• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. AKADEMIYA STAR

JIN, DÎROKA KU DIMEŞE YE

Wekî tê zanîn ku dîroka nivîskî ji aliyê serweran ve hatiye nivîsandin. Îcada nivîsê xwe dispêre dîroka 3100 salî û li perestgehên URUK’ê hatiye dîtin. Di mîtolojiya Yewnanan de ji bo nivîsê, kurê xweda Zeus ê bi navê Toth ji Zeus re gotiye “Êdî mirov nema tiştekî ji bîr dikin”, Zeus jî bersiv daye û gotiye “Berovajî wê kurê min, êdî mirov wê her tiştî ji bîr bikin”. Lewra nivîs, dibe malê elîtekê û heta ku çînên cûda dikarin xwe bi nivîse îfade bikin, sedsal derbas dibin. Jinan heta serdema nêz jî ji mecbûrî hemû berhemên nivîskî bi navê zilaman derdixist. Tevî ku nivîs beşekî giring a ji îfadeya dîrokê ye, ew heman demî de amûrek herî bi bandor ya ku asta zilm û dijwariya desthilatdariyê dide nîşandane jî. Ji hemû alanên ku jiyanê pêktînin derve hiştina jinê; siyaset, civak, ol, hûner û her wiha ma em dikarin wekî şens binirxînin? Helbet na! Nexwe wekî ku Rêber APO pênase kirî, jina ku “Mêtîngeha yekemîn e û dîroka wê a koletiyê jî nehatiye nivîsandin”, mîna ketina nav tarîtiyeke nayê çirandin de lêgerîna li cewherê jinê tê maneya peyda kirina sirrên mirovatî û gerdûnê. Rast e, heykel û peykerên wê hene. Li hin cihan jî pênase jê re danîne. Ji pêxemberan, fîlozofan heta zanistvanên serdemê behsa wê hatiye kirin. Lê hemû jî bi zihniyeta baviksalar rabûne. Di vir de a ku bala mirov dikşîne û dibe cihê pirsê ewe ku; çima pêwîstî hatiye dîtin ku ji destpêke ewqas veşartin, berovajî kirin, heqaret û pêlîstina bi rastiya jin bê kirin? Hinek belkî bêjin mirovatî her dem di lêgerînan de ye û ev xwezayî ye. Lê ji bo gihîştina tespîtekî zanistî hewceye mirov hûrtir li mijarê binêre. Jin di destpêka têşegirtina civakbûna mirov de cihê xwe ê taybet hebûye û ev bi rêya daneyên arkeolojîk hatiye pişterast kirin. Li derdora jin, jiyanekî bêhempa hatiye afirandin û ew jiyan bûye çavkaniya pêşketina çand, huner, ziman û amûrên ku bingeha şaristaniya îro danîye. Di tevahî dîrokê de tê dîtin ku dema mirov di aramiyê de dijîn, pêşde diçin. Rêveberiya ehlaqî, demokratîk û bi ewle, dibe sedema ruhê afrîner. Eger em bala xwe bidinê, mirov ji ber ku mirov in, ber bi azadî, edalet, empatî û watedayînê ve diçin. Xwe nêzî jin dikin û Rêbertiya wê jî, ji ber vê mihrivaniyê pêşdikeve. Jin bi balansa(denge) civak û xwezayê re dighîje xwedawendîtiyê û bi hemû hebûna xwe ve civakê hembêz dike, diparêze û mezin dike. Wekî qirkirina sîstematîk a desthilatdariyê ji bo ku ev cewherê jin a ku malovanî ji şaristaniyê re kiriye, were berovajî kirin, her tişt hatiye kirin. Tifî rûyê wê hatiye kirin, hatiye şewitandin, di malbatê de hatiye heps kirin, gotine “cin e”,  ji ber têkiliya xwe a bi nebat û heywanan re hatiye reş kirin û ên ku wekî dîrok ji me re hiştin ev in. Ji xwedawendî daketina çanda cariyetî, xizmetkarî, bi pêşketina îndustrîalîzmê re kirin ‘dayika baş ku hemwelatiyê baş tîne dinyayê’. Di lutkeya kapîtalîzmê de jin anîn astekî nayê nasîn û bi pênaseya Rêber APO ve; ew kirin “qralîçeya metayan” ku ev bê guman tolrakirina ji serdema beriya wê, ji Olympe de Gouges’an ji Roza’yan û hwd bû.  Pêwîst nake ku em ewqas dûr jî biçin ji bo ku em vana bibînin. Di sînemaya roja îro de, jin timî mijara guman û tirsnakîyê ye, zarok dema ji dayik dibin nebaşiyê dihewînin. Ev tev esasên îdeolojîk ên sîstemê ne ku mejiyê me dagir dikin. Mirov kole nayên cîhanê, tên kole kirin. Ji  ber vê, serî tewandina mirovekî bi proseyekî gengaz e û êşa vê a sedsalan ji aliyê jin ve hatiye kişandin. Koletiya jin ji destpêkê de fîzîkî nebû, îdeolojîk û zihnî bû. Taybetmendiya herî berçav û xweserî a jinê, bihêzbûna wê a hestan, li hember wê hatiye şuxulandin û piştre jî ev yek di teslîmgirtina civakê de mîna çekekî hatiye bikaranîn. Hebûna jin, mîna pêhesînekî dîrokî hîna şopên xwe ên kûr dide der. Di raperînan de, di hîsan de, di awiran de, di kaosa ku dijî de dijberiyek hebû û her heye. Li dijî çi disekine, pir caran bêyî ku di ferqê de be, li dijî êrîşa li ser xweza, şîddet, zilm, zorî û desthilatdarî disekine. Di cewherê jin de hest tê maneya hezkirin, parve kirin, hîs kirin, xwedî kirin û alîkarî dayîn. Wê zêdegavî be ku em têkiliya jin bi jiyan û azadiyê re wekî ontolojîk binirxînin? Bersiva vê bi dîrok û kêliyê ve girêdayî ye. Rêber APO pir zû bi van xisletên cewhera jinê hesiya û ji bo derxistina vî cewherî û zindîkirina xwezaya jinê bi salan têkoşîn meşand û rêhevaltî kir. Jina ku di tarîtiya dîrokê de dihat fetisandin  û dixwestin li ser wê binixumînin, careke din rihê wê ji nuve hate vejandin. Ya ku tê qetilkirin, ya ku tê tunekirin bedene. Rih, hest, mejî tu caran nayên tunekirin. Ger em îro behsa dirokek ewqas bi xweşî û şanaziyan dikin, tekoşîna carekedin vegera li cewher dikin ev bi sere xwe nîşaneya zindîbuna rihî ye. Jiber wê yekê ger tişta ku nemire û poçnebe, helbet di taliya talîde carekedin şax vedide bi zindibuyîna xwe. Di rastiya jin de jî ya ku tê jiyan kirin mirov nikare jê qut bigre dest. Hebun, rih û mejiyê ku hatibu cemidandin, di despêka gavên Rêber APO de sebeba şoreşa zihniyet û mirovî bû. Lewma jî iro dema em lê dinêrin tişta ku morvahî bi taybetî jin, her ku diçe mina tenê şaxek yê jiyanê xwe lê digrin û li derdorê kom dibin; ramanên azadin. Ramanên Rêber APO îro bûye mifteya xelasbûna ji koletî, zordarî û serweriyê. Di heman demêde nexşe rêya xwedî derketina li cewherê xwe, vegera hebûna xwe. Lewma iro jin li her aliyekî cîhanê di nav lêgerîn û xebatan de ne, îdeolojiya rizgariya jin bi slogana JIN JIYAN AZADÎ, li dijî sîstema kapîtalîst, serkêşiya wê dike. Îradebûn, rêxistinbûn û xwebûna jinan wê dawiya sîstema baviksalar û desthilatdar bîne. Bi vêya re jin wekî jin, zarok wekî zarok, ciwan wekî ciwan, netew wekî netew, wê wekî xwe bijîn; ne bi zora hineke din. û wê dawî li xewa trajedîk a ku hezar salin mirovatî dijî, were anîn. Ji Pênûsa Jin

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 17 Temmuz 2025
Görüntüleme: 563

