• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. RÊBER APO

MIROV DIKARE ENCAMÊN MEZIN JÊ DERBIXE

Rêber Apo

Pir eşkere li holêye ku her kêlîkê nêzîkatiyên min çawa bilind dibin.

Min xwe da destpêkirin, min raber kir û didome.

Çiqas bêçare, çiqas bêkes, çiqas bêderfetî, çiqas serê xwe li rast û çepê didim, çiqas li erdê û asîman dimêyzînim, çiqas li guran-çûkan, maran-mişkan temaşe dikim, çiqas li hewayê, avê hemû tiştên li xwezayê peyda ne, çi tiştên li civakê peyda ne temaşe dikim û dixwazim çareseriyekê peyda bikim.

Rêz ev e.

Fetihkirina jiyanê, fetihkirina şer, fetihkirina mirov û çi pêwîst dike bi wî re xwe fetihkirin.

We dît, ez çi ji xwe dikim?

Niha tirsa artêşa dijmin mezin e. Me çawa rê li ber wêrekiya nava me vekir? Bi hêzê me ev yek kir. Me ev yek bi kar kir.

Yên qehr dibin bila qehr bin, ên dijîn bila bijîn.

Em naxwazin bila tu kes wisa bi hêsanî wenda bike. Berovajiyê vê yekê em ji dijmin re jî dibêjin. Qet nebe dijmingeriya xwe li gor zagonên şer bike, evqas pêwîstî bi dînbûna şerê taybet nîne. Wî hemû dînokiyên mezin ên şer kirin, hemû zagonên babistinî yên dîroka şer bin pêkirin. Navê şerekî weke şerekî pir qirêj di dîrokê de nivîsandin. Bêguman em jî neçar man ku em aliyê şer ê pîroz kûr bikin.

Ev şerê ku em dimeşînin pîroz e. Belkî jî yek ji şerên herî pîroz e. Ev jî bû malê dîrokê.

Lewra em aştîgerên pir xwezayî ne. Em jîyanê bi aştiyê pênase dikin. Jiyan aştî ye. Ez bawerim ku em îfadeya herî bijarte ya vê yekê ne. Misogere ku ez vê yekê temsîl dikim. Lê were li vê sosretê temaşe bike ku li ser aştiya jînê wisa bi şerê taybet azîneyên gemarî hatine bikaranîn ku, yekî weke min newêrekê zorê jî neçar dimîne serî li zorê bide.

Hîna gundiyên me dibêjin. "mirovekî wisa ye ku moriyekê naêşîne." Rast e. Ne tenê moriyekê, ez ditirsim parçeyeke giha jî bişkînim. Lê kîjan demê min dît ku pêşiya jînê bi tevahî hate girtin, pêşiya daxwaziyan hate astengkirin û pêşiya berzbûnê hate birîn, wê demê min xwast ez gelekî biaxivim û gelekî nîqaş bikim. Min dît ev yek jî wisa hêsan nîne. Ji zû ve pêşiya vê yekê jî hatiye girtin û min dît ku hêzeke zorê li ser tê pêkanîn. Dîsa rexmî ku ez qet ne amadebûm, rexmî ku ez bi qandî kesên din wêrek û fedakâr nebûm, ez eşkere diyar dikim ku min ev yek dît.

Divê şêwaza min a jiyanê baş were berhevkirin. Ev yek tê wê wateyê ku, bi jiyan û aştiyeke mezin ve kesê xwedî îdia, israr, bêxiyanetiya ji jînê re, bi şêwaza fermana pergalê nepêşwazî kirina jiyanê, berxwedana li hember pergalê, dîsa serî netewandina li hember koledariyê ve û kesê dixwaze jînê bi aştî û azadiyê ve bimeşîne, misoger divê vê hunerê bidomîne.

Ez pêwîstiya mayina tendurist tînim ser ziman. Ji kesên xwedî birîn re dibêjim ku divê mirov şanaz bimîne. Ji kesên xwedî şanaziyên gemarî re, yên di bin lingan de hatine perçiqandin re dibêjim. Ne girîng e ku ev yek ji rêveberên şerê taybet re derbeye yan na. Ev şêwaza min e. Ez ev im. Bi ihtimaleke mezin jî ezê wisa bi encam bibim.

Tu niyeteke me ya wisa jî nîne ku ez nûçeyeke xerîb weke ewleyiya serkeftinê û misogeriya serkeftina gel bidim. Di vê mijarê de jî şêwaza min şêwaza serkeftinê ye. Divê ne kes ji bo nepêkhatina xeyalên min, min rexne bike û ne jî divê tu kes nirxandinên li ser paşvemayîna serkeftinê bike. Ji bo serkeftin destpêk û dawî ye. Tenê her kêlîkê serkeftin li ser hev dicive, di hindek serdeman de weke pêngavekê derdikeve. Her rojeke min, her keliyêk min xelekeke serkeftinê ye. Di min de şikestina xelekan nîne. Tu rojekê bi paş ve namîne. Ev şêwaza xwe rêxistinkirina kesekî ye. Ger ev îro hêviyê diafrîne, ger misoger vegeriyaye hêviya serkeftinê, ew mafê gel e. Ez xwe têkilî vê nakim. Ez xeyalên hêviyê yên taybet belav nakim. Ji tu kesî re jî derveyî şêwaza xwe hêviya serkeftinê pêş nabînim. Heta wisa xwe dayîna baweriyên serkeftinê zêde guncaw nabînim. Rastiya serkeftina min ev e.

Jiyana min e, şêwaza min e, tempoya min e, uslubê min e û di her cihî de derbasdar e.

Mezinahiya min di ku derê de ye?

Ev çil sal in li dûv çareseriya nakokiyanim û hindekî jî çareser dikim. Min dijminê esas tespît kiriye. Bêguman, ji bo naskirina dijmin peyv tunebû. Îro bi zanistiyeke qandî deryayê me gihandiye rewşeke bênefes. Kemalîzm bênefes hate hiştin. Hemû îdeolojiyên paşverû bênefes hatine hiştin. Heta bêpolîtîka hatine hiştin. Min çima kir. Min xwe ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve daye û min kir. Emê artêşa wan jî bênefes bihêlin.

Erê bi tena serê xwe min hemû pêvajo hildan ser milên xwe. Min hetanî vê derê anî. Îro ew zilamê ku bi evqas derfet jî nikaribe xwe bi pêş bixe mafê wî ji tu tiştî re nîne. Û ez jî wî nasnakim. Ez ev im. Ez xwe li dij dijmin wisa amade dikim û wisa didim şerkirin.

Her çawa be jî mirov dikare xwe biafrîne û her dem pêşveçûnên mezin avabike. Ger mirov wisa jî temaşe neke nabe. Rexmî ku xwedî gelekî pirsgirêk e, rexmî ku me pirsgirêkên herî bingeh xistine rojevê li ser van neponijîn, xwediyên pirsgirêkan dixe rewşeke xirab û qonaxeke hesab dayînê. Bi salan e ji bo di ev karê dayîna hesab de ez gelekî hesas nêz bûm. Jixwe di Kurdistanê de cara yekem em rêxistineke bi vî awayî pêk tînin. Ji bo neketina kêmaniyan bi qandî sebreke mezin, em zirav dihunin û şidyayî didurin. Ji ber ku ez kêm zêde dizanim ku ka ez bi kelûpeleke çawa re rû bi rû me. Di vê mijarê de divê mirov zêde dilpak nebe.

Gelo ma hun vê yekê çawa fêm dikin?

Ji bo xwe, erê bi rastî jî ne bi gotinan, di pêkanînê de jî ez li ser tu sudeke wisa nahizirim. Lê ji bo serkeftina nirxên bingehîn, ez şervanekî gelekî dijwar im. Ez pir vekirî bibêjim, li derûdora min nirx dicivin. Lê baldar bin, ez dibêjim ku divê ev tenê weke nirxên azadiyê, rizgariyê, netewiyê û yên hevpar werin fêmkirin. Tu mafê min li ser min jî nîne.

Carna ez ji xwe re dibêjim "ey Apo", tu mirovek î. Her çibe jî roja me weke pêwistiyeke mafê mirovan xwedî wate ye. Vaye weke pêwîstiyeke mafê mirovan wisa bi tenduristî, wisa tu jî bibe xwedî jiyaneke taybet a tê pejirîn. Ez bi xwe ji mafên herî bingeh ên mirovan bêpar im. Mafê min ê gerê nîne, rast û dirûst mafê min ê ku ez pêwistiyên xwe yên kesî pêk bînim nîne. Çima? ji ber ku divê xebateke leşkerî be. Niha ez ji xwe re zêde derfeta karê taybet nadim. Ez neçarim li hember xwe jî pir sotîner bim. Ji ber ku ger bibêjim mafê takekesî; dê mafê giştî û mafê gel zerarê bibîne. Dê şer zerarê bibîne.

Eşkere ye, maf ne, ez dibêjim peywir heye û peywireke esas e. Naxwe ger ez jî bixwazim xewkirineke rihet bikim, hindekî bêhna xwe berdim. Niha derfetên min ji hemû kesên Kurdistanê zêdetir in. Ger bala we li ser be kesekî herî azad tevbigere hebe ew jî ez im. Lê rexmî vê yekê rewşa min ev e. Çima?

Ji bo ku tu di şerî heyî de têk neçî divê tu wisa tevbigerî.

Di temenê herî ciwan de min xwe wenda nekir,

Ji bo her kesî ez gelekî dihizirim.

Bi demjimêran li rûyên wan dinihêrim, bêyî ku eciz bibim diaxivim, vêdibêjim. Bêguman ez zindî dikim, hilrakirina hişmendiyê ye. Hilrakirina dil e.

Vaye bezên min ên di zaroktiyê de hene, wisa bi peroşmendî. Di pêvajoyên dawiyê de jî bezîn, dîtin, ji nû ve lêgerîn, ji nû ve armanc diyar bike û her roj bibeze. Misoger dubarekirin jî nîne, têrbûn jî nîne. Ka ji mîtroyekê ve dest pê dikin, santîm bi santîm bilind dikin. Rekor li ser rekorê ye. Li gor xwe ez bend hîna bilind dikim, hilbiavêje ha hilbiavêje, bi peroşmeniyeke mezin.

Bêguman cihana şoreşger wisa ye.

Pir balkêş e! Esas ezê ji vê re bibêjim tolhildan, ev paşnav çima li me kirin? Sosret dimînim. Ev taybetmendî çawa di me de hebû? Û misoger gotine û bi me ve kirine. Ji ew fermanberê nifusê re ku ev yek dîtiye bijî! Erê rewşeke tolgeriyê ya hewlnak heye. Di 1920'an de çawa tespîtkirin ku ezê ji van tiştên pêkhatî hemûyan tolê bigrim? Di pirtûka Îsmet Îmset de tiştekî balkêş tê gotin: fermanberekî nifusê hatiye. Qaşo kalikê min Şêx Sêîd bi dar ve kirine. Bêguman ne kalikê min e, lê wisa dinivîse. Wê demê gotine em paşnavê wan bikin tolhildan. Balkêş, tolhildan? Kemalîstan bi xwe ev lê kirine. Nakokiyeke balkêş e.

Eşkerekirina dijmin gaveke girîng e. Ew xayinên kevin in, xafilên kevin in. Ev dijmin, dijminê hezarê salan e. Di kavilê berxan de xwe mîna guran raber dike. Ji lawiran xirabtir e, lê bi pîvanên hemdem mirovan dibîne. Destpêkê me eşkere kir, karê eşkerekirinê dibe ku hindekî din were berfirehkirin. Lê ji bo kesên ku dixwazin şer bikin ev yek bes e. Bêguman ev yek têr nake. Yek jî divê ya hatiye eşkerekirin were dîtin.

Tê zanîn ku, bi şidandina kulmên di tariyê de dijmin nayê lêdan.

Min ev dijmin çawa anî vê rewşê? Divê misoger were zanîn. Bi şêwaza min a razana di kozikê de ve girêdayî ye. Di şêwaza meşê de bi bênefesmayîna min re têkîldar e. Divê were zanîn û lêgerînkirin ku ka çawa ez li Rojhilatanavîn jiyame. Divê hemû pêwendiyên min werin hînbûn, bi taybetî pêwendiyên bingehîn. Ya bingeh, pêwendiyeke çiya ya pir pêwîst, têkîliyeke dostaneyî, têkîliyeke çekê, divê ev bi tevahî werin girtin û berfireh werin nirxandin.

Mirov dikare encamên mezin derbixe.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 649

Zimanê Kurdî Tevkujiyekê Dijî

‘‘Divê em xebatên zimanê Kurdî bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin.’’

Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî riya navîn esas digre. Li gor min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çi qas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.

Ez eşkere bibêjim: nivîskarekî herî jîr ê di zimanê Kurdî de şareza, çi qas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendewanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e. Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.

Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihên. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngeriyê ev yek xirabtir kiriye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.

Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi Îngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê Tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, emê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çarçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe.

Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çarçoveyê de bin.

Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijul bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka emê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, giyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.

Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin Tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê Kurdî gelekî rewnaq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye.

Mişextiya sê mîlyon Kurdan, ma ne nîjadkujiye, lê çi ye? Bi dehan mîratên dîrokî yên ku di bin bendavan de mane, çanda me ne, lê di bin avê de tên hiştin. Ev meseleya bendavan jî pêkanîneke bi zanebûn a tevkujiya çandê ye. Tevkujiya çandî ji ya fîzîkî xirabtir e. Mînak, Cihû bi ber tevkujiya fîzîkî ketin, lê ji ber ku aliyên xwe yên entelektuelî bihêz girtin, ji ber ku di vî alî de gelekî xebitîn, karîbûn çanda xwe biparêzin. Dîsa di herêmê de hebûneke zêde ya leşkerî mijara gotinê ye, ev yek jî şêwazeke dagirkeriya leşkerî ye. Îro statuya Kurdên li Tirkiyê ev e. Ev statuya ku ji Kurdan re rewa tê dîtin, ne di nava feraseta olî de xwedî cih e, ne jî di rastiya biratiyê de hiltê.

Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ez hindekî jî ji ber vê rastiyê li dij malbatê û têkîliyên heyî yên jin-zilam im. Ez nefretê ji vê şêwaza têkîliyê dikim.

 Ji aliyê min ve feraseta sosyalîzma reel û dewleta netew hatiye têperîn. Ez li şûna vê pêşniyara netewa demokratîk dikim. Di ferasetê de her kes dikare bi nasnameya xwe ve azad bijî. Jinûve zayîn û parastina van çandan zirarê nayne. Ji ber ku çand û nasname nikarin werin tunekirin. Rojava vê yekê fêm kiriye. Bi vê boneyê li Rojava girîngiya ji kêmnîjadan re tê dayîn, esas ji ber têgihiştina şaşiya bi îdeolojiya dewleta netew ve tunekirin û çewisandina çand û nasnameyan e. Ji ber vê yekê ev çand ji nû ve zindî dibin. Mesela îro tê xwestin ku li Îngîlistanê çanda Keltan ji nû ve zindî bikin. Ev tiştekî baş e. Divê li Tirkiyê jî Laz Laziya xwe, Kurd Kurdiya xwe, Gurcî Gurcîtiya xwe, Tirk Tirkiya xwe û hwd. her kes bikaribe bi azadî çanda xwe bijî. Ev çand dewlemendî ne. Lê divê hemû xwedî girêdayîneke hevpar bin. Ne şerte ku mirov ji vê re bibêje nasnameya jor, mirov dikare bibêje nasnameya giştî jî. Ev yek jî dikare bi feraseta neteweke demokratîk, bi makezagoneke demokratîk û pergaleke hiquqî ya pirçandî ve pêkan be. Ya em jî dixwazim ev e. Divê ev yek pir baş were fêmkirin.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 355

Serberjêriya Dîrokekî

Rêber APO Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Ji lewra bi kurtî be jî divê em kurtedîroka koletiya jinê bihûnin û li ser rawestin. Naxwe em ê nikaribin baş li malbat û mêr yanî ji aliyekî din ve li dewlet û civakê serwext bibin. Ji ber ku me di beşê berê de hewl dabû jinê tarîf bikin, ez ê dubare nekim. Lê dîsa jî em ji bîr nekin ku di hin nirxandinan de jin di nava civakê de ji aliyê biyolojîk ve wek cinseke kêm û bi qusûr tê dîtin, ev bi temamî îdeolojîk e,-hûnandineke fikrî ya mêrê serwer e- divê ev nirxandin ji nedîtî ve neyê. Ji ber ku bi awayekî ilmî jî îspat bûye ku jin wek hebûneke biyolojîk û civakî hînê bi qabîliyet e. Navenda çanda malbat-dayikê Rojhilata Navîn e. Li gorî agahiyên ilmî yên di dest de hene, ev çand B.Z. ji salên 15000’an pêve diberide û pêş dikeve. Li qûntarên hundur ên rêzeçiyayên Toros-Zagros hebûna heywan û nebatan, ji bo kedîkirin û malbatê derfet û îmkan didin. Ax û bahewaya herêmê, celebên tene û hubûbat, heywanên mîna pez û bizinan di vê pêvajoyê de rol dilîzin. Di jiyaneke bi cihbûyî de jin hînê bi hêsayî dikare zarokan bîne û mezin bike. Tevî jiyaneke bi cihbûyî, rewşeke baş a bahewayê, nebat û heywan, derfetên bingehîn ên jiyaneke malbatî diafirînin. Gelek darên mêwan û celebên nebatan ji bo xwarinê hene. Kedîkirina pezkoviyan û bizinê, bi xwe re hewcebûna bi hirî, şîr û goşt tedarik dike. Dar û nebatên bi ber têne danîn û ev yek hatinê qat bi qat zêde û dewlemend dike. Êdî heywan yekser nayên kuştin û serjêkirin, têne kedîkirin û xwedîkirin. Bi vî awayî ji şîr, hirî û goştê wan sûd tê wergirtin û bîra rojên tunebûn û xelayê tê kirin. Ji bo jin-dayik bi zarokên li dora xwe nîzameke malbatê deyne, di her du mijaran de jî xwedî tecrûbe ye. Derketina ji şikeftê, kedîkirina heywanan, danîna dar, pel û pincaran, avakirina xaniyan, dibe ku tiştekî sivik xuya bike, lê di dîrokê de bi qasî derketina mirov a heyvê gavavêtineke girîng û mezin e. Holikên têne danîn bi hêsayî gundan pêk tînin. Li gelek herêmên Kurdistana îro -li Amed Erxeniyê li Çayonu, li Batmanê li Çemê Xalan, li Ûrfayê li Newala Çolê û li Gobeklîtepe, Bradostiyan, Hekkarî Max- B.Z. di salên 11000 de pir bi xurtî bermahiyên vê çandê tên dîtin. Li tu devera dinyayê mîna vê çandê kevn a bi cihbûyî nayê dîtin. Li vê derê gelek fîgur û peykerên piçûk ên jinê hatine peydakirin. Ev yek jî xurtbûna çanda malbat-dayikê îfade dike. Her wisa mirov dikare di zimanên herêmî de daçekên mê jî mînak nîşan bide. Di roja me ya îro de jî jin hînê di heman waran de hosta ye û ev yek mijarê piştrast dike. Çavkaniyên Sumeran jî nîşan didin ku wexta yekemîn sîte bajêr tên avakirin jî ev çand bi tesîr e û hebûna xwe bi xurtî dewam dike. Mîtolojiya li dora xwedawend Înanna -xwedawenda Ûrûkê- hatiye hûnandin gelek tiştan hîn dike. Nemaze li dijî hilkişîna mêr a serweriyê, berxwedana jinê, hezar qat li têkoşîna femînîstên îro ye. Jin bi xurtî li dijî xweda Enkî -di Sumeran de fîgurê mêr ê pederşahiyê temsîl dike - diqîre ku jin xwediyê çi şaristaniyê ye. Bi zimanekî helbestwarî destnîşan dike ku ew xwediyê 104 “me”yan e; Enkî bi hîleyan jê dizîne û divê wan paş ve bidiyê. Ev vegotina mîtolojîk ku diçe BZ 3000 salan, rola jinê ya di şaristaniya Sumeran de pir bi balkêşî nîşan dide. Her wisa Înanna wek kok bi xwedawenda çiyê Nînhûrsagê ve tê girêdan. Nînhûrsag ji aliyê etîmolojîk ve - Nîn=xwedawend, kur=çiya, sag=herêm - tê maneya xwedawenda herêma çiyayî. Li Mezopotamya Jêr dema çiya tê gotin Zagros û rêzeçiyayên pêve tên hişê mirovan. Wê wextê ev nîşan dide ku çanda xwedawendiyê ji herêmên çiyayî daketiye xwarê. B.Z. di navbera salên 4000 û 2000’î de wek navenda şaristaniyê çanda jin-dayikê li Sumeran hînê bi tesîr e. Bi mêr re di heman weznê de ye. Di hemû belgeyên wê demê de ev giranî xwe nîşan dide. Perestgehên xwedawendan zêde hene. Li dora jinê hînê çandeke şermê û fediyê nehatiye deribandin. Nexasma têkiliyên zayendî wek karekî îlahî tê ziman. Ne şerm û fedî, ji çîroka herî erotîktir vegotinên wêjeyî hene. Her çalakî û tevgera di warê van têkiliyan de wek nirxandina jiyanê, mane û qîmeteke bedew dibîne. Kêşeriya jinê wek balkêşî û hurmeteke awarte maneyê dibîne. Di jiyana pişt re ya dij-şoreş de hînê jî bi tu awayî şerm li jinê nayê kirin. Timî pesnê bedena jinê tê dayîn. Merasîmên zewacê her çend hatibin berovajîkirin jî - çalakiya kirêtkirinê ya mêr - ji wê demê mane. Di destanên Memê Alan, Mem û Zîn û Derwêşê Evdî de ku li Kurdistanê hînê têne gotin, ev rewşa xurt a jinê tê îfadekirin. Mirov dikare yekemîn orjînên van destanan bigihîne BZ 4000 salan. Di hûnandina mîtolojîk a Înanna de hem şivan-mêr û hem jî cotkar-mêr wek alîkaran xuya dikin. Şivan Dûmûzî -ev têgîn yekemîn orjîna mezinbûna mêr e- û cotkar Enkûmdî, li hemberî xwedawend Înannayê di warê hurmet û dilsoziyê de li ber hev didin. Ji bo bibin alîkarê wê yê sereke, tu tiştek namîne ku nakin. Pir bi eşkere Înanna hînê pêşengiyê dike. Mêr wek şivan û cotkar ji serweriyê hînê dûr e. Em di destaneke din a navdar a Sumeran de di Destana Babîlan (Ennûma Elîş) de dibînin ku rewş berovajî ye. Mêrê ku bi awayekî awarte hêz bi dest xistiye xweda Mardûk û dayika ji hêzketî Tîamat dualîteyeke dîrokî ne; pir tiştan hîn dikin. Jin-dayik, xwedawend-dayik bi awayekî xeternak tê reşkirin û kirasê şermê lê tê kirin. Ji bo jinê bêfazîlet, bêkêr û xeternak nîşan bidin, qalibên mîtolojîk pir bi dijwarî têne tengavkirin. Em dibînin B.Z. ji salên 2000’an pêve ev çand belav dibe. Di statuya civakî de li dijî jinê guhertineke mezin heye. Serweriya civaka bavikanî êdî di wê hêzê de ye ku dikare xwe bike destanwarî. Her tiştê derbarê mêr de tê mezinkirin û qehremankirin, her tiştê bi jinê ve eleqeder piçûk tê xistin, şerm lê tê kirin û tê bêqîmetkirin. Di dîrokê de bi vî awayî yekem car di warê cinsî de şikestinek dibe ku bandoreke mezin li ser civakê dike. Em ji bo vê guhertina di warê jinê de li Rojhilata Navîn dikarin bibêjin yekemîn şikestina mezin a cinsî ya dij-şoreşê. Em dibêjin li dij şoreşê. Ji ber ku bandoreke erênî ji bo pêşketinê li civakê nake. Berovajî, serweriya hişk û tund a bavikanî li ser civakê ferz dike, jinê li derve dihêle û dike jiyan xizan bimîne. Di şûna civaka cot deng de, rê li ber civaka fer a mêran vekirî ye. Li Rojhilata Navîn bi vê şikestinê re belkî jî di warê serberjêr çûyînê de gava yekemîn tê avêtin. Encamên wê her ku çûne hînê reştir bûne. Êdî civakeke yekalî ya bi çanda mêraniyê pêk tê. Mejiyê jinê yê hisî ku demekê harîqa diafirandin û heta dawiyê însanî û geş bû, wenda dibe û di şûnê de mejiyê analîtîk ê radestî dogmatîzmê bûye; ji xwezayê qut bûye; şer mîna fazîletekê dihesibîne; ji xwînrijandinê zewq digire; her danûstendina kêfî li ser mêrê kole û jinê heq dibîne; cih digire. Ev mejî yan jî celebê ramanê berovajî mejiyê jinê ye. Ji ber ku di navenda mejiyê jinê de xwezaya zindî û hilberandineke însanî heye. Piştî ku di civakê de mejiyê analîtîk ê mêr dibe serwer, di afirandinê de paşketineke cidî tê dîtin. B.Z. di navbera salên 6000 û 4000’an de -serdema jin-dayikê- gelek vedîtin hene, lê B.Z. ji salên 2000’î ve pir hejmareke hindik îcad û vedîtin xuya dikin. Li cem vê yekê, çanda şer-desthilatê têra xwe belav dibe, fetih mîna pîşeyekî mezin -pîşeyê kralan- tê hesibandin û amûrên bingehîn ê dewletan dibe fetih û zevtkirin. Bi kurtî li derve hiştina jinê û hurmet nîşandana ji bo otorîteya mêrê fatîh û şerker bi hev re pêş ketine. Saziya dewletê mîna vedîtineke mêr dibe xwedî mane, şerên bi armanca talan û xenîmetê jî dibin mîna şêwazekî debar û hilberandinê. Di şûna bandora hilberandina jinê ya li ser civakê, bandora xenîmet û şerê mêran li ser civakê de cih digire. Di navbera dîlketina jinê û çanda civaka şerker de têkiliyeke nêz heye. Şer hilnaberîne, desteser dike, talan dike. Her çend rola zorê di hin şertên xweser de - ji bo pêşî vekirina li azadiyê û dijderketina li dagirkerî û mêtingeriyê - ji bo pêşketina civakî diyarker be jî bi piranî rola wê neyînî ye û hilweşînker e. Çanda tundiyê ya daweriviye hinavê civakê jî bi şeran xwe xwedî dike. Di navbera dewletan de şûrê şer, di nava malbatê de destê mêr tîmsala serweriyê ye. Hem civaka jor, hem jî civaka jêr di nav diranên şûr û dest de ne. Timî pesnê çanda tehekumê tê dayîn. Kesayetên herî mezin bi xwînrijandinên neheq serbilind dibin û wek fezîletekê dizanin. Nemaze qralên Babîl û Asûran bi serê mirovan beden avakirin û dîwar lêkirin ji şan û şerefê dihesibînin. Terora dewletê û çanda tundiya civakî ya di roja me ya îro de jî ku pir zêde heye, çavkaniya wê ev çand e, ku em destnîşan dikin.  

Ayrıntılar
Görüntüleme: 341

Di Bûyera Yekxwedayî de Şikestina Jinê Ket Qonaxa Duyem

Rêber APO

Di dîroka olên yek xwedayî de duyemîn şikestina mezin a çanda cinsî li dora jinê pêş dikeve. Şikestina di serdema mîtolojîk de vê carê wek qanûn dibe emrê xwedê. Kiryarên derbarê jinê de êdî bi fermanên pîroz ên xwedê ve tên girêdan. Fîgurê têkiliya di navbera Sara, Hacer û Hz. Îbrahîm de nîşan dide ku ola nû serweriya mêr erê dike. Serweriya bavikanî baş bi cih dibe. Cariyetî dibe sazî. Zewaca bi pir jinan re tê erêkirin. Têkiliya hişk a Hz. Mûsa bi xuşka wî Marîam re dide nîşan ku para jinê ya di mîrasê de tê rakirin. Civaka Hz. Mûsa bi tevahî civakeke mêran e. Ji bo jinan tu wezîfe nayê dayîn. Jixwe şerê bi Marîam re jî bi vê sedemê ye. Vegotina “bila jin bi destê xwe yên di hevîr de têkilî karê mêran nebe” ji wê rojê maye.

Di şaristaniya Rojhilata Navîn de li navenda hemû çareseriyên pirsgirêkan pirsa jinê heye. Emê vê carê bûyerên dîrokî dubare nekin û ji bo dema pêş wê slogana me vê carê welê be; sêyemîn şikestina cinsî ya mezin li gorî mêr nebe. Heta di nava civakê de wekheviya cinsiyetê pêk neyê, tu daxwaza wekhevî û azadiyê wate û cih nabîne. Ji bo demokratîkbûyîneke mayînde û berfireh dîsa azadiya jinê hêmana bingehîn e. Ev sîstema jin kiriye mîna mal û mulkekî, neksa wê jî dîsa pirsgirêka jinê ye. Demekê dihat gotin çîna karker, îro divê şûna vê gotinê nifşê jinê cih bigire. Beriya çînayetiyê divê nifşê jinê were çareser kirin ku mirov karibe netewiyet û çînayetiyê jî baş fêm û çareser bike. Eger ji ser jinê his û îradeyên koleker ên mîna zilam, bav, evîndar, bira, dost û hwd. rabin wê azadiyeke rastîn a jinê mimkun bibe. Evîna herî baş mulkiyetbûneke herî xeter e. Eger jin hemû berhemên serweriya mêr afirandine wek raman, ol, zanist û qalibên hunerî hûrûkûr di moxila rexneyan re derbas neke, wê nasnameya jinê dernekeve holê. Beriya her tiştî divê jin bibe ya xwe, êdî nebe mulk. Jina bûye mal û mulk wê nehêle mêrekî baş û bi fazîlet jî çêbe. Bi jinek bi vî rengî re rabûn û rûniştin li pêşiya mêrê azad jî asteng e. Jinek ev çend piçûk hatibe xistin, berovajî maneya xwe mêrekî piçûk ketiye.

B.Z. di dawî û beriya salên 1000’î de em dibînin ku bi Kraliyeta Îbraniyan a Dawûd û Silêman re, êdî çanda haremtiyê berfireh dibe. Jinan ji hev re dikin xelat. Pêvajoyeke nû dest pê dike ku tê de deng û hilma jinê nîn e. Tesarufa li ser jinê tu cudahiya xwe ji ya li ser malekî nîn e. Ev rewşa di dewleta ola nû de xwe di nav malbatê de jî nîşan dide. Jina di bin serweriya çanda dewleta olî û bavikanî de, mimkun nîne behsa rola wê were kirin. Jina herî baş ew e, ya herî zêde bi mêrê xwe û bi serweriya bavikanî re li hev dike. Di reşkirina jinê de ol jî tê bikaranîn. Beriya her tiştî, Ew (Hewa) Adem ji rê derdixîne û dibe sedem ji bihuştê were qewitandin. Ji lewra ew yekemîn jina gunehkar e. Lîlîta serî ji xwedayê Adem re -fîgurê bavikantiyê- natewîne, şeytan esas dibîne -fîgurê mirovê ebdiyetê red dike û serî tewandina (secdekirin) ji bo Adem qebûl nake- û pê re hevaltiyê dike. Reşkirina mîtolojîk mînak tê girtin û bi awayekî olî dewam dike. Di serdema Sumeran de îdîaya jin ji parsûyê mêran hatiye afirandin di Pirtûka Pîroz de jî cih digire. Di nav pêxemberan de ku hejmara wan digihîje hezaran, yek jin tune. Cinsîtiya jinê wek guneh tê nirxandin; timî tê reşkirin; piçûk tê dîtin û bi vî awayî dibe mîna prensîbeke toreyî. Jina di civakên Sumer û Misriyan de xwedî cihekî payeberz bû, êdî objeyeke şermê, guneh û ji rê derxistinê ye.

Em tên serdema Hz. Îsa, fîgura Meryemê derdikeve pêşberî me. Her çend dayika xwedayê kur be jî tu têkiliya wê bi xwedatiyê re nîne. Di şûna xwedawend-dayikê de dayikeke bêdeng û timî çavşil maye. Ketina jinê dewam dike. Xweda -mêrê serwerî jinê- pifî Meryemê dike û Meryem jê ducanî dibe. Ev têgîn têra xwe nakok in. Di xirîstiyaniyê de baweriya sê-alî ya Bav-Kur-Ruhê Pîroz di cewherê xwe de sentezeke olên pir xwedayî û yek xwedayî îfade dike. Di vê serdemê de baweriyên genostîk -xwedêzan- û paganîstîk -pûtperest- bi awayekî zêde belavbûyî, têkiliya xwe bi Xirîstiyaniyê re heye; bi baweriya hişk a yek xwedayî ya Îbraniyan re têkoşîneke dijwar dikin. Di encamê de ev her sê meyl û ekol li hev dikin. Di dema Hz. Mûhammed de jî sê meylên bi vî rengî hene û wek olekî bi encam dibe. Ya herî balkêş, Meryema diviyabû wek xwedawendekê bihata dîtin, mîna amûrekî Ruhê Pîroz xuya dike. Ev rastî pir eşkere nîşan dide ku xwedayetiyê tam rengê mêrtiyê wergirtiye. Di serdema Sumer û Misriyan de xweda û xwedawend hema hema wek hevdu ne. Di serdema Babîlan de jî hînê dengê xwedawenda dayik gur derdikeve.

Ya bi Hz. Îsa û Meryem pêk tê ev e, jin êdî bi çavên şil pîrekeke bêdeng e û dayikeke sernerm e. Ew êdî hîç behsa xwedayetiyê nake. Nexasim li mala xwe li ber zarokên -xwedayên kur- xwe yên kur e, ku êdî qîmetek wan heye. Ji kebanîbûna malê zêdetir tu rola wê di nava civakê de namîne. Qada gelemperiyê bi tevahî li jinê tê girtin. Di Xirîstiyaniyê de mijara ezîzeyan -jinên bakîre- rewşa jinê ya dixwaze xwe ji gunehên mezin xilas bike nîşan dide. Ango xwe vekişandina quncikê ye. Ev pêvajoya sulûk û xwe vekişandina quncikê bi sînor be jî rê li ber pêşketinên erênî vedike. Bi hindikî be jî ezîzetî xilasbûna ji têgînên cinsî û şermê îfade dike. Sedemên wê yên madî û manewî xurt in, ji bo vê sulûkê ji dojeha li malê çêtir bibîne. Guman nîn e ku piratîkeke dîrokî ye. Bi awayekî din mirov dikare bibêje di dîrokê de yekemîn partiya jinên xizan e. Pir bi melûlî be jî çanda xwedawendan a li perestgehan di keşîşxaneyan de geş û zindî dike.

Kiryarên ezîzeyan cihekî wan ê girîng di dîroka şaristaniya Ewrûpayê de heye. Zewaca bi yek jinê re bi giranî çavkaniya xwe piratîka ezîzeyan e. Her çend jin di şertên herî zor û zehmet de, wek keçkaniya xwe jintiya xwe çavkaniya xeterê hesibandibe jî dîsa di payeberzbûna jinê de roleke xwe ya girîng heye. Aliyê neyênî jî ew e ku di şaristaniya Ewrûpayê de wek nerazîbûnek li dij zewaca Katolîk -hîç bernedana jinê- heye ku rê li ber metabûna cinsî ya jinê vedike. Bêguman bi saya kapîtalîzma mezin dibe.

Statuya nû ya jin bi Îslamiyet û Hz. Mihemed bi dest dixe, her çend ji çanda bavikanî ya qebîleyên çolê çêtir be jî di cewherê xwe de çanda Îbraniyan esas wergirtiye. Statuya jinê ya baş şiklê xwe girtî di dema Dawûd û Silêman de çi be, di dema Hz. Mihemed de jî heman tişt e. Dîsa pir zewacên bi armanca siyasî û jiyaneke tê de zêde bi cariye, rewa tê qebûlkirin. Her çend zewac bi çar jinan hatibe bi sînorkirin jî cewher naguhere. Têgihîştina dibêje; “Jin zeviyên we ne, hûn çawa bixwazin hûn dikarin bajon” baş nîşan dide ku jina bûye milk nimûne tê girtin. Têgihîştina Hz. Mihemed li evînê jî balkêş e. Di temenê xwe yê pêncî salî de bi Eyşeya neh salî re evînê dijî û ev eleqeya wî ya zêde ji bo jinê eşkere dike. Timî pesnê jina xwe ya yekemîn Xetîceyê dide û ev jî qîmet dana wî ya jinê nîşan dide. Bi giştî li hemberî jinê bi hestiyarî tevdigere. Lê saziya heremtî û cariyetî ya li pey xwe dihêle ji aliyê tebeqeyên dewletê yên pişt re tên, pir xirab tên bikaranîn.

Hz. Eyşe, ji ber ku piştî wefata Hz. Mihemed tevlî şerê desthilatê yê navbera xelîfeyan dibe wenda dike. Wê qîmeta jinê bi êşeke mezin hîn bibe û bibêje; “Ya Rebî, li şûna ku te ez jin bianiyama dinyayê, te ez wek kevirekî bianiyama çêtir bû.” Hînê di têkiliya Mûsa-Marîam de kişif dibe ku li desthilatê cih ji jinê re nîn e. Li serdema navîn li Rojhilata Navîn a feodal di statuya jinê de tu pêşketineke erênî nîn e. Qalibên dîrokî li ser kar in. Ji têkiliya eşqê ya di navbera Leyla û Mecnûn de tê sembolîzekirin, tu encameke bi xêr dernakeve. Di feodalîzmê de ji eşqê re cih nîn e. Jinê li malbata di bin pêşbaziya dewleta bavikanî de pêvajoyeke pir bê şexsiyet dijî. Bi awayekî mutleq dîla daxwazên xwediyên desthilatê ye. Bi temamî dibe amûreke di xurtkirina desthilatan de rol dilîze. Bi giştî ji civakê tê mucered kirin. Di şert û mercên koçberiyê de hînê jî şopên jiyana komîn a seretayî hene û ev yek hurmetekê dide jinê. Lê jina di bajaran de tam koletiyeke kûr dijî.

Her ku diçe zehmet dibe, ji bo cihê jinê yê di bin tehekum û nîzama mulkiyetê de were tarîfkirin. Di roja me ya îro de jin wek encameke hezarê salan, mîna berateyekê dijî. Ji rê derxistina sîstema kapîtalîzmê hînê baş nehatiye dîtin. Jin li civaka Rojhilata Navîn objeyeke di navenda paşverûtiyê de cih digire. Mêrê Rojhilata Navîn ê têkçûyî hemû heyfa xwe ji jinê hiltîne. Li derve çiqas heqaret lê werin kirin, bi zanebûn an jî xweber berdêla vê yekê hemûyî ji jinê distîne. Mêrê ku nikare civaka xwe biparêze û rêya çareseriyê nabîne, hemû hêrs û tundiya xwe mîna dînekî di nav malê de li ser serê jinê û zarokan ditemirîne. Di bingehê bûyer û kuştinên “namûsê” de ev rastiya balkêş heye. Ya rastî, mêrê namûsa xwe di warê civakî de binpê kiriye, berovajî dizîvire û hêrsa xwe li ser serê jinê ditemirîne. Bi awayekî pir sivik, sembolîk, neçar û xwepêşadaneke namûsparêz doza xwe qaşo çareser dike. Mîna psîkoterapî bike tevdigere.

Di binê pirsgirêkê de dozeke civakî û dîrokî ya wendakirî radizê. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ew e ku ji vî “mirî” re divê were gotin; ew heta bi vê doza dîrokî û civakî re rûbirû nebe û wezîfeyên dikevin ser milê wê bi cih neyne, wê tu car nikaribe xwe ji vê qirêja namûsê xilas bike. Namûsa rastîn bi keçkaniya azayê cinsî yê jinê nîn e, bi parastina keçkaniya civakî û dîrokî dibe. Divê mirov vê rastiyê bide hînkirin û bi cih bîne.

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 637

‘’MIN NÎZAMA HÎYARERŞÎK A LI SER JINÊ XIRAP DIKIR’’

RÊBER APO Me gelek keçên bedew û zîrek şehîd dan. Ji bo em bersiva hesretên wan bidin hema bêje min her roj xwe ji nû ve afirand. Lê ji ber ku min nikarîbû bersivê bidim timî bi êş û jan bûm. Min bi awayekî azad û dîrokî xwe gîhandibû jinê. Lê bi awayekî mîna Ferhat û Şîrîn ez ê tu carî negihîştibûmayê. Lê min bawer nekir ku derbaskirina ji vê rewşa çîroka nostaljîk û pêkanîna gihaştinê ew qas jî hewce û manedar e. Di şertên heyî de ango di nava sîstemên hegemonîk de min ji hev derdixist ku xwegihandina wê kuştina eşqê ye. Yanî, ya girîng ew bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan xebata bi eşq bû. Ya rastî, exlaqê heqîqî yê eşqê ew e, mirov karibe xwediyê wê hêz û qabîliyetê be, li dijî pirsgirêkên civakî şer bike û wan çareser bike. Kesên ev hêz û exlaqê wan tune bin, kesên nikarîbûne vê hêzê û qabîliyetên xwe pêşde bibin, ne dikare eşqa wan û ne jî exlaqê wan ê eşqê bibe. Divê ez li xwe mikur bêm ku demekê ez jî bi nexweşiya modernîteyê ketim, dê û bav jî di navê de min xwest ez ji her tiştê van erdan birevim. Ez gelek caran li xwe mikur têm ku di jiyanê de yek ji mijara ez zêde pê xapiyam ev bû. Lê ez dizanim, ez tu carî bi tevahî ji rastiya ku Braidwood çavdêriya wê kir jî qut nebûm; ez mîna zarokekî qûntara wan çiyan, min serê çiyan jî weke textê xweda û xwedawendan, qûntara çiyan jî weke hin goşeyên bihuşta wan afirandî dît û timî xwest lê bigerim. Ez hîn zarok bûm navê ‘dînê çiyê’ li min kiribûn. Ez paşê hîn bûm ku ev jiyan hînê zêde ya xwedayî Dionysos e. Li pêş û paşiya wî koma keçikên hunerkar û azad a bi navê Bakha, Dionysos geriyaye. Bi hev re xwarine, vexwarine û kêf kirine. Min ji vê jiyana xwedayî hez kiribû. Fîlozof Nietzsche jî ev xweda tercîhî Zeus kiribû. Ji vê jî wêdetir li bin gelek gotinên xwe ‘şagirtê Dionysos’ nivîsandiye. Wexta ez li gund bûm, herçiqas bi olê re li hev nedikir jî ji lîstikên keçikan ên nîşanê û wekî din wêdetir, min hez dikir ez bi wan re bilîzim. Li gorî min a bi awayekî xwezayî diviyabû bibûya jî wisa bû. Ez tu carî razî nebûm ku çanda serdest jinê bigire û piştperde bike. Min qanûna bi navê namûsê tu carî nas nekir. Ez hînê jî ji guftûgokirin, lîstik û parvekirina pîroziyên din hemûyan a azad û bê sînor bi jinê re dibêjim ‘erê’, lê li ser navê çi dibe bila bibe, sedema wan çi dibe bila bibe, ez ji her girêdan û koletiya bêhna milkiyetê jê bê û li ser hîmê hêzê re, heta dawiyê dibêjim ‘na’. Li van çiyan, min tim hewl da komên jinan ên azad bi îlhameke xwedayî silav bikim û wisa bi wan re ‘manedar’ bibim. Di nûçeyan de gelek caran tê gotin ‘Komeke jinên ji Başûr-Rojhilat ên li romorka traktorê yan jî pişta komyonê barkirî wexta ji bo rêncbertiyê diçûn filan herêmê di qezayê de mirin’; ez wexta van hevokan dibihîsim, hêrsa min a li hemberî mêrê qaşo xwediyê jinê, malbat, hiyarerşî û dewletê bi qasî li hemberî tu bûyerê nîn e, radibe. Tim tê bîra min, bi qasî ez ji vê rewşê hêrs bûbûm hê ji tu bûyerî re ew qas hêrs nebûbûm. Ma çawa dibe, ji nifşên xwedawendan evqasî piçûk ketin? Ruh û hişê min ev piçûk-ketin tu carî qebûl nekir û zîhnê min jî ev yek tu carî ranekir. Ji bo min jin wê yan di asta pîrozbûna xwedawendan de be yan jî wê hîç nebe. Tê gotin: ‘Di civakekê de asta jiyana jinan gihîştiyê, pîvana asta jiyana wê civakê ye.’ Ez timî li ser rastiya vê gotinê difikirim. Min ji bo diya xwe hevoka ‘ji çanda xwedawendên dayik ma ye’ bi kar anîbû. Ew jî weke wan şîşman û qelew bû. Ji ber ku mîna jinên modernîteyê li hev nehatibû çêkirin, min nikarîbû pîrozbûna di wê de bidîta. Tevî ku min di jiyana xwe de êşên gelek mezin kişandine jî ez tu carî bi awayekî cidî negiriyam. Lê piştî ku min qalibên modernîteyê hilweşandin di serî de diya min û di şexsê wê de dayikên herêmê (Rojhilata Navîn) hemûyan bi dilekî şikestî û çavên şil bi bîr tînim, dinêrim. Diya min ji bîrê bi zehmetî ava derdixist bi satilê dibir û wexta diwestiya û di nîvê rê de datanî min baz dida qurûs dibûm bi hemdê xwe vedixwar. Ez niha li wê maneya qurtên avê, weke yek ji bîranînên xwe yên herî bijartî û xemxwar dinêrim, dibînim. Ez ji her kesî re jî pêşniyaz dikim ku piştî qalibên zîhnê yên modernîteyê hemû hilweşandin dikarin ji nû ve li têkiliyên xwe yên dê-bavê binêrin. Ez dixwazim dîsa bi heman awayî li tevahiya ‘têkiliyên gund’ yên ji neolîtîkê mayî temaşe bikin. Bêguman serketina herî mezin a modernîteyê ew e ku karîbû nêrîna me ya çandî a panzdeh hezar sal e hatiye avakirin, hilweşîne û vê çandê tune bihesibîne. Mirov fêm dike ku tu kes ji kes û komên mirovan ên evçend hatin hilweşandin û tune hatine hesibandin, nêrîneke azad, serbilind, dildariya jiyanê û berxwedanê hêvî neke. Di felsefeya Hegel de şertê pêkhatina eşqê; di navbera jin û mêr de bidesxistina hevsenga hêzê ye. Ev şertê hewce lê belê kêm, jina bi hêzbûyî îfade dike. Em behsa hevsenga hêza madî û çor nakin. Hevsenga hêzê ya behsa wê tê kirin, hevsenga fizîkî, derûnî û civakî ye. Ango tê gotin, eşq bi wê jinê re ku di nava koletiya herî kevn û ya herî kûrkirî de ye, nabe. Ji bo ez di pratîkê de nava vê fikra felsefîk a para rastiyê têde heye tijî bikim, diviyabû min jinên di nava refan de piralî (îdeolojîk, polîtîk, exlaqî, estetîk, fizîkî û heta eskerî –ji bo xweparastinê-, ekonomîk, sportîf û hwd.) bi hêz bikirina û lewma min pêşî giraniya xwe da vê yekê. Eger mirov bixwesta li hemberî jinê bi hurmet û hevgirtî bibûya û bixwesta bi awayekî rast, baş û xweşik xwe bigihanda hezkirinê diviyabû jin bi hêz bikirina û ez bi temamî bi vê hayjixwebûnê bi jinê re eleqedar dibûm. Ango heta jin bi hêz nebûya eşqa wê jî wê pêk nehata. Min ji sedî sed ji rastbûna vê terîfê bawer dikir. Ez ji xwe piştrast bûm ku diviyabû di vê mijarê de paşve gav nehata avêtin. Piştî ku min hêz û qabîliyeta di vî warî de bi dest xist, xebatên min ên der barê jinê de bi nirx dibûn. Mîna ji kabûs û xeweke hezar salan hişyar bibin keçikan li min dinêrî û hembêz dikirin. Tevî ku ez di van mijaran de gelekî bi îhtiyat bûm jî ez netirsiyam wan bi hezkirin û hesreteke bê dawî hembêz bikim û wan bikim taca serê xwe. Ji lewra min li têkiliyên fermî weke têkiliyên bêhna desthilatdariyê ji wan tê dinêrî û dilê min li wan germ nedibû. Mîna alternatîfekê bûn ku min ji gel dûr dikirin. Gelek dost, kes û kom hatin cem me. Em bi wan re baş eleqedar nebûn û mîna ku ev hemû encama desthilatdarbûnê bûn. Fena ku ez di navbera gel û desthilatdariyê de diçûm û dihatim. Kûrfikirkirina min a li ser dualîteya desthilatdarî û demokrasiyê bi saya van têkiliyan e. Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzikatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çor û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê xebatên sosyolojîk bûn. Li qada xwe, herçiqasî teng bû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her ku diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nîn in, mirovên hêja ne û bi vê yekê em serbilind dibûn. Ev nêzikatî li hezkirinê bi xwe rê vedikir. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike lê ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhevta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek esîl derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn. Eger jiyaneke civakî ya mirov pê rabe wê hebe, bi tenê bi dilsoziya bi bîranînên wan û bi meşa li ber rohniya wan a rênîşaner re dibe. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Jiyanên din ku li ser nivînên ji perîkên çivîkan derbas bibin jî li gorî min ji perpitîna di çalekê de tu cudahiya xwe tune ye. Bi kurtî ez gihîştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê vê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 371

EZ LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ LI CEM DERWÊŞÊ EVDÎ BÛMA!

RÊBER APO Pêşî min dengê Aramê Tîgran bihîst û bandoreke cuda li min kir, min pir gelekî paşê dema ev şîrove kir, min fêm kir ku ev dengekî wisa ye, bêhtir nêzî rastiya Kurd, bi taybet nêzî rastiya gelê Kurd e, nemaze di anîna ziman a heqîqeta gelê Kurd de ev deng bêhtir nêzî rastiya Kurd bû. Lewma min qebûl kir ku huner şêweyekî din ê ravekirina heqîqetê bû. Di nava wî dengî de hem bangek ji bo rastiya gelê Kurd hebû, hem jî weke naverok ‘eşqeke hêvîjêbirî’ dianî ziman. Ji lewra bi rastiya min re gelekî li hev dikir. Ji aliyekî ve bi lêgerînên xwe min hewl dida pirsgirêka Kurd rave bikim, ji aliyê din ve jî ev yek bi muzîkê bi hêz dibû û ev xusûsek bû ku dihat fêmkirin. Lêgerîna îdeolojîk û muzîk ji bo pirsgirêka Kurd êdî milê xwe dabûn hevdu û dimeşiyan. Eleqeya min a ji bo jinê jî di van salan de bi heman awayî çêbû, beridî. Bi awayekî xwezayî girêdanên bi arezû yên di salên pêşî yên ciwaniyê de bi serê ciwanan de tê, ji bo min jî pêkan bûn. Bi awayekî biyolojîk û kevneşopî nêzî jinê nedibûm û ji vê dûr ketibûm, eleqeyeke min a di vî warî de jî çênebûbû. Di nava şert û mercên bajêr de jina xwe nîşan dida bi xemla modern bû. Bala min dikişand, lê nêzikbûna min a keçeke ku li gorî modernîteya Tirk gihîştibû, bi qasî Çiyayê Qaf îhtîmaleke dûr bû. Ji bo vê, ne min xwe xwedî hêz didît, ne jî ji bo vê min hewl dida. Dema min xeyal meyal çav li hinek keçikên bi eslê xwe Kurd digerand, min ew çîrokên eşqê yên hêvî ji wan birî yên di nava muzîkê de derbas dibûn his dikirin. Çawa ku min berê jî diyar kiribû, min ji bo rûyê hin keçan gotibû; “Divê zuriyeta vê keçikê jî bibe zuriyeteke hêjayî azadiyê” bi vî awayî gotina min ji nêz ve têkiliya xwe bi pirsgirêk û rastiya Kurd re heye. Muzîka Aram çiqasî di rastiya kurd de rewşa ‘bûyera hêvî jê birî’ nîşan dida, ew dîmenê min li ser rûyê keçikê didît jî ewqasî nîşan dida ku rastiya Kurd bûyereke bêhêvî ye, lewma bi sînor be jî têgihîştineke min a namûsê hebûya, diviyabû ez bi pey vê bûyera bêhêvî biketima ango diviyabû bi pey rastiya kurd biketima û min ev bi israr dianî ziman. Li gorî çavdêriya diya min, hatibû fêmkirin ku ez ê bi vî halê xwe nikarîbûma bi jinê re bibûma. Jina modernîteyê, dema dibû tirk bi qasî Çiyayê Qaf dûr, dema dibû Kurd jî bi dîmenekî eşqa bêhêvî xwe nîşan dida. Eleqeya ji bo jinê ya ciwanên Kurd û Tirk ên li cem min, ji bo min ne exlaqî û ne jî estetîk xuya dikir. Lewma min tu carî dilê xwe nebijand wan û ez nefikirîm xwe nêzî keçekê bikim. Tevî vê yekê, ji nişkê ve di zewacê de bist bûm û ev hêja ye ku bê fêmkirin. Çawa ku di beşên pêwendîdar de min rave kir, ev nêzikatiyeke welê bû ku aliyên wê yên îdeolojîk, etnîk, polîtîk û psîkolojîk ketibûn nava hev. Di wî temenî de min ceribandina zewacê bi awayekî weke ‘qebqebûkirinê’ qebûl kiribû. Ji aliyê rûhî û kevneşopî ve tu carî nezewicîm. Lê pir zor be jî min bi xwe dabû qebûlkirin ku ji bo dîmenê îdeolojîk û polîtîk ê li dora jinê ji hev derxim ceribandineke bi vî rengî girîng e û divê ez ji pêkanîna wê netirsim. Bi taybetî bi vê têkiliyê min xwe gihand rastiya Kurd-Elewî û jinê, min têkiliya vê bi nasnameya Kurd, bi pirsgirêk û çareseriya wê re danî û divê ez bi girîngî bibêjim, ev ‘gelekî zor’ bû, lê dersek bû ku pir tiştan jê hîn bûm. Eger ez ji vê pirsgirêkê nebihurîbûma û wê ez têk biribûma, pir zehmet bû ku mirov bigota, ez ê di gavavêtinên ber bi rastiya Kurd de bi ser ketima. Nuqteya ku ez lê matmayî bûbûm ew bû, fîgureke jinê mîna Edûlê çawa karîbû rastiyeke ewqasî kûr a dîrokî û civakî îfade bike. Bi ya min, ev yek ji pirsgirêka bingehîn a wêjeya Kurd e ku hê ji hev nehatiye derxistin. Bêguman aliyên mijarê yên bi şexsê min re têkildar hebûn. Ne bi tenê li Çiyayê Şengalê û Deşta Mûsilê, hewl didan li ser xeta Şam-Heleb-Atîna-Moskova-Duşanbe-Roma-Naîrobiyê derbê li min bidin. Nabe ku mirov di navbera her duyan de têkiliyê daneyîne. Ya balkêş ew e, tevî ku min kaset gelek caran da guhdarîkirin, hejmareke zêde keç û xortên li dora min bi min re heman his û hest parve nedikirin. Heta dema ku ez li Romayê bûm, hozan Şivan Perwer tevî wêjevan-helbestvan Mehmûd Baksî hatibûn serdana min. Şivan dîsa di hewaya xwe ya berê de bû. Mirov nikarîbû jê li bendê be ku karibe bi kûrahiya dîrokî-civakî ve dakeve. Rewşa Mehmûd Baksî bêhtir mirov xemgîn dikir. Min hevpeyvîna dawî bi wî re kir. Xwesteka wî ji min ew bû, li çiyayekî cenazeyên gerîlayan hatibe veşartin ew jî bê veşartin. Mîdeya wî têk çûbû. Rojên wî yên bi jimar mabûn. Ew jî hêdî hêdî dimir. Li ber çavên min weke Derwêşekî Evdî yê ku modernîteya Ewrûpayê ew hêdî hêdî dikuşt û bi qasî hemdem bû weke karîkaturê wî çêkiribe, xuya dikir. Pir hewl dabûn wî li dijî min bi kar bînin. Lê girêdana xwe ya ji dil tu carî ji dest nedabû. Ez di rojên xwe yên dawî yên li Romayê de careke din bi ber bayê bandora çîrokên trajîk ên Kurdî yên ji kevneşopiyê ketibûm û li gorî min ev bi qasî ku balkêş bû, ewqasî jî manedar bû. Paşê tevî ku hîç adeta min nebû, ji bo bîranîna Destana Derwêşê Evdî ev rêz ketin hişê min:   Ez li Çiyayê Şengalê li cem Derwêşê Evdî bûma! Li ser pişta hespên spîbozî min xwe berdaya Deşta Mûsilê. Dema Derwêş derb xwar, min ew rakira, bibira çiyayên Kurdistanê. Min ji wî re bigota; “Binêre, bi hezaran Edûlê û Duwanzdekan hene” Min bigota, li van çiyayên xwedawendan lê textê xwe danîne, xweş razê. Mirin ji ku û çawa tê bila bê êdî xeman nexwe, Kurdîtî û jiyana azad a misogerbûyî rastiyên ebedî ne.      

Ayrıntılar
Görüntüleme: 351

HER CÎHÊN KU TÊGÎNA ZAYENDÎ LÊ YE, Lİ WİR DESTHİLATDARÎ HEYE

RÊBER APO Min ji bo pirsgirêka jinê got, çanda destavêtinê ya pênç hezar salan. Çawa ku tê gotin, ji bo fêmkirina Marks, fêmkirina Hegel di vê, ji bona şervanê azadiya jin a baş jî, di vê çanda destavêtinê ya pênç hezar salan a ku serdeste jî, baş were fêmkirin. Diyalektîka Hegel ya kole-begtî, bi min re bi şêwaza jin- zilamê zordar û serdest rave dibe. Di vê ev têkilî baş were dîtin. Hegel li ser bingeha diyalektîka kole-begtiyê dest digire, lê me bikaranîna nakokiya zilamê zordar-jin a pênç hezar salan xwe bi dahûrandina pirsgirêkê re anî heta roja îro. Min beriya niha jî gotibû. “berdana bêdawî, evîna bê dawî.” Berdana bi çi re? Berdana ji çanda serdest a pênç hezar salan e. Di vê jin ji vê qirêjiya pênç hezar salan rizgar bibin. Dîsa ez çawa bang li evînê dikim? Banga min ji evînê re bi vî şêwazî ye. Evîna ji jiyaneke azad û demokratîk re ye. Her kes di vê fêm bike, ger jin azad nebin, kesek û civak jî azad nabe. Di vê mijarê de dikarin ji parêznameyên min û nêrînên ku min beriya niha diyarkirine sud werbigirin. Zilam xwe li ser jinê weke berpirsyar û rayedarê hem dagirkerî û hem pêşxistina desthilatdariyê dinirxîne. Bi berfirehkirina zextên kevneşopiya li ser jinê re her zilamekê vediguherîne parçeyeke desthilatdariyê. Civak bi vê riyê dikeve nava pêxirtengiyeke desthilatdariyeke zêde. Statoya jinê ji civaka zilamê serdest re hest û fikireke desthilatdariya bêdawî dide. Mileke din ve jî, ji avabûna karkeriya rû dide bêkarî, ji karkeriya bê mûçe heya mûçeya kêm di her neyêniyê de bedel pê tê dayîn, kedkarên jin in, jin bi xwe ye. Bîrdoziya zayendperest a lîberalîzma eklektîk ev rewş berovajî kiriye, tenê bi cihe diyarkirinê re namîne, weke din ji bo jinan bi taybet dewlemendiyên bi bîrdozî re tê veguhertin. Ev jî weke tişteke ku bi destê xwe koletiya xwe dana pejirandin e. Dikare bê gotin pergal bi awayeke bîrdozî û madî tenê bi îstîsmarkirina jinê re tenê qeyranên xwe yên giran derbas nake, hebûna xwe bi xwe jî saz dike û digire bin ewleyê. Jin bi giştî rewşa netewa mêtînkirî ya herî kevin û ya herî nû ya dîroka şaristaniyê û bi taybet jî ya modernîteya kapîtalîst e. Ger bi her awayî rewşa qeyraneke nayê berdewam kirin tê jiyîn, di vir de para mêtingehbûna wê di serî de tê. Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka windakirin û windabûna jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe re, bi hukumdar û hemwelatiyê xwe re, aborî, zanist û hunerê re, dîroka hişkbûna kesayeta serdestiya zilam e. Lewra windakirin û windabûna jinê, bi navê civakê ketin û windakirineke mezin e. Civaka zayendperest, encama vê ketin û windakirinê ye. Dema ku zilamê zayendperest li ser jinê serweriya xwe ya civakî ava dike ewqas bi îştah dibe ku, her li hev ketineke xwezayî, weke xwe pêşandaneke serdestiyê diyar dike. Ji pêywendiya cînseltî ya weke diyardeyeke biyolojîke re jî, her demî pêywendiyeke desthilatdarî bar kiriye. Ti caran ji bîra nake ku bi hewayeke serkeftinê li ser jinê lihevketineke cînseltî saz kiriye. Di vî warî de fêrbûneke pir mezin ava kiriye. Gelek gotin derxistine. “Ji heq derketim, min karê wê xilas kir, golik, ji zikê wê cehşikê, ji pişta wê dar kêm neke, kurkê weke keça, tu keça xwe serberedayî berdî yan wê bireve dahulvan, an jî wê bireve zirnevanekî, serê wê zû girêdan û hwd.’’ weke van bê hejmar çîrokên gotinên bavikan têne gotin. Pêywendiya cînseltî bi desthilatdariyê re çawa di nava civakê de bibandor e pir vekiriye. Di roja me de jî her zilamek ku li ser jinê “mafê kuştinê” jî di nav de xwediyê mafê bêhejmar e, rastiyeke sosyolojîk e. Dema ku ev “maf” her roj têne pêkanîn, bi zêdahiya pêywendiyan, di xisletên destdirêjî û destavêtinê de ne. Di mijara jinê de ferdperestiya zilam û çavreşiya wî weke diyardeyeke rojane dikare her kêliyê bê dîtin. Di vî mijarî de bêyî ku ti quralên exlaqî û hukukî binase, ji her nifşên civakê bê ku zilam çavê xwe bigire dikare kuştinan pêk jî bîne, ev jî rastiyeke ku her kesê xwediyê wijdane nikare paş çav bixe. Ev helwest bi giştî bi navê evînê pêk têne. Halbukî dema ku pêywendiya evînê bi heqîqetê re kêm zêde bê şîrovekirin, wê di carekê de bê fêmkirin ku ev gotin dereweke herî ketiye. Ne di cîhana nebatan de ne jî û ya lawiran de, heta ne jî yên em ne zindî şîrove dikin di cîhana fîzîkî de ya ku ji evînê re dibe mijar, çi kirde pêkhatiyeke bi vî awayî qet nake. Çavderiya hinek ji rêderketinên ku hîna jî maneya wan nayê zanîn hatibin kirin jî, sedem û maneya kuştinên bi vî awayî yên cureyê mirovan pir cihe ye. Girêdana van kuştinan bi serdestî û dagirkeriyê ve ji xalên sereke yên di vê bêne diyarkirine. Pirsa ku divê bê kirin a bingehîn, zilam çima ewqas di mijara jinê de hesûd, tehekumkar û kujêr, di bîst û çar seatên rojana de di rewşeke destavêtinê de jiyînê bernadê ye. Bêguman destavêtin û tehekûm têgînên îstîsmara civakî ne. Nîtelîka tiştên dibin û xilas dibin a civakî rave dikin, herî zêde jî hiyarerşiyê, baviksalariyê û desthilatdariyê bibîr tîne. Maneyeke wê ya di hîn kûraniyê de jî, xiyaneta jiyanê rave dike. Girêdana jinê bi jiyanê re ya pir alî, dikare helwesta zilam a zayendperestiya civakî derbixe holê. zayendperestiya civakî, di bin bandora zayendperestiya kor û tine dike de windahiya dewlemendiya jiyanê, hêrsa ku ev derdixe pêş, helwestên destavêtinê û tehekumkar rave dike. Gelo, dubarebûnên zivronekên jiyanê girîng in, an jî ya weke tekîle bi xwe girîng e? Piştî ku heqîqeta ya tekîle tam bê ravekirin, dubarebûna zivronekê ya bê dawî pir zêde ti wateyê diyar nake. Wateya ku bigire nav xwe, pêdiviya gihiştina ‘zanistiya teqez e’. Malbat di nava vê rastiya civakî de, weke dewleta zilam a biçûk tê avakirin. Di dîroka şaristaniyê de saziya ku malbat tê gotin sedema xwe ya bi rêbaza heyî re tim xurt dibe, ji hêza mezin a dide amûrên desthilatdarî û dewletê ye. yekemîn, malbatê, bi desthilatdarkirina li der û dora zilam ve, weke şaneya civaka dewletî ava dikin. Duyemîn, xebitîna jinê ya bê bersiv a bê dawî,  bi ewle dike. Ya sêyemîn, bi gihandina zarokan re pêdiviya şêniyên xwe pêşwazî dike. Ya çaremîn, weke rola modelê ji tevayî civakê re koletiyê û ketîbûnê belav dike. Malbat bi vê naveroka xwe ve di eslê xwe de bîrdoziyeke. Saziya ku bîrdoziya xanedantiyê kêrhate ye. Her zilamek di malbatê de xwe weke xwediyê xanekê fam dike. Di bin têgihiştina malbatê de rastiya herî girîng, bandoriya vê bîrdoziya xanedanî ye. Çiqas jin û zarokên malbatê çêbin, zilam jî ewqasî ewlehiyê û şerefê dest dixe. Malbatê di rewşa heyî de weke saziyeke bîrdozî nirxandin pir girîng e. Jin û malbatê di rewşa heyî de ji bin pergala şaristaniyê, desthilatdarî û dewletê vekişînin, li şûnde bi navê pergalê pir kêm tişt dimînin. Lê bedela vî rêbazî, di bin rewşa jinê ya her tim di asta jêr de di nava şer de ye, êş, xizanî, ketî û rêbaza hebûna têkçûyî  ye. Heman weke di tevayî dîrokê de tekelên sermayê li ser civakê birêve dibin, heman bi vê ve girêdayî xeleka sermaya duyemîn jî li ser cîhana jinê tekela zilam e. Hem jî tekela herî kevin ya bi hêz e. Hebûna jin weke cîhana dagirkirî ya herî kevin nirxandin, dê encamên herî rasteqîn diyar bike. Dibe ku ji bo wan ên ne bûne netew gelê dagirkirî yê herî kevin gotin hîn rastir be. Pirsgirêka şêniya ji nêz ve bi zayendperestî, malbat û jin ve girêdayî ye. Hîn zêdetir şênî, tê maneya hîn zêdetir sermaye yê. ‘jintiya malê’ kargeha şêniya ye. Dikare bê gotin milkên herî girîng ên ku herî zêde ji bo pergalê pêdivî dibîne, kargeha hilberîna malzaroka ye. Mixabin malbat di bin serdestiya tekelcî de di vê rewşê de ye. hemû zehmetî ji jinê re tê dayîn, lê nirxê milk jî ji bo pergalê xelata herî bi nirx e. Şêniyên ku zêde dibin herî zêde jî jinê tine dike. Di bîrdoziya xanedaniyê de jî wisa ye. weke bêrdoziya modernîteyê ya herî bi nirx malbatî, merheleya dawî ya xanedanî digihijê ye. Ev xal bi giştî pir zêde jî bi bîrdoziya dewletiya-netewe re yekbûnê saz dike. Ma her tim ji dewleta-netewe re gihandina lawikan girîngtir çi dibe? Hîn zêdetir şêniyên dewleta-netewe, tê maneya hîn zêdetir hêz. Lewma di bin teqandina şêniyan de sermayeke qayîm û berjewendiyên tekelên zilam ên jiyanî hene. Zehmetî, qehir, heqaret, êş, tewambarkirin, xizanî û birçîbûn ji jinê re ye. Lê destkeftiyên wî yên keyfî jî ji ‘beg û sermayedar’ re ye. Di dîrokê de tirs herdem qasî ya di roja me de jin weke amûreke îstîsmarê ya pir alî hêz û ezmûnên bikaranînê diyar ne kiriye. Jin weke mêtîngeha yekemîn û dawî kêliya dîrokê ya herî qrîtîk dijî.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 345

EV LÎSTOKEKÎ DUSED SALÎ YE

Rêber Apo Yê ku ev lîstok nivîsand rojava bû, aktorê bingehîn rojava ye. Rolê kuştin û gardiyaniyê dane Tirkiyeyê. Di dawiya sedsala 20. de li hember vîna azadiya gelê Kurd, di giştî cîhanê de piştî demeke amadekariya dirêj, plansaziya komplo û derbeyê gav bi gav kiryarî dibû. Dema em flîm bînin serî û lê temaşe bikin, emê bibînin ku ev plansazî di bingehê xwe de, ji salên 90’î ve destpêkiriye û jêderka xwe ji Londrayê girtiye. Her wiha dê bê dîtin ku ev plansazî guncaw hate dîtin û di asta nav netewî de kete jiyanê. Milên vê plansaziyê yên Tirkiyê kêm tê zanîn, lê yê Awrûpa û DYA’yê bi zelalî nehatiye têgihiştin. Ger em milên wê yên nav netewî nebînin, dê nirxandinên me kêm û kurt bimîne. 17’ê Îlona 1998’an peymana washington nîşaneya vê yekê ye. Di gel ku di şert û mercên Awrûpayê de gelekî xeterî jî hebûn, bi têgiha siyasî, demokratîk û çandî ve kêm be jî hinekî bawerî bi hiqûqê hebû. Gava Roja 9’ê Cotmeha 1998’an min pê li axa Yewnanîstanê kir, min qet hêvî nedikir û nedihizirî ku wê hikûmet ewqas ketî be. Di vê bingehê de serpêhatiya 9’ê Cotmeha 1998’an destpêdikir. DYA, Brîtanya û Îsraîl wekî baskekî cuda disekinîn. Ewrûpa hîna belav bû. Jixwe di pirsgirêkên wiha girîng de ji polîtikayeke hevbeş dûr bû. Brîtanya ev dused sale jê re pêşengtî dikir. Polîtîkaya li ser Kurdan ya ku dihat pêşxistin, bê Brîtanyayê nedihat hizirandin. Bi derketina Îsraîlê re venêran (dene-tim) bi destê MOSAD’ê ve dihat meşandin. Bi Barzanî û Talabanî re gelek Kurd bi pergalê ve hatibûn girêdan. Tenê rewşa PKK’ê pergala ku wan afirandibû xera dikir û gef li hevsenga ku hatiye afirandin dida. Ji ber vê yekê ez berpirsyar hatim dîtin û min di polîtîkayekî tecrît û pêsanê de hebs kirin. Bi Tirkiyeyê re hevpeymana wan a 1996’an hîşt ku rolên operasyonî jî hilgirin. Ev yek baş hesabnekirin kêmasiyek bû. Dema ez li Romayê bûm, me hîna jî ew cidî nedigirtin. Ev yek çavkaniya xwe ji necidî dîtina hêza Îsraîlê digirt. Dê pişt re bihata fêmkirin ku, yê Moskova bi min ve têkildar di kefa destê xwe de digirt, Îsraîl bû. Vê yekê bi piştgiriya DYA ya madî û dîplomatîk ve dimeşand. Ji bo ku ez li Mos-kovayê bimînim krediya İMF ya 8 mîlyon dolar hate xerckirin. Wekî kesayetî komploya ku li dijî min hate kirin bi piranî çavkaniya xwe ji Awrûpayê digre. Bingehê vê yê dused salî heye. Brîtanya û Fransa dused sale bi vê ve têkildar e. Piştî salên 90’î bi navbeniya hêzên başûr ve hinek rê hatin vekirin. Dixwestin ku vê lîstokê di salên 90’î de bidin meşandin. Lê min destûr neda vê yekê. Tu dibêje qey DYA û Yewnanîstan min diyarî Tirkiyê dikin. Dema vê yekê dikin jî ne bi peymanekî hevbeş, wekî pêsanekê diyar dikin. Ji Tirkiyê re dibêjin; “Hûn jî pirsgirêka Kibris û Egeyê çareser bikin”. Ne peyman û bazereke jî. Wekî qutiyeke diyariyê didin. Ev pir tiştekî ketî ye. Helwesta DYA’yê “Tu dixwaze bikuje, tu dixwaze bide bikaranîn, tu zane” bû. Lê li gora me tu pirsgirêka Kurd ça-reser bike dê baş be. Helwesta Yewnanistanê jî yeka yek li ser kuştina min bû. YDA û Yewnanîstan dîsa li ser min digotin “Bila ew hev û du bikujin, qetil bikin.” Almanya ev pêvajo hîna ji 1995’an ve dabû destpêkirin. Tevlîbûna Almanyayê ji komployê re sînordar e. Berjewendiyên Brîtayayê radestkirina Apo pêwîst dikir. Ji pênc şeş salan û vir ve ev yek dihat meşandin. Clinton rojane dida meşandin. Hevdîtina wî ya ku bi Hafiz Esad re kir, ji çar seaten wê sê seat li ser min bû. Îsraîl û Tirkiyê di sala 1996’an de peymana leşkerî bi hev re kirin. Di vê bingehê de Sûriye tengezar kirin. Tawîz dan Sûriyê. Dûv re Yewnanîstan xistin dewreyê. Ev pêvajo ji 1993’an û vir ve destpêkiri bû. Dema ez dibêjim 93, xwesteka min a li ser Ozal re bi Tir-kiyê re axaftin, kar û planên wan da guhertin e. Ji vê dîrokê şûn ve helwestên Yewnanîstan û Brîtanya hate guhertin. Em jî ji 1993’an û vir ve ketin nav lêgerînên cuda. Kevneparestiya hov a Kurd me ber bi cudaparêziyê, kevneperestiya Tirkan jî ber bi mandelkirinê ve dibir. Gava mirov derketina 9’ê Cotmeha 1998’an binirxîne, erda Rojhilata Navîn tê çi wateyê, divê mirov pir xurt û ji dil çareser bike. Min li Rojhilata Navîn nêzîkî 20 salan jiyan kir. Gelek têkilî û lêkdanên min çêbûn. Di asta girîngbûna dîrokê de pêşketin derketin holê. Di van xebatan de min bi çi rih û ten-gasiyê pêşketin afirandin, divê ev mil jî mîsoger bê fêmkirin. Plansaziya ku li ser kuştina min hatibû çêkirin, wê bi dizî li ser Tirkiyeyê bihata hêştin. Di dewletê de çetegerî pêşketi bû, ger ez hatibûma kuştin dê çi bûbûya? Wê Tirkiyê ji Yekitiya Awrûpayê bihata avêtin, PKK bihata tunekirin û wê Tirkiye biketa tengezariyeke mezin. Heger komplo wekî ku hatibû plankirin pêşbiketiya, ma wê Tirkiye bi ser-bixista? Na! Agahiya Çîler ji vê hebû. MHP tehma vê rantê kiri bû. Çîler digot; “Min di sala 1993’an de, da destpêkirin.”. wê bi vê re civak ser û binî hev bûya. Dê ne bi sedan, bi sedhezaran kes jiyana xwe hûnda kiriba. Wê di encamê de kê bi serxistaya? Wê kesên hevkar pêncî salê din Tirkiye mijul bikiraya. Wê kesên çeteger û dizek li serê Tirkiyeyê bibûna bela. Dixwestin ku şerê Kurd û Tirkan sed salekî din jî dirêj bikin. Du rê li pêşiya min bûn. Yek ji van, berê xwe dana şerê çiya bû û ev vebijarkek (seçenek) bû. Lê belê ji ber ku hem ez gelekî dereng mabûm, hem jî hêzên çekdarî pîrozbûna wan li milekî, ger ku bê esilbi-bin çawa encamên dijber diafirînin min dît û vê yekê hêviyên min ê serkeftin û çareseriyeke dem kurt tune kir. Her wiha di çepergirtina hêzan de, ji çareseriya hêsan zêdetir, elimandinên jiyanê yên ku di kulabekî (çengel) “Bimre û bikuje” de asê bû û bêwîcdanî bû, dida diyarkirin ku di warê rewişt û felse-feyê de kesayet çewt dihatin birêvebirin. Çûna min a çiya dibe ku di aliyê teknîk û taktîk de rê ji sere-rastkirinan re vekiriba. Lê wê rê ji çareseriyeke bingehîn re vekira yan na, ev yek bi guman bû. Çûn û hatinên min di nav van her du meylan de bû. Pîvanên xwînê û yên rewşenbîriyê di min de, di nav pevçûnekê de bûn. Têgiha çetegeriyê ya ku PKK’ê jiyan dikir û pêşiya wê girtin êdî bê derfet bibû, meyla min ya di vî warî de xurtir dikir. Pir zêde dubarekirena şer çerçoveya rantekî mezin û kesayeti-yekî sexte derdixist holê. Wekî ku ez dibûm du perçe. Di encam de derfeta çûna Atînayê û êrîşên dev-leta Tirkiyê yên li ser Sûriyeyê rê ji derketina ku tê zanîn re vekir. Wek encam derfeta derketina min a li ser Atinayê re û zextên li ser rêvebiriya Suriyê ya rêvebiriya Tirkiyê  dimeşandin bûn sedemên vê derketinê. Hukûmeta li Girekîstanê desthilatdar jî, roja 9’ê Cotmeha 1998’an cara yekem çawa ku min pê li axa wê kir, nedihat gumankirin ku ew ewqas nizmahiyê bike. Dewleta Grekan yekemîn dewleteke Leviathan e. Li gor dîtina min, ji vê yekê diviya bû ez bi dostaniyek bê sînor ber bi wan ve bimeşiyama.  Taybetmendiya min a herî girîng ku ji kesayetiya min mabû, ev bû.  Minê bi vê ne lîsta. Bila xiyanet ji wan re bima, dostanî jî para min bûya. Dema efendiyên parzemînan xwedêgiravî bi komloyê ez radestê İmraliyê kirim, di firsenda pêşrev de  efsaneya Xwedayê Grekan Zeus û nîvxweda Prometheus hat bîra min. Zeus cezayek welê dabû Prometheus; Prometheus li çiyayê Kafkasan bi zinarekî ve girêda bû û her rojê teyran perçeyek ji kezeba wî dixwar.   Ka ew kesê ji bo mirovatiyê agirê yezdanan didizî, Prometheusê ku agirê azadiyê didizî! Qey ev efsane di kesayetiya min de werdigeriya rastiyê. Divê di serî de bê zanîn ku beramberiya mafên pir bi sînor û teng yên kesane, ne heft salên di tecrîdeke wisa giran e. Ev nayê pejirîn. Nêzîkbûnek wiha hem ji bo min, hem jî ji bo gelê ku ez wî dinimînim, dibe cezayek giran. Ev komplo wekî perçeyekî hewlên dagirkirina gelê me bû û ji Sumeriyan vir ve dihat pêşxistin. Ji komployên heta niha bi destê hevkarên ku xwe wekî dost diyar dikirin ya herî berfireh ev komplo bû. Komploya 9’ê Cotmehê heta, 5’ê Sibatê ji encamê ku plan dikir gelekî dûr e. Ev komploya ku hemû xayin û hevkarên sedsala 20. di bin vîna emperyalîzmê de li hev kom kir, vala derxistin û ev dîrok kiri-na dîroka Mezopotamya û Anadoliyê wekî peywîrekî li pêşiya gelê me û hemû hêzên berpirsyar dise-kine. Xwedî li vê erkê derketin, hem ji bo yekitiyekî xurt a welêt, hem jî ji bo yekitiya komara laîk û demokratîk helwesta herî rasteqîn e. Ev yek di heman demê de riya aştiyekî bi rûmet, biratî û wekhe-viya ku heta niha dihat hêvîkirine.    

Ayrıntılar
Görüntüleme: 351

MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK SERDEMA ŞOREŞA JİNÊ YE

 Rêber Apo  Tevgera jinê ya ji bo azadî, wekhevî û demokratîkbûnê, xwe spartiye zanista jinê. Ger femînîzmê jî wergire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bileyze. Bêyî ku mirov qîma xwe bi rexneyên tevgerên jinan ên di paşeroja nêzîk de bîne, pêwîst e mirov giraniya xwe bide ser şaristanî û modernîteyê, ku jinê windabûyî kirine. Ger mijar, pirsgirêk û tevgerên jinan di zanistên civakî de hema hema di radeya nîne de ne, berpirsyarên bingehîn ên vê yekê hişmendiya serwer û pêkhateyên çanda daringî (madî) yên şaristanî û modernîteyê ne. Bi nêzikatiyên teng ên huqûqî û wekheviya siyasî, belkî karibe tevkarî ji lîberalîzmê re were pêşkêşkirin; lê em çareseriya pirsgirêkê li milekî bihêlin, tew tehlîlkirina wê jî, weke diyarde, nikare were bi serxistin. Wê bibe xwe xapandinek ku mirov îdea bike ew tevgerên femînîst ên heyî, ji lîberalîzmê qut in û bûne hêzên dijberî pergalê. Eger yek ji pirsgirêkên sereke yên femînîzmê, weke ku tê gotin, radîkalîzm e, wê demê pêwîst e pêwendiya xwe ji xûy, şêwazên hest û raman, ên bi kok ên lîberal, û ji jiyanên wan bibirre; her wisa şaristanî û modernîteyê, ku dijminên jinê ne, tehlîl bike û li ser vê bingehê giraniya xwe bide ser rayên watedar ên çareseriyê. Divê modernîteya demokratîk xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê, weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bibîne; her wisa wê yek ji erkên xwe yên sereke bihesibîne ku hem were pêşxistin û hem pê re peyman were çêkirin û bi vî rengî wê di xebatên xwe yên ji nû ve avabûnê de binirxîne. Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk ger jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye. Pêwendiya ku ez bi jinê re datînim pêwendiyeke cuda ye. Rewşa ku jina hatiye xistin qebûl nakim. Çembera koletiyê neyê şikandin bûyera eşq û hezkirinê pêk nayê. Ji Qendîlê re jî min ev pêşniyar kiribû. Divê sosyolojiya eşqê bê zanîn. Li çiyayên êzîdî ew qirkirin neyê rawestandin maneya wê eşqê jî tine. Di şert û mercên burjûvaziyê de ti taybetmendiya eşqê nîne. Ez eşqê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana ji bo van girêdaneke bi esîl e, lê heke jiyaneke azad nebe ti maneya wan nîne. 30 sal in destgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Diyaloga min a bi jinê re peymana min girîng e. Hûn ê peymana civakî ya jinê pêşve bibin. Divê peymanek ku em ji kuştinan jinan bigirin heta sineta jinan, tecawiz û weke wê li beramberî tevahiyan têdikoşe be. Di nameya ji min re hate nivîsandin de ji bo balkişandina min a nebesiya hezkirinê bi diljêmayînekê mînaka gula berbero dane. Lê li gorî min ev pir ne watedar e. Nebata ku berê xwe dide rojê cuda ye. Em civak in, rewşa me cuda ye. Bêrîkirinên civakî girîng in. Ez dizanim ku jin ji min hêzeke mezin werdigire û ez jî xwe weke rêhevalekî wê yê çareseriyê dibînim. Çanda serwer a zilam ku 5 hezar sal in, çandeke tecawizkar e. Ez weke hêmanekî eşqa platonîk jî amade me ku pêwendiyê daynim. Jina 9 hezar salan hilweşiyaye. Li ber şaredariya Amedê hilweşiyaye. Em hewl didin vê weke jina azad rakin ser piyan. Mînaka zilamê Amedê heye. Tam cinawirek e. Cewher û kulîlka tevahiya xebatên me yên muzakereyê xebata jinê ye. Meseleyeke çandî sosyolojîk e. Axaftina min a bi dewletê re jî projeya civaka demokratîk hevgihandina bi dewleta demokratîk re ye. Min mînaka gula berbero nirxandibû. Ev, min tetmîn nake. Pêwendiyeke çawa ji min tê xwestin. Ew girîng e. divê veguhere tarzê jiyana civakî. Ez qasî ku hûn nafikirin ji we hez dikim. Lê hûn jî wêrek bin, pêşve biçin, hewcedariya we bi pêşveçûyînê heye. Azadî ji nan û avê hêj bi nirxtir e. Ez bawer dikim ku li Rojhilata Navîn azadbûyîna jinê li ser bingehê zeka, parastin, xweşikahiyê bi biharê re weke tavekê hûn ê biafirînin. Jina bi îrade, bi wêrek, ya xweşik dunyayê feth dike. Girêdayîna jinê ya ji bo min bi nirx e, lê ev ji bo min kul û derdekî mezin e, giran e. Du pêwendiyên jin-mêr ên serkeftî hebe her tişt dikare biguheriya. Bila ev şaş neyê fêhmkirin. Li vê derê ji bo bihurandina hevrezan, balûpaliya deryayan, ronîkirina tarîtiyan divê eşq hebe. Emperyalîzma çandî jî vê dike. Aha di wan fîlman de, di sînemayê de hertim eynî tişt heye. Ez dibêjim sînemaya sîxur. Rewşeke ku ferd dike dijminatiya komînaltiyê, civaktiyê heye. Li ser bingehê ku min gotiye bi nêzîkatiya etîk û estetîkê jin dikarin hûrûkûr bibin. Bêyî ku moralê xwe xira bikin xwendinên xwe, hevparkirinên xwe, li akademiyan xwe pêşve bibin girîng e. Jin bila ne min biçûk bibînin ne jî derxin asta xwedatiyê. Hezeke min a ciddî heye, wê weke piştgiriyê dikarin hîs bikin. Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzîkatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çor û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê sosyolojiyê bûn. Li qada xwe, herçiqasî tengbû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nînin, mirovên hêja ne, û bi vê yekê em serbilind dibin. Vê nêzîkatiyê rê vedikir li hezkirinê bi xwe. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike, ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhevta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek bi kalîte derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn.. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Bi kurtî ez gihiştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî!  Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim, em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike.    

Ayrıntılar
Görüntüleme: 651

JIYANA RAST ŞEHÎD BI XWE NE

RÊBER APO Ew bûn pira di navbera jiyan û mirinê de hatiye avakirin. Şehîdên me, xwediyên rast, yên jiyana xweşin. Zelaliya PKK’ê, durustiya PKK’ê, di rastiya hevalên şehîd deye... Li cem me ji bo şehîdan zêde girî nîne. Şehîd xistina cesaret û anina rewşa hêza jiyanê heye. Şehîd parçeyên me yên ji bo me nayên cûda kirinin. Tişta ku PKK’ê kirî PKK’ê, nêzikatiya rast ya li hember şehîdane. Pêwiste em hêza şehîd, girêdana şehîd, berxwedan û bîranîna şehîd, di hundirê kesayeta xwede bidin jiyankirin. Rêberên me yên rastî û timî, şehîd bi xwene. Şehîd wê bibin pira ragihandina hizrekî mezin. Bi bîranîna şehîd, Bi bîranîna serkeftinêye. Şehîd nirxê bingehîne. Di derbarê hêz û nirxê şehîdan de niqaş nayên kirin. wek tevger û gel emê her dem nêzîkî şehîdên xwebin û bi wan re pêkve û di nava hevdebin. Pêwiste ew weke kes neyên dîtin, ew saziyekin. Di bîranîna şehîd de ne ji mirinê, pêwiste ji jiyankirinê, ji şerkirinê û serkeftina mutlaq bê behskirin. Ev ya hîn rastire. Şehadet di rastiya xwe de bersiva herî mezin ya jiyanêy e, gotina dawî ya jiyaneke azade, gotina wî ya herî bibandore. Pêwîste em rûreşiyeke mezin ku nahêle em bibin bersivê xeyalên wan, nepejirînin. pêwiste em girêdana wan û bîranîna wan bi awayekî mutlaq di kesayetiya xwe de bidin jiyankirin. Şehîdên me yên tekoşinê di pêşketina rêbertiya PKK’ê de bi taybet ji bo yên dijîn bingehin, rêbertiya bi hêz xizmeta herî bingehin pêk anîne. Yên ku weke şehîd ji nav me çûne xwedî nasnavê rêberên me yên rastîn e. Şehîd yên di me de jiyan dikin, nirxên rastî yên  ji jiyana me re rêbertî dikin e. Ew li welatê xwe, ew li dîroka xwe, li heskirina xwe, ew li xwe bi xwe geriyan û bi şahadeta xwe hemû qezenç kirin. Her yek ji wan parçeyekî welate, her yek ji wan qehremaneke. Wê di civakê de weke guleke sipî û şox jiyan bikin. Wê weke guleke sor, hemû quncikên civakê bixemilînin û bibin pêta agirê azadiyê yên hertim gur dibin û dibin. Eger şehîdek li hemberi artêşê dijminan jiyan dike, ev bi awayekî tam û temam QEHREMANIYEKE. Di pêvajioya xwe paşve kişandinê de gelek şahadet hatin jiyan kirin. Ev weke şehîdên teslim nebûyinê, û çi dibe bila bibe tekoşinkirin derbasî dîrokê bûne. Şehîdên mezin yên pêvajoya nû, bûne temînata xeta parastina rewa, bûn baweriya bi hêz, bi biryarbûn di vê rêya ku van şehîdên ji me re nişan kirin de rêya tekoşina di bingehê xeta nû de jî, misogerbûye. Hevalên me yên ku xilasbûna wan gengazbûn yên ku dibin dorpêçê debûn, bi tu awayi teslimiyet nepejirandin, tekoşin bijartin û bê mirinbûn. Qehremaniya wan bi vi awayi derbasî  dîrokê bûn. Dema em li dîrokê meyze dikin, pêşevanên hemû aliyên mezin yên baweriyan, dîsa bi taybeytî girêdayi mirovan, her wiha yên yekem xwe feda kirin jî şehîdên wan yên mezinin. Ew yê cesareta yekem yên fedakariya yekem ya mezin nişa kirine û bi vî awayî bûne sedem ku, yên pişti wan ji tevgerkirina wan gengaz bibin. Şehîdên me xwediyên rastî yên jiyana xweşin. Rêya mirinê sererast bû, tirsa mezin ya mirinê hat derbaskirin, ew bûn pira di navbera mirin û jiyanê de hatiye avakirin. Şehîd peymana jiyanêne.  Yê jiyan dikin jî, eger bibin pêkanînerên vê peymanê wê jiyan bikin. Yên ku bîranîna mezin ya şehîdan di dilê xwe de jiyan bikin, tiştekî nikare bi dest bêxînin nîne. Dîroka partî; fermana wan e, hizira wan ya rast û rastiya jiyana wane. Bîranîna şehîd, artêşeke nayê wêrandin e, partiyek nayê hejandin û awayek wiha yê jiyanêy e. Li cem me ji bo şehîdan zêde girî nîne, em şehîdan dikin cesaret û hêza jiyanê. Ew jî, ji bo mirina xirab bersiveke. Şehîd parçeyên me yên ji me naveqetin. Bîranîna şehîdan tê wateya jiyankirinê. Nirxê ewqas şehîd mutlaka emê teqdîr bikin. Bîranîna şehîdên tekoşinê, tevger û gotinên wan; tevahî endamên rêxistina me, neçarin wan weke ferman têbigihin û wan têxin jiyanê. Dema şehîdên me nefesa xwe ya dawi didin, bi tu awayan wan ji mirinê bawer nedikirin. Wan jiyan temsil dikir. Wan di rêya tiştên ku pêwîste jiyan bikin de, giyan xwe  dan. Şehîd jiyane. Ew bûn xeta jiyana misoger. PKK’e wek felsefeyek, wek lêgereke jiyanê, wek rihê militanekî bi jiyanê ve girêdayiy e, rastiya gelek tekoşînan li ser vê dimeşe. Komkirina tevayî şehîdan, tê wateya nepejirandina jiyana ku, di encama îradeya dijmin de tê pêşkêşkirin e. Ya piştî wê tê pêşkêş kirin mirine, ku ji wê re jî na dibêjim! Piştî wê bi rik li hemberi hemû lawaziya em têdikoşin. Pêwiste em bikarin bibin pira di navbera şehîd û jiyanê de. Pêwiste em ferqa dinavbera jiyana şehîd û yê jiyandikin de bibînîn, yên ku xwedî jiyanek ketî û peritîne, hema hema wê di rewşa desthilatê de bin. Gelek xwedî vê rastiyê pêwiste vê têkoşîna mezin ya jiyanê ne temirînin. Jiyaneke bê pêşkêşkirina rêxistinê, yek tenêye. Heta armanc û girêdanek mezin ya jiyanê nebe, tu şahadet nikare were pêkanîn. Ti şahadet qasi ya me, di bingehê cesaret û fedekariyê de nayê pêkanîn Şehîd soz dide ku nûbûna jiyanê heta agirê di bedena wande bibi xwelî bi afirênin. Şehîd nirxên bingehînin. Di derbarê hêz û nirxê şehîdan de niqaş nabe . Me ji bo nirxên xwe yên mezin peymana jiyankirinê da ye. Meznahiya PKK’ê û serkeftina wê ya bê hempa girêdayi vêye. Di bin nirxên tên jiyankirin de, keda bi milyonan bê navên me hene. Wan bi bawerî xwe  avêtin nav vê tekoşînê, bi xwîna xwe avdan û anîne xaleke ku zivirandin nabe. Pêwiste şehîdên têkoşinê her yek baş bê lêkolînkirin, ev li hemberî wan deyin û erkekî meye. Şehîdan nas bikin, seranser nêzîk nebin, çavên xwe vekin xwîna şehîdan ne erzane. Em bi ti awayan destûr nadin bi yek dilop xwîna şehîdan bê leyîstin. Rastiya şehîd rastiya jiyana meye. Pêwiste em rastiya şehadetê vegerînin rastiya jiyanê. Pêwiste em fermana di şahadetê de bibînin û wisa bi meşin. Her şehîdek felsefeyeke jiyanêye. Ji birkirina şehîd îxanete. Bersiva herî baş ya bê dayîna ji artêşa şehîdan re, erzan nemirine. Şêwaza xebata rêberti şêweyek xebata rakirina cudahiya di navbera jiyan û mirinêdeye. Şehadeta rêxistinê vê ferz dike. Weke ku tu jiyan ji mirinê dûr nine. Çalekiya min, çalekiya girêdayî mayîna bi rastiya şehîdan re ye. Li welat dijmin şehîdên me bê şûştin û bê kefen bin ax dikin. Ev tirsa dijmine. Ev qas ji şehîdên me jî ditirsin. Ev meznahiya şehîdên me nişa dide. Peymaneke min ji  dîrokê re, ji vê gelî re û ji şehîdan re dayî heye. Ez şopvanê vê me. Qasi rastiya şehîd misoger bê derew û bê xapandin tu rastî nîne. Bersiva herî baş ji bo bîranîna şehîd tamam kirina rexên wan yên deyndar û kême. Ew şehîdên ku di rêya rêgezên rêxistinê de, bê ku çavê xwe bineqîne çûne mirinê. Şehîd di hebûna xwede bûyerên ku serkeftin têde bûye sembol e. Şehîd jîne. Kî bi awayeki cudatir şehîd bi wate bike ew ketiyê herî mezine. Şehîd bê mirinin. Ji ber ku ew xwediyên bi tenê  yê peymana pêwist di jiyanê dene. Pêwiste em fermandariya şehîd tê bigihin û tiştên tên xwestin bi cîh bînin. Bi taybet pêwiste bi awayeki misoger têgihiştina şehîd ya jiyanê temsil bikin. Şehîd nirxên meyên eşkerebûyî ji  dîrokê re bûyî mal û rêberên me yên rastîne. Eger PKK û tevgera berxwedanê hatiye vê rewşê, ev bi hêza şehîd û dibin rêberiya wî de pêkhatiye. Şehîdên PKK hêjane ku weke şehîdên mirovatiyê yên herî bi bingeh bên hizirandin. Şehîdên me meşa me ya qezençkirin û serkeftinêne. Bersiva em bidin ewqas kesên giyanê xwedayî, ewqas şahadetên dîrokî; xwe gihandina şêweyê ifadeya azadixwazî û pêkanina wê ye. Jiyana ku em dixwazin pêşde bibin pêwsitiyeke rêzdariyê ye. Heger hinek di rêya dozekê de mirîbin, ew şayanê mezinkirinê ne. Eger mirov di rêya armanca xwe de, jiyana xwe hemûyî bide û di vê rêyê de biçe şahadetê ji vê re mirin nayê gotin. Ev jiyan bi xweye. Rêxistiniya şoreşgerî tê wateya berxwedanê. Her kes nikare bibe xwediyê şehîdan. Xwediyên şehîdan yê rastî ew bi xwene. Pêwiste em bikaribin şehîd di bingehê hilberandinê de têxin dil û mejiyê xwe. Şev û roj her dem bi şehîdan re bin. Ev tê wateya her dem nefes bi nefes mezinkirina hêz û bilindkirina şer e. Şehîdên me gelek mezinin û êşên wan gelek mezin û kûrin. Lê em van êşên wan yên giran û kûr li PKK‘a mezin li kesayeta wî ya mezin dipêçin û didin jiyankirin. Şahadeta wan bûye cesaret û hêza jiyanê. Ev ji jiyana xirab re bersiveke. Demên  dîroka mirovahi yên tarî û roni bi hevdû ve hişk hişk girêdayine. Lê mirovahî ticar tarîtî weke jiyanek nepejirandiye. Bi wê re her tim şer kiriye. Aha demên ku tarîtî hatin jiyankirin jî, piştî wê roja azadiyê derdor rohnî kirî jêre demên aso, di heman demê de demê “QEHREMANİ”tê gotin. Çi di  dîrokê de dibe û çi di roja me de, hema hema hemû gelan ji demên wiha re şahidî kirine. Girêdayî şehîd mayin tê wateya heta serkeftinê bê ku hicetek çêbike, bê ku astengiyekê nasbike, sekin nişankirine û ji vê re bûyîna hêza peyman û çalekiyê ye. Şehîdên me peymana me ya ar û mirovahiyêne, meşa me ya pêşdeçûn û serkeftinê ne.  

Ayrıntılar
Görüntüleme: 432

Sayfa 5 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • ZÎHNIYET

  • PIRSGIRÊKA JINÊ ÇARESERKIRIN Û QEZENCKIRINA SERKEFTINÊ YE

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere