• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. AKADEMIYA STAR

LI SER WATEYA TÊGÎNA 'STAR'

Beriya mirov behsa fermandarî bike, divê mirov behsa YJA Star'ê bike. Lewra YJA Star bi pêşengtiya jin, bi fedakarî û wêrekbûyina jin û herî zêde jî bi keda Rêbertî , hat ava kirin, di heman demî yên YJA Star'ê ava kirin fermandarên jin in. YJA Star jî, wana ava kir. Mirov, îro li hindek pêş ketinan mêze dike, difikire ku bi hêsanî çêbûne. Lewra di rastî de, çêbûne tiştan qet hêsan nebuye. Her çêbûyînekî bi xwe re gelek berdêlên giran jî biriye. Her çiqas, di destpêka tevgera me de jin, bi rista pêşengtî tevlî bûye jî, di nava şer de pir bi nêzikatiyên paşve mayî re, rû bi rû maye. Beriya ava bûyina YJA Star'ê, di dîroka tevgera jina azad de, gelek ceribandinên jinan ên xwe rêxistin kirinê hene. Lê, ji ber mijara me li ser fermandariyê ye emê nekevin berfirehiya van mijaran. Lê, wekî xulase be jî mirov bêjê, piştî pratîka Zelê û dahûrandinên Rêbertî li ser pratîka Zelê, êdî rewşa jin, digîhîje astekî cûda. Ji ber di van pêvajoyan de, jin wekî amûr, wekî barê şoreşê, her wiha pir bi nêzikatiyên paşve mayî re rû bi rû ye. Wekî nêzîkatî Rêbertî vana rexne dike û di salên 93'an de artêşbûna jin dixe rojevê. Ji ber texlîlên Rêbertî digîhîje wê astê ku, 'jin azad nebe, civak jî azad nabe ye'. Li ser vê esasê, roja şehadeta Şehîd Bêrîtan, 25'ê Cotmehê wekî mîlada artêş bûyina jin, tê pejirandin û YJA Star derdikeve ser rûpelên dîrokê. Artêş bûyina jin, beriya wî xwe dispêrê rêxistin bûyina jin ên qadên civakî û di çiya de şêrê gerîla yên jin. Ev di astekî de, ger mirov binirxîne,  şoreş di nava şoreşê de pêçandine, her wiha artêş bûyina jin, bi xelekên beriya xwe ve gihaşt asta YJA Star. Lewra mirov dikare êdî pirs bike, çima YJA Star? Çima navekî din nîne, bi taybetî YJA STAR ango Yekîneyên Jinên Azad ên STAR? Çiye wateya Star? Wateya navê xwe yê dîrokî zanîn girîng e. Lewra, ger navekî hebe, pêwîste armanc û sedemên hebûna wî jî hebin. Nav armanc dide diyar kirin, nav sedemên hebûnê di hundirê xwe de diparêz e. Star jî, divê watê de hem wekî armanc, hem jî, sedemên hebûna xwe di bîra civakê de veşartiye. Hindek tişt hene girêdayî bîra civakî ne. Rêbertî, di nîşeyên xwe yên hevdîtinê de, gelek caran ji parezerên xwe re dipirse; ''Ya Star, ma ev li gel we jî nayê gotin?'' û pir bi kelecanekî mezin, berdewan dike û dibê; ''Ew xwedavend, Îştar e', Îştar, Star û Stêrk e. Star, xwedavenda destpêkê ye. Xwedavenda yekemîn di zimanê me de bi navê Star hatiye pêşwazî kirin''. Hêza xwe ji dîrokê girtin, civakê di rastiyên dîrokî de dest girtin, rêbazên Rêbertî yên rejîma heqîqetê ne.  Star di hafizaya civakê de, xwedavenda evînê û xwedavenda parastina civakê ye. Star, strandin tê wateya parastinê, tê wateya şewq, stêrk, qaimbuyin, xurtbûyinê.   Jin, di dema neolotîkê de şerker in û civakê diparêz in. Niha jî, di Kurdistanê de dema tengavîyekî ango zehmetiyekî di qewime, dapîr û bapîrên me yekser dibên 'Ya Star', bangawaziya xwe ji Star re dikin. Hêna jî ev çand berdewam e, ev wateya Star ya dîrokî jî dide diyar kirin. Ev xwedavenda Sumer weke Nînhursag, Babîlî jî weke Gula Bau bi nav dikin, xwedavenda dayîk Star e ku li Mezopotamyaya Jorîn Kurd weke Stêrk jî bi nav dikin. Bi Sumerî Nîn= nasnava Xwedavendê, Hûr=çiya, gir, Sag=perçe, herêm, di vê wateyê de ye. Ji bo Mezopotamyaya Jêr çiya; li gorî ku Zagros û rêzeçiyayên wî ne, Navê Nînhûrsagê, weke delîlek e ji bo ku çanda xwedavendîtî ji çiyayan daketiye.

Nînhursag, dema xwedavenda herêma çiyayên Zagrosê bûye, di ser Enkî re bûye. Lê piştre, bi Enkiyê ku temsilkarê sembolîk ê çîna jor a Sumeriyan û şaristaniya dewletparêzê re, dibe yek ji çar xwedayên afirîner(An, Enlîl, Nînhursag, Enkî) “Dayîka kedê ya şaristaniya Neolîtîk pêş xistiye temsîl dike. Civaka li derdora dayîkê bilind dibe, weke sîmgeya xwedayîtî nasname qezenckirin e.” “Di zimanê Aryen de beriya dakevin deştên Ferat û Dîcleyê, temsîla xwedavenda navê wê Star e (piştre bi Akadî Îştar), rastiya dîrokî ya di çavkaniya mîtolojiya Sumer de bi balkêşî datîne holê. Weke berhema şoreşa çandiniyê ya Neolîtîk a çanda xwedavendê, hêza wê û bi Sumerî çawa dane veguherandin bi zelalî tîne ziman.”(3)

 Star parazvan e, Star parazvana hebûn û jiyana civakê ye. Divê em, wateya navê  xwe yê dîrokî baş bizanibin. Ne tesadûfe ku, di dîrokê de careke din, li Mezopotamya, li Zagros û Torosan bi navê STAR artêşekî jin hat ava kirin. Ev tê wateya vegera ser kokên xwe û li ser kokên xwe, ji nûve xwe şîn kirinê. Artêşa Star, YJA STAR li ser şopa Staran hatiye ava kirin. Ev pir bi wate û di heman demî de pir bi rûmet e. Di bingeha ava kirina YJA Star de, armanca, parastina jin, parastina civakê, parastina wekhevî û azadiyê heye. YJA Star, xwedî erkekî dîrokî ye û bi erka xwe ya dîrokî rista xwe dilîze. Di destpêka mirovahiyê de Star dihat çi wateyê, di roja me ya îro de jî gihiştiyê vê rastiya xwe ya dîrokî.

Di dîrokê du rûbar hene; yek desthilatdarî, ya din jî azadiye.  Xeta desthilatdarî bi xwe re şaristaniyê ava kir. Ya din jî bi xwe nirxên civaka xwezayî ne û ji destpêkê, heta niha, ji bo parastina nirxên civakî şerê berxwedaniyê dikin. Desthilatdarî, nûnertiya xeta îxanetê dike û li dijî nirxên civaka xwezayî, pêş ketiye. Xeta din, ya berxwedanî jî, rast xwedî derketina wan nirxên civaka xwezayî ne. Lê em dema li dîrokê mêze bikin, ên ku di dîrokê de di destpêkê de li nirxên civaka xwezayî xwedî derketine jin in. Lewma, ên li dijî wî derketine jî, yên bingeha şaristaniyê ava kirine ne. Di destpêka şaristaniyê de şaman, şef, zilamên şer heye. Lewra, ji aliyê van zilaman ve, di warê şerkeriyê de desthilatdariyekî dijî pergala jin, tê pêş xistin. Di vê wateyê de hindek lingên bingehîn ên desthilatdarî jî hene. Çine wana aborî û artêş in. Van her du mijaran ji bo desthilatdariyê nebe nabe ye. Lingên esasî ne, qadên jiyanê ne. Ji ber vê yekê, yekemîn karê van zilaman jin, ji van qadên jiyanê derxistin e.  Dema aborî tê gotin zilam tê bîra mirov. Dema siyaset tê gotin, zilam tê bîra mirov. Dema artêş tê gotin, dîsa zilam tê bîra mirov. Ji ber ku zilam di serxistina şerê xwe de, di van qadan de jinan têk biriye.   Van qadên ku em navên wan dibêjin, qadên herî bingehîn ên jiyanê ne. Ger jin di van qadan de tine be, tê wê wateyê ku jin hebûna xwe wenda kiriye ango jin, di jiyanê de bê parastin maye, ji jiyanê hatiye qewitandin. Em bala xwe bidinê, ger em bêjin aboriya jin nînê, tê wê wateyê derfetên jiyanî yên jin nînin. Ger em bêjin, mafê jin ên siyasetê, ên polîtîkayê nîne, tê wê wateyê jin hêza xwe ya biryarê wenda kiriye. Ger em bêjin jin, nikare şer bike, tê wê wateyê jin hêza xwe ya parastinê wenda kiriye. Vana wekî xelekekî bi hev re girêdayîne û ger vana nebin li wir îradeya jin jî nîne. Pêwîste, em ji nûve, xelekên xwe yên parastinê ava bikin. Ger em wateya xweya dîrokî nizanibin, em îro jî rast nikarin şîrove bikin. Wateya navê xwe zanîn divê wateyê de jî pir giring e.  YJA Star, hêviya serkeftina dîrokî ya jin e, di naveroka navê STAR de, bi dest xistina hemû qadên jiyanê heye.

Di dîrokê de kesên mohra xwe li dîrokê dane piranî zilam in. Navê jinê di dîrokê de hatiye wenda kirin. Şer, bi dagirkerî û desthilatdariya zilam pêş ketiye. Artêş jî, fermandar jî zilam in, jin di van karan de nîne. Di vê wateyê de jî, YJA STAR,  ji dîroka şer ên ku bi destê zilam ve hatiye nivisandin re bersivekî dîrokî ye. YJA Star, bi rêxistin kirina hêza jin, di nava hêzên parastinê de karaktera artêşan guhert. Wekî tevgerekî şoreşger PKK, ne tenê di dîroka şerên desthilatdaran de, di heman demî de, di dîroka şerên xwe parastinê de jî guhertin da ava kirin. PKK bi tevlî kirin û pêşengî dayina jinê re, di şerê artêşan de jî, di şerê gerîla de jî, guhertin da çêkirin. Di vê milê de ev mînak e. Di vê em vê bizanin. Em wekî hêzên parastina jin, me xwe bi navê Star rêxistin kir. Ev di heman demî de, ji nûve peyda kirina hebûna jinê ye.  Bi kurtahî em navê Star wisa dikarin bigrin dest.

 

Ji Dersa Zozan Çewlîk a Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 21 Temmuz 2024
Görüntüleme: 620

Waneya Hestan

 Ma em bi hestên xwe re di têkiliyê de ne? Di hestên me û têkiliyên me de kîjan fikir diyarkerin? Ango fikrên ku van hestan tine dihesibînin, înkar dikin, ji rê derdixin, bi tirs digirin dest hene? An jî fikra ku van hestan dibîne, nas dike, penase dike, bi rêxistinkirinê hedef dike hene? Bi qasî qebûlkirina hestên me û ew penasekirinê, çawa bidestgirtina van hestan jî mijareke girînge. Ev diyarbûna hestan di jiyana me de ye. Di tercîhên me de, biryarbûna me de, çalakiyên me de û bi awayeke giştî di her kêliya jiyana me ya şoreşgerî de ya ku xwe dide hîs kirin ev e. Em tine jî bi hesibînin, em înkar jî bikin cardin diyarker e. Em nepixandî, werimandi jî bidest bigrin, xwe bi xapînin jî, bi awayeke ne li rê bidest jî bigirin cardin diyarkerin. Lê di vê destgirtinê de bi awayeke neyênî nebaş diyarker dibin. Lê heger em guhdarî hîsên xwe bikin, em li ser hestên xwe yên xemgînî, acizî, kelecan hakim bin her wiha em bi hestên xwe re di nava têkiliyeke bi pîvan de bin, em vê bi ser bixin, em li qiraxa û qoziyan belav nebin ev hest dikarin di aliyên baş de jî rist bilîzin. Heta dikarin di aliyê başiyê de jî diyarker bin. Li gor nêzîkatiya xwe ya baş û bi tendurustî em hestên xwe û nêzîkatiyên xwe yên ji hestan re di jiyana xwe de li gor zeman û mekan bidin rûnişkandin em ê sûda erênî ji wan bigirin. Di aliyên pozîtîf de wê encam bidin. Bi baldariya van mijaran em bi hestên xwe re têkiliyên erênî daynin, wan di ber çavan re derbas bikin, em zindîbûna hîs bikin wê her roja derbas bibe bi me re fêrbûnên hosta bide pêşxistin.

Rêber APO têkiliyên xwe bi hestan re wiha dinirxîne; “Min hest-fikrandinên xwe, ya herî girîng jî keda xwe, hewildana xwe bi pîvaneke gelek zirav sazûman kir û gihand asta vê sazûmaniya zirav… Mîlîtaniyek partîbûnê dikarim pir eşkere bibêjim ku xwe paqijkirina ji hest û fikrên bi qasî spiyekê ne. Her tim xwe dawerandin e. Ez her roj xwe paqij dikim. Niha ez bibêjim ez rojê çend spiya dikujim dibe ku hûn loma ji min bikin, lê ez her roj dikujim. Ev paqijiyeke û kesên wiha xwe paqij kirine bilind bûne, yên bilind bûne bi serketine… Fesadî ketiye nava hest û fikrên we. Pir kirêt- nexweşike, zêde ne tûj û zelalin… Li fikir û hestên xwe yên rojane mêze bikin, we di keritînin… Hestên we heta radeya dawiyê ku we bi zêdehî ji hêzê dixin… Ev heqaretek mezin e!.. Divê hestên mezin, fikrên mezin, çalakiyên mezin li we werin, yê we bin. Yê min ji bo min besin. Pêwîstiya we heye, ji bo girtina mezinbûnên wiha hûnê çima di nava înkara de bin, hûnê çima bê xîret bin? Hûn pir feqîrin. Di her aliyî de hûn feqîrin. Feqîrê hestane, feqîrê xweşikiyan, feqîrê pîvanan, feqîrê hîsan, feqîrê aliyên siyasî, leşkerî, feqîrê terz, tempo, uslub in. Ev hemû bi were pir zêde ne. Wan fetîh bikin. Ya herî girîng jî feqiriya pîvan û terbiyê ye. Ev di asta herî jor de û bi lez derbas bikin. Dûbare diyar dikim, ez van çekan pir baş bikar tînim. Mînak ez jî însana hestiyar dikim. Ev hêza hestên gel yê niha dijmin qehr dike. Li derdora min bi hest bûyîn, ez hertim bibîr anîn, ez hertim anîna ser ziman tê wateya lêdana dijmine. Ji min hezkirin li dijmin dayîne. Herkes vê dizane ku min hestên xwe, heskirina xwe anîye vê astê. Min ev çawa pêşxist min çiqasî bi nazikî pêş xist? Ji bo avakirina van hestan min salên xwe dan. We dersa hestan qet ne dîtiye. Lê ev çil sale ez vê dersê dibînim.”

  ‘‘Dersa Hestan’’ terbiyekirina hestan, naskirin wan ji bo me dibe perwerdeya heya dawiya jiyana me. Heya însan dijîn hest jî dijîn. Ji ber vê perwerdekirina hestan, terbiyekirin, bi pîvankirin jî weke hûnerekê heya dawiya jiyanê berdewam dike. Qada hestan qada herî zehmet ya ku mirov dibêje; “min xwe perwerde kir, min xwe nas kir, min xwe tehlîl kir, naskir” bi xwe ye. Heger ne wiha bûna Rêber APO ne di got “Ev çil sale waneya ku ez dibînim eve”. Têkiliyên me bi hestên me re pêş dikevin. Em çiqas di ferqa wan de bin, wan perwerde bikin, em ê xwe baştir nasbikin. Heger hertim têkiliyên me bi hestên me re, parvekirina me bi wan re tine be û em hestên xwe zindî nehêlin em nikarin wan bi wate bikin. Heger em nikaribin hestên xwe bi wate bikin em nikarin wan perwerde jî bikin. Em wan perwerde nekin em nikarin polîtîk jî bikin.

Hest çiqasî bi tendurustî bin, aqil herikbar dibe û biberhem dibe. Xetimandina hestan, di kêliyê de eliqî mayîn, aloziyan jiyan bike, dibe sedema kesê xwediyê van hestan bibe wek gêjan. Çiqasî bi aqil û zekî be jî xwediyê van hestan dibin wek gêja. Ev hest mirov dikarin bibin berbi fikrên bi nexweşî. Ji ber vê guhdarîkirina hestan gelek girînge. Lê wek mîlîtanên azadiyê yên serkeftî, azadîxwaz, têkoşervan divê em bikaribin dengê hestên xwe, gotinên hestên xwe, çi didin hîs kirin, bi aqlê xwe bi vîna xwe bi zekaya xwe ya analitik û hestiyar guhdar bikin û binirxînin. Pêwîstiya hestan jî bi paqijkirin-dawerîn, safîbûn û zelalkirinê heye. Em bikaribin bi çavê dil, bi hîs û sezgiyên xwe yên hindirîn, bi dîtina hindirîn di aqil û vîna xwe de dawerînîn û li wan mêze bikin. Dema em wiha bikin em ê bibin însanê bi tewazun. Lê em hestên xwe bêserûber, serberdayî, bê pîvan, bê zanîn bihêlin bi hinek deman re teng bigirin dest an jî hestên xwe zêde bi werimînin û xwe werimî nîşan bidin, an jî em hestên xwe bi têkiliya zekaya analîtîk û hestiyar negirin dest û terbiye nekin dibe ku em, hem hestên xwe hem jî tendurustiya aqlê xwe wenda bikin.

 Di hinek kêliyan de tenê hestên me serwerin. Aqil di van kêliyan de ne li pêşe ji ber em li hay ji xetayên xwe nînin. Bi bîranîna van xetayan em dikarin li ser van kêliyan rawestin. Bi vî awayî em bi ceribandinên xwe yên xwebûnê tecrûbeyan digirin. Her wiha di kêliyên ku êş û çoşên pir mezin jiyan dibin de herî zêde hestên xwînsariyê pêwîstin. Çima? Ji ber ev herdû hest dikarin mirovan bibin berbi aliyên dijber jî. Di vê mijarê de şert û merc, mekan jî li ser hestan tesîr dikin. Hest jî dikarin şert û mercan diyar bikin. Şert û merc jî dikarin hestan tesîr bikin. Divê em van herdû aliyan hertim li ber çavan bigirin. Bi mêzekirinek dîroka me ya şer em dikarin xwe di perwerdeya hestan de derbas bikin. Em dikarin “dersa hestan bibînin”.

Rêber Apo dibêje; “Bi qasî ku têra hemû jiyanê bike û di her kêliya jiyanê de derbasdar be ji hestên sînorkirin û bes dîtinê re firsend ne dayîn. Rê nedayîna van hestan… Serkeftin heye, lê ketina hewaya serxweşiya vê serkeftinê bi vebirî nabe. Heya niha jî derûniyeke wiha ku li ser min heye ez ji we re bêjim. Dema ez bi ser dikevim ez nakevim hestên serxweşiyê lê nerehetiyek pêş dikeve. Ango azwerî, zewq û ked bi temamî ji bo afirandina serkeftinê pêş dikeve û ez xwe di nava pêvajoya qezencan de dibînim. Piştî ez tiştekî bidest dixim êdî ew ji ya min bûnê derbas dibe. Ew dibe ya herkesî.”

Weke vê em dikarin gelek ceribandin û biwêjan zêde bikin. Ji van ceribandina dersa hestan ya ku em bigirin bi gotina Rêbertiya me “yên hestên herî mezin bi armancê re bidin girêdan, pêwîst bike dikarin dijmin jî di nava van hestan de bicih bikin.” Rêber APO di gelek dahûrînên xwe de pratîkên me yên şer, ceribandinên me yên partiyê, têkiliyên me yên jiyana civakî, têkiliyên jin-zilam bi berfirehî bidest girtine û nirxandine. Em dikarin kurteyek ji van nirxandinan wiha parvebikin.

…Hûnê xweşikiyê bidest bixin, azwerî û hestan jî pêş bixin. Ji bo vê ez dibêjim hûnê hinekî lêbikolin û zanibin têbikoşin. Têkiliyeke hestan ya bê tekoşîn nabe. Dema ez behsa têkoşînê dikim ez nabejim hûnê çavê hev dû derxin. Divê mijarê de bi tu awayî ez hinekî ji we re nabim hêvî. Hûn di famkirina nakokiyê de û ya herî girîng jî di derbaskirina nakokiyan de bi terzê bi pîvan nizanin têbikoşin. Di têkiliyên we yên heskirin û hestan de, di bertekên we de bêpîvanî heye. Ger di hestên min de jî bêpîvanî hebûna ma wê têkiliya Kurdan çawa bûna? Weke min got, wê bifetisiyana, biçûna û ti pêşketin jî çênedibûn. Ev tehlûke ji bo we gelek berbiçave. Hinek bibin xwedî wîjdan.”

Ji bo ku têkiliyên me yên hestan berbi aliyên başiyê de biçin divê em bi têkiliyên xwe re di nava parvekirineke bi tenduristî de bin. Encax bi vî awayî em dikarin encamên bi tendurustî bigirin. Di biryarên me de, şekilgirtina tevgerên me, tevlîbûna me ya şoreşê de, erkên ku em bicîh tînin de rista hestên me hene. Em çiqasî van hestên xwe bi awayeke kûr û bihêz bidest bigirin û bizanibin em ê ewqasî encamên mezin jî bigirin. Eksî vê jî dikare jiyan bibe. Aqilê ku bi hest û hîsan berbi biryaran ve naçe, hîs û hestan guhdar nake, ji van biyanî bûye her wiha aqlê bê rûh jî bûyereke din ya girînge. Ma çima em di gelek kêliyan de hîs-hestên xwe guhdar nakin, şens nadin ajoyên xwe yên hindirîn û hestên xwe? Em wan guhdar nakin, cîdî nagirin her wiha rêya rast ku nîşanî me didin nabînin û şens nadin wan. Dibe ku tesîra zanistperestiya Ewrûpa û pozîtîvîzmê li ser hest û zîhniyeta me jî kiribe. Ji ber vê em nikarin van rengan bibînin. Ev tesîra aqlê pozîtîvîst ku li rovaja zanistperestî pêşxistiye wiha ye; “aqil û hest du diyardeyên dijberî hevin. Hêza aqil ji ya hestan zêdetire. Aqil ji hestan çiqasî were paqijkirin û xwerû be ewqasî zelal û sexlem di xebite. Lê heger hêza aqil li ser hestan kêm bibe wê demê wê kar tevlîhev bibin.” Dibe ku ev fikir tesîr li ser me jî kiribe. Divê em ji xwe bibirsin. Ne zekayek tenê bi hestan bi xebite, ne jî aqilekî tenê bi mantiqê hişk û zuha bi xebite me polîtîk dike. Ango di avakirina pergalek demokratîk û azad de me nake kesayeta azad ya bi tendurustî.

Heger têkiliya me bi hestên me re di asta ne pênasekirin, ne naskirin, ne girîng dîtinê de be û tine hesabkirinê de be ev rewşeke gelek bi tehlûke ye. Rewşa însaneke ku hestekî bi hêz û kûr jiyan neke jî cardin wiha ye. Ev bêhestbûne û pir bi tehlûke ye. Divê însan li ser hestên xwe yên ku aqil tesîr dikin, ji rê derdixin, di fetisînin jî hakim be, ji wan rizgar bibe, bi awayeke tendurustî ji wan dûr bikeve. Hevberdana ji van hestan pêwîste. Li hemberî hestên însan bê hişyarî, bêrêzî, girîngî nedayîna hestan jî kêmbûna ji însanbûnê eşkere dike. Heger ev neyên derbas kirin wê însan berbi sînorên tehlûkeyan ve bibe. Rêber APO berî niha bi salan bal kişandiye ser tehlûkeyên vê mijarê; “Ya herî xerab jî hûn bêhestbûneke muthîş jiyan dikin. Faşizm bi rêbazên şerê taybet, bi şerê derûnî ajoyên heywanî yên didin kolekirin bi derfetên kolekirinê ve dide girêdan û însan ji cewherê wê dide valakirin. Bi vê rêbazê pir bi tehlûke însanan birêve dibe. Ajoyan bi enaniyetê didin axaftin. Herkes bi awayeke tirsnak enanî bûye. Herkes dikare ji bo berjewendiyeke xwe ya besît bibêje “bila cîhan hilweşe, bila hemû civak bi dawî bibe”. Ev encam wan kesan jî nade jiyan kirin. Lê ev wek bîrdoziyeke faşîst hatiye pejirandin. Bê heste, ji xwe hestên faşîzmê tine ne. Faşîzm însana dike celad. Piştî ku faşîzm însana bêhest dike, ji dagiriyê re vekirî dihêle, bi kar tîne û her karî dide kirin”. Ji bo kes neyê van sînorên bi tehlûke divê mirov hay ji hestên xwe hebe, wan bizanibe, bi nav bike, mezin bike bi hêza fikir û felsefê bilind bike û polîtîk bike. Ev bûyerek jiyanî ye.

 

Komîteya Jineolojî Ya PAJK'ê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 22 Haziran 2024
Görüntüleme: 319

Di Fermandarî De Bandora Fikir û Baweriyê - 1

 

1- Rojhilata Navîn 'Baweriya Xweda'

       Di şerê fetih kirinê de di wateya baweriyê de, em mînaka, Rojhilata Navîn bidin. Mijara herî bi bandor di Rojhilata Navîn de di aliyê bawerî û fikir de şer pêş xistin de, Îslamiyet e. Li Rojhilata Navîn, fetîhên herî mezin kî kirine û li ser navê çi kirine? Teqez û bê nîqaş, li ser navên Îslamiyetê hatine kirin. Li ser navê Îslamiyetê şerê fetih pir hatine kirin. Bi navê baweriya xwedê şer hatiye kirin. Îslamiyet bi xwe, bi baweriya xwedê hatiye ava kirin. Di Îslamiyetê de, artêş tên ava kirin û bi artêş fetih pêk tên. Îslamiyet şûrê xwedê ye. Xwe bi şûr hakîm dike. Îslamiyet bi qasî, ji bo vê cihanê şer dike, ewqas jî ji bo cihana din şer dike. Di Îslamiyetê de, şer li ser esasê baweriyê pêş dikeve, gelek fermandarên wî jî derdikevin. Ji nîv girava Erebîstanê bigrin heta Rojhilata dûr tevgerekî fetihê pêş dixin. Bi vê rêyê nîviyê cihanê fetih dikin. Bê bawerî şer nabe, bawerî hebe, şer dikare pêş bikeve û berfireh xwe pêkan bike.

2- Îskenderê Makedon 'Fikra Helenîstîk'

Îskender, kurê Fîlîp yê qralê Makedon e. Fîlîp dema amadekarîya êrîşê Persan de, tê kuştin (B.Z 336). Piştî mirina Fîlîp, kurê wî Îskender dibe qralê Makedon. Îskender kesayetekî perwerde kiriye, bingeha fikrên wî ji aliyê Arîsto de tên amade kirin. Arîsto wî li ser felsefeya ku dibê; ''Hêza Yewnenîstanê heye, bibe desthilatê giştî cihanê. Lê ji bo wî divê kesê Yewnenîstan bi rêve bibe, tekane be, serê xwe li ber kesî netewîne û hetta qanûnan jî bikaribe bin pê bike.'' Çavkaniya fikrê Îskender Arîsto ye. Xeyalê Îskender ewe, bibe xwediyê welatekî ku roj lê dertê û lê diçe ava. Li ser fikra Helenîstîk berê xwe dide, Rojhilata Navîn û heta Hindan fetih dike. Fikra helenîstîk girêdayî çand, hûner û felsefeya Yewnan û belav kirina wî li cihanê pênase dike. Hindek dibên; Îskender xwestiye di navbera fikra rojava û rojhilat de peywendiyekî ango sentezekî ava bike. Ev pêla fikir ya ku Îskender daye destpê kirin re dibên Helenîzm. Lê di rastî de, Arîsto, ji ber ku mîstîsîzme biçûk dibîne fikir û baweriyên Rojhilat na ecibîne. Arîsto dibê, felsefeya Yewnanan li ser aqil pêş ketiye şenbertire û divê li herî hakîm bibe. Îskender jî li ser vê nêrînê perwerde kiriye, Îskender vê fikra Arîsto diparêze û dixwaze dewlemendiya Rojhilat dagir bike û fikra Yewnanan li ser Rojhilat serwer bike.

      Me behsa fikir kir, ev ji bo me giştî derbasdar e. Mijarekî ku em têde dikevin xeteriyê ev e. Ji bo Îskenderê Makedon çi dibên? Ew bi xwe giştî, 33 salan jiyan kiriye. Lê, di dîrokê de bi temenê xwe yê ciwan gelek cih fetih dike. Wê gavê yê Îskender dike Îskender çiye? Hedef û armancên Îskender in.  Hedefên însan dema mezin bin, wê gavê azweriya însan jî zêde dibe. Yewnan felsefê bi xwe didin destpê kirin, xwe wekî çavkaniya felsefê dibînin. Di dîrokê de, Balkanî û Ewrupî, gelek caran berê xwe dan, Rojhilata Navîn. Îskender wê gavê hêza xwe ji çi digre? Ger felsefeya Yewnan nebe, felsefeya Arîsto nebe, wê bi navê Îskender kesekî derneketiba. Îskender belkî jî neba Îskendar. İlhama Îskender ji çi tê, ji felseya Arîsto tê. Îskender berê xwe dide Rojhilata Navîn, ji ber Rojhilata Navîn bi gelek tiştên xwe wê demê bal dikşîne. Îskender heta Kurdistanê tê. Dema Îskender heta Kurdistanê tê, li wir şaristaniyê dibîne û matmayî dimîne, ji ber ku Arîsto bi xwe her dem Rojhilata Navîn, fikir û baweriyen wî biçuk dibîne û Îskender jî wisa perwerde kiriye. Lê Îskender dema tê Rojhilata Navîn dibîne, çavkaniyên gelek tiştan Rojhilata Navîn e. Gelek qral, pêşeng ji bo wî berê xwe dane Rojhilata Navîn. Di rastî de, şaristaniya Yewnanan nebe, felsefeya Arîsto nebe, Îskender nedibe Îskender. Îskender ji bo wê jî, ji rêzê jiyan nekir. Berê xwe da, Balkan û Qafkasan, lê herî zêde berî xwe da, Rojhilata Navîn. Di dîrokê de cara yekem yê ku Gatayên Zerdûştiyan, hildiweşîne Îskender e. Ji ber Îskender ji Rojhilata Navîn pir bandor dibe û dibîne ku ev çand wisa zû bi zû wê neyê guhertin, ne gengaze fikra Yewnaniya li vir serwer bike. Ji vî ditirse û ji bo wî jî pir tiştan hildiweşîne, xirab dike, bi taybetî li beranberî Kurdistanê kiryarên wî pir xirapker in. Ji xwe artêşa wî gelek caran bê bawer dikeve. Lê hêza Îskender heye ku artêşa xwe heta ber bi Hindan jî bimeşîn e.

Emê di rûpelên pêş de, bi ber firehî li ser taybetmendiyên fermandaran bisekin in. Lê di vir de taybetmendiyên Îskender çibûn, em hindek vana vekin. Artêşa Îskender, gelek caran tê ber bi bê biryar bûnê, tê ber bi belav bûnê, lê dîsa jî Îskender nasekine û fetih dike. Rixmê pir ciwan e, artêşa xwe kom dike û fetih dike, zafer qezenç dike, moral dide artêşa xwe û wî dimeşîn e. Ew artêşa xwe wisa li ser lingan digre. Yên din Îskender herî zêde bi çi bandor dibe, em wî vekin. Îskender, bi çanda Rojhilata Navîn bandor dibe. Îskender, dixwaze çi bike, yek jî ferqa tarzê Îskender çiye? Îskender, dixwaze senteza felseya Yewnanan yanî ya Makedon û şaristaniya Rojhilata Navîn bike. Di rastî de dixwaze fikra Yewnanan serwer bike û dewlemendiya Rojhilata Navîn jî bixe malê Yewnan û Makedonan ji bo gelek bajaran bi navê xwe ava dike, gelek çiya, deşt her wiha navên Yewnanî lê dike. Ew tenê fetih nake. Çandekî maddî aîdê Yewnanan jî li Rojhilata Navîn ava dike, ev nav hên jî derbasdar in. Di heman demî de, zewacan pêş dixe. Jiber dibîne, çanda Helenîstîk û fikra Aristo tê li ber çiyayên Kurdistanê disekine, nikare derbas bike. Kurdistan berhemên neolotîkê temsîl dike, çavkaniya fikrê diyalektîk yekem car li vir pêşketiye, Zerdûştî îfadeya vê tiştê dike, wisa ne hêsane ji fikrekî din bandor bibe, ew bixwe şaneya kokê ye. Îskender vê ferq dike û Gatayên Zerdûştan xirab dike. Îskender ji bo pêş de biçe zewacan pêş dixe armanca zewacên Îskender di bingehte ev in.  Îskender bi xwe jî bi prensesa Farisan re dizewice û bi gelek jinên Kurdan re jî leşkerên xwe dide zewicandin. Gelek leşkerên xwe bi jinên Farsan re jî dizewicîne. Îskender, pir ciwan e, bi rêbazê fetih kirin û bi tarzê zaferê, Yewnanan di dîrokê de gavekî pêş de dibe. Taybetmendiyê Îskender di milê fermandarî de, yê sereke, em dikarin bêjin mêze kirina wî yê gerdunê ye. Xwedî hêza fikir û armancekî ku vê fikrê belav bike ye, li pêşiya belav kirina fikira xwe de ti astengiyan nasnake. Hêza xwe heye ku artêşa xwe iqna bike û heta Hindan bibe. Di heman demî de, vana taybetmendiyên fermandaran ên sereke ne.

 

3-Napolyon 'Fikra Pere, Pere, Pere'- 'Pêla Birjuvaziyê'

      Em ji bo Ewrûpa jî Napolyon mînak bidin. Napolyon dibe li dij şoreşa gelan be, lê jiber em dixwazin, bal bikşînin bandora fikir û baweriyê emê mînaka Napolyon jî bidin. Napolyon xwe dispêre çi? Ji bo Napolyon mirov dikare bêjê ku xwe dispêre derketina kapîtalîzmê. Çawa tê gotin ji bo Napolyon, dibên 'xwedayê li ser rûyê erdê ye' wisa tê pênase kirin. Pêşengtiya çi dike? Napolyon, pêşengtiya fikrê kapîtalîzmê dike. Napolyon, di serdema derketina kapîtîlîzmê de dijî. Pêşengtî ji vî re dike. Yê pêşengtiya şaristaniya moderniteya kapîtalîzmê dike Napolyon bi xwe ye, Napolyon, fikrê kapîtîlîzmê belav dike. Ji xwe di serdema kapîtalîzmê de dijî û Fransa divê milê de li Ewrupa serkeşiya vê fikrê dike. Yê herî zêde pêşengtiya kapîtalîzmê dike, fermandariya wî dikê û li ser lingê wî dide sekinandin Napolyon e. Napolyon bivê bawer dike, îlhama xwe ji wir digre. Ji bo Napolyon dibên; 'xwedêyê li ser erdê ye'. Wisa xwe bi nav dike û wisa jî bandor dike. Lê di encam de, her çiqas bi fermanan şer pêk tîne jî di nava şerekî pir qirêj de rista xwe dilîze, fermandariya talan û diziyê dike, bi sed hezaran însan bi fermanekî xwe dide kuştin. Berhemên şoreşa Fransa ji bo gelan derxist holê bi destê kesên wekî Napolyon tên wêran kirin û dikevin bir desthilatdariya çîna birjuva. Lê her çiqas di dîrokê de rolekî xwe yên neyînî hebe jî aliyê ku em ji Napolyon bigirin ewe ku, bi fikirekî bawer e û ji bo wî dikare şerê xwe mezin bike. Ji xwe gotinekî dîrokî yê Napolyon heye, ew gotinên wî yên dibê 'pere, pere, pere' îro jî şiyara pergala modernîteya kapîtalîste.

4-Rojhilatê Dûr 'Doktîrîna Konfîçyus û Tao'

 

      Fermandarên li Rojhilatê dûr derdikevin cuda ne. Li Rojhilata dûr di şerde mêzekirina felsefîk li pêş e. Şer wekî huner girtina dest heye. Nêzikatiyên wan ji artêşê re, nêzikatiyên wan ji parastinê re, nêzikatiyên wan ji şer re cuda ye, di ilma şer de hindek taybetmendiyên wanên balkêş hene. Ew hêza xwe herî zêde, ji felsefeya Konfiçyus digrin. Doktrîna Konfiçyûs û Tao li ser şerê Rojhilatê dûr pir bi bandor e. Taoîzm, di bingeh de xweser bûyinê derdixe pêş, ev dibe sedem kû li Rojhilatê dûr perçe bûyin pêş bikeve û şerên di navbera qewman de gur bibe. Wekî alternatîfa doktrîna Taoîzmê, Konfîçyûs derdikeve û kevneşopiyê diparêze, dibê; rêzdarî ji yê beriya xwe re pîroz e û divê yek destî di welat de hebe. Doktrîna Konfiçyus rê li yek bûyina Çin û Japonyayê vedike. Li Rojhilatê dûr, şer û artêş encama fikir e. Dîsa Sun Tzu heye, rixmê ewqas dem derbas bûye, lê hîn jî tespîtên wî yê şer derbasdar in. Di pirtûka wî ya bi navê 'Hunera Şer' de gelek tespîtên girîng hene; li gorî Sun Tzu, divê şer zêde neyê dirêj kirin, dijminahî tiştekî baş nîne. Şiyariya Sun Tzu ya herî tê zanîn, dibê; 'Ger kesekî hem xwe, hem jî dijminê xwe nasneke wê teqez bin bikeve. Ger kesekî xwe nas bike, lê dijminê xwe nasneke dibe bi ser bikeve, lê ev tesaduf e. Lewra ger kesekî hem xwe hem jî dijminê xwe baş nas bike, wê teqez bi ser bikeve'. Di hunera şerê xwe de, bi girîngî xala îstîxbaratê dest digirin, di heman demî de şerên xwe bi ziravtî bi rêve birin, di hurgiliyan de kûrbuyin mijarekî girêdayî felsefeya jiyanê ye ku di şer de bandora xwe çê dike. Şerê Çin û Japonan xwe dispêre xweza, milê metafîzîkî pir li pêş e, xitabê dilê civakê dikin. Hem di milê fikir de xurt in, hem jî di xistina meriyatê de xwedî çalakî ne. Dîsa di artêşên wan de Samuray hene. Di felsefeye wan a şer de mamoste û şagirt hene. Di navbera mamoste û şagirtan de, têkilîkiyên murîd û murşîdî heye. Samuray kesên fedaî ne, xwe razandina armancê di van kesan de li pêş in. Hêzên îdeolojîk û felsefîk in, şer bi ziravtî dimeşîn in, binkeftinê ti car qebûl nakin. Çanda Samuray xeta leşkertiyê dide diyar kirin, van kesên dibin Samuray di temenên pir biçuk de tên amade kirin. Pir bi dîsîplenekî mezin, tenê ji bo zaferê tên perwerde kirin, dema bin dikevin xwe dikujin, ji ber ku binkeftin di çanda leşkertî de wekî bê rûmetî tê dîtin. Dîsa sazîbûna Samurayan wekî hêzên taybet e, yekser girêdayî qral in. Divê qralên xwe bi berdêla canê xwe biparêz in, ger nikaribin qral biparêz in û qralên wan bê kuştin, ew ji erk tên xistin û wekî Ronîn tên bi nav kirin. Çîna Ronînan ji bo Samurayan bê rûmetî ye û li ser navê wan lekekî mezine, ew ji bo dîsa bibin Samuray û bi rûmeta leşkertî bijîn, gerek tola xwe rabikin. Felsefeya wan ewe; '' Em û dijminê xwe, di bin sîwana heman asîmanê de najîn, ya ewê bimirin, ya jî emê bimirin'. Ev felsefeyeke û sazîbûnekî gelekî xurt e. Di armanc de yekbûyin, di pêk anîna erkê de xwe kîlît kirin û teqez serkeftinê hedef kirin têşeya fermandariya Rojhilatê dûr daye diyar kirin. Leşkertî û rûmeta leşkertî parastin wekî çandekî pişt re di giştî fermandarên wan de pêş dikeve û dema fermandarên wan, bin dikevin yekser bi gotina wan''harakîrî'' hildibijêrin yanî xwe dikujin. Felsefeyeke wan bivê rengî heye Taybetmendiyekî Rojhilatê dûr yek jê jî, di şerê wan de jin, li pêş in. Hetta, jin di nava wan de pir şerker in, hem bi zanistî, hem milê ruhî, hem jî di milê hunerî de li şer mêze dikin, di artêşan de pêşengtî dikin. Ev taybetmendiyên wan xas in. Lê aliyekî din ên Rohhilatê dûr kesayetên wekî, Atîlla û Cengiz Xan jî hene. Ev kesan, felsefeya xwezayê, di milê îktîdarê de digrin dest, wisa nêzî vê felsefeyê dibin. Dîsa jî ji ber nêzikatiyên wan felsefîk in, her çi dibe milê desthilatdarî, her jî çi milê civakî, di encam de ji ber nêzikatî di milê fikir de pêş dikeve, di şerê xwe de serkeftî dibin.

 5- Kurdistan 'Diyalektîka Zerdûşt'

      Em minakek ji Kurdistanê jî bidin. Di Kurdistanê de; dema îdeolojiya Zerdûştî heye, li wir kesên wekî Kawayê Hesinkar derdikevin. Emê pişt re bi berfirehî li ser bisekin in, lê ji bo fêm kirina hêza fikir, mirov dikarin mînaka wî bidin. Kawayê Hesinkar, li beranberî Dehakan şer dikin, têkiliyên Kurdan di wê demê de bi derdor re di asta stratejîk pêş dikevin. Bandora fikra Zerdûştî bi Kurdan re, gelek deskeftiyan dide qezenç kirin. Hêza fikir û hêza aqile, civakan bi hêz dike û ji êrişên derva diparêze ye.

 

Ji Dersa Zozan Çewlig A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Haziran 2024
Görüntüleme: 649

Zekaya Hestiyar

‘‘Di fikrandina rêbaz û pergala zanînê de bêyî ku em zîhna xwe baş nasbikin, encamên em bigirin bi tesadûfîne. Niha em van encaman baştir fam dikin. Encax bi penasekirina kûr û rast ya zîhnî û bi bijartina azad ve girêdayî (azadiya civakî) wê rejîma me ya rêbaz û zanînê ji famkirinên me re bersivên rast peyda bikin. Di nava şert û mercên wiha de xebatên me yên bi rêbaz û bi berhevên zanîna rast şensê me yê azadiya civakî û kesî zêde dibe.” Bi van nirxandinên Rêber APO yên kûr em şertê serkeftinê di hestan de fêr dibin. Di heman demê de girêdana hestan bi zîhîn an jî fikrandinê fêr dibin. Avaniya zîhniyeta xwe fêr dibin. Ji xwe armanca vê giştînameyê jî eve. Naskirina hestan û polîtîk kirina hesta ye. Her wiha famkirina hestên xwe û polîtîk kirina hestên xwe an jî bi rêxistinkirina hestên xwe wê encamên vê nivîsê baştir destnîşan bikin. Pê bihîstin, bihîstin, hîs kirin, hestiyarbûn, bihîsbûn, tesîra bi bihîstinan, bi pêhesînan hevdû tesîr kirin… Ev peyvên bi hestan ve girêdayî yên me rêz kirin hemû berî pêşketina fikir tên. Di her civakê de asta pêşketina mirovan di aliyê hest-ruh de bi awayeke cuda çêbûye. Ji hev gelekî cihêrengin. Lê di koka hemûyan de di destpêka wan de di serî de di dema civaka xwezayî de zekaya hestiyar heye.

Her fikir-hestên bi awayê takekesî ku em jiyan dikin ji axa me, haveynê me her wiha ji civakbûna me ne qûtkiriye. Ji ber ku di kesayeta Rêber APO de zanebûna dîrokî û civakî ya hestan diyarker bû û xwedî zanîna dîrokî ya pir kûr bû têkiliyên xwezaya yekem û xwezaya civakî bi hevdûre şekil girtine û di pêşketina civakbûnê de jî hest bûne navenda pêşketinê. Bi deh salan li ser hêza hest û hêza fikir ya tesîra xwe li ser sekna rojane dike û têkiliyên di navbera wan de lêkola, tahlîl kir. Rêber APO vê zanebûnê di paraznameyên xwe de bi van gotinan destnîşan dike. “Berî zimanê hêmayî hemû terzên fikir bi aqlê hestiyar pêk dihat. Taybetmendiya aqlê hestiyar ya herî girîng bi tesîrbûn û tesîrkirina xwe ya fikrandina hestiyari ye. Bi hestiyarî fikrandin rewşa jêvenegere. Ji dile, bê derewe, ji hîleyan dûre… Asta zekayê hestiyare. Ya rastî qerektera hestiyar ya zekayê li pêş e. Aliyê zekaya hestiyar ya bingehîn xebitandina bi refleksa ye. Ajoya hindirîn jî zekaya hestiyare. Lê nifşê zekaya herî kevne (heya dema hucre-şaneya yekem diçe). Terzê xebitandina zekaya hestiyar li hemberî bûyeran bi bertekên nişkave bersivdayîne. Weke xebitîna otomatik bersiv dide. Pergalek wiha di nav de heye. Bi vê terzê xebitîna xwe rista xwe parastinê pir baş pêk tîne. Em dikarin di nebatan de jî vê terzê xebitîne bi rehetî bibînin. Di nifşê însan de digihêje asta xwe ya herî pêşketî. Xwe gîhandina asta zekaya pênc pêhesan…bi qasî di însan de di navbera wan pênc pêhesan de hevgirtin û koordinasyona pêşketî heye, di tu zindiyên din de ewqasî bihêz pêşneketiye. Bê gûman deng, dîtin, weke tam girtin di gelek zindiyan de ji ya însan zêdetire. Lê belê her pênc pêhesîn bi hevdûre xebitandin bi awayeke komple bikaranîn tenê di nifşê însan de li pêşe… Taybetmendiya herî girîng ya zekaya hestiyar girêdana bi jiyanê re ye. Parastina jiyanê erka bingehîne. Di parastina jiyanê de gelekî pêş ketiye. Nebe nabeya jiyanê zekaya hestiyare. Divê ev aliyê wê tu carî neyê biçûk dîtin. Bi sifir xeta di xebite. Em vê wek bersiva bi carekê re nabêjim. Bêpariya ji vê zekayê, jiyanê ji gelek tehlûkeyan re vekirî dihêle. Nirx û rêzdayîna jiyanê, bi radeya pêşketina zekaya hestiyarî re girêdayî ye. Çavdêriya tewazûna xwezayê dike. Em dikarin bibêjin ev zeka ya jiyana xwezayî pêk tîne. Em bi tevahiya cîhana xwe ya hestan deyndarî vê nifşa zekayê ne. Di nifşê însan de pêşketina hevgirtî ya zekaya hestiyar û di navbera pêhesîndan de şensê bihevre girêdanê jî pêş dixe. Di serî de deng, dîtin, tam girtin di navbera hemû pêhesînên me de têkiliyên hîssî ava dike û tevgerên bi zeka pêş dixe.”

Zekaya ku însan dike însan zekaya hestiyare. Ev nifşa zekayê di civaka xwezayî de di rêza pêş de ye. Di pêşxistina felsefeya jiyanê de diyarkere. Di cîhana me ya roja niha de ev felsefe hatiye parçekirin û diyarbûna wê di nava jiyanê de gelekî lewaze. Her çiqasî lewaziyên wê hebin jî em dikarin şopên wê bibînin. Di pirtûkek bi navê Perwerdeya Dara Biçûk de behsa perwerdeya bapîr û dapîra zarokekî çermsor tê kirin. Di wê pirtûkê de mînaka kûçikan wiha tê dayîn. “Dema kûçik zêde bi kelecan dibin hestên wan ji pêhesînên wan zêdetir dibin. Pêhesîn dikevin pişt hestan û ev bi însanan re weke kûçikan derdikevin pêş. Ev rewş însana gêj dike. Min bi çend caran ev rewş dîtine…” Ev zimanê vegotinê ji bo me vê destnîşan dike. Di navbera pêhesîn û hestan de girêdanek raste rast û nêz heye. Di heman demê de di zindiyên din de jî ev derbasdar e. Bi hemû aliyên jiyanê ev dapîr û bapîr hewil didin neviyê xwe perwerde bikin. Em jî dizanin ku însanekî pir zêde bi hestan tevbigere pêhesînên van însanan bi tenduristî na xebitin. Bi mînakên jiyanî em van dibînin. Dema em zêde bi kelecan bibin û vê bi kontrol derbas nekin guhê me dike çingînî, ji derdora me deng tên guhê me. An jî em dengên derdora xwe nikarin bibihîzin. Dema em zêde asabî dibin û xwe kontrol nekin em nikarin kêra ber piyên xwe bibînin û em ê pêlê kin xwe birîndar bikin. Divê pêhesînên me hestên me yên ku bi rêya wan pêşdikevin bê xebitîn nehêlin û hevdû bi aliyê neyênî tesîr nekin.

Di vir de hîs, pêhesîn û dîtina dil dikevin tevgerê. Tevî van aqlê me jî dikeve tevgerê ango zekaya me ya analitik dixebite. Li ber avên Kolombîya yê masîgir ji bo “zimanê ku rastiya dibêjin vebibêjin” gotina “sentîpensante” bikar anîne. Ev tê vê wateyê; “bi hîskirinê fikrandin”. Her wiha di vê ferqê de ne, rast gotin bi hîskirinê re di nava girêdanên ku ji hev nayên qutkirinê de ne. Ev hest û fikir di zimanê xwe de jî bikar anîne. Ev mînak bihevrebûna zekaya analîtîkî û hestiyar ya civakî dide nîşandan. Di rastiyê de ev bihevrebûn di kokên kevin ên civakî de pêş ketine û wek denge-tewazun pêşketine heya niha jî berdewam dikin. Mirov dikare bi gelek mînakan vê rewşê rave bike.

Bi penase kirin û ketina ferqa hestên xwe girînge ku em zekaya xwe ya hestiyar jî zindî bikin û pêş bixin. Weke Rêber APO jî dibêje: “Bi hestên xwe fikirandin”. Wek masîvanê Kolombîyayî gotiye bi hîskirinê fikirandin, wek zanayê kal yê çermsora gotiye jinûve zindîkirina têkiliya hest-bêhesîna bi tenduristî em jî bikaribin rast bi dest bigirin û zindî bikin em dikarin perdeyên sexte û reş li ser hestên xwe rabikin. Cardin heger em vê bi ser bixin em ê bikaribin pêşiya aqlê xwe yê tahlîlî ku hestên me dext dike, hestên me tine dike bigirin.  Hemû hestên me yên însanî me di nava zeman û mekan de dixe nava tevgerê. Hestên me aqlê me yê ku hîs dike ye. Ev aqil ji ber di destpêka gerdûna zindiyan de pêş ketiye gelek bihêze. Em çiqasî bikaribin hîssên xwe, hestên xwe û ajoyên xwe yên hindirîn zindî bihêlin aqlê me wê ewqasî bi tenduristî û bi hêz bi xebite. Wê aqlê tahlîlî hertim were têrkirin. Weke zanistperestî îddîa dike dema yek pêş dikeve aliyê din lewaz nabe. An jî herikîna xwe ranawestîne. Divê aqlê analîtîk hertim bi aqlê hestiyar, aqlê hestiyar jî hertim bi aqlê analitik were têrkirin. Ev jî tam dibe daxwaza Rêbertiya me ya polîtîk kirina hestan. Bi parastina hevdû, bi pêşxistin û mezinkirina hevdû, însan aliyê zîhna xwe ya nerm û afirêner di înşakirina civaka azad de bikar tîne. Her wiha polîtîk kirina hestan pêşxistina civaka azade. Ev hêza fikir derxistina holê ye.

 

Komîteya Jineolojî Ya PAJKê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 21 Nisan 2024
Görüntüleme: 334

Di Fermandarî De Bandora Fikir û Bawerıyê

     Bi berfirehî me diyar kir, du xetên fermandarî hene. Yek; fermandarê dagir dike ye, yên din jî; ji bo civaka xwe şer dikin û nirxê civaka xwe diparêzin. Yek; di xeta fetih kirinê de, di xizmeta dest hilatdarî de, mora xwe li dîrokê didin. Ya din jî; di xeta civaka exlakî û polîtîk de, ji bo civakê, ji bindestî û koletî rizgar bikin, pêşengtî dikin. Wekî mînak; ên di xeta desthilatdarî de, Îskender, Napolyon, Krasus hwd. in. Ên din jî, li hember fetih kirinê yên ku civaka xwe parastine ne. Wekî mînak, Giap, Zedung, Che Guevara, Star, Tîamat in.

Em wekî jin bi mêzekirinekî jîneolojîk fermandariya jin, bi mîtolojiya Tîamatan didin destpê kirin. Ev serdemekî ye, ji ber rastiya jin nehatiye nivisandin, wekî fermî di vê derheqê de tenê mîtolojî hindek agahiyan dide me ango em jê sûd werdigirin. Li gorî zanistên em bi dest dixin de mirov dikare wiha şîrove bike: Di dema Tîamat de, jin ji hêza xwe dikeve, bi ketina xeta Tîamat, êdî serdema sazî bûyina zilam destpê dike. Rixmê beriya wî, jin pir şer dike, lê nikare pêşiya sazî bûyina zilam bigire. Tîamat tekoşîna xwe berdewam dike, ti car pes nake û ji xeta Xwedawendan nazivire. Di pirtûka jîneolojî de di derheqê Tîamat de wisa tê gotin; ''Xwedawenda dawîn a dema hevsengê û sembola destpêkê ya nasnameya jinê biçûk hatiye dîtin, hatiye reşkirin û bêfezîlet û xerab hatiye nîşandan Tîamat e, bi navê wê yê din Dayîka Hubur. Xwedawenda deryayê Tîamat, beriya her tiştî hebûye, bi xwedayê ava şîrîn Apsû re digihên hev û xweda jî têde, her tiştî dizên. Dayîka ejdera pirserî ya tirsnak a dixwaze pergala gerdûnê xera bike, hêzeke tarî ya tevliheviyê çêdike, afirîner û dayîka her tiştê di gerdûnê de, erd û esman jî têde, Xwedawend û hêza tevahiya gerdûnê afirandiye''.

Di B.Z. 2000’an Tîamat, ji aliyê Mardûk ve tê kuştin. Her wiha piştî çaxê ku Xwedawend tena serê xwe li lûtkeya hêza xwe bûne, çaxê Xwedawendan ê bi têkoşînên mezin di hevsengê de mane tê qedandin. Piştî mirina Tîamatê, gav bi gav pêvajoya ku xwedayên mêr bi serê xwe li textê Xwedawendîtiyê ya dayîkê rûdinên pêş dikeve. Êdî ne mumkine mirov Xwedawendê bi tena serê xwe bibîne. Ew êdî weke endameke panteonan li ba gelek xwedayên bi wan tên perestin re cî digire, lê ji hêza xwe, xweşikahî, nav û maneyên xwe gelek hatiye dur xistin. Li hember hewldanên sazkirina desthilatdariya monîst a xwedayên mêr, ji B.Z. 2000’an heta mîladê di 2000 salan de jin, pir zêde li ber xwe didin. Ev serdem îfadeya tebeqeya sêyem e. Demên bi desthilatiya nêr re di nav têkoşînek de ye û dawî jî ya bi qetilkirinê yan jî ji hêz û nasnameya xwe tê dûrxistin û têk diçe ''.

Tîamat, di serdemekî wisa de di berxwe dide hemû zirûf ji bo binketina jin hatine temam kirin. Lê Tîamat wekî fermandar derdikeve pêş û bi hewildanekî pir mezin, dixwaze textê Xwedawendan biparêze. Tekoşîna Tîamat ne li ser esasê kû desthilatdarî bidest bixe ye. Tîamat ji bo nirxê civakê şer dike. Profesor Henrî Frankfort di pirtûka xwe ya bi navê Kînship and The Gods a (Xizmayetiya Xwedayan) di 1948’an de belav kiriye de dibêje; '‘Xwedawend li Mezopotamyayê hebûna herî bilind e’' û berdewam dike; '‘Ji ber ku jin weke çavkaniya jiyanê dihat hesibandin. Her wiha xweda jî ji eslê wê tê, weke kurê wê dihat pênasekirin. Di merasîmên zewacên pîroz de ji serî heta dawiyê pêşengî di destê Xwedawendê de ye. Di rewşa ku di gerdûnê de her tişt di nav tevliheviyê de ye jî jin Tîamata pêşeng, Apsû jî temamkerê wê yê mêr bû.'' Ev agahî jî nîşaneya armanca şerkeriya jin e. Jin ji bo takakesiya xwe ango ji bo hêz bi dest bixin nakevin şer. Jin ji ber sedemên nirxên civakê biparêzin şer dikin, li beranberî desthilatdarîya zilam disekinin. Her çiqas Tîamat bi destê kurê xwe jî tê kuştin dîsa jî şerê xwe didomîne. Li vir tiştê bala mirov bikişîne ev in. Yek, israr buyina jin di pergala exlakî û polîtik de pir li pêş e. Du; Marduk kûrê Tîamat e, lê Tîamat ji aliyê wî ve tê kuştin. Bi gotinekî din; êdî afirîneriya jin, li beranberî jin wekî çekekî tê bi kar anîn. Li vir hêza jinê ya zayinê tê lawaz kirin. Di van zirufan de Tîamat di berxwe dide û ji civakê re pêşengtî dike, ji ber di demên têk çûyinê de pêşengtî dike, mirov dikare bêje fermandar e. Di rastî de Tîamat Xwedawend û fermandara şerê herî dijwar e.

Fermandarên hêza xwe ji gel digirin û ji bo nirxên civakê şer dikin xeta fermandariya jin diyar dikin. Tîamat, Spartakus, Hektor di vê xetê de ne. Dîsa di bi rêbazê gerîla yên di vê xetê de şer dikin; Giap, Hoşîmî, Mao, Che Guevara her wekî din gelek hene, em hêza xwe ji wan digirin.

Kîjan serdem dibe bila bibe, kîjan feraset dibin bila bibin, fermandarên derketine xwe li ser birdoziyekî rêxistin kirin e. Ger birdozî nebe, bawerî nebe nikarin pêşengtî bikin. Her fermandarekî derketina xwe, dispêrin îdeoloji û felsefeyekî. Ev ji bo îro jî derbasdar e. Ev taybetmendiyên hevbeş yên fermandar in.

 

Ji Dersa Zozan Çewlig A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Nisan 2024
Görüntüleme: 325

ÇIMA SOSYOLOJIYA AZADIYÊ ?

Rêber Apo bi paraznameya 5’emin a bi navê ‘Parastina Gelekî’ re paradîgmaya heyî guhert. Aliyê tarzê fikrandinê û heman demê de şênber kirina vê fikrê de paradîgma hate guhertin. Heta salên 2003 û 2004’an jî wek rêxistin paradîgma me li ser esasê Marksîzim, Lenînîzim bû. Gor xwesertiya Kurdistanê û gor rastî û fikrê Rêber Apo hinek guhertin jî hatibûkirin û cudatir dihat dest girtin. Lê esasê de mêzandina me ya cîhanê, tarzê fikrandina me hemû li ser van bingehan bû. Modela me Marksîst û Lenînîst bû. Hem xeta şer de, me şerê demdirêj ya gelan ya Çîn û Vîetnamê esas digirt, aliyê me yê partî û siyasî de jî modela me Marksîst bû. Lê Serok Apo bi vê pareznameyê arternatîfek danî holê. Wek fikr û hişmendî alternatîfek danî holê heman demê de ew paradîgma çawa şenber bibe, çawa jiyanî bibe, em wek tevger xwe çawa rêxistin bikin, emê xwe li ser esasê kîjan paradîgmayê bigrin dest û têbikoşin, Rêber Apo bi paraznameya Sosyolojiya Azadiyê bi awayêk şênber datîne hole. Bêgûman ev fikirandin berê jî Rêber Apo de hebû, ji paraznameya Atîna de jî nirxandinên li ser vê mijarê heye. Lê Rêber Apo paraznameya Sosyolojiya Azadiyê de hîn bi awayêk şênber datîne holê. Ji ber wê Rêber Apo paraznameya Sosyolojiya Azadiyê bi awayek alternatîf derdixîne. Wateya paraznameya Sosyolojiya Azadiyê wateya paradîgma ya me ye. Paradîgmaya me; li ser esasê Ekolojîk, Netewa Demokratîk û Azadîxwaziya jin de xwe ava dike. Modela me ya nû Demokratîk Modernîte ye. Ev paraznameya Rêbertî jî van modelan pênase dike. Netewa Demokratîk çiye? Şaristaniya Demokratîk çiye? Bi awayek berfireh digre dest û dinirxîne, ji ber vê paraznameya Sosyolojiya Azadiye gelek girîng e.

Serokatî pevajoya ku dest bi nivîsê Sosyolojiya Azadiyê dike, ew pevajo serê xwe mîna romanekî dagirtî û bi wate ye. Di wê pevajoyê de cezayê hûcre ji bo Serok hatiye birîn, heman demê de pirtûkên zêde ji Serokatî re tê qedexe kirin. Dema Serokatî dixwaze binivîse wê çaxê jî qedexe ya lênûskê lê tê dayîn. Armanca dijmin ew e ku Serokatî nêrînên xwe nenivisîne. Ruxmê van nêzikatiyan jî Serokatî hemû mijarên ku lêhûrbûn dike, di mejiyê xwe de digre û jiber dike. Piştî ku qedexeyê lenûsê radikin, lenûsan didin. Wê çaxê Rêber Apo dibêje; ‘Bêyî ku qedexeyek din bînin ez hewil bidim nava hefteyek de tiştên ku min jiber kiriye derbasî rûpelan bikin.’ Serokatî nava hefteyekî de ew tiştên ku jiber kiriye derbasî rûpelê dike. Piştî wê vê carî qedexeya penûsê didin Serokatî. Yanî ev parazname rewşên gelek zor û zehmet de hatiye nivîsandin. Serokatî piştî lêhûrbûnên kûr nava hefteyekî de derbasî rûpelê kiriye. Ev parazname nava hefteyekî de hatiye amade kirin.

Serokatî dibêje; ‘Dema min dît mirov perçeyek ji gerdûnê ye, madem hafiza gerdûnê ewqas firehe û dikare her tiştê tê de cih bike, wê çaxê mirov jî xwe biêşîne, hafiza mirov jî ewqas esnek e û firehe, dikare pir tiştî tê de ava bike.’

Şaxsê Serok de bi awayek şênber tê dîtin ku ka hafiza mirov çiqas esnek û fireh e. Ev parazname di şert û mercên bi vî rengî de hatiye amade kirin. Ev parazname ya ku ji aliyê dijmin de di bin zextan de hatiye amade kirin, pewîste her hevalekî ango her neferên ku jê sûdwerdigrin bi dil û rih mejiyê xwe de cih bikin. Rêber Apo tu parazname ango tu pirtûk û nivîsên xwe de tu caran parastina xwe ya şaxsî nekiriye. Wek kesek vê yekê ne nirxandiye. Serokatî xwe wek şexs nagre dest. Ji xwe di şexsê Serokatî de gelê Kurd nayê nas kirin. Şexsê Serokatî de Kurdê azad nayê nas kirin. Şaxsê Serokatî de azadî nayê nas kirin. Serok Apo îro li Îmraliyê de ne tenê berdêlê azadbûna gelê Kurd dide, berdêla şoreşa hemû civakê dide, berdêla azadiya jin dide. Ji ber rabûna Serok ji bo ser van nirxan bû.

Dadgeh kirina Serokatî ne hiquqî ye. Biryarên ku li hemberî Serokatî tê dayîn biryarên siyasî ne. Bersiva Serokatî jî li hemberî hemû hêzên qomploger, emperyal pêş xistina fikr û felsefeya azadiyê ye. Serokatî li Îmralî ye êrîşên hemberî van hêza bi îdeolojî û bi felsefeya xwe bersiv dide û hemberî pergalan bi pergalekî cûda erîşan vala derdixîne. Serokatî erîşên ku li hemberî wî pêk tê dizivirînî şerekî siyasî û îdeolojîk. Nîşan dide ku kesê ku tê dadgeh kirin ne bi xwe ye, kesên tên dadgeh kirin hêzên serdest, hêzên qomploger û hêzên modernîteya kapîtalîst e. Serokatî bi seknê xwe nîşan dide ku ‘hûn nikarin fikrên min dîl bigrin.’ Ji ber vê navê vê parazname Sosyolojiya Azadiyê hate bi nav kirin.

Serok Apo gelek lekolîn kiriye û xwendiye. Mîna deryayek xwedî zanistekî kûr e. Gelek fîlozof derketine, gelek kesên zana û xwedî fikir ji bo azadiyê têkoşiyane, lewra Serok dibêje; ‘Vê carî pewîste azadî ser bikeve.’ Li dîrokê de ceribandinên ku ji bo azadî pêş ketine pir zêdene. Mijarên azadî, demokrasî, wekhevî û hwd. bi Kurdan destpênekiriye. Raste ferq û cûdahiya gelê me yê Kurd heye lê bi me destpênekiriye. Gava ku desthilatarî destpêkir, mirov dikare bêje nêzî 5 hezar sal û şûndetir berxwedaniya gelan, serhildanên mezin, berxwedaniya jinan a etnîsîte a ol, mezhep, karker û cotkaran gelek berxwedanî çêbûye. Lê rengê berxwedaniyê her serdeman jî heman tişte, armanc xwe gihandine azadiyê ye. Gelek berdêl hatine dayîn, gelek alternatîf jî hatiye peyda kirin. Lê encam çi bûye? Encam mîna ku tê xwestin nebûye. Azadî ne hatiye dest xistin. Mirov dikare vê pirsê pirs bike. Gelo sedem çiye ku hemberî ewqas berdelên giran buha azadî çima nehatiye desxistin? Gelek kesên ji bo azadiyê tekoşîn dane heye. Serok Apo mînaka wan jî dide. Mîna Îsa, Manî, Zerdûşt, Babek çima ser neketin? Kurd çima serneketin ango ji Marks çima serneket? Reel Sosyalîzma ku Rusya’da şênber bu çima serneket? Nêrînên wan baş bû, gelek berdêl jî dan, heta bawer kirin ku Sosyalîzmê bînin cîhanê. Lê çi bû sedem ku pêk nehat? Serokatî van mijaran hemû lekolîn kiriye, kemaniyan peyda kiriye û lewra bi awayekî şênber dibêje; ;‘Vê carî pewîste azadî ser bikeve.’

Kemasiya serneketina wan ne berxwedanî bû. Gelek berxwedan, berdêl jî dan lê dîsa jî serneketin. Ev jî tê wê watê ku kemaniyek heye, ternekirinêk heye. Wek encam negihîştin azadiyê. Ji ber vê ji bo dest xistina azadiyê Serokatî fikrê xwe mîna alternatîfêk datîne holê. Alternatîfa Serokatî çiye? Sosyolojiya Azadiyê ye. Rêber Apo bi altêrnatîfa xwe vê yekê dibêje; ‘Divê azadî vê carî şênber bibe.’

Sosyolojiya azadiyê tê watêya civakbûna azadiyê yanî şênber bûn û edî wê jiyan kirin. Azadî pêwîste civakî be û were jiyan kirin. Ji ber wê ‘Sosyolojiya Azadiyê!’

 

Ji Aqademiya Mahsûm Korkmaz a Ji Perwerdeya Sosyolojiya Azadiyê hatiye berhev kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 27 Mart 2024
Görüntüleme: 315

Rêber Apo Legerînvanê Şênber a Azadiyê ye

Rêber Apo legerînvanê şênber a azadiyê ye. Rêber Apo her şert û mercî de azadiyê geriya ye. Ji zarokatiya xwe heta roja me ya îro bûyê rêwiyekî bibiryar. Tu tiştêk hemberî lêgerên Serokatî nekariye bibe asteng. Hîn di zarokatiya xwe de li hemberî dayika xwe rabû, gelek tiştan qebûl nekir. Hemberî tiştên ku qebûl nedikir de herdem şer dikir. Serokatî hîn di yanzdeh saliya xwe de jiyana heyî red kir û bi girî gûndê xwe terikand. Ji ber paşverûtiya heyî re nedikariya bijî. Destpêkî li hember dayika xwe serî rakir. Ji ber Serok Apo zarokatiya xwe de jî nedikariya bihata sinor kirin. Ev red kirin û ne qebûl kirina wî, heta roja me ya îroyan ajot. Hemberî pergala heyî serî rakir, pergala baviksalarî red kir û li hemberê wê jiyanekî alternatîf û şenber danî holê. Ji ber wê îro li gireva Îmrali’yê de tê girtin. Pergala heyî dixwaze Serok Apo ji civata wî îzole bike. Îşkenceyek bi taybet li ser girava Îmraliyê tê pêkanîn. Pergal naxwaze fikrên Serok Apo derbasî derve bibe û belav bibe. Ji ber van sedeman herdem tecrîtê hîn girantir dikin. Hêzên serdest difikirin ku bi pergala Îmraliyê ya ku 24 salên xwe li pey xwe hişt re Serok Apo bidin sekinandin. Lewra li ser Rêber Apo bê hiquqiyêk herî mezin pêk tînin. Hemberî her cûre erîşan Serok Apo ti carî ji meşa xwe tawîz neda, berxweda û têdikoşe. Ji bo azadiyê difikire û ji bo pêşxistina azadiyê dixebite. Ji ber vê bi awayek şenber em dikarin bêjin ku, legera azadiyê Serok Apo de mîna karakterekî bîngehîn e. Serok Apo legerînvanek meşa xwe de bi biryar a azadiyê ye. Serokatî pevajoya Îmraliyê de bi encamên lehûrbûn û lekolînên berfireh de paradîgma digûherîne û Sosyolojiya Azadiyê pêş dixe. Rêber Apo hewil dide ku azadî jî mîna zanistekî bê dest girtin. Ji ber azadî her tiştê nava xwede dihewîne. Wekhevî, edalet, xweşikbûyîn, exlaq, polîtîka, demokrasî, biratî û hwd hemû xweşikiyan nava xwede dihewîne. Ev hemû azadî ne, lewra Serokatî van rastiya bi yek gotinê de dest digre û di bin banê azadiyê de tîne li cem hev. Ji bo vê mijarê fermandarê nemir Şehîd Atakan Mahîr nirxandinên xwe de wiha tîne li ser ziman; ‘Gava mirov pênaseya azadiyê dike, divê paya bê hempa ya Serokatî em bînin ser ziman û her dem bêjin. Ji ber peyva ku herî zêde Serok dide nasîn peyva Azadî ye. Ji ber wê pêwîste em herdem bêjin Rêberê Azadî ango Serokê Azadî. Ji ber vê dema pênaseyê Serokatî tê kirin pewîste bi van xîtaban bê pênase kirin û dest girtin.’

Azadî gerdûnê hemû nava xwe de dihewîne û tiştêk gerdûniye. Aborjîn dibêjin; ‘Peyv li gor pêwistiyên mirovan derdikevin. Kîjan civakê de çi kêm were jiyan kirin, ew civak herî zêde wê pêyvê kar tîne. Ji bo gelê me yê Kurd dibêjin ku, ‘hûn pir peyva azadiyê kar tînin’. Bi rastî jî wekî gelê Kurd em peyva azadiyê pir kar tînin, ev rastiyeke. Em li ser vê mijarê pir şîrove dikin û ji bo gihaştinê jî berdelên giran didin. Ji ber pêwîstiya me ya vê rastiyê heye. Civaka ku herî zêde pêwîstiyê xwe ya azadiyê dibîne yek jî civaka gelê Kurd e. Ji ber gelê me ji bo azadiyê kêm berdêl neda ye.

Li vê derê de mirov dîsa dikare Serok Apo mînak bide. Serok Apo bi xwe jî dibêje; ‘ Ez bi xwe legerînvanek azadiyê me!’ Serok Apo ji bo mijara azadiyê dibêje; ‘Heta niha dibê ku li ser azadiyê min helbestek ango nivisek şênber nenivîsandiye. Lê kesên ku parazname û dahûrandinên min dixwînin, ez bawerim hewildanên min ên ji bo azadiyê bibînin. Lewra vê mijarê de kedên min hene. Kesê ku herî zêde dixwazi bigihîji azadiyê û azadî dest bi xwe ez jî yek ji wan kesa me!’ Gelek kes dibê ku ji bo mijara azadiyê pênaseyên felsefîk, wêjeyî ango teorîk pêş bixin. Lê bi awayekî şênber ji bo dest xistina azadiyê çi kirine? Ev girîng e. Lê Serokatî ji bo xwe wiha dibêje; ‘ Derdê min ê herî mezin azadi ye!’ Serok li ser azadiyê bi awayekî ciddî disekine lewra mijara azadiyê pirsgirêkekî gelek girînge û pirsgirêkekî serekeye.

Em wek milîtanên Rêber Apo çawa nêzî vê rastiyê dibin? Azadî bûyerek berdewamî ye, ne tiştekî demkî ye. Lewra em wek milîtanên Rêber Apo û wek gelê Kurd xwe berpirsiyarê yekem a azadiyê bibînin û ser vê esasê şer bikin û têbikoşin. Lêgera azadiyê lêgerêk herikbare, xwestekekî şênber e û tekoşînekî bê eman dixwaze. Fam kirina azadiyê û legerînên azadiyê jî mijarekî girînge. Lewra Serok Apo dibêje; ‘Ji nan û avê zêdetir em pewîstiyê xwe azadiyê bibînin.’ Ew jî tê wê wateyê ku azadî tiştekî mûtlaqe û nebe nabe ye. Vê mijarê de Serok Apo pênase dike ku azadî ji bo wî ne tiştekî razber e, azadî şênber e. Azadî tiştekî jiyanî ye, ger neyê jiyîn tê wateyê pirsgirikekî esasî heye. Pergala heyî de gelek pirsgirêkên civakî hene. Lê ger kom kirina van pirsgirêkan bê dest girtin, wek encam hemû li bin banê yek pirsgirêkê de kom dibe. Ew pirsgirêk jî pirsgirêka azadiya civakê ye. Demên berê de mîna civaka xwezayî de pirsgirêka azadiyê nîn bû. Civaka xwezayî de jî pirsgirêkên xwe têr kirin, xwe zêde kirin û her wekî din hebû, lê pirsgirêka mîna azadiyê nîn bû. Pirsgirêka azadiyê kengê derket? Piştî ku şaristanî derket wê çaxê pirsgirêka azadiyê jî derket. Lewra avabûna şaristaniyê re kole û efendî hwd. pergala hîyerarşiyê ava bû. Ev jî bi destê însan, bi aqlê însan çêbû. Hemû bingeha pirskirikan de ev heye. Lewra Serok Apo altêrnatîfa ku pêşkeşî civakê dike ewe ku, mîna berê bê ku pirsgirêkê azadiyê bê jiyîn mirovahî bi hevre, şert û mercên wekhev de bijîn. Mirovahî azad bifikire û azad bijî.

Sosyolojî civakê pênase dike, bi civakê re mijûl dibe. Ji xwe watê ya xwe jî zanista civakî ye. Lewra Serokatî ji bo çareser kirina pirsgirêka civakê berhema xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê danî holê. Pirsgirêka heyî bes bi altêrnatîfek dikare were çareser kirin. Serokatî jî hemberî vê pirsgirêkê modelek nû pêş dixe. Ev model jî Demokratîk Modernîte ango Şaristaniya Demokratîk e. Serokatî hêrsa xwe ya îdeolojîk zivirand li hemberî dijmin ango hêzên Kapîtalîst Modernîte û kesên azadî ji destê me girtine. Wek encam kesên ku ser xistine em bi xwe ne. Lê ji bo ku em tam ser bixin û serkeftinên mayînde bi dest bixin pêwîste paradîgmaya Serokatî ya Modernîteya Demokratîk hîn şênber jiyanî bikin. Kesên ku şênber bikin jî; kesên azadîxwazin û kesên şoreşgerin.

 

Ji Aqademiya Mahsûm Korkmaz a Ji Perwerdeya Sosyolojiya Azadiyê hatiye berhev kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 26 Mart 2024
Görüntüleme: 313

DERIYÊN JI KOLETÎ Û AZADIYÊ RE TÊN VEKIRIN: HEST

Çine Hest?

 ‘‘Hemû parçeyên gerdûnê, madde û yekbûna enerjiyê ya li derveyî însan di qewime cardin bi rêya hest û fikir berdewam dibe. Ti parçeyên gerdûnê, madde û enerjiya ku li derveyî însan di qewime, bêyî fikir û hest namîne. Ya yekemîn heger em behsa dîroka gerdûnê dikin em behsa vê dikin.” Rêber APO

 Heger em bixwazin kokên hestên xwe û hebûna hestên xwe bi wate bikin, em bi vê girêdana dîroka gerdûnî dest bi kar bikin wê rastir be. Ji ber ku hest,  qada hestên me (deng, tam, bêhn, dîtin, destdayîn, bihîst) bi gerdûnê re, bi cîhana me ya hindirîn re, bi civakbûna me re girêdayî, me dixin nava hevkariyê. Hestên me cîhana hevkariyê ne. Ev cîhana hevkariyê û kokên hestên me berî ku em di vê gerdûnê de çêbibin ji zû de di gelek zindiyan de hebûn û pêş ketibûn. Ajoyên hindirîn, hîs, pêhesîn, hest bi hevdûre girêdayî pêşketine. Her çiqasî di însan de weke gaveke pêşdetir bin jî, kokên hestan di dîroka gerdûnê de hene.

Hest bi Tirkî di wateya duymak-bihîstinê de ye. An jî ji bihîstin têgihiştinê tê. Ji vê koka peyvê hatiye zêdekirin. Her wiha tenê di wateya bihîstina guh de fam kirin wê kêm bimîne. Bihîstin çalekiya zindiyan ya bi cîhana dora xwe re ketina nav têkilî û dayîn standinê ye, her wiha di vê qadê de hestên xwe, hêza xwe ya hindirîn bikaranîne. Heger em wiha bifikirin wê demê em ê bi çavkaniya hêza mezin ya hestan, enerjiya wan ya bilind, bêdawîbûn, dewlemendî û azadiya wan bihesin. Di gava yekem de dema mirov di nava hestên xwe de dikeve vê ferqê mirov ji bo watedariya hebûna xwe hîn zelaltir dibe. Ev watedariya mirov bi xwe di asta jiyanî de ye. Heger em bikevin ferqa vê girîngiyê û vê birêxistin bikin, di zeman û mekanê rast de bi xebitînin; em ê bikaribin bibin mîlîtanên xwedî tekoşîna bibandor ya li hemberî zilma li ser xwezaya civakê û xwezaya yekemîn tê meşandinê. Em ê bikaribin li hember vê zilma bê sînor bi tesîr bibin.

Di tekoşîna Rêber APO de hest, bûn diyardeyên bingehîn. Hertim bi hişyariyeke mezin nêzî vê qadê bû, bi wate kir, fam kir, da famkirin, mezin kir û penase kir. Her wiha hest, bûn diyardeyên rastiya civakî ya bingehîn. Rêber APO heya pêvajoya Îmraliyê di hemû dahûrînên xwe yên bîrdozî- rêxistinî de ku aliyên wan yên civakî û derûnî pir bi hêz û kûrbûn ji bo rastiya civakê û kadro dan pêşxistin û hertim bi asta hest û hêza hest ev nirxandinên xwe kûrtir kirin. Di felsefeya me ya azadiyê de û di tekoşîna me de rastiya hestan bi rastiya Rêbertiyê re girêdayî hatiye bidestgirtin û di Şexsê Rêbertiyê de naskirina hestan, rêzdariya hestan, bilindkirina hestan, xweşik kirina hestan, perwerdekirin, pêşxistin, afirandina hestan hatiye bidest girtin. Li beramberî vê hestên xerab, an jî nebaş naskirin, ew penasekirin, ew terbiyekirin, ji wan qûtbûn, politikaya li hemberî hestan dayîna meşandin jî wek rêbazê tekoşînê hatiye bidestgirtin û ev rêbaz heya niha hatiye meşandin.

Bi pêşketina Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk re jî hêza zeka ya hestiyar, hevkariya bi zekaya analitik re girêdayî rastiya civaka ehlaqî û polîtîk hîn zelaltir bû û bû bingeha nêzîkatiya me ya giştî. Di salên ku Rêbertî li qada Sûriyê de ev alî bi zêdehî hatin nirxandin û bidestgirtin. Rêbertî hertim kadro di asta hestan de tahlîl kir. Hestên însan yên ku tesîra wan li ser şer, polîtîka, tekoşîna azadiyê û jiyanê dike tahlîl kir. Mezinbûn û biçûkbûna hestan wek mijarên pêşxistina şoreşê di qada perwerdê de bi rêbazên hevpeyvînan di rojeva kadro de bicih kir û hertişt di mekan û zemanê wê de bi awayeke eşkere parvekir. Di kesayeta xwe de, ceribandinên xwe de û di têkiliyên xwe de hêza hestan bi mînakan ji me re destnîşan kir. Bêyî ku ev hestên mezin, heskirin û azwerî pêşbikevin, da nîşandan ku tekoşîna azadiyê jî pêş nakeve. Bi çend caran ev rastî danî pêşberî me û vegot. Pîvanên hestên samîmî-ji dil eşkere kir. Di her diyaloga xwe de, her qada jiyanê de, hevdîtinan de, bi pirsên “ Ma bi we re hestên nû pêşdikevin? De ka bibêjin, kîjan hest bi we re pêş ketin?” xwest cîhana me ya hestan fam bike. Hesasiyet û şiyariya xwe li hemberî hestan wiha raber kir:

  ‘‘…Hestên xweşik bi rastiyên civakî re girêdayîne. Niha di nav me de bi vebirî, hestên xweşik bi rastiya civakî re hela hela bi rastiya axê re girêdayîne. Derveyî van nikarin werin bidest girtin. Cardin derveyî têgeha azadiyê nikarin werin bidest girtin. Bêyî vana hest nabin… Têkiliya hestan bi navendên qadê civakî re hene. Mezinbûna hestan, bihevrebûna jiyana azad ya mezin bi asta tekoşîna civakî û siyasî re ji nêz ve girêdayî ye. Ez dibêm qey, pêşiya kelecan û hestan vekirin wê bi sûd be… Gelek girînge ku hest bi nazenînî werin terbîyekirin û pêşxistin…Hest û fikrên veşartî zirar didin. Em kengî bikaribin derxin holê û di aliyê rast de bi biryar bin wê herkes ji wan fêde bibine. Divê hestên we bikaribin pêş bikevin, hesasiyetên we hinek tiştan hîs bikin. Heya ku ez hestên xwe yên herî xweşik pêş nexim û vîna ku hemû zilmê derbas bike ava nekim ez wê rojê weke ku min jiyan kiriye na hesibînim.  Nikarim hîs bikim…Hûn dixwazin hestên we yên baş hebin. Lê belê lêkolînek we ya zanistî jî nîne, divê di vê mijarê de bi gengazê tekoşîna we ya kûrbûnê hebe. Encax di encama tekoşînek wiha de hûn dikarin bigihêjin mezinbûna hestan. Ji bo hestên xweşik derbasî jiyanê bibin şer tê kirin. Şer ji bo jiyana zerîf-narîn û birêzê. Ji bo jiyana rêzdariyê bê jiyankirinê ye. Hestên mezin li ser kîjan bingehan pêş dikevin. Ev eşkereye û hestên ku me derxistine holê, hestên ku me pêş xistine mezinin, giştîne, naveroka wan dagirtiye û azadîxwazin… Ya girîng berjewendiyên gel in. Ya girîng berjewendiyên rêxistinê ne. Di encam de ji xwe ceribandin û pêkanîn hene. Ev pêkanîn mezinbûna hestan datîne holê. Ji bo gel hestekî ava dike, hestên mezin derdixe holê, eşqa mezin derdixe holê…”

Rêber APO di nava salên dirêj de bi dahûrîn û tahlîlên xwe yên li ser hestan ev mijar bi gelek aliyan bidestgirt, penase kir, tahlîl kir û nirxand. Dûbare dûbare behsa hestan kir. Behsa mezinbûna hestan, mirov çawa dikeve ferqa hestên xwe, penaskirina hestan, birêxistinkirina wan, nelîstina bi hestan û qadên bi hesta lîstinê ji holê rakirinê kir. Hertim ev girîngî danî ber çavan. Di salên li Sûriyeyê de û pêvajoya Îmraliyê de jî ji bo Rêber APO hest hertim zindî bûn. Hebûna wan, enerjiya wan hebûn. Di Paraznameyên xwe yên di pêvajoya Îmraliyê de got; “Pêşketina hestan bi serê xwe mûcîze ye”. Hest weke hebûnên ku xera dibin, wenda dibin, radibin ser piyan, biçûk dibin, mezin dibin, didin fetisandin, bibask dibin, têxin, didin firandin, biçûk-mezin kor û her wiha penasekirin. Bi gelek hevokan penase kirin. Ji bo mezinbûna hestên me, famkirin-têgihiştinên me, hêza hestên me û bêhêziya wan, bêrêxistinbûna hestan û encamên hestên bêrêxistin di asta azadiyê de çawa xwe didin der, di her alî de Rêbertî xwest nîşanî me bide. Di vî alide bû xwedî keda bê dawî. Ev zêdeyî çil sale ev ked berdewam dibe û heya niha jî Rêbertî ya me ji bo rast bi destgirtina hestên me perspektîfan dide me.

Em hemû dizanin ku pergala kapîtalîst bi tinekirina hestên însan û bibinxistina zekaya hestiyar ya însan pêş dikeve. Heger hestên însanî zindîbûna xwe û tesîra xwe ya ser jiyanê parastibûna, ew kapîtalîzma wehşî ya ku jiyanê li mirovan dike dojeh û faşizm pêş nediket. Di van bîst-sî salên dawiyê de heman pergala kapîtalîst hêza hestan ya însan ku xwedî kokên mirovan yên bingehînin û ajoyên bingehînin; Bi armanca zêdekirina kara xwe ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye û heya niha jî bikar tîne. Bi vê armancê re girêdayî hestên însan ji bo xwe gelek girîng dîtiye û dest bi bazara hestan kiriye. “Zekaya hestiyar ya însan û hêza zekaya tahlîlî dema bikeve tevgerê û were birêxistinkirin bêyî ku pê bihesin hemû karker dikarin pir baş werin bikaranîn. Karker dikarin werin dagirkirin. Ne yek bi yek, kom bi kom dikevin bin xizmeta kapîtalîzmê. Tu dikarî van koman ji bo kapîtalîzmê baştir bikar bînî.” Êdî pergala kapîtalîst van gotinan bi awayeke eşkere bi ziman dike. Rêber APO bi armanca pêşîgirtina van dagiriyên pergala kapîtalîst û ji bo pêşiya pêşketina hestên însan di aliyê civakî-kesî de were vekirin hertim tahlîla hestan pêşxist. Bi van dahûrîn û tahlîlan tedbîrên civakî, bîrdozî û siyasî dan pêşxistin. Rêbertiya me dahûrîna xwe wiha bedewam kir; “Rêgeza Hest û Hişyarî an jî Hestiyarbûnê! Divê em bihest bin, hestiyar bin, ya xwezayî jî eve. Ev tedbîrek e. Ango di aliyê civakî, siyasî, hestiyariyê de tedbîreke: Divê ez hestên xwe jî perwerde bikim. Divê ez wan hestên xwe yên tine jî pêş bixim.”

Çine ev hest û hestên ku di jiyana me de ewqasî girîngî, tesîr û cihê wan hene? Çima ewqasî girîngin.

HEST: Di ferhengên Tirkî de wiha hatiye penasekirin. “pêhesînên weke famkirin, hîs, çavdêrî û şopên ku bi bûyer û diyardeyekê di cîhana hindirîn ya mirov de ava dibin, pêşbînî, pêşhîsî, nirxandina ehlaq, estetîk û her wiha, kêrhateyên girêdana bi van hestan, tevgera xweseriya mirov ya bi van hestan re girêdayî ku pêş dikeve.” Cardin bi xetên giştî hest wiha jî tê penasekirin; “Di encama veguhertinên halê ruhî yê însan de bi taybet veguhertinên hindirîn de û bi bandorên derdorê çêbûneke kompleks ya hevpar derdikeve holê. Ev veguhertina kompleks an jî ya giştî di derûniyê de veguhertinên din jî pêk tîne. (Di bîyolojiya însan de veguhertinên psikolojîk di qewimin). Ji vê qadê re veguhertinên psîkofîzyolojîk an jî veguhertinên derûniya fîzîkî dikare were gotin.”  Bi vî awayî ev qad tê penasekirin û nirxandin. Hinek zanyarên rûhî jî hestan wek; “fonksiyona zanista rûhî” penase dikin.

Hestên me di heman demê de cîhana me ya rûhî ne. Dînamîkên herî bingehîn yên pêşketina gava yekem dîroka civakîne û cîhana me ya rûhî destnîşan dikin. Em cara yekem gerdûnê, hebûna xwe ya civakî û kesayetê di destpêkê de bi hîs, sezgî û hestên xwe têdigihêjin. Em bi hestên xwe tê derdixin. Hestên me tinebin em ê bibin hebûnên kerr û lal di gerdûnê de. Ji hemû hebûnan re em ê kerr û lal bimînin. Em nikarin hebûna xwe bi wate bikin û bi nav bikin.

Em bi carekê re dikarin gelek hestên însan bixin rêzê û bibêjin. Weke dilşewitandin, ayîdîyet, bêxemî, acizî-bêzarî, fikar, xof, tirs, wêrekî, diltengî, hestên dê-bavtiyê, hestên olî, evînî, hestên welatparêzî, hestên serkeftinê, binkeftinê, başî-xerabiyê, daxwaz-azweriyê, biçûk dîtinê, ezab, bendewarî, xwe dîtin û nepixandinê, xemgînî, kerb, çoş, dehşet, zindîtî, dijminahî, empati, sempatîyê, nerihetbûna ji hev, kîn, dilrihetî, valatî, xurûr, xeyidandin, êşandin, ji xwe razîbûn, ji xwe hesnekirin, xeyalîbûn, jixwe xweşbûn, nexweşbûn, huzur, bêhuzurî, bawerî, bêbawerî, avêtina hindirxwe an jî dilgirtîbûn, eleqedarî, heskirin, xwe radestkirin, pejirandin, şermezarî, heyrantî, tolhildan, îlham girtin, îlham dayîn, şermokebûn, meraq, minnet, kêfxweşî, şanazî, dilrehmî, nezaket, bêrîkirin, poşmanî, sebir, milkiyet, şaşmayîn-matmayîn, kelecan, xwe sûcdar kirin, nêzîkbûn, hesûdî, gûman, dûrbûn, hêvî, daxwaza cînsî, hîletê xwe jê anîn, dilê xwe jê xelandin, diltenikbûn, wehşet, tenêbûn, şiddet-tûndî, di bûyerekê de eliqî mayîn xwe bi demê re teng hiştin, nefret, bêxemî, bê wîjdanî…

Em dikarin li ser vê lîsteyê navê gelek hestan zêde bikin. Di çanda her civakê de penase û navê hestan tê guhertin. Bi qasî ku em nikarin bi hejmêrin çandên gelan hene. Di nava xweseriya hemû çandên gelan de hestên ku bê sînor tên guhertin û pêşketin em dibînin. Lê hemû jî ne tenê aliyê dil û rûhî yê însan, di asta tesîrkirina fikir û vîna însande ne jî. Ji ber vê sedemê ketina ferqa hestên xwe, binavkirina wan, ew pêşxistin, veguhertin, bihêzkirin, birêxistinkirin, di avakirina însanê azad de heya radeya dawiyê girînge. Di avakirina jiyana azad de dikare were gotin ku gava yekem heger însan û civaka bi tendurustî be, pêşxistina însanê normal-asayîbe yekem radeya ku were bidest girtin jî asta hest û rewşa hesta ye. Zanista tibbî di destpêka lêkolîna tendurustiya însan û cîhana hestan ya însan de ye. Hewil dide têkiliyên di navbera wan de fam bike. Lê em weke mîlîtanên azadiyê em nikarin hebûna xwe ya civakî û takekesî ji cîhana zanista modernîteya kapîtalîst re bihêlin. Rêbertî di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de têkiliya bi tendurustî ya însan-hest daniye holê. Ya ku maye jî gelek ji me bi ceribandinên xwe yên jiyanê di vê mijarê de bûne xwedî zanebûnên girîng.

Bi yek kirina vana û bi zanebûna kêrhateyên însan ku bikaribe heya dawiya jiyana xwe bi tendurustî jiyan bike; em dikarin tesîra hestan ya li ser tendurustiya xwe û jiyana xwe ya azad bi aliyê erênî de hedef bigirin.

 

KOMÎTEYA PAJK YA JÎNEOLOJÎ

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Şubat 2024
Görüntüleme: 332

FERMANDAR ÇAWA DERKET HOLÊ Û XUSÛSIYETÊN FERMANDAR ÇINE?

Ferman, ger mirov li gorî rastiya Kurd bi fikire mijarekî neyînî ye. Lewra, di hafizayan Kurdan de ti caran cihekî fermanan yên baş nîne. Ferman ji bo Kurdan, tê wateya hilweşandin, talan kirin, dagir kirin, qir kirin û tine kirinê.

Ger niha êrîşekî bi ser mirov de bê, mirov dê wê çi bike zane an jî na? Wekî taybetmendiyekî gerdûnî di giştî zindiyan de ajoyên xwe parastinê hene. Xwe parastin, di giştî zindewaran de hevpar e. Wê gavê dema xeteriyekî bi ser zindiyekî de bê, wê bizanibe xwe çawa biaparêze, wê bersiva pêwist bide. Mirov dema li gerdûna zindiyan çavdêrî dike, dibîne ku di xwezayê de dervayê xwe parastinê cureyekî din yê pevçûnê nîne.  Xwe parastin, di aliyê din de domdariya jiyanê ye. Lewra, şêrekî, gurekî an jî bazekî ger nêçir neke, nikare jiyana xwe bidomîne. Ji bo wî jî li vir êrîşê zindîyekî din wekî pêwistiyekî jiyanî derdikeve pêşiya mirov. Di civaka exlakî û polîtîk de, şer tenê bi armanca domandina jiyanê ango ji bo pêwistiyên jiyanî derbasdar e. Di xwezayê de û wekî xwezaya duyemîn, di xwezaya civakê de êrîş nîne, giştî êrîşên heyî êrîşên xwe parastinê ne. Bi hilweşandina pîvanên civaka exlakî û polîtîk êdî xisleta êrîşê diguher e. Di despêkê de, êrîş tênê bi armancên pêwistiyan pêk dihat, lê piştî hilweşandina pîvanên civaka exlakî û polîtîk, êdî êrîş bi armanca dagir kirin û kolekirinê pêk tên. Ti zindî dervayê însan, bi armanca dagir kirin ango kole kirina zindiyekî din êrîş pêk nayne.  Ev tenê aîdê însane û nîşaneya ji rê derketinê ye. Di gerdûnê de, di navbera giştî zindiyan de têkiliyekî hevpar heye, ev têkîliyekî sîmbîyotîk e. Diyalektîka gerdûnê li ser esasê hev xurt kirinê, hev xwedî kirin, hev têr kirinê ye. Lewra ne wisa ba, wê ti zindiyekî nikariba jiyana xwe bidomandina. Li vir di paraznameyên Rêbertî de jî xalên gelek girîng hene. Rêbertî di paraznameya xwe ya bi navê ‘’Parastina gelekî de’’, di pela 35.’de li ser vê mijarê berfireh diraweste. Her wiha di parasnameya pêncemîn de li ser van mijaran bi awayekî felsefîk û ilmî gelek şîroveyên nû pêş dixîne. Ev zanista di mirov de pêş dikeve mirovan dibe hindek encaman. Em niha dixwazin wekî têgeh fermandar pênase bikin. Wê gavê fermandar çiye, kî an kê dibe fermandar? Xislet û xusûsiyetên fermandartî çine? Ger mirov bala xwe bidê; wê gavê beriya pênase kirina diyardeya fermandar divê em şîddet ango tundî pênase bikin. Di despêka mirovahiyê de tenê cureyekî şîddetê pêk dihat, ew jî xwe parastin bû. Giştî zindî ji bo xwe biparêzin xwediyê amûrên xwe parastinê ne, her wiha şêrekî pencên wê hene, gurekî diranên wê, xezalekî lingên wê, marekî jehra wê heye. Ji bo zîndewar, xwe ji zirufên xwezayê, seqa û her wekî din, biparêzin, hirçekî xwediyê postekî sitûr e, çûkekî bi baskên xwe dikare heta cihên germ bifire. Lê wekî xwezaya duyemîn civaka însan ne xwediyê postekî sitûr e, ne diranên wî/wê tûj in, ne jî dikare wekî pezkoviyekî pir bi lez, bi bebeze. Însan, ne dikare bifire, ne jî dikare di nav avê de demdirêjî jiyan bike. Lewra, pêwistiya însan jî bi parastinê heye. Li gorî hindek nêzikatiyên pozîtîvist; yê însan diparêze hêza wî ya aqil e. Her wiha rastiya însan tenê bi aqil jî pênase kirin ne rast e. Aqil xistina navendê bi serê xwe rê li ber zayendeperestî, nîjadperestî, zanistperestî û olperestî vedike. Ji ber ku di rastî de yên parastina însan dike ne tenê aqil e. Aqil perçeyekî vê rastiyê ye, lê ne tenê aqil e. Ya rast hêza însan ya parastinê civakbûyina wî ye. Civakbûyinekî li ser pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikeve jî rêya parastina esasî ya însan e. Di civaka exlakî û polîtik de çînayetî nîne, têkiliyên heyî li ser parastina civakê pêş dikevin, pîvanên dayikê derbasdar in. Di 20 hezar salên mirovahiyê de, demekî pir dirêj bi qasî 15 hezar salan, civak; li ser pîvanên dayikê bi rêve çûye. Em van deman, wekî serdema neolîtîkê bi nav dikin. Di serdema neolîtikê de hêza însan, parastina însan; ji civakbûyina însan ava dibû. Xwe parastin li ser esasê pêwistiyan pêş diket, di navbera însan û xweza de têkilî hîn xirab nebibûn, di heman demî di navbera jin û zilam de her wiha di navbera rêveber û civakê de jî têkiliya heyî sîmbîyotîk bû. Yanî tekîliyên heyî yê hev tine kirinê nebûn, yên hev xwedî kirin, mezin kirin, pêş xistinê bûn. Erkên jin û mêr her çiqas ji hev pir qut nebin jî, ji ber zirûfên zayinê yên jin, hên bêtir jin; bi kom kirina nebatan, çandinî û kêdî kirina ajalan re mijûl dibûn. Lê mêr hên bêtir bi nêçirê re eleqedar e. Nêçirvanî hindek taybetmendî dixwazin. Ger kesekî bixwaze nêçirvanî bike, divê bikari be, kêmînan çê bike. Ji bo girtina masiyan tor çê dike, ji bo kuştina ajalan keviran tûj dike, her wiha di cihekî de xwe veşêre û êrîş bike. Ev hêza plangeriyê ye. Di pêş de jî emê li ser rawestin, plangerî di taybetmendiyê fermandar de a yekemîn e. Mirov dibîne, ev taybetmendiyên di despêkê de di xizmeta civakê de ne, lê demekî şûn de li civakê dizivirin. Ji ber kû êdî aqilê analîtik pêş dikeve. Aqilê analîtîk yên ku ji hêst qut, zilam dibe ber bi desthilatdariyê û dibe sedem, pergala jin-dayik hilweşe. Lewra şaş neyê fêm kirin, aqilê analîtîk tenê di zilam de nîne, ev pêş ketina aqil jixwe di jin de jî heye, lê di jin de ji xwezayê qut nîne, ji hêst qut nîne û di xizmeta civakê de ye. Ger ne wisa ba, wê jin ji ku derr zaniba kîjan tovên genim diteqin û kîjan ji bo çandinî kêr nayên. Niha di xwezayê de du cure tovên genim hene. Cureyekî di teqe û tovan li dora xwe belav dike, ev cureyekî xwezayî ye û dihêle ku genim her sal, ji nûve çêbibe, ev cure mê ye. Lê cureyekî din jî heye, ew bi xwe di simbilê de dimîne, nateqe û li dora xwe belav nabe, li gorî xwezayê ev tov yê nêr e. Dibe di simbilekî de yek an di lib tovên nêr hebin, piranî tov mê ne. Lê jin, ev her dû cûre ji hev nas dikin û yên nêr diçîn in, ji ber di simbêlê de dimîne, dikarin kom bikin, bi hêrin, bikin nan. Mirov bala xwe bidê, ev aqilekî analîtîk, zanistekî mezin dixwaze, ger dem dirêjî çavdêriyên jinan û veguhestina hişmendî ango hafizaya wan nebana mirovahî pêş nediket. Dîsa bi kêdî kirina ajalan berhemên wekî cil û berg derxistina holê berhemên aqil yên jin in. Vana wekî 104 me'yên Îştar jî tên zanîn. Cil û berg çêkirin, tov kişf kirin, genim çandin, destar, teşî, agir her wiha gelek tiştên ji bo domandina jiyanê pêwîstî ji aliyê jinê ve pêş ketiye. Aqilê jinê di xizmeta civakê de kar kiriye, lê zilam ji ber sedemên nêçîrvanî di xwe de qurnaztî û hesûdî pêş xistiye, qurnaztî û hesûdî tê wateya ji rê derketina aqilê analîtîk. Ev aqil çav berdide berhemên jin, dixwaze van berheman bixe yê xwe. Li ser van nirxan dest dirêjî dike, demekî pir dirêj şerekî pir mezin di navbera jin û zilam de diqewime. Jin wisa jixwe de radestî hêza zilam nabe, şer pir dijwar di qewime, wekî Înanna-Enkî her wiha di gelek mîtolojiyan de, mirov dikare ev rastya şerê di navbera her du zayenda de bişopîne. Ev nakokiyên despêkê yên di navbera jin û zilam de, li dijî nîrxên civakê pêş dikeve. Wê demê êdî em dikarin behsa cureyekî din yên tundî yê bikin. Tundiya ku ji bo xwe parastinê pêş dikeve, êdî bi şaş kar anîna aqilê analîtîk re dizivire tundiya desthilatdarî. Tundiya bi armanca dest xistina nirxên civakê berhêmê zilamê hesûd yê kû li beranberî hêza jinê şer dike ye. Piştî ketina jinê, êdî civak ji hêza xwe, yê parastina xwezayî dûr dikeve. Ji ber kû xwe parastin taybetmendiyekî azadiyê ye, civakekî kole nikare xwe biparêz e. Wê gavê hindek kes derdikevin, civaka ku ji hêz ketiye diparêz in. Hindek kes jî li ser van civakan fermanan pêk tînin. Du, wateyên fermanan heye, yek civaka ji hêz ketiye ji nûve xistina tevgerê ye. Ya din jî di artêşbûyina zilam de pêş dikeve û xizmeta dagir kirin û koletiyê dike. Divê watê de hindek pêşeng in, hindek jî fermandar in. Mirov dikare wisa jî pênase bike, lê wekî têgînekî leşkerî divê mirov ferman û fermadarî baş fêm bike. Ferman û fermandarî ji ketina jin û civakê şunve pêş ketiye. Divê ev bê zanîn, di despêka xwe de fermandarî erênî nîne. Ji bo wî di dîrokê de mirov nikare zêde behsa fermandarên jin bike. Ji ber, fermandarî ji aliyê zilam de pêş ketiye. Di civaka xwezayî de ji bo tu xwe biparêzî pêwistî nîne kes fermanan bide te. Ji xwe ev wekî ajoyekî di însan de heye. Lê dema însan tê kole kirin, ji vê ajoyên xwe yên xwezayî dûr dikevin. Her wiha kole bûyin ji xwezabunê qut bûyine, ji rê derketina mirovahiyê ye. Bi kurtahî em pênase bikin, dû cureyên şer hene, yek; şerê parastina reva ye, du; şerê bi armanca dest xistina nirxên civakê ango şerê desthilatadariyê ye. Du cure şîddet hene, yek; şîddeta şoreşgerî ya kû bi armanca rizgar kirina nirxê civakê pêş dikeve ye, ya din jî şîddeta bi armanca kole kirinê civakê pêş dikeve ye. Wê gavê du pênaseyên fermandar hene, yek; civakê ji bo nirxên xwe biparêze dixe tevgerê ye, du; civakê bê hêz dike ye. Fermandarê yekemîn li ser pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikevin, fermandarê duyemîn, li ser bê pîvanî, çanda tecavuz, talan, dizî û dagir kirinê pêş dikevin. Fermandarên cureyên yekemîn temsîl dikin; pêşengê civaka xwe ne, yên bi armanca desthilatdarî tevdigerin di bingeh de, dizin, dijminê nirxê civakê ne. Her wiha vê têgîna leşkerî em dikarin li gorî rewşa îro, wisa jî pênase bikin; Ferman, ger mirov li gorî rastiya Kurd bi fikire mijarekî neyînî ye. Lewra, di hafizayan Kurdan de ti caran cihekî fermanan yên baş nîne. Ferman ji bo Kurdan, tê wateya hilweşandin, talan kirin, dagir kirin, qir kirin û tine kirinê. Ji ber ku di dîrokê, di der heqê Kurdan her dem ferman hatine dayin ku bên dagir kirin, hilweşandin û tine kirin. Bi awayekî din em pênase bikin; 'Ferman' wekî naverok, tê wateya destûr dayin ango sînoran diyar kirinê.  Yê ku xwedî hêza fermanê ye, dikare sînoran bide diyar kirin. Di wateya dîrokî de jî, yê ku sînor dane ava kirin, fermandar in, ji xwe şerê desthilatdariyê bi sînoran destpê dike. Zilamê hesûd dema hêz bi dest dixe, gava yekemîn dîwaran ava dike, sînoran çê dike. Fermandar, di despêkê de li hember hêza jin pêş ketiye û ji jinê re dîwaran ava kiriye, jinê xistiye bin fermana sînorên xwe. Ji ber ku, di civakekî wekhev û azad de sînor nînin. Sinorên civaka xwezayî bi pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikevin. Civaka exlakî û polîtîk xwediyê hêza biryar û pêk anînê ye, civaka xwezayî ji bo pêk anîna pêwistiyên xwe, xwe li hêviya kesekî nahêle, civak giştî di biryar û pêk anînê de xwedî mafe. Ji ber vê yekê, di civakekî exlakî û polîtik de pêwistiya sînoran nîne. Ji ber ku endamên vê civakê ne bi fermanan, bi berpirsiyariya xwezayî tevdigerin, pêwistî bi kesekî fermanan bide nîne. Lê di civakekî ku hêza xwe ya parastinê wendakiriye de pêwistiya pêşeng ango fermandar derdikeve holê. Ji ber ku li vir fermandarî tê wateya fêr kirina xwe parastinê. Di fermandarên bi pîvanên exlakî û polîtîk derdikevin holê de civak ji nûve bi hêza xwe ya parastinê dihesin û xwe fêrî parastinê dikin, li vir fermandar pêşengê civaka exlakî û polîtîk in.

            Wekî xulase, peyva fermandar, têgînekî leşkerî ye, girêdayî artêş û şer e. Li cihekî artêş û şer hebe, li wir fermandar heye. Fermandar, kesekî ku artêş û şer rêve dibe ye. Di şeran de yê diyarker fermandar e. Yê ku, faktorên şer serkeftî pêk tînin, fermandar in.

Bi kurtahî em fermandar, di van xalan de dikarin wisa pênase bikin.

  • Fermandar pêşengê civaka exlakî û polîtik e.
  • Fermadar fêrkerê zanista xwe parastinê û ava kirina vîna xwe parastinê ye.
  • Fermandar, cihê ku lê ye hêza biryarê ye.
  • Fermandar, rêvebirê şer e.
  • Fermandar, diyarker û bandorker e.
  • Fermandar çarenûsa şer diyar dike.
  • Serxistin û binxistina şer girêdayî fermandar e.
  • Fermandar, saziyekî rêvebirina şer e. Her çiqas fermandar kes e, ewqas jî saziyekî ye.
  • Cihekî artêşbuna jin hebe, li wir fermandariya jin jî heye. Ev mijarekî nû ye, ji ber ku desthilatdarî herî zêde xwe di mijara artêşê de bine saz kiri ye, li vir fermandariya zilam pêş ketiye. Lê me di destpêkê de jî got, li kur şer û artêş hebe li wir fermandarî jî heye. Di vê manê de em mêze bikin, di şerê me de, yekîneyên parastina jin hene, wê gavê li wir fermandariya jin jî heye. Di diyardeya fermandarî de, hindek faktor hene ku fermandar derdixînin holê. Yek ji vana yê herî bi bandor jî hêza bawerî û fikir e.

Ji Dersa Zozan Çewlîg A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 18 Şubat 2024
Görüntüleme: 624

TU ÇIQAS ORYANTALÎSTÎ?

‘’Divê oryantalîzm di wateya fikrên feylesofên Avrûpî yên di der heqê şaristanî û civakên Rojhilata Navîn de neyê pênase kirin. Oryantalîzm, di derbarê xwezaya civaka xwe de li cihê fikrên zanistî pêş xistin û ronakbîriya xwe ava kirin de xwe bi hegemonyaya birdozî ya modernîteyê ve girêdan û pêkhateya wî ya ilmî esas girtin e.’’ Rêber Apo Oryantalîzm paradîgmayekî 400 salan e. İnşaaya zihniyetê ye. Kesayetiyekî wiha ava dike ku xwe li hember Rojvayê cihanê biçûk dibîne. Ji xwe bianî dibe, texlîta rewşenbîr, zanyar û pêlên ciwanan yê Rojavayê cîhanê dike. Oryantalîstên  Rojavayê cîhanê Rojhilata Navîn biçûk dibînin. Îddîaya wan ewe ku Rojhilat paşde maye û cahil e. Van îddîayên xwe jî di esas de li ser rexne û êrîş kirina Îslamê ve binesaz dikin. Lewra divê bê zanîn ev nêzîkatîkî pir bi zanist e û di bingehê wî de mêtirsiyên birdozîk hene. Ji xwe ya bê zanîn ku Rojavayê cihanê bi van qaliban ve, hegemonyakî li ser zêhn daye ava kirin. Li gorî van qaliban Rojava navenda cihanê ye û her tişt li vir despê kiriye. Lewra ev rastî berovajî kirin e. Dayika her tiştekî Rojhilata Navîn e, hemû pêşkatinên mirovî tevî şoreşa neolotîkê ya ku xwediyê şoreşa ziman û çandiniyê  li Rojhilata Navîn pêşketiye. Ango mirov despêkê xwe li Rojhilata Navîn pênase kiriye. Ji zihniyeta anîmîst hetanî mîtolojî û felsefe di giştiyan de hewildana xwe pênase kirinê berbiçav e. Lê em binêrin, rojavayê cihanê van pêvojayan mîna pêvajoyên hov, paşverû, barbar dide nîşandan. Gelo serdemekî ewqas dewlemend ya ku lêgera mirovbûyinê tê de veşartiye mirov dikare ji nedîtî ve bê û bêje ku ev serdem ya hov û barbaran e? Ev bi zanebûn tê kirin. Ev şaristaniya ku ji Sûmeran ve heta roja me wekî modernîteya kapîtalîst tê jiyîn mîna pêşketin dayina nîşandan û serdema ku ji mirovatiyê re dayiktî kiriye wekî hov dayina nîşandan wateya wî çiye? Mirov li xisleyê şaritaniyê binêre pir vekîrî wê bibîne ku xisletê oryantalîzmê jî heman tişt in. Şaristanî li ser esasê çînayetî pêşketiye. Têkîlî hîyerarşîk in. Taybetmendiyên ku me ji bo oryantalîzmê rêz kirin yek bi yek heman demî de taybetmendiyên şaristaniyê ne jî. Oryantîlîzm têgehekî ji aliyê Edwar Saîd derketiye holê ye. Saîd Oryantalîzmê wiha pênase dike; ‘’ Orîent di zaningehên Ewrûpî de dîsîplîn, sazî û faaliyetên di derheqê rojhilat de ye. Di aliyê din de di navbera Occident ango Rojava de cûdawaziyên bingehîn pênase dike. Wekî tê pênase kirin oryantalîzm epîstomolojî û ontolojiyekî xebatên Rojhilat dide meşandin e’’. Lê ya girîng Oryantalîzm di bin binkede bal dikşîne ser nexşeya Rojava û di vir de Rojhilat li derva dihêle. Bi gotinekî din Rojava navendî dike. Oryantalîzm bi mantalîteya ‘EM’ û ‘EW’ tegînên xwe pêş dixe. Xeteriyên herî mezin jî li vir despê dikin. Ji ber li vir, ‘EM’ dibe, kirde, ‘EW’ jî dibe subje. Ya biryar dide kirde ye, ya ji biryarê bandor dibe ango di bin bandora biryarê de dimîne subje ye. Oryantalîzm di alîkî de mîna ku lêkolînên di derheqê Rojhilat de ye. Di aliyê din de xwenasiya Rojava ye. Oryantalîzm pênaseya Rojhilat dike. Mafê pênase kirinê di destê xwe de digire. Bi zanist, felsefe û gelek lêkolînan dide nîşan dan ku tenê ew dikare her tiştî pênase bike. Ev jî cûreyekî despotîzmê ye. lewra bi feraseta ya min di  derheqê te de pêş xistiye rast e, dide afirandin. Ji xwe mafê pênase kirinê di destê kî de be ewe serwer, ewe hêz û desthilatdar. Ya balkêş eve ku oryantalîzm rêbazekî avakirina feraseta Rojhilat e. Ango ewê Rojhilatê cihanê di derheqê xwe de çawa bifikire wê dide diyar kirin. Xusûsiyetekî din yê oryantalîzmê jî eve ku mêze kirina Rojhilat ji Rojava re dide diyar kirin. Di çand, wêje û hûnerê de xwe dide der û nêrînekî biçûk ditinê di xwe de dihewîne. Îddiaya oryantalîsta ewe ku Îslamiyet li pêşiya şaristaniya Rojhilat astengî dide ava kirin. Di bin qilifê ku Îslamiyet girtiye, mûhafazakar û dogmatîk de ye di esasê xwe de Rojhilat wiha pênase dike. Li gorî wan; Rojhilat paşde maye û sedemê wî jî dogmatîzma misilmantiyê ye. Oryantalîzm beşekî ji emperyalîzmê ye û wekî emperyalîzma çandî, dagirkirina zihniyetê tê bi nav kirin. Pêla oryantalîzmê piştî sedsala 17. bilind dibe. Belavbûna Îslamiyetê ya li Ewrûpa wekî xeterîkî tê dîtin û li hember wî gelek nîvîskar, lêkolînvan, seyyah berê xwe didin Rojhilat da ku rihê fethê yê İslamê fêm bikin. Bi vî ve kûlliyatekî mezin yê Rojhilat li Rojava kom dibe. Di wênesazî, wêje û endezyariyê de oryantalîzm wekî pêlekî bilind dibe. Oryantalîzm despêkê li Ewrûpa bilind bûye. Armanç mezin kirina hegomanyaya Ewrûpa û biçûk kirina nirxên Rojhilatê cihanê ye. Ger yekî Rojhilatî nirxên civaka xwe nas neke, lê derketinên li Ewrûpa hemûyan bizanibe ew kes occisdîst e. Yên li ber pêla oryantalîzmê heliyane, civaka xwe biçûk dibînin, dayika xwe biçûk dibînin. Jê şerm dikin. Bi cil û bergên Rojavayî, bi ziman û çanda wan jiyan kirinê wekî pêşketin dibînin. Mem û Zin nizanin lê pasajên Romeo û Jûliet ezbere dikin. Zimanê xwe ji bîr dikin, li pey fêr bûna Îngîlîzî dikevin. Vana hemû nîşaneya bandora paradîgmaya oryantalîzmê ye. Lewra her çiqas kesên di vê karê de ked dane, keda wan bi nirx be jî di encam de hemû danehevên wan kom kiriye ketiye bin xizmeta emperyalîzmê û mîna diziya nirxan mora xwe daye li binê dîrokê. Ji bo dagirkirinê hincet dayina ava kirin, jê re erd zemînekî çêkirin yek ji armancên paradîgmaya oryantalîzmê ye. Li gorî oryantalîstan Rojhilat li lêviya fetha Rojava ye. Ji ber ya pêşketî Rojava ye. Vê jî bi têgehên demokrasî, wekhevî û hwd dike. Lê di encam de tenê sed salîn dawîn mirov binêre wê bîbîne ku Rojava tenê êş û azar, şer û dagirkeriyê ji Rojhilat re aniye. Ger hûn jî di tesîra van qaliban de bin, divê hûn bizanibin tarzê we yê fikrandinê ‘oryantalîst’ e.

  • Bi paradîgmaya dewlet, desthilatdarî, nîjatperest, zayendperest, hîyerarşîk fikrandin.
  • Aborîyê wekî pêşketinên endûstriyalîzmê dîtin.
  • Netewdewletî wekî diyardekî bingehîn xistina binkeyê azadiya civaka xwe.
  • Li şûna pîvanê exlaqî, bi cih kirina zagonên hûqûqê.
  • Çemka dîroka zilam ango feraseta his-story serwer kirin. Dîrokê wekî çîroka zilamekî, malbatekêi, qralekî dîtin û li gorî wî dîrokê şîrove kirin.
  • Çinayetî wekî bingeha pêşketinan dîtin û tekoşîna çînan mîna dîrok dîtin.
  • Feraseta meteryalîzma dîrokî. Wekî ku dîrok ji koletî, ewê ber bi feodalîzmê û kapîtalîzmê ve biçe ve şîrove kirin û vî wekî esasekî bingehîn dîtin.
  • Zordarî û dewlet wekî pêşketî-paşketî dabeş kirin.
  • Feraseta nakokiyan ku wekî hev tine dikin dîtin.
  • Bi çemka zanista pozîtîvîst tevgerandin.

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 30 Ocak 2024
Görüntüleme: 328

Sayfa 7 / 8

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • JIN DIVÊ ÇAWA JIYAN BIKIN?

  • Nêrînên Li Ser Azadiyê

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere