber çav.\n\nRevandina min a peytexta Kenya bi temamî bi şirîkatiya vîna Awrûpa û DYA’yê pêk hatiye. Rola herî adî jî bi zaroka xwe ya mizir Hikûmeta Yewnanê dan leyistandin. Çîroka vê dirêj e. Min qismen behsê kir. Pêwîst bike ezê vê rastiya revandin û radestkirina li Sefîri(elçilik)yên Kenyayê bi devkî jî dirêj dirêj û peyitandî li PMMAyê bêjim. Yek ji îşê komployê yê herî qirêj jî erka barkirina tabût, çarmix û pakêtê, kişandina ben a ku bi dest yamyamên Afrîka yên ji Kenya ku baş hatine terbiye kirin hatî pêkanîn e. Qaşo Awrûpa pir û pak bû, sûc jî Kenya kir! Xuyaye ku, Awrûpa di qirkirina gelan de baş tecrûbe qezenc kiriye. Di vê derê de jî rola celadê siyasî yê sivik leyîstiye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan dipelikîne(çekinmek), hinekî jî ev taktîk xistiye dewrê. Yanî li Awrûpa karê qirêj qet nabe; bibe bibe jî di navbera yemyaman de dibe.\n\nLi Kenya rola DYA’yê vekiriye. Jixwe serokê DYA’yê li rola xwe, yanî emrê radestkirinê xwedî derketiye. Li gorî min teqez e ku îstîxbarata Yewnan û CIA vê leyistikê ne ji eşqa Tirkiye re leyîstine. Şika nakim ku weke armanceke stratejîk dipejirênin ku mirina min ji destê Tirkan be. Bawer dikim ku nêzîkatiya Îngilîzan jî ev e. Li gorî min qismen weke berxwedêrekî qebe dijminatiya Tirkan nekirina min, qismen jî nêzîkatiya Serkantiya Giştî ya Tirk a îhtîyadî, pêşiya teqîna bomba ku ji vê leyistikê hêvî dikirin ku di şexsê min de bibe malî jiyana dehhezaran girt. Pêşî hat girtin ku sedsala 21. bibe weke sedsala pevçûna Kurd û Tirk. Eşkereye ku, ev leyistika ku di bin maskeya dostaniyê de him li Tirkan him li Kurdan tê kirin, komploya ji lîstikên Bîzansê yên ku di dîrokê de weke wan ne hatiye dîtin hîn xerabtir herî bêzirav û bêşeref e. Ez di wê baweriyê de me ku hewceye him Kurd him Tirk teqez vî aliyê komloyê bibînin.\n\nÎsraîl, di radestkirina min û tecrîtkirina min a di raya dinyayê de rola diyarker leyîstiye. Derketina min a Rojhilata Navîn û di Tevgera Kurd de pêşxistina min a xeteke nû ji xwe re reqîb û talûke dîtiye. Wexta ku weke kevneşopî Tevgera Kurd tê gotin Îsraîl, hezên hevkarên Kurd yên Iraqê esas digire, hewl dide ku bi rêka wan hemû Kurdan di têkiliyên pir alî yên bi wan re bixe nav tevneke stratjîk de. Tevgerîna min a serbixwe û perçekirina min a vê tevnê, her wekî din timî tengkirina min a saha hevkaran û di saha Ereban de zêde mayina min, rê li ber vekir ku di derheqê min de di raya dinyayê de stratejiyê pêş bixin. Dibêjim qey ez ji Îsraîlê rewşekê ku ji Arafê hîn bêhtir neyê xwestin dixwazim. Van faktoran di ketina wan î îtifaqa stratejîk a bi Tirkiye re di derheqê min de rola bingehin leyîstine. Gumana min nîne ku ev stratejî aîdî rastê Îsraîl e li cem vê yekê, derneketiya holê ku ji milê xeta Şîmon Perez a ku nûnertiya çepê dike çiqasî tê pejirandin nayê pejirandin.\n\nÎsraîl ji beriya 9’ê Cotmeha 1998’an de dest avêtiye min. Ji bombebarankirina 6’ê Gulan 1996’an xebera wî û piştgiriya wî heye. Mijareke hêjayî lêkolînê ye ku Yewnanîstan çiqasî weke taşeron hatî bikaranîn. Ji aliyê serok Primakov mişextina min a ji Moskova bi lobiya Îsraîl û Yahûdî re pêwendîdar e. Tê bîra min Ariyel Şaron bizat bixwe hatibû. Ya ku bi ser DYA de Îtalya ditepisand jî Îsraîl e. Li Londra, Awrûpa li pişt nîşandana tewrê zilamê nayê xwestin îhtimaleke mezine ku MOSSAD hebe. Ya ku zor da DYA ku di derheqê min de emrê radestkirinê bide jî rastiya Cihû ye. Ez hertim vê tewra Îsraîl dişibihênim tiştên ku di derketinê de anîne serê Musa belkî jî kuştina wî. Ez hertim dixwazim ku cihê gelê Cihû di Rojhilata Navîn a demokratîk de hebe. Dîsa min hertim heyrantî û rêz da hêza felsefe, huner û zanista Cihû. Wê her roj baştir fêhm bikin bi tişta ku li min kirin gelek zerarê didin xwe. Kurd bi dîtina rastiya bi vî şiklî wê hîn bêhtir şiyar bibin, wê îspat bikin ku bigihin hêza xwe, û edaletê bînin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 336
