• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. AKADEMIYA STAR

Ji Waneyên Pêşanga Jîneolojiyê Jina Çiyayî Hêlîn Mûrad (2)

Ger xisletên zilamê neçirvan û çanda neçirvaniyê bê tehlîl kirin,  wê pergala ji xwîn û hovitiyê barkirî ya şaristaniyê, bi taybetî jî pergala kapîtalîzmê wê ji kok ve bê dahûrandin. Di vê xalê Rêber Apo; ‘’Ji serdema neolotîkê ve zilamê bi hêz û dexsok hat werimandin heta îro hat û bi netew dewletê ve vegûherî cinawerekî’’, ev tespît bûyera zilam bi giştî darîçav dike. Erê, wê zilamê neçirvan bi demê re ber bi serdestiyê ve biçê û vegûhere zilamê cinawer. Zilamê neçirvan wê vegûhere fermandarê artêşê, zilamê bazirgan wê vegûhere şaman-şêx-rehîp, qral û împeretor, di van pîşeyan da ji xwe re cih veke. Di vê xalê de xisletên zilam bê dahûrdin wê kakilê yekdestî-dewlet-şaristanî jî bê dahûrandin. Neçirvan wekî gotin ji koka ‘çirandinê’ tê. Çirandin, jê kirin, qelişandin, qelandin, birîn vana hemû koka neçirvan in. Jin çawa  tê wateye can, giyan, jiyan, zilam berovajî wî yê şerjê dike ye, yê dikûje ye. Du çandên ji bin de dijberî hev derdikevin pêşiya me. Navê zilam bi xwe jî yên ji rih dibe, dikûje ye. Birîn, jê kirin, pelixandin, tine kirin, kûştin, qelişandin giştî ji çanda neçirvaniyê tê. Dîsa bi dest xistin, xesp kirin, çav lê berdan jî dîsa di wê wateyê de ye. Di vê watê de destê zilam yê ku radibe jor dişibe pencekî. Zilamê neçirvan di vê watê de hov e. Destê wî cankûj e. Çeka wî wehşet e, zalimti ye, zordarî ye. Mijar pir kûr e. Di serdema neolotîkê de werçerxa herî berhemdar ya bi pergal di dewra Tel Xelefê de, wekî çanda dijber  El Ubeyd di salên B.Z 5000’an de li Başûrê Mezopotamya wekî nîzama hîyerarşîk yê zilamê serdest wê derbikeve ser dîka dîrokê. Bi konsesûsa şefê leşkerî-şaman-kalemêrê bi tecrûbe wê asasên xanedanî bên vedan. Bi sazîbûna xanedantiyê êdî dîroka koletiya jinê jî despê dike. Xanedantî; malbata ku ji qebîlê qetiya ye, qebîlê înkar kiriye û li ser hîmê mûlkiyetperestî û serdestiya zilam hatiya ava kirin e. Ev malbata bijarte xwe dispêre pir zarokî û pir jinî yên ku di milk de hatine girtin. Zilamê serdest cara ewil di nîzama xanedanî de ewqas bi hêz dibe. Pişt re wê li Urûkê, di Ziguratan de bi tifaqên rehîp û fermandar, ber bi îcat kirina dewletê ve biçe. Rêxistinbûyina zilamê serdest li derdora peresgehê wê bi rêxistinbûyina dewletê ve pêngavekî xurt di derbarê sazîbûyina pergala zilamserwer ve biavêje. Bi rêka zilamê bazirgan ve wê rêyên bazirganiyê yên saz kirî derbikevin holê. Kew bûne nêçir, ketine qefesê, jin bûye neçir ketiye malê, çîrok ji hev pir cûda nîne. Kewa di qefesê de û jina di malê de dişibin hevdû. Ji bo wî divê çanda neçirvanî pir baş bê fêm kirin. Dema jin tê girtin, kêziyên wê ji nasnameya wî ya civakî, ji jiyanê tê birîn. Ji vir şûn ve êdî jin dizivire amûra zarok anînê ya ku ziriyeta zilam bidomîne. Jin êdî asta bîyolojîk de  xwedî hebûnekî ye. Ev statûyekî xedar e. Jina bûye jinkok ji nasnameya û kesayetiya xwe ya civakî hatiye xistin, çîrokekî trajîk ya jina hebûna xwe wendakiri ye. Jin ji vir şûn ve yê tê bidest xistin e, radest girtin e, tê kole kirin e. Ev jiyan jiyanekî ji mirinê xirabtir, bi qehr û bi tehde ye.  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Temmuz 2023
Görüntüleme: 352

Ji Waneyên Pêşanga Jîneolojiyê Jina Çiyayî Hêlîn Mûrad (1)

Çîroka Zilamê Zordar û Dexsok Di Kurdî de ‘jin’ xwedî wateyekî ku jin û jiyanê yekpare dike ye. Ango; jin, jiyan e. Heqîqeta jinê, afrineriya jinê ya jiyanê yê herî baş bi cih aniye zimanê Kurdî ye. Di serdemên pêşîn de pêşketinên civakî di pêşengiya jin-dayik de pêk hatiye. Jin, tê wateya kişandina ber bi civakê ango hêza civakîbûnê. Ev xisletên jin yên ku jiyanê di afirîne, ji aliyê civakê ve pîroz hatiye dîtin û civakê pê îbadet kiri ye. Lewra yê mora xwe li jiyana civakî dide, pîvanên jin-dayik; xweşikî, rastî û azadî ne. Hêman û pîvanên jiyanê ji aliyê otoriteya jin-dayik ve tên diyar kirin. Yê têşe daye zilam ev heqîqeta jinê ye. Jin, pêşanga jiyanê û hêmana navendiye lewra li vir ristê zilam ne diyar e. Ango ne diyarker e. Di jiyana klanê de li ser esasê komkerî û neçirê hevbeşiyekî xwezayî yê kar kirinê heye. Karê jinê yê esasî komkerî ye û di jiyanê de xwediyê ristekî sereke ye. Derbasbûna serdema neolotîkê bi pêngava jinê ya nebat û ajalan kedî kirinê ve pêk hatiye. Neolotîk; wekî pêngavekî herî sereke yê pêşketina mirovahiyê şoreşa jinê ye.  Jiyan, erd, ax, agir, av, nan, mal, gûnd, çiya û hwd di şexsê jinê de hatine pênase kirin. Ev diyardeyên despêkê bi xisletên jinê re wekhev hatine dîtin û wateyên jinê li wan hatine bar kirin ango wateyên wan li jinê hatine barkirin. Her du tişt jî wekhev hatine dîtin. Di milê din de ev çanda civakî ya ku li ser singa jinê bilind dibe zilam jî kişandiye nava xwe û perwerde kiriye. Her çiqas pêşveçûnên dîroka civakê li ser bingeha jin-dayik pêş dikeve di heman demî de li kêleka vê pergala dayikê di şexsê zilamê neçirvan de çemkekî bi civakê re nakok xwediyê xûsisyetên zilamê serdest xwe hêdî hêdî bi saz dike. Di dîrokê de ger li ser şopa çanda zilamê serdest bê meşîn, wê ev bigîje zilamê neçirvan. Zilamê neçirvan bi navê din ‘zilamê zordar û dexsok’ e. Rêbertî girîngî dide ku dîroka şaristaniyê ya ku bi xwîn û hovitiyê dagirtiye wekî ‘çîroka zilamê zordar û dexsok’ bê binav kirin. Yê dikeve para me, di kûrahiya dîrokê de li vê çîrokê gerîn, kolandin û rûyî wî yê rast derxistina holê ye. Bê gûman wê zilamê zordar û dexsok wê bi rûyê cûr bi cûr derbikeve pêşiya me. Emê carna li rûyî wî yê tazî carna jî li rûyî wî yê pêçandî rast bên. Nexwe li cihên xwe veşartiye wî peyda kirin, nîzama wî ya derewîn û xapînok deşîfre kirin ji bo rêz dayina jiyanê pêwistiyeke ye. Zilamê neçirvan di serîde li derû berê civaka jin dayik xwestiye keysa xwe bîne. Di xwedî kirina qlanê de xwedî kêm berhem e, ev di serîde wisa ye. Wekî sedemê vê, berê xwe daye neçirvaniyê pê re fêrbûyina dafik danînê ber bi li pêşiya jinê dafik danînê ve diçe. Wekî encam digîje asta ku jinê bigre û qefes bike. Bê gûman wê di civaka neolotîkê de erkên zilamê neçirvan kêm bin. Di civaka neolotîk de yê sereke jin e. Jina ku bi komkirina nebatan û kedî kirina ajalan re mijûl dibe wê her di nava herikandina jiyanê de be, pê re jî wê her dem bibe kaniya rih dayinê. Li vir zilamê ku her li pey neçirê ye wê bi alimandina kûştina zindiyan ve mêjiyê xwe yê spekulatîf (kurgusal) pêş bixe, fêrî dek û dolaban bibe. Ji ber vê sedemê wê di zilamê neçirvan de xisletê zordar û dexsok bê çandin. Di civaka neolîtîkê de jin; tovan malî dike, cotkariyê pêş dixe, ajalan kedî dike li ser van hemanan jî aboriya civakê ava dike. Lê li kêleka wî zilam wê alimandina xwe ya neçirvanî bidomîne. Li vir em cûdawaziya çanda dayik û ya zilamê neçirvan dibînin. Di navbera wan de ferqekî pir kûr heye. Lê ji ber çanda neolotîkê pir xûlikkar e, rê nade ku pergala zilamê serwer bi bandor bibe. Di teoriya Markîz de ev mijar wisa tê nirxandin, dibê;  ‘’Ji ber seferên neçirvaniyê di zilamde zanistekî pêş ketiye û ev zanist bi demê re zilam aniye astekî diyarker’’. Li vir ji çanda neçirvaniyê re helwestekî erênî tê raber kirin. Ji ber jin jî bi xwedikirina zarokan û bi komkerî re mijûl e, ji cihên zilam diçe bîanî dimîne, her di sînorên malê de dimîne û paşde dimîne, teoriya Markîz kolebûyina jinê jî wisa şîrove dike. Nexwe li vir kêmaniyên zanebûnê xwe didin der, civaka xwezayî baş nayê nasin û di derheqî wî de zanistên heyî şaş in. Bi taybetî mijara talankeriya zilamên zordar qet nehatiye ziman. Zilamê zordar li hemberî civaka xwezayî talanê pêk aniye û hemû berhemên wî desteser kiriye, ev di teoriya Markîz de nehatiye ziman. Dîsa çanda danahevî û di bingeha wî de dahênên derketine holê mîna cotkarî û xwedîkirina ajalan bandorekî çawa li ser pêşketinên civakî kiriye ji nedîtî ve hatiye dîtîn ango girîngiya pêwist ji bo wî nehatiye raber kirin. Lewra tê zanîn; Jîneolojî şoreşa herî mezin ya civakî ku di Kurdistanê de pêk hatiye bi hebûna jin û jiyan ve tîne ziman. Xisûsên ku jiyanê ava dikin bi giştî ji çavkaniya jinê tên. Ji ber vê sedemê jin her dem wekî çavkaniya jiyanê, bereketê, ronahiyê, başîyê, xweşikbûnê, afrineriyê, hilberînê hatiye dîtin, pîrozî lê hatiye bar kirin bûye koka hez kirin û rez dayinê.  Jinê, bi şoreşa neolotîkê ve di jiyana civakê de şoreşekî mezin daye ava kirin, jiyanê bi hêz kiriye, bi afrînerî firehîkî di jiyanê de pek aniye, li kêleka wî, zilamê ku di serî de lêviya firsendekî bû vê carê ne tenê çav berdaye ajalan di heman demî de çav berdaye hemû nirxên qebîleyê. Wekî Rêbertî jî diyar dike; ‘’ Civaka jin dayik ya komînî her ku çiqas hildiberîne, berhev dike, li kêleka wî zilamê eware yê zordar û bi hêz di neçirê de carna bi ser dikeve û her diçe hêz bidest dixe û li ser vê çanda civakî dikeve nava lêgerîn hêz hilberînê, hatina vê zilamê wisa pir bi zehmet jî nîne. Zilamê bi hêz û dexsok wekî dizekî ketiye nava aboriya jinê’’. Ji vî jî tê fêm kirin ku zilamê neçirvan û zordar, her ku çiye çav berdaye civaka jin dayik. Ev xerîzeyên çav berdanê, bi dest xistinê û yên xespê wekî feraseta zilamê zordar û dexsok wê binê civaka jin dayikê bikole. Ev demên ku em behs dikin B.Z 4000 in. Berî wî ji xwe bi giştî jiyan li ser hemanên jin dayikê azad tê meşandin. Ji vir şûn ve wê zilam li beranberî civaka jinê bikeve nava helwestên mehandinê.  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Temmuz 2023
Görüntüleme: 338

ÇALAKIYÊN FEDAYÎ LI PÊŞIYA KOMPLOYÊ BÛN MERTAL

 

Heta sala 1998 an Birdoziya Rizgariya Jin wek bersivekî ji çalakiya heval Sema pêşdikeve û bi şahadetên hatinê jiyan kirin ve salekî girîng derbas bû. Komplo êdî yekser Serokatî esas digirt. Serokatî ji hêlekî ve dixwest amadekariya kongreya 6’emîn bike. Serokatî her sal dizwaze gavên encamgir biavêje lê belê heta Kongreya 5’emîn dewlet jî ji vê yekê re ne amade ye. Êdî hêzên navnetewî ji bona mûdaxaleya

 

Rojhilata Navîn dixwestin ku zemînên xwe berfireh bikin. Êdî Kurd wek aktorekî derketibûn holê ji ber wê li ser Kurdan jî di mûdaxaleya Rojhilata Navîn de siyasetekî dihat meşandin. Wek hêzên demokratîk tevgera me û Serokatî li pêşiya êrîşên KDP-YNK ên hêzên serdest û xetên hevkariyê disekinî ji ber wê Serokatî dibe hedefê êrîşan. Ev biryarekî navnetewî bû û ji bona mûdaxaleya Rojhilata Navîn pêşket. Serokatî di nirxandinên xwe ên dawî de jî wiha dibêje; “Niha şerê cîhanê yê sêyemîn tê jiyan kirin û ev şer jî bi mûdaxaleya li ser min ve destpêkir.” Piştre jî sala 2001 an mûdaxaleya Afganîstan û 2013 an jî mûdaxaleya Iraqê kirin. Ev pêvajo bi komploya navnetewî re destpêkir.

 

Di hin nameyên heval Sema de ji bo wê pêvajoyê bal hatiye kişandin. Heval Sema dixwaze bal bikşîne êrîşên li hember Serokatî û di gelek aliyan de jî hişyarî dike. Heman demê de hin nîşaneyên din jî hebû. Serokatî di her dema têkoşînê de gelek girîngî dida xebatên jin lê belê dijmin jî bi vî zanebûnê re xeta hevakarî û dijmin herî zêde êrîşê xeta jin dikir. Bala xwe bidin; bi taybetî Serokatî di nirxandinên sala 1998 an de her tim dibêje; “Kî/ê çi dibêje bila bêje ez ê van jina me û xebatên xwe bidomînim.” Ji ber ku di astekî mezin de êrîş dihat meşandin. Di wir de Serokatî got; “Dibe ku hedef ez xuya dikim lê belê di rastiyê de armancê wan xebatên min ên esasî ne, xebatên jin e.”

 

‘Pêşdîtinên Serokatî komployê zelal dikir’

 

Li Tirkiyê kesên ku stratejî diyar dikin û di nava îstîxbarêtê de dixebitin hene yek ji wan jî Şükrü Elekdax e. Serokatî rojekî hat nivîsekî wî, bi me re parve kir û got; “Ev zilam dixwaze çi bêje.” Di nivîsê de dibêje; “Gelo Apo ji Suriyê derdikeve?” Serokatî digot; “Tê wê wateyê ku amadekariyekî wiha ye, dixwazin me ji Suriyê derbixin.” Heman demê de Şemo wê çaxê ji nava me reviya bû îfade dabû û wiha gotibû; “Hûn biçin ku derê, bixazin eyaletekî jî tesfiye bikin lê belê, heta ku Apo hebe wê her amade bike û cîhê wan dabigre ji ber wê bi vî awayî hûn nikarin PKK’ê tine bikin ger hûn dixwazin tine bikin jî divê hûn yekser Apo tesfiye bikin.” Şemo agahiyên wiha dabû. Şûkrû Elekdax jî li ser vegotina Şemo wiha dinirxand; “Ew bi xwe ji tevgera Kurda ye lê dibêje yek keleha berxwedanê heye ew jî Apo ye divê Apo werê hedef kirin.” Her wiha ji bo rewşa Rojhilata Navîn jî wiha digot; “Ger hûn dixwazin mûdaxaleya Rojhilata Navîn bikin, pergaleke nû ava bikin divê astengiyên Apo ji holê rakin.” Bi vî awayî yekser hedef nîşan dida.

 

Sala 1998 an 1’ê Îlonê Serokatî agirbest ragihand ji xwe wê demê nîşaneya komployê hebû ji ber wê Serokatî digot; “Wê rewş hîn zelaltir bibe, an di nava leyîstokekî pir mezin de ne an jî derfetekî pir biçûk jî ji bo çareseriya siyasî hebe emê bikar bînin û derketinekî çêbikin.” Lê rûxmê wê Serokatî xebatên xwe dewam dikir lê, dilê wî jî nerehet bû carna xewnê şevan nediket çavên wî. Pêvajoyeke wiha bû heta carekî Suriyê agahiyek rêkir û got; “Dernekeve derve” ji ber wê Serokatî her li hûndir ma. Carek Serokati hat û got; “Min xewnek ditiye û şîrove bikin.” Bexçeyên me pir mezin bû lê di xewnê de dibîne; “Bexçe hîn mezintir bû dawiya bexçe wek holikekî biçûk hebû lê hindek cuda bû ji ber ku dibiriqî tu dibêjî qey yek gazî min dikir û ez diçûm lê min nêrî kes bi min re nedihat min digot hûn çima nayên lê dîsa kes nedihat. Min berdewam dikir, dema ku nêzîk bûm deriyê xaniyê ser min de dihat girtin, lingê min tenê mabû ber derî lê piştre ew jî diket hûndir û derî li ser min de dihat girtin.” wê demê ji xwe nîşaneyên komployê jî hebû hin welatên din Serokatî vexwandin (davet) da ku Serok biçe gel wan. Wê demê Yunanîstan, Rusya Serokatî dawet kiribûn Serok ji ber wê digot; “Gelo ew pergala Ewrupa ango kapîtalîzmê me dikşîne.” Lê bi rastî pêşdîtinên Serokatî pir xurt bû. Sala 1980 dema 12 Îlonê jî Serokatî heman xewnê dibîne û hevalan re wiha dibêje; “Gelek leşker hene û kûm li serê wan e, hin generalên Tirka jî heye her li pey min in, ez her dibazim û her dibazim dixwazim xwe bigihînin cîhekî ewle.” Xuyaye ku hîs û pêşdîtinên Serok xurt in û xeteriyên heyî vedibêjin.

 

‘Serokatî ewlehiya gerîla ji bona gihîştina armancê girîng dît’

 

9’ê Cotmehê komplo destpêkir. Pir nîqaş dihat kirin. Serokatî digot; “Ger em biçin welat wê pir êrîş çêbibe dibe ku gerîla jî tesfiye bibe, çidibe bila bibe divê gerîla daîmî be, divê em ewlehiyekî çêbikin.” Ji ber wê hewldida ku Kongreya 6’emîn çê bikin, rêveberî nû bikin û tevgerê bigrin ewlehî yê. Di nava tevgerê de jî ji ber vê gelek nîqaş hebûn herî dawî 5’ê Îlonê genel kurmayê artêşa Tirk Atîlla Ateş li Hatayê daxuyanî da û wiha got; “Ger Apo dernekeve emê li hember Suriyê şer destpê bikin.” Serokatî jî got; “Suriyê heta niha hevalbendî li me kir ji ber wê divê em êdî derbikevin” Li rojhilata Navîn her tişt li gorî hevsengiya ye. Di nava dewletên Rojhilatî de nakokiyên dijwar heye Suriyê û Tirkiyê jî bi vî awayî bû. Hêza Suriyê ne di wê astê de bû ku li hember Tirkiyê şer bike lê mayîna Serokatî li Suriyê jî li hember Tirkiyê didan şixulandin. Ger berjewendiyê wan nîn bûya bêguman ewqas sal cîh nedidan me. Suriyê mûxtacî wê yekê bû, me jî ji bona pêşketina tevgerî dişixuland bêguman polîtîka bi vî awayî ye. Lê Serokatî tenê bi vê re sînordar nehîşt têkîliyên xwe, dixwest hevalbendiyekî xurt pêş bixin. Wê demê Tirk li hember Suriyê şerekî mezin dabûn berçav ji ber wê Serokatî derketina Suriyê da berçav. Wê demê li derveyî welat Rusya û Yunanîstanê hevalên me ên xebatkar hebûn ji ber wê li Rusyayê de biryar hat girtin. Dûvre parlementerên Yunanîstanê hatin bi Serokatî re rûniştin û di wê hevdîtinê de Serokatî vexwandin. Tevahiya îxtimalên heyî hat nirxandin. Wê demê Qedafi Serok re got; “Were gel me” Serok jî digot; “Qadafî mirovek dîne lê başe, dibe ku dema ez li pişt wî bim tevahiya cîhanê re meydanê bixwînê lê hezekî wî nîne. Belê dibe ku heza wî terî neke û piştre bibe lîstokê hinekan wê demê jî xeter be.” Herî dawî Yewnanîstan hat hilbijartin. Bêguman dewleta Suriyê jî di nav de bû. Wê demê Yewnanîstan bi xwe digot; “Emê werin bi balafirê bigrin.” Suriyê wê demî ji Serokatî re got; bi balafirê neçe. Ev yek jî eşkere nîşan dida ku bi rêyên veşartî re lêyîstokekî hatibû amade kirin. Armanca wan ew bû ku di roja destpêkê dema ku Serokatî derketiba tiştekî lê bikirana lê belê balkêşe wê demê Suriyê nehîşt û peşiya vê yekê girtin. Ev jî dida xwuya kirin ku di salên dirêj de bi xebatên Serokatî re hevalbendiyekî çebûbû ji ber wê ne dixwestin yekser li ser axa wan de êrîşekî çê bibe. Serokatî ji bona destpê kirina pêvajoya komployê wiha dibêjê; “Dema ajokar em dibirin bi her awayî xwe direngî dixist dibe ku hêja li balafirgehê tiştekî kiribana.” Di komploya navnetewî de 36 dewlet cihê xwe girtibûn. Hatina welat wek tercîhekî bû lê belê, Serokatî vê yekê neda berçav ji bona ku gerîla hebûna xwe biparêze, giranahî ji welat re lê belê ger ne wiha bûya hilbijartina Serok a yekem welat bûya. Serokatî di legerîna gûhertina stratejiya tekoşînê de bû. Dema 9’ê Cotmehê ji Suriyê derket piştî sê rojan li Rusya yê Serokatî wiha got; “Em ji Enqerê derketin bûn partî, dema em ber bi Rojhilata Navîn ve vebûn em bûn artêş, niha vebin ber bi dinyayê wê çaxê emê bibin dewlet.” bêguman di wataya çareser kirina pirsgirêkê de wiha digot. Di esas de Serokatî bi vebûna dinyayê re çareseriyeke mayînde dikir armanc. Me bi pergala serdestiyê re şer dikir û Serokatî bi çûndina xwe ve seknekî fedaiyane nişan dabû. Serokatî wê demê wiha dinirxinê; “Em li Evrupa diçûn ku derê di wateya herî rast de ew der ji me re hatibûn qedexe kirin.” Em fêr bûbûn û me digot Serokatî dikare vê jî derbaz bike lê di encam de Serokatî, bi kadro û hêza partiyê re hêz e. Wek hêza esasi me rol neleyîst ji ber ku em ne giranbûna pêvajoyê de bûn. Dema Serokatî derbasî Kenya yê bibe bi telefonê welat re daxivî û digot; “Xwe belav nekin, ezê we jî bikşînîm” me jî digot Serokatî amadekarî dike. Serokatî dixwaze li wir jî derfetên perwerde ava bike lê beriya bê revandin bi çend roja got; “Pewîste her kes xwe amade bike ji ber ku rewş awarte ye.” Em jî ji hêla hestan de bandor dibûn lê di hêla helwestê de bêçarebûn hebû. Ruxmê pevajoya komployê bû lê, Serokatî disa bi pirsgirêkên heyî re mijûl dibu û ev jî giranî çedikîr.

 

‘Nikarin Roja Me Tarî Bikin’

 

9’ê Cotmehê bi derketîna Serokatî re çalekiyen; “Nikarin Roja me tarî bikin’’ destpekirin. Ji hêla gel ve xwedî derketinek çebû. Dema ku Serokatî li Avrupayê bû her der ji wî re hat qedexe kirin û ev yek di me de hejandin çêkir. Gelek hevalan bedenên xwe dan ber agir, hinek çalekiyên fedaiyane çêbûn. Serokatî dixwest kongreya 6’emîn kom bibe ji ber ku ew ferq kir ku komplo dikeve meriyetê ji bona vê Serokatî dixwest rexistinbûyina me hîn xurttir bike. Di vê bingehê de kongreya 6’emîn kom bûn. Ser vê esasê çûndina kongreyê çêbû û di wê kongreyê de wek delege 72 hevalen jin cîh girtin. Cara yekemîn jin bi nasnameya YAJK’ê tevlî dibû. Serokatî jî dixwest di gûhartina paradîgmayê de em wek YAJK’ê peşengtiyê bikin. Jinên ku bûne; îrade û rêxistin wê di aliyê guhartin de pêşengtî bike.

 

‘Ji milekî ve komplo ji milekî ve tasfiyegerî’

 

Serokatî digot; “Dibe komplo li ser min be lê, hûn ji min bêhtir di çarmixê de ne. Xebate min ya jinan nîvçe ma ji ber wê dibe ku bi êrîşan re rû bi rû werê. Komplo di bingeh de li ser xebatên Serokatî ên sitratejîk de pêşdiket ji ber wê Serokatî digot; hûn bi kokmployekî hin xeter re rû bi rû ne lê, ezê we ji çarmixe rizgar bikim.” Wek jin di wê pêvajoyê de li hember komplo biryara têkoşîneke xurt derketibû holê. Armanç serkeftin e. Encam de; şêwazên me de kemasî hebûn û em ne di giranahiya komployê de bûn. Di pêvajoya komployê de Serokatî behsa, hevaltiya kêm kir. Pêwîste em xwe baş lêpirsîn bikin. Di pêvajoya kongrê de nêzîkbûnên serdest ên zilam dixwest ku xwe bi lewaziyên jin re îzah bike. Kongreya herî dem direj ya tevgerê bû ji ber pêvajoya komployê bû û Serokatî dîgot, belav nebîn. Hîn kongre berdewam dikir Serokatî bi awayekî dîl hat girtin. Piştî eserata Serokatî û pêvajoya komployê biryara fedayîbûnê derdîxe hole. Serî de hevalên jin vê biryarê digrin.

 

Bi komployê armanc tesfiye kirina tevgerê ye. Komployê de esas tişta ku li peşiya Serokatî mertal çêkir bêguman çalakiyên fedayî bûn, çalakiyên ku bi şiyara; “Nikarin roja me tarî bikin’’ bun. Ev çalekî pîştî Serokatî hat girtin şûnve jî bi dirûşmeyên; “Bê Serok Jiyan Nabe” re dewam kir.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 03 Nisan 2022
Görüntüleme: 317

BI GERÎLATIYEKE NÛJEN RE WÊ SERKEFTIN MISOGER BE

PEVAJO 2018 12

 

Di serî de di şexsê fermandara mezin Delal Amed de hemû şehîdên me yên qehreman bi taybetî heval Atakan, Zekî Şengalî, Medya Mawa û her wiha hemû şehîdên me yên ku ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin soza bilind kirina tekoşîna hevalan dûbare dikin.

 

Pêvajoya ku em niha derbas dibin ji her hêlê ve xwedan girîngiyeke mezin e. Sala 2018 an bi her awayî têr û tijî derbas bû. Serkeftinên ku hatin qezenc kirin, şerê ku hat meşandin, êrîşên dijwar yên ku li hember Tevgera me ya Azadiyê hatin pêşxistin heman demê de siyasetên hêzên navnetewî, hişmendiya netew dewlet ya ku bi kevneperestî dixwazin nirxên mirovan bixin, pê re girêdayî zihniyeta modernîteya kapîtalîst bi vî awayî li ser berjewendiyên gelan xeteriyekî mezin didin çê kirin. Serdema ku tê jiyîn bi dijwarî pêşdikeve.

 

Kaos û krîzên ku tên jiyîn ne ji rêzê ne berovajî pir berfireh e û weke gerîlayên Kurdistanê ji me tê xwestin da ku bi rengekî baş dahûrînin. Serokatî bi her awayî ji bo çareseriyeke domdar di dahûrandinên xwe de da diyar kirin; siyaseta ku tê meşandin heman demê de pêvajoya kaos û qrîzên heyî bi awayeke zelal vekir, xeteriyên li ser Rojhilata Navîn, şerê cîhanê yê sêyemîn bi her hêlê ve şîrove kir. Di roja îro de pergala netew-dewlet têk diçe. Ji ber wê di nava hewldana ku bikaribin li gorî berjewendiyên xwe pergala heyî biparêzin de ne ji ber vê dest davêjin her deverê û êrîşên pêşdikevin jî dibin sedema qeyrana aborî, civakî û hwd. Ne tenê li Rojhilata Navîn di gelemperiya cîhanê de şerekî dijwar tê meşandin û ev di asta karesatê de ye. Di sedsala 21 emîn de cîhan û mirovahî bû şahidê; qaos, krîz, rûxandin û şerên dijwar ji ber vê yên ku ji vê şerê sudwerdigrin bêguman hêzên kapîtalîst, emparyalîst, yên ku li dijî nirxên gelan şer dikin, heta dawî bi tine kirin, qetil kirin û kuştinan re dixwazin temenê pergala netew-dewlet dirêj bikin. Sedema herî mezin ya şerên ku li Rojhilata Navîn tê meşandin ev e.

 

Bi zîhniyeteke demokratîk re wê çareseriya tevahiya pirsgirêkên civakî pêşbikeve. Divê tevahiya pêkhate yên heyî bi îrade, hêz û zihniyeteke demokratîk re kaosa heyî çareser bikin. Bi hilweşandina sosyalîzma pêkhatî re Rêber Apo tespîta; kaosa herêmê kir, aloziyên Rojhilata Navîn û rêyên çareseriyê diyar kir ji ber vê weke rêya çareseriyê Modernîteya Demokratîk pêşxist. Ne bi zîhniyeteke deshilat ango dewletbûyî re bi pergala Netewa Demokratîk re rêya çareseriya pirsgirêkên heyî nîşan da. Bi taybetî di parazname ya pêncemîn de rêya çareseriyê ji her hêlê ve diyar kir û deyna holê. Niha di her qadên ku şerên dijwar tê meşandin de bêguman qrîzên aborî, ambargo, pevçûn jî rû didin.

 

Çima ewqas êrîşên dijwar li ser Tevgera me tê meşandin? Ji ber ku em xwedan bawerî ne. Ne Rusya ne Amerîka ne jî hêzên navtewî ti carî ji bo berjewendiya Kurdan gavekî neavêti ne. Salan e pirsgirêka Kurd di rojevê de ye lê ne tê çareser kirin ne jî bêçare dihêlin lê tiştek nakin her li gorî berjewendiyên xwe nêz dibin. Dema ku mijar Kurd be wê demê tevahiya hêzên ku xwedî heman zîhniyet in dibin yek û li dijî gelê Kurd şerên dijwar bi hevkarî dimeşînin. Zîhniyeta Tirk bi awayeke faşîzane û eşkere li hemberî me şer dike lê hêzên navnetewî bi awayekî veşartî li hember me şer dimeşînin lê bi şêwazên cuda. Tevgera Azadiyê, ti carî weke hin hêzên Kurd yên hevkar cuda nêzîkbûn raber nakin. Herkes dizane da ku dema PKK’ê destpêkê hîn komeke biçûk bû wê demê hêzên emperyalîst serî de Amerîka Tevgera me ya PKK’ê ji bo pergalên xwe weke xeteriyeke dîtin ji ber wê heta roja îro êrîşên xwe berdewam dikin. Em hemû dizanin dema di pêvajoya sala 1996 an hewldana sûîkastê re yekemîn car bombe li Şamê hate teqandin , piştre di sala 1998 an di şexsê Rêber Apo de li hember gelê Kurd komploya navnetewî ket merîyetê. Bi vê komployê re di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê Kurd tine bikin. Ji wê rojê şûnve li hember hevalên destpêkê yên ku bi Rêber Apo re dest bi têkoşînê kiribûn jî gefên tine kirinê tê pêşxistin.

 

Tecrîta girankirî ya li ser Rêbertiyê me tê meşandin, kaos û qrîzên ku li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê tê jiyan kirin û asta faşîzmê ya heyî nîşaneya rewşa aloz ya Tirkiyê ye. Dewleta Tirk ji sala 2015 an bi awayekî faşîzane şer dimeşîne û her tim dibêje; “Me PKK’ê xilas kiriye” heman demê de dixwazin civaka Tirk jî di navde bi vê yekê bidin bawer kirin. Lê belê ev ne wiha ye. Ev 41 sale şerekî bênavber hem di hundir hem jî li derve da meşandin. Şerê dîplomasî, siyasî, leşkerî, rêxistinî, kesayetî û hwd. Tasfiyecitî ya ku dixwestin PKK’ê di hundir de biçewisînin bi ruhê PKK’ê re hatin tine kirin û hêza PKK’ê hat îspat kirin. Pêvajoyên pir giran û zehmet hatin jiyan kirin, faşîzma AKP-MHP’ê û hêzên hevkar bi armanca tine kirina destkeftiyên gelê Kurd ji her hêlê ve bûn yek û êrîşên pir dijwar pêşxistin û bênavber dom dikin. Herkes di vê zanebûnê de bû; gelekî ku carek tama azadiyê kiribû wê zû bi zû dev jê bernedê. Heta canê me jî biçe di rêya vê armancê de emê bidin. Bêguman dewleta Tirk wekî rêbaza dawî êrîşên topyekûn dide meşandin. Lê bi rêya tûndiyê ti kes nikare armancê xwe bi ser bixê. Cîheke weke Kurdistana Bakûr ya ku ewqasî zehmetiyan jiyan kiriye û berxwedayî de PKK’ê cardin ruheke zindî ava kir. Siyesatên kîret yên ku dewleta Tirk dide meşandin û tepisandinên heyî wê demdirêj nekê, berxwe nade. Gel, li hember vê faşîzmê tengav dibe, tehemûl nake. Qrîza aborî ya heyî ji ber vê yekê ye ji ber şer e. Şerê gerîla ev 36 sale li hember faşîzmê bi ruheke fedayî berxwedanî tê kirin û bi vê ruhê siyaseta faşîst vala hat derxistin. Têkoşîneke bê sekin tê meşandin dibe berdêlên giranbûha tê dayîn lê bi ruhê tolhildanê car din berxwe didin.

 

Weke hêzên parastinê dibe ku kêmasiyên me hebûn. Her sal guhertin û veguhertin tê çê kirin li hember teknîka dijmin bi tektîkên dewlemend nêzbûn û vala derxistina vê teknîkê xwedan girîngî ye. Mirov bi şixulandina mêjiyê xwe re dikare teknîka dijmin vala derbixe jiber ku ya ku vê teknîkê pêşdixe dîsa mêjî ye. Serokatî ji bo parastina rewa wiha dinirxîne; “Li hember tevahiya cîhanê hêza me ya têkoşînê hebe jî emê destpêkê parastina xwe esas bigrin.” Şerê me ya îro jî şerekî rewa ye. Şerê berê sing bi sing bû lê şerê îro ya bi Tirkan re tê meşandin de çi zagonên rewiştê tine ye. Ji xwe şer bi xwe jî ne xwedî rewişt e lê ji bo parastina gelekî em li hember faşîzmê şer dikin. Cîhê ku siyaset neyê kar anîn wê derê parastina rewa dikeve merîyetê. Wê demê gelo emê weke gerîlayên Kurdistanê çawa teknîk û êrîşên dijmin vala derbixin? Divê destpêkê em bi awayeke rast xwe binirxînin. Tevahiya hêzên navnetewî dibin yek û dixwazin Tevgera me tine bikin. Em bi hêza gelê xwe re hene. Gelek hêzên cuda xwedan teknîkên bêhempa ne lê mixabin nikarin weke PKK’ê berxwe bidin bêguman ev ji ber ruhê PKK’ê û mêjiyê Rêber Apo ye. Ew mêjî dihêle ku bi sedsalan em bi îradeyeke mezin berxwe bidin. Ji hêlê gerîla ve îradeyeke ji pola hatiye qezenç kirin û ev jixweber çênebû ye. Ruhekî ku ciwaneke Kurd jiyan dike li ser dijmin de diçe çekê wî ra dike û tê ev ne ji rêzê ye. Gerîlayên Kurdistanê vê ruhê fedayî di roja îro de ji tevahiya cîhanê re daye nîşandan. Li Rojava, Bakûr, Başûr, Rojhilat û li her derê heman ruh tê jiyan kirin û ev ruhê Kurdên nûjen in. Ti carî ruhê Kurda ya xwedan wêrekî lewaz nebû ye lê ya girîng bilind kirina wê ye.

 

Em di wê baweriyê de ne ku ruhê PKK’ê me li ser lingan digre. Bêyî perwerdeya PKK’ê em nikarin berxwe bidin û şer bikin. Ger di roja îro de gerîla yên Kurdistanê bi pisporî li hember artêşên ku xwedan teknîkên herî pêşketîne şer dike, lêhûrbûn û lêgerîn dike, di têkoşîna xwe de serdikeve ev ji ber perwerdeya PKK’ê ye. Gelo emê divê serdemê de teknîkê dijmin çawa bê bandor bikin? Alternatîfên me çine, gelo emê çawa guhertin çêbikin? Taqtîkê ku carekî hat bikar anîn nabe ku careke din werê bikar anîn heman tişt ji bo terzê tevgerandin û palansazî jî derbasdar e. Ger em bi hesab tevnegerin nikarin bê hêsanî serbikevin. Ger em bi terzê klasîk tevbigerin dev ji elimandinên berê bernedin wê demê derî ji windahiyan re vebikin. Dibe ku dijmin bi rojan balafirên keşfê li ser herêmên me de bigerine lê belê ger em; di kamûflajê de hesas bin, terzê tevgerandinê de bi disîplîn bin wê dijmin nikaribe encam bigre. Lê ger berovajî be wê demê ji êrîşên dijmin re vekirî bin, wê bejahî û hewayî jî encam bigre. Ne ku dijmin pir xurt e em lewaziyên xwe didin der. Em bi vê terzê klasîk nikarin serbikevin. Zêdetirî windahiyên me yên ne di cîh de ji ber kêmasiyên me ne. Lê ne Rêbertî û ne jî gelê me vê yekê heq nakin. Divê weke gerîla yên Kurdistanê li ser van rastiyan lêhûrbin bikin.

 

Ji destpêka biharê û vir ve êrîşên pir dijwar li ser tevgera me de hat meşandin. Bi taybetî di qadên parastina Medya yê de şerên dijwar hatin meşandin, bi navê rêheval Delal, Agirî û Pîroz de pêngavên bi serkeftî hatin meşandin. Eyaleta me ya Serhedê ji 2015 an û vir ve bi rengekî îstîkrar çalakiyan li dar xistin, derbe li dijmin dan û pê re jî encam girtin. Ruxmê qadekî ji hêla arazî de zêde ne xwedan derfetin lê ger mirov bi ziravî xwe amade bike misoger wê ser bikevin. Di pêvajoya şerê herî dijwar de hêza me di tevahiya qadên Kurdistanê de bi çalak beşdar bûn. Dijmin hem bi êrîşên leşkerî hem bi şerê taybet û psîkolojîk re hêza xwe ya dawî xistiye merîyetê ev jî nîşaneya kaosa heyî ye. Weke Tevgera Azadiyê ger ku em derfetên heyî baş binirxînin dikarin misoger serkeftinê qezenç bikin. Ji niha ve ji bo hilbijartina gel bi gefên hûkumeta AKP’ê re rû bi rû ye. Ev nêzîkbûnekî faşîzan e. Divê gelê me di ferqa vê rastiyê de be ger ku dijmin van gefan bixwe wê demê di tengaviyê herî mezin dijî. Çiqasî gelê me yê Bakûr bi van êrîşan re rû bi rû jiyan bike jî divê rastiyên tekoşîn û berxwedanê bê mezin kirin, li derdora Rêbertiyê me xelekekî ji agir bê ava kirin. Gelo çima dewleta Tirk tecrîta girankirî pêktîne, dengê wî ji gel û Tevgera me qut dike? Ji ber ku di tengaviyê de ne û bi vê re hêvî dikin da ku bikaribin hêza heyî lewaz bikin û tine bikin. Serokatî li hember polîtîka yên dewleta Tirk ti carî tawîz neda û red kir. Divê em weke gelê Kurd li her derê bi îrade tevbigerin, ruhê têkoşînê bilind bikin. Em çiqasî baş kar bikin ewqasî nêzîkê Rêber Apo bibin.

 

Ev demekî dirêje tecrîda girankirî li ser Rêbertî tê meşandin, berxwedana Rêbertî yê li Îmralî ji bo azadiya gelê Kurd e. Pêkanînên li Îmraliyê tê meşandin zîhniyeta netew-dewlet e ji ber wê naxwazin dengê Rêbertî bigihîje gelên berxwedêr. Rêber Apo di parazname ya xwe de diyar kir ku; “Ev projeya sedsala ye, parazname min li ku derê be ez li wê derê me.” Ji ber vê weke Tevgera Azadiyê li hember van rastiyan bi awayeke fêmker nêzbûn xwedan girîngî ye.

 

Hevalên me yên zindanan li hember van rastiyan berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin, li hember tecrîda li ser Rêbertiyê me, dest bi greva birçîbûnê kirin e. Weke pêngaveke di tevahiya qadên me de bi şiara; “Em tecrîda li ser Rêbertî rakin, faşîzmê bişkînin û Kurdistanê rizgar bikin!”re kampanya hatiye destpê kirin ji ber vê di pêvajoyeke wiha giran de divê em xwe li derdora Rêbertî weke xelekekî ji agir bipêçin nehêlin da ku kes dest dirêjî li ser Rêbertî bike. Weke milîtan û kadro yên partî ger ku em xwedî li nirxên Rêbertî dernekevin dibe ku em winda bikin. Divê em weke milîtan û kadro yên vê tevgerê vê Ruhê jiyan bikin. Ger em weke milîtanên PKK û PAJK’ê û şoreşgerên Kurdistanê bin wê demê emê li gorî vê rastiyê tevbigerin. Emê mêjiyê xwe mezin bikin, xwe pêş bixin, nirxên xwe ji her milî ve biparêzin, nexweşiyên pergalî bi rêya perwerde bi bin bixin, taybetmendiyên modernîteya kapîtalîst ji ser xwe biavêjin.

 

Weke kadro yên jin ya YJA STAR û milîtanên HPG’ê divê erk û berpirsiyartiyên xwe bi awayekî serkeftî bidin meşandin. Perwerdeyeke baş pratîkeke baş e. Bi awayeke baş demê xwe nirxandin girîng e. Her tim di nava herikandinê de jiyan kirin, xwe perwerde kirin esas e. Serokatî digot; “Ger em xwe perwerde nekin emê derveyî pêvajoyê bimînin.” Rexne mirovan pêş dixe. Rêbertî digot; “Êşekî ku te nekuje wê te xurt bike, hêza rêxistinê ya ne bi kontrol be çi wateya wê hêzê tine ye.” Wê demê emê hêza xwe ya rêxistinî, birdozî, pîvanên hevaltiyê de xurt û dewlemend bikin, warê teqtîk de pêş bikevin, dijminên xwe bişopînin, di demên rast de ser de biçin.

 

Weke tevger me saleke pir dijwar derbas kir. Em milîtan û rêhevalên Sarayan in. Dema em dibêjin tevgera azadiya jin; ked û şerê mezin ya heval Sara tê pêşçavan. Rêheval Sara bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jin de digot; “Jiyana min her tim şer bû” û fermandarên me yên mezin yên ku bûn şopdarên heval Sara di serkeftina xeta azadiya jin de bûn remzên berxwedanê. Yek ji wan hevalan fermandara me ya mezin rêheval Delal Amed e. Ew bi sekn, hezkirin, têkoşîn, hestiyarî, parastina rêxistinî, hişyarbûna hevaltiyê, serkeftina hêla leşkerî de, jiyanî kirina hevaltiyeke rast û bi her tiştê xwe re di mezin kirina hêza YJA STAR de bû xwedan kedeke bi nirx ji ber wê Fermandarên weke Sara, Delal, Azê, Berçem, Nalîn û Hêlîn ji bo me esas in. Di her şahadetekî de hestên tolhildanê zêdetir dijwar dibe. Di xeta van hevalan de pîvanên wan kirina jiyanî wê bibe bingeha rast têkoşîn kirinê. Pîvanên me yên bingehîn jiyanî kirina kesayet û seknên van hevala ne. Bîranîn, hevaltî, mîrateya ku ji me re hiştine, girêdanbûna hevaltiyê, hember jiyanê hişyarbûna wan, eşqa hevaltiyê ya di dilê wan de, bi biryar tevgerandin û bi her awayî ji bo me xeta jiyana azad nîşan didin. Di nava nirxên wiha mezin de rêxistinbûn, kelecan û moral girtin, lêgerîna xwesertiyê de pergala xwe rûnişkandin, hezkirin û têkoşîna jin mezin kirin ji bo serxistina vê serdemê xwedan giringî ye. Weke hêzên YJA STAR ev ji bo me pîvanên esasî yên têkoşînê ne ji ber ku Serokatî jî da diyar kirin ku; “Ger têkoşîna cîns her tim bê navber neyê meşandin, bi kevneşopiyên heyî re çi tişt nayê ava kirin.” Hevjiyana azad bi hevaltiyeke hevpar û rast re tê ava kirin.

 

Em dikevin sala 41 emîn ya partiya xwe. Di oxira vê dozê de berdêlên giranbûha hat dayîn ji ber vê hîn zêdetir hêza xwe mezin kirin, xwe perwerde kirin, pêş xistin xwedan girîngî ye. Çi êrîş werê pêş xistin jî PKK’ê weke dara jiyanê ti carî bi bin nakeve. Careke din em tevahiya şehîdên xwe bibîr tînin. Heta ku em Rêbertî li zindanê dernexin û gelê xwe azad nekin weke milîtanên Apo’yî sekinandin ji bo me tine ye. Sala 41 emîn ya partiya me bi; Rêbertî, gelê xwe, rêhevalên me yên ku bi awayeke dîl li zindanan tên girtin û şervanên azadiyê pîroz dikin. Weke milîtanên Rêbertî emê misoger faşîzm bişkînin û bi Rêbertî re jiyan bikin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 03 Nisan 2022
Görüntüleme: 622

Jina azad kiye, çawa dijî?

Ji ber ku zilam nekariye di lêgera dîtina wateya jiyanê de, wek endamekî civakê bi têgihîştina hebûna xwe û bi qasî ku hêza wî têrê bike li gor berpirsyariya xwe têkoşîn bike, vê yekê ew ji vîna cewherî ya bihêz bêpar hiştiye. Lewma jî ji ber ku li beramberî rastiya pergala serdest vîneke bihêz derneketiye, ev jî di zilam de îdeal û israra azadiyê sînordar kiriye. Di vê wateyê de valatiyên di mijara xwe ava kirin û lewaziyên xwe derbaskirin di zilam de hene. Lêgera ku tirs û lewziya zilamtî derbas bike qulipiye. Çavkaniya milk-kirinê pergala îteatê ye. Nexasim milk-kirin bi tevna mentiqê hiyerarşîk re, kombûyîna desthilatiyê di yek destî de tîne ziman. Li ser vê jî xwe navend kirin, ji bo xwe hewla pêşxistina bitûniyê, li ser bê vîn kirina mirovan re serdestî û desthilatbûyîn pêş ketiye. Qebûl kirina cudatiyan, ji van re di nava xwe de cih veqetandin, rêzdarî ji mafê yê dîtir re tê wateya hilweşîna pergalê. Jina bi destên zilam bûye milk, di wateyekê de bi xwe re metabûyîn û ketina zilam di nava pergalê de aniye. Jin anîne asteke ku îteat bike û wiha jî bûye nesneyeke ku zilam bixîne, zilam jî li beramberî pergalê anîne asteke ku îteat bike û hesta xwe ya serweriyê li ser jinê bi mentiqê milk-kirina jinê hevseng bike, ev jî bi xwe re sazîbûn û kûrbûyîna vê ferasetê aniye. Zilamê ku ji hêla pergala desthilat ve bê vînbûye û ji cewherê xwe derketiye, ji ber nizane ku ew bi xwe jî kirine kole û pîrektiyeke mezin dijî, li ser jinê serdestiyeke berfireh pêk tîne. Zilam di zext, şîdet û serdestiya li dijî jinê de, xwe pir zêde bihêz dibîne, ev jî xala zilam ya herî lewaze. Ji ber ku li beramberî pergalê binkeftî ye, nikare vî ruhê binkeftî, bêçaretiyê tehlîl bike, an jî ne di wê hêzê de ye ku wê bihêz bike; herdem bi şaşitiyan re dijî. Li ser vê bingehê jî nabe xwedî îrade. Jin ji hêla pergala desthiladar ve tê kole kirin û ji nirxên jinbûyînê tê tecrîd kirin. Zilam jî bi taybetiyên zilamtiyê tê amade kirin. Zilam, weke desthilatekî teşe didinê û wî fêrî hemû rêyên ku bikaribe tê de serdestiya xwe bide ferz kirin, vîna yên dinê bişkîne û bikaribe hemû hebûnên pêre dijî, dabeşî çînan bike. Karakterê zilam di temenek biçûk de bi rêya çavlêkirinê û bi zorê bi zarok didin fêr kirin û qebûl kirin. Zarokê kur di nava pergala desthilat de di temenekî piçûk de wekî desthilatekî şekl digre. Aliyên ku di karakterê zilam de qels  û bê hêzin, dibin aliyên herî zêde yên ku zilam xwe tê de bi hêz nîşan dide. Zilam xwe dispêre lewaziyên xwe, ji ber derbas kirina van lewaziyan weke bi tevahî xwe bihorandinê fêm dike. Zilam di vê mijarê de bi awayek hişk muhafezekare. Ev nêzikatiya şaş a ji xwe re, dema bi quretiya zilam re dibe yek, lêgera pergalî derdikeve holê. Sedema bingehîn ku zayendîtî ji bo zilam weke esasê desthilatiyê tê dîtin, ji ber ji hêla pergalê ve zayendîtî yek ji zewqên ku pêşkêşî zilam hatine kirine. Desthiladariya zayendî ya ku zilam li ser beden û ruhê jinê dide meşandin, weke ku vedugehere amûra şidetê, dibe amûra zewqgirtinê. Zilamê ku di binya hegemonya dewletê de diperçiqe, nabe dijberê pergalê, li beramberî pergalê ne metirsî ye, ev bi dayîna hin payeyan ji wî re mumkun dibe. Hakimiyeta li ser jinê, qismê vê payeyê yê herî giran û bingehîne. Zayendîtî jî diyardeyeke her ku rojane bixwaze vê bijî, di her kêliyê de wî tetmîn bike ye. serdestiya zayendî, hestyarî û hizrî ya li ser jinê, dagirkeriya zilam a li ser beden û giyana jinê, bingeha desthilatdariya pergala dewletger a hiyerarşîke. Ango diyardeya ku wê dayîmî dike ye. Zilamê ku xwezabûna xwe wenda dike, ji rastiya xwe dûr dikeve û xwe dixe navenda her tiştî, ji hêla pergalê ve tê xapandin. Zilamtiya ku bûye kole, bi vê xapandinê re nikare xwe û statûya ku li wî hatiye ferz kirin, tehlîl û çareser bike. Di cewher de, kesayeta zilam a stewr kirî li beramberî jinê har dikin, ev stewrî bi xwe jî dibe belavbûna desthilatdariyê. Desthilatiya li ser jinê, zilam li beramberî pergala dewletger a hiyerarşîk dike kole, lê weke sawiyana azadiyê ya ku zilam dest jê naqere, xwe dide pêş. Biruxmî ku ne ayîdê cewhera wî ye jî, her çiqasî zilam li gor vê statûyê tevbigere, dikare hebe, bijî û hebûna xwe bidomîne. Zilam xistine haleke ewçend bêçare ku berovajî vê, wê nekaribe heta azadiya xapînok jî bikar bîne. Vê rewşê jî zilam li xwe biyanî kiriye. Di roja me de qeyran û teqînên di asta civakî yên ku di zilam de diqewimin, mînakên vê biyanîbûnê ne. Zilam, bê bawer nêzî jinê dibe ku di cihêkirina kirde-heyber (ozne nesne) de xwe dike kirde, jinê jî dike heyber û bi vî awayî wê derdixîne derveyî pergala siyasî û civakî. Bi qasî ku vê rewşê di jinê de pêş bixîne, di cîhana zilam de cih dide wê û bi wiha cewhera jinê tê înkar kirin, wê demê jî tinekirinê ferz dike. Nêzîkatiyên zilam ên bi tirs, bigûman, dudilî yên ku ticar jinê tenê nahêle, ger were jêpirskirin, li pêşberî me tirsa ku hêza jinê ya ku dema zexta zilam ji holê rabe wê jin tola serdemên borî bigre, veşartiye. Ev jî dibe sedem ku zilam hakimiyeta heyî biparêze, ji bo domdariya wê jî her rê û rêbazê bikar tîne. Mekanîzmaya civakê ya ku hakimiyeta zilam li ser jinê pêk tîne û berfireh dike ‘malbat’e. Li jêra banê malbatê, jin tê elimandin ku “ew lewaz û kêm e, divê ji bedena xwe şerm bike” her tiştê xwe li gorî zilam teşe bidê û ev jî yekane rêya jiyanê ye. Fêrî keçên zarok û ciwan dikin ku dive sekn, şeklê lixwe kirin û tevgera wê li gor zilam be. Dihêlin ku ji xwe û her tiştê derveyî xwe re, bi pîvanên zilam nêzîk bibe. Ev dersên civakî ewçend bihêzin ku heta şêwazê rûniştina zayendan jî diyar dike. Bi vê re ‘zayendîtî’ ji bo tiştên ji zilam dixwaze bidest bixîne, wek yekane rêya ku ji jinê re hatiye hiştin, seyra wê ya xwezayî ya ji jiyanê re ye. Li ser mijara ‘zewacê’ kombûyîn, xala vê ya herî dawî ye. Bi rêya avakirina cewazên nû ku bi tevahî tê wateya fahîşe kirina zayenda jinê re tevlî ya heyî dibin, ev jî bi qasî ku nasnameya jinê dixîne, zilam jî diavêje nava vê geravê. Ji aliyekê ve civakê ber bi tengasiyên aborî dixirikînin, ji aliyê din ve zilamtiyê sor dikin; bi hemû amûrên perwerde, medya, siyaset û rojaneyî ber bi jinê ve dajon, ev jî fuhuşê derdixîne holê ku êdî bûye sektor. Di van têkiliyên ku bedena jinê tê firotin de, bi qasî ku jin weke heyber tê hesab, lê ewçend jî zilamê ku kirde tê hesab gemar dibe, bi qasî fîzîkî ewqas jî nexweşiyên civakî bi vê rêyê zêde dibin. Ev û têkîliyên wiha her diçe di nava malbatê de perçebûyînê pêş dixîne, ev jî di navenda mîkro a desthilatiyê de hejînan çê dike. Di vê rewşê de tişta tê kirin ji bo hejandinê asteng bike, sererast bike û pirsgirêkê çareser bike, an jî malbatekê ji mudaxeleyên pergala dewletê û dadweriyê re vekirî û muhtac e, saz dike. Wiha dixwaze encam bigre. Ji bo zilam xwe û zilamtiya li wî kirine, yekdengiya civakî û teyisîna karaktera xwe di jiyanê de tehlîl û çareser bike, divê dakeve çavkaniya derbasnekiriya avaniyên kesayetên tund ên cir nexweş, bêhuzuriyên civakî, xwe fêm bike û bi vî awayî jinê fêm bike. Bi asta kolebûyîna jinê re koletî hatiye belavkirin û daketiye hundirîn, divê van aliyan bibîne, bûyîna jin tê çi wateyê; fêm bike, ev jî bingeha vê ye. Heke ev mijar neyê fêmkirin, zilam ne dikare azad yek henase bikşîne, ne jî wateyekê bide hebûna xwe.   Ji pirtûka Jina azad kiye

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 03 Nisan 2022
Görüntüleme: 352

SOSYOLOJIYA KURD

DI ŞEXSÊ SELAHEDDÎN EYÛBÎ DE KURD DIBIN PARÊZVANÊ ÎSLAMÊ Di serî de, em weke gelê Kurd pêwîste ku em hîn bêhtir dîroka xwe zindî bigrin. Mînak rojên me yên pîrozbahiyan, yanî rojên ku di dîroka Kurdan de xwedî wateyeke girîngin hene, pêwîste em hîn bêhtir van pîrozbahiyan di rojeva xwe de bigrin, di bîra xwe de bigrin, nasbikin û xwedî lê derbikevin. Bi derketina PKK’ê re ev hinekî din pêşketiye lê hîna jî asta xwe kêm e. Wekî din girêdayî têkiliyên Kurd û Tirkan tê zanîn ku di şerê Melazgirtê de, Kurd bûne xwedî roleke mezin di binxistina Bîzansan de û rizgar kirina xaka Anatoliya yê de. Ji xwe wê demê Kurd hêza xwe lawaz nînbûn, ev tişt di dema ku tê de Kurd xwediyê dewleta Merwanî ne diqewime. Dema ku Tirk alîkariyê ji Kurdan dixwazin, Kurd jî sedemên xwe di cih dene, dibêjin ku em tevlî vî şerî bibin da ku em serweriya Bîzansan bişkînin, bi gelê xwe henaseyekê bidin girtin. Tirk jî sedema wan ya esasî da ku ji xwe re warekî bibînin. Li ser van hîman bi lihevkirinekê Tirk û Kurd bi hevre dikevin şer de. Ji xwe herdû hêz jî Misilmanin, di heman demê de Kurd û Tirk pir zêde zerar nadin hev, têkiliyên wan yên destpêkê bi dostane destpê dike. Ji xwe gelek xalên ji aliyê çandî de, yê ku dişibine hev jî hene, ev jî girîng e. Bi vî rengî serkeftina herdû hêza bi hevre çêdibe, bi vî awayî deriyê Anatolê ji Tirkan re vedibe. Derbasbûn û heya aliyê din yê deryaya Marmareyê çûn. Sala 1299’an Osmaniyan mîrîtiya xwe li wir ava kirin. Esas hêza wan jî, piştî ku Stenbol dikeve destên wan de, sala 1453’an de çêdibe. Wê demê Bîzans di nava xwe de dejenerebûnekê jiyan dikin, di navbera Romaya Rojhilat û Rojava de (ji ya Rojhilat  re dibêjin Bîzans, ji xwe  ya  Rojava jî Îtaliya ye) di navbera van de  pir zêde pirsgirêk heye. Împeratorê Bîzansan bi Fatîh Sultan re lihev dike, deriyê xwe vedike. Niha ev rastî hemû di dîrokê de hatine eşkere kirin. Çûyina Fatîh Sultan a Stenbolê bi vî rengî çêbûye. Herçiqasî tê gotin ku cûreyên topên nû pêşxistine û bi şerên dijwar fetih kirine, lê dîrokê ev eşkere kiriye; Împeratorê Bîzansan bi xwe, ji Fatîh Sultan Mehmet alîkarî dixwaze. Ji ber ku di hindir de pirsgirêkên wan yên îqtîdarê hene, di navbera Romaya Rojhilat û Rojava de, li ser esasê ku berjewendiyê xwe biparêze, ew bi Sultan Fatîh re îtîfaq dike. Li ser vê îtîfaqê em dikarin bêjin ku di hindir de îqtîdarê xwe teslîmî wan kir. Bi vî rengî cihekî weke Stenbol mezin, paytexta Bîzansan kete destê Osmaniyan û bi vî awayî Osmanî bûn Împeratorî.  Ji salên 1500 û şûnda êdî dest bi ferz kirina serweriya xwe a li ser heremê dikin. Li derdora Amedê, Rihayê li wan devran xwe bicih kirin. Selcûqiyên destpêkê di Xelatê bicih bûn, hema yekser Kurdistan derbas nekirin û neçûn. Bi taybet qismekî ji wan şîdeteke zêde li serê gelê Amedê kirine. Lê di esasê rastiya xwe de, yên ku dûvra bûne Osmanî, derbasî Anatoliyayê bûn. Çûn heya sînorê Ewropa, Rojhilatê Ewropa. Li Bûrsa û dorhêla wê bi cih bûn, lê esas heya pêvajoya Yavûz Sultan Selîm jî her berê wan li Ewropa bû. Beriya wê, bûyerekî din yê dîrokî heye ku bandoriya xwe li ser Kurdistanê kiriye, ew jî di salên dawiya 1100 de destpêka salên 1200 de, seferên Moxoliyan çêbûn. Ne tenê li ser  Kurdistanê, li ser Îran, li ser Erebîstan û li ser Kurdistanê çêbûn, heya niha jî şopên wan seferan di hafîzeya gelê me cihê xwe heye. Gelek caran em dibînin dayik bi navê Moxolên wê demê zarokên xwe ditirsînin. Ji ber şekil û şemalan wan xof di mirovan de avadikir, herwiha bi pratîkên xwe jî pir talankerin. Niyeta wan ne ewe ku îqtîdarê hilweşînin û xwe bikin îqtîdar. Ew bi niyeta talanê berê xwe didin wan xakan. Her derî talan dikin û dest datînin ser dewlemendiyên gel. Yê neviyên Cengîz xan ji wan re tê gotin ev in. Her cihê ku têre derbasdibûn van herêman dişewitandin, talan dikirin, kuştin dikirin, pirtûkxane dişewitandin, cihê dîrokî hildiweşandin, bi vî rengî tirseke mezin bi xwe re  didan ava kirin. Di heman demê de, bi êrîşên Moxolan re dawiya Ebasiyan jî hat, yanî pêşveçûna Ereban a bi ola  Îslamê ve girêdayî, bi hatina Moxolan re disekine. Li ser xaka Ereban jî xerakirinên mezin dikin. Yanî mirov dikare bêje ku, Şaristaniya Îslamî bi hatina Moxolan ve têkçû. Piştî wê her çû teng bûn, xwe dûbare kirin, bê hêz bû, bi vî awayî kete bin bandoriya Osmaniyan de. Osmaniyan Erebîstan jî xistin bin destê xwe, heya şerê cîhanê yê yekem jî vê rewşê dewam kir. Di şerê cîhanê yê yekem de, dema xaka Osmaniyan hate desteser kirin, ji ber wê demê Erebîstan jî xaka wan bû, ew jî kete destê Îngîlîz û Fransiyan de. Ew jî kirin 22 dewlet, bi vî awayî em dibînin hatina Moxolan guhertinên wiha mezin çêkirin. Hem dawiya pêşketina Îslamê anîn, hem jî Kurdistan talan kirin, tramvayên ku bi sedan salan derbasnebûn di wê axê de dane çêkirin. Ji bo vê, heya niha zarokên Kurdan bi navê Moxolan têne tirsandin ji êrîşên Moxolan ji kiryarên Daîşê yê roja îro hîn wêdetirin.  Ji hêla din ve, bi pêşgirtina pêşdeçûna Îslamî re, rê li ber Osmaniyan vedibe. Ji xwe Moxol li wir xwe bi cih nekirin, şaristanî çênekirin demekê man dûra jî belavbûn. Niha jî ji aliyê coxrafî ve Moxolîstan cihekî mezine, lê weke hijmar, nifûsa gelê wir pir ne zêde ye. Êrîşên Moxolan salên dirêj û pêl bi pêl dewam kir, ji bo vê ew sefer xwedî bandorekê ne li ser Kurdistan û heremê, ev li ser karekter û hebûnê jî bandor kir, berhemên çandî û dîrokî, entelektuelî jî bandor kirin, hatina wan şaristaniyek ji holê rakir. Di dîrokê de seferên herî mezin yê xirakirinê, ev sefer tê pênase kirin, ev jî li ser xaka Kurdistan û derdora wê çêbû. Piştî Moxolan salên 1300 şûnde, dewletê Selcûqiyan di Kurdistanê de jî çêbûn hebû. Lê esas Osmanî ji xakên Kurdan dûrbûn. Beriya ketina Bîzansan, salên 1100’î şûnde, seferên xaçperestan hene, wan seferan jî pir li ser Kurdistanê bandor kir. Li ser Qudis çêbûn, li ser Rojhilata  Navîn. Qudis cihê ku H.Îsa lê hatiye dinê, ji bo vê Xiristiyan wir ayidî xwe dibînin, ji bo wan jî girîng e. Ji ber Îsa li wir hatiye kuştin. Esas ev nakokî di navbera Yahudî û Xiristiyana de ye. Lê dûre Yahûdiyan Îslam ji bo xwe kirin mertal, xwe xistin piştê de û nakokî derbasî navbera Xiristiyanî û Îslamê kirin, lê di esas de ti nakokî di navbera Misilman û Xiristiyanan de nîne. Çima ji ber ku yê Îsa kuştî Yahûdî ne, ne misilmanin, yê ku Îsa ango Xiristiyan ji Qudis qewitandin jî Yahûdîne. Yanî heta beriya ku Îslam derkeve şer di navbera Yahûdî û Xiristiyana de ye, piştî ku Îslam derket û şûnde, Îslam jî ji xwe fetiha Îslamî dike, dixwaze dinyayê bike misilman, ber bi Ewropa ve diçe. Ji xwe di serdema Xalid bin Welîd de, digihje Ewropayê jî. Ev pêş de çûna Îslamî ji bo qewmê Xiristiyan dibe weke tehdîdekê, lewra ew jî dikevine nava êrîşeke li hember. Çawa ku Îslam ber bi xakê wan ve diçe û teng dike, ewê jî êrîşî Rojhilata Navîn bikin û bi vî rengî pêşî li fetihên Îslamî bigrin. Lê esas motîvasyona wan ji leşkerên wan re li ser esasê çûyina Qudisê ye. Papa bi van gotinên xwe van seferan meşrû dike dibêje “Emê biçin Qudis, ew der xaka me ye, ola Xiristiyan li wir derketiye, Mekke ji bo Misilmanan çi be, Qudis ji bo me ewe, eger em kaniyek bin Qudis çavkaniya me ye, lewra emê biçin wir” bi vî awayî dest bi seferên xwe yê yekem, duyem û siyemîn dikin, ev seferên ku di dîrokê de  bi nav û dengin. Her carê Xaçperest însyatîfa xwe xurt dikin, wiha xwe di Rojhilata Navîn de bi cih dikin, herî dawî di pêşengtiya Selaheddîn Eyûbî de, ku ew jî fermandarekî Kurd e, êrîşî Qudisê dike, ji destê xaçperestan derdixe. Careke din weke Kurd parêzvaniya Îslamê kirin, xaka îslamî ji destê Xaçperestan xilas kirin. Wiha di çarçoveya parastina îslamê de, Kurd dibin hêzeke esasî ya Rojhilata Navîn. Piştî wê dewleta Kurd a bi navê Eyûbî çêdibe, lê ji bo wê demê mirov nikare bêje ku dewleteke Kurdî ye, ji ber kerekterê wê demê ji netew zêdetir, di eksena ol de teşe digirt. Lewra tenê mirov weke rexneyekê jî li Selaheddîn bike ne raste, ji ber wê demê du enî hene, yek ya Îslamê ye, yek jî a Xaçperestan e, ew jî nûnertiya eniya Îslamê dike. Lewra dewleta Eyûbî a ku çêkiriye jî dewleta Îslamê, a Rojhilata Navîn e, hemû gel tê de hene, Ereb heye, Ermen hene, Kurd hene, gelê li wê heremê jiyan dikin hemû di nav de hene. Ji xwe Selaheddîn Eyûbî, bi edaleta xwe tê nasîn, lewra ew Xiristyanan jî na qewtîne, tenê Qudis ji bin serweriya wan digre. Lê gelên Ermen, Asûr yên li wê derê ku ew jî qewmê Xiristiyanin wan li wir dihêle. Li vir xala girîng eve; Kurd di şexsê Selaheddîn Eyûbî de, dibine parêzvanê Îslam, di heman demê de, dibine xelaskerê Îslamiteyê ji Xaçperestan û wisa derketin pêş. Ev serkeftineke di şexsê Kurdan de ji bo tevahiya gelê herêmê ye, dibe ku formasyona wê îslamî be, lê di cewherê xwe de yekîtiya Rojhilta Navîn îfade dike. Dewleta Eyûbî jî vêna di hindirê xwe de parastiye. Wê bidome.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Ağustos 2025
Görüntüleme: 317

JIN JIYAN AZADÎ BÛ MANÎFESTOYA ŞOREŞA GELAN A SEDSALA 21’Ê

Zayendperestî çavkaniya bîrdoziya Rêjîma Îranê ye, zayendperestî çeka herî bi hêz destê rêjîmê ye ku dijî jin bikar tîne. Şoreşa bi pêşengtiya jinan jî hedef girtina bîrdoziya Rêjîmê ye, Bîrdoziya Rizgariya Jin bi dawî bûna bîrdoziya zayendperset û desthilate. Rûxandina zayendperestî, rûxandina desthilatî û dîktatoriyê ye. Pir caran serhildan di Îranê de bi çînên cuda cuda de pêş ketin, lê parçe bûn û bi demê re bê reng bûn. Serhilanan di yek rojê de giştî Îran girte ber xwe, ji ber ku xwedî bingehekî felsefîk û zanistekî kûr bû. Ya herî girîng jî kuştina Jîna bi xwere sê faktor dihewand, jin bû, ciwan bû, Kurd bû, jinan bi rihekî serhildêr tekoşîn kirin û serhildan veghurand şoreş, ciwanan berdewam nerazîbûn nîşand dan, gelê Kurd bi rola xwe ya dîrokî rabû, bû çavkaniya şoreşê. Rêber Apo di pêvajoya şoreşa Rojava de, di 2013’an de, formula evsanewî a Jin Jiyan Azadî ji bo bingehê şoreşên civakî di Rojhilata Navîn de diyar kir, mezintirîn diyarî pêşkêşî jin û mirovatî kir. Ronakbîrekî Îranî got piştî şoreşa Îslamî me dirûşmek, yan helwestek wisa nedît ku em hemû hebûna xwe tê de bibînin, got ev dirûşmê me hemûyan îfade dike. Mînakeke hertim ji bo gelê Îranê tê dayîn, dizanin çi naxwazin, lê nizanin çi dixwezin. Berdewam bi pergala heyî re nebûne yek, lê nebûne xwedî altirnatîfekî bi hêz li dijî pergalê jî, dizanin winda kirine, lê nizanin di kû derê de winda kirine. Civaka me di warê jin de, xwe winda kiriye, di rastiya jin de jî pêwîste xwe bibîne, şoreşê ev zanist bi gelê Îranê da avakirin. Ji bo wê Jin Jiyan Azadî kete nav dil û mêjiyê her kesî ku pêwîstiya xwe bi azadiyê dibîne. Jin û gelê Îranê jî birçiyê azadiyê ne, lê pêwîste destpêkê xwe ji pargala heyî rizgar bikin ku bigihêjin azadiyê. Rastî û cewherê şoreşê ev heqîqet bi civakan da fêm kirin, ji bo vê veguherî şoreşekî hişmendî, siyasî û civakî. Bû serdemekî ku guhertin û vegurtinên mezin di Rojhilat û Îranê de dest pêkir. Dibe ku ev şoreş dem dirêj bikşîne, şoreş tiştek bû û qediya nîne, şoreş di nav xwe de guhertin û pêşketinên mezin kêlî bi kêlî diafirîne, ya girîng şoreşê lingê xwe pir bi hêz daniye. Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi sedan şoreşgerê xwe afirand û weke fedaîyî pêşkêş kir, bi hezaran şoreşger jî wê hebûna şoreşê berdewam bikin. Şoreşê Destkeftiyên Mezin Yê Dîrokî Afirand Gotinekî Kurdan heye, her gîhayek li ser koka xwe şîn dibe, felsefa Jin Jiyan Azadî jî li ser koka xwe, li ser çanda resen zindî dibe. Gelên ku li ser erdingariya Îranê jiyan dikin, xwedî çandekî kevnar û pir netewî û pir renge. Rêjîmê berdewam xwest pir rengiya heyî di nav hişmendiyekî hişk û navendgerî de bifetisîne, yek mezheb, yek ziman, yek nasname, bi pergalekî netewperest a mêrsalar û pîr hemû rengên din di nav pencên qirkirinê de fetisand. Berdewam xwest nakokî têxe navbera gelan û ji hev cûda bike. Polîtîka rêjîmê berdewam ser parçe kirinê bûye, hêza gelan, hêza jinan û heta di nav malbat de çend parçe ava dike. Vê şoreşê çanda bi hevrabûna gelan heta astekê zindî kir. Pir caran gelê Kurd, Belûc yan Ereb serhildan kirine, lê bi xwere sînordar mane, cara yeke di dîroka Îranê de hevgirtinekî ewqas bi hêz çêdibe, hemû gel li dora yek armancê kom dibin. Her kesî Kurdistan ji xwere çavkaniya hêzê dîtin, her kesek derdê xwe qêriya û serkeftina xwe di yekîtî û hevgirtina gelan de dîtin. Ji Kurdistan heta Belûcistan, ji Azerbaycan heta Gîlan gel û jin dengê hev bihîstin û bû azadiya xwe rabûn ser lingan. Dirûşmeyên gelan peyamê girîngiya hevgirtinê dida diyar kirin. Nimûne Azerbaycan hişyare, piştevaniya Kurdistane, ev dirûşme piştî komara Kurdistan û komara Azerbaycan nehatibû avêtin. Dirûşmeyên bijî hevgirtin û biratiya gelan, netirsin netirsin em hemû bi hevrene, yek jî dirûşmeya herî bi nirx, Jîna ya Kurdistan di nav dilê Belûcistan de bû hwd. Bi taybet rihekî pir xurt di navbera Kurd û Belûc de çêbû, Kurd û Belûc du Netewên ku herî zêde di nav pencên qirkirinê dene, tekoşîna bi rengekî bi îstiqrar û dem dirêj li van deran berdewam kir. Belûcistan heta niha jî bi îstiqrar her în nerazîbûnên xwe dijî rêjîmê diyar dike û daxwaza mafên xwe dike. Tekoşînekî radîkal yê Gelê Belûc li hember hişmendiya Rêjîmê pêş ket, guhertinên mezin di navê gel û jinên Belûc de jî dest pêkir. Hişmendiyekî hişk yê mêrsalrî û mezhebperestî li Belûcistan zale, ji bo wê jin di nav qefesekî mêrsalarî de difetisin. Lê bi şoreşê re jinên Belûc pir baş xwe rêxistin kirin. Reng û hebûna jinan pir baş xwe da der, tekoşîna jinan mêran jî mecburî guhertinê dike, mêrên Belûc di mizgeftan de dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bilind kirin û ketin ferqa hebûna jinan. Gotinekî jina şoreşger Roza Luksemburg heye, dibêje çiqasî tevbigerî ewqas zincîrê xwe yê koletiyê ferq dikî, yanê dikevî ferqa xwe, jinên Belûc jî pir baş ketin ferqa xwe û xwe tevger dikin. Kurdistana ku çavkaniya serhildan û felsefeya şoreşê ye, dibe ku serhildan weke berê nebe, lê Kurdistan hertim pozisyona xwe ya şoreşê diparêze. Ya girîng feraset û hişmendiya şoreşê çêbû. Rihê şoreşê kêlî bi kêlî di her malê de xwe bi cîh dike. Çima ewqas rihê hevgirtina gelan bi hêz bû, ji ber ku êdî tu baweriyekî gelan ji Rêjîmê nemaye, tu baweriyekî gelan ji pergala modernîst a hêzên cîhanî nemaye. Berê pir caran gelên Îranê bendewarî ji hêzên derve de dikirin ku yek were wan xelas bike, ji bo wê tekoşînekî radîkal dernediket. Lê êdî gelê Îranê pê hesiyan ku hêzên sermayedar yên cîhanî ku peyvên azadî û demokrasî ji bo Rojhilata Navîn pir bikar dînin tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, ji bo berjewendî û desthilatiya xwe jî dikarin rojekê de bi hezaran mirov bidin kuştin. Iraq, Efganîstan, herî dawî şerên ku piştî 2010 di Rojhilata Navîn de pêş ketin, bi taybet Rojavayê Kurdistan de ev pir baş îspat bû. Ji bo wê gelê Îranê tenê pişta xwe dan xwe, ji bo serkeftinê jî çareserî di hevgirtinê de dît. Di rastî de xeta sêyem ya ku îrada gelan temsîl dike pir baş û zelal derket holê, çima? Gel êdî tu baweriyekî wan bi reformên dewletê, bi çareseriya dewletê  nemaye, pergal û hişmendiya rêjîmê di bingeh de red dikin, tu baweriyekî wan ji pergal û mûdaxeleya  hêzên derekî jî nemaye, di pêvajoya şoreşê de rûyê van hêzên bo gel pir baş eşkere bû. Bawerî û hêza gel, tenê pişta gele. Şoreşê zanistekî pir kûr di warê dîrokî, civaknasî bi civakê da qezenc kirin. Cewherê Şoreşgerî Yê Ciwanan Derket Holê Di dîroka Îranê de hertim çi pêvajoya padîşahî, çi di pêvajoya desthilatiya rêjîma îslamî de ciwanan rolekî sereke ji bo serhildanan lîstiye, taybet di zaningehan de, ciwanan mohra xwe li dîrokê daye. Xosrû Gilsorxî yek ji ciwanê şoreşger bû ku di salên 60’an de, tê girtin di darizandina xwe de, pir bi cesaret pergala faşîst dadirizîne û peyama bi hêzkirina şoreşê dide, piştre tê îdam kirin. Rêjîm berdewam bi pergala sêdarê xwest ciwana bitirsîne û ji cewherê wan derxîne. Dizanîbû dema rihê serhildêr yê jin û ciwanan bitefîne wê ser bikeve. Rêjîmê polîtîkayên pir qirêj li ser ciwana dan meşandin û dide meşandin jî. Xwest mêjiyekî pûç pêş bixîne, ji bo wê madeyên hişbir pir cidî di nav ciwanan de pêş xist, taybet di zankoyan de, di medrese û zîndanan de ciwan teşwîqî madeyên hişbir kir. Pir bi zanebûn û bi sîstematîk qrîzên kûr yên civakî, aborî ava kir, ciwan jî dan mijûl kirin bi vê qrîzên kûr. Pir rêkên bê exlaqî pêş xistin, di bin navê ol de, bin navê exlaq de bêexlaqiya herî kûr ser ciwanan da ferz kirin. Bi taybet li ser jinên ciwan polîtîkayên pir qirêj bi rêve birin, rêjîmê bi her şêwazî xwest mêjiyekî pûç ji hestê berpirsyarî dûr, ji hestê azadiyê dûr di ciwanan de ava bike. Taybetî piştî salên 2000, ev polîtîkayên rêjîmê pir kûr hatin meşandin. Berê ku pergala Besîc kirin di mekteba navîn de dest pê dikir, Îranê daxist mekteba seretayî, xwestin di her malekê de nûnerekî xwe weke Besîc ava bikin. Weke Fethûla Gulen ku got me şaşitî kir her malekî Kurd de nûnerekî xwe ava nekir. Taybetî piştî sala 2010 tekoşîn di zankoyan de pir sar bibû, tefiya bû, ev jî rêjîm kêfxweş dikir. Lê potansiyêlê herî bi hêz ku bi şoreşê re teqiya û şoreş bi hêz kir, rolê ciwanan di medrese û zankoyan de bû. Pêşengtiya ciwana da diyar kirin ku cîhê ku jin û ciwan hebin, li wir azadî nayê fetisandin. Rojek piştî merasîma Jîna Emînî li Seqiz de zankoyên Tehranê bi şêwazekî herî baş ku dirûşmeya efsanewî li bajarê Îranê belav kirin. Ev jî da diyar kirin ku fikrên Rêbertî çiqas di nav zankoyên Îranê de jî bi hêze, ji ber ku ev dirûşme pir bi zanist hat avêtin. Di sala 1999, de jî herî baş û radîkal zankoyan xwedî Rêber Apo derketin, wê demê jî zankoya bajarê Tebrîz rolê sereke lîst. Ev dirûşme wisa bi hêz di nav jin û ciwanan de teqiya, weke ku bi salan bû bendewariya fikrekî wisa dikirin. Zanko bûn pira hevgirtina gelan di şoreşê de, bê tirs tekoşîna herî radîkal dan meşandin. Helwestê ciwanan rêjîm xist nav panîkekî cidî, ji bo wê ewqas hêrîşên faşîzan bir ser zanko û medreseyan. Ciwanan hemû polîtîkayên rêjîmê li ser ciwanan vala derxist. Neslê ku derbeya herî xwert li birdoziya Rêjîmê da ev nesl bû, di rastî de neslekî fedaiyî ye, bi sedan kes di temenê ciwanî de şehîd ketin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî potansiyêl û rihê şoreşgertî yê ciwanan derxist meydanê, bo wê Rêjîm ewqas hovane hêrîş bir ser medreseyan. Taybetî jehrkirina medreseyê keçan tol girtina rêjîmê ji jinên ciwan bû. Civaka Îranê neslekî ciwan û zindiye, desthilata Îranê ya pîr û mêrsalar qebûl nake. Ev desthilat bi her şêwazî ji guhertinan re vekirî nîne, naxwaze dev jî faşîzmê berde, ji bo wê pêwîstî pergalekî bi hêz yê rêxistin kirin û hevgirtinê ya ciwanan heye. Jin û ciwan xwedî potansiyel û dînamîka civakê ne, di Îranê de lêgerînên jin û ciwanan bi azadiyê pir bi hêze, dema di nav pergalekê de rêxistina xwe bi hêz nekin, wê têkevin jêr êrîşên dijwar yên mêr-dewletê. Di rastî de jin û ciwan êdî di nav pergalê de hêza çareseriyê nabînin, êdî ketine ferqê ku pêwîste li derveyî pergala heyî tekoşînê radîkaltir bikin û bibin hêza çareseriyê. Ji bo wê nerazîbûn û tekoşîn di asta şoreşê de radîkal bûn, lê dema tekoşîna radîkal jî pergala xwe ava neke, metirsiyên belavbûnê heye. Niha ev pergal di Rojhilat û Îranê de lewaze, pêwîstî bi rêxistin kirina pergalekî bi hêz a dem dirêj yê gelan heye ku jin û ciwan pêşengtiyê jêra bikin. Çanda Berxwedan Jiyan e Rojhilat û Îranê bû hêza mezin kirina şoreşê    Bi rihê berxwedanî xwedî li şehîdan derketin her roj rihê şoreşê bi hêztir û xwurtir kir, ev jî mezintirîn destkeftî bû. Xwedî derketina dayîk û bavên şehîdan, asta zanista azadiyê dida diyar kirin, serhildan di rojên destpêkê de bi dirûşmeya xwe, bi xwedî derketina bi hêz ya şehîdên fedayî ,veguherî şoreşa hişmendî a civakî, helwesta bi hêz ya malbatên şehîdan rûxandina tapuyên hişmendiya Rêjîma destpot bû. Malbat saziya bîrdozîk a dewletê ye, rêjîma Îranê jî di destpêkê de hewil daye bi hişmendiya zayendperest û olperest malbatê perwerde bike. Ev hişmendî heta astekê di nav malbat de bi sazî bûye, eger îro bi dehan jin li jêr navê namûsê de tên kuştin, bi temenê biçûk tên zewicandin encama polîtîkayên rêjîmê ne. Lê şoreşa Jin Jiyan Azadî darbeyekî bi hêz li vê bîrdoziya Rêjîmê da, helwesta bavekî şehîdên şoreşa jin di Bokan de guhertina mezin di warê felsefîk de dide îfade kirin. Li ser mezalê kurê xwe got “berê dema kesek pir bi hêz bûya me digot çiqas mêre, weke mêrane, lê niha em kesên wisa re dibêjin çiqas jine, weke jinekê ye”. Ez dikarim bêjim bi şoreşê re çanda Jin–Dayîk zindî dibe û Mêrxas-Camêr xwe diafirîne. Di dîroka têkoşîna gelê Îranê de wisa rû nedaye ku malbat ewqas bi zanist û bi rihê berpirsiyartî xwedî li şehîdê xwe derkevin. Çiqas dilê wan bişewite jî, pir serbilindin ku zarokê xwe pêşkêşî azadiyê kirine, zanista azadiyê çiqas kûr dibe, bedelên mezin jî ber çav tên girtin,  sînorên malbatî tên çirîn, berpirsiyartî civakî dibe. Civak xwedî li erkên xweyên esasî Exlaqî û Polîtîk derdikeve. Rêber Apo sê erkên esasî diyar kirin, Exlaqî, Polîtîk, Entelektuel. Got pêwîste her ferdekî civakê xwedî li van sê erkên esasî derkeve. Di sala 2022’an de di Rojhilat û Îranê de civak ket ferqa van erkên xwe. Civak ya her şoreşek dema xwedî li nirxê mezin, şehîdê xwe derket mecburê serkeftinê ye, ji ber ku xwe berpirsayar dibîne li ber armancên ku şehîdan canê xwe feda kirine. Herî zêde Belûcistan û Kurdistan şehîd dan, lê ji hemû gelan şehîdê şoreşa Jin Jiyan Azadî çêbûn, şehîd bûn pira di navbera gelan, bûn nirxê hevgirtina gelan. Hemû malbatên şehîdan êş û xweşiyê xwe bi hevre parve dikin, weke yek malbatê lê hatine, hêz û îrade ji hevdu digrin ji bo berdewam kirina şoreşê. Dayîkan li ber tabûtên zarokê xwe dîlana  azadiyê kişandin û çanda berxwedaniyê, çanda bi hevrebûnê bi hêz kirin. bê guman çanda berxwedanî ya di Rojava de pêş ket, li ser Rojhilatê Kurdistan jî bandorekî mezin çêkir. Weke Rojava, dayîkên kurd li Rojhilat jî li ser şehîdê xwe tenê negirîyan, belkê bi kînekî mezin li hember dijmin soza bi hêz kirina tekoşînê, berdewam kirina rêya şehîda dan. Di her warî de rengê jin, îrade û cesareta jin, hebûna jin derket holê, herî baş û bi hêz jî dayîkan pêşengtî kir, ji ber ku dayîkan hêjatirîn zarokê xwe pêşkêşî şoreşê kirin. Ev çanda berxwedanî Rêjîm xiste nav tirsekî mezin, ji bo wê bi hatina sersala şoreşê re hêrîşên pir cidî bir ser malbatên şehîda, girt, zîndanî û îşkence kir, lê nekarî û nikare vê çanda bexwedanî lewaz bike. Çanda tekoşîn û berxwedaniyê bi pêşengtiya jinan vegûherî şoreşa çandê jî, bi hezaran berhemên hunerî îlham ji rihê tekoşînê girtin. Dawî…          

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 27 May 2025
Görüntüleme: 336

JIN JIYAN AZADÎ BÛ MANÎFESTOYA ŞOREŞA GELAN A SEDSALA 21’Ê

Destpêkirina şoreşa Jin Jiyan Azadî bi dawî hatina merheleyekê îfade dike. Bi dawî bûna pergala totalîter, olîgraşî, teograsî ku koka xwe li ser hişmendiyekî hişk yê zayendperest ava kiriye. Dîroka sed salê derbasbûyî li Îranê de dîrokekî pir bi berxwedaniye li dijî pergala desthilatê. Nîv qirn pergala qiraltî, monarşî, nîv qirn jî pergala mezhebperestî a Rejîma Îslamî. Di nava sed salî de, dem dem tevger û serhildanên gelan dijî pergala desthilat pêş ketiye û mohra xwe li cîhanê daye. Destpêka sedsala bîstan de “şoreşa meşrûyetê” bû pêvajoyekî girîng, ji guhertinê re rê vekir. Gelên Îranê xwestin ku hûkmê şah kêm bikin û têxin jêr zagonan. Di pêvajoya şoreşa meşrûyetê de jî jinan rolekî mezin ji bo guhertinên bingehîn lîstin, bedelên mezin dan, lê dema meclîs hat damezrandin, jin dîsa ji mafê xwe mehrûm man.  Cara yekem li Îranê, bi herikandina jinan li kolanan, bûn beşeke tevgera giştî. Lê tevî hemû hevkariyên ku jinan dan, di nav jiyana jinan de guhartinên pir cîdî ne hate ditîn. Di vê zagona bingehîn ku nû hatiye çêkirin, çawa ku heqê deng dayînê, ku heqê esasî ya jinane ji wan re nehatiye dayîn, biryara  saziya dewletê ya herî jor ya Saziya Şah di heman demê de mecbûriya saziya zilam jî kiriye. Di dawiyê de bi destwerdana hêzên cîhanî yên weke Îngîlîz û Rûsan serneket. Carekî din padişahiya Pehlewî Rizaxan Mîrpenc hate damezirandin, modela dewlet netew bû bingeha dasthilata nû a Îranê. Ji wê demê heta Şoreşa Îslamî hereketên gel yên siyasî û civakî pêş ketin, hereketên çep xwe rêxistin kirin, bi taybet zemînên xurt yê rêxistin kirina ciwanan û jinan çêbû. Ger berdewam nerazîbûn nîşan da û pergala qiraliyet ku teqlîdê pergala modernîst, taybet qiraliyeta Înglîz dikir red kirin, bi pêşengtiya jin, ciwanan û herketên çep, pergala monarşî rûxiya. Şoreşa Îslamî di sala 1979’an de serket, lê hîn di rojên destpêkê de, şoreş veguherî dij şoreş, bi taybet mafê Netewan û jinan hat hedef girtin. Şerê rêxistin û fikir, şerê tevgeran dest pê kir, pevçûnên dijwar çêbûn, lê baskên Îslamî ji vê sûd girtin, ji şerê Îran û Iraqê seferberiya gel ji bo şer îlan kirin. Xwest hemû tevgerên çep, Netewî tûne bike û desthilatê bigrin dest xwe. Şerê Îran û Iraqê derfetekî mezin ji bo damezrandina pergala desthilat ya Rêjîma îslamî ava kir, Xumeynî bi xwe got “ev şer ji bo me nîmete”. Di hikûmeta nû de, destûreke bingehîn çêbû ku gelek rengên netewî û mezhebî û gelek azadî bi rengeke zirav hatin înkar kirin û qedexe li ser wan hate danîn. Hêdî hêdî qanûna şerîetê li Îranê pêk anîn û bi qanûnên hişk yên mezhebî kar gihişte cihekê ku êdî kesî nekarî jiyana xwe ya şexsî jî destnîşan bike. Pergalekî hişk li ser hişmendiya netewperestî, zayendperestî û olperestî hat damezirandin, êdî netew, bawerî, jin, hemû rengên heyî hatin hedef girtin. Gelê Kurd ji destpêkê de ji rêjîma Îslamî re got na, destpotiya Rêjîmê qebûl nekir, ji bo wê bedelên mezin da, Kurd û jin weke kafir hatin bi nav kirin, êrîşên pir dijwar li ser gelê Kurd pêş ketin. Qetlîamên pir mezin li bajarê Rojhilat hatin meşandin, kujerê bi navê Xelxalî, ku nûnerê Xumeynî ye, dest bi kuştina Kurdan kir, gotin heta Kurdekî azadîxwaz bimîne, pêwîste eskerên me potînan ji lingê xwe dernexînin. Ji wê demê heta niha Kurd li dijî vê rêjîma totalîter sekinîn û tekoşîn kirin. Jin ji hemû mafê xwe yên siyasî û civakî heta ji biçûktirîn mafê xwe yê xwezayî jî  mehrûm man. Ji destpêkê de jî bi nixumandina serê jinê  xwestin mêjî û ramanên jinê binuximînin, gotin pêwîste jin were nixumandin, tena serê xwe neçin cîhê kar. Ji wê demê heta niha nixumandina bedena jinê ji bo Rêjîma îslamî bû sengerekî bîrdozî. Di heman salê de, bi boneya roja 8’ê Adarê, jin daketin kolanan, lê rastî zextên cidî yê rêjîmê hatin. Hemû zagonên ku di destûra bingehîn de hatin damezirandin dijî jin, dijî netew û bawerîyan bûn. Şerîeta Îslama Şîî ya 12 îmamî û li gor teoriya “wilayetê feqîh” (desthilata tekûz ya ayetûllahê rêberê Îranê ku destpêkê Xumeynî û niha Jî Xamineyi ye) hate tevger kirin. Bîrdoziya rêjîma Îranê li ser tinekirina çand û nasnameya netewan bi sazî bû, zayendperestî û olperestî bû bingehê rêxistin kirina hemû dem û dezgehên rêjîmê. Ruxmî hemû zilm û zextên rêjîmê jî, jin û gel teslîmî desthilatê nebûn. Ji wê demê û şûnde hemû bingehên serhildan û şoreşa ku di sala 2022 de pêş ket avabû. Di nava 45 salê damezrandina rêjîma îslamî de pir caran nerazîbûnên gelan pêş ketine, kampanyayên mezin yê cûr be cûr pêş ketine. Her ji 10-11 salan  carekê tevgerekê serî hildaye, lê bi bandor bi pêş de neçûye. Rêjîm bi avakirina baskê îslahteleb (reformîst) xwest van hereketan tesfiye bike û temenê desthilatiya xwe dirêj bike. Her desthilatek dema dikeve tengasiyê muxalifê xwe di nav xwe de derdixîne, bi vî şêwazî hêza gel tesfiye dike û temenê xwe dirêj dike, polîtîka Rêjîmê jî li ser vî esasî bû. Tevgera kesk ku di sala 2010’de bi pêşengtiya Mosevî û Kerobî pêş ket mînaka vê ye. Bi dehan kes hatin kuştin, serhildan hatin tepisandin. Hêzên reformîst berdewam xwestin hêza jinan, hêza gelan ji bo berjewendiyên desthilatiya xwe bikar bînin. Lê rêjîma Îranê berdewam polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdistanê da meşandin, Rojhilatê Kurdistan di warê çandî, xwezayî û nasnameyî de milîtarîze kirin, tirsa herî mezin li Kurdistanê jiyan dikirin. Ji ber ku Kurdistan xwedî potansiyela rêxistinî û şoreşgerîyê ye, hertim hesabê rêjîmê bo Kurdistanê cûda ye. Berdewam hewil da Kurdan ji mafê netewî wekî siyasî, civakî, aborî mehrûm bihêle. Bi taybet xwedî derketina gelê Rojhilat di sala 1999,  ji bo Rêber Apo rêjîm xiste nav tirsekî mezin. Helwesta gelê Rojhilat li dijî hêzên komploger pergala desthilat, qirker a rêjîmê jî xiste jêr lêpirsînê. Rêjîm tenê rojekê dengê xwe nekir, lê piştre êrîşî gel kir, bi sedan kes şehîd ketin. Ji wê demê şûnde jî bingehê rêxistin kirinê li ser paradîgmayeke nû di Rojhilat de bi xurtî pêş ket. Tekoşîna Tevgera Azadiyê di beşê din yê Kurdistanê de bandorekî mezin li ser Rojhilat jî kir, bi taybet şoreşa Rojava, rolê jinan, pergala heyî bandorekî cidî çêkir. Bi dehan keç û xortê Rojhilat beşdarî şoreşa Rojava bûn, ezmûn û tecrûbe jê girtin û hêviyên şoreşê bi hêz bûn. Rêjîm baş dizanî teqandinekî şoreşê hebe wê di Rojhilat de serî hilde, teqandinekî şoreşê hebe wê bi pêşengtiya jinan be. Du xalên lawaz yên Rêjîmê, şoreş di vir de teqiya. Di rastî de nerazîbûnên gelan di sala 2017, 2019 ku li seranserê Îranê pêş ket êdî bêhêvîbûna gelan bi giştî ji pergala Rêjîmê re dida diyar kirin. Rêjîmê jî her çû pergala xwe hişktir kir, sîstema xwe bi hatina serok komar Reîsî re yek dest kir, hemû dem û dezgehên rêjîmê ketin destê muhafizekaran û Spah raste rast qada siyasî, civakî, aborî bi rêve bir. Sîstema qirkirinê li ser gelan hişktir kir, li hindir de tepisandina jin û gelan, li derve jî berfireh kirina hîlala Şîî. Rêjîma destpot wisa xwest pêşiya pêlên nerazîbûnan bigre. Bi taybet êrîşê xwe yên li  ser jin û ciwanan zêde û hişktir kir. Lê çanda berxwedaniyê ya jin û ciwanan ji vê re destûr neda, tişta ku herî zêde rêjîm jê ditirsiya, jin û ciwan, jin û Kurd in, nerazîbûn jî di vir de teqiyan û veghurîne şoreşekê. Jinan kîn û hêrsa salan di xwe de kom kirin, gelê Kurd jî ku berdewam bedelên mezin dabû, birîndar bû û li benda derfetekî bû ku birînên xwe bipêçe, berdewam bi çanda xwe ya resen xwe li ser linga girtibû, bû çavkaniya vê şoreşa mezin, teqandina hêrsa jinan a yek sed salê li dijî hişmendiya tecawizkar bi xwere şoreşa azadiyê bişkivand. Refleksê civakê çawa pêş ket Di rastiyê de, zemînê şoreşê bi xwedî derketina jinan û gelê Merîwanê a ji bo Şilêr Resolî hat avêtin. Gelê Merîwan bi yek helwestê li dijî pergala tecawizkar a rêjîmê rabûn. Piştî kuştina keça Kurd Ferînaz Xusrewanî cara yek bû ku gel ewqas bi helwest li dijî pergala tecawizger radiwestiya. Ferînaz jî 2014, li ber nûnerê dewletê yê tecawizger xwe ji hotêla 4 stêrk de avêt, gelê Mahabadê bi heybet li dijî rêjîmê rabûn. Merîwan jî zilamê bi navê Goran nûnerê dewletê dît û nerazîbûn nîşan da. Refleksê herî bi hêz nîşanî pergala mêr dewlet dan, dest dirêjiya li ser Şilêr, destdirêjiya li ser exlaqê xwe dîtin. Jinên bajarê Merîwan bi yek dengî gotin em hemû Şilêr in, ji bo wê ewqas dilêr in. Jinan li wir ne tenê Şilêr qurbaniyê wê pergalê dîtin, di şexsê Şilêr de xwe jî qurbaniyê pergala mêr – dewlet dîtin. Li wir jin jî, mêr jî  li dijî vê pergalê rabûn ser piyan, ev jî refleksê bi şêwazekî bi hêz yê civakê da diyar kirin. Dewlet ji ber vê helwestê gelê Merîwan jî hejiya, ji bo wê bi şerê taybet, bi zextan malbata Şilêr bê deng kir. Piştî hefteyekê qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaq yê dewletê, Rojhilat bi yek dengî, bi yek rihî li dijî qirkirina Rêjîmê rawestiya. Piştî salên 2010  tekoşîna jinan di Îranê de radîkaltir bû, rêjîmê sazî û dezgahên taybet yên dijî jin bi hêz kir. Polîsên exlaq ku bê exlaqiya herî mezin pêş dixînin piştî 2010 ewqas di nav kolan û cîhên kar yê jinan de hatin rêxistin kirin û êrîş birin ser jinan. Çiqas tekoşîna jinan radîkaltir bû, êrîşên Rêjîmê jî hîn tundtir bûn. Bi destûra wîlayetê feqî asîd rijandin ser rûyê bi dehan jinan de, pir bi hovane jin di kolanan de hatin kuştin û bi pergala Besîc re, jin li dijî jin dan bikar anîn. Rêjîm pir bi sîstematîk û birdoziya zayendperest berdewam hewil da hebûna jin weke mirov ji holê rake, di şexsê jinê de, jiyaneke mirî û kole li ser civakê bisepîne. Lê şoreşa ku bi pêşengtiya jinan di sala 2022’yan de pêş ket da îspat kirin ku desthilat dem dirêj nikarin bi cewherê civakan bilîzin, yê ku cewherê civakê jî diparêze jine. Destpêkirina şoreşê bi dawî hatina merhelekî dirêj yê desthilatiyê ye. Di dîrokê de, her derketinekî felsefîk yan olî, destpêkê hişmendiyek gorî civaka wan serdemana ava kirine. Şoreşa ku bi pêşengtiya jinan pêş ket, destpêkê hişmendiya xwe bi Jin Jiyan Azadî da diyar kirin, di destpêkê de paradîgma şoreşê diyar kirin û meydan ji desthilatê re xwend. Şoreş bi pêşengtiya jinan ve felsefe û manîfestoya jiyanê diyar kir Her gavekî ku di şoreşê de hat avêtin pir zanist û bi pîlan û proje bû, avêtina dirûşmeyeke wisa efsanewî jî pir bi zanist bû. Di şexsê jin de, jiyan, nasname û hebûna gelan tê qetil kirin, helwesta gelê me jî di şexsê jin de jiyaneke nû hilbijartin, bersiva herî bi hêz di nav sed salê derbasbûyî de dan rêjîmê. Şoreşê çanda hezar salan ya jin-dayîk di Îranê de zindî kir, geş kir, wate û girêdana rast ya jin û jiyanê belavî hemû cîhanê kir. Jin jiyane, fêm kirina jin, di heman demê de, fêm kirina jiyanê ye. Ji ber ku fêmkirin jiyane û jiyan jî ji bo fêmkirinê ye. Ji bo ku jiyan were fêm kirin, divê  afrînera jiyanê bê fêm kirin. Lê li cihekî ku hewildanên fêmkirinê nebin ango lewaz bin, bêguman li wir jiyan wateya xwe winda dike, yan jî seranser dimîne, her ku diçe, mirovahî ji têgihiştina sira jiyanê dûr û bê zanist dimîne. Damezrandina Rêjîma Îranê jî, li ser esasê bê wate kirina jin û jiyanê bû. Di sala 2022’an de mirovatî bi pêşengtiya şoreşa jin, careke din bi sira jiyanê hesiya, bi şoreşa jin ê re jiyan dighêje wateya xwe. Şoreşa civakî bi zanista jin ê pêş ket û bedelên giranbiha araste kir, her gavek ku jin ji bo azadî radike dibe malê tevahî civakê. Ev şoreşa bi heybet, bi formula evsanewî Jin, Jiyan, Azadî mohra xwe li sala 2022’an da. Beşek ji diyalektîka jiyan, ferqkirin û zanabûne. Yanî çiqas ferq kirin û pêhesîn ewqas zanabûn. Çiqas zanabûn, ewqas jî pêhesîn. JIN JIYAN AZADÎ bû sebeb ku pêhesîna civakan bigihije lûtkeyê. Pêhesîna ku bi sîha hişmendiya serdest a zilam hatibû şilo kirin careke din li zelaliyê digere. Xeta berxwedanê dijî dagirkerî û mêrsalarî geştir û bi hêztir bû. Jin Jiyan Azadî hemû tapuyên zêhniyeta desthilat xiste jêr lêpirsînê û lêgerînên azadiyê derxist asta herî jor. Jinan di sala 2022’yan de hemû perdeyên reş li ser fikir, îrade û hebûna  xwe tine kirin û şewitandin. Agir kirin sembola ji nû de vejîn û xwedî li çanda ZERDEŞTÎ derketin, çarşefa reş a ku li şexsê jin de, li ser civak hatbû kişandin rakirin. Şeqam kirin sengera têkoşîn û hesab xwastinê ji hêzên tarîkperest. Salekî pir bi tekoşîn û berxwedanî li hember zilm, zordarî, zêhniyeta mêrsalar bû. Salekî ku dagirkerî, kuştin û talankirina nirxên civakê di asta herî jor de pêş ket û gerdûnî bû, têkoşîna şepolên azadîxwaz û antîkapîtalîst jî gerdûnî bû. Bêguman pêşenga vê şepola xweragir a gerdûnî jin bûn. Misogere ku li ku derê zilm û desthiladarî hebe, li wir serhildan û berxwedan jî heye. Jin jî di roja me ya îro de li hember pêlên tunekirina wê, hewildanên serkeftina heqîqet û jiyanê dide. Çirûska ku bi qetla keça Kurd Jîna Emînî re pêket, weke pêtên agir xwe li her kesekî ku li pey azadiyê de ye dipêçe. Ev agir her roj geş dibe, dibe hêvî, îrade, cesaret û lêgerînên jiyanekî azad. Bi kurtasî li hember tunebûnê her dem hewildanên parastina hebûnê heye, ev jî sedema hemû şerên ku li dinyayê diqewimin e, mijokdariya hêzên hegemon li ser civakê û herî zêde li ser jinê didome. Weke Rêber APO diyar dike (jin yekemîn netewe ye ku hatiye mijokdar kirin). Li hember hemû polîtîkayên tinekirin û qetilkirinê jin şerê hebûnê didin. Bi hebûna jinê re, civak hebûna xwe dihese û xwedî li nirxên xwe, fikir û îrada xwe derdikeve. Hebûn û zanebûn nebe, azadî jî nabe, jinan di Îranê de pêhesîn ku heta xwe rizgar nekin nikarin azad bibin, ji bo wê tekoşîna xwe di ware siyasî, civakî de xwertir kirin. Sala 2022’yan de rûpeleke nû di dîroka Rojhilat û Îran de vekir, weke ronesansek li Rojhilata Navîn rol girit û di giştî cîhanê nefesêke nû ava kir. Ji tarîtî (ehrîmenî) ber bi ronahî (ehuramazdayî), ji ferdiyet ber bi civakî bûn, ji kêlî bûn ber bi dîrokî bûnê ve gav avêt. Rêjîmê herî zêde hewil da dengên azadiyê bifetisîne û ji bo wê serlêdana her cûre polîtîkayên înkar û îmha weke girtin, îşkence, îdamê dide. Bi dûrxistina civakê ji nirxên wê yên esasî, hewldan marjînal kirin û obje kirina pirtir a civakê kir. Bi subje kirina xwe û hakmiyeta mutleq a xwe, pênase ya ZILUELLAH (siha xwedê) pirtir nîşanê civakê de. JIN weke metirsiya herî mezin ji bo xwe dît û bi her awayî êrîşa wê kir. Çiqas hewl da jin ji meydana jiyanê dûr bixe, bi ser neket, ji ber jinan senger û meydana têkoşînê rast nas kirin û rast helbijartin. Jin bi deng û rengê xwe, xwe gihande jiyanê û azadiya kolektîf û civakî ji her kesî re pênase kir. Jin, Jiyan, Azadî hemû qelîştokên ku di navbera mirov û xwezayê de, mirov û mirov de, jin û mêr de çêbibû digre û jiyaneke demokratîk û azad disepîne. Berî her tiştî şoreşekî zihnîye, şoreşekî siyasî û civakî ye.  Di serî de hemû qalibên mêrsalarî, desthilatî hildiweşîne, bi Jin, Jiyan, Azadî hişmendîyeke demokratîk weke alternatîfa herî xurt tê avakirin. Ne tenê dirûşmeyek bû, manîfestoya jiyanê diyar kir, paradîgma tekoşînê bû jiyaneke bê desthilat ava kir. Ji bo wê her kesî netew, bawerî, jin û ciwana hebûna xwe di vê dirûşmeyê de dît,  bû îfadeye çand û zimanê her kesî. Di dîroka gelên Îranê de, cara yeke ku mêran jî ewqasî bi zanist azadiya xwe di azadiya jinan de dîtin, rizgariya xwe di rizgariya jin de dîtin. Jinan bi xwe re mêr jî anîn meydanê, di pêvajoya serhildanan de dîmenekî jinekê çawa di kolanan mêran jî dîne qada tekoşînê rekor şikand. Pir caran mêr bi çorsî dikarin bêjin em ji bo azadiya walat şer dikin, lê nabêjin destpêkê em xwe ji pergala zayendperest, desthilat rizgar bikin, pêwîstiyê xwe bi azadiyê nabînin. Naveroka şoreşê re mêr jî pêhesîn ku kole û qurbaniyê pergalê ne, lewra berî her tiştî pêwîste xwe ji vê pergalê rizgar bikin. Wê Bidome…

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 May 2025
Görüntüleme: 347

Di Xeta Fermandarî De, Pîvanên Rêbertî-1

Tarzê fermandar divê çi bibe, yekser bersiva wî ewe; divê kesayeta fermandar, bê eman bi şer ve girêdayî be. Fermandar, di hemû taktîkên şer de afrîner e, bi vîna xwe wekî pola ye, şikestin li ba wî tuneye, di demên pêwist de tûjbiyinê dide der û derdora xwe rêxistin dike, bi qasî ku kesên di bin venêrîya xwe bi pîvanên partiyê ve girê dide, ewqas jî yên li ser xwe girê dide. Di nava pêkhateya xwe de, her dem di nava lêgerîna kesên bi îrade avakirinê de ye, ji pêkhataye wî fermandarên demê derdikevin. Di PKK'de, yê ku wêrekî ava dike, yê ku moral ava dike, yê ku îrade ava dike, yê ku perwerde dike fermandar e. Fermandar, rastiyan dişopîne, çavdêriyên wê xurt in, di çavdêriyên xwe de bi edalet e, di feraseta fermandar de, yên jor an jî yên jêr nînin, yên baş an jî yên xirab nînin, erka fermandar ne cudaperestî kirine, fermandar, ew kese ku, dikare perwerde bike û pîvanên partiyê di herkesî de biçîne. Fermandar, herkesî wekî hev digire dest û pîvanên partiyê ji bo herkesî wekî hev dixe meriyetê, disiplîn û venêriyê kêm nake. Fermandar, wateyekî mezin dide taktîkên şer û di taktîkên xwe de, bi ser dixe, di taktîk de nade wenda kirin. Fermandar, li beramberî şaşîtî û kêmasiyan yekser xwedî helweste, rastiyan wisa dixe meriyetê ku kes nikaribe li pêşiya wî bisekine. Bê ku bixwe û vexwe ji xitabeta xwe, heta tarzê xwe yê çalakiyê, di warê exlaq û moral de, heta ferasata wî ya felsefî, ji asta wî ya birdozî û siyasî bigrin heta asta wî ya leşkerî, ji asta wî ya ku girîngî dide rêxistinbuyin heta rast nirxandina erdingariyê, ji nirxandina rast ya dostan, heta ji bo dijminê wî tiştên ku girîngin, bi hemû aliyan ve di dem û cihê wî de yê ku xwe fêr dike, dibîne, fêm dike, tê dighîje û bi wate dike ye. Fermandarê şer, di asta pêş de, ji dîplomasiyê bigrin, di giştî ziravtiyên jiyanê de, divê serwer be. Fermandarekî şer, ji her tiştî fêm dike, ji her tiştî agahdar dibe û li gorî wî, xwe vesazî dike. Di PKK'ê de, fermandarekî, bi qasî ji her tiştî fêm dike, ewqas jî xwediyê hêza pêk anînê ye. Fermandar, xulaseya jiyanê ye. Hemû pêwîstiyên jiyanê hesap dike, li gorî wê tevgerandin û herikandinan çê dike. Fermandar, hêza fikir, zikir û çalakî ye, ji şer bawer dike û dizane ku, wê pirsgirêk bi şer çareser bibin. Bi kurtasî di PKK'ê de, ev pîvan pênaseya fermandar in. 

Wekî xulase; em dikarin bêjin, bi derketina Rêbertî û PKK'ê re, êdî ew şerê klasîk yê Kurdan bi dawî dibe. Bi şerê PKK'ê ve êdî ew Kurdê tenê bi qehremantî şer dike, lê herî dawî bin dikeve jî, bi dawî dibe. Di PKK'ê de, fermandarî ji jor ve nayê, berovajî wî, ji jêr ve bi kedê ve ava dibe. Ji xwe di PKK'ê de wisa ye, kesayet milîtanekî baş be, ne li jor, her dem li pêş be, di mijara azadiyê de xwe îkna kiribe dibe fermandar. Di çanda fermandariya PKK'ê de wisa ye; ked fermandar dide diyar kirin, kê/kî ked bide, ew fermandar e. Ger kesayet, pîvanên azadiyê, di lêgerên xwe de, di feraseta xwe de, rast dabe ava kirin, wê gavê ew kes fermandar e. Di rastî de militantî û fermandar wekî goşt û neynûk in, ji hev ne qut in. Fermandar, xwe dispêre kedê, gelek fermandarên me hene, ew ji jor de nehatine, ew di milê kedê de, gavekî li pêş in, ji ber wî jî fermandar in. Pîvanên fermandariya PKK'ê, wisa ne. Ji bo fermandarên PKK çi tê gotin; ewe ku gavekî li pêş avaniya xwe ye. Fermandar, di tarzê fikrandinê de, pêwiste di pêşiya avaniya xwe de be. Di rih de, di pêşiya avaniya xwe de be. Di wêrektî de di pêşiya avaniya xwe de be. Di pîvanên partîbunê de, di pêşiya avaniya xwe de be. Di tekoşîna îdeolojîk de, di pêşiya avaniya xwe de be. Di ked, wêrektî û moral de pêşeng be. Di PKK'ê de, pêşengtî ne diyardeyekî erzane, pêşengtî, dixwazin di warê fikrandinê de be, dixwazin di warê şer û teqtîkê de be, xwe razandina xetê ye. Pîvanê fermandariya PKK'ê ev e. Wisa tê gotin; militanekî, şerkerekî baş, di heman demî de fermandarekî baş e.

Fermandar ji jor ve nayên, rastiya di PKK'ê de, di gerîlatî de ava bûye de, ew bi xwe fermandarê xwe derxistiye. Em tevgerekî gelan e, ji bo wî di rastiya PKK'ê de, fermandar ji derve, ji cihekî din an jî ji jor ve nayê. Yê ku xwe di xetê de kûr dike, xwe dirazîne rastiyên partiyê, ew fermandar e. Tarzê fermandar û gerîla geriya PKK'ê, ne razber e. Ji bo wê, divê xeta fermandariya PKK'ê, rast bê fêm kirin. Lewma, tevlîbuna fermandariya PKK'ê, li ser bingeha van rastiyan hatiye hunandin. Xebatên Rêbertî yên sereke, di rastiya PKK'ê û şehîdan de, afirandina kadroyan bû. Rêbertî, ji bo xeta rast ya fermandarî bide rûnişkandin, kedekî pir mezin da. Taybet, armanca Rêbertî, bi rêya ava kirina xeta fermandarî, guhertina çarenûsa Kurdan ya klasîk bû.

Di Kurdistanê de, di xeta gerîlagerî de, gava yekem ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatiye avêtin. Ev xeta şerê gerîlagerî hem li dijî dagirkeriyê hem jî li dijî feraseta koledariyê ye. Lewra, bi PKK'ê re li Kurdistanê rastiya gerîla kok veda, di heman demî de ev xeta gerîlagerî hem ji bo gelê Kurd, hem jî ji bo gelê heremê, bu çavakaniya hêvî, bîr û baweriyê. Di Kurdistanê de, bi pêşengtiya fermandarên, di rastiya PKK'ê de têşe girtine de, bi derketina gerîla, xeta xwe parastin û azadiyê çêbu. Di encam de, wekî jin jî, xwe spartina vê xetê, fermandariya jin derxist holê.

Lewra, nirxên di xeta azadiyê de hatine ava kirin, ne ayidê zayendekî ango gelekî an jî kesekî ne, ew nirx; yê giştî mirovahiyê ne. PKK, heqîqetekî pêkhatî ye, lewra kê/kî beşdar bibe, tevlî vê heqîqetê dibe. Beriya PKK'ê, azmunekî fermandarî yê Kurdan nebû. Bingeha fermandariya Kurdan, ji aliyê Heval Hakî Karer ve, di salên 77-79'an de, di çalakiya yekemîn, yê Heval Hakî Karer de hatiye avêtin. Dîsa yê yekemîn, fermandariya yekîneyan dike, Heval Mehmet Karasungur e. Kemal Pir jî, di çalakiyên despêkê de, cihê xwe digire û xeta fermandarî temsîl dike. Tecrûbeyên van hevalan, dibin bingehê xeta fermandariya rast, dibin pîvan.

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 06 Kasım 2024
Görüntüleme: 336

DI DÎROKA KURDISTANÊ  DE JINÊN DERKETINE PÊŞ

Mayan Xatûn

 Di sedsala 19. de jiyan kiriyê û keça mîreke Êzîdiye. Malbata Mayan Xatûn, êş û komkujiyên ku Êzîdî jiber bawariya xwe rûbirû mane têw jê re dibêjin. Mayan Xatûn bi çanda olê Yêzîdî tê mezinkirin. Li gorî wê çandê Meleka Tawus a ku jiber zanyariya xwe li hember xwedî serî radike ya rastî ji milê xwedî ve meleka herî zêde tê heskirine. Jiber ku xwedî zanyar û azadîxwaze. Ango Êzîdî xwedî çandeke zanyarî, azadîxwaz û serhildêrin. Jiber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastine. Mayan Xatûn jineke polîtîk, xwedî hêzeke ramanî bû. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Mayan Xatûn dibe rêvebera eşîra Êzîdiyan. Mayan Xatûn bi rêveberiya xwe ya bi adalet bandoreke pir mezin li ser gelê heremê dide çêkirin. Demekî kin de Mayan Xatûn rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê digire serxwe. Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser rêveberên Tirk û Osmaniyan bandoreke pir mezin dide çêkirin. Mayan Xatûn di dîrokê de yekemîn jineke Êzîdiye ku dibe Mîr û rêweberiya heremekê dike. Jiber ku nava Êzîdiyan de statûya jinê pir jêre. 

Hafse Xana Neqîp

Di 1891’ê de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di salên şer de, nasnameyek girîng a jinekî bi zanabûna xwe jinên kurd rêxistin kirî û di jiyana civakî de bi bandor e.  Jinên ji ber xizanî û çewisandinê tengaviyê dijîn, xwe dispêrin Hafse Xanê. Ew, di aliyê civakî de rêvebera jinan bû. Xebatên xwe yên jin û Kurdistanê yên wê dihizirî ku pir dişibin hev, bi hevre dan meşandin. Di 1930’ê de, di derbarê mafên netewî yên kurdan de nameyekê dinivîse û ji bo Cemiyeta Miletan (NY) dişîne. Ev bi navê Kurdan destpêk bû. Hafse Xan, ji bo zanabûna jinên kurd pir zêde xebitî. Di damezirandina rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê de cih girt û jê re serokatî kir. Her wiha dibistanekî şevê ya ji bo jinan xweser vekir. Ev, yekem dibistana Jinên Kurd bû. Ji bo alîkariya Komara Mihabadê ya di 1946’ê de hatî damezirandin xebitî. Paşê neçar bû biçe Îranê. Hafse Xana Neqîp her tim bawer kir ku, mirovatî di xetekî mirovperwerde dikare biguhere-veguhere. Hafse Xana Neqîp, yek ji nûnera çanda jinê ya dema xwe bû. Ji bo nasnameya xwe ya cins û nîjadî têkoşîn dida, bawer dikir ku divê hemû mirov li gor mafên xwe yên gerdûnî yên ji dayîkbûnê ve tên bijîn, wekhev nêzî mirovên ji her gelî dihatin dibû. Hafse Xana Neqîp ji ber nexweşiya penceşêrê, di 15’ê Nîsana 1953’ân de jiyana xwe ji dest da.

Zerîfe

Di sedsala 20 an de bi serhildana Koçgirî weke jineke serhildêr û agîd derdikeve pêş. Jineke welatpervere û hemû jiyana xwe bi berxwedaniya azad kirina Kurdistanê derbas dike. Evîna xwe ya bi Elîşêr re, bi evîna Kurdistanê tê honandin. Di jiyana xwe de bi gotina Heval gazî hewudu kirine. Zerîfe hem jineke helbestvan û polîtîke û hem jî jineke serhildêr û azadîxwaze. Gelek helbest û maqalan dinivîsîne lê piraniyên wan bi destê xayinan dikeve destê dijmin. Di Serhildana Koçgirî de asta pêşengtiyê de rol dileyîze û bi şerê xwe gelek jinên Kurd bandor dike. Şerê çekdarî de bi nîşangeriya xwe deng vedide. Rêxistin kirin û hişyar kirina gel de xebat dide meşandin û çareser kirina pirsgirîkên aşîran de hewildanên pir mezin dide.

Besê

Di serhildana Dersîmê de Besê weke efsaneyek derdikeve pêş. Ji eşîra Alan e a ku Dersîmê de herî bi nav û deng û hevjîna Seyit Riza ye. Bi welatparêzî, şerkerî û lehengiya xwe bandoreke pir mezin çêdike û li hember dijmin şereke pir dijwar dide. Dibin bombebarana balafiran de heyanê cebilxanya xwe bi dawî dike berxwe dide. Dema ku cebilxaneya wê xilas dibe bi keviran berxwe dide û pişt re ji bona ne keve destê dijmin xwe ji zinaran de diavêje. Serhildana Dersîmê de gelek jinên mîna Besê qehreman derdikevin. Tê gotin ku serhildana Dersîmê de nêzî 1500 jinên Kurd ji bona nekevin destê dijmin de weke Besê xwe ji zinaran de diavêjin yan jî xwe bi çeman de berdidin.

Rindêxan

Piştî serhildana Şêx Seyîd, di bin navê Şark İslahat Planî de pêk anînên, li ser Kurdan tên kirin, dibe sedem ku ji milê gelek eşîrên Kurdan ve berxwedanî pêşbikeve. Ew berxwedanên eşîran weke serî rakirinên biçuk jî tên binavkirin. Jiber ku berxwedaniyên eşîran qut qutî û bi herema xwe re sînordar dimînin, wisa tê gotin. Yek ji wan eşîran ku bi berxwedaniya xwe deng vedaye eşîra mala Eliyê Yunise. Mala Eliyê Yunus herî bêtir bi berxwedaniya keça Eliyê Yunus Rindêxan deng vedide. Rindêxan bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe jî dibe efsaneyek. Rindexan ji destpêkê heyanê têkçûyîna şer de, weke agîdekê pêşengiya şer dike. Lê di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê matmayî dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim”.  Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede, dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”.  Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê “ez dixwazim herî dawî li axa bavê xwe binêrim” û destûra ku biçe ser Pira Malabadê dixwaze. Piştre xwe davêje çemê Batmanê.

Gotinên wê yên dawîn li Pira Malabadê wiha bilind dibe;

''Ezim Rindêxan Keça mîr û axa û çiyan Ey Tirkê Tacik Karê we çi ye li van çiyan Rinda bûye namdar Ez dimirim, birîndar û bê zar Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar''.

Gûlnaz Xanim

Di dîroka agîdiya jinên Kurdan de mînaka din a balkêş jî Gûlnaz Xanim e. Gûlnaz Xanim, serhildana Agîrî de di rêza herî pêş te nava serhildaran de cihê xwe digire. Ji bo parastina sîvîlan bi artêşa Tirkan re ketiya nava şerên dijwar de. Tê gotin ku " dibe tirsa dilê fermandarên Tirk". Pişt re dîl dikeve destê dijmin. Dema ku birayê û kurê wê tê kuştin, dewleta Tirkan serî wan û serhildêrek din jê dikin û dîne nîşanî Gulnaz Xanim dikin. Jê dipirsin; "Ka bibîne tu vana nasdikî yan na!''. Gulnaz Xanim biserbilindî nêzî seriyan dibe; Bi lingê xwe serê Îzzed Beg nîşan dide û tenê dibêje "Ev serê birayê min e". Piştre serê duyemîn nîşan dide û dibêje "Ev jî serê lawê min e".  Dema ku tê ber serê sêyemîn bi dileke xemgîn dibêje "Heyfa viya bû, pêşmergeyekî xizmetkar û çalak bû". Ew sekna Gûlnaz Xanim matmayî û bêdengiyeke kur li ser fermandarên Tirk dide çêkirin. Piştre vedigere fermandaran û wiha dibêje; "Berxê nêr ji bo kêr e!''.  Gulnaz Xanim 3 sal di zîndana Milazgir, Mûş û di wargehên leşkeran de dîl digirin û didin xebitandinê. Piştî 3 sal şûnde îdam dikin.

Hafza Xan

Ji Silêmanê ye û xwişka Şêx Mahmut Berzencî ye. Bi kesayeta xwe ya netewperver, jinparast, siyasî û wêjeyî derdikeve pêş, di dema xwe de ji bona hişyar kirin û perwerde kirina jinan hewildanên mezin dide û gelek xebatan pêş dixe. Mala xwe dike cîhê perwerde kirina jinan. Dema ku komara Mahabadê tê avakirin bi nameyekê ji bo hertiştî piştgiriya xwe pêşkeş dike. Li ser wê Qazî Muhamed jê re nameyek spasiyê dişîne. Dîsa derbarê doza Kurdan û azadiya jinên Kurdan de nameyan ji meclîsa gelên cîhanê re dişîne. Bi wê avayê pirsgirîka Kurd dibe rojeva gelên cîhanê. Hafza Xan sala 1953 yan de ji qanserê dimire. Dema ku diçe ser dilovaniya xwe, jinên ku ji milê Hafza Xan ve hatine perwerde kirin daxwaziya ku mezelê wê li ser Girê Seyvan çêbibe dikin. Li ser daxwaziya jinan mezelê Hafza Xan li ser Girê Seyvan çêdikin.

Mina Qazi

Di dîroka siyaseta Kurdan de Mîna Qazî kesayetek girînge. Di avakirina komara Mahabadê de roleke mezin dileyîze. Mîna Qazî hevjîna Qazî Muhamede. Mîna Qazî sala 1945 an de tekoşîna jina Kurd de gaveke nû diavêje û rêxistina Yekîtîya Jinên Kurdistan avadike. Bixwe jî dibe serokê wê rêxistinê. Dîsa Komara Mahabadê de erkên girîng digire ser milê xwe. Kovara jinan derdixe. Piştî ku komara Mahabadê hildiveşe şûnde jî Mîna Qazî tekoşîna xwe warê siyasî de dide berdewamkirin. Bi caran tê girtin û di îşkenceyan de derbas dibe. Lê dîsa jî heyanê mirina xwe dest ji tekoşîna xwe bernade.

Leyla Qasim

Leyla Qasim di dîroka Kurdistanê de weke pêşeng û qehremanek şoreşger tê bi nav kirin. Leyla Qasim, li Xaneqîn di nava malbateke hejar û welatperwer de ji dayîk dibe. Li Bexdayê zankoyê ango beşa sosyolojî dixwîne. Sala 1970 yan de dema ku li zankoya Bexdayê xwendewane dibe endamê KDP a İraqê. Bi wê awayê dest bi xebatên xwe yên azadî kirina Kurdistanê dike. Ji ber ku tê gotin:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tewlê xebata şoreşgerî bibin” Leyla Qasim hirs dibe û bîryara wan gotinan wala derbixe derdikeve rê. Li ser wê esasê ji bona destxistina mafên netewî li Baxdayê destpê xebatên şoreşgerî ên ciwanên Kurd dike. Leyla Qasim bi rêhevalê xwe Cewad Hemewendî re di sala 1974’an de li ser rewşa sosyolojiya Kurdan gotarek (nutuk)nivîsandin. Lê jiber wê gotarê tên girtin û gotara wan jî bê ku belav bibe dikeve destê sîxurên Baas. 28'e Nîsanê 1974'an de Leyla Qasim bi çar hevalên xwe ve tê girtin û ji îşkenceyên pir giran re derbas dibin. Pişt re bi bîryara îdamê tên dadgehkirin. Leyla di dadgehê de wiha parastina xwe dike: “ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”. Dema ku Leyla Qasim dibin sêdarê marşa Ey reqîb dibêje. Leyla ne tenê ji bona mafên netewa Kurd serî radike, di heman demê li hember rewşa jina Kurd jî serî radike. Di vê derbarê de wiha dibêje:” Heger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî yê hertim bê bin pêkirin.”

Margaret George- Pêşmergeyek Sûryanî

Margaret, jineke pêşmerge ye ku di salên 1960’an de navdar e. Ji ber ku ew pêşmerge bu ji alîyê mirovan dihat heskirin. Wêne yên wêyî bi cil û bergên pêşmergetî da nişandan ku rêya çîya ji hemu jinan re vekîrî ye. Lê jinên din yên ku li Başurê Kurdistan jiyan dikirin qeysa Margaret ne bi şans bun. Di wan şert û mercan de ji bo jinên din nasnameya misilmantî wek astengekî bu. Bêyî ku malbata wan nebe nikaribun biçin çîya. Bav, bira u xwişka wê, bi Margaret re piştgirî dikirin. Wênekêşê Kurd Zaher Rashid yê ku wê deme surete wê kişandi bu wisa bahsdikir: ‘‘Ez margaretê baş nas dikim. Wê deme dihat Qela Diz. Pir caran dihat stüdyoya min ya wêneyan. Ji ber ku ji wêneyan pir hes dikir. Pir mirov dihat wêneyên wê ji min dixwestin. Bi taybet jî Kurdên Iran. Ji ber ku ew pêşmergeyek li çîya şer dikir û navdar bu. Peşmergeyên li çîya jî wêneyên wê li gel xwe digirtin’’ dawîya jiyana Margaret bi êş e. Tê iddia kirin ku fermandarek peşmergeyan xwestiye pêre peywendî deyne, lê dema ku wê ev red kiri ye bi şiklekî kiryarê wê ne diyar hatiye kuştin. Lê ew di hafiza Kurd u Suryaniyan de ew qehremanek e.

Keça Nexedeyî

Keça Nexedeyî, yek ji jinên herî bi hêz ya serdema Komara Mahabadê ye. Navê wê yê rast nayê zanîn. Ji ber ku gel wê weke Keça Nexedeyî bi nav dikin. Keça Nexedeyî, bi tekoşîn, egîdî û jêhatîbûna xwe nava civaka Mahabatê de binav û deng dibe. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Nexedeyî, hîn di destpêka ciwantiya xwede dikeve nava hewildanên azadiya Kurdistanê. Di salên 1941-42’an de bi awayeke çalak beşdarî xebatên damezrandina komara Mahabadê dibe. Rejîma Îranê ji bo vê tekoşera Kurd poşman bike û teslîm bigire êşkenceyên pir dijwar lê dike. Keça Nexedeyî bi mehan zincîranve girêdayî dimîne û çavê wê tê kor kirin. Dema ku rejîma Îranê dibîne, Keça Nexedeyî ji berxwedaniya xwe dest bernade, wê çaxê 1947 an de wê jina şoreşger darve dikin.

 

Ji Dersên Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 18 Eylül 2024
Görüntüleme: 322

Sayfa 6 / 8

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • JIN DIVÊ ÇAWA JIYAN BIKIN?

  • Nêrînên Li Ser Azadiyê

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere