• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. RÊBER APO

EVÎN LI GEL KURDAN HATIYE QETIL KIRIN

Rêber Apo Bêguman yek ji xalên herî zêde ez destnîşan dikim, giştî jî eleqeder dike. Hîn zêde xisûsekî di derbarê Kurdan de dixwazim şênber bikim. Yanê teoriya evînê ye. Hûnê bêjin ku di dema pêşxistina şer de ev evîn ji ku derê derket? Niha herî kêm bi qasî evînê bûyereke zahmet derdikeve pêşberî me. Kurd nûnertiya gelê ku ji evîn û hezkirinê mehrûm hatine hiştin dikin. Hezkirin hatiye ziwakirin, hezkirin di bin komkujiyan re hatiye derbaskirin. Di asta ku jê neyê bawerkirinê de ye! Hinek kesên ku xwe rewşenbîr hesab dikin hene. Qaşo rewşenbîr bi huner, wêje re mijûl dibin û hewldidin dilê mirovan şîrove bikin. Mixabin, dema ku Kurd dibin mijara gotinê, ji xwe qet nasnekirine. Dilê Kurdan li ku derê, kengî xelasbûye nayê zanîn. Dilê ku bi Kurdan re heyî yê kê/î ye? Ev hest hestên kê/î ne? Heke hebe jî rihek, yê kîjan bêganeyî ye. Rihê kîjan xulamî ye? Kîjan bê wijdanî, kîjan bê çareyî ye? Divê ev tev bên şîrovekirin. 300 sal beriya niha gotina ku ji aliyê Ehmedê Xanê ve hatiye gotin heta niha jî ji bo min girîng e. Wî dema ew pirtûk nivîsiye tişteke gotiye. Dibêje: “Ji bo ku nebêjin Kurd bê evîn, îrfanin, dinivîsînim. Yanî ne wiha ye evîna wan jî, îrfanê wan jî heye, zanistan wan jî heye, ji bo ku ez vê bêjim ez vê pirtûkê dinivîsînim” Ev gotinên pir girîng in. Heke bê dîqat kirin, li wê derê bahsa îlm-îrfan û evînê tê kirin, ji bo Kurdan. Niha ya ku 300 sal beriya niha hebû hatiye wendakirin. Eşkereye ku evîna Mem û Zînê ne evîneke pêknehatiye. Di wir de herdu jî mirine, bûne xwelî. Heta bi qasî ku nikaribin biaxivin rebenin, bêguman di nav rastiyên civakî yên wê demê de tên têşe girtin. Niha pirsgirêkeke me ya wiha jî heye. Niha dibêjin zewac, malbat û hwd. ez vê dibêjim. Ma jiyana bê evîn û hezkirin dibe? Li gorî ku wê nebe, hatiye qetilkirin, baş e; em ê vê çawa biafirînin? Zilam çawa difikirin? Jinên me çawa difikirin? Ez pê hêrs dibim, heta dilê min jê lihevdikeve. Yanî berî her kesî/ê min malbata xwe rexne kir. Li ser vî bingehî min bi dayik û bavê xwe re şer kir. Min got malbateke çawa ye? Lê piştre min lê nerî ev di hemû aliyan de çîroka civakî bû. Ma em dev jê berdin, werin vê lîstokê, em dev ji azweriya jiyanê û evînê berdidin? Wê demê wê çawa be? Tu li dîrokê dinêrî ji hemû aliyan ve ji dest hatiye girtin. Ez kesekî heta dawî li azwerî û xweşikiyê digerim. Lêgerîna dewlemend a xweşikiyê heye. Lê ez ê çawa bijîm, çawa bidest bixim, çawaniya vê ne di wateya çors de, yanî di warê madî de vê nabêjim. Ev bi serê xwe mijareke bîrdozî ye. Pêwîstiya afirandina hinek tiştan li pêşberî min e. Bi hezaran keç hatine van çiyan. Jixwe ew li evînê digerin. Ev pir vekiriye. Zîlan ji ber xwe ve derneket holê. Şerekî dişibe vê yê pir dijwar heye. Jixwe di nav refên me de jî şerekî pir dijwar heye. Ez nabêjim afirandina zilam pir hesane. Bi rastî jî me çima YAJK dît? Ne ji bo ku bi awayekî çors em jinê bidin şer kirin. Bila ev şaş neyê fêmkirin, ji bo ku em zilam bînin hîzayê me avakir. Dema ku em dibêjin anîna hîzayê, yanî ji bo hinekî be jî guhertin û veguhertina zilam me ev proje pêşxist. Min qala evînê, hestan kir. Zilam niha li beramberî jina herî azad jî nikare rêzdar be. Çima? Ji ber ku ez bêjim cînseltiya wî ya çors, ew jî zêde nîne li beramberî min. Ji ber ku bûye bela serê wî. Plansaziyeke ji dil a çalakî û rêxistinê pêşnaxe. Jina li kêleka serê xwe tawanbar dike. Jiyanê analîz nake. Hestên wî zêde pêşneketine, dema ku ji nişkêve derfet dibîne bi xerizeyên xwe, tola xwe ji jinê radike. Niha ev pirsgirêkeke pir cidiye. Bêguman pêwîste em zilam veguherînin. Yek ji tevdîrên herî çors ku me girtiye di vê mijarê de; rêxistinkirina YAJK’ê ye. Di van demên dawî de min ev got: “ez jî di nav de, li beramberî me xwe birêxistin bikin”. Min got ku “di rastiya me de ez vê xeter dibînim”. Hîn zilam nehatiye guhertin û veguhertin. Ne di rewşeke wiha deye ku bibe evîndar û rêzdar, azad û wekhev nîne. Yanî min got ku; ez zilamekî nîvbinîv im. Ez hertim vê bi awayekî vekirî dibêjim. Çi bikim encax min karî ez ewqasî xwe pêşbixim. Ji bo ku bi jinekê re azad û wek hev bijîm, ez xwe zilamekî nîvbinîv dibînim. Temenê min diçe, ez çi bikim ji zilamekî bivî rengî. Ez kesekî wiha me. Hûn dibêjin Rêber, Serok, lê rastiya min ev e.   Ez zêde nikarim cîhan, xeyal û hêviyên we keçan bixemilînim. Tevî ku ez ewqas ji bo jinan hewil didim, şer dikim jî, encax dikarim ewqas bikim. Ji bo wê, min got hukmê hestên xwe bikin. Heke gengaze xwe bi rêxistin bikin, ji bo veguhertina zilam hinekî hêza xwe zêde bikin, hêz bixin nav hêza xwe. Heke na, wê bêjin zalim, bêçare û tiştekî nedin. Dema ku YAJK hinekî hat birêxistinkirin zilam êdî weke berê êrîş nake. Me ew şikand, ev pêşketineke girîng e. Hûn dibêjin we malbat çawa analîz kir. Vaye, me wiha analîz kir. Li gorî min zilam êdî naçare li berxwe bide. Jin jineke bi nirxe, mezin serîhildaye. Çalakiya xwe ya mezin jî pêşxistiye. Nivîsa xwe nivîsandiye, sonda xwe xwariye û pêk jî aniye. Niha her roj dibêjim ez ê li beramberî vê jinê rêzdar bim. Dibe ku hûn jibîr bikin, we jibîr kiribe. Lê wesiyetek heye li holê . Di vê wateyê de ez nikarim dev ji wesiyeta şehîdan berdim. Ez dibêjim hûnê li gor vê tevbigerin. Li gor vê tevger jî zahmete. Nakokiyek derdikeve. Ev wê bibe qutbûn, tevlîbûn, ji nû ve parvekirin? Heke bibe neçare zilam xwe ji nû ve biafirîne. Yek, bi zanistî; du, azadîxwaz û bi îrade; sê serfirazî. Ez hertim vê mînakê jî didim. We hêlînên çûkan dîqat kiriye, dema ku destê mirovan li hêlînê, ango hêkên wê bikeve çûk wê helînê terk dike. Niha yek bihusta axa me ya nehatiye dagir kirin, nemaye. Heke bi qasî mejiyê çûkê mejî hebe, dê were zanîn ku di vê hêlînê de malbateke bi namûs nayê damezrandin. Divê hûn van rastiyan bizanin. Çûk heyberekî xwezayî ye. Weke min got, destê beganeyan bigihêje hêlînê dihêle û diçe. Ji ber ku xeterî heye li wir. Dibêje: “Destê heram gihîştiye vê hêlînê. Bi hezaran sale li beramberî rastiyeke dijmin yek cihê me yê ku nehatiye mêtin kirin nemaye. Niha tu van rastiyan bêjî, wê were gotin “wey ma em nejîn”? Em bijîn, lê vê rastiyê jî bibînin. Vê rastiyê jî analîz bikin. Heke em analîz nekin wê çibibe? Vaye; Kurd li ser axa xwe nasekine, vaye herder digirî. Vaye Kurdistan ji binî ve hat valakirin. Di Kurdistanê de yê/a bêje ez Kurdim, dixwazim azad bijîm; ez bi rûmetim, hema bêje yek kesê bi vî rengî nemaye. Pir bi zahmet jiyan dikin. Ez çibikim, wê demê em xwe bi xwe înkar nekin, azad bijîn, lê rastî li pêşberî me ne. Di pêwendiyên azad-wekhev ê bi îradeya xwe, hûn îsrar nekin em ê keçan çawa bidin jiyîn? Bi pereyan nabe, pere zorbatiye, dike mal û mulk, bûyereke ku hertim li dijî jinê tê bikaranîn e. Baş e; ma em qet nejîn, vaye li vir pêdivî bi teoriyeke evînê ya mecbûrî heye. Pêwîste gel vê, mirov dilê xwe jî pêşbixe. Gengaz be, pêwîste jin jî xwe nasbikin. Pêwîste bibin xwedî nasname. Mînak: Ez jî di nav de bila zilamên me yên din aciz nebin, zilamekî çawa dixwazin pêwîst e vekirî bêjin. Zilamê zir-zope, ji pergalê maye, bermahiyê axa û bega ye. Her zilamek li gorî bîrdoziya feodalîzmê hertim xwe dixe şûna axa û reîsan. Mafê lêdan, xebardana ji jinê re ji xwe re maf dibîne. Ev pir vekiriye. Gelo ez ê bikaribim vê bi tenê derbasbikim, na. Jin pêwîste xwe bi rêxistin bikin. Madem jiyaneke wekhev û azad tê daxwaz kirin, berdêla vê jî wê were dayin. Wê jin hestên xwe rêxistin bikin. Hêza fikirandina azadiyê pêkbînin. Bi zilamekî çawa re bi çi şêwazî, jiyaneke çawa dixwazin di derbarê van de, projeyên xwe pêşbixin. Lê baldar bin, civaka me ya serdest a zilam  zimanê jinê jî jêkiriye. Pêwîste  jin bi tedbîr û hişyar bin.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 620

KARÊ EVÎNA KU BI HÊSANÎ NAYÊ PEJIRANDIN, HIZIR Û HESTEKE KU HATIYE QETILKIRIN E

Şoreşa bi jinê re em dinava hewldanek mezin de didomînin. Ji wateya gelemperiya 8’ê adarê, hê girîntir derbas dibe. Heya kar, li gel me wa lê hatiye ku heke jinek yan jî zilamek di vê mijarê de nebe xwediyê pêngavek, ez texmîn nakim ku mafê jiyanê bibînin. Tenê ne ji bo gelê Kudistanê, ji bo asta navnetewî hêzên ku dixwazin helwest bidin xwuya kirin, bi nemaze jin dixwaze vê pêvajoyê têbigîhê. Ez bawerim ku bi van nîqaşên me ve ez ê vê hinek bighînim vekirîbûnekê. Ez bihêvî me ku di pêvajoya pêş me de hê zêdetir giringiyek bidime civînên jinan. Karê ku dikeve para min, ji bo pêkanînê weke deyneke dibînim. Bi taybet jî li ba me her dem pêdiviyek ku em şehîdan bibîrbînin heye. ‘’Çi yên xwe kirin bomba û teqandin’’ bi vî awayî eslê mirov xwe digihîne çalakiyên herî cidî ve, kesên xwediyên çalekiyên azad, çi jî yên xwe şewitandin, bi vî rengî xwestin xwe paqijkin; eslê jinê, erkên ku dane pêş me di kesayeta van şehîdan de bicîh anîn ji bo min deynek e. Bi sedema vê rojê jî bi taybet vana diyarkirinina min wê di cî de be.\n\nEz bawerim ku eleqeya jinê her ku biçe wê hê pêşbikeve. Sedemên herî bingehîn, di desthilatiya zilam a cîhanî bi israra berdewamkirinê de ku raburdûyê bi mirova nadin gerandine. Bîrdoziya desthilatiya zilam, bandora xwe ya ku li jiyanê dike, pirsgirêka jinê hê girantir kiriye. Bi taybet jî ji şoreşên sedsalên 20’an ve yên di demên dawî de di milê jinê de rê liber hin pêşveçûna vekiribin jî lê tam çareseriyek pêknanîne. Heta li van welatên ku sosyalîzma pêkhatî lê fermî jî bûye, vana nekirin malê şoreşa jinê, pîvanên jiyana giştî, mirovên herî ku digot ezim, bi kesayetên weke Rêberên sosyalîstan re jî xwe dide domîn, ev pir vekirî û li holê ye. Heke ez qala xwe bikim, ez vêya hinekî hîn cuda digrim dest, vê pirsgirêkê hîn kûr û diberfirhiya gerdûnî de dest girtina min rast e. Ez li vê derê tenê pêdiviyên şoreşa rizgariya netew bigirim ber çav, dahûrûnek jinan nakim. Heta ku ji bo guncawbûna rojê em xelaskin “nîvê nufûsêne, bê wan şoreş nabe” ez ne di nava ferasetek (anlayiş) wiha teng de me. Ez hê bibingeh tevdigerim. Ji bo min ev weka felsefe û xwebatek bicoş e. Ji bo ku ez fereseta xwe ya sosyalîst avabikim, pêwîst e ez vêya çareser bikim. Weke keseyatek zilam, hêjî ez di nava lêgerînê de me. Jiyana bi jin re divê çawa be, jiyana giştî wê çawa be, dema me ev me pirs, pirsdikir, jiyan bi jinê re wê çawa be, ev pirsa ji bo ez hêjî pêwîstî dibînim ku liserê bihizirim. Di vê mijarê de ez vekirî bidim diyarkirin ku ez xwe navêjim pişta tu darîzînên kevneşopî û nirxên exlaqî, ez bawerim ku ji nêzîkatiyên milên cînseltî bigre, bi jinê re di her warê jiyanê de parkirin, polîtîka û heta xebatin leşkerî parkirinê, pirsgirêk hene. Pêwîstî û giringiyek didim van nîqaşan. Tenê bi sînorên nîqaşan ve mayîn na, evana bi rêbazên hîn cudatir ve bi çareseriyên şoreşgerî ve birin hê zêdetir min eleqerdikir. Ez van  weha dinirxînim, karên herî pêwîstin û yên bingehînin ku sosyalîzma demê pêkbîne.\n\nHeya ku vîna jinê, keseyeta jinê nekeve rojevê, tenê bi çareseriyên hişmendiya zilamên desthilat ve wê bê têgihîştin ku ne şer û ne jî aştiyê, bi tena serê xwe çareser nebe. Her weha di Şoreşên ku li demên pêş me de ne û piştî şerên salên 21’an de pêvajoyên aştiyên ku li dû wan bên, ji bo ku bê bi tendûrîstîkirin; divê em şoreşa jinê bidin kûrkirin. Ez texmîn dikim ku sedemên esas jî ev e.\n\nWekî ku tê zanîn, li Rojhilata Navîn bi kevneşopiyên olî ve nemaze bi xilasbûna komînên kilana ve ez texmîn dikim ku di dirokê de ya herî zêde pêktîne Mezapotamya ye. Hêza jinê ji heyama berhevkirinê, heya hilberînê bê nîqaş e. Berî her diştî, di olan de îfadeya xwe ya xwedawendiyê dîtibû. Heta neha jî xwedî bi navake pir biandor e. ‘’Îştar’’ Bi Kurdî tê wateya ‘’Stêrk’’. Di Erebî de jî heye, dema hemû zimanan de heye. Di roja me de ‘’Stêrk, Star’’ jinên xwedewend dide îfadekirin. Di rastiyê de ev xwedawend xwedî erkeke dîrokî ne; yekem car avakerên civakên ku bi cî dibin in. Divê bê pejirandin ku cara yekem ji avakirina civakên yên Gundan bigere, di heyamên herê girîng de şoreşên ku bûn komcivak, bi hevsengiyek mezin ve li derdora çalekbûna jinê pêş ketiye. Saloxdayîna xwedawenda Îştar, her hal ewqasa mirov dikare qal bike. Civaka jinê, wihaye ku di pêvajoya avahiyên xwe yên cara yekî de mezinahiyek temsîl dikin.\n\nWelatê sereke ya Îştaran ku ev cî û warin tê fêmkirin. Weke ku tê destnîşankirin, hem kedî kirina civaka mirovan û hem jî bi berhem anîna zad yan jî qut di vê herêmê de pêşketiye û ev jî aliyê jin ve hatiye pêşxistin. Eşkereye ku di encama berhemeke bi vî rengî dê bigihêje asta xwedavendiyê. Ji aliyê tevahî zanistan ve, zanistê erdkolînê (arkeolojîk) jî didin diyarkirin ku bi vî rengî ye. Lê mixabin heta roja me ya îro ji Îştaran tişta şûnde mayî, jinên herî paşketî, jinên herî bê çare, civak û malbatên xwe dispêrin vê jinê ne. Di her aliyî de asta azadiyê hebe jî, di vir de ew jî nîne. Xulase ciyê ku xwedavend lê ji dayik bûne, veguherîne xirbeyan. Hema bêje li ser navê jiyanê tiştek nema ye. Em dixwazin bi şoreşa Mezopotamya vê ji nû ve zindî bikin. Bi giştî ev cî û warên ku weke dergûşa mirovatiyê tên binavkirin, niha goristana mirovatiyê ne. Ya ku em dikin; kolana vê goristanê û di vê goristanê de dîtina zindiyekî ye. Taybetmendiyeke tevgera me jî, qelişandina goristanên ku bi betona stor hatiye çêkirin û bi şêwazê ji nû ve zindî kirinê ye. Bi giştî PKK weke îfadeya ji nû ve zindî kirina gelên Mezopatanya di kare bê nirxandin. Xulase di despêkê de Îştar di van goristanan de hebûn, Zenûbya hebûn, heta Cleopatra hebûn, Semîramîs hebûn. Weha diyar e ku dîroka cihanê bûye şahidê gelek jinên bihêz. Meryem, Fatma, Zeyneb û Ayşe hene. Di dîroka me de jî jinên ku dişibin van kesayetiyana hene. Em di nava mijûlbûnek weha dene ku em dibejin; gelê em bi goristana van re mijûl bibin em ê bikaribin wan ji nû ve zindî bikin? Hêvî neyên birîn, yan jî qutkirin! Axên Mezopotamya bi bereketin. Li gorî min heta niha jî li van axan ax, av û roj bi awayekî herî bi bereket li vir digihîjin hev. Ev afrîneriya herî mezin ava dike. Berhemên vir yê herî bi Îştar in. Mirovên wê jî dikarin bibin ê herî xweşik, maddeya wê hinekî derfetê dide vê yekê. Niha li ser navê xwedayan sextekar mane, mûmîn tev bûne softa, jinên wan jî bûne bela serê jiyanê. Weke ku ji xwedavandên jin ti bermahî nemane, xwedayên zilam jî êdî berbi nenasiyekê, softatiyekê ve diçin. Em hewl didin ku vana tevan dahûrîn bikin. Ev jî karekî başe, vejîneke berbiçav ji çedibe. Ev vejîn zêdetir pêşve birin – niha weke ku min got; em di nava neştergeriya qomayê de digirin- weke xebatên atolyekê, weke xebata labaratuarekê. Dîsa mîna ku di nava şert û mercên herî giran de li ser masê derbaskirina operasyonekê em bi dest digirin û em hinek rewşê bi hêvî, nîşaneyên vê jî dibînin. Bi hostatiyeke mezin ew aliyên mîna cesedan lê hatiye hinekî zindî dikin. Hinekî be jî em bi karê xwedayî re mijûl dibin- karên xwedayi di heman demê de karên mirovîne. Bi zanebûna van rastiyan li ku derê av pêwîst e, li vê derê ava xas dayîn; li ku derê hêvî pêwîste hevî dayîn; ji ku derê re bi hêz bûn pêwîste hêz dayîn pêwîst be di vê mijarê de hinek xebatan bi rê ve dibim. Ez van xebatên ku birêve dibim, li gorî xwe di ecibînim. Lê ne gengaze ku ez, dîroka ku bi hazaran sale hatiye xistin bi serê xwe bikaribin zindî bikim. Gelek qurbanî hatin dayîn. Ji nava jin û zilamên herî bi rûmet qurbanî hatin dayîn. Bi awayekî misoger dê jiyaneke nû li ser xwîna wan pêk bê. Ji xwe di vê wateyê de ez xwe weke hêzê şehîdean ê jiyanî dibînim. Erka min ya sereke jiyanîkirina şehîdean e, hûn dibînin ez di rewşeke wiha de şer dikim. Dikarim qala pêşketina hêviyekê bikim. Ger pêwîst bike ji bo vê şer, ger pêwîst bike li ser şert û mercên jiyana azad bi kedeke mezin radiwestim. Pêşketinên heyî hêvî didin. Tu kes xwe ber bi xeyalan nexe. Heta ku bi hostayiyeke mezin şerê vê neyê bi rêvebirin, têkoşîna jiyana azad neyê meşandin, ji bo vê hostayiyeke mezin neyê raber kirin kes nikare qala serkeftinê bike. Bi qasî hêviyê ger em derfetinên vê jî bi şer re bikin yek, qasî pêwîst jiyanî bikin, ji dûbare ev axana bigihêjin şehnaziya xwe ya borî, ne bê derfet e. Hîn bi xeyala vê ve, bi kelecaneke mezin dimeşim. Sibê yan dusibe ji aliyê darayî ve jî dema ku derfetên vê pêşketin, mirovên hê zindî, rêxistinên hê saxlêm, yekîneyên şer qasî ku pêş bikevin, roj bi roj pêk hatina xeyalan jî dê çêbibe. Ji bo ev axana carekedin di berbanga mirovatiyê de çawa ku bûn dergûş, ji bo wekhevî û azadiyê dîsa li ser van axan di berbanga sibê de pêşxistin jî dê gengaz bibe. Ez vê bi vî rengî dinirxinîm, ji berbanga sibê derketina rûyê rojê kelecanê dide min.\n\nRêber Apo

Ayrıntılar
Görüntüleme: 692

DI KOMA ME DE YÊ HERÎ FEDAKAR HAKÎ KARER BÛ

Îro 18’ê Gulanê ye. Rojeke bi wate a şehîda ye. Bi giştî meha Gulanê, meha şehîda ye. 18’ê Gulanê, di derbarê me û şoreşgerên Tirkiyê de meheke a şehîda ye. Her roj şehîdên me hene. Weke tê zanîn, şehîdên me yên yekemîn di germahiya vê biharê de, ji bo ava kirina jiyanê canê xwe dane. Şahadeta rêhevalê Hakî, heya kîjan astê hatiye? Rêhevalekî bawerî da te, pêdiviyên wê heya dawiyê pêktîne û jiyana xwe di dayne holê. Rêhevalên ku mayîne jî heya dawiyê li ser vê dozê meşîn û di astekê herî mezin de şahadeta wî bi awayekê rast pêşwazî kir. Salvegera şahadeta hevalê Hakî Karer vê da nîşandan. Her mirovekê dixwaze, xwe bide dozekê. Lê rêhevalên ku li pişt mirov jî dimîne, bi mîsogerî di vê doza min bi şerekê bê qusur berbi serkeftinê de bibe. Yên ji vê bawer dikin, xwe ji şahadetê nadin paş. Di nûneriya rêhevalên xwe de, di rêwîtiya rêhevaltiya xwe de bê bawerî, gumanekê ger hate nîşandan, tu dixwaze bila artêşekê biçe, ji vê dozê wê ti xêr neyê!... Em wê demê ji tiliyên desta kêmtir bûn. Em komeke rêhevalên ku ne xerca berîka me hebû û ne jî tabancayekê me ya bi têkuz hebû. Ya rastîn jî, ji wê re mirov nedikarî bibêje grub jî. Em rêhevalên hev yên bi komeke biçûk bawerî dida hevdu bûn. Ne rev hebû û bi gotineke biçûk jî bibûya, hev xistina zorê tine bû. Her tişt ji dil, azad û rastî çi bigotina, bi esas girtina wê re pir baş li hev kirin di hate çêkirin. Rastî hene û alîgirê yê bi maf heye. Saf bûn û paqij bûna vê bê nîqaşe. Di destpêkê de hesabê kesayetan tine bû. Tenê ji ber ku rast e, mirovan xwe didayê. Pirsgirêk wê ji min re çi bîne, wê mirinê an jî sudê, qet tiştên bi vî rengî di hizra me de nebûn. Li ser hîmê van rastiyan yekitiya mirovan, yekitiya baş û xweşik e. Ya ku me di wê demê de ava kiribû, yeketiyeke ku dişibiya vê ye. Rêhevalê Hakî, şehîdê destpêka avabûneke bi vî rengîye. Bêyî ti berjewendiyan bide berçav, rastiyan bi dilê xwe re kiribû yek. Bi vî rengî wê bîranîna şehîdan mezin bibe. Di vê yekitiyê de, piçekê berjewendî hebûya, heya berjewendiya grubê a polîtîk jî hebûya, derfetên ku em meşeke bi vê bîranînê re bidin çêkirin, wê tine bûya. Her çerx, pêdiviyên xwe esas digirt. Digotin bila rastî bi partî bibin. Ev sal, sala tekoşîn û şahadetên mezin tê de çêbûne. Ji we jî nêzîkatiyeke bi mirovane tê xwestin. Navê vê jî, ji bilî serkeftinê bêyî ku şans ji tiştên din re were dayîn, meşandina şerê jiyanê ye. Pêdivî bi çi heye peyda kirina wê, derfetên çi nebe, firsetê pêşxistina derfetan girtin, tişta herî bê derfet jî, bi serkeftinê bêyî ku astengiyan nas bike, kesayetên ku vê bi serbixîne tên xwestin. Ji vê salê re bûna layîq, di fêm kirina şehîdan de derbaz dibe. Me bi vî rengî fêm kir, pêşwazî kir, vî ji jiyanê re pozber (dayatmak) kirin û bi vî rengî jî me pûte (özen) nîşanê jiyanê da. Hîna ji yê ku dixwaze bi vî rengî jiyan bike re, pêdiviyên wî, wê bi çi rengî were pêkanîn daye nîşandan. Di destpêka avakirina PKK’ê de, ev kom ji 12’de kesan pêkdihat. Ev kom pir bi rêxistin, an jî bi serwext nebû. Temenê xwe ji feqîrtiyê digirt û dirûstbûn taybetmendiyeke herî bingeh bû. Civak ji van mil û taybetmendiya wan re nirxeke mezin dida. Di şêwazê têkoşîna wan de milê herî balkêş derdikete pêş, propagandaya bi axaftin bû. Bi awayeke sînor belavok û daxuyanî weşan dikirin. Di wê komê de yê herî fedakar û dirûst Hakî Karer bû. Ger 1977’an de şahadeta wî çêneba, divê ku ev kom ewqas zû berbi radîkalîzmê ve neçûba. Di vir de şibandina ku heye pir balkêş e. Çawa ku çarmixkirina Îsa, hawariyên wî pir bi bawer û bi biryar kir û di vê bingehê de ramanên wî ji her milî ve belav bû, şahadeta Hakî Karer jî heman encamê re rêvekir. Hê girêdayî û hê bi biryarbûyîn, pîvanê girêdanbûna şehîdan bû. Taybetmendî û bandorên qomployan yê belavkirinê û hê bêhtir berbi radîkalbûnê ve birin jî heye. Di bûyera PKK’ê de qomploya yekem, di milê îdîa, riştbûn (ciddi) û mijara mezinbûnê de, roleke pir mezin leyîst. Ger ev qomplo nehatiba pêkanîn, wê demê ev kom çi şêwazê bigirtana, mijareke nîqaşê ye. Di vir de bername û navê PKK’ê ji girêdan, bîranîn û şahadeta Hakî Karer ve hate destgirtin û hate nivîsandin. Ji her girse û heremê de endam beşdar kirin, pêwîstiyên yekitî û welatpareziyê bû. Ev her dû hevalên ku Tirk bû, (Hakî Karer û Kemal Pîr) di navbera gelan de ji bo biratî û piştgiriyê, mînakên herî mezin in. Weke heval Mazlum, Xeyrî, Kemal, Ferhat…  qadroyên pêşeng ên partiyê, bi  rojiya mirinê û çalekiya şewitandinê ve jî roleke pir mezin leyîstin. Weke qomployeke hûndirîn para xiyanetê jî heye. Di wê demê de rewş ewqas giran û tevlihev bû ku, di dîrokê de wek “Berxwedaniya zindana Amedê” bersiv hate dayîn. Tişta ku dihatin sipartin qomployeke klasîk bû. Armanc û hedefa yekem, tevayî girtiyên ramyarî û şewqa wan bû. Dewlet ketibû rêyeke pir bêrehm, ev jî bandora xwe pir dikir. Lewre “Berxwedaniya zindana Amedê” piştî bîst sal jî weke kevneşopiyeke zindî didome û ji bo guhertina polîtîkaya zindanê roleke dîrokî leyîst. Di xeta azadiya Gel a PKK’ê de weke sembola helwest û sekinandinê, cihê xwe girt. Ber bi pêngava 15’ê Tebaxê ve çûyînê de, çalakiya rojiya mirinê roleke sereke leyîst. Ger rojiya mirinê neba, dibe ku di vê şêwazê de pêngav pêkne hatana. Li ser bîranîna rêhevalê Hakî Karer me PKK damezrand û li ser bîranîna berxwedana zindana Amed’ê jî, me pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir. Ez bûm Mem û Derwêşê Evdiyê hemû Zîn û Edûlan. Ji axîna dawî ya Manî, Mazdek û Babekan em bigirin, tenêbûna Kerbela ya Hûseyîn, eşqa heqiqetê ya Hallacî Mansûr, peyeya dostaniyê ya Pîr Sûltan, min hilgirte. Ez hevalê Denîz, Mahîr û Îbrahîman bûm. Ez şervanê tolhildana Mazlum, Xeyrî, Kemal û Ferhatan bûm. Di serdemeke wisa de, ji tevahiya van mînakên dîrokê re mînakê dawî yê serwextiyê bûm. Di van abîdeyên mirovatî de ne tenê şerê wan, doza wan ya aştiyê jî hebû. 1970’an de dengê ciwan pir bê tirs û geş bû. Di van qadên ku her milê wî bi xefkê ve tije ye de, bêtirsbûn dihat hîskirin. Heger wan ciwanan weke ku hebûna min re xwedî derkevin, ewqas Egîd û bêtirs bûn, heger di min de jî hestê rûmetiyê heye, minê heta dawî xeta van ciwanan bişopanda. Di Kizildere de şahadeta Mahîr Çayan, darde kirina Denîz Gezmîş, erkê girêdanê dabû li ser milên me. Êdî xwendina dibistanê tenê derfeteke bû. Êdî mîsoger bû ku ez ê bi navê gel tevbigeriya ma. Min pirsgirêka netewî wisa destpêkir. Pişt re bihara 1980’an de careke din kom giranî didan hûndir. Bi awayeke bêbextewarî girtina Kemal Pîr, encamê vê yekê bû. Li hember van rastî û rûmetiyan, komarê di cewher de na, di şêwazê de hedef girtin derdiket pêş. Ber bi salê 1980’an ve hem kesayet û hem jî PKK wisa şêwaz digirt. Li pêşberî min rastiya komar bandoreke serekî bû. Pejirandina nasnameya Kurd li milekê, ji bo gelê Kurd bixe bin tirbê her cûran rê û rêbazên din jî, di rojevê de bû. Nasname û kesayeta min ku li gor pêvajoyê taybetmendî û şêwaz girti bû, di vê rewşê de xebateke herî wate ku ez bikim, ji potansiyel û hêza Kurdan tişteke derxistina holê bû. Ji bo bîranîna şoreşgerên Tirkiyê û şehîdên me yê mezin Hakî Karer re, encax me bi tevger û rêxistineke wisa ve bersiv bida. Qonaxa bîrdozî û teorîk ku ez gihiştimê, dû tiştên bingeh bandora xwe dikir. An baweriyê ve girêdayî beşdariya dilnizm û dirûst, an jî beşdariyeke ku cewherê teorîk û hêza bîrdoziyê re girêdayî. Di nava PKK’ê de sembola nirx û rûmetên herî bilind di serî de Mazlum Doxan, Kemal Pîr, Hakî Karer, Xeyrî Durmuş, Mahsum Korkmaz û bi hezaran şehîdên rûmet bi hevsenga vê, herdû şêwazê vê beşdariyê ji bo têkoşînê çêkirin. Beşdariya bi cewher ya van hevalana, heta dawî biriye berbi helwesteke leheng. Di dîroka PKK’ê de sembola girêdan û abîdeyên pir mezin hene. Hakî, Mazlum, Kemal, Mehmet Xeyrî, Ferhat, Mahsum, Taylan Ozgur, Berzan Ozturk, Zîlan, Bêrîtan, Bermal û pir şehîdên ku ez nikarim navê wan bi lêv bikim mînakên hevaltiya mezin hene. Tevahî van nirx û rûmetana weke pirtûkeke bi wate ku pêwîst e herdem bê xwendin in. Ji bo wê PKK’ê weke ku hun fêm dikin, nikarin bidin şixûlandin. PKK ne têgihiştina te ye, PKK rastiya wê ye. PKK Xeyrî ye, Kemal e, Hakî ye. Weke van nirxana, tevbûna wateya dîrokê ye. Ev nirx wisa bi hêsan nehate destxistin. Di vir de hûnê pir vekirîbin. Ez ê ciwantiya girêdayî û hevaltiya bi azwerî ku bi Hakî ve destpê kir, bi Zîlan ve gihişt nirxekî mezin temsîl bikim. Ger hun dixwazin artêş û şer fêm bikin, divê hun, destpêka xelekên vê zîncîrê tê çi wateyê fêm bikin. Bi vê ve hunê wê bikin, xeleka vê zincîrê. Ev girêdana şehîda ye. Dema Şehîdên me yê yekem Hakî Karer hate qetil kirin, dinê li serê min de hate xira kirin. Ez ji bo ku tolhildana wî bigirim, tu hêza min jî nîn bû. Li milekê mezinbûna vê têkoşînê, ez ber bi çûndinê bûm û milêke din de jî şahadetên pir mezin heye. Gelo li hember vê rewşê em dikarin çi bikin? Jiyanî kirina rêxistineke, jiyanî kirina xwe û jiyanî kirina wesiyeta şehîdan heye.  Pêwîst bû ku em li gor girêdana bîranîna wê bersiveke mezin bidin. Axaftineke Kemal Pîr hebû dibêje “Ey sûbayê dijmin ê kontirgerîla Esat Oktay, ji bo ku tu kêyfxweş nebî, ez ti car nabêjim dilopeke av bide min. Ez ji tere ti car lawahî nakim. Ez ji tere başiyeke wisa ti car nakim”. Dîroka PKK ya lehengî di vir de ye. Lehengî, heta dilop û hênasa xwe ya dawî ji dijminê xwe re lawahiyê nake. Nirx û bedewiya herî mezin jî ev e. Lewre ez dikarim vê yekê jî bilêv bikim; heger hevalên rast û bedew niha di hawirdorê min de jî heba, dê şêwaz û rêbazeke wisa nêzîkê me û rêxistinê ne dibûn. Dema ku Kemal Pîr çalekiya heval Ferhat Kurtay wan bihîst, ji xwe re wisa gotiye; “divê ku me vê çalekiyê pêk bi aniya”. Wisa ber bi rojiya mirinê ve çûn. Ez çalekiyên ku întîharwariye napejirînim û şaş dibînim. Lê ez çalekiya Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Mazlûm Doxan û Ferhat Kurtay, weke tenê çalekiya întîharî na nirxînim. Gotina van hevalan heye dibêjin ku “Ger derfetê jiyanê hebana, me yê wê hîm bigirtana. Em ê heta dawî jiyana rûmet hîm bigirin”. Ev nirxandina hevalan, pîvanê me yê çalekî û jiyanê derdixe pêşberî me. Ji bo rûmeta mirovahî tişteke tenê ma bû, ew jî çalekiya berxwedaniyê bû. Weke tê zanîn M. Xeyrî Durmuş biryarbûna xwe û hevalê xwe wisa dinirxîne, “me bi serxist” dirûşmeya wan jî “wê rûmeta mirovahî qezenc bike” bû. Kevneşopiya me ya şerê berxwedaniyê ev e. Pêwîst e ku heta dawî rast bê fêm kirin û rast bê pêkanîn. Di me de, di xeta şehîdbûnê de mirin û jiyan yekbûye. An jî ferqa wê jê biriye. Şêwazê xebata Rêbertî, şêwazê xebata ku ferqa dinavbera mirin û jiyanê de radikiye. Bi qasî jiyaneke ku ji mirinê pir dûr nîn e, di mirinê de jî, taybetmendiyeke qedîn û tinebûna jiyanê ku nayê fikrandin heye. Ev ya pir girîng e. Di ramyariyê de, leşkeriyê de, di rêxistinê de bi kurtî di hemû cûrên xebata de, ferqa dinavbera jiyan û mirinê de rakirin. Weke ku qet ne miriye jiyan kirin û her dem weke ku em bi mirinê re rû bi rû ne jiyan kirin te esas girt, tê wê wateyê ku di xeta şahadetê de jiyan dikî. Evan xebatan bi vî rengî dimeşin. Di xeta fermandariyeke cuda de temaşe kirin, wê ne mûmkîn be. Li vir hîna jî hinekê şêwazên PKK yên ku dest jê neyên berdan heye. Kesayeta we ji pergalê girtiye çi ye? Jiyana ku we ji pergalê girtiye çi ye? Ne tişteke. Ger hûn dixwazin ji xwe re hilperînekê (sıçrama) bidin çêkirin, yek kirina bûyera PKK a xeta jiyan û mirinê ya bi vî rengî, ya rastîn jî di cihekê de bûna xwedî jiyaneke ku mirinê mahkum dikeye jî. Kesayetê herî bi taluke ku di vê cîhanê de jiyan dike ez im. Lê bes taluke hebe, ez xwedî kesayetekê bi wî rengî me ku qet tahluke min negire ye. Ev jî bi şêwazê serkeftina PKK re pir girêdayî ye. Bi mîsogerî ez dibêjim fêm bikin. Roja şehîdan ji bo vê jî fersendeke mezin e. Ji ava ku hûn jê vedixûn, baya hûn jê henase digirin zêdetir, pêdiviyên me yên bi xeta jiyanê heye. Ez bawerim hûnê fêm bikin. Hûn fêm bikin, ev ya jî ji bo we meşeke bi têkûz, perspektîfa şer, jiyan, serkeftinê û serkeftina vê jî mîsogere. Wateya şahadetên yekemîn mezin e. Em berhemên wan in. Bi misogerî em nikarin van şahadetan biçûk bibînin. Rêbertiya PKK, bi taybetî Rêbertiya berpirsyariyê ye. Rêbertiya girêdayî bîranîna şehîdan mayîne. Pêdiviyên wê ne bicih anîn sivik bûne. Xeta rêbertiya PKK, weke xelekê ev bi sala ye hatiye girêdan, xelek bi xelek li hev hatiye zêde kirin, îfadeya rastiya ku nayê xira kirine jî. Ya were kirin rastî fêm kirin, ger gengaz be, bûyîna xelek û li vê zêde bûne. Me nirxên mezin dan şahadetên mezin, em pê xemgîn in, lê belê me girêdana wan jî bi pêngavekê destpê kir û heya roja me ya îro anî. Li ber serê we bi hezaran şahadet hatin jiyan kirin. Li ser vê hîmî şehîdan bi bîrtînim. Ji wê rojê de me girêdana wan bi destpê kirina çalakiyan de nîşandan, îro jî bi şewqdana wê ya li ser şerekî herî berfireh em vê girêdana xwe didin nîşandan. Heya serkeftinê jî wê bi vî rengî biçe. Di vê wateyê de em dibêjin ku, şehîdên şoreşa PKK û yên ku di vê rêyê de dimeşin nemirin. Rêber APO

Ayrıntılar
Görüntüleme: 571

DIVÊ KURD XWE JI LOZANA CIVAKÎ RE BAŞ AMADE BIKIN!

Aliyên demokratîk ên Mustafa Kemal ji yê tê zanîn hîn zêdetir in. Artêş vê yekê ji min bêhtir dizane. Ez du mînakan bidim. Mustafa Kemal dibêje “Serwerî ya gel e”. Ango serweriyê ji her cure xanedaniyan digire û dide gel. Li vê derê wan xanedaniyên di nava gel de jî tê de ye. Her cure xanedaniyên di nava gel de, yên weke eşîret û axatî jî di tê de, vana digire û serweriyê dide gel. Mustafa Kemal ji jakobenên Fransız îlham girtiye. Jakoben, weke çavkaniya serweriyê, netewiyê esas digirin. Aliyekî demokratîk ê Mustafa Kemal jî ew e ku dibêje pêwîst e xweseriya berfireh ji Kurdan re were dayîn. Ti dijberiyeke wî li hemberî Kurdan nîne. Li hemberî îttîhatgeran di nava têkoşînê de ye. Mustafa Kemal ji bo îttîatgeran digot “Ezê hemûyan bidarde kim”. Îttîhatgeran li hemberî Mustafa Kemal suîqast kirin. Bûyera Osmanê Kulek heye, hewildanên wî yê li hemberî Mustafa Kemal hene. Îttîhatgeran dixwestin komarê bi dîktatortiya faşîst îdare bikin. Lê belê Mustafa Kemal ku hişmendiya îttîhatger wergirt, hat fetisandin. Di wê demê de Hîtler çû, lê bîrdoziya wî li cih ma. Ev îdeolojiya faşîst şêst salan berdewam kir. Mustafa Kemal bi Kurdan re peyman çêkir. Bi Îslamgir û Komînîstan re li hev hat. Piştî ku kadroyên îttîhatger desthilatî xistin bin destê xwe, ji sala 1925 û pê ve dest bi tasfiyekirina Kurdan kirin. Ma çawa bû ku Mustafa Kemal, ku di 1924 de digot bila xweserî ji Kurdan re were dayîn, piştî 1925an Kurdan tasfiye dike? Divê mirov vana baş têbigihije. Gelo Mustafa Kemal Mustafa Suphiyan da kuştin, an îttîhatgeran? Di vê mijarê de pêdivî bi ronîbûnê heye. Koçberbûnên Saîd-î Nûrsî û Mehmet Akîf jî tên zanîn. Tê zanîn ku vana ji aliyê Mustafa Kemal ve hatine kirin! Lê belê, ne wisa ye. Gelo Mustafa Kemal an jî Îttîhatgeran vê yekê kir? Ez di wê baweriyê de me ku îttîhatgeran van tiştan kirin. Ez dibêjim ku pêwîst e aliyê demokratîk ê Mustafa Kemal esas were girtin. Artêş neçar e vê yekê fêm bike. Li Tirkiyê ji ber sedema Musul-Kerkuk, ji 1925 û pê ve Îngîlîz serdest bûn. Ji 1944 û pê ve jî ev rola pêşeng derbasî Emerîka bû, Emerîka serdest bû. Di 1944 de 20 kes ji Emerîka re hatin şandin. Îsmet Paşa jî îflas kir. Di bin pêşengiya Emerîka de heya roja me ya îro hat. Hêza pir mezin a Kurdan heye. Kurdan gelek pêvajo derbas kirin, baş perwerde girtin. Ji niha û pê ve wê li Rojhilata Navîn bi Kurdan re peyman were çêkirin, wê Kurdan bigrin dîqatê û wê piştevanî ji Kurdan re were dayîn. Tu kes bi Ereb û Farsan re peyman çênake, yên li Rojhilata Navîn xwe dane xuyakirin û pêş ketine Kurd in. Kurd di warê siyasî de pir pêşketine, reng e kirina çalakiyan (yên çekdarî) jî wê ziyankar be. Ozal kesekî wêrek bû. Wêrekiya wî ya şexsî hebû. Pirsgirêkê fêm dikir û dizanî. Lê Ergenekon Ozal berteraf kir. Di wê demê de Emerîka destek dida Ergenekonê. Lê di sala 2007 de Emerîka desteke xwe ya ji wê beşê vekişand. Erdoxan û Gul nikarin li hemberî mazereta Ergenekonê li ber xwe bidin. Li Tîrkiyê ji bo qanalên siyaseta demokratîk zemîn heye. Min berê niha jî destnîşan kiribû. Çawa ku Şoreşa Fransî ji bo demokratîkbûna li Ewrûpa rol leyîst, çawa ku Şoreşa Rus jî di dîrokê de bandorek afirand, li Tirkiyê jî di roja me ya îro de zemîneke wisa ya civakî heye. Wê Tirkiye mezin bibe. Sedema ku qala girîngiya Tirkiyê jî tê kirin ev e. Niha li Tirkiyê ew beşa layîq li ber xwe dide, naxwaze berde. Beşa Îslamgir jî xitimî ye, xitimandineke dijî. Her du beş jî xitimîne. Em dixwazin ku ji vê xitimandinê demokrasiyê derxînin. Desteka mezin a gel ji bo Erdoxan heye. Li Tirkiyê beşeke aborî li pey wî ye. Erdoxan nûneriya vê beşê dike. TOBB jî wî destek dike. Beşeke girîng a TUSÎAD layîxparêzan, beşek ji wan jî Erdoxan destek dikin. Ji ber vê sedemê em dixwazin ku demokrasî qezenc bike.   Dibêjin ku bi min re dilsoz in, dilsozbûna bi min re, tê wateya ku ez werim têgihiştin. Ji ber ku hun ji bo min dibêjin “Birêz”, di derbarê we de doz têne vekirin û ji bo vê hun cezayan digirin. Lê hun fêm nakin. Hun tiştek nakin. Gotina Birêz tê wateya rêzgirtin û fêmkirina min. Wê demê pêwîst e hun pêdiviya vê yekê pêk bînin û navaroka wê dagirin. Ma çima tiştek nakin?   Ma hun nikarin yek taximeke fitbolê jî îdare bikin? Gelo komeke govendê ku ji jinan pêk were heye, gelo komeke şano heye? Vana hemî xebatên demokratîk in. Wê spor, govend û şanoya Kurdan hebe, divê vana hemî hebin. Gelo hun dikarin vana biserbixin? Ji siyasetê re cîdîyet pêwîst dike. Ez mirovekî cîdî me. Ez van nêrînên xwe ji dewletê re radigihînim. Dewlet min digire cîdiyê. Ma çima hun min cîdi nagirin? Eger hun negirin cîdiye û hun nikarin bikin, hunê dev jê berdin. Ez ti ji kesî re bi zorî nabêjim parezeriya min bikin. Hun jî neçarin cîdî bin. Divê tiştê ez dibêjim hun ji wan re ragihînin. Ezê we jî ji vê yekê berpirsyar bigrim. Ez ne zarok im. Dewlet îzîn dide hevdîtinan, lê ti kes nikare min araste bike. Dewlet jî dizane ez ne zarok im. Min di 99’an de projeyeke aştiyê pêşkêş kiribû; bi navê her çar beşan, çar nûnerên îstîxbaretê jî hatibûn. Li vê derê bi min re axivîn û me nîqaş kir. Paşê dewletê jî wê çaxê negirt cîdiyê. Wisa taxmîn kirin ku wê rêxistin tasfiye bibe, Ocalan bi tirsonekî tevgeriya û tirsiya. Niha tê dîtin ku hinek zêdetir digirin cîdiyê. Hunê jî min bigrin cîdiyê. Ji serokşaredarên jin û ji ciwanên hestiyar re bêjin ku bila pir kar bikin. Jin di nava civakê de di rewşa nesneyêke de ye. Di civakê de wisa tê hîskirin. Jin ev pênc hezar sal in ji bo zilam nesneyeke tecawizê ye. Veqetîna “mala giştî û mala taybet” ferq nake, ev wisa ye. Divê jin zêdetir kar bikin. Ezê desteka xwe ya bi wan re berdewam bikim. Ez ji bo jinan derfeteke nû ya jiyanê pêşkêş dikim, bila kar bikin. Ez ji bo çareseriya ku pêşbikeve re dibêjim Lozana Civakî. Lozana salên 1920’an, Lozana Netewî ye. Bi vê Lozanê re Komar hate damezirandin. Ev komar heta roja me ya îro nekarî were demokratîkkirin, niha pêdivî bi demokratîkbûna wê heye. Loma ez jê re dibêjim Lozana Civakî. Bi vê Lozana Civakî re, wê hemî beşên civakê werin demokratîkkirin. Di roja me ya îro de zêmînê vê yekê jî heye, lê divê pir xebat werin kirin. Pêwîste ev yêk baş bi kûranî were têgihiştin. Divê Kurd xwe ji Lozana Civakî re  baş amade bikin. Kurd bi vê Lozana civakî re, wê pêşengiya demokratîkbûnê bikin. Divê Kurd bi rengekî yekpareyî û sertaserî weke civak, weke ku xwe ji şerekê re amade bikin, xwe ji Lozana Civakî re amade bikin. Loma ez dibêjim divê Kongreya Civaka Demokratîk her roj kom bibe û xebat bike. 1 Tîrmeh 2009

Ayrıntılar
Görüntüleme: 552

JIYANA MIN A 61 SALÎ, BI TEKOŞÎNA LI BERAMBERÎ FERASETA SEXTE A NAMUSÊ DERBAS BÛ!

Min pêşveçûnên di derbarê 4’ê Nîsanê de şopand, hevalan qala wê kiribûn. Ez bawer im destûr dane komeke sembolîk. Gel rojbûna min weke zayîna xwe dibîne. Gelo televizyonan weşandin? Diyare hinek wê teysandine bi awayê veguherandina ziyaretê. Ez di rastî de ji vê çanda gelên Rojhilata Navîn re rêzdar im. Belê, di rastî de pirsgirêk ne rojbûna min e, lê gel wê weke zayîna xwe dibîne. Pirsgirêk ne ew e ku ez li wî bajarî, li wî gundî yan jî li wê axê ji dayik bûme, gel rojbûna  xwe pîroz dike, vê yekê weke zayîna xwe dibîne û weke ronesansa xwe dibîne. Ez spas dikim ji her kesê ku çûne wê derê, yên ku pîrozkirine û keda wan tê de derbas bûye re; ez spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Lê pêwîst e naveroka wê neyê valakirin. Çandeke wisa ya Rojhilata Navîn heye û rêza min ji vê çandê re heye, lê pêwîste naveroka wê neyê valakirin. Wateyeke wisa heye, ku ez bawer dikim wateyeke min a wisa heye. Girîng e ku li ser vê wateya min rawestin, her wisa girîng e ku vê yekê têbigihîjin. Ez bawer dikim ku min gelek tiştan di temenê xwe yê 61 salan de bi cî kiriye. Li gel vê bi xwe re kiriye yek.   Min beriya niha vê mijarê pir anîbû ziman. Min di parêznameyên xwe de bi rengekî berfireh vegot bê ka pêwîst e rêveberiyên herêmî çawa bin. Divê şaredarî ne wekî berdewamiya dewletê be, lê divê rêveberiyên herêmî û şaredariyên li ser bingeha civakê çêbibin. Di vê komînên navçeyî werin avakirin. Eger dixwazin rêza dewletê jî ji wan re hebe, divê vê xebatê bi xwe spartina civakê pêkbînin. Eger bêjin dewlet pere neda, nade û bi awayê pere ji dewletê hêvî bikin, nikarin ti tiştekî bikin. Pêwîst e dev ji vê ferasetê berdin. Ew modêla ku li Başûr hatiye avakirin, bi navenda dewletê ye û pêşnûmayeke (taslak) dewlet-netew e. Nikare bi serkeve; wê pûç bibe, birize û biçe. Lê modêla me, ji ber ku xwe dispêre civakê wê hertim pêşbikeve. Dema ku hûn komînên xwe yên demokratîk avabikin, wê pêdiviya we bi vê jî nemîne.  Dema ku li her der rêxistingeriyên xurt bêne avakirin, hingê wê tiştên duyemînî weke pere jî bên. Komînên navçeyî dikarin xwe bi awayê konfederasyona demokratîk bi rêxstin bikin. Encex bi vî rengî dikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin. Ez nabêjim ku eger wisa bê kirin, wê her tişt ji sedîsed çarser bibe. Belkî di mercên Tirkiyê de her tişt ji sedî sed çareser nabe, lê dibe ku çareserî di rêjeya (oran) ji sedî pêncî de  pêşbikeve. Ji bo vê yekê divê hewldanên pir kûr çêbibin û bi kûranî di nava rêxistingeriyê de bin. Dema mijar tê ser jinê; ez di vê mijarê de jî pir axivîm. Ez dikarim vê yekê bêjim: di rastî de jiyana min a 61 salî, bi têkoşîna li hemberî feraseta namûsa sexte ku li jinan tê ferz kirin derbas bû. Derketina min a ji gund jî bi vê re pêwendîdar bû. Ez di vê mijarê de pir lêhurbûm. Ez bawer dikim ku min zanebûna azadiya jinê derxistiye holê. Kurtasiyeke dîtir jî ya jiyana min a 61 salî ev e. Xala ku min berî niha jî qala wê kiribû, ev e: Binaxkirina bi awayekî bi zindî ya wê jina li Semsurê û tiştên ku tînin serê zarokên keç ên biçûk li holê ne. Divê jin rêxistingeriyên xwe avabikin û biqasî wê jî bi perwerdekirina tevahiya jinan, keçên biçûk jî tê de, pêwendîdar bin. Min berî niha qala Akademiyên Jinên Azad kiribû. Divê ev besît neyê dîtin. Divê li her qadan perwerde, ji huner heta spor û tenduristî heta çandê, heya moda jî çêbibe. Min çendekî berê nûçeyek xwendibû di derbarê mankenekê de ku ji Ukrayna hatiye anîn ji bo firoşgeheke cilan ku li Batmanê hatiye vekirin. Ji bo min weke pêkenokê hat. Lê di rastî de ciyê ku moda lê zayî ye Mezopotamya ye, ku Batman jî di nav de ye. Ya girîng ewe ku mirov vêya derxe holê.  Divê li her qadan perwerde, ji huner heta spor û tenduristî heta çandê, heya moda jî çêbibe û vêya li cil û bergên xwe bidin xuyakirin. Ez giringiya takekesî di jinê de înkar nakim, takekesî elbet girîng e. Lê eger civakîbun nebe, takekesî bi tena serê xwe tu wateyek dernabire. Hûn dikarin van tiştên ez dibêjim, bi rêya sûdwergirtina ji pareznameyên min ên berî niha jî weke peyamek ragihînin. Ez serkeftinê ji wan re dixwazim û silavên xwe radighînim. Min di hefteyên buhurî de jî anîbû ziman. Min dîroka me ya têkoşînê veqetandibû bo sê heyaman. Heyama yekemîn, heyama dûyemîn ku heya 1993 dewamkir û heyama sêyemîn ku ji 1993 û vir ve dewam dike. Vê heyama sêyemîn di rastî de heya sala 2002 ye. Minê vê heyama sêyemîn di sala 2002 de bi dawî kiriba, lê di wê demê de AKP hîn nû hatibû ser desthilatiyê. Min xwest ez şens bidim AKP’ê, lê AKP’ê me ewiqand û heta roja îro bi rêya ewqandinê pêvejo anîn. Ez ji 17 salan û vir ve rola xwe bi cîh tînim. Gelek tişt ketine ser milê min. Dibe ku muzakere destpê bikin lê ne tiştekî rast e ku her tişt bi rêya min were meşandin yan jî her tişt li ser milê min were barkirin. Tiştên ku ez karibim li vê derê pêkbînim û rola ku ez ji bo aştîyê bilîzim, sînordar in. Derfetên li vê derê sînordar in, ancax ewqas dibe. Di vê pêvejoya pêşiya me de wê ew bi xwe destnîşanbikin û biryar bidin ka wê têkoşîna xwe û polîtîkayên xwe çawa bidin meşandin û rêveçûnekê çawa bişopînin. Rojbaş. Ji her kesî re silav. 7ê Nîsana 2010

Ayrıntılar
Görüntüleme: 535

ŞOREŞA JINÊ ŞOREŞA GULÊYE

Di demdirêjiya dîroka şaristaniyê de, li dijî zivistana dijwar û berfê dijwar ya serdestiyê spartî derewînî û zordariyê, li ser cinsa jinê weke berfînên ku berf û qeşayê kun dike, azadbûnên jinê pêk tê. Bi vê, her biharbûna jinê, bihara jinê, li dijî zivistan û berfê dijwar kulîlkvedan, kulîlkvedana tevgera azadiya jinê pêk tê. Ez vê radeyê girîng dibînim. Ez bi jinê re bi dil û mejiyê xwe têkil bûm, bûm yek. Yekbûna min bi jinê re, yekbûnekî ji eniya min, ji mejiyê min e. Nasnameya min ev e, formasyona min ev e, lênêrîna min li jinê ev e. Li ser vî bingehî ji biharbûna azadiyê re, ji kulîlkvedana azadiyê re dibêjim, hezar silav. Ez ji zarokan re, ji hemûyan re wê dibêjim. Min dixwest ez bibim yek ji we. 50 salî me, lê weke zarokan im. Hem ji bo jinan, hem ji bo zarokan, hem ji bo gelê me wek kesekî mayînê birûmet dibînim. Li Rojhilata Navîn sêyemîn xebata min ya destanî, li ser azadiya jinê ye. Li gorî min, ev xebatê ku pêwîst bû ji beriya xebatên rizgariya welat û kedê bihata destgirtin. Xebata herî zehmet bû. Jin, çîn, netew û cinsa perçiqî ya destpêk û bingehîn ya paşverûtî û koletiyê ye. Di xuyakirinê de cewaziya cins, ji bo newekhevî û çewisandinê dibe sedem. Eger bê lêkolîn kirin wê bê zanîn ku jin, bi temamî goriyên despêk yên serdestiya civak û siyasetê ye. Ji bo newekhevî û koletiya li ser mirovahiyê tê ferz kirin, çîna wê ya destpêk e. Piştî kû jin hat kolekirin, anîn warê tiştekî (nesneyekî) sernerm û kedî ya malê, dor gihîştiye afirandina civak û dewletê. Piştî ku zilamê zordar û derewîn li jinê xist, bi wêra ku ji wê girtî ve destê xwe dirêjî perçiqandin û dîlgirtina mirovên din û cinsê xwe kiriye, mîtolojî û olên ku sazûmanên herî derewîn yên ramanê afirandiye. Em qala ol û mîtolojiyên serdest û kedxwaran yên derewîn û zordariyê hildiberîne dikin. Dema li ol û mîtolojiyan tê nêrîn, jin bi hezaran fêl (hîle) û zordariyan, gav bi gav ji texta xwedawend ya bixemil tê xistin, girîngî nayê dayîn û herî dawî tê tunekirin. Ez şervanê azadiyê me, tevî vê ne gengaz bû ku min vê yekê nedîtibana. Weke zarokê azadiyê yê van xakan ku olê xwedawenda dayîk afirandiye û bûye warê xwedawendên dildariyê (eşqê) yên destpêk, minê bixwesta mezinên me yên destpêk û çavkaniyên me yên dildariyê têbigihînim, lêkolîn bikim û hêcetên wan yên hebûnê bibînim. Li ser vî bingehî kûraniya ku ez gihîştim girîng e. Min dît ku pirsgirêka azadiya jinê ji netewbûn û çînbûnê zortir e. Ez wisa pê de ketim. Derfetên min bisînor in, ji bo çareseriyê nêzîkbûnek cidî ya felsefî û teorî pêwîst e. Pêwîst e were hizirîn ku çareserî ka wê bi kîjan şêwaza nêzîkbûnê çêdibe. Hûn jî dikarin lêhûr bibin. Ez dikarim bêjim tiştê ku min ji zarokatiya xwe digerî, min di çerxa neolîtîk de dît. Tiştê ku civaka neolîtîk, Hîlala Berhemdar tê gotin di coxrafyaya Kurdistana îro de çêdibe. Di bilindkirina şaristaniyê de keda me heye. Afirandina şaristaniyên Misir û Sûmer bi neolîtîk re, yanî bi me re çêbûye. Enkiyê xudayê Sûmeran yê qurnaz, nûnertiya bavikê nîv zanedar, ne tam zordar, nîv sazûmankar dike. Navê Ninhursag, Înanna navên “nîne”, “ana” ( pîrejîn, dayîk) ji wir tên. Ger derfeta min hebûya, min dixwest ka çi ji serê xwedê, xwedawendan hat binivîsinim. Nivîsandina romana kêşeyan gelek balkêş e. Yê çanda axê afirandî jin e. Jin hêzekî awarte ye. Evqas bihêzbûna çanda dayîk, ji vir tê. Çanda jinê û çanda gel, ji neolîtîk dest pê dike. Şoreşa neolîtîk bixwe demokrasî ye. Paşketî ye lê, cewherê wê demokrasî ye. Çanda xwedawend ji Star tê heta Îştar, Înanna û Afrodît. Îştar, Star, Stêrk ji wir tê. Weke stêrk rojbûna we silav dikim. Emê hewl bidin da ku ev çanda xwedawendê bijînin. Ev çanda me ye. Piştî damezrandina dewletên wek Misir, Sûmer û Babîl, bi azadiya jinê re çandên gelan jî hatiye çewisandin, li bin maye. Çanda gel jî bi çewisandina xebatê dewletê, mîna nasnameya jinê li bin maye, xwe nekariye bi azadiyane li ser piya bihêle. Têkoşîna azadiya jinê, wê bi hêle ku çanda gel jî derkeve eşkerebûnê. Hem jin hem jî gel di nav çerxa neolîtîk de asê maye. Ne tenê pêşveçûna jinê, pêşveçûna gelan jî ji wê çerxê û pê ve zêde pêş neketiye. Ji ber vê yekê divê ji şoreşa neolîtîk û pê de, di encama lêhûrbûnekî de were nirxandin. Çanda xwedawenda dayîk ya dema neolîtîk, di dayîkên Kurdan de hîn bi awayekî xurt dijî. Jinên Kurd çiqas îdîaya xwe diparêzin, di cewherê wan de zêde girêdan û rêzdariya wan li şêwaza ol, çand û jiyana serdestiya zilam nîne. Girêdan û rêzdariya wan heyîn jî, ji ber çewisandin û kevneşopiyên madî û manewî, vê rewşê ji neçariyê pejirandine, dema derfet dîtin jî serî hildidin. Ne tenê jinên Kurd, tevayî jinên Rojhilata Navîn wiha ye. Di cewhera felsefeya Zerdeşt de li hember tiştê Semîtîk yê kole, berxwedanek heye. Ger di malbatên me de hin tiştên erênî hebin, kevneşopa Zerdeşt e. Zerdeşt li hember giyana koledariyê, raperîna destpêk e. Li ser vî bingehî di tevayî serhildanên demokratîk yên Rojhilata Navîn de cihekî jinê yê taybet heye. Weke hêza afirîner ya neolîtîkê, bi tu awayî ji aliyê civaka çînî ve xistina xwe nikare bipejirîne. Her tim biguman li serdestiya zilam meyzandiye. Bi temamî di cewaziya wê de ye ku mafên wê tê xwarin. Bêçaretiya wê, wê di nav êşên kûr de dihêle. Di zanabûna vê de ye ku tu demî ne şayanê di xistina vê rewşê de ye. Ew di bingeh de bixefî alîgirê çanda xwedawend e. Tu carî jidil de bawerî nedaye xwedayên zilam. Di zanebûna vê de ye ku her tim di nava valatiyekê de ye. Bi êş û bi hêrs dihese ku rêz û hezkirina ku mafê wê ye, nayê nîşandan. Tu carî nebexşandiye ku ewqas neçarî destê zilam hatiye xistin, zêdetir jî xwe nebexşandiye. Di cewaziya wê de ye ku zilam gelek ji dûrî hezkirinê ye, hovane û bê exlaq e. Baş dizane ku ji hêza dildariyê dûr e. Gorîbûna ewqas nakokîyan, berevajiya vê jinê ji nezaniyê zêdetir, nêzîkî zanayiyê kiriye. Dema bawerî da, di hêza nîşandana girêdaniya herî xurt de li ser wê nîne. Di giştî de tevayî jin, bi taybetî jinên Rojhilata Navîn, ji ber van taybetmendiyên xwe hêza civaka demokratîk ya herî zindî û çalakiyê ye. Divê bala jinê bê kirin. Têkoşîna azadiya jinê ji têkoşîna çînî bi nirxtir e. Jin garantiya mafê mirovan û demokratîkbûnê ye. Asta azadiya jinê, asta azadiya civakê diyar dike. Pêşketinên ne bi eksena jinê, nekare serbikeve. Ji ber vê yekê ne tenê ya jina Kurd e jî, ez dibêjim, ronesansa jinê ya Rojhilata Navîn e. Ronesansa li Rojhilata Navîn, li ser bingeha derketina jinê çêdibe. Ez li dijî qirêjbûna spartî dogmayên mezin, paşverûtî û serdestiya zilam lêhûr dibim. Ew, encax bi ronesansa jinê derbas bûye. Serfiraziya civaka demokratîk ya dawînî bi jinê ve gengaz e. Ji neolîtîk û vir ve gel û jinê ku li beramberê civaka çînî de asê mane, weke xûdana pêngava demokratîk ya rastîn hem tola xwe ji dîrokê hildide, hem jî xwe bi cihkirina çepê şaristaniya demokratîk ya bilindbûyî ve antîteza pêwîst diafirîne, bi rastî di çûna ber bi civaka wekhev û azad de hêza civakî ya herî saxlem pêk tîne. Li Rojhilata Navîn antîtezbûyîna demokratîkbûna civakê, wê zêdetir di saya jinê de û piştî wê jî di saya ciwaniyê de çêbibe. Şiyarbûna jinê, wek hêza pêşeng ya civakê, di sahneya dîrokî de cih girtina wê, di nirxa antîtezekî rastîn de ye. Cîhana jinê, zanedarî, wîjdanî, heskirin û parastina jinê, berendama afirandina nirxên şaristaniyî yên cewaz e. Ji ber karakterên şaristaniyan yên çînî, li ser bingeha serdestiya zilam pêş dikeve, ev yek dibe sedem ku jin ji vî alî ve jî jinê tîne merca antîtezekî xurt. Hem derbaskirina cewaziyên çînî yên civakan, hem jî bi dawî anîna serdestiya zilam, ji wêdetirê antîtezbûyînê, di nirxa senteza nû de ye. Her wiha di demokratîkbûna civaka Rojhilata Navîn de merca jinê ya pêşeng di çapê cîhanê de hem di merca antîtezê de (çavkaniya xwe ji Rojhilata Navînbûyînê digire) hem jî merca sentezê de taybetmendiyên dîrokî hildigire. Azadiya jinê di şêwegirtina şaristaniya nû de wê rola her terazîner (dengeleyici) û wekheviyane bilîze. Jina ku ji rûxîna civaka neolîtîk û vir ve ji civakê hatî birin, wê dûbare di mercên rêzdar, azadiyane û wekheviyane de cihê xwe bigire. Ji bo vê wê tevayî xebatên teorîk, bernameyî, rêxistinî û çalakiyî were kirin. Rastiya jinê, ji têgehên çîna proleter û netewa hatî perçiqandin ku demekî gelek qala wê hat kirin, mijarekî şênber (somût) û tê analîzkirin (tahlîlkirin) e mirov dikare bêje ku veguhertina civakê ya herî bingehîn, bi veguhertina ku wê jin pêk bîne ve diyar bibe. Jin çiqas wekhev û azad e, tevayî aliyê civakî jî ewqas wekhev û azad e. Weke payîdar di cihgirtina demokrasî û laîkiyê de rola demokratîkbûna jinê wê diyarker bibe. Li ser rastiya jinê ev bernameya kurt jî nîşa dike ku tevgerîna civaka nû wê di rengê jinê de rewşekî serekî bijî. Min xwest di nêzîkatiya jinê de hinek pêş ve biçim. Min xwest, ev her du mijar di berdewamiya dîrokê de bûye hestî rûxînim, taybetmendiyekî derxînim holê. Min xwest, ewên ku weke çînbûna herî kevin û kûr hatî perçiqandin, rastiyên xwe yên cins û cinsî ku weke çarenûs pejirandine û di bingeh de zêde ne cewaziya wê de ne, bê ku rêzdarî li tu rûbera (xemna) exlaqî û olî bigirin, derxînim holê, pêk bînim ku cinsên xwe ji serkeftina xweyîbûnê û azadiyê nekişînin, berevajiya vê yekê jî weke exlaqekî azad, zayendiyên xwe weke meta (mal ) bikar neynin. Lê ev fedekariya me ya mezin, di nava me û derveyî me de ji aliyê gelek jin û zilam ve hate xwestin li hemberî min bê karanîn. Ez ne di vê rewşê de bûm ku ez bitirsim. Neserkeftina jina azad û jiyana azad, min her tim weke kêmahiyekê mezin dît û li hember tepkî girt. Lê belê heta vê temenê xwe, di vê mijarê de bin neketinê, min derfetekî mezin ji bo xwe hesiband. Vê yekê weke mîras û kombûnekî mezin nirxandina we, bi taybetî jinên ku di îdîaya xwe ya azadiyê de jidil û hêzdar, min derfetekî mezin hesiband. Jin; xwediyê jiyanê, axê yê rastîn e. Divê em bi navê dildariyê, pêşiya tevkuştina giyan û fizîka jinê bigirin. Divê di jinê de namûs hebe, lê ev yek bi kêrê, bi kuştinê nabe. Min got wiha nayê jiyandin û bi hêza tehnbûna azadiyê ve min giranî da pirsgirêkê. Di bingeh de ez dixwazim di mijara jinê de romanek binivîsim. Ger derfet bibînim ezê binivîsînim. Hêza min qasî bi we re hevaltiya herî xurt bike jî heye. Û heta roja îro min dahûrandin, diyalog, axaftinên berfirehî jî kirin. Ne weke xwediyê we, weke hûnermendekî ji rawestîna fizîkekî xweşik, heya çîrûskbûna jîrayiya (zeka) we û bi dengê zimanê we, heta hûn bigihîjin asta tama herî şîrîn, min destkariya her tiştê we kir. Hûn mezin bûn, mezin hatin xwedîkirin, lê hûn xeşîm bûn. Jiyana bilanet û ezbeniyên we yên zilam li ber serê we bûn. Hûn ji dûrî tecrûbe û hostatiyê bûn ku li hemberî wan û li gel wan şerê cinsî ya mezin bidin. Bi vê êşê we xwe ji kendalan avêt. Di nav agir de we xwe şewitand, bi bombeyan we xwe parçe kir. Weke jin, bi navê mêrxasiyê her tiştî kir. Lê hûn tenê xwe bûn. Zilamtiya li hemberî we, nedixwest ji nêzîkatiya xwe ya qebe wêdetir, nêzîkatiyekî bi cureya din, dostanî û rêhevaltiya wekhevan ya mezin bîne bîra xwe. Pêwîst e ev mijarana hemû ji nû ve were dest girtin. Her nasnameya xwe dibînin, her ku azad dibin, ez bawerim hûn matmayî dimînin, kifşa cîhanekî nû dikin. Divê hûn xebatên xwe li ser bingeha Akademiya Azadiyê bi rêve bibin. Tiştekî ku cesaret û vîn nikare fetih bike nîne. Yên îdîa û hêrsa xwe heyîn vê yekê bi ser dixînin. A gûl pêl bi pêl belav bûye. Şoreşa jinê şoreşa gûl e. Ev yek eşkere bûye.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 647

PIRSGIRÊKA AZADIYÊ

Ji min tê û ez dikim bêjim ku azadî hema hema armanca gerdûnê ye. Min pirî caran ji xwe pirsiye bê ka gerdûn bi rastî jî li pey azadiyê digere. Binavkirina azadiyê tenê weke lêgerîneke kûr di nava civaka mirov de, ji min re her tim kêm xuya kiriye û ez wisa hizirî me ku teqez aliyekî wê yê pêwendîdar bi gerdûnê re heye. Dema em dubendiya livik-enerjî wekî kevirên bingehîn ên gerdûnê bihizirin, ez bêhtir difikirim ku enerjî tê wateya azadiyê. Ez bawer dikim ku livika daringî jî pakêtçeya enerjiyê ye ku bi awayê mehkûm e. Tîrêj awayekî enerjiyê ye. Ma dikare were înkarkirin ku tîrêj xwedî herikîneke çiqas azad e? Her wisa em tevlî watedarkirina kuantayan, weke awayên enerjiyê yên livika herî biçûk têne pênasekirin, weke bandora ku di roja me ya îro de hema hema tevahiya cîherengiyê rave dike, bibin. Belê, tevgera kuantûmî hêza afirîner a tevahiya cîherengiyê ye. Ez nikarim xwe jê bidim alî ku nebêjim ka ev e ew Xwedayê ku her tim lê tê gerîn. Her wisa dema ku tê gotin ku ser-gerdûnî jî heman weke di karaktereke kuantûmê de ye, dîsa heyecan tê min û ez dibêjim ‘dibe ku wisa be’. Dîsa, ez nikarim xwe jê bidim alî ku nebêjim ka ew afirîneriya ji derve ya Xweda, ji vê re tê gotin. Li gorî min girîng e ku mirov di mijara azadiyê de xweperest nebe û nekeve daxistkariya mirov. Ma perpitîna mezin a lawirek di qefesê de ya ji bo azadiyê dikare were înkarkirin? Dema ku strîna bilbil senfoniya herî bijarte li dû xwe dihêle, em dikarin vê rastiyê bi kîjan têgîn, ji bilî azadiyê, rave bikin? Eger em hîn pêşdetir biçin, ma hemû deng û rengên gerdûnê azadiyê nahînin bîra mirov? Hemû perpitînên jinan, weke yekemîn û dawîn koleyên herî bindest ên civaka mirov, dikare bi kîjan têgîn, ji bilî gerîna wan a li azadiyê, were ravekirin? Şirovekirina fîlozofên herî kûr, ji bo mînak Spînoza, azadî wekî hêza wate û xwe rizgarkirina ji nezaniyê, ma nayê heman wateyê? Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêdawî de bifetisînim. Her wisa ez naxwazim wê weke rewşa xwe ya ‘mahkûmiyeta’ zayî ji dayikê jî bînim ziman. Delîla wê ew e ku min ji bo bîranîna Prometheus nivîsandina helbestê, ku cûreyek gerîna li azadiyê ye jî, ji bilî çend hevokan, qet neceriband. Tê zanîn ku ew jî, ji bilî hêmayîtî, ti wateya wê nîn e. Lê, ma dikare were piştgokirin ku ez mezintirîn şopînerê wateya azadiyê me? Dema em azadiya civakî dikin pirsgirêk, vê destpêka me ya kurt ji bo wê yekê ye ku mirov di meseleya kûraniya mijarê de hişyarker bike. Pênaseya civakê, weke xwezaya ku kûraniya wê ya zekayê ya herî pêşketî ye, di mijara tehlîla azadiya de jî ronakker e. Qadên kûr ên zekayê, ew qad in ku ji azadiyê re hestiyar in. Gotina di cî de ye ku mirov bibêje ku her kîjan civak be, hêza zeka, çand û aqilê xwe çi qas kûr kiribe, xwe ewqas ji azadiyê re meyldar kiriye. Dîsa, ev bêje jî gotineke rast e ku civakek xwe çi qas ji van nirxên çandî, zeka û aqil bêpar hiştibe, yan jî ji wan bêpar hatibe hiştin, ewqas koletiyê dijî. Eger em sîstema şaristaniya navendî li ser bingeha pirsgirêka azadiyê binirxînin, em ê çavdêrî bikin ku bi koletiyek, ku herku çûye qatqatî bûye, hatiye barkirin. Koletî di sê rehendan de jî bi awayekî xurt tê jiyandin: Pêşî, koletiya bîrdozî tê avakirin. Avakirina ji mîtolojiyan Xwedayên tirsîner û serwer, bi taybetî di civaka Sumerê de, pir balkêş û têgihîner e. Qata jorîn a Zîguratê, weke ciyê Xwedayê ku li ser mejiyan zal e, tê hizirîn. Qatên ortê biryargehên rêveberiya siyasî ya keşîşan e. Qata herî binî jî weke qata xebatkarên zenaetkar û çandyar, ku ji her cûre hilberînê re têne bezandin, hatiye amadekirin. Ev modêl heya roja me ya îro di cewher de neguheriye, lê tenê gihîştiye rewşeke mezintirîn a vebûn û belavbûnê. Ev çîroka sîstema şaristaniya navendî ya pênc hezar salî, pevbestîna dîrokê ya herî nêzî rastiyê ye. Hîn rasttir, rastiyek e ku weke ampîrîk çavdêriya wê tê kirin. Tehlîlkirina Zîguratê tê wateya tehlîlkirina sîstema şaristaniya navendî; lewre tê wateya ku mirov sîstema cîhanê ya kapîlatlîst a roja me ya îro, li hîmê wê yê rasteqîn bide rûniştandin û wê tehlîl bike. Dema ku pêşketina berdewamî ya sermaye û desthilatî weke kumulatîv (danehev) rûyêkî madalyonê ye, lê  li rûyê din bi awayekî bixof koletî, birçîtî, hejarî û kerîbûn heye. Em baştir têdigihîjin bê ka pirsgirêka azadiyê çawa kûr bûye. Sîstematîka şaristaniya navendî, eger herku biçe bêparkirina civakê ji azadiyê û xistina wê  ya asta civaka kerî misoger neke, nikare xwe bide berdewamkirin û hebûna xwe biparêze. Çareseriya di mantiqê sîstemê de ew e ku zêdetir sermaye û emrazên desthilatiyê çêbike. Lê ev jî tê wateya zêdetir hejarbûn û kerîbûnê. Sedema ku pirsgirêka azadiyê ewqas pir mezin bûye û bûye pirsgirêka bingehîn a her serdeman, ji ber dubendiya di xwezaya sîstemê de ye. Mirov azadiyê weke pirbûn, cûrebûn û cewazbûna di gerdûnê de pênase bike, wê vê yekê di ravekirina exlaqê civakî de jî ji mirov re hêsayî çêbike. Pirbûn, cûrebûn û cewazbûn, bi rengekî sergirtî be jî, bi mirov dide hizirîn ku pêwîstî hebûneke her tim jîr heye ku di cewhera wan de bijareya xwe bike. Lêkolînên zanistî jî piştrast dikin ku zekayek heye ku riwekan arasteyî cîherengiyê dike. Heya niha ti destê fabrîqeyan ê derketî ji destê mirov, nekariye wan çêbûnên ku di şanika zîndewerek de hene pêk bîne. Belkî em bi qasî Hegel nikaribin qala zekaya gerdûnî (geist) bikin. Lê dîsa jî, nikare bi tevahî weke tewşikî were darizandin ku mirov bibêje di gerdûnê de hebûneke dirûvê zekayê heye. Em nikarin cewazbûnê, ji bilî hebûna zekayê, bi vegotineke cuda bînin ziman. Sedema ku pirbûn û ciyêbûn her tim azadiyê tînin bîra mirov, reng e ji ber çirûskên zekayê yên di bingehên wan de bin. Gengaz e ku mirov,  bi qasî ku tê zanîn, weke hebûna herî jîr a gerdûnê were pênasekirin. Ê baş e, ma mirov vê zekaya xwe çawa bidestxistiye? Min mirov di aliyê zanistî (fizîkî, biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk) de, weke kurtasiya dîroka gerdûnê jî pênase kiribû. Di vê pênaseyê de mirov weke daneheva zekaya gerdûnî tê pênasekirin. Ji ber vê sedemê ye jî ku di gelek bizavên felsefî de mirov weke maketek gerdûnê tê pêşkêşkirin. Pêwendiyên di navbera azadî û demokrasiyê de zêdetir girîft in. Herdem bi nakok e ka kîjan ji wan çavkaniya xwe ji kîjan digire. Lê em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku kûraniya herdu pêwendiyan jî hevdu xwedî dikin. Bi qasî ku em polîtîkaya civakê têkildarî azadiyê dihizirin, em dikarin wê bi demokrasiyê re jî têkildar bikin. Awayê herî şênber ê polîtîkaya civakî, siyaseta demokratîk e. Lewre siyaseta demokratîk dikare wekî hunerê rasteqîn ê azadbûnê jî were pênasekirin. Bêyî meşandina siyaseta demokratîk, gengaz nabe ku civak bi gelemperî û her gel û komcivak bi taybetî, ne bibin polîtîk û ne jî bi rêya polîtîkayê azad bibin. Siyasetên demokratîk dibistanên rasteqîn in ku têde azadî tê fêrbûyîn û jiyîn. Karên polîtîkayê çiqas subjeyên demokratîk biafirînin, siyaseta demokratîk jî ewqas civakê dike polîtîk, lewre wê azad dike. Eger em polîtîkbûnê weke awayê sereke yê azadbûnê bipejirînin, divê em zanibin ku herku em civakê bikin polîtîk, em ê karibin wê azad bikin; weke berevaj jî, herku em civakê azad bikin, em wê zêdetir dikin polîtîk. Bêgûman gelek qadên civakî di serî de çavkaniyên bîrdozî, hene ku azadî û polîtîkayê xwedî dikin. Lê di rastiyê de herdu çavkaniyên bingehîn ku hevdu dizayînin û xwedî dikin polîtîka û azadiya civakî ne. Pêwendiya wekhevî û azadî bi piranî tê têkelkirin. Lê di rastiyê de herî kêm bi qasî pêwendiyên wan bi demokrasiyê re, pêwendiyên di navbera herduyan de jî girîft û bi pirsgirêk in. Em dibînin ku wekheviya tam, bi beramberiya ku azadî carina berdêl bide, tê bidestxistin. Pirî caran tê gotin ku herdu nikarin bi hev re bin û pêwist e yek ji wana tawîz bide. Tê diyarkirin ku azadî jî carina pêwîst dike ku mirov, weke berdêl, ji wekheviyê tawîz bide. Ji bo ku pirsgirêk bi awayekî rast bê destnîşankirin, pêwîst e cudahiya di navbera xwezaya herdu têgîn, ango herdu rastiyan (fenomen) de were vegotin. Wekhevî bêhtir têgîneke huqûqî ye. Pêşbînî dike ku di navbera kes û komcivakan de cewazî neyê kirin û heman maf bêne parvekirin. Lê belê cewazî taybetmendiyeke bingehîn a hem gerdûnê ye û hem jî ya civakê ye. Cewazî têgîneke girtî ye ji parvekarina heman cûre mafan re. Wekhevî tenê dema ku cewaziyên esas bigire, dikare watedar bibe. Sedema herî girîng a ku feraseta Sosyalîst a wekhevî nekarî xwe rabigirta, ew bû ku cewaziyê neda ber çavan. Ev jî yek ji sedemên herî girîng a wê yekê ye ku dawî lê hat. Dadweriya rasteqîn dikare ancax di nava feraseteke wekhevî ya ku cewaziyan esas bigire de pêk were. Dema em destnîşan bikin ku azadî pir têkildarî têgîna cewazbûnê ye, tenê dema ku wekhevî bi cewazbûnê re were têkildarkirin, dikare pêwendiyeke wê ya watedar bi azadiyê re were danîn. Yek ji armancên polîtîkaya civakî ew e ku azadî û wekheviyê bi hev re têkildar bike. Bêyî ku em qala gotûbêjên li ser di navbera têgînên azadiya takekesî û kolektîv de bikin, em nikarin vê mijarê derbas bikin. Ravekarina pêwendiya di navbera herdu kategoriyan de, ku tê xwestin ku wekî azadiya erênî û neyînî jî were pênasekirin, hin jî girîngiya xwe diparêze. Modernîteya kapîtalîst ku azadiya takekesî (azadiya neyînî) rakiriye pêdarê, bêgûman vê yekê bi buhaya rûxandina mezin a kolektîvîteya civakê pêk anî. Pir girîng e mirov destnîşan bike ku azadiya takekesî di roja me ya îro de polîtîkaya civakî, herî kêm bi qasî diyardeya desthilatiyê, mezaxtiye. Pirsgirêka jiyanî ya gotûbêjên li ser azadiyê ew e ku rola xweperestî ya di rûxîneriya civakê de, bi taybetî rola wê ya di înkarkirina exlaq û polîtîkayê de were ronîkirin. Dema em bibêjin ku civaka ku bi xweperestiyê hatiye perçe (atomîze) kirin, li hemberî ti emrazên sermaye û desthilatî, hêza wê ya berxwedanê nemaye, em ê karibin rîska qansêrbûna pirsgirêka civakî baştir têbigihîjin. Destnîşankirina xweperestiya lîberal weke çavkaniya bingehîn a ku polîtîka û azadiya civakî dimezixîne, dibe ku ji pêngaveke watedar re zemîn pêşkêş bike. Bêgûman em li vê derê takekesiyê nakin mijara gotinê û em pêwistiya takekesiyê gotûbêj nakin. A ku tê gotûbêjkirin xweperestiya bîrdozî ye, ango lîberalîzm e, ku bi rêya îdealîzekirinê, polîtîka û azadiya civakê dimezixîne. Jixwe me azadiya kolektîv gotûbêj kir. Divê em bi girîngî diyar bikin ku azadiya rasteqîn ew e ku nasnameyên her cûre komcivakan (qebîle, qewm, netew, çîn, pîşe û wekî vana), bi qasî takekesî, werin destnîşankirin, berjewendiyên wan werin misogerkirin û ewlekariyên wan werin parastin; her wisa azadiya rasteqîn dikare li ser van bingehan wate werbigire. Dema ku azadiyên takekesî û kolektîv li ser van bingehan bi hevdu re hemaheng bibin, hingê em ê karibin qala pergaleke optîmal a serkeftî ya civaka azad bikin. Derketiye holê, ji ber ezmûnên sedsala 20. ku di navbera azadiya ku lîberalîzm di wateya xweperestî de ew rakiriye pêdarê û azadiya ku Sosyalîzma Pêkhatî bi navê kolektîvîzmê ew rakiriye pêdarê de, her çend weke cemserên dijber jî bêne pênasekirin, dirûviyeke tund heye. Herdu jî bijareyên lîberalîzmê ne. Dema em çavdêrî bikin ka wan lîstokên dewletperestî û arizîkirinê çawa ji aliyê heman dest ve têne pêkanîn, wê mijarên ku tên xwestin bêne gotin, çêtir werin têgihîştin. Piştî ceribandina modêlên sedsala 20. ên xweperestî (Lîberalîzma hov) û kolektîvîst (Sosyalîzma Fîrewnan), ku bûn sedema rûxanên mezin, bi têra xwe diyar bûye ku civaka demokratîk di warê hemahengkirina azadiyên takekesî û azadiyên kolektîv de zemînê herî berdar e. Mirov dikare diyar bike ku civaka demokratîk di aliyê hevsengkirina azadiyên takekesî û kolektîv de, her wisa di warê pêkhanîna feraseta wekheviya ku cewaziyan esas bigire de rejîma herî guncav a polîtîk a civakî ye.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 631

VEJÎNA NETEWÎ DIKARE WATEYA XWE YA HERÎ MEZIN DI VEJÎNA JINÊ DE BIBÎNE

Vejîna netewî dikare wateya xwe ya herî mezin di vejîna jinê de bibîne. Li gel şerekî gelek zehmet vejîna di kesayeta jinê de û tevlîbûna wê ya azad ji jiyanê re êdî gengaz dibe. Bi taybet di wan berpalênçiyan de, dinava wan derfetên azad de bi qasî girtina vê şansê ez di wê baweriyê de me ku şansê jiyaneke din a heyecanê bide nîne. Eger di jiyanê de asta rûmet û azadiyê tê hîs kirin ev wisa ye. Eger hûn dibêjin “azadî pir hêjaye, divê vîn û baweriya me hebe”wê demê pir bi sînor jî be hûn neçarin ku şansê azadiyê li ser bingehê nêzî mukemeliyetê binirxînin. Heta tenê di vir de ne tenê vejîna jinê û azadiya wê, hûn di rewşeke wisa dene ku mêrantiya di rewşeke hîn xiraptirdeye, bêwate û belaya seriyane jî verisînin û bixin rêka rast de. Keseke eleqeyeke xwe ya berz ji asta azadiya jiyanê re nînbe û xwe tevlî şerê mezin neke, dê nikaribe ti tiştekî ji rastiya Kurdistanê fêm bike. Ne dikare jiyane, ne şer, ne siyasete, ne jî rêxistinê fêm bike û ya herî xiraptir jî nikare ji bûyîna bela xwe rizgar bike. Ev herî zêde xwe di jinê de dide nîşan. Vegotina herî lanet a jiyanê, a herî rezîl, herî kirêt di têkiliyên jin-mêr de bejin dide; wendakirina welat, gel û azadiyê ji aliye dijmin ve herî zêde anîne asteke girêkakor, wekî wendakirina her tiştê mîna tinebûnek û bîreke bê binî dibe. Ji loma xebata li ser we tê meşandin bi qasî xebata ji bîra bê binî derxistinê ye, xebata çav û ruhê xwe ji azadiyê re vekirin, viya bi şêweyeke bi ked û rêxistinê ve girêdayî kirine. Ev heyecanê didin û girîng e. Tê zanîn ku nirxê viya demek dirêj nehate texdîr kirin, ji viya re pir bi awayeke cahîl nêzîkatî çêbûye, weke jin we heta nasnameya xwe jî rast nedaye naskirin û nehatine asta bûyîna vîn û zimanê nasnameya xwe. Meşeke bihestan dagirtî, kelegirî, ji bûyîna karîkatûrekî mêr wêdetir neçûye. Zanistiya azadiyê, rêxistina azadiyê rewşeke wisa hêsan were afirandin nîne. We bihezaran ceribandinên mîna viya jiyan kir. Roj roja şiyarbûnê, ji şiyarbûnê wêdetir ji rastiyan re di hêla jinê de mîsoger xwedî derketinê ye. Hun bi şêweyeke dîtir nikarin têbigîhin. Bi qasî azadiya gelê me, azadiya jinê jî pirsgirêkekî cidî ye. Ji bo azadiya gelê me binavê bîrdozî, siyaset, rêxistin û şervantiya wê me pêvajoyeke pir baş a şer jiya û hîna jî dijîn. Berfirehiya wê, bi awayeke hîn ziravtir û kûrtir em di şerê YAJK’ê de dijîn. Bi qandî bawerî bi pêwîstiya vî şerî anîn, bîrdoziya wê, rêxistina wê û şêwazê wê jî ferz e û em dihizirin ku bi awayeke mîsoger girîng e ku ev were afirandin. Em bi girîngî destnîşan dikin ku pêwîst e di vê mijarê de ew çarçoveya me xîz kiriye hîn baştir bikin malê xwe. Tê gotin ku jin kesayeteke kêm e. Ev kêmahî jî di jiyanê de kêm hiştinê, bê vînbûnê û hêza wê jêdera xwe digre. Niha demê bûhurandina vê kêmahiyê ye û bihêzbûnê ye. Di dîroka mirovahiyê de di qonaxa mirovbûnê a bi milyona salan domand de, jin demeke dirêj rol girtine. Jin ne di rewşeke kêm de ne, di rewşeke temamkardene. Ê kû di jiyan û civakbûnê de kêm e, mêr e. Lê niha rewşeke berovajî mijara gotinê ye. Jin heta radeya dawî kêm e, mêr jî xwe di navenda jiyanê de dibîne. Rêya bûhurandina viya şerê azadiyê ye. Herwiha di ferqa ku ka dê çawa tiştên jin wendakirine werin qezenckirinê de bûyîn û lê xwedî derketine. Eger hûn rola xwe ya di civakê de, hûn dê ji rewşa her timî tê dehfdan û xişikandinê, ji bêvînî û nasnameyîbûnê nikaribin rizgar bibin. Hûn dê baweriya xwe bi şereke watedar bînin û pêwîstiyên wî bikin. Me bûyereke pir dîrokî û bingehê wê yê jiyanê pir bihêz û herwiha ji bo jiyaneke azad ceribandinek kir. Hun dê vana derbixin zanabûnê. Di jinê de çarenûsî bikok bûye. Lê di bin wê da jî pêkhatina ev bisedan salane ew serweriya zayend a li gel serweriya çînî û netewî ve ku didome diçe heye. We di van mijaran tev de çi qasî zanistî bidestxist, we çi qasî karî şer bikin? Divê hûn viya ji xwe pirs bikin. Tiştek, heta şerê wê neyê dayîn, nayê jiyankirin. Eger hûn azadiyê dixwazin, hûn dê şerê wê yê zanistî di xwede bidin. Rêhevaltî ji hev re hêz dayîne, lê weke bingehîn jî hêz tevlî kirine, ji hêzê re hêz tevlî kirine, yan hevaltî ne her timî birin û hev tinekirine. Ji kuderê de lê were nêrîn bila were nêrîn, şiyarbûna jinê, vejîna wê, li nasnameya xwe ya resen û rast gerîn girîng e. Ev peywir li pêşiya we radiweste. Eger hûn ji vî peywirê re bizanistî, bibiryar û birêxistinî negihêjin, ji ti kesî, heta ji min jî pir zêde tiştek hêvî nekin. Ya rastîn bêyî ku hûn ketibin ferqa wê jî bendewariyên we hatine pêşwazî kirin. Em behsa şoreşeke jinê ya rast dikin. Dema ku em şoreşa jinê evqas bi dengeke bilind tînin ziman, him em li ser viya kûr dibin, him jî em parçeyekî vî şerî ne. Şoreşa jinê hîna nû derdixin zanabûnê û digihije rêxistina xwe. Divê di serî de ev rêxistin xwe bixwe baş û sexlem bike. Ev tenê bûyereke teknîk nîne. Rêxistinbûna jinê di bingeh de divê ji çarçoveya bîrdoziya jinê re guncav be. Ev tê çi wateyê? Ji pirsa dê çawa were jiyankirin re bersiveke pir berfireh dayîn, çi tişteke li pêşiya viya keleman çêdike tunekirin û şereke mezin bi berçav girtinê re xwe ji nû de afirandine. Em behsa pêşketina şoreşgereke wisa bi kok û radîkal dikin.  Pêşketina daxwazên me yên azadiyê, di vê mijarê de bi eleqe û pratîka serkeftî a hûn ji têgihiştin û şerê wê re bidin nîşandan ve bi rêje ye. Pêwîste hûn qîmeta şoreşa me tam mîna şoreşeke jinê, partiya me jî tam mîna partiyeke jinê texdîr bikin. Bizanabûna ku dibe ev cara yekeme ku di dîrokê de bi awayeke dorfireh li ser bingehê azadiyê di partiya me de çêbûye hûn partîbûnê hembêz bikin. Hûn mîna zarokan, ji her tişteke berovajiyê cewhera we dikeve bi bîrdoziya koletiyê hatine razandin. Ji bo ev were şikandin em dibêjin qutbûna ji mêr, qutbûna ji jiyana desthilatdariya mêr pêwîst e. Divê herkes bikare viya fêm bike. Ez jî bim, bi mêrekî re bûna yek wê encameke li dijî we (aleyhinize) derbixîne. Lê bi jina paşmayî re hevdîtin jî nabe. Di vê mijarê de pîvanên Rêbertî gelek girîng e, divê hûn bikarin li ser vana kûr bibin. Me cesaret da, divê hûn vê cesaretê li ser bingehên rast ji nûve ji bo avakirina kesayeta xwe hilbigrin. Bi qasî jineke çawa, pirsa mêreke çawa jî sotîner e. Divê hûn bersivên xwe yên dorfireh ji viya re pêşbixînin. Ev mafeke, di heman demî de wezîfeyekî jiyanê ye jî. Hûn neçarin ku pêşî li viya bigrin û disîplîna viya ya şidayî bidin pêkanîn. Ji ber ku hûn jin in, bi qasî zanabûna pir alî a jin bûnê, pêwîstî bi afirandina asta wê ya azadiyê û heta xweşîkbûnê jî heye. Taybetmendiyên ji sîstemê û malbatê hatine girtin taybetmendiyên belane. Me vana avêt û parçe kir. Lê em dê çi bêxin li dewsa viya? Herhal divê ev hindek jî karê webe. Bi disiplîn, heta di astekê mînak de hûn dê hêza xwe ya şer bidin rûniştandin. Nirx bidin welatparêziyê û rêhevaltiyê, hûn dê bibin bangawaziya şer û xwe di jiyanê de bi coş bikin, di vê mijarê de rista herî pêş dê bilîzin. Di vê wateyê de bi tevlîbûn ji welatparêziyê re û ji kesayeta rast û azad re heta ji mêr re jî bibin mînak. Hûn dê birêzdarî, heta di asteyeke mînak de hêza xwe ya şer bidin rûnişkandin. Qîmetê bidin welatparêziyê, nirxên partî û rêhevaltiyê, bibin vexwandina şer û xwe her timî bi coş bigrin, wê çaxê dê di vê mijarê de risteke herî mezin bilîzin. Bi qasî ku hûn birêzkar û binişmî bin (titiz) ewqasî jî kesayeta bi coş, bi vîn û ezwerû ji xwe kêm nekin. Ev tev di bin bersivên me ji şahadetên binirx ên jin re ye. Ew tev sembol û qehreman in. Ji ber ku di şahadetên dawî de ji bo radest nebin teqandina narîncokê di xwe de, divê weke qîmeta berxwedêriyeke bêsînor, serbixwebûnekî bêsînor û nehatina radestiyê were têgihiştin. Vana tevan  temsîl kirin heta radeya dawî girîng e.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 521

PÊŞXISTINA JINÊ, TOLHILDANA JI KOLETIYÊ YE

Şoreşger ji pirsgirêkan re bi qaliban nêzîk nabin. Ew dizanin bi şêweyên afrîner û bikaribe ber bi rizgariyê ve dibe re nêzîk bibin. Li gor min beriya her tiştî pêwîste azadiya zayendan were pêkanîn. Ez wekî zayendekî, xwe hindekî azad hîs dikim û şerekî min ê herî girîng jî ez xwe di asta azad de dihêlim. Gelo ma min bi vê yekê ve çi bi dest xist? Gel bi azadî, jin jî hindekî din bi wêrekî nêzikî min dibin. Ma gelo min ji bo gel got, bibêjin “Bijî Apo?” di carekê de her kesî li her cihî ev tişt got. Ma gelo ez jinê dikişînim gel xwe? Ger hûn balê lê bikişînin, di we rêhevalên jin de pêwendiyeke kûr bi pêş dikeve û ji ber vê pêwendiyê di dîroka Rojhilata Navîn de cara yekem evqas jin bêtirs li serê çiyan çekê digrin destên xwe. Me rê ji vê yekê re vekir. Gelo ma ez nebûma dikarîbûn gavan biavêjin? Misogere ku girêdana vê bi sererastkirina jiyana min ve heye. Ji ber ku min dev ji asta xwe ya azadiyê berneda, civak û jin ber bi azadiyê ve diçin. Hûnê hindekî bizanibin ku vê lêkolîn bikin. Rewşa azadiyê çi ye? Jin ji bo çi ber bi wê ve diçe? Ger mirov balê lê bikişîne, bûyera hezkirinê bi pêş dikeve, hûnê hindekî dakevin çavkaniya vê yekê. Ev hezkirin çawa bi pêş dikeve? Pêwendiyên min hene, pêwîste ez ji bo gel berfireh bihizirim. Misoger bi sebreke mezin û rik li ser xebatan bim. Ji bo we jinan jî her dem ji bo cihekî diyar şer bikim, ji bo asta azad û têkiliyên azad şerekî bidim. Gelekî li pêş çave ku min bi hêzeke kişandinê ya mezin ve jin kişandiye azadiyê. Gihiştina hindek encaman çêbû. Hindek pêşketin derketin holê. Bibînin ku rewşa min, rewşeke ku hindekî kar dike ye. Ez nabêjim, tiştê ku ez dibêjim misoger rast in û yekcar van qebûl bikin. Lê belê hindekî lêkolînkirinê bizanibin. Herî kêm ger hûn girêdanê baş çêbikin, hûnê bikaribin mifteya afsûnî ku digihê asta azadiyê bi dest bixin. Ev li gor min mifteyeke herî xwedî binirx e. Ev yek ji bo nîqaşê jî vekiriye. Ez di vê mijarê de dixwazim gelekî wêrek tevbigerim, her kesekî gotiye jin û bi ser de çûye. Nazim Hîkmet jî gotiye, “Jina me ye, di sifra me de piştî gayê zer xwedî cih e” û bi ser de çûye. Ji hizirandina zarokeke xemilandî heta bi gelek taswiran diçe. Di encam de weke topeke di bin lingan de diçe û tê, heta dawiyê rewşeke xirab derketiye holê. Jinê di rûmet û şerefê de, di beşa duyem de cihê xwe girtiye. Gotina wê zêde nayê guhdarkirin, zêde cidî nayê girtin. Di pêvajoyên biryarên civakî û siyasî de cihê wê weke mirov tûne hesab e. Ewqasî kêm e. Di mijarên leşkerî de jixwe cihê wê tineye. Di malbatê de jî cihê wê weke hatiye diyarkirin, “piştî gayê zer” tê. Eziyet û mineta dinyayê tê kişandin. Lê belê vê rewşê bi vî rengî qebûlkirin û ji vê re jî gotina rûmet li gor min heqareta herî mezin e ku li mirovan were kirin . Li dijderketina min ya her cureyê têkilî û zewacan ku dibe encamên bi vî rengî heta çanda wê ji ber vê yekê ye. Ger hûn lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê rêgezê me. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi teybat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, “navê te birêz rêgez e?” min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin, “em cara yekemîn, li rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike.” Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girê bidim. Lê belê doza civaka mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka Kurd ya bêziman, kesayeta Kurd a ku hezar caran tine bûye ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîste ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne. Hûn dijmin bin jî vê yekê rast binirxînin. Bi wî rengî ye ku serokê artêşa Tirkan jî min rast dinirxîne. Ji kesayetên ku nedikarîn nefesa xwe bistînin û ji siya xwe ditirsiyan, afirandina vê rewşê gelekî girîng e. Heta ev yek tê wateya her tiştî, jiyan bi xwe ye. Pêwîste mirov rêgezê vê jiyanê bizanibe. Hemû jin, gelekî binirx dîtin şopa hêza kesekî bihêz e. Ev yek me ji bo we vekirî diyar kir. Ez ne li pey avakirina ast û herêma bûm û hîn jî di asta xizmetkarekî de me. Ez ji bo we xizmetê dikim. Ez zilaman herî kêm bi qasî we nas dikim, azweriyên we avahiya we ji bo vê yekê gelekî vekiriye. Hûn di nava lewaziyan de ne. Wê ewî hûn bikarbianiya heta dawiya temenê xwe û we dê jiyaneke aloz bidomanda. Gelo ma ev yek tiştekî gelekî xweşik e? Gelo wê wendakirinên we yên mezin çênebûya? Berî her tiştî ma gelo mêrxasiya we, kesayeta we bêyî ku pêş bikeve ji dest nediçû. Gelo tiştên ku hatine wendakirin, qet nebûn? Van tiştan nîqaş bikin. Dibe ku zilam baş jî nêzî we bibe, we baş biparêze, gelekî hez jî bike, we kêfxweş jî bike lê belê gelo ma bi rastî jî kêfxweşî ev e? Wêneyê malbatên kêfxweş ên bi vî rengî têne çêkirin, gelo ma bi rastî jî wiha ye? Hûn dema li civakê temaşe dikin wiha nebûna wê bi çavtirsandî pêşwazî dikin û dibînin. Gelo ma di têkiliyeke bi vî rengî de aramiya keçeke ciwan çi qasî tê parastin? Rêzdayîn û nirxdayîna wê çiqasî çêdibe? Li derûdora xwe ya herî nêzîk temaşe bikin, gelo çiqasî rûmeta we heye? Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cûre çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî têdigihên. Ev nêzîkbûneke gelekî erzane û wan îflah nake. Dîsa jî hilbijartin a we ye. Tiştê ku ez dixwazim bikim, bikaribim derfetên hilbijartinê jêhatiya ecibandin û hilbijartinê biafirînim. Ji ber ku xwe pêşkêşkirina min a ji bo we, ne di encamê ketîbûnekê de ye. Di rastiyê de dixwazim vê yekê bi we bidim hîskirin. Ev mirovê hûn ji xwe re weke Rêber dizanin jî, di mijara jinê de pêwîste bi we re weke evîndarekî mijûl bibe, ewqasî xizmet bike. Ji bo azadiyê jî wêneyeke ewqasî vekirî çêbike ku hûn xwe nexapînin. Pêwîste hûn bibêjin ger Rêberek jî wiha dike, mirovên li hemberî me gelo dê çawa bike? Hûnê bibêjin ku Rêberek evqasî serdeste û bihêz e, wiha nêzikî me dibe, tuyê ji bo çi nêzîkbûneke wiha nîşanî me nedî? Pêwîste mirov vê di we de bîne rewşeke xwestekê. Ev jî her ku biçe bigihê asta tekoşînê. Ev şerê we yê azadiyê ye. Hûn dizanin ku ev nêzîkbûneke gelekî bihosteyî ye. Gelo em wiha nekin, ma em dikarin biqasî milîmekî gavan bidin avêtin? Gelo ma di vî karî de kesên xwedî nêzîkbûnên azad in, weke we derbikevin? Ger hûn bibêjin, “di rastiyê de heta vê derê ye, pêwîstiya me bi hilbijartina azad nîne, ya ku em biecibînin me ecibandiye.” Li jiyana xwe temaşe bikin, hûn dê bibînin ku ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî hûn kêm in, di nava xeletiyan de ne. Misoger pêwîstiya we bi veguherînê heye. Hûn dizanin ku nêzîkbûneke bi vî rengî çiqasî pêwîst e, diyare ku hûnê ji nêzîkbûneke wiha encamên herî girîng derbixin. Ev tişt eşkere derdikeve holê. We ji bo çi xwe xiste vê rewşê? Min ji bo çi xwe xiste bin xizmeta we, ma ev yek pêwîst bû? Ez van pirsan ji we dipirsim. Ji ber ez şoreşger im. Di destepêkê de min ti caran nekire pirsgirêk û li ser pirsgirêkan ez bi caran rawestiyam. Di hizirandinê de û di helwestan de jî gelekî şaşitî hebûn, bêyî bipirsim bi ser we de hatim. Hindekan ev yek weke ferzkirin fêm kirin, bi we re ez dem bi dem axivîm, li gor min dibe ku keçeke me, jineke me îro bibe perçeyekî welat. Di rastiyê de ev yek hindekî rast e jî. Di rastiya jinê de, rastiya me ya civakî û netewî hîn jî dijî. Zilam jî ji ber nokeriyê, xerîbûnê, ji ber ku xwe rojê çil caran li ber dijmin tewandiye tine bûye. Ji ber vê sedemê ew nikare nirxên netewî zêde temsîl bike. Jin çiqasî paş de be jî -jina Botanê Kurdê beriya çar hezar salan temsîl dike- zêde ber bi bişaftinê ve neçûye. Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hûn bipirsin “em kesên bêhinpêketî û tinebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî mezin in?” lê divê welatparêzek jî pêwîste wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çiqasî hûn layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di ku dera vê de ye? Jinê evqasî ji dîrokê, welat û ji çandê qut bigre dest piştre jî bibêje, canê min û malê min, bi ser de biçe. Bêrêzî û ferzkirina herî mezin di vir de ye. Têkilî û azadiya zayendî ku xwe dispêre vê, gelo çend qirûş qîmeta wê heye? Azweriya te şiyar bûye û te hembêz kiriye. Ev tişt dibe rêgeza koletiyê, rêgeza lawiriyê heta dibe xerîbiyê û dagirkeriyê. Di vir de rêxistinbûyîn û çalakî nîne. Vaye feraseta gundîtiyê ya rastiya têkiliya zayendî ya kor ku bi şev û rojê li rastê ye. Ma ev azadiye yan ev namus e? Ez ji karkirinê aciz nabim, çawa ku ez di zaroktiya xwe de bi coşa hevaltiyê tevdigeriyam, hîna jî wiha me. Di hizir û jiyana min de kesayet xistina pîrek, an jî zilamkirina sexte nîne. Ez di jiyana xwe de cih nadim van tiştan. Ev yek bi min gelekî kirêt tê. Hevjînî tiştekî xirab nîne, lê belê gelo hevjînî çawa pêş dikeve? Ev yek ji bo min hîn jî pirsgirêkeke şer e. Şer û mijûlbûna mezin dema ku ber bi vê yekê ve diçe girîng e. Ji bo hindekan riya ku diçe hezkirinê weke av vexwarinê ye. Lê belê ev tiştekî gelek zehmet e. Li gel me riya ku diçe hezkirinê vekirî hiştin bi şerekî dijwar ve gengaz e. Hûn di têkiliyan de gelekî zehmetiyê dikişînin. Baweriya we ya bi xwe gelekî lewaz e. Pêwîste mirov wêrek be. Di vî alî de ger hûn bixwazin, ez dikarim xebatên jinê bê sînor bikim. Ez bawer dikim ku min hindekî tekoşîna jinê di teoriyê de û di pratîkê de wateya wê ya rêxistinî çi ye, fêm kiriye û ez vê yekê dikarim bimeşînim. Lê belê rewşa sabotekirina vê xebatê heye, di vê mijarê de hûn bi xwe dikevine nava kêmasiyan. Ev jî min dide hizirandin û dihelê ku ez tedbîran bigrim. Ger baş were temaşekirin, ev nêzîkbûn hetanî dawiyê zanistî ne û ji bo azadiyê bangawazî ye. Pêwîste mirov bi jinê ewle be, pêwîste mirov him jê bawer bike ku bi wê re jiyan dê hîna baştir were pêşxistin him jî pêwîste mirov di nava hewldanên wê yên taybet de be. Pêwîst nake ku keçik xwe bikin nava zehmetiyan, em zêde tiştan ji wan naxwazin. Pêwîst nake ku hûn bikevine nava hewildanên weke “em bibezine şer, çekê hilgirin, bibezine çiyê û yan jî pêwîst e ez xwe bipeyitînim” jî. Pêwîst nake hûn xwe biqasî hin azweriyan girêdayî hîs bikin. Pêwîst nake ku hûn xwe bi zincîrên koletiyê ve jî girêdayî hîs bikin. Ez jî di nav de li hemberî we ti sazî û kes ne li hemberî zayenda we, ne jî zayendîbûna we, dikarin bibin xwedî bandorekî ferzkirinê. Hûn dikarin hetanî dawiyê azad nêz bibin. Pêwîste ku jêhatiyeke we ya hilbijartinê hebe. Pêwîst e ku hûn bikaribin xweşikbûnê bibînin. Heta hûn wê bikin malê xwe. Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Di Kurdan de “jîn” him tê wateya jiyanê û him jî tê ya jinê. Ev penaseyeke gelekî rast e, lê belê gelo ma ev ketiye çi rewşê? Li gel me jiyan jehr e, stirî ye, di nava birînan de ye, belayeke ku bi navê wê dikevine nava her cureyê bênamûsiyan. Jin jî di vê jiyanê de zayenda herî zêde hatiye katalîzorkirin û wiha jî tê bikaranîn. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinê jî bila serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de em kûr bûn. Ez hizirîm ku dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng hatin pêkanîn. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî. Di hemû rabûnên gel de xebatên me bandorên diyarker pêk tîne. Ew jinên ku berxwedaniyên mezin kirin û çûn şehadetên mezin, me ew afirandin. Ew berhemên van xebatan in. Hindek xayin derketin, lê belê beşeke mezin ketine rewşa qehremanan. Pêwîste ez Bêrîvana ku li Cizîrê cara yekê şêhîd ket bi bîrbînim. Dibistana seretayî qedandibû û ji bo li zarokên malbatê binêre çûbû Ewrûpayê. Di nava me de jî bû perçeyeke azadiyê û derket. Di rastiyê de ev pêşketin, hebûna netewekî û rûmeta jinê ne.    

Ayrıntılar
Görüntüleme: 647

MIN ÎXANET LI XEYALÊN XWE YÊN ZAROKATIYÊ NEKIR!-BEŞA-2

RÊBER APO Kesayeta min çima bi hêsanî têk naçe? Ez him di pergalên lêyîstika zarokan de û şeran de, him jî piştî wê dema min dest bi dibistanê kir, ez têk nediçûm. Hetanî zanîngehê jî ez her dem berbiçavê mamosteyên xwe bûm. Nêzîkatiya min pratîka perwerde û xwendevaniyê re awarte bû. Gelek ji wan mamosteyan îro dijîn. Pesin û nêzîkatiyên wan ên ji min re; hemû xwendevan di nava hesûdiyê de û di bin bandora min de hiştin. Rêbertiyeke min a xwezayî hebû. Di perwerdeyê de, di fêrbûna ABC yê de, pir rişt, rêzdar û baldar bûm. Di dibistana seretayî de meleyekî baş bûm. Min xwe dabû olê û min gelekî jî nimêj dikir. Bêguman ez demekê ponijiya bûm. Min di xala meletiya gund de cih girt û ez dikarim bibêjim ku di asteke pêş de bû. Dibe ku şensê min hindekî jî ji ber taybetmendiyên malbatê bûn. Bavekî ku xwe zêde saz nekiriye, pîvanên xwe pêk nayne, dîsa dayikeke ku xwe weke têyî xwastin serdest nekiriye, dîsa di hawirdora bira û xwişkên ku xwe pêşnexistine de, ez derfeta gav avêtinê bi dest dixim. Di nava malbatê de şerê rêbertiyê min wisa bêeman bi rê ve bir. Di hundirê wê de bi hezaran bûyer û şer hene. Niha ev şerê ku ez bi Komara Tirkiyê re didim meşandin hîna wê demê pir bi dijwarî min da meşandin. Wê demê gelek gotin û çarîneyên ku dayika min ji min re gotibûn hene. Şêwaza xebata min didît. Hîna tê bîra min, digot “evdal ma tu kes weke te dixebite”. Cewaziya min dizanibû. Komeke piçûk a me xwendevanan hebû. Li derûdora deh kesan bû. Min dixwast ez wan bibim dibistanê. Ez dikarim bibêjim ku min gelekî baş perwerde kirin. Min bi hemûyan nimêj dida kirin. Em diçûn dibistanê curn hebûn. Dema baran dibariya hindek av tê de kom dibûn, min bi hemûyan destav dida girtin. Hema li dûv min rêz dibûn û nimêj dikirin. Di vê wateyê de min gelekî meletî kir. Di dibistana seretayî de û bi xwe bixwe min kir. Qonaxeke girîng a rêxistinkirinê bû. Bi xwe bixwe re meletî kirin girîng e ma ne wisa? Yanî li gor gundê xwe weke zarokekî oldar û baş di temeneke zû de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi hêsanî nikare hilde ser milên xwe. Min dixwast ez dibistanê li ber dilê koma xwe ya xwendevan xweş bikim. Min ABC bi wan dida hînkirin. Ev hewla ku min bêyî bihayê tiştekî dikir, diya min weke evdaliyê dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; “bêyî ku tu berdêlekê bistînî çima tu deh-panzdeh zarokên gundiyan perwerde dikî.” Kî rast bû, tu kesî weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku wê demê xwe derxistiye pêş ve jî, hewla perwerdekirina mirovan e. Di aliyê din de zarokekî ku li gor xwe nagihê, diyare ku ez berbi ciwanmêriyê ve diçim. Wê demê bi vî tiştî hesiyan: ev zarok wê nebe zarokekî normal ê malbatê. Hîna wê demê dayika min ji min re digot tu nikarî malbatekê saz bikî. Wiha rexne dikir, “tu kes keça xwe nade te, karek nadin te”. Diviya ku ew jî rast bûya. Ji ber ku diyardeyên ji min, çavkaniyên min, eşkere derdixist holê ku ez dê bi tendûrist nebim weke zarokekî ku ew dixwazin. Tê bîra min wê demê wisa li derûdora min zarok hebûn. Piştre ew hemû çûn radestî pergalê bûn. Kesên ku ji bo xwendinê ez bi wan re bûm alîkar, yên ku min bixwe fêrî xwendinê kirin, çavên wan her dem li pergalê bû. Dixwastin bibin mamoste yan jî wisa çavên xwe berdabûn pergala malbatê û pergala dewletê. Di saziya ol de, di saziya dibistanê de, piştî wê di saziyên îdeolojîk û polîtîk de serê min her bi bela û ez her di rewşa lêgerîna tiştên ku min dıxwast de bûm. Bi bingeh ez pê ve girêdayî bûm, lê nedîtina min a xwasteka xwe, ez birim pirs û encama çawaniya pêkanîna tiştê herî baş. Tu kes weke min ne bi mamosteyên xwe ve ne jî bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Hemû mamosteyên min, min nas dikin. Min dizanîbûye ku ez hezkirinên hemûyan bi dest bixim. Ev gotin nînin, peyitîn hene. Û ji her beşê mamoste hebûn. Hevalên min jî wisa bûn. Yên ku ji beriya 20-30 salî ez nasdikirim niha hemû dostên min in. Tirk jî wisa ne. Hemû hevalên min (belkî niha hindek ji wan di qonaxên dewletê de bûn.) min weke dost bi bîr tînin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ji bo girêdana hevaltiyê di min de hewldaneke mezin hebû. Lê rexmî vê min got divê hemû werin têperandin. Têperandina mamosteyê xwe bûyereke zehmet bû. Ji hevalên xwe re bûyîna rêber jî zehmet e. Bicerbînin çiqas zehmet e hûn jî dê bibînin. Rexmî her tiştî bêyî ku tu wan bişkînî, bêyî ku tu wan nerihet biêşînî... ji ber ku têperandina wan belkî jî wan biêşîne. Têperandina kesekî gelekî zor e. Lê heke pir erênî were têperandin dilxweş dibe. Tu dibî mamosteyê mamosteyê xwe, ev yek wî/ê dilxweş dike. Tu dibî rêberê hevalê xwe ev yek jî wî/ê dilxweş dike. Dîsan yekemîn hevalê min ê zaroktiyê gundê Hesen Bîndal hebû, gundê Cîbînê. Gundekî Tirkan bû û malbatên wan hîna jî me bixêr bi bîr tînin. Ji bo rojekê min vexwînin malên xwe gelekî eleqe nîşan didan. Wisa nêzîkatiyeke min ê rêzdar hebû. Niha em tevgereke mezin ê êrîşê ne, şehitîneke mezin rêxistin dikin, lê misoger wisa rewşeke bêqisur a rêzgirtinê jî hebû. Hîna jî ez di cihê nivî de radiwestim. Nayê payîn ku ez bi hêsanî werim têperandin û vala werim derxistin. Em hîna mijûl dibin. Yanî ez dîn jî bibim ez pêşiya vî karî û pêşiya we bernadim. Yê ku ji heft saliya xwe ve xwe bi vî karî ve girêdaye dikare bi hêsanî dev jê berde? Tê bîra min mamosteyê min ji bo ez bi yekî re werim kortê ez rakiribûm ji piyan. Ez bawer im Hesen Bîndal bû. Min pir şerm dikir min digot, “ez nikarim bi vî hevalî re werim kortê”. Ew hindekî din bi hêz bû. Ez di hunera kortvaniyê de lewaz bûm. lê ev hest hîna di bîra min de ye: ma ez rabim an ranebim? Di vê mijarê de bi rojan, bi mehan min dudilî jiyan kir. Dema ez rabûm jî me nekarî em ji hev bibin. Ji bo min rewşa herî zêde min bi ser xistî, di ev rewşa wekheviyê de mayîn bû. Ji bo min rabûna kortê rexmî ku gelekî zehmet bû, bi zehmetî rewşa wekhevmayînê afirandin gelekî girîng e. Êdî min dilê xwe li ser wê bingehê amade kir. Wekhev mayîn. Heke ez dê nikarim jê bibim jî, nepejirandina têkçûyîneke bingehîn. Di her qada jiyanê de ez wisa me, di fêrbûyînê de jî ez wisa me. Dema min dixwast ez ji refê derbas bibim, fêmkirin çiqas lewaz dibe bila bibe, heke gengaz be xala herî baş wergirtin, lê pir kêm ketina bin pêncan şêwaza min bû. Pir kêm sê yan jî çar hebûn. Bi qandî pêçiyên destekî hebûn an jî tunebûn. Û di tevahî jiyana min de wisa bû: Di revê de, di meşê de, di mijûlbûna her tiştî de. Li lîseyê, di dibistana navîn de, wisa gelek nêzîkatiyên balkêş, gelek pêvçûn û hemû jî bi hilkehilk bûn. Heke ez nebim nabe, ez têk biçim qet nabe. Ev herdu hest. Bêyî ku ez xwe ji karekî re amade bikim, ez nakevim nav. Der barê hêz gihiştandinê de taybetmendiyê pîvanê ye. Di bingeh de ez ne kortvanekî xort im, lê bi rabûnê re hema ketin zêde li gor min nîn e. Di hemû lîstokan de ez wisa me. Yên ku min dikarîn ez bi dest bixim, jixwe min bidest dixistin, ên din jî wekhevî bû. Ez bawerim min pir kêm di lîstikan de wenda kir. Ev taybetmendiyeke derûnî û takekesî bû. Şêwaza min pir balkêş bû. Dema min nimêja xwe ya destpêkê kir meleyê gund (ez bawer im 1984’an de mir) digot, “Heke tu bi vê lezê bidomînî tuyê bifirî. Tu yê bibî ewliya û bifirî”. Nimêja min a destpêkê bi meleyê gund vê nirxandinê dide kirin. Esas ez zêde ji duayan fêm nakim, lê bi kemanî ez dişopînim. Şêwaza min a şopandinê, der barê min de mele dibe vê darezînê. Weke vê gelek ezmûneyên min ên jiyanê hene. Ketina ji hemûyan re cidiye, bi wate ye û wisa birina encamê heye. Dawiya Beşê

Ayrıntılar
Görüntüleme: 531

Sayfa 2 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • ZÎHNIYET

  • PIRSGIRÊKA JINÊ ÇARESERKIRIN Û QEZENCKIRINA SERKEFTINÊ YE

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere