3-Zanistên Heyî Di Qrîzê De Ne, Ji Civakê Re Çareserî Naynin Ji Bo Wî Jîneolojî Pêwist e!
Ya din ku mirov li ser bisekine xisletê zanista heyî ye. Zanista heyî pozîtîvîst e. Pozîtîvîzm wekî diyardeyekî di qirnê 15-16. de derket, wekî alternatîfekî li hember zêhna dogmatîk xwe belav kir. Di wê demê de çemka îdealîst pir li pêş bû û her tişt bi diyardeyên metafîzîkî dihat şîrove kirin. Lê pozîtîvîzmê ev rewş gûherand û wekî çemkekî meteryalîzmê derket holê. Ceribandin-çavdêrî wekî rêbazê pozîtîvîzmê hat dest girtin, ji ber tenê bi yê xûya dike re mijûl bû jiyanê anî astekî mekanîkî, lê ya rast jiyan her çiqas ya xûya dike ye, ewqas jî ji ya veşartî ve pêk tê. Heqîqet tenê bi rêbazên ‘çavdêrî-ceribandin’ nayê bidest xistin. Lewra heqîqet bi qasî fîzîkî ye, ewqas jî metafîzîk e ango heqîqet yekpare ye divê neyê perçe kirin. Pozîtîvîzmê zirara herî mezin li vir da jiyanê û heqîqetê perçe kir, meqesa di navbera jin û zilam de, ferd û civak de, civak û xweza de hîn firehtir kir û nakokiyên jin, civak û xwezayê hîn kurtir kir. Niha lê binêrin ji bo her bûyerekî zanistekî heye, hemû jî bi hirgûliyan ve ketine û navbera wan de ti peywendî nîne, ji bo wî nikarin giştî resmê hatiye xîz kirin bibînin. Tenê metamatîk xwedî çend sed çiqila ye, dîsa fizîk, kîmya her yek ji wan ji sedan beşan pêk tên. Her beşekî ji wan jî girtiye serê xwe diçe haya wî ji heqîqeta giştî tine ye. Lê mêze bikin li vir jî jin bi qomployekî çawa re rû be rû ye, rûxmê zanist xwe ewqas bi hirgûlî kiriye lê di yekî de jî cihê jinê nîne. Jin di jiyanê de ewqas diyarkere lê di zanistê de nîne, wê gavê hêsane mirov bibîne ku zanista heyî zayendperest e û ji ber vê nêzikatiya xwe heqîqetê dide wenda kirin. Lewra jineolojî ji vê nêzikatiyê re helwesta herî watedar e, beşa herî mezin ya jiyanê dixe navenda xwe û mîna heqîqet çibe wiha tevdiger e. Çawa jiyan bi jinê destpê dike, zanista jineolojiyê jî bi jinê ve destpê dike. Zanistekî ku jin tê de tine be beşekî herî mezin yê jiyanê winda kiriye û çi bike bila bike, kîjan rêbaz jî bişûxîlîne ewê nikaribe bigîje heqîqetê. Bi vê hişmendiyê ve jineolojî nirxa pêwist dide jinê û wê dixe pêşenga jineolojiyê.
4-Ji Bo Parastina Jin Jineolojî Pêwist e!
Ji bo parastina jin ya cewherî jineolojî pêwistiyekî ye.
Ne tenê li ser gelê Kurd bi giştî li ser gelê Rojhilata Navin qirkirinekî gelemperî heye. Qirkirin di serîde fîzîkî be jî bi giştî çandi û civakî ye. Rêbertî vê wekî; ‘qirkeriya civak’ (toplum kırım) pênase kir, ne tenê gel ango gelekî civakbûyin bi xwe ji qirkirinê tê derbas kirin. Ev jî bi destê desthilatdariyê pêk tê. Desthilatdarî jî ya wekî tê fêm kirin tenê nîne. Di qonaxa berê de desthilatdarî di wateya dewlet, zilam, yên serdest de dihat kar anîn. Lê di roja me de ev pênase gûheriye. Desthilatdarî tenê bi dewlet, zilam ango yên serdest re rayê sînordar kirin. Jê re tê gotin; ‘’Bîoîktîdar’’. Ev rêbazê desthilatdariyê ye. Wiha li ferd hatiye kirin; ew bi xwe ketiye dewsa îktidarê. Ferdperestiya ji rê derketî nimûneyê vê herî berbiçav e. Îktîdar şane bi şane xwe di giştî civakê de belav kiriye. Lêgerînekî ango lêpirsînekî di derhekê îktîdarê de bê kirin tenê dewlet lêpirsîn kirin ne têrker e. Lewra serdema modernîteya kapîtalîst serdema ‘’bîoîktîdarê’’ ye. Ger perçeyekê vê îktîdarê dewlet be ya din ferd e. Her wiha divê şane bi şane lê bê gerîn. Mixabin giştî ferd bûne şaneyekî vê îktîdarê. İlim, her wiha giştî sazî bi serê xwe mîna desthilatekî tevdigerin. Her wiha kesekî li holê namîne ku bibêje; ‘’Gelo civak bi giştî nirxên xwe ve tên tine kirin’’. Herkes di bin xizmeta îktîdarê de bê ku kes wî/wê erkdar bike xizmeta tinekirina nirxên civakê û qirkeriyê dikin. Di serdema modernîteya kapîtalîst de hedefekî herî li pêş yê qirkeriyê jî jin e. Tena xwe bidin amûrên kuştinê jinan, rojane jin çawa ji pergala komkûjiyê re derbas dibin ewê bê dîtin. Ji xwe wekî zayend jin ne di aliyê nasname, ne jî di aliyê çand de nayê naskirin. Pergala ku li ser jinê tê ferz kirin wekî Rêber Apo diyar kiriye; ‘’Çanda destdirêjî ango ya tecawûzê ye’’. Jin ji aliyê fîzîkî, rihî, mêjî û hestî de di bin çanda tecawûzê de tê çewisandin. Ji fîzîka xwe, ked û rihê, ji fikir û hêstê xwe tê biyanî kirin. Gelek jin hene ku di derheqê zayenda xwe de ne xwedî agahî ne. Di çarçoveya dewlet bi navê xwe yê din dewlet daye ava kirin de dijîn. Fîzîkî wê, rih û hestên wê, fikir û ramanên wê jê re biyanî ne. Ger mirov bal bikşîne ser ya herî girîng têşe girtina fîzîka jin e. Jin ji her milî ve di aliyê fîzîkî de ji bo tetmîn kirina ajoyên zilam tê amade kirin. Hîn di temenekî pir biçûk de bi rêka rolên civakî jê re kefenekî tê dirûtin. Her wiha çiqas bixwaze vê kefenê ser xwe biçîrîne jî ew kabîlîyet bi destê wê nakeve. Ji bo ku mebdeyên jê re hatine diyar kirin bikaribe hilweşîne, pêwista di derheqê zayenda xwe de xwedî agahî be. Wekî jin fîzîka xwe, rih û mêjiyê xwe binase. Xwe bizanibe. Lê mixabin gelek jin di nava bedena xwe de rih û fikrên zilamekî din hildigirin. Nikarin bibin xwe, her yê yekî din in. Lewra bûyina yê xwe cesaret dixwaze ku ev jî bingeha xwe ji hêza zanistê tê. Mirov bi qasî derdixwe zanebûnê jiyanê bi wate dijî. Jiyanekî ji heqîqetê qut, ne jiyanekî bi wate ye. Rêya vê jî zanista jinê ango jineolojî ye. Her wiha jinekî ku bi rêya zanista jiyanê xwe binase ewê bikaribe bigîje heqîqeta zayenda xwe. Zanebûna jin, zanebûna civakê ye. Lewra cihê jin lê bê parastin ewê civak jî, jiyan jî ji kûştinê bê rizgar kirin.
5-Ji Bo Derçûnekî Di Femînîzmê de Bê Ava Kirin Jineolojî Pêwist e!
Armancên femînîzmê hene. Ji bo van armancan pêk bê jî pêwistî bi jineolojî heye. Heta niha xebatekî meşandine ji bo keda wan vala neçe pêwistiya wan bi derketinekî mîna jineolojî heye.
Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 627
1-Ji Bo Bi Aqil Û Mêzekirina Jinê Ve Jiyan Bê Jiyîn Jineolojî Pêwist e!
Fêm kirin ji bo jiyan kirinê ye, jiyan kirin jî ji bo fêm kirinê ye. Ger jiyanekî wateya wî neyê zanîn, di wê jiyanê de jiyan kirin jî bê wate ye. Ger nefes girtin û sendin wekî jiyan neyê hesibandin, di esas de jiyan wate dayin e, hêza wate dayinê derxistina holê ye. Jiyan wiha lê hatiye ku bûye diyardeya herî zêde pê hatiye lîstikandin, heqîqeta wî hatiye perçe kirin û ji eslê xwe hatiye derxistin. Wateya jiyanê hatiye berovajî kirin, bi xwe bûye xapandinekî herî mezin.
Nexwe gelo jiyan çawa hat vê halê?
Di avabûyina şaristaniyê ya ku li ser hîmên çîn, bajar, dewlet de peşket ve jiyan ji wateya xwe qût bû û ket bin destê hikmê zilam. Zilamê desthilatdar bi giştî derfetên xwe êrîşê jiyana jin-dayik ya komînal, azad û wekhev kir û jiyanê ji heqîqeta wî dûr xist. Ger mirov bi gotinên Rêber Apo bîne ziman jiyan hatiye sûîkast kirin, bi nirxê jiyanê hatiye lîstîn û ji wateya xwe hatiye derxistin, ya rastî xiyanet li jiyanê hatiye kirin. Destpêkê jiyan ji wateya xwe bi pêşketina şaristaniyê re hat qût kirin lê xiyaneta herî mezin bi jiyanê re di serdema modernîteya kapîtalîzmê de hat kirin. Lewra ya herî zêde bi jiyanê lîst modernîteya kapîtalîst e. Ferperestî, tarzê tekiliyên tekakesî û teknîkî, ji fikir û hêstan qût bûyin ango robotbûyin, jiyanekî xeyalî ku jê re di Erebî de tê gotin ‘farazî’ ango bi gotina Tirkî ‘sanal’ giştî di serdema modernîteye kapîtalîst de pêş ketiye. Kesên ku ji jiyana komînal qût dibin, ji kole kirinê re tên vekirin. Ji bo wî jiyana tekakes di vê serdemê de ewqas li pêş e. Kesên ku di nava civaka xwe de ne, li ser axa xwe, bi çanda civaka xwe dijîn yên herî bi hêz in û kes nikare wan ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî bişûxîlîn e. Lê yên tenê dimînin, ji komê, ji axê, ji çandê qût dibin mîna lawirekî bê serî ne, derb ji kûr ve bi ser wan de bê ferq nakin, carekî de xwe di nava pergala koledar de dibînin da ku dest û lingên wan bi zinciran ne girêdayî be jî nikarin xwe ji pergalê bifilitîn in. Ji ber di milê aqil û hêst de êdî hatine dagir kirin, hêza wan nemaye. Ev rastî ji aliyê zilamê xasûk û dizek ve hên di dema Sûmeran de hatiye kişf kirin û di roja me de bi amûrên herî pêşketî ve li ser mirovahiyê tê şîxûlandin. Jiyan tê perçe kirin, ji wateya xwe tê derxistin, însan ji nirxê xwe yê mirovahiyê tê dûrxistin û tenê tê hiştin. Ji bo wî wekî panzehîrekî divê jiyan bê pîroz kirin, nirxa herî mezin ji jiyanê re bê dayin. Pêwiste jiyan bê xilas kirin ku pergala koledar dawî lê bê, heta jiyan di nava pencên şaristaniyê de be ewê civak, xweza û gerdûn jî di nava êşên tinebûnê de binalin. Lê jiyan bê xilas kirin, êşa herî bi wate ewê bibe êşa zayina nû ku bi xwe re hebûna azad diafirîn e. Rêber Apo di vê derheqê de wiha dibê; ‘’Jiyan pîroziyekî ye, divê bi ser giştî nirxan de bê girtin’’. Ev jiyana ku Rêber Apo bal dikşîne ser ne jiyana tekakesî ye, jiyana ku tê de azadî, wekhevî, edalet û xweşikî heye, ew jiyane ku mirov bi ser giştî nirxan de bigire. Ya pîroz ev e, ya bê xilas kirin ev e! Li vir wateya gotina; Fêm kirin jiyîn e, jiyîn fêm kirinê cardin derdikeve holê. Ger jiyan neyê fêm kirin wê demê wateya jiyanê çiye? Her wiha li ser fêm kirinê pirsekî din ji aliyê Rêber Apo, tê kirin û ji giştî zanistan re vê pirsê pêşkeş dike; ‘’Ger zanist nabe sedemê fêm kirina jiyanê wê gavê zanist ji çi re ye?’’. Heger ilmekî jiyanê bi wate nake wê ilmê jî bê wate ye. Divê her tişt bikeve xizmeta jiyana bi wate, lê bala xwe bidinê zanista heyî ne di xizmeta jiyanê de ye. Berovajî di xizmeta desthilatdariyê de ye, di xizmeta zilam de ye. Zanista heyî dibe sedem ku zilam şane bi şane xwe berde kûrahiya jiyanê. Lewma sedemê vala kirina naveroka jiyanê yek jê jî sûcdarê wî zanista zayendperest bi xwe ye. Heger zanist nikaribe jiyanê bi wate bike, ji pirsgirêkên jiyanê re çareserî deyne wê gavê zanist çima ji xwe re dibê ez heme? Pêdivî heye ku her zanistekî destpêka wî jiyan be. Mînaka Rêber Apo heye ku di kêliyên herî bi êş de jî bi kêfxweşî jiyana azad pêşwazî dike. Ev tarzê Rêber Apo ger mirov fêm bike, bese ku mirov pîroziya jiyanê cardin kişf bike. Ji ber nabe ku nirxê jiyanê bi tiştekî din ve bê vala derxistin. Jiyan di ser her tiştî re ye û êş ne sedemin ku jiyan li hember bê teqat bikeve an birize. Jiyan divê her zindî bê hêştin û bi coşa azadiyê bê jiyin. Lê zanistên heyî ji ber ji jiyanê dûr ketine, para xwe ya heqîqetê jî wenda kirine. Lewra nikarin ji pirsgirêkên civakê re bibin çareserî. Zanistên heyî sucdarin li hember jiyanê ji ber bi jiyanê lîstine, lewma nikarin bi ti awayî rast pênaseyekî ji jiyanê re deynin. Beriya zanist bikeve destê zilam, di nava jiyanê de bû. Pêşenga zanistê jin bû. Jin, jiyan, zanist bi hevre, di hinavên hev de dihatin hûnandin. Lê niha em bala xwe bidinê zanist pir dûrî civakê ye. Civak li erd zemînên zanistê maye, zanist derketiye qata herî jorê. Peywendiya zanistê bi civakê re nemaye. Tîna xwe bidin mekanên zanistê, wê bê ditin ku zanist li hindek zaningehan, li kêleka çîna serdest, li ba desthilatdaran e. Zanist bûye amûrê destê wan, bûye hevalê sermayedaran, ne ji bo civakê, ne ji bo jiyanê, ji bo xapandina civakê, ji bo vala derxistina jiyanê kar dike. Lê ya rast ewe ku pêwist e, zanist li ba civakê be, di nava jiyanê de be, ji bo berjewendiyên civakê, ji bo wate lê bar kirina jiyanê ked bide.
2-Ji Bo Bersiva Çawa Bijîn Jîneolojî Pêwist e!
Pirsa din ya girîng jinê jiyanê li kur wenda kir? Rast e; şaristaniyê jiyanê ji wateya wî derxist û di vir de zanist bû alîkarê wî yê herî mezin. Lê yên wekî me, yên ti caran dev ji heqîqeta jiyanê bernedan çawa û li kur wenda kirin? Divê her kesekî vê pirsê li xwe bigire û li ser bersiva wî raweste, ji ber di vê pirsê de wateya jiyanê veşartiye. Jiyan çiye, tenê mirov dikare bi bersivdanekî dûrûst re bigîje wateya wî. Gelo jiyan qehir, keder, xemgînî ye ango jiyan coş û kêfxweşiye? Jiyan ewe ku li ser eniya me hatiye xêz kirine ango rêya ku me ji bo çarenûsa xwe hilbijartiye ewe? Ya girîng mirov çiqas li jiyanê wate bar bike, jiyan ewqas e. Ger mirov bibêje çarenûsa min ev e, çawa hatiye ewê wiha biçe, ew nabe jiyanekî bi wate, ya bi wate di her rojbaşê de li jiyanê wate bar kirin e. Her kêliya wî bi coş pêşwazî kirin e. Biryara ku mirov ji bo jiyanekî azad dide, li gorî wê biryarê jiyîn mirovan digîjîne wateye rasteqîn ya jiyanê. Wê gavê jiyan ewe ku mirov wî ji pencên qirkirinê xilas bike û li gorî wateya wî bijî ye. Heval Zinar Raperîn di nameya xwe ya çalakiya fedaî de jiyanê pênase dike û wiha dest nîşan dike; ‘’Divê deqeyekî jî mirov di vê jiyanê de bê moral nekeve, ji ber bê moral ketin heqaret li jiyanê ye’’. Dîsa gotinekî Heval Fûat jî heye; ‘’Ji jiyanê bêzarbûyin li jiyanê xiyanet e!’’. Gelek lehengên tekoşîna azadiyê jiyanê hema bêje di heman astê de pênase kirin e. Ev jî dihêle ku mirov pênaseyên herî rast ji jiyana wan derxîn e. Heval Atakan Mahîr di nirxandinekî xwe de wiha tîne ziman; ‘’ 5 hezar salin bi jiyanê hatiye lîstandin. Pê ve girêdayî bi nasnameyê jin û nasnameyê mêr ve jî hatiye lîstandin. Jinê nasnameya xwe wenda kiriye’’. Tenê ji van gotinan derketina rê jî mirovan dibe encama ku kêliya jinê nasnameya xwe wenda kir, jiyanê jî wateye xwe wenda kiriye. Ji ber jin jiyan e, lewra pênç hezar salin jiyan bê wate bûye. Jinê li kur wenda kir, jiyanê jî, giştî civakê jî li wir wenda kir, yê jinê xist vê halê, jiyanê jî bê nirx kir. Rêber Apo dema tîne ziman û dibê; ‘’Jin perçeyekî jiyanê ye, bê jin nayê jiyîn, lê bi jina heyî re jiyan nabe’’, heqîqetekî din pênase dike. Jina heyî di nava pencên şaristaniya pênç hezar salan de têşe girtiye û ji xwe hatiye derxistin. Xisletê jinê yê ku ava dike, çê dike, di afirîne, yek bi yek ji destê wê hatine girtin û li şûna wan taybetmendiyan, xisletên koledariyê hatine bi cih kirin. Ji bo wî bi jina heyî re jiyan nabe, bi jina kole re jiyan nabe, divê jin ji koletiyê bê xilas kirin ku jiyan bigîje wateya xwe ya heqîqî. Hêstên kole, fikrên kole, aqlê kole rê nade azadiyê, rê nade jiyanê, hilweşînere. Her wiha ji bo wî ye jineolojî pêdiviyekî acîl e, lezgîn e, demildest divê pêk bê!
Niha ji bo jinê tê gotin çavkaniya hemû xirabiyan e. Bi rêka mîtolojî, ol û zanistan ve ev agahî li civakê tên belav kirin. Di rastî de jin çavkaniya jiyanê ye, lê niha wekî çavkaniya hemû xirabiyan tê ditîn. Ev nêzikatîyekî bi zanist e li hemberî jinê pêş dikeve. Çawa ku li jiyanê xiyanet hatiye kirin, di heman demî de jin jî di bin qomployekî pir mezin de hatiye hiştin. Wê demê Rêber Apo pirsekî wiha dike; ‘’ Heger jin dayika pirsgirêkan e, wê gavê jin dikare ji dayika pirsgirêkan re bibe dayika çaresereya pirsgirêkan’’. Di nêrîna Rêber Apo de diyare ku jin ne serkêşa pirsgirekan e, jin hêza çareseriyê ye, jin dayika çareseriyê ye. Feraseta ku jinê wekî pirsgirêk dibîne encax dikare bi jineolojiyê re bigûher e. Jineolojî hêza guhertina zêhna zilamê serdest di xwe de dihewîne, heqîqet çi be jineolojî wê pêşkeşî civakê dike. Di navenda giştî çareseriya pirsgirêkan de divê jin hebe. Yê vê bike jî jineolojî ye.
Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 644
RÊBER APO Nîqaşên Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan ya ku li ser pirsa; ‘’Çima heta niha zanistekî bi navê jineolojiyê derneketiye?’’ Komîsyon: Beriya vê pirs wiha dihat kirin; ‘’ Çima jineolojî’’ lê piştî perspektîfên Rêber Apo hat ditîn ku pirsekî bi vê rengê rê li şîroveyên şaş vedike, di esas de ne ku wiha bê pirsîn; ‘’Çima jineolojî?’’, pêdivî heye ku ev pirs wiha bê sererast kirin ku bersivekî rast jê re bê ditîn; ‘’Çima heta niha jineolojî tinebû?’’. Lewra ji bo gihiştandina heqîqetê rêbaza pirsê bi qasî gihiştandina heqîqetê girîng e. Pirs dema rast neyê kirin wê gavê xeterî heye ku bersiv jî rast neyê peyda kirin. Ya girîng ne pirs kirin, rast pirs kirin e. Ji bo wî em carekî din bi ya rast bibipirsin; ‘’Çima heta niha bi navê jineojiyê zanistekî derneketiye?’’ Heval Berçem: Pergala heyî ya modernîteya kapîtalîst êdî nikare ji pirsgirêkên civakê re bibe çareser. Berovajî wî di qarakterî wî de bûyina çavkaniya qrîzan heye. Modela ku li ser lingên civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya bi navê modernîteya demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hatiye formûle kirin alternatîfekî bingehîne ji bo pirsgirêkên civakê. Niha çima lingekî herî girîng yê vê modela civakî jin e, ger em bersiva vê pirsê bidin êmê bizanibin ku çima heta niha zanistekî ango qadekî jiyanê ji bo jinê nehatiye vekirin. Dema mirov li dîrokê lêkolîn dike dibîne ku 15 hezar salan di qonaxa neolotîkê de jiyanekî wekhev û komînal hebûye. Xisletê vê jiyanê ewe ku bi rengê jin-dayik tê jiyîn. Rista zilam ji ber ku li ser jinê ne diyarkere yê civakê bi rêve dibe jin e. Lewra pirsgirêkên îro em pê re mijûl in yên wekî azadî, demokrasî, edalet û wekhevî di wê serdemê de tine ne. Lê piştî xistina jinê bi destê zilam ve dîrok êdî berovajî diçe, bi avabûna şaristaniyê ya li ser hîmên çîn, bajar û dewlet, berjêr bûyina dîrokê hên bi hêztir li dijî jinê pêş dikeve. Heta roja me jî ev windakirina dîrokê didome. Her wiha jiyanekî jin têde nebe, ew jiyan ya zilam e. Jiyana ku bi aqlê zilam dimeşe pevçûn, şer, ji hîyerarşiyê re vekiriye. Ji bo wî pêwiste bi aqil û hêstê jinê, bi reng û mêzekirina jinê jiyan ji nûve bê dest girtin. Pirsa wisa bû wê gavê çima heta niha ji jinê re di ilmê de qadekî nehatiye veqetandin? Bi kinayî bersiva vê pirsê ewe ku ji ber jiyan bûye ya zilam, desthlatdariya wî li hemû qadan xwe belav kiriye, cih jî di jiyanê de ji jinê re nehatiye hêştin. Di wê watê de jineolojî mûdaxaleyekî ji vê dîroka berovajî kirî re ye. Heval Sila: Jiyan bi hêza jinê ya afirandinê hatiye ava kirin. Yek jê jî zayinê pêk tîne jin e. Çawa ku xweza zindî ye û her dizê jin jî bi vî rengî ye. Şaristaniya ku bi ketina jinê re despê kiriye ji bo ku jinê dervayê jiyanê bihêle hemû qadan li pêşiya jinê girtiye. Mantalîteya wî ewe ku ger her tişt bi jinê despê kiriye, ji bo ku bikaribe pergala xwe deyne pêwiste her tişt bê jin bê despêkirin. Li vir ya girîng ewe ku pergal çawa taybet ji bo ketina jinê kar dike. Mirov dikare mînaka aborî bide. Aborî jî wekî qadên jiyanê yê din bi destê jinê pêş ketiye û ji bo jiyana civakê ye. Lê dema dikeve destê pergala zilamserwer wê gavê ne wekî xalekî ji qadên civakê, wekî amûrekî li dijî civakê tê şixûlandin. Ev jî dide diyar kirin ku ji bo jiyan li gorî xwezaya xwe bimeşe divê jin xwe di hemû qadên jiyanê de bi cih bike. Di serîde zanist giştî qadên ji destê wê hatine girtin bi hêza aqil û dilê xwe ji nûve biafirine. Heval Dilara: Jineolojî ji zanista zayendperest re mûdaxaleyekî ye, lê şaş neyê fêm kirin ne tenê ji qadên zanistê re jî, ji giştî jiyana ku bi aqlê zilam hatiye avakirin re mûdaxelekî ye. Jîneolojî di bingeh de vegerandina ji kokên heqîqetê re dibe rêbazekî. Di aliyê din de mirov dikare bibêje ku azadî dengê jineolojiyê ye. Me gotibû yek ji lojiyên lêkolîna jineolojiyê dike etîmolojî ye, ger em li koka peyva ‘azadiyê’ mêze bikin; emê bibînin ku ji ‘za’, ‘zayinê’ tê. Ew jî xisletekî jinê ye ku li giştî jiyanê hatiye bar kirin. Jineolojî ji nûve vê azadiyê li civakê vedigerîn e. Heval Amara: Di rastî de jin, jiyan e. Jineolojî vê rastiyê carekî din derdixe ber çavan. Dîsa niha em mêze bikin aîdê dîroka jin tiştekî nîne. Wekî jinên çiyayî em bi deh salan in li hember dagirkerî û zêhna zilamperest şer dikin. Ev jî dibe perçekî dîroka jin ango di tekoşîna xwe de jî em dibînin jinê şerekî çawa daye meşandin. Ev heta niha veşartî hatibû hêştin. Jineolojî dikare vê dîroka veşartî ya jinê derxe holê û bibe sedem ku dîroka jinê ji nûve bê nivisandin. Heval Jiyan: Hevalan bal kişand ser û gotin; ‘’Jin jiyan e’’. Ez bi xwe jî dixwazim di vê çarçovê de nirxandinên xwe wiha pêş bixim. Mirov dikare jinê bişibîne tova despêkê. Lewra di civaka xwezayî di giştî qadên jiyanê de tovên despêkê ji aliyê jinê ve tên reşandin. Her tişt bi zêhn û hêstên jinê têşe digire. Zayin, parastin, komînalî, aborî, civakîbûn vana giştî dibin berhemên despêkê yê jinê. Lê niha em binêrin di van qadan de ti mafekî gotinê û biryarê ya jinê nemaye. Wê gavê jineolojî di giştî van qadan de xwedî derketina berhemên jinê û rastiya jinê derxistina holê ye. Heval Amara: Jin ji rastiya xwe dûr ketiye. Rêber Apo dibê; ‘’Yê jiyanê xweşik dike, bi exlak û pîvan dike jin e.’’ Dîsa gotina Rêber Apo ya ku bal dikşîne ser azadiya jinê pir watedare, lewra Rêbertî azadiya civakê bi azadiya jinê re girê dide. Wê gavê jineolojî erk radigire ku civakê ji pencên koletiyê xilas bike û ji bo wî jî jineolojî bi azadiya jinê ve despê dike. Heval Hêvî: Niha em dibên cihê jinê nemaye, lê ez dixwazim bi nêrînekî din tevlî vê nîqaşê bibim. Niha em mêze bikin di giştî qadên jiyanê de cih dayina jin heye, lê gelo bi rengekî çawa jin di van qadan de tê bi cih kirin pirsa girîng û em li ser rawestin ev e. Em bala xwe bidin qada aboriyê di asta herî kêm de heta em bêjin di bin sifirê re rista jinê têde heye. Em tenê li siyaseta roja me mêze bikin di yek dewletekî de jî wezîrê aboriyê ne jin in. Lê em biçin kargehên herî xwediyê zirûfên dij jiyanî mêze bikin, emê li wir bi mîlyonan jin peyda bikin ku bi heqdestekî nikarin zikê xwe jî têr bikin kar dikin. Ji xwe em li dijî vê ne, jineolojî derketinekî li beranberî vê ye. Berhemên cîhanê ji sedî 99 di destê zilam de ne, lê yê di asta herî heqdestekî kêm de kar dike jin e. Dîsa di zarok anînê de jin wekî makîneyekî tê şixûlandin, lê mafê wê tineye ku li ser pêşeroja wan zarokan biryar bide. Em mêze bikin wezaretên parastinê yên giştî cihanê di destê zilaman de ne ku dikarin zarokên wan jinan bibin nava şerên herî qirêt. Ti welatekî nîne ku bi zeka, aqil û hêstên jinê ve bê meşandin. Jinên li wir kar dikin jî mîna robota ne. Vaye mînaka NATO em dikarin bidin. Çend jin li wirin, hindek cilên pembe, mor li xwe dikin, dertên ser dîkê li kêleka zilaman wêne dikşînin. Lê em dikarin bêjin di NATO de rengê jinê hene. Na! Ma rengê jinê tenê makyaja li ser rûyê wê ye ango cil û bergê wê ye. Ji xwe pergal dixwaze jinê di vê astê de bihêle, mîna mankenekî di vîtrînê de wê boyax bike û bide seyir kirin. Lê ti ristekî nedê, qada jinê bi qasî qada vîtrînekî rengo rengo ye. Ji vê zêdetir nîne. Ya girîng jineolojî vana giştî radixe ber çavên me. Dide nîşandan ku jina ku di nava pergalê de hatiye bi cih kirin pêlîstokê şevan yê zilam e, karkera herî erzan yê fabrîqa ne, koleya keda wî ji nedîtî ve tê dîtine, kuştiya jiyanê ye. Dibe femînîzm jî van mijaran tîne ser ziman lê çima nikare derketinekî çê bike? Du mijar hene ku femînîzm tê de xitimî. Yek; nikare pirsgirêka jinê bi kok derxe holê, ya din nikare pirsgirêka jinê çareser bike. Her du xal jî bi hev re girêdayîne. Ger pênaseya pirsgirêkan rast neyê kirin, çareserî jî pêş nakeve. Ji xwe lêgera femînizmê ya ku xwest di nava pergalê de çareserî peyda bike wê ber bi navpergalî bûnê de bir û wê ji aslê wî dûr xist. Ji bo wî em dibêjin jineolojî pêwistiyekî jiyanê ye. Komîsyon: Hûn dibînin niha di serî de li Rojhilatê Kurdistanê di giştî cihanê de bi şiara ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve serhildanên jinan hene. Dema Rêber Apo got; ‘Jin, jiyan, azadî’ formûlekî bi sêhr e, fêr bibin û fêr bikin van rojan didît. Tenê li vê pêvajoyê nirxandin jî dihêle ku mirov bibêje jineolojî pêwistiyekî lezgîn e. Heval Gûven: Jineolojî bi aqlê jinê li jiyanê mêze kirin e, li cihanê mêze kirin e. Di despêka afirandina her tiştekî de rista jinê diyarker e. Aqle jin çawa ku ji civakê re bû hêza afirandinê, aqlê zilam jî bû hêza hilweşandinê. Ji bo jiyan li cewherê xwe bizivire û wekî berê xweşik bibe divê jineolojî hebe. Komîsyon: Dibe hindek jineolojiyê wekî saziyekî bibînin. Lê jineolojî ne saziyekî ye. Jineolojî ilmê jiyanê ye, saziyên wê hene, akademiyên wê hene, ew aqlê pêşketî yê civakê ye û di hemû qadan de xwe rêxistin dike. Qadên ku jineolojî têde hebe li wir mêzekirina jin, aqlê hevpar yê ji pêşketinê re vekirî yê civakê heye. Heval Marya: Zanista heyî zayendperest e, bi aqlê zilam pêşketiye û pozîtîvîst e. Ji bo wî jiyanê perçe dike. Çend beşên jiyanê û çend pirsgirêkan dixe rojeva xwe lê giştî jiyanê nikare pênase bike. Ferqa jineolojî li vir e, jineolojî heqîqetê perçe nake, yekpare digire dest. Ji giştî pirsgirêkên civakê re xwe wekî alternatîfekî xurt datîne holê. Heval Hêjar: Ji bo naskirina dîroka jinê jineolojî pêwist e. Ger jin dîroka xwe nasneke nikare nasnameye xwe ya azad jî ava bike. Ji bo nasnameyekî azad em dibên jineolojî! Komîsyon: Bersivên hevalan giştî jî di çarçoveyekî têgiştî de pêşketin, em jî tevlî dibin. Rêber Apo ji bo bersiva vê pirsê hindek xalan pêş dixe. Emê di berdewamiya waneye xwe de li ser wan xalan rawestin. Ev nîqaşên li ser jineolojiyê li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan di Dersa Arjîn Dersim de hatine kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 652
Rêbaz: Rêber Apo jineolojiyê li ser sê lojiyan digire dest vana; etîmoloji, ontolojî, epîstemolojî ne. Di lêkolînên jineolojiyê de etîmolojî li koka peyvan digere, etîmolojî pênaseya jineolojiyê dike û agahiyên li ser jinê ji epîstomolojiyê tên girtin. Dîsa dîrok jî zanistekî bingehîn yên lêkolînên jineolojiyê ye. Pênase:Wekî têgeh jîneolojî ji du peyvan pêk tê; ‘JİN’ û ‘LOJÎ’. Lojî di zimanê Latînî de tê wateya zanist, her çiqas jineolojî wekî zanista jinê bê zanîn jî, ev pênase têrî wateya jîneolojiyê nake. Jineolojî zanista civakê ye. Jineolojî zanista jiyanê ye. Jineolojî zanista paradîgmaya modernîteye demokratîk e. Jineolojî zanista hevjiyana azad e. Jineolojî zanista wateyê yê. Wekî xûlasa jineolojî bi reng, aqil û mêzekirina jinê ve civakê, xwezayê û mirovahiyê ji nûve lêkolîn kirin, ketina kûrahiya wî û pênase kirin e. Jineolojî wekî peyv despêkê di paraznameya Rêber Apo ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de di sala 2008’an de hat şixûlandin. 1-Di beşa pirsgirêkên jin, zilam, malbat de Rêber Apo cara yekemîn behsa jineolojiyê dike û wekî çareseriya pirsgirêka jin û civakê jineolojiyê datîne holê. Di vê beşê de Rêber Apo wiha tîne ziman; ‘’Femînîzmê jî nikaribû pirsgirêkên jinê çareser bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka jin û civakê pêwistî bi zanistekî jin heye ango ji femînîzmê jî wêdetir pêdivî bi jineolojiyê heye’’. 2- Di beşa hevjiyana azad de jî Rêber Apo di pênase kirina têkiliyên jin û zilam de dîsa behsa jineolojiyê dike û wiha bi lêv dike; ‘’ Jineolojî dikare di femînîzmê de dêrçûn ango derketinekî bide ava kirin’’. 3- Di beşa tevgerên dijî pergalê de dema Rêber Apo bal dikşîne ser femînîzmê li wir cara sisêyan behsa jineolojiyê dike. Çima pêwistî bi sosyolojiya azadiyê heye û girêdana jineolojiyê bi sosyolojiya azadiyê re çiye, dema Rêber Apo van mijaran bi berfirehî vedike jineolojiyê wekî derketinekî bingehîn pêşkeş dike. Lewra Rêber Apo beriya di paraznameya xwe ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de behsa jineolojiyê bike, di paraznameye bi navê ‘Parastina Gelekî’ de pirsekî wiha dike; ‘’Çima zanistekî jin bila tine be?’’. Bi vê pirsê re di esas de Rêber Apo îşaret li ser pêdiviya zanista jinê dike û diyar dike ku zanistên heyî yên pozîtîvîst xwedî pergalekî ji hev xistinê ne. Di zêhn de perçe kirin didin ava kirin. Her wiha rixmê jin di giştê qadên jiyanê de xwedî rist e, çima di qada zanistê de cihê jinê tine ye. Zanista heyî her tiştî perçe dike û dixe mijara zanistê, lê jin bi ti awayî di rojeva zanistê de nîne. Ji ber zanista heyî zayendperest e, jinê der zanist hêştiye. Zanista zayendperest hincetê herî mafdar yê jinê ye ku zanistekî jinê çêbibe. Bi van lêpirsînan Reber Apo derî ji zanistekî nû re vedike û di vê paraznameyê de bingehê jineolojiyê amade dike. Wekî têgeh jineolojî her çiqas di sala 2008’an de ketibe rojeva tevgera jina azad jî lê heta gihiştandina vê têgehê bi kedekî bi salan, bi mîrateyekî mezin yê tekoşînê hatiye hûnandin. Jineolojî di çêbûna mirovahiyê de heta irôj di şaneyên jiyanê de her tim hebû. Jineolojî ne hebûnekî pişt re ye, berovajî jineolojî dendikê giştî hebûna ya û xeleka despêkê ye. Heqîqeta mirovahiyê li kur despê kiribe rastî de jineolojî li wir despê kiriye. Dibe wekî têgeh nebe lê ya tê jiyîn jineolji ye. Di hebûnê de rastiyekî wiha heye hindek diyarde bê ku nav lê bi kirin tên jiyîn, pişt re navê wan çêdibe. Hindek diyarde jî piştî navê wan lê tê kirin hewildana ava kirina wan despê dike. Jineolojî diyardekî ku beriya nav lê bê bar kirin xwedî hebûne û ya tê jiyîn e. Şoreşa neolotîkê ya ku bi çemka civaka komînal di pêşengtiya jin-dayik de pêşket yek ji vana ye ku hebûna jineolojiyê dide nîşan dan. Dîsa tevgera jina azad ya ku keda wî digîje nîvê sedsalê diyardekî ji hebûna jineolojiyê ya herî berbiçav e. Lewra jineolojî xwe dispêrê sê binkeyan ango li ser sê xalan pênaseyên xwe pêş dixe. Vana wiha ne;
- Şoreşa neolotîkê ya ku bi çemka civaka komînal di pêşengtiya jin-dayik de li Mezopotamya pêş ket/Çand, berhem, nirxên û pêşketinên serdema neolotîkê
- Çand, berhem û nirxên Rojhilatanavîn yên ku di çêbûna mirovahiyê de xwedî nirxê pêşdebirinê bûn/Mîrateyên tekoşîn û berxwedaniyên jinên cîhanê her wekî femînîzm, jinên pêşeng yên berxwedêr û tekoşîna wan.
- Bi derketina Rêber Apo re mîrateyên tekoşîna jina Kurd û tevgera azadiya jinê.
Ji Dersa Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan hatiya berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 345
Em di despêkê de bala xwe bidin li ser hebûna jin ya di nava artêşan de. Ev hezaran salin, artêş amurê xurt kirin û parastina desthilatdarî û milkê zilam e. Artêşbuyina zilam li ser bingeha şef, şaman, şerkerê ciwan pêş ketiye. Şef, şaman, şerkerê ciwan di heman demî sê lingên esasî yê mîsoger kirina şaristaniya kapîtalîst e. Di her sê sazîbuyinên zilam de teqez cihê jin nîne. Ji ber k ev sazîbuyin li beranberî jin pêş ketiye. Şef buye rêveberî, şaman saziyên zanistê xistiye bin desthilata xwe, şerkerê ciwan jî veguheriye artêşbuyina zilam. Lê mêzekin, bi van her sê saziyan hem hêza biryarê ya însan yanî îradê ango vîna mirov, hem hêza zanistê ya însan yanî fikir û hêst ango rihê mirov û hêza parastina giştiyan ji mirov hatiye sendin. Ev rewş hezaran sale didome. Lê îro em temaşe dikin, di hindek saziyan de cih didin jin. Bi taybetî di deh salên dawî de, gelek hêzên desthilatdar jin tevlî artêşan dikin. Berê jî, di saziyên sîxûriyan de jin hebun, lê di artêşan de tev jin, zêde tine bu. Çima ev rewş wisa guherî? Ev saziyên ku zilam xwe ji pênç hezar salan zêdetir têdê bi cih kiriye de çima cih dane jinê? Ev rewş wisa jixweve neguherî, ev encamên tekoşîna jinê ye. Her çiqas jin bi hezaran salan, ji şikestinê re derbas bu jî, lê tekoşîna xwe ya azadiyê ti caran neda sekinand. Li kur derfetekî herî biçuk dît, xwe tevlî kir. Ev jî di roja me ya îro de bu bingehê hindek guhertinan. Nexwe, zilam zu bi zu cih nade jinê, jinê tevlî sazîbuyinên xwe nake. Me berê jî behs kir, ev sazîbuyinên zilam, encamên serkeftina zilam yên li beranberî jinê ye. Dewlet,bajar, çînayetî, daraz, artêş, zango vana hemû jî li gorî aqlê zilam yên analîtîk pêş ketine. Nişaneya zafera zilam in. Ji bo wî cih dayina jin, di asta şoreşekî jinan de gengaz e. Bi giştî nebe jî, lê asta berxwedaniya jinan, êdî di astekî de li ser pergala zilam bandor dikin. Pergala zilamsalarî pêşketinên jin dît û pêwistî dîtin ku hindek tevdîran bigrin. Bi aqlekî analîtîk, dixwazin ev encamên deskeftiyên jin bixin bin xizmeta xwe. Rast e, li gorî berjewendiyên xwe di hindek artêşan de cih dan jinan. Jinan digrin artêşan û di medyaya xwe ya şerê taybet de 24 saetan propoganda wî dikin. Bi vê jî jinan dixin perçekî şerê xwe yên taybet. Dibe, hindek kes ev rewş, wekî pêşketin bibîn in. Lê em wisa nagrin dest. Mînak Emerîka, Tirkiye û hwd jinan tevlî artêşên xwe kirin. Bi taybetî jî Tirkiye, tevlî kirina jinan ya artêşa xwe pir xist rojevê. Em vê pir baş analîz bikin. Ji xwe ev pêncî salin Tirkiye bi PKK'ê re şer dike. Her wekî din PKK bi xeta xwe ya azadiya jin li giştî cihanê deng vedaye. Wekî konseptekî taybet Tirkiye jî jinan tevlî artêşa xwe kir. Ev konsepta şerê taybet e û li beranberî PKK'ê hatiye pêş xistin. Ji ber ku di şerekî de dema xeta jin derdikeve pêş li wir îmajekî jî çê dibe. Di giştî cihanê de asta tevlîbuyina jinan ji giştî saziyan re pîvanên demokratîk buyinê dide diyar kirin. Tirkiye jî vaye nêzî pênci salin, dixwaze dinyayê bixapîne û xwe demokrasîxwaz û azadîxwaz bide nîşandan. PKK'ê jî, wekî hêzekî hov, dervayî mirovahiyê û terorîst bide nîşandan. Lê dinya giştî di tekoşîna PKK'ê de rengê jinê dibîne û dizane ku PKK ne ewê ku Tirkiye dide nîşandane. Ji bo wî Tirkiye, hindek sazîbunan pêş xist, mînak; JOH, POH heye, ev hêzên cendirme yên taybet û yên hêzên polîsan yên taybet in. Niha li kêleka vana JOAK hat ava kirin. Yanî hêza cendirmeyên taybet yên jin, di medyaya xwe ya şerê taybet de pir propaganda wî pêş xistin. Hên jî bi tûndî bangawaziya jinên ciwan dikin ku tevlî ev hêza jinan ya taybet bikin. Di serî de jî, me dan diyar kirin, ev li dijî hêzên şoreşger, bi taybetî jî li dijî PKK'ê pêş ketiye. Rewşa İranê jî heman tişt e. Di İranê de, ji berê ve wekî kevneşopekî jin di nava karên leşkerî de wekî sîxur kar anîn heye, lê vê dawiyê rixmê pergala xwe şerîate jî, di hindek avaniyên leşkerî de jinan tevlî artêşa xwe kir. Qasim Silêmanî heye, li İranê pir tê zanîn. Di artêşa İranê de gelek xizmetên wî çêbun. İran Qasim Silêmanî di pir milê de lê bi taybet di qada leşkerî de wekî pêşengekî qebul dike. Ev kesayet di sala 2020'de, ji aliyê Emerîka ve, bi êrişekî sekvanî li İraqê hat kuştin. Di sala 2021'de, di salvegera kuştina Qasim Silêmanî de İran rêxistinekî nû ava kir. Wekî İran daxuya kirin ku ev avaniya nû ji bo bîranîna Qasim Silêman hat damezrandin. Taybetmendiya ev avaniyê çiye? Bi navê, Zeynep Silêmanî jinekî heye, ev keç an jî qiza Qasim Silêmani ye. Ev pêkhateya ji bo bîranîna Qasim Silêmanî hatiye ava kirin de Zeynep Silêmanî pir bi bandor e. Yekser ev avanî bi destê wê tê meşandin. Ji avaniyê re dibên, 'Rêxistina Keçên Hecî Qasim Silêmanî'. Em dikarin bêjin ku pergala van welatan çi dibe bila bibe, tevlî kirina jina yekser bi hêza jinê ve girêdayiye. Lê jin bi vê şêweyî tevlî kirin, tenê dikeve bin xizmeta desthilata zilam. Ev wê bibe sedem ku temenê pergala zilamsalarî hên dirêjtir bibe. Ji ber ku li vir armanç ne azadiya jin an jî parastina deskeftiyên jin in. Li vir yekser jin dibe parazvanê pergala zilam. Ger em ji bo Başurê Kürdistanê binirxîn in, em dikarin mînaka PDK'ê bidin. PDK jî, bi salane texlîda tevgera azadiyê dike, di her milî de em bişopîn in, PDK her dem ji pêş ketinên tevgera azadiyê, ji xwe re encaman derxistiye. Lê van pêşketinan ji bo berjewendiyên civakê ne şixulandiye. Wekî mînak, piştî Şoreşa Rojava, bi taybetî di milê jin de hindek deskeftî hatin bi dest xistin. PDK, xwest li ser van deskeftiyan wekî texlîd kirina YPJ'ê, artêşa jinan ava bikin. Bi taybetî jî, piştî êrişên Şingalê jinên ku ji fermanê reviyan ji aliyê PDK'ê ve hatin rêxistin kirin û di nava hêzên Roj de hatin bi cih kirin. Karakterê hêza Roj tê zanîn, ew li dijî rêxistina azadiyê wekî alternatîfekî bi taybetî ji aliyê hêzên komploger ve tê amade kirin. Tevlî kirina jinan jî li ser vê esasê ji bo vê hêzê pêş dikeve. Divê baş bê fêm kirin. Armancên hêzên komploger ewin ku deskeftiyên jinan bi van şêweyên zirav tasviye bikin. Tevlî kirina jinan ji artêşan re ne bi armanca fikrandina azadiya jinê ye, berovajî tê xwestin kole kirina jin, bi hên rêbazên ziravtir bê domandin. Ji bo wî, jinan tevlî artêşan dikin an jî ji wan re bi taybet artêş didin ava kirin. Di rojeva wan de heye, hêzên wisa ava bikin ku li dijî deskeftiyên jinan bidin şixûlandin. Dîsa armancekî wan yê din, hindûrê artêş bûna jinan bidin vala kirin, dixwazin wekî qalikekî, wekî ambalajekî jin bixin rengên artêşên xwe. Ji xwe modernîteya kapîtalîst ev rêbaz tim û daîm bi kar aniye. Xuya ye ku, artêş dixwazin hindek karakterê xwe bigûherîn in. Wekî tevgera azadiyê em vê rewşê wekî pêş ketin nagirin dest. Ev di hûndirê xwe de xwedî gelek armancên veşartîne. Berê jî me bi lêv kir, armanç ne azadiya jin e. Li vir di hesabên desthilatan de ev heye, vala derxistina hêzên şoreşger û hundirê hêzên şoreşger vala kirin e. Berovajî wî, ew ji xweve, ev pergala xwe ya hişk nagûherîn in. Lê îro pêwistiya wan heye, qet nebe, ji bo berjewendiyên xwe hindek guhertinan, di pergala artêşan de, çêkirin. Bi vê rêyê jî, jin tevlî artêşan kirin, lê jin li vir tenê wekî dîmen an jî wekî amurekî xurt kirina hêzên dest hilatdar, tê bi kar anîn. Divê mirov li hemberî van derketinan pir baldar nêz bibe. Ji ber ku tevgera azadiyê pir berdêlên mezin xeta jina azad afirand. Jîn gihişt asta ku zanista civakî bi navê jîneolojiyê pêş bixe. Di her gavekî pergalê de ku bi taybet wekî şiklî bi rengê jinê tê meşandin, hemû li hemberî deskeftiyên xeta jina azad in. Ger ne wisa bana di despêkê de jinên pêşeng yê tavgera azadiyê, Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê Demîr, Fatma, Evîn Goyî, Jiyan, Nagîhan Akarselan ne dihatin qetil kirin. Pergalekî di alîkî de jina qetil bike, di aliyê din de jî mîna ku pêşiya jina vedike tevbigere, ev pergal ti caran bawerî nade mirovan. Rojê herî kêm li Tirkiyê jinekî tê qetil kirin, mirov dikare bêje ku ew jinên di saziyên ewlekariyê de cih digirin ji bo berjewendiyên jinê li wir in. Ew jî bi rengekî jinê dikevin xizmeta zilam û ev rewş ji hemû gavên pergalê ya herî xetertir e. Ji Waneya Fermandarî Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 336
Însan ji xwezayê qût bûye ji ber heqîqet hatiye perçe kirin. Di têkiliyên civakî de wekhevî nîne ji ber têkiliyên komînal xirab bûne. Zilam li ser jinê xwedî maf e ji ber jinê xweserbûyina xwe wenda kiriye. Dema em dibên însan divê li vir em kêvanekî biçûk vekin da ku di têgeh û têgînan de şaşîtî dernekevin û mijarên em dixwazin nîqaş bikin bi zelalî derbikevin zanebûnê. Wekî etîmîlojiya têgîna însan mirov dikare bêje ku; însan tê wateye ‘ya ji jinê tê’, peyvekî Erebî ye. Her kesekî ku Kur’anê lêkolîn kiribe; Sureya Nîsa dizane. Her ku çiqas bi aqlê zilam hindek tişt hatibin dest girtin jî ji bo têgiştina mijarê mirov dikare mînak bide, ev sure ji bo jinê hatiye nivisandin, navê wê jî Nîsa ye. Nisa ango jin heman tişt e. Di wateya bingehîn de wê gavê însan her dû zayendan jî dikare bixe nava xwe, ji ber ev xislet di jinê de heye. Lewra wekî zayend jî jin di xwezeya xwe de xwediyê taybetmendiyên her dû zayenda ye. Ev mijar ji ber gelek berfireh e û bîyolojiya jinê jî dixe nava xwe, emê niha vê mijarê li vir zêde dirêj nekin. Lê divê li vir bê zanîn ku tiştê bi serê jinê de hatiye di heman demî de bi serî zilam de jî hatiye, ji ber her du temamkerê hev in. Dîsa însan di gelek deran de wekî civak jî tê nas kirin. Rista esîl a jinê wekî di hemû diyardeyan de xwe dide der cardin li vir jî derdikeve pêşiya me. Dema em dibên jin çavkanî ye ne ku em jî ferasetekî nû pêş bixin. Dibe hindek kes vê mijarê wekî jin-navend bi navê din feminasentîrk bigirin dest. Lê beriya her tiştî bila bê zanîn, em xwe ji vê ferasetê diparêzin. Feraseta ku tiştekî radike jorê û yên din li dora wî dixe ser çogan ewe ku textê qralan tîne bîra mirova. Em wiha nagirin dest û wiha jî nafikirin, em dixwazin li gorî rastiyên gerdûnî tevbigerin û fikrên xwe li gorî wî pêş bixin. Di mijara jinê de mirov dibîne ku jin di çêbûna xwe de bi rista bûyinê, çêkirinê, avakirinê wekî çavkanî derdikeve pêşiya me. Ev di rastî de pêwiste ne wekî avantajekî ne jî wekî der avantajekî bê dest girtin. Diviya ev mijarekî notr bana, ji ber ev çêbûnekî gerdûniye û nabe sedemê serweriyê ango kolebûnê. Pir xwerû mirov dikare bêje ku ev cûdawaziya jinê ye. Cûdawazî her ku çiqas ne sedemê dersînor kirinê ye, bi ewqasî jî ne sedemê xwe navendî kirinê ye. Zilam jî di çêbûna xwe de erkê temamkeriyê hildaye, di aliyê fîzyolojîk de jî ji jinê bi qûwettir e. Lê ev jî nabe sedem ku zilam xwe serwer bike ango bê dersînor kirin. Ferasetên heyî ev mijar wekî me nagirin dest. Yekî bi hêz dikin, ya din ji hêz dixîn in. Ferasetên ku navendî dikin, hîyerarşîk in û bingehê qeyranên îro roj in. Lewra çavkanî dema tê miçiqandin der û berên li ber şîn dibin jî hişk û zûwa dibin. Rewşa roja me wekî xûlase ji ber van ferasetên şaristaniya navendî ev e. Jin, yên ji jinê tên û yên jin ava kiriye hemû li ber keraseta şaristaniyê tarûmar û derbeder in. Ne jin dikare rista xwe ya avakeriyê bilîze, ne civak dikare pêş bikeve û ne jî xweza dikare wekî berê berhem bide da ku di cîhana xwezayî de hevsengiyekî çêbike. Yên dixûyê, kolebûna jinê, mirina zilam û tofana xwezayê ye. Her wiha me di despêkê de got ku sê nakokî hene. Lê niha em mêze dikin ev sê nakokî wekî sê girêkan tên jiyîn. Rewşa heyî rewşa qeyrana dil û mêjî ye. Rewşa heyî ji bo jinê qrîz û pêxirtengî, ji bo zilam şer û kûştin, ji bo xwezayê jî keraset û talan e. Em naxwazin atmosferekî reşbîn bidin ava kirin lê heta em rewşê rast pênase nekin jî em nikarin biçin çareseriye. Dema cihekî mirovan biêşê rast e rast çi were ber destê wî danaqûrtîn e. Di despêkê de xwe baş dipelîn e, ger gûncav bê dîtin xwe derman dike, ger fêm neke diçe doxtorekî. Doxtor jî mûayene dike. Sedemên êşan tespît dike û li gorî nexweşiyan derman dide, qet nebe neşterê digire destê xwe û cihê diêşê diqelîşîn e, da ku bigîje çavkaniya êşê, ji bo bikaribe wî ji holê rabike. Bi metaforan pênase kirina pirsgirêkên civakî her ku çiqas di hindûrê xwe de rîska basît kirinê bîne jî lê em neçarin ji bo vê mijarê van metaforan bişûxîl in. Lewra metafor pirî caran dibin sedem ku mirov meseleyan baştirîn fêm bike. Di vê mijarê de herî kêm ev mînak di cih de ye û mirov dikare bêje ku çavkanî hatiye xitimandin. Êdî dema wî hatiye ku em pirs bikin; Çavkanî di pêxirtengiyê de ye. Emê Çawa wê ji vê pêxistengiyê rizgar bikin? Beriya Bersivê; ‘Nexweşiya Tû Ya Minî’ Me di ser nîvîsê de got, sê nakokî hene. Niha li vir pirsekî wisa derdekive pêşiya me. Van nakokiyan çawa ava bûn? Zilamê neçirvan me berê jî gelek caran li ser wî lêkolînan parve kiribû dema pê hesiya ku dikare li ser xwezayê serwer bibe wê gavê xwe xist navend, xweza jî kir hawirdor ango pergala serdest û bindest pêş xist. Ji xwe giştî hevsengî jî li vir xirab bûn. Neçirvanê qûrnaz, êdî çavê xwe berda pergala jinê û navên ku civakê li jinê bar kiribû yek bi yek xist yê xwe. Herî dawî jî ji jinê re got; ‘’Tû jî ya minî-Jina Min-’’. Gir, kanî, daristan, çem û rûbarên jinê hilweşand û li şûna wan textê xwedatiyê bi cih kir. Êdî ji vir şûnde civak berê xwe bide çi li wir zilamekî li ser dîkê dibîne. Zilamê xasûk, çavbirçî û qatîl li her derî bê ser û ber belav bûn. Di destê wan de kevir li pey nêçirkirina xezalekî, di destê wan de şûr li pey kûştina zilamekî, di destê wan de kûlîlk li pey kêdî kirina jinekî ne. Dibe kevir ango gûl, lê hemû jî heman tişt in. Hindekan neçîra xwe kûşt, hindekan jî kêdî kir. Tê zanîn yên mişk û maran bi jahriyê dikûjin, pisîk û berxikan bi şîr kêdî dikin. Dibe rengê amûrê bigûher e, lê armanca amûrê her car eynî ye, mafê jiyanê dikûje. Mirov dikare van amûrên di destê zilam de bişibîne vîrûsên şewba desthilatdariyê. Nexêr, kî çav bi van amûran ket dîn û har bû. Ket pey, ji xwe re jî yek peyda bike. Vîrûsa erdekî, jinêkî û malekî min jî hebe, mirovahiyê anî heta roja îro ku êdî ji nav derketin ewqas jî ne hêsan e. Lewra ev nexweşî her ku çû zêdetir kûr bû û şane bi şane civakê xist nava lepên xwe. Lewra ecêp tê ku mirov bi vê nexwşiyê nekeve. Yên li pey erd, jin û mal in wekî bi tendûrits tên dîtin, navê yê din bûne ‘nexweş’. Psîkologên herî zana yên roja me jî nikarin rast pênase bikin, ji kesên ne li pey van amûra re ne pir bi peyvên sofîstîke dibên; ‘’Hûn nakokiyên ontolojîk dijîn. Pirsgirêka we ya hebûnê heye. Hûn nikarin xwe ava bikin’’. Dermanê Vîrûsa Desthilatdariyê Dema bi hevokên herî tûnd em van mijaran tînin ziman, ev ne ji xwe ve pêş dikeve. Ji ber em êşa vê koletiyê baş dizanin. Ji ber me gelek caran şahidiya jinên herî bedew kirin ku ji bo nebin nêçir, ji bo bi erd û mal û gûl nexapin çawa xwe ji zinaran avêtin. Çawa bombeyan di dilê xwe de teqandin. Çawa agir di bedena xwe ya nazik de pêxistin. Nîvê sedsalekî ye PKK li çareseriya van her sê nakokiyên bingehîn yên mirovahiyê digere. Ji bo çareserî pêş bikeve gelek kesên kêziyên li bejna wan ba didan xistin diyarî ji bo pêşerojekî bê koletî. Ew wiha hêsan negîştîn asta îroj. Niha ew zane bûne, niha wan zilamê xasûk, çavbirçî û kûjerê jinê bi bin xistiye. Di nava daristanên xwe de, li ser kanî û çiyayên xwe ji nûve xwe ava dikin. Me berê jî bal kişand heta êş neyê penase kirin, dermanê herî baş jî bê şixûlandin, dibe nexweşî ji berê xiraptir bike. Di roja me çareseriya vîrûsa kû mirovahî pê ketiye jiyanekî demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadiyê jinê bê ava kirin e. İnsan û xweza ewê li ser ekolojîya komînal bên gel hev, ewê civak li ser hîmên demokrasiyê ji cûdawaziyên xwe hêz bigire, ewê jin û zilam bi azad bûyina rih û bedena jinê hevsengiyekî di navbera xwe de ava bike. Ewê wê gavê rûmeta heskirinê bê qezenç kirin, ewê wê gavê gûl li ser koka şîn bibin, xezal li ser zinarên wekî kêran tûj bibezin û ewê însaniyet wê gavê bi rûmeta azadiyê bikaribe li rûyê hev mêze bike. Çareseriya qrîzên jinê hêza ku ji pêşketinê tê yanî azadiyê ye. Çareseriya şer û kûştina zilam demokrasî ye, jiyanekî hevpar yê komînal e. Çareseriya keraset û talan a xwezayê hevsengiya di navbera jin-zilam, însan-însan û însan-xwezaye. Ji bo wî jî dibê jin bi erka xwe ya sereke rabe. Bikeve nava karê xwe parastinê. Dîroka xwe nas bike. Xwe zane bike. Parasvanê xwezayê jî, yê civakê jî jin e. Ji bo xweza bê parastin divê jin azad be. Ji bo civak bê parastin divê dîsa jin azad be. Ji bo jin azad bibe divê bi karibe xwe biparêz e. Yanî, yê xweza jî, civak jî û jin jî biparêze dîsa jin e. Ji ber ew çavkanî ye û armanca çêbûna wê afirandin, parastin, xwedî kirin e, divê li vê erka xwe demildest varqile. Jinên bi hişmendiya azadiyê rabûne, hênasekî azadiyê dane civaka xwe. Mînakên herî berbi çav di tevgera azadiyê de tê xûya kirin. Kêsayetiyên jin wekî Azîmeyan, Besêyan, Sarayan, Berîtanan, Zilanan, Axînan, Leyla Sorxînan, Destan Botanan, Jîndar Rûmet Meyaseran û Cûdî Çekdaran bi xwebûyinê bûne nîşaneya vê çareseriyê.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 649
Şehîd Leyla Agirî Yek ji mijarên ku Jîneolojî ji xwe re kiriye navend di lêkolînên xwe de, etîk-estetîk e. Ji bo vê xalê her nîqaşên me hebûn, em weke Jîneolojî di bingeh de zanista jin, zanista jiyanê pênase dikin. Em li dîrokê jî binêrin li hember jiyanê berpisyariya jin herî zêde li pêşbûye. Ev rastiyeke tê nirxandin, em ji rol û misyona jin ya di destpêka avabûna civakê de bi rê dikevin, ne tenê ji aliyê fizyolojik ji aliyê taybetmendiyên wê yên civakî ve jî em digrin dest û dinirxînin. Etîk, berî her tiştî li jiyaneke rast gerandin e, ango mirov dikare bêje etîk bersiva vê pirsê dide: ‘ji bo jiyaneke xweşik û rast nirxên çawa pêwîstin?’ Ji bo peydakirina bersiva vê pirsê ketina nava lêgerînên berfireh û kûr lazim e. Estetîk jî tiştên xweşik di nav xwe de dihewîne. Eger em bi têkiliyeke hevbeş etîk û estetîkê bînin gel hev, tê wateya tiştên rast û xweşik di nav hevde ye. Lewra însanekê xweşik bifikire, xweşik tevbigere, em rastbûnê jî têde dibînin. Heya roja îro mirovan di wate dayina xwe ya ji jiyanê de nêzîkatiyeke erênî her ji etîk-estetîkê re pêşxistine. Bê watebûn jî, ji qûtbûna têkîliya di navbera herdû têgehan de dest pêdike. Ji bo ku Jîneolojî jiyanê bi wate bike û bibe îlmê jiyanê, divê mijara etîk-estetîkê di serê rojevê wê de be. Lewra da ku jiyan were xweşiktirîn, beriya her tiştî û her kesî divê jin xweşik bibe, bingehê xweşikbûnê jî em ji felsefê digrin. Xwe bi rêgezên felsefî re girtina dest û xweşik kirin lazim e. Xweşikbûna ku were avakirin, pêwîste ji felsefê û fikir ne qut be. Rêber Apo jî pîvanê xweşikbûnê wiha destnîşan kiriye; ‘Jina xweşik zekiye, ya zekî jî xweşik e’. Bêyî felsefê mirov nikare li xweşikbûneke rast bigere. Modernîteya kapîtalîst îro bi avakirina, navgînên kozmetîkê re, bi pêşxistina modayê re, di têgeha xweşikbûnê de çewtî bi xwe re avakiriye. Li gor zihneyeta zayendperest û civakên modernîteyê têgeh û pênaseyên xweşikbûnê cûda derketine pêş. Em îro li van polîtîka û pênaseyên wan yên xweşikbûnê binêrin, jinan parçe parçe dikin. Ji bo vê xalê nirxandinê Rêber Apo jî bi vî awayî hene; ‘jin hezar parçeyî kirin e, li ser her parçeyekî jî fiyetekê datînin.’ Em dibêjin etîk- estetîk wê bihêle jin li xwezaya xwe vegere, lê ev sektorên ku li ser jin tên meşandin, di bin van navan de jinê ji xwezayiya wê qut kirine. Ev sektor li ser bedenê jin tîcaretê avadikin, ne tenê di qada cinsî de, di hemû qadan de, dike weke kirdeyekê û ji bo qezencên berjewendiyê xwe bi kar tîne. Ji bo ku jin nekeve van xefikan de, pêwîste di rêgezê xwe yê xweşikbûnê de zelal be, di rastiyê de xweşikbûn çiye, çi min xweşik dike an jî xweşikbûn ji bo çiye? Gereke jin vê bizane û fêm bike, ku ew ne mecbûre ji bo kesekî din xwe xweşik bike, ji bo xwe bi xwe, ji bo jiyanê pêwîste xwe xweşik bike. Lê zihniyeta zayend perest her bi jinê daye fêm kirin ku ew pêwîste her tim ji bo xwe bi zilamekî bide ecibandin, divê xwe xweşik bike û fîzîkî xwe bi xemilîne. Di vê mijarê de xala esasî ew e ku jin, li gor xwezaya xwe pîvanê xwe yê xweşikbûnê diyar bike û li gor wê tevbigere. Pêwîste jin xwe ji van nerînên zanyendperestiyê hemûyan bişo û paqij bike. Em jî ji aliyê xwe de ev tespît û nerînên ku di encama van nîqaşên xwe de bi pêşdixin, emê bi civakê re parve bikin ku, bi polîtîkayê qirkirinê yê heyî re nakokiyeke gel û jinê were avakirin. Jîneolojî jî di nava civakê de bi perwerdeyan, bi pênaseyên nû, herwiha bi avakirina qadroyên xwe wê qadê ji pergala zilamsalar re nehêle. Rêber Apo ji bo ku nirxekî di estetîkê de bi me bide avakirin, di her ziraviya jiyanê de , jivher aliyî ve, em perwerde dikirin. jin gereke di pîvanê xwe yê red û qebûlê de zelal be. Di neolotîkê de jî jinê xwe xemilandiye lê wê ji bo xwe, xwe xemilandiye. Pergala kapîtalîzîm ji bo ku firotina zêran zêde bike, çanda xwe xemilandina bi zêran ewqasî di şexsê jin de daye pêş, em weke milîtan Rêber Apo vêya napejirînin. Heya ku ev zêr tê derxistin bi hezaran mirovên çerim sor têne kuştin. Lewra Jîneolojî bi qasî ku pîvana zelal dike, avakirina wê ji bo birêxistinkirina van pîvanan jî girîng e. Jineolojî aborî jî weke mijareke sereke digre dest. Rêbertî di pênaseya aborî de got ‘’jin bi xwe aborî ye’’. Ji ber aborî di destpêkirina xwe de weke çalakiya demokrasiya civakê tê dîtin. Di vê çalakiyê de yê ku rola sereke lîsteye jin e. Anîna wê ji zarokan re, herwiha têkiliya wê ya bi derdor bi civakbûnê re, rol û misyona wê, ev nasname pê daye qezenc kirin. Dema ku sermayeya yekdest pêşdikeve aborî jî, ji rastiya xwe, ji cewherê xwe derdikeve. Ev qad bi ked û rola jin ve avabûye, lê her ku çûye di pergala şaristaniyê de jin bi zanebûn ji vê qadê dûr hatiye xistin. Ji bo ku jineolojî ji nû ve pênasyekî ji qada aborî re deyne, ji teoriya ked û heqdest re şîroveyên nû pêşbixîne, pêwîstî bi lêkolînên pir berfireh heye. Piştî diyarkirina van xalan û anîna wan ya ziman, naveroka wan were tije kirin, werin rêxistin kirin. Roza Luxemburg di tesbîtê xwe yê ji bo aboriyê de mînakeke diyarkere jin. Divê Jîneolojî bikaribe di vê qadê hem têgeh ava bike, hem jî rêxistineke ber bi çav çêbike. Ji bo sekinandina hinek kiryarên hovane yên li ser jin têne kirin, gerek xwe sipartineke maddî, aborî jî hebe bê guman. Ji ber ku em tevgereke civakîne. Divê Jîneolojî bi awayekî hevbeş bi rastiya civakê re rêxistinkirinên berfireh di vê mijiarê de jî pêş bixe û sazîbûnê çêbike. Eger destwerdaneke bi vî awayî neyê kirin, wê ji bo jin û rola wê ya di vê qadê de xeterî hîn zêde bibin û dibe ku êdî weke çarenûsekî ebedî ev rewş were dest girtin. Rêber Apo jî di şîroveyên xwe de, van pirsan bi lêv dike ‘’keda dayiktiyê wê di kudera ekonomiyê de bi cih bibe û wê çawa were pênase kirin? Em dikarin ji van pirsan bikevin rê û di vê qadê de rol û mafê jin yê jêhatî hatiye dizîn lê vegerînin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 333
Ji bo Jîneolojiyê mijarên sereke; dîrok, siyaset, etîk, estetîk, hûner, zanist, ol, felsefe, aborî û demografya ne. Bêguman heta niha di van mijaran de ji aliyê fîlozof, femînîst, anarşîst, û sosyalîstan ve gelek xebatên giranbûha hatine kirin, çareseriyên berfireh hatine pêşkêşkirin. Zanista Jîneolojiyê vana weke nirxên mirovahiyê yên eslî dibîne û li wan hemûyan jî xwedî derdikeve. Lê di merhaleya ku îro şaristanî gihîştiyê de ev hemû nirxên, danehevên mirovahiyê jî ji bo çareseriya kaosa me di destpêkê de pênase kir re kêm dimînin. Ango nagihîjin çareseriyeke bingehîn a ku wê hemû mirovahiyê bigire bin banê xwe û rizgar bike. Ji aliyê din ve zanista bi navend Rojava, her tiştê herî biçûk jî ji xwe re kiriye mijara lêkolînan û li ser xebatan kiriye, beşên zanistê ava kiriye. Lê ji bo jinê xebateke wiha nehatiye kirin. Weke jinekolojiyê beşek aydî jinê heye lê ew jî ji aliyê fizîkî zêdetir nikare jinê di nav tevahîbûna wê ya civakî de bigire dest. Ji xwe bi îdeayeke ku wê ji hemû pirsgirêkên jin û civakê re çareseriyan bibîne derneketiye holê. Em bala xwe didinê îro êdî di eniya jinê de potansiyeleke mezin a azadî û wekheviyê kom bûye. Êdî jin wê bikaribe vê potansiyela xwe tevlî pêşketina civakî ya demokratîk bike. Weke zanista jinê û jiyanê Jîneolojî beriya her tiştî mudaxeleyeke exlaqî û polîtîke ji vê pergala ji her aliyî ve dirizê re. Vê mudaxeleyê beriya her tiştî wê di warê zihnî de bide destpêkirin. Ango bi pêşvebirin, berfirehkirina teoriya azadîxwaziya jinê re. Ji bo vê jî mekanên sereke wê akademî bin. Di roja me de exlaqê koletiyê pir bi kûrahî di hişê mirovan de cihê xwe girtiye. Gihîştiye asteke wisa ku mêr dest davêjin zarokên 6, 7, 8 salî û wan bi îşkencê qetil dikin, lê civak ji viya re bêhelwest dimîne. Kapîtalîzm mirovan ji rê derdixe, ji rû derdixe. Li ser navê azadiya takekesî her kes dibêje bila ji min dûr be lê çi dibe ew dizane. Ev rewş tenê dikare bi exlaqê azadiyê (etîk) û jiyana xweşik (estetîk) were derbaskirin, çareserkirin. Xebata Jîneolojiyê ya herî girîng û sereke jî di warê exlaqê azadiyê (etîk) de ye. Ji bo parçekirina qeydên koletiya di mêjî de hatî avakirin li nirxên mirovahiyê xwedî derdikeve. Exlaqê azadiyê çawa tê avakirin, pêşxistin û pêkanîn ji bo vê dahûrandinên berfireh dike. Bi berhemên ji van lêkolîn û lêhûrbûnan derketî di akademiyan de perwerdeyan li dar dixe û bi vî rengî civakê digihîne nirxên wan ên cewherî, helwest û hişmendiya exlaqa nû bi ser dixe. Qadeke jiyanî ya rojane mirovan dîl digire jî sektora modayê ye. Kapîtalîzm bi vê rêbazê mirovan bê îrade dike, tu pîvaneke ecibandinê ya aydî kes nahêle. Li ser pêwîstiya ku di civakê de dide avakirin çi pêşkêş bike wê dide kirîn û firotin. Di her qadê jiyanê de mirovan sewqî xerckirinê dike. Kapîtalîzm, ji tevgerên mirovan; axaftin, û stendinên bi hev û derdorê re bigire, heta pîvanên bedenê wan, baweriyên wan, fikirandina li gor vana her kêlî teşe didêkê. Mirov nikare tu tiştekî aydî xwe hilberîne, yanê bi pergalê ve girêdayî ye. Jîneolojî bi zanista estetîkê wê ji vê teşedayîn û avakirina kapîtalîzm û hemû sazûmanên di tevahiya şaristaniya bi desthilatdariya mêr hatine avakirin re dahûrandinên berfireh bîne. Jiyaneke azad, ne di bin bandora tu pergal û paşverûtiyên ku kes dike kole de, pîvanên estetîkî bi pêş bixe. Mirov bi van pîvanan, wê di nav civaka xwe de, bi rengê xwe, bi cewherê nirxên xwe yên ji kokên xwe yên mirovî digire wê jiyaneke aydî xwe ava bikin. Jîneolojî, ji bo avakirina zanisteke ku di xizmeta başkirina jiyana mirov û civakê de be ji xwe re weke xebateke esasîn dibîne. Rêbazên zanistê yên ku her tiştî parçe dike lê tevahiyê li ber çav nagire, kes û civakê ji hev qut digire dest sererast dike. Ji bo encamên xebatên zanistê, weke bikaranîna çekên atomî, nuklêrî ku dibin sedema qirkirina bi milyonan mirovî û texrîbkirina xwezayê, dijberî mirovahiyê neyên bikaranîn di vê qadê de pêşxistina pîvanên exlaqî gelek girîng dibîne. Di înşakirina civaka nû de ji bo rê li ber van feraset û xebatan bê girtin hişmendiya helwest girtinê weke exlaqeke bingehîn a mirovan di nav civakê de dide belavkirin. Di civakîbûna mirov de jin bi rola pêşeng rabûye. Hûner jî weke xwe afirandin û îfadekirina civakîbûnê di rengê jinê de bi pêş ketiye. Lê di tevahiya şaristaniya bi serdestiya mêr de, di destê desthilatdaran de ji bo teşedayîna mirov û civakê weke amûrekê hatiye bikfaranîn. Îro jî taybet bi riya sînema, rêzefîlmên tv’yan, muzîk û çalakiyên din ên hunerî ev rola xwe bi cîh tîne. Ji bo civakê ji rê derxê jinê weke mal di hemû çalakiyên hunerî de bi kar tîne. Jîneolojî, bi dahûrandin û teşhîrkirina ev polîtîkayên pergalê yên hunerê, feraset û nêzikahiyeke nû dide hunerê. Ji bo hunermend bikaribin hunera azad biafirînin, civak bikaribe xwe bi çalakiyên hunerî ava bike bi taybetî xebatên teorîk û pratîk bi pêş dixe. Akademiyên çand û hunerê wê li ser vê ferasetê bikaribin hunera şoreşgerî pêşkêş bikin. Ji mirovbûna mirovahiyê ve her tim felsefeyeke aydî civakê hebûye. Bi taybet li Rojhilata Navîn felsefe li îbadetgah û dibistanên Sumer û weke peyrewên wan Babîl, Akad û Misirê berfireh bûye. Bi pêşketina şaristaniyê re, bi taybet di dema Yewnanîstana Antîk de, felsefeya ji van navendan hatiye veguheztin ji aliyê fîlozofan ve hatiye sîstematîzekirin. Ji bo mirov bikaribin bi nêrîneke azad wate bidin jiyanê û pergala koledarî ya heyî bidin ber lêpirsînê, fikrên giranbuha yên rohnîbûnê diyarî mirovahiyê kirine. Ji ber ku hema bêje bi tevahî ji aliyê mêr ve hatiye pêşxistin, jin weke endameke avaker û eslî ya civakê nehatiye dîtin. Berovajî weke cinsê duyem hatiye pênasekirin. Ev fikirandina felsefîk, demxeya xwe li du hezar salên dawîn ê şaristaniyê xistiye. Ji nûve destgirtin û nirxandina felsefeyê, Jîneolojî ji bo xwe mîna erkeke sereke dibîne. Di înşakirina civaka nû de, yek ji karên jêneger û sereke jî wê damezirandina dibistanên felsefeyê bin. Bi rêya van dibistanan, wê felsefe ji bin destê tenê beşekî li jorê civakê dimîne derkeve û bibe aydî hemû civakê. Beriya her tiştî Jîneolojî wê ew tabloya ku felsefeyê weke koma agahiyên teorîk dibîne biguherîne. Tevî xebatên berfireh ên teorîk, bi rêya dibistanan jiyanîkirina vana di nav hedefên stratejîk ên Jineolojiyê de ne. Her ola ku derketiye, bi îdeaya rizgarkirina mirovahiyê ya ji koletî û xizaniyê belav bûye. Lê çi dema ku ketiye destê desthilatdaran, îcar ji bo civakê bi xwe ve girê bidin weke amûrekê hatine bikaranîn. Em bala xwe didinê li cîhanê li ku derê şer û pevçûn hebin, di bingeha xwe de bi sedemên olî tên kirin. Her çiqas di bingeh de sedemên aborî -firotina çekan, vekirina bazarên firotinê, bidestxistina çavkaniyên binerd û sererd- hebin jî zêdetir weke şerên mezhebî diqewimin. Jîneolojî ji bo tu pergal û kes nikaribin mudaxeleyî cîhana mirov a manewî bikin, her kes bikaribe bi azadî ola xwe jiyan bike xebatan dide meşandin. Ji bo olan li xwediyên wan ên eslî, li gelan bên vegerandin û bi cewherên xwe yên demokratîk û rizgarîxwaz bên jiyankirin asoyên berfireh li pêşiya zanistên weke teolojî û eskatolojiyê vedike. Bi taybetî di înşakirina civakî de ol, cihekî girîng digire. Bi polîtîkayên kapîtalîzmê yên olparêzî, netewparêzî û dewletparêzî gel, ol û baweriyên wan ji hev re kirine dijmin, wan bi hev dane qirkirin. Jîneolojî hemû teoriyên rê li ber vana vedikin di ber çav re derbas dike, dinirxîne, bi berfirehiya jinê li ser teoriyên nû, yên çareserker dixebite û ji bo jiyanîkirina vana ronîkirina civakê ji xwe re weke karekî girîng dibîne. Civaka ku wê ji nû ve were înşakirin divê gel û her cure baweriyên wan bi aştiyane tê de bi hev re bijîn. Ji bo ev derdor were bidestxistin rola xwe dilîze. Mirov li gel pêwîstiyên manewî, bi bicîanîna pêwîstiyên madî jî jiyana xwe berdewam dike. Jiyaneke ji vana mehrûm hatibe hiştin, wê tim bibe mehkûmî bindestiya kes û komên ku amûrên hilberînê di dest xwe de digirin. Qada ked û aboriyê weke qadeke rojane mirov pê jiyana xwe berdewam dikin seranser bi kedxwarî û mêtingerîyê ve tije ye. Jin ji vê qadê hatiye dûrxistin an jî keda wê tê desteserkirin, biçûk û ji nedîtî ve tê dîtin. Ji bo jin, weke avakara aboriya mirovahiyê, bikaribe di qada ked û aboriyê de cihê xwe yê eslî bigire, kes bê kar û xebat nemîne xebatên bingehîn dide meşandin. Li gel polîtîkayên kapîtalîzmê yên karkertiyê, feraseta materyalîst a ku karkeran weke çîna serdest dibîne jî digire ber lêpirsînê. Gelek mijarên Jîneolojiyê hene ku xebatên berfireh pêwîst dikin. Dîrok, siyaset û civaknasî di nav van de li pêş tên. Ev her yek jî bi hişekî azad, di înşakirina modernîteya demokratîk de cihên girîng digirin. Akademî û enstîtuyên bi taybet li ser van mijaran werin sazkirin wê di nav zanista Jineolojiyê de xebatên berfireh bidin meşandin. Ji bo ku Jîneolojî di înşakirina civakî de bikaribe rol û mîsyona xwe bigire, bi taybetî di qadên me li jor diyar kirine de pêwîstî bi kar û xebatên berfireh ên entelektuelî hene. Weke zanista jinê Jîneolojî, ji hemû zanistên bi zîhnê mêrê serdest, bi feraseta Rojava hatine avakirin re weke zanista mirova/ê azad, xwe weke alternatîf dibîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi tevlîbûna her şervana/ê heqîqetê heye da ku modernîteya demokratîk were avakirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 352
Di encama kolekirina jinê de, xweza jî kete bin deshilat û tehekûma zihniyetên serdest. Ev rastî divê bi vî awayî were dest girtin. Bi sedan salan jin û xwezayê heman qeder û çarenûs bi hevre parve kirine, her kêm hatine dîtin, bi eyib û ar hatine meyzekirin, zext û zor li wan hatiye kirin. Dagirkirkirina xwezayê di hemû serdeman de, bi awayekî yekpare û yek parçe bi kolekirina jin re hatiye meşandin. Di vê wateyê de ketina jin ya bin hûkmê desthilatê, bi ya xwezayê re bi hevreye û di nav hevdeye. Ji bo pênasekirina xweza, civak û mirovekî rast were kirin, divê di destpêkê de bi ziravî werin lêkolîn kirin; diyardeyên civak û civakbûnê di xwezaya yekem de çawa dest pêkirin? Ev pêşketin hewceye werin lêkolîn kirin. Civaka xwezayî sîstemeke di çarçoveya dayikên xwedawend de hatiye meşandin û ev pergal wek pênasa avabûna civakên destpêkê ye. Di heman deme de avabûna van civakên destpêkê, di mîhvera dayîka xwedawend de li ser esasê nirxên komînal û wekhev, hiştiye ku civakeke bi binyad û saxlem avabibe. Bê guman bi pêşketina civakê re primat jî pêşketinên nû jiyan dikin. Piştî cîhana fîzîk, nebat û ajalan weke hebûn civaka însanan avabûneke nû ye. Di encama milyarê salan de bi derbaskirina tekoşîna xwe gihandina tekamulê re ( evrimsel gelişme), pêşketinên civakî bi awayekî xwezayî tên jiyîn. Ji bo vê diyardeya civakê berî her tiştî diyardeyeke ekolojîke, dema mirov vê bêje binê gotina xwe xîz bike wê baştir bibe. Civak li ser pîvanên ekolojîk avabûye. Pênasa me ya herî rast ji civakê re ewe ku merheleke pêşketina cudaye, lê ji xweza û ekolojiyê ne qut e. Civak di hembêza xwezayê de mezin bûye, ev pênase wê yê herî di cîh de bin. Lewra ne civak di nav xwezayê de helandin, ne jî xweza di nav civakê de helandin, an jî ew anîna li hember hev û hiştina ku ji hev hinek tiştan bixwin divê neyê kirin. Pêwîste qut kirina civak û xwezayê ji hev çênebe. Di civaka xwezayî de civak hem di nav xwe de, hem di navbera wê û xwezayê de yekîtî heye. Civak bi xwe serkeftineke mezin a xwezayê ye. Civaka bi hawirdora ajalan re tê kirin, civakbûna herî lihev e. Jiyana civakî vê jî derbasdike û di hindirê xwe de, tekoşîneke bi bandor û dînamîkbûnê dihewîne. Ev rewşeke nûye, cûdabûn têde heye. Lê ev terzê bi xwezayê re xerîb ketin û ew xistina bin desthilatê ve pêk nayê, ev rewş ne di bingehekî wisa de ye. Di civaka xwezayî de xweza mîna dayikê tê dîtin, ax çavkaniya zayînê tê destgirtin. Ax û bedena jin wekhev têne destgirtin. Gotina ‘dayika ax’’ an jî ‘’dayik xweza’’ bi vê ve girêdayî ye. girêdayineke mîna têkiliya dayikê bi zarokên wê re heye. Xweza bi dilnizmî, comerdî, bi bereket û berhemdariyê tê pijirandin û meyzekirin, weke çavkaniya xwedî kirina mirov û parastina wî tê dîtin. Bi temamî mîna dayikekê ye. Fikrandineke ku li ser xwezayê deshilat were kirin tûneye, ji ber di esasê civakê de fikirandinê deshilatê tine ne. Mirov ne di binya xwezayê re, ne jî di ser re têne dîtin. Bi kurtasî nerîneke bi hûrmet, bi bereket, pîroz û berhemdar ji xwezayê re heye. Feraseteke ku her zindiyekî li ser rûyê erdê ew jî mîna mirovan xwedî rûhe heye. Ji vêna re jî zindî dîtin an jî (Anîmîzm) tê gotin. Anîmîzm zihniyeteke ji xwezayê ne qut e. Ev dide nişan ku di civaka xwezayî de ferasetek an jî zihniyeteke ku xwezayê û civakê ji hev qut digre, an jî zekaya hestiyar û zekaya analîtik ji hev cûda dike tûne bûye. Lewra vê rewşê rê li ber fikrandineke afrîner û dewlemend vekiriye. Li pey ewqas îcad û afrîneriyê ku di Neolotîkê de hatine jiyîn, ev têkiliya wekhev û yekpare a di nav civak û xwezayê de heye. Bi xwezayê re têkiliyeke wekhev avakirin û pêre berovajî neketina mirovan her tim wê rê li ber pêşketin û avabûnên dewlemend vebike. Bi gelemperî rêzdayîneke mezin li hember giştî jiyanê heye. Di civaka xwezayî de temen û cinsiyeta mirovan bi awayekî li ser hev bi bandor bikin, hev temam bikin tê meyzekirin, ev jî pênasa yekîtiya cûdabûna ye. Li vir pîvana ekolojiyê a herî bingehîn ku têde wekheviya ne wekhevan heye, tê tetbîq kirin. Di civaka xwezayî de hev temam kirina jin û zilam tûne bana û her dem bi hevre di nava şer û ne qebûl kirinê de ban, di rewşê herî zehmet ê jiyana wê çaxê de wê nekarîban xwe li ser lingan bigrin. Bi derketina civaka hiyarişîk re, di meyzekrinê civakê xwezayî a li himberî xwezayê de guhertin çêdibin. Bi fêrkirina jin ji koletiyê re, rê li ber pêşketina hiyerarşiyên din jî vedibe, weke yên (çînî û netewî) rê li pêşketina van jî vedibe. Dema ku nêzîkatî bi vî rengî ji jin û mirovên din re tê kirin, bi awayekî xwezayî li hember nebat û ajalan zilm û zor bi derecê herî giran tê kirin. Êdî têgeha dayika xweza wê were jibîrkirin, mîtolojiyên baviksalar yên derewker, wê bi têgehên mîna ‘’zilamê xweda’’ re vê bikin. Wê bi pênaseyên xwezaya bê ziman, kor û hov tehekûma xwe û desthilata xwe li ser çavkaniyên xwezayê rewa bidin nîşan. Mîna ku ji jin re gotin ‘şeytan, bi lanet, gunehkar, zilamê kêm, pîrebok û hwd.’ êrîşê xwe û serweriya xwe li ser jin rewa kirin. Bi şaristaniyê re mêyzekirinek sipî-reş, bê ruh û nagûhere pêşdikeve, bi vî şêweyî û bi feraseteke mirî, mekanik û qederwarî li gerdûn û xwezayê tê meyzekirin. Tişta ku tê jiyîn qutbûneke bi kok ji paradîgmaya civaka xwezayî. Ev heya roja me ya îro pêşket û hat. Şaş pênasekirina xwezayê wê zihniyet, zanist û felsefe bi şaşîtiyan dagirtî bihêle. Bi şaristaniyê re, xweza daxistin asta amûrekî çors ji berjewendiyan re. Êdî tu çiqasî li ser xwezayê serwerî, te çiqasî serwerî avakiribe tu ewqas bi hêz û azadî ango pîvaneke wisa hatiye pêşxistin. Li şûna pirensîba civaka xwezayî, ku li hemû hebûnan zindî meyze dikir, têgeha hêzên li jor xwezayê derdixin holê. Ev weke ji rê derketineke mezine ku îzahata wê bi hêzên ezdayî didin kirin. Ev berovajî kirineke herî mezine ji ruyê rastiyan re. Herwiha dualîteyên aqil-beden, aqil-hest, xweza-civak, jin-zilam, ruh-beden bi mentiqê her nakokî li holê hebin û her xwesteke hev tinekirinê tên bi pêşxistin. Olên yek xwedayî vê rewşê hîn girantir dikin, di vegotinê xwe yê afirandinê de, xala herî esas; zayîna jin, berhemdariya wê û candayina wê ji dest digre, dide zilamê xweda û nûnerê wî yê li ser rûyê erdê, dide zilam. Bi vê nîzîkatiyê jin dikeve dewsa barhilgirekê ji neslê zilam re, dadikeve asta axeke ziwa, bê ruh û can. Li rastiyê were mêyze kirin di civaka xwezayî de xweza zindî dîtin, bi zayîn û can dayina jin re ji nêzde girêdayînek heye. Di wextekê de jin û axa ku afrînerê her tiştî bûn duvre jin tenê dibe hemalek ji tuxmê zilam re, ji dervî wê ti nirx û qîmet jêre nayê dayîn. Di Qûranê de derbasbûna ayeta ‘’ jin zeviyên wene ….’’ Mînaka vê rewşê a herî şênbere. Di çîrokê dînê yek xwedayî de ku dibêjin; jin ji parsûyê zilam hatiya afirandin, di wê wateyê de ku jin di bin zilam re ye û jê kêmtire, an jî dewamiya zilam e. Pênasekirina ku jin ji bo xizmet kirina zilam hatiye afirandin, hemwateye bi pênaseya xweza ji bo xizmeta însana hatiye afirandin re. Zihnê însanan bi red kirina pîroziya jin û xwezayê hunandin, qutbûna herî mezine ji rastiyan, ji hevgirtinan, ji asayîbûn, xwezayibûn, afrînerî, pîrozî, xweserî û hevpariyê ye. Ji xwezayê re gotina zalim nakokiya herî mezine ku ev hêzên deshilat avadikin. Ev hemû ji rê derketinên zihnî ne. Piştî vê, kevneşopiyê felsefê jî dewam kiriye. Di serdema Yûnanan de ev kevneşopî tê bi rêxistin kirin. Ji her alî ve aqil di ser bedene re tê dîtin. Di kevneşopiya felsefa Rojavayî de, yên bingehê sîstem kirina vê dualîteyê avêtin Platon û Arîsto ne. Van fîlozofan ferasete fîlozofên berya xwe, yên ku xweza zindî didîtin paşverû pênase kirin û zihniyeta hiyerarşîk û zayendperest bi hêz kirin. Arîsto bi rêka aqil dixwaze îsbat bike ku, jin bi tena xwe nikare afirandinê bike, dibêje; yê ‘’heyvanê zilam davêje zilam bixweye’’. Bi van nêzîkatiyan re dest datînin ser hêz û berhemdariya jin. Tê gotin pêwistiya zilam bi bedena ji tineye, esas eşq di ruh de tê jiyîn, lê jin weke madde û di asta beden de tê dest girtin. Dîtina ku gerdûn ji dijberiyên ku ti carî bi hevre nabin yek pêk tê, ji felsefeya Yûnana derdikeve. Li vir ev dijberî bi hevre li şûna têkîliyeke hevseng û wekhev dikevin nav têkiliyeke hiyerarşîk de. Di dinyaya Arîsto de dualîzma hiyararşîk heye, yanî aliyek li ser yê din deshilat meşandin, ji dijberiya qutbî tê, li gor wî ajal li ser nebatan re ne, însan jî li ser heywanan re ye, ruh di ser bedenê re ye, aqil li ser hestan re ye, zilam jî li ser jin desthilate. Aqilê saf tenê ayidî zilam tê dîtin, zilam di nav têkiliyekê deye bi ruhê xwedayî re û hebûnê herî bilinde li ser ruyê erdê. Di mijara jin û xwezayê de di sedsala 17’mîn de şoreşa zanistî bi helwestê li hember jin û xweza pêşxistî, desthilata serdemê pêşiya xwe mezintir û kûrtir kirin. Ji beriya Descartes û Bacon ve armanca zanistê ew ku, xwezayê bixin bi deshilat û ximeta zanistê de. Dijberiya di navbera Aqil-hest, ruh-beden, xweza û civakê de bi awayekî xurt kur dikin. Madde bi temamî ji ruh cûda tê kirin. Xwezayê dixin şûna makînekê de. Di madde de, ti armanc, jiyan an jî zindîbûn naye dîtin. Bacon jî dema ku digihîje çawaniyekê ku pê xwezayê nasbike, xwedî li sir û keşfên di xwezayê de kirî derdikeve û dixe bin kontrola xwe de. Descartes jî vê metafîzîk û zihniyetê dizivirîne rêbazeke fikrandinê. Bi vî rengî di hemû zanistan têgeha agahiyê teqez bi pêşdikeve. Dervî wê her rê û rêbazê zanistî têne redkirin û biçûk tên dîtin. Ya herî di cih de û mukemel ji zanistan re agahiyên zanistî tên dîtin. Bi vî awayî zanistperestî hîmê xwe yê destpêkê davêje. Her tişt ji aliyê mirov de dikare were pîvan, zanîn, serwer kirin, jênerev û mutleq kirin. Xwe gihandina agahiyê tenê bi riya aqilê safî yê ku di zilam de hatiye temsîl kirin ve dibe. Bi keşifkirina sirên xwezayê re, herwiha keşîfkirina hemû sirên jinê re, mîna ku jin bi temamî hate desteserkirin xeyal tên çêkirin. Bacon, Deskartes, Newton jî di heman nêzîkatiyê de bûn. Di seranserî dîrokê de, mîna ku me li jor jî anî ziman têkiliya dinav hevde a jin û xwezayê, bi derketina pergala baviksalar re dest danîna li ser hemû nirxan çêdibe. Jin û xwezaya zindî û afrîner bi meyzekirineke bê ruh, mîna axeke bê can, tenê weke amurekî têne destgirtin. Di roja me ya îro de jî pergala kapîtalîst bi meta kirina jin re dewamiya zihniyeta baviksalar tîne. Ji her wextî bêhtir civak û xwezayê ji hev xerîb kiriye, xweza kiriye şûna çavkaniyên berjewendiyê ji xwe re. Bi awayekî bê ser û ber xwezayê dixin bin xizmeta xwe û bikartînin. Di bin navê azadiya jin de, bê sînor jinê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin û dixine bazarê, ew xistine amureke tîcaretê ê bingehîn. Di medyayê de bi awayekî herî kirêt cinsiyeta wê istismar dikin û pê civakê beralî dikin. Jina ku di destpêka hemû pêkhateyan de hatiye kolekirin û perçiqandin, ji bo azadiya xwe bi destbixe; ji vê pergala zayendperest qutbûna wê şertekî esasî ye. Bi heman awayî ji bo xilaskirina xwezayê ji vê rewşê, ku xistine amurekî bindest ji însan re; bi lêpirsîneke kokî ji têkiliyên sîstema îqtîdar û desthilat re pêk tê. Di avakirina civakeke nû de, deshilatî an jî ferasetên ji hev cûda kirinê û di ser hevre dîtinê nabin. Feraseta civaka nû bi jiyankirina hemû pêkhateyên wê civakê bi cudabûna xwe re dibe. Cewherê demokrasiye vê îfade dike. Bê guman mirov ne tenê zindiyekî ku zerar dide xwezayê ye, di heman demê de zindîyekî ku bi hewildanên xwe yên zanistî re xwezayê zengîn û bi hêz bike ye. Tekoşîneke rast a demokrasî û sosyalîzmê ancax bi nêzîkatiyên azadîxwaz ji jin û xwezayê re pêk were. Ji bo rizgarkirina mirovahiyê divê tavilê bê dem wenda bibe, civak di mijara azadiya zayendî de, di mijara ekolojiyê de werin ronîkirin û bi rêxistin kirin. Di bingehê pêkanîna van mijaran de eger şoreşeke wîjdanî û zihnî nebe, vebûna riya azadiyê ne gengaz e. Ji xwe agahdarkirina civakê di van xalan de pir derng ketiye û bi şaşîtiyan tije bûye. Niha jî bêyî ku ev diyarde û têgeh bikevin jiyanê nabe. Bi nêzîkatiyê ka em demokrasiye bi pêş bixin û mijara jin û xwezayê bixin merheleya duyemîn, an jî were taloqkirin ne dûre ku encam weke encamê şoreşa Sovyetan be. Hersê lingên paradîgmayê di nav hev de û bi awayekî hev destek û xurt bikin gerek derxistina pêş çêbibe. Lêpirsînkirina her diyardeyeke îktîdarê di her ziraviyek jiyanê de wê azadkirineke rast çêbike. Nêzîkatiyên netewperstiyeke kêmtir an jî dewletperestiyeke kêmtir, herwiha ketina şaşîtîyên mîna; zayendperestiyek kêm an jî deshilateke kêm li ser xwezayê, bi ti awayî nayên qebûl kirin. Nijadperestî, zanistperestî, olperestî an jî netewperestî kêm an jî zede nayê pîvan. Pirsgirêka pêşengtî dayina yek mijarê heye. Ferasetên me yên avakirina civakeke demoqratîk, ekolojîk li ser bingehê azadiya zayendî, xwedî nirxekî mezin yê azadiyê ye. Her civak, her komîn divê bikaribe jiyana xwe ya civakî xwe bi xwe rêve bibe. Bi kurtasî ji bo ji nûve avakirina civakê hewceye ji bingeh de destgirtineke saxlem were çêkirin. Bi paradîgma nû re civakeke gihîştî, rast, herwiha xweza û însan, jin, zanist û hûnereke bi vî rengî were avakirin. Xwe xilaskirina ji têgeh, baweriyê pûç û leyîstokên şaristaniyê yên qirêj, ê ku mirovan bê îrade û nexweş dihêlin, wê rê li ber pêşketina têgînên mîna baweriya rast, hêvî, hêza watê, xweşikbûn, exlaq, sadebûnê vebike. Pîvanê azadiya cinsî û ekolojîk di heman demê de pîvanê demokrasî û jiyana komînal in. Mêyzekirineke nû; gûhertin, pir rengî, zêdehî, cûdatî, pir çandî, girêdayina dualî, têkilyên dualî, dostaniya bi xwezayê re, yekîtiya pir rengiyan, hev tememkirin û yekparebûnê bi vê nerînê re jiyankirina me di esas de, jiyankirina me ya civakbûna rast e. Ji Daneyên Akademiyên Şehîd Berîtan
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 332

- Görüntüleme: 334