Di nava vê beşê de felsefe û zanist ji bo jin çi gotine û çi agahî belav kirine, emê hinekî vebêjin. Lê gelo rastî û heqîqeta wan agahiyan çiye û ji ku derê derketine? Lê ji xwe karektera zanista pozîtîf zayend pereste. Antropolojî (antropoz) zanista ku li ser mirov lêkolînan dike. Di bingeh de zanista mirove, lê dema ku lêkolîn kiriye tenê cinsek esas girtiye ew jî zilame. Ji ber ku wan jin weke mirov nedîtine. Lewma gotine, “Civak ji zilaman ava dibe”. Lêkolînên xwe jî li ser zilaman dane avakirin. Lê pir balkêşe ku di tibê de jî heya van salên dawî, pir zêde ceribandin û lêkolîn li ser bedena jin ne kirine. Lêkolînên ku hatine kirin bi giranî ji sedî 80-90’ê xwe li ser laşê zilam in. Di encam de qaşo zanista mirove, lê mirovbûn tenê di şexsê zilam de girtiye dest. Hemû şîroveyên xwe di eksena zilam de pêşxistiye. Ji ber li gor zihniyeta wî civak bi zilaman pêşdikeve. Zilam jî kî ye? dibêjin zilamê nêçîrvane. Li gorî ku lêkolîn kiriye 36 taybetmendiyên zilamê nêçîrvan pênase dike. Dibêje zilam bi rêka nêçîrvantiyê cesaret, qurnaztî, hêza xefk danînê, hêza şer û hwd qezenc kiriye. Civak jî dibêje bi saya zilamê ku di nêçîrvantî de pêşketiye civak hatiye avakirin. Ev jî feraseteke bi temamî li dijî heqîqeta civakê ye. Ji ber civak tam berovajî vê hatiye avakirin. Dibêje di zilam de înat, cesaret û qurnaztî heye, lewma bi saya wî pêşketin çêbûne û jinan civak ava nekirine. Her wiha tînin ser ziman ku jin tenê giha kom kiriye, ji bo ku kom bike jî her serê wê di ber wê de bûye. Heman wextê dema ku zarok tîne jî û şîr dide, dîsan serê wê di ber wê de ye. lewma ne mumkine ku jin civak avabike. Temaşekirina wan ji bo jin bi vî rengî ye. Bi xwezayî dibêjin karektera jin kole ye û civak avanekiriye. Mînak teoriya Darwîn ya tekamulê heye. Dibêje jin hîn tekamula xwe ya gerdûnî temam nekiriye. Wate, jin hîna miroveke nîve û temam nebûye. Dîsa pênasekirina wî ji civakê re wiha ye, li gor wî civaka jor û jêr heye, ya jêrîn lawirin, a jorîn jî insane. Ji ber ku jin insan nabîne dibêje cihê jin di navbera herduyan de ye. Her wiha dibêje mejiyê jin biçûk û kême ji ber vê ji kolebûnê re meyildare û kole ye. Her wiha mejiyê kesên zencî û jin dişibîne hev û dibêje ji ber vê her du kole ne. Ev pênase hemû jî li ser navê zanistê kiriye. Pîsagor jî li Yonanistanê derketiye. Bi xwe matematîkzane. Ew jî xwedî feraseteke pir zayendpereste. Dibêje rêgeza başbûnê heye ew jî zilam temsîl dike. Rêgeza xirabûnê heye, ew jî jin temsîl dike. Dibêje rêgeza başbûnê zilame, ronahiye, dûzene. Rêgeza xirabûnê jî jine, tarîtiye, kaose. Li gorî wî zilam lêgerînvane, jin bendewarvane. Yanî tam rastiyê berovajî dike û tîne ser ziman. Fransiz Bakon yê ku yekemîn obje û sobje ji hev cuda kiriye, yê ku di zanistê de parçebûn daye çêkirin û bingeha zanista pozîtîf avêtiye ye. Di Kuştina jinên zanist ku weke jadû bi nav kiribûn, Bakon jî bi awayekî yekser di dedgehên wan de cîh girtiye. Mirovan di civaka xwezayî de xweza weke dayîka xwe didîtin û ji bo wan ew xwezaya yekemîn bû. Lê Bakon vî fikirî berovajî dike. Dibêje, “ xweza ne dayîka we ye, pêwîste weke ku jina we ye hun nêzî wê bibin”. Yanî dema ku weke jina xwe bibîne, ew dibe mulkê wî û her cure mafê wî li ser heye û vê jî rewa dike. Dibêje, kê gotiye canê xwezayê heye, canê wê tuneye. Çawa jin tê tecawiz kirin wisa dikarin êrîşî xwezayê bikin û her tiştê wê bibin. Ev zihniyet rê li ber pirsgirêkên ekolojîk vekiriye. Tê gotin ku dema di dadgehên jinên zanist de cih digire, sedemê bigehîn ewe ku wî ji hêza jinan pir bawer kiriye lê jê tirsiyaye. Lewma bi rêka wan dadgehan xwestiye ew jin razberên (sir) zanebûna xwe eşkere bikin da ku ew jî ji xwe re bigire û bike malê xwe. Jan jak Roso, fîlozofekî Frensî ye. Pirtûkeke wî ya bi nav û deng heye, ew jî hevpeymana civakî ye. Ew dibêje pêwîste jin ji aliyê mejiyê zilam ve werin terbiye kirin. Ji ber ew jin xwedî aqil nabîne. Dibêje, esas civak ne bi zêde vexwarina şerab û ereqê ve xirab dibin, bi jinên ku bend, rêzik û disîplîn nasnakin ve civak ji rê derdikeve û xirab dibe. Wate cavkaniya xirab bûna civakê jinên ku nayên displînê ne. Ew zewaca bi jinê re red dike, qebûl nake û li hember derdikeve. Lê bi xizmetkara xwe re bêyî ku bizewice têkilî datîne û dibe xwedî 5 zarokan. Lê xwedî li wan zarokan dernakeve û her yek ji zarokên wî ji birçîbûn û bêxwedîbûnê dimirin. Ev jî dide diyar kirin ku li beramber jin ewqasî zayendperest e. Emanuel Kant jî fîlozofe. Tê gotin ku jinek xwestiye di aliyê felsefê de pêş bikevr, ji wî re nivîsên xwe parve kiriye û nerînên wî pirs kiriye. Ew jin dibêje ez wisa difikirim gelo nerînên te çine? Lê wî bersiva wê jinê nedaye, lewra ew jin intîhar dike. Piştî wê Kant dibêje mejiyê jinê têra felsefe kirinê nake û felsefe ne li gorî jinane. Her wiha gotiye, jina ku dixwaze bi felsefê re mijûl bibe, li şûna ku felsefe bike, bila riya xwe (seqel) berde, belkî bi vî rengî xuyangên kûr ên fîlozofan tê de çêbibe û pê derdor jî îqna bike. Ev gotina Kant bûyê bingehê fikrekî ku hîn jî civak bi gotina “riya min nîne ku gotinên min bên guhdar kirin” îfade dikin. Weke ku ger simbêl nebin nayên guhdarkirin. Ev yek jî ji bo jinan heqaret û biçûk xistine. Sokrates jî heye, wî jin pir xirab pênase nekiriye, lê bal kişandiye ser hêza jin. Bi gotina wî ya ku dibêje “jin dikare bike wezîr jî, dikare bike rezîl jî” vê hêzê îfade dike. Ew di ferqa hêza jin de ye, lê pir zêde jî tiştek li ser negotiye. Tê gotin ku wî perwerdeya xwe ya yekemîn ji dayika xwe girtiye. Wate, yên ku di esas de Sokrates dikin Sokrates yek dayika wî ye, yên din jî du mamosteyên wî yên jin in ku navên wan “Diyotîma û Aspasya” ne. Herdu jin jî fîlozofin, lê ji ber ku bandora zihniyeta baviksalarî li ser wî pir zêde ye, ew ya xwe bi ser wan dixe. Nirxên jin çi ne, pir zêde nabêje. Jê pirs dikin dibêjin “jin û zilam wekhevin an ne wekhevin”? Sokrates jî bersiv dide û dibêje, “ti carî jin û zilam wekhev nekin, dema we xwest hun wan wekhev bikin, wê demê wê jin derkeve jor. Di vir de jî potensîyela jin yê serwerbûnê îfade dike. Lê newêre bêje, ji ber karekterê wî yê zilamsalarî destûr nade. Fikrên Platon jî di derbarê jin de pir xirabin û pêşî li gelek tiştên xirab vekiriye. Dibêje, hebûna jin ji bo zilam êşeke herî mezin e. Cardin dibêje, “Tu demê di navbera jin û zilamekî de eşqeke rast pêk nayê, ji ber jin qirêje, kême, biçûk e. Dema ku bixwazibe bi zilam re eşqekê jiyan bike jî tu carî wê eşqê temsîl nake”. Ji xwe dema ku pênaseya hemwelatiyan dike, jin di nav de hesab nake weke hemwelatî nabîne. Di gotinê de jî yên ku demokrasî pêşxistine Yunan in, lê di nava demokrasiya wan de jin tune ye, ji ber ne hemwelatî ye. Dibêje, “ji derveyî zarok çêkirinê, pêwîste zilam xwe nêzî jin neke”. Wate, erka jin berdewam kirina nesil û zayine, lê bi jinê re eşq û hezkirin nabe. Dibêje, “zilamê zeîf û lawaz zarokên wî jî lawaz çêdibin, ew jî keçin. Zilamê bi hêz û xurt jî zarokên wî xurt çêdibin, ew jî kurin”. Heman demê dibêje, “jin enerjiya zilam dadiqurtîne û wî zuha dike”. Ew ewqasî ji jinê ditirse. Ev jî di civakê Yûnanê de pêşî li Homoseksueltiyê vekiriye. Lewma zilam xwe bi hêz dibînin û dibêjin hezkirina rast di navbera me de çêdibe, lê bi jinê re nabe. Ev gotin hemû di bin navê felsefê de gotiye û li ser wan, şêwe daye civakê û ketiye dîrokê. Arîsto jî di fikir de nêzî Platon e. Ew heman demê mamosteyê Îskender e. Arîsto dibêje, “aqil li ser hest, ruh jî li ser beden hakîme, pêwîste zilam jî li ser jinê hakîm be. Ji ber jin tenê bedeneke bê ruhe gereke zilam jî li ser jinê serwer be”. Dibêje zilam ji jinê bilindtir û jortir e. Çawa ku laş ruh zindanî dike, jin jî zilam zindanî dike. Ji bona wê pêwîste zilam dûrî jin bisekine. Ev fîlozof û zanistvanên herî bi nav û deng in. Li ser navê zanist û felsefê ev tişt ji bo jinê pêş xistine. Gelek kes jî, ji gotinên wan bi rê ketine û gelek tişt li ser zêde kirine. Ev yek jî li pêşiya gelek xirabiyan vekiriye. Çawa ku teoriya Darwîn ya ku ji bo lawiran dibêje, “yê bi hêz ên bê hêz dixwe”. Hîtler jî ev gotin bi çi rengî xistiye pratîkê? Wî gotiye madem ku Darwîn wisa dibêje, wê demê neteweke bi hêz dikare yên bê hêz tune bike. Lewma di bingehê komkujiya ku li ser civakê hatî meşandin de, ev teorî û felsefe hebû. Heman demê di bingehê piranî nêzîkatiyên ji jin re, yên ku xirab û qirêj dibînin, ên ku wê tenê weke amûrekî zarok anînê dibînin, ev felsefe û zanist hene û di avakirina zihniyetê de ciheke mezin girtine. Serok jî dibêje, esas çima ewqas pênase û nêzîkatiyên şaş ji jin re hatine raber kirin? Pêwîste rast were bersivandin. Ji ber ger mirov lêkolîn bike, di nava 5 hezar salan de bi qasî ku tişt ji bo jin hatine gotin, ji bo ti tiştekî din nehatine gotin. Ewqasî jin reş kirina ku piştî 5 hezar salan hîn jî tê kirin. Ev tê wateya ku jin xwedî hêzeke pir mezine. Ji ber felsefe, ol û zanist di ferqa hêz û potensiyela jin de ne, dizanin ku ger bi van rêbazan pêşî lê negirin û jin bikeve ferqa hêza xwe, wê bi misogerî pergala wan li ser wan de hilweşînin. Derew, dirûtî û rastiya wan wê derxînin holê. Lewma her pêwîst dibînin ku jin biçûk bixînin. Serokatî dibêje, “Di bingeha senaiyên ku îro ewqasî mezin bûne de teşiya dayikan heye. Lewma ger hun wê zivirandina teşiyê fam nekin, hunê nizanibin ku bingeha wan zanistan dayik avêtiye”. An jî dîtina nan, bi rastî ne tiştekî hêsane. Jin genim dît, ji wê çandinî avakir û kire hevîr. Fikra strandina hevîr çavkaniya xwe mejiyê jine. Lê ne aîdê yek kesî bû û bi kesekî ve nedihat pênase kirin, ew pêşketin û karekî kolektîf bû, yê civakê bû. Lê niha yek tiştekî digire, navê xwe pêvedike û difiroşe. An jî şîrê lawiran, raste dizanîbûn heye û divexwarin, lê mejiyê jin ew şîr kir mast û penîr. An jî pergala çandiniyê, ku her cureyek di rêzekê de, ji bo her yekê pîk û cihokek çêkirin, ev hemû dayîk keşif kiriye lê yek kesî nekiriye malê xwe, berovajî wê kirine malê civakê. Cardin destar, tevin û hwd bi heman rengî ne. Zanista rast jî eve, ji ber esas cewherê zanistê pêşketinên civakî ne. Lê zanista niha li ser navê zanistê pir tiştên cuda gotine. Mînak, dibêjin li Ukrayna wênesazek heye, jineke heykel traşe lê ji ber ku jine hevjînê wê 30 salan wan berheman dibe, li ser navê xwe pêşkêş dike û dike ayidê xwe. Ji bo ku ew jin li hember dernekeve, her tim lê dide, dibêje dîne û wê dibe nexweşxaneya dînan. Lê di esas de berhemên ku jin derxistiye zilam bi salan xwe li ser dide jiyan kirin û dibe heykeltraşekî navdar. Dûvre lêkolîn tên kirin, dibînin ku yek tişt jî wî bi xwe çênekiriye, lê li binya her berhemekî şanenavê xwe avêtiye û xwe bi wê mezin kiriye. Lewma tê dîtin ku li pey gelek berheman jin hene, lê ji derve re ragihandin û derketina pêş hemû weke mulk û berhemên zilaman derketine. Gelek caran weke ku di zanistê de jin derneketine tê xuya kirin, lê ev ne raste. Gelek jinên zanist hebûne, lê cih ji wan re nehatiye dayin. Ji ber heya ku zihniyetên wekî yên Platon, Kant û Aristo hebin wê cih ji jinan re neyê dayîn. Lê tiştên ku jinên zana gotine jî ji xwe re girtine û zivirandine. Zanista Jineolojî jî dixwaze van tiştan nas bike û çavkaniyên gotinên ku di derheqê jinan de hatine gotin bizanibe û bi agahiyên nû ve zanebûna xwe têr û tije bike. Hema kê ji bo jin çi got, pêwîste mirov yekser bawer neke. Keseke ku bizanibe çavkaniya wan gotinan çiye, di kîjan demê de hatine gotin, wê di ferqa gelek rastiyan de be. Lewma weke jineolojî di zanista niha de pêwîste em agahiyên jin zêde bikin, heqîqeta wê derxin û belav bikin. Jineolojî pêwîste rastiya jin hem bibîne û hem jî bide dîtin. Zihniyeta baviksalar 5 hezar sale dibêje jin ne tişteke, Jineolojî jî pêwîste dûbare dûbare bibêje jin her tişte. Wan her gotiye aqilê jin kême, pêwîste em jî bibêjin aqilê jin xwedî hêza herî mezine. Wate, gereke em her tiştên ku berovajî heqîqeta jin hatine gotin, bi awayî herî rast û li ser hev bibêjin. Ji Waneyên Li Akademiya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 338
Di her qatmanekî de hezar sal û bûyerên wê tên destgirtin. Dibe ku mirov nikaribe tevahî bûyerên di dîrokê de bibêje. Lê weke sembol di her hezar salî de em hinek sembol û bûyeran lêkolîn dikin û ew dibe malê giştî dîrokê. Pêwîste wisa neyê fêmkirin ku her qatmanek piştî hezar salan diqede û yeka din tê. Ev ne wisaye, piranî di nav hev de berdewam dikin. Lê sedemê ku em qatman qatman digirin dest, ewe ku ji bo hîn zêdetir hemû ziravtiyên dîrokî û civakî werin famkirine. Di Dîroka Jin De Pêvajoyên Diyarker Rêbertî got, “Pêwîste her jin, herî kêm dîroka xwe ya 10 hezar salan bizanibe”. Lê em ne ya 10 hezar salan em dîroka xwe ya çend salan jî bi awayekî rast nizanin. Nivîskar Çîçero gotiye, “yên ku dîroka xwe nizanibin, her dem zarok dimînin” lewma zanîna dîroka xwe pir girînge. Ji bilî 9 qamtmanan li ser pêşinyara Rêbertî em dîroka jin di sê pêvajoyan de digirin dest.
- Dema Neolotîk (10.000 B.Z- 400 B.Z).
- Dema derbasbûnê (4000 B.Z-2000 B.Z). Ji civaka xwezayî derbasbûna civaka desthilatdar an jî şaristanî.
- Dema Têkoşîna jinên rêxistin kirî (2000 B.Z- heya roja îro).
9 Qatmanên Di 9 Hezar Salan De
- Qatmana xwedawendan. An jî xwedawenda ku hêza wê di asta herî jor de. Mînaka wê (Nînhursag).
- Dema hevsengiya di navbera hêza jin û zilam de. Mînakên wê (Înanna-Enkî).
- Xwedawenda ku hêza xwe wenda dike. Şkandina cins a yekemîn mînakên wê (Tiyamat-Mardok).
- Lîlît.
- Xwedawend an jî Jina ku bi mejiyê zilam hatiye afirandin. Mînak (Atena).
- Keybanûyên li ser şopa xwedawendan diçin. Mînak (Nefertîtî- Kelopatra- Semîramîs- Zenobya).
- Hezretên jin. (Xedîce- Fatma- Zeyneb- Meryem- Ayşe).
- Qiralîçeya meta.
1-Qatmana xwedawendan an jî jinên ku hêza wan di asta herî jor de. Rêbertî xwedawendîtî weke “ jina ku şoreşa neolotîkê pêşxistiye, an jî jina xwedî serkeftin” pênase kir. Taybetmendiyên xwedawendan civakbûn, edalet, pêşengtiya civakê kirin, otorîteriya xwezayî û demokratik, xwedî hêz, di ferqa xwe de bûyîn û hwd in. Lê wan di wê demê de ji bo xwe negotine xwedawend. Di pênaseya îro de ji wan re xwedawend tê gotin. Xwedawend jina ku xwedî serkeftine û jina ku şoreş pêk tîne ye. Mînak Rêber Apo Şehîd Zîlan weke xwedawendekê girt dest, îro jî em Şehîd Sara û Şehîd Rûken xwedawendên xwe dibînin. Ji ber xwedawendîtî yên ku xwe gihandine armancê, serkeftin bi dest xistine û yên ku bi fikirê xwe û perçeyên canê xwe ve ji bo mirovahiyê tiştekî nû derxistine holê û pêşengtî kirine. Lewma ji kesên wisa pêşeng re xwedawend tê gotin. Lewma di civaka xwezayî de wan dayikan ev nav li xwe nekirin, wan bi xwezayî ev erk pêk anîne, lê me ev nav li wan kiriye. Wan hîn zêdetir navên xwezayê li xwe kirine û xwe şibandine xwezayê. Jin, jiyan û xweza her dem di nav hev de bûye. Lewma navên xwedawendên wê demê, xwedawenda Bereketê, xwedawenda avê (ji ber enerjiya jin mîna avê ye her diherike, nakeve qaliban û nayê bend kirin lewma ev nav girtine), xwedawend star (xwedawenda parastinê, wateya Star jî cihên ewlehiyê ne), cardin xwedawenda heyvê (bedena jin şibandine heyvê, her wiha heyv weke jinekê girtine dest, hinek insan dibêjin ku resmê jinekê li ser heyvê heye bi taybet di dema hîlal de. Wan xwe gihandine vê qinyatê), cardin xwedawenda tavê (ew dibînin ku dema tav derdikeve, ronahî çêdibe, derdora xwe germ dike, jiyan ava dibe. Heman demê dibînin ku bi jinê re jiyan ava dibe, zarokan tîne, klanê xwedî dike, lewma xwe dişîbîne tavê). Bi giştî jiyana dayikan bi zindewerên di nava xwezayê de tê şibandin. Lê hinek dar bi taybet weke sembolên jin tên destgirtin. Ji wan dara sêvan, dara zaytûnan, dara hejîran û dara tirî yên diyarkerin. Dibêjin yên ku destpêkê mêweyên van daran keşif kiriye jine. Ji ber ku ew dar fêkî didin pîroz tên dîtin. Lewma ji ber sedemê ku jin berhem dide û dar jî fêkî dide ew şibandine hev. Di lawiran de jî mar, kund, hinek çûkên cuda û lawirên ku jin ew kedî kirine pîroz tên dîtin. Mînak çêlek û pez pîroz tên dîtin. Ji ber ji berhemên wan gelek sûdên mezin girtine. Lê bi taybet mar, ji ber ku guhertin di xwe de ava dike, esneke, çermê xwe diguhere wî dişibînin jinê. Di demên berê de bawerî bi peyva kiras guhertinê ve ku fitilandina di navbera jiyan, mirin û dewreya wan de ye dihat. Mirin ji jiyanê, jiyan jî ji mirinê ne qut bû. Di baweriya mirovên wê serdemê de, diyalektîka jiyan û mirinê bi awayekî bê qisûr pêkanîne. Lê niha em jiyan û mirinê pir ji hev qut digirin dest. Feqet insanên berê mirinê perçeyekî jiyanê dibînin û jiyanê jî perçeyekî mirinê dibînin û dizanin ku ew dizivirin hev. Ji bo wê di hinek baweriyan de, dibêjin kiras guhertin an jî realkarnasyon. Hîn jî di baweriya Elewiyan û Êzîdiyan de ev yek heye. Di baweriya me de jî ev heye, em dibêjin di esas de mirin tune ye, yê ku dimire tenê laşe, lê ruh û fikir namirin. Raste weke fîzîkî mirin heye, lê di cewher de ruh namire û derbasî tiştekî din dibe. Ew can di zindiyeke din de tê gerdûnê û wenda nabe. Tenê ji tiştekî derbasî tiştekî din dibe. Bi kurtasî felsefe, zanist û baweriya anîmîst ya wê serdemê bi hevrebûna jiyan û mirinê îfade dike. Ji ber ku mar jî çermê xwe diguhere, xwe nû dike û hem li ser erdê, hem jî li bin erdê jiyan dike. Ew jî wî dişopînin, dibêjin mar hem zanista bin erd ya miriyan dibînin, li ser erdê jî jiyana mirovan dibînin û li ser hakimin. Wate hem siriyetên bin erdê dizane , diçe gel miriyan, hem jî tê gel ên li ser erdê. Ji bo wê jî van rewşan weke zanista mar digirin dest, ji ber ku jin jî zana tê dîtin dişibînin hev. Heman demê dostaniya jin û mar bi hev re pir zêde ye. Bi gelemperî bi sembolên xwedawend û dayikên wê demê marek pê ve heye. An li ser laşên wan eliqandiye, an li kêleka wane, an jî li ser tacên wan serê mar heye. Peykerên berê û resmên ku li ser şkeftan hatine çêkirin, tê dîtin ku li gel her xwedawendekê mar û dar heye. Cardin çav, masî û nalê hespê. Ev sembolên ku şens û bextewariyê bi xwe re tînin in. An jî mal û civakê ji çavên xirab û nezerê diparêzin ji bo wê bi malan ve dardikin. Sembola çav hîn jî bi zarokan vedikin û niha rozetên wan jî çêkirine. Bê guman yên wê demê ne weke ên niha çav bi xwe vekirine, lê çav pîroz hatiye dîtin û weke semboleke jin û xwedawendan bûye. Masî jî weke rizq hatiye dîtin, niha jî gelek civak bi vî çavî li masî temaşe dikin, dema ku masî di xewnên xwe de dibînin, dayik şîrove dikin û dibêjin qismeteke te heye. Ji ber ku civaka xwezayî masî kom kirine xwe pê têr kirine lewma weke rizq girtine dest û pîroz kirine. Her wiha şîr pîroz hatiye dîtin. Ji ber hem di sînga dayikan de heye, hem di yên lawiran de heye, hem jî di hinek daran de heye. Şîr jî ji bo têrkirinê, tiştekî herî pîroz hatiye dîtin, bi taybet jî şîrê dayikan. Ger mirov dîqet bike wêneyên jinên wê demê ku hatine xêz kirin piranî jinên qelew û sîngên wan mezinin. Ne ku di rastiyê de jinên wê demê wisa bûne, ji ber wê demê birçîbûn hebûye, pir zêde di tevgerê de ne, ji bo ku klanê têr bikin herdem diçin giha kom dikin, lewma mumkin nîne ku wisa qelew bin. Lê ev wêneyên bi vî rengî ji ber ku bedena jin pîroz dibînin bi vî awayî derxistine pêş. Lê ji ber ku niha zihniyeta zayendperestî hatiye rûnişkandin, jin ji behskirina van mijaran jî şerm dikin. Lê di wê wextê de tiştekî wisa tuneye, her wiha diyardeyên zayendperest û ji hev cuda kirin tune ne. Xwezaya dayikê wisa ye şîr dide zarokan, wan mezin dike û tişteke ji vê baştir tune ye lewra pîroz tê dîtin. Civak bi vê kêfxweş û serbilinde. Lewma ji ber ku jin berhem dide, ax berhem dide, dar berhem dide û av berhehem dide ji van bi rê dikevin û dibêjin yek xweza dayike, du jî ax dayike, sê jî dayik dayike. Ev şibandina herî rast û heqîqî ye. Di wê serdemê de bi gelemperî fikrandina mirinê tune ye, dibêjin ji rehmekî derketiye diçe rehmekî din. Wate ji rehmê dayikê çêbûye, piştî wê diçe rehmê axê, ax bi xwe jî dayîke. Dema ku lêkolîn hatine kirin jî, di mezelên kevin de dîtine ku mirî bi pozisyona Cenîn (wexta ku zarok di rehimê dayikê de ye) defn kirine. Ev jî tê wateya ku em di zikê dayikê de wisa bûn, dema ku em biçin zikê dayika mezin jî pêwîste em wisa bin. Her wiha di wan mezelan de gulên sor û şeytanok dîtine( ew şeytanokê dişibînin rehmê jinê). Ev sembol li kêleka mirî danîne, ji bo dema ku ew mirî zindî bû bikeve hundirê wê rehmê an jî şeytanokê da ku dûbare were dunyayê. Baweriya wan wisa ye. Ji bo gula sor jî rengê sor weke sembola jin dibînin. Jineolojî jî van şîrove û mîtolojiyan lêkolîn dike. Du şkeftên kevin hene, yek a Didêrî li Efrînê ye, yek jî ya Şanîdar li Hewlêrê ye. Li ya Didêrî hestiyê zarokekê dîtine, di ya Şanîdar de jî yê dayîkekê dîtine. Li gorî lêkolînan hestiyên herî kevin ewin. Di herduyan de jî hatiye dîtin ku, şêwazê bi cihkirina mirî heman şêwaze, li kêleka wan jî şeytanok û gulek sor heye. Sedemê mirina zarok nayê zanîn ji ber hîn biçûke, lê yê dayikê demeke jiyan kiriye û temenê wê heye lewma wefat kiriye. Di encam de ev rastiya çanda wê civakê derketiye. Di encam de jin weke bereket dîtine. Weke sembol xêz kirine, zilamên ku li gel wan xêz kirine jî an zarokeke biçûke, an jî weke zîlamekî hêmin serê xwe daniye ser çonga dayikê, ew jî pir kêmin. Bi gelemperî piranî jin in. Serokatî jî ji bo zilamên wê demê pênaseya “Zilamên hêmin û zilamê ku hebûn û pêşengtiya jin pejirandiye û li gorî wê jiyan dike û pir zêde ne diyarkere” kiriye. Çand, çanda dayikê ye, lewma ji wê çandê re dibêjin dayiksalarî, ji ber jiyan li derdora jin diherike. Hinek tişt heya roja îro hatine, hinek jî hatine berovajî kirin. Mînak dara sêvan di esas de weke dara zanistê tê nasîn, lê di mîtolojiya Hewa û Adem de weke ku ew dar bûye sedemê avêtina ji buhuştê hatiye reş kirin. Cardin ji bo ku Niyoton zagona kişandina erdê pêşbixe, dibêjin bi salan fikiriye, ta ku rojekê li bin dara sêvê rûniştiye û sêvek li serê wî dikeve. Wê demê difikire bê ka kîjan hêz ew sêv kişandiye, di encam de dibêje hêza erdê kişandiye. Di vê bûyerê de jî sêv derdikeve beramberî me. Her wiha tîrkevanekî navdar heye, tîr davêje hewayê, sêvê di ortê de dike du qet. Di wir de jî sêv heye. Her kesî li gorî xwe ji bo sêvê şîrove pêşxistine, lê ya esas û bingeh di civaka Neolotîk û qatmana yekemîn de ye. Ji ber ne tenê sêv tevahî darên fêkî yên ku berhem didin û hemû tiştên girêdayî çanda dayikê pîroz hatine dest girtin. An jî zeytûn, dibe ku niha li Efrînê ji ber ku pir berhem dide baş tê dîtin, lê esas di çanda dayikê de sembole. Dûvre jî bûye sembola aşîtiyê. Cardin simbila genim ji bo wê demê pîroze, hem dîtina genim, hem kirina ard û nan di esas de ji bo tevahî mirovahiyê şoreşeke mezine, lewma pîroz tê dîtin. Dayik ev dîtiye, ji ber vê dike yek ji sembolên xwe. Di hinek wêneyan de di deste xwedawendan de qevdeke simbilên gihaştî heye, di hinekan de jî teyek genim heye. Bi giştî sembola tevahî xwedawendên berekete mîna Kîbele, Demeter û hwd, genime. Bi giştî serdem, serdema xwedawendên bi hêz e. Sembolên Tacên wan jî hîlale, serê du maran bi hevdu re ye di orta wan de jî stêrk heye. Mînaka vê qatmanê jî Nînhursag xwedawenda çiyayî ya Mozobotamya jorîne. Xwedawenda Hûriyane. Li gorî niha dibe ku li milên Çewlîk, Dersîm û Bidlîs be, ji ber ne li deştê, li cihên çiyayî derketiye. Nînhursag weke sembol tê dayîn, lê di esas de jinên xwedawend pir in. Di mîtolojiyê de dibêjin ku bexçeyekî Nînhursag ê pir mezin heye, di bexçê xwe de 8 cûre giha diçîne. Ev giha hem ji bo dermanan çêbike, hem jî ji bo ku civakê pê têr bike datîne. Enkî jî dixwaze bela xwe li bexçê wê bide, Nînhursag jî wî hişyar dike ji bo ku nekeve bexçe. Dûvre jî Enkî bi dizî dikeve bexçe û heşt cureyên giha dixwe. Bi wan gihayan ve bi jehrî dikeve, nexweş dibe û mecbur dimîne ku biçe gel Nînhursag. Dema diçe xwe davêje ber lingê wê û dibêje min derman bike, ji ber min bi dizî heşt cureyên giha xwariye. Nînhursag destpêkê tiştekî nake û dibêje tu yê pê bimirî, piştre ji bo ku nexweşiya wî çareser bike, ji bo her gihayekî ku xwariye û her nexweşiyekê xwedawendekê dişîne. Wê demê xwedawend Nîntî heye (wateya Nîn ku di navê Nînhursag de jî heye xwedawende, tî jî di zimanê Sûmeran de tê wateya jiyanê-yanî xwedawenda ku jiyan da Enkî). Dibêjin hemû xwedawend diçin wî derman dikin û baş dikin, tenê paresûyî wî şkestî mane pêwîste werin çêkirin û herî esas jiyan were dayîn, lewma herî dawî ya ku jiyan dide wî Nîntî ye. Lê ev mîtolojî piştre di mîtolojiyên din de hatiye berovajî kirin û gotine jin ji paresûyê zîlam çêbûye. Lê tişteke wisa di rastiyê de tine ye, ne jin ji paresûyê zilam çêbûye, ne jî zilam ji paresûyê jin çêbûye. Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 358
Di encam de mirov digihêje vê rastiyê ku jin, zilam jî digire nava xwe. Wate, cinsê jin hemû taybetmendiyên zilam di hindurê xwe de dihewîne, lê zilam ê jinê nagire nav xwe, ev hem di aliyê biyolojîk de hem jî civakî de wisa ye. Mesela zilam bi jin tê pênasekirin, çima? Ji ber ku ya giştî taybetmendiyan dihewîne xweza û biyolojiya jin e. Heman demê hindek tişt di jin de hene lê di zilam de tune ne. Encam, zilam pêvek û perçeyeke jinê ye, ne ku jin ji parsûyê zilam çêbûye, ev berovajiye. Tê dîtin ku bedena jin navendiye, ji xwe bawere û têra xwe heye. Ev tiştên zanistî ne û hatine peyitandinin. Lê zihniyeta desthilatdar milê jin di tarîtiyê de hiştiye, reş kiriye, zanist jî li gorî berjewendiyên xwe berovajî dike. Di encam de ev dizivire reşkirinê û tê asta ku jin xwe nas neke, ji xwe şerm bike. Lewra ji bo jin hebûna xwe tam fam bike, pêwîste qalibên ku di zihniyeta wê de hatine avakirin bişkîne. Ger neşkînin wê di famkirin û naskirina xwe de zehmetî bikşînin.
…. : Di van mijaran de çarçoveyek derket. Hinek tişt me berê bihîstibûn, pir tişt jî me nû bihîst. Lê xala sereke ku bala min dikişîne, jin û hest e. Jin ji hestên xwe yên bingehîn hatine dûr xistin, Rêber Apo jî hertim behsa polîtîk kirina hestan dike. Ev jî mijarên lêpirsînê ne. Weke jin em çiqasî dikarin enerjiya xwe biherkînin? Gelek mînak jî hatin dayin weke ku jin bi hîsên xwe ve dikare pir tiştan bibîne. Lê esas gotina ‘jin an dike wezîr an jî rezîl’ li gorî nerîna min, ev gotin ji bo hest derbasdare. Ji ber hest dikare enerjî û dînamîzmeke ne normal di mirov de avabike. Dema ku em li rastiya Rêber Apo jî temaşe dikin û dixwazin pênase bikin da ku em jî bigihêjin wê rastiyê, em vê yekê berbiçav dibînin. Di Rêber Apo de hest, her dem bûye sedemê avakirinê, mînak Rêber Apo li ser esasê şehadeta heval Heqî partî avakiriye. Lê dema ku jin mirinek dibihîzin, zêdetir bi awayekî klasik û kevneşop bandor dibin, an digirîn an jî hinekî xwe didin goşeyekê heya ku bi ser xwe ve tên. Di encam de ew enerjî û hêza ku derdikeve nade avakirin. Her wiha dema ku Rêber Apo cara yekê peyvên Kurdistan mêtîngehe bi lêv dike, dibêje ku ‘Ez ser hişê xwe çûm’. Rêber Apo dibêje, ‘Di esas de min ewqasî ji rewşa ku Kurd tê de bûn şerm kir, min got wisa nabe û pêwîste şoreşeke Kurdan çêbibe’. Weke jin jî pêwîstbû niha gelek hest hebana, lê belê an nînin an hene lê ne xwezayî ne û yan jî di hêla avakirinê de nayên bikaranîn. Mînak di jin de şerm heye, dema ku kêmasiyekê dûbare dike şerm dike, lê gelo ev şerm kirin dibe sedemê guhertinan an na? Ev mijara lêpirsînêye. Ji ber dema enerjî dibe sedemê guhertinê, wê demê wateya xwe dibîne.
Ji bo hebûnê jî me gotibû dema ku wate hebe hebûn avadibe. Gotineke Rêber Apo ku mirov her dem dide lêhurbûn kirin heye, dibêje, ‘Armanca madê xwe gihandina enerjiyê ye, armanca enerjiyê jî derbaskirina madê ye’. Li gorî vê yekê mirov dibîne ku di hemû jinan de hest û enerjî heye. Lê belê tişta ku nikarin bikin, enerjiya xwe rast odaklama kirin û rast herikandine. Şehîd Sara di raporên xwe de xwebûnê dinirxîne û dibêje, “Eger ez nikaribim bibim ya xwe, ezê çawa bikaribim xwe fedayî milyonan bikim’’. Heman demê tiştê ku herî zêde di jiyanê de jin tê de zehmetî dikşînin, bi jineke din re aheng avakirine. Lê di kesayetên Şehîd Sara û Şehîd Rûken de bi hevrebûn û yekîtiya jin çawa dibe û serkeftinek çawa tîne, pir zelal derket holê. Mirov dibîne ku du jin tevî ku pir zêde hev du nasnakin, bi hev re zêde nemane û ji cihên pir cuda hatine, lê li ser esasê armanc hatine gel hev. Ewqas kûrin û girêdayîne. Heval Sara dibêje, “Min dizanîbû ku pêwîste derbe li dijmin were xistin, lewra min got pêwîste derbeya mirinê ez li dijmin bidim’’. Ev jî tê wateya ku eger mirov wateya hebûna xwe bi armancê ve girêbide û hemû enerjiya xwe di wê oxirê de bide û biherikîne, wê demê wê bikaribe tawîz ji xwe bide. An jî wê bikaribe ji bo jina li kêleka xwe bibe nefesek, empatî û sempati avabike, sentezekî û hêzekê ji her du enerjiyan derbixîne. Eger enerjî rast biherike dikare pir tiştan serbixe, eger rast neherike jî wê teqandinên pir cuda rû bidin. Wate insan çiqas di ferqa rola xwe de be û li gorî armanca xwe gav bavêje ewqasî dikare enerjiya xwe biherikîne. Lê ger tevlîbûneke bê idîa û armanc be, enerjî nikare bigihêje herikbariyê.
Di mijara hestan de jî dixwazim nerîn bidim. Di civaka me Kurdan de mijarên balkêş hene. Mînak; hinek herêm, baweriya xwe bi enerjiyê tînin, dema ku serê yekî dêşe, dayik porê wan şeh dike û dibêje, ‘Êşa wê/wî derbasî min bû’. Bi vî rengî hestek wisa di rastiyê de jî derdikeve. An jî dema ku yek bi jehrî dikeve, bi nan jehriya wan dibirin, lê her dem ji yê nexweş re dibêjin, ‘Pêwîste hûn jî bawer bikin’. Ev tê vê wateyê, enerjî dema ku bersiva xwe digire şekil digire. Yanî li hember enerjiya ku tê dayin pêwîste kesê beramber hîs bike da ku bersiveke wê bide. Mînak hinek civak jî hene bê cil tevdigerin lê ne şerm dikin ne jî xerîze hakim dibin. Her wiha spor jî dikin lê tiştek bi navê ketina pêşbirkeke ji bo serkeftin û binkeftinê tune ye. Her kes coş, kelecan û enerjî ji wê aktîvîteyê digire. Dîsan bêyî ku bi hev re baxivin û hev bibînin, empatî çêdikin. Tenê bi rêka hisiyatê ve peyaman didin, yê li hember jî digire û bersiv dide. Ev jî tê wateya ku insan dikare hin sînorên ku di nava jiyana xwe de daniye derbas bike. Ji xwe ji bo mirovan tê gotin ku tenê ji sedî 2-5 mejiyê xwe dişuxulînin, lê yê mayî nikare bikar bîne. Ev jî mirov dide fikirandin ku gelo em nizanin bişuxulînin an jî me qet nezanîbû bikar bînin? Ev mirov dixe wê baweriyê ku di civaka xwezayî de, mirovan dikarîbûn ji niha zêdetir mejiyên xwe bixebitînin. Berê mijarên ku bivê nevê pêwîste ez bibînim, bibihîzim da ku hîsbikim, tune bûye. Ji ber ger ku girêdanbûna bi xwezayê re pir xurt be, ez bawerim ku mirov dikarin hin sînoran derbas bikin û bêhtir afrîner bin. Mînak; dema ku mirov di dirêjahiya dîrokê de li şoreşên çêbûne temaşe dike, vê dibine. Di hêla zihnî û afirandina tiştan de, berê pir zêde bû lê niha pir kêm bûye. Gelek şoreş heya niha jî berdewam dikin, minaka wê dîtina nan û hwd.
Di mijara anatomî û fîzîka jin de jî bi dahurandina civakê ve mirov dikare gelek nimûneyan bide. Ji ber hişmendiya zilamsalar bi wan riyan ve li gorî xwe teşeyekî dide jin. Mînak; dibêjin ji bo ku jin bibe bûkeke baş pêwîste fîzîka wê guncav be. Jinên ku bedenên wan zeîf nedixwestin. Lê armanc ne xurtbûne, esas ewe ku ew beden ji bo tatmîn kirina zilam guncav be ye. Ev yek jî anîne asta kevneşopiyekê. Mînakek din; ger hevjînê jinekê bimire, birayê hevjînê wê pê re dizewice. Mirov dibîne ku herî zêde jî jin vê yekê disepînin, lê gelo ti kesî ji xwe pirs kiriye ev çima wisa dikin? Bersiva vê yekê dayin girînge. Di esas de jin wisa dane fêrkirin ku ancax bi vî rengî dikare xelas bibe û hebûna wê were qebûl kirin. Dîsa mijara berdêliya heye, ger du alî li hev nekin hev berdin, pêwîste her du hevjînên din jî hev berdin. An jî dema ku yekî jineke duyemîn bîne, pêwîste yê din jî jinekê bîne. Wate jî ewe ku bi vî rengî tola xwişka xwe rakiriye. Di vir de jî fikir û îradeya jin nîne tenê qurbana van kiryarane, şense wê yê hilbijartinê tune ye, sifire.
….: Heval … di axaftinên xwe de behsa girî kir. Gelek kes girî weke kevinperestiyê şîrove dikin. Lê di encam de girî jî hesteke bi xwezaya insan ve girêdayî ye. Wate, girî ne tenê klasîkbûne. Ev peyv jî wate lê hatiye barkirin û roja îro weke bêçaretiyê tê şîrove kirin. Gelo mirov dikare pênaseya rast bi çi awayî deyne?
…. : Raste girî ne tiştekî xirabe, ji ber di xwezayê de jî heye. Carnan ji kêfxweşiyê jî mirov digirîn, yanî ne tiştek xirabe. Lê belê dema ku ji otokontrolê derdikeve xirab dibe. Rêber Apo jî dibêje, ‘Mirov bi girî hinekî dilên xwe vala dikin, hemû enerjiya xwe bi girî ve didin herikandin, tiştek namîne û dûvre nikarin hêsrên xwe kom bikin’. Heman demê dibêje, ‘Ez hestên xwe hemûyî digirim hundirê xwe û dizivirînim çalakiyekê’. Lê hişmendiya zayendperest di civakê de têgihiştineke wisa avakiriye ku jin zeîfe, zû dişkê û xwezayî tişta ku dişkê jî zû digirî. Ji ber vê ger refleksê destpêkê li beramber pirsgirêkan girî be, wê jin nikaribin tiştekî çareser bikin. Rêber Apo jî dibêje, ‘Pêwîste mirov ferqê bixe navbera hest û hestyartiyê’. Lewra tişta ku giriyê bê çarebûnê îfade dike, ne heste hestiyariye.
…. : Ez jî bi çend nerînan ve dixwazim li ser nirxandinên hevalan zêde bikim. Hevalan jî anîn ser ziman ku enerjî di kêliyên zayinê de zêde dibe. Di civaka me de dibêjin, ger daxwazeke mirov ku pir zêde dixwaze pêk were hebe, pêwîste ji jineke du canî re bêje. Dema ku ew jin di kêliyên zayinê de bibêje ew daxwazî pêk tê. Mirov di vir de jî dibine ku enerjiya jin di çi astê de bandorkere. Civak jî heya niha bi gelek mijaran ve bêyî ku xwe bispêrin şîroveyên zanistî, bawer dikin. Mixabin, rastiyek jî heye ku ev hişmendiya zayendperest her tişt berovajî kirine. Lewma pêwîste zanista jîneolojiyê têgîn û pênaseyên pir xurt deyne. Ji ber şaristanî li piranî têgînan wate bar kirine û heya roja me ya îro anîne, civak jî li ser şêwe girtiye. Pênase û têgînên pir xurt yên mîna, dara şikestî, şûşa derizî, mejiyê jinekê bi qasî mejiyê heft mirîşkane û hwd ku bi nivîsandinê ve naqedin hene. Ev pênase jî hema ji xweber danenîne, wan di encamê dahurandin, fikirandinê û lêhûrbûnên pir xurt de danîne. Pir zêde serên xwe li ser êşandine da ku di avakirina pergala baviksalar de bi bandor be. Etîmolojî tiştek wisa ye ku pêwîste peyvan pêşbixe, bibêje, belav bike û pir dubare bike. Ji ber bi vî rengî hîmên nû û saxlem dikarin werin avêtin.
Dixwazim mînakekê ji rastiya civaka me ya niha bidim. Nimûne jineke ku xwende be, her karî bi xwe bike, ji xwe bawer be û bi xwe li ser lingên xwe sekinî be, lê tenê ne zewicî be civak gunehê xwe pê tînin. Dibêjin feqîrê nezewiciye, lê ewqas milên wê yên din hene nabînin. Her wiha dema ku jinên serî ji pergala heyî re danaynin dibînin, ji malbatên wan re gotin dikin. Dibêjin hîn ku darên wan ter bûn we netewand niha jî hişk bûne hûn nikarin nêz bibin. Bi hezaran mijar hene ku mirov bibêje, lê ya girîng di vir de, rastiya ku îro jin xistine çi halî û hebûna wê bi zilaman ve girêdayîne. Teologê pêşî yê xirîstiyaniyan Saint Paul dibêje, ‘Serê her zindiyekî Îsa ye û yê Îsa jî Meryeme’. Lê esas hebûna jin tune kirine, tenê ji ber ku Meryem dayika Îsa ye wisa nêz bûne. Her tiştê jin hatiye rûpoş kirin. Lewra wê zanista jîneolojî dest bavêje wî cewherê ku hatiye rûpoş kirin û bi perdeyan ve hatiye nixumand. Ji ber ku jin cewherê azadbûn û resenbûna xwe wenda nekirine. Tenê pêwîstiya wan bi zanisteke ku wan bi rê ve bibe heye. Lewra wê jîneolojî vî barî hilgire ser milên xwe. Ev jî bi saya fikirê Rêber Apo ye. Em dibînin ku Rêber Apo cinsê din, lê ti kesî û ti rêxistinên jinan bi qasî wî pirsgirêka jin hîs nekirine û dest ne avêtine. Rêber Apo bi xwe derbaskirinê û vegera li cewherê azadiyê ve ev yek pêk anî. Ev jî ji bo me tevahî jinan mînaka herî girînge. Di encamê wê de em digihêjin wê baweriyê ku tiştekî ne mumkin tune ye. Em jî dikarin xwe sererast bikin, gavên xurt bavêjin û bigihêjin azadiyê.
…. : Girêdayî van nirxandinan, ez jî dizwazim mijarekê bînim ser ziman. Bi vê dersê re û bi dahurandina rastiya civakê ve em dibînin ku jin ji bilî ku bibe ya xwe bûye ya her kesî. Ji bo ku jin bibe ya xwe, pêwîste di xwebûnê de xwedî zanebûneke xurt be. Xwebûn, hem di warê biyolojîk, hem ruhî û hem jî fikirî de xwe naskirine. Weke kêmbûna me ya di warê naskirina xwe ya ruhî û fikirî de, di biyolojiyê de jî em pir kêm xwe nas dikin. Pêwîste em hinek mijaran nîqaş bikin, bizanibin û şerm nekin. Şerma herî mezin ne naskirina bedena xwe ye. Dema ku jin dikevin ferqa vê û zerarên ku dide, wê demê êşa vê ne naskirin û şermê hîs dike. Em dizanin jin di nava wê pergala qirêj de rû bi rûyê zehmetiyan tê. Herî zêde jî ev zexta li ser jinan, berê me da nava partiyê. Ji ber tu dizanî ku weke jin tu dikarî pir tiştan bikî lê zemîn nayê dayîn. Di civakê de xelasî di xwendinê de ye, lê koletiya herî zêde bi rêk û pêk li wir tê fêr kirine. Bi saya Rêber Apo em îro li xwebûna xwe dizivirin.
Ji Waneyên Jînelojî ya Arjîn Dersîm a Akademiya Şehîd Bêrîtan De Hatiye Berhev Kirin
Wê Bidome….
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 333
Di milê cih girtinê de mejiyê zilam ji yê jinê bi qasî ji %10 ji yê jinê mezintir e. Zanista pozîtîvîst vê rastiya anatomîk wiha şîrove dike ku aqlê zilam ji yê jinê pirtir e. Lê ev ne rast e. Ya girîng ne giraniya goşt û hestiye, ji ber însan ji goşt û hestî pêk nayê. Însan ji fikir, hest û zanebûnê pêk tê. Lewra ev rastî bi xwe jî ev nêrîna zayendperest ya pozîtîvîst vala derdixe. Însan xistina sînorên fîzîkî û wê di wê astê de girtina dest bingeha zayendperestî ye. Ji xwe berê jî me anîbû ziman ku zayendperestî herî zêde li ser hindek diyardeyên bîyolojîk xwe dide rûnişkandin. Mîna ku bêje hêza fîzîkî ya zilam pirtir e wê gavê raweye ku jin bindest bibe. Lê dema mirov mêze dike; rast e wekî fîzîkî zilam bêtir bi hêz e, lê bedena zilam ti caran nikare li hember ew fişara di zayina zarokekî de di bedena jinê de pêk tê li berxwe bide. Wekî hêz zilam bi hêztir e, lê jin hîn bêtir dikare li ber xwe bide. Milê mêjî de jî heman rastî derbasdar e, ya girîng fonksiyona mêji ye. Hûcreya herî biçûk ya sînîrên însan noron e. Di navbera norona de jî sînaps heye. Şebekeya sînaps valatiya navbera hûcreyên sînîrê ne. Di mêjiyê zilam de sînaps hên firehtir in. Li gorî mêjî sinaps jî têşe girtiye, firehiya sînapsan bi mezinbûna mêjî re eleqadar e. Sînapsên di mêjiyê jin de hîn bêtir teng in. Ji ber di jin de şebekeya sînapsan hîn tengtir e, di milê fikrandinê de taybetmendiyekî pir alî li jinê bar dike. Jin hîn zêdetir hurgûliyan dibîne, pir alî mêze bike, ji fikrên cûda re vekirî ye. Sedemê vê jî tengbûna şebekeyên sînapsan e. Di mêjiyê mirovan de beşekî bi navê însûla heye, ev beş berpirsiyarê hîs, hêst, pêşbînî ye. Ev beşa însula di jin de hîn berfirehtir e û pirtir aktîf e. Di mêjî de beşa sipî û ya girî heye. Di jin de beşa sipî ji ya zilam zêdetir e, di ya zilam de jî beşa girî ji ya jin firehtir e. Beşa girî fonksîyona zanist analîz kirinê pêk tîne. Beşa sipî fonksiyona ziman, çand, jest, mîmîk, zimanê beden, zimanê biyanî fêr bûyin pêk tîne. Di jin de fonksiyonelbûyina vê beşê civakbûyinê pêş xistiye. Mêjiyê zilam hîn zêdetir analîtîk e. Mêjiyê jin de empatî, sempatî, hurgûlî dîtin pir li pêş e. Mêjiyê jin di kêliyê de li gorî yê zilam hîn zêdetir ji derva re vekiriye û di kêliyê de pirtir agahiyan kom dike, analîz dike û di bersivîne. Mêjiyê zilam du tiştan tenê dikare bi hevre bike, lê yê jin di kêliyê de dikare gelek karan bi hev re bike. Mêjiyê zilam li gorî yê jinê hîn zêdetir yek alî, teknîkî, matematîkî ye. Lê yê jinê hîn bêtir fonksiyonel e, pir alî ye. Di jinê de pênc lebatên sehkirinê li gorî zilam hîn pêştir e. Van pênc lebatan; dîtin, hîs kirin, bihîstin, tam, bêhn kirin e. Ji ber jin bi taybetmendiyê zayinê tê dinê û dibe xwedî zarok van lebatên hîskirinê di jinê de hîn xûrtir pêş dikevin. Ev jî di mêjiyê jinê de hindek cûdawaziya dide ava kirin, beşa însula di jinê de hîn aktîftir di xebite. Dîsa tevgerên laş di jinê de hên bêtir xurt in, bê ku biaxife ji sedî heftê bi jest û mîmîkan jin dikare xwe bîne ziman. Ev jî cûdawazikî din yê mêjiyê jin e. Pergala zayendperest ev taybetmendiyên jinê ji bo jinê ji cewherê wê dûr bixîne di xebitîne. Jinê ji neynok, heta mêze kirin û têlên porê wekî qralîçeye metayan di afirîn e. Li ser lebatekî jinê gotinekî pergala zayendperest, têşeyekî wî heye, qalibekî heye ku jinê tê de heps dike. Lewra ji ber dûr ketine ji xwezaya xwe jin di nava qeyrana dil û mêjî de dijî. Ew enerjiya herikbar lê dizivire û wê difetisîne. Taybetmendiyekî din yê jin jî empatî ye. Empatî xwe xistina şûna yê dijberê xwe û bi hêst û fikrê wê/wî hîs kirine. Di têkiliyên mirovan de rista empatî pir li pêş e. Heger rast fêm kirinekî ji yê dijberê xwe re çêbibe wê gavê ji pirsgirêkên civakê re jî rast çareserî pêş dikevin.
Xisleteke din jî, behreya mejiyê jin ya zû wergirtin û fêrbûna çand û zimane. Di vê mijarê de dema ku bi mejiyê zilam re tê hevrûkirin, tê dîtin ku qabiliyeta jin hîn xurtire, berovajiya wê jî di zilam de jibîrkirin zêdetire û bêhtir dikeve qaliban. Mejiyê jin xwedî esnektiyeke wisa ye ku Ji fêrbûna zimanên cuda bigire, heya amûrên mûzîkê, ji hunerên sinema, şano bigire heya folklorê, di demeke kurt de bigire nava xwe û pê re bibe yek. Mînak dema jin folklor dikin, hem pir zû digirin, hîs dikin, bi mûzîkê re yekîtiyeke ruhî avadikin û bi şêweyê herî xweşik pêktînin. Esas di van babetan de jin qaliban datîne milekî û rastiya cewherê xwe dertîne holê. Lê mixabin ku sîstema desthilatdar û dagirker ev rol ji jinê stendiye, girîngî nedaye û weke gelek mijarên din kiriye mulkê zilam.
Bi giştî di encama van xisletan de, dibe ku di warê hecim de mejiyê zilam girantir be, lê gereke neyê jibîrkirin ku fonksiyonên (peywir) xebitîna mejiyê jin, hîn zêdetire. Bi kurtasî dema ku mirov van taybetmendiyan tîne berhev, mirov dibîne ku cihêwaziyeke pir zêde ne mijara gotinê ye. Lê di herdu milan de xalên ku mirov weke avantaj û dezavantaj bibîne hene.
Mijara Zayînê
Weke tê zanîn, zayîn tenê taybetmendiyeke ayidê jine û bi xwezaya wê ve girêdayî ye. Lê mixabin roja îro bi dehan jin ji ber vê rewşa xwe di gelek zor û zehmetiyan re derbas dibin. Sedema sereke jî ewe ku, zihniyetên paşverû û kevinperest, diyarkirina zayenda zarokan bi dayikan ve girêdane. Û ji ber ku sîstemeke zilamsalare, tenê hebûna zilam bi nirx dibîne û ev bi civakê daye qebûl kirin. Lewma dema ku jin zarokên kur neyne, ew jin an mehkumê berdan, an jî hewiyekê li ser xwe qebûlkirinê dimîne. Tevî ku em di serdema zanistê de ne jî, lê zihniyeta zayendperest kokê xwe berdaye nava mejiyê mirovan û çavên wan kor kirine. Lê belê mirov dikare bi awayekî zanistî vê bûyera ducanîbûn, zayenda zarokan diyar kirin û zayinê bîne ser ziman.
Ducanîbûn jî, ew bûyere ku tevahî pêvajoyên avabûna gerdûnê, bi neh mehan ve di bedena xwe de pêk tîne ye. Çawa ku zindîbûn di nava avê de çêbûye û bi demê re şêweyên kemilînên xwe guhertiye, di malzaroka dayikê de jî ew zindîbûn di nava avê de çêdibe û roj bi roj şêwe digire, di malzarokê de zarok weke tîpa C cihê xwe digire û di navbera zarok û dayikê de beneke ku tevahî pêwîstiyên ji bo mezinkirin û xwedî kirina zarok heye, di riya vî benî de mijarên ku dayik di warê psîkolojî û nexweşiyên fîzîkî jiyan dike jî derbasî zarok dibe. Bi derbasbûna mehan re hem jin zindîbûna di hundirê xwe de hîs dike, hem jî zarok. Piştî neh mehan, ji ber bedene jin vezelokî ye(esneke), beden xwe berdide û zayin pêk tê.
Di kêliyên zayinê de jî zêde ye, ev yek jî berxwedaniya wê xurt dike. Tê gotin ku zilam nikare jana zayinê rake, ger wê janê bidin bedena wî ewê bimire, ev jî rastiyeke û sedemê xwe jî hêza hormonê ostrojenê ye. Di nava jiyana asayî de jî, dibe ku weke fîzîkî zilam ji jinê bi hêztir be lê jin jê berxwedêrtire û zêdetir xweragire. Her wiha di gelek mijaran de zanist xalên ku di warê fîzîkî de jin û zilam ji hev cuda dikin tesbît kirine. Mijarên weke di bedena jin de çar litre xwîn lê di ya zilam de şeş litre heye, an jî bedena jin ji sedî 25-35 done, lê di yê zilam de kêmtire, bedena wî zêdetirî xwe qase. Zêdebûna don di bedena jin de dihêle ku di sermayê de û li beramberî nexweşiyan berxwedêr be û birînên wê zû çêbibin. Lewra tê gotin ku ji ber van taybetmendiyan, di zilam de piranî nexweşiyên dil û asab, di jin de jî nexweşiyên malzarok, sîng û tansiyon çêdibin. Lê weke ku me beriya niha jî anîbû ser ziman her cudabûnek bi xwe re hem avantaj û hem jî dezavantajan tîne, lê gereke ev nebe sedemê ku nexşerêya jiyana me diyar bike. Lê mixabin îro sîstema zayendperest her tişt li gorî xwe pênase kiriye û dixwaze vê weke ku rastiye bide nişandan û qebûlkirin. Lewma gereke jin di van mijaran de hîn zêdetir zanebûna xwe xurt bike.
Ji Waneyên Jînelojî ya Arjîn Dersîm a Akademiya Şehîd Bêrîtan De Hatiye Berhev Kirin
Wê Bidome…
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 624
Pênc cudabûnên anatomiya jin hene. Ev jî di xala 'Xwebûyinê' de tên dest girtin.
1- Enerjiya jinê ccda ye.
2- Hisiyat û pêşbîniya (Sezgî) jinê cuda ye.
3- Pêkhatina mêjiyên jinê cuda ye.
4- Jin mehane xwe nû dike, ev taybetmendî xweseriya jinê ye û gelek cudabûna lê bar dike.
5- Zayin, ducanî bûyin tenê di jinê de pêş dikeve. Di zayenda dijber de nîne.
Em vana xal bi xal vebikin. Me berê jî dest nîşan kiribû, rêya hebûnê, ji xwebûnê re derbas dibe. Ev jî bi naskirina xwe ve destpê dike, naskirina zayenda xwe, naskirina bedena xwe, naskirina rihê xwe ji bo jinê girîng e. Em bal bidin serê ku ka jin xwediyê kîjan cudabûnane û li berfirehiya wî binêrên.
1-Enerjiya Jin
Di çêbûyina gerdûnê de zagona diyalektîka made-enerjî heye. Lewra di çêbûyina her hebûnekî de enerjî heye. Enerjî tarzê şêwazê çêbûyina hebûnê îfade dike. Enerjî çawaniya hebûnê dide diyar kirin. Di navbera enerjiya jin û zilam de cudatiyekî heye. Cudatiya enerjiya jin germ e, herikbar e, nakeve qaliban, her wiha ev cudatiyên enerjiya jin avantejekî mezin li jinê bar dike. Ji ber hîn şêwe negirtiye jiyanî ye, xûliqkar e, nûbûyina ava dike. Enerjiya jinê mîna rûbarekî ye her xwe paqij dike, ji ber vê jî rûxmî giştî kiryarên bi serê wê de hatine jî dikare hêvî bide ava kirin. Ji ber tiştên diherikin her tim zindî ne, dibe hem milê rihî hem jî di milê fîzîkî de jin hatibe girtîn û lê dema ew bendavên pêşiya wê rabin mîna lehiyekî ewê dîsa bi coşekî mezin biherike û li dora xwe jiyanekî nû bikaribe bide afirandin. Enerjiya zilam ji ya jin cuda ye. Enerjiya zilam xwedî form e, zûwa ye, hişk e, ne herikbar e. Di zilam de ji ber vê yekê zû bi zû gûhertin çênabin. Di civaka xwezayî de enerjiya jinê azad dizivîrî civakê, ji ber vê sedemê hîn pirtir avaker bû, xûlikar bû, tiştên pêş dixist. Enerjiya heyî ya di jin de li vir yekser diket xizmeta jiyana civakê. Di heman demî de enerjiya zilam jî ji ber bi sazî nebibû ew jî pir herikbar diket xizmeta civakê, lê piştî feraseta desthilatdarî enerjiya zilam êdî bû enerjiyekî li dij civakê kar bike. Enerjiya heyî ya jin jî ji ber li pêşiya wî bendav hatine ava kirin, xisletê wê yê avakareyê pir pêş nakeve. Di milê zanist, felsefe, rêvebirina civakê de enerjiya ku tê kar anîn ya zilam a ku sar û bi sazî ye. Lewra ya jin jî nikare rola xwe bilîze, wekî hilberînekî li ber bayê pûç bibe piçe tê xerç dibe diçe. Mal, zarok, xwarin, paqijî enerjiya jinê di van xalan de hatiye heps kirin. Enerjiya jinê ji ber di qadekî pir biçûk de hatiye hiştin, pirî caran jin jî nakeve ferqa enejiye xwe, sînorên jê re tên diyar kirin dipejirîne. Lê ya rast enerjî dema diherike watedar dibe, hîn zêdetir dibe û dikeve xizmeta civakê. Hêza wateya ji hev fêm kirinê zêde dibe. Her wateyekî tevlî wateyekî din dibe û li xwe zêde dike, zimanê gerdûnê ev e. Bi hêza watedayina mezin dibe, xwe dide fêm kirin. Di vê wateyê de şaristaniya kapîtalîst ji ber enerjiya jinê, hêza wate dayina jinê tine hesibandiye, pêşiya wê girtiye yek alî maye, mîna mirovekî seqet e. Em bala xwe bidinê di şaristaniya kapîtalîst de ji polîtîka heta ilm û qada parastinê de ti fikir, nêrîn û cihê jinê tine ye. Lewra lawaztiya herî mezin ya pergalê di xala jinê de ye. Desthilatdariya zilam li pêşiya jinê mîna bendavekê sekiniye, nahêle ku enerjiya wê bi civakê re bibe, enerjiya wê biherîke û dewlemendtir bibe. Heger mirov bi metaforekî vê pênase bike mirov dikare bêje ku ji di nava şaristaniya kapîtalîst mîna darekî hişk lê hatiye. Cewherê darê şîn bûyin, berhem dayin, di xwezayê de hevsengî ava kirin e, lê piştî ji rehên xwe qut dibe van taybetmendiyên xwe hemûyan wenda dike. Nikare berhem bide, nikare hevsengiya xwezayê ava bike, hişk dibe, bi demê re jî dirize, tevlî axê dibe wenda dibe diçe. Enerjiya ku ne ketiba qaliban, pêşiya wî nehatibe bendav kirin wekî dara şîn, wekî ava diherike ye. Enerjî dema bi armancê ve girêdayî diherike watedar e. Jin pêwiste rê peyda bike ku enerjiya xwe rast biherîkîn e.
2- Hisiyat û Pêşbîniya Jin
Enerjiya jin taybetmendiyekî wê yê din jî hîs e, pêşbînî ye. Hisiyat girêdayî hestan pêş dikeve. Hest di xwe de wateyê vedişêre. Gihiştandina wateyê bi rêya hestan pêk tê. Hest di aliyekî din de gîrêdanbûna xwezayê jî îfade dike. Şaristanî, dagirkerî, desthilatdarî hêstan ziwa dike, mirovan ji xwezayê qut dike, wê demê hîs jî, hest jî, pêşbînî jî pêşnakevin. Bi giştî mirov dikare bêje ku însanên ji cewherê xwe dûr neketine, ji xwezayê, ji civakê dûr neketine xwediyê hestên xurt in. Dema mirov li dîrokê jî dinêre jinên xwedî hîsên xurt, jinên xwedî pêşbînî û hêza şîroveyê di rêveçûna şer de, di rêvebirina welatan de cihê xwe girtine. Her çiqas di milê wateyê de berovajî bûbe jî medyûmtî di destpêkê de karê jinê ye. Ji ber jin jiyanê dişopîne, enerjiya xwe diherîkîne jiyanê bi gerdûnê re yek e, pêşbîniyên wî jî xurt in. Hîs dengekî hûndirîn e, rênîşaner e, pêşiya mirovan vedike, ji şaşitî û xelatiyan rizgar dike. Ev hîs di jinê de hene, sînorên aqil heta cihekî ye, lê hîs bê sînor e, berfireh e. Hîs dengekî ku ti caran mirovan na terikîne ye lewra girêdana wî bi gerdûnê re, bi xweza û cewherê mirovan re heye. Di vê mijarê de mirov dikare hindek ji mîtolojiyan jî mînak bide. Wekî tê zanîn ji tevgerînên ajalan pir encam tên derxistin. Yek ji vana kund e. Di mîtolojiyê de kund wekî çûka xwedavendan tê dîtin. Tê gotin ku dema li bajarê Urûkê plansaziya êrîşê li ser nirxên gel dihat kirin kund agahî dida xwedavendan. Lê piştî demekî rista kund tê ferq kirin û ji aliyê qralên Urûkê kund tê girtin û baskê wê qut dikin. Lewra ji ber kund nikare bifire û agahiyan bide jinê bi êş dinale. Dema dengê kundê tê bîstin tê zanîn ku agahiyekî nexweş heye, lewra kund bi dengê xwe dixwaze wê xeberê bide xwedavendan ku plansaziya qralan li ser hilweşandina pergala jinê heye. Di roja me de jî ew hafiza berdewam dike, dema dengê kundê tê bistin, pir kes dizane hişyariyekî heye û bi taybet jî jin tedbîrên xwe digirin. Di efsaneyekî din de jî tê gotin, kund hevalbendê jinê ye, ji aliyê jinê ve hatiye kêdî kirin. Lewra nêzî cihên însan lê ne disekine û êş êş dinale, ev nalandina wê ji ber hilweşandina pergala jinê ye. Dîsa çûkekî din wekî hevalbendê jinê tê dîtin jî kijik e. Kijik jî sembolekî xwedayê parastinê Apolo ye. Dibên ji ber kijik hevalbendî bi jinê re kiriye ji aliyê Apolo ve hatiye reş kirin. Lewma kijik jî her wekî ajalakî bê yom hatiye lanet kirin, lê rastî de ev çûk jî nîşaneya agahî dayina jin e. Her wiha ger mirov ji bo van mîtolojiyan şîrove pêş bixe dikare bibêje ku bi têk çûyina pergala jin-dayik ve têkiliya jinê bi xweza re taybet bi çûkên firînde re hatiye qut kirin. Ajalên firînde sembola azadiyê ne, lewra tê ditîn ku çûkên bi jinê re têkildar hemû hatine lanet kirin. Ev jî rûyekî din yê têk çûna jinê ye, piştî pergala jin-dayik xirap dibe, sembol, berhem û her tiştên ku wê pergalê tînin bîra mirovan jî hatine reş kirin, lanet li wan hatiye kirin. Ev mîtolojî jî vana tînin ziman. Di vê mijarê de Rêber Apo dest nîşan dike ku; ''Kesayetên wate û hîs daye afirandin, kesayetên herî bi hêz in''. Her wiha Rêber Apo wekî kesayet bi qasî ku hêza xwe ji zanebûn, aqil digire ewqas jî ji hîsan digire. Hîsên wî xurt in, ji ber wate li her tiştî bar dike. Rêbertî ji ber ku di kesayetiya xwe de kamil e, her wiha xwe dizane û bi civakê re yek e, hîs û pêşbîniyên wî jî xurt in. Di dayik, kesayetên bi axê re mijûl, civakên ji desthilatdariyê dûr de hisiyat, pêşbînî hên xurtir in.
Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiya berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 645
Nîqaşên Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan ya ku li ser pirsa; ’’Bandora zayendperestî li ser jinê çiye?'' ji aliyê şagirtên akademiyê ve wiha pêş ket.
Heval Rojbîn: Zayendperestî nexweşiyekî wihaye ku yên dijberî xwe tine dihesîbîne û ti mafekî nadê. Wekî mînak dema em di civakê de bûn jî jin her tim sûcdar dihat dîtin. Ti caran suc di zilam de nedihat gerandin. Ger jinekî hatiba kûştin hincetekî rewa ji zilam re dihat peyda kirin. Digotin an jinê zilam tehrîk kiriye, ziman dirêjiyan kiriye, sînorên xwe derbas kiriye hwd. tiştekî dihat peyda kirin. Niha jî em binêrin her roj jin tên qetil kirin, sedemê wî her tim bi jinê tê îzah kirin. Mînakekî din jî ez bidim dema jinekî rastî tecawûzê tê dibên ku etekê wê kin bû, cilên wê vekirî bûn, heq kiribû ku bê tecawûz kirin ev rewş feraseta zayendperestî herî baş dide nîşandan ku ferasetekî çiqasî dijî jinê ye. Di civakê de taybetmendiyên baş ji jinê re layiq nayê dîtin. Ez vê mijarê de jî dixwazim mînakekî bidim. Dema jin jêhatî be jê re pênaseya 'wekî cendirme' tê pêşxistin her wiha dibên; ''wekî peyayekî ye''. Wateya vê ev e; jina serkeftî tineye heger serkeftî be teqez ev taybetmendiyê zilam girtiye an jî ji zilam re tê şibandin. Ev jî rûyekî din yê zayendperestî ye. Jin bi xisletê xwe binkeftî, nezan, kor tê hesibandin, heger serkeftinekî wê hebe, bi kêrî xwe jî were wê gavê ew jin mîna zilamekî ye, nabe mîna jinekî. Van taybetmendiyên baş, xweş, serkeftî aîdê jinê nayê dîtin, vana aîdê zilam in. Ji ber di feraseta zayendperestî de jin 'porê wê dirêj aqlê wê kin e, jin cahil û xeşîm e'. Mînakekî din jî heye ku ji jinên xwediyê rihên azadiyê re tê gotin, dema jin li gorî zilam nebe her wiha di hindek mijaran de gotinên zilam û civaka zayendperest qebûl neke wekî 'kovî' tê pênase kirin. Heta ji jinên wiha re tê gotin ku 'wekî ajalekî nehatiye kêdî kirin e', jinên wiha bala zilam dikşînin da ku wan bidest bixin û egoyên xwe yên zilamtiyê bi bin xistina van jinan ve tetmîn bikin. Ji ber jinekî kovî be, pêwiste bê zevt kirin û bê kêdî kirin, ev jî pîşeyê zilam ên destpêkêye ku li ser bingeha neçirvaniyê têşe girtiye. Di kûrahiya zayendperestî de ev xisletê zilam yê neçirvaniyê veşartî ye.
Heval Mesken: Ez dema tevlî refên gerîla bûm, min feraseta zayendperest hîn baştir naskir. Lewra kesên ku me li çiyayan ditînin digotin ku; ''Jin wekî gulekî ye, bayê lê bide ewê bişkê'' an jî ''wekî jin çi karê we li serê van çiyayan heye, ma jin çi dikare şer bike, çi dikare li van çiyayên asê xwe biparêze''. Heta ez tevlî gerîla jî nebibûm min nezanî feraseta civakê ya zayendperest bi ewqasî tund e. Ji ber li gorî civaka zayendperest karê jin hene û karê zilam hene, li gorî zayendan dabeşkirina karan çêbûye. Ji vana şer karê zilam e, divê jin ti caran têkilê karê şer nebe, têkilê karê zilam nebe. Ya din jî qereza di navbera jin de, hev neqebûl kirina jin, hesûdiya di navbera jin de ye vana giştî jî koka xwe ji aqlê zayendperest digirin. Lewra jin ne ya xwe ye, dixwaze xwe bide ecibandin, dixwaze xwe îspat bike, lê vê bi kîjan nêzikatiyê, li ser kîjan ferasetê dike ev jî girîng e. Jin milkekî her kêlî li ber firotinê ye, an tê kirîn, an tê firotin, ji ber vê yekê jî her di qerezê de ye, her di nava pêşbirka xwe dayina ecibandinê de ye. Yê wî bi ecibine jî aqlê desthilat e, zilam e. Ne ji bo xwe ye, ji bo kesekî din e, bijartekên wê, ecibandinên wê giştî li gorî yekê din tên diyar kirin. Rastî ji jinekî re pirs bikî; ''Tu ji bo xwe çi dixwazî?'' pirî caran nizane çi bersiv bide, hege bersiv jî bide naveroka xwestekên wê giştî ji kesekî din e. Mirov nikare vê bi fedakariya jinê re girê bide, ji ber jinekî pêwiste xwedî pîvanên red û pejirandinê be, her tiştekî ji bo kesekî din nayê wê watê ji bo jinê jî baş e. Divê jin xisletê xwe baş nasbike, kesayetiya xwe, taybetmendiyê xwe baş nasbike û li gorî rastiyên xwe nasnameya xwe ya azad biafîrîne. Xwe şibandina zilam, xwe şibandina desthilatan nayê wê wateya ku jin bi xwe jî azad e, nasname bi texlît kirina kesekî din nayê ava kirin, nasname li ser rastiyên cewherî yê kesayetiyê tê ava kirin. Nasname diyardeyekî xweser e û bi pîvanên azadiyê re yekser girêdayî ye. Ji bo wî jî dahûrandina zihniyeta zayendperest pir girîng e.
Heval Edessa: Di civaka xwezayî de azadî, desthilatdarî, xwebûn ji ber pêwistî pê nebû wekî têgeh tinebû. Lê şaristaniya kapîtalîst yek bi yek van têgehan mîna pêwistiyekî derxist holê. Zilamê serwer bi demê re bi pîvanên civaka azad lîst û wê ji azadî, xwebûn û aramiya jiyanê qut kir. Ji ber vê yekê di roja me de têgehên mîna 'azadî', 'wekhevî', 'adalet', 'demokrasî' û 'xwebûn' li ser zimanê herkesî ye, herkes li jiyanekî azad, wekhev û aram digere. Ji bo jinê jî ev herî zêde di wateya 'xwebûnê' de formûle dibe. Xwebûyina jinê çareseriya civaka zayendperestî ye. Lê çiye 'xwebûn'? Xwebûn peyda kirina nirxên jiyanê ye, peyda kirina hebûna xwe ye, peyda kirina nasnameya xwe ye. Heqîqet lêgerîna wateyê ye, wê gavê heqîqeta xwebûnê jî gihiştandina wateya hebûna xwe ye. Em dibên, jin ji xwebûna xwe dur ketiye, heger jin ne xwe ye wê gavê kî ye? Jin hindek bavê xwe, hindek birayê xwe, hindek pergala têde dijî ye, her wiha jin ya herkesî ye, herkes e, lê ne bi xwe ye. Ev diyalektîkekî pir bi êş e, tiştekî dervayê xwe bişibe her tiştekî, di dawiyê de ji xwe nabe ti tiştekî, ev diyarde herî zêde ji bo jinê derbasdar e. Em bûne pir tişt lê em nebûne xwe, em bûne pir kes lê em nebûne kesayatiya xwe, ji ber vê jî li hemberî xwe, li hemberî nasnameya xwe em xerîbbûyinekî dijîn. Xwebûn di heman demî de pirsgirêka hebûnê ye. Ev rastî bi qasî ji bo nasnameya jin derbasdar e, bi ewqasî ji bo nasnameya Kurt jî derbasdar e. Dema em tevlîbûn jî me dixwest em nasnameyekî netewî qezenç bikin, ji ber ev rastiyên hebûnê ji bo nasnameya Kurd derketibûn holê. Lê piştî em tevlî partiyê bûn me ferq kir ku pêwiste beriya nasnameya netewî, beriya nasnameyên din em wekî jin nasnameya xwe ya zayendî nas bikin, peyda bikin. Ji bo me nasnameya jin nasnameya kesayatiya me, nasnameya cewherê me ye heta ev neyê ava kirin ne gengaze ku nasnameyekî xurt ya netewî jî ava bibe. Avakirina nasnameyekî azad jî bi dahurandina kesayet re dibe, lewra divê kesayet merheleyên kesayetiya wê têre derbas bûye baş tehlîl bike. Li kur hebûna wê derb xwar, li kur tinebûnê jiya, li kur ji xwe, ji rastiyên xwe dur ket, divê vana baş derxe zanebûnê ku bingehên nasnameya xwe baş deyne û li ser vê bigîje asta xwebûnê.
Komîsyon: Hevalan jî anîn ziman wekî jin nasnameya me perçe perçe bûye, em ji xwebûyina xwe derketine. Ji ber vê yekê em xala 'xwebûnê' girîng dibînin. Wateya xwebûnê bûyina ya xwe ye, bi fikrekî azad, bi îradeyekî azad, bi çand û xweyekî azad xwe îfade kirin, pênase kirin e û jiyan kirin e. Mirov dikare bibîje ku xwebûn zivirandina rastiya xwe ye, naskirina xwezaya xwe ye, xwe bi xwe meşandin, li ser lingên xwe sekinandin e. An jî xwe dîtin û xwe diyarde kirin jî xwebûn e. Ez jî heme, ez jî însan im, hebûna min ev e, nasnameya min ev e, ez jin im, jiyan im, pênaseya azadiyê me, li ser van esasan xwe diyarde kirin xwebûn e. Ez ya xwe me, ne ya kesî me û ne mecbûr im ya kesî jî bim. Çanda zilam li ser jinê ferz dike jinkoktî ye, bûyina ya wî ye, dema ev pêk neyê jî zext e, tundî, tecawûz û kuştin e. Encamên vê jî koletiya kur a jin e. Ji ber bi hezaran salin jin bi vê pergalê re rû be rû, lewra di wê astê de jî koletiya wê kûr bûye. Piştî ketina jinê vê carê heman rêbaz li ser civakê hatiye meşandin. Hindek civak hene ku Rêber Apo jî dibêje; 'Mina jinkokekî lê hatiye. Di asta jinekî kole de dijî'. Ev tespît girîng e, ji ber rêbazên desthilatdariyê berbiçav dike. Koletiya jin ne bedenî ye, ne di asta fîzîkî de ye, di milê rih de ye, di milê mêjî de ye ji ber vê yekî hilweşandina wî pir zehmet e. Asta koletiya jin naşibe ti tiştekî din, kole kirina rih pir kûr e, kole kirina rih pir cûda ye. Ev tê wateya ku rih êdî vê rewşê hîs nake, red nake, li hemberî wî di hindûrîn de be jî kîn û hêstên tolê ava nake. Ev reşwa jinê ya niha ye. Di navbera rihê azad û rihê koledar de pir ferq heye. Di vir de yê mirov bal bikşîne ser di milê rihî de şikestina jinê ye. Heger di milê rihî de şikestin pêk nehatiba jin dikarî ewqas kiryarên li ser xwe qebûl bike an jî dikarî barê koletiya li ser xwe hilgire. Ji bo wî girîng e; mirov ferqa di navbera rihê azad û rihê kole de bizanibe. Jin du caran şikestiye, du caran li ser hebûna wî mûdaxale pêk hatiye, du caran ji rastiya xwe bêpar maye, ji xwe biyanî bûye. Di milê birdozî de lêkolîn kirina şikestina jinê divê bê dest girtin, bê fem kirin, ev rastî bê deşîfre kirin. Di vê mijarê de Rêber Apo mînaka pisîka kêdî kirî dide. Lewra pisîk bi xwe ajalekî dirînde ye, lê di destê însan de hatiye malî kirin, ji taybetmendiyên xwe yên dirînde heta astakî hatiye dûr xistin. Gelek cûre pisîk jî hene ku bi giştî dirîndebûyina wan bi destê însan de hatiye tine kirin. Her wiha Rêber Apo dide diyar kirin ku jin jî bi eslê xwe ji xwedavendan tê, xwedavend jina xwedî serkeftine, lê şikestina jin wê ji eslê wê dûr xistiye û ketiye halekî binkeftî. Di rastî de jin şoreş ava kiriye, bûye dergûşa mirovahiyê, genim û nan diyariyê mirovahiyê kiriye. Gelek berhemên bingeha jiyanê de bi destê jinê hatine ava kirin. Lê ketina halê pisîkekî malî tê wateya ji serkeftina xwe, ji berhemên ku ava kiriye dûr ketin, bûyina aîdê hin kesan, ji cewher û hebûna xwe dûr ketin. Di navbera xwedavend û qralîçeya metayan de, di navbera xwedavend û jina çavgirî de, di navbera xwedavend û jina bê çare û stûxwar de, di navbera xwedavend û jina îtaatkar, xizmetkar, bê fikir, îrade û rih kar dike ferqekî pir mezin heye. Şikestina ku di jinê de hatiye ava kirin, her perçekî wî bi aliyekî de hatiye belav kirin, lewra ev valatiyên di navbera xwedavend û jina kole de vê rastiyê li ber çavê me radixe. Jin di rastî de ji koka xwedavendan tê, lê di roja me de halê ku jin ketiyê jî rastiya şikestina jinê îfade dike. Di vê xalê de mijara ku herî zêde mirov li ser raweste jî xwe parastina jinê ye. Divê jin raste rast bi xwebûna xwe ve bihese, bizanibe ku ew ji kokên xwedavendan tê, xwedî behreya hilberandin, ava kirin, saz kirin, rêvebirinê ye. Enerjiya wê ya jiyanê mezin e, dikare ji kolebûna xwe re hêz bîne, serî rake û xwe ji xevika dîrokî ya zilam jê re amade kiriya xilas bike. Zanebûn, di asta birdozî şikestina li ser jinê dahûrandin, xwe rêxistin kirin û bi hêza xwe ya rêxistin kirî tekoşîn kirin ji bo parastina jinê destpêkekî ye. Hindek gotin ji bo jinê tê gotin pir bi wate ne, mirov wan jî bîne ziman, yek ji wan dibê; ''Jin, ji yên zane re nefes e, ji yên nezan re nefs e''. Hebûn, xwebûn û zanebûn bûyina nefesa jiyanê ye, lê berovajî wî bi taybetmendiyên jina kole tevgerandin jinê dike amûrê nefsê. Lewra em di wê zanabûnê de ne ku her jinekî dikare xwe bike 'nefes', li kokê xwe bizivire û rêya vê jî ji hebûna heyî re gotina; 'NA!' ye.
Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 616
Jineolojî ji zanistên bingehîn sûd werdigire. Vana; etîmolojî, ontoloji, epîstemolojî ne.
1-Etîmolojî: Ev zanist koka gotinan lêkolîn dike û şîroveyên xwe pêş dixe.
2-Ontolojî: Zanista hebûnê ye.
3-Epîstemolojî: Zanista agahiya ne.
2-Ontolojî: Hebûna jin çiye, di milê civaknasî de jin çawa tê dest girtin, li ser van pirsan lêkolînên xwe pêş dixe. Jin tenê di asta zayenda wê ya bîyolojîk de girtina dest ji bo pênase kirina nasnameya jinê têrî nake. Heger li gorî zayenda wê ya bîyolojîk dest girtin çêbibe wê gavê guhertinên tên xwestin pêş nakevin, ji ber ku zayenda bîyolojîk tiştekî statîk e, naguher e, wê gavê mirov dikare bêje ku jin ji ber zayenda xwe di vê halê de ye. Ev mêze kirinekî rast nîne her wiha cudawaziya di navbeyna jin û zilam de di esas de sedemê pêşdeçûnê ye. Tiştekî herî xwezayiye zayend; nabe ku wekî astengî bê dîtin. Vê wekî lawaztiya jin derxistina pêş şaşitiyekî mezin e. Ji xwe zayendperestî di vir de derdikeve pêşiya me, çêbûnekî ku ne girêdayî mirov bi xwe ye çawa dibe sedemê bê hêzbûn, bê nasnemê hiştin û tinebûna mirovan? Lê zayendperestî bi rûpişkekî sexte ve birdoziya zilamperestî dide meşandin ango di bin navê xwezaya jinê de jinê ji rastiya wî ya civakî qut dike ye. Birdoziya zilamperestî qetilkirina jin, tinekirina jin re bingehên meşrû peyda dike û li ser vê desthilata xwe dide meşandin. Heval Nagîhan Akarsel jî di gelek nêrînên xwe de vê mijarê bi lêv dike; ''Pêtik dema ji dayik dibe, li gorî zayenda wê/wî tê xwedî kirin. Keç be cûda tê mezin kirin, kur be cuda tê mezin kirin. Hin di dergûşê de çarenûsa pêtikê tê diyar kirin''. Lê ya rast divê pêtik li gorî xwezaya xwe bê mezin kirin, ne li gorî civaka zilamserdest û bi feraseta wî. Lê mixabin di rastiya tê jiyîn de formên civakî yên ku ji aliyê zilamê serdest ve hatiye diyar kirin qedera zayendan ava dike. Ev ne xwezayî, ev formê zayendperestî yê herî rêxistin kiriye. Ji pêtikekî re gotina; 'Tû keçî' ve zayendperestî destpê dike û heta mirinê berdewam dike. Tû keçî, wê gavê hindek zagon hene pêwîste tu li gorî wî têşe bigrî. Ew têşe jî çiye, formê zilam ji bo jinê dixwaze ye. Ji lîstîna li kolanan, heta cureyên lîstokan, ji tevgerînên rû û beden heta cil, berg û şêweyê por, hemû tişt tên diyar kirin. Wekî mînak ne guncave keç hîn zarokatiya xwe de bi dengekî berz heta jê tê bikene. Ger di wê kenandina xwe de bi israr be ewê jê re bêjin; 'Bê Şerm e', 'Eyb e' ango 'Dîn e'. Di kolanê de keçekî ger dervayî lîstokên jê re hatiye diyar kirin, wekî malok çêkirin, bi bûkan re lîstin an xwarin çêkirin bilîze, ewê jê re navê cûda deynin, wê ji koma lîstokê biqewitîn in û tenê bihêlin. Malbata wê jê şerm bike da ku wekî keça wan taybetmendiyên kurran dide nîşandan, bikevin fikaran. Ji ber feraset wiha kûr hatiye hûnandin zarokên hîn di temenê lîstokên de jî di ferqa lîstokên keçan û lîstokên kurran de ne. Ango berovajî kurrekî rabe bi bûkan bilîze, malokan çêbike, xwarin bipîjîne îhtîmal heye ku bavê wî dema pê hesiya aqil biavêje. Di vê astê de zayendperestî û rolên civakî hatine rûnişkandin. Lê em bala xwe bidin çêbûna zarokan di zikê dayikê de heta sê mehan jî ne diyar e. Wekî zayend diyarbûna wan piştî sê mehan diyar dibe. Ev nîşaneya çiye? Xweza herdû zayendan di nava hev de dayinê de di xetere nabîne, lê însan piştî pê dihesin zarokên wan keç an kurrin wê gavê dikevin nava hewildana wan ji hev cuda kirin, rîsandina feraseta zayendperestî. Ev feraset nahêle ku zayend xwe nasbikin, xwezaya xwe nasbikin û bi rastiya xwe ya xwezayî mezin bibin. Ji bo keç û kurr bûyina tenê tiştekî heye, keç dikin jinik, kurr jî dikin zilam. Ji vê kêliyê şûnve nakokiyên jin û zilam derdikevin. Ji ber ne jintî ne jî zilamtî tiştekî xwezayî ye. Her du jî hatina çêkirin, bi zagon, rist û sînoran ve hatine ava kirin. Ev feraseta pênç hezar salan e, yê tê ava kirin jî ev e. Mirov dikare bêje ku di vir de azadî heye, vîn heye, xwebûn heye. Ji rengê tê hesbikî, heta xwarina te, ken û axaftina te, jiyana te ji jor ve hatiye diyar kirin. Vana zagonên zilam in, lê jin jî di nava van zagonan de heliya ye. Ew jî êdî dizane ku ya rast ji bo keça wî ev e! Wiha pê bawer kiriye, wiha hatiye qaneh kirin. Di vê xalê de nasnameya jin jî ya zilam jî sexte ye. Ne xwezayî ne. Hatiye çêkirin, ji berê ve hatiye diyar kirin. Mê û nêr hatina dinê ya xwezayî ye, lê bûyina jin û zilam ne xwezayî ye. Ji ber vê yekî ontolojî bi taybetî ji bo jin pir girîng e. Heta niha jin çawa hatiye pênase kirin, di bin hişan de tê çi wateyê vana lêkolîn kirin pêwist dike. Jin wekî hebûnekî tê dîtin an na, ev jî pirsekî balkêş e? Pêwîste bê bersivandin. Di hindek serdeman de jin wekî hebûnekî bi gotina din wekî însan nehatiye dîtin, li ser nîqaş hatine kirin. Jin însan e, an na? Van serdeman lêkolîn kirin, asta ketina jinê derxistina zanebûnû wekî ontolojîk wê pênase kirin girîng e. Rêbertî di vê mijarê de wiha diyar dike; ''Tu ji zilam rê bikevî tu nikarî jinê pênase bikî''. Pêwiste jin ontolojîk bê dest girtin, bê naskirin, bê pênase kirin ku zayenda din jî bigije nasnameyekî rast. Di milê anatomiya jin de jî pêwîstî bi naskirinê heye. Xwezaya jinê milê anatomîk de li gorî yê zilam hîn qewîmtir û navendî ye. Di lêkolînan de ya herî balkêş derdikeve holê jî ewe ku ne zilam navenda her tiştî ye, biyolojiya jinê bi xwe navend e û zilam jê tê. Di milê ilmê ku zilam bi xwe li ser serwere de jî ev rastî nekariye veşêrin. Di wir de jî bi giştî zelaliya xwe derdikeve holê ku zilam pêvek e. Ya navend jin e. Lê em li aqlê civakê mêze bikin, wiha tê payîn ku jin ya kêm e, pêvek e, bi qûsir û nexweş e. Çavkaniya pirsgirêka ye û hwd tê gotin. Divê ev mijar jî şaş neyê fêm kirin. Di wateya zilam pêvek û wekî anatomî navend bûyina jin, nayê wê wateyê ku jin zayenda zilam biçûk dike. Ev xwezaya jinê, ya din jî ya zilam e. Sedemên anatomîk ne pêwîst bibe sedemên xwe ji hev mezin ditînê. Çawa ku milê fîzîkî de zilam bi hêz ê û ev divê nebe sedemê perçiqandina jinê, di milê anatomî de pêvekbûna zilam jî nabe sedemê biçûk dîtina zilam. Ji xwe di serîde tiştê ku em rexne dikin ev e. Sedemên xwezayî di navbera jin û zilam de bûyina sedemê ya din kêm kirin, biçûk kirin, tine kirin şaş e. Ev xweza ye. Lê cudawaziya jin di kur de derdikeve pêşberî mirovan. Di fikirandina jin de, di hêst û hîsên jin de derdikevin. Lê pergal ferqa jin û zilam tenê di wateya bîyolojî de digire dest. Ferqa jin di hebûna wî de, di mêzandina wî ya jiyanê de ye. Mirovên wiha jinê bigire dest, di hebûna wî de wê pênase bike, ne ku di bîyolojiya wî de. Em li hindek ferhengan binêrin, mînak ya Tirkan ka bê jin çawa pênase kirin e; ''Yê ne zilam, yê mê re tê gotin jin e''. Rastî de mirov dikare jinê wiha pênase bike, ev pênase bi xwe ma ne ku jinê biçûk dixîne ye? Hindek pênaseyên din ji bo jin hene ku dibên; ''Jin nazik e, zû dişkê, kole ye, giriyok e, bê çare ye, bê vîn e, aqil kêm e'' û her wiha. Wê demê ontolojiya jin divê van pênaseyên ji bo jin tê kirin hemûyan bizane, deşîfre bike û ya rast derxe holê. Bê pirsîn ku çima jin ewqas bi qelsiyan re hev watedar e, çima ya digirî ye, ya bê çareye ku di rastî de ya herî qaîm, ya cihê baweriyê rûxmî ku jin e, çima wiha lê hatiye? Gotina; ''Jin dara şikestiye'' tê çi wateyê? Çima wiha tê gotin, ma jin rastî jî dara şikestiye? Di rastî de jin dara şîn e? Lê wiha lê hatiye kirin dibên jin dara şikestiye? Hebûna wê hatiye şikestin, ji nasnameya xwe dûr hatiye hiştin. Wiha di rewşekî xirap de hatiye hiştin ku ev wekî qeder li ser hatiye ferz kirin. Rewşa jin jiyan dike, rewşekî wiha ku çibike jî nikare xwe jê rizgar bike ye, ev ji aliyê herkesî ve ji jinê re tê gotin. Ev e û ji vê zêdetir nîne, heger tu razî nebî jî li pêşiya te tenê bijarteka kuştinê heye, an mirin an jî vê halê ji mirinê xiraptir. Di nava van her duyan de tê hiştin. Vîna wê, hêza wê, hêviyên wê yên pêşerojê wiha tên şikestin, wiha dibe dara şikestî. Di vê mijarê de xala herî zêde bi bandor jî saziya malbatê ye. Di nava saziya malbatê de rol tên parve kirin. Jin li gorî yê hatiye diyar kirin, zilam jî li gorî ristê jêre hatiye dayin têşe dide xwe. Lewra kuştina jinekî heger di bin navê namûsê de hatibe rewa kirin, ji bo zilam nabe cihê xwe lêpirsînê. Ji ber civaka zayendperest vê wekî mafekî xwezayî dide destê zilam. Jin dibe namûsa zilam ango bi vê rêbazê jin dibe koleyê zilam da ku nikaribe ji bo xwe yek gotinekî jî bibêje. Her wiha mirov li rewşa îro binêre rastiyekî din yê malbatê derdikeve pêşiya me. Di gelek cihan de her ku çiqas hîn jî kes ji bo zewacê ji jinên pirs neke jî lê pêşketinên kapîtalîzmê, wekî amûr jinê derxistina holê bi xwe zewaca bi dilê jinê aniye. Ev jî endûstriyekî mûazzam e. Di bin navê heskirinê de yê tê kirin, kirîn û firotin e. Zilam bi hêza xwe ya kirînê jinê bi dest dixe da ku wê fetih kiribe, lê pişt re ev jina ku ji bo wê ewqas berdêlên madî tên pêşkeş kirin di roja diduyan de dibe mirî. Tê kuştin. Heta kêliya ku zilam jinê bidest dixe her tişt mîna rêze fîlman e, lê piştî saziya malbatê pêk tê, ew rewşa rasteqîn ya jin tê de cardin di şexsê zilam de xwe dide der. Dibe jin xwende be, xwe gihandibe asta profesertiyê lê dîsa jî ji wê çarenûsa jê re hatiye diyar kirin nikare xwe xilas bike. Her wiha gelek jin ji ber statûya bidest xistine nikarin tundiya li ser xwe vebêjin. Gelek jinên mamoste, bijîjk û her wiha li malê lêdanên re rû be rû ne, lê ji ber şerm dikin nikarin bînin ziman, ji wê halê xwe re razî tên. Ew zilamên tundî li ser jinê didin meşandin jî gelek ji wan profesor, bijîjk, siyasetmevan in. Ji ber paradîgmaya heyî paradîgmayekî kûştina jinê reva dike ye statûya civakî çi dibe bila bibe, an gûndiyekî feodal ku namûs ji bo wî her tişt e, an jî akademîsyenekî qaşo di nava civakê de di asta pêşengtiyê de ye li jinê dide û jinê dikûje. Livir ya girîng ne erka jin ango zilam e, ya girîng rolên zayendî ne û di nava malbatê de herkes li gorî van rolên xwe tevdigere. Heval Fuat di vê warê de mînakekî dide; ''Zilam heta jinê bidest dixe jê re dibê, ezê ji bo têlekî porê te dinê xirap bikim. Lê piştê dizewicin, dibin jin û mêr, di roja duyem de têlekî porê jinê di xwarinê de derdikeve, radibe jinê ji bo wê têle porê wê dikuje''. Ev mînak rastiya zilam herî baş şênber dike ye. Li gorî van rastiyên berbiçav divê jin ne tenê hebûn, ya esasî xwebûna xwe bidest bixe. Di vê warê em di çend xalan de bilêv bikin;
- Divê jin feraseta jin cinsê zaîf e, cinsê duyem e, dara şikestî ye, naîf, şikestok, por dirêj aqil kêm e, cama derizî, çavgirî, bê çare, başından sopa, sırtından sıpa eksik etmeyeceksin, red bike. Rêbertî vê wiha formûle kiriye, li gorî civaka zayendperest, jin amûrê kar e, makînaya zarokan tê dinê ye, bilbilê ku kirine qafesê ye, pisîkê bin bîrê ye ku her qîr dike ye, eksîk etek e, qralîçeya metayan e, şêra ku pencên wê hatina şikestin e, amurê seksê ye, kesa bi xwedî ye, nikare tena serê xwe bimîne, stûxwar e. Rêber Apo di paraznemeyê dibê; ''Zilam mafê kuştinê jî têde hemû cureyên tundiyê ji xwe re wekî mafên xwezayî li hember jinê dibîne''. Vana formatên koletiyê ne divê neyên jibîr kirin.
- Formûla azadiya jinê jî eve ku Rêber Apo wiha diyar dike; '' Xwebûn, zanebûn, form. Hebûna Botanê heye, lê têrî nake, hebûn heta bi zanistekî re nebe yek nikare xwe bigîne formekî. Zanista Dersîmê heye, milê hebûnê de winda kiriye. Divê Botan hebûna xwe bide Dersîmê, Dersîm jî zanebûna xwe bide Botanê ku formekî azad derbikeve holê. Di vir de mînaka Heval Bêrîtan-Gûlnaz Karataş pir balkêş e. Keçekî Dersîmî ye, ziman, çand, bawerî ango hebûn winda ye, lê zanist heye. Bi tevlîbûna PKKê re zanista xwe bi hebûnê re kir yek û wekî formekî azad derket holê. Ev rêka çêbûna jinê ye''.
- 'Dayika pîroz', 'Hevjina ku bê wê nabe, jê nayê veger', 'Namûs': Van pênaseyan ji bo jinê tên pêş xistin. Lê ev xetereyên herî mezinin ku jinê di nava van pênaseyan de difetisîn in. Jin dayik e, jin hevjin e, jin nanûs e, ji vê zêdetir nîne. Ji xwe dema mirov tîna xwe bidê, dayika pîroz makîneya zarok anînê ye, jina ku bê wê nabe amûra seksê ye, ji xwe namûs jî jinê bi giştî hebûna wê dide destê zilam. Jin divê li hember van pênaseyan pir baldar be. Bi zimanekî nazik tê gotin lê yê di binî de veşartî kirêtî, bê nirx kirin, şixûlandin û erzan xerç kirina jinê ye.
- Jin hebûn e, jin civak e, jin mêzekirin, hîs kirina jiyanê ye. Jin rihm e, heskirin e, çêbûn, şînbûn, xweşikbûn e. Dayika ku em ji bo jinê dipejirîn in, dayika mirovatiyê ye, dayika hemû gerdûnê ye. Dayika ku hemû mirovatiyê fêrî çand û exlaq kiriye, pîroziya dayikê li vir heye, lê dayika ziviriye makîneya zarokan ku bi xwe jî ji artêş û kargehan re leşkerên herî bê nirx çêdike ye, divê em red kirin.
Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 631
Jineolojî ji zanistên bingehîn sûd werdigire. Vana; etîmolojî, ontoloji, epîstemolojî ne.
1-Etîmolojî: Ev zanist koka gotinan lêkolîn dike û şîroveyên xwe pêş dixe.
2-Ontolojî: Zanista hebûnê ye.
3-Epîstemolojî: Zanista agahiya ne.
1-Etîmolojî: Jineolojî di lêkolîn kirina peyvan de ji zanista etîmolojiyê sûd werdigire. Wekî mînak em li peyva ‘jin’ binêrin;
Peyvên dişibin jineolojî lê nayên wateya jineolojiyê wiha ne; destpêkê em wan nas bikin, pişt re jî em derbasî koka peyva jin û di zimanên cûda de li wateya peyva jin lêkolîn bikin.
- Jinekolojî: Beşekî tibbî ye ku nexweşiyên girêdayî jin tedavî dike. Di vê beşê de jin wekî nexweşekî cihê xwe digire, lê yêr desthilat zilam e.
- Jennelojî: Zanista nifş e. Nifşan lêkolîn dike. Wekî peyv dişibe jineolojî lê ti peywendiyekî xwe bi jineolojî re nîne.
- Jinosentrîk: Tarzê fikrandina di navenda wî de jin heye re dibên jinosentrîk. Wekî jin-navend jî mirov dikare pênase bike.
- Jinarşî: Rêvebirina ji aliyê jin ve pêk tê re dibên jinarşî.
- Jinokrasî: Rêveberiya jin.
- Jinalatory: Bi jin perestin ango ji jinê re îbadet kirin.
- Jinafobî: Ji jina tirs ango li hember jinê nefret kirin e.
- Jinosîd:Qirkireya jin ango komkujiya jin e.
- Jinmorfîk: Zimanê mê ango zimanê di mihwerî jin de pêş dikeve ye.
- Jinerjî/Sînerjî: Enerjiya jin e.
DI WATEYÊN ETÎMÎLOJÎ DE PEYVA JIN
Di zimanên cûda de, wateya peyva; ‘JIN’
Kurmancî: Jin. Tê wateya jiyan.
Soranî: Afret. Tê wateya afirandin.
Zazaki; Cenî(Cin). Tê wateya jiyan
Hûrî: Ma, Mak, Mar, Aşt. Tê wateya aşitî.
Ermenî: Gyne wateya wî jiyan e.
Rûmî: Gîma. Tê wateya jiyan.
Farsî: Zen, Zendegî. Tê wateya zindîbûn, jiyan.
Almanî: Frau. Tê wateya azadî.
Sûmer: Nîta. Tê wateya hewa, nefes, jiyan.
Erebî: Mera, Nîsa, Îmra. Tê wateya ditîn, neynik, însan.
Fransî: Femîna. Tê wateya jiyan.
Çînî: Gîn. Tê wateya zindîbûn, nefes, jiyan.
Yewnanî: Gîno. Tê wateye jiyan.
Rûsî: Jenşîna. Tê wateya jiyan, zindîbûn, şînkayî.
Slovakî: Jînka. Tê wateya jiyan.
Moxol: Xatûn, Xeten. Tê wateya xwe bi xwe afirandin, çêkirin.
Îbranî: Îşa. Berovajî jiyan tê pênase kirin.
Wekî xûlasa tê dîtin ku di piranî zimanan de jin tê wateya jiyan, zindîbûn. Ev tê dide xûya kirin ku jin hêmanekî girîng yê jiyanê ye.
Di zimanên cûda de wateya peyva; ‘DAYÎK’
Cih, mekan, erdingarî, war e.
Dad, dadgeh, edalet, parve kirin, dayin.
Kehanet, sêhr.
Atê:Pêşeroj,
Dê: Paşeroj,
Me, Ma, Mo, Ne, Na bi nav kirinên jin in. (Madam, matmazel, mother, mather)
Di Sûmeran de peyva ‘Amargî’ tê wateya zivirandina dayikê.
Zen-Para: Ya parastina jin û jiyanê dike ye. Lê di roja îro de naveroka vê peyvê hatiye vala kirin û bûye ‘zanpara’ . Wateye Zanpara yê bi çavê xirap li jinê mêze dike ye.
Zen-Diq: Peyv di felsefeya jinê de tê wateya mêze kirina jin, naskirina jin, lê ew jî bi pêşketina feraseta zilam ve gûheriye û berovajî bûye ‘zindiq’. Zindiq bi xwe jî tê wateya kêsên ji ol derketiye ango ji kesên rê derketî re tê gotin zindiq.
Pîr-ek: Wateya wî ya esasî ‘jina têgiştî, jina bîr birî, jina zane’ ye. Lê dîsa ev peyv jî piştî hişmendiya zilam pêş dikeve û wateya xwe wenda dike, li pir deveran tê wateya jina ku aîdê zilam, jina li gorî zilam têşe girtî ye.
Mam-oste: Koka peyvê mê ye. Mam bi xwe tê wateya dayik. Lê niha mirov di roja îro de li wateya peyvê mêze bike, mam wekî ‘ap’, mamoste bi xwe jî wekî zilam tê pênase kirin.
Şîn: Peyvekî mê ye, her wiha tê wateya jiyan û zindîbûnê. Lê ev peyv jî ji wateya xwe derketiye û wekî ‘şîn girtin’ di wateya sebra ji mirinê re tê kar anîn. Her wiha şîn di zaravayê Kurmancî de hem wekî kesk, hem jî wekî şîn tê kar anîn. Dema divê watê de li peyvê tê lêkolîn kirin tê dîtin ku ev jî wateya jin de ye ku tê wateya hewa, asîman, heman demî de tê wateya erd, şînahî, jiyan. Ev peyv zêde ji wateya xwe dûr neketibe jî lê di wateya nêr de dema tê kar anîn rîtûela mirinê ye.
Mêr-g: Ji şinahiyê tê, di kok de pênaseya jiyane ye. Wateya wî ya berovajî mird ye ango mirinê pênase dike. Di herema Botanê de ‘Mêrga’ min tê gotin, wekî ‘jiyana min’ tê şixûlandin.
Ca-mêr, Ca-merd: Wateya wan egîdbûn e. Koka vê jî ji jin tê, mê ye. Kesên dest vekirî, xwe nas dike, însanan nas dike. Ev peyv ji bo zilam tê pênase kirin, lê çawaniyên lê tên bar kirin ji dayik tê.
Zil-am: Di Erebî de ‘Zil’ û ‘Gil’ heman wateyê de ye, wateya wî ‘mezin, gir’ e. Gilgamêş ango gayê mezin e. Heman demî de pêveka ‘am, ûm’ jî di Erebî de dayik e. Zilam di wateya xwe ya esasî de tê wateya ‘Dayika Mezin’.
Jî, Jîn, Jîn-darî, Jîn-geh, Jîn-da, Jîn-war, Nû-jîn, Nû-ji-yan, Jî-yanda, Xwe-za, A-za-d, A-ze-b: Her yek ji wan tê wateya wargehê jiyanê, di kok de bi jin re peywendîdar in.
Hûrr-e: Di kok de tê wateya ku ya cariyetiyê qebûl nake, lê ev peyv jî ters hatiye zivirandin û wekî ku jinên ji zilam re hatiye xelat kirin hatiye pênase kirin.
A-mar-gî: Zivirandina dayikê.
Fra-u: Di Elmanî de jî peyva jin bi azadî re têkildar e.
Xwe-Za, Tabîat, Hayat, Cîhan, Cennet, Doğa, Natûre, Sîrûşt, Şen, Can, Canan: Vana hemû jî navê jin in û tên wateya jiyan û wargehên jiyanê.
Xwa Min: Tê wateya axa min.
Xwe-DA: Xisletê peyvê mê ye. Ji ber tê wateya ji xwe dide. Lê niha dema peyva 'Xweda' tê gotin navê zilaman tê hizrandin. Ev jî cûreyekî din yê berovajî kirinê ye.
Bi giştî jineolojî di warê etîmolojîk de li ser van peyvan lêkolîn kiriye û gihaştiye wê encamê ku zimanê Aryenîk ku zimanekî herî kevnare ye, zimanekî mê ye. Her wiha jiyan, nefes, zindîbûn giştî bi jinê re peywendîdar in. Rastiya jin ne mirin, şîn û her wekî din e. Vana bi feraseta zilam ve pêşketiye û jina ku nêvegê jiyanê ye wekî kuştiya jiyanê hatiye pênase kirin. Peyvên pêve girêdayî jî hemû ji wateya wî hatine derxistin. Jineolojî di vê watê de di cewher de jin çiye, wê dizivirine rastiya wî. Tê dîtin ku rastiya jinê bi mirinê re têkildar nîne, berovajî jin azadî, zayin, çêbûn, wargeh û welat e. Hindek peyv jî hene hevsengiye di navbera jin û mêr de pênase dikin. Yek ji vana 'YÎNG YANG' e. Di zimanê Sînî de pênaseya hevsengiya di navbera jin û zilam de dike. Dîsa hêzên Zerdûştî; ''AHURAMAZDA' jî yek ji vana ye. GayûMarg, tavaHeyv, tavBanû, stêrBanû, keyBanû ji van peyvan yên herî tê zanin in.
Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiya berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 651
Heta cîhana jin neyê ronî kirin, xwezaya civakê jî nayê ronî kirin. Rastiya jin ger di tarî de bimîne, ewê rastiya civakê jî di tarî de bimîne. Tiştên li ser jinê hatî ferz kirin li ser civakê jî hatiye ferz kirin. Pêwîstî heye ku mirov van girêdana giştiyan bibîne. Li kuderê koletî destpê kir, li kudere talan destpê kir, li kuderê ji eslê xwe derketin destpê kir, li wê derê ewê bê ditîn ku civak jî kole bû. Xweza hat talan kirin û mirov ji eslê xwe hat dûr xistin. Di bingeha vana giştiyan de jî desthilatdariya li ser jinê heye. Rêbertî di vê watê de dibê ku; ‘’ Jin bû cewherê sosyolojiya min. Jin hem bermahiyê civakê ye hem jî cewherê civakê ye’’. Ji bo jineolojî derkeve hem sedemên pozîtîv hene, hem jî sedemên negatîv hene.
Komîsyon: Wekî pirs heval mijara ‘’Jin hem cewherê civakê ye, hem jî bermahiya civakê ye’’ çawa digirin dest?
Heval Sîdar: Ez dixwazim hem di milê negatîv hem jî di milê pozîtîv de bigirim dest. Niha we jî di nava nirxandinê xwe de anî ziman. Jin çawa ku hem dayika pirsgirêkan ne, di heman demî de dayika çareseriya ne. Zihniyeta kole kirinê ya hatiye ava kirin ceribandina wê destpêkê li ser jinê çêbûye. Ev milê negatîv e. Fêrbûyina koletiyê wiha pêş ketiye. Lê di heman demî de hemû berhemên civakê yê destpêkê bi destê jinê ve hatine ava kirin. Ev jî milê pozîtîv e. Di vê watê de jin cewherê civakê ye.
Heval Seher: Dema Rêber Apo jinê pênase dike ne tenê milê wî yê erenî dibîne. Rastiyekî jin yê hatiye înşaa kirin jî heye. Zihniyetekî ne xweşik û ne heqîqî ye. Ji aliyê zilam ve hatiye ava kirin û heta roja me ya îro wekî qalibekî hatiye. Ya din jî jin wekî dayika jiyanê, wekî afirînera jiyanê ye. Gelo wê gavê divê em bi kîjan alî ve bigirin dest? Ev pirsekî girîng e. Ji ber du aliyê vê mijarê heye. Yek jinekî xwedî berhem e, ya din bermahî ye. Heger jin wekî qralîçeya metayan bê dest girtin wê gavê rastiya wê ya di serdema neolotîkê de winda dibe. Lê ger em tenê wekî xwedavenda jiyanê bigirin dest rastiya metaya qralîçeyan nayê fêm kirin. Her wiha wekî encam divê di her milî de li gorî heqîqeta wê bê dest girtin ku rastiya jinê derbikeve holê.
Heval Berçem: Rêber Apo gotinekî wiha jî dibêje; ‘’Bê jin jiyan nabe lê bi jina heyî re jî nayê jiyîn’’. Dema mirov li wateya vê gotinê hayil dibe fêm dike ku mijara jinê ne mijarekî yek alî ye. Niha em dema jinê pênase dikin, em dibên jin komî ser hev dike. Bi rihm û wijdan tevdigere. Ti caran ferq û cudahî naxe nava tiştan. Hêza cewherî ya aşîtî û aramiyê ye. Lê em mêze bikin di aliyê din de jina ku bi aqlê zilam têşe girtiye hindek caran ji zilam xirabtir hilweşîner e. Mînak jinên di rêveberiya NATO de cihê xwe digirin ango hevseroka Gladioya Tirkiyê ya bi navê Tansu Çîler. Dîsa gelek mînak hene ku mirov bide yekî ji wan jî Meral Akşener mînakekî herî berbiçave ku çawa ji pergala dewletê re bi rih û can kar dike. Bê ku em van mînakan bidin berçav şîrovekî pêş xistin ewê bibe şîroveyekî yek alî û ji rastiyê dûr.
Komîsyon: Hevalan li ser hêmanên rast hindek şîroveyan pêş xistin. Rastî de jin bi xwe cewherê jiyanê ye, lê wiha lê hatiye ku bûye amûrê jiyanê. Ev nakokiyekî mezin dide ava kirin. Di alîyekî de ya herî bi hêz tû ye, lê di aliyê din de ya herî ketî jî tû ye. Ev çi dide nîşandan asta şerê li ser jinê hatiye meşandin dide nîşandan, ya herî bi hêz encax bi şerekî pir mezin ve dikare bê hêz bikeve. Lewra bala xwe bidin hilberînên neolotîkê ku di roja me ya îro de jî bingehê giştî berheman e ji destê jinê çêbûne. Lê em dikarin bêjin ku di roja me de jin li ser vana xwedî axaftin e. Ango vîna wê heye ku vana bi rêve bibe. Bersiv ji xwe we dabû, hêza wî hatiye şikestin, nikare. Jin xwedavend e, ev tiştekî pozîtîf e û cewherê jinê îfade dike, lê niha em binêrin ji asta xwedavendî daketiye asta qralîçeya metayan. Rêbertî jî li ser vê mijarê disekine û wekî cewhera sosyolojiya xwe digire dest. Ji ber vê jin dibe modele hemû tiştan. Jin xistina naveng û bi vê awayê dahûrandina şaristaniyê rast e. Dahûrandina civakê rast e. Dahûrandina çinayetî rast e. Her wiha ev jî dibe sedemên derketina jineolojiyê.
Şaristanî li hemberî şoreşa neolotîkê şoreşekî dij şoreşî ye. Di heman demî de sedemê wendabûna jinê ye. Li vir jinê nasnameye xwe, xwebûna xwe, fikrê xwe, dilînîyên xwe, birdoziya xwe ya jiyanê wenda kir û ji nirxê xwe ket. Li cihekî ku nirxê mirovan bikeve, gotina mirovan li wir derbas nabe. Lewra jin mafê ku di der heqê xwe de bi axife wenda dike û herkes li ser jinê dibe xwedî mafê axaftinê. Nêrîna herkesekî ji bo jinê heye, lê jin ji bo xwe ne xwedî nêrînekî heqîqî ye. Herî pênaseyên ne xweşik, yên kirêt ji bo jinê ji vê demê şûn ve bi hêsanî tên gotin. Wekî mînak dibên ku; ‘’Porê dirêj aqlê kêm, aqlê serê jinêkî di serê heft mîraşkan de ye, bi destê xwe yê hevîr nekeve nav karê zilam, heger ti keça xwe terbîye nekî ewê bigîhije defvan û zirnevanan’’. Ev feraset bi demê re di mejiyê jinê de jî hatiye rûnişkandin. Lewra jin bi xwe bêbawer ketiye, hêza xwe ya heyî ya dawîn jî bi vê awayî wenda kiriye. Bi demê re ev ferasetên jinê biçûk dixin sîstematîze bûne û wekî zanist û ilm hatine sepandin. Lewra dema jineolojî pêş dikeve sereke tekoşîna wê bi zanistên heyî re pêş dikeve. Jinelojî rastiya van zanistan radixe ber çavan.
Şaristanê hem bi jinê daye wenda kirin hem jî jîn tê de wenda bûye. Her wiha ev rêveçûn jî ne teyisiye dîrokê. Wekî ku jin her wiha ye hatiye nîşan dan. Lewra dema van mijaran bên dest girtin pêwistî heye ku di asta feraseta desthilatdariyê de bê dest girtin. Jiber ku rêbaza herî rast ev e. Heger wiha nêyê kirin ewê encam jî bişibe yên heyî. Ango zanistên heyî dîrokê çawa girtine dest, jinê çawa pênase kirine heman xeterî ji bo me jî çêdibe. Rêbertî ji ber vê sedemê dibê, “heta dîroka wendabûna jinê an jî heqîeqeta jinê dernekeve holê, ti tiştekî rast nayê pênase kirin.” Lewra heta ferasete mirovahiyê neyê ronî kirin, paradîgmayên heyî jî nayên fêm kirin. Ji ber yên paradîgma diyar dike, ne kes, ne dem, ne jî cih e. Ya paradîgma diyar dike feraseta heyî ye. Di vê watê de jineolojî di heman demî de feraset ango zêhna paradîgmaya nû ye. Jineolojî, bi aqlê, reng û mêzandina jin ve jiyanê girtina dest e. Yê heyî di guhertinekî re derbas dike. Mînak heta niha zanistan heyî bi aqil û nêrînên zilam têşe girtine ji ber vê yekê jî parçebûna fikir, parçebûna civakê pêşxistine. Di vê watê de pozîtîvîzm ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve pêş ket. Di sedsala 16. 17. de li ser fikir bandor kir. Dîsa di sedsala 19. 20. de sosyalîzma zanistî derket holê. Pêk ve girêdayî sosyalîzma reel wekî pergalekî hat jiyîn. Lê di roja me ya îro de ango di sedsala 21. de ya bandor dike fikir, aqil û nêrandina jinê ye. Hatiye dest nîşan kirin ku sedsala 21. de sedsala jinê ye, nakokiyên herî dijwar di navbera her du zayendan de ye. Rêber Apo jî vê wekî nakokiyên herî bingehîn pênase dike û paradîgmaya jiyana azad jî li ser vê nakokiyê dide rûnişkandin. Di sedsala 21.de ku sedsala jinê ye de jineolojî bersivekî herî di cih de ji van pirsgirêkan re ye. Jineolojî di qirnê 21. de bi rengî jinê afirandina şoreşa jinê ye. Jineolojî dike armanc ku di sedsala 21. de paradîgmaya modernîteya demokratîk jiyanî bike. Her wiha çawa ku pozîtîvizm ji aliyê modernîteya kapîtalîst de hat ava kirin, zimanê zanista wî bû, dîsa sosyalîzma zanistî bi sosyalîzma pêkhatî(reel) ve têşe girt, wê gavê; jineolojî jî dibe zanista paradîgmaya modernîteya demokratîk. Bala xwe bidinê nakokiyên sedsala 19. û 20. yên çînî ne. Çîna karkeran û yên bûrjûva di nava şerekî dijwar de ne. Ev wekî nakokiya proleterya û bûrjûvazî jî tê bi nav kirin. Xisletên sedsalê yên din tekoşînên rizgariyên netewî ne. Li ser esasê ku; ‘’Netew dikarin çarenûsa xwe diyar bikin’’ de tekoşînên dijwar hatine kirin. Şoreşên netewan pêk hatin. Sosyalîzma pêkhatî wiha da diyar kirin ku nakokiya bingehîn di navbera proletarya û çîna bûrjuvazî de ye. Fikir, nêrîn, paradîgmaya xwe li ser vê nakokiyê bi cih anî. Lewra mirov xisletê(karakter) vê qirna 21. dema mêze dike, dibîne ku nakokiya herî li pêş di navbeyna jin û zilam de ye. Di vê qirnê de nakokiya di navbera jin û zilam de pir dijwar tê jiyîn. Nakokî ne tenê di navbera jin û zilam de ye, heman demî de di navbera civak û xweza, di hundirê civakê bi xwe de jî nakokî hene. Lê bingeha giştî van nakokiyên ya esasî nakokiya di navbera jin û zilam de ye. Rêbertî dibê van nakokiyan encex; ‘’Bi pêşengtiya jin, bi birdoziya jin, bi reng û aqlê jin dikare bên çareser kirin’’. Her wiha encama vê sedsalê an azadî, an hovîtî ye. Ev nêrîn ji aliyê Rêber Apo de hat diyar kirin. Nakokî di wê astê de ye ku bi encamên sivik ewê bi dawî nebe. Lewra jineolojî ji bo encamekî wekî azadiyê bê bidest xistin tekoşîn dike. Ew bi xwe zanista paradîgmaya modernîteya demokratîk e.
Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 626
Heta niha em li ser hêmanên bingehîn sekinîn da ku bê fêm kirin jineolojî çima pêwist dike, lê ya girîng ewê jineolojî danehevên xwe li ser kîjan rêbazan pêş bixîne ye. Yek ji van rêbazan arkeolojî ye. Niha em mêze bikin dîroka jinê dibin tonan xweliyê de ma ye. Yê vê dîrokê derxe ser rûyê erdê zanista arkeoloji ye ku hevalên me yên hêja vê wekî ‘erdkolandin’ jî bi nav dikin. Arkeolojî kavilên kevnar lêkolîn dike, erdê dikole û ji bin erdê hestî, peyker hwd. derdixe. Wekî tê zanîn; arkeolojî zanista kolandinê ye û li ser van tiştên ji erdê derdixe lêkolîn dike. Digîhîje agahiyên demê berê ku di wan serdeman de çawa hatiya jiyîn, şiklê rêvebirinê çawa bû ye, guhertin çawa pêk hatine, sedemên wan çibû ne û hwd ji aliyê arkeolojiyê de tê lêkolîn kirin. Çima arkeolojî ji bo jinê pêwist dike, wekî Rêber Apo dide diyar kirin, çima pêwiste jin arkeolojiya xwe bike. Yek sedemên vê ya girîng ewe ku jin xwe nas bike ye. Ji kur hatiye bizane û li ser wê esasê nasnameya xwe pênase bike. Ji bo wî jî gelek jin hene ku mirov bîyografiya wan bixwîne, di dîrokê de li wan bigere. Nefertîtî, Kleopatra heta qralîçeyên Osmaniyan jî di nav de pêwîstê jinên pêşengtî kirine jiyana wan bê zanîn. Her jinekî merheleyekî nasnameya giştî jinan e. Derketina wan a ser dîka dîrokê, berxwedaniyê wan û ketinê wan gelek fêrker in. Serpêhatiya wan zanîn û dersên pêwîst jê derxistin dibe hêzekî xurt. Di nava PKKê de di esas de ev wekî rêbazekî dahûrandinê ye. Ji zarokatî xwe dest girtin û pêşeroja xwe li ser vê dana rûnişkandin girîng e. Her jinekî divê dahûrandina xwe çêbike, cewherî wî di bin çend cilan de hatiye veşartin bibîne û bigîje rastiya xwebûyina xwe. Di wateyekî din de divê her jinekî arkeolojiya xwe bike ango bibe arkeologa rastiya xwe. Wê derbikeve holê ku ka bê çi jê hatiye dizîn? Ziman, çand, hêst, fikir, nasname bûne çend beş, wê di kîjan beşî de rastiya xwe peyda bike divê bibîne. Niha di nava tevgera PKKê ji bo jinekî xala herî girîng yek bi yek zivirandina van cewhera ne. Gelek jinên ku destpêkê tevlî PKKê dibin, ji zimanê xwe re biyanî ne, ji rastiya xwe dûr in. Fêrbûyina ziman di esas perçekî gihiştandina heqîqeta xwe ye. Dîsa dilîniyên xwe naskirin, fikrê xwe naskirin jî jinê ber bi cewherê wê yê esasî de dibe. Wekî mînak; hêstên jinê sade ne, pak in, ji berjewendiyan xalî ne, tê de qûrnazî tine ye. Lê em binêrin di rastiya tê jiyîn de berovajî rewşekî heye. Heta tê gotin ku; ‘’Du jin nikarin di heman gorê de razin’’. Ev çima tê gotin, çawa bû ku jina civakbûyinê ava kir, îro nikare bi hevzayenda xwe re bijî? Wê gavê pêwiste wekî arkeologekî de em li xwe bizirin û çawa jin ket vê rewşê fêm bikin. Bersiva vê pirsê dayîn di heman demî gihiştandina cewhera jinê ya rast e jî. Jineolojî merhele merhele jinê digire dest û li kuderê jin wenda bû, li kuderê jin wenda kir, dixwaze vê derxe zanebûnê. Ev di rojekî de, di salekî de, di sedsalî de pêk nehatiye. Rewşa heyî rewşekî hezaran salan e. Wekî bîyolojîk temenekî her însanekî heye. Di vê temenê de jî merheleyên ku însan ava dikin hene. Mînak malbat, dibistan, qadên civakî. Malbat rastiyekî çend hezar salî ye ango dîroka dibistanan, avabûna wî, civak ji kîjan qonaxan derbas bû. Klan, kabîle, eşîret hwd. Vana giştî di çêbûna însan de jî wekî merhele tên jiyîn. Di vê watê de li van saziyan mêze kirin zanebûnekî xurt dide ava kirin. Lewra jineolojî xwe di van xalan de bi pîvan dike.
- Jineolojî pirekî di navbera giştî zanistan de ye.
- Di ziman, çand û zanistan de çiqas peyvên û mêzekirinên zayendperestî heye bi wan re tekoşîn dike. Şiroveyekî feraseta zayendperestî têde nîne dide ava kirin. Mînak di Tirkî de; ‘’Bilim adamı’’, di İngîlîzî de; ‘History ango Women’’ hwd mînakên vê pir in. ‘Bilim Adamı’ tê wateya ‘’Zilamê Zanyar’’, History tê wateya ‘dîroka zilam’. ‘His-story’ ango his zilam e, story jî çîrok e, dîrok wekî; ‘Çîroka Zilam’ tê pênase kirin. Women qaşo jin e,lê dema li koka peyvê tê lêkolîn kirin; tê wateya ‘Wife of man’’ yanî jina zilam. Jineolojî li hember vê zimanê zayendperest zimanekî nû pêş dixe û di zimanê nû de ifadeya giştî mirovahiyê dike.
- Zanistê ji bin yek destiya zilam rizgar dike.
- Pêşengê jineolojiyê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê(PAJK), lê qadên jineolojiyê ji giştî civakê re vekirîne. Jineolojî tenê bi partî ango qadroyên partiyê re sînordar nîne.
- Jineolojî di lêkolînênxwe de ji bo gihiştandina heqîqetê ji rêbazên wekî mîtolojî, dîn, felsefe û ilmê sûd werdigire. Lewra van rêbazan di astekî ku dahûrandina dîrokê bê kirin de tên dest girtin. Heger mirov mînak bide mîtolojî bi xwe zanista destan, çîrok, efsaneya ye. Lê tê zanîn ku ti çîrok û efsane wiha jixweber derneketine holê. Helbet di nava giştî çîrok, destan, efsaneyan de rastiyekî veşartî heye. Jineolojî wekî rêbaz rastiya veşartî ya van çîrok û efsaneyan derdixe zanebûnê û bi vê ve nêzikatiyekî nû yê xwendina dîrok, arkeolojî û civaknasiyê pêş dixe. Lewra di vê derheqê de ne tenê çîrok û destan di heman demî de stran, pêşgotin û her wiha gotinên bi wate jî di qada lêkolînên jineolojiyê de cihê xwe digirin. Para rastiyan ji wan tê girtin û bi vê ve lêkolînên jineojiyê tên kur kirin.
Zimanê mîtolojîk helbestî ye ji ber vê yekê herikbar e. Jineolojî di lêgerîna heqîqetê de bi qasî girîngî dide rêbazên felsefî û îlmî bi ewqasî jî rêbaza mîtolojiyê girîng dibîne. Zanistên pozîtîvîst li ser rêbaza çavdêrî-ceribandinê agahiyan kom dikin. Pêwîste her agahiyekî îspata wî, dokumanên wî hebin. Mekanên pozîtîvîzme labaratûvar in ji ber vê yekê mîtolojî wekî rêbazekî xeyalî tê dîtin. Lê di rastî de mirov dikare bi rêya mîtolojiyê bigîje danehevên girîng yên dîrokî. Di zanistên pozîtîvîst de tenê zekaya analîtîk li pêş e, lê jineolojî zekaya hêst jî girîng dibîne. Ji ber vê yekê hêst ango hîs kirin ji bo jineolojiyê rêbazekî girîng e. Her wiha jineolojî bi folklora gelan, kevneşopî û çanda wan re jî eleqedar dibe. Her gelekî, her wiha di nava netewan de her herem, bajar, bajarok û heta gundekî jî çandekî wanê cuda heye. Govendên digirin, di şahiyan de stranên dibêjin di derheqê dîrok û çanda wê civakê de agahiyan dide. Jineolojî vana giştiyan lêkolîn dike, encaman jê derdixe û dike malê zanista jineolojiyê. Yek ji rêbazin din têde jin hatiye çewisandin jî ol e ku jineolojî li vê qadê jî lêkolîn dike. Ol jî bi mêzekirinê desthilatdarî ve hatiye dest girtin. Jineolojî vê qadê bi mêzekirina jinê ve digire dest. Ol mijarekî girêdayî baweriyê ye lê ya girîng jin çawa bawer dike, baweriya wê li ser çi hatiye ava kirin derxistina zanebûnê ye. Rêbertî di vê mijarê de dibêje, di çanda Rojhilata Navîn de jin wekî Aîşe, Fatma tê pênase kirin, lê di çanda Ewrûpiyan de jî jin Meryem e. Vana pênaseyên olê ne ku li jinan hatiye bar kirin. Lê di rastî de dervayê van pênaseyan gelo pênaseyekî din ji bo jinê nîne? Cihekî cuda yê jin heye an na, ol nasnameyekî çawa ji bo jin daye ava kirin vana pirsîn girîng in. Rastî jî jin tenê Aîşe, Fatma ango Meryem e, heger wiha be rastiya van jinan çiye? Jineolojî li pey van pirsan diçe, li heqîqeta jinê digere, pênaseyên ji bo jin tên kirin, gelo çiqas ji vana rast in vê dipirse û derdixe zanebûnê. Rêbaza herî zêde ji aliyê jineolojî ve tê kar anîn jî felsefe ye. Felsefe û zanist zikê hev de mezin dibin, ne gengaze ku mirov ilmekî bê felsefe pêş dikeve bifikire. Em dibên ku di roja me de zanist qeyran derbas dike, sedemê vê yê herî bingehîn qutbûyina têkiliya wî ji felsefê ye. Felsefe di wateya xwe de ‘heskirina zanebûnê ye’. Jineolojî ji ber bi jiyanê re têkildare herî zêde jî peywendiya wî bi felsefê re heye. Li gorî mêzekirina jineolojîk tiştekî ku têkiliya xwe ji jiyanê qut nekiriye ew tişt herî heqîqî ye û rastiyan di xwe de diparêze. Bala xwe bidinê di felsefeye de jî jin hatiye wenda kirin. Lê di rastî de herî zêde li ser felsefê zêde kiriye jin e. Di pêşxistina felsefeyê de xebatên jinê çi bûn, jineolojî vana derdixe holê. Di vê xalê de yê heyî dikeve ber lêpirsînê, kombûyina danehevên bi aqil û nêrînên jinê ve dubare ber çav tê derbas kirin. Her wiha felsefe di vê mijarê de alîkarekî herî baş e û jê sûd tê wergirtin.
Zimanê jinelojiyê xwerû, herikbar û helbestwarî ye. Hem nîvîskî ye, hem jî girîngiya pêwist dide gotinê; çîrok, dengbêjî her wekî din vana jî rêbazên ku jineolojî jê sûd werdigire ye. Ziman resen e, objektîf e, zimanê heqîqetê ye ji ber vê yekê jî xweşik e. Xwedî ûslûbekî kêşer e, ji ber vê yekê bala herkesî dikşîne. Herkes dikare di jineolojiyê de cihê xwe bigre, berhemên xwe lê zêde bike. Herkes dikare bi çîrok, meselok, metelok, stran, dengbêjî, hebûn û xwebûna xwe ve tevlî qada jineolojiyê bibe. Mekanên jineolojiyê ne ûnîversîte ne, ne dêr in, ne jî mizgeft in. Jineolojî di mekanên fermî de xwe heps nake. Jiyan li kuderê be, jineolojî jî li wir e, mekanên lê jiyan diherike teqez jineolojî li ew der e. Mal, tax, park, akademî hemû qad cihên jineolojiyê ne. Ew nêzikatiya ku zanist tenê li qadên akademîk tê peyda kir ji aliyê jineolojiyê ve serûbin hatiye kirin. Ji ber jineolojî ne yê akademîsyena yê giştî civakê ye. Jin, kal, pîr, şivan, xwendekar, mamoste, karker û akademîsyen giştî beşên civakê dikarin di nava jineolojiyê de cihê xwe peyda bikin. Kesekî bixwaze di qada jineolojiyê de kar bike, pêwist nake ku teqez xwende be, ya girîng tecrûbeya jiyanê ye. Lewra beşên civakê yê herî zêde jî dayik dikarin di nava jineolojiyê de cihê xwe bigirin. Di vê mijarê de mînaka Nagîhan Akarsel pir bi wate ye. Nagîhan Akarsel ji bo jineolojiyê xwedîyê kedekî mezin bû, berhemên pir girîng li jineolojiyê zêde kir, lê ya girîng da nîşandan ku ew jinên nayên dîtin, bê nasname di nava malên xwe de hatina rûniştandin, çavkaniya herî mezin ya jineolojiyê ne. Destana bi navê ‘Çil Mêran’ heye, ev destan aîdê civaka Êzidiya ne. Heval Nagîhan ji bo rastiya vê çîrokê fêr bibe, berê xwe da Şengalê û bi gelek dayîkan re li ser vê mijarê gotûbêj kir, bû şahidê êş û azarên wan ku di 73 fermanan de jiyan kirine. Dîsa çûndina wê ya Efrînê heye. Tenê ji bo di çîrokekî de rastiya civakê derxe zanebûnê ewqas ked da, kete nava hewildanên pir bi wate. Ji ber jineolojî zanistekî wihaye ku jinê çavkaniya civakê dibîne û pê bawere ku di çavkaniyê de gelek rastî veşartî ne. Jin ji ber neketiye nava qirêjiya şaristaniyê di aliyê parastina bîra civakê de paqij maye. Her wekî din mirov dikare bêje ku ji ber vê taybetmendiya wê ji bo jineolojiyê çavkaniyekî xûrt e. Rêbaza herî girîng ya jineolojiyê şîrove ye. Nêrîna jin ya hevpar li dora xwe ava dike. Hunera şîroveyê ji bo jineolojiyê pir girîng e û rêbazekî esasî yê gihîştandina heqîqetê ye.
Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiyê berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 656