Teoriya Şoreşgerî, yên ku bala xwe didin afirîneriya wan dizanin ku, di Kurdistanê de şoreşeke mezin tê jiyankirin. Tirkiye jî ketiye nav pêxirtengiyeke pir mezin. Ji bo vê jî gengaz e ku di kêliyan de pêşketinên şorêşgerî çêbibin û PKK jî vê ji bo hesaba xwe pir bi wate bi rê ve dibe. Paşketineke herî piçûk jî tune, livandineke pir piçûk jî nîne. Baskê Tirkiyeyê baş kar nake. Ev jî gunehê şoreşgerên Tirkiyeyî ne, bêberpirsyartiya wan e. Berovajî vê rewşe dê ev îqtîdar hilweşiya ba ev pêngava me ya heyî Tirkiyeyê jî bi ser xwe ve tîne. Hem çepgirê durist, hem rastgirê durist kanalîzê têkoşînê dike. Ev derdikeve holê; aliyê li hember, niyeta xwe nîne di hûndir de û bi reforman xwe sererast bike. Tişta ku were kirin bi derketinên Şoreşgerî ber bi riyên çareseriyê ve çûyîn e. Jixwe tişta ku partiya me dike jî ev e. Ji aliyekî ve agirbest xwe amadekirina pergalê ji bo hin reforman bû. Lê, ji ber ku wan ev şansê xwe bikar ne anîn, bi xwezayî pir hêz winda kirin û me di asta herî kêm de hem di qada dîplomasî de, hem di qada siyasî de pêşketinek bi encam kir, em derbasî rewşeke serwer dibin. Hêza çareseriya rast li ku derê ye tê fêmkirin. Jixwe partî ji bo pêngaveke ewqas mezin, hemû derfet û rê heya dawî vekir. Ligel vê ev çend mehên derbasbûyî vala neçûye. Amadekariyek pir mezin, tevgerînek çebû. Misoger e ku di gerîla de pêşketin heye. Hema bêje di welatê me de qada ku pêwîste xwe gihandin were çêkirin di van qadan de ev pêşketin ava bûne. Ango bi giştî ye. Dikare were gotin ku, di bingeha hemû pêşketinan de, gerîla bi saxlemî piyê xwe danîna erdê heye. Cara yekemîne ku bi rêkûpêk, saxlemî pê li erdî tê kirin; rê li ber polîtîqayên pir mezin vedike. Binesaziya wê saxlem tê avakirin, li ser vê dikare avahiyek nû were avakirin. Di van rojan de ji bo me pêşketinên şoreşî, bi awayekî bi wate pêşde diçin. Dikare hemû hendîqabên dijmin werin derbaskirin. Lê dema ku hemû şervan, kadro ne di vê ferqê de bin, ev jî mijarekecuda ye. Li vir tişta bingehîn, pêşketina Şoreşgerî misogerkirin bû. Di destê me de ji hemû ragihandinan zêdetir encam hene. Ev pêvajo bi awayekî rast danîna holê û bi nêzîkatiyan rastir bi encam kirin, wê encam û berhemên wisa ku qet neyên texmînkirin bi xwe re bîne. Berê ew qas nebû. Rast pêk anîn û disiplîn bingeh girtin, wê pir encamên ku kes texmîn neke bide û bi xwe re bîne. Em bêjin dehezar kes heman rewşê jiyan dikin. Ev bûyereke mezin e!.. Pêşketinên ku îro derdikevin holê serkeftinê misoger dikin, bi pêşketinên îro em dikarin van bibinîn. Ev hêjî gavên pir piçûkin. Em perspektîfên li pêşiya xwe hinekî jiyanî bikin. Wê demê em ê bibînin ku li wê derê, serkeftinên pir mezin tên pêşxistin. Li gorî min zêde naskirin bikar bînin. Ev ji çavkaniya xwe, bi salan dest ji xwe berdanê digir e. Di dîroka têkoşîna xwe de ev panzdeh sale li vir derbas dikim. Ev derdikeve holê; ger her kes hin zêdetir li ser xwe bisekine û biponije, wê demê dikare rast bîne ser ziman, ger ji ber karê rast baz bide ma wê rê li ber çi veke! Dîrok şahide, ji vê mezintir wê nehatiba kirin. Me pir dixwest em pir nirx, şans bidin we hemûyan. Weke ku min dabû diyarkirin ev hinekî bi yê ku digirin ve jî girêdayî ye. Em dizanin ku heya vê astê hatin ne hêsanî ye. Li gorî min hatina heya vir bi kedek pir mezin çêbû. We çiqasî em naskirine ew jî karê we ye. Tişta ku ji destê me dihat, me heya henaseya xwe ya dawî anî û me kir. Tu yê ciwan bî, bi ewqas zanabûnê bi rê bikevî, karê baş jî nekî. Ev jî nayê hizirandin. Yên ku pewîstiyên wan bi jiyanê heye hûn bixwe ne, yên ku pêwîstiyên wan bi serkeftinê heye hûn bi xwe ne. Wê demê pêwîste hûn li gorî vê jî xwe avabikin. Rêbertî çi ye? Rêbertî; rê nîşandanekî baş e, hûnera baş perwerdekirina mirovan e. Weke hin kes difikirin xwe li ser serê vê/î wê/î dane avakirin, an jî vê û wê wisa jiyanbike, ne jî xwe xapandine. Berovajî vê Rêbertî, bûyera xizmet kirinek mezin, hêmana pêşxistina kar e, me hewl da ku vê pêşkêş bikin. Lê ev jî wê di pratîkê de diyar bibe. Pratîka me pratîkeke niha jî kar dike ye. Bi asta herî kêm windahî, ji partiyê re xizmeta herî baş tê dayîn. Em rewşekê bêgirî, bê gazindan û di xwe de jî kûrbûnek mezin avakirin, afirîner û rûmetgiran, di rewşek wiha de bi rêve dibin. Dema ku em her kesî bi rêve dibin, xwe rêvebirin jî bûyereke mezine. Hê jî fêrkirina taktîk berdewam dikim. Mirovên şoreşger zekîne, bihizirin, dahûrîner in, dilxweşî di asta jor de ye. Şêweya şoreşgertiya me, ya ku li ser piyan mayî ye. Her dem min ev got; “Ger serkeftin nebe ez nikarim rojekê jî li ser piyan bimînim. Jiyana min yeksan; serkeftine! Hûn jî wê taybetmendiyeke wiha bigirin. Her wiha dema ku bi windahiyan bi encam bû, herkes winda dike, her tişt diçe. Ji ber kê? Ji ber kesên ku zagonan pêk naynin, şoreşê baş bi rêve nabin çêdibe. Ji bo gav avetinên mezin kesayetek çawa tê xwestin, kî yê, çawa bike? Li gorî nêrîna min hûn dikarin bikin. Her çar aliyê we bi dijmin hatiye dorpêç kirin. Pêwîstiya we bi hevaltiyek mezin, yekîtî, hevkariya kar û baldariyê heye. Hûnê vê bê kêmasî û ji bo hemû Kurdistanê bikin. Yekem care di heyama welat de em siyasal dibin, bi artêş dibin. Êdî bersiva vê pirsê bidin; “ez ê çawa bibim pêşengê wê?”ev ne zehmete! Li vir çendanî ne çawanî grîng e. Çend kes jî xwe bidinê, dikarin karên dîrokî bikin. Me heya cihekî xizmeta xwe kir. Ji vir şûnde, hûnê ji bo xwe, welatê xwe ji bo gelê xwe kar bikin. Bi awayekî din mirov nikare bibe xwediyê rûmetê. Ya ku te bike xwedî rûmet û hesiyetê ev nêzîkatî ye, şansê xwe baş bikar bînin. Kesekî ji min re negot, ew qas kar bike, bi serbixe. Ez bi xwe derketim û min bi serxist. Bi gavên piçûk, meşeke bi hûrik mûrik em îro gihiştin meşa vî şerî. Tişta ku qet jê bawerî nayê kirin tê serxistin. Yekem care dijminek wiha, xistina rewşek rastkirinê çêdibe. Bi ser de biçin. Bi girtina tolhildana êş û jana hezaran sal bi ser peywîrên xwe de biçin. Ez di wê baweriyê de me, ev hemû dê di we de destpêkirinek hewldanên zanabûn û bi pilan karkirinê rol bileyîze. Ya hesanî hilnebijêrin, ji ber ku di hesanîbûnekê de şaşîtiyek an jî şaşîtî hene. Ji ber ku dê li hemberî zehmetiyan têkoşîn were kirin rewşek ku me têxe tengasiyê nîne. Havîna 1993’yan ji aliyê me de pêş dikeve. Ger rewşeke neasayî çênebe, artêş û enî wê bi awayekî lez mezin bibe. Jixwe xebatên partî, yê kadro bi qasî ku nabe nasîbê kesekî ew qas berfirehe. Ger tiştên pêwîst were kirin tam were bi cî anîn serkeftin çêbibe. Em jî ji bo serkeftinê hene. Jiyaneke ne serkeftî, ji bo me ji mirinê xirabtire. Li cem me dirûşme: “Ya Serkeftin, Ya Serkeftin”, weke din rê tunê ye. Ger em vê jî piştguh nekin, bi serde biçin, wê demê her qada ku hûn biçinê dikarin tevkariyeke xwe bidin çêkirin. Pêwîste em bi leşkertiyeke ji rêzê razî nebin. Em didin diyarkirin ku, berdêla layîqî mirovahî û gelan bûyîn bi serkeftinan dikarin bidin. Dema ku em dibêjin; “şerê gelan, cejna gelane” ji bo gelê me jî cejna herî bi rûmet tê jiyan kirin. Dema ku hûn diçin vê cejnê reng tev dikin, dewlemendiyan tevlîdikin. Em dibêjin bijî ji we re. Hemû hewldanên me, hemû gelê me wisa nêzî azadiyê kirin, di rojên azad de anîna gel hev, dane diyarkirin ku jiyana bingehîn ev e, ev rastî nîşan dan. Me hinek kir, hûn zêdetir bikin. Bi vî awayî bersiva; “lehengên gel kî ne?”di kesayeta xwe de bersiv bidin. Tişta ku li we were û tê hêvîkirin jî ev e. Li ser vî bingehî carek din ji hemûyan re serkeftin dixwazim.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 643
Rêber APO Di jina civaka Kurd de, şopên ku ji heyama neolîtîkê ve mane, hê jî bandora xwe didomîne. Bi vê re qehra hemû pêvajoyên şaristaniyê kişandî ye. Xwedî avaniyeke berxwedêr e. Eşkereye ku bi xiyaneta serdemê re jî rû bi rû maye. Gava ku ev taybetmendiyana bi hewldanên gerdûnî yên femînîzmê re yekbûn, partiyeke jinê ya cûda dikare di têkoşîna azadî, wekhevî û demokratîkbûna civakî de risteke mezin bileyîze. PAJK li gorî vê ristê hatiye damezirandin. Her çiqasî bi hêsanî nekaribe ji feraseta zilamtiya serwer rizgar bibe jî, israra di azadiyê de xwedî girîngiyeke dest jê nayê berdan e. Azadkirina cîhana jinê, jin bi xwe jîriya xwe ya hestiyarî û jîriya analîtîk bi hevre bikaranînê pêk anîn, wê ya herî baş be. Ji bo jinê mîtolojî, felsefe, ol û zanist divê jinûve di berçav re were derbaskirin, divê bi şîrovekirina jîriya jinê ya azad û xweser kirdarî bibe. Bi jîriya jinê nêzîkatî li teorî û pratîkê kirin, wê watedartir bibe cîhaneke ku nêzî xwezayê, aşitîxwaz, azadîxwaz, wekhevîxwaz û jiyaneke ku bi xweşikbûnan tijî ye. Di Rojhilata Navîn de sêyemîn xebata min a destanî, ya ku di derbarê azadiya jinê de ye. Li gorî min ev xebata ku pêwîste ji xebatên rizgariya welatan û kedê ser ê pêşîntir be, ya herî zor bû. Jin; çîn, netewe û zayenda bindest a yekem û bi kok a paşverûtî û koletiyê ye. Û beriya her tiştî pêwîste behsa bîrdoziya rizgariya jinê bê kirin. Em li pey afirandina vê bîrdoziyê ne. Wiha ji bin vî karî nekarin bi yek-du bûyer, yek-du çalakî û şîrovekirina ji rêzê ve, derkevin. Beyî ku bi awayeke pir gurahî pêşketina bîrdoziya rizgariya jinê bê pêkanîn, her tişt nekare ji xwe xapandinê wêdetir biçe. Û ez bawer dikim ku, pêwîstî bi bîrdoziyeke rizgariya jinê ya pir cidî heye. Bîrdoziya jinê beriya her tiştî bê ax çênabe. Heta vebûna axê ji çandiniyê re, ji hilberînê re, hinekî jî bi hunera jinê ve pêwendîdar e. Nexwe, yekemîn rêgeza bîrdoziya jinê, jiyîna li axên lê ji dayik bûye ye. Yanî bi gotina rojaneyî welatparêzî. Xala duyemîn, heke jin wê di jiyanê de cih bigre, pêwîste ku bi ramana xwe ya azad, bi vîna xwe ya azad tevlî jiyanê bibe. Heke wê ev bîrdozî pêk bê, ravekirineke herî şênber a vê jin weke dixwaze wê bijî, bîryar dide. Em ê bi ramana wê ewle bibin, li vîna wê rêzdar bin. Rêgezeke vê bîrdoziyê ya dest jê nayê berdan jî ev e. Sê, ji xwe ji bo ku evaya pêk bê, ji bo parvekirineke jiyanê ya girêdayî azadiyê, birêxistinîbûn pêwîste. Mirovê bêrêxistin ne tişteke. Rêxistinbûna yekem bi jinê despê kiriye. Hêza ku pêwîste herî zêde rêxistinbûnê esas bigre jin e. Zilam dibe ku bêrêxistin bibe an jî ji xwe rêxistinê zilam pir in. Pêwîst dike ku jin rêxistina xwe ya xweser giştî bike. Pêwîst dike ku pêhesanên xwe(duyargalarını) li hemû qadên civakî belav bike. Pêwîste jin birêxistin be. Vêya carekê li guhê xwe guharên wê heye jî, divê hûn li van guharên xwe birêxistîbûnê binivîsin. Ev guharana divê wiha neyê wateyek din. Bi birêxistibûnê re divê hûn jiyana xwe tev ji têkoşînê pêkhatî bibînin. Ji ber ku nasnameya jinê ji ber bêtêkoşîniye, xistine nava çar dîwaran. Karên hevîr dane wê, bi karên hêsan ve hatiye mijûlkirin. Yanî di nava sepandineke mîna kesayeta karên vala de bûne. Ji ber vê di serî de hîmên bîrdozî-polîtîk, di derbarê rêxistinî de, di derbarê çandê de, welhasil di derbarê her tiştê ku wê bihêz bike de, divê bibe têkoşerek tam. Ne ji bo ku xwe bi xwe heya mirinê li mêzekirina zarokan, nizanim bi karên hevîr re mehkûm bike, divê bêje ez ê bibim rêxistinkarek baş. Kar û barê min têkoşînkirin e. Li gorî min jiyîna bi jinê re têkiliya wê bi estetîk-xweşikbûnê re jî heye. Ji bo ku têkiliya asta kirêtiya jiyana niha bi çewsînê re heye, ji bo ku têkiliya wê bi mêtîngeriyê re pir bandorker e, jina ku dixwaze bijî pêwîste misoger hunerê-çandê-estetîkê pişt guh neke. Em ji fîzîka wê bigrin heya xweşikbûna ramana wê, ji hîtaba wê bigrin heya ronahiya giyana wê, divê girêdayî teoriyeke-rêgezeke estetîk be. Heke hûn jiyaneke, bi awayê van pênc rêgezan û bi awayê xalên ku hê jî dikare bikeve kûrahiya van, ji xwe re esas bigrin, li gorî min we çeka herî mezin a rizgariyê bi dest xistiye. Bi van çekan tu saziyeke ku bi zêdeyî zilamin hûn ê neynin rê tune ye. Cardin tu zilamê ku hûn ê neynin rê ji tune ye û li gorî min jiyana herî hêja jî ev e. Jin jine. Jin; nabe nîv jin, nîv zilam. Jin jine, lê li vir hinek xal hene. Divê ne bibe siya zilam, ne jî dirûveyî zilam be. Jin bi xwe rastiyeke, jin bi xwe jiyan e. Taybetmendiyên wê hene. Ji xwe jin di bin siya zilam de, ji jintiyê derketi ye. Ev ne rast e. Jin bi keda xwe, bi şerê xwe, xwe diafirîne. Ez dikarim vêya sedî sed diyarbikim ku, jin di bin siya zilam de nayê afirandin lê ya ku hewl dide li gorî zilam bike jî ji jintiyê derdikeve û tu nirxê wê namîne. Li Kurdistanê di PAJK’ê de israr û pêşketin dikare bigihîne xawêniyên xwedawendê, pakbûna ferîşte ye, xweşikbûna Afrodît ê. Sentezeke jinê ya wiha; çandeke zilam a çareserneke, hêzeke jiyanê ya nekişîne, çalakiyeke ku nemeşîne nabe. Di dîrokê de, di mîtolojiyê de heya ku xawêniyeke jinê ya hemtayê pîrozweriya xwedawendê –li hemberî jinoyîbûyîn û zilamtiya zorbaz- neyê pêşxistin, di jiyanê de esîltî, azadî û wekhevî nayê pêk anîn. Heya ku ev nirxana neyên pêkanîn, jiyan nekare ji bûyîna nirxeke windayî rizgar bibe. Rizgarkirina azadî, jiyana bedew û rûmetê pir girîng e. Heke rûmet tunebe, wê jinê bigrin bêxin maleke taybet. Namûsa Kurd xistine çi rewşê? Namûs ne ew e. Namûs parastina nasnameya xwe û hebûna xwe ya cewherî ye, hezkirin jî ji wir derdikeve. Bûyera ku dibêjin hezkirin jî ji vir derdikeve. Ez di wateya kesî de dibêjim, divê kurd çawa bijî. Hezkirin, namûs, weke kesî kurdeke bi namûs divê çawa bijî, ez ketime pey vê. Ez hewl didim ku vêya ji keçan re jî vebêjim. Ez çima dibêjim hezkirin, jin? Divê hezkirin, evîn hebe. Em kêm heznakin, em mezin hezdikin. Em ji bo evînê şer dikin. Ez ji bo jinê dîroka pênc hezar salî dahûrîn dikim, dibêjim netewa herî kevin, çîna herî kevin. Ez bi xwe jî karkereke, kedkareke mezin yê wan im. Dikarin ji bo azadiya wan, ji bo hezkirinê min weke karkerekî pênase bikin, bibînin. Ez weke karkerê hezkirinê xwe pênase dikim. Ez dixwazim mezin bibin. Bila jin li ser vê bingehê bigihîjin çanda xwedawend ê. Bila ji olê zilam re, ji xwedayê zilam re bêjin na. Me ew xwedayana derxistin holê, qels kir. Bila jin derbikeve holê, bila nasnameya xwe û azadiya xwe qezenc bike, em hez ji wê jinê jî bikin. Me, erdnîgariya dayika xwedawend, evîna xwedawend afirand. Em ê wê çandê biafirînin, li berxwe bidin, xwe qayîm bikin, bi xwe jî ewle bin. Tenê zilamê ku tam tê xala serkeftinê, dikare jê bê hezkirin. Lê wê di her xalê de bigihîje serkeftin e. Bi jinê re bûyîna wî; wê bê wateya bi welat re, bi azadiyê re, bi azadiya jiyanê re bûyînê. Divê armanca we jî ev be. Heya ku hûn zilam bînin vê xalê, hûn ê şereke watedar bi wî re, li hemberî wî bimeşînin û bikin mirov. Ev mafê wê ye, erka wê ye. Rojeva bingehîn a mirovahiyê ya di sedsala 21. de, ji hêla saziyên polîtîk ên nû û lêgerînên nasnameya bîrdozî ya ku ev têkilî û nakokiyên bingehîn teşe didinê ve tê diyarkirin. Bê guman a ku van têkilî û nakokiyan diyar dike, di bingeh de asta ku pêşketina teknîka zanistî gihîştiyê ye. Hewl tê dayîn ku li ser van bingehên berbiçav (objektif) nirxandinên rewşê jinûve bê kirin. Guftûgoyên têne kirin ji serî heya binî her mijarê girtiye naveroka xwe. Di roja me de tenê navê pirsgirêkê lê hatiye kirin, tam bi naveroka xwe nehatiye diyarkirin. Bernameya wê, stratejiya wê, şêwazên rêxistin û çalakiya wê bi wateya xwe ya tam ve li rojevê bicihbûyînê dûr e. Çawa ku dîrok, li ser bingeha koletiya zayendî ya jinê weke dîrokeke zorbazî, şer, mêtin û derewkariyê dest bi şaristaniya civaka çîndarî kiribe, bi têkoşîna azadiya jinê û serkeftina wê re jî wê weke dirokeke azadî, aşitî, wekhevî û rastiyê jinûve bê afirandin û nivîsandin. Hemû şanîker(gösterge) nîşan didin ku di berbanga şaristaniya nû de azadiya jinê wê rista diyarber bileyîze û serdemeke jina azad dikare dûbare lê di asta jortir de bê jiyîn. Bi awayê avanîsaziyên civakî yên hatine avakirin berbiçavbûyîna utopyayên azadî û wekheviyê, di dûrahiya erkên pratîkî ya rojê de ne. A pêwîst, hêza vîna azadiyê û nirxê zanistî ya rêya ketinê ye. Em behsa heyama ku evîna rastiyê nêzî jiyana azad bûye dikin. Gotina me ya cewherî ev e; RASTÎ EVÎN E, EVÎN JIYANA AZAD E. Pergal ji zû ve şensê xwe ya ku bi reforman sererast bibe winda kiriye. A pêwîst “Şoreşeke Jinê” ya ku di hemû qadên civakî de bê meşandin e. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr be, şoreşa jinê jî divê bibe şoreşa azadî û wekheviyê ya herî kûr. Şoreşa jinê him di teorî de, him jî di çalakiyê de derketinên herî bingehîn pêwîst dike. Di serêpêşîn de li hemberî bîrdoziya zayendperest şereke hevpişt û domdarî pêwîste. Ji hêla exlaqî û polîtîk de jî pêwîst dike ku li hemberî hişmendiya destavêtinker a ku di bist û çar demjimêrê rojê de di meriyetê deye şer were kûrkirin. Pêwîst dike ku bi armanca desthilatî û mêtinî zarok anîn were mehkûmkirin û redkirin. Pêwîst dike ku vîna zarok anînê bi tevahî ji jina azadbûyî re were hiştin. Di bîrdoziya xanedanî û malbatê de şoreş pêwîst dike. Pêwîste ku hêza jiyana bi jinê re ne girêdayî di feraseta bûyîna xwedî zarokan û têrkirina dilbîjina zayendî de, weke girêya civaktî, hevaltî û dostaniya herî kûr, di çêkirina xweşikbûn, dilsozî, aşitî, esîltiyî de û di parvekirina azad û wekhev de bibîne. Bê guman bi jinê re parvekirina azad û wekhev a jiyanê, ferzaniya beramberê hev a rastiya civakî ku misoger rast diçe, pêwîst dike. Evîna rastî tenê dikare di hevsengiya hêza rastiya civakî ya beramberê hev de bê jiyîn. Tu carî evîn di kesayetên ku bi koletiyê, destavêtinê û desthilatiyê ve bûne pêk nayê. Îflaskirina malbatê û ezmûnên neserkeftî yên hatine jiyîn vê rastiyê piştrast dike. Gava ku jin jî herî kêm qasî zilam bibe xwedî ferzaniyê û hêza civakî, dikare hezkirin û xweşikbûn di nava aşitî û bêdesthilatî de bi awayê azad û wekhev bê çêkirin û bi parvekirinê re jiyîna wê bê pêk anîn. Roja me, pêşanî dayina şoreşa jinê ya sedsala 21. merc(şart) dike. Diruşmeya “An jiyan an barbartî” vê şoreşê disepîne. Çareseriya nûjentiya demokratîk di mijara pirsgirêk û şoreşa jinê de bi mengî û bi çalak e. Neteweyên nûjentiya demokratîk ne projeyên ku bêyî jin bê projekirin û pêkanîn. Berevajî, şoreşên ku di her gava wê de bi jinê re parvekirina ferzantî û çalaktî re bêne pêkanîn e. Civaka aborî; mina ku bi pêşengtiya jinê re avakirina wê pêk hatiye, jinûve avakirina wê de jî hêza komînal a jinê pêwîst dike. Aborî, çalakî û pîşeya civakî ya cewherîn a jinê ye. Ekolojî, zanista ku tenê bi hestiyariya jinê bigihîje civakê ye. Jin weke nasname hawîrî(çevresel) ye. Civaka demokratîk, civaka ku hişmendî û vîna azad a jinê pêwîst dike ye. A rastî nûjentiya demokratîk, serdema şoreş û şaristaniya jinê ye. Min berê jî gotibû. Faşîzma herî kevin, herî êrîşkar nêzîkatiya zilam a li hemberî jinê ye. Ji ber vê ez dibêjim, pêwîste ku min rast fêm bikin. Nêzîkatiya min a ji jinê re bi tevahî li ser bingeha azadiyê ye. Ev qasî ku ji bo gel e, ji bo jinê jî wiha ye heta ji bo zilam jî wiha ye. Pêwîste ku xwe baş nasbikin û pênase bikin. Bê guftûgoye ku heke azadî nebe nabe lê azadî, rewşeke mejî û giyanî ye. Pêwîste ku mirov bi hestên xwe xwe nas bike, li ser ramanên xwe serwer be û dixwaze çi bijî pênase bike. Ev e azadî. Min hertim ev ji keçan re digot. Ji ber vê, heke dibêjin azadiya jinê bila li ser vê bingehê nêzî min bibin, heke hezbikin bila wiha hezbikin, an na bila xwe berhewa newestînin. Heke wê werîn bila li ser vê bingehê werin. Min li ser bingeha azadiyê bi jinê re jiyan kir û ez ê bijîm. Têkiliya di navbera zayendan de, wê bibe xebateke ku pêwîste herî zêde ji niha û pê ve bi taybetî pêş bixînim e. Heta ez di wê baweriyê de me ku sedsala 21. wê bibe sedsala ku têkiliyên di navbera zayendan de herî zêde bê saz kirin e. Weke ku yekem dij-şoreş di qada zayendê de hatiye çêkirin, şoreşa dawî ya herî mezin jî wê di têkiliyên zayend de pêk bê. Heya ku pirsgirêka zayend neyê dahûrîn, pirsgirêka siyasî nayê dahûrîn, demokrasiya civakî nayê dahûrîn. Heke tu nekarî têkiliyên xwe bi zayenda hember re an jî bi zayenda ku pê re hevramane û di nava jiyanê de ye saz biki, tu yê karibi kîjan demokrasiyê saz biki? Tu yê karibi kîjan demokrasiya siyasî pêş bixîni. Çawa ku ji bo hin neteweyan, heta ji bo baweriyên civakî yên cûr bi cûr hinek destpêkên mîladî hene; gava ku azadiya jinê dibe mijara gotinê ev gavên ku me avêtine jî wê di wateya jiyana azad de bibe despêkek, tenê ne ji bo Kurdistanê, misogere ku cihekî wê di jiyana azad a hemû jinên cîhanê de çêbibe. Dema di nava gaveke ku wateya wiha ye de şer dikin, bêguman wê ev pir biêş derbas bibe, eşkereye ku qasî şereke mezin ê zanebûnê wê şerê vînî pêwîst bike. Heya ku koletiya sedsalan, hezar salan bi şereke mezin a ramanî, bi vînê nedin, qasî vê rastiyeke ku hûn ê nekaribin şensê jiyana azad a ku we pir bêriya wê kiriye qezenc bikin. Zorî, ji ber rewişta şerê azadiyê û armancê derdikevin. Gava ku bi rastî li ser lêhûrbûn were kirin wê bê dîtin ku, şerê herî şewatkar ên netewî, çînî, civakî di rastiya zayend de tê jiyîn. Têgehên zayend, têgehên zayendî ku tê gotin herî tabû ne, qadeke ku çewsînên civakî herî zêde xwe lê vedişêrin û bi exlaqeke qelp bi jinê dane windakirin e. Me ev jî parçe kir û bi taybetî weke pêdiviya girêdanbûna şehadetên jin ên mezin û hêja, me ev bi wêrekî meşand û weke hûn dibînin weke encameke vê girêdanbûnê tev hêza jiyana azad û têkoşeriya wê derket holê. Misogere ku berevajî zîvirandina vê dîrokê wê bi xwe re encamên civakî yên herî kûr bîne. Bi azadî jinûve jidayikbûna jinê, wê di hemû saziyên jêr û jor ên civakê de azadbûyîneke giştî, ronahiyê û dadweriyê pêwîst dike. Wê qanî kirin bide ku li şûna şer aşitî hêjayîtire û pêwîste were bilindkirin e. Jina qezenc dike, tê wateya kes û civaka ku di her astê de qezenc dike ye. Ev çarçoveya kurt jî eşkere nîşan dide ku demokratîkbûna di qada maf û azadiyên jinê de çi qasî dîrokî ye. Di vê wateyê de sedsala 21. ku serdema jina hişyar dibe, azad dibe, hêz dibe dayîna despêkirin, diyardeyeke ku ji rizgariya çînî û neteweyî jî girîngtir e. Dema şaristaniya demokratîk, wê bibe serdemeke ku jin ji her heyamê zêdetir bilind dibe û qezenc dike ye. Bi baweriya ku dihisim wê rojekê misoger bigihîjin jina bihêz a ku wê zilamê paşverû û zorbaz bîne rê, li gorî giyana pêvajoyê bilindkirina têkoşîna we dixwazim, hezkirin û rêzên xwe pêşkêş dikim.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 645
RÊBER APO Mirov dikare binirxîne ku pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina keda mirovên bi esil e. Pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina li hember her cûreyên ketîbûyîn, bêbiryarbûyîn, dudilî, her cûreyên binketinê, zilmê vegotina serkeftinê ye. Cardin di serî de li hember, tevahî sivikbûyînê, bêesilbûyînê, bêbawerbûyînê serkeftinek bû. Di heman demê de li hember hişmendî û kesên ku durist nêzî nasname û mirovahiya xwe nabe û li hember xwe xapandinê serkeftinek bû. Me ev pêngav li hember mirovên ketî pêşxist. Me ev pêngav li hember mirovên ku ji bo xwe jiyanek ketî layîq dibînin û jiyan dikin pêşvebir. Cardin ji bo pergala zilmê ku gelek ji xwe bawer dike baweriya li hember wê da hejandin û pêşxist. Me ev pêngav pozberê(hember) kesên ku sifatê “mirov nabe” layîqê xwe nabînin û bi tu awayî hezim nakin kir. Eşkere ye ger ku îdîayê me yê mezin ne bûya me ne dikarî cesaret ji vê gava mezin re bikin. Ji ber pêngava 15’ê Tebaxê mirovan ronî dike, bi heybete û hesap di pirse. Mirov di vê demê de ketine. Têkiliyên hevaltî daynin aliyekê, bi hevaltiyê re leystin ji bo xwe weke marîfet dibînin. Dide diyar kirin ku ger em derfetan baş binirxînin emê serbikevin. Lê belê mirov li vir weke partî, milîtanên wê yên hêja, şervan û fermandarên wê encam ji kêmasî, şaşitî û lewaztiyên xwe derxistin gelek giring e. Ji xwe ew taybetmendiyên ku me ber bi binketinê ve dibe, em bigihêjin li ser lûtkeya serkeftinê jî, yê ku vê pêkneynîn ew kesayetên binketîn e. Niha me ev neqandiye û ev derxist holê. Me xwest em di cihê van de taybetmendiyên ku van lawaztiyan binbixe serwer bikin. Yê ku pêk tê jî ev e. Temînata serkeftinê jî ev e. Niha lazime ji vê were bawer kirin, were fam kirin û di kesayet de xwere pêk anîn û heya hûcreyan were hûndirîn kirin. Ger ev guhertin û veguhertina kesayet neye bi serxistin derket holê jî; nexweşiya deshilatdarî, ango bi kesayetê pergalê re jiyana ku di pergalê de ne dîtiye di partiya me de dîtin, mûnafiqtiya herî mezine, ango oportûnîzîm jiyaneke ketî û şexsî ye. Ev ne subjektîf ne jî objektîf derfetên wan nîne. Lê kesayetên zelal ne bûne, yên ku xwe ji nû de na afirînin, nûnertiya vê xeteriya mezin dikin. ger dest ji van kesayetan were berdan, di ruh de, fikir de û nêzîkatiyên xwe de dest jê were berdan, di cihê wê de bi kesayetên nû were veguherîn, hûndirîn kirin bibe ew dem ji bo serkeftinê derfetê bingehîn wê were pêkaînin. Derfetên din yê objektîf çi dibe bila bibe heya ku ev pêk neye serkeftin çênabe. Pêwîste em vê gafletê carekê din jiyan nekin! Partiya me û artêşa me xwedî feraseteke rast yê xwe bûyînê ye. Perwerdeyên bê kêmasî hatine dayîn. Şer karê mirovên egîd e! Karê mirovên ku heta dawiyê rastiyên dîrokê rojane dibîne û têgihiştî nêz dibe ye. Karê kesên ku bi îradeye û vî karî jî bi zevk û weke karbend girtiye dest. Ger taybetmendiyên wisa nînbe, weke welatparêzekê jî bi rêgez tevlê bibin ev jî bi nirxeke. Lê bi rastiyan re leystin, bi kar re lesytin, hûn bi devê xwe çûk jî bigrin herê bi xetere û nayê efû kirin. Ji ber ku şervanên PKK qehremanin. Rastiya birdozî û siyasî a partiyê di holê de ye. Xeta me zelal e. Mirov encamên gelek bi hêz jê digre. Yek kes jî dikare meydan ji cîhanê re bixwîne. Di partiya me de moralê herî bi hêz mînake. Ev taybetmendî di tevahî qehremanên şehîd yên PKK’ê de vegotina xwe kiriye. Di nava me de cesaret û fedekartî bê sînore. Di her rewşê de ji bo bersiva rojekê wek îro, divê karekî taybet ku li gorî ruhê vê rojê pêk bê. Ev jî vegera ji xeletiyan e. Ev xeletî çavkaniya xwe rasterast ji mirov digire û ji her tiştî pirtir bi mirov û bi rêxistinê didin windakirin. Di vir de ji van kêmasiyan dûrbûn û xwe ji van xelatiyan dûrxistin girîng e. Li gorî vê rojê xwe nûkirin bersivdayineke watedar e. Şehîdên şer û rihê 15’ê Tebaxê ji me vê dixwaz in. Divê bersiva me li ser vê hîmê be. Te xwe çiqas bi têgihîştina partiyê bi rêk û pêk kir? Bi rastî tu çiqasî wekî kesekî li nava partiyê dijî û te çiqasî kesayetiya leşkerî di xwe de afirandiye? Tu dikarî wekî abc’ya leşkerî tevbigerî? Bi rastî jî hûn dixwazin 15’ê Tebax ê fêm bikin? Hûn dixwazin wate bidin şehîdên şer, rêvebirina wê ya mezin û berxwedana wê ya ji bo hewldanê? Ger wisa be, werin ev rêbaza Serokatiyê ku ji hemû xebatên polîtîk re bingehîne yê dike ne tenê di gotinê de, di aliyê guhertina van kesayetiyên xwe de bikin hîma xebatê. Beriya her tiştî pêngava 15’ê Tebaxê di serî de, di dîroka Kurdistanê pêngava 15’ê Tebaxê hem di milê rastiya şer de, hem guhertina bingeh a jiyanê de, her roja ku derbas dibe, ne tenê di rastiya gel de, şêwazê guherîna gerîla de jî bi bandor dibe. Di qadên navnetewî de jî di serî de li herêmê bandoreke bingeh dihêle. Heta niha ku weke pirsgirêkeke jî nedihat pejirandin pirsgirêka Kurd, êdî şoreşa sedsal a herî mezin tê pejirandin. Em vejîna 15’ê Tebaxê û rastiya parastina cewherî ya jinê dinirxînin, êdî hem ji bo gel, hem jî ji bo jinê rewşa “li dervemayîna jiyanê” nameşe. Bi sedsalan nêzîkatiyên tune kirin û mandelkirinê û di her cûran de ji mafên mirovan qutbûn, rastiya gelekî ku ji derveyî jiyanê ketî, derdixe holê. Bi taybetî jî jin, di kûraniya dîrokê de wekî zayenda duyem tê dîtin û ev rewş di qadên jiyana civakî, ramyarî de wekî qutbûnê derdikeve holê. Di vê wateyê de vejîna 15’ê Tebaxê, di wateya parastina cewherî de li dijberî rewşa derveyê jiyanê mayînê, bersiva “ez jî heme” dide. Sekna parastina cewherî, di bingeh de hebûn û nasnameya xwe vegotina jiyana bi rûmet dike. Gelê ku hatiye fetisandin, qadên henase (nefes) jî jêre nemaye, rêya henasa gel vekirine. Ji ber vê sedemê vejîna 15’ê Tebaxê gotina “Ez jî heme” û qadên jiyanê yên nû vekirine, wekî ji bo gelan, di herî bingeh de jî ji bo jin xwe ji nû ve ava kirine. Ji bo jinê vejîna 15’ê Tebaxê, ji bin dext û mijokdariyên bi salan ve, ji nû de vejîne. Di kevneşopiya berxwedaniyê de “bûna baweriya aştiyê ye.” Hem di rastiya serdemê, hem jî di rastiya tekoşîna jinê de hêza afirandina jiyanê derdixe. Her wiha pozîsyona hêza aktîf ya demokratîkbûnê jî, derdixe holê. Sekna parastina cewherî, mafekî herî rewa ye û sekna parastina cewherî ya jinê, heta ku civak û jin di bingehê aştiyê de xizmet dike, dibe baweriya tekoşîna jinê. Di vê temenê de 15’ê Tebaxê di bilind kirina têkoşîna demokrasiya gelan de vejîna parastina cewherî ye. Ji ber vê sedemê pêngav û mîsyona 15’ê Tebaxê neyê fêmkirin, di têkoşîna ramyarî de pêşveçûyîn ne gengaz e. Lewra vejîna 15’ê Tebaxê ne tenê di têkoşîna leşkerî de, her wiha di têkoşîna ramyarî û bîrdozî de jî xwe diyar dike. Ev pêngav di bingeha hişyariya civakî de bi têkoşîna bîrdozî, ramyarî û leşkerî ve wateya xwe di derketina yekem ya afirandina vejînê de dibîne. Di vî milî de rastiya artêşê, hîn ji destpêkê ve di tekoşîna vejînê û destxistina mafên sereke yên azadiyê de şerê têkoşîna jiyanî bi mafên parastina cewherî ve pêşxistiye. Karakterê giştî yê serdemê û di temenê nasîna rastiya gel de pêngavekî hêzê derxist holê. Ji bo gelê Kurd “di destxistina zanistiya parastinê de” pêngavekî dîrokî û bingehîn avêt. Di vê xalê de ji bo jinê jî, “bikaranîna mafên parastina xwe” derketinekî dîrokî ye. Di temenê 15’ê Tebaxê de, ji bo jinê jî, di qadên jiyanî û mafên parastina cewherî de rastiya artêşa jin derxist holê. Bi taybetî jî, serdema ku êdî destûrên civaka çinayetî têre derbas dibe, bi pêşketinên zanistî û teknîk ve girêdayî derfetên ku derdikevin holê, temenê demokratîkbûnê bi hêz dike. Di heman demê de, dijwarî êdî nabe çareseriya bingehîn û di vê wateyê de girîngiya çareseriya demokratîk di hemû qadan de zelal dibe. Rastiya artêşa jinê, dijberî zîhniyeta desthilatdariyê, xwe dikşîne qadên jiyanê û bi bingeha şêwaza wekhevî, yekitiyê ve, xwe li gor armanc û ramanê tevger dike. Di artêşa jinê de xalên yekemîn ku tên pejirandin, di xeta parastina rewa de, gihiştina civaka demokratîk e. Artêşa jinê li gor karakterê serdemê, xwe dispêre mîsyoneke wisa û ji bo kûrbûna zanistiya parastina rewa, hewildanên xwe hîn jî didomîne. 15’ê Tebaxê di wateya parastina rewa de, ji bo gel parastina birdozî, siyasî û zanistî, hêza hest û mejî di xwe de ava dike û têkoşîna xwe didomîne. Tenê berxwedaniya çors (kaba) nîn e, di temenê yekîtiya dil û mejî de xwedî têkoşîna berxwedaniya dijwar e. 15’ê Tebaxê sembola vejîna gel û rastiya berxwedaniyê temsîl dike. Bi şêweyekî (biçim) kevneşopî ve heta roja me xwe didomîne û di artêşa jinê de jî xwe jiyanî dike. 15’ê Tebaxê, rastiya berxwedaniya gelê Kurd e. Di heman demê de jî pêngava bingehîn a têkoşîna azadiya jinê ye. Ne tenê ji bo gelan, ji bo jinê jî pêngava parastina cewherî ye. Di artêşa jinê de beşdariya jinê, di bingehê azadî û nasnameya jinê de berdewam kirina têkoşînê ye. Ev jî bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gengaz e. Pêwîst e em hilperîna têkoşîna azadiya Kurd, 15’ê Tebaxê bi xiroştî (heyecan) û ruhekî serkeftinê ve pêşwazî bikin. 15’ê Tebaxê di vê wateyê de, vegotina berxwedaniya Kurd e. Jin jî bingehê şerkeriya xetê bi sekna parastina cewherî ve pêşwazî dike û pêwîst e bersivekî rast derbixe holê.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 649


