ZOZAN ÇEWLÎG Fermandariya jin di asta pêk anîna şoreşa jin de xwedî girîngîkî dîrokî ye. YJA Star, bi mîrasekî pir mezin yên artêşbuyina jin, xeta fermandariya jin da afirandin. Niha li çar perçê Kurdistanê, mirateyekî jin yên fermandarî heye. Dibe berê ev nebû, em îddîakî wisa jî nakin, lê niha heye û pir jî xurt e. Asta dîrokê mêze bikin, yê ku herî zêde bê parastin hatiye hêştin jin e. Ji bo wî jî artêş buyina jin û di asta meşandina artêşê de fermandariya jin, ji bo azadiya jinê armancakê jê ne veger e. Li ser vê esasê naskirina dîroka jina azad, di heman demî de xwedî derketina artêş buyin û parastina xeta fermandariya jin, erkekî pir mezin yê li ser milên me ye. Ger em, di vê mijarê de li dîrokê temaşe bikin, wekî YJA Star, wekî tevgera jin divê em ferqa xwe bizanibin. Em ji ber ku xwedî mîrasekî ne, xwedî alternatîfekî ne, ji ber ku em xwe dispêrin sîstemekî, xwe dispêrin birdoziyekî, em hêza parastina birdozî û parastina îradeya tekoşîna azadiya gelan in, ya jinan in, ya gelê Kurd in. Em di vê mijarê de, hem mîrasa xwe bizanin, hem mîrasa xwe nas bikin û li kêleka wî jî divê ferqa xwe, gerek em bibîn in. Ev waneya me li ser fermandariya jin e. Her çiqas em, çarçoveyekî giştî deynin jî lê di cewher de emê li ser fermandariya jin rawestin. Di despêkê de emê pênaseya fermadartî bikin û di xetên situr de, behsa ezmûnên jin yên fermandarîyê bikin. Bi giştî emê hewil bidin ku li ser artêş buyina jin bisekinin û astengiyên pêşiya fermandariya jin bidin nasîn. Fermandarî, diyardeyekî yek pare ye. Fermandarî bi ti awayî nabe perçe perçe bê dest girtin. Fermandarî çiqas hêza fikir be, ewqas ya gotinê û ewqas jî ya çalakiyê ye. Asta fikir di pêk anîna fermandarî de şênber dibe. Ger fikir lawaz be, fermandarî pêk nayê. Di fermandarî de fermandariya lawaz nîne, fermandariya ku pêk nehatî heye. Fermandarî an pêk tê, an jî nîne. Dibe bê xurt kirin, wê demê divê di asta fikir de pêşveçun çê bibin. Fermandarî, birdoziyê di asta herî jor de pratîze kirin e. Fermandarî, waneya xwe zelal kirinê ye. Tevlîbuyina artêş buna jin wê çawa be, di artêşbuna jin de wê çalak kirina birdoziya rizgariya jin çawa pêk bê. Fermandarî di van mijaran de bi kurahî fêm kirinekî dixwaze. Fêm kirin û pêk anîn yekser bi hevre girêdayi ye. Yê ku fêm dike, pêk tîne, yê ku pêk tîne, fêm kiriye, girêdanekî bi vê rengê di navbeyna fêm kirin û pêk anînê de heye. Fêm kirin û pêk anîn, îddîaya mirovan diyar dike. Fermandarî bi îddîaya mirovan ve, raste rast girêdayî ye. Ger îddîayên mirov lawaz an jî kêm bin, mirov nikare di kesayeta xwe de zelalî ava bike. Rêviyên xeta azadiyê pêwiste xwedî îddîa bibin. İddîa amadekarî dixwaze, divê şexs hem di milê rihê, hem jî di milê bedenî de xwe xurt bikin. Xwe perwerde bikin, xwe ji nûve bixuliqîn in. Divê watê de, Akademiya Fermandarî û Gerîlageriyên Jin a Şehîd Berîtan, di xeta paradigmaya Rêber Apo de û di xeta bîrdoziya rizgariya jin de cihê xwe zelal kirin û di mana îdeolojîk de xwe razandine xeta azadiyê ye. Wekî tê zanîn; wekî tevger û gel em pir bi zehmetiyên mezin re ru be ru ne. Gelê me ne azad e, welatê me hatiye dagir kirin. Mirovên Kurd, di asta koletî de, di bin zextên pişavtinê de roj bi roj ji rastiya xwe tên dûr xistin. Gelê me ji her demî zêdetir pêwistiya xwe bi parastinê heye. Lewra, em di nava şerekî dijwar de ne, vî giştî heval dibînîn, di navê de dijîn, hîs dikin û dizanin. Çima pêwistî bi waneyekî(ders) wisa heye. Ji ber ku şerê me dijwar e û gelê me di zehmetiyê de ye, di şerekî ewqasî dijwarî têde tê jîyin de bi tevlîbuyinekî ji rêzê em nikarin bi serbikevin. Ji bo wî pêwistî bi perwerde heye, encax perwerde dikare ji hindek pêşketinan re, rê veke. Divê watê de, waneya fermandarî xwedî girîngîyekî mezin e. Ji ber ku milîtanên xeta azadiyê, ji bo di asta fermandarî de têgiştinekî bijîn divê xwe ji bo pratîkê amade bikin. Beriya her tiştî û pratîkê jî perwerde pêwiste. Waneya fermandarî wê ji bo têgiştin û pratîkekî rast bibe bingeh. Em wekî hêzên YJA Starê, xwedî mîrateyekî pir xurt in. Bi rêya perwerdeyan em dikarin ev hafizaya jin ya artêşbun û fermandariya jin radestî şopdarên rêça azadiyê bikin. Li ser wateya têgina 'STAR' Beriya mirov behsa fermandarî bike, divê mirov behsa YJA Star'ê bike. Lewra YJA Star bi pêşengtiya jin, bi fedakarî û wêrekbuyina jin û herî zêde jî bi keda Rêbertî , hat ava kirin, di heman demî yên YJA Star'ê ava kirin fermandarên jin in. YJA Star jî, wana ava kir. Mirov, îro li hindek pêş ketinan mêze dike, difikire ku bi hêsanî çê bûne. Lewra di rastî de, çêbune tiştan qet hêsan nebûye. Her çêbûyînekî bi xwe re gelek berdêlên giran jî biriye. Her çiqas, di despêka tevgera me de jin, bi rista pêşengtî tevlî buye jî, di nava şer de pir bi nêzikatiyên paşve mayî re, ru be ru maye. Beriya ava buyina YJA Star'ê, di dîroka tevgera jina azad de, gelek ceribandinên jinan yên xwe rêxistin kirinê hene. Lê, ji ber mijara me li ser fermandarîyê ye emê nekevin berfirehiya van mijaran. Lê, wekî xulase be jî mirov bêjê, piştî pratîka Zelê û dahûrandinên Rêbertî li ser pratîka Zelê, êdî rewşa jin, digîje astekî cûda. Ji ber di van pêvajoyan de, jin wekî amûr, wekî barê şoreşê, her wiha pir bi nêzikatiyên paşve mayî re rû bi rû ye. Wekî nêzîkatî Rêbertî vana rexne dike û di salên 93'an de artêşbuna jin dixe rojevê. Ji ber texlîlên Rêbertî digîje wê astê ku, 'jin azad nebe, civak jî azad nabe ye'. Li ser vê esasê, roja şehadeta Şehîd Berîtan, 25'ê Cotmehê wekî mîlada artêş buyina jin, tê pejirandin û YJA Star derdikeve ser rûpelên dîrokê. Artêş buyina jin, beriya wî xwe dispêrê rêxistin buyina jin yên qadên civakî û di çiya de şêrê gerîla yên jin. Ev di astekî de, ger mirov binirxîne, şoreş di nava şoreşê de hûnandine, her wiha artêş buyina jin, bi xelekên beriya xwe ve gihaşt asta YJA Star. Lewra mirov dikare êdî pirs bike, çima YJA Star? Çima navekî din nîne, bi taybetî YJA STAR ango Yekîneyên Jinên Azad yên STAR? Çiye wateya Star? Wateya navê xwe yê dîrokî zanîn girîng e. Lewra, ger navekî hebe, pêwiste armanç û sedemên hebûna wî jî hebin. Nav armanç dide diyar kirin, nav sedemên hebûnê di hundirê xwe de diparêz e. Star jî, divê watê de hem wekî armanç, hem jî, sedemên hebûna xwe di hafiza civakê de veşartiye. Hindek tişt hene girêdayî hafizaya civakî ne. Rêbertî, hevdîtinên xwe de, gelek caran ji parezerên xwe re dipirse; ''Ya Star, gelo ma ev li gel we jî qet nayê gotin?'' û pir bi kelecanekî mezin, berdewan dike û dibê; ''Ew xwedavend, İştar e', İştar, Star û Stêrk e. Star, xwedavenda despêkê ye. Xwedavenda yekemîn di zimanê me de bi navê Star hatiye pêşwazî kirin''. Hêza xwe ji dîrokê girtin, civakê di rastiyên dîrokî de dest girtin, rêbazên Rêbertî yên rejîma heqîqetê ne. Star di hafizaya civakê de, xwedavenda evînê û xwedavenda parastina civakê ye. Star, strandin tê maneya parastinê, tê maneya şewq, stêrk, qaimbuyin, xurtbuyinê. Jin, di dema neolotîkê de şerker in û civakê diparêz in. Niha jî, di Kurdistanê de dema tengavîkî ango zehmetiyekî di qewime, dapîr û bapîrên me yekser dibên 'Ya Star', bangawaziya xwe ji Star re dikin. Hêna jî ev çand berdewam e, ev maneya Star ya dîrokî jî dide diyar kirin. Ev xwedavend ji aliyê Sumeran ve weke Nînhursag, ji aliyê Babîliyan ve jî weke Gula Bau te bi nav kirin, xwedavenda dayîk Star e ku li Mezopotamyaya Jorîn Kurd weke Stêrk jî bi nav dikin. Bi Sumerî Nîn= nasnava Xwedavendê, Hûr=çiya, gir, Sag=perçe, herêm, di vê maneyê de ye. Ji bo Mezopotamyaya Jêr çiya; li gorî ku Zagros û rêzeçiyayên wî ne, Navê Nînhûrsagê, weke delîlek e ji bo ku çanda xwedavendîtî ji çiyayan daketiye. Nînhursag, dema xwedavenda herêma çiyayên Zagrosê bûye, di ser Enkî re bûye. Lê pişt re, bi Enkiyê ku temsilkarê sembolîk ê çîna jor a Sumeriyan û şaristaniya dewletparêz e re, dibe yek ji çar xwedayên afirîner(An, Enlîl, Nînhursag, Enkî) “Dayîka kedî ya şaristaniya Neolîtîk pêş xistiye temsîl dike. Civaka li derdora dayîkê bilind dibe, weke sîmgeya xwedayîtî nasname qezenckirin e.”(1). “Di zimanê Aryen de beriya dakevin deştên Ferat û Dîcleyê, temsîla xwedavenda navê wê Star e (piştre bi Akadî Îştar), rastiya dîrokî ya di çavkaniya mîtolojiya Sumer de bi balkêşî datîne holê. Weke berhema şoreşa çandiniyê ya Neolîtîk a çanda xwedavendê, hêza wê û bi Sumerî çawa dane veguherandin bi zelalî tîne ziman.”(3) Star parazvan e, Star parazvana hebûn û jiyana civakê ye. Divê em, wateya navê xwe yê dîrokî baş bizanibin. Ne tesadûfe ku, di dîrokê de careke din, li Mezopotamya, li Zagros û Torosan bi navê STAR artêşekî jin hat ava kirin. Ev tê wateya vegera ser kokên xwe û li ser kokên xwe, ji nûve xwe şîn kirinê. Artêşa Star, YJA STAR li ser şopa Staran hatiye ava kirin. Ev pir bi wate û di heman demî de pir bi rumet e. Di bingeha ava kirina YJA Star de, armanca, parastina jin, parastina civakê, parastina wekhevî û azadiyê heye. YJA Star, xwedî erkekî dîrokî ye û bi erka xwe ya dîrokî rista xwe dilîze. Di despêka mirovahiyê de Star dihat çi wateyê, di roja me ya îro de jî gihiştiyê vê rastiya xwe ya dîrokî. Di dîrokê du rubar hene; yek desthilatdarî, ya din jî azadi ye. Xeta desthilatdarî bi xwe re şaristaniyê ava kir. Ya din jî bi xwe nirxên civaka xwezayî ne û ji despêkê, heta niha, ji bo parastina nirxên civakî şerê berxwedaniyê dikin. Desthilatdarî, nunertiya xeta îxanetê dike û li dijî nirxên civaka xwezayî, pêş ketiye. Xeta din, ya berxwedanî jî, rast xwedî derketina wan nirxên civaka xwezayî ne. Lê em dema li dîrokê mêze bikin, yên ku di dîrokê de di despêkê de li nirxên civaka xwezayî xwedî derketine jin in. Lewma, yên li dijî wî derketine jî, yên bingeha şaristaniyê ava kirine ne. Di despêka şaristaniyê de şaman, şef, zilamên şer heye. Lewra, ji aliyê van zilaman ve, di warê şerkeriyê de desthilatdarîkî dijî pergala jin, tê pêş xistin. Divê manê de hindek lingên bingehîn yên desthilatdarî jî hene. Çine wana aborî û artêş in. Van her du mijaran ji bo desthilatdariyê nebe nabe ye. Lingên esasî ne, qadên jiyanê ne. Ji ber vê yekê, yekemîn karê van zilaman jin, ji van qadên jiyanê derxistin e. Dema aborî tê gotin zilam tê bîra mirov. Dema siyaset tê gotin, zilam tê bîra mirov. Dema artêş tê gotin, dîsa zilam tê bîra mirov. Ji ber ku zilam di serxistina şerê xwe de, di van qadan de jinan têk biriye. Van qadên ku em navên wan dibêjin, qadên herî bingehîn yên jiyanê ne. Ger jin di van qadan de tine be, tê wê manê ku jin hebûna xwe wenda kiriye ango jin, di jiyanê de bê parastin maye, ji jiyanê hatiye qewitandin. Em bala xwe bidinê, ger em bêjin aboriya jin nînê, tê wê manê derfetên jiyanî yên jin nînin. Ger em bêjin, mafê jin yên siyasetê, yên polîtîkayê nîne, tê wê watê jin hêza xwe ya biryarê wenda kiriye. Ger em bêjin jin, nikare şer bike, tê wê manê jin hêza xwe ya parastinê wenda kiriye. Vana wekî xelekekî bi hev re girêdayîne û ger vana nebin li wir îradeya jin jî nîne. Pêwiste, em ji nûve, xelekên xwe yên parastinê ava bikin. Ger em wateya xweya dîrokî nizanibin, em îro jî rast nikarin şîrove bikin. Wateya navê xwe zanîn divê manê de jî pir giring e. YJA Star, hêviya serkeftina dîrokî ya jin e, di naveroka navê STAR de, bi dest xistina hemû qadên jiyanê heye. Di dîrokê de kesên mora xwe li dîrokê dane piranî zilam in. Navê jinê di dîrokê de hatiye wenda kirin. Şer, bi dagirkerî û desthilatdariya zilam pêş ketiye. Artêş jî, fermandar jî zilam in, jin di van karan de nîne. Di vê watê de jî, YJA STAR, ji dîroka şer yên ku bi destê zilam ve hatiye nivisandin re bersivekî dîrokî ye. YJA Star, bi rêxistin kirina hêza jin, di nava hêzên parastinê de karaktera artêşan guhert. Wekî tevgerekî şoreşger PKK, ne tenê di dîroka şerên desthilatdaran de, di heman demî de, di dîroka şerên xwe parastinê de jî guhertin da ava kirin. PKK bi tevlî kirin û pêşengî dayina jinê re, di şerê artêşan de jî, di şerê gerîla de jî, guhertin da çêkirin. Divê milê de ev mînak e. Divê em vê bizanin. Em wekî hêzên parastina jin, me xwe bi navê Star rêxistin kir. Ev di heman demî de, ji nûve peyda kirina hebûna jinê ye. Bi kurtahî em navê Star wisa dikarin bigrin dest.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 653
‘’ Di pozitîvîzmê de hewildana her tiştî bi metaryalîzma qebe pênase bikin heye. Li ser xetekî dûz her çûyin û qlîka sedem-encam pir diyarker e. Ger jiyana lawirên herî bingehîn bê zanîn ewe pir balkeş bibe. Gelo mar, dûpişk, çûk û lawirên bi pêsir çawa li gerdûnê mezê dikin? Lewra di nava civakê de tê gotin, ‘’Mîna gayê li trênê mêze dike’’, ev pênasekî pir balkêş e. Kevir û molekûlên qûmê çawa li hev dinêrin? Lera seknekî wan jî heye. Her wiha her tişt, bi giştî gerdûn û xweza ji xwe seknekî ye. Seknekî tevgerîner yê bê dawî ye.’’ Rêber Apo Pozîtîvizm Çiye? Pozîtîvîzm wekî têgeh peyvekî Fransî ye û tê wateye diyarde ango di zimanê Elmanî de wekî fenomen jî mirov dikare pênase bike. ‘Bûyerên pêk hatine û qediyane’ mijara lêkolîn kirina pozîtîvîzmê ye. Pozîtîvîzm di sedsala 19.’de wekî rêbazekî gihiştandina heqîqetê ketiye meriyetê. Xwe dispêre; ‘çavdêrî’ û ‘ceribandin’. Mirov dikare wiha jî bêje; tiştekî ku bi çavê xwe nebîne bawer nake û tenê bi ezmûnên xwe pişt rast e. Rastî ewe ku; tenê bi çav tê dîtin û yê hatiye ceribandin e. İlim li ser vê rêbazê pêşketiye û mirov dikare jê re bêje pozîtîvizm; ‘Rêbaza Zanistê’ ye. Di çaxê navîn de ev şêweyê fikrandinê li hemberî dogmatîzê derdikeve û xwe wekî ‘Reform’ û ‘Rônesans’ formûle dike. Heta wê demê dihat zanîn ku hemû bûyer, cîhan, xwezaya însan, gerdûn an ji aliyê xwedê ve hatiye xûlikandin an jî bi qasî felsefê pênase kiriye ewqas e. Lewra giraniya pergala ‘Dêra Xrîstiyanan’ li ser her tiştî serwer e û dervayê dogmayê xwe rê nade ti fikrî. Ev jî di civakê de tevizandinê çê dike. Ji xwe ya biryar dide ‘qeder e’ wê gavê pêwist nake însan ti tiştekî bike. Bila ji qedera xwe razî be û çi bi serê wê de jî bê, bila berê xwe bide xwedê û jê re şikir bike. Fikrandinekî bi vê rengê xitimandinekî mezin çêdike û di nava civakê de rizandin pêş dikeve. Kokên şer û aloziyên mezin di van deman de şax didin. Tepisandina heyî kombûna bertekan ava dike. Ev demekî reştarî ye, ji bo mirovahiyê. Demekî dirêj nehêştiye ku însan bi fikire, bi her awayî fikrê însan li hemberî xwedê hatiye darizandin. İnsan pir biçûk hatiye dîtin, di nava perdala dêrê de rihê însan hatiye fetisandin û kesayet bi xwe hatiye çewisandin. Ne gengazekî ku dervayê dêrê kes gotinekî din bibêj e. Ji vê bê dengî û reştarîtiyê derketin encax bi tarzekî nû yê fikrandinê çêdibe. Ronakbîrên Ronesansê giştî xeteriyan didin ber çav û li hemberî vê tarzê derdikevin. Pişt re ji vê serdemê re tê gotin; ‘’Serdema Ronak’’. Ev pêvajoyên ku niha em di xûlekekî de behs dikin bi qasî sê sed salan dom dikin. Ji sedsala 16. heta sedsala 19. şerekî fikrî yê pir dijwar di navbera ‘dêr’ û ‘ronakbîran’ de diqewime. Pir êşên mezin tên kişandin. Berdêlên pir giran tên dayin, gelek kes di vê pêvajoyê de ji ber fikrê nû diparêzin ji canê xwe dibin. Her ku çiqas di roja me de ev rêbaz jî nabe bersiv lê ji bo wê serdemê mîna şoreşekî ye. Em wiha bigirin dest ku bê rêzê ji bo kesên di oxira fikrên nû de berdêl dane de çênebe. Lê ji ber wiha ye nayê wê watê ku em bêjin ev rêbaz ya herî rast e. Gavekî ji bo pêşketinê bû, lê ne têrker bû. Ji xwe mirovahî hemû pêşketinên xwe di nava êşên herî giran de qezenç kiriye. Her wiha ti pêşketin bê berdêl çênebûne. Ya girîng mirov xwediyê wê cesaretê be ku bikaribe ji ya heyî re bêje; ‘’Bes e!’’. Wê gavê mafê mirovan çêdibe ku mirov ya kevin rexne bike û bi terikîne. Ji ber ti tiştekî bê ku tekoşîn û şerî wî bê dayîn pêk nayê. Ev kesên ku şerî wî dan kesên bi navê Galîleo, Bacon, Descartes û Newton in. Ji paradîgmaya pozîtîf ya ku li ser şêweya ‘çavdêrî’ û ‘ceribandin’ê pêş dikeve re Galîleo, Bacon, Descarters û Newton pêşengtî kirin. Binkeyên vê paradigmayê ji aliyê Bacon û Galîleo ve tên amade kirin. Lê di esas de yê paradîgmaya pozîtîf wekî zihniyetekî di asta felsefî de pêş dixe Descartes e û yê bi beden dike ango dizivirîne şêweyê jiyanê jî Newton e. Wekî şîrove mirov dikare bêje, tovên paradîgmaya pozîtîf Galîleo û Bacon in, can û giyana wî felsefeya Descartes e, laş û gewdê wî jî Newton e. Yê despêkê rêbaza ‘çavdêrî’ û ‘ceribandinê’ xist meriyeyê Bacon e. Bacon encamên ji ceribandinê xwe derdixe dike malê giştî. Decartes jî ji aliyê din ve dibe temamkerê Bacon û ji giştî derdikeve rê, digijê encamê. Di Descartes de ya girîng aqil e. Newton van her dû rêbazan dixe ye paradîgmaya fîzîka klasîk pêş dixîne. Piştî wî di hemû gav avêtinan de êdî bandora fîzîka klasîk heye ku di bingeh de rêbaza ‘çavderî-ceribandin’ û ‘aqil-analîz’ e. Lewra rastî tenê yê hatiye ceribandin e. Dervayê vî ti rastî nîne, ger hebe jî bi gûman e. Heta neyê ceribandin mirov nikare jê pişt rast bibe. Ev tarzê fikrandina pozîtîvîzmê ye. Di alîkî din de ev tarz jî mîna dogmatîzmê derî ji gûhertinan re digire. Her wiha ew bi xwe li hember dogmatîzmê rabîbû lê bi demê re ew xwe jî şibiya wî. Ji ber vê carê şûna xwedê ‘çavdêrî-ceribandin’ hat bi cih kirin. Lê gelo rastî ewqas hêsan e, ango ewqas teng e ku mirov her carî bi ceribîn e? Baş e, na! Gerdûn ewqas komplekse ku mînaka herî ber bi çav jî însan û civak e ku mîna di pileya sed de kelandina avê, nayê şîrove kirin û analîz kirin. Jê re rêbazin din jî pêwist dikin, rêbazên hên berfireh û li gorî zagonên gerdûnê. Di paradîgmaya pozîtîvîzmê de kesê herî navdar û mohra xwe li dîrokê daye Agust Comte e. Li vir bê ku em behsa Agûst Comte bikin nabe. Agust Comte ronakbîr û feylesofekî Fransî ye. Agust Comte çima ewqas girîng e, lewra yê vê fikrê bi nav kiriye û termînolojiya wî ava kiriye Agust Comte e. Comte li ser hêmanên feraseta Davîd Hûmê İngîlîzî û feylesofê Almanî Kant pozîtîvîzmê bi dest û ling kiriye. Dîsa John Stuart Mîll û Herbert Spencer jî bandorekî mezin li paradîgmaya pozîtîvîzmê kirin e. Niha dema mirov wateye pozitîfîzmê nizane be mîna ku behsa tiştekî erênî bike tê fêm kirin. Di rastî de jî Comte dema xwest termînolojiya pozîtîvîzmê ava bike ji wateya erenê ya peyva pozîtîf bi rê ket. Bijartekî wî di derbarê nav de wekî peyamekî ji ferasetên rizîner, xirapker, çewisîner, girtî, bê feyde re ye. Ji ber me berê jî diyar kir ku ferasetên di çaxa navîn de dihatin jiyîn, li pêşiya pêşketina mirovatiyê wekî diwarekî xwedayî bûn. Derbas kirina wan ‘sûc’, ‘gûneh’, ‘eyb’, ‘xirab’, ‘bê exlak’ dihat dîtin. Her wiha Agûst bi hilbijartina vê navê re bêje ku pozîtîvîzm ya çêker, peşketî û erênî ango ya baş e. Agust Comte ne tenê li hemberî îdealîzmê di heman demî li hemberî meteryalîzmê jî di nava helwesta red kirinê de ye. Li gorî Agust Comte ne îdealîzm, ne jî meteryalîzm tiştekî baş ji mirovahiyê re ne kirine. Her dû hişmendî jî ristekî neyînî li hemberî pêşketina mirovahiyê lîstine û neyînî ne. Di heman demî ji ber ‘ceribandin’ ne xalekî her dû hişmendiyaye jî ew bi xwe ‘metafîzîk’in. Ango li gorî Comte ne îdealîzm, ne jî meteryalîzm ne îlmî ne. Ger zanyarekî dixwaze bigîje îlma rast divê felsefê nexe nava karê xwe, ev fikra Comte ya herî balkêş e. Lewra Comte dibê, ne ku mirov bi rêya felsefê ve bigîje îlmê, pêwiste mirov bi rêya zanistê bigîje felsefê, ya rastî ev e. Pozîtîvîzm bi vê xisletê xwe mîna felsefeya zanistê ye. Hên di despêkê pêş xistina fikrê xwe de Comte bi vê hişmendiyê ve felsefê ango felsefeya ku xwe nespêre zanistê red dike. Lewra wê gavê pirsên bingehîn yê felsevê jîji xwe re naxe pirsgirêk û ji nedîtî ve tê. Ger mirovê ji pozîtîvîzma bi têgeh û nêrînên Comte pêşketiye re pênaseyekî bike, wê gavê mirov dikare bêje ku ‘felsefeyekî bê felsefe ye’. Comte xwedî wê nêrîna ku ger berjewendiyên zanistê bi pirsên felsefe ve hevseng nebin wê gavê zanist dikare felsefê ji nedîtî ve bê. Ji ber li gorî Comte zanist bi serê xwe ji xwe felsefeyekî ye. Ji xwe xeterî jî di vir de ye, zanist bi vê nêrînê ve ji felsefê qut dibe û wateya xwe wenda dike. Wiha zanist tenê dibe amûrekî mekanîkî û yek alî dimîne. Ya din encamekî wiha ye zanebûn bi perçe kirin, pîvandin, qelişandin, bi rêbazên mûtlaq û teqez tê bi dest xistin. Di encam de her ku çiqas ji meteryalîzmê re rexnegir be jî pozîtîvîzm ji wî xiraptir di astekî meteryalîzma qebe de dimîne. Dîsa xalekî din yê girîng ewe ku pozîtîvîzm tenê li ser diyardeyan pêş dikeve. Pozîtîvîzm li ser bûyerên pêkaner teşbîhan dike, lê bûyeran pênase nake. Ger em mînaka vê bidin wiha ye; rih û madde li gorî felsefeya pozîtîvîzmê ne pêkan in, ji bo wî jî ne tên pênase kirin ne jî tên zanîn. Pêwist nake ku rih û madde bibe mijara zanista pozîtîvîzt, ev mijar ji bo zanistê xerc kirina demê vala ye. Ji ber nayên zanîn. Ango tenê tiştên bi çav tên dîtin, tên bihisitin, tên tam kirin diyarde ne, yê din nayê zanîn. Pozîtîvîzm di vê warê de li ser esasê encamên bûyeran û têkîliya di navbera wan de xwe dide ava kirin. Ya girîng encam e, di çûndina encamê de bûyerên di qewimin bi nêzikatiya pozîtîvîzmê ne girîng e. Encam her tiştî diyar dike, beriya wî çi bûye, çi qewimiye, çawa bûye nayê zanîn, ji xwe pêwist nake zanist bi vê re jî xwe mijûl bike. Lewra ev mijûlahîkî vala ye. Gelek kes li hemberî van nêzikatiyên Comte helwest danîn. Ji vana yê herî navdar jî Einsteîn e. Ji xwe bi pêşketina qûantûmê re zanista pozîtîvîst di astekî mezin de vala derket. Lewra Comte tenê bi zanyariyên pozîtîf re mijûl dibû û her du felsefeyên despêkê red dikir, di encam de ev nêzikatiyên Comte çêbûna tiştan ji nedîtî ve dihat û li gorî xwe ji pirsa hebûnê re bersivekî dida. Her merheleyekî çêbûnê xwedî bandoriyekî mezin e û di heman demî de her encamekî jî bi xwe merheleyekî çêbûnê ye. Lê di mantalîteya Comte ev tişt nîne. Ew bi xwe tenê bi encam û têkiliyên di navbera encaman re têkildar e. Pirsa ‘çawa çêbû’ li gel Comte tine ye, ew bi xwe bi pirsa ‘wê çawa bandor bikere’ meşgûl e. Ya girîng ne çawanî, hejmar e. Hindûr na, qalik girîng e. Ji bo wî jî felsefeya wî sûbjektîf e. Ji danehevên Akademiya Zanista Civakî Ya Abdullah Ôcalan sûd hatiye wergirtin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 745
Emê vê nivîse di sê beşan de bidin.
- Dogmatîzm
- Pozîtîvizm
- Çend Makezagonên Pozîtîvîzmê û Encam
‘’Pêwiste însan bi qasî difikire bike, bi qasî dike jî xwediyê hêza fikrandinê be’’ Rêber Apo Jiyana azad li ser fikra azad pêş dikeve. Fikra azad jî xwe ji yê heyî rizgar kirin e. Lewra ji bo wî divê mirov yê heyî baş nas bike. Şêweyê fikrandinê, ziman û tevgera mirovan diyar dike, ger tarzê mirov yê fikrandinê pozîtîvist be mirovê her tiştî perçe bike. Ger tarzê mirov yê fikrandinê dogmatîk be mirovê di ya heyî de israr bike û nehêle ku pêşketin çêbibe. Lê rastiyekî gerdûnî yê wisa heye, her tişt di nava peywendiyê de ye wê gavê perçe kirin nahêle ku mirov giştî heqîqetê bibîne. Ji bo mirov bigîje rastiyekî gerdûnî pêwiste vê tarzê fikrandinê derbas bike. Dîsa dogmatîzm jî li dijî zimanê xwezayê ye. Her tişt digûher e, heta yê tenê nagûher e gûhertin bi xwe ye, ev jî gotinekî feylesofên despêkê ye. Lê dogmatîzm derfetê gûhertinê nade, ger tarzê fikrandinê li hember gûhertinê bisekine wê gavê xweza bi xwe dikeve tevgerê, yê di kevin de israr dikin dirizîn ango bi kerasetên mezin ve wan hildiweşîn, ev jî zimanê gerdûnê ye. Mirov nikare bi tarzê fikrandinên berê roja me ya îro pêşwazî bike. Pozîtîvîzm tarzê fikrandina du sed salan berê ye. Dîroka dogmatîzmê herî kêm çar hezar salan heye. Di serdema qûantêmê de, em van tarzên kevin bi nasin û mêze bikin ku ka bê em çiqas di ya kevin de mane? Wê gavê emê bibînin ku di esas de, sedemê di cihê xwe jimartîn, sedemê paşketin ango rizandin û hilweşandinan, bingeha xwe ji tarzê fikrandinê digirin. DOGMATÎZM ÇIYE? Dema ji bo kesekî, beşekî civakê, olekî, fikrekî re tê gotin dogmatîk e, divê mirov çi fêm bike? Dîsa dogmatîzm bi xwe çiye, çawa pêş ketiye? Em hindek li bersiva van pirsan di hewildana xwe ya fêm kirina qalibên têk dibin de bigerin. Bi kûrtahî dogmatîzm şêweyekî fikrandinê ye. Lê ev ne fikrandinekî wiha ji rêzê ye. Hindek pîvanên wî yên nayên gûherandin hene. Dogmatîzm, tê wateya fikrê mûtleq. Ger mirov bi fikrekî ve çavkorî hatibe girêdan wê gavê li wir dogmatîzm heye. Dogmatîzm hişk e û ji gûhertinê re teqez girtiye. Gûhertin hêmana jiyanê ye. Lê dogmatîzm dijminê gûhertinê ye, miriyê kevne û di kevin de mayînê de israr dike. Ji nîqaşê re girtiye, her ya xwe mafdar dibîne. Dema li dervayî wî fikrekî pêş bikeve vî wekî êrîşekî dibîne û demildest xwe dikşîne qalikên xwe. Li dora xwe sûran, qelheyan dide ava kirin. Gotinekî civakî heye, ‘ma tîpên Kur’an’ ê ye. Ji xwe ev gotin yekser dogmatîzmê pênase dike. Çawa ku tîpên Kur’anê nayên gûhertin, zagonên dogmatîkan mîna wan tîpan nayên gûhertin. Ferasete dogmatîzmê herî tûnd di olan de xwe dide der. Di dîn de dogma hene. Dogma çine, pîvan in. Pîvanên olî ti caran nayên gûhertin û li ser nîqaş nayên çêkirin. Dogmayîn dînî nayên rexne kirin, nayên şîrove kirin û nayên lêpirsîn kirin. Ji bo wî dema yek di ya xwe de israr bike wiha dibê; ‘’Xweda jî ji jorê bê, ez ji ya xwe danakevim’’. Çima her carî ji ol mînak tên dayîn, ji ber ol di têşe girtina zihniyeta mirovahiyê de cihekî xwe yê pir girîng heye. Her wiha mirov dikare bibêje, yek ji ferasetên têşe girtiyê yê despêkê jî zihniyeta olî ye. Ji bo wî heta mirov vê ferasetê baş nasneke, nikare dogmatîzmê jî fêm bike. Di roja me ya îro de yên di herî pêşketî de jî qalibên dogmatîzmê hene. Ji ber ev qalib di hafizaya civakî de qaliba herî kevn e. Li kê dera ya ji xwe danakeve, tenê rastiyên xwe diparêze hebe, li wir kêm an zêde dogmatîzm heye. Dogmatîzm qalibekî olî ye. Her wiha mirov nikare bi hêsanî jê qût bibe. Di şaneyên mirovahiyê de xwe baş bi cih kiriye û di her pêvajoyê de bi tûndî xwe daye der. Taybetî bi rêka olan bûye tarzê jiyanê û wekî çand rûniştiye. Lewra mirov bi hêsanî dikare bibêje ku xûrtbûyina dewletê jî ji tarzê vê fikrandinê tê. Her çiqas di bingeh de têkiliyên jêr û jor hebin jî lê ewqas bi xûrtî serweriya dewletê ji zihniyeta dogmatîzmê ne qût e. Lê çima dogmatîzm di hafizaya civakî de ewqas bi hêz bûye û çima jê veger ewqas zehmet e? Çend bersivên vê tiştê hene. Lê ya herî zû tê bîra mirovan zeîftiya însan e. Ji ber însan hem bi rêka dîn, hem jî bi rêka dewletê nasnameyekî ji xwe re dide ava kirin. Hêza ku ji xweda û dewletê tê diteyisîne kesayetiya xwe û bi vê ve jî xwe mezin dike. Lewra mirov dibê qey ew bi xwe bûye xweda ango dewlet. Ne balkêş e ku xelîfeyan ji xwe re gotine; ‘’Em siya xwedê ya li ser rûyê erdê ne’’. Dîsa gotinekî ji bo Napolyon heye, dibê; ‘’ yê dixûyê Napolyon e, yê dimeşe Fransa ye’’. Van her dû mînakan jî didin nîşan dan ku ka bê fikra dogmatîzmê di kok de xwediyê bandorekî çawa ye. Di roja me de jî em mêze bikin, zilam xwe wekî dewletekî biçûk dibîne. Hêza dewletê derbasî şexsiyeta xwe dike û ku wekî dewlet ew bi xwe ye hikmê xwe dimeşîn e. Ji bo wî jî dogmatîzm wekî tê gotin, derbas kirina wî wiha ne hêsan e. Di kok de sedemên hebûnê, xwe ifade kirinê, xwe pênase kirinê hene. Yekê ku li hemberî dogmatîzmê şer bike, divê samîmî be ku dixwaze ew hêza ku ji xweda ango dewletê digire berde û bi cewherê xwe tevbiger e. Di vê mijarê de mirov dikare mînaka serdema navîn bide. Ji ber di hemû pêvajoyên mirovahiyê serdema navîn wekî sembola dogmatîzmê ye. Di wê demê de bandora olî pir zêde ye û li ser giştî civakê hikmê xwe dimeşîne. Lewra kesên li hemberî vê hêzê derketine bi cezayên şewitandin û îdamê re rû be rû hatine. Mirov dikare du mînakan ji wê demê bide. Darazên engizisyonê li hemberî ronakbîrên civakê dema cezayên şewitadinê didin, dibên; ‘’Em agir pê bixin, ger sûcdar be ji xwe ewê bişewite, ger neşewite ne şûcdar e’’. Dîsa di nêçir kirina jinan de jî ev rêbaz dixin meriyetê, dest û lingên jinan girêdidin. Hesinekî giran bi wan ve di aliqîn in û berdidin golê. Dibên; ‘’Ger sûcdar be ewê bifetise, ger ne sûçdar be ewê xilas bibe’’. Ji xwe di her du mînakan de jî dixûyê feraseta dogmatîzmê çiqas tûnd e. Ya girîng biryara daraza engîzîyonê ye, ew biryare ku divê ew kes bê îdam kirin, sûcdar be an nebe, ferq nake, di encam de ewê biryara kûştinê pêk bê. Ji ber rastiyên engîzîsyonê di ser her tiştî re ne û ya girîng biryar bi xwe ne. Bi hezaran mirovên mîna van bê sûc hatin şewitandin, fetisandin, çermê li ser laşê wan hat gûrandin. Kesên ku xwestin li hember vê ferasetê derbikevin, bi qasî sê sed salan, di bin erdan de, di kûrahiya daristanan de xwe bi dizî rêxistin kirin. Da ku bikaribin hêza engîzîsyonê hindekî bişkînin. Taybetmendiya herî neyînî ya dogmatîzmê jî jiyanê di cemidîne. Herikabariya jiyanê, dewlemendiya wî di bin ferasetên dogmatîzmê de hişk û ziwa dibin. Ji ber dogmatîk tenê yek aliyekî jiyanê dibîne. Yan reşbîn û qedercî ye, yan jî ji pirsgirêkên jiyanê qût li hewayê digere. Yan di bin erdê de jiyan dike, yan jî li ser asîmanan difirie. Lingê dogmatîk ti caran erdê nagire û ji rastiya xwe pir ditirse. Ew jiyana ku fêr bûye berde, ewê kesayetiya wî hilweşe, vê baş dizane. Ji ber aîdê xwe, aîdê cewhera xwe ti rastiyekî peyda nekiriye, xwe ava nekiriye, ji xwe ditirse. Her di bin sîwana dîn û dewletê de bûye mûmînekî baş, bûye memûrekî girêdayî. Lê ti caran rîsk nedaye ber çavê xwe ku jiyanê kişf bike. Her wiha dogmatîzm tenê ‘yê xwe’ û ‘xwe’ dibîne, dervayî vî ti kes, ti fikir, ti jiyan nîne. Ger hewildanekî bi vê rengê derbikeve pêşiya wî, şûrê xwe dikşîne û dikûje. Ev jî dibe sedem ku civak û kes neçarî qedera xwe bibin. Yên di nava pergalên dewlet û dîn de dijîn, pirî caran dibên; ‘’Wisa hatiye, ewê wisa biçe’’. Ango; ‘’Qedera me wiha hatiye nivisandin, em neçarî qedera xwe ne’’. Di dawiya dawî de jî rizandin dibe qedera dogmatîkan, hilweşandin jî qonaxa dawî ya dogmatîzmê ye. Li cihekî jiyan neherike, li wir hilweşandin qeder e. Reber Apo ji bo dogmatîzmê dibê, ji dîrokê ve heta niha nexweşiya herî xedar e, fikrê mirovan kor dike, ji bo fikrên azad pêş bikevin divê mirov xwe ji vê nexweşiyê rizgar bike. Ger hêza mirovan ya fikrê hebe, dibê hêza mirovan ya kirinê jî hebe, bi qasî fikrandin, ewqasî jî kirin dermanê dogmatîzê ye. Ji danehevên Akademiya Zanista Civakî Ya Abdullah Ôcalan sûd hatiye wergirtin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 616
Danasîna peyvê; cotkirin, çandin û hilanîn, baş kirina tovan e. Çand di civakbûyîna mirovahiyê de, hilberînên ku hatine çêkirin yên bi giştî madî û manewî anîna wan ya li ser zimane. Mirovahî têkîliyên xwe xwezayê rê ji bo pêwîstiya hilberînkirina ye. Di heman demê de ji bo ku jiyana xwe bidin berdewamkirin, bi mirovan re ketine nava têkîliyan, di encamê van têkîliyan de civakbûyîn û di çêkirina hilberînan de çand derketiye holê. Di danasîna peyva çandê de, danasînekî ya giştî tineye. Gelek wateyên danasîna çandê heye. Lêkolînvan ji bona wateya çandê 164 danasîn dîtine. Ev rewş nayê wê wateyê ku çand naye danasandin. Dema danasandina çand tê kirin, di hemû danasanan de naverokekî di nav wê de tiştekî ku nayê guhertin heye. Ew çî ye? Karîgeriya mirovan di çêkirina çand de ye. Çand raste rast têkîliyên xwe bi mirovahiyê re heye. Mînak, mirov dı kare danasîna kevir bı serê xwe têne bıke. Dîsa mirov dı kare danasîna axê bı sêre xwe bi tênê bıke. Lê dema çand tê gotin, neçarî ku danasîna wê bi mirov re bikî. Demê bi mirov je derxî le wateya wê neyê danîn, danasîna çand jî ti nikarî rast bikî. Ji bo hebûna çand pêwîste ti têkîliyên wî bi komcivînekî bi mirovan re, yan jî civaka mirovahiyê re deynî. Cihekî ku civak lê tinebe, ti nikarî qala çandê bikî. Çand; Hizrê ku mirov hemû tişt li ser xwezayê zêde kiri ye. Firehbûna danasîna çand ji ber ku rastiyekî berfirehe. Çand Ji Çi Çêbûye? Mirovahî ji bo ku jiyana xwe bide berdewamkirin pêwîstiyên wê/wî yên bingehîn,le ev çine? Pêwîstiyên wî yên bingehîn birçîbûne, parêstine û têgeha cînsiye. Ji bo van pêwîstiyên xwe pêkbîne dikeve nav liv û tevgerê. Li gorî ajoya jiyankirin, jiyana herî hêsane. Bi taybet ajoya birçîbûn û parastinê milê mirov yê herî lewaz vegotin dike. Ger ev pêwîstiyên mirov yên biyolojî pêkneyên mirov nikare jiyan bike. Di bingeha çan de, ev pêwîstiyê jiyanî hene. Di wateyekî din de ev rewş destpêkirina avakirina çan d e. Li gorî ku hatiye lêkolînkirin mirov di cîhanê de herî zîndiyekî lewaz û bêhêze. Lê ji bo jiyana xwe bide berdewamkirin pêwîste van pêwîstiyên xwe pêkbîne. Hêza ajoya mirov ji bo ku ev lewazî derbaz bibin dikevin nav tevgerê. Ajo dananîşanêre ra alîkar u rê nîşan daye. Ji bo vê jî em hêza ajoya biçûk nebînin. Ajoyên mirovan ji ajoyên din cûdabûnên xwe heye. Dema ev cewazî neyê ferqkirin wê çi bibe? Sermiyandariya ku meymunbûnê avakiriye wê derkeve holê. Di wateyekî din de mirov ku hêza ajoyan qezençkiriye wê karibe wê winda jî bike. Van ajoyan di bîyolojiya mirovan de wekî pêwîstiyekî hene, ji bo ku pêkbîne tekoşîna ku dide, tekoşîna mirovbûnê ye, Ji bo wi wek hebûnek di karê çalakiyê de bê guhertine. Çand nasnameya mirov e. Tiştê madî di xwezayê de hene ji bo ku pêwîstiyên xwe pêkbîne wan diguhere û tiştên nû avadike. Ev taybetmendî jî tenê di mirovan de heye. Mînak, di xwezayê de dar heye, lê ji daran mase, mal çêkirin, taybetmendiyên mirova ye. Derveyî mirovan ti zîndî guhertinan çê nakin. Ji bo vê jî karê ku mirov dike, ji wî karî re çand tê gotin. Kevir heye lê ji ber xwe malekî bi keviran nayê avakirin. Pez heye, lê ji ber xwe mast çênabe. Yên ku ji kevir mal, yên ku ji pez mast çê dike mirov e. Çand çalakiya wî tiştî çêkirinê ye. Ger hêza çêkirina mirov tinebe wê demê ti cûdabûnê wî ji lawiran namîne. Yên ku mirov dike mirov çalakiya çêkirinê ye. Em ji vê re dibêjin çand. Di zimanê Rojane de çandbûyîn Zanyarî, zîrekî, asta bilindbûna perwerdê, dewlemenbûna di hizirandinê de, yê bi rêzdar û yên gelek wek wan bi têgehan tê ziman. Mirov bi çand çalake. Di jiyana civakê de pêşketiye, ev jî di vê wate de pêşketinê dide diyarkirin. Çand dewlemandiya çêkirinên cûda de xwe dide diyarkirin; erd ajotin, hemdemîbûn, şaristanî, rewşenbîrî, mirovahî, kesê xwedî çand û mirov rastî tegehan tê rasthatın. Van têgehan her yekî bi serê xwe wateyekî bide jî, lê bi giştî çandê vegotin nake. Çand pêwîste parçeyekî jiyanê (hûner, flîm, wêne, mîmar û wêje) bi tenê nayê astengkirin. Mirov jiyana xwe kombûna jiyan ku ji berê tê, agahî, tecrûbe û xwe çawa avakiriye, xwe hilberîn kiriye, ew rêk û pêka avakirina çande. Çandên ku di nava xwe de gelek cewaziya hildigirin hene. Em dikarin li vêderê çand di sê tegehan de bihizirin. Çanda gerdûnî, çanda herêmî û çanda kesan. Lê belê ev bi tenê têgihîştinekî şêweyî ye. Lê ne hêsane ku mirov van qadan ji hev cûda cûda bi gire dest. Çanda di wateya kesî de, çanda di wateya giştî de, çanda hilberîn, çanda manewî, çanda bîrdozî, çanda refdar (davranış)… Vana tev jî bi serê xwe her yekî çandeke, lê nayê wateya çanda giştî. Çand di wata teng de; zîhniyeta civakekî, qalibên hizirandina wê, zimanê wê vegotin dike, di wateya xwe ya berfiher de jî tevlîbûna komcivînên heyberî (tevayî amêrê û navjîn ku pêdiviyan pêktînin, hilberîna tîmarbûn, veşartin, awayên veguhertinê, gihanî, parastin, perestin, kombûna tevahiya amêrên xweşikbûnê) jî vegotin dike. a-Hêmanên (faktör) Çanda Hilberîn û Manewî Endamê çanda hilberîn di encama têkîlîyên mirov û xwezayê re, amêr û navjîn avakiriye. Keda mirov di demê civakbûyînê de amêr û navjîn avakiriye. Di her dema avakirana civakê de pêşketinên teknolojîk, amêr, dibistanên ku şarezariya vegotinê dike, pirtûk, erebe, cilên li xwe tên kirin û hwd. vana bi giştî çanda hilberînê ne. b-Endamên Ku Manewî Ava Dikin Di encamê têkîliyên mirovan bi hevdûre; nivîskî, ne nivîskî, hemû nirxên ku destûra vegotinê dike, nirxê ku civakê bi rêk û pêk dike, destûr, kevneşopî, tore, exlaq û bawerî, ziman, hûner, ol hwd. endamên ku çanda manewî çêdikine. Ev her dû endamê çand jî ji hev ne cûdane. Her tim bi hev re di nava têkîliyan de ne. Ev her dû endam çandê avadikin. Yên ku çanda madî bi wate dike çanda manewî ye. Çanda manewî, nirxên civakî, bawerî, kevneşopî, serdemên hizirandinê û hwd., agahî, destûr, tevger û van navnîşana digire nava xwe. c-Çanda Bîrdozî Tiştê ku siyaset û civak ava dike, yek hukumet, yek rêxistin, yên ku rê nîşanî refên mirovan dikin, yên polîtîkin, huquq, zanist, felsefe, olî, şanazî, estetîk vana bi giştî hizirandine. Çanda bîrdozî jî di rastiya giştî ya van hizirînan de tarzê jiyana hatî avakirin û wekî hizirîna wan dıkarın werın danasin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 355
ZOZAN ÇEWLÎK Di serî de şerê taybet her wiha şerê psîkolojîk naskirin, pênasekirin û li hember wî tekoşîn kirin, dîsa zanebûna armancê şerê taybet di warê giştî de pêşxistin, him ji bo gelê Kurd û giştî civakan him jî bi taybet ji bo jin mijarên girîng in. Şerê taybet; bi derketina şer re pêşketiye û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Ji ber vê divê destpêkê em bizanibin şer ji ku derê û kengî ve derketiye holê. Esas heya demekê jî şerê taybet weke parçeyekî şerê çekdarî tê dest girtin. Lê bi pêşketina hêzên netew-dewlet û kapîtalîst re, her wiha li gorî pêşketinên sedsala 21’emîn hewce dike ku mirov şerê taybet û pisîkolojîk ji nû ve bigre dest. Lewra di roja me ya îro de ev şer di destê van hêzan de bûye rêbazekî sereke ku li hember civakan tê bikar anîn. Dema em li dîrokê dinêrin; em dibînin ku şer, bi avabûna dewletê Sûmeran û bi derketina çînan re, ji aliyê hêzên serdest ve weke rêbazekî hatiye bikaranîn. Bi şer ve pergala çînên serdest û bindest didin rûniştandin. Beriya wê jî di nava qebîleyan de şer di astekê de dihatin jiyîn, lê bi esasî weke têgeh şer û artêşbûn; bi derketina şaristaniyê re, bi avabûna dewlet û çînayetiyê re bi sazî dibin. Heya roja îro her wiha hatiya nîşandan ku şer nebe nabe, ev bê gûman ti têkiliya xwe bi rastiyê re tûne ye. Hêzên desthilatdar ji bo pêşxistina pergalên xwe û berjewendiyê xwe her şer dane meşandin. Civakan jî her li hember vê rewşê parastina xwe kirin e. Weke jin pêwîste em jî şer ji nû ve pênase bikin. Ji ber di pêşketina mirovatiyê de jin xwedî roleke sereke û diyarker e. Bi taybet di civaka xwezayî de jin li ser civakê bi bandore, civakê bi rêve dibe û dide meşandin. Jin; gelek vedîtinên bi nirx ji bo civak û mirovahiyê avakirin e. Em weke tevgera jin ‘Jineolojî’ weke zanista jin pênase dikin, pê re jî gelek vegotinên hêzên desthilatdar, bi çav û aqilê jin ji nû ve pênase dikin. Ji ber hêzên desthilatdar gelek tişt ji naveroka wan valakirine, guhertine, heta hinek têgîn berovajî kirin e. Lewra hem weke jineolojî, hem weke tevgera azadiya jin emê ev şerê ku ji destpêka dîrokê ve di şexsê jinê de li ser civakan tê meşandin, ji nû ve bigirin dest û di çarçoveya paradîgmaya xwe de pêwîste em pênase bikin. Em di vê aliyî de binêrin wê were fêm kirin ku şerê yekem li ser zayenda jin hatiye meşandin. Rêber Apo wiha pênase dike; ‘Zayendê yekem, netewa yekem her wiha çîna yekem ya ku tê bindest kirin jin e.’ Di civaka xwezayî de jî pirsgirêkên mirovatiyê hebûne. Li hember şert û mercên xwezayê, zehmetiyên ku warê xwe parastinê, xwe têrkirinê û gelek pirsgirêkên girêdayî pêşketina civakî hatine jiyîn. Lê di civaka xwezayî de serdestî û bindestî tine ye, ne serdestiya jin, ne jî ya mêr heye, deshilatdarî û koletî tine ye. Di şexsê deshilatiya mêr de û bi pêşengtiya dewletê re, hêza desthilatiya mêr xwe dide der. Şerê yekem di şexsê jinê de li hember civakê hatiye pêkanîn. Heya roja îro ev şer di şexsê jin de li ser civakê dewam dike û zindiyê herî zêde bê parastin maye îro dîsa jin e. Eger em xwe bispêrên van tespîtan wê ne şaş be ku em bêjin yekem leyîstok û planê şerê taybet û şerê derûnî jî destpêkê li ser jin hatine meşandin. Rê û rêbaz bi demê re gûhertiye lê ti car armancê xwe ne gûhertiye. Di dîroka şerê cîhanê de, sedsala 20’an, sedsala ku herî zêde têde şer hatine jiyan kirin e û di vî qirnê de şerê parkirina cîhanê tê li darxistin. Bi heman awayî şerê cîhanê yê dûyem jî şerê herî mezine ku di wî serdemê de hatine jiyîn. Piştî şerê cîhanê yê dûyem gelek hêz dest bi avakirinên nû dikin. Ji xwe heya wê çaxê ew şerê dihatin jiyîn navê şerê gerim li wan dihate kirin, lê ji şerên cîhanî û şûnde bi navê şerê sar şerekî nû destpê dibe. Di navbera salên 1940–1950’î de şerê taybet bi awayekî fermî derbasî lîteratûra cîhanê dibe. Ji ber piştî şerê cîhanê yê dûyem di encamê şer de, dinya dibe dû beş, blokek jê di binyada navê NATO de, dibe yekîtiya hêzên leşkerî yê navnetewî. Şerê taybet bi pêşengtiya Emerîka (CIA) yê, di nava NATO de tê pêşxistin û birêxistin kirin herwiha rêbaz û rêxistina xwe avadike. Ji wê çaxê de dibe rêbazekî esasî yê şer ku di nava şer de şer didin meşandin. Ango şerê taybet di wê demê de û bi vî awayî hatiye fermî kirin. Lê beriya wê jî her çiqas bi rêbazên tengtir hatibe meşandin jî ev şer her hebûye. Eger were pirsîn şerê taybet rêbazê kê/î ye, kîjan hêz bi rêve dibin? Şerê taybet; rêbazê hêzên zordar e, hêzên desthilatdar û metîger e. Ji bo van hêzan şerê derûnî amûrekî bingehîn e. Bi taybet rêbazê modernîteya kapîtalîst e, lewra di esas de bi kapîtalîzmê re şerê taybet xwe li cîhanê belav dike. Dema di sedsala 20’mîn de netew-dewlet tên avakirin, gelek ji van dewletan weke dewletê şerên taybet tên bi nav kirin. Bi avakirina hêzên GLADYO re weke hêzeke navdewletî ya şerê taybet, li nav gelek dewletan de tê belav kirin. Di roja me ya îro de em nikarin ji şerê taybet re dîsa heman pênaseyê bikin û bêjin; meşandina şerekî di nav şer de ye, lewra ev pênase kêm û lawaz dimîne. Lewma li hember kiryar û leyîstokên ku şerê taybet dide meşandin gelek berfireh e. Di roja îro de dewlet, partî û rejîmên deshilatdar vî şerî bi awayekî xweser û yekser weke rêbazekî esasî digrin dest. Armanc her tim raste rast civak hedef girtin e. Şerê taybet di navbera hêzên dewlet, hêzên deshiladar û civakan de ye. Îro, ji ber armanca bingehîn ya meşandina vî şerî ewe ku; civakan teslîm bigrin, bixin bin serdestî û zihniyeta xwe. Di destpêkê de jî NATO ev şer li hember hêzên sosyalîst û tebeqaya proleter dane meşandin. Di roja me ya îro de jî ev şer di navbera hêzên faşîst, emperyalîst, mijokdar û civakê de ye. Ev hêz vî şerî ne tenê li ser hinek civakên ku dagir dikin dimeşînin, lewra li hember civakê xwe bi xwe jî heman şerî didin meşandin. Emerîka bi qasî şerê taybet li ser Rojhilata Navîn dide meşandin, ewqasî jî li ser gelê xwe dide meşandin. Tirkiyê bi qasî li ser gelê Kurd dide meşandin ewqasî li ser gelê xwe jî dimeşîn e. Tê zanîn Kurdistan bi hevpeymaniya Lozanê dikeve bin dagirkeriya çar dewletan; Sûriye,Tirkiyê, Îran û Iraqê. Ev gel û welat bi zilma van dewletan hatiye dagirkirin, lewra di Kurdistanê de her tim şer hatiye gûr kirin. Di vê sedsalê de şerê parvekirina xakê Kurdistanê tê li dar xistin. Statûya civaka gelê Kurd hatiye înkar kirin. Ne tenê dagir dikin, wisa dikin ku nasnameya gelê Kurd ji kokê were rakirin û jibîr kirin. Ji bo vê bikin, şerê taybet di Kurdistanê de bi awayekî pergalî li ser jin, zilam û ciwanê Kurdistanê dimeşandin. Ji nava van dewleta yê herî zêde jî şerê taybet dide meşandin Tirkiye ye. Îran, Sûrî û Iraq jî didin meşandin. Îran bi xwe xwedî dîrokeke dewletparêzî ya pir kûr e, bi heman rengî Sûrî û Iraq jî. Lê Tirkiyê endamekî NATO yê ye, lewma ya herî giran dide meşandin Tirkiye ye. Ji sala 1924’an ve ango ji avabûna komara Tirkiyê ve siyaseta înkar û îmhayê zêdetir bûye. Di tevahiya Bakurê Kurdistanê de û li ser hemû beşên din yên Kurdistanê de jî bi şerê xwe bandorî dike. Tirkiyê xwe bi qasî Iraqê di Başûrê Kurdistanê de bi cih kiriye. Herwiha li Rojava jî. Ji avabûna komarê û şûnde siyaseta qirkirinê bi awayê herî giran dane meşandin, hem awayekî fizîkî ku navê qirkirina sor lê tê kirin, hem di nava şer bi xwe de jî şerê taybet didin meşandin. Beriya PKK’ê her rabûnek ango serhildanek bi perçiqandinê hatine tepisandin. Hem bi çek, hem di warê îdeolojîk, civakî, siyasî, leşkerî de şer dane meşandin, bi van rêbazan hemûyan li ser gelê Kurd de êrîşên dijwar meşandine. Li ser Kurdan hatiye ferz kirin ku; ‘Tu ne Kurdî, tu Tirkî’. Wateya vê înkarekî nasnameyî ye û êrîşekî îdeolojîk e. Sazî kirina şerê taybet li Tirkiyê li ser esasê gûhertin û berovajî kirina çand, adet, nirx, exlaqa gelê Kurd û çanda wan hatiya avakirin. Ev şer di Tirkiyê de jî li hember civakê tê meşandin, lê bi awayî herî kûr û berfireh herwiha bi rengê xwe yê herî sistematîk li hember gelê Kurd tê meşandin. Bi damezrandina PKK’ê re ew bi van êrîşan xwe re raste rast PKK’ê ji xwe re hedef girtin û xwestin rûreşbikin( teşhir). Şerê taybet xwe li ser hinek lingan dide avakirin. Li Tirkiyê de hêzên çekdarî yên veşarti yên derveyê artêşê hene, herwiha hêzên bi navê dewleta kûr (derin dewlet) an jî rêxistinên binerd (yer altı örgütleri) vî şerî bi rêve dibin. Navenda van lingan jî, daîreya şerê taybet e. Rêbazên wan yên veşartî û berçav hene, heman awayî kiryarê wan jî wisa ye. Li Kurdistanê hêzên wan yên çekdarî yên wek; JÎTEM (saziyeke çekdariye), hêzên çete, hêzên Ergenekon, Kontr gerîla, cerdewan, JÖH, PÖH û hwd. ev hemû saziyên ku li dijî PKK’ê hatine rêxistin kirin. Di roja îro de yên herî zêde ji van saziyan re û ji şerê taybet re pêşengtiyê dike MÎT’e, lewma aweke navendeke esasî ya şerê taybet tê dest girtin. Ev sazî hemû veşartîne û bê nîzam û qûralin. Hemû jî di Kurdistanê aktîv rol dileyizin. Herî zêde şerê taybet di warê îdeolojîk de bi kar tînin, di zihnê mirovan de li gor berjewendiyê xwe têgînan avadikin. Herwiha çapemenî di Tirkiyê de bûye navendekî ji şerê taybet re. Lewra şerê taybet; çand, îdeolojî, exlaq û polîtîkayê hedef digre. Ji bo berovajî kirina van rastiyan, navendan ava dikin. Em dikarin vê bibêjin ku îro yên Tirkiyê bi rêve dibin, qadroyê şerê taybet in. Bi bombardimana têgînên li gor xwe bi ser aqilê mirovan de wan teslîm digrin û mirov ji çanda xwe xerîb dikin. Niha di Kurdistanê de dewleta Tirk vê bi awayekî pergalî dike. Te înkar dike û çanda te jî bi rêka modernîteya kapîtalîst ve raste rast dike hedef. Di navenda êrîşê wê de her tim hêzên herî dînamîk yên civakê hene, wan di bişaftin û qirkirinê re derbas dike. Medya yê jî ji bo xwe weke çekekî bi kartînin, an jî mirov dikare bêje ‘Propagandaya reş’ dikin. Herî zêde bi rêya medya operasyonên têgînan (algı operasyonu) li dardixin. Mînak di rastiyê de PKK’ê ji bo azadiya Kurdistanê şer dike, lê ew di medyayê xwe de vî terorîze dikin. Vêna jî bi rêya argûmanên weke şovenîzmê, netewparestiyê, olperestiyê pêk tînin. Di esas de mirov dikare bêje rejîma AKP-MHP rejîmekî şerê taybet e. Piştî salên 2000’î û şûnve Tirkiyê bi şerekî nû derbasî qonexeke nû bû, ji xwe tespîtê Rêber Apo ji bo vê xalê hene û dibêje; ‘AKP, Receb Tayib Erdoxan û Fetullah projeyekî şerê taybetin, ji aliyê Amerîkayê ve hatine saz kirin.’ Berê hêzên sosyalîst mijareke xeteriyê bûn li ser berjewendî û pergala hêzên kapîtalîzmê, lewma ew bê bandor kirin. Niha jî ji bo wan mijara xeteriyê di Rojhilata Navîn de mijara ol e, lewra radîkal Îslam ji zihniyeta modernîteya kapîtalîst û siyaseta wê re xeteriye. Lewra xwestin bi riya AKP’ê di Rojhilata Navîn de Îslama nerim, lîberal, îslameke ku di berjwendiyên xwe de mîna amûrekî bikarbînin xwestin avabikin. AKP projeya pêkanîna vê armancê ye. Ji xwe AKP bi her aliyê xwe ve partiyekî şerê taybet e. Di vê dawiyê de ev hîn zelaltir derketiye holê, hemû navend ji darazgeriyê bigre, heta rêvebirina dewletê, hiquq û gelek sazî û argûmanê ayidî civakê ne, ketine bin xizmeta rejîma Erdoxan, bin xizmeta şerê taybet. Ev jî ji bo civakê mijarên ciddî ne. Wê bidome…
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 605
“Ji bo rastiya Rojhilata Navîn şaristanî cil nîne, jiyan bixwe ye. Ji ber şaristaniya hate jiyîn, ketiye nav goşt û hestî. Rojhilata Navîn nikare tiştê ku jiyaye wek cilekê bavêje koşeyekê. Ev rewş li ti qada cîhanê evçend kûr pêknehatiye, navxweyî nekirine. Di Rojhilata Naîn de dîrok û çand, şaristanî û jiyan wek ku neşibe ti qadeke din, civak û kesayeteke cuda afirandiye. Çanda cotkariyê ya hezar salan genên xwe yên civakî xuliqandiye. Şêwazê hizirîna olî û mîtolojîk bi hezar salan di xêva civakê de dane jiyandin. Dogmatîzm û qedergerî bûye parçeyeke jevneqetîn ya jiyanê. Ramana xweser û xweliqkar bi demdirêjî ketiye xewê. Destnîşankirinên Îlahiyatê wek tabûyên pîroz tenê ji bo bawerkirineke bêguman e. Derketina derveyî gotinên pirtûkên pîroz, guneha herî mezin hisab dibe. Çîrokên ku di pêvajoya mîtolojiyan de wek rîwayet li ser zimanan geriyane, bûne zagonên baweriyê yên pir hişk; bûne ol û xwedayên ku xeyal û bîranînên kesên şaristanî afirandin bindest kirin. Însan dema bûn esîrê tiştên ku bi destên xwe afirandin, fêmnekirin ku çawa ketine nav yekemîn biyanîbûna herî mezin a dîrokê. Çandekî wiha hate pêşxistin ku yên afirîner kire xweliqandî, yên xweliqandî kire afirîner.Ev rewş kirin mijara herî bingehîn a raman û baweriyê. Heya,xulamtî û perestîna vê pergalê kirin nasnameya însanê/a herî baş. Gumankirin ji vê fetîşbûnê jî guneha herî mezin dîtin. Ji hêla din ve bi hêza ku yekem car dewletbûn dide çêkirin mîtolojî û baweriyên gel, li gor berjewendiya serdestan werguherandin xwedawendiyê û kirin çek. Afirînekên wê/wî bixwe hem di qda madî, hem jî menewî qulipîn zidên xwe û ew dîl girt, wiha jî civak û însanê Rojhilata Navîn bi navê hemû mirovahiyê wer tê hesibandin ku xwe qurban kiriye. Şaristanî ku li ser vê biyanîbûnê bilind bû di yekemîn û serdema navîn de ewçend bandor da çêkirin ku, ti koşeya cîhanê nekarî xwe ji bandora wê xilas bike. Diyardeya ku me jê re got ‘kesayeta dîrokî’ ev e. Bi hin muqayeseyan ve dikare tiştên qewimîne were vekirin. Kesayet û mirina dayîkê bi zayînên xwe ve pêktê. Dar bilind dibe, her ku toxim dike, derdora xwe bi mînanî xwe zêde dike dimire. Berûya çanda Rojhilata Navîn jî diyardeyeke wiha ye. Dareke ku kokên xwe berdaye erdê; tovên wê li çar aliyên cîhanê belav bûne. Ji ber xwedî karakterê dara Berûyê ye, şax ji gewdeyê her qut dibe, li ser kokên xwe dixwaze hîna gur hêşîn bibe û bijî. Di heman demê de dara Berûyê li Rojhilata Navîn yek ji dara herî pêşîn a çandê ye. Çanda Rojhilata Navîn bi hilweşîna ku di salên P.Z. 1000-1500 kete tê de, orjînalbûna xwe wenda kir. Ya hîna rastir dişibe dara Berûyê ya ku heya kokên xwe hatiye kesixandin. Bi gotineke din, dişibe goristana kevn a mirovahiya ku bixwe afirandiye. Wek goristaneke mezin a mîna Pîramît û Zîgûratan! Tiştên hezar sale pêk tên ji bilî bêdengiya mirinê, ne xwedî ti wateyeke din e. Bi mehitîna (yipranma) ku zayokîbûna (dogurucu) di astekî pir bilind de bi xwe re tîne, ne di wê rewşê de ye kudi wateya xweliqkariyê de pêngav biavêje. Pêvajoya Osmaniyan tam pasvantiya (bekçî) goristanê ye. Herdayîm mirinên nû temîn dike û bi şabaşan (bagiş) xwedîkirina xwe yekemîn rola wan e. Ol, ezan û selewat her bi xeman tejî ne û ji bilî ku bangewaziya mirinê bike ti armanca wan nîne. Bi rêya mirinê tirsandin, bi mesajên cenet û cehenemê ji mirinê re amadekirin, bûye teşeya şaristaniya pêvajoya dawî. Ji mêj ve dest jizanist û teknîkêhatiye berdan. Civak û siyaset ji ezelê pêve wek qalibên ku qerisîne dubare dibin. Li dor şaristaniyeke evqas mezin evçend dogmatîzm û qederperestiyêtevna xwe alandiye, ku ev rewş pir zêde bêhnçikîn e. Lê ev tablo rastiyek e, behsa çîroka Rojhilata Navîn dike. Di Rojhilata Navîn de di dawî de şewitîn û xwelîbûna hemû eşqan jî bi vê rastiyê ve girêdayî ye. 15.000 salan dayîktî bike, ji bo mirovahiyê tiştên hewce bafirîne, paşê jî bikeve rewşa koleya herî bêçare! Bibe memleketa vejîna yekemîn xwedawendan, ji bo mirovahiyê tiştên hewce hem biafirîne hem bizê, paşê jî wek pîneyekê were şixulandin û te bavêjin kuncekê! Hemû xweda û mezinahiyan biafirîne, paşê bibe evdê/a wan a/ê herî bêçare! Pîşeya têrkirina hemû mirovahiyê bixuliqîne, paşê birçî bimîne! Her derê bike stargeh, paşê bila welatê ku tu xwe bispêrê nebe! Ji herkesê re bibe findek ji ronahiyê, paşê ji tarîtiyê rizgar nebe! Ji her kesê re bibe deng, mûzîk û helbestê bixuliqîne; paşê bêziman bimîne, bibe ker! Ji bo herkesê zanist, hurmet û teknîkê çêbike, paşê bibe yê/ya herî cahêl û bêçare! Ji her kesê re seray û xanan lêbike, paşê muhtecê bihosteke axê bimîne! Şaristaniya Rojhilata Navîn navê vê nakokiya mezin û pir dramatîk e. Sedema ku evînên wê dişewitin û dibin xwelî di vê nakokiyê de veşartî ye. Evqas bi nirxan ve mezin bibe, paşê cûce bimîne! Encex şewitîn dikare vê paqij bike. Yekemîn hevgihîştina xweda-xwedawend bafirîne, paşê jî bibe jin û zilamê ku ketiye rewşa xazokê/a herî ketî! Encex şewitîn û şewitandin dikare vê pak bike. Gelên Rojhilata Navîn pir digirîn. Evqas nirxan biafirîne paşê wenda bike: elbet ku, dê pir bigrîn. Rojhilata Navîn bi taybet di hezar sala dawî ji bêdengiya mirinê re digrî. Ezan, stran, dengbêjî û saz tejî xemgînî ne û vexwendiyê mirinê ne. Ti yek ji van netesaduf e; tiştên qewimîne tînin ziman. Ji bilî vê bûya, dê bêwate bihata dîtin. Wiha baştir fêm dibe tişên li cîhanê diqewimin çima zêde Rojhilata Navîn bandor nake. Yên bingeh û mezarên wan evqas mezin û kûr be, nikarin yên dîtir fêm bikin. Ew bê ku vexwen her serxweş in, an jî mîna dema hate cîhanê mirine. Paşeroj evçend mandîker (ezîcî) û nayê bexşîn (afedîlmez) e. Xiyaneta Şaristaniyê mezin û xayînên wê pir in. Lewma tevgerên tolhilanînê evçend mezin û pir in. Lê ev dê çi rizgar bike? Bimire û bikije, ji zêdekirina goristanan wêdetir bi kêr çi tên? Şerên olî yên Rojhilata Navîn, şerên namûs û malbatê, şerên mal û milk bi sedemên bi qasî toximê hejîrê, lê xwînê wek bilbilka misîn diherikînin. Ev behane ne. Li jêr tevahiya xwînrijiyan de wendakirinên mezin, xiyanet veşartî ne. Kevneşopiya tolstendinê ne besît e. Xwedî paşerojeke wiha ye û bingeha wê wiha ye. Cinayetên tore pir pêk tên. Bingeha wê dîsa ev dîroka lenetî ye. Dest danîne ser hemû nirxên şaristaniyê û dest avêtine namûsa wê. Ev rastî çawa di pir tiştan de tê kirin, lê di jin û keçan de tê wateya sembolê. Ger tiştek bi sembolê were, wek ku pîroziya mezin qirêj bûye tê hesibandin. Lewre sizayê wê herî giran û bi terzê ku nayê pejirandin e. Trajedî çavkaniya xwe ji vê, ji vê dîrokê digre. Rojhilata Navîn gor di nav gorê de, girêkor di nav girêkorê de ye. Cîhan diguhere, ew naguhere. Ew neçar e mînaxwe bimîne. Ew dara berûyê ye. Kok her qalind dibe. Hûn wê dikesixînin, lê wê dîsa bixwe bimîne. Ji hêşînbûna wê jî hêvî qut nabe. Rojhilata Navîn warê hêviyê ye. Di destê Rojhilata Navîn de tenê hêvî maye. Kevneşopî mandîker û nebeşxîn e, lê belê hêj her li bendê ye ku koka berûyê cardin hêşin bibe. Jiyan tenê bi halê hêviyekê maye. Qutnebûn ji kevneşopiyê jî ji hêza wê tê. Lê ji ber nikare xwe jinûve hilberîne, dirize. Hemû herêmên cîhanê trendên pêşketinê diyar dikin, lê Rojhilata Navîn dîsa wek xwe dimîne û hîna şopa kûr a şaristaniya berê bi awayeke bandor tê de ye. Ev rewş dibe sedem nikaribe pêşketinên hemdem bi awayeke serkeftî navxweyî bike. Şopên şaristaniya berê ku jênabin û şaristaniya hemdem di nav pevçûnê de ne. Carna hewce dike ew axa pir hatî bikaranîn, heya demekê şûv (nadasa) bihêlin. An jî bi dewsa darê rizî, yeke din were çandin. Tişta zehf were bikaranîn, kevn dibe. Jixwe bi teqîna li çolê, ti axa ku nirxeke din hilberîne nemaye. Hemû daneyên şaristaniyê derketine holê. Hemû hêza axê ku were mêtandin, mêtandine. Dayîk pîr bûye, nikare şîr bide. Bi parzakirineke (aşilama) nû, ne di wê reşwê de ye bi mêr re berhemeke din derxîne. Hemû zarokên ku bikaribe hilberîne hilberandiye, bi şîrê xurdemiya zêde xwedîkiriye û niha dema wê ye ku vegere axa xwe. Ji bo malbata mirovahiyê çi hewce kiribe, vê dayîkê û vê axê ew hilberand û bi serkeftî li çar aliyên cîhanê daweşand. Wek Habîl û Qabîlê Adem û Hewa, bû şivan û cotkar. Bû çar kurên Nûh, li çar aliyan û bi çar nîjadan belav bû şaristanî pêşxistin; giyayê çandiniyê, heywanên kedîkirî, gund, bajêr, çîn, dewlet, xwedê, hemû pîşe, pirtûka pîroz û pêxember, edebiyat, huner, mûzîk, mîmarî, çek, rê, welhasil bi navê mirovahiyê her çi hebe hemû afirand, xwedî kir û xelatî her aliyekê kir. Ev kar hemû diwestîne. Rojhilata Navîn çanda dayîka zayok, derguşa mirovahiyê êdî li pişt perdeyê ye, dibe biçe gora xwe, kê dizane belku jî ji bo ku şaristaniyeke hîna rengîn û zindî bizê xwe paşvekişandiye, dê razê û jinûve şiyar bibe, ronesansa xwe jî pêk bîne. Tam 15.000 sale ji bo vê zayînê bi Ewrûpayê bide kirin, Rojhilata Navîn dapîrokî kir. 10.000 sal dapîrokiya neolîtîk, 5.000 sal dapîrokiya şareza kir. Zarokê hate cîhanê xoyrat e, dayîknenas e, qedîrneşinas e. Qey wek ku xwedayek be, bi qasî li xwe xwedîtiyê bike mexrûr e, bi sewdaya mezinbûnê ketiye. Ev rastiyeke. Lê belê di heman demê de ew naşî ye û xeteriya ku ber bi zinaran ve bigindire dijî. Ev jî rastiyek e. Em ê van hemûyan pir baş fêm bikin. Bê ku em bibin sewdaserê rizîna xwe, lê belê em ê ji bîr nekin ku em dayîka vejîn û derguşa ku ew mezin kirin, in. Bê ku em teqlîd bikin, em ê fêr bibin. Lê li axa dayîkê ya şaristaniyê, wek kur û keçên wê yên esîl ji reng û xwîna wê ji bo vejîneke din, vêcarê em ê bi Ewrûpaya pîrbûyî re dapîrokiyê bidin kirin, wiha jî vê vejîna pîroz pêk bînin.” Rêber APO Rastiya her hebûnekê, bi realîteya civakî ya tê de pênase dibe. Rastiya Rojhilata Navîn jî xwedî tevlihevî û curbicuriyekê ye ku carna dişibînin qazana pîrebokê, carna jî qutîka Pandorayê ku ne diyare jê çi derkeve. Ev realîte li pêşiya têkoşîna civakî hejmareke zêde îhtîmalan ku hilbijêre û diyar bike derdixîne holê. Dema îhtîmal tê hilbijartin ya herî girîng kêliya derbaskirina ya muhtemel ber bi rastiyê ve ye. Ya ku bi rêya tercîha azad û sehekan tê hilbijartin diyar dike. Realîteyek ku tê pênasekirin, ya girîng ew e ku kêlî û tercîha ku wateya vê ralîteyê derdixîne holê were tehlîlkirin. Rastiya were çareserkirin ji ber çanda Rojhilata Navîn e, tehlîlkirina vê kêlî û tercîhê hîna têkeltir dibe. Ji ber çanda Rojhilata Navîn ne bi tehlîlên şaristaniyê yên klasîk, ne jî bi rastiya giştî dikare pênase bibe. Bi van pênaseyan ve tehlîleke rast nayê kirin, bi qasî wê jî ne gengaz e ku ji girêka pirsgirêkan re çareserî were pêşxistin. Di navbera şaristaniya Rojhilata Navîn û modernîteya sermayedar de nakokiyên bikok û kûr hene. Ji ber vê sedemê tehlîlên civakî, siyasî û çandî ya navend-rojava hêza pênasekirina pirsgirêkan lewaz dike. Tirsa xirabûna statukoparêziya Rojhilata Navîn, bêbawriya li beramberî guhertina ku ji qederperwerî û muhafezkariya ku ji dogmatîzmê çavkanî digre, pirsgirêkê hîna kûr dikin. Di roja me ya îro de ku têkîliyên hakimiyet û otorîteya mutleq tê redkirin, însan êdî bi kûranî dikevin koka diyardeya hakimiyetê û li ser sedemên ku mutlaqiyetê xwedî dikin bi nazenînî dihizirin, hewce dike bi awayeke xweser kesayet û nasnameya Rojhilata Navîn pênase bibe. Li gor keşîfên arkeolojîk ku ji kolandinan hatine bidestxistin beriya niha panzdeh mîlyar salan madeya ku bi awayeke bêdawî tîr û germbû di encama şidîna wê de madeyek bi qasî serê derziyê yekcarê teqiya û bi vê teqînê re zeman dest bi herikînê kir. Bi vê teqîna mezinve galaksî, stêrk û gerdûn avabûn. Bi vê teqîna mezin ve cîhana me pêkhat û ji pêvajoyên cuda derbas bû. Di her pêvajoyê de cîhana me awayên cuda girte xwe, bêguman wê demê ji halê xwe yê îro pir cuda bûye. Cewher û enerjiya xwe di hinavê xwe de hilgirtibe jî, di her pêvajoyê de cihê bûye û her di nav livûlibatê de bûye. Guhertinên di hundir de dijî, teqînên mezin ên volkanîk dibe sedem qeşayên ku piraniya erdê dagirkiribûn bihelin, bi guherîna avûhewayê re jî li hin deran hişkahî destpêkir. Elbet ev tiştên me behsa wan kir di bêhnekê de bidawî nebûne. Ev mezinbûna ku bi milyonan sal domaye, bi xwe re guhertinên cuda jî aniye. Hemû hebûnên zindî ketine nav pêvajoya guherînê û bi vê guhertinê ve Însan jî ber bi erdnîgariyên ku bikare lê bijî, koç kiriye. Ne tenê mirovan, herwiha zindiyên din jî ji bo dewamkirina jiyana xwe ev rêye hilbijartine. Erdnîgariyên jînê derketine holê û li van deran jî nifûs zêde bûye. Bi perasena avûhewayê, pêkhatina derya û çiya cihên niştecihiyê derketine holê. Ancax ev guhertin li her mekanekî di yek demê de pêşneketiye. Yekemîn a tevahiya van bûyeran hebûye. Ev yekane, li Rojhilata Navîn axên bi behre ku neçariya koçberiyê nehiştiye pêk hatiye. Wiha jî Rojhilata Navîn kariye bibe sereçavkaniya xwedîkirina hemû şaristaniyan. Serdema qeşayê ku dawî lê hat, pêvajoya destpêkirina dîroka gerdûnî ku, di dîroka pêşketina civakî de yek ji mîhengên herî girîng tê nirxandin, li herêma Rojhilata Navîn ji bo cureyê însan xurdemeniya boş, derfeta parastin û hêsaniya zêdebûnê pêşkêş kir. Bi vî aliyê xwe ve Rojhilata Navîn şahdamara dîroka gerdûnî ye û bûye mekanê pêşketina dîroka gerdûnî. Afrîqa, Behrasor û Behraspî ku yekemîn cihê mirovahiyê têne zanîn, piştî helîna qeşayê şertûmercên jiyanê li wan cihan bidawî bû, lewma li Rojhilata Behraspî, kevaneya Zagros û Toros li Hîlala Zêrîn însan civiyan. Rojhilata Navîn bi axên xwe yên berfireh û bi bereket, bi dewlemendiyên jêrerd û sererd, çiyayên bilind, deştên bêserî û binî, avên xwe yên ku xurmexurm diherikin, awayê şênberbûyî yê cenetê li ser rûyê erdê ye. Herçend pêşketina şaristaniyê ku xwe dispêre erdnîgariyê di serdema heyî de nemuteber e, lê belê erdnîgarî û mîrateya çandî ya Rojhilata Navîn di warê rojaneyî de wê hîna jî dike jêneveger. Elbet girîngî û wateya Rojhilata Navîn tenê ji xweşikiya wê ya erdnîgariyê çavkanî nagire. Wate û pênaseya Rojhilata Navîn li gor berjewendiya rojava ya li ser herêmê û mudaxeleyên wan guherî ye, Pênase ji hêla hêzên siyasî û çandî ve hatiye diyarkirin. Yek ji zehmetiyên pênasekirina herêmê ew e ku ji heman cihê re du nav tê gotin; hem Rojhilata Navîn, hem jî Rojhilata Nêzîk. Rojhilata Nêzîk têgînekî hîna kevn e û koka wê heya keşîfên erdnîgarî yên destpêkê diçe. Ji herêmên ji Ewrûpayê dûr re Rojhilata Dûr, ji yên ku di navbera Ewrûpa û Rojhilata Dûr de dimîn re jî Rojhilata Nêzîk tê gotin. Binavkirina Rojhilata Navîn jî di sala 1945’an di dema şerê cîhanê yê II. de ji ber Fermandariya Ingilîzan a Rojhilata Navîn û Navenda Lojîstîka Mûtefîqan a Rojhilata Navîn saz bûye, derketiye holê. Sînorên Rojhilata Navîn tam zelal nebe jî lê belê bi gelemperî wek 15 mîlyon kîlometreçarçikan e. Tê gotin nifûsa wê 450 mîlyon e. Welatên Rojhilata Navîn; Kurdistan, Filistîn, Fas, Tûnis, Cezayîr, Lîbya, Misir, Sûdan, Emîrtiya Yekbûyî ya Ereban, Lûbnan, Ûrdun, Îsrayîl, Tirkiye, Sûriye, Iraq, Qeter, Erebîstana Siûdî, Behreyn, Kuweyt, Yemen û Îran e. Efxanîstan û Pakîstan ruxmî ku ji hêla erdnîgarî ve ne welatên herêmê ne, lê belê ji welatên Rojhilata Navîn têne hesibandin. Rêyên herî girîng ên av û qanal ji vir (herêmê) derbas dibin. Di heman demê de navenda veguhêzkarî û ragihînê ye. Petrola Rojhilata Navîn pêdiviya enrejiya Ewrûpa û Asyayê di asteke herî bilind de pêşwazî dike. Petrola li rojavayê Ewrûpa tê bikaranîn ji %75, petrola li Japonya tê bikar anîn ji %90 ji Rojhilata Navîn tê îhraçkirin. Yek ji serokên berê yê DYE di axaftina xwe ya li Trûmanê wiha gotibû:“Ku em çavên xwe li Rojhilata Nêzîk dizivirînn, em bi herêmekê ku meseleyên vexîm erz dike rûbirû dibin. Di vê herêmê de çavkaniyên xwezayî yên berfireh hene. Rêyên bejahî, hewayî û deryayî yên biçûnûhatê ji vir derbas dibin. Di vê wateyê de herêm xwedî girîngiyeke mezin a aborî û stratejîk e. Lê belê ti welatekî vê herêmê ne bi tenê, ne jî bi hev re, ne xwedî wê hêzê ne ku li beramberî destwerdana li ser xwe liberxwe bidin.” Herêm ji hêla mêzînên cîhanê çiqas xwedî girîngîye, şaristaniya rojava ev ticar biştçav nekiriye. Şaristaniyên xweperest ên Rojava xwestine tişta herî baş û xweş bibe ya wan, nirxên Rojhilata Navîn dizîne û em bi diziya herî mezin a dîrokê rûbrû hiştine. Di vê mijarê de jî mentiqa xwe ya tecawizkar û dagirker anîne ziman. Li beramberî vê, welatên li Rojhilata Navîn ji ber yekîtî ava nekirine, nebûne xwedî saziyên îdeolojîk ku hêza xweya hundirîn derxin holê û zuhayî û kûrbûna mentiqa desthilatdar-dewletger jî bûye sedem rewşa kaosê neyê derbaskirin. Modernîteya sermayedar hewl dide Rojhilata Navîn û pê ve mirovahiyê di nav şêwazê jiyana xwe de jinûve biafirîne. Li gor projeya ku dixwaze li Rojhilata Navîn pratîze bike, li saheya ku hemû dewletên Ereban digire nav xwe hewl dide asta entelektuel biguherîne.Ji naveroka vê bigre heya guhertina pozîsyona jinê ya li vê erdnîgariyê û herwiha rûnişkandina rejîmên aboriya lîberal, di pir qadan de dixwaze guhertinê bi xwe re bîne. Ev proje madeyên mîna; heya sala 2010’an li Rojhilata Navîn asta xwendin-nivîsandinê ji %50 zêde bike, klasîkên Rojavayî wergerîne zimanê Erebî, ji jinan re ji bo peyner (girişîm) bibin bi qasî 500 mîlyon dolar alîkarî bê dayîn û hwd. digre nav xwe. Li Iraqê îro pergala şaristaniyê ne tenê bi rêya pêkanînên zorê, bi ser ve bi rûnişkandina şêweyê jiyanê jî dike hegemonya xwe saz bike. Lê belê diyar e ku ev bi dewsa kaosa Rojhilata Navîn çareser bike, dê wê kûrtir bike. Mînaka vê ya herî nêz jî DYE nizane îro çawa ji Iraqê derkeve. Zanist û îdeolojiya pozîtîvîst a modernîteya Ewrûpa nikare bi şêwazekî rast şaristaniya Rojhilata Navîn pênase bike. Ji ber ku ev di rastiya Rojhilata Navîn de heye. Her çareseriya ku bi rastiya wê ya cewherî ve li hev neke bi berxwedanê re rûbirû dimîne û nikare kaosa Rojhilata Navîn çareser bike. Mirov ku pêşketinên dîrokî û civakî hûr lê dinêre, dibîne ku ev rewş di demên berê de jî wiha bûye. Berîdaniya (yonelîm) ku ne li gor rastiya şaristaniya Rojhilata Navîn bûye bi berxwedana qebîle û olên yek-xwedayî re rûbirû maye. Sîstemên qabîleyan teşeyên civakî yên dem-dirêj in, di lêkolînên arkeolojîk de jî derketiye holê ku wek dihate texmînkirin paşverû nebûne, belku avaniyên civakî yên pêşketî ne. Rêbertiya me ji bo fêmkirina baş a dîroka gerdûnî diyar dike ku hewce heye sîstemîn qebîleyan rast fêm bibe, bi armanca ku lêkolînên dîrokê bigihîjin encamên nêz rastiyê. şoreşa cotkarî û çandiniyê xwe spartiye sîstema nîv-qabîleyan wiha pêşketiye û ev jî yek ji qonaxa herî girîng a dîroka gerdûnî ye. “Pêwîst e, ez vê xusûsê bi girîngî destnîşan bikim ku çanda civakî ya xwe dispêre qûntara çiyayên Toros-Zagrosê di ti demê de bi temamî resenî û orjîntiya xwe wenda nekiriye. Radestî hegemondarên siyasî û eskerî yên ji nava xwe derketî û heta rahibên dînî nebûye. Weke civaka dîrokî her hebûna xwe dewam kiriye. Tevahiya dîrokê ji çar aliyan ve êrîşên dagirkeriyê bi ser de hatine û tevî vê yekê karîbûye hebûna xwe ya civakî dewam bike. Di vê yekê de rola sîstema qebîleyan a kokên wê kûr in (ji salên 15.000î B.Z. heta roja me ya îro), û ekonomiya heywan xwedîkirinê diyarker in. Di vê çandê de mîna ku du alem hebin. Yekemîn, cîhana civakî ya gel û qebîleyên di kûrahiya dîrok û axê de veşartî ne; duyemîn, cîhana dewlet, pevçûn û şerên hegemondariya desthilatiyê ya bêhejmar hêzên dagirker, mêtinkar, mêtinger û îmhakeran e. Ya ez dixwazim qal û behsê bikim ew e ku ji aliyê dîroka gerdûnî ve pêşketina diyalektîkê ya heta roja me ya îro dewam dike xeta sor a di navbera herdu cîhanan de ye. Çanda herêmê herî kêm di warê kirdarî û sûbjektîvîteyê de hîç dewrûberî qebûl nekiriye, nexwestiye vê bîne bîra xwe jî û herçiqasî di warê xwesteka navendbûnê de çîrokên wê yên trajîk û komîk hebin jî timî di navend mayînê de israr kiriye. Wexta ku mirov ji vî awirê gerdûnî ve li dîroka me ya mîkro binêre dikare bi hezaran mînakên hem rûmetê hem rezîliyê, hem êşê hem coşê, hem komediyê hem trajediyê bibîne û em ê di fêhmkirina vê de zehmetiyê nekişînin. Em ê li xwezaya xwe ya civakî (tevî xwezaya fizîk, kîmya û biyolojîk a yekpare jê nabe) zêdetir serwext bibin û ji bo paşvexistina neyêniyan em ê zêdetir ber bi çalakî û îradeya wê ve baz bidin.”Rêber APO Di encam de ger mirov rastiya civakî û dîrokî ku ji bo hemû hêmanên civakî ku ji pergala şaristaniya Rojhilata Navîn têne derkirin, wek dij-şoreş jî binav dibin analîz bikin, em dikarin koka qeyran û problemên li vir hene li jêr sê beşan de bidest bigrin. Sîstema şaristaniyê ku di sala B.Z. 3500’anli derdora yekemîn xanedaniyê,hiyerarşî, bajêr, desthilatdarî, dewlet û sazîbûna çînan pêşket. Sîstema şaristaniya navendî bixwe serkaniya hemû pirsgirêkên civakî ye. Ev sîstem bi formên berxwedanê re rûbirû maye,lê belê sîstema qebîleyan û berxwedana Zerdûştîdi wateya giştî negihîştin serkeftinê. Ya duyemîn jî di salên P.Z. 1200’an bi şaristaniya Îslamî hewl tê dayîn ji pergala şaristaniya navendî re vebûnê bidin kirin, lêbelê ji ber hewldanên ronesansê negihîşt serkeftinê pêvajoya ku qeyran û pirsgirêkan hîna kûrtir bike da destpêkirin. Ya sêyemîn jî ji salên 1800’an pêv pêvajoya ku şaristaniya navendî ya Ewrûpa hegemonya bidest xist û li ser herêmên Rojhilata Navîn dest bi dizîna dewlemendiya çandî, dîrokî û civakî kir e. Li beramberî vê lêgerên çareseriyê ku xwe spartin modernîteya sermayedar bûne sebeb pirsgirêk hîna girantir bibe, rê li ber şikestina civakî, bi awayê rojane jî pêşketina qirkirin û xwekuştinan veke.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 613