GIRÊDANA JINÊ BI JIYANÊ RE, LI GORÎ YA ZILAM, PIR BERFIREHTIR E

Di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîk de, weke hêza hem raman û hem sepanê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe. Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pir berfirehtir e. Gihaştîtiya rehenda zekaya wê ya hestî, bi vê yekê re pêwendîdar e. Lewra, estetîk, ku tê wateya xweşik-kirina jiyanê, di hêla jinê de, mijareke hebûnewerî ye. Her wisa, berpirsyariya jinê di hêla etîk (teoriya exlaqî; estetîk=teoriya xweşikî) de jî, bêhtir berfireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî; xirabî û saw/erjenga şer; her wisa pîvanên mafdarî û dadwerî. Elbet, ez qala jina dûvelang (qûqla) û ya siya zilam nakin. A mijara gotinê, jina azad û wekhev e û ku demokratîkbûne hezm kiribe. Di eniya jinan de potansiyela wekhevî û azadiyê ku bûye kombûneke mezin bi nirxên nû ETÎK û ESTETÎKê ku hewl bidin tevli pêşketinên civakî ya demokratîk bibin dê xwedî îfadeyeke pir mezin be. Di vê hêlê de xitimînek heye. Çareserkirina wan û pratik-kirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Hem ji bo civaka netewî hem jî ji bo pêşengtiya herêmî ev hewcê ye. Bi jinê re jiyana demokratîk ku li ser bingehê wekhevî û azadiyê, jiyaneke bivê nevê ye. Lê ji bo vê exlaqê koletiyê ku pir bi kûr ve çûye û jirêderxistina kapîtalîzma modern divê bi exlaqê azadiyê (ETÎK) û bi jiyana xweşik (ESTETÎK) bê bihûrandin. Bi jinê re (lewma bi mêr re) rast (zanist-jineolojî), bisernexistina jiyana baş (etîk- bi helwest û serwextbûna exlaqê nû) û xweşik (pîvanên estetîkê yên nû, jiyana azad) bi sernexistina arasteyîbûna civaka sosyalîst re yek e. Jiyan û îdeaya sosyalîzma civaka demokratîk ku bi şoreşa demokratîk a jinê re nehatibe temamkirin xwe xapandinek e. Jin nebe jiyan nabe. Azadî nebe etîk û estetîk nabe. Tevahiya jiyanê weke civakî û estetîk hûn ê destnîşan bikin. Jiyana aborî, jiyana civakî, jiyana estetîk hûn ê înşa bikin. Û bi vî awayî me zilamên hov sererast bikin. Hûn ê ji xwe bawer bin. Sebra we heye, keda we heye, kêşînertiya we heye. Xebatên xwe li ser bingehê lêgerîna jina azad esas bigirin. Bi hêvî bin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata li ser bingehê jinê girîng e. Li Rojhilata Navîn hûn ji jinan re pêşengtiyê dikin, encax bi vî rengî hûn dikarin bibin rêber. Hurmeta ji jinê Rizgariya Xwe, Nêzikatiya Xwe Ya Huner Û Xwejînê Li Akademiyan Pêşde Bibin Akademî dikarin desteka rewşenbîrî û zanistî ya pêwîst bidin ji bo pediviyên ji nû ve avabûna yekîneyên civaka exlaqî û polîtîk. Di şûna ku saziyên yekdestiya fermî û taybet ji xwe re mînak bigirin, a guncawtir ew e ku xwe weke pêngavên resen/orîjînal ava bikin. Bi zarî/teqlîdkirina saziyên modernîteyê, dibe ku bidawîbûna wan a neserkeftî bi xwe re bîne. Dikare ji bo destpêkê were pêşdîtin ku xweser û demokratîk bin; ew bi xwe bername û kadroyên xwe çêbikin; xwendekarî û mamostetiya dilxwaz esas bigirin; karibe tim xwendekar têkevin şûngeha mamosteyan û mamoste jî têkevin şûngeha xwendekaran; her wisa her kesên ku îdea û armanca wan hebin, ji şivanên serê çiyan heya profesoran, karibin tevlî bibin. Dibe ku guncaw be ku akademiyên di giraniya jinan de, di gel bi heman naverokê, lê her wisa ji bo aliyên xwe yên xweser bikin zanistî, çêbibin. Rizgariya xwe, nêzikatiyên xwe yên huner û xwejînê bi akademiyan ve pêşde bibin. Hema bêje perwerdeyên xwe pêwîst e ku hûn bi xwe bikin. Perwerdeyên xwe yên bîrdozî li dibistanên ku ava dikin li akademiyê bikin. Yek ji wesfên ku lê tê gerîn ji bo tenê teorîk nemînin, ew e ku bi rengekî piralî tevlî pratîkê bibin. Akademî di 38 hêla cî û dem de bi rêya li ber çavgirtina pêdiviyên pratîk, têne damezrandin û xebitandin. Saziyên xwerû (sade) û dilxwaz in, çawa ku mirov di dîrokê de pirî caran rastî wan tê (Agirgehên Zerdeşt li serê çiyan; bexçeyên Eflatûn û Arîsto; peyarêyên papûran ên Sokrates û Stoagiran; her wisa manastir û tekyayên çaxa navîn û wekî vana). Mirov dikare cî û deveran ji serê çiyan heya quncikên taxan bibijêre. Bêguman divê neyê gerîn li avahiyên ku delîlên desthilatiyan in. Demajoya perwerdeyan, mîna ya manastir û medreseyên sivil, dikare li gorî rewşa beşdarvanan û pirbûna herikîna xwendekaran were destnîşankirin. Mercên sext en demê, weke saziyên fermî, ne pêwîst in. Lê nikare were hizirîn ku bi tevahî bêpar bin ji şêwe û rêsayan. Bi dehan bi hezaran pirsgirêkên jinan hene. Vê encax bi akademiyê çareser bibin. Qehwexaneyekê, avahiyekê, qadekê bigirin li wê derê divê bi rojan nîqaş bên kirin û çareserî bên hilberandin. Li wan deran divê bibêjin “Kuştinên namûsê hene, em lêdanê dixwin, dijûnan ji me re dikin, divê em ji van re çareseriyê bibînin”. Dîsa di vê akademiyê de ji sporê heta siyasetê, ji huqûqê heta felsefeyê, heta xebatên atolyeyê, xebatên çand hunerê di nav de dikare her cure xebatan bike. Dîsa xebata vê akademiyê tevahiya derdoran bihewîne. Mînak xwendekarekî zanîngehê jî, xanimeke malê jî di van xebatan de cihê xwe bigire. Serdemekê Enstîtuyên Gundan hebû. Hewl dida xebatên dişibe vê bike. Lê Akademiya ku ez pêşniyar dikim, Enstîtuyan jî dibihurîne. Nav ewqas ne girîng e. Dikare bêje Akademî jî, Enstîtu jî. Malbat li derdora jinê tê avakirin. Jin hilberîner in. Bi tiştên hildiberînin dikarin pirsgirêkên xwe yên ekonomîk çareser bikin. Mesele dikarin erdekî kirê bikin û çandiniya organîk bikin. Bi vî rengî ji bo çareseriya pirsgirêka betaliyê jî piştgiriya wan çêbibe. Xebata jinê heyecanê dide min. Jin dikarin bi xwe bawer bin. Li ser azadiyê hûrûkûr bibin tiştekî ku bisernexin nîne. Hewcedarî bi kadroyên bawermend ku bi tezên zanistî xebatên biceger bikin heye. Divê miirov hertim xebatên ber bi pêşve diçe yên zanistî bimeşîne. Her mirovek divê lêkolînerek be. Girêdana wan a hestî pirr zêde wateya xwe nîne. Pêwîst e fonksiyonel be, divê xebatên sazîbûnê bê kirin. Pêwîst e sazîbûyînê heta dawiyê bê kirin. Wisa xwe vala bihêlin, weke îyodê be nabe. Saziyên zanist, çand û ziman girîng in. Kesên ku zanîna wan nîn be bi talûke ne. Ji bo zanînê jî asteke akademîk pêwîst e. Kesê ku zanîna wî nîn be têkoşîna wî bi talûke ye. Akademî sazîbûyîna zanistî ye, ne siyasî ye. Li Rojava, Beyrûd û Şamê, li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bi awayê akademî û enstîtu divê xebat bêne meşandin. Gava ku hûn diavêjin, herêma ku hûn lê dijîn şoreşa neolîtîkê di maneya modern de difikirim ku tê maneya jinûve avabûna wê. Ne tenê weke jinên Kurd, bi jinên Tirk, Fars, Ereb û Ewrûpayê re hûn dikarin vê şoreşê belavî dunyayê bikin. Ev ne dînek e, çandeke, fikreke. Bi destpêkirina ji artêşbûnê re bawer dikim ku hûn ê pêl bi pêl belav bibin. Pêwîst e ku hûn rêxistinbûyînek guncaw ku li gorî çand û qanûnên welatên cuda biafirînin. Divê Hûn Fêrkirin Û Nûnertiya Formula Bi Sêhr A Jin, Jiyan û Azadiyê Bidomînin Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyoljîk de analîz bike. Lê weke nijad, çîn an jî netew a herî zêde bindest. Divê baş bê zanîn ku tu nijad, çîn an jî netew weke jinê bi sîstematîk rastî koletiyê nehatiye. Em her tim dibêjin şert û mercên ku dûrketina ji jin û jiyanê hilweşan û hilweşîna civakê diteyisîne. Bêyî ku em vê rastiyê çareser bikin û di rêya azadiyê de seferber nekin nayê fikirîn ku hêmanên em jêre dibêjin şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîlîtan karîbe rola xwe bilîze. Hewce ye bibe azadîxwaziya jinê. Teşedayîna jinê weke bêexlaqiyê dihesibînim. Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Eşq, hezkirina çavkorî jî di navê de divê em bi tu awayî bi jinê ve neyên girêdan. Berovajiyê vê jî rast e. Di heman demê de divê jin jî xwe bi kesî ve girê nede û kesî neke xwediyê xwe. Şertê pêşî yê şoreşgertî û mîllîtantiyê divê bi vî awayî be. Kesên bi awayekî serketî ji vê ezmûnê bibihurin bi awayekî di kesayeta xwe de azadî pêk anîne, lewma bi vê kesayeta xwe ya azadbûyî dikarin dest bi avakirina neteweya demokratîk û civaka nû bikin. Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e. Divê ‘xweda’ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandin e. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pir watedar in. Divê jin biqudret, azad û xwediyê biryarê be. Jin pir muthîş bi min ve girêdayî ne. Ew çend ne girêdan be. Jina sedî sed bi min ve xwe girêdide nabe. Jin hebûneke binirx e. Ji ber vê peyvên jin û jiyan binirx in. Divê hûn fêrbûn û nûnertiya formula bi sêhr a Jin, Jiyan û Azadiyê bidomînin. Dîroka koletiya jinê hê jî nehatiya nivîsandin. Dîroka azadiyê jî li bendê ye ku bê nivîsandin. Dîroka koletiya jinê elbet di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji ber vê derçûna wê jî dê li ser vê axê be. Lê eşkere ye ku ne bi tarzê mêr be. Jineolojî dikare bibe derçûneke bingehîn. Qesta min bi vê jinê ji bûyina objeya zayendî pir wêdetir hem weke cewher hem weke durdiya (tortu) civakê derfetên ku azadkirin û ronîkirina wê bê lêkolînkirin. Elbet heman lêkolînê ne tenê di qada zanista pozîtîf ku bi paradîgmaya mêr hatiye pêşxistin de bi heman paradîgmayê lêkolînkirina qadên olî, hunerî û felsefîk jî. Hewldana min a di vê hêlê de, min bi berdewamî kiriye. Bi berdewamî zêdebûna kombûnekê mijara axaftinê ye. Dema vê qada ku kirine tabû derdikim kêfxweşî û  bextewariyê hîs dikim. Tu çîrok weke çîroka koletî û azadiya jinê hem bi xemxwarî, bi hêrs, hem bi şanazî û bi coş bandorê li min nake. Ta ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê pêk bê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtingehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî û zîhnî (mejî) wê tevkariyeke mezin bike li zelalbûyîna tevahiya bi her milî ve mijarên din ên dîrokê û civaka rojaneyî. Bêguman, zelalbûyîna statuya jinê tenê aliyekî mijarê ye. Aliyekî hîn girîngtir, bi pirsgirêka rizgarbûna wê re têkildar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê zêdetir girîng e. Pirî caran tê gotin ku asta gelemperî ya azadiya civakê rêjedar e bi asta azadiya jinê re. Ya girîng ew e bê ka wê çawa were dagirtin nava vê biwêja ku rast e. Azadî û wekheviya jinê, ne tenê azadî û wekheviya civakî destnîşan dike, lê ji bo vê sazgerîn (mekanîzma) ên pêwîst ên teorî, bernameyî, rêxistinî û çalakî pêwîst dike û ya hîn girîngtir, nîşan dide ku bê jinê siyaseta demokratîk nikare çêbibe, heta tew siyasetmedariya çînî jî wê kêm bimîne û her wisa wê nikaribe aştî û jîngeh jî bêne pêşxistin û parastin. Lêkolînkirina jinê, weke kombûna têkiliyên civakî, ji ber vê sedemê, ne tenê watedar e, lê ji bo derbaskirina (tehlîlkirina) girêyên kor ên civakî jî, pir girîng e. Şikandina korîtiya derbarê jinê de, wisa ye ku, heman weke ku mirov atomê parçe bike, ji ber ku nêrîna serwer a zilam bexşangî qezenc kiriye. Ji bo şikandina vê korîtiyê, pêwîst dike ku mirov hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û zilamtiya serwer birûxîne. Her wisa pêwîst e mirov di enî (bere) ya jinê de jî, ew jina ku hema hema ji xwe re kiriye şêwaza heyînê û di rastî de weke civakî hatiye avakirin, tehlîl bike û ewqas jî birûxîne. Hemû şikestinên xeyalan ku hatine jiyîn di nekarîna xistina jiyanê utopya, bername û rêgezan, ên di serkeftin an ne serketîbûnên tevahiya têkoşînên azadî, wekhevî demokratîk, exlaqî, polîtîk û çînî de, şopên şêweya têkilî (ya di navbera jin û mêr de) ya serwer (a bi desthilatî), ku nehatiye şikandin, di xwe de werdigirin. Têkiliyên ku tevahiya newekheviyan, koletiyan, zordarî (destpotî)yan, her wisa faşîzmê û milîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe ya sereke, ji vê şêweya têkiliyan digirin. Eger em bixwazin li wan peyvên ku navên wan pir derbas dibin, her wekî wekhevî, azadî, demokrasî, sosyalîzm, derbasdariyên ku nebin sedema şikestina xeyalê, bar bikin; pêwîst e ew tora têkiliyên ku li derdora jinê hatine honandin, ku bi qasî civak û xwezayê kevn in, were ji hevxistin û parçekirin. Ji bilî vê, wekî din tu rê nîne ku mirov bibe azadiyê, wekheviyê (ya guncaw li gel cewaziyan), demokrasiyê, ya rasteqîn û exlaqek ku du rû nebe. Rêber Apo 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Haziran 2025
Görüntüleme: 782

Jirêderketina Hest, Nêçîrkirina bi Hestan

RêberApo bi nirxandina xwe ya‘‘Netew-dewlet tenê di asta yek tîpkirina însan de namîne; di hemû yekparebûna civakî de zîhniyet û hestên yek tîp pêş dixe” me şervanên azadiyê di qalibên fikir û hest yên yek tîp de yên weke qalib, jiberkirin, amadebûn, hest û zîhniyeta tê xwestin de hişyar dike. Netew-dewlet; yên normal ne normal, an jî ne asayî dike. Em di kîjan dewleta netew de, di kîjan dibistan û bajarên van dewletên netew de jiyan bikin, li ser me jî ev hest û fikra netew dewletan tê pêkanîn. Di roja îro de hêrs û kîna me ya li hember dijmin, êşa ku em bi qetlîamên dijmin yên li ser gelê me didin meşandin jiyan dikin, hestên me yên welatparêziyê, heskirina me ji Rêbertiyê re, hestên dostanî an jî evîna ku em ji bo însanekî dijîn em tam nikarin polîtîk bikin. Ji ber tesîra wê cîhana hest û zîhniyeta yek tîp li ser me pir zêde ye em nikarin polîtîk bikin. Jiyanê, ev aliyên weke nebe nabeye ji me re bexişandine. Lê çima em ji van hestên xwe yên didin fetisandin nikarin rizgar bibin. Em çima nikarin wê hêza di genên me de heye bi zekaya hestiyar re naxebitînin û li ser polîtîkaya xwe bikar naynin? Di cîhana hest û zîhna me de çi hatiye kêmkirin, çi hatine dizîn, an jî çi hatine çewtkirin ku em nikarin têkiliya hest–polîtîkayê rast pêşbixin? Civaka Kurd civaka hatiye bindestkirinê ye. Bi ziman û çanda xwe di bin helandin û bişavtina wehşî de hertim hatiye hiştin û hîn jî ev êrîş berdewam in. Weke endamê civaka hatiye bindest kirin cîhana me ya hestan çawa ye? Ji civaka tê bindestkirin re kî û kîjan hestan, bi kîjan rêyan didin qezenckirin. Ev hest çiqas yê me ne, çiqas yên hebûna me ya civakî ne, çiqas bi çanda me ya cewherî re eleqedar in, di nava çanda me de çiqas binirx in? Li ser civakên bindest hestên cûda tên dextkirin. Ev li ser van civakan, li ser çanda civakî û biyanîbûna ji qedera xwe çiqas bandor dikin. Di cîhana hest û fikir ya çîn, cîns û gelên bindest de ya serwer çiye? Di van mijaran de gelek pirs hene lê em nikarin hemûyan binivîsin. Lê wek kurte pirsên ku bindest ji xwe bikin û bi van pirs-bersivan bikevin ferqa hestên xwe, bikevin ferqa xwe gelek girîng e.  Rêber APO dibêje; ‘‘Di wateya teng de çand kevneşopiya civakî ya zîhnî û heqîqeta hestiyar destnîşan dike”. Piştî ku çanda me ya civakî di helandinan re derbas bû, ma gelo heqîqeta me ya hestiyar çawa bû? Em bi hêrs û kîn in? Bi hestên tolhildanê hatine avakirin? Em bi hêrsin? Bi heskirinê dagirtîne? Hesûdin? Em dikarin gelek pirsên wiha ji xwe bikin. Em tirsonekin? Wêrekin? Fedakarin? Ya herî girîng jî kîjan ji vana heqîqeta hestê me ye? Gelek civakên bindest yên weke me, bi awayeke sîstematik dibin bêrehmiya pergalê de dimînin û hestên xwe yên xwebûnê jibîr dikin. Mesela di kesê dema civaka xwezayî de taybetmendiya jixwe bêbawerbûnê tine ye. Di dema jina xwedavend de, jin bi qasî ku di qada Xwedawendî de werin dîtin hatine bilind kirin û xwedî hêzin, di wir de bêbawerî tine ye. Lê di roja me de di hemû kesayetên bindest de bêbawerî heye. Ev hest di wan demên asîmîlekirin û tinekirina bêrehm de hatiye pêşxistin, bi hedef û bi zanebûn hatiye înşa kirin. Heya niha jî di nava civaka me de, heye. Jina zêde bi xwe bawer hinek nerehetiyan jî pêş dixe. An jî li hemberî jina jixwe bawer nerehetî jiyan dibin. Xwe dirêjî hinek tiştan dike, hîssê zêdebûnê bi piraniyan re dide hîskirin. Lê tu tişt bi qasî baweriya jin bixwe re ne asayî û xwezayî ye. Di nava wan hestên bindestan de gelek ji van hestên xweşik û bilind hatine kêmkirin û tinekirin. Hatine dizîn, xesb kirin û xerakirin. Di encam de bindest jî di naskirin û pênasekirina hestên xwe de, di ketina ferqa xwe de, van hestên xwe birêxistinkirinê de girtî mane. Teng mane. Nikarin van hestan rakin ser piya û serhildanan. Girtîbûna di ziman de, di rastiya xwe de girtîbûna di van hestan de ye. Girtîbûna ziman, rastiyê encama vê tevliheviyê ye. Rêber APO vê heqîqetê di paraznameyên xwe de bi awayeke eşkere biziman dike. “Ziman bixwe berheva aqil û hestên civakî ya zîhnî, etîk û estetîke; hebûna watekirina hestan û derxistina van zanebûnê ye, nasnameya vê û hebûna kêliyê ye. Civaka ku bi ziman bûye tê wateya civaka xwedî sedemên bihêz yên jiyanê. Asta pêşketina ziman bi asta pêşketina jiyanê re girêdayî ye.” Ji hestên xwe şermkirin, biyanîbûbuna ji hestan, rêya hestên bi tendurustî ku rê didin jiyanê venekirin, ew bi rêxistin nekirin, biçûk û lewaz mayîna hestan, li hemberî hestan cehalet û korahiya heyî hemû taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst dane pêşxistin û bi awayê derûnî didin meşandinê ne. Di encama vê înşaya taybetmendiyên kapîtalîzmê de em hestên xwe bi hêz penase nakin û jiyan nakin. Bi taybet jî xwe bê nirx dîtin, kompleksa biçûk dîtinê, zêde bi fikar û halê ruhî ya bêbawerî di dibistanên pergala fermî, biryargehên leşkerî, huner, werzîş, seks de wek kiryarên polîtîk bi zanebûn tên avakirin, sazkirin û pêşxistin. Ev sazî çawa hatine pêşxistin? Rêber APO pêşxistina van sazîbûnan wiha destnîşan dike: “Taybetmendiya duyem ya zîhniyeta me bi qasî berfirehiya aliyê nerm û famkirinên rast ji şaş famkirina re jî rê dide vekirin. Li ser bingehê vê taybetmendiyê di tora hest û dextê de dibe ku hest di her kêliyê de ji rê derbikeve. Ji ber vê sedemê bi rêbazên dext û êşkenceyan û bi van mekanîzmayan hest tên nêçîrkirin û xapandinê an jî berbi rêyên şaş ve tên herikandin. Bi rêbazê mistek polîtîkayên şaş ev tên bikaranîn. Ew dext û zilma hiyerarşik ya bi hezaran salan ji aliyê sazûmaniya dewletê ve ku li ser însan hatiye ferzkirin tesîrên muezzam ava kiriye, hema hema avaniya zîhniyetek li gor xwe saz kiriye. Gelek caran hatiye dîtin ku bi xelatan jî zîhn tê nêçîrkirin… Ew hestên însan yên bilind û bilind dikin, xweşik dikin, aştiyane yên ku misyona hûnera civakî dikin, ji aliyê vê zîhniyeta dijber ve tam berovajiya vê tên xebitandin. Hêrsa qezenca zêde û navê hestê vê îhtîras jî hestên xweşikî, aştî û bilindiyê dagir dike, îstîsmar dike. Ev îstîsmar wek huner tê destnîşan kirin. Her însan ji bo gîhandina wê xelata hatiye pêşkêş kirin bi dest bixe, weke di pêşbirka hespan de bibezin, tên bezandin. Terzê jiyana ku ji aliyê tu zindiyê ve neyê pejirandin mijara gotinê ye. Nexweşiya penceşêrê jî çavkaniya xwe ji vî terzî digire.” Gelek hestên ku em dibêjin bi temamî hestên me ne, taybetmendiyên me yên cewherî ne di rastiyê de hestên ku ji aliyê pergalê ve bi hezaran salan bi me re dayîne qezenc kirin û bi hostane dide rêvebirinê ne. Van hestan di xizmeta xwe de bikar tîne. Di vê wateyê de weke însanê di nava pergalê de jiyan dike, an jî bi pergalê re yek bûyînê, divê bi vê taybetmendiyê re girêdayî were famkirin. Ne derbaskirina vê rewşê bi cîhana zîhnî û hestên ku pergalê dayîne avakirinê re girêdayî ye. Dema di zihniyetê de pergal neyê derbas kirin, di xefkên pergalê de sekinî bimîne û xwe ne gihîne heqîqeta xwe, ew kes li kuderê be û çawa jiyan bike jî cardin dibin venêrîna pergalê de ye. Hayê pergalê ji vê kesayetê heye. Dizane ku ev kes ji bo wan dixebite. Heman rewş ji bo hestan jî derbasdare. Bi dibistan, sazî, dezgehên leşkerî, bi qada spor û hunerî bi saziya malbatgeriyê van hestan bi kesayet re dide qezenckirin, daqûrtandin û li gor vê kesayet binav dike, tedbîrên wê jî digire. Ji ber dizane ew kes wê çawa tevbigere, çawa bertek nîşan bide, çawa rabe ser piyan, li hemberî çi wek miriya bi sekine. Ev hemû berhemên pergalê ne. Van dizane û li gor vê kes birêve dibe. Bi îsyanên xwe yên yekem qûtbûna ji pergalê, derveyî pergalê derketin dibe qûtbûna gava yekem. Ya di pey de tê ew hest û fikrandinên berê jêkirin û avêtine. Yek ji sirrên serkeftina PKK yê çil salan zêdetir jî xwe  ji hestên pergalê rizgarkirine. Şerê avakirina hestên şoreşgerî, demokratîk, azad, aştîxwaz, welatparêz, eşq, heskirinê jî tê dayîn. Li hemberî wan hestên di dilê Kurdan de hatine bicih kirin yên ku ji aliyê dijmin ve dil tên îşgal-desteser kirin, vekirina qada şerê mezine. Pergal hertim bîrdoziyê û hestan li dijberî hevdû dide şerkirin. Bi vê rêbazê dawî hatina bîrdoziyan îlan dike. Propaxandaya dema jiyankirina hestan ya bê dawî dike. Ev propaganda bi xwe ji dema rahîbên sûmera tê. Koka xwe ji bîrdoziya wê demê digire. Bîrdoziya kapîtalîst, îktîdarperest, yekdestdar, dewletiye! Ev bîrdozî tevî mejiyên însanan hewil dide di dilê însanan de jî yektîpkirinê ava bike û di vê mijarê de tu carî dev ji tekoşîna xwe bernade. Li ser hest û zîhniyetê bi zêdehî xwe dide ferzkirin. Civaka bê zîhn û hestan bi xwe re dide girêdan. Hemû qismên bindest heger li hemberî van êrîşan hertim ne hişyar û bi tedbîr bin, ne di rewşa xweparastinê de bin, ew qedera li ser nifşan hatiye rêzkirin wê cardin xwe dûbare bike. Bi gotina Rêbertî ya me, wê cardin fikir û hest werin nêçîr kirin. Dawî…

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Haziran 2025
Görüntüleme: 521

Jirêderketina Hest, Nêçîrkirina Bi Hestan

Bu, xistin için emeliyat-operasyonên'den gelen bir şeydi. Ya yekem hestû jin wekhev kirin. Helbet di kesayeta jin de hêza hestan û zekaya hestiyar ji ya zilam zêdetire. Aqil-jin'in destilasyonuyla ilgili iki operasyon, lêkirin'in savaşını tamamladı. Hat hedefkirin ku jin ji aqil zilam ji hestan biyanî bibe. Bi radeyek girîng jî ev pêk hat. Di serdema me de zilam biawayê hestiyar penasekirin wek heqaret, lewazî tê pejirandin. Jina bi aqil û zekî jî “jina wek zilam” tê famkirin. Di navbera hestên zilam û aqlê jinê de mesafe hatine avakirin. Ol jî bi hêza xwe ya manewî ev mesafe kûrtir kiriye. Cîhana desthilat jî bi dagiriya xwe ve mesafê kûrtir dike. Ev dîwarên ji aliyê kesên şoreşgeran, demokratan, azadiya civakî ve werin hilweşandinê ne. Herkesê alîgirê aştîxwaziyê divê van dîwaran hilweşîne. Çiqasî kalind bin jî bila kalind bin divê em wan hilweşînin. Ji ber ku ya însan dike însan hestin. Ev ji zilam girtin û weke nîşaneya qelsî lewaziyê li ser jinan zêdekirin dibe operasyona însan ji însanbûnê derxistinê. Cardin ya ku însan dike însan aqil e. Aqil ji jinan girtin û di serweriya zilam de ev bicih kirin, ew ji zilam re bexişandin Cardin însan ji însanbûnê hatin derxistin. Diyelim ki, en çok analiz ettiğimiz ve en çok düşündüğümüz şey; bir operasyona dalmak ve başka bir şeyle uğraşmak benim için bir şey değil. Weke jin û zilam divê em veê bikin. Di kesayeta xwe de, di nav cinsê xwe de, di cînsê dijber de ew çavdêrî pêşxistin, bi van rewşa re tekoşîn dayîna meşandin, ji bo avakirina cîhana hest û fikrên me dibe gavên girîng yên şoreşgerî. Kurama femînîst ev rewş weke parçekirina hest û aqil ya van sî-çil salên dawî penase kir û li hemberî ve tekoşîna bîrdozî pêş xist. Lê belê ji ber bingehên jiyana wan û amûrên bidest girtinê ne li derveyî wê pergalê bu, di encam girtinê de ne terbûn. Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdîstan lêkolînkirina xwezaya hestên jin û zilam, bi çavdêriyeke Jineolojîk di van herdû xwezayan de cihê hest bi uzakta tendurustî eşkerekirin dibe erkên me yên dema pêş. Her zaman bir operasyon gerçekleştirdik ve bu operasyonla birlikte her şey yolunda gitti. Aliyeke ve operasyon serweriyê ya din jî buyera hestên gelek dewlemend, ji vê dewlemendiyê, gerdûnîbûnê û cûr be cûriyê qutkirine. Pergal ve Aliyan, son iki haneden têkiliyên'i aldı. Ev famkirinû têgihiştina şaş, ji rê derketî û xapînokin, lê belê gelek bi tesîr e. Liser civakê tesîrên wê hatine avakirin. Di kîjan aliyê cîhanê de be, heger di derbarê hestan de nîqaşek are pêşxistin bi gengazî tenê têkiliyên jin-zilam tên berbiçav kirin. Tenê ev têkilî tê bîra mirovan. Ev operasyonunun rastiyê'si, her zaman dike, biçûk dike, lewaz dike û bê berhem dihêle ye. Dema di têgihiştinê de tengbûn jiyan dibe di hîskirin û jiyanê de jî tengbûyîn û korbûn jiyan dibe. Yani, hiçbir şey yapmamak için hiçbir şey yapmadı. Ne tenê heskirin, eşq, kînû nefret e. Yek ji erkê bingehîn yê şoreşgerî û tekoşînvanan jî cîhana hestan ya dewlemend bi van gotin û famkirinên xayînane, bi van gotinên ji rêderketî ne famkirine. Hest bi van gotin û famkirinan divê neyên lêdan, neyên êşandin. Di ve mijarê de pergalê li ser mezin ava kirine. Em ji ber van tesîran nikarin asoya xwe mezintir bikin. Di ve mijarê de kêmbûna wate heye. Lê belê diviyabû di destpêkê de çi bihatana bîra me? Divê hestên mezin yên ku însan dikin însan bihatana bîra me. Însanek heya hestên azadiyê nas neke, eşq û heskirinê jî nas nake. Heya ku însanek para xwe ji heskirina welat, heskirina însanan negire nikare hez ji jinekê an jî zilamekî bike. Dibêje qey hez dike. Lê belê terora zilam di roja îro de li ser jina ku pêk tê, dibin navê ve heskirinê ve jî ne heskirinê de ye. Terora zilam ji ve heskirinê têr dibe û pêş dikeve. Terora zilam ji hestên însan yên biawayê cahilane tên bikaranînê hêz digire û liser jinan ve hêzê bikar tîne. Ev şaşîtî bi herdû aliyan re dide wendakirin, dide xapandinê, dide şaşkirin. Di navbera civak û heskirinê de, însan û evînê de weke operasyona duyem li ser cîhana me ya hestan Cardin ev têgeh û têkiliyên me tên bikaranîn. Bir tekstürlü operasyondan haberdar oldum. Bir teksirbatan de bin, weke însanên bi tendurustî û azad em bikaribin van texrîbatan derbas bikin emê bikaribin pêşiya pêşxistina civaka xwe ya azad jî vebikin.  Siyaset Ji bo biwatekirina rastû bi tendurustî ya politîk kirina hestan ya bi uzaktaeke hevpar wek peyva duyem ku divê em li ser rawestin jî helbet peyva polîtîka ye. Ji bo em bikaribin pênaseya polîtîkayê fam bike, pênase biken, bikevin ferqa xwe ya polîtîk û asta polîtîk ya ku tê xwestin biest bigirin divê em li gotina Rêber APO ku dibêje “Hûnera Azadiyê” mêze bikin û rast lêbikolin. Di navbera xwe û politîkayê de mesafeya ava satın almak fam bikini û derbas bikini. Ji bo ve weke peyva hestan divê em têgeha polîtîkayê jî bidest bigirin û tahlîlên kûr bikin. Politîkaçiye? Bu haftanın sonunda, biz de bunu başardık. Heta nayê hezkirin û herkes bi mesafe bi dûrayî lê temaşe dike. Başeçiye ev politîka? Politîkbûn çiye? Me jiyana civakî ya bê polîtîka dibe? Têkiliya bihevrebûna Polîtîka-Hest çiye? Onun yek ji bana dikare bi xwe re bikeve nava hevpeyvînan li bersivên rast ji xwe re bi afirîne. Ev bersivê xwedî girîngiyên jiyanî ne. Di nav me Kurdan de di demên berê de bepolîtîka mayîn satın aldın sedemên gelek binketin û êşên mezin. Bê polîtîka mayîn an jî ji polîtîkayê bêpar hatina hiştin ev encamên dilbiêş bi xwe re derxistine holê. Kürtçe, nefret dolu bir politikayı yok ederek, nefret dolu bir yeniden doğuşa sahip bir deniz ülkesi haline geldi. Gelek caran Civaka Kurd rû bi rûyî êrîşên bêpolîtîka mayînê hatine û pêwîstiya avakirina politikaya xwe ya cewherî bi lezgînî dîtine. Lê belê ji ber hûnera avakirina polîtîkayên demî nehatiye pêşxistin û civaka Kürt ji ve mehrûm maye ev jî buye sedema gelek wendahiyan. Rê ji êşên mezin re daye vekirin. Minakek ji agir heye ku mirov dikare wiha vebêje; Bavê Rindêxanê Mihemed axa yek ji pêşengê serhildana Xerzanê ye. Rojek ji rojan ku di dema serhildanê de nêzî binketinê dibin, bang li zanayê Kurd şêx Ebdilguqus dike û dipirse: “Şêx sedema binketina me çiye?” Şêx bersiva wî dide: “Belê Mihemed axa, di cîhanê de du tiştên ku mirovan dibin serkeftinê hene. Yek ji wan teşkîlate, yek jî siyasete. Ev herdû jî bi me re tine ne. Me ji herdûyan jî nesîbê xwe negirtiye… Em di şer de neşikestin. Em di kêmbûna van herdû aliyan de şikestin”. Binketina xwe bi bêpolîtîkbûn û bêrêxistinbûnê destnîşan dikin van herdû aliyan weke sedemên şikandinê yên bingehîn destnîşan dikin ku ev herdû sedem jî rastin. Di gelek îsyanan de yek ji sedema binketina me nepêşnexistina hunera polîtîkayê ye. Çavkaniya wê ya herî bingehîn jî biyanîbûna me ji civaka me ye. Rêber APO di serî de van civaka xwe, lê bi uzakta giştî ceribandinên gelê Rojhilata Navîn bi taybet ceribandinên gelê ku di qirkirina re derbas bune weke gelê Ermen, Asûr tahlîl kir, dahûrand û ji wan dersên mezin derxistin. Ji ber vê Rêber APO bû pêşengê ku polîtîkaya civakî bi uzaktaê herî kûr û sexlem bi dest girtiye, wek hûnera jiyanî di avakirina civakan de bi kar aniye û kiriye ayîdê civakî. Onun wiha kedû pratîka ve bi zêdehî raber kiriye. Rêbertî polîtîka weke hûnera xwedayî ya ku ji civakan hatiye dizîn dîtiye. Wek nebe nabeya civakî, wek şertên bingehîn ya azadiya civakî nirxandû şîrove kiriye. ''Polîtîkaya rast di tarîfa xwe de veşartiye. Derveyî azadî, wekhevî û demokrasiyê tu peyvên din nikarin berjewendiyên civakî îzah bikin. Biz politîka dibe çalakiya civakî ya di bin her şert û mercî de. Onun wiha çalakiya hebûnê ya azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Erka exlaqî, karên jiyanî pir baş pêkanîne. Heger wiha be, karê polîtîkayê jî karê pir baş dîtine. Balê bidinê polîtîka hem aliyê exlaqî radigire hem jî jê zêdetir di nava xle de dire. Karên baş dîtin ne rehete. Ji bo karê baş dîtin divê zanîna kar hebe, ew kar werin naskirin ango zanîn û zanista zanînê pêwîste. Wekî din jî ev karê baş dîtin lêkolînê dixwaze. Peyva baş jî em li ser ve lêkolînê zêde bikin wê demê pêwîstiya zanîna ehlaq jî derdikeve holê. Weke tê dîtin polîtîka hunereke pir zor e. Dema em dibêjin civaka ehlaqî û polîtîk em behsa berî zayînê nakin. Em behsa xwezaya civakî ya ku çiqas dem derbas bibe jî xweseriya xwe wenda nake û hertim hebûna xwe di parêze dikin. Çiqasî are derbas kirin, are rizînû parçekirin jî civaka ehlaqîû polîtîk wê her hebe. Heya ku xwezaya civakî hebe we ew jî hebe. Rista polîtîka jî bêyî ku ev polîtîka are hincirandin, rizandinû parçekirin hîn zêde pêşxistin, azad, wekhevû demokratîk kirine. Polîtîka wek berxwedana Yekeyên Şaristaniya Demokratîk wate dibîne. Ji ber ku heya berxwedanî nebe azadî, wekhevî û demokrasi jî pêk nayê û di vî alî de gav nayê avêtin. Pêşiya rizandin, hincirandin û parçekirina asta exlaqî û polîtîkaya civakî jî nayê girtin. Pêşiya dagiriyê nayê girtin. Pêşiya yekdestdariya têkelan nayê girtin. Polîtîka wek hûnera azadiyê tê pênasekirin. Ev jî ji ve rista dîrokî bingeha xwe digire…”    Biz Bidome'uz…

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Haziran 2025
Görüntüleme: 546

NIRXANDINÊN RÊBER APO YÊN LI SER JINEOLOJÎ

Xwediyê Rastî Yê Aboriyê Jin E Wê bêhtir rast be ku zanista aborî jî weke perçeyek ji zanista jinê were pêşxistin. Derfetên xwedîkirinê yên li dora jinê pêş dikevin destpêka aboriyê ne. Xweza û jin di nava ahengeke lihevkirî de ne. Têgihîştineke ola xwezayî ya zindî; bi dayika xwedavend tê sembolîzekirin. Beşekî mezin a amûrên madî yên hilberandinê, vedîtinên jinê ne. Li ser çanda xwedîkirin û cilûbergan jî mohra jinê heye. Aborî hîn ji destpêkê ve şêweya xebateke civakî ye, ku têde jin rola serekîn dilîze. Ji ber ku pirsgirêka xwedîbûyîna zarokan li ser pişta jinê ye, aborî ji bo jinê wateyeke jiyanî derdibire. Bi ser de, wateya peyva aboriyê “zagona malê û rêsayên debirandina malê” ye. Eşkere ye ku ev jî, karê bingehîn ê jinê ye. Dibe ku seyr xuya bike, lê li gorî min, tevî hewldanên dagirkerî û mêtingeriyê hemûyan, xwediyê rastî yê aboriyê jin e. Eger em bixwazin aboriyê ji aliyê sosyolojiyê ve bi awayekî manedar bigirin dest, helwesta herî rast ew e ku em weke hêza bingehîn jinê bibînin; ew zarok di zikê xwe de hildigire, piştî anîna wî/wê, heta li ser piyan bisekine bi awayekî pir zehmet xwedî dike. Pîşesaza xwedîkirinê ya malê jin e. Bersiva min sosyolojîk e ku ji rastiyê re bi hurmet e. Ji sedî sed ez têkiliya mijarê ji aliyê biyolojîk ve li ber çavan digirim. Jixwe tevî rola wê ya di şoreşa cotkariyê de bi berhevkirina pincaran a bi mîlyonan sal û ne tenê di hundirê malê de di gelek qadên aboriyê de jin hînê jî çerxê digerîne. Yewnanên antîk xwediyê anora danîna hîmê zanistan in; Yewnanan ji aboriyê re qanûna malê, qanûna jinê digotin. Vê yekê jî ev rastî beriya bi hezaran salan piştrast kiriye. Rolgirtina jinê di navenda aboriyê de xusûsek e ku tê fêhmkirin e. Ji ber ku zarokan tîne û wan xwedî dike. Ma jin ji aboriyê fêhm neke, wê kî wê fêhm bike! Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, bi taybetî jî di modernîteya kapîtalîst de wexta jin li derve hat hiştin, aboriya ku zilam li ser herî zêde lîstin, veguherî guloka pirsgirêkan. Ev lîstika tu têkiliya xwe ya organîk bi aboriyê re nîne, bi tenê bi hêrsa hêzê û kara zêde radibe, di serî de jin dixwaze tevahiya hêzên aborî bike bin destê xwe. Di encama vê lîstikê de her cure hiyerarşî, desthilatdarî û hêzên dewletê weke ûr û girêkekê li ser civakê mezin dibin û ev yek jî dihêle ku ev lîstik bigihîje qonaxekê dewam neke û neyê lîstin. Piştî jinan di serî de cotkar, ji yên bi aboriya rastî re têkildar şivan, zenaetkar û bazirganên biçûk jî ji aliyê amûrên yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ve gav bi gav ji aboriyê hatin dûrxistin û bi temamî atmosfereke xenîmetê hat afirandin. Em bi mijarekê re rûbirû ne ku divê herî zêde bê rohnîkirin. Pêvajoyên şaristaniyê yên ku bi awayekî talana qadên jiyana aborî û objeyên wê ne, çawa bû ku hatin rewakirin û heta roja me ya îro anîn? Hêzên aborî tesfiye kirin, çawa çêbû ku weke hêmanên bingehîn ên aboriyê hatin pêşkêşkirin? Eger em bibêjin di civaka Sumer de wexta xweda hatin avakirin ji vê zêdetir rastî bûn, bawer dikim ku em ê nexapin. Tevî van rexneyan hemûyan jî K. Marks hay jê hebû ku di bin navê aboriya kapîtalîst de dehşet û felaket tê pêşkêşkirin. Lê belê eger em bibêjin; di demekê de ku modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe heta mirov bêje bes ava kiriye, analîz û çalakiya wî ya şoreşgerane evqas dibû, wê hê rastir be. Aborî ji destê jinê hatiye girtin û ji destê rayedarên wek axayekî, mîna selefxur, bazirgan, pere, sermayedar, desthilatî û dewletê re hatiye hiştin; ev yek bûye derbeya (lêdana) herî mezin a ku li jiyana aborî hatî kirin. Aborî di roja me ya îro de hatiye kirin qadekê lîstoka yên ku tu pêwendiya wan bi aboriyê re tune ye, ku bi rêya leyîstina bi perçeyên kaxizan, bi rêbazên xirabtir ji qumarê, nirxên civakî bi awayekî bêsînor xesp dikin. Pîşeya pîroz a jinê hatiye vêguherandin bo destegeh (îmalatxane), borsa û lîstokên fiyet (bûha) û faîzê (selef) ku hildiberînin makineyên şer; amûrên trafîkê, yên ku jîngehê anîne rewşa nejînbar [ku mirov nikare têde bijî] û berhemên negerek (fizûlî), yên kara ku zêde pêwendiya wê bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re tine ye, ku jin bi temamî ji vana hatiye jêderkirin.   Modernîteya Demokratîk Serdema Şoreşa Jinê Û Şaristaniya Wê Ye Tevgera jinê ya ji bo azadî, wekhevî û demokratîk, spartî bi zanista jinê ku femînîzmê jî wergire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bilîze. Bêyî ku mirov qîma xwe bine bi rexneyên tevgerên jinan ên di paşeroja nêzik de, pêwîst e mirov giraniya xwe bide ser şaristanî û modernîteyê, ku jinê windabûyî kirine. Eger mijar, pirsgirêk û tevgerên jinan di zanistên civakî de hema hema di radeya nîne de ne, berpirsyarên bingehîn ên vê yekê hişmendiya serwer û pêkhateyên çanda daringî (madî) yên şaristanî û modernîteyê ne. Bi nêzikatiyên teng ên huqûqî û wekheviya siyasî, belkî karibe tevkarî ji lîberalîzmê re were pêşkêşkirin; lê [bi vî awayî] em çareseriya pirsgirêkê li milekî bihêlin, tew tehlîlkirina wê jî, weke diyarde, nikare were bi serxistin. Wê bibe xwe xapandinek ku mirov îdea bike ku tevgerên femînîst ên heyî, ji lîberalîzmê qut in û bûne hêzên dijberî sîstemê. Eger yek ji pirsgirêkên sereke yên femînîzmê, weke ku tê gotin, radîkalîzm e, wê demê pêwîst e pêwendiya xwe ji xûy, şêwazên hest û raman, en bikok ên lîberal, û ji jiyanên wan bibirre; her wisa şaristanî û modernîteyê, ku dijminên jinê ne, tehlîl bike û li ser vê bingehê giraniya xwe bide ser rêyên watedar ên çareseriyê. Divê modernîteya demokratîk xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê, weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bibîne; her wisa wê yek ji erkên xwe yên serekîn bihesîbîne ku hem were pêşxistin û hem pê re peyman were çêkirin û bi vî rengî wê di xebatên xwe yên ji nû ve avabûnê de binirxîne. Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berovajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka aborî hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya komunî heye. Aborî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zîhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye. Pêwendiya ku ez bi jinê re datînim pêwendiyeke cuda ye. Rewşa ku jina hatiye xistin qebûl nakim. Çembera koletiyê neyê şikandin bûyera eşq û hezkirinê pêk nayê. Ji Qendîlê re jî min ev pêşniyar kiribû. Divê sosyolojiya eşqê bê zanîn. Li çiyayên êzîdiyan de ew qirkirin neyê rawestandin maneya wê eşqê jî tine. Di şert û mercên burjûvaziyê de tu taybetmendiya eşqê nîne. Ez eşqê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana ji bo van girêdaneke bi esîl e, lê heke jiyaneke azad nebe tu maneya wan nîne. 30 sal in destgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Diyaloga min a bi jinê re peymana min girîng e. Hûn ê peymana civakî ya jinê pêşve bibin. Divê peymanek ku em ji kuştina jinan bigirin heta sineta jinan, tecawiz û weke wê li beramberî tevahiyan têdikoşe be. Divê hûn bi kûranî bigirin dest. Di nameya ji min re hate nivîsandin de ji bo balkişandina min a nebesiya hezkirinê bi diljêmayînekê mînaka gula berberoj dane. Lê li gorî min ev pir ne watedar e. Nebata ku berê xwe dide rojê cuda ye. Em civak in, rewşa me cuda ye. Bêrîkirinên civakî girîng in. Ez dizanim ku jin ji min hêzeke mezin werdigire û ez jî xwe weke rêhevalekî wê yê çareseriyê dibînim. Çanda serwer a zilam ku 5 hezar sal in heye, çandeke tecawizkar e. Ez weke hêmanekî eşqa platonîk jî amade me ku pêwendiyê daynim. Jina 9 hezar salan hilweşiyaye. Li ber şaredariya Amedê hilweşiyaye. Em hewl didin vê weke jina azad rakin ser piyan. Mînaka zilamê Amedê heye. Tam cinawirek e. Cewher û kulîlka tevahiya xebatên me yên muzakereyê xebata jinê ye. Meseleyeke çandî sosyolojîk e. Axaftina min a bi dewletê re jî projeya civaka demokratîk hevgihandina bi dewleta demokratîk re ye. Min mînaka gula berberoj nirxandibû. Ev, min tetmîn nake. Pêwendiyeke çawa ji min tê xwestin. Ew girîng e. Tarzê jiyanê divê veguhere tarzê jiyana civakî. Ez qasî ku hûn nafikirin ji we hez dikim. Lê hûn jî wêrek bin, pêşve biçin, hewcedariya we bi pêşveçûyînê heye. Azadî ji nan û avê hêj bi nirxtir e. Ez bawer dikim ku li Rojhilata Navîn azadbûyîna jinê li ser bingehê zeka, parastin, xweşikahiyê bi biharê re weke tavekê hûn ê biafirînin. Jina bi îrade, bi wêrek, ya xweşik dunyayê fetih dike. Ez ji bo we dijîm. Girêdayîna jinê ya ji bo min bi nirx e, lê ev ji bo min kul û derdekî mezin e, giran e. Du pêwendiyên jin-mêr ên serkeftî hebe her tişt dikare biguheriya. Bila ev şaş neyê fêhmkirin. Li vê derê ji bo bihurandina hevrezan, balûpaliya deryayan, ronîkirina tarîtiyan divê eşq hebe. Emperyalîzma çandî jî vê dike. Aha di wan fîlman de, di sînemayê de her tim eynî tişt heye. Ez dibêjim sînemaya sîxur. Rewşeke ku ferd dike dijminê komunaltiyê, civaktiyê heye. Li ser bingehê ku min gotiye bi nêzîkatiya etîk û estetîkê jin dikarin hûrûkûr bibin. Bêyî ku moralê xwe xira bikin xwendinên xwe, hevparkirinên xwe, li akademiyan xwe pêşve bibin girîng e. Jin bila ne min biçûk bibînin ne jî derxin asta xwedatiyê. Hezeke min a cidî heye, wê weke piştgiriyê dikarin hîs bikin. Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzîkatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çors û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê sosyolojiyê bûn. Li qada xwe, herçiqasî tengbû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her ku diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nînin, mirovên hêja ne, û bi vê yekê em serbilind dibûn. Vê nêzîkatiyê ji hezkirina bi xwe re rê vedikir. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike, ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhemta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek bi kalîte derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn. Eger jiyaneke civakî ya mirov pê rabe wê hebe, bi tenê bi dilsoziya bi bîranînên wan û bi meşa li ber rohniya wan a rênîşaner re dibe. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Jiyanên din ku li ser nivînên ji perîkên çivîkan derbas bibin jî li gorî min ji perpitîna di çalekê de tu cudahiya xwe tuneye. Bi kurtî ez gihîştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî!  Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim, em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike.   Dawî

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 23 Nisan 2025
Görüntüleme: 632

Azadî Nebe, Etîk û Estetîk Nabe!

Jin weke hêmana sereke a civaka exlaqî û polîtîk, di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîk de, weke hêza hem raman û hem sepanê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe. Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pir berfirehtir e. Gihaştîtiya rehenda zekaya wê ya hestî, bi vê yekê re pêwendîdar e. Lewra estetîk tê wateya xweşik-kirina jiyanê, di hêla jinê de, mijareke hebûnewerî ye. Her wisa, berpirsyariya jinê di hêla etîk (teoriya exlaqî; estetîk=teoriya xweşikî) de jî, bêhtir berfireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ya ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî; xirabî û saw/erjenga şer; her wisa pîvanên mafdarî û dadwerî. Elbet, ez qala jina dûvelang (qûqla) û ya siya zilame nakim. A mijara gotinê, jina azad û wekhev e û ku demokratîkbûne hezm kirî ye. Di eniya jinan de potansiyela wekhevî û azadiyê ku bûye kombûneke mezin bi nirxên nû yên etîk û estetîk ê ku hewl bidin tevli pêşketinên civakî ya demokratîk bibin dê xwedî îfadeyeke pir mezin be. Di vê hêlê de xitimînek heye. Çareserkirina wan û pratik-kirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Hem ji bo civaka netewî hem jî ji bo pêşengtiya herêmî ev hewcê ye. Bi jinê re jiyana demokratîk ku li ser bingehê wekhevî û azadiyê, jiyaneke bivê nevê ye. Lê ji bo vê exlaqê koletiyê ku pir bi kûr ve çûye û jirêderxistina kapîtalîzma modern divê bi exlaqê azadiyê (ETÎK) û bi jiyana xweşik (ESTETÎK) bê bihurandin. Bi jinê re (lewma bi mêr re) rast (zanist-jineolojî), bisernexistina jiyana baş (etîk- bi helwest û serwextbûna exlaqê nû) û xweşik (pîvanên estetîkê yên nû, jiyana azad) bi sernexistina arasteyîbûna civaka sosyalîst re yek e. Jiyan û îdeaya sosyalîzma civaka demokratîk ku bi şoreşa demokratîk a jinê re nehatibe temamkirin xwe xapandinek e. Jin nebe jiyan nabe. Azadî nebe etîk û estetîk nabe. Tevahiya jiyanê weke civakî û estetîk hûn ê destnîşan bikin. Jiyana aborî, jiyana civakî, jiyana estetîk hûn ê înşa bikin. Û bi vî awayî me zilamên hov sererast bikin. Hûn ê ji xwe bawer bin. Sebra we heye, keda we heye, kêşînertiya we heye. Xebatên xwe li ser bingehê lêgerîna jina azad esas  bigirin. Bi hêvî bin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata li ser bingehê jinê girîng e. Li Rojhilata Navîn hûn ji jinan re pêşengtiyê dikin, encax bi vî rengî hûn dikarin bibin rêber. Hurmeta ji jinê re ev e.   Nûnertiyeke PAJK’ê a Li Ser Bingehê Jineolojiyê Heye Mesafeya di navbera bîrdozî û sosyolojiyê de kin bûye. Cudahiya di navbera sosyolojî û sosyalîzma zanistî de jî kêm bûye. Danûstendina di navbera fikra îdeolojîk, sosyolojîk û sosyalîzma zanistî de yekparebûnek çêbûye û her ku diçe ber bi zanisteke civakî ya hevgirtî ve diberide. Di vê babetê de PKK di serê wan partiyên bi îdeal de tê. Hêza bingehîn a partiyeke sosyalîst bi rêjeya lihevbûna wê ya bi zanista civakî re tê pîvan. Hêza wê ya diyarker ji girêdana wê ya bi zanista civakî ye. Di kapasîteya wê ya bîrdozî û sosyolojîk de payeya zanistî çiqasî bi pêş bikeve, di rola pêşengiyê de jî wê ewqasî bi pêş bikeve. Bêyî ilmê civakî şoreşgertî yan jî veguherîna civakî, dikare bêyî hay jê hebe tevlî kuştin û xiyanetan bibe. Ji bo vê jî rêyek bi tenê heye, ew jî divê em ilmê xwe yê civakî ji destê hêzên îqtîdar-zanînê xilas bikin û ji nû ve pêk bînin; yanî divê em dibistanên xwe yên ilmê civakî û akademiyan ava bikin. Divê em zîhniyeta xwe ya li ser hîmê ilmê civakî bikin pişta polîtîkaya xwe. Belkî jî ji hemûyan girîngtir, divê em exlaqê civakî serwer û ferz bikin. Di polîtîka exlaqî de ya rast ew e ku mirov bi bawerî, sebir û îdîa heta dawiya rêya xêzkirî biçe. Divê mirov jê venegere, îxanet neke û ji bo van hemûyan bahane nebîne. Exlaq ew e ku zanista bi zîhniyeta me hatiye strandin; divê bi cîhana me re kêlî bi kêlî li hev bike. Jiyanek timî bi serwextî û têgihîştin be. Eger wisa be, wexta polîtîkbûyîn, zanist û exlaq dest bidin hevdu, bi giştî mirovatî û bi taybetî jî parçeyekî wê yê jê nabe gelên me yên herêmê di xizmeta wan de emê bibînin dozek me ya civakî ya nayê çareserkirin nîne. Zîhniyeta partiyê divê zanista civakî, exlaq û polîtîkayê timî bi hev re ji bo veguherîna civakê bi kar bîne ku heta bike rastiyek bi xwe bimeşe û heta di bin sîstema kapîtalîzmê de bijî ev yek hewce ye. Zîhniyeta hêza partiyê ya maneyê ye. Zîhniyeta partiyê divê li zanista civakî pir baş serwext bibe. Zanista civakî ku hemû pêşketinên zanistî digire nava xwe û di nava zanistan de yê herî dawî bi nav dike, hêza rohnîkirinê ye, ji bo civaka veguherîna wê tê xwestin. Di merheleya heyî de PAJK bala dunyayê dikişîne. Li ser vê rewşê rojane ez hûrûkûr dibim. Jinên li çiyê, jinên li Rojava hemû divê vê bizanibin ku, hewldanên min ji bo şoreşeke jinê ye. Rewşa heyî aliyekî wê yê ku bê daqurtandin nîne. Nûnertiyeke PAJK’ê li ser bingehê Jineolojiyê heye. Li Ewrûpayê jî konferansek hat lidarxistin. Lê ev pirsgirêk heye: Pirsgirêka civakî pirsgirêka kolektîf e. Aha ez ji bo vê etîk û estetîkê pêşniyar dikim. Xweşikahiya jinê ya di şexsê wê de min weke estetîkê destnîşan kir. Dema em bên ser meseleya etîkê jî, hûn ê bêjin “ez a xwe me”. Hûn ê bibin ya xwe. Hûn krîterên xwe çawa dibînin? Di çanda me de bi nêzikatiya “Teqez tu yê bibî milk” nêzî jinê dibin. Dema tu li ber xwe didî tu têyî kuştin. Aha PAJK ji van tevahî pirsgirêkan re divê bersiv û çareyê bibîne. Bi nêzîkatiya etîk û estetîkê jin dikarin hûrûkûr bibin. Bêyî ku moralê xwe xerab bikin xwendinên xwe, hevparkirinên xwe, li akademiyan xwe pêşvebirin girîng e. Rizgariya Xwe, Nêzikatiya Xwe Ya Huner Û Xwejînê Li Akademiyan Pêşde Bibin Akademî dikarin desteka rewşenbîrî û zanistî ya pêwîst bidin ji bo pediviyên ji nû ve avabûna yekîneyên civaka exlaqî û polîtîk. Di şûna ku saziyên yekdestiya fermî û taybet ji xwe re mînak bigirin, a guncawtir ew e ku xwe weke pêngavên resen/orîjînal ava bikin. Bi zarî/teqlîdkirina saziyên modernîteyê, dibe ku bidawîbûna wan a neserkeftî bi xwe re bîne. Dikare ji bo destpêkê were pêşdîtin ku xweser û demokratîk bin; ew bi xwe bername û kadroyên xwe çêbikin; xwendekarî û mamostetiya dilxwaz esas bigirin; karibe tim xwendekar têkevin şûngeha mamosteyan û mamoste jî têkevin şûngeha xwendekaran; her wisa her kesên ku îdea û armanca wan hebin, ji şivanên serê çiyan heya profesoran, karibin tevlî bibin. Dibe ku guncaw be ku akademiyên di giraniya jinan de, di gel bi heman naverokê, lê her wisa ji bo aliyên xwe yên xweser bikin zanistî, çêbibin. Rizgariya xwe, nêzikatiyên xwe yên huner û xwejînê bi akademiyan ve pêşde bibin. Hema bêje perwerdeyên xwe pêwîst e ku hûn bi xwe bikin. Perwerdeyên xwe yên bîrdozî li dibistanên ku ava dikin li akademiyê bikin. Yek ji wesfên ku lê tê gerîn ji bo tenê teorîk nemînin, ew e ku bi rengekî piralî tevlî pratîkê bibin. Akademî di hêla cî û dem de bi rêya li ber çavgirtina pêdiviyên pratîk, têne damezrandin û xebitandin. Saziyên xwerû (sade) û dilxwaz in, çawa ku mirov di dîrokê de pirî caran rastî wan tê (Agirgehên Zerdeşt li serê çiyan; bexçeyên Eflatûn û Arîsto; peyarêyên papûran ên Sokrates û Stoagiran; her wisa manastir û tekyayên çaxa navîn û wekî vana). Mirov dikare cî û deveran ji serê çiyan heya quncikên taxan bibijêre. Bêguman divê neyê gerîn li avahiyên ku delîlên desthilatiyan in. Demajoya perwerdeyan, mîna ya manastir û medreseyên sivil, dikare li gorî rewşa beşdarvanan û pirbûna herikîna xwendekaran were destnîşankirin. Mercên sext en demê, weke saziyên fermî, ne pêwîst in. Lê nikare were hizirîn ku bi tevahî bêpar bin ji şêwe û rêsayan. Bi dehan bi hezaran pirsgirêkên jinan hene. Evê encax bi akademiyê çareser bibin. Qehwexaneyekê, avahiyekê, qadekê bigirin li wê derê divê bi rojan nîqaş bên kirin û çareserî bên hilberandin. Li wan deran divê bibêjin “Kuştinên namûsê hene, em lêdanê dixwin, dijûnan ji me re dikin, divê em ji van re çareseriyê bibînin”. Dîsa di vê akademiyê de ji sporê heta siyasetê, ji huqûqê heta felsefeyê, heta xebatên atolyeyê, xebatên çand hunerê di nav de dikare her cure xebatan bike. Dîsa xebata vê akademiyê tevahiya derdoran di nava xwede bihewîne. Mînak xwendekarekî zanîngehê jî, xanimeke malê jî di van xebatan de cihê xwe bigire. Serdemekê Enstîtuyên Gundan hebû. Hewl dida xebatên dişibe vê bike. Lê Akademiya ku ez pêşniyar dikim, Enstîtuyan jî dibihurîne. Nav ewqas ne girîng e. Dikare bêje Akademî jî, Enstîtu jî. Malbat li derdora jinê tê avakirin. Jin hilberîner in. Bi tiştên hildiberînin dikarin pirsgirêkên xwe yên ekonomîk çareser bikin. Mesele dikarin erdekî kirê bikin û çandiniya organîk bikin. Bi vî rengî ji bo çareseriya pirsgirêka betaliyê jî piştgiriya wan çêbibe. Xebata jinê heyecanê dide min. Jin dikarin bi xwe bawer bin. Li ser azadiyê hûrûkûr bibin tiştekî ku bisernexin nîne. Hewcedarî bi kadroyên bawermend ku bi tezên zanistî xebatên biceger bikin heye. Divê miirov hertim xebatên ber bi pêşve diçe, yên zanistî bimeşîne. Her mirovek divê lêkolînerek be. Girêdana wan a hestî pir zêde wateya xwe nîne. Pêwîst e fonksiyonel be, divê xebatên sazîbûnê bê kirin. Pêwîst e sazîbûyînê heta dawiyê bê kirin. Wisa xwe vala bihêlin, weke îyodê be nabe. Saziyên zanist, çand û ziman girîng in. Kesên ku zanîna wan nîn be bi talûke ne. Ji bo zanînê jî asteke akademîk pêwîst e. Kesê ku zanîna wî nîn be têkoşîna wî bi talûke ye. Akademî sazîbûyîna zanistî ye, ne siyasî ye. Li Rojava, Beyrûd û Şamê, li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bi awayê akademî û enstîtu divê xebat bêne meşandin. Gava ku hûn diavêjin, herêma ku hûn lê dijîn şoreşa neolîtîkê di maneya modern de difikirim ku tê maneya ji nûve avabûna wê. Ne tenê weke jinên Kurd, bi jinên Tirk, Fars, Ereb û Ewrûpayê re hûn dikarin vê şoreşê belavî dunyayê bikin. Ev ne dînek e, çandeke, fikreke. Bi destpêkirina ji artêşbûnê re bawer dikim ku hûn ê pêl bi pêl belav bibin. Pêwîst e ku hûn rêxistinbûyînek guncaw ku li gorî çand û qanûnên welatên cuda biafirînin. Wê Bidome.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 14 Nisan 2025
Görüntüleme: 638

NIRXANDINÊN RÊBER APO, YÊN LI SER JINEOLOJÎ YÊ-BEŞA-5

Di rewşa ku zanista li ser jinê Jineolojî pêş bikeve, wê xeylî fêrkar bibe ku çareseriya pirsgirêkan bi mînakekê were ravekirin. Pêwîst e mirov têbigihîje ku navajoya (içgüdü) zayendî, yek ji şêweyên sereke yên herî kevn ên fêrbûnê ya jiyanê ye. Bersivek e ji pêdiviya jiyanê ya xwe berdewamkirinê re. Negengaziya jiyîna bêdawî ya takekes, weke çareserî, yekî/ê neçar kiriye ku potansiyela xwe ji nû ve hilberandinê pêş bixe. Ew tişta ku jê re tê gotin ajoya zayendî, ew e ku vê potansiyelê xwe di mercên guncav de hilberîne û bi vî rengî jiyanê bidomîne. Dibe wek cureyek çare li hemberî mirinê û mezixîn/qedîna nijad. Her wisa, dibe yekemîn dabeşbûna şanikê û bi rêya xwe pirkirina şanikê, ku yek e, xwe dike  nemir. Eger em hîn bêhtir bikin gelemperî, ew bûyer e ku meyla bêdawîbûna gerdûnê, li hemberî tuneyî û valatiyê, ku dixwazin wê  daqurtînin, xwe bi berdewamî dike cihereng û xwe pir dike û bi vî rengî di jiyana zîndewer de dewam dike. Ew yek,  yan jî takekes a ku vê bûyera gerdûnî di cûreya mirov de dewam dike, jin e. Pirbûn di bedena jinê de pêk tê. Rola zilam di vê bûyerê de di radeya dawî de ango talî ye. Lewre, di bûyera berdewamkirina nîjad de hemû berpirsyarî li ser jinê ye û ev jî weke zanistî mijareke têgihîner e. Bi ser de jin ne tenê cenîn di zikê xwe de diguhêze, mezin dike û dizayîne; ew di heman demê de berpirsyariya xwedîkirina wê/wî jî hema hema heya mirina wê/wî, bi awayek xwezayî, digire ser xwe. Nêrîna zilam li zayendîtiyê bêhtir çewt û bi rengekî bê berpirsyar e. Di vê de nezanîn û korkirina desthilatî di radeya yekemîn de rol dileyîze. Wekî din, bi hiyerarşî û dewleta xanedanî re, ji bo zilam, bûyîna xwedî pir zarokan, tê wateya bûyîna xwedî hêzeke jêneger. Bûyîna xwedî pir zarokan, ne tenê misogerî (garantî)ya berdewambûna nijadê, her wiha misogeriya mayîna wî ya wek desthilatî û dewlet jî, pêk tîne. Mercê ji dest neçûyîna dewletê, ku tê wateya cureyek yekdestiya milk, girêdayî meziniya xanedaniyê ye. Jin bi vî awayî tê veguherandin bo navgîna anîna pir zarokan ji bo hem heyîna biyolojîk û hem heyîna desthilatî û dewletê. Hîmê, pêwendîdar bi xwezaya yekemîn û duyemîn, ê mêtingehbûna tirsnak ji bo jinê, bi vî rengî tê amadekirin. Pir girîng e ku mirov rûxîna jinê, weke pêwendîdar bi van herdu xwezayan re, tehlîl bike. Pêwîst nake zêde bê vegotin ku ne gengaz e ku jin di bin vê statuya dumend a xwezayê de di warên giyanî (ruhî) û bedenî de demek dirêj, weke zinde (zindî) li ser piyan bimîne. Rûxîna fizîkî û giyanî di nava hev de zû pêş dikeve û jinê, di berdêla domandin û misogerkirina jiyana yên dîtir de, bi jiyaneke biêş, kin û bikeser (biderd), ber bidawiyê ve dibe. Pir girîng e ku dîroka şaristanî û modernîteyê li ser bingeha vê rastiyê were tehlîlkirin û xwendin. Em giraniya pirsgirêke di hêla jinê de li aliyekî bihêlin. A ku bandorên xwe yên girantir li ser tevahiya xwezaya civakî û jîngeha ekolojîk dide hîskirin, rehenda şêniya pirole ya mirovan ango rehenda pirsgirêka demografîk e. Yek ji waneyên herî bihgehîn ku pêwîst e jê bêne derxistin di hêla hem zanista jinê û hem hemû zanistên civakî de, ew rewş û rastî ye ku şêniya mirovan nikare bi rêbaza ‘fêrbûna navajoyî’ were berdewamkirin, mezinkirin û hin rewşên awarte ne têde, biçûkkirin. Domandina nijadê bi rêbaza herî hoveber weke navajoyîtî, tê destekkirin bi rêbazên zanistî yên pêşxistî bi dirêjiya dîroka şaristanî û modernîteyê; vê yekê sedema bingehîn a zêdebûna pirole ya şêniyê ye. Tê wateya rewşeke pir paşmayî ku cureya mirov, weke xwezaya civakî, tenê bi rêyên navajoyî, bi taybetî bi dehfdana ajoya zayendî, heyîna xwe bidomîne. Asta wê/wî ya zeka û çand, potansiyelên wisa yên fêrbûnê jê re pêşkêş dikin ku karibe heyînên civakî di wesfên hîn pêşketîtir de bidomîne. Takekes û komcivak, bi zeka û çandên xwe, her wiha bi saziyên xwe yên felsefî û siyasî dikarin derfeta xwe jiyandina di demên herî dirêj de bikar bînin. Lewre, wê pêwîst neke ku nijad, bi rêya ajoya zayendî pir bibe û were domandin. Çand û zekaya mirov ji mêj ve ye ku ev rêbaz derbas kiriye. Lewra, di bingeh de rêgeza karê ya şaristanî û modernîteyê, ji vê hoveberiyê berpirsyar e. Qet guman jê nîne ku zêdebûna pirole ya şêniyê yekdestî û desthilatiya pirole ye û ew jî li gel kar ê pirole û mezîntirîn wekhev e. Sedema ku cureya mirov bi dîrêjiya dîrokê, bi rêya xwe pirkirina pirole, ne tenê civakê, lê jîngeh û xwezaya wê jî aniye ber şêmûga tunebûnê, teqez ji ber encama daneheva kumulatîv (lodane) a sermaye û desthilatî ye, lewre ji ber encama zagona kara mezintirîn e. Hemû pêker/faktor û sedemên din duyemînî (talî) ne û di rêza duyemîn de rol dilîzin. Wê demê, divê berpirsyariya bingehîn di destê jinê de be, di çareseriya pirsgirêka demografîk de, ku rêya sereke ya pêşîgirtina li rûxîna ekolojîk e û ya çareserkirina pirsgirêka jinê ye, ku ji niha ve rehendên dêwane wergirtiye. Û yekemîn merca vê jî, azadî û wekheviya tam a jinê ye; her wiha, mafê wê ye tam ê kirina siyaseta demokratîk e û di hemû têkiliyan de mafê wê yê tam ê gotin û vînê ye. Ji bilî van rastiyan, gengaz nabe ku rizgarî, azadî û wekheviya jinê, civakê û jîngehê bi wateya tam pêk werin. Di vê rewşê de elbet, şêwegirtînên siyaseta demokratîk û siyaseta konfederatîf jî gengaz nabin. Tehlîlkirineke bi nav û deng a Hegel heye, Hegel behsa lîstokeke xwezayê dike. Dibêje “Dema çêlikek zindîwer çedibe li beramberî mirinê rêya xweparastinê esas digire, hilberîna zindîweran derketina li dijî mirinê ye”. Yanî hilberîn li beramberî tirsa mirinê nerazîbûnek e. Vê qanûna xwezayê hûn dikarin di avabûna gerdûnê de jî bibînin. Qeşaya mezin beramberiyê tarîtiyê li gorî min bi galaksî, roj, çêbûna stêrk, tîrêj hwd. bersiveke ji tarîtiyê re. Ev di mirov de vediguhere tiştekî cudatir. Mirov wer dihesibîne ku bi pirbûnê xwe misoger bikin. Ev reaksiyoneke xweparastinê ye, lê bersiveke biyolojîk a herî paşverû ye. Li cem Kurdan ev refleksa parastinê heye. Ji bo min tişta girîng ne pirbûna biyolojîk e, hêla civakîbûyînê ye. Pirbûna esasî bi civakîbûyînê re mumkin e. Li qadên civakî, siyasî, çandî, aborî, yanî li her qadên jiyanê pirkirina civakîbûnê girîng e. Di vê mijarê de mînaka Alman dikare fikrekê bide. Alman bi xurtbûna civakî, siyasî, ekonomîk ser zeîftiya biyolojîk digirin. Mêr û jinên Alman jî pir xurt in. Lê hejmara zarokan a li cem wan weke ku li cem me ne bêkontrol e. Ji bo Kurdan jî ne hilberîneke biyolojîk a qeba, hilberîna îdeolojîk, siyasî, civakî girîng e. Tişta ku em di PKK’ê de dikin jî ev e. Pirbûna bê kontrol xweza û gerdûnê tune dike. Mêr û jin bi awayê civakî, aborî û çandî divê xwe pir bikin û bijîn. Li cem Kurdan rûniştandina vê mêzandinê girîng dibînim. Tişta girîng bi awayê civakî, siyasî, çandî û aborî mezinkirina jiyanê ye. Vaye rewşa pale, rêncberên çandiniyê ku vê nakin hûn dibînin,  rewşa zarokên wan bikovan e. Di rastiya xwe de min serî li şoreşgeriyeke li ser vî bingehî da. Min li dijî pergala heyî serî hilda. Li gorî min nîqaşkirina van mijaran, di her qadên jiyanê de nirxandin girîng e. Şaredarî dema projeyên xwe yên komunal pêş dixin divê li ser van mijaran jî hûrûkûr bibin. Ji bo ku zarok perwerdeya pêwîst bibînin divê her kesek girîngiyê nîşan bide. Heke şaredarî vê bi ser bixin dikaren cewaziyekê biafirînin. Ji Parêzname û Dahurandinên Rêber Apo Hatiye Berhevkirin, Wê Bidome.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 29 Mart 2025
Görüntüleme: 661

NIRXANDINÊN RÊBER APO, YÊN LI SER JINEOLOJÎ YÊ-BEŞA-4

Serweriya civakê a bi karekterê mêr e, heta roja îro firsend nedaye ku diyardeya jinê weke zanistî bê nirxandin jî. Zanistên civakî çiqas kêm û dereng li ser mijarên komîn û demokratîk rawestiyane, ew çend jî û heta jê zêdetir dûrî mijara jinê mane. Mîna ku bûyerên li dora jinê û serpêhatiyên wê pir pêdiviyên xwezayî be ev têgihîştin xwe di hemû zanistan de nîşan dide û di helwestên siyasî û exlaqî de wek pêşferaziyekê tê qebûlkirin. Ya herî mirov xemgîn dike, jin bi xwe jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Risteyên ku qala jinê dikin, di bêje û gotinên zilam de, ku mohra xwe, çawa ku li tevahiya zanistan daye, li zanistên civakî jî daye, barkirî ne bi nêzikatiyên propagandatîf ku qet dest nadin rastiyê. Statuya rastîn a jinê bi van bêje û gotinan ve belkî jî çil caran tê nuxaftin, weke ku dîrokên şaristaniyê çîn, mêtin, zordestî û êşkenceyan heman awayî dinuxêvin. Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em biavêjin nava civaka mirov, divê der barê hevjiyana azad de be. Tu qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî taybetiya bingehîn û diyarker nîne. Aborî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de aborî jî û dewlet jî navgînên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikevin xizmeta aborî, dewlet û olê. Berevajî, divê dewlet, ol û aborî bikevin xizmeta hevjiyanê. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye. Li gorî vê vegotinê hemûyî qada divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye. Mîtolojiya serdema destpêkê ya gelekî hov tê dîtin û ol timî ji vê qadê dest pê dikin û ev bêsedem nîne, ji ber ku bi heqîqeta civakî re têkildar e. Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Ne bi tenê weke zanist di sosyolojiyê de, divê di tevahiya qadên hunerî û felsefî de gava pêşî di van têkiliyan de bê avêtin. Jixwe hewce nake ku mirov bibêje, ol û exlaq weke şaxekî felsefeyê divê pêşî di vê qadê de gavê biavêjin. Exlaq û ol têra xwe bi vê qadê ve xwe girêdane. Min tim wê kûraniya jiyanê ya hevwatebûna cot a herî harîqa biqasî dikare bê zanîn ya di gerdûnê de, bi kûranî hîs kiribû. Min wê wêrekiyê nîşan da ku ez girîngiya hizirîna bi jinê re destpêkê, her wisa pê re gotûbêjkirina li ser ka li ku dere, kîngê û çiqas xirabûn hebe û derbaskirina wê, deynim pêşiya hemû têkiliyan. Tenê jina ku xurt be, bihizire, karibe biryarên baş, xweş û rast bide, dema bi vî rengî min derbas bike, karibe min heyranê xwe bihêle û karibe bibe muxetaba min, bêguman yek ji kevirên koşe yê lêgerîna min a felsefî ye. Min tim bawer kir ku wê sirên herikîna jiyanê ya li gerdûnê, bi vê jinê re, bi aliyên wê yên herî baş xweş û rast re, wate bibîne. Her wisa min bawerî bi exlaqê xwe jî anî, ku bi qasî ku tu zilam nikaribe bi ser bixe, şêwaza min a heyînê bi malê li pêş min ê ‘zilam û sermaye’ re, ango bi ‘Hûrmûz a xwedî not hezar şî’ re, qet par neke. Wê demê têgîna, ji femînîzmê jî wêdetir, ‘jîneolojî’(zanista li ser jinê), dibe ku armancê çêtir pêşwazî bike. Têgîna femînîzm, bi zimanê Kurdî di wateya jinparêzî (jinperestî) de, dûr e ji wesfandina tam a pirsgirêka jinê û ji ber ku dijraberê wê weke zilamparêzî tê sêwirîn, dibe ku bibe sedema zêdetir bêsûdiyan. Wateyek wisa diteyisîne weke ku tenê jina bindest a zilamê serwer be. Lê bele, rastiya jinê pir berfirehtir e. Wateyên wisa di xwe de werdigire ku, ji zayendiyê wêdetir, aliyên wê yên aborî, civakî û siyasî hene. Eger em têgîna ‘mêtingerî’ ji hîmê welat û netew derxînin û wê daxînin bo komên mirovan, em ê karibin şûngeha jinê bi hêsanî weke ‘mêtingeha herî kevin’ pênase bikin. Bi rastî jî, tu diyardeyeke civakî, bi qasî jinê weke giyan û beden, mêtingeriyê nas nekiriye. Divê were têgihîştin ku jin di statuyeke mêtingeh a wisa de tê ragirtin ku sînorên wê bi hêsanî nikarin werin destnîşankirin. Civaka sivîl a roja me ya îro di van xebatan de herçiqasî kêm be jî mirov dikare mînakeke vê yekê bihesibîne. Ya rastî femînîzm tevgereke civaka sivîl a girîng e û di bingehê xwe de ekoleke îdeolojîk e. Ji lewra jî hewce dike ku xwe li ser bingehê zanistî ava bike. Lê ekolên femînîst, di warê analîzkirina civaka cinsiyetparêz a zilamê serwer de ku hêza hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê ji xwe re dike palpişt û bi giranî hukim li jinê dike, di warê pêşkêşkirina modela çareseriyê de û di vê çarçoveyê de hewldanên têne kirin, di jiyana xwe de ji aliyê pêkanînê ve misêwa bi bêhêzî û serneketinê re rûbirû dibin. Kesayetên awarte nebin, milîtaniya jina azad zehmet e ku xwe bigihîne serketinê. Hin serketinên bêne bidestxistin jî wê bi êrîşên rojane û berfireh ên civaka cinsiyetparêz re bêne asîmîlekirin. Ji lewra pêkanîn û pratîka komunên aborî, îdeolojîk û polîtîk ên di mîhwera azadiya jinê de bivê nevê hewce dikin. Her çend di hewldan û xebatên femînîstan de noqteyên girîng hebin jî, hê nikarin ji mejiyê demokrasiyên ku navenda wan Rojava ne, derbas bikin. Şêweyê jiyanê yê di bingeh de kapîtalîzm heye baş fêm nekirine. Lewra nikarin li dawiyê jî bihêlin. Rewş, têgihîştina şoreşa sosyalîzmê ya Lenîn bi bîr dixîne. Tevî ew çend hewldan û gelek destketiyan, Lenînîzmê nekarî xwe xilas bike ji bo li baskê çepê nebe alîkarekî baş ê kapîtalîzmê. Heman tişt dibe ku bi serê femînîzmê de jî were. Ji ber ku bingehekî xurt ê rêxistinî nîne, feslefeya xwe pêş de nebiriye û zehmetiyên mîlîtaniya jinê, îdîaya wê qels û lawaz dike. Dibe ku nikaribe “sosyalîzma reel” a jinê jî pêk bîne. Lê ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka jinê gavavêtineke cidî ye. Divê tevgera femînîst bêguman di ronahiya van rastiyan de bibe tevgereke herî radîkal a dijberî sîstemê. Tevgera jinê, ku bi awayê wê yê nûjen, dîsa em dikarin kokên wê bispêrin Şoreşa Frensî, kariye, piştî çend qonaxan, heya roja me ya îro were. Di qonaxa yekemîn de li pey wekheviya hiqûqî hatiye bezin. Ev wekhevî, ku zêde wate dernabire, di roja me ya îro de hema bi belave hatiye bidestxistin. Lê, pêwîst e baş were zanîn ku naveroka wê vala ye. Her wisa di mafên din de jî, yên mîna mafên mirovan û mafên aborî, civakî û siyasî, pêşketinên şêweyî hene. Jin di dîmen de bi qasî zilam wekhev û azad e. Lê di rastî de xapînokiya herî girîng di vê şêwaza wekhevî û azadiyê de veşartî ye. Ji bo azadî û wekheviya jinê, ku ne tenê heyamên modernîteya fermî, lê tevahiya yên [heyamên] hiyerarşî û şaristaniyê wê di hemû tevnên civakî de di warên mejî (zihnî) û bedenî de kirine kole û wê bi awayê koletiya herî kûr dane xebitandin, xebatên teorîk ên demokrasiya wan pir berfireh be, têkoşînên bîrdozî, xebatên bernameyî û rêxistinî û ya herî girîng jî çalakiyên xurt pêwîst dikin. Beyî vana femînîzm û xebatên li ser jinan, tu wateyek wernegirin, ji wêdetirî xebatên lîberal ên jinê ku hewl didin sîstemê rehet bikin. Jineolojî, piştevaniyê ji bo femînîzmê jî dike. Jîneolojî (zanista li ser jinê) li şûna femînîzmê, dibe ku çêtir bersiv bide armancê. Rastiyên ku jîneolojî wan derxine ronahiyê, diyar e para rastiya ku di xwe de wergirin wê ne kêmtir be ji ya gelek ‘lojî’yên beşên sosyolojî yên teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, pedagojî û wekî vana. Bê nîqaş e ku jin weke hem fîzîkî û hem jî wate, beşa herî fireh a xwezaya civakî pêk tîne. Wê demê, çima vê parçeya xwezaya civakî, ku pir [ewqas] girîng e, mijara zanistê neyê kirin? Sosyolojî, ku dabeş bûye heya li perwerde û terbiyeya zarokan weke pedagojî, Jineolojiyê ava nekiriye; vê yekê jî bilî ku bi bêje û gotina zilamê serwer e nikare bi mijareke dîtir ravebike. Ji Parêzname û Dahurandinên Rêber Apo Hatiye Berhevkirin, Wê Bidome.        

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 29 Mart 2025
Görüntüleme: 647

NIRXANDINÊN RÊBER APO, YÊN LI SER JINEOLOJÎ YÊ-BEŞA-3

Rêber Apo Tevgera Jinê tevgereke sedsala 21’emîn e. Sedsala 19’emîn çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21’emîn jî dê ji bo tevgera jinê wisa be. Zanyar bi xwe jî dibêjin, sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê, lewra meseleya jinê meseleyeke civakî ye. Tenê ne meseleya cins e, li gorî min jî meseleyeke mêr e. Şaristanî afirandineke mêr a 5 hezar salan e, bi qirêj e, mêr di vê qirêjiyê de parçe parçe hildiweşe, ez ê li ser vê hûrûkûr bibim, niha li ser meseleya mêr disekinim ez ê vê vekim bila bi heyecan li bendê bin.  Jin piçekî xwe gihandiye asta azadiyê, divê jin xwe bigihîne jiyaneke bi rûmet. Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi şoreşeke duyemîn a gund û cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi şoreşeke jinê ya duyemîn heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşeke ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di hevsenga hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihîştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne. Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zîhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya jinê gengaz nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya bihurandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat, çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirsgirêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê. Eşkereye ku, jina ku navê wê bi jiyanê re bûye yek ku statuya jêre hatiye ferzkirin bi tevahî bi karekterê dij-jiyan û dij-jin e. Ev xusûseke wisa ye ku hê jî hişê min nagire. Mêr bêyî ku şermeke mezin bijî bi jinê re di bin statuya heyî de ew ê çawa bijî? Di ser de jî ku têgîna namûsê berovajî kiriye, ew ê çawa ji xwe re jinê bike mijara namûsa herî bingehîn? Bi wateya xwe ya rastî şerê bi vê re weke namûsa rastî ez fêr bûme. Ez bawer dikim ku, ev şer jina tê bêrîkirin, lewma jî afirandina jiyanê ji niha ve di şexsê we de û di îfadeya sazîbûna wan de hatiye îspatkirin. Bi gelemperî li dunyayê, bi taybetî di civaka Rojhilata Navîn de têkoşîna civakî ya herî watedar ku di rêya wê de bê meşandin divê li ser vî bingehî be. Bi performanseke mezin têkoşîna xwe ya di vê hêlê de bi rûmetdarî dimeşînim. Lê tişta ya girîng, di bin vî barê têkoşînê de çi ferdî çi jî bi sazî bi serkeftî derçûna we ye. Tiştên ku min ji bo vê têkoşînê gotine naxwazim dubare bikim. Di rêhevaltî û dostaniya min a bi jinê re sînor nîne. Pratîk û kûraniya teorîk a pêre, ew ê bibe pîvana rastî ya mêraniya bê qebûlkirin jî. Li gorî min ev perspektîf rêgeza bingehîn a estetîk û exlaqê ye. Bedewbûn beriya her tiştî xwe gihandina kûraniya vê perspektîfê û bi jiyîna wê mumkin e. Herhal pîvana bingehîn a jiyîna welat, netew û azadiyê dê ev be.   Divê hûn fêrkirin û nûnertiya formula bi sêhr a jin, jiyan û azadiyê bidomînin Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Lê weke nijad, çîn an jî netew a herî zêde bindest. Divê baş bê zanîn ku tu nijad, çîn an jî netew weke jinê bi sîstematîk rastî koletiyê nehatiye. Em hertim dibêjin şert û mercên ku dûrketina ji jin û jiyanê hilweşan û hilweşîna civakê diteyisîne. Bêyî ku em vê rastiyê çareser bikin û di rêya azadiyê de seferber nekin nayê fikirîn ku hêmanên em jêre dibêjin şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîlîtan karîbe rola xwe bilîze. Hewceye bibe azadîxwaziya jinê. Teşedayîna jinê weke bêexlaqiyê dihesibînim. Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Eşq, hezkirina çavkorî jî di navê de divê em bi tu awayî bi jinê ve neyên girêdan. Berevajiyê vê jî rast e. Di heman demê de divê jin jî xwe bi kesî ve girê nede û kesî neke xwediyê xwe. Şertê pêşî yê şoreşgertî û mîlîtantiyê divê bi vî awayî be. Kesên bi awayekî serketî ji vê ezmûnê bibihûrin bi awayekî di kesayeta xwe de azadî pêk anîne, lewma bi vê kesayeta xwe ya azadbûyî dikarin dest bi avakirina neteweya demokratîk û civaka nû bikin. Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e. Divê ‘xweda’ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandin e. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pir watedar in. Divê jin biqudret, azad û xwediyê biryarê be. Jin pir muthîş bi min ve girêdayî ne. Ewçend ne girêdan be. Jina sedî sed bi min ve xwe girêdide nabe. Jin heyîneke binirx e. Ji ber vê peyvên jin û jiyan binirx in. Divê hûn fêrbûn û nûnertiya formula bi sêhr a Jin, Jiyan û Azadiyê bidomînin. Dîroka koletiya jinê hê jî nehatiya nivîsandin. Dîroka azadiyê jî li bendê ye ku bê nivîsandin. Dîroka koletiya jinê elbet di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji ber vê derçûna wê jî dê li ser vê axê be. Lê eşkere ye ku ne bi tarzê mêr be. Jineolojî dikare bibe derçûneke bingehîn. Qesta min bi vê jinê ji bûyina objeya zayendî pir wêdetir hem weke cewher hem weke durdiya (tortu) civakê derfetên ku azadkirin û ronîkirina wê bê lêkolînkirin. Elbet heman lêkolînê ne tenê di qada zanista pozîtîf ku bi paradîgmaya mêr hatiye pêşxistin de bi heman paradîgmayê lêkolînkirina qadên olî, hunerî û felsefîk jî. Hewldana min a di vê hêlê de min bi berdewamî kiriye. Bi berdewamî zêdebûna kombûnekê mijara axaftinê ye. Dema vê qada ku kirine tabû derdikim kêfxweşî û bextewariyê hîs dikim. Tu çîrok weke çîroka koletî û azadiya jinê hem bi xemxwarî, bi hêrs, hem bi şanazî û bi coş bandorê li min nake. Ta ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê pêk bê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtingehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî û zîhni (mejî) wê tevkariyeke mezin bike li zelalbûyîna tevahiya bi her milî ve mijarên din ên dîrokê û civaka rojaneyî. Bêguman, zelalbûyîna statuya jinê tenê aliyekî mijarê ye. Aliyekî hîn girîngtir, bi pirsgirêka rizgarbûna wê re têkildar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê zêdetir girîng e. Pirî caran tê gotin ku asta gelemperî ya azadiya civakê rêjedar e bi asta azadiya jinê re. Ya girîng ew e bê ka wê çawa were dagirtin nava vê biwêja ku rast e. Azadî û wekheviya jinê, ne tenê azadî û wekheviya civakî destnîşan dike, lê ji bo vê sazgerîn (mekanîzma)ên pêwîst ên teorî, bernameyî, rêxistinî û çalakî pêwîst dike û ya hîn girîngtir, nîşan dide ku bê jinê siyaseta demokratîk nikare çêbibe, heta tew siyasetmedariya çînî jî wê kêm bimîne û her wisa wê nikaribe aştî û jîngeh jî bêne pêşxistin û parastin. Lêkolînkirina jinê, weke kombûna têkiliyên civakî, ji ber vê sedemê, ne tenê watedar e, lê ji bo derbaskirina (tehlîlkirina) girêkênkor ên civakî jî, pir girîng e. Şikandina korîtiya derbarê jinê de, wisa ye ku, heman weke ku mirov atomê parçe bike, ji ber ku nêrîna serwer a zilam bexşangî qezenc kiriye. Ji bo şikandina vê korîtiyê, pêwîst dike ku mirov hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û zilamtiya serwer birûxîne. Her wisa pêwîst e mirov di eniya jinê de jî, ew jina ku hema hema ji xwe re kiriye şêwaza heyînê û di rastî de weke civakî hatiye avakirin, tehlîl bike û ewqas jî birûxîne. Têkiliyên ku tevahiya newekheviyan, koletiyan, zordarî (destpotî)yan, her wisa faşîzmê û milîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe ya sereke, ji vê şêweya têkiliyan digirin. Pêwîst e ew tora têkiliyên ku li derdora jinê hatine honandin, ku bi qasî civak û xwezayê kevn in, were ji hevxistin û parçekirin. Ji bilî vê, wekî din tu rê nîne ku mirov bibe azadiyê, wekheviyê (ya guncaw li gel cewaziyan), demokrasiyê, ya rasteqîn û exlaqek ku durû nebe. Ji Parêzname û Dahurandinên Rêber Apo Hatiye Berhevkirin  Wê Bidome.      

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 29 Mart 2025
Görüntüleme: 632

NIRXANDINÊN RÊBER APO, YÊN LI SER JINEOLOJÎ YÊ-BEŞA-2

Rêber Apo Qeyrana zanista bi navenda şaristaniya Ewrûpa bunyewî ye. Bi pêşketinên di heyamên destpêkê yên şaristanî re pêwendîdar e. Navendîbûna zanistê li perestgehê, tê wateya yekparebûna wê bi desthilatiyê re. Bi hejmareke zêde nimûne hene îspat dikin ku zanistên di şaristaniyên Misir û Sumer de bûne parçeyên jêveneqetîn ên desthilatiyê. Keşîşî, ku zanistê berhev dikir, ji xwe di şûngeha hevparê tewrî girîng ê desthilatiyê de bû. Lê di rastî de pêkhateya zanista di serdema neolîtîkê de cewaz bû. Zanîna jinê ya li ser nebatan, belkî jî hîmê biyolojî û bijîşkiyê (tibê) bû. Wekî din, çavnêriyên wê yên li ser demsalan û mehan, hesab derdixist holê. Dikare pir bi hêsanî were şîrovekirin ku pratîkên jiyanê yên bi hezaran salan ên komcivakên çandinî û gundan, gencîne yeke (xezîne) mezin a zanînê (agahiyê) derxistiye holê. Lê heyama şaristaniyê van zanînan komî ser hev kir û wan kir parçeyekî desthilatiyê. Li vê derê veguheraneke wesfînî di wateya neyînî de hatiye jiyîn. Eger em zanistê weke şîroveya pêşketî ya maneyê bi nav bikin, emê ev çend bi lez yekbûna wê bi desthilatdariyê re yan li ser navê zanistê weke têkçûnê yan jî emê weke pirsgirêkeke ciddî ya bi navkirina zanistê fêhm bikin. Ji vir encama divê em derxin ewe ku zanist hewcedarê şîroveyeke nû ya maneyê ye. Zanist hewcedariya xwe bi şoreşeke nû ya paradîgmatîk heye. Neçar e ku zanista were pêşxistin, berî her tiştî weke “zanista civakî” were rêkûpêkkirin. Divê zanista civakî, weke banû (qralîçe) ya dayîk a tevahiya zanistan, were pejirandin. Ne zanistên din ên di derbarê Xwezaya Yekemîn de (fizîk, astronomî, kimya û biyolojî) û ne jî zanîn û zanistên din ên beşerî (wêje, felsefe, huner, aborî û wekî vana), qet nikarin pêşengî bikin û girêdana watedar bi rastiyê re çêbikin. Ev herdu qad, tenê dema girêdana xwe bi zanista civakî re bi rengekî serkeftî çêbikin, wê demê dikarin para xwe ji rastiyê bigirin. Zanîn di cavakên dijber ên berî û heyama şaristaniyê de parçeyek ji civaka exlaqî û polîtîk bûn. Ta ku berjewendiyên jiyanî yên civakê pêwîst nedikir, gengaz nedibû ku zanist bi cureyek dîtir bihata bikaranîn. Yekane armanca zanîn û zanistê, tenê dikarîbû ew bûya ku heyîna civakê bihata domandin, parastin û xwedîkirin. Mirov nedikarî hizirîba ku armancekê wan a dîtir hebûya. Lê şaristanî vê rewşê ji kokê ve guherand. Yekdestiya xwe li ser zanîn û zanistê saz kir û bi vî rengî wan ji civakê qut kir. Dema civak ji zanîn û zanistê bêpar hate hiştin, hêzên desthilatî û dewletê, bi zanîn û zanistê, heya bêjî bihêz bûn. Wan kesên ku zanînê hildiberandin û diguhastin, bi xanedaniyan û serayan girê dan û bi vî rengî yekdestiya xwe saxlem kirin. Bi vî awayî qutkirina bikok a zanist ji civakê û bi taybetî ji jinê, dihat wateya qutkirina her wisa girêdana wê ya bi jiyanê û jîngehê re jî. Di heman demê de qutbûna bikok a girêdana zekaya analîtîk bi zekaya hestî re û mezinbûna berdewamî ya mesafeya di navbera wan de jî bi hev re pêş diket. Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya ji rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne. Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Civaka kapîtalîst çawa lûtke û dewama civakên berê yên mêtinger e, jin jî bandora koletiyê ya van hemû sîsteman li asta herî jor dijî. Eger em heta jina di cendereya mêtingerî û zordestiya civaka dewletparêz û hiyarerşîk a herî kevn û dijwar de derbasbûye û şêweyek danê fêm nekin, em nikarin civakê rast rave û tarîf bikin. Ji bo koletiya etnîk, netew û çînî rast were fêmkirin, hewce ye jin rast were tarîfkirin. Tevî ku tîr di çuwal de hilnedihat jî, sosyolojiyê di dawiya çaryeka sedsala 20. de hindik be jî li ser mijara jinê hewlda hin lêkolînan bike. Tevgera Femînîst, karîbûye hawîrdorê, şer, texrîbên xeternak ên îqtîdarê, dîrok û karektera cinsiyetparêz a serdest, bide fikirandin. Ev noqte bi xwe jî, di serî de ilmên civakî yên diviyabû objektîf bin, karektera cinsiyetparêz a hemû ilman nîşan dide. Ilim cinsiyetparêz e. Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka wendakirin û wendabûna jinê ye. Ev dîrok bi xweda û bendeyên xwe ve, bi ferwerdar (hukumdar) û rajêrên (tebaa) xwe ve, her wisa bi aborî, zanist û hunera xwe ve, dîrokek wisa ye ku têde kesayetiya serwer a zilam zexm bûye. Lewra, wendakirin û wendabûna jinê, bi navê civakê, ketin û wendakirina mezin e. Civaka zayendperest, encama vê ketin û wendakirinê ye. Zilamê zayendperest, dema serweriya xwe ya civakî li ser jinê ava dike, ewqas dilbijok (biîşteh) e ku her cûre mizişê (temas), dike pêşaniyeke serweriyê. Hertim têkiliya serwerî hatiye barkirin li diyardeyeke biyolojîk weke têkiliya zayendî. Zilam qet ji bîr nake ku li ser jinê bi hewaya serkeftinê mizişa zayendî (temasa cinsî) çê kiriye. Pir eşkere ye bê ka pêwendiya zayendî û desthilatî di nava civakê de çawa bandorker e. Rastiyeke sosyolojîk e ku tew di roja me ya îro de jî, her zilam li ser jinê xwedî mafên bêhêjmar e, ‘mafê kuştinê’ jî têde. Van “mafan” her roj têne bikaranîn. Têkilî, bi piraniya raser, di karekterên taciz û tecawizê de ne. Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî rast e. Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn a vê yekê ew e, zîhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwe danê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene. Ya herî baş ew e ku ji bo azadkirina cîhana jinê, jin bi xwe mejiyê xwe yê hisî û mejiyê analîtîk bi hev re bixebitîne û pêk bîne. Divê jin mîtolojî, felsefe, dîn û zanistê ji nû ve li gor xwe di ber çavan re derbas bike, bi mejiyê xwe yê xweser û azad şîrove bike û bixe pratîkê. Eger mirov bi mejiyê jinê nêzî teorî û pratîkê bibe dikare bigihîje dunyayeke nêzî xwazayê, aştiyane, azadîxwaz û wekhevîxwaz a bi jiyaneke bedewî barkirî. Ji Parêzname û Dahurandinên Rêbertî Hatiye Berhevkirin.  Wê Bidome.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 29 Mart 2025
Görüntüleme: 358

Sayfa 2 / 8

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • JIN DIVÊ ÇAWA JIYAN BIKIN?

  • Nêrînên Li Ser Azadiyê

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere