Zanista Li Dora Jinê Were Pêşdebirin, Wê Bibe Gava Pêşî Ya Ber Bi Sosyolojiya Rast Ve Bê Avêtin Mirov fêhm bike dikare bijî. Mirov dijî ji bo fêhm bike. Ez yeqîn nakim ku şîroveyeke din a kozmosê hebe. Her çiqas zehmet be ku maneya mutleq di warê pêkhatinê de nêzî nemumkiniyê be jî ez li ser a xwe me ku ya jiyanê dimeşîne rastî bixwe ye. Tu hêz bi qasî hêza maneyê bi hêz nîne yan jî li hemberî maneyê ji xwenîşandanên sexte û pêve tiştekî din nînin. Li cihekî ku mane nebe behsa jiyanê nayê kirin. Tabî heke em danûstandina bêhnê weke jiyanê nehesibînin. Spînoza gotibû ‘Fêhmkirin azadî ye’. Ji derveyî wê ez jî bawer nakim ku azadî hebe. Qasî ku ez fêhm dikim azadbûna min ji bo jiyanê hêza herî mezin e. Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ew çend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihîştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike. Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêşketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin. Civakên maneya xwe herî baş tînin ziman, bi gotin û avahî dikin, weke civakên herî pêşketî têne terîfkirin. Ev, civakên asta wan a azadiyê pêşketî ne. Civakên azad ew civak in, xwe pir baş bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan piralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên welê ne, berevajî nikarîne zimanê xwe pêşde bibin, eşkere bidin axaftin û xwe piralî ava bikin. Di çarçoveya vê terîfê de tevahiya serdeman girtina dest a pêşketina heqîqet û maneya civakî cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingehê xwe de tevahiya serdeman, rewşa manedariya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiştiyê, îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfadekirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin, lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman, bibêjin. Civak bi tenê ji heqîqetan nehatine hûnandin, di heman demê de hêza diyarkirinê ne. Civaka nikaribe heqîqeta xwe diyar bike, ketiye rewşa herî giran a koletiyê, asîmîlasyon û qirkirinê. Bi awayekî maneya vê jî rewşa qutbûna ji hebûnê, û dest berdana ji rastîbûnê ye. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmanekirin, bûne hebûnên welê ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên subjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên maneya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera mane û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Mane, bi awayekî potansiyela heqîqetê ye. Ev potansiyel çiqasî were ziman, bi awayekî azad bipeyive û were avakirin wê bigihîje rewşa jêre heqîqet tê gotin. Zanistên civakî yên dixwazin bi têgihîştina zanistên pozîtîvîst ango bi paradîgmaya wê pêşde bibin, bi temamî asê bûne. Naxwe em nikarin diyardeya mêtinkarî û şer a ev çend mezin bûye rave bikin. Nabe ku zanyarek herî kêm bi qasî alimekî dînî û exlaqparêzekî berpirsiyar nebe. Eger zanist ji mîtolojî, dîn û felsefeyê zêdetir xwediyê hêza maneyê ye û tevî ku şoreşa xwe di sedsala 17. de kiriye û serketina xwe îlan kiriye, çima nikarîbû vê serdestiya xwe li hemberî diyardeya şer û mêtinkariya nedîtî nîşan bide? Mirov dikare di desthilatdarbûna zanistê de vê yekê weke sedem nîşan bide. Zanista bibe desthilatdar azadiya xwe ji dest dide. Li gorî min zirara herî mezin a kapîtalîzmê di tunekirina terîfa jiyanê de ye. Ji vê jî wêdetir, bêbextî û xiyaneta herî mezin bi têkiliya jiyanê ya bi civak û hawîrdorê re kiriye. Hemin di vê de sîstema şaristaniyê ya li pişta wê, bi qasî wê berpirsiyar e. Tê gotin em di dema herî bi hêz a zanist û ragihadinê de ne. Lê tevî vê pêşketina awarte ya zanistê, gelekî seyr e ku zanist hê jî nikare jiyan û çarçoveya wê ya civakî terîf bike. Naxwe divê mirov bipirse: zanista çi û zanist ji bo kê? Çiqasî bersiva van pirsan were dayîn, ewqasî wê baş were fêhmkirin ka çima zanyarên civakî bersivê nadin pirsa bingehîn a weke “Jiyan çi ye û têkiliya wê bi civakê re çawa ye?” Dibe ku ev pirs gelekî besît xuya bikin. Lê hebûna jêre mirov tê gotin bi qasî jiyana xwe manedar e. Piştî ku ev jî nehat fêhmkirin ma çi qîmeta mirov heye! Di vê rewşê de belkî veguhere mexlûqekî ku ji heywanekî, heta ji jiyana nebatekê bêqîmetir be. Mirovatiyeke maneya xwe, heqîqeta xwe nizanibe yan nîne yan jî hebe jî bi awayekî herî rezîl û herî hov heye. Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Bikaranîna zanistê ji aliyê exlaqî ve ne bi tenê rê li ber rewşên xirab vedike, di heman demê de gelek Hîroşîmayan çêdike. Jiyaneke manedar diqedîne. Jiyana medyatîk û sîmulasyon, gelo serketina zanistê ye? Yan jî manewendakirina jiyanê ye? Ez li vir qala keşfên teknolojîk û zanistî nakim. Ez li vir hewl didim rave bikim ku weke dînê zanistê pozîtîvîzm, zanist nîne. Heta ku mirov xwe ji hukumraniya zanistî ya pozîtîvîzmê xilas neke, di serî de ya dewlet-neteweyê, xilasbûna ji tu hukumraniya desthilatdariyê mumkin nîne. Di serdema me de pozîtîvîzm dînê rastî yê pûtperestiyê ye. Ji Parêzname û Dahûrandinên Rêber Apo Hatiye Berhevkirin. Wê Bidome.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 347
Di sedsala 18. de derdikeve ango ji sala 1785 û şûndetir pêş dikeve. Femînîzm tê wateya jinparêzî û mafê jin parastin. Furier dibêje pêşketina jin pêşketina civakê ye, pêwîste mafê wê di civakê de hebe, lewma pêwîste mafên jin werin parastin. Ji ber vê têgeha femînîzm bikar tîne. Destpêkê weke pêlekê ye piştre dizivire tevgerekê. Femînîzm koka xwe dispêre jinên Amazonan (jinên ku di dîrokê de şer kirine û çanda xwe parastine). Lê heman demê li tevahî berxwedaniyên jinan jî xwedî derdikeve. Di dîrokê de ji bo jin çi hatibe kirin, femînîzm lê xwedî derdikeve. Olympe de Gouges, jineke Fransî ye. Wê demê dewlet, jinan weke hemwelatî nagire dest. Heman demê saziya mafê mirovan belavok belav dike lê di nav de tiştekê ku derbarê mafê jin de tûne ye. Olympe de Gouges jî jineke pêşketî ye, lewma ew jî radibe beyannameyekê belav dike û tê de “mafê jin” dinivîse. Wê demê li Fransa pergala qiraliyetê heye, ji ber vê beyanamê ji aliye pergalê ve tê girtin û wê dibin giyotine (cihê serjêkirinê). Wê demê tu mafê jin tûne ye, mafê hilbijartin, dengdan, xwendin û karkirinê ji bo jinan tûneye. Olympe jî di daxuyaniya xwe de behsa van mafan dike. Dema wê dibin giyotînê ew dibêje “madem hun jinan dibin dikujin, wê demê maf jî bidin jin bila biçe meclisê siyaset jî bike”. Her wiha beriya ku celad serê wê jê bike qîr dike û dibêje “heya ku di Fransa de qederê jin neyê guhertin, wê şoreşa Fransa bi ser nekeve” dîsa dibêje “ey zilam tu hatiyî ji bo min bikujî, lê gelo tu dikarî li beramberî jinekê xwedî edalet bî? Gelo kê mafê ku cinsê jin xistina bin tehekumê daye te”. Ji ber van gotinan serê wê jê dikin. Piştî mirina wê, ev gotinên wê yên dawiyê hem di nava Fransa bi xwe de, hem jî di nava jinan de bandoreke mezin dide avakirin. Beriya ku femînîzm ji pêlekê bibe tevger, hinek tevgerên cûda hene. Li Îngilîstan û Emerîka yê Sufarget (berxwedêr) û çarsîst hene. Ev tevgerên girîngin, bi taybet jî ya sufraget ku pêşengên wê Emelayn Pankors û du keçên wê ne. Xwe di hemû qadên civakê de bi rêxistin dikin. Silogana wan a sereke “azadî, wekhevî, di heqdestê de wekhevî” ye. Di warê hiquqî, siyasî û civakî de li pey mafên jinan e. Şertên ku wê demê jin tê de jiyan dikin pir zehmetin, mînak tê gotin ku wê demê kargehên cilan hene. Tê de kare cil şûştin û ûtî kirinê ku karên herî zehmetin ji bo jinan tê dayîn û keda jin tê de pir zêde çêdibe. Lê belê dema ku heqdestê belav dikin, meaşê ku jin digire û zilam digire ne wekheve. Yan jî zilam 8 saatan dişuxule û zêdetir pere digire, jin 16 seatan dişuxulin lê belê bi qasî zilam pere nagirin. Yan jî gelek jin xwedî zarokin û pêwîste dawiya hefteyê ji bo wê betlane hebe, an jî dema zarokên wê nexweş ketin pêwîste bikaribe destûr bigire ji bo lê meyze bike, herwiha dema ducanî bibe bikaribe destûr bigire. Lê ev hemû tune ne û bi kurtasî bi vî rengî li ser keda jin mêtîngerî heye. Lewma sedemê ku ev rêxistin ji bo wê derdikevin jî eve û van kiryaran red dikin. Ew dibêjin bila jin bişuxule lê pêwîste xwedî maf be û di warê hiquqî û siyasî de mafê jin were dayîn. Bi vî awayî heya astekê girseyekê berbiçav jî kom dikin. Her çendî zêde behsa wan neyê kirin jî lê di astekê de têkoşîn dikin. Dikevin girevên birçîbûnê, çalakiyên sabotajê dikin û di kolanan de bi awayekî radîkal bi ser cihên ku ayidê dewlet û zilamane de digirin û îşgel dikin. Piraniya wan jinên malan û jinên karkerin, pêşengên wan jî Emîlayn Pankors û her du keçên xwe ne ku ji beşa civakê ya arîstoqratin û xwendevanin. Çalakiyên wan dizivire radîkalbûnê. Ji gava destpêkê de dema ku dikevin gireva biçîbûnê pergal ji wan ditirse. Ji ber dibêje ger yek ji wan bimire wê ew tevger mayinde bibe, lewma heya ji destên wan tê dixwazin wan îqna bikin da ku xwarin bixwin. Çalakiyeke wan heye, jineke di nav wan de bi navê Emîlî Davînson heye, ew çalakiyeke fedayî dike û xwe feda dike da ku şehîdeke wan çêbibe û tevger jî li ser wî esasî berdewam bike. Dema ku li Îngilîstanê qiral tê, pergal ji bo pêşwazîkirina wî pêşbirka hespan li dar dixin. Ev tevger jî xwe rêxistin dikin û di dema ku hespê qiral tê ew jin bi pankarteke ku amade kiriye ve xwe davêje pêşiya hespê qiral. Ji xwe hesp pêlê dike û ew jin li wir jiyana xwe ji dest dide. Dûvre fam dikin ku ev ne bi awayekî xwezayî pêk hatiye, berovajî di encamê rêxistin û planekê de hatiye kirin û çalakiyeke. Ji ber ew jin dixwazin li wir pankartên xwe vebikin û dengê xwe li tevahî dinyayê belav bikin da ku jin bigihêjin mafê xwe, lewma bedelekî pir mezin didin. Wate, têkoşîneke pir cidî heye ji bo mafê jin. Jin şiyar dibin û jin li derdora van tevgeran kom dibin. Bi vî rengî bi demê re hinek mafên hiquqî ji bo jin tên dayîn. Hinekî şert û mercên wan ên kar sererast dikin. Êdî hinekî di warê hiqûqî de îradeya wê tê nasîn, di warê hilbijartin û hwd de pêşketin çêdibin û gav tên avêtin. Lê ne ku jin bi temamî digihêje azadiya xwe û tiştek wisa pêş nakeve. Ji xwe daxwazên wan jî di vê çarçovê de ye û dibêjin mafê hilbijartin û siyasetkirinê bidin me û bi qasî ku mafê zilam heye pêwîste bi qasî wî mafê me jî di civakê de hebe. Femînîzm jî piştî van tevgeran belav dibe. Bi awayê sê pêlan ve belav dibe. Pêla yekemîn Ji sedsala 19. destpêdike û heya sala 1970’yî berdewam dike. Yên ku di vê pêlê de derketine, femînîstên lîberal, femînîstên sosyalîst, femînîstên çandî û femînîstên ronakbûnê ne. Ji derveyî yên sosyalîst, ên çandî, lîberal û ronakbîr derketina wan weke heve. Ev pêl dibêje, çi mafê ku ji bo zilam di aliyê siyasî û hiquqî hene pêwîste bi heman rengî ji bo jin jî hebe, pîvan zilame. Dixwazin jin di derheqê xwe de bibe xwedî zanist, xwe nas bike û ferq bike. Lewma ji bo wê jî gelek xebatan didin meşandin. Ji ber ku heya wê demê jin weke ku bê aqile û tekamula xwe temam nekiriye hatiye naskirin. Lewma dikevin pey îspatkirina ku jin xwedî mejiye û mirove. Heya wê demê tu kes behsa çanda jin nake, lê bi taybet femînîstên çandî hîn zêdetir li ser çanda jin lêkolîn dikin û pêş dixin. Femînîstên sosyalîst jî dibêjin bi hatina sosyalîzm re ji xweber dê pirsgirêka jin jî çareser bibe. Lê mixabin tam berovajî bû. Ji ber dema ku sosyalîzm hat pirsgirêka jin çareser nekir û azad nekir. Hinekî lêkolînên wan li ser civaka dayiksalarî jî çêdibe. Di encam de di pêla yekemîn de piranî li pey mafên siyasî û hiqûqî meşek heye. Di maf xwestinê de jî pîvan zilame. Girêdayî dîrok û hebûna jin dixwazin zanebûnekê bi pêş bixin, belav bikin û di nava jiyanê de di derbarê pirsgirêka jin de hişyarbûnekê didin avakirin. Lê pir zêde dewamiya wê nayê. Pêla duyemîn Di navbera 1970-1990 de pêşdikeve. Di nav her sê pêlan de pêla herî bi bandore. Bê guman di dema vê pêlê de pêla yekemîn jî hîn berdewam dike. Di ya duyemîn de jî femînîstên cuda derdikevin. Ew jî femînîstên tundrew(radîkal), femînîstên anarşîst û komînîst (anarko), femînîstên ekolojîk û femînîstên heyînparêz in. Li gorî pêla yekemîn cudahiya wan ewe ku ev pêl pergalê lêpirsîn dike. Bi temamî nebe jî rexneyên wan ji bo zilam û pergalê heye û zihniyeta wan lêpirsîn dikin. Femînîstên radîkal ji kokê ve zilaman û tiştên ayidê ku zewac jî di nav de, red dikin. Dibêjin ji ber ku herî zêde jin di rêka zewacê de kole dibe, bi zilam ve tê girêdan û zarokan tîne, ev hemû jî sedemê kolebûna jine û pêwîste nezewice. Lewma ev beş zilam ne weke pergal, di warê biyolojîk de red dikin û esas di vir de kêmasî dikin. Bi kurtasî di hedefê wan de zilam heye. Qeba redçî ne. Di nav beşeke femînîstên radîkal de bi qismî lezbiyentî pêş dikeve. Femînîstên heyînparêz, Simone de Beauvior, jineke Firansî ye, ji Jan Paul Sart pir bandor bûye. Pirtûka wê ya bi navê cinsê duyemîn heye. Ew pênase dike ku di civakê de jin weke cinsê duyemîn tê destgirtin. Piranî li ser bandorên zayendperestiya li ser jin sekiniye. Gotineke wê ya navdar heye dibêje, “tu weke jin nayê dinyayê, tu dûvre dibî jin”, bi vê gotinê dixwaze bal bikşîne ser şewgirtina civakê ku dewlet dide avakirin û li ser jin disepîne. Lewma wê zayendperestî xweş fam kiriye. Piranî bal kişandiye ser vê yekê ku çîma wê pergal jin înşa bike? Pêwîste jin xwe bi xwe ava bike û înşa bike. Femînîstên ekolojîk jî ji xwe diyare, bi pirsgirêkên ekolojiyê re mijûl dibin. Pirsgirêkên jin û ekolojiyê wekhev dibînin û bi hev re digirin dest. Heman demê dibêjin zordestiya li ser xweza û zordestiya li ser jin wekheve, lewma pêwîste ev zordestî bi hev re rabe. Lewma hem ji bo azadiya xweza, hem jî ji bo azadiya jin pêwîste têkoşîn were kirin. Silogana wan jî “wê jin û xweza bi hev re azad bibe”. Ev tesbîta wan raste. Em jî weke tevgera PKK’ê vê yekê dibêjin. Ji ber dema ku mirovatî ji xwezayê dûr ket zordariya li ser jin jî dest pê kir. lewma ev tespîtên wan rastin lê kêm in. Ji ber bi qasî ku xwestine, pêk nanîne. Bi kurtasî ew dibêjin berpirsyarê pirsgirêkên di xwezayê de, hem jî pirsgirêkên jin, desthilatdariye. Zivirandina xwezaya yekemîn esas digirin. Di aliyê fikir de nêzî partia me ne lê şaştiya wan ewe ku polîtîka ayidê jin nabînin, ayidê dewlet û desthilatê dibînin. Ji ber ku desthilatdariyê jî red dikin, lewma ji bo me dibêjin hun çima polîtîka esas digirin. Yê me jî berovajî em pir girîngî didin polîtîka û bi taybet jî polîtîkbûna jin. Ji ber em polîtîka ayidê civakê dibînin. Lewma ferqa me di vir de derdikeve û di vê xalê de destgirtinên me ji hev cuda dibin. Femînîstên Anarko (hem anarşîstin hem jî komûnîstin), di nav pêla duyemîn de beşa herî radîkal û herî zêde nêzî fikirê me ne. Lêpirsînên wan ên dewlet, iqtîdar û desthilatdariyê pir zêde ne û ji kokê ve red dikin. Red dikin lê belê alternatîfê wan tune ye. Rexneyên wan ji bo zilamtî, pergala desthilatdar û çanda wan pir dijwarin û ne ji rêzê ne. ew jî mîna femînîstên Eko dibêjin, şer, polîtîka û siyaset ayidê desthilatdariyê ne û ne ayidê jin in. Lewma ew jî bi heman rengî di vê xalê de ji me cuda dibin. Bi gelemperî ev pêla duyemîn radîkalin, zilam kirine hedefa xwe, pir bi tundî red kirine, lêpirsînên wan jî di cih de ne, lê kêmasiya wan ya sereke ewe ku pirsgirêka jin tenê weke pirsgirêka zayend û biyolojîk girtina dest e. Di nav wan de jin jî tişteke biyolojîke, zayende, zilam jî tiştekî biyolojîke. Lê em pirsgirêkê civakî, dîrokî û sosyolojîk digirin dest. Her wiha em dibêjin “pirsgirêka jin, pirsgirêka mirovatiyê ye û ya hemû civakê ye”. Ji ber wê dema ji wan re jin tê gotin wek cins dest digirin. Dema em dibêjin jineolojî jî yanî zanista jin, lê ev zanist ne ayidî cinsekî ye berovajî zanista jiyanê ye û zanista civakê ye. Cudahiya duyemîn a di navbera me û wan de ewe ku, em zilam weke pergal û zihniyeta ku 5 hezar sale hatiye rûnişkandin ku ol, xweda û desthilat hemû di nav de ne digirin dest. Lê redkirina wan ya ji zilam re, ne redkirina zihniyet û pergala zilame ya wan yekser redkirina zilam bi xwe ye. Ew nikarin girêdana pirsgirêka jin bi pergal û zihniyeta desthilatdariyê ve çêbikin. Bi xwezayî jî paradîgma û teoriya wan seqet dimîne. Sedema sereke ku nahêle bigihêjin çareseriyê jî eve. Ji ber ji bilî wê, di demên xwe de pir zêde berxwedanî dikin, gelek tiştan digirin beramberî xwe û gelek bedel didin. Lê dema ku teorî kêm be, bi xwezayî pratîk jî seqet dibe. Heya niha jî pêla duyemîn bi bandore û berdewame. Pêla sêyemîn Ji 1990 heya roja me ya îro berdewam dike. Ev beş, pêla 1. û 2. rexne dikin û li ser esasê rexnekirina wan pêlan derketine. Sedemê rexnekirinên wan jî ya yekemîn ewe ku dibêjin, femînîzm tenê jinên Ewrupî girtiye naveroka xwe, lê jinên Rojhilatanavîn û yên Çermreş negirtine nav xwe. Ev jî şaşe, madem ku mesele jine wê demê jî pêwîste Femînîzm tevahî jinan bigire nava xwe. Wate, çima femîznîzm jinên Asya, Efrîka û Rojhilatanavîn negirtiye nav xwe. Lê ev pêl hîn zêdetir bi nasnameya kesayet an jî weke grûp derketine weke herdu pêlên din mîna bizavekê der neketine. Di nav wan de femînîstên îslamî, postmodern û çermreş derketine. Nerînên hemûyan hevbeşe. Rexneya wan a duyemîn ewe ku dibêjin, “di cîhanê de ne tenê pirsgirêka jin û zilam heye, pirsgirêka netewan jî heye” her wiha “kapîtalîzm, netewperestî û zilam dinya xerab kirine, lewma pêwîste mirov li beramber wan têkoşîn bike”. Her wiha ew pirsgirêkê jinan dabeş dikin dibêjin, “jina çermspî ku li ewropa jiyan dike nikare jineke çermreş û rojhilata navîn, asya û afrîka fambike. Lewma pêwîste femînîzma her yekê ji wan di nava civaka wan de derkeve”. Ew dibêjin pirsgirêkên jinan cuda ne lê berovajî em dibêjin ku jin dikare tevahî jinan fam bike û pirsgirêkên tevahî jinan hevbeşe. Rexneya wan a ku dibêje, çarçova femînîzm teng maye di cih de ye. Femînîstên Îslamî, piranî li Erebîstana Siûdî, Misir û Îran bi bandorin. Ev beş dixwaze di nav Quranê de rengê jin peyda bike. An jî Quran di kîjan milî de girtiye dest û li ser disekinin. Pêşengên wan, Gonca Kurîş, Amîna Vadot, Fatma Mirnesî û Newal Elsedawî ne. Newal bi xwe jineke ji misrê ye, doktor û profesor e. Gelek caran ji Rêber Apo re silav şandiye. Gelek pirtûkên wê hene. Çend caran tevlî konferansên jin ên rojhilata navîn bûye. Pirtûkek wê bi navê “jina di nuqta sifirê de” heye. Gonca Kurîş ji ber ku pergalê xebatên wê weke tehlîkeyekê dîtin lewma kuştin. Bi giştî ev beş lêpirsînên wan pir zêde li ser zihniyeta baviksalar û civaka xwezayî tuneye. Lê hîn jî hene û bi bandorin. Pir zêde ne civakîne. Yanî mirov nikare bibêje ku giştî civaka Rojhilatanavîn û cîhana îslamî li derdora wan kom bûne û hatine birêxistin kirin, tişteke wisa tune ye lê di nava qismekî de jî bandora wan heye. Femînîstên postmodern jî di roja me ya îro de pir zêde li Ewropa û bi taybet li Emerîka ne. Ev li dijî modernîte derketine, lê belê yên ku herî zêde jî teslîmî modernîte bûne ew in. Fikirê wan hinek ber bi ji rêderketinê ve çûye. Ew her tiştî red dikin, dibêjin em jin jî û zilam jî di warê biyolojîk de jî rakin û hilweşînin. Cil û bergên wan û terzê jiyana wan pir zêde li dijî civakê ye. Grûpeke, wekî hejmar ne pir zêdene ji ber ku pir zêde ne civakî ne. Femînîstên pro, di sala 1996 weke bizavekê derket. Ev beş ji zilamên ku fikirê femînîzm qebûl dike, dipejirîne û dixwazin parastina jin bikin in. Rêber Apo dibêje Jineolojî ne alternatîfa femînîzmê ye, ne jî li hember wê ye, J ineolojî ji bo temamkirina femînîzmê ye lewma pêwîste jineolojî femînîzmê bigire hundirê xwe. Lê gelo esas femînîzim di ku derê de wenda kir û Jineolojî dikare ji bo femînîzmê çi bike? Sedema sereke ew bû ku pirsgirêka jin di civakê de derxistin holê, lê belê tevahî jin negirtin hundirê xwe. Sedema din, bi civakên modern re sînordar ma û civakên din li derve hiştin. Sedemek din jî pirsgirêka jin yekmilî û tenê di aliyê cins de girtin dest, lê pisgirêk bi pergala desthilatdar ve girê nedan. Dîsan bi qasî ku red kirin û têkoşîn kirin alternatîf pêş nexistin. Her wiha yekîtiya navxweyî avanekirin û pêşengên wan tune bû. Lewma ev hemû bûn sedem ku sernekevin. Ji bo temamkirina wê Jineolojî bi derketina xwe re dikare di van milan hemûyan de kombûnekê ava bike û sererast bike. Ji Waneya Jînelojî Ya Arjîn Dêrsîm Di Akademiya Şehîd Berîtan Dayî Hatiye Berhevkirin Bi Dawî Bû…
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 350
Misilmantî jî olê ku pêwîste mirov nêzîkatî û destgirtinên wî yên di aliyê jin de muhakeme bike ye. Heman demê pêwîste mirov pir zêde bi temaşekirineke orîantalîst û zayendperest olan negire dest. Rêber Apo jî bal dikşîne ser vê xalê. Hemû ol her çiqasî di roja îro de hişk û di warê jin de pir tiştên neyinî anîbin jî, bi meyzandineke oryantalîst ku di ol de qet pêşketin çênekiriye û bi ti awayî cihê jin tê de tuneye meyze nekin û negirin dest. Lê belê pêwîste ji bîr jî nekin ku şkandina 2’emîn di ol de pêkahatiye. Bi awayekî dualîte meyzekirin girînge. Destpêkê çawa derket piştre çawa bû, yan jî weke ku didin teyisandin gelo jin bi wî rengî tê de cih digire, yan jî rolê jin tê de heye feqet li ser tê girtin? Lewma ferqek di navberê de heye. Mînak ger ku em îro li xirîstiyantiyê temaşebikn, dibe em bibînin ku heqareteke herî mezin ji bo jinê tê de heye, lê di derketina xirîstiyantiyê de ne bi vî rengî ye û ewqas jin ji bo ku xirîstiyantî li ser cewherê xwe bimîne bedel dane û hatine kuştin. Bi sedan û bi hezaran ezîze derketin. Ji ber vê rola jin tê de zêde ye, lê dema ku bi desthilatdariyê re bû yek ew çand yekser tê wendakirin. Lewma pêwîste em li îslamiyetê jî bi vî çavî temaşe bikin û bigirin dest. Beriya ku Hz.Muhemed îslamiyetê îlan bike. Li Meke kabe heye. Kabe cihê baweriya civakê bi xwe ye. li wir çanda xwedawendan hakîme û esase. Jê re dibêjin ku li wir pût hene, lê esas tu pût li wir tuneye, çanda dayikê heye û tê berdewamkirin. Me beriya niha jî anîbû ser ziman, 3’ê sembolên ku civak pir zêde baweriya xwe pê tîne heye ew jî elûza, elat û elmenat in. Ew jî xwedawendên heyv, stêrk û tavê ne. Ev jî tê wateya ku heya wê deme jî hîn însan baweriya xwe bi tav, heyv û stêrka gelawêjê tînin. Ya herî diyarker di nav wan de jî elûza (stêrka gelawêj) ye. Dibêjin ên ku ji vê çandê bawer dikin û ji wê kokê tên, di nav wan de jin diyar dike wê bi kê re bizewice. Hz.Xedîce bi xwe jî ayidê vê çandê ye. Ji xwe ya ku pêxembertî dixe serê Hz.Muhemed jî Hz.Xedîce bi xwe ye. Hz.xedîce jineke ku bi kare tîcaretê re mijûl dibe, bi karwanan re diçe û tê û jineke ku di civakê de bi bandore. Temenê wê 40 sale, yê Hz.Muhemed jî 20 sale, tevî ku di navbera wan de 20 sal ferq heye jî, lê bi xwe tercîh dike ku bi Muhemed re bizewice. Ev jî çanda elûza ye. Dîsa fikirek tê belavkirin, dibêjin beriya ku Hz.Muhemed derbikeve, di Erebîstanê de pêvajoyeke cahilî hebû, piranî tarîtî bû, nezantî hebû, dema ku zarokên keç ji dayik dibin bi awayekî zindî dikirin bin axê. Lewma Muhemed rabû û jin ji bin axê derxist. Lê di rastiyê tiştekî ku bi navê dema cahilbûnê tuneye. Tam berovajî wê Rojhilata Navîn heya derketina Îslamiyetê û ji wê û şûn ve jî ne di cahiliyetê de ye. Kengî cahiliyet pêşket? Mirov dikare bibêje ku cahiliyet di sala 1111 de pêşket. Ev jî bi destê Îmam Xezalî çêdibe. Îmam Xezalî Ii pêşiya tevahî pêşketinên li Rojhilata Navîn girt. Raste beriya wê zemîn hatiye avakirin lê ew kilîtê lê dide. Ji ber wê çaxê Rojhilata Navîn di warê fikir, felsefe û tib de li gorî Ewropa pir pir di pêş de ye. Erebîstan jî perçeyek ji vê ye, ji ber ewqasî çanda dayikê li wir hatiye jiyankirin û pir bi bandor bûye. Ji ber wê tiştekî wisa ku demeke cahiltî û tarîtî bû, Hz.Muhemed jî hat û her tişt sererast kir nîne. Di warê kuştina keçên biçûk de jî, ev çand tenê di qebîleya Qureyş(qebîleya Hz.Muhemed)de heye. Mesela vê jî ewe ku insanê wê feqîrin, qebîleya Qureyş bi xwe jî qebîleyeke ku di warê aborî de orte ye. Lewma ji yekî deyn digirin, di bedelê wê de jî keçên xwe weke sened û wekalet didin. Dibêjin ger min deynê xwe heya mezinbûna keça xwe neda wê demê keça min ji we re ye. Piştre jî, ji ber ku hinek malbat feqîrin û nikarin deynê xwe bidin, heman demê naxwazin keçên xwe jî di berdêla pereyan de bidin yekî, lewma dema ku zarokên keç ji dayik dibin dikujin û binax dikin. Lê ev jî bi gelemperî nîne, cih bi cih çêbûye. Lewma mirov nikare bibêje ku di Erebîstanê de, di nava hemû qebîleyan de ev tişt hatiye jiyankirin. Esas dema ku Hz.Muhemed destpêkê derdikeve jî vê çandê pir zêde nagire beramberî xwe. Bi taybet jî çanda elûza(gelawêj). Ji ber dizane ku tevahî civakê baweriya xwe bi vê çandê tînin, lewma yekser li dij dernakeve. Apekî wî heye, bi çanda elûza ve pir girêdayî ye û tu carî hatina misilmantiyê qebûl nake. Dema ku Hz.Muhemed wan sembolên wan weke pût digire dest û dişkîne, apê wî dixeyide û di navbera wî û Hz.Muhemed de şerên mezin ên çekdarî çêdibin. Ji ber ku apê wî hatina îslamiyetê qebûl nake bi xwe jî tevlî şer dibe. Heta dibêje bila çavê min ên vekirî biçin, çima ev tişt çanda me rakir. Bi vî rengî girêdanbûneke xurt bi vê çandê re heye. Di nêzîkatiyên Hz.Muhemed ên li beramber jin de jî razdarî heye. Bi xwe bîst salî ye lê destpêkê bi jineke ku 20 salan jê mezintire re dizewice. Piştre bi xwe dibe 40 salî bi keça apê xwe ayşe ku 9 saliy re dizewice. Ev bi serê xwe nakokiyeke pir mezine. Di vir de diyar dibe bê ka temaşekirina li jin di çi çarçovê de ye. Pêve girêdayî, dibêjin di dema Mekê de yên ku yekemîn baweriya xwe bi olê Muhemed tînin, yek jine ku ew jî Hz.Xedîce ye, yê din jî kolê wî Zeyde. Piştre kur apê wî Hz.Elî û hinekî din jî bawer dikin. Lê di destpêkê de ên ku herî zû pê bawer dikin yek jine yek jî kole ye. Lê di Mekê de pir zêde ola îslamê belav nabe. Sedema wê jî hebûn û bandoriya çanda xwedawenda ye. Lewma Hz.Muhemed mecbûr dimîne ku hîcret an jî koç bike. Bi kesên ku baweriya xwe pê anîne re ji Mekê diçin Medîne. Esas jî îslamiyet di medîne de belav û berfireh dibe. Piştî wê di navbera Meke û Medîne de sê şer tên lidarxistin. Di wan şeran de jî jin hene li deveyan siwar dibin û şer dikin. Bi kurtasî jin ne bintûte ye. Di nav şerkerên her du aliyan de jî jin heye. Li Medîne di dema destpêka îslamiyetê de pir zêde jin li dervî ol nayên hiştin û qedexekirinên zêde tune ne. Mizgeft hene ew jî hevbeş bikar tînin. Di Mizgeftan de ne tenê li ser esasê ol û bawerî nîqaş dikin, esas li ser pirsgirêkên civakê nîqaş dikin. Tê gotin heya demekê jî jinên ku waaz didin û bang(azan) dikin jî hebûne û ew çand heya s.s19’emîn jî berdewam kiriye. Lê piştre şîroveyên şaş li ser wan hatine pêşxistin. Bi giştî di pêvajoya Medîne de li kêleka Muhemed jin hebûne. Lê bi demê re ew li derveyî vê çandê hiştine. Cardin zewaca Hz.Muhemed bi 11 jinan re pir tê nîqaş kirin. Dibêjin dibe ku zewacên siyasî bin ku hinceta wî jî ewe ku, zilamên wan di şer de mirine jin jî tenê mane û di bin navê xwedî derketinê de bi wan re zewiciye, heman demê cariyeyên wî jî hebûne. Lê xwedîderketin ne şerte ku îleh bi wan re bizewice, dikarîbû bi awayekî cuda ve jî wan jinan xwedî bike. Wate ne mecbûre weke jin wan bîne, lê ev zewac hîn zêdetir feraset û mentiqekî cuda rave dike. Dîsa zewaca pir jinan re ku me berê jî diyar kiribû, di mûsewîtiyê de pir li pêş bû. Ji ber ku qisûr û sedemên zarok neanînê di jin de digirtin dest, lewma ji bo zilam rewa kiribûn ku heya zarokên wî çêbibin dikare jinan bîne. Di xirîstiyantiyê pêşî li vê çandê hat girtin. Lê di îslamiyetê de Hz.Muhemed ji bo sererast kirina vê çandê, diyar dike ku zilam dikare heya çaran jî jin bîne. Bi xwe jî destpêkê pir zêde ne alîgire, lê piştre dibêje zilam dikare heya çaran jin bîne bi şertê ku ew zilam di navbera her çar jinan de bi edalet û hevbeşî nêz bibe. Ji ber esas baweriya wî pir zêde bi edaleta zilaman tune ye û dizane ku ne adîle. Lê li şûna ku bi vî awayî girtî(muxleq) hiştiba wî yekser biryar girt. Lewma piştî wê her kesî li gorî xwe edalet dide meşandin. Kes jî li pey edaletê nakeve, dibêjin ji xwe pêxemberê me gotiye anîna çar jinan sunete. Sunet(tiştên ku muhemed kiriye, kirina wan karan sunete) baş tê destgirtin. Kes nafikire ku edalet xistiye navbera jinan an na. Heman demê di mijara mîrasê de jî keç û kur heman parê nagirin, ji 3’yan 2 yê zilame yek jî ji bo jine. Hinekan pirs kirine ku çima di vê mijarê de wekhevî tune ye? Hezretî Muhemed jî weke bersiv dibêje “keç parekî ji mala bavê xwe digire, dema dizewice jî parekê li mala zilamê xwe digire” Ji bo ku para wê ji ya zilam zêdetir nebe û wekhev bin pêwîste jin ji mala bavê xwe tenê parekê bigire. Hinek ayet û hedîsên ku ji bo jin hatine bikaranîn hene. Mînak di quranê de sûreta Nîsaa(jin) heye, bi taybet ji bo jin hatiye nivîsandin. Di wir de ji zilaman re dibêjin jinên we mîna zeviyên we ne, hun çawa diçin ser zevî û dajon hun wisa dikarin bi ser jin de jî biçin. Di vir de îfadeyeke pir xerab derdikeve holê. Dîsa dibêjin bila darê zorê li ser pişta wê û zarok jî ji zikê wê kêm nebin. Mirovên ku xwe bi vî olî ve jî girêdidin pir seranser nêzî van gotinan nabin, berovajî weke ku li ser wan hatiye ferz kirin digirin dest û pêk tînin. Lewma dibe ku nerînên fîlosofekî ewqasî li ser civakê bandor neke û her ferdekî civakê bi fikirên wan jî nehesiya be, lê ol ne tiştekî wisaye ji ber û baweriye civak yekser digire, pêk tîne û dibêje xweda û pêxemberê me wisa gotine. Ji ber ku ol baweriye, tu kes lêpirsîn nake û nikare bibêje şaşe, yê ku bibêje jî yekser weke kafir û zindîq tê îlan kirin. Lewma di ayetên ku li ser jinan hatine de pir tiştên xirab hene û mirov dikare zihniyeta wê bibîne û bizanibe ku zihniyeteke desthilatdare, çiqasî zilam diparêze û çiqasî jin dike amûrekî seks û koleya zilam. Cardin hinek tiştên ku xwestiye di hevsengiyê de bihêle jî heye. Mînak gotina “cinet di bin lingê dayikan de ye” Lê ev pir li hewa dimîne, erê cenet dixe bin lingê dayikê, lê beriya wê bi dehan car di cehnemê re derbas dike, dişewitîne, ruh û îrade pêve nahêle. Lewma ew cenet di bin lingê dayikê de be an jî ne tê de be wateyeke xwe ya pir cidî tune ye. Cardin di ayetekê de dibêjin jin du carî berpirsyare, lewma ewê zêdetir biçin cehenemê. Sedem ewe ku ya yekemîn mecbûre weke jin berpirsyartiya xwe weke kesyet bi başî pêk bîne, ya din jî di ber li beramber zilame ku pêwîste bi başî xizmeta wî bike ye. Ger neke ewê biçe cehenemê. Cardin sedemê wê çiye ku piranî jin ji zilam re îtaet dikin, Tevî ku 3’ê jinan jî tîne ser lê qebûl dike? Sedema wê ya sereke ole, ji ber ku pê bawer kiriye û qebûl kiriye, lewma dibêjin gr ez pêk neynim wê demê ezê bikevim gunehan. Ji ber vê zû bi zû nayê redkirin. Mirov dikare bibêje ku di ola Muhemed di asteke îdeolojî û fikir de ji bo azadiya jin pir zêde nêzîkatiyeke tuneye, lê cih bi cih hinek tiştên erênî hene. Nêzîkatiyên wî piranî mîna mamikane(muama, razber). Nêzîkatiyên bi nakokin, xwestiye hin tiştan bike lê piranî di milê xirab de pêşketine, di milekî de jî di hedîsan de diyar dibe ku ji koletiya jin jî nefret dike, lê ji bo azadiya jin jî tiştekî diyarker jî nekiriye. Rêber Apo jî vê dinirxîne. Dibêje, “ diyare ji koletiya jin nefret dike, lê ji bo çareseriyê jî tiştek pêş nexistiye”. Lê xala girîng ewe ku di îslamiyetê de rola jin heye. Bi taybet pêwîste Hz.Xedîce bi awayekî seranser û ji rêzê neyê destgirtin. Hz.Xedîce di nava Rojhilata Navîn de pir demdirêj bandor daye avakirin. Dîsa çanda Hz.Fatma, Zeyneb û hwd. Heye. Niha jî di Rojhilata Navîn de tevî ku îslamiyet ewqasî jin pelçiqandiye û mîna gundorekî di ser re derbas bûye jî, lê bêle hîn jî ew jin pîroz tên dîtin. Jinên şîfager ku çanda xwe ji Hz.Fatma girtine, li tevahî Rojhilata Navîn belav bûne û heya niha jî ji bo mirovan derman bikin destên xwe di ser wan re dibin, lê dibêjin ne destê me ye destê Hz.Fatma ye. Heya wêneyê destê wê jî hatiye çêkirin û belav kirin. Cardin dema nan çêdikin besmela xwe tînin û bi pîrozkirina destê wê ve çêdikin. Ger ku jineke ewqas bi bandor neba wê ewqasî di civakê de belav nebûba. Hz.Fatma ne tenê mîna kesayetekê pêş dikeve, di şexsê wê de çanda dayiksalarî belav dibe û wê temsîl dike. Ev pîrozî ji ku derê hatiy? Tê gotin ku Hz.Fatma bi Hz.Elî re zewiciye. Hz.Elî hem pismamê Hz.Muhemede, he zavayê wî ye û hem jî yê ku bi rolê parastina îslamiyetê rol dilîze ye, hinekî jî islam bi awayekî çep û di warê civakî de girtiye dest. Dibêjin rojekê Hz.Elî xwestiye jineke din bîne, Fatma jî dema ku li ser agir helawê çêdike vê agahiyê dibihîze. Di wê navberê de ji ber acizbûna xwe û hêrsa li hember Elî, kevçî datîne û bi destê xwe helawê tev dide. Lê ruxmî ku germe û Ii ser agire jî, lê destê wê naşewite. Ji ber vê ev meseleya şîfayê ji vir tê. Ev jî tê wateya ku Fatma jineke xwedî taybetmendiyên xwedawendane, an jî şîfagere. Lewma piştî vê bûyerê Elî ji biryara xwe gav paş de davêje û jin nayine. Dema ku Hz.Muhemed vê biryara Elî dibihîze, di hedîsekî xwe de dibêje, “ yê ku ji Fatma hez dike, ji min jî hez dike; yê ku dilê Fatma bişkîne, bihêle û aciz bike, di esas de dilê min dişkîne”. Di vir de mesaj dide û diyar dike ku çiqasî nirx dide Fatma. Elî jî ji ber ku bi pêxember û wê çandê ve girêdayî ye, mesaja xwe digire. Heta bi vî awayî îfade dikin û dibêjin esil Hz.Muhemed xwestiye Fatma di pir waran de weke siyaset, civak bi rêve birin amade bike û weke jinekê rol bilîze. Roja îro di baweriya elewiyan de ji Fatma pir tê bawer kirin, lê di gelek civakên din de jî belav bûye. ji ber Fatma çandeke, çanda dayikên şîfagere û bi rastî jî di warê bawerî de bi hêzin. Neslê Fatma pir berdewam dike û belav dibe, heya Afrîqaya bakur diçin û dewleteke bi navê wê ya Fatimî ava dikin. Di pir cihan de li ser navê dayika Fatma cemaet hatine avakirin. Hz.Zeyneb heye mezara wê li Şamê ye. Zeyneb keça Hz.Elî û Hz.Fatma ye, xwişka Hesen û Huseyne. Di bûyera Kerbela de dema ku Muawiye tê ser wan hemûyan qîr dike, dikuje û bê av dihêle, ku dixwazin neslê Hz.Muhemed û sulale Elî ji holê rakin, di wir de tenê Zeyneb xelas dibe. Hinek dibêjin ji ber ku hamîleye wê nakujin, hinek jî dibêjin di bin cenazeyan de maye lewma xelas bûye. Dema xelas dibe diçe milê Şamê. Lê çima ewqasî di nava civakê de bi bandore û pîroz tê dîtin? Sedemek wê ewe ku weke jinekê di bûyer û komkujiya kerbela de, li ber xwe daye û xelas bûye. Sedemê din jî ewe ku ji neslê Muhemed û ehlil beyet tê ye. Lê sedema sereke ne eve, ji ber yên ku Hesen û Huseyn jî kuştin ma nedizanîn ku ji sulaleya Hz.Muhemed tên, lê ji ber ku îslam êdî bibû îqtîdar ew kuştin. Lê esas pîroz bûna Zeyneb ewe ku çanda xwedawend dayikê, çanda elûza, elat û elmenat berdewam dike ye. Ev hêz pê re heye û jina ku serê xwe ji desthilatdariyê re netewandiye, lewma ewqasî di civakê de bi bandore. Dibêjin niha jî dema ku salvegera Kerbela tê, gelek xelk diçin ser tirba Zeyneb îbadet dikin, digirîn, ax ji ser tirba wê digirin û weke tebaruk digirin dest. Jinên ku zarokên wan çênabin diçin ser wê tirbê û yên nexweş diçin ser. Lewma weke ku me di kesayeta Hz.Fatma de jî pênase kir, di kesayeta Zeyneb de jî wiseye. Tevî ku bi salan mirine jî, lê insan hîn jî diçin ser tirbên wan û dibêjin ku me şîfa dikin, hinek ji axa wan digire ji bo mirovekî nexweş dişînin bajarên cuda da ku baş bibe. Lewma ev baweriye, bawerî jî tiştek wisa ye ku dema carekê ket dilê insan êdî bi hêsanî dernakeve. Ev jî tê wateya ku di îslamiyetê de erê pêwîste em destgirtinên Hz.Muhemed û nirxandinên wî yên neyinî bibînin, lê her tişt ne ewe. Ji ber esas di îslamiyetê de jin bi bandore û çanda ku di îsalmiyetê de dayî meşandin heye. Lewma pêwîste zanista jineolojî jî lêkolînên xwe bi vî rengî bike û ji xwe wisa jî dike. bi temaşkirineke oryantalîst ku yekser weke ku rolê jin di îslamiyetê de tune ye digirin dest pêwîste em nêz nebin û dest ji lêkolînan bernedin. Ger weke wan bibe wê şaş be. Ji ber insanên Ewropa civaka Rojhilata Navîn biçûk dibîne, lê pêwîste em weke wan îslamiyetê negirin dest. Rabiye Eledewiye heye. Jineke tesewifciye. Ol û felsefe bi hev re yek kiriye. Ew jî jineke bi bandore û di nava civakê de bandora wê pir zêde ye. Sembola wê jî ew ku, di destekî wê de meşeleyeke pêketî heye, di destê din de jî satilek av heye. Tê gotin ku her dem bi wî şêwazî digere. Lewma jê pirs dikin ku çima di destekî te de herdem agir di destekî de jî av heye? Ew jî dibêje ezê bi vî agirî cenetê bişewitînim û bi vê avê jî agirê cehenemê sar bikim. Ji ber ku bi gelemperî îslamiyet cehenemê weke cihê kesên ku xerabî kirine û bawerî bi xweda neanîne û weke cihekî hemû agire kesên xerab têde dişewitin pênase dike. Cenetê jî weke cihê ku her tiştê xweş lê heye û tê de jin ji bo zilaman tên pêşkêşkirin û cihê kesên ku başî dikine pênase dike. Rabiye jî pir rast digire dest û bi wî agir û avê edaletê pêk tîne. Cardin dibêjin rojekê dizek dikeve mala wê, mala wê jî pir sade ye û tiştekî wê tune ye, insaneke li ser baweriya xwe jiyan dike. Dema diz dikeve malê Rabiye li ser sicadê nimêj dike lê ferq dike ku diz ket mala wê. Lewma bi dengekî bilind dibêje “Ey xweda diz hatiye ber mala min,lê di mala min de tiştek tune ye ku ez bidim wî. Ji ber wê ez wî hewaleyî te dikim û dişînim gel te, ez bawer dikim ku tu pir comerdî û tuyê tiştekî bidî wî”. Diz jî di wê navberê de dengê Rabiye dibihîze, lewma yekser diçe gel wê û lêborîna xwe dixwaze. Lê Rabiye guh nadê û dîsa berê xwe dide xweda û dibêje “Ey xweda ez ewqas sale nimêj, dua dikim û gazî te dikim, lê te rojekê bersiva min neda. Min dizek şand ber deriyê te, te hema yekser bersiva wî da” diz jî di şoqê de dimîne û diçe. Di vir de jî mirov dibîne ku lêpirsîna wê ya ol û xweda çiqasî kûre û ewqasî jî ol bi zanist digire dest. Nivîskar Hesan Besrî heye, tê gotin ku dema diçe bi Rabiye re dikeve guftugoyên felsefîk, bi awayekî ku laşê wî tev de xwêdan bigire derdikeve. Piştî wê dibêje cara yekeme min jineke wisa dît ku li gel wê min hîs nekir ku ew jineke ez jî zilamek im. Ev jî dide diyarkirin ku di rastiyê de, jineke xwedî pîvan û ayidê xwe ye. Her tiştê ku ber bi jinikbûnê ve dibe ji holê rakiriye, xwe fedayî felsefe û baweriya xwe kiriya û jiyana xwe jê re terxandiye. Lewma Hesan Besrî 3’ê caran bi xwêdan ji gel wê diçe, ew hem di warê fikirî de nikare pê û di warên din de jî nikare. Ji bilî van jî gelek jinên din jî hene û kesayetên bi vî rengî bi hêz derketin. Ger çandeke pir xurt neba, ne mumkin bû ku jinên wisa jî derbiketana. Ya girîng jî ji bo me eve. Lewma bi giştî ji bo Hz.Muhemed weke ku Rêber Apo destnîşan kiriye mirov bigire dest baştire. Erê ji bo azadiya jin pir zêde tiştek nekiriye, lê ji koletiya jin jî nefret kiriye û ji bindestiya wê acize. Rêber Apo ji bo lêkolînkirina îslamiyetê ji jineolojî re pêşinyar kir û got “Di Rojhilata Navîn de pêwîste çanda jin di warê îslamiyetê de derkeve holê”. Lewma jineolojî hîn zêdetir dikere lêkolîn bike û rola jin derxîne zanebûnê. Dema ku hereketa îslam avabû, Rêber Apo got Quran’ê lêkolîn bikin, ji bo cemaeta ku baweriya xwe bi îslamiyetê tîne got du ayetên ku di dema Medîne de hatine pêşxistin derxin pêş. Ayeta yekemîn “tu netewek di ser neteweke din re tune ye, pêwîste di navbera netewan de wekhevî hebe”. Ev yek jî bi fikirê me yê federal ve nêzîke û hevbeşe. Ya duyemîn jî hevpeymana Medîne ye. Ev hevpeyman û bernameya civakbûna wê demê ye”. Lê pir girînge, ji ber di wê derê de gelek nirxên exlaqî û polîtîk ji bo civak û gelan heye. Lewma mirov dikare di wî milî de di modernîteya demoqratîk de îslamiyetê derxe pêş. Dîsa ayetek heye dibêje “heqê mezlûman nexwin” mezlûm kesên mexdûrin, her wiha “dema cîranê te birçî be tu têrbî, tu ne misilman û ne ji meyî”. Lewma di warê civakî û exlaq de mirov dikare vana derxe pêş. Bi taybet di mezhebên mîna yarasan û elewî çandeke jin di nava wan de tê berdewam kirin heye. Aliyê ku wê jineolojî di îslamiyetê de red bike îslama siyasî û desthilatî ye. Lê milê wê yê exlaqî, civakî û çanda îslamê ku bi dewletê re nebûye yek, lêkolîn bike. Pêwîste herdem bi îslama sunî ya desthilat re têkoşîn were kirin û red kirin. Niha li Rojhilata navîn, erebîstan û misir zewaca sîxe heye. Ev jî pir xerabe. Ji ber çawa dibe ku civakeke îslamî were vê astê. Lê bi rastî roja îro îslama dewletê li ser jin roleke pir xerab dilîze. Ev yek resmîkirina fuhuşê ye. Bi destê ol, dewlet û zilam ve fuhuş bi awayekî resmî tê kirin. Zewaca sîxe, zewaca ji bo çend saat, an rojek an heftiyek û yan jî çed mehane. Zilamek ji bo karekî biçe welatekî an jî bajarekî, li wê derê bixwazibe bi kîjan jinê re têkilî deyne perê wê dide, bi awayekî resmî belge çêdike û ji bo dema ku dixwaze dike jine xwe. Ev yek jin perçe kiriye û kiriye amûrekî seksê. Dîsa mirovên ku diçin hecê ji bo îbadeteke mezin bikin jî gelek zilam dema li wirin zewaca sîxe pêk tînin. Ji ber ku belgeya wê heye tu kes nikare bibêje ev fuhuşe. Lê ger ne wisa be di rastiyê de navê wê zîna ye. Lê ji bo wisa nebe jê re rûpoş (perde)çêkirine. Lewma ne mumkine ku jin vê yekê qebûl bikin. Lewra jineolojî alternatîfan pêşdixe, têkoşîn dike. Îdeolojîk red kirin heye, lê pê re têkoşîn kirin lazime. Ji ber roja îro îslama siyasî pir zêde jin fetisandine. Îslama ku bi desthilatdariyê re bûye yek û ji cewhera xwe şemitiye ji mûsewîtiyê xirabtir kir. Ji Waneyên Jînelojî ya Arjîn Dersîm a Akademiya Şehîd Berîtan De Hatiye Berhev Kirin Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 340
Derketina wî hinekî cuda ye, ji ber ku derketina Îsa bi xwe cûdaye. Esas karekterê Îsa ne weke yê Mûsa ye. Ji ber Mûsa bi temamî xwedî zihniyeta zilamsalar e û ji bo ku li gorî pîvanê xwe civakê terbiye bike, di bi navê ol û qilifê wê de, civakê bi rêk û pêk dike. Lê Îsa girêdayî terîqeta Eseniya ye. Ev terîqet weke rêxistinekê li hember Roma xwe bi rêxistin kiriye. Piranî kesên xwendevan in, komînal jiyan dikin, kesên bindest, feqîr, karker, jin û her kes tê de heye. Îsa jî endamê vê terîqetê ye. Fikir û zihniyeta vê terîqetê li ser fikirê Îsa bandor kiriye, lê Îsa pir tê razber(soyut)kirin. Lê tişteke wisa nîn e, esas Meryem ne weke ku Xirîstiyantî nîşan didin, jina ku her çavê wê bi girî û stûxwar e. Esas Meryem ji çanda Astart e, Kîbele, Afrodît û Demeter tê û jineke ku bi çanda civaka xwezayî ve girêdayî ye. Baweriya wan ji Xweda zêdetir bi Xwedawendan heye. Lê niha hundirê wê pûç û vala kirine. Meryem jî anîne asta sembol û pûtekî çav bi rondik. Lê rastiya Meryem û çanda wê ne ewe. Di Xirîstiyantiyê de, baweriya 3’ê heye ku bav, kur û ruhê pîroz temsîl dike ye. Dibêjin esas destpêkê bav nîne, dayik Meryem heye lê piştre ev pêşketiye. Feqet ew ruhê pîroz temsîliyeta Meryem e, piştre hatiye berovajî kirin. Me di beşa berê de jî got, esas zayîna Îsa heman roja zayîna Asterte ye. Wate roja ku tav tê dinyayê ye. Ji ber ku Îsa jî bi vê çanda xwedawendîtiyê ve girêdayî ye. Lê li ser wî tê nixumandin, mîna ku Meryem ji aliye Xweda ve di carekê de ducanî bûye û Îsa hatiye dinyayê nîşan didin. Pir zêde îlahîkirina vê bûyerê bi armanca veşartina rastiyê tê kirin. Dema ku wisa dibêjin jî, êdî kes nikare li hember jî derkeve û Îsa pir tê razber kirin. Feqat Rêber Apo li hember vê razberiyê ye. Ji ber di bingeh de ên ku herî zêde Îsa dikin kurê Xweda, di esas de ên ku herî zêde heqîqeta Îsa tewş û berovajî dikin in. Ji ber ên ku bixwazibin rastiya Îsa bizanibin, di rastiyê de Îsa ne kurê Xwedaye. Ji ber Îsa kurê Meryeme, Meryem jî ji çanda Xwedawendîtiyê tê, lewma mecbûrin bi wir ve girê bidin. Li ser rastiyê dinuxumînin û hewaleyî Xweda dikin da ku rastiyê veşêrin û civakê bidin bawer kirin. Lê di terîqeta Esenî bi xwe de jî, jin hene û tê gotin ku di nav hewariyên Îsa bi xwe de jî jin hene. Ji ber ku Îsa bi çanda dayikê ve girêdayî ye lewma di olê xwe de jî her dem dixwaze cih bide jinan. Dibêjin di “xwarina dawî” ku beriya Îsa biçe çarmixê de 2 kursî valane. Lê di wêneyên roja îro de hatiye rakirin. Lê niha Încîl jî pir hatiye guhertin û bi çar versiyonan ên Mata, Markus, Luka û Yuhana hatiye nivîsandin. Cardin di Xirîstiyantiyê de dibêjin Ehdê kevin û Ehdê nû. Ya kevin pir zêde çapên wê yên rasteqîn nemane, ji ber çar caran hatiye nivîsandin. Lewma nayê zanîn jî bê ka çiqas tişt de hatine guhertin. Ji ber wê versiyonên nû ti têkiliya xwe bi rastiya Îsa ve tune ne. Ev yek jî pir girînge. Ji ber di rastiyê de di nav hewariyên wî de ku hevalên wî yên rê ne jin hene. Cardin têkiliya wî bi Marya re, ku di civakê de weke jina ku fuhuş dike tê nasîn, lê Îsa li hember civaka ku dixwaze wê recm bike derdikeve. Lewma di dema ku dixwazin recm bikin de Îsa ji wan re dibêje: ‘’di nav we de kî paqije(di wateya cewher û exlaq de) bila ew kevirê yekemîn bavêje.’’ Ji ber Îsa rastiya wan baş dizane, heman demê dizane ku ger jinek tena xwe bimîne jî, ber bi rêbazên qirêj ve naçe. Lewma heya ku Îsa jiyan dike pir nirx dide jin. Piştî ku Îsa dimire Xirîstiyantî jî cuda dibe. Piştî 300 salan hinekî belav dibe, lê tişta baş tê de ew bû ku berovajî olên din ku di Yahûdîtî û Misilmantiyê de xerîzeyê cinsî yên zilam pir tên vejîn kirin, jin di warê cinsî de pir tên teşwîq kirin, di olê Xiristiyantiyê de pîvan hene. Nahêlin zilam pir zêde bi xirabî li jin temaşe bike. Piştî ku Îsa dimire hewariyên wî navên xwe dikin ezîz û ezîze, di nav wan de zewac tune ye, heya dawî xwe ji bo fikirê Îsa dirazînin. Di nav wan de ezîz Paul ku esas ê ku Îsa kiriye Îsa û fikirê wî belav kiriye ew bi xwe ye. Ji wî pirs dikin û dibêjin bila keç bi zilamekî re bizewice an na? Ew jî dibêje, “şîreta min ji we re ger nezewicin hîn baştire”, feqet bi temamî zelal jî nabe ji ber formulekî wî tune ye. Raste ezîz û ezîze nazewicin lê ji bo civakê giştî wê çawa bibe tam nizane. Ji ber wê dibêje “nezewicin baştire, lê ger bizewicin jî pêwîste tedbîrên wan hebe û her tiştê xwe teslîmî zilam neke” Ew ji milekî difikire û ditirse ku ger jin nezewice dibe ku xirabiyekê bike, ji ber wê fikirê xwe bi zelalî danayne holê. Piştre ji bo ezîz û ezîzeyan formulek pêşdikeve dibêjin, bila bi fikirê Îsa re bizewicin. Wate, bila di warê fîzîkî de bakîre bin lê di fikir de bi fikirê Îsa re bizewicin. Ev yek jî weke terîqetekê û manastirekê pêş dikeve lê hemû civak vê pêş naxe. Lê piştî wê ev sazî ji cewhera xwe derdikeve û mîna niha rahîbebûn pêş dikeve. Rahîbe jî nazewicin, diçin manastira xwe dinuxumînin, ji bo ol û baweriya xwe xizmet dikin. Lê belê rahîbetî ji cewhera xwe ya sereke derketiye û di aliyê pergalê de hatiye zivirandin. Erê nazewicin lê gelek tiştên qirêj di nav de çêdibin, an jî pir dogmatîk bûne, ji ber ku îro Îsewîtî bi pergalê re bûye yek rahîbe jî temsîla wan dikin. Lê di ezîz û ezîze di dema xwe de ne mîna rahîb û rahîbeyan dogma, girtî û yekalî ne. Ew di rastiyê de nazewicin û heya dawiyê xwe li gorî fikirê dirazînin. Ew diçin di tapinakan de xizmet dikin û dibêjin li şûna ku em bi zilamekî re bizewicin, em di tapinakê de bi kar û baweriya xwe re mijûl bibin ji bo me baştire. Tişta ku esas Saint Paul dixwaze bibêje jî eve, erê bi zelalî nabêje lê vê wesiyetê dike. Tişta girîng ewe ku Xirîstiyantî li pêşiya gelek jirêderketinan digire, li pêşiya şehwet û têkiliyên çeloxwarî digire. Dibêjin bila zewac û têkilî hebin lê pêwîste sînorê wê jî hebe. Rêber Apo dibêje ev fikirê Xirîstiyantî avantajek ji bo civaka Ewropa pêşkêş kir. Ji ber civaka Rojhilata Navîn di eksenê ol de, di nava nêzîkatiya ji zayendîtiya çors û şaş tê destgirtin de xwe wenda kir. Ji ber ku kevneşopî û zayendîtî fikir û îradeya mirovan dişkîne, dikuje û nahêle ku enerjî ji bo tiştên baş biherike. Lewma xirîstiyantî ji bo civaka Ewropa qezencek bû. Lewma ger ku heya îro mirovên Ewropa hîn zêdetir ji zanist û felsefê re bêhtir vekirîne, hîn zêdetir sosyalin, hîn zêdetir enerjiya xwe ji bo tiştên bi vî rengî dane û bi zayendîtiyê re xerc nekirine, sedema xwe ya sereke ola Xirîstiyantî û bi saya derketina ezîz û ezîzeyan, fikirê Îsa û pîvanên exlaqî ku ji bo zayendîtiyê pêşxistine ye. Lê mixabin di civaka Rojhilata Navîn de, pir zêde jin di nava vê zihniyeta êrîşwarî ya zilaman ku tenê bedena wê hedef digire û li ser esasê şehwa xwe tevdigere de fetisiye û hatiye wenda kirin. Zilam bi xwe jî ruxmî ku ewqasî jinê reş dike, lê diçe pê re jiyan dike. Lewma ger ku Rojhilata Navîn xwe di vê mijara zayendîtiyê de wenda nekiriba, wê berhemên wê ji yên Ewropa zêdetir ba. Ji ber çanda wê çend qatan bedelî çanda Ewropaye. Piştî ku Xirîstiyantî dibe olê resmî û sereke yê şaristaniyê, di nav xwe de parçe dibe. Gelek mezheb pêş dikevin. Her mezhebek mijara jin bi heman rengî nagire dest. Protestan cuda dest digirin, Katolîk hinekî girtî ne, Ortodoks hîn zêdetir çep û civakî ne. Niha jî engalîzim derketiye senteza her sê mezheb û olan çêdike. Demekê Kalvenîzim hebû, niha pir zêde nemane. Lewma perçebûn çêbûye. Civaka Ewropa jî bi temamî Îsewîtî nepejirandiye. Ol di aliyê desthilatê de cuda tê jiyan kirin, di aliyê civakê de jî cuda tê jiyan kirin. Roja îro kilîse bûye cihê hişkebawerî û desthilatdarî belavkirinê. Lê çanda manastir jî heye ku ol û civakê sentez dikin û dixwazin ol bi riya civakê bidin jiyan kirin. Ev milê wê yê başe. Di wê de jî çend tarîqat pêş dikevin. Ji wan montanîzim, begigler hene. Heman demê Baciyanê Rûm, li Anatolya jî pêş dikeve, cemaatên ku jin têde serokatiya ol dike ye. Cardin tarîqatên jin jî pêş dikevin, papayên wan jin in. Tê gotin ku di dema Xirîstiyantiya piştî Îsa de dibêjin pêwîste jin bi hekîmtiyê re mijûl nebe, hiqûq nexwîne (lewma jin pir dereng li Ewropa diçin zanîngeha huqûq). Bi vî rengî gelek qadan ji jin re qedexe dikin, sedemê wê jî ewe ku jin qirêj dibînin. Her wiha dibêjin ger zilamek nexweş bikeve wê jineke hekîm çawa nêz bibe û destê xwe bidê. Di wê demê de jinek li Îtalya ku di hekîmtiyê de pir li pêşê derdikeve. Hineke nexweşî hene ku kes jê fam nake, ew jin dixwaze biçe derman bike. Ew nexweşî piranî yên çermin, lewma pêşdîtinên wê jinê jî hene, tecrûbeyên wê hene û dermankirina bi cureyên gihayî dizane. Lê ji ber qedexeye jin behreya xwe ya di vî warî de pêş bixe, lewma ew ji xwe mîna zilam dipêçe û bi salan karê tibî dike û xizmet dike. Piştre ferq dikin ku jine û wê dikujin. Dîsa di rayeyên olî yên Xirîstiyanan de asta papa heye, papaz, rahîb, rahîbe û saziyên olî bi wî ve girêdayî ne. Lewma ji ber ku bûye olekî desthilatdar di asta herî jor de cih nadin jin û nabe ku jinek di asta papa û papaz de derkeve. Tenê dikare bibe rahîbe ku ew jî tenê ji bo xizmetkirina kilîse ye. Lê tê gotin ku di asta papa de jî jin derketine, feqet dîrok behsa wan nake. Tenê di cihekî de behsa papa Ciwana tê kirin, lê ew jî xwe di şekil de dike mîna zilaman ta ku digihêje asta papatiyê, lê dema ferq dikin ku jine wê dikujin. Çawa ku di Mûsewitî de nehiştine jin bibin pêxember, di Xirîstyantiyê de jî nehiştine ku jin bibin papa. Roja îro li Ewropa rojbûna Îsa di heman roja ku em pîroz dikin da nakin. Ew di 24-25-26’ê Kanûnê pîroz dikin. Weke ku me beriya niha jî anî ser ziman ew roja ku Astarta tavê tîne dinyayê ye. Heman demê di hinek civakên din de heya niha roja zayîna Astarte tê pîroz kirin. Ji ber ku sembola wê Venûse hinek civak di wan rojan de kilorên bi şêweyê wê stêrkê çêdikin û pîroz tê dîtin. Lewma di vir de mesele ne zayîna Îsa ye, mesele pîroz kirina çanda civaka xwezayî û zayîna tavê ye. Her olek bi behaneyekê pîroz dike, lê ew kilorên ku çêdikin dide diyar kirin ku girêdayî çanda Xwedawenda ye. Ev jî dide diyarkirin ku Îsa ji çanda Xwedawenda tê û dayika wî ne jineke bêhêz û çav bi rondike. Bi rastî jî Xirîstiyantî rol nade Meryem, heya di anîna Îsa de jî, wê diyarker nabînin, ji ber dibêjin xweda pif kiriye û Îsa bi ruh bûye, Meryem jî tenê ew aniye dinyayê. Lê tam berovajî wê Meryem jina ku bi çanda Xwedawendîtî ve girêdayî ye. Ji ber wê tê gotin ku destpêkê pîrozkirinên wan ên 3’ê, Meryem an jî dayik, ruh û xweda ye, bav tê de tune ye. Piştre bav lê zêde dikin û dayik radikin. Di Mûsewîtî û Xirîstiyantiyê de êdî dema ku jin bizewice tenê bi zilamekî re na, bi dewlet, Xweda û zilam re dizewice. Dema ku diçin jin dixwazin, ku di Misilmantiyê de jî heye dibêjin, bi emrê Xweda û pêxember em hatina keça we dixwazin. Lê çima dibêjin bi emrê Xweda û pêxember, ji xwe 2 însan dizewicin, lê çima Xweda û pêxember dixin navberê? Heman demê dema dizewicin ger Xirîstiyan bin di hizûra papa de dizewicin, ger Misilman bin bi hebûna îmam û îmzaya memûrê dewletê dizewicin. Mirov dikare şkandina 2’yemîn bi zelalî di vir de bibîne û bizanibe ku zewac tenê ne bi zilam re ye. Ji ber êdî hukmê jin ne tenê dikeve destê zilam, hema demê dikeve destê Xweda û dewletê. Ji ber ku bi îzna Xweda ve dizewice, çi were serê wê jî nikare berde. Heya zarok anîn û rehîma jin dikeve destê wan. Di vê şkandinê de îradeya jin bi temamî dikeve destê bav, mêr û zilamê serdest. Di heman wextê de qedera jin dikeve destê xweda û dewletê. Lê şkandina yekemîn herî kêm jin di wê astê de nebûbû ayidê xweda, erê zilam û dagirkerî jin kiribû qefesa xwe, lê di ser de xweda tune bû. Lê bi ol re xweda jî li ser zêde bû û jin du caran kete qefesê û du caran hat şkandin. Jin di ruh de hat şkandin exlaq ji destê jin tê girtin û zihniyeteke bi temamî berovajî zihniyeta civaka xwezayî hem di mejiyê zilaman hem jî di mejiyê jinan bi xwe de jî tê rûnişkandin. Êdî jin jî bi wan kiryaran weke qeder ji bo xwe qebûl dike. Lê tiştê ku bi destê insan hatiye avakirin dikare bi destê insan jî were xirab kirin. dema ku bibêjin qedere, Xweda wisa xwestiye, dîn wiha gotiye, jin mecbûr dimîne ku tiştên li ser wê tên meşandin daqurtîne û hezim bike. Mezhebên Ku Di Îsewîtiyê De Derdikevin 1-Montanîzim: Di sedsala 11’emîn de li Manîsa pêş dikeve. Terîqeteke jinên rahibe (ezîze) ne. Veşartî tê avakirin. Berdawamiya çanda Kîbele ye. Încîla kevin(ehdî kevin) dişopînin. Rêxistineke xwesere, lê di nav wan de zilam jî hene. Pêşengên wan bi gelemperî du jin û zilameke. Li hember Xirîstiyantiya ku siyasî bûye û bûye desthilatdar derdikevin. Cewhera Xirîstiyantiya kevin dipejirînin. Rêxistineke îlegale(veşartî). Pergal qebûl nake ku derkevin. 2-Bêgîng: Di sedsala 13’emîn de li Holanda pêşdikeve. Ew jî hemû jin in. Ji rahîbe û ezîzeyan pêk tên. Papazên zilam red dikin. Jin bi xwe waazan dide. Ew jî cewhera Xirîstiyantiyê diparêzin û Xirîstiyantiya ku bûye olê dewletê yê resmî red dikin. Di nava xwe de çanda dayik salarî diparêzin. Ew jî veşartîne. Tê gotin ku di navbera sedsala 11. û 13. de bi hezaran jinên ezîze yên ku li pey şopa Îsa diçin, tên kuştin. Hinek ji wan jî di nava nêçîra cadiyan de tên kuştin. Ji ber gotine ku mumkine Îsa di ruhê jinekê de were, vê jî weke guneh dibînin û piranî jinên zanist bi vî awayî kuştine. Yan jî ditirsin ku di nav wan de hinek xwe weke pêxember îlan bikin, lewma piranî jinên ku di van mezheban de cih digirin dikujin. 3-Heretîk Û Gnostik: Piranî jinên ku bi îlm, kîmya ku berê jê re digotin sîmya û biyolojiyê re mijûl dibine. Di heman demê bi ol mijûl dibin û bi çandê wê ve girêdayî ne. Xirîstiyantî van weke mezhebên jirêderketî bi nav dike, weke ku mejiyê insanan xerab dikin, di derheqê ol de tiştên şaş belav dikin, digirin dest. Şîroveya wan pir şaş hatiye kirin. Tê gotin ku ên di van cemaatan de cih digirin bi tevahî tecrubeyên xwe ji hevdu re vediguhêzin. Çanda Xwedawendîtî di nav wan de berdewam dike. Niha bi femînîzmê re rengê jin weke Mor tê nîşanddan, lê esas di civaka xwezayî de sore, lewma dema ku pergal xwestiye wan jinên zanist bikuje, li ser bedena ku nîşanek sor dibîne, hema digire û dikuje. Dibe ku hinek jin ne di nav wî mezhebî de bin lê sor li xwe kiribin an jî tesadufî deqên sor li ser bedena wê hebin, lê ev dihêle ku ew jî mîna endamên cemaatê werin destgirtin û weke ku li hemberî xirîstiyantî û xweda derketine bi tevahî tên kuştin. Di van cemaatan ji %90 jinin, ji %10 jî zilamin. 3’ê Kesayetên Ku Pêşketine 1- Ezîze Bingenli Hildegard, heya asta papa pêşketiye. Di navbera 1078-1179’ de jiyankiriye. Ezîzeya mezine. Bi navê xwe manastera jin a yekemîn avakiriye û vekiriye, tê de gelek jin perwerde kiriye. Ew jin jî li nav civakê belav bûne û heya demeke dirêj li ser vî fikirî mane. 2- Ezîze Petrona, jineke ezîze ye. Ji beşa civakê ya feqîr e. Her dem ji bo alîkariya kesên feqîr, bindest û bi taybet jin û tevahî kesên ku pêwîstiya xwe bi alîkariyê heyî tevgeriyaye. Di nav civakan de geriyaye û alîkarî daye. 3-Ezîze Abdaral, li hember kilîse derdikeve. Xwestiye manastareke jin ava bike. Ji aliyê kilîse ve hatiye darizandin û cezakirin. Piranî kesên ku di her sê tarîqetan de cih digirin hatine kuştin. Di komkujiyê re derbas bûne û pir kêm çanda wan maye. Ew cemaat bi giştî nazewicin, pîvanên wan hene. Dibêjin em bi îdeolojî û armanca xwe re zewicî ne. Ezîz jî û ezîze jî nazewicin, bi hev re kar dikin û bi hev re dimînin. Esas dixwazin rola jin di Xirîstiyantiyê de bidin pêş. Lêkolîn û lêgerînên wan piranî li ser vê yekê ye. Lê kilîse destûr nade wan, derketin û avabûna kapîtalîzmê jî li ser kuştina van kesên zanist pêşketiye. Ji Waneyên Jînelojî ya Arjîn Dersîm a Akademiya Şehîd Berîtan De Hatiye Berhev Kirin Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 351
Jinên Hezret Di vê başê de emê di her sê olên yekxwedayî yên Mûsewî, Îsewî û Misilmantiyê de nêzîkatiyên li hember jin û asta jin bigirin dest. Me berê jî dabû diyarkirin ku şkandina cins a yekemîn di qatmana 3’yemîn bi Tiyamat û Mardok re pêkhatiye. Şkandina 2’emîn jî di olên yekxwedayî de pêkhatiye. Bi taybet jî di ola Mûsewîtî (ola Yehûdîtî-Tewrat) de çêbûye. Olên Îsewî û Misilmantî jî wî temam dikin. Lewma Mûsewîtî olekî wisa ye ku pêwîste mirov bi kûranî lêkolîn bike ye. Ji ber olê ku herî zêde jin ji civakê dûrxistiye, ew li derve hiştiye, pir tiştên xirab ji bo jin gotiye û heya bingehê zihniyeteke pir şaş jî di derheqê jin de daye avakirine. Hevjîna Hz. Îbrahîm Sara ye. Ji ber ku ji wan re zarokên kur çênabin, bi cariyeya xwe ya bi navê Hacer re dizewice. Hinek kes dibêjin ku Hacer ji civakeke dine û bi eslê xwe Êzîdiye, lê di wê demê de ji ber ku pergala cariyetî û kolegirtinan heye, ew jî li gel Îbrahîm weke cariye dixebite. Sara jî ji beşa civakê ya arîstoqrat û burjuwaziyê ye. Ji ber ku Îbrahîm li hember Nemrûd serî radike, mecbûr dimîne ku koç bike û biçe Misrê. Dema digihêje wir jî, her du jinên xwe weke ku xuşkên wî ne dide nasîn. Sedemê wê jî ewe ku dixwaze di riya xweşikbûn û bedewbûna jinên xwe de di koşka Misrê de cih bigire. Ji ber ger bêje jinên minin dibe ku cih nedin, lê bibêje xuşkin û ji ber ku wê demê mentiqê serdest tîcarete dibe ku bi riya jinan cih bidin wan. Bi vî awayî bi fêlbazî û hesabwarî nêzîkatiyekê pêş dixe. Piştî wê ji Hacer re kurek çêdibe heman demê ji Sara re jî kurek çêdibe. Kurê Hacer Îsmaîle, yê Sara jî Îshaqe. Heya niha jî Yahûdî kokên xwe dispêrin Îshaq, ji ber ku dayika wî Sara ji beşeke civakê ya jorîn tê. Ola sune jî li ser navê Îsmaîl pêşdikeve, ji ber ku ew kurê Hacere û ne ji beşa aristoqrat. Filistînî jî kokên xwe dispêrin Îsmaîl. Piştî ku Îbrahîm û malbata xwe demeke dirêj li koşkên Misrê dimînin, derbasî Kenan (Îsaraîla îro) dibin. Êdî di pêvajoya Mûsa de zihniyeta dagirker û desthilatdar bi temamî zelal dibe û tê rûnişkandin. Ji xwe beriya wî bi zihniyetekê ve pir tiştên ku çanda jinê ne û yên civaka xwezayî ne hatine reşkirin û berovajîkirin. Mûsa jî li ser vê zihniyetê zihniyeta xwe jî zêde dike û temam dike. Di mîtolojiyê de jî tê gotin ku şkandina duyemîn di navbera Mûsa û xuşka wî Mariyam de ye. Vê şkandinê jî bi vî awayî îfade dikin. Tê gotin ku Mariyam jineke pir bi hêze, zekiye, pêşdîtinên wê zêde ne, bi çanda xwedawendîtiyê ve girêdayî ye û dixwaze baweriya berê temsîl bike. Li hember wê jî Mûsa ola ku aniye ango Mûsewîtiyê li ser wê ferz dike. Heman demê dibêjin ku herî zêde şerê wan li ser mîrasê ye. Ji ber dema ku di parvekirina mîrasê de jin hesab nakin û para xwe jê nagirin, Mariyam jî daxwaza mîrasê dike. Esas ev gotin şêweyeke, ji ber di bingeh de tê gotin ku yê xwestiye xwe weke pêxember bide îlan kirin Mariyame. Dîtinên wê û lêpirsînên wê hene lewma weke jinekê dixwaze di civakê de derkeve pêş. Lê belê Mûsa vê armanca wê ferq dike û fam dike, ji bo ku çavê wê bitirsîne û wê ji vê hewildanê paşde bikşîne wê tehdît dike û jê re dibêje ku Xweda bang li te dike. Dema ku Mariyam diçe odeyekê gel Xweda, êdî li wir kî heye û bi kê re axiviye ne diyare û dîrok jî bi ti awayî vê bûyerê venake. Lê dibêjin dema ku ji wir derdikeve rengê wê zer bûye, pir tirsiya ye, dev ji hemû nerînên xwe berdaye û olê Mûsa qebûl kiriye. Mirov dikare bibêje ku esas dema ew şandine gel Xweda, dibe ku bi şêwazekî ew tirsandibin jê re gotibin ku jinek nabe pêxember. Lê esas pêxembertî wê ji bo Mariyam be, feqet Mûsa ji destê wê girtiye û bi vî awayî şkandina 2’emîn pêk hatiye. Pêve girêdayî, ayet tên nivîsandin. Di dînê Mûsewîtî de heqareta herî mezin ku mirov li hevdu bikin ewe ku ji hev re dibêjin, “weke jin tirsonek be û weke jin êş bikşîne”. Bi vî rengî esas heqareta herî mezin li jin dikin. Êdî tiştên ku berê di civakê de û ji bo jin pîroz bûn, ol wana bi temamî lanet dike. Bi taybet jî nirxên jin tên lanet kirin. Vê jî bi riya ol di civakê de belav dikin. Erê heya beriya wê demê gelek tiştên xirab di derbarê jin de hatine gotin lê ev bi riya ol belavkirin hîn zêdetir bi bandore. Ji ber dema ji civakeke ku bi xweda û ol ve bawerdikin re dibêjin ayet hatiye û van tiştan dibêje, civak jî van ayetan qebûl dike û pêk tîne. Beriya wê çanda xwedawend Astarta (xwedawenda zayînê, sembûla wê stêrka venûs, hîlal û mare) di nav civakê de derbasdar bû. Lê ev hemû tên qedexe kirin, tapnakên wê ji holê tên rakirin û pêşiya çanda ku berdewamiya xwe di nava civakê de pêk tîne digirin. Heta astarta bi zimanê wan êdî bi navê Şeytan tê bi nav kirin, destgirtin û lanet kirin. Dibêjin, kî navê wê bi lêv bike mîna ku tiştek pir xerab gotiye û lanete didin nîşandan. Li ser nefsa tenek a jinan û ji bo îsbat kirina lawaziya wan çîrokeke wan heye. Dibêjin Hz.Yûsif (kurê Hz.Yaqûb) yekî pir zêde xweşike. Kesên serwer jî radibin tevahî jinan kom dikin, petat û kêrên tûj didin destên wan. Piştî wê ji Yûsif re dibêjin ka carek du caran di navbera wan de here û were. Dema ku Yûsif diçe, dibînin ku çavên tevahî jinan li ser Yûsif dimîne û li ser karê xwe hakimiyet avanakin, lewma li şûna petatan dest û tiliyên xwe birîn dikin û jê dikin. Bi vê yekê re didin îsbatkirin ku jin li ser xwe ne hakîmin û bi ayetên ku di Tewratê de hatine jî vê bi tememî dipeyitînin. Dibêjin Tewrat jî gotiye jin li ser nefsa xwe ne hakîme, zilamek pir rehet dikare wê di warê cinsî de bixapîne û ji rê derbixe, mînaka wê jî bûyera Yûsife. Lewma zilaman şîret dikin û dibêjin, dema ku jinek zilamekî dibîne nikare li ser xwe hakîm be, ji ber wê pêwîste zilam xwe ji wan biparêze. Vê zihniyetê jî bi awayekî xurt di hiş û binehişê zilam de didin rûnişkandin. Ji bilî Mariyam Gelek jinên ku li hember vê çandê derketine û têkoşîn kirine jî hene. Bi taybet jî 4 jinên ku xwestine xwe weke pêxember îlan bikin hene, lê ji ber ku desthilatdarî pir zêde bûye û kûr bûye pêşiya wan hemûyan jî hatiye girtin. Di quranê de behsa çendekan tê kirin. Ji wan a yekemîn Ester e, ya duyemîn Hûlda, ya sêyemîn Noadya û ya çaremîn jî Debbora ye. Lê ji ber ku ola Mûsewîtî bi temamî ola desthilatê ye û cihê jin tê de tune ye, lewma bi ti awayî behsa van jinan nayê kirin. Heman demê ji ber ku dara hejîrê di civaka xwezayî de pîroz hatiye dîtin û jin li bin wê lêhûrbûn kiriye, di Mûsewîtiyê de wateyek din lê tê bar kirin û tê qedexe kirin. Lewma darên hejîran bi temamî ji holê rakirine û weke nifirekê bi gotina, “înşeleh di ocaxa te de dara hejîrê şîn bibe” di nava civakê de belav dibe û weke dara ku xirabiyê belav dike tê dest giritn. Bi vî rengî bi reşkirina jinan re tevahî sembolên wê û pîroziyên wê jî tên reşkirin. Bi vî rengî şkandina jin ya 2’emîn temam dibe. Kêm be jî berhemên jin ên ku mabûn, ol wana bi temamî ji holê radike û weke eyb, guneh û lanet digire dest. Mirov dikare bibêje ku bi temamî bandora jin ji holê radibe. Pêwîste neyê ji bîr kirin ku di nava tevahî olan de yê ku herî zêde di derheqê jin de tiştên xirab kiriye û bingeha wê avêtiye Tewrate. Ev di karekterê Mûsa, Dawûd û Suleyman de heye. Cardin çanda gelek jin anîn di dema wan de pêş dikeve heman demê pergala cariyetiyê jî. Ji bilî zewaca jinan weke cariye li kêleka xwe digirin. Tê gotin ku 999 jin û cariyeyên Suleyman hebûne. Jin di wê demê de bi temamî dibe amûrekî di destê zilam de. Koletiya îradî û ruhî zêdetir tê ferz kirin. Jin êdî di çarçoveya malê de tevdigere. Qada siyaset û polîtîka jê re tê qedexekirin. Tehekuma zilam li ser jin tê rewakirin. Ji ber vê behsa qiralîçe Vaştî dikin. Ji ber wê demê pergala qiraliyet avabûye qiral di pêş de ye jin jî tenê weke sembol bi navê qiralîçe li kêleka qiral derdikeve. Ew bê îrade ne lê tenê weke sembol mecbûre derkeve. Qiralîçe Vaştî jî jineke pir bi hêze û van kiryaran qebûl nake. Dibêje madem ku fikir û nerînên min di rêvebirina vî welatî de tune ne û ne derbasdarin çima ezê weke çenteyekî û sembolekê li kêleka qiral derkevim rê û resm û merasîman. Lewma dernakeve, ji ber van redkirinên wê tevî ku qiralîçeye jî lê tevahî raye û selahiyetên wê ji dest digirin, statuya wê ya qiralîçebûnê radikin û wê tînin asta kole kirinê. Di vê demê de nîfaq pir zêde di nava jinan de pêşdikevin, bi mejî û destê zilam hesûdî di nava jin de pêşdikeve. Ji ber ku zilam hineka diecibînin, digirin gel xwe û hinekan jî li derve dihêlin. Bi vî rengî jinan tînin beramberî hev. Ji ber ku êdî pîvan zilame û her tişt di destê wî de ye, lewma dema ku jinek bixwaze xwe bi hêz jî bike mecbûre biçe gel zilam. Ji ber vê jî bi awayekî ne normal nîfaq di navbera jin de çêdibin. Mînaka wê jî Şehrezad e. Şehrezad di civaka Persan (Îran) de derdikeve. Bi çîrokên hezar û yek şevî tê nasîn. Tê gotin ji bo ku Şehrezad bi tena xwe temenê xwe bi qiral re derbas bike, ji ber ku qiral her carê jinekê tîne lê ji bo ku neyne, Şehrezad her jêre çîrok dibêje, dirêj dike û dawî li çîroka xwe nayne. Her carê dibêje ezê sibe berdewam bikim, bi vî awayî hezar û yek şevî li gel qiral dimîne. Bi zanebûn jî çîrokên wisa dibêje ku piraniya wan li ser qiralên ku diçin şer û jinên wan ku li pey wan bi dizî ew xapandine û çûne gel zilamekî din in. Her ku qiral li van çîrokan guhdar dike jinên ku berê bi wan re maye tîne bîra xwe û yek bi yek wana dikuje. Bi vî rengî bi eql û gotinên jina ku tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere, zilam gelek jinan dikuje. Lewma tevî ku hezar û yek şevê li gel qiral dimîne jî lê piştî ku çîrokên wê bi dawî dibin rastiya wê jî derdikeve û qiral wê jî dihêle. Lê ev bûyer bi awayekî ne normal xirabiyê dixe navbera jinan. Ji ber piştî wê êdî di serayan de di navbera jinên qiral de ji bo ku diyar bikin wê kî bibe qiralîçeya sereke gelek lîstok tên zivirandin û komplo pêş dikevin. Ji bo ku jinek lingê jineke din bişemitîne, bi xwe were ser îqtîdarê û xwe bi zilam bide qebûlkirin komloyan dike. Bingeha bi zilam re ketina nava itîfaq û li hevkirinên qirêj di wê demê de pêş dikeve. Olên din jî berdewam û temam dikin. Ji ber mînak piştî wê di koşkên Osmaniyan de êdî ji bo desthilatê bira birayê xwe dikuje. Lê yê ku vî fikirî dide jî dayike, ji ber her yek ji wan jinan dixwaze kurê wê were ser hukmê. Tişta ku Şehrezad jî pêş dixe ev yeke. Jin bi destê zilam cinsê xwe dide kuştin, lê tenê di oxira ku xwe bi zilam bide ecibandin e. Cardin yek ji tiştên ku herî xirab ji bo jin pêşxistine, recimkirina jine. Ji ber bi çavê ku dibe jin her kêlî xirabî bike, di riya ayetên ku tînin de, dibêjin ger ku jineke zewicî bê agahiya zilamê xwe biçe gel zilamekî din têkilî deyne an jî li gel were dîtin, pêwîste wê demê cezaya herî giran ji jin re were dayîn û di meydanekê de bi awayekî zindî keviran bavêjin û bikujin. Dibêjin esas Mûsa vê fermanê ji ber ku an ew an jî hevalekî wî çûye bi jineke zewicî re zîna kiriye, ev jî tê dîtin û belav dibe ji ber wê Mûsa hinekî mecbûr jî maye hevalê xwe biparêze. Ji ber ku zilame û wî ceza neke, her wiha da ku tişteke bi vî rengî careke din di nava civakê de pêş nekeve û çavê wan bitirsîne vî cezayî ji bo jinan dide. Piştî wê pir bi xerabî tê pêk anîn. Dibe ku Îsa bi armanceke pir xirab nekiribe lê di demên pey re pir berovajî dibe. Lê ji ber sûcdarkirina jin, mirov dibîne ku pir zêde çavê civakê nehatiye tirsandin, ji ber ên ku di vê rewşê de herî zêde êş kişandine û dikşînin tenê jinin. Ji ber ev recim derbasî olên li pey xwe re jî bûye û heya îro hatiye. Lewma kokê şkandina cins a duyemîn pir kûre. Rsate şkandina yekemîn jî hem di warê îdeolojî hem jî madî de gelek nirxên jin ji dest wê girtin, lê hîn jî berxwedaniya jin hebû. Ger şkandine duyemîn çênebûba dibe ku careke din jin di wê pêvajoyê de hêza xwe vegerandiba û bizivirîba ser çanda xwe. Lê ol bi temamî pêşî girt, neyar û munafiq ketin navbera jinan, jin yekîtiya xwe wenda kir û kiryarên cuda di nav wan de pêşket. Lewma dînê Mûsa ev zihniyet bi sazî kir. Mûsa di şexsê xuşka xwe de di riya tirsandina bi Xweda tevahî jin û civak şkand. Heya niha jî zilamên Îsraîlî dema sibehê radibin duaya yekemîn ku dikin ewe ku dibêje, “ ey xweda şukir ji te re ku em zilam hatine dinyayê weke jin nehatine dinyayê” ev jî duaya wan a herî baş ji bo jine. Ev bi xwezayî zihniyetekê di civakê de avadike û jin lawaz dibîne. Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 326
ŞAHBANÛYÊN LI PEY ŞOPA XWEDAWENDAN DIÇIN Piştî Atîna êdî xwedawend namînin, tenê weke mîtolojî û bawerî dimînin. Êdî hîn bi awayekî şênber qiral û qiralîçe derdikevin. Qiralîçeyên ku em behs bikin jî, piranî kesayetên pêşeng û demekê civak bi rêve birine, çanda xwedawendîtiyê esas girtine û şopandine. Ji ber ku dema xwedawendan tam bi zelalî nayê şênberkirin ku bi rastî hebûne an na, lê belê em di şexsê wan de civakê digirin dest, bêguman di şexsê şahbanûyan de jî em civakê digirin dest lê hebûna van hîn şênbertire, dîroka wan heye û jiyan kirine. PUDUHEPA Yek ji qiralîçeyên herî zêde bi nav û denge. Di sedsala 13’emîn B.Z de jiyan kiriye. Qiralîçeya Hîtîtiyan, keça Hûriyan e. Bi xwe rahîbe ye û ji çanda Îştar bawer dike. Bavê wê jî rahîbe. Puduhepa bi qiralê Hîtîtiyan Hatuşîlî yê 3’yemîn re zewiciye. Zewaca wan li ser esasê lihevkirineke siyasî ye. Li Elbîstana Mereşê jiyan kiriye. Çanda xwe pir parastiye, pêve girêdayî maye, bawer kiriye û nehiştiye ku çandeke din cihê ya wan bigire. Bi vî awayî piştî ku çûye gel Hatuşîlî jî, bandor li ser civaka wir jî kiriye û çanda xwe berdewam kiriye. Ji gelek milan ve hatiye perwerdekirin bi taybet jî di warê rêvebirinê de. Kesayeteke zaniste, xwedî otorîteye û ji ber ku hêza wê ya rêvebirinê heye civakê bi rêve dibe. Hatuşîlî jî di esas de ji vê hêza wê bandor dibe. Di dema wê de şerê Hîtît û misir heye, lewma di dîrokê de aşîtiya ku yekemîn hatiye çêkirin peymana Kadeşe, ev aşîtî jî di navbera Nefertîtî û Ramses de çêdibe, ev peyman jî Puduhepa çêdike. Di belgeya peymanê de li kêleka îmzeya Hatuşîlî, îmzeya Puduhepa heye. Gelek caran bi tena xwe jî name ji Ramses re şandiye da ku aşitî pêş bikeve. Di encam de tê dîtin ku dema jin bixwaze dikare di navbera welatan de aşîtiyên pir xurt jî ava bike. Heman demê di pêvajoya qiral û qiralîçeyan de meclîs hatine pêşxistin, tê gotin ku ev jî bi zihniyet û fikirê Puduhepa hatiye çêkirin. Ji ber xwestiye ku cihê gel jî di rêvebirin û nerîndayinê de hebe. Cardin di dema xwe de bi riya vê meclisê ve pêşî li dizî û gelek xerabiyên din girtiye. NEFERTÎTÎ Di navbera (1362-1379 B.Z) de jiyaye. Wateya navê wê xweşikbûna ku ji diyarên dûr hatiye, navê wê yê rastî ne eve, lê belê dema ku derbasî Misrê dibe vî navî lê dikin. Li Misrê derketiye. Bi eslê xwe prensesa Mîtaniyane lê bûka Misriyan e. Ew li ser çanda Îştar mezin dibe, lê bi zewacê re diçe ser çanda Îsîs-Osîrîs. Bi Ramses (Akheneton) re dizewice. Zewaca wan siyasiye. Nefertîtî çanda xwe li Misrê jî dide berdewam kirin. Di warê têkoşîna siyasî û polîtîk de pir xurt û bi hêze. Pir nirx dide ax û çanda xwe. Nefertîtî di pêvajoya ku herî zêde nakokî di Misrê de zêde ne jiyan kiriye. Lewma di nava wê zorahiyê de berxwedanî pêşxistiye. Cara yekem di dema mirina wê de li misir mûmyekirina cenazeyan pêşdikeve. Ji ber ku jineke pir xweşike, naxwazin laşê wê xirab bibe. BELQÎS Qiralîçeya Seba (Yemen) ye. Di warê aborî û siyasî de pir xurt û bi hêze. Sûr û burcan ava dike. 40 salan bi tena xwe welat bi rêve dibe. Navê wê di Quran û Tewratê de derbas dibe. Baweriyê wê bi xwedawendîtiyê tê. Bi xwe jî zewaceke polîtîk pêk tîne. HÎPATÎA Di (B.Z 365-416) de jiyan dike. Leqeba wê hezkirina xwedawenda ye. Li Îskenderiye (bajarekî misir) ji dayik dibe. Li wir dixwîne. Fîlosofeke pir xurte. Bi resîm, astronomî û geometrî re mijûl dibe. Heman demê mamoste ye. Ew tavê û stêrkan keşif dike. Bavê wê bi xwe jî fîlosofekî xurte. Hîpatîa pirtûkên bavê xwe derbasî paqijiyê dike. Tê gotin ku Hîpatîa bûye senteza fîlosofan. Gelek şagirtên wê hene. Hem pir bi nav û denge û hem jî pir zêde di nava civakê de tê hezkirin. Li ser destê rahîban tê qetil kirin. Hîpatîa hezkirinê di hezkirina fikir û zanistê de digire dest. Rêber Apo jî ji hevalên jin re dibêje weke Hîpatîa xwe bi felsefe û zanistê ve biparêzin. Bûyer û gotineke wê ya navdar heye. Tê gotin ku şagirtekî wê aşiqê wê dibe. Ji ber ku Hîpatîa hem di fikir de miroveke pir xweşik û zanaye, hem di warê beden de xweşike, hem jî bi taybetmendiyên xwe yên kesyetî ve miroveke pir balkêş û bedewe. Gelek kesan perwerde dike. Lê dibîne ku piranî xort ne li pey fikirê wê, li pey xweşikbûna wê ya fîzîkî diçin. Lewma ew jî ji bo ku dersekê bide wan ji wan re dibêje, “Hêviyên min ji we ewin ku hun ji fikirê min bandor bibin û li pey tiştên ku min keşif kirine werin ne li pey beden û xweşikbûna min werin”. Bi vî awayî xwe diparêze. Ew bi bi xortan re nakeve têkiliyeke cuda. Lê dibêje ez dikarim hezkirina xwe bi dayina zanista xwe ve bidim we. Ew ji şagirtê xwe re jî dibêje, “ Evîna te wê fikirê min bikuje, ji ber ku tu ji fikirê min hez nakî berovajî tu li pey bedena minî. Ger tu dixwazî rast ji min hez bikî ji fikirê min hezbike”. Lewma tenazulî evîneke kesayetî ya di navbera du kesan da nake û pîvanên xwe diparêze. Ji ber ku pir zanaye, hem ji aliyê zihniyeta zilam ve hem jî ji aliyê ol ve di nava civakê de tê reş kirin. Ji ber wê demê ola wan cuda ye, dema ku xirîstiyantî belav dibe, hinek kes dibêjin ku “Hîpatîa tiştên pir xeter dibêje, mejiyê insanan qirêj dike, ji xweda bawer nake, behsa stêrk û ezmanan dike, lê ev tişt hemû xweda çêkirine çima Hîpatîa tiştên wisa dike”. Lê ev berovajiye ji ber ku Hîpatya mirovan zana dike û heqîqetê nîşanî wan dide. Feqet bi vê reşkirinê ve civakê germ dikin, lawma bi awayekî hovane tê qetil kirin û pirtûkxaneya wê bi tevahî tê şewitandin. Ji ber di dema xwe de li Îskenderiyê pirtûkxaneyeke pir mezin avakiriye û gelek dibistan çêkirine. Lewma bi qetilkirina wê ve pirtûkxaneyê jî îmha dikin. SEMÎRAMÎS Di sedsala 18. de jiyan kiriye. Weke dayika pîroz tê dîtin. Navê wê ji navê xwedawendan tê, wateya wê kevoke. 42 salan bexçeyên Babîl ên darvekirî ku yek ji 7 mucîzeyên dinyayê ye bi rêve dibe. Ew li Babîlê(Bexdad-Mûsil a îro) zewiciye, lê ji ber ku bi eslê xwe ji welatê Mozobotamya jorîne ku bi çiyayîbûn, şînkahî, dar û berên xwe tê nasîne, lewma dema ku diçe Babîl ji ber ku pir zuha ye sebra wê nayê. Ji ber vê yekê hevjînê wê jêre ev bexçe çêkiriye. Jineke şerkere û komutaneke şere. Bi destê kurê xwe hatiye kuştin. Beriya bimire diçe Nînova. Di şer de tektîkeke nû pêşxistiye û daye meşandin. Tê gotin ku berê di şer de çawa ku roja îro çekên giran rol dilîzin wê demê jî fîl bi van rolan radibûn. Di şer de fîlên kê zêde be mîna ku çekên wî zêde ne û avantajê serkeftinê di destê wî de ye dihat destnîşan kirin. Lewma dema ku şer çêdibe ji ber ku fîlên artêşa Semîramîs kêmin, diçe çend fîlan dikuje, ji çermê wan û yên ga qilifan çêdike û davêje ser hespan da ku artêşa hemberî xwe bixapîne. Dema ku her du artêş tên hember hev, çavdêrê artêşa beramber tê ji bo ku hejmara leşker û fîlên Semîramîs bibîne û ji artêşa xwe re bibêje. Ji ber ku Semîramîs di dîmen de tekîkek wisa meşandiye û îstixbarat jî bi vî rengî diçe dijminê wan ku 500 fîlên wan hene. Bi vî awayî ew artêş di warê piskolojî de dijmin bi bin dixe û di encam de wî şerî bi ser dixe. Cardin kanalên avê pêşdixe. Heman demê jineke pir xweşike. Çanda xwedawendîtiyê tê de pir xurte. ZENÛBYA Di navbera (240-270 P.Z) de jiyan kiriye. Keybanûya Palmîra(Tedmur) ye. Zenûbya hemû kesên zana tîne welatê xwe û bajarekî ji mirovên zana, fîlosof, îlîmdar û oldar avadike. Lewma wan dawetî welatê xwe dike û cih dide wan. Bi xwe olê Manî qebûl dike û civaka xwe li ser wî dide meşandin. Bi Roma re pir şer dike, herî dawî esîr dikeve dest, ji bo ku wê nebin Roma di dema esaretê de, hîn di rê de xwe dikuje. Polîtîkvan û felsefeciyeke pir xurte. Tê gotin ku wê Palmîra di nava çolê de ava kiriye. Lê tevî ku çole bajarekî pir xweşik û hemû şînkayî avakiriye. Pir zêde cih daye huner, felsefe, xwendevantî û zanistê. Ji bo bajarê wê gotine “leylana di çolê de”. Mîna ku tiştekî xeyaliye lê di rastiyê de Zenûbya avakiriye. Roma jî ji ber vê pir êrîş dike, hem ji ber ku ol û fikirê manî qebûl kiriye, hem jî ji ber ku jinekê bajerek wisa avakiriye û hemû kesên zana û bi nav û deng li wirin, hem jî naşibe tu cihê din û xwe radestî ti şaristaniyên din nake. Erê bajareke û ne welatekî pir mezine, lê tê dîtin ku eger jinek rast polîtîka bike û rast bi rêve bibe, encamên pir mezin bi dest dixe. Lewma dema ku Roma êrîş dike, Zenûbya ji bo parastina bajarê xwe bi xwe jî dikeve şer û birêve dibe, di encam de dîl dikeve dest. Bajarê wê jî li pêşiya çavê wê diruxînin, tevî ku Roma xwestiye ji binî de tune bike lê bermahiyên wê heya van salên dawî ma. Bi derketina daîşê re derbeya dawî lê hat xistin. KELEOPATRA B.Z di sedsala 14. de jiyan dike. Bi xwe keça qiralê Misrê ye. Ji welatê xwe pir hez dike. Bi generalê Roma Sezar re zewiciye. Dema ku êrîş li ser welatê wan çêdibe xwe dikuje. Jineke pir zekiye, 9 zimanan dizane. Dema ku welatê wê di şerê bi Roma re bi bin dikeve temenê wê 39 e, tê gotin ku marekî wê yê Kobra hebûye, ji bo dîl nekeve dest, an jî bi destê dijminê xwe ve neyê kuştin bi jehra marê xwe ve xwe dikuje. Pir xurt û bi bandore. Pergal wê pir şaş digire dest û reş dike. Pirtûkên li ser wê jî pir xirab hatine nivîsandin û weke jineke ku di warê cinsî de lawaze nîşan didin. Lê di esas de zewaca Keleopatra bi Sezar re, piştî wê jî bi generalekî din re ne li ser esasê ku dilê xwe xweş bike ye, di bingeh de ji ber ku pir ji welatê xwe hez dike û ji bo welatê wê bi destê Roma neyê dagir kirin, zewaceke siyasî pêk tîne da ku welatê xwe biparêze. Zewaca wê bi Sezar re jî bi hevpeymanekê pêkhatiye, ji ber ku Îskenderiye bajarekî biçûke û wê nikaribe li hember Împeratoriya Roma li ber xwe bide, lewma Keleopatra di riya zewaca bi sezar re xwe feda dike. Bi vî awayî welatê wê dikeve aramiyê. Ji bo ku jin di dema zayinê de êş nekşînin, cara yekê Keleopatra şêwazê sezeryan pêşdixe. Ji ber ku Sezar bi Keleopatra re zewiciye û şerê Misrê daye sekinandin, parlementoya Roma li hember Sezar pir bi hêrs dibe, kîn digire û komployekê lidar dixin.Dema ku Sezar bi komployekê ve tê kuştin, careke din roma dixwaze êrîş bibe ser Misrê. Keleopatra jî vê ferq dike û vê carê ji bo êrîşê rawestîne bi generalekî din re dizewice. Bi vî awayî heya demekê şer dîsa tê rawestandin. Piştî wî jî generalê bi navê Antonyos tê û dixwaze êrîş bike, lê careke din Keleopatre nameyekê ji wî re dişîne da ku pê re bizewice û şer rawestîne. Lê ew general vê qebûl nake û dibêje, “ez di rêya ku sezar tê de çûye naçim, dibe te ew û generalên din xapandibin lê ez nayêm xapandin. Bi vî awayî teklîfa wê red dike û şer dide destpêkirin. Keleopatra jî dagirkeriya li ser welatê xwe hezim nake û naxwaze dîl bikeve destên wan lewma bi jehra marê xwe xwe dikuje. Ji ber ku hezkirina welat herî zêde di kesayeta wê de bi bandore lewma jî xwe ji bo wê feda kiriye Di vê qatmanê de, em dibînin ku tevahî jinên pir bi hêzin. Zewacên hemûyan zewacên siyasî ne. di dema xwe de pir berxwedanî kirine û dema ku êrîş li ser welatên wan çêbûye qebûl nekirine û şer kirine. Ji ber ku piraniya wan welatan jinan bi rêvebirine ji bo radest nebin xwe kuştine. Rêber Apo jî ev kesayet nirxandine. Ji bilî van jî gelek jin hene. Lewra pêwîste mirov wana bi berfirehî bixwîne û rastiyên veşartî bibîne. Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 344
Qatmana 6’emîn Mînaka wê Athena (xwedawenda parastinê) ye. Athena xwedawenda Grek-Yûnan e û li wir derketiye. Navê paytexta Yewnanistan Atina jî ji wê xwedawendê tê. Di destpêka bajar de jî weke sembol Athena çêkirine û danîne di destekî wê de mertal di destekî de jî rim heye. Di vê qatmanê de mirov dibîne ku li milekî xwedawendên berê yên di nava berxwedan û têkoşînê de hene, li milekî jî jinên ku serî ji zilam re tewandine, li gor zilam tevdigerin, bi aqil û îradeya zilam hatine avakirin hene. Bi vê yekê ve jî êdî di nav jinan de perçebûn pêş ketiye. Hem jinên ku li ser şopa Lîlît dimeşin hene, jinên weke hewa ku serî tewandine jî hene, heman demê ji vê jî zêdetir zilam bi van jî qayil nebûye û jinên ku yekser bi xwe şekil dayiyê û li gorî xwestek û pîvanên xwe çêkiriye hene. Athena ne mîna xwedawendên din e. Her çiqasî xwedawenda parastinê be jî, lê jineke sare, mate, zenûne û ji ber ku xisletên zilam temsîl dike bi giştî di aliyê zindîbûnê de lawaz e. Hîn zêdetir şekil li pêş e. Li Yewnanistanê wê demê panteona xweda û xwedawendan heye û bajarê ku mirov tê de jiyan dike heye. Panteon mîna meclisekê ye, xweda û xwedawend li wir li hev kom dibin. Wan cihê xweşik ji xwe re girtine. Mirov jî di nava herî û şerpezê de jiyan dikin. Niha jî li Yewnanistanê çiyayê Olympus cihê xweda heye. Atîna jî jêra wî çiyayî ye ku niha bûye bajar. Li gorî mîtolojiyê, agirê ku îcadekî mirovahiyê ye xweda ji mirovan digirin û dikin ayidê xweda. Di vir de mîtolojiya Prometheus jî derdikeve. Tê gotin ku Prometheus ji neslê Tîtanan tê, nîv xwedaye û nîv mirov e. Milê dayik mirov e, yê bav jî xweda ye. Li hember zulma li ser mirovan, Prometheus li ser navê wan radibe, agir ji Zeus(mezinê xwedayan) digire û careke din dike ayidê mirovatiyê. Ji ber vî karê xwe bi awayekî tund tê ceza kirin. Dest û lingên wî zincîr dikin, li çiyayê Kaf bi darekê ve girêdidin, her roj 2 teyrên baz tên ji kezeba wî dixwin lê her dem jî kezeba wî xwe nû dike. Rêber Apo jî pir li ser vê mîtolojiyê lêkolîn kir û ji bo hevalên xort Prometheus weke mînak da nîşan dan. Bi xwe jî dema ku komplo pêk hat, ji ber ên ku Rêber Apo şandin Îmralî Yewnanîstan bû ji bo wê Rêber Apo jî ew mîtolojî dûbare bi bîrxist û got, “nêzîkatiya ji Prometheus re di şexsê min de dubare bû. Çawa ku Prometheus xwest agir ji xwedayan bidize û bike ayidê mirovahiyê û li hember zulma Zeus û xwedayan rabû. Ez jî li hember zulm û dagirkeriyê rabûm û min xwest azadî û ronahiyê bidim civakê, lê ez jî bi heman rengî li memlekta Prometheus bi komployane ve hatim girtin. Çawa ku Prometheus avêtin çarmixa Çiyayê Kaf, ez jî avêtim çarmîxa Îmralî. Her wiha çawa ku rojana kezeba wî xwe nû dikir, min jî li Îmraliyê rojane fikirê xwe nû kir. Ev jî tê wateya ku kîjan dem dibe bila bibe dema ku mirovek bixwazibe li hember pergalê serî rake, wê ceza û bedelê wê jî pir giran be”. Tê gotin ku dema Prometheus dadgeh dikin, jê re dibêjin te çima wisa kir? Ew jî dibêje, “min bi zanebûn kir, her wiha min dizanî ku dema ez bikim jî ez bi tundî werim ceza kirin, lê ji bo ku çavê mirovahiyê vebe pêwîste bedelek jî were dayîn. Ger ew bedel ji bo azadî be ez amademe bi vê êşê re jiyan bikim lê teslîm nebim”. Lewma dibêjin ku esas tişa ku Zeus aciz dike ewe ku asta zanista Prometheus ku ji ya wî zêdetire. Prometheus bi zanista xwe, gotinên xwe, şîroveyên xwe ve Zeus bi bin dixe. Ji ber wê Zeus naxwaze mirovahî ronahiyê bibîne û dibêje bila di tarîtiyê de bin û nezan bin. Israra Prometheus û xwe fedakirina wî jî, ji bo ku mirovan hişyar bike ye. Di wê mîtolojiyê de Athena û Pandora jî hene, ew şirîkên ku alîkariya pergala dagirker dikin. Hera jî heye, ew jî hevjîna Zeus e. Heman demê Demeter, Afrodît, Kîbele jî xwedawendên ku berê civakê ji wan bawer kirine, hîn jî hene û perestgehên wan hene. Lê esas ê diyarker ji xwedawendan zêdetir xwedane û di nav xwedayan de jî Zeuse. Rêbertî ji bo wan pênaseyên cuda dike. Dibêje, “Zeus xwedayê ku tolazî zihniyeta tecawizê temsîl dike ye”. Ji xwe Zeus ne tenê keseke, ew temsîliyeta zihniyeta wê demê ye ku êdî jin yekser tecawiz dike ye. Hem di warê fîzîkî hem jî li ser çand û nirxan êrîşekê didin kirin. Ji xwe Zeus weke tecawizkar tê nasîn. Her wiha kesayeteke komploger, fitne û fesadiyê belav dike û çi tiştê xirab hebe li derdorê wî kom bûye. Dîsa weke mezinê xwedayan tê destgirtin, ew hikm dide û ew rê diyar dike. Herdem jî di nava xweda û xwedawendan de, erê di warê berjewendî de lihevkirin çêkiriye, lê esas gelacî (munafiqtî) û dubendî xistiye navbera wan, bi taybet jî yê xwedawendan. Mînak tê gotin ku Athena keça wî ye, ji mejiyê xwe afirandiye û çêkiriye, yanî her dem xwestiye ku jinên li gorî aqilê wî û li gorî wî teşe bigirin hebe, weke wî nebe jî qebûl nake. Wî jin beş beş kiriye. Beşa yekemên mîna Athena ne, Ji ber ku Athena ji mejiyê xwe derxistiye, bi her tiştê wê ve wê qebûl dike, heman demê ji ber ku li gorî pîvanê zilame qebûl dike. Beşa din ên mîna Pandora ne, Pandora ne xwedawende tenê normal jineke, Zeus jî qutiyekê dide wê û dibêje, “ vê qutiyê veneke, ji ber ku min tevahî xirabî kom kirine û xistiye hundirê wê”. Pandora jî meraq dike bê ka çi di hundirê wê de heye, lewma vedike. Dibêjin ku dema vedike tevahî xirabî û tiştên nebaş li dinyayê belav dibin. Zeus jî vê bûyerê dike teorî û dibêje binêrin jin li ser xwe ne hakîm e, ji ber wê li ser destê jin xirabî hatiye belav kirin. Ev yek weke baweriyekê di civakê de belav dibe. Beşek din jî yên mîna Afrodît hene, Afrodît bi xweşikbûna xwe tê naskirin, lê ew naçe ser pîvanên ku zilam datîne û pê re nabe yek. Erê xweşik e û xwedawenda eşqê ye lê ji rêgezên xwe danakeve. Lewma Zeus wê reş dike û dibêje ku jina bi xweşikbûna xwe zilaman ji rê derdixe ye. Lê esas ne wisa ye, ji ber ku xweşikbûyîna Afrodît di zekaya wê de ye û afrînere, yanî ne tenê xweşikbûna bedene, fikirê wê, nerînên wê û karê ku dike xweşik û balkêşe. Beşek jî yên mîna Hera ne. Hera hevjîna Zeus e, pênaseya wê weke jina ku dedikodu dike û hesûde, tê kirin. Ji ber ku zilam fitnê çêdike, ji ber ku wê demê pîvan razîkirina zilame, di navbera jinan de şer û pevçûnên ku kî herî zêde xwe bi zilam bide ecibandin, zilam jî Zeuse. Zeus kê biecibîne wê ew di jor de cih bigire. Lewma jin dikevin pevçûnê. Hera jî dibîne ku Zeus yekî tolaze, tecawizkare û dikeve pey jinên din, lewma Hera jî li şûna ku bi zihniyeta zilam re şer bike û li hember wî bisekine, diçe ji jinan hesûd dibe, kîn digire û pitepit dike. Her daxive lê çareserî tune ye, bi kurtasî jineke pasîf û hesûd e, û tiştên bi vî rengî di şexsê wê de kom dibin. Lewma em di vê qatmanî de dibînin ku yekîtiya cins rasterast xirab dibe. Êdî zilam mudaxeleyî jin kiriye û jinên ku zilam li gorî pîvanên xwe ew çêkirine derdikevin pêş. Di sehneyê de jinên li gorî zilam hene, lê li kêleka wan jinên ku di navberê de mane yên mîna Hera hene ku dixwazin xwe bi zilam bidin qebûl kirin, lê bê hêzin,pitpit dikin, beşek jî ên ku li pey şopa Lîlît diçin ên mîna Afrodît û Demeter ku nasnameya xwe diparêzin hene. Bi giştî di wê pêvajoyê û mîtolojiyê de tişta ku tê belavkirin ewe ku xirabî bi destê jin çêbûye û jin çavkaniya xirabiyê ne. Ev zihniyet jî bi temamî di mejiyê civakê de tê rûnişkandin. Ji Waneyên Jinelojî Yên Li Akademiya Şehîd Berîtan Hatine Dayin Berhevbûye Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 339
Qatmana 4’emîn Lîlît Lîlît (xwedawend û jina ku ji xweda û Adem re serî netewandiye, jina berxwedêr, îsyankar, jina ayidê xwe, tu astengiyan nas nake û xweser jiyan dike ye). Sembola wê, laşê wê nêvî di nav agir de ye û marek pêve daliqandiye. Li gorî mîtolojiyê Lîlît ji beriya Havva ve heye. Niha di olên yekxwedayî de dayik û bavê tevahî zindiyan, Havva û Adem in. Di hinek mîtolojiyên cuda de navê Lîlît cuda cuda tê destgirtin. Mîtolojiya wê jî bi vî rengî ye. Tê gotin ku destpêkê Lîlît heye, Adem jî dixwaze wê bigire bin hakimiyeta xwe û pê re bizewice. Lîlît jî serî tewandinê qebûl nake, serî radike û dibêje ez te û pergala te qebûl nakim. Ji ber vê yeke xweda Lîlît ji bihuştê diqewitîne. Piştre jî Havva çêdike û datîne gel Adem. Hinek mîtolojî jî dibêjin yê ku Lîlît ji rê derxistiye û nehiştiye serî ji Adem re bitewîne şeytan e. Lewma Lîlît dişibînin şeytan. Ji ber dibêjin ên ku xweda û Adem qebûl nekin encex şeytan bin, lewma Lîlît jî şeytan e. Di hinek mîtolojiyan de jî tê gotin ku esas, yê ku Havva teşwîqî sêv xwarinê kiriye na, yê ku Lîlît teşwîqî serîrakirinê kiriye, mare. Ji bo wê piştî vê itîfaq û têkiliya jin û mar tê xirakirin. Lê di esas de jî jineke navê xwe Lîlît jiyan kiriye an nekiriye, bûyereke wisa hatiye jiyan kirin an nehatiye jiyankirin zêdetir, tiştê ku mirov ji vê qatmanê famdike eve ku her çendî di şexsê Tîamat de şikandina îdeolojîk hatibe jiyan kirin jî, lê jinên berxwedêr ên ku pergala dagirker qebûl nekirine, di xweseriya xwe de israr kirine û di jiyana civaka xwezayî de israr kirine hîn hene. Lê cezakirina van jinan jî pir giran hatiye pêkanîn. An jî mirov dikare vê bibîne, çima dagirkerî ewqasî zêde Lîlît reş dike? Esas ji ber ku jineke xwedî hêze, pergala wan qebûl nekiriye û xwedî asteke têkoşînê ye. Lewma ji bo wê ji riya xwe derxin ev hişmendi avakirine, heya ku ew bi şeytan re kirine yek û lanet kirine. Ev jî tê wateya ku, ger jin li zilam guhdar neke, ger pergala ku zilam avakiriye lêpirsîn bike, di xwebûnê de israr bike, di pîvanên xwe dayina jiyankirin de israr bike, di azadiya xwe de israr bike û pey bikeve, wê bên ceza kirin. Ew jin jî an hatine şewitandin, an bûne efsûnger, an bûne şeytan û yan jî bûne cin. Di hinek zimanan de wateya navê Lîlît Hewa(ba) ye an jî nefese. Bi kurtasî mirov di şexsê Lîlît de dibîne ku jinên pergala baviksalar qebûl nekirine, çawa hatine destgirtin. Ev reşkirina Lîlît heya roja me ya îro hatiye. Di her civakekê de bi navê cuda û bûyerên cuda ve hatiye pênase kirin. Mînak; di civaka me ya Kurd de pir zêde navê Lîlît nayê zanîn. Lê ew di bûyeran de pênase kirine. Mînak hinek herêm dibêjin ELKA ŞEVÊ (Elk tê wateya perî û cin). Tê gotin pêwîste jinên ku li ber zayinê ne, an jî nû zarok tînin tenê nemînin û tu carî jî wê tenê nahêlin. Ji ber dibêjin ku ELKEK heye, tê kezeba zarokan derdixe û dibe. An jî dibêjin ger jina ducanî wê ELKÊ bibîne, ditirse û hinavên wê diqetin. Lê di rastiyê de esas jinên ku di kêliyên zayinê de wefat kirine, piranî kanama derbas kirine û wefat kirine. Lê ji ber ku nezaniyek heye lewma dibêjin ELK dîtiye, ji ber wê hinavên wê qetiyane û miriye. Di çanda Azeriyên li milê Îranê de jî jêre Lamya an jî Elbiz û Elkiz dibêjin. Di hinek herêman de jî navê belkiz lê dikin. Li Amedê jêre Pîrab( wate ya ku ji avê tê) an jî Pîrebok tê gotin. Hinek cih jê re dibêjin pîra sihir. Li Serhedê jî dibêjin bi şev tê li hespan meyze dike wana paqij dike, pora wan dihûne, lê bi roj qet xuya nake û xwe nîşanî mirovan nade, feqet her dem di nava jiyanê de ye. Di hinek herêman de, dema hevîr bi bereket be, dibêjin destê pîra sihir tê de ye. Yanî ger destê wê tê de be, ew hevîr xelas nabe û bereketa wî nanî xelas nabe. Ev jî di bingeh de baweriyên civaka xwezayî ne. Ji ber van baweriyan, dema ku zarok jî ji dayik dibe, bi dergûşa wî ve derziyên ku tên xilqandin û çavşînkan pêvedikin. Sedemê wê jî dibêjin dema ku Elk were, ger ew derzî temasî laşê wê bike tu dikarî zeft bikî, ji ber ew di cihê xwe de hişk dibe. lê ger mirov dakeve cewherê wê û pênase bike, destpêkê pêwîste mirov bibêje esas hesin çiye û çi îfade dike? Hesin berhemekî şaristaniyê ye, lê di civaka xwezayî de hesin tune ye, madenên wan tenê zêr û zîv bûye. Ji ber ku ew Elk jî yên civaka xwezayî ne, çeka ku li beramberî wan were şuxulandin jî hesine. Her çiqasî di mîtolojiyê de xwestibin Lîlît reş bikin jî, lê ji binî de nikarin reş bikin. Mesela civakên niha piranî ji mirovên pir zîrek, di cihê xwe de nasekine, jîr, kêrhatî û jêhatî re dibêjin weke cinane. Lewma tê dîtin ku ew dixwazin bi navan reş bikin lê di watê û bikaranînê de pênaseya wê ya rast didin. Cardin di baweriya Kurdan de ji bo cinan dibêjin, ên ji me çêtir. Ev jî dide diyar kirin ku hîn jî ji cinan bawerkirin heye. Cin jî kî ne? Cin çanda civaka xwezayî ne, ew dayikên wê demê ne , xwedawendin û Lîlît in. Lê ewqasî heqaret li wan hatiye kirin, hatine kuştin û gelek xirabî li wan kirine. Lê civaka me ev zulm hîn jî qebûl nekiriye, lewma dibêjin ên ji me çêtir. Ji ber vê her çendî weke mîtolojî bûyera Lîlît hebe an nebe jî, lê di encama mîtolojiya ku hatiye belav kirin de em dikarin gelek tiştên rast jê derbixin. Ji ber ku tiştên bi jiyana me ve girêdayîne û bawerî pê tê anîn. Di encam de jinên ku serî netewandine, yên ku azadî xwestine û pey ketine hene, hebûne, niha jî hene û her dem ew jin di çavên pergalê de xeter hatine dîtin. Lewma weke şeytan û tiştên xirab hatiye pênase kirin û dest girtin. Heya niha jî dixwazin di şexsê wan jinan de berxwedaniya tevahî jinan tune bikin, lê tune nabe. Bi vî awayî ew mîtolojî di nava civakê de hem erênî hem jî neyinî belav bûye. Yên ku hiştine erênî belav bibe rastiya wan jinên berxwedêr bi xwe ye, yên ku xirab û neyinî jî belav kirine şaristanî û dagirkeriye. Ji ber ger di rastiyê de tiştek wisa tunebûya, wê demê wê çima evqas sal di mejiyê civakê de cih bigirta? An jî ger kesayetên mîna Lîlît û jinên berxwedêr nebûna, wê çima di dirêjahiya 5 hezar salan de civak ji wan bawer kiriba? An jî wê çima şaristanî heya niha ewqasî pêwîstî bibîne ku Lîlît qirêj bike û xirab bide nîşan dan. Qatmana 5’emîn HAVVA Ev jî berdewamiya mîtolojiya Lîlît e. Piştî ku Lîlît serî ji Adem re natewîne û jintiyê jê re nake, xweda jî ji Adem re Havva dişîne. Havva jî jina ku hîn bêtir rajêrî dike, serê xwe ji zilam re ditewîne ye. Ji ber ku Adem ji Xweda re dibêje, “ez bi tena xwe me, sebra min nayê, Lîlît jî ez qebûl nekirime”, Xweda jî dibêje, “ez ji te re Havva dişînim”. Dema ku Havva jî dişîne, Xweda ji wan re dibêje di bihuştê de darek sêvê heye, bi ti awayî pêwîste hûn jê nexwin. Piştre mar tê Havva teşwîqî xwarina sêvê dike, Havva jî Adem teşwîq dike, dibêje em bixwin tiştek nabe. Bi vî rengî her du bi hev re sêv dixwin, êdî çavên wan vedibin, fam dikin ku însan in û tazî ne. Ji ber vê yekê Xweda wana ji bihuştê diqewitîne û nifiran li wan dike. Tê gotin ku piştî vê mîtolojiyê, Xweda Adem, Havva û mar jî ceza kiriye. Di şexsê wan de jî civak ceza kiriye. Di şexsê Havva de esas jin û tevahî kesên ku parastina jin dikin tên ceza kirin. Xweda nifir dike û dibêje, “ heya ku neslê te hebe, wê herdem di dema zarok anînê de êş bikşînin. Ya duyemîn dibêje zilamê te çiqasî heqaretê li te bike, li te bide, te tecawiz bike û gotinên giran jî bi kar bîne pêwîste tu herdem arzû bikî ku biçî gel wî û xwe muhtacî wî bikî” bi kurtasî di şexsê Hewa de tevahî heqeretên li ser jin di tevahî olan de hatiye rewa kirin. Nifirên ji bo mar jî, tê gotin ku berê lingê mar hebûye, Xweda jî dibêje ji ber ku te Havva teşwîqî xwarina sêvê kiriye, ezê jî lingên te qut bikim, tuyê her dem li ser zikê xwe bixişikî û nikaribî ser lingan bisekinî. Her wiha dibêje ezê di navbera te û jin de dijminatiyeke wisa ava bikim ku careke din tu û jin nebin dostên hev. Ji bo Adem jî gotiye “ nan bibe kevir û bikeve devê şêr, pêwîste tu jî her dem ked bidî ku wî nanê xwe ji devê şêr derbixî” bi vî rengî di şexsê Adem de ev ceza ji bo tevahî zilaman hatiye dayin. Di bûyerê de, esas sêv sembola zanistî û civaka xwezayî ye, lewma dema ku dixwin ferq dikin ku însan in. Erê Havva weke jineke pasîf ku serê xwe ji zilam re daniye tê nîşandan, lê di mîtolojiyê de mirov dibîne ku esas Havva ew jina ku di navberê de maye. Wate, hem hinekî di bin bandora zilam de maye, ji milekî ve jî hîn di bin bandora civaka xwezayî de ye û dixwaze biçe wir. Lewma ew sêv xwarin tê wateya şopandina zanista dayikan. Adem jî mirovekî di navberê de ye. Ji milekî ve weke zilam ji desthilatdariyê bandor bûye û ditirse, lê ji milekî ve jî di riya Havva de sêv xwarin şopandina wî ya civaka xwezayî nîşan dide. Ji ber vê şopandinê ew jî tê cezakirin. Lewma piştî wê bi mîtolojiya Şahmaran (marê ku nîv jine) ve têkiliya jin û mar xerab bûye. Di mîtolojiyê de tê gotin ku Şahmaran pir xweşike û bi civata xwe re cihê wan li çiyayekî ye. Rojekê du xort ji bo komkirina hingiv diçin wî çiyayî, wê demê lingên yekî dişemite û dikeve cihê Şahmaran. Ew jî wî xortî li gel xwe digirin, piştî demekê Şahmaran jê re dibêje, “te cihê me dîtiye, lê em tu carî xwe nîşanî mirovan nadin, ji ber ku te em dîtine pêwîste tu soz bidî ku tu cihê me eşkere nekî”, ew jî soz dide. Piştî wê biryar dide ku wî berde, lê mar hemû kom dibin û dibêjin em wî bikujin ji ber ku însan e, carekê îxanet li me kir wê careke din jî bike. Şahmaran jî dibêje na, wî soz daye ku îxanet neke û wî berdidin. Di dema ku ew xort wenda dibe jî her kes lê digere, piştî dîtinê jî ji ber guhertina di laşê wî de ferq dikin ku li gel Şahmaran maye. Piştre wî digirin û êşkencê lê dikin da ku cihê Şahmaran bibêje, ew jî nabêje. Dema ku Şahmaran dibihîze bi xwe diçe ji bo ku wî nekujin. Ji wan re jî dibêje ez hatime, min bikujin. Di bedena Şahmaran de(jehr di dûvik de ye, mejî di serî de ye). Ew jî dizane ku ew dixwazin zanista wê bigirin. Lewma dibêje ger hûn dixwazin eqlê min û zanista min bigirin, ji dûvê min bixwin. Eger hûn dixwazin dijminê xwe bikujin bila serê min bixwe. Lê bi vî awayî ew berovajî dibêje û wan dixapîne. Dema dikujin jî serî didin wî xortî, ji ber ku dixwazin bi jehrê bimire lê berovajî zanistê qezenc dike. Padîşah jî dûvikê dixwe û dimire. Lê beriya ku Şahmaran biçe gel mirovan, ji maran re dibêje heft rojan li hêviya min bimînin, di roja heşta de ger nehatim îsyan bikin. Vê jî ji ber ku dizane hefte tenê 7 roje û roja heşta nîne, ji bo ku mar zerar nedin mirovan vê dibêje. Mar jî her dem li benda roja heştanin ku biçin îsyanê. Niha jî hinek civak bawer dikin û dibêjin ger mar bizanibin ku însanan Şahmaran kuştiye û roja heşta jî tune ye wê yekser şiyar bibin û careke din tola xwe ji însanan hildin. Heman demê ew civak marên reş nakujin, ji ber dibêjin ger bikujin wê xirabiyeke were serê wan. Cardin wêneyên Şahmaran bi mala xwe vedikin dibêjin ew melyaket e. Lewma bi vê ve navbera mar û jin xerab dibe. Ji ber heya wê qatmanê mar ti carî zerar nedaye mirovan. Ji Waneyên Jînelojî Yên Li Akademiya Şehîd Berîtan Hatine Dayin Berhevbûye Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 331
Qatmana Sêyemîn Di vê qatmanê de jin hêza xwe ya pêşengtî û rêvebirinê bi şkandina cinsî ya yekemîn ve wenda dike. Di aliyê dîrokî de jî ev qatman bi girîngiyeke mezin ve tê destgirtin. Ji ber ku êdî hevsengiya heyî ber bi zilamê qurnaz û nêçîrvan ve dişemite. Jin jî ku beriya wê di nava civakê de cihekî diyarker girtibû ku pîroz dihat dîtin, xwedî her tiştî bû û di nav jiyanê de bû, hêdî hêdî ji wê pozisyonê dûrdikeve. Ev ji aliyê jin de ne bi tercîh û zanebûn tê kirin. Lê ji aliyê zilam de weke tercîh û bi zanebûn êrîşî ser jinê tê kirin. Di encam de weke ku di mîtolojiya Tiyamat û Mardok de tê îfade kirin, encama ku tê derxistin, jin di warê îdeolojîk de dişkê. Tiştên ku berê ji bo jin hatibûn gotin, meyzandin û destgirtina jin, hevaltiya jin, berketa jin û tevahî nirxên erênî yên jin bi awayekî berovajî li beramberî jin tên bikaranîn û zivirandin. Di heman demê de berhemên ku jin avakirine, zilam hundurê wan vala dike, bikar tîna û dike malê xwe. Heya roja me ya îro jî vî karî berdewam dike. Hem tiştên ayidî jinê dike malê xwe, hem jî fealiyetên ku jin reş bike û xirab bide nîşandan weke zihniyeta mirovatiyê avadike û berdewam dike. Vê jî ne tenê bi gotinekê an jî bi yek kiryarê ve dike. Mînak; ew di nava stranên xwe, di olan de, di felsefê û îlim de, di aborî de û di hemû qadên jiyanê de vê pêş dixin. Wate, çi tiştê ku jin avakiriye û pêşxistiye tam berovajiyê wê, dikin amûrê ku li beramberî jinê pê êrîş bikine. Vê yekê bi vî rengî didin şuxulandin. Ji ber vê mirov dibîne ku di qatmana sêyemîn de, jin êdî hêz jî wenda kiriye. Erê berxwedanî heye lê êdî jin pir diyarker nîne û li gorî feraseta berê nayê destgirrtin. Jin ji pîrozbûnê derdikeve û êdî tê lanet kirin. Jina ku jiyan ava dikir, tê dîtin ku heya jiyan jî jê re tê qedexe kirin. Hêdî hêdî jin dikşînin qalibê civaka ku di bin desthilatdariya zilam de hatiye ava kirin. Wate, êdî jin dikeve nava qefesa zilam. Weke mîtolojî jî, şkandina zayendî ya yekemîn, bi Tiyamat û Mardok ve tê destpêkirin. Ew Dem dema şaristaniya Babîlane. Tiyamat jî xwedawenda avê û xwedawenda mezine û hîn bi bandore (Sembola Tiyamat mare, weke şahmaran jî tê teswîr kirin. Lewma di hinek civakan de dibêjin ku esas şahmaran Tiyamate). Mardok jî xwedayekî wê demê ye. Enkî jî di wê demê de heye, hinek dibêjin ku neviyê Tiyamate. Enkî ji hebûna Tiyamat pir ne rehet û acize. Esas ji hêza wê ne rehet dibe, ji ber her çendî di hinek cihan de jin hêz wenda kiribin jî, lê Tiyamat hîn bi hêz û bi bandore. Lewma Enkî jî her dixwaze bi komployekê Tiyamat bikuje. Di hindek cihan de tê gotin ku ji ber Tiyamat xwedawenda avê ye, di nav avê de jiyan dike, Enkî jî dengekî bilind û qerebalexî derxistiye, Tiyamat jî ji ber vê tevgerê wî hişyar dike û ceza dike. Enkî ji vê aciz dibe û bi acizbûna xwe diçe gel tevahî xwedayan û dibêje “Min pir plan danîn da ku Tiyamat bikujim,lê min nekarî bi tena xwe bi ser bixim. Lewma werin em hemû hêza xwe bikin yek û Tiyamat bikujin. Bi vî rengî ji nav wan Mardok radibe, fikirekî pêşkêş dike û ji 50 xwedayan re dibêje “Temam, ger hun hemû pêşengtiya min qebûl bikin da ku ez bibim xwedayê xwedayan û mezinê we û her yek ji we taybetmendiyeke xwe ya pêşketî bide min, wê demê wê hêza hemû xwedayan di şexsê min de kom bibe û êdî wê benê qederê di destê min de be, ger hun van qebûl bikin, ezê Tiyamat tune bikim, li gorî wê civak û dîrokê yekser bizivirînim ser zihniyeta zilamsalarî”. Xweda hemû jî vê yekê qebûl dikin. Hemû kom dibin, itîfaqeke qirêj çêdikin û Mardok weke xwedayê xwedayan û mezinê xwe qebûl dikin. Her yek ji wan taybetmendiyekê dide Mardok. Bi xwezayî jî hêza Mardok zêde dibe û benê qederê didin destê Mardok. Mardok kî ye? Esas ew temsîla pergala wê serdemê ye. Bi vê komplo û komkirina hêza zilam ve Tiyamat tê kuştin. Dibêjin ku ji bo kuştina Tiyamat sê tîr tên avêtin, yekê li serî û mejiyê wê didin, yekê li dilê wê didin, yekê jî li rehîma wê didin. Dûvre laşê wê jî dikin sê qet, perçeyekî davêjin bin erdê, yekê davêjin nav avê û yekê jî davêjin ezman. Vê yekê jî bi armanca ku careke din jin negihêje hev dikin. Û ew perçe tu carî yek nebin. Wate ewe ku pêwîste tu carî aqil û dilê jinê nebe yek, ji ber ger yekîtî çêbibe wê jin dîsa bi hêz bibe. Ya duyemîn jî, çima li mejiyê wê didin? Ji ber ku hêza aqil û fikirandinê ye, bi wî fikir û zanistê ve jî bi hezarên salan civak bi rêve bir. Lewma ji wê hêza fikira jin ditirsin û ji hêza ku civakê ava dike ditirsin. Lewra dibêjin ji bo ku ev hêz tune bibe, pêwîste destpêkê jin bê aqil were hiştin bi vî rengî tîrê yekem davêjin. Tîrê duyemîn jî li sînga wê didin, ji ber ku di hundirê dilê wê de hem wijdana civakê heye, ku wijdan jî hafîze û êşa civakê ye. Da ku vê tune bikin, dilê wê dikin hedef. Ji ber mirovê bê wijdan nikare pêşengtiyeke rast ji civaka xwe re bike. Lê dayikên wê demê civaka xwe hem bi aqil hem jî bi wijdan bi rêve dibin. Tenê bi aqil bi rêve nabin, herî zêde bi zekayê hestiyar û wijdanê xwe tevdigerin û ewqas tişt ji bo civaka xwe pêşdixin. Hedef girtina dilê Tiyamat jî tê wateya ku pêwîste jin bê wijdan were hiştin û pêwîste zekaya wê ya hestiyar ku ji bo civakê dixebite û komînale, jê were dûrxistin. Tîra sêyemîn jî li rehîmê wê didin. Mesajên ku didin pir balkêşin. Me beriya niha jî gotibû ku di civaka xwezayî de her tiştê ku berhem dida pîroz dihat dîtin. Yek ji berhemên jin jî zarok anîn bû. Lewma rehîmê jin pîroz dihat dîtin. Her wiha weke ax dihat destgirtin, ji ber ew destpêka jiyanê bû. Lê di serdema piştî wê de êdî zilam ketiye ferqa rola xwe ya di zarok anînînê de. Lewma vekirî ji jin re dibêje ku, “erê zayîn di bedena te de çê dibe, lê di zarok anîna dinyayê de rola sereke ya mine, tov ê mine, tu tenê jê re malavatî û dergûştî dikî. Wate, tu tenê di zikê xwe de hildigirî. Ger ez nebim ti tişt xwe bi xwe di bedena te de pêşnakeve û nayê dinyayê”. Bi kurtasî rola jin di zêdebûn û zayînê de biçûk dixe, reş dike û rola xwe derdixe pêş. Esas bi vê ve zilam wî rol û hêza jin a ku zayinê pêk tîne jî digire destê xwe. Ji xwe ji ber vê êdî her tişt di dîrokê di eksena zilam de dizivire û pêş dikeve. Ji ber ku beriya wê zarok, klan û civak ayidê jin dihatin dîtin. Zilam û jin di nava wekheviyekê de bûn. Erê zarok ayidê dayikê dihatin dîtin lê ne ku dayik bi zorê ev yek ferz dikir. Esas ji ber ku di xwedî kirin û mezin kirinê de dayik xwedî rol bû lewma dayik weke xwedî dihat zanîn. Lê belê ev di zilam de berovajî dibe, zilam her tiştê dayikê tune dike û dike ayidê xwe. Terzê fikirandinê jî bi heman rengî tê saz kirin. Mînak ji dema pêşketina zihniyeta zilamsalarî ve, paşnav piştî zewacê dibe yê bav. Bi giştî jî berdewam kirina tevahî nifşan girêdayî zilam dikin. Ji ber êdî civak jî, dîrok jî û zanist jî di vê de îqna dibin ku di berdewam kirinê de yê herî diyaker zilame. Lê di rastiyê de herdu cins esas bûn. Feqet piştî wê dîrok hat zivirandin. Ji ber vê yekê tê gotin ku zihniyeta 5 hezar sal zihniyeta zilamsalare, an jî zihniyeta ku di bin desthilata zilam de pêşketiye. Şkandin jî ji bo na vê tê gotin. Ew şkandineke îdeolojîke, ji ber rastiyek berovajî kiriye û 5 hezar sal jî bi wê jirêderketin û berovajîbûnê ve xwe dide meşandin. Di encam de 5 hezar sal nifş li gorî bav tê berdewam kirin. Niha jî tişta ku herî zêde li ser jin, zarok û zewacê diyarkere û her kes pê îqna bûye, zilame. Bi vî rengî bawer dikin ku yê civakê ava dike, berdewam dike, hêz ava dike û her tiştî dike zilame, jin jî tenê amûreke. Di encam de civaka ku bi hezaran salan li ser fikirê wekheviyê û baweriya bi jin avabûye, bi şerekî ku bi hezaran salan dajo ve ev rastî tên berovajî kirin û dikeve destê zilam. Roja îro jî ger ku her kes zihniyeta xwe dahurîne wê vê rastiyê bibîne. Ji ber di encam de li ser wê zihniyetê û çandê hatiye mezin kirin û perwerde kirin. Ji ber fikirê mirovatiyê li ser tiştekî zivirandine ser tiştekî din. Baweriya mirovan ji tiştekî birine ser tiştekî din. Civaka ku baweriya xwe bi jinê dianî, pîroz didît, di carekê de dibin ser zihniyeteke ku jin qirêj dibîne. Weke ku pêwîste her tiştê jinê werin nuxumandin, ji holê werin rakirin zihniyetek tê avakirin. Di rastiyê de heman mirovatiye, lê destpêkê zêdetir xwezayî û heqîqîye. Dûvre zihniyeta nû tê fêr kirin. Di ya destpêkê de her tişt xwezayî pêş dikeve, kes ji kesî re nabêje ji dayikên pêşeng re bibêjin xwedawend, nabêjin baweriya xwe bi dayikê bînin, civak wisa çavê xwe vekiriye, dîtiye û bawer kiriye. Lê piştî şkandina zayendî ya yekem, her tişt tên gotin û tên ferz kirin. Desthilat diyar dikin ku wê mirov çawa bifikirin, çawa temaşe bikin, çawa bigirin dest, ji çi bawer bikin û çawa jiyan bikin. Ev hemû ji jor ve tên eyar kirin, di zihniyetên mirovan de didin rûnişkandin û piştî wê jî pratîka wê tê kirin. Zîgûrat dibe nimûneya tevahî şaristaniyan. Her tiştî di wir de saz dikin. Rahîb, zilamê qurnaz û şaman rûdinin, her tiştî eyar dikin û li ser sîstemekê belav dikin. Weke ku ew pergaleke pir baş û pêşketiye ku gereke ji wir û şûnve jî bi heman rengî were berdewam kirin nîşan didin. Bi vî rengî jî ew pergal û zihniyet heya roja me ya îro jî tê û xwe berdewam dike. Mirov dikare vê têkoşînê weke şoreşekê jî bigire dest. Ji ber di şexsê jin de civak şkest, îdeolojî şkest û zanist şkest. Lewma her tişt ji ser cewhera xwe şemitî û çû ser tiştekî din. Ev 5 hezar salin jî ew şimitandin sererast nebûye. Bi giştî di vê qatmanê de mirov dikare bibêje ku Tiyamat û Mardok weke sembol tên nîşan dan. Lê di esas de ew şerê wan, şerê di navbera civaka xwezayî û civaka desthilatdar de ye. Wate pêwîste were zanîn ku di şexsê Tiyamat de ne tenê Tiyamat heye, bi hezaran jinên berxwedane, xwestine xwe û civaka xwe biparêzin hene. Lê di encam de bi kuştina Tiyamat re zihniyeta zilam bi ser dikeve. Bi serwerbûna zilam re nirxên jin wenda dibin. Zilam xwest ku ji binî de jin ji dîrokê bavêje. Lê belê dibe ku jin wenda kiribe lê ne wenda kirineke ji kok ve ye. Ji ber bi saya wan berxwedaniyan heta roja îro xwe berdewam kirin. Tê gotin ku di nava gelê Asûrî de roja kuştina Tiyamat tê pîroz kirin. Her wiha tê gotin ku di wê demê de jî li gelek cihan roja kuştina Tiyamat hatiye pîroz kirin. Ji Waneyên Jinelojî Yên li Akademiya Şehîd Berîtan Hatine Dayîn Hatiye Berhev Kirin Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 343
Di vê qatmanê de, hêza jin dîsa heye û berdewam dike, heman demê otorîterbûna xwedawendan derbasdare û jiyan di nava komînalbûnê de derbas dibe. Lê ji heykel, hestî û resmên ku hatine dîtin û lêkolîn kirin, tê dîtin ku di vê serdemê de hêdî hêdî li kêleka xwedawendan an bavek, an kurek, an jî yê ku hevpar pê re kar dike û yan jî mêrekî ku li ser esasê hevjiyana azad heye. Ev hebûna zilaman ne di asta desthilatdariyê de ye, feqet hêz hatiye parve kirin. Wate bi qasî ku jin otorîtere û civakê bi rêve dibe, nîvê hêza xwe jî bi zilam re parve kiriye. Lê cardin a ku di radeya yekemîn de diyarkere, jine. Feqet di nav vê serdemê de têkoşînek jî heye, bi taybet ber bi dawîbûna katmana 2’emîn ve têkoşîna di navbera jin û mêr de zêde dibe. Mirov dikare weke du pergalan bigire dest. A yekemîn jin temsîla civaka xwezayî û dayiksalar dike, ya duyemîn jî pergala nû ya ku dixwaze xwe pêşbixe mîna desthilatdarî, dewlet û xanedanan e. Her çendî tam pêşneketibe jî, lê hêdî hêdî bi destê zilam ev pergal tê avakirin. Bi giştî di vê serdemê de di navbera jin û mêr de hêz hatiye parve kirin. Lê hîn jî bi awayekî diyarker rola zilam derneketiye, tiştên ku kiriye û nasnama wî çi ye hîn nayên zanîn. Lê li kêleka jin tê destgirtin. Wate xwedawend heye, li kêleka wê jî an xweda heye (ku piştre bûye qiral), an hevjînê wê ye (di vê serdemê de êdî zewaca pîroz pêşdikeve) û yan jî kurê wê ye. Weke sembola vê qatmanê jî Înanna û Enkî ne. Têkoşîna her duyan bi nav û deng e. Ji ber ku 104 ME û pêşdîtinên ku jin dîtine û pêşxistine di vê demê de zilam dikeve ferqa wan. Tiştên ku li derdora jin hatine kom kirin bi çavekî birçî, bi çavê ku ez bixim destê xwe, bikim ayidê xwe weke zihniyet û feraset di zilam de pêşdikeve. Weke sembol di wir de zewaca pîroz tê dîtin. tê gotin, ji bo ku Înanna bizewice du kes weke tercîh li pêşiya wê hene. Yek ji wan Enkîndoyê cotkare , yê duyemîn jî Dumûzî yê(Temûzî) şivane. Wê demê Înanna xwedawenda mezine. Her du xweda berhemên xwe digirin û diçin gel Înanna ku pêwîste yekî ji wan tercîh bike û pê re bizewice. Dibêjin di esas de meyla Înanna li ser Enkîndo ye, lê wî tercîh nake û Dumûzî hildibjêre û pêre dizewice. Di wê demê de bi yekbûna Înanna û Dumûzî re, civak bi baweriyeke ku mîna erd û ezman bibe yek û jiyan avabibe, yan jî yekîtiya herdu cinsan dê bereketê bixe nava xwezayê digirin dest. Dema ku dizewicin, merasîma zewaca wan di hefteya yekemîn a meha Nîsanê de tê çêkirin. Lewma piştî wê jî heya demeke dirêj a dîrokê, meha Nîsanê dibe meha merasîmên ku qiral û qiralîçe tacên xwe werdigirine, ji bo zewacan. Înanna û Dumûzî jî ne ku çawa digihêjin hev malbateke resmî avadikin, esas ew yekbûn hêz anîna gel hev û yek kirina wan îfade dike. Hilbijartina Înanna ji Dumûzî re jî dibe ku ji ber vê sedemê be ku dixwest hêza xwe pê re bike yek û civakê hîn xurtir bi rêve bibe. Ji ber mentiqê zewaca wê demê li ser vê esasê ye. Her wiha ji ber jin di vê demê de nîvê hêza xwe wenda kiriye û dixwaze careke din kom bike. Zewaca Înanna û Dumûzî her şeş mehan carekê xwe nû dike. Wate di dirêjahiya şeş mehan de ji hev cuda dibin, her yek ji wan ji hev cuda dibin, tenê şeş mehan li gel hev dimînin. Mirovatiyê ev bûyer ji berê de wisa şîrove kirine ku, dibêjin ev tê wê wateya ku dema her du digihêjin hev Bihar çêdibe û bereket dikeve xwezayê. Ev ji baranê bigire, ji zêdebûna avê û şînkahiyê bigire û ji zêdebûna berhemê daran bigire, heman demê ji ber şînkahiya zêde pez diçêre, berhem zêde dibin, xweza zindî dibe û jiyan bêhtir bi kêfxweşî tê pêşwazî kirin. Di encam de ev şeş mehên ku li gel hev dimînin dibe sedemê ku Bihar û Havîn çêbibin. Dema ku dibe Payiz jî her du ji hev qut dibin, ji ber vê sedemê jî berhem zuha dibin, her kes dikeve goşeya xwe, erd û ezman sar dibin. Bi vî rengî civak vê zewacê wisa pênase dikin. Ev ne tenê di şexsê Înanna û Dumûzî de wisa ye. Hinek dibêjin ku keçeke Demeter (xwedawenda genim û bereketê) ya bi navê Kore a pir xweşik heye. Wê demê xwedayê bin erdê Hades jî heye, ew xweda aşiqî wê keçê dibe. Ji ber ku wê demê zewac jî pêş ketiye, ew jî dixwaze wê keçê ji xwe re bigire. Lê Kore naxwaze bi Hades re bizewice û dixwaze jê bireve. Dibêjin dûvre Hades Kore bi zorê direvîne û tecawizê wê dike. Ji ber ku Demeter xwedawenda bereketê ye, ji vê bûyerê pir aciz dibe, dixeyide û naçe panteona (meclîs) xwe. Bi vî rengî bereketa xwe ji ser erdê dikşîne û dibêje heya ku ez negihêjim keça xwe bila erd wisa bimîne. Dûvre xweda û xwedawend dikevin navberê û çareseriyekê peyda dikin. Ew dibêjin ku Hades carekê keça te biriye, lewma bila êdî şeş mehan li gel wî di bin erdê de bimîne û şeş mehan jî li gel te be. Demeter jî vê yekê qebûl dike. Di encam de tê gotin ku demsal jî li ser vê esasê çêbûne. Dema ku Kore tê gel dayika xwe, ji ber ku Demeter kêfxweş dibe, bereketê zêde dike lewma ew şeş meh dibin Bihar û Havîn. Dema ku Kore jê qut dibe û diçe bin erdê, Demeter dîsa aciz dibe û bereketa xwe dikşîne, wê demê jî dibe Payiz û Zivistan. Mîteolojî ev yek wisa anîne ser ziman. Lê di rastiyê de jî, mînak; Bihar tê wateya nû bûyîn, şînbûn, zindîbûnê û bereket dikeve xwezayê. Bi vî rengî Bihar tê pîroz kirin. Di nava baweriya hinek gelan de Hidralez heye. Hidralez tê wateya razî kirina Biharê, bi vî rengî ew hatina Biharê weke cejnekê pîroz dikin. Lê di bingeh de ev mîtolojî û zewaca pîroz heye. Lewma tê dîtin ku wê demê zewac xirab nehatiye destgirtin, berovajî weke yekbûna hêzê hatiye destgirtin. Lê piştî wê ji naveroka xwe dûr ketiye û desthilatdarî hatiye avakirin. Xwedawendên Ku Di Qatmana Yekemîn De Derketine Pêş Li hember hebûna xwedawendan û çanda dayiyiksalariyê, civak demeke dirêj baweriya pê aniye û li ser meşiya ye. Li gel Babîl û Akadan xwedawend Înanna û Îştar (xwedawendên parastin, eşq û xweşikbûnê) Dûvre li gel Kurdan Îştar dibe Star ew jî xwedawenda parastin û bereketê ye. Li gel Fînîqî û Kenaan ku li gorî îro dibe Lubnan û Îsraîl xwedawend Astarte (xwedawenda bereketê). Sembola wê gerestêrka Venûse. Li gel Huriyan Hepat-Star-Înana (xwedawendên parastin, eşq û bereketê). Sembola wan stêrka Gelawêj (berbang- zuhre) Li gel Kurdên Hewramî, Yarasan, Zerdûştî û Elewî xwedawend Mîtra (xwedawenda tav, hevaltî û aşîtiyê). Li gel Medan Anahîta (xwedawenda zayin û avê). Li gel Misiriyan Îsîs û Hathar (xwedawendên kaînat û zayinê). Li gel Hîtîtan Kîbele (xwedawenda bereketê). Sembola wê simbila genime. Li gel Yûnan û Roma Demeter (xwedawenda ax û genim ) û Afrodît (xwedawenda xweşikbûn û eşqê). Li gel Asûriyan Gola (xwedawenda şîfa û dermanan). Li Erebîstan Elûzza (stêrka gelawêje), Ellat (tav), Menat (heyv), evana beriya Îslamê weke sê kevirên Pîroz li Kabê ne, ji çanda civaka xwezayî hatine. Piştre bi pêşketina îslamê re ji wir radikin. Li Efrîka Niyam (xwedawenda lawir û ruhan). Li Asya û piranî Hîndistan Buduvîdda (xwedawenda lawir û ruhan). Li gel Civaka Aborjîn ku di parzemîna Austuralya de hîn jî civaka xwezayî jiyan dikin Yîffîye (xwedawenda tevahî ger cîhanê). Li gel çermsoran Îrdiyako (xwedawenda mirovatiyê). Li Ewropa jî Eurupa (xwedawenda yekbûnê). Vê parzemînê jî navê xwe jê girtiye. Xwedawendên Qatmana duyemîn û xwedayên ku li kêleka wan cih girtine Di misir de Îssîs-Osîrîs Di Hîtît de Kîbele- Atîs Di Yûnan de Afrodît- Adonîs Di Hurîyan de Hepat- Hepatte Û weke wan di her cihekî de bi vî rengî, xwedatek hatiye kêleka xwedawendekê. Di encam de di vê demê de hevsengî tê parastin. Êdî gotinên zilam jî derbasdarin , derketiya ser dika dîrokê û hêzê bi jinê re parve dike. Ji Waneyên Jinelojî Yê Li Akademiya Şehîd Berîtan De Hatiye Dayin Hatiye Berhev Kirin Wê Bidome…
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 323


